pdf giştî 25 beşa kurdî

Page 1

Sal 5

2021/11/30

Hejmar 25

Diclepress13@gmail.com

CEWHERÊ TEKOŞÎNA ME, DERXISTINA RASTI YA NASNAMEYA JINÊ YE XAL ELÎ:

PDK ŞER NEKIR, GERÎLA Û GELÊ ÊZIDÎ ŞENGAL RIZGAR KIRIN ŞENGALÎ: GERÎLA NEBÛNA ŞENGAL RIZGAR NEDIBÛ ÇIYAYÊ ŞENGALÊ ÇIYAYÊ XWEDAWENDAN E


Ş: ENVER XÊRO XIDIR (BAWER ŞENGAL)


DICLE

Lêkolîn, Belge û Lêgerîn Jimar: 25 SEMAWEZ : 2021

DI VÊ HIJMARÊ DE PÎLANGERAN DIXWAZIN FERMANÊ BI YASAYÎ BIKIN! 4 JI KRÎZA KAPÎTALÎZMÊ KÎJAN SÎSTEMÊ DERBIKEVIN 5 HESPÊ DERWÊŞÊ EVDÎ 12 YA JI HEMÛYAN PÎROZTIR DEF Û ŞEBAB IN 13 DI NAVBERA DU GUNDAN DE JÎ EW LÎSTOK TÊ LÎSTIN 17 PARASTINA CEWHERÎ ÇALAKIYA KES BIXWE YE 22 JI BO KUTÎ XIDIR ŞENGAL JI HERDERÊ XWEŞTIRE 29 ÇIYAYÊ ŞENGALÊ ÇIYAYÊ XWEDAWENDAN E 32 GEL DIBÊJE; GERÎLA JI BO GELÊN BINDEST ŞER DIKE 36 40 BIRCÊN XWE HENE 38 CUREYÊN NIVÎSAN 40 TENDUROSTIYA MIROVAN JIYANA MIROVAN E… 44 ŞENGALÎ: GERÎLA NEBÛNA ŞENGAL RIZGAR NEDIBÛ 48 CIWANÊN ŞENGALÊ: KOÇA CIWANAN NE ÇARESERIYE, DÛRKETINA JI ÊZDIYATIYÊ YE 51 XAL ELÎ: PDK ŞER NEKIR, GERÎLA Û GELÊ ÊZIDÎ ŞENGAL RIZGAR KIRIN 52 CEWHERÊ TEKOŞÎNA ME, DERXISTINA RASTÊ YA NASNAMEYA JINÊ YE 54 ÊZIDÎ; DÎROKEK KEVNAR 58 EYNEKA BEJNA MIROVAN, MIROV BI XWE YE 62 PERESTGEHÊN WAN WEK ZIGURAT TÊN BINAVKIRIN 63 EL-ARECÎ:EGER XELKÊ ŞENGALÊ VEGERIN SER AXA XWE, DÊ MAFÊN XWE BIDEST BIXIN

66

RIN

68

ŞENGAL; LI ALIYEKÎ ÎXANET Û KOMKUJÎ LI ALIYEK BERXWEDAN Û RIZGARKI-

Xwediyê Kovarê û Rêvebera weşanê:

Faris Herbo Xidir

Cigirê Rêveberê weşanê: Sikran Ridînî Meshuc el.şemerî Berpirsê weşanê:

Azad Ebdal kirêt Desteya Weşanê:

- Xelîl Murad Şilo - Omran Sekran Ridînî - Îbrahîm Emo Kiçî Sepandin û Derhênerî:

Qasim Xelif Abdulla HÎWA AHMED OMER Navîşan:

Şengal -SincarTel: 07504197663 07500496100

E. mail: Diclepress13@ gmail.com

Hejmara Roxstgirtin Li Sendîkaya Rojnamevanî îraqî

1773


JI EDÎTOR

PÎLANGERAN DIXWAZIN FERMANÊ BI YASAYÎ BIKIN!

AVAKIRINA PERGALA RÊVEBERIYA XWESER BERSIVA PÎLANGERAN E

Xwendevanên hêja!

Dewleta Tirk û PDK’ê, tevî hevalbendên xwe yên heremî

û nêvdewletî dest ji fermana ku di sala 2014’an de bi ser gelê me ve li Şengalê pêkanîn bernadin û li pey rê û rêbazên cûda digerin da ku karibin fermanê temam dikin. Lê ji ber ku hemû plansaziyên wan ji ber berxwedana gel têk çûn niha jî di nav hewldanê de ne ku qaşo bi rêya yasayî, di bin navê peymanekê de xwe bigihînin encamê. Komên çete yên DAÎŞ’ê û hevalbendên wê, gava nekarîn bi rêya komkujiya fîzîkî dawî li gelê me yê Şengalê bînin, hewl dan di dema azadkirina bajarê şengalê de di 2015’an de car din hêzên hevkarê xwe li Şengalê bi cih bikin. Lê bi hewldana keç û xortên Êzîdî yên Şengalî ev hewldana çeteyan û hevkarên wan jî hat pûçkirin. Di 9’ê Cotmeha 2020’an de jî car din hikumeta navendî a Bexdayê bi alîkariya PDK’ê û piştgiriya hêzên navdewletî û bi taybetî jî ya dewleta Tirk hewl dan îradeya bi rêxistinbûyî ya Şengaliyan binpê bikin û fermana li ser civaka me bi rengêkî qanûnî pêk bînin û bi wî awayî fermana fîzîkî bi rengê fermana sipî bigihînin encama ku dixwestin. Lê cardin bi berxwedana dayikan û sazî û rêxistina civaka Êzîdî ew hewldan jî hat vala derxistin. Di dema hilbijartinê de jî xwesteka wan hêzan ew bû ku zemîna vegera li Şengalê ji xwe re ava bikin, gava wan hêzan îradeya bi rêxistinbûyî ya civakê dîtin vê gavê hewl dan bi rêya saxtekirina dengan û bi zext û şantajan dengê gelê me a rasteqîn bidizin û wisa nîşan bidin ku ew nûnertiya civaka Êzîdî dikin. Herçiqasî jî wan hêzan hewl didin îradeya gel ji xwe re saxte jî bikin, lê êdî ji her kesî re îsbat bûye ku Parlemana Iraqê jî nikare mîna berê ji pirsgirêkên civakê re çareserî diyar bike. Her wiha parleman û misyona perlemanê di civakê îraqî de bi giştî bûye cihê pirsê û bi taybetî jî ji bo gelê Êzîdî ev parleman heya niha, ji 2014’an û pê ve tiştêkî ji bo gelê Şengalê û Êzîdiyn nekiriye. Tenê yasayêkî di berjewendiya kesên ji destê DAÎŞ’ê rizgarbûyî de derxistiye ku di pratîk de jî nehatiye pêkanîn, ji ber vê yekê ji niha şûn ve jî encama hilbijartinê ku bixwazê di parlemanê de temsîla civaka Îraqî û Êzîdî jî bike hatiye red kirin û bûye cihê guman ku nikarê tu pirsgirêkan çareser bike. Pergala Xwerêveberiya Demokratîk çareserî ye… Hêzên ku bixwazin pirsgirêka civakê çareser bikin divê êdî

ji derveyî vê pergala heyî li pey çareseriyê bigerin. Ji ber ku sîstema parlemaniya çarsalî ku di ser esasê dabeşkariya kursî, post û diravan hatiye avakirin nikarê xizmeta civakê bike. Parleman êdî mîna berê nikarê nûnertiya gel a ji bo çar salan bike. Gelê me jî û gelê îraqê jî bi giştî divê bendewariyêkî wan ji vê hikumeta nû jî nebe. Hikumetên berê çi ji gelê Îraqê û gelê Êzîdî kirin, ev hikumeta nû nikarê xwe jî birêve bibe. Ji ber vê yekê divê gelên Îraqê sîstema xwe êdî bi destê xwe ava bikin û ji niha ve baştirîn azmûna damezrandina sîstema xweseriya demokratîk û beşdarbûna raste rast a gel a di çarenûsa xwe de ye. Bihêzkirina parastina cewherî pêwîstiyêk e... Di rewşa niha ya Îraqê de mirov divê ji derveyî çareseriyê, li benda bûyer û pêşketinên nebaş de be. Dibe li Îraqê şerê navxweyî jî derkevê, dibe hin aliyan bixwazin desthilatêkî piranî jî bixin destê xwe û zerbe jî bi ser hinêk aliyên din jî bikin. Dibe cardin jî hikumetêkî qaşo hevbeş mîna ezmûnên berê jî bê damezrandin û di ser post, dirav û kursiyan de jî li hev werin. Ev hemû jî îxtimal in ku dibe di vê demê de rû bidin, di rewşekî wisa de gelê me yê Êzîdî û Şengalî di serî de divê herkes hêzên xwe yên parastinê bihêztir bikin û ji bo parstina hebûna xwe çi pêwîst bê jî bikin. Ji ber ku ji bo gelê me, bi taybetî piştî hilweşîna sîstema Beas a di sala 2003’an de, di berjewendiya gelê me yê Êzîdî de tiştêkî nehatiye kirin. Êdî dem hatiye ku Êzîdî jî merhelê baş fem bikin û li gorî wê yekê hêzên parastina xwe ya rewa û cewherî xurt bikin. Yekbûn û yekîtiya navxweyî pêwîst e... Di vê demê de ji her demê zêdetir pêwistiya gelê me bi yekbûn û yekîtiyê heye. Neyar heya niha hewl dide ku gelê me parçe bike û desthilatdariya xwe li ser wan ferz bike, lazim e êdî gel hişyar be û pîlangeriya neyaran baş fêm bike. Neyar hewl dide bi qirkirina fîzîkî, yasayî, qirkirina sipî û bi koçberkirina gelê me ji cih û warê wan derxînê. Bê ferq û cûdatî divê gelê me rê bi pîlana dijminan nede ku yekbûna gelê me parçe bikin. Gelê me êdî nikare tehemula wan hemû bê edaletiyan bike. Ji bo gel bi awayêkî azad û wekhev jiyan bike pêwîst e bizanibê ji her demî zêdetir yekîtiya navxweyî pêwîst e. Eger yekîtiya me tunebe dijmin dikarê bi rehetî fermana 74’an bi ser bixe û encaman bi dest bixe. Ji bo wê jî çi destê kî bê divê ji bo yekîtiyê hewl bide. Tenê rêya çareseriyê jî li hemberî neyaran yekîtiya gelê me ye.


Diclepress13@gmail.com

5

FIKRÎ

HEJMAR 25

2021/11/30

SAL 5

KOVAR DICLE

JI KRÎZA KAPÎTALÎZMÊ KÎJAN SÎSTEMÊ DERBIKEVIN

CIVAKA DEMOKRATÎKEKOLOJÎK

ABDULLA OCELLAN

Yek ji kêmasiyên bingehîn ê so-

syolojiyê ev e; civakên bi ser dewletê û avahiya hiyarerşîk ên di tevahiya xwezaya dîrokê de diviyabû bi mantiqekî dualî yê diyalektîkê bijîn, nekarî aliyê wan yê din yanî partnerê wan nîşan bide. Mîna ku dîrok bêyî nakokî, tenê li ser xeta sîstemên civakî yên serdest meşiyaye û dimeşe. Çawa ku di her rastiya xwezayî de tê dîtin, nirxên civaka xwezayî di tevahiya dîrokê de wek dijberên civaka dewletparêz û hiyarerşîk rol lîstine û pêş ketine. Bi wan xwe xwedî dike, mezin dike, pêş dikeve û şaxên cihêreng berdide. Divê mirov hêza civaka xwezayî piçûk nebîne. Ev civak di rola hucreya kok û bingeh de ye. Çawa ku ji hucreya kok hemû hucreyên din ên pê ve zêde dibin, ji civaka xwezayî jî sazî û lebatên pêve derdikevin. Dîsa çawa ji van şaxan organ û sîstem zêde dibin, ji sazi-

yên seretayî yên civaka xwezayî jî - saziyên seretayî yên hiyarerşîk organên din ên pêşketî û sîstemên civakê derdikevin. Mumkîn e civaka xwezayî were tepisandin, were paşvexistin û tengavkirin, lê ti car nayê tinekirin. Ji ber ku wê demê ji civakbûnê tê derketin. Kêmasiyeke mezin e, sosyolojiyê nekariyê vê tespîtê bike. Ji ber ku civakên xwezayî di nava mîlyonan salan de pêk hatine, dikarin dewletê û hiyarerşiyê xwedî bikin. Naxwe diyalektîka dualî çawa dikare bibe? Eger mirov civakan bi amûrên aboriyê, yan jî nertinên teng ên çînî analîz bike, wê wextê hê di serî de hêmanên bingehîn ên rastiyê li der ve hatine hîştin. Ev xetaya mezin, şaşî û xwe xapandin, hatiye kirin. Jixwe helwesteke xwedî îddîa mîna Marksîzmê ku civaka xwezayî ya jê re digotin komînî wek civakeke hezar salan berê temenê xwe tijî kirî û

qediyayî hesiband, ev têgihîştina neyînî hê jî sor kir. Civaka xwezayî ti car neqediya. Tevî ku dijberên xwe xwedî kir xilas nebû. Karîbû her tim xwe dewam bike. Wek sparteya serf, kole û etnîsîteyan, li dawî hiştina çînayetiya karkeran û wek zemînê civaka nû ya bilind dibe, wek civaka koçber a li daristan û çolan, wek malbata dayikê û gundiyê azad, tevî hemû ziraran, civaka xwezayî wek exlaqê zindî yê civakê ti car kêm nebû. Berovajî texmînan, motora pêşdebirinê ya civakê, ne têkoşîna çînî ya teng e, berxwedana mezin a nirxên civaka komînî ye. Mirov têkoşîna çînî înkar bike rast nîne. Ew tenê yek ji dînamîkên dîrokî ye. Ya rola sereke lîstiye, her koçerê gerok ê daristanan, çiyan û çolan bû. Wek form a jiyaye tevgera etnîsîteyê - eşîr, gel qebîle - ye. Ew hêz e ku etnîsîteyê karîbû bi hezarê salan,


KOVAR DICLE

SAL 5

2021/11/30

HEJMAR 25

6

FIKRÎ

Diclepress13@gmail.com

Wexta civak ji rengê xwe yê komîn derkeve, di heman demê de ji civakbûnê derdikeve. Her pêşketina li dijî nirxên komîn, bi xwe re hin nirxên wê jî dibe li dijî hemû êrîşên bêrehim û zehmetiyên xwezayî li ber xwe bide. Destan, ziman, nişmîtî, nirxên resen ên mirovatiyê û çanda berxwedanê, exlaqên wê ne. Yek ji pirsgirêka herî zêde tê guftûgokirin ev e; gelo ji krîza kapîtalîzmê kîjan sîstemê derbikevin. Piştî şerê cîhanê yê yekemîn jî krîz derket. Şoreşa Bolşevîkan pir ji nêz ve eleqeya wê bi analîza Lenîn a di vî warî de heye. Şerê cîhanê yê duyemîn dida nîşan ku krîz neqediyaye û karekterê krîzê yê domdar îfade dikir. Kapîtalîzm bi ser xwe ve hat û xwe da ser hevdu. Bi duyemîn şoreşa mezin a zanist-teknîkê pir mezin xwe pêş ve çip kir. Ev çipkirinên wê yên demkurt nekarîbû pêşî bigire ji bo derza krîzê şax nede. Piştî salên 1970’yî, tevî jihevketina Sowyetê krîz sivik nebû, berovajî girantir bû. Bi awayekî berçav îspat bûye

ku avabûna Sowyetê barê sîstemê sivik kiriye. Di vê pêvajoyê de ji bo çareserkirina krîzê, ji nû ve, dijberên sîstemê û şîroveyên xwe yên neolîberal ketin rojevê. Gelo neolîberalîzm karîkaturekî dema buhurî ye? Yan jî bi navê “globalîzmê” wek îddîa dike nûbûneke rast e? Tevî ku ev guftûgo hê jî bi lez dewam dike, piştî krîza sosyalîzma reel, alterneftîfa gelan xwe hê zêdetir ferz kir. Tengezariya sîstemê ya di navbera DYE, YE û Japonyayê de, şerê bakur-başûr û aliyên civakê yên zêde tûj dibûn, ber bi ku ve dibirin? Ekolên mîna hawîrdor, femînîzm û çandî, wek aktorên nû diketin pêvajoyê. Ji bo çareseriyê saziyên sivîl û mafên mirovan qîmeta xwe hê zêde dibûn. Baskê çep ji bo xwe nû bike her hewl dida. Li aliyekî guftûgoyên Klûba Dewlemendan a Davosê û li aliyê

din guftûgoyên Klûba Feqîran a Porto-Allegre dunyayeke çawa pêşkêş dikirin? Ji ber ku guftûgo seresere û kûr nebûn, tenê dikarîbûn karê rojê bimeşînin. Pêşbîniya teorîk û sîstematîk li cem her du aliyan jî kêm bû. Tevgera bi bername û bi plan bi sînor bû. Bi kurtî, ji bo alîgirên azadî-wekheviyê ji krîzê serketî derbikevin, ne agahî û ne jî sazûmankariyê têr xuya dikir. Dîroka hemdem, li ser navê gelan û kedkaran di serî de şoreşên di salên 1848, 1871, 1917 de jiya, lê ev şoreş û gelek pêlên din ên şoreşê di nav deryayên lîberalîzmê de xeniqîn û eger ji bo careke din di deryayên bi navê neolîberalîzmê de nexeniqin, divê vê carê xetayên berê neyên dubarekirin.


Diclepress13@gmail.com

Hewce ye, formên serketî ji bo hêza agahiya rast û jinûve avakirina civakê werin dîtin. Bi taybetî, li Rojhilata Navîn ku her roja derbas dibe nakokî zêde dibin, krîz û hovîtî têne jiyîn, divê alternatîfa gelan maneya xwe bibîne û rengê avakirinê zelal bibe. Ji pêngava nû ya DYE ya bi krîza 11 Îlonê tê bi navkirin û rengekî xwe yê kûr ê komployî hebû, diviyabû alternatîfa gelan jî amade bibûya. Diviyabû ew çend alternatîfên xwe hebûna, careke din xwe nexapandana, careke din nebûna pîneyên sîstemê. Dîrok nefspiçûk, dilnizm, lê ciddî ye, bersivan dixwaze tê de xapandin nebe. Deriyên xwe li dubareyên bêhêvî û alternatîfên ceribandî, baş asê kirine. Di vê parêznameya xwe de ez demeke dirêj li bersiva van pirsan geriyam ku vê yekê wek wezîfeyeke xwe ya girîng dizanim. Li aliyekî pirsgirêkên giran ên gelê Kurd li benda çareseriyên karibin pêk werin hene û li aliyê din jî pirsgirêkên Tevgera PKKê ya ji bo çareserkirina van pirsgirêkan rabûbû, hene. Ji bo çareseriyereke serketî, diviyabû ez maneya hêzê û amûrên avakirinê peyda bikim. Ez vê berpirsiyariyê li cem xwe dibînim û lê hayil im ku divê ez di şexsê gelê me de ji netew wêdetir li ser navê alternatîfa hemû gelan tevbigerim. Lewra ji têgihişîtina berê ya teng a “welatparêzî û enternasyonalîzmê” wêdetir, min têgihîştineke humanîzm û xweza-gerdûnê kir hîmê nertin û helwestên xwe. Bi vê armancê, ramanên li ser civaka ekolojîk

FIKRÎ

û demokratîk ji bo nirxandin û guftûgoyê hatin pêşkêşkirin. Beriya her tiştî, pirsa di serî de divê em bersiva wê bidin ev e; divê çarçoveya me ya teorîk çi be? Eger teorî nebe, dikare encamên çawa bibin? Teoriyên kêm û şaş dikarin me bibin ku? Taybetiyên teoriyeke bêqusûr û li gorî armancê divê çi be? Tevî ku gotineke moda ye, lê di cewherê xwe de rast e, em di serdema “civaka agahiyê” de dijîn. Bi vê gotinê mebest ev e; bêyî agahiya hewceyî pê heye, bihêlin çareserkirina veguherîna civakî ya pirsgirêkên xwe yên berfireh ên avakirin û maneyê hene, çareserkirina pirsgirêkên pir sivik û rêvebirina wan zehmet e. Jixwe hewldana rêvebirin û çareserkirina pirsgirêkan bi şêwazê berê, bi piranî encama wê têkçûn e. Serketineke xwe spartibe şensê jî dereng zû rîska xwe heye, xwediyê bibe têkçûnê. Meş û jiyana wer hatiye û wer diçe, tê maneya ku jiyana rastîn her ku diçe maneya xwe wenda dike. Jiyana rastîn ne tenê meş e, meşa bi lez e. Ji lewra, eger civakên di krîzê de, bi perspektîfeke teorîk a tam û li gorî armancê neyên rohnîkirin û ber bi hedefê ve neyên rêvebirin, îhtîmaleke xurt e, hewldanên bingehîn ên ji bo veguherînê têk biçin û heta berovajî encaman bidin. Di demên bi vî rengî yên dîrokê de em li ponijandin û ramanên mezin şahidiyê dikin ku ev yek ji taybetiya bûyerên diqewimin tê. Berî û piştî pêkhatina sîstemên nû û derketina şaristaniyan, em li ekolên

7

HEJMAR 25

2021/11/30

SAL 5

KOVAR DICLE

Eger civakên di krîzê de, bi perspektîfeke teorîk a tam û li gorî armancê neyên rohnîkirin û ber bi hedefê ve neyên rêvebirin, îhtîmaleke xurt e, hewldanên bingehîn ên ji bo veguherînê têk biçin û heta berovajî encaman bidin mezin ên raman û baweriyê bi heman sedeman şahidiyê dikin. Ji ber ku Marksizm-Lenînîzm mora xwe li kevneşopiya muxalif a sedsala 20. xist, hewce dike em tim li ser rawestin. Em heta şaşiya vê têgihîştina ku herî zêde bandor li me kir, nebînin, em nikarin gav biavêjin. Ji bo şaşiya wê bihata fêmkirin, hewce nebû di ser re 70 sal derbas bibûya. Ez têgihîştina xwe ya sîstemê ku hewl didim wek civaka ekolojîk û demokraktîk bikim têgîn, li derveyî sînorê îqtîdara dewletê pêk tînim û wek cewherê helwesta xwe ya teorîk datînim holê. Ne tenê li derveyî têgihîştina îqtîdara sîstema kapîtalîst, li derveyî hemû civakên dewletparêz ên klasîk û îqtîdara dewletan, lêgerîna min li


KOVAR DICLE

SAL 5

2021/11/30

HEJMAR 25

çaresereyî, cewherê perspektîfa teoriya min e. Berovajî texmînan, ev helwesta min utopîk nîne, helwesteke teorîk e, heta dawiyê bi rastiya civakî ve girêdayiye û wek destketiyeke girîng a têkoşîna xwe dibînim. Ji bo ez xwe bigihînim hêza teorîk, tevî ku bingehê min ê şexsî û civakî rola wan hene jî, rola esasî ev e; ez li civaka dîrokî di nav avabûna wê ya sîstematîk de serwext dibim. Di binê serwextî û têgihîştina min de jî taybetiyên têkoşîna min û berpirsiyariya min heye. Di pêkhatina ekolên ramanê û dînên mezin de cihê zindan, îxanet, êş, sulûk û înzîwayên bi dehê salan nayê nîqaşkirin. Di avabûna vê ramanê de nirxên civaka xwezayî, etnîsîte, şerê hebûnê yê xizanan jî cihê wan ê mezin hene. Em nikarin dîrokê wek bûyerên li dora îqtîdara siyasî bibînin û ev nikare bibe bingehê me yê dîrokî. Lê eger ji bo sîstem yekpare were fêmkirin û ji bo ders jê were girtin, dibe qîmetek wê hebe. Dîroka divê em esas bigirin, ya kesên dijberên civaka çînî û hiyarerşîk in. Hemû dîrokên siyasî yên fermî, yan hîç behs nakin, yan jî wek komên anarşîstan, girseyên bêhîkmet û ji bo armanên xwe wek keriyên werin bi karanîn dîtine. Ev dîrok, bi qasî ku zuha, mucered û îdealîst e, ew çend jî têgihîştineke hisî ya zalîmane ye. Dîroka me dikare ji civaka xwezayî dest pê bike û bi her cure raman û çalakiya etnîstîte, çîn û mehkûmên cinsiyetparêz ên li dijî îqtîdara siyasî û hiyarerşîk maneyê bibîne. Piştî ku me bingehê dîrokî yê

8

FIKRÎ

Diclepress13@gmail.com

Ji bo çareseriyereke serketî, diviyabû ez maneya hêzê û amûrên avakirinê peyda bikim. Ez vê berpirsiyariyê li cem xwe dibînim û lê hayil im ku divê ez di şexsê gelê me de ji netew wêdetir li ser navê alternatîfa hemû gelan tevbigerim teoriya xwe destnîşankir, aliyekî din ê girîng ev e; hewce ye, hêza zanebûnê di nav civakê de bigihîje asta herî bilind. Eger em têgihîştina xwe ya rast a dîrokê, bi asta bilind a zanebûnê re negihînin hevdu, em tam nikarin hêza xwe ya têgihîştinê ji bo paşerojê û şêwazê xwe yê avakirinê diyar bikin. Eger teoriyek, ji hemû kapasîteya zanebûnê ya sîstemê wêdetir nebe xwedî têgihîştin, ne tenê kêm be, wê di nav têgihîştina teoriyên dijber de jî bihele û divê em vê yekê wek bingehê rastiya têkoşîna îdeolojîk fêm bikin. Eger çarçoveya teorîk ya derbarê sîstema civaka ekolojîk û demokratîk de wisa were danîn, ev dibe gava yekemîn. Em hundurê wê çiqasî tijî bikin û bi cih

bînin, sîstema pêş de bikeve, wê ew çend bibe sîstemeke azad û wekhev. Em dikarin bibêjin; sîstemek bi vî awayî pêş bikeve, ne sîstema hiyarerşîk û dewletparêz a klasîk e, ne jî sîstema koletiyê ye ku tê mêtin, eciqandin û têk diçe. Sîstemeke exlaqî ye; bi xwazayê re têkiliyeke diyalektîkî ya dikare dewam bike daniye, di hundurê xwe de cih nade tehekumê û berjwendiyên hevpar yekser bi demokrasiyê diyar dike. Di pêkhatina civaka komîn de gotina “komîn” ji şêwe zêdetir ji bo cewherê dabaşê ye. Ev yek îspat dike ku civak bi şêweyekî komînî dikare hebûna xwe dewam bike. Wexta civak ji rengê xwe yê komîn derkeve, di heman demê de ji civakbûnê derdikeve. Her pêşketina li dijî nirxên komîn, bi xwe re hin nirxên wê jî dibe. Ji lewra ya rast ev e; mirov jiyana komîn wek bingehê jiyanê bibîne. Mirov bêyî şêwazê vê jiyanê nikare hebûna xwe dewam bike. Em vê rastiyê, ji bo ev şaşî werin fêmkirin bi israr destnîşan dikin. Li gorî gotina şaristaniyê yên civakê mezin dikin, nirxên îqtîdar û hiyarerşiyê ne. Yên mayî jî keriyên pez in. Mirov dikare bibêje; ev têgihîştin bi qasî ku kevn e ew çend jî yekemîn derewa mezin û sîstematîk e, hiş û zêhniyeta mirov zêde mijûl û dagir kiriye. Çendîn karîbûye mirovan bi vê derewê bide bawerkirin, pêvajoya li dijî xwe jî rewa kiriye. Ev îdeayeke wer mezin e, di roja me ya îro de jî hema hema kes nemaye pê nexapiyabe. Tevî ku nîzama komînî


Diclepress13@gmail.com

şêwazê hebûna jiyanê ye, nirxên jiyanê bilind û mezin dikin, ji bo hêza îqtîdar û hiyarerşiyê hatine hesibandin, ev di serê nakokiyan de tê, divê were çareserkirin. Ev gotina ku dîroka civakî belovajî dike, di serî de dîrok, wêje û polîtîka, têgihîştineke bingehîn a hemû sazî û avahiyên jor e. Di dawiyê de şêwazê rastin ê ji bo hebûna civakê, dibe tiştekî bê zar û ziman. Sosyolojî heta ku ji civaka seretayî re bibêje “civaka hoveber” hemû tespîtên wê nikarin xwe ji şaşiyê xilas bikin. Divê em dîsa li şibandina hucreya kok vegerin. Li gorî hemû hucreyên cihêreng dibin û şax didin, hucreya dike dibe ku hoveber be. Lê ev hovbertî ne bi maneya paşve mayînê ye, bi maneya esas, prensîb û seretayîbûnê ye. Heta bi vî rengî li nirxên civaka komîn neyê nertin, analîzên hemû saziyên din bê kok in, bi serê xwe wê

FIKRÎ

Ya rola sereke lîstiye, her koçerê gerok ê daristanan, çiyan û çolan bû. Wek form a jiyaye tevgera etnîsîteyê - eşîr, gel qebîle - ye. Ew hêz e ku etnîsîteyê karîbû bi hezarê salan, li dijî hemû êrîşên bêrehim û zehmetiyên xwezayî li ber xwe bide

9

HEJMAR 25

2021/11/30

SAL 5

KOVAR DICLE

nebin xwediyê maneyeke ciddî û wê wer bêne dîtin. Eger em dixwazin di têkoşîna civakî de gavên me lihevkirî bêne avêtin, divê beriya her tiştî em bi rêz û rastîn li şêwazê hebûna civakê binerin. Civakparêzên herî radîkal û hemdem, ne tenê di analîzên xwe de, her weha di pratîka xwe de jî ji komînîtiyê reviyane. Eger were gotin; “ew taybet e, fikra wî komîn e” ev xapandineke mezin e. Ev encamê civaka kapîtalîzmê ye ku ji exlaq bêpar hîştiye. Hema bêje heta dawiya sedsala 20. jî mijarên etnîsîte-qebîle-eşîr-gel li derveyî sînorên sosyolojiyê bûn. Eger bi qasî îqtîdara sîyasî, qîmeta etnîsîteyê neyê dîtin, manedana pirsgirêkên civakî û çareseriya wan mumkîn nîne. Formê cewhera komînî herî zêde bi etnîsîteyê îfadeya xwe dibîne. Eger hûn etnîsîteyê ji holê rabikin wê ji civakê paşve çi bimîne? Marksîzm


KOVAR DICLE

SAL 5

2021/11/30

HEJMAR 25

10

FIKRÎ

Diclepress13@gmail.com


Diclepress13@gmail.com

jî di navê de hemû ekolên ramanê yên hemdem, heta doh jî etnîsîste wek formeke arkaîk û bêkêr dinirxandin. Cewherê komînê hê zêde nêzî paşve mayînê nîşan didan. Ferdiyet çiqas derketa pêş, li nirxên civakê serdest bibûya ew çend girîng û bi şeref dihat hesibandin. Wexta ez dibêjim; rahîb ji sosyologan xwedî roleke neyînîtir in, ez mijareke girîng destnîşan dikim. Rahîb wek kesekî serwext ê pêşengê civakê, wek bawer dike û difikire ji bo civakê bi civakê re dijî. Rastbûna agahî û zanebûna wî şertê bingehîn nîne. Girêdana bi komîntiya civakê ve şertê esas e. “Sosyolog” jî agahî û zanebûna wî çi dibe bila bibe, komîntiya civakê esas nagire. Mîna elemanekî teknîkî nêzîk dibe. Jixwe felaket jî wisa dest pê dike. Bi giştî hemû zanyar, bi taybetî sosyolog, eger pîrozbûna komîntiya civakê nas nekin û heta bi mirina xwe pê ve girêdayî nebin, wê nikaribin xwe xilas bikin ji bo ji wan re neyê gotin; “çîna bêexlaqên mezin.” Eger bi komîntiya civakî ve girêdayî bimana, wê ne şer û îqtîdar, ne mijokî û bi karanînê bigihîşta asta îro. Em bombeya atomê bi kîjan civakbûyînê dikarin rave bikin? Qonaxa pêşketinê ya herî nazik a civaka komîn e, wexta ber bi rengê hiyarerşîk ve diçe. Tecrûbeyên civakî yên zêde bûne rê li ber xurtbûna maneyê, ji vir jî ziman û ber sembolîzekirinê pêvajoyek heye. Dînê totem di vê pêvajoyê de pîroz dibe. Ji ber ku civak bi dîn yekemîn nasnameya xwe bi dest dixe girîng e. Ev rewş, têgihîştin

FIKRÎ

11

Mumkîn e civaka xwezayî were tepisandin, were paşvexistin û tengavkirin, lê ti car nayê tinekirin. Ji ber ku wê demê ji civakbûnê tê derketin. Kêmasiyeke mezin e, sosyolojiyê nekariyê vê tespîtê bike. Ji ber ku civakên xwezayî di nava mîlyonan salan de pêk hatine, dikarin dewletê û hiyarerşiyê xwedî bikin û serwextbûna seretayî îfade dike. Pîrozbûna serwextbûnê bi vî rengî ji jiyana civakî bi xwe tê. Piştî ku veqetîn ji jiyana heywanî ya prîmat bû, cudahiya mezin a manedanê destpêkir. Cudahiya nû balkêş e. Taybetiyên yekemînbûnê di himbêza xwe de hildigire. Pratîka civakî di hemû gavên girîng de rê li ber pêşketinên bi heyecan vedike. Ev rewş serwextbûna zêde dibe îfade dike. Serwextbûn û têgihîştinê bi lêv dike,

HEJMAR 25

2021/11/30

SAL 5

KOVAR DICLE

tîne ziman, bi nav û tarîf dike û pêre pêvajoya sembolîzekirinê dest pê dike. Pêvajoya têgihîştin û serwextbûnê ji bo pratîk û hilberandinê roleke xwe ya girîng heye. Bêyî têgihîştin mayîna li ser piyan zehmet dibe. Kalîteya jiyana tênegihîştî yekser tê dîtin. Kalîte û pêşketina naveroktijî bi cudabûna serwextbûnê re bi hev re dimeşin. Dîn hemû girîng bûn û pîrozbûna xwe di vê qonaxa nazik a jiyanê de werdigire û ji serî ve di nava xwe de nakokiyekê dihewîne. Ji ber ku civakîbûyîna seretayî, serwextbûn û nasnameyê îfade dike, jiyan bêyî civakîbûyînê zehmet e. Li aliyê din, ji ber ku pîrozbûnê, tabûtiyê dest pê nekirin, dest nedan, qadên heram - û gelek rêzikan bi xwe re tîne, ji bo paşerojê muhafezekar e. Li serwextbûn û têgihîştinên nû girtiye. Bi vê taybetiya xwe pêşketinê berbend dike. Ji vê yekê, hê ji serî ve, pêvajoya pir dînan xwe ferz dike. Pir dîn û pir xweda, cudahiya di navbera têgihîştinan de îfade dikin. Erênî ye. Di destpêka dîn de her tişt bi ruhan - anîmîzm - dihat ravekirin, ev encameke nertina xwezayî ya pradigma civakî bû. Erênî ye. Pişt re her ku çû, ruhê mezin û ji wir jî derbasî pêvajoya xwedatiyê bû, ev yek ponijandina civakê ya ji bo bidestxistina nasname û xweseriyê îfade dike. Di vê pêvajoyê de nasname û xweserî sembolîze dibin. Di destpêkê de xweda civak bi xwe ye.

..........


KOVAR DICLE

SAL 5

2021/11/30

HEJMAR 25

12

ÇAND

Diclepress13@gmail.com

HEDBAN

HESPÊ DERWÊŞÊ EVDÎ

IBRAHÎM OSMAN

Hedban, navê hespê Dewrêşê Evdî, Lawikê Êzdi ye.

Dewrêş pê çûbû şêrê Osmaniyan, Turkmenan û Erebên Gêsî. Di dîroka me de, bi qasî ku em jê agahdarin yek Hedbanekî bi tenê hebûye û ew jî, ji xeynî Dewrêşê Evdî pêve kes lê siyar nebûye. Hedban ji Dewrêş pêve tu kes nêzîkî xwe nedikir. Li gorî gotinên stranbêjan, Hedban û Dewrêş ji bo hev çêbûne. Ew her du jî di heman şerî de hatin kuştin. Gava şer hat ber deryê eşîra Milan, milan dest hilneanîn. Temir Paşa neçar ma keça xwe Edûlê derxist bazarê. Dewrêş rahîşt fîncana qahwê ya ser bixwîn ku mîna jehra marên kaşan dihat bi navkirin û li gel 11 hevalên xwe ji bo kifşê daket qada şer. Ew bi şev û rojan li gelî û şargên bi guman li dujmin geryan. Li kêleka Girê Edşanê li dujminên xwe rast hatin. Dewrêş û koma hevalên xwe bi 4-5 hezar siyar re ketin nava şerekî giranî bêveger. Di şer de, pir kes hatin kuştin. Gelek hesp bê siyar man. Gelek bûkên dest bi hine, di binê konan, navbera çît û rewagan de li bende hezkiriyên xwe jinebî man. Hevalên Dewrêş giş di şer de hatin kuştun. Dewrêş li beriya Wêranşarê li kêleka Girê Edşanê, bi tena serê xwe ma. Wî qet hêviya xwe wenda nekir. Mîna ku artêşek li pişt wî be, ji bo tola hevalên xwe rake bi wêrekiya şêran daket nava enya dijber. Her carê çend hesp bê siyar dihîştin û vedieriya ser gir. Berê xwe dida çiyayê Qerejdaxa xopan û hilma bayê hinik dikşand pişka xwe. Dujmin heyirî mabûn. Tirs û heybeta Dewrêş leşkerên dijber qidûmşikestî kiribû. Li ser plangeriya Kose Weysê Kal, Dewrêş bi bêbextî û fen û fûtan kişandin erda kunemişkan. Her du lingên Hedban di kunemişkan de çûne xwarê û şikestin. Dewrêş vê stranê li ser Hedban distirê. Lo Hedbano, Hedbano

Hey mala te xerabiyo Hedbano Min tu xwedî dikirî bi şekirê kapekî Berê pêsîrên dayikan û şîrê nagano Min tu xwedî kirî mîna roniya çavano Li te siwar nebûm rojên cejn û şahiyano Min tu xwedî kirî ji bo rojeke wisa girano Min got qey ezê li ser pişta te rakim Tola Sahdûnê bira, xelefa Eyşa Weliya Û Evdiyê Milhim koma hestiyano Min got qey ez ê li ser pişta te rakim Heyfa Çîloyê Îzolî kekê Dilşa Mehkûmê destê pismamano Hedban mala te xera be Te per û baskên min şikandin Hedban min got qey ez ê li ser pişta te rakim Tola Ibêd û Ferhan her du şêrên berzava Destgirtiyên wan destbihinne li malên bavano Te pergala min belav kir Hedbano. Çavkanî: pirtûka Evîna Mêrxasekî


Diclepress13@gmail.com

ÇAND

13

HEJMAR 25

2021/11/30

SAL 5

KOVAR DICLE

MÛZÎK Û CIVAKA ÊZÎDÎ YA JI HEMÛYAN PÎROZTIR DEF Û ŞEBAB IN KU TENÊ DI QEWL Û QESÎDEYAN DE NAVÊ WAN HATIYE

XENSA ŞENGALÎ

Di

nava gelek Qewl, Beyt û helbestên devkî yên Êzîdiyan de mûzîk mîna semboleke pîroz hatiye nasîn û wek çavkaniyeke girîng ya ji bo duakirinê tê dîtin. Ji bilî vê bi şêweyekî pratîkî jî di merasim û sirûdên ayînî de tê bikaranîn. Li gorî Êzîdiyan Def û Şebab amûrên awaza xwedawendî ne. Bi taybetî ev her du enstrûmanên mûzîkê ji bo Êzîdiyan pîroz in û her kes nikare wan bijene. Dîroka têkiliya Êzîdî û mûzîkê pir kevnar e, weke ku bi xwe jî dibêjin‘Êzîdî civaka mûzîkê ye’. Wateya vê ew e ku têkiliya wan koka xwe bi hizrekî

ruhî heye, lewre muzîk ketiye nav derûniya mirovên Êzidî. Her wiha di merasîmên xwe yên baweriyê de jî wek pîroziyekê bikar tînin. Ji aliyê civakî ve jî bi stran û helbestên devkî karîne civak û dîroka xwe biparêzin ku mijarên wan li ser aliyê bawerî, neteweyî, evîndarî û serpêhatiyên nexweş ên bi serê wan hatî ku bi xwe jê re dibêjin Ferman, hatine hûnandin. Mînaka wan cûre stranan pir in ku tê de bûyerên dîrokî tên vegotin. Ji wan ên herî bi nav û bang stranên Genc Xelîl, Sor Gul, Xansê û Reşo, Derwêşê Evdî û Edûlê ne. STIRANÊN MÊR Û JINAN JI HEV CUDA NE Di nava Êzidiyan de ji bo her sirûdekê cûreyek ji awazê dixwînin. Ji hindek ji wan stranan re dibêjin‘stranên koçik û dîwanan’. Tê wê wateyê ku li

şevbêjiya dîwan û meclîsan tên gotin. Ya balkêş ev e ku hin ji wan stranan bi taybetî ji bo mêran in û hin jî ji bo jinan. Ji wana cûreyek melodî heye ku jê re tê gotin‘Xerîbî’ ku taybetê jinan e, di dema şîngirtinan û li ser miriyan dibêjin. Helbesteke nivîsarî ya diyarkirî jî tine ye û her kes bi xwe li hevtîne û dibêje. Çîrokên girêdayî serpêhatiya wê, nerazîbûn, qehremantî û çîroka kesên ku ji dest danî dibin esasên sereke yên helbestên wan ên nivîsarî. Cûreyek din ê stranan heye ku jêre tê gotin‘Pesta’ yan jî ‘Durik’ ku bi şêwazê stranên dîlanê tên gotin û rîtma wan bi nizm û bilindî ye û hindekê bilez e. Çend cûreyên wê miqamê hene ku navê wan wiha ne:‘Durikê Mila, Durikê Sê Pê û Durikê Gul Şênî’. Hunermendê navdar ê Şengalî Xidir Feqîr yek ji wan stranbêjên navdar e ku di vê hêlê de


KOVAR DICLE

SAL 5

2021/11/30

HEJMAR 25

Ev cûreya ji muzîkê bi taybetî bi qewalan(kalo) e û tenê ew dikarin di merasîman de lê bixin. Li gel Êzidiyan def û şebab weke çavkaniya fermana xweda tê dîtin û pîroz dibînin. Kalo ango ew kesên Qewlbêj û amûrjen kesên taybet in û nabe ku her kes wê karî bike û bibe Kalo bandorek li ser nivşên nû kiriye. ‘YÊ ENSTRÛMENTER DIVÊ DESTPÊKÊ ENSTRÛMENTA XWE MAÇ BIKE’ Ji derveyî wana di nav Êzidiyan de ji bo enstrumentan girîngiyeke mezin tê dayin û bi pîroz tê destgirtin. Ji ber ku di stranên ayînî de tên bikar anîn; ji wana bi taybetî du amûrên muzîkê def û şebab wate bilûr ku taybet ji bo merasîmên girêdayê baweriyê tên bikaranîn, her wiha saz yan tembûr ku ew taybetmendiya wê ya pîrozbûnê kiriye ku yê tembûrjen beriya destpê bike wê maç bike. Ji bilî wana hin amûrên din wek Duhol û Zurne ku ji bo miqamên civakî û wan dîlan û semayên ku di

14

ÇAND

Diclepress13@gmail.com


Diclepress13@gmail.com

ÇAND

15

HEJMAR 25

2021/11/30

SAL 5

KOVAR DICLE


KOVAR DICLE

SAL 5

2021/11/30

HEJMAR 25

16

ÇAND

Diclepress13@gmail.com

dema serdana mezargehên xwe dikin bikar tînin, hin caran jî li şûna zurneyê amûra flût ku pir sade ye û ji qamûş tê çêkirin bi kar tê. Ya ji hemûyan pîroztir def û şebab in ku tenê di qewl û qesîdeyan de navê wan hatiye.

Yên ji wan re dibêjin qewal yan kalo, ji ber ku piraniya wan tekstên ku ligel def û şebab tê gotin bi zimanê Kurdî nin lewre pêwîste zimanê Kurdî bi başî bizane û bikare enstrûmanan(def û bilûr) baş lêbixe û şareza be. Her wiha tekstan jiberkirî bizane ku ji wan re tê gotin, qewl, DI CEJNÊN XWE DE MÛZÎKÊ BI KAR TÎNIN beyt, qesîde, diroze û misbehat. Êzidî di cejnên xwe de bi taybetî di cejna(Cema) li Laleşê Di piraniya sirûdan de pêwîste 7 kalo yan qewal hebin, 7 roj û 7 şevan li def û şebabê dixin. Li wir hin rê û resm 3 kes defjen, 3 kes bilûrjen û yek jî li pêşiyê dimeşe ku jê hene ku heya sibehê dewam dike û bi wê muzîkê tê re tê gotin Pêşrew. birêve birin. BI MÛZÎKÊ PÊŞWAZIYA ZAROKÊ NÛ JI DAYIKBÛYÎ DI AWAZ Û MÛZÎKÊ DE ŞINGAL DEWLEMENDTIR E DIKIN Li tevahiya navçeyên ku Êzidî lê ne, di aliyê stran, awaz Ji berê ve û bi taybetî li gundên Êzidiyan dema ku bixwasû muzîka folklorî de navçeya Şengalê ji hemûyan dew- tibana nav li zarokek yê nû ji dayik bûyî bikin merasîmelemendtir e ku çavkaniya xwe ji hemû stran û helbestên ke civakî dihat lidarxistin. Ew jî cûreyek din ê sirûdê taynivîskî digre ku koka xwe dawerandiye nav çanda Êzidi- bet û def û şebab têde dihat bikaranîn. Her wiha piştre yatiyê. Ku tê de strana resen bi destê komek ji huner- merasîmek ji bo ku zarokê xwe li Laleşê bi ava spî mohr mendên navdar ên dîroka stran û mûzîka Şengalî xwe bikin merasîmeke din lidar dixistin ku wek mirovekê bi kok kiriye. Êzidî dest bi jiyanê dike. Dîsan bi govend û bilûr û defjeniyê dihat xemilandin ku jêre tê gotin ‘govenda derê ÊZÎDIYAN BI STIRANÊ DÎROKA XWE JI TINEBÛNÊ kaniya spî’, wate govenda ber deriyê kaniya spî. Ew kanî PARASTIYE li Laleşê ye û ji bo hemû Êzidiyan ferze ku bi ava vê kaniJi hunermendên nas yên wek Pîr Giro, Pîr Miço, Şêx Mûs, yê were mohrkirin, ji bo ku nasnameya Êzidîtiyê bistîne Xeyro, Xidir Feqîr, Farisê Qolo, Qasimê Meyro, Qepal, ku bi xwe jêre dibêjin mohrkirin. Kiçê Emê, Ebas Melo, Silêmanî Qasimî Zewî, Biroyê Şerqî, Îdoyê Kotî û çendîn stranbêjên din ku hunermendên DI MÛZÎKA ÊZDÎTIYÊ DE CIHÊ TEMBÛRÊ pêşeng ên dewerê nin û xwedî girîngiyekî pir dîrokî nin, Tembûr yek ji enstrûmanên herî bi nav û bang ya di nav ji ber ku piraniya wan ferman û karesatên ku di tevahiya Êzidiyan de tê hesibandin, jê re rêz tê dayin û yê bixwaze dîrokê de bi serê Êzidiyan hatinî, di singê wan stranbêjan tembûrjeniyê bike pêwîste beriya her tiştî bêje ‘bi destûra de hatine arşîvkirin û di tekstên wan de hatiye behskirin xwedê’ û tembûra xwe maç bike. Kesên ku tembûran çêda ku nivş bi nivş ji hevdu vebêjin û ew bûyerane ji bîr dikin bi taybetî li nav Êzidiyê li Şengalê ne, piraniya wan neçin. Ev jî li şûna tekstên nivîskî û pirtûkên çapkirî bûye bêyî ku teknolojiyê bikar bînin bi dest çêdikin, ji ber ku li çavkaniyeke dîrokî ji bo belgekirina bûyeran. gorî wan dengê xwezayî yê wê xweştir e. Piraniya tembûrên xwe ji dara gûzê çêdikin, ji ber ku HER KES NIKARE WAN HER DU ENSTRÛMANÊN dara gûzê baştirîn dare ji bo çêkirina vê amûrê û ji gerÊZÎDIYAN LÊ BIXE! ma, serma û şilbûnê diparêze û dengê wê jî xweştir e. Ev cûreya ji muzîkê bi taybetî bi qewalan(kalo) e û tenê Ji bilî vê jî ji dara tû û qeysî jî tê çêkirin. Ji nava kesên ew dikarin di merasîman de lê bixin. Li gel Êzidiyan def ku li devera Şengalê tembûrsaz û tembûrjen bûne, yên û şebab weke çavkaniya fermana xweda tê dîtin û pîroz navdar ji mala Şêx Mûs, Mala Xidir Feqîr û Mala Pîr Giro dibînin. Kalo ango ew kesên Qewlbêj û amûrjen kesên bûne. Êzidî di vê baweriyê de ne ku dikarin bi tembûrtaybet in û nabe ku her kes wê karî bike û bibe Kalo. Ji jeniyê dikarin behsa mezinahiya xwedê bikin, lewma ber ku ew kesane tenê ji du eşîrên mezin ên Êzidiyan di- pîroz dibînin. karin bibin ku ew jî eşîrên Hekarî û Domelî ne. Her du eşîr jî li gelek deverên Êzidiyan de ne. Hejmareke zêde ji Çavkanî: eşîra Domilî li civaka Şarya ne û yên Hekarî jî li Şêxan û Ji pirtûka Hunera Pîroz ya Heme Haşim hatiye girtin. hawirdora wê ne.


Diclepress13@gmail.com

DÎROK

17

HEJMAR 25

2021/11/30

SAL 5

KOVAR DICLE

RABIRDÛYEKE ÇANDA KEVN, TEMSÎL DIKE

DI NAVBERA DU GUNDAN DE JÎ EW LÎSTOK TÊ LÎSTIN

MEHSUM BAGOK

Çanda Qewalan Çanda Qewalan jî di nava civaka Êzîdiyan de xwediyê wateyekê ye, cihê bîr û baweriyê ye û rabirdûyeke çanda kevn, temsîl dike. Kesên ku taybet qewaltiyê dikin hene. Di rojên pîroz û rojên ku civakê ji nêz ve eleqedar dikin, qewaltiyê dikin û derdikevin pêşberî gel. Weke din pir baş li defê û şibabê jî dixin. Di nav civakê de cihekî wan ê pir bi qedir û bi qîmet jî heye. Ew di hinek deman de diçin û li nav gundan de digerin û rewşa civaka xwe

dibînin, hêvî û moralê didin civaka xwe. Ew ji bo her rewşê yan jî her bûyerê, dernakevin pêşberî gel. Rêgezên wan ên çandî û olî hene. Li gera wan pîvanên pêwîst dibînin û derdikevin pêşberî gel û erkên xwe bi cih tînin. Dema ku derdikevin pêşberî gel jî, atmosfereke cuda didin avakirin. Cil û bergên wan, çanda kevnare ye, enstrûmana herî kevnar e def û şibab jî dibe dîmenekî resen. Ûslub û maqamên wan jî, civakê bi xwe re dikin yek. Êzîdî bi cilên xwe yên spî têne naskirin û ew ji cilên spî pir hez dikin. Ji berê de kiras, fîstan, şerwal hatine bikaranîn. Heyanî îro jî mirovên temen mezin wan cilan li ber xwe dikin. Lê belê her ku dem derbas dibe lixwekirina wan cilan kêm dibe. Ew reng paqi-

jiyê ye, weke ronahiya rojê ye. Berstûka kirasan gilover didrûn û li xwe dikin. Ji bo ku Êzîdî rojê pîroz dibînin û piştî tarîtiyê roj dinyayê ronahî dike, wateya berstûka wan a gilover jî şiklê rojê ye. Di nava civakê de cil û bergên çanda berê û folklorî û lîstokên di nava civakê de her ku diçe, kêm dibin û êdî bandora modeya cilan di nava civakê de belav dibe. Weke mînak; mirov dikare lîstoka kevnar a şeq û hol nîşan bide ku roja îro qet nayê lîstin. Şeq û Hol Hinek bi kinahî dibêjin; Şeqhol. Hol goga gilover a ji darê çêdibe ye. Bi piranî ji darberûyê çêdibe. Ji ber ku ji dara berûyê çêdibe qayîm e. Mezinahiya wê gogê, bi qasî ku di nava destê mirovî de tê


KOVAR DICLE

SAL 5

2021/11/30

HEJMAR 25

Nêzî pênçî sal e ku di nava civaka Êzdiyên Şengal de, şeq û hol nayê lîstin. Êdî civakê dest ji wê lîstokê berdaye. Encax ew lîstok tê bîra mirovên temen mezin. Zarok û ciwanên vê demê agahiya wan li ser wê lîstokê nîne. Bêguman dema ku lîstok neyên lîstin û lîstok çênebin, wê werin jibîrkirin

18

DÎROK

Diclepress13@gmail.com

girtin e. Weke goga lîstoka golfê ye. Weke din ji darî çiqileke zirav şivekê çêdikin. Ew şiv weke kopalan e û serê şivê jî weke şiklê kevçî çêdikin. Dema ku şiva dar li goga darî tê xistine, dengê ‘şeq’ jê derdikeve û navê lîstikê jî ji wir tê. Temaşevan lîstokê bi kelecan temaşe dikin. Ew lîstok di nava gund de, tê lîstin. Carinan jî koma lîstokê ya gundekê ji bo lîstinê, diçin gundekî din. Ango di navbera du gundan de jî ew lîstok tê lîstin. Ew lîstok ji bo şahiyê ye û şertên wê jî hene, weke mînak; di lîstokê de koma ku winda dike, xwarineke xweş çêdike, koma serkeftî û ya binkeftî bi hev re, wê xwarinê dixwin. Weke din dibe ku şertên cuda jî di destpêkê de diyar bikin. Lîstok bi kelecanî ji hêla temaşevanan ve tê şopandin. Di derbarê lîstoka şeq û holê de, dengbêj Şêxmûs wiha dibêje: “Siyabend dibêje; tê bîra min, ez zaro bûm. Min xwe berda nav zarokên Silîvana, holê û behrê.

Wexta ku min kaşoyê(şeq) xwe davête holê, ku reqîn jê tê, wê birûsk vede li esîmanê heftê” Nêzî pênçî sal e ku di nava civaka Êzdiyên Şengal de, şeq û hol nayê lîstin. Êdî civakê dest ji wê lîstokê berdaye. Encax ew lîstok tê bîra mirovên temen mezin. Zarok û ciwanên vê demê agahiya wan li ser wê lîstokê nîne. Bêguman dema ku lîstok neyên lîstin û lîstok çênebin, wê werin jibîrkirin. Bi vî şiklî çandek ji bermahiyên hezarên salan, winda dibe û diçe. Dibe ku hinek ji derve jî ew çandên kevnar lêkolîn kiribin û ji bo xwe biribin. Di wan mijaran de, gelek çandên gelan hatine dizîn û weke ya xwe dane diyarkirin û xwediyê wê çandê jî înkar dikin. Lê belê eger lêkolîn bi rêk û pêk pêş bikevin, wê rastiya gelek tiştên qedîm derkevin. Çanda welatê me, çandeke gelekî pireng û dewlemend e. Çandeke weke deryayan e. Dema ku lêkolîn û lêhûrbûn kêm bin û yên heyî jî bi seranser


Diclepress13@gmail.com

bin, wê xweşik xuya nekin. Pêwîstî pê heye ku di mijara lêkolînê de, gavavêtin hebe û mirov bikeve nava liv û tevgerê. Ew mirovên kal ên ku agahiyên wan hene, weke mînak kesên ku lîstoka şeq û holê dizanin, divê werin dîtin û li ser tevahiya aliyên lîstokê, were nivîsandin. Lîstok çawa tê lîstin, divê provaya wê pêş bikeve da ku zarok û ciwan fêr bibin û ew çanda kevnare nûjen bibe. Hewce ye di nava gund û bajaran de şahiya şeq û holê zindî bibe. Di roja îro de, ew erk pêk neyê, divê bê zanîn ku wê sibe pir dereng be. Piştî wan agahiyên ku li ser şeq û holê, mirov dixwaze ew lîstoka civakî û ya kevnar êdî careke din nûjen bibe û carele din bi reng û coşa xwe bibe ya civaka xwe. Divê ku du alî ango du komên şeq û holê bêne perwerdekirin. Dema ku prova qediya, dem dibe dema lîstokê. Ew lîstoka nûjenbûyî cara yekemîn bila li Serdeşta çiyayê Şengalê dakeve nava civakê. Di destpêka wê de, bila weke mîhrîcaneke biçûk were pêşkêşkirin. Bila careke din lîstokvan û temaşevan wê kelecanê jiyan bikin û di nava şahiyekê de, derbas bikin. Bila rojname, kovar, radyo û Çira TV bi nivîsî û dîmenan belav bikin. Ew dibe pîrozkirina lîstoka jibîrkirî. Waye careke din zindî dibe û li xwe vedigere. Bi vî rengî xwedîderketin hebe, wê çand ji bîr nebe. Wê çaxê, dê zarok û ciwanên Êzîdxanê wê çandê berdewam bikin. Bi vî awayî dê çanda şeq û holê zindî bibe û pêş bikeve. Mirov ne mecbûr in her reklamê û her mode bişopînin û pêk bînin. Dikare ji tiştê bi pîvan, baş û xweşik sûdê wergirin. Lê belê divê

DÎROK

19

ku reseniya çanda xwe ango rengê xwe biparêzin û pêş bixin. Divê rengê cudahiya xwe ji bîr û winda nekin. ger çanda xwe neparêzin, wê rengê wê winda bibe. Parastina çandê erkên her mirovekî serwext e. Por û simbêl jî weke çandeke qedîm têne nirxandin û parastin. Mêr simbêlên xwe, jê nakin. Hinek mêr jî poran xwe jê nakin û pora xwe dirêj dikin, dihûnin û dikin kezî. Ev jî rengekî çanda wan e û mirov dikare mînaka wê ya di roja îro de jî bide.   Hûnandina Keziyan(Gosik) Li nêzî gundê Barê bû, li akarên Simoqiyan dem demê êvarî bû û yekser mirovekî bala me kişand. Me silav da hev. Ew mirov rûken bû. Rengê tevahiya cilên wî spî bûn. Temenî wî nêzî şêst salî bû. Navê wî Salih bû. Mamê Salih ji gundê Ûsif e. Ev gund di hêla erdnigariyê de dikeve jora ziyareta Şerfedîn. Gundê Ûsif dikeve jêra çiyayê Şengalê û di heman demê de li jêra ziyareta Çilmêran e. Gundê Ûsif bi vî awayî di cihekî girîng de ava bûye. Ziyaretgeha Çilmêran li raserî gund e. Mamê Salih di nava erdnîgariyeke wilo de jiyan dike. Ew, di rojên îro de li derdora Barê jiyan dike. Ew, şivanê xwe ye. Ew ji çol û çiyan hez dike. Ew mirovê hêja li kîjan welatî dibe bila bibe û di nava gel de bimeşe, wê bala her mirovekî bikişîne. Ew cil spî ye, bi desmalê serê xwe pêçaye. Riha wî tune ye, lê belê sêmbêlên wî gur in. A herî balkêş çi ye? Keziyên pora mamê Salih in. Ew keziyên dirêj di ser milên wî de dirêj dibin. Hinek kezî jî li ser sînga wî daketine. Divê hejmara

HEJMAR 25

2021/11/30

SAL 5

KOVAR DICLE

Ew mirovê hêja li kîjan welatî dibe bila bibe û di nava gel de bimeşe, wê bala her mirovekî bikişîne. Ew cil spî ye, bi desmalê serê xwe pêçaye. Riha wî tune ye, lê belê sêmbêlên wî gur in. A herî balkêş çi ye? Keziyên pora mamê Salih in kezî ango gosikan cot bin. Keziyan di bara rûyê xwe de berdidin. Nîvê keziyan aliyê rastê û nîvê din jî li aliyê çepê berdidin xwarê. Mînak; eger 8 kezî hebin çar kezî li aliyê rastê û çarên din jî li aliyê çepê tên berdan, lê divê were zanîn ku mêrên keziyan berdidin, li aliyê piştê bernadin xwarê. Piştî kezî tên hûnandin jî, êdî kum li ser tê danîn. Hêj di temenê xwe yên zaroktiyê de pora xwe xistiye kezî. Di dema zaroktiyê de, dayika wî pora wî hûnandiye û kezî çêkirine. Piştî ku mezin dibe heyanî roja îro ew bixwe pora xwe vedihûne û dike kezî. Hinek keziyên mamê Salih dirêj û


KOVAR DICLE

SAL 5

2021/11/30

HEJMAR 25

20

DÎROK

Diclepress13@gmail.com

erkên dîrokî ne Ger çand geş nebe, wê bihar bibe zivistan, em li bihara çanda xwe, xwedî derkevin. Çanda me pirengiya demsala biharê ye, bi taybet jî meha nîsanê ye. Ew meh di navbera Adar û Gulanê de ye. Ew meh dil, çav, hişmendî û xemla demsala biharê ye. Weke tê zanîn, jin pora xwe qut nakin û dirêj dikin. Por têne hûnandin û dikin kezî. Jin bi pora xwe û mêr jî bi simbêl û riha xwe bûne pîvana çanda civakê. Di nava civaka Rojhilata Navîn de mêrên Êzîdî bi egîdî û bi simbêlên xwe jî têne naskirin. Parastin û pêşxistina çandê Balkêş e ku Êzîdiyên her çar aliyên hinek jî kin in. Şeş keziyên wî diyar bûn. Dibe ku hinekî din jî keziyên wî hebin, an jî di bin desmala pêçayî de bin. Piştî hevnasînê, me bi mamê Salihê Êzîdxanê re wêneyên bîranînê kişandin. Cil û bergên wî, keziyên pora wî bermahî û berdewamiya çanda kevnar e. Ew çandeke pir xweşik e, gelek bi qîmet û bi wate ye. Mixabin ew çanda qedîm û kesayetên bi vî rengî sade, kêm dibin. Bi wan şêwazan her ku dem diçe kêm dibin. Diyar bû ku ji eleqedarbûna me bi bandor û kêfxweş dibû. Ew kesayeteke sade bû.

Kurdistanê û heya yên Qafqasyayê ger bavik û eşîrên xwe bibêjin û herêma xwe bidin nasandin, wê hev du nas bikin. Çanda eşîrtî ne weke berê ye. Bandora wê çandê, berdewam dike. Eşîrtî di demên kevn de tifaq, rêvebirin û parastina civakê bû. Xwe li dijî êrîşên dagirkeriyê bi hêza eşîrtiyê, diparastin û li ber xwe didan. Her wiha di wê xweparastinê de, gelek caran jinê jî bandoreke sereke lîstiye û mirov dikare mînaka wê yekê jî bide. Tilîlî Ew çandeke kevnar a jinê ye, heyanî roja îro jî berdewam dike. Wat-


Diclepress13@gmail.com

eya xwe di gelek mijarên girîng de dibîne. Ew hêzeke manewiyetê ye. Bi dengê tilîlandinê, atmosfereke cuda çêdibe. Ew dibe coş, kelecan û cesaret. Ew ruhekî ji xwebaweriyê ava dike. Di encamê de îrade pêş dikeve. Di mijara tilîlandinê de lêkolîn çêbibe, wê gelek mijar werin pêşberî me û bi wê boneyê em mijarekê li ser Herêma Şengalê parve bikin. Di serdema împaratoriya Osmaniyan de, artêşa Osmanî êrîşekî têne li ser Êzîdiyên herêma Şengalê. Wê çaxê bi navê Zerîfa Osê jinek hebûye. Zerîfa Osê ji Mihemayê Evdo re tilîlandî ye. Jin dêbêje“ez jî werim şer”. Mêr jî jê re dibêjin“

DÎROK

21

tilîlandina te bes e.” Zerîfa Osê cil û bergên mêran li xwe dike, li hespî siwar dibe û piştgiriya wan dike. Ew êrîşa Osmaniyan tê li ser mintiqeya gundê Bekira û Ûsifa. Ew der dikevin hêla rojhilat û bakurê çiyayê Şengalê. Stran jî li ser wî şerî heye. Zerîfa Osê bi tilîlandina xwe rê vedike, cesaret û hêviyê dide. Mêr jî ji wê helwesta wê, bi bandor dibin. Berxwedana Êzdiyan, êrîşa artêşa Osmaniyan dişkîne, bi vî rengî tilîlandina jineke Êzîdî dibe wesîleya berxwedana mêrên Êzîdiyan. Ew berxwedan, Êzîdiyên herêma Şengalê ji fermanekî xelas dike. Di roja me ya îro de li herêma Qafqasyayê di nava Êzîdiyan de sondek heye û dibêjin. “Xweda me bê eşîra hev du neke.” Bal dikişînin ser tifaqa eşîrtiyê. Ji heyamên kevn de eşîrtî ji bo civakê xwedî risteke girîng e. Ew gelekî pewîstiya tifaq û tevayîbûnê dizanin. Govend; li herêma Şengalê hîn jî zindî derbas dibin. Di govendên wan de, cil û bergên folklorî xuya dikin û hejmareke kêm be jî, ew cil û bergên folklorî li xwe dikin. Pêwîst e ku ji cil û bergan bigire heya amûr, meqamên stranbêjan û govendan, çanda resen a civakê derkeve holê û li ser wê ya xwe perwerdekirin pêş bikeve. Lewma divê çand û rengên resen bêne parastin da ku zarok û ciwanên Êzîdxanê li ser wê koka xwe mezin bibin. Ew çanda resen ger nûjen nebe û di nav biçûk û mezinan de pêş nekeve gelo wê çi bibe? Wê çaxê dê bandora çandên derve li ser zarok, ciwan û tevahiya civaka me hebe. Ew jî dibe destpêka jibîrkirin û helandinê. A pêwîst çi be divê bi hesasiy-

HEJMAR 25

2021/11/30

SAL 5

KOVAR DICLE

etekê were destgirtin û li ser xebat hebin. Çanda li ser koka xwe ava nebe, wê bi lez û bez bikeve bin bandorên çanda modernîteya kapîtalîst û ew jî dê civakê hilweşîne. Eger mirov bala xwe bide hawirdorên xwe, dikare bi çavan jî mînakên xerabûnê bibîne. Wê caxê pewîstiya perwerdeyê dibe erkekî rojane û dîrokî. Ew çanda ku bi sed û hezarên salan li ser êş hatine kişandin, êrîş çêbûne û bi heman awayî ji bo wê parastin û berxwedan pêş ketine, divê were parastin, xwedî lê were derketin û were pêşxistin. Bi taybet ew erka her mirovekî Êzîdxanê ye. Parastina nirxan jî wisa çêdibe. Bi parastin û pêşxistina nirxan, wê siberoja zarokên Êzîdxanê mîsoger bibe.

Hol goga gilover a ji darê çêdibe ye. Bi piranî ji darberûyê çêdibe. Ji ber ku ji dara berûyê çêdibe qayîm e. Mezinahiya wê gogê, bi qasî ku di nava destê mirovî de tê girtin e. Weke goga lîstoka golfê ye. Weke din ji darî çiqileke zirav şivekê çêdikin


KOVAR DICLE

SAL 5

2021/11/30

HEJMAR 25

22

GOTAR

Diclepress13@gmail.com

PARASTINA CEWHERÎ

PARASTINA CEWHERÎ ÇALAKIYA KES BIXWE YE

ZERDEŞT ŞENGALÎ

Têkoşîna mirov a li jiyîn û berde-

wamkirina jiyana xwe du bûyerên wisan in ku ji hev venaqetin û hevdu dimercînin. Weke hebûn mirov çiqas ji xwezayê re xerîb bibe jî girêdanên xwe yên bi

xwezayê re nikare tu carî biqetîne. Ji ber ku mirov berhemeke xwezayê ye û mîna her hebûnî dawiyê de digihê xwezayê û bi wê re dibe yek. Wekî her madeyê di xwezayê de, mirov jî mîna encameke derfetên jiyanê yên ku xweza ji bo mirov çêdike heye. Ger mirovahî zêde dibe û bêyî ku bandoreke çêkirî ya ji hundir û derve ve hebe jiyana xwe demeke dirêj bikaribe berdewam bike, ev, ji ber guncawî û besbûna mercên xwezayê ye.

Mirov, bi qasî bi xwezayê têdigihê û derdixe zanebûnê, dikare ji derfetên jiyanê yên ku xweza dide zêdetir feyde bigire û demeke dirêjtir bijî. Ji ber ku xweza, tevî hemû tevliheviya xwe, bi behre û qabiliyeta fikirandinê ya ku pêşkêşî(dide) mirov dike bingeha bipêşxistina jiyanê û dahûrandina qanûnên xwezayî pêşkêş dike. Xweza, weke hebûnekî/ê her ku ji bo mirov bijî derfet pêşkêş dike mafê jiyankirina mirov heye.


Diclepress13@gmail.com

Mafê jiyanê, mafê mirov ê herî bingehîn û pîroz e. Felsefeya parastina rewa jî li ser mafê jiyanê yê pîroz ê mirov şekil(teşe) digire. Ji ber vê yekê, têkoşîna ku wê li hember her cure êrîş û gefxwarinên(tehdîtên) bi armanca jiholêrakirin û astengirina jiyana mirov bê dayîn jî têkoşîneke pîroz e. Bûyer û diyaroka parastina rewa, veguhere şerekî parastina cewherî yê bi amûrên leşkerî tê dayîn, xwe dispêre merca ji bo

GOTAR

23

jiyanê tu vebijark(hilbijêrk-alternatîf) nemaye. Di encamê de; şerê parastina cewherî ne weke vebijark, mîna pêwîstiyekê derdikeve holê. Ger hema çi kes û civak, ji bo jiyana xwe berdewam bikin, ji bo bibin xwedî amûrên zor û şîdetê(tundiyê), vana bikar bînin û bigihên hêzeke leşkerî zor li ser wan hatibe kirin, ev, weke pêwîstiyek encama hebûna êrîşeke ku mafê jiyanê yê pîroz ê

HEJMAR 25

2021/11/30

SAL 5

KOVAR DICLE

mirov tehdît dike ye. Ger em jiyana mirov, li gel jiyaneke biyolojîk, bi awayê jiyana ku xwe ji aliyên civakî, çandî, siyasî, fikrî û hestiyarî yên mirov dikin mirov xwe pêk tîne û îfade dike bi kurtasî pênase bikin; ji bo mirovê ku xwe îfadekirina wî/ê hatiye astengkirin, mercên şerê parastina rewa çêbûne. Ji ber vê yekê, bi armanca xwe bi awayekî herî bi bandor û bi hêz biparêze xwe bi amûrên leşkerî bipêçe(bixemilîne), rêxistinbûnên


KOVAR DICLE

SAL 5

2021/11/30

HEJMAR 25

leşkerî çêke, ji bo êrîşa pê re rû bi rû maye bêbandor bike taktîk û rêbazên cur be cur bi kar bîne, ev weke mafekî rewa derdikeve holê. Ev şer, sînorkirin û jiholêrakirina xetereyên ku jiyana mirov û jiyaneke mirovane tehdît dikin bi sînor dibe an jî ji holê radibe. Weke di qanûna tek û bertek a di xwezayê de, ger ji diyarokên ku hevdu dimercînin diyaroka ku bandor dike biguhere û veguhere, diyaroka ku bertek(refleks) nîşan dide jî wê biguhere û veguhere. Ev guherîn, bi çendayitî û wesfayetiya bandora ku diguhere û vediguhere re paralel(rastênhev) bi pêş dikeve. Ev paraleltî, li gor merca hêzên defdan û kişandinê yên di xwezayê de bi hevseng hene, ango bi hêzeke ku wê hem girêdana tam, hem jî serxwebûna tam(serberadaytî) hevseng bike, hevdu li beramber hev notralîze(bêalî) bike re bê bidestxistin(pêkanîn). Mirov, bi qabîliyeta xwe ya fikirandinê, ji ber ku xwedî hêza bikaranîn an jî sekinandina potansiyela heyî ye, mecbûr e dînamîkên xwe li gor rêgezên diyalektîkî derbasî tevgerê bike. Di vî warî de, di diyalektîka civakî de jî îzaha bertekekê, dikare bi bandoreke pêre rû bi rû hatiye mayîn bê kirin. Piştî bandorên ji holê rabûne, çawa ku wate û ravekirina zanistî ya bertekên naqedin tune ne, ev tê wê maneyê ku ev ji armanca xwe derbas bûne. Diyarokên tek û bertekê ji ber ku du diyarokên hevdu dimercînin in, ger ji bo şerê parastina rewa bide sedemên(mercên ku bandor dikin) civakekê tune bin bikaranîna amûrên zor û şîdetê bertekeke

24

GOTAR

Diclepress13@gmail.com

wateya wê ya mirovî tune ye û dijxwezayî û mirovahî ye. Ango terorîzm e. Şerekî ku gihîştibe armanca xwe, xetere û tehdîta heyî bêbandor kiribe ger nesekinîbe û berdewam bike, ji armanca xwe bihuriye û ji rewabûnê derketiye. Di şert û mercên serdema me de şerê parastina cewherî xwedî pênc merheleyên bingehîn e ku ev ji rêgezên diyalektîkî serbixwe nikare bê destgirtin: Di şert û mercên ku ji bo mafê jiyanê yê bingehîn ê civakê, bi xebatên siyasî, çandî, civakî, aborî, hiqûqî û leşkerî xespkirin û ji holê rakirinê de; ji bo navendên êrîşa bi tevahî bêbandor bike xebatên civakî, siyasî, çandî, aborî, hiqûqî û leşkerî kirin; Di merceke ku amûrên zor û şîdetê, bi rêya hêzên leşkerî yên birêxistinkirî, bi rêya rêbaz û taktîkên cur be cur, bi armanca tunekirinê bên bikaranîn de; amûrên parastina cewherî, bi rêya hêza parastina rewa ya leşkerî bikaranîn, hêza leşkerî ya bi armanca tunekirinê bêbandor kirin, tunekirin, ji bo vê serî li rêbaz û taktîkên cur be cur dayîn û parastina çalak kirin; Di merceke ku posîzyona êrîşê hatiye şikandin, armanca tunekirinê nîn e û veguheriye rewşeke armanca parastinê de; ji bo maf û mafên jiyanê yên bingehîn ên civakê bên bidestxistin, hêza parastina leşkerî, heta merceke ku wê xeteriyên nû bi pêş nekevin di rewşeke parastina pasîf de girtin, bi sûdwergirtina ji hemû qadên jiyanê, mercên siyaseta demokratîk avakirin, Di mercên ku pêwîstiyên civakê yên siyasî, civakî, çand, aborî û hiqûqî li ser bingehên exlaqî bi

Dema rêxistinbûna parastina cewherî bê pêşxistin armanc tenê hin deran xerakirin an jî kuştin an lêdana hin kesan nîn e. Yek ji rolên wan ên herî girîng jî jiholêrakirina astengiyên li ber pêvajoya avakirina demokratîk e sazî dibe û ji aliyê hemû hêzên civakî ve digire bin ewlehiyê de dawî li reşwa şerê çekdarî ya parastina rewa anîn. Ev bûyer bi berxwedan û berteka madeya di nav ahenga bandorkirina beramber hev ku dixwaze hebûna xwe berdewam bike re heman weke hev e. Di diyalektîka civakî de şerê parastina cewherî wê di kîjan şîdet û hêzê de bi pêş bikeve, di kîjan kûrahî û berfirehiyê de wê birêxistin bibe, li gor qanûna defdan û kişandinê tê eyarkirin. Çawa ku kes di nav civakê de ye, civak jî di nav qanûnên xwezayê û qanûnên xwezayê de ye. Li ser civakekê êrîş û şîdeta herî mezin(bandor); wê ji cewhera wê ya madî û manewî, ji nirxên wê yên civakî dûrxistin e.


Diclepress13@gmail.com

Dewlet, her wekî tê parselkirin. Gelek çete û mafyayên seriyekî wan bi navendên dewletparêz ve girêdayî derdikevin holê. Li ser gel tam terorek tê meşandin. Sûc bi rêjeyeke mezin zêde dibin Vê bandorê, em dikarin bi hêzeke kişandinê ya bi bişaftin, helandin û tunekirina civakê re di heman wateyê de bigirin dest, li hember vê bandorê berteka ku wê civak nîşan bide bi hêzeke hevsenger ku wê hêza defdanê derxe holê rave bike û bê bandor bikin. Di bûyera defdan û kişandinê yan jî bandor û bertekê ya bi çendanî(nîcel) û wesfanî(nîtel) hevdu parseng, hevkêşî nekin de, çawa ku xebitîna xwezayî ya made xera dibe, ji şîdet û sînordarkirinan, ji tunebûnan, ji cewherê xwe qutbûn û ji dagirkeriyê xelasî ne mimkun e. Bêyî ku şert li ber çav bên girtin her cure rêxistinbûn, rê û rêbaz, amûr û taktîkên bên bikaranîn, polîtîkayên ku wê bên pêşxistin, ji şerê parastina rewa re

GOTAR

25

xizmetê nakin. Di civakên roja me de desthilatdar, bi eciqandina mafên jiyanê yê pîroz ê civakên din, bi êrîşkirina ser wan, bi sedemên çêkirî yên curbecur tenê bi rewa dîtina jiyana xwe jiyankirinê, ji xwe re kirine weke felsefe, îdeolojî û siyasetê. Li çar aliyên dinyayê, di bi dehan şerên ku bi bikaranîna rê û rêbazên herî li derveyî mirovahiyê berdewam dikin de jî ev rewş tê fêmkirin. Felsefe, îdeolojî, siyaset û ola wê çi dibe ew dizane, şerekî ji bo jiyankirin û bicîanîna pêwîstiyên hebûnê yên herî bingehîn, ji bo sûdwergirtina derfetên pêşketî yên serdemê bê kirin rewa ye. Ji bo rastiyeke weke civaka kurd ku ji cewhera xwe hatiye qutkirin, dagirkirin, nirxên wî yên herî mirovahî hatine perçiqandin, dema ku xwestine di qetlîam û tunekirinên bi tevahî re derbas kirine, şer, weke pêwîstiyeke jiyanê ya bingehîn erka qanûneke xwezayî girtiye ser xwe. Ji bo civaka kurd a ku di merhaleyên cur be cur ên şerê parastina rewa re derbas bûye, merhaleyên ku hê jî divê bên temamkirin, bi nirxandina objektîf a mercan ve girêdayî ye. Birastî jî navendên hêzê yên dinyayê, hêzên Rojhilata Navîn û neteweyên serdest, bi awayekî ji rêgezên diyalektîkî qut, teng û seransere destgirtinê re ketina rewşeke netêr, kêm, bi madî û manewî ji tunebûnê re derfet pêşkêşkirin e. Têkoşîneke çiqas dirêj berdewam bike jî, heta armanceke dawî ya ku wê aştiya navbera mirovan bê bidestxistin, di merhaleyên cur be cur ên vî şerî de cîgirtin(kozik girtin), ewlehiya vê armanca dawî ye. Felsefeya Apocî, bi çendanî û

HEJMAR 25

2021/11/30

SAL 5

KOVAR DICLE

wesfanî, di mercên hêzê yên bêhevseng û newekhev ê nav civakan de, mirov, fikir û hêza razberkirinê(soyut), bawerî, hêvî û îradeya wê weke dînamîkeke kontrolê ya bingehîn tespît dike; polîtîka, taktîk, rêbaz, şêwaz û tempoya mirov digire navendê û birêxistin dike û derbasî jiyanê dike; viya weke çavkaniya enerjiyeke potansiyel, şert û mercên newekhev û bêhevseng bi nêzikatiyeke diyalektîk vediguherîne hêza berevajî, bingeha pratîkkirina viya li Kurdistan û dinyayê afirandiye. Têkiliya Parastina Rewa û Parastina Cewherî Mafê herî bingehîn ê ku demokrasî pêşkêşî civakê dike; mafê parastina rewa ye. Parastina rewa encax di mercên dagirkeriyê de watedar dibe. Şerê parastina rewa yê li hember sîstemeke biyanî ku hebûn û azadiya gelekî digire bin pêkutiyê(çewisandinê) rêya herî bingehîn a sazkirina demokrasiyê ye. Li şûna têkoşîneke rizgariya neteweyî ya ku dewletê dike armanc, şerê parastina rewa ya bi armanca demokrasiyê, ji bo rastiya rojane jî hîn zêdetir guncaw. Çawa ku şerê parastina rewa ji bo gel û civakan di demên ku pêkutî û şîdet heye de dikeve rojevê, parastina cewherî sekneke bingehîn a ji bo her demê derbasdar e. Parastina cewherî; çandeke wisan e ku gel bi jixwe re biyanîbûne winda kirine. Di civakan de çanda parastina cewherî pêşxistin, di asta herî bingehîn de pirsgirêkeke azadî û hebûnî ya civakekê ye. Gel û civakên ku dixwazin bigihên sîstemeke demokratîk, destpêkê


KOVAR DICLE

SAL 5

2021/11/30

HEJMAR 25

26

GOTAR

Diclepress13@gmail.com

bi pêşxistina çanda parastina cewherî, divê bikaribin cewhera hebûn û azadiya xwe fêm bikin. Bikaribin hêza parastin û xweykirina wê nîşan bidin. Di vî warî de paraÇawa ku şerê stina cewherî, di bingeh de karê hişmendî, rêxistinbûn û çalakiyê parastina rewa ji ye. Hişmendiya xwebûnê, hişmendiya parastina xwe bi xwe. bo gel û civakan di Eviya bi hişmendiya bi kîjan amûr, demên ku bi kîjan rê û rêbazan pêşxistin? Ev hemû pêşketinên bi zanebûn bi pêkutî û şîdet heye xwe re rêxistinbûnekê pêwîst de dikeve rojevê, dike. Weke kes, di nav hişmendî û çalakvaniyeke parastina cewherî parastina cewherî de bûyîn, weke xwedîbûna nasnameyeke civakî ne bes e. Di vê wat- sekneke bingehîn eyê de rêxistinbûn, hêza herî a ji bo her demê bingehîn a gelekî ye. Li hember neheqiyeke li keseke/î din hatiye derbasdar e kirin wekî ku li me hatibe kirin bertek dayîn û helwest nîşandan, bi şikandina dinyaya egoîst a ku kes tê de hatiye asêkirin de bi pêş dikeve. Rêxistinîbûn, civak û keseke/î ku xwedî tu tiştekî nîn in, ji bo azadiya gel di têkoşîna xwe de hêza herî bingehîn e ku xwe

bispêrê. Tu hêzek bi qasî hişmendiyeke hatiye rêxistinîkirin ku sîstemên serdest bitirsîne û hilweşîne tune ye. Li ser vê bingehê rêxistinbûneke ku derbasî çalakiyê bûye jî, di têkoşîna li hember neheqiyan de, bi bêdengî sekinandin an jî tenê wî qîrkirin nîn e, ji bo jiholêrakirina vê neheqiyê gaveke ku wê bê avêtin û kevirekî bê avêtin be. Çalakîbûnên parastina cewherî divê pir teng neyên destgirtin. Li hember hêzên çewisîner û dagirker bi qasî ku wê di rengekî leşkerî de be, li hember kes an jî saziyên ku berjewendî û îradeya gel temsîl nakin, gendeliyê dikin, di qada siyasî de têkoşînê digire nava xwe. Dîsa li hember nêzikahiyên ku ji exlaq û nirxên gel re berevajî ne, fihûş û sektorên weke vê, di qada civakî de têkoşînekê, dîsa em ji têkoşîneke di qada hiqûqî de bigirin heta qada çandî hemû qadên civakî digire nav xwe. Parastina cewherî çalakiya kes


Diclepress13@gmail.com

bixwe ye. Kes, civak an jî gel parastina xwe bixwe kirin, vî karî dewrî kesên din nekirin e. Parastina cewherî, bi civakî, yek ji amûrên herî bingehîn ê gihîştina sîstem û zîhniyeteke demokratîk e. Divê weke rêxistineke civaka sivîl neyê fêmkirin. Di vê qonaxa ku têkoşîn gihayê de, her çiqas stratejiyeke ji aliyê çareseriyeke aştiyane û demokratîk ve esas bê girtin jî, li hember nêzikatiya hêzên serdest ku dixwazin pirsgirêkê bi tunekirin, înkarî û şîdetê ji holê rakin, parastineke cewherî ya çekdarî ya xwedî dîsîplîneke leşkerî, wê bibe nîşaneya daxwazî û baweriya gel a ji azadî û demokrasiyê re. Li ser vî esasî, parastia cewherî bi gelek aliyên xwe, xwe bispêre exlaq û wîcdana gel(giştî-kamu), bi gelek aliyên xwe jî pêwîst bi rêxistinbûneke xweser heye. Bi qasî di pêvajoyên şer de, di pêvajoyên aştiyê de jî bi armanca parastina nirxên cewyerî yên gel hebûna xwe berdewam dike. Rêber Apo, vê rastiyê di parêznameya xwe ya ‘Parastina Gelekî’ de wiha tîne ziman, di dema nû de têkoşîneke xwe spartiye îrade û hêza cehwerî ya gel bingeha demokrasiyê ye. “Li derveyî rewşên neasayî(derasayî) di mercên normal de pirsgirêka parastina cewherî ya gel jî nikare piştguh bê kirin. Di şert û mercên qeyranê(krîz) de li derveyî ewlehiya giştî, ewlehiya cewherî hîn zêdetir girîng e. Pîvanên ewlehiyê yên klasîk ên dewletê, bi gelek aliyên xwe ve nikare pêwîstiya ewlehiya gel bi cî bîne. Desthilatdariya dewletê ku bikeve destê hêzên olîgarşîk û dîktaparêz, ewlehiya hiqûqî ya bi sînor jî ji holê radike. Dewlet, her

GOTAR

27

wekî tê parselkirin. Gelek çete û mafyayên seriyekî wan bi navendên dewletparêz ve girêdayî derdikevin holê. Li ser gel tam terorek tê meşandin. Sûc bi rêjeyeke mezin zêde dibin. Li şûna rêyên hiqûqî yên maf gerînê hêzên taşeron tên girtin. Hiqûq her wekî dibe meta. Hêzên ewlehiyê yên dewletê bixwe dibin pirsgirêka ewlehiyê. Di gelek welatên di qonaxên qeyranê de, di roja me de, li hember pirsgirêkên ewlehiyê yên wiha, parastina cewherî dibe pêwîstiyeke jênerevîn. Divê hêzên parastina cewherî bên sazkirin.” Di qonaxa ku têkoşîna me gihayê de, di demokratîk-kirina civak û siyasetê de, ji demokrasiyê re hestiyarkirina dewletê, li gel têkoşîna gerîla, pêşxistina hêza parastina cewherî ya civakê, li gor pêwîstiyên rojane wê hîn rastîparêz(rast-tir) be. Mîrasa têkoşîna me ya sî salî, di gelê me û bi giştî di civakê de rêxistinbûn û hişmendiyeke diyar bi pêş xistiye. Gelê me fêm kiriye ku azadiya xwe ji keseke/î din hêvî neke, ji bo vê dibê têkoşîn bide, di qadên aborî, siyasî, çandî û her qadê de divê xwe birêxistin bike. Azadiya civakî, bi rêxistinbûn tevgerkirina her kesî tê bidestxistin. Weke mînak, mirov dikare têkoşîna ku gelê Filîstînê daye, weke berxwedana parastina ceweherî bigire dest. An jî li Iraqê rejîma Sedam her çiqas ji aliyê DYE’ê ve di rojekê de hatibe hilweşandin jî, heta îro jî têkoşîna berxwedanvanan li hember hêzên emperyalîst û mudaxeleker berdewam dike. Bi çalakiyên parastina cewherî yên ji aliyên berxwedanvanên gel ve tên

HEJMAR 25

2021/11/30

SAL 5

KOVAR DICLE

Li derveyî rewşên neasayî(derasayî) di mercên normal de pirsgirêka parastina cewherî ya gel jî nikare piştguh bê kirin. Di şert û mercên qeyranê(krîz) de li derveyî ewlehiya giştî, ewlehiya cewherî hîn zêdetir girîng e meşandin, DYE û hêzên hevgirtî yên ku di mudaxeleyê de hema bibêje qet windahî nedane bi hezaran windahî û zirareke mezin a aborî hatiye dayîn. Ji aliyê rastiya têkoşîna me bixwe ve jî, sedema herî bingehîn ku dijmin heta îro encam negirtiye, têkoşîna me xwe spartiye cewhera berxwedêr a gel. Bipêşxistina hêza parastina cewherî, gel ne tenê dike weke piştek, spartek, wan dike birêvebirê û rasterast beşdarê têkoşînê bixwe. Di vê wateyê de ne tenê xwe dispêre şêwaza têkoşîna gerîla, xwe dispêre bi çalakvaniyên gel danîna holê ya berxwedêriyê. Çawa ku têkoşînê tenê bi çiya û


KOVAR DICLE

SAL 5

2021/11/30

HEJMAR 25

gerîla ve bisînor hiştin wê ne rast be, li qadên weke bajêr, metropol û hwd. de girîngiya jiyanî ya tevkeriya ku wê rêxistinbûnên li ser esasên parastina cewherî bên kirin bide çareseriya demokratîk divê bê dîtin. Bi li ber çav girtina rastiya dewleta olîgarşîk a Tirkiyeyê, li ser bingehê parastina rewa, bi şêwazeke li gor rastiya bajêr, divêtiya rêxistinbûniyeke wiha bi aşkereyî tê dîtin. Divê bê zanîn ku ev jî parastina cewherî ya gelê kurd e. Rêxistinbûniya parastina cewherî ya bi gel re hatiye pêşxistin di demên derbasbûyî de her çiqas hatibe meşandin û beşdariya gel pêk hatibe jî, ji bo ev bigihê rêxistinbûneke zêdetir û bi berdewamî be, divê li gor rêzikên xebatên bajêr bê meşandin. Di serî de di nav hêzên me yên gerîla de ji bo kadro bigihê vê astê, bikeve ferqa girîngiya jiyanî ya xebatê, divêtiya vê û pêwîstiya bi kadroyên pêşeng ên ku wê viya pêk bînin bê zanîn. Parastina cewherî, xebateke hêza milîsî an jî eniyê nîn e. Weke yek jî piyên(lingên) herî bingehîn ên têkoşîna parastina rewa, çalakvaniya hêza cewherî ya gel e. Ev, ji çalakvaniyên bêîteatiya sivîl bigire heta serhildanan, ji çalakvaniyên herî hêsan heta yên herî tevlihev diçe çalakvaniyên leşkerî digire nav xwe. Ji çalakiya agirpêxistinê, molotofkirin, sabotaj û heta çalakiyên çekdarî di qadeke berfireh de çalakiyên gel in. Xwe dispêre hêza xwecihî û sivîl. Parastina cewherî xebateke kadro nîn e. Xwedî avabûneke gelek nerm, pir-reng, bikaribe her beşî di nav xwe de bigire ye. Ji ber ku mafê parastina xwe bi xwe ne

28

GOTAR

Diclepress13@gmail.com

Ji bo rastiyeke weke civaka kurd ku ji cewhera xwe hatiye qutkirin, dagirkirin, nirxên wî yên herî mirovahî hatine perçiqandin, dema ku xwestine di qetlîam û tunekirinên bi tevahî re derbas kirine, şer, weke pêwîstiyeke jiyanê ya bingehîn erka qanûneke xwezayî girtiye ser xwe tenê aydî hinekan a her kesî ye. Qadeke wisan e ku rola pêşengiyê ya jin û ciwanan e lê hemû beşên civakî jê berpirsiyar in. Dema rêxistinbûna parastina cewherî bê pêşxistin armanc tenê hin deran xerakirin an jî kuştin an lêdana hin kesan nîn e. Yek ji rolên wan ên herî girîng jî jiholêrakirina astengiyên li ber pêvajoya avakirina demokratîk e. Ji bo jiholêrakirina jirêderketina civakî ya ji ber polîtîkayên şaş û niheq ên ku dewlet dimeşîne û pêvajoya şerê ku bi salan e berdewam dike, beriya her tiştî bi şêwazekî bi zanebûn sazî û amûrên ku jirêderketina ci-

vakî bi pêş dixe hedefgirtin girîng e. Çetekarî, sîxurkirin, sektora fihûşê, bazirganiya mirovan, bazirganiya tiştên tevizîner, tiryak û hwd. ên heta roja me berdewam kirine û sazî û dezgehên rê li ber jirêderxistina nirxên manewî vekirine hedef digire. Armanca wê ya bingehîn wê bibe pêşîlêgirtina texrîbatên nirxên manewî yên ku di encama van pêkanînên dewletê de birîndar bûne. bi sedsala nû re dinyaya me ketiye fetlonekeke nû. Bi taybetî piştî her du şerên cîhanê mirovahî hîn bi zanebûn bi daxwaz e, li dû maf û azadiyên xwe yên bingehîn e. Di vê mijarê de standardeke gerdûnî ya biçûk neyê dîtin jî derketiye holê. Tevî hemû kêmasiyên xwe jî, mafên mirovan û azadî û mafên binghîn têgînên di rewacê(balê dikşînin) de ne. Ev serdema ku desthilatdariya klasîk bi tevahî hilweşiyaye, bi şertê ku civak baş bê rêxistinkirin, demeke wisan e ku wê ji serdestan mafên xwe yên bingehîn bi stratejiya parastina rewa û parastina cewherî bigire ye. Şert û merc ji bo vê guncaw in. Sparteka bingehîn a rêxistinbûna parastina cewherî, parastina rewa ye. Di roja me de li Rojhilata Navîn, rastiya rejîmên heyî yên despotîk û olîgarşîk rêxistinbûneke bi vî rengî ji pêwîstiyê wêdetir aniye rewşeke mecbûriyetê. Parastina nirxên mirovahiyê yên gerdûnî û ev ji bo gelê me jî bê bidestxistin, tenê û tenê ev bi sekna parastina cewherî wê bi dest bikeve.

..........


Diclepress13@gmail.com

CIVAK

29

HEJMAR 25

2021/11/30

SAL 5

KOVAR DICLE

JI BO KUTÎ XIDIR ŞENGAL JI HERDERÊ XWEŞTIRE

Çîroka Kutî, mînakeke baş a bersivdayîna fermanê, çîrokeke geş a vegera Şengalê ye jî

A: HEVAL ÊZIDÎ

Kutî Xidir ê ji Xanesorê ruxmê ku

bi destekî têkoşîna jiyanê dide bi sedan pez, kevok û mirîşk xwedî dike û li şaredariyê jî xizmeta gel dike. Kutî hincetên li ber vegera gel qebûl nake û dibêje: “Ez niha bi destekî me lê bi dehan kes hene ji min baştir dikarin xwe bidin jiyankirin lê ew venagerin.” Li Şengalê bi hezaran mirov hene û bi şêwazên cûda dijîn. Lê dema navê Şengalê tê ser ziman, beriya her tiştî qetilkirin, talan û ferman tê bîra herkesî. Gelên Şengalê çawa dijîn û ziraviyên jiyana li

Şengalê çawa ne, ev rastî pir kêm tê zanîn. Êş, derd û kulên fermanan wekî perdeyek li ser jiyana civakî ya Êzidiyan digire û ev dibe sedem raya giştî jî ragihandin jî, rastiya jiyana Êzidiyan ji bîr bikin an jî baş nebînin. Ji bo em yek ji mînakên xweş a jiyana li Şengalê bidin xuyakirin, em bûn mêvanê welatiyê bi navê Kutî Xidir ê ji bajarokê Xanesorê. Jiyana bi yek destî ji Kutî re nebûye asteng Kutî ji dayikbûnê ve nikare milekî xwe bi kar bîne û tenê bi destekî dikare karê xwe bimeşîne. Lê ev astengî rê li ber jiyana wî negirtiye û wî her tim hewl daye jiyaneke bi coş, bi wate û bi ked bijî. Ew li ser axa pîroz a bav û kalan, bêyî

ku destê xwe ji tu kesekî re veke, debara jiyana xwe û malbata xwe dike. Wî 45 salên bi ked û têkoşîn li pey xwe hiştine lê bi coş û kelecana xwe ya jiyanê hê jî wekî ciwanekî tevdigere. Xwe li hemberî xweza, civak û malbatê berpirsiyar dibîne Kutî, xwe tenê bi karekî re jî sînordar nekiriye. Ango ked û hewldanên wî ne tenê ji bo debara malê ye. Ew di heman demê de li pey jiyaneke xwezayî ye û ji bo vê jî bi sedan pez, kevok û mirîşkan jî xwedî dike. Kutî di heman demê de xwedî 5 zarokan e û wekî hevalekî bi wan re dide û distîne. Loma di gelek kar û barên rojane de jî, zarokên wî alîkariya wî dikin. Taybetmendiyên wî yên civakî ne


KOVAR DICLE

SAL 5

2021/11/30

HEJMAR 25

tenê di têkiliyên malbatî de, an jî di têkiliyên wî yên bi xwezayê re xwe nîşan didin. Wî berpirsyariyekî karê civakî jî girtiye ser milên xwe û li Şaredariya Xanesorê kar dike. Kutî berpirsê jeneratora taxekî Xanesorê ye ku her roj ceyranê dide malên bi dehan malbatan. Vegera Şengalê û avakirina jiyaneke nû Çîroka Kutî, mînakeke baş a bersivdayîna fermanê, çîrokeke geş a vegera Şengalê ye jî. Piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an piştî demekî

30

CIVAK

Diclepress13@gmail.com

kurt a koçberiyê, biryar dide vedigere Şengalê. Dema vedigere Şengalê, bi îradeya xwe û bêyî ku pişta xwe bi tu kesî ve girêbide, destpêkê dest bi xwedîkirina pez dike. Piştî demekî bi vegera gel a ji Şengalê re, ji aliyê Şaredariya Gel a Xanesorê ve jeneratorekî ceyranê teslîmî wî tê kirin, bi şev û roj nêzî 10 saetan nobetê digire. Bi keda xwe malên derdora xwe ronî dike.

ji Şengalê jê re bûye kulekî mezin ji bo wî. Loma bang li Êzidiyan dike ku vegerin ser malên xwe û ji bo rê li fermanên nû bigirin yekîtiya xwe xurt bikin. Kutî dibêje: “Piştî fermanê em vegeriyan ser malên xwe li Xanesorê. Ev der ji me re ji her derê xweştir e. Em bi vê jiyanê razî ne û em xwe bi xwe birêve dibin. Tu pirsgirêk ji bo me nîne, em bi ewlehî tên û diçin. Gelek kes hene li Başûrê Kurdistanê ne û naxwa‘Şengal ji her derê xweştir e’ zin wek me bijîn. Ew ji vê jiyana ku Ruxmê ku barê li ser milê wî giran em tê de ne hez nakin lê ji bo min e jî, belavbûna Êzdiyan û dûrketina Şengal ji her derê xweştir e.”


Diclepress13@gmail.com

CIVAK

31

HEJMAR 25

2021/11/30

SAL 5

KOVAR DICLE

dike. ‘Serkeftin ne bi pere ye’ Tecrubeya jiyanê, zanînekî xwezayî jî bi Kutî daye qezenc kirin û ku li ser wateya jiyanê van gotinan dibêje: “Serkeftin ne bi pere ye. Bila em bi aramî bijîn, destê xwe dirêjî kesî nekin. Ji me re baştir e ku em bê minet bijîn, dema em mirin bila xelk bêje ‘Rehma xwedê lê be’, ev gotin ji bo me bes e. Em niha diaxivin, gelek kes hene ku axaftina me ne bi dilê wan e lê heya niha di Xanesorê de min tu kes nedîtiye ku jiyan bi wî ne xweş be û nikaribe xwe bide jiyankirin. Lê beşek ji gel heye her çavê wan birçî ye. Beriya fermanê rê û cih ji xelkê re nebû gelo wê demê xwe bi çi didan jiyankirin?”

‘Li Ewropayê dijîn, cenazeyê wan tînin Şengalê!’ Kutî gotinê tîne ser Êzidiyên ku koçî Ewropa kirine û wiha rexne li wan jî dike: “Em dibînin gelek kes li Ewropa dimirîn lê cenazeyê wan tînin Şengalê, madem em dizanin ku Şengal cihê me ye eger bi saxî em ne li Şengalê bin, wê bi mirîtî me bînin Şengalê. Hema bila em li ser axa xwe bin. Eger min xwestiba ezê biçûma derveyî welat. Wê demê tenê dû zarokên min hebûn, her kesî digot biçe derveyî welat lê

min Xanesor hilbijart. Ji ber dizanim eger ez bimirim jî her cihê min evder e. Bila li vir bimirim û min li ber mizargeha Şêbilqasim veşêrin, ne li Ewropa.” Di salên dawî de berf û baran kêm dikeve Şengalê û herêma derdor. Ji ber hişkesaliyê bandor li ser Kutî jî bûye. Bi taybet dema baran kêm bibare xwedîkirina pez jî zehmet dibe. Loma Kutî jî hejmara pezên xwe kêm kiriye lê dîsa ew pez, mirîşk û kevokan xwedî dike. Her wiha ji bo karibe xwe bide jiyankirin nobedariya jeneratora taxê jî

‘Ez bi destekî me û li Şengalê me’ Kutî hincetên li ber vegera gel, zimanê belengazî û rebeniyê jî rast nabîne û qebûl nake. Di vê mijarê de jî rexne û hişyariyan li civaka Êzidî dike û wiha diaxive: “Ez niha bi destekî me lê bi dehan kes hene ji min baştir û rehettir dikarin xwe bidin jiyankirin lê ew venagerin. Kesek hebû di nav konan de digot ‘10 hezar dolarên min şewitîne’, ê wê demê madem hewqas pereyên te hene çima venagerî Şengalê ji xwe re mal ava nakî û pê kar nakî?” Ked û têkoşîna Kutî, rêya rast a jiyanê jî radixe ber çavan. Her çiqas wî ji bo xwe jiyaneke azad û bi wate ava kiribe jî, belavbûna civaka Êzidî û dûrketina wan a ji Şengalê ji bîra wî naçe. Ji ber vê jî bang li hemû Êzidiyan dike ku vegerin Şengalê û tifaqa xwe xurt bikin.


KOVAR DICLE

SAL 5

2021/11/30

HEJMAR 25

32

CIVAK

Diclepress13@gmail.com

ÇIYAYÊ ŞENGALÊ ÇIYAYÊ XWEDAWENDAN E

PIŞTÎ 46 SALAN ÊZIDÎ VEDIGERIN GUNDÊN ÇIYAYÊ ŞENGALÊ

A: ÎBRAHÎM ÊZIDÎ

Di

1975’an de bi dehezaran Êzidî bi fermana Sedam Hisên ji gundên xwe yên li Çiyayê Şengalê hatin qutkirin û li deştê hatin bicihkirin. Şêx Dexîl ku piştî 46 salan vegeriyaye gundê xwe vê peyamê dide Êzidiyan: “Em ji çiyayê xwe piştrast in lê hewce ye hîn zêdetir xwedî li Çiyayê Şengalê derkevin.” Di nav pelên dîrokê de dema mirov berê xwe bide Çiyayê Şengalê ku cihê herî qedîm ê Êzidiyan e, li her gelî û newalên çiyê de rastî cih û warek tê. Êzidiyan him jiyana xwe ya xwezayî li wir derbas dikirin

him jî xwe ji êrîşên dijmin diparastin. Çiyayê ku di dîrokê de civaka kevnar li hembêza xwe girtiye, hiştiye ku Êzidî li ber xwe bidin û bi ser hemî êrîşan de serbikevin. Çawa bû rê li ber fermanên li ser Êzidiyan hate vekirin? Çima Êzidî dibin hedef? Êzidiyan di dîrokê de çawa xwe parastine? Ji bo peyîdakirina bersiva van pirsan em li nav gelî û newalên Çiyayê Şengalê geriyan. Me hewl da cih û warên berxwedanê, jiyana Êzidiyan a di nav pelên dîrokê de, cihên wan ên pîroz û gundên kevin ku tê de jiyan kirine bi we bidin naskirin.

rê de bûn em rastî siwarekî hatin ku hespê xwe ber bi Deşta Warê Xidirê ve dibezand. Me hewl da em nas bikin ku li Çiyayê Şengalê çi dike. Welatiyê bi navê Nemir Derwêş jî ji me re çîroka xwe got: “Mala min li Kersê ye, ji bo serdana rezê xwe bikim ez hatime vir û ezê biçim Deşta Warê Xidirê. Em li vê deştê debara jiyana xwe li ser çandina rezan dikin, beriya niha bav û kalên me jî ev kar dikir”. Nabe ku siwar zêde bisekine, piştî van gotinan Nemir Derwêş carekî din hespê xwe bezand û ber bi Deşta Warê Xidirê ve kete rê. Piştî me ev siwar nas kir me jî Siwarek li Geliyê Kersê ev deşt meraq kir û me berê xwe Me berê xwe da Geliyê Kersê ku da vê deştê. Li vir em car din ketin yek ji cihên herî bi av û dar e. Ango wê firqê ku çiya ji bo civakek wek cihê herî guncav a ji bo çandinî û Êzidiyan çiqas girîng e. xwedîkirina pez e. Dema em di


Diclepress13@gmail.com

Çiyayê Şengalê Çiyayê Xwedawendan e Dema mirov li deştekî wekî Warê Xidirê binêre helbesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê bîra mirov ku bi gotinên “Xwezî li Çiyayê Şengalê li ba Derwêşê Evdî bûma” destpê dike. Dema ev helbest were guhdarkirin, mirov car din dizane ku Çiyayê Şengalê çiqas girîng e. Li her gelî û newalên Çiyayê Şengalê qub û cihên xwedawendan hene. Cihê Êzidiyan ê ku lê textê xwe danîne û rehet razane jî her ev çiya ye. Loma mirov dikare bêje “Çiyayê Xwedawendan”. Fermana Sedam Hisên û qutbûna ji Çiyayê Şengalê Di nav deştê de em rastî Şêx Dexîl hatin û em bûn mêvanê mala

CIVAK

Niha jî gelek kes hene jiyana li vir ji bo wan zehmet e lê ji bo parastina xwe li vir in. Eger beriya fermanê herkes li vir ba dema fermanê ewqa zehmetî nedidîtin

33

HEJMAR 25

2021/11/30

SAL 5

KOVAR DICLE

wî. Şêx Dexîl di sala 1975’an de ji gundê xwe tê qutkirin lê piştî 46 salan car din vedigere gundê xwe yê çiyê. Di sala 1975’an de bi hinceta ku pêşmergeyên PDK’ê tê de ne, bi fermana Sedam Hisên civaka Êzidî ji Çiyayê Şengalê tê qutkirin. Di destpêka zivistina wê salê de, tevahiya gundên Êzidiyan ku hejmara wan 155 gund bûn, ji çiya tên derxistin û li deştê têne komkirin. Ji gundên ku li deştê hatin avakirin re jî gotin komalgeh. Ev qutbûn bû sedem ku civaka Êzidî li hemberî ferman û êrîşan bêparastin bimîne. Ji xwe herî zêde kuştin û talan jî piştî van salan destpê dike. ‘Em ji Çiyayê Şengalê piştrast in’ Dexîl ku bi xwe bûyerên sala


KOVAR DICLE

SAL 5

2021/11/30

HEJMAR 25

1975’ê jiyaye, destpêkê çend gotinên xweş û geş ji bo Çiyayê Şengalê ji me re dibêje: “Em ji Çiyayê xwe piştrast in ku wê serî ji tu kesî re netewîne û heya niha kesî nekariye vî çiyayî dagîr bike û ev çiya ji me re bira ye. Lê niha wek berê girîngî pê nayê dayîn, pêwîst e hîn zêdetir xwedî li Çiyayê Şengalê derkevin.” Şêx Dexîl ji bo îspata vê rastiyê berê me dide fermana 2014’an û wiha pê de diçe: “Niha jî gelek kes hene jiyana li vir ji bo wan zehmet e lê ji bo parastina xwe li vir in. Eger beriya fermanê herkes li vir ba dema fermanê ewqa zehmetî nedidîtin”. ‘Civînên Êzidiyan di bin dara Zivingê de pêk dihatin’

34

CIVAK

Diclepress13@gmail.com

Şêx Dexîl her ku di axaftina xwe de germ dibe berê xwe dide kûrahiya dîrokê û behsa wan rojên qedîm dike: “Di dîrokê de ev cihê em lê ne cihê biryaran bû ku jê re Ziving tê gotin. Wê demê Hemo Şero yek ji mezinên Êzdiyan bû ji eşîra Feqîra. Hemû civînên Êzidiyan li vir pêk dihatin û biryarên xwe li vir didan. Ji wê demê heya nihe Êzidiyan biryara berxwedanê dayîne û her digotin ji bilî berxwedanê tu tiştekî em bikin nîne”.

wiha berdewama vê bûyerê tîne: “Sala 1975’an em ji çiya derxistin û birin deştê. Deşt ne cihê me bû lê bi zorê em li hev komkirin û destê me ji çiya hate qutkirin. Tê bîra min me nekarî em serdana rezên xwe jî bikin. Lê nihe piştî fermanê carekî din em li ser warê xwe yê berê vegeriyane û li gundên xwe yên kevin jiyana xwe berdewam dikin”.

‘Dema Êzidî çûne deştê ketin bin destê alemê’ Feqîr Şewêş Sîno jî yek ji wan ke‘Piştî fermanê em vegeriyan san e ku piştî fermana 3’yê Tebaxa gundên xwe yên çiyê’ 2014’an vegeriyaye gundê xwe Şêx Dexîl gotinê tîne sala 1975’an yê kevin. Sîno dibêje sedema ku ku Êzidî bi fermana Sedam Hisên Êzidî ji çiya hatin qutkirin ji bo ji Çiyayê Şengalê hatin qutkirin û şikandina îradeya wan bû û wiha


Diclepress13@gmail.com

pê de diçe: “Em ji çiya derxistin, bi vê yekê karibûn di aliyê parastinê de me zeyîf bikin, di aliyê çandî de me ber bi helandinê ve bibin. Her wiha gelê me neçar ma debara jiyana xwe bi şêwazên cûda bikin. Bi qutkirina ji çiya, rê li ber ferman hate vekirin û dewletê û partiya Baas a Sedam Hisên bi vê yekê Êzidî kirin bin kontrola xwe. Dema Êzidî çûne deştê, êdî ew îradeya berê nema û ketin bin destê alemê. Li der dora me Ereb komkirin û vê jî xeterî li ser me çêkir. Heya nihe jî ev xeterî dewam dike.” Sîno di dawiya axaftina xwe de jî vê şîretê li hemû Êzidiyan dike “Pêwîst e Êzidî tu carî xwe ji çiya qut nekin. Em gundê Zivingê bikin

CIVAK

35

mînak, berê hejmarek kêm a Êzidiyan li vir hebûn lê xwedî îrade bûn û yekîtiyek wan a baş hebû. Bi wê yekîtiyê li ber hemû fermanan disekinîn”. Bi desteka Rêveberiya Xweser vegera li gundên kevin Piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, Rêveberiya Xweser a Şengalê hewl dide bi rêya şaredariyên gel rê ji bo gundên kevin çêbike, ji bo carekî din Êzidî vegerin çiyayê xwe. Heya nihe rê ji bo bi dehan gundan hatine çêkirin û kar û xebatên şaredariyan ji bo van gundan berdewam e. Piştî 46 salan bi desteka Rêveberiya Xweser a Şengalê Êzidî car din vedigerin gundên xwe yên kevin.

HEJMAR 25

2021/11/30

SAL 5

KOVAR DICLE

Sala 1975’an em ji çiya derxistin û birin deştê. Deşt ne cihê me bû lê bi zorê em li hev komkirin û destê me ji çiya hate qutkirin. Tê bîra min me nekarî em serdana rezên xwe jî bikin


KOVAR DICLE

SAL 5

2021/11/30

HEJMAR 25

36

RAPOR

Diclepress13@gmail.com

GEL DIBÊJE; GERÎLA JI BO GELÊN BINDEST ŞER DIKE

A: ADAR AVESTA

Gelê Êzidî, li hemberî êrîşen dewleta Tirk a dagirk-

er ya bi çekên kîmyewî li hemberî qadên gerîla bikartîne bi hêrsin û dibêjin ku ew li pişt gerîlayên xwe ne û destnîşan kirin ku “Gerîla ji bo gelên bindest şer dikin”. Gerîlayên azadiyê ew 3 mehin li herêmên parastina medyayê li beramberî êrîşên dewleta Tirk a bi çekên kîmyewî berxwe didin. Bêdengiya cîhanê li hember van êrîşen kîmyawî jî berdewam dike. Gelê Şengalê li hemberî êrîşen kîmyawî a li ser gerîlayên azadiyê bi hêrsin û xwedî li gerîlayên xwe derdikevin. Şengaliyên ku ji ajansa me re axivîn gotin ew li pişt gerîlayên xwe de ne. Şengalî dest nîşan dan ku êrîşa 2014’an a li ser Şengalê de bi hawara wan ve hatî tenê gerîla bûn û xwestin êrîşên li ser qadên gerîla bê sekinandin. ‘Gerîla li Şengalê jî xwîn rijand’ Şeniyê Şengalê Şaho Xwedêda bedelên ku gerîla li Şengalê dane ji bir nekiriye. Xwedêda wiha got; “Demên fermanê de ji bilî gerîla kesek dîtir nehate hawara me Êzidiyan. Di Şengalê de gerîla zor û zehmetiyan re ru bi ru man û xwîna xwe rijandin li ser vê axe”. Herwiha Xwedêda derbarê êrîşen dewleta Tirk a kîmyawî yen li ser gerîla jî bertekên xwe yên tûnd nîşan da û wiha axivî; “Dewleta Tirk a dagirker li çiyayê Başurê Kurdistanê bi çekên kîmyawî êrîşî gerîla dike. Di şerekî de çekên kîmyawî bikar anîn sucekî mirovahiyê ye. Bêdengiya dewletên navnetewî û huqukên mirovahiyê jî ne raste. Em vê yeke kabul nakin û şermezar dikin”.

gerîla tiştekî bê qanûn e. Êrîşen kîmyawî li ser kîjan dewletê were bikaranîn ev yek sucekî mezine. Em bêdengiya giştî dewletên heyî şermezar dikin. Gerila tişteki şaş nekiriye, ew ji bo gelên bindest şer dikin. Ji bo azadiya gelan şer dikin”. ‘Em li pişt gerîlane’ Yek ji şêniyen navenda Şengalê Xalid Xidir jî bal kişand ser girîngiya gerîla ji bo gele Êzidî û wiha got; “3’ye meha Tebaxa sala 2014’an darbeyek mezin li Êzidiyan xistin. Di wê êrîşê de ji bilî gerîla kesek dîtir bi hawara me ve nehat. Gerîla alikariya vî gelî kir û li beramberî êrîşên hov yên DAİŞ’ê sekinî. Ji ber vê yekê em weki gele Êzidî hertim li pişt gerîlane”.

‘Gerîla ji bo gelên bindest şer dike’ Şaho Xwedêda bang li gelê Êzidî kir ku li hember van ‘Ev erîş derveyî ehleqê ye’ êrîşan dewleta Tirk a dagirker bêdeng nemînin û ax- Xidir acizbuyina xwe ya li hember êrîşên kîmyawî aftina xwe wiha dawî lê anî; “Ev êrîşên kîmyawî li ser


Diclepress13@gmail.com

RAPOR

37

HEJMAR 25

2021/11/30

SAL 5

KOVAR DICLE

û heri dawî bi çekên kîmyawî êrîş li ser gerîla dike. Gerîla tişteki mezine”. Xidir axaftina xwe bi vî rengî bi dawî kir; “Em daxwaz li dewletên dîtir dikin ku li hemberî van êrîşên kîmyawî de bêdeng nemînin. Bila gelê Êzidî li hemberî van erîşan rabin ser xwe, vê tiştê ji xwere qebûl nekin”.

Dagirker her êrîşî Kurdan û Êzidiyan dike. Em dibêjin ku em xwişk û bira ne, em yekin. Em dewleta Tirk a dagirker ku êrîşên kîmyawi bi kartine şermezar dîkin

..........

yên li ser gerîla bi van gotinan anî ser ziman; “Em êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin û êrîşên kîmyawî qebul nakin. Beriya niha bi çekên kîmyawî êrîşî Helepçe jî kirîbun. Em ji vê yekê geleki aciz dibin. Di êrîşa kîmyawî de gelek mirov dimirin. Ev êrîşên ku beramberî gerîla ne di cihê xwe de ye, êrîşekî derveyî ehlaqe. Tu şêweyên êrîşê dijmin têr

nake Xalid Xidir bal kişand li ser hedefa hêzên dagirker û nerazîbuyîna xwe bi van gotinan ani ser ziman; “Dagirker her êrîşî Kurdan û Êzidiyan dike. Em dibêjin ku em xwişk û bira ne, em yekin. Em dewleta Tirk a dagirker ku êrîşên kîmyawi bi kartine şermezar dîkin. Bi balafiren şer le dide, ew têra wan nake, bi lêdana balafiran di çiyayan de agir derdixine. Ew jî têra wan nake

Di şerekî de çekên kîmyawî bikar anîn sucekî mirovahiyê ye. Bêdengiya dewletên navnetewî û huqukên mirovahiyê jî ne raste


KOVAR DICLE

SAL 5

2021/11/30

38

HEJMAR 25

DÎROK

Diclepress13@gmail.com

KELEHA XOŞABÊ

40 BIRCÊN XWE HENE

Melîk AYKOÇ

Keleh li gundê Xoşabê, li bakurro-

jhilatê wî çemî ye yê ku gundê Xoşabê kiriye du parçe. Keleh li ser zinarên kewke û baxirên ji çem pêncî, şêst metre bilind dibin, hatiye avakirin. Baxir û zinarên di zemînê wê de bi serê xwe weke kelehekê bi xof e. Kelaha navîn yan jî qedîm a li ser Baxirê gewr bilind bûye, di dema Xaldiyan/ Urartuyan de hatiye lêkirin. Lê keleha li hawîrdora keleha qedîm, pirr dû re lê hatiye zêdekirin. Ev keleh bi qasê 29 km li Rojhilatê Keleha Aspêşînê ye. Ji ber awayê lêkirina wê, mirov dikane bêje, pirr berê wê di serdema Key Men-

ua de hatiye lêkirin. Keleh li ser rêya diçe Urmiyê, Kotur û Muşaşîr hatiye lêkirin. Rêya Hekarî jî îro di wir re diçe. Lê di dema Urartuyan de di vir re rêya dîrokî ya Xaltan derbas dibû. Ev rêya dîrokî bi qasê 10 km li başûrrojhilatê gundê Xoşabê pej didan û dibû sê parçe. Yek ber bi bakurêrojhilat ve diçû Koturê, yek ber bi rojhilat ve diçû Urmiyê û yek jî ber bi başûr ve diçû Ardinî (Muşaşîr/Gever). Lêkirina Keleha hundir, xwerû deriyê ketina nava kelehê gelek dişibe lêkirina Keleha Mazgirt a Dêrsimê. Di vir de jî rêya dikeve nava kelehê li bakurê kelehê di nava baxir de hatiye kolan, mirov bi dehan pêpelikên derenceya kelehê re ya ku weke tunelekê xuya dike, hildikişe, wisa digihîje navenda keleha navîn yanê ya

ji dema Xaldiyan ve maye. Lêkirina dîwarên keleha qedîm yanê navîn, zinarên hatine bikaranîn û teraştina wan bi aşîkarî raberî me dike ku ev keleh di serdema Key Menua de hatiye lêkirin û yek ji kelehên kevn e. Li aliyê din nîşaneyên tunela veşartî ya diçe çemê Xoşabê jî hene, lê hê nehatiye vekirin. Wekî din, li bakurrojhilatê keleha qedîm birceke çavdêriyê heye. Her çendî av ne dûr e jî, çend çalên sarincan jî hene. Keleha berfirehkirî yanê ya li dor Keleha kevn hatiye lêkirin jî di sala 1643’yan de ji aliyê Mîrê herêmê, mîrê Mehmûdiyan, Suleymanê Kej ê Mehmudî ve û her wiha anegorî gotinan, bi piştgiriya padîşahê Osmanî, Kanûnî hatiye lêkirin. Di nava wan sûrên nû lêkirî de mizgeftek, hemam, firin, xaniyên xebatkaran û qesreke mezin bi du


Diclepress13@gmail.com

Keleh li ser rêya diçe Urmiyê, Kotur û Muşaşîr hatiye lêkirin. Rêya Hekarî jî îro di wir re diçe. Lê di dema Urartuyan de di vir re rêya dîrokî ya Xaltan derbas dibû. Ev rêya dîrokî bi qasê 10 km li başûrrojhilatê gundê Xoşabê pej didan û dibû sê parçe koşkan hatiye lêkirin. Di nava gel de jê re “Qesra Siloyê Kej (Kejo)” tê gotin. Li cihê herî bilind ê li rojhilatê kelehê, koşka raçavandinê, li aliyê rojava harem û li çengê rojava jî koşka mêran heye. Di kelehê de zîndanên bê derî, her wiha holeke mezin a dorgirtî dişibe arenayên pevçûnê yên Romayê jî xuya dike, weke wan arenayên koleyan tê de bi lawirên kovî re şer kirine. Li dor wê jî holên lêmayîna koleyan hene. Hem di keleha qedîm û hem jî di keleha li dor wê de gelek jûrên wek depo hatine bikaranîn jî xuya dikin. Her wiha tewleyên hespan jî ji bîr

DÎROK

39

nekirine. Li dor sûra der ya dû re hatiye lêkirin, bi qasî 40 bircên çavdêriyê hene. Tişta herî girîng li vê kelehê jî nîş û derîyê kor hene, hem jî çar deriyên kor ên dişibin nîşên keleha Aspêşîn hene. Ev jî tê wê wateyê ku ji zû ve ji bo perestinê ev nîşane hene û dibe di kelehên Xaldiyan hemûyan de jî hebe. Her wiha rolyefên şêran jî li nêzê derî hene. Lewheyeke ku Mîr Suleymanê Kej daye nivîsandin, li dor vê jî kopiya şêrên Xaldiyan heye. Evliya Çelebî di seyahatnameya xwe de behsa keleha Xoşabê jî dike. Anegorê agahiyên wî, ew di sala 1650´î de hatiye vir. Ew kelehê wiha terîf dike: “Dora kelehê vekirî ye, çemê Xoşabê di rojavayê kelehê re diherike. Sûrên Aliyê der nizm in, 40 bircên xwe hene. Dora wê 1000 gav e, lê nêzîkê 800 malî, xanek, hemamek û çend dikan hene. Li dor wê jî gundek heye.” Wê serdemê bi giranî karwanên di navbera mîrîtîya Manan, eşîrên Medan û yên gelên Arî de di vir re hatine û çûne. Moxol û eşîrên weke Tirkan tên binavkirin di vir re di Naxcivanê re derbas bûne.

HEJMAR 25

2021/11/30

SAL 5

KOVAR DICLE

Skenderê Mezin jî di ser Hewlêr û Bexdayê re berê xwe daye Persopolîsê. Bes ev der gelek rastê êrişê Asûran hatiye. Lema jî di destpêkê de wek keleheke leşkerî hatiye lêkirin, derfetên ku biyanî bikarin di nava labîrenta keleha qedîm de şer bikin, gelek kêm in. Ev der piştî Xaldiyan dikeve destê Medan. Dema Key Aştiyago diçe şerê Lîdyayê jî di ser vir re berê xwe dide bajarê Wanê, Yan jî Ruşaxênî. Vegera wî jî di ser vir re ye. Piştî Medan Pers vê kelehê ji bo karê leşkerî bi kar tînin. Ev keleh demekê jî dikeve destê Romayê. Lê artêşa Îslamê zêde xwe nade vir. Bes Mîrîtîya Ermenan jî ew bi kar anîn. Keleheke gelek taybet e. Hem karektera kelehên Xaldiyan, hem labîrentên ji bo şerê hundirîn û hem jî karektera kelehên serdema navîn yên piştî mîladê lê hene. Divê yên ku dikarin bibînin, biçin û piçekî dîroka xwe binasin. Bê vê, li nêzîkê wê bendava Zernekê û zuxrê Zernekê hene û hêjayê dîtinê ne. Hetanî keleheke din bimînin di nava xêr û xweşiyê de.


KOVAR DICLE

SAL 5

2021/11/30

HEJMAR 25

40

PERWERDE

Diclepress13@gmail.com

CUREYÊN NIVÎSAN WANEK JI BO HÎNBUNÊ

GERDUN SAYÎD

ROMAN

Roman ji nivîsên dirêj pêk tên. Di

hundirê xwe de bûyerên bûyî yan jî nêzîkê bûyînê dihewîne. Lê belê li dorberê bûyereke diyar diçe û tê û bûyerên ku di romanê de diqewimin bi berfirehî têne vegotin. Her wiha di romanê de raxistina kitekitan heye. Ji ber vê çendê jî takekesên ku di hundirê romanê de cih digirin gelek in û di der-

barê wan de vegotinên navîn ên nasandinê têne dîtin. Bi gotineke dîtir, xwendevan bi qasî ku wan takekesan hetanî xalên zirav ên jiyana wî binasin, kitekit û berfirehiya wan tê vegotin. Li ba vê yekê vegotina xwezayê jî di romanê de cih digire. Ev jî şêwazek e ku dihêle xwendevan xwe di atmosfera wê bûyer û wan kesan de hîs bike. Her wiha hinek roman hene, kitekitên nasandina xwezayê bi berfirehî di xwe de dihewînin, hinek jî hene kêm dihewînin. Ev xal bi nivîskar ve girêdayî ye. Lê belê dayîn û nedayîna vê xalê ji bo romanekê nabe kêmasî, lê bi

heman şêweyê dikare bibe xala dewlemendtirîn. Li ser esasê rêbazê romanên weke romantîk, natûralîst, realîst, sûrrealîst hene. Dîsa bi gora mijara xwe jî romanên weke evîn, civakî, dîrokî, serûwen û polîsiye hene. Kurteçîrok Kurteçîrok ji aliyê vegotinê ve dişibe romanê. Lê belê ji romanê kurtir e û di hinek xalên sereke de ji romanê vediqete. Weke xaleke girîng li kêlek romanê kurteçîrok seranser e. Yanî berfirehiya vegotina takekesan an jî bûyeran nîn e.


Diclepress13@gmail.com

Carna demeke kurt a jiyana mirov dibe mijara kurteçîrokê, carna jî xewnek an jî xeyalek. Vegotina kurteçîrokê girêdayî nivîskar e. Di kurteçîrokê de armanc dayîna ramanekê ye an jî heke hûnandin li ser takekesekî be, aliyekî wî tê destnîşankirin. Ev di heman demê de taybetmendiyê kurteçîroka klasîk e. Kurteçîroka nûjen ne weke klasîk e. Kurtir e û kitekitên ew taybetmendiyê takekes bi hendazetî tê hûnandin. Weke mînak di kurteçîrokên Marqûez de ew aliyê takekes pir tê nepixandin, heta nivîskar wisa lê dike ku dilêr dertê raserî rastînê. Li hember vê di kurteçîrokên Çehov de takekesekî diyar tune, di ser de jî carna bûyer jî tun in. Di kurteçîrokê de hûnandina ziman û şêwaz pir girîng e. Ji ber vê çendê gelek nivîskar hene, şêwaza hûnandina zimanê kurteçîroka xwe li ser bingehê helbestê datînin. Helbet ev sînorekî pir zor e û ji bo vê yekê hostayî divê. Çîrok Çîrok, cureyê wêjeya devkî ye. Di nav gel de ava bûne û bi vegotina devkî ji nifşan derbasî nifşan bûye. Çîrokên kurdî yên gelêrî ji bo vê yekê mînak in. Ew çîrok di vê sedsala dawî de bi saya nivîskarên kurd derbasî ser nivîsê bûne. Di çîrokan de xalên balkêş sê lib in. A yekê bûyerên di çîrokê de peyda dibin, afirandinên xeyalî ne, girêdana wan yekser bi rastînê ve tune ye. A diduyê dilêrên çîrokê bi temamî ew kesên şayese ne, xwedî hêzeke derveyî-mirovî ne. A sisêyan jî cih û dema wan ne diyar e. Weke taybetiyekê di çîrokê de

PERWERDE

41

HEJMAR 25

2021/11/30

SAL 5

KOVAR DICLE

Pexşan, bi gotineke giştî nivîsên sivik in. Helbet ev sivikbûn ne hunera nivîsê de, di şêwaz û Rexne ew nivîs in dibîçimê wê de ye. Mirov dikare bibêje ku her tişt dikare bibe miku di derbarê jara pexşanê. Di pexşanê de dîtina berhem, li ser tiştekî heye. Lê vê bîçimê nabe ku mirov bi zorê yan afirandin, bûyer dîtinê, jî bi gotinên misoger bi xwendean jî ramanekê de van bide pejirandin. Dîsa nivîskarê pexşanê, nakeve hewldana têne îspatkirina tiştekî. Bi zimanê xwe yê xweşik, wisa dike ku xwendenivîsandin. van bêyî ku bertekekê bi xwe re Bingehîn rabihîse, xwe berdide herîkîna wê nivîsê. Ji ber vê çendê hûnanarmanca van dina zimanê pexşanê gelek çetîn nivîsan e. Serweriya ziman dixwaze. Hêza dixwaze. Dîsa li ba van rexnekirin e. Lê şiroveyê herduyan, pênaseyên balkêş dixbelê di vir de xala waze. Ger di pexşanê de pênasnedîtî nebînayî tunebin, herî girîng ew e ku eyên zehmet e ku ew pexşan bala mirobikişîne. rexneyên bê kirin van Di pexşanê de nivîskarê weke divê li ser bingehê Montaigne ku firensiz e û Bacon ku ew jî îngilîz e, sereke ne. Lê belê zanistî bin di roja îroyîn de ev beşê nivîsê gelek pêş ketiye û di aliyê mijarê yên qenc hene û li hember wan jî de jî dewlemend bûye. yên xirab. Timî jî di dawiya çîrokê de serkeftin dikeve destê qencan. Pêkenok Ên xirab têne cezakirin. Helbet ev Pêkenok bûyerên rojane, bi hilbijartineke bizanebûn e. Çima şêweyekî ku mirovan dikenîne ku di çîrokê de esas e ku bi mijarê tê hûnandin. Di pêkenokê de ramaneke giştî bê dayîn. Ev jî li ser xweşkirina dilê mirovan esas tê navê qencî û başiya mirovan tê girtin. Bi piranî di pêkenokê de rakirin. Ji ber vê çendê jî çîrokên her manek heye û armanc tê kirin ku gelî bi gor jiyan û çanda wî gelî mi- ew raman bi rengekî rexneyî bê jaran hildane dest û ew ramana ku dayîn. xwestine bidin destnîşan kirine. Zimanê pêkenokê bi rengekî sivik Lewma mijarên ku di yekûna wan û henekî tê hûnandin. Ger ziman de hiltê jor, ew mijarên gerdûnî giran were rêstin, hinge dibe ku ne, ku bûne malê temamê cîhanê. ew pêkenok ji armanca xwe derbikeve. Weke cureyekê nivîsên rojPexşan


KOVAR DICLE

SAL 5

2021/11/30

HEJMAR 25

nameyê jî pêkenok têne nivîsandin. Ew zêdetir bûyerên rojane ji aliyê rexneyê ve hildidin dest û bi awayekî ramana rast nîşan didin. Di van nivîsan de ziman weke ku bi yekê/î re sohbet tê kirin têne hûnandin. Meqale Ev nivîsên rojaneyî ne. Di van nivîsan de aliyê agahî dayînê li pêş e. Lê belê divê di van nivîsan de nivîskar ew raman, bûyer an jî kirûya ku hildide dest, bi rengekî zanistî ispata wan deyne holê. Ji bo vê yekê jî delîl, îspat û dane divên. Ger di hundirê meqaleyekê de ev hersê xal bi têrayî hebin, wê gavê xwendevan bi rengekî hêsanî dikare bawerî bi wê nivîsê bîne. Çima ku armanca meqaleyê dana bawerkirina xwendevanan e. Mijara meqaleyê ne bisînor e. Dîsa di aliyê şêwaza nivîsê de pîvanên diyarkirî nîn in. Dikare bi rengekî rojaneyî û di heman demê de jî, bi awayê felsefîk, ramyarî, hunerî, çandî, zanistî û dîrokî bê hûnandin. Di meqaleyê de xala sereke ne mijar e, şêwazê dana wê ramanê ye ku di hundirê nivîsê de peyda dibe. Rexne Rexne ew nivîs in ku di derbarê berhem, afirandin, bûyer an jî ramanekê de têne nivîsandin. Bingehîn armanca van nivîsan rexnekirin e. Lê belê di vir de xala herî girîng ew e ku rexneyên bê kirin divê li ser bingehê zanistî bin. Bi gotineke dîtir, rexne divê xwe bide rûniştandin li ser esasê rastînan. Çima ku hedefa rexneyê çewtî û şaşiyan danîna holê ye. Ji

42

PERWERDE

Diclepress13@gmail.com

Çîrok, cureyê wêjeya devkî ye. Di nav gel de ava bûne û bi vegotina devkî ji nifşan derbasî nifşan bûye. Çîrokên kurdî yên gelêrî ji bo vê yekê mînak in. Ew çîrok di vê sedsala dawî de bi saya nivîskarên kurd derbasî ser nivîsê bûne ber vê çendê bi alîkariya rexneyê em dikarin çonayetiya berhem, afirandin, bûyer an jî ramanê fam bikin. Ger tiştek bi aliyên baş û xirab muhasebeya wê bê kirin, dikare baştirîn bê fêmkirin. Rexne vê yekê pêk tîne. Di rexneyê de bêalîbûn esas e. Nabe ku nivîskarê rexneyê alîgir be. Ger aligirî û terefgirî di xwediyê nivîsê de hebe, gengaz e ku xwendevan bi awayekî çewt were bizanebûnkirin. Di nivîsên rexneyî de divê mirov baldarê van xalan be. Di nivîsên rexneyî de heqaret nabe, êrîşkarî û gotinên derveyî ehlaqa civakê

nabe. Dîsa divê li hember jiyana mirovan rêzdarî hebe di nivîsê de. Nabe ku mirov berê nivîsê ji hedefê wê bizivirîne ser kesayeta xwedî. Her wiha ger bê xwestin çewtiya tiştekî bê nîşandan, divê ev yek bi delîl û îspatan, an jî bi divêtiyên ku dikarin mirov qane bikin were kirin. Heke di rexneyê de darezên subjektîf hebin, çonayetiya wê nivîsê dikeve. Em tiştekî bi ecibînin, ne ecibînin, gava ku em lê rexneyê bikin divê em xwe ji şayişên takekesî dûr bigirin. Hetanî di destê me bê divê em bi rengekî zanistî dane, delîl, ispat û divêtiyên xwe deynin holê. Serpêhatî Ev nivîs ji hêla wan kesan ve tê nivîsandin, ku li der û deveran digerin û di derbarê wan deran de agahiyê didin xwendevanan. Di van cure nivîsan de piranî ew cihên xweşik û bedew bi rengekî balkêş têne danîn û di derbarê wan de penase têne çêkirin. Bîranîn Bîranîn vegotin û şiroveyên qonaxekê dihewînin. Buyerên wê qonaxê bi şêweyekê balkêş tê derbirandin. Dibe ku nivîskarê bîranînê bûyerên jiyana xwe vebêje û dîsa dibe ku yên jiyana yekî din. Lê belê çendî ku ev nivîs qonaxekê diderbirînin jî, ne nivîsên zanistî ne. Tenê ji bo qonaxekê dikarin bibin belgeyên dîrokî. Jînegerî Ev nivîs vegotina jiyana kesekî dihewînin. Di nivîsên jînegerîi de ji destpêkê hetanî wê rojê kitekitên jiyana wî kesê ku bûye mijara


Diclepress13@gmail.com

gotinê tê vegotên. Ji ber ku di nivîsê de qala kesekî tê kirin, ji ber vê çendê jiyana wî kesî bi gelek aliyan ve tê hilkolandin. Armanc danasîna wî kesî ye. Di nivîsên wisa de kronolojî cihekî girîng digire. Dibe ku jînegerî ji hêla xwedî ve û di heman demê de ji hêla yekî din jî bê nivîsandin. Name Name ji bo kesekî tê nivîsandin. Di van nivîsan de bûyer, xwestek, helwest, xweşikahî û tiştên hestî cih digirin. Vegotineke hêsan di xwe de dihewînin. Di nameyê de dibe ku qala tiştekî an jî gelek tiştan bê kirin. Ji van nameyan re tê gotin nameyên wêjeyî. Ji ber vê çendê şêwazê nivîsandina wan nabe ku weke nameyên takekesî, kar û taybet be. Çima ku di rojname

PERWERDE

43

an jî pirtûkan de dertê pêşberî xwendevanan, aliyên wêjeyî di hundirê xwe de dihewînin. Çendî ku hîtab ji bo kesekî be jî, armanc raderbirîna xwe gihandina gelek kesan e. Rojane Di hundirê rojê de çi qewimî be, ew tê nivîsandin di rojaneyê de. Di rojaneyê de ji bo ku bê zanîn ka kengê hatiye nivîsandin, li qismê jor dîroka wê rojê tê nivîsandin. Ev nivîs di nav cureyên nivîsê de nivîsa herî serbest e. Dibe ku ew roj çi qewimîbin bi rengekî yekser û dîsa dibe ku bi rengekî şirove bêne nivîsandin.

..........

HEJMAR 25

2021/11/30

SAL 5

KOVAR DICLE

Kurteçîrok ji aliyê vegotinê ve dişibe romanê. Lê belê ji romanê kurtir e û di hinek xalên sereke de ji romanê vediqete. Weke xaleke girîng li kêlek romanê kurteçîrok seranser e


KOVAR DICLE

SAL 5

2021/11/30

HEJMAR 25

44 TENDUROSTÎ

Diclepress13@gmail.com

TENDUROSTIYA MIROVAN JIYANA MIROVAN E…

bîr nekin dîmenan di hişê xwe de biafirînin. 6. Ji bo ku tiştên ku hûn dixwazin bê bîra we pêşî laşê xwe bi egzersizan rehet bikin û li ciyekî bêdeng A: ŞIRÎN XIDIR bifikirin. Ji Bo Xûrtkirina Hiş 7 Pêngav 7. Baş rakevin û xewa xwe baş biMêwe, sewze zêde bixwin, Stresa jiyana rojane û bondorên girin. cuda dibin sedema pirsgirêkên zêde avê vexwin û spora rojane bikin. hişî. ………. Pispor diyar dikin ku bi tedbîrên piçûk mirov dikare rê li ber bîrkoriyê bigire. Heft pêngavên ku Feydeyên ava leymûnê li ser laşê me çi ne? hişê mirov xurt dikin ev in: Em leymûnê ji bo seleteyê, xwari1. Ji bo tiştên jibîrkirinê, ciyekî danînê diyar bikin. 2. Not bigrin. nan û carinan jî ji bo şîraniyê Ji bo karên rojane an jî hevdîtinên bikartînin. Leymûn, ji nav xwedîbûnê me kêm nabe, ji bo xwe not bigirin. 3. Bi dengekî bilin peyvan bibêjin. tenduristiyê jî pir bi feyde ye. Ji ber Mînak bibêjin “min derî girt” û bi vê yekê feydeyên ava leymûnê çi vî avayî dê bê bîra we ku we derî ne? Li vir em ê li ser bandora ava leymûnê yên laşê me bisekinin… girtiye. 4. Bi nîşaneyên dîtbarî sûdê wer- 1. Leymûn çavkaniyek baş a vîbigrin. 5. Ji bo ku hûn agahiyek ji tamîna C yê ye. Bi taybetî bi taybetmendiyên xweyên anti-

oxidant, ew radîkalên azad ji laş radike. Dîyetîsyen û Pisporê NLP Serkan Tutar diyar kir ku leymûn ji bo çi baş e. 2. Lîmon ji bo çi baş e? Divê mirovên ku tansiyona wan bilind e leymûnê bixwin. Taybetmendiyek din a leymûnê ev e ku taybetmendiyên wê yên dijî-mîkrob hene û li dijî enfeksiyonan parastî ye. Taybetmendiya herî girîng a leymûnê, ku xwediyê vîtamîna C zêde ye, bandorek antioxidant heye. Stresa ku em di nav rojê de dikişînin, cixare kişandin, xwarinên ku bi teknîkên çewt ên pijandinê ve hatî amadekirin dibe sedem ku asta radîkalên azad di laş de zêde bibe. Leymûn, ku çavkaniyek vîtamîna C bi taybetmendiyên antioxidant e, yek ji wan xurekên sereke ye ku nahêle ev ast zêde bibe û radîkalên azad ji


Diclepress13@gmail.com

laş derxîne. Xwarinên bi taybetmendiyên antioxidant li dijî pençeşêrê xwedî bandorek parastinê ne. Bi taybetî li ser leymûnê, di 30 salên dawî de gelek lêkolîn û lêgerîn hatine kirin; Hat dîtin ku li hember 12 cûreyên pençeşêrê di nav wan de kansera kolon, prostat, memik, pişik û pankreasê de bandorek parastinê heye. Wekî din, leymûn yek ji xurekên sereke ye ku pêşî li mezinbûna tîmor digire. 3. Feydeyên ava leymûnê Dîyatîsyen Deniz Zunbulcan di derbarê bandorên ava leymûnê li ser laş de agahdariyên girîng dan. Ava lîmonê di paqijkirina toksînên ên di laş de jî bi bandor e. Lêbelê, ji bo bandoriya li ser qelsbûnê hewce ye ku hîn zêde lêkolîn werne kirin. Ew alternatîfek e ku hûn dikarin wekî piştgiriyek ji bo bernameya xweya xwarinê bikar bînin ku ji rêbazên kêfxweş,

TENDUROSTÎ

Ji ber ku bandora kêmkirina tansiyonê ya leymûnê heye, dibe ku mirovên ku tansiyona kêm, kêm dibin divê ji ava leymûnê dûr biseknin. Wekî din, ew dikarin bi ramanê ku giraniya xwe winda dikin pirsgirêkên tenduristiyê yên cihêreng biceribînin

45

HEJMAR 25

2021/11/30

SAL 5

KOVAR DICLE

tendurist û zanistî pêk tê û hûn dikarin li ser şêwaza jiyana xwe çêbikin. Li gel van hemîyan, divê hûn ji bîr nekin ku parêza we % 70 ye û werziş ji % 30 ji bo jiyanek tendurist û guncan bi bandor e. Di heman demê de bandora avînkirina xwînê jî heye. Di heman demê de ji bo mirovên ku derman bikar tînin bi kêrhatî ye ku pisporên xwe bişêwirin. 4. Di heman demê de dibe ku bandorên erênî li ser tansiyon, kolesterol û asta şekira xwînê jî bike. Ji ber ku bandora kêmkirina tansiyonê ya leymûnê heye, dibe ku mirovên ku tansiyona kêm, kêm dibin divê ji ava leymûnê dûr biseknin. Wekî din, ew dikarin bi ramanê ku giraniya xwe winda dikin pirsgirêkên tenduristiyê yên cihêreng biceribînin. Dîsa, flavonoîdên ku tê de têkelek kêrhatî hene, li dijî iltîhaba ku di laş de dê pêk were bandorek para-


KOVAR DICLE

SAL 5

2021/11/30

HEJMAR 25

stinê dike. 5. Leymûn, ku ji bilî vîtamîna C yê gelek vîtamîn, mîneral û pêkhatên fîtokîmyayî tê de, nemaze ji bo pergala parastinê girîng e. Wekî din, hin lêkolîn hene diyar dikin ku vîtamîna C di metabolîzma rûn û laş de rol digire. Di lêkolînê de ku di Kovara Nutrition Clinical American de hate weşandin, diyar kir ku vîtamîna C ya di dema werzişê de hatî girtin bandorên piştgiriyê li şewitandina rûn dike. Bi gotinên din, em nikarin behs bikin ku leymûn, mîna sîrkê, tenê di qelsbûnê de bi bandor e. Her çend em nekarin bibêjin ku ew bandorek rasterast li ser kêmbûna kîloyê dike jî, kaloriyên leymûnê pir kêm in. Hûn dikarin rûn, şekir û xwê kêm bikin ku bi dermanên xwe re leymûn zêde bikin.

……….

46 TENDUROSTÎ

Diclepress13@gmail.com

Gelo bandora stresê li ser rûviyan çi ye? Nexweşên bi sendroma rûvika hêrsbar, ku ji sedî 10an yê nifûsê de tê dîtin, ji yên ku hîn nehatine teşhîs kirin pir kêm têne teşxîs kirin. Vê tabloyê destnîşan dike ku bi rastî, ji sedî 10-ê pirtir vê nexweşiyê heye. Di sendroma rûviya bêrawest de, nexweşiyek avahî bi rêbazên standard ên teşxîsê nayê dîtin, di nexweşan de nexweşên fikaran di binyada xweyên derûnî de hene. Sendroma rûviya bêhêvî, ku di 10 ji sedî yê nifûsê de tê dîtin û li pêşiya nexweşiyên pergala hûrgelê-rûvî ya jêrîn e, bi giranî bandor li kalîteya jiyanê dike. Sendroma Rûviya Hêrs (IBS) , ku bandora wê li ser rûviya mezin e , pirsgirêkek hejandinê ya fonksiyonel e ku ji sedî 10 ê nifûsa cîhanê ban-

dor dike. Yên ku hatine teşxîs kirin ji yên ku hîn nehatine teşhîs kirin pir kêmtir in. Ev eşkere dike ku di rastiyê de, ji sedî 10 zêdetir vê nexweşiyê heye. Rêbazên teşhîsê standard di teşxîsa nexweşiyê de naxebitin û anormaliyên avahî an jî biyokîmyayî di muayeneyan de xuya nakin. 6. mehan hewce dike ku teşxîs bike Sendroma rûviya bêdawî wêneyek klînîkî ye ku digel êş an nerehetiya zikî û guhertinên di teşeya mîzê de ye. Teşhîs; Ew bi saya lihevhatina gilî û profîla nîşaneya nexweşiyê tê saz kirin. Ji bo teşxîsê herî kêm 6 mehan hebûna gilî û mayînde ya bi domdarî an navberî heye. Wekî din, ji bilî êş û nerehetiya zikî, gilî divê bi çûyîna serşokê, guherîna frekansa çûyîna tûwaletê, û hebûna bi kêmî ve du ji vedîtinên


Diclepress13@gmail.com

Tê bawer kirin ku stres vê rewşê zêde dike guhertina avabûna stûyê bêne sivik kirin da ku ji bo çêkirina taybetî cûdahî ji bilî êş an nerehetiya zik. Gilî bi şev şiyar nabin Di fezayê de hebûna spî, derdanek piçûk a piçûk an jî perçeyan, ku nexweş wekî iltîhaba dihesibînin, hema hema rêgezek e. Pêdivî ye ku meriv bireve tuwaletê, li bendavê pir dirêj li bendê maye, hest dike ku piştî defetek an zehmetiyek zêde di tûwalê de roviyên wê bi tevahî vala nabin… Her çend ev gilî bi giranî bandor li kalîteya jiyana nexweş dikin, ew ji xew şiyar

TENDUROSTÎ

47

HEJMAR 25

2021/11/30

SAL 5

KOVAR DICLE

dibin Bi şev radizin û kêmkirina Stres nerehetiyê zêde dike kîloyan jî di celebê zikêş de pêş Nexwe ne sedemek taybetî ye, lê nakeve. di avahiyên wan ên derûnî de tevliheviya fikarê heye. Du-sêyê kesBala xwe bidin dîtinên alarmê ên ku bi vê tevliheviyê dikişînin Painşa zikê di nexweşan de bi jin in. Mekanîzmaya wê ya bingegelemperî bi tengasiyê ve girêdayî hîn tevgera devkî ya anormal a ye û bandorê li zikê jêrîn dike, zayendî ye (tevgerên kurtkirin dibe ku hin nexweşî bêserûberiya / rehetbûnê). Tê bawer kirin ku stûyê jî hebe. Serê sibê derketina stres vê rewşê zêde dike. Tê zanîn yekem a tûwaletê zehf zor û di- ku ji sedî 50-ê zêdetir nexweşên jwar e, li pey wê di heyama 1-2 IBS-ê ku hewceyê bijîşk-êşnasîndemjimêr de derketinên piralî û dermankirinê ne, xwediyê deprenerm. Anemiya kûr an kêmasiya syon, fikar an nexweşiya somatihesin, windabûna giran a şehwetê zasyonê ne. an jî kîlobûn, û xwîna di fehlan de nîşanên alarmê ne. Di vê rewşê Divê hemî dermankirin bi hev de, divê ji xeynî sendroma rûviya re bêne sepandin hêrs, hin nexweşiyên krîtîk ên ku Derman, hin tixûbên parêzê û derxetereyê li jiyanê dikin bêne hes- mankirina psîkolojîk li dijî sendibandin û li gorî wê muayenekirin roma rûviya hêrsbar tê bikar anîn. werin kirin. Nexweşî bi gelemperî Sepandina hemî alternatîfên derdi dawiya 10-an û destpêka 20-an mankirinê bi hev re şensê serkeftde pêk tê. Heke nîşanên ji nişka ve inê zêde dike. Ji bo dermankirina û di ser 40 salî re xuya dibin, divê rast, pêdivî bi gaztoenterolojîstên lêpirsînên berfireh werin kirin, ji xwedî ezmûn ên ku ji nexweşên ber ku dibe ku nexweşiyek giran xwe bêzar nebûne û dilsoz in ku hebe. bi berdewamî hêvî dikin ku ew ê vê nexweşiyê derbas bikin heye.


KOVAR DICLE

SAL 5

2021/11/30

HEJMAR 25

48

PARASTIN

Diclepress13@gmail.com

ŞENGALÎ:

GERÎLA NEBÛNA ŞENGAL RIZGAR NEDIBÛ

A: ÊZDÎN ŞENGALÎ

Şahid

û beşdarên pêngava rizgarkirina Şengalê diyar kirin ku PDK’ê rê li ber komkujiya Êzîdiyan, berxwedana gerîla jî rê li ber azadiyê û aramiyê vekiriye û gotin; “Gerîla ji çiya, şervan ji Rojava xwe gihandin me. Hêzên azadîxwaz nebûna Şengal rizgar nedibû”. Şengal di 3’yê Tebaxa 2014’an de ku dibin kontrola hêzên PDK’ê de bû, ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hate dagirkirin. Lê bi destwerdana

şervanên YPG-YPJ û gerîlayên HPG-YJA-Star’ê di 13’ê Mijdara 2015’an de bi temamî ji DAIŞ’ê hate paqijkirin. ‘PDK’ê soza parastinê dabû lê Êzidî xapandin’ Endamê Meclîsa Gel a Tilezêrê Qehtan Xelîl, yek ji şahidên pêngava rizgarkirina Şengalê ye. Xelîl di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku dema DAIŞ’ê di 2014’an de êrîşê Şengalê kir, 16 hezar hêzên pêşmerge an jî asayîşê li Şengalê bûne lê erka xwe ya parastina gel pêk neanîne. Qehtan sozên ku PDK’ê dabû gel jî bibîrxist û got:“PDK’ê soz dabû Êzidiyan lê Êzidî xapandin. Dema DAIŞ nêzî Şengalê bû, PDK’ê bawerî dida

xelkê, digotin, ‘Cihê em lê ne, ala me lê ye DAIŞ nayê, tifaqa me heye bi wan re.’ Yên Şengalê firotin hêzên PDK’ê bûn û ji 2014’an heya niha 2 caran ji Şengalê reviyan”. ‘Gerîla ji çiya, şervan ji Rojava xwe gihandin Şengalê’ Qehtan Xelîl wiha behsa berxwedana dijî DAIŞ’ê kir û got:“Keç û xortên Êzidî di 2014’an de şer kirin li Şengalê, gerilayên HPG’ê ji Çiyayê Qendîlê û şervan jî ji Rojava xwe gihandin Çiyayê Şengalê. Gelê Rojava çi ji destê wan hate kir. Bi piştevaniya van hêzan Êzidî li vê derê man”.


Diclepress13@gmail.com

PARASTIN

49

HEJMAR 25

2021/11/30

SAL 5

KOVAR DICLE

PDK’ê soz dabû Êzidiyan lê Êzidî xapandin. Dema DAIŞ nêzî Şengalê bû, PDK’ê bawerî dida xelkê, digotin, ‘Cihê em lê ne, ala me lê ye DAIŞ nayê, tifaqa me heye bi wan re.’ Yên Şengalê firotin hêzên PDK’ê bûn û ji 2014’an heya niha 2 caran ji Şengalê reviyan .......... Keç û xortên Êzidî di 2014’an de şer kirin li Şengalê, gerilayên HPG’ê ji Çiyayê Qendîlê û şervan jî ji Rojava xwe gihandin Çiyayê Şengalê. Gelê Rojava çi ji destê wan hate kir. Bi piştevaniya van hêzan Êzidî li vê derê man ‘DAIŞ destpêkê li Şengalê hate şikînandin, paşê li Iraqê belav bû’ Xelîl dazanîn Şengal wer bi hêsanî ne hatiye rizgarkirin û got:“Mezargeha Şebil Qasim bibînin, wê bizanin Şengal çawa hatiye rizgarkirin. Ji bo Şengal rizgar bibe derdora 370 şehîd hatiye dayîn. Gerilayên HPG’ê û şervanên YPJ’ê şerekî bêsînor li hemberî DAIŞ’ê kirin. Yek ji rastiyên ku bû sebep DAIŞ li Iraqê bişikê Çiyayê Şengalê bû. Ev şikestina DAIŞ li Şengalê destpêkir li Iraqê belav bû. Dû re heya Reqqa û Tebqayê jî çû”.

‘Hêzên Apocî xwe gihandin Şengalê’ Xwedêda, bersiva pirsa“Kî Şengal rizgar kir” jî kurt û cewherî wiha anî ser ziman:“Hêzên Apocî, gerîlayên HPG’ê xwe gihandin Şengalê. Piştî wan şer kir, hemû Êzidî dest bi şer kirin. Hêz, moral û manewiyat ji gerîla girtin. Ji keçên û xortên Êzidiyan hêz hatin avakirin wekî YBŞ û YJŞ. Ji bo Şengal li ber xwe bisekine û şer bike ev piştgirî hate dayîn. Hêzên HPG’ê, YBŞ û YJŞ’ê bi xwîna xwe Şengal rizgar kirin”.

‘Şengal bi xiyanetê kete destê DAIŞ’ê’ Merwan Xwedêda jî ji destpêka fermanê heya rizgarkirinê, çîroka azadkirina Şengalê ji nêz ve dizane. Xwedêda jî ji bo dagirkirina Şengalê got:“Dinya hemû dizane Şengal çawa ket. PDK’ê berpirsyariya parastina gel girtibû ser milê xwe. Dema DAIŞ hat, rê li ber gel girtin, gotin quwetek ji bo parastina we tê. Şengal bi xiyanetê kete destê DAIŞ’ê”.

‘Hêzên azadîxwaz nebûna Şengal rizgar nedibû’ Elî Zagros jî bibîrxist ku ew hêzên li Şengalê ku ji parastina gel berpirsyar bûn di Zaxo û Duhokê re derketin, lê gelê Şengalê bersiva êrîşan da. Elî Zagros bandora hatina gerilayên PKK’ê û encamên wê wiha nirxand:“Piştî ku gerîlayên azadiyê xwe ji çiya berdan û hatin, hêzeke mezin dan civaka Êzidî. Ev hêz azadkirina Şengalê ji xwe re esas girtin. Nexwestin ev gel di


KOVAR DICLE

SAL 5

2021/11/30

HEJMAR 25

50

PARASTIN

Diclepress13@gmail.com

destê DAIŞ’ê de bimîne. YBŞ û YJŞ jî li ser vê esasê hatin avakirin. Yên ku rê li ber rizgarkirina Şengalê vekirin, hêzên parastina gel bûn. Mesut Barzanî hat çiya û got ‘Me Şengal rizgar kir.’ Em jî dibêjin; hêzên HPG, YPG, YBŞ, YJŞ’ê yanî hêzên azadîxwaz ne li vir bûna Şengal tu carî nedihat azadkirin”. ‘Heqîqeta rizgarkirina Şengalê xuya ye’ Lalo Çoro jî got tu kes nikare heqîqeta rizgarkirina Şengalê veşêre û ji bilî şervanên azadiyê kes nikare bêje me li vê derê şer kiriye. Lalo destnîşan kir ku yên keda rizgarkirina Şengalê dane diyarin û wiha berdewam kir:“Ji bo rizgarkirina bihostek axa Şengalê, heval gelek ked dan, zehmetî dîtin. Teqrîben 400 şehîd li Çiyayê Şengalê dan. Bila carekî yek quwet bêje 5 şehîdên me hene, ji bilî şervanên azadiyê”.

Hêzên Apocî, gerîlayên HPG’ê xwe gihandin Şengalê. Piştî wan şer kir, hemû Êzidî dest bi şer kirin. Hêz, moral û manewiyat ji gerîla girtin. Ji keçên û xortên Êzidiyan hêz hatin avakirin wekî YBŞ û YJŞ


Diclepress13@gmail.com

CIWAN

51

HEJMAR 25

2021/11/30

SAL 5

KOVAR DICLE

CIWANÊN ŞENGALÊ:

KOÇA CIWANAN NE ÇARESERIYE, DÛRKETINA JI ÊZDIYATIYÊ YE

A: SALIM DAWÛD

Ciwanên Êzidî ku xwe li ser fikra

azadiyê ya Rêber Apo perwerde dikin û dibêjin:“Çûna ji Şengalê ji bo ciwanan ne çareseriye. Pêwîste em xwe li ser axa xwe perwerde bikin û xwedî li dîroka xwe derkevin”. Li Şengalê ciwanên Êzidî xebatên xwe yên perwerdê, çand û çalakiyên ji bo pêngeva Dem Dema Azadiyê di domînin. Bi vê armancê bi beşdarbûna hejmarek ciwanên Êzîdî li Komelgeha Borik ya Şengalê dewreyek perwerdê hatibû destpêkirin, bidawî bû. Ciwanên beşdarî perwerdê bûn armanc û hestên xwe diderbarî perwerdê ji ajansa me re vegotin.

‘Me di fikrê Rêber Apo de rastiya Êzdiyatiyê dît’ Ciwanê bi navê Selah Hesen Xelef balkişand ser pêwîstiya perwerdê ji bo ciwanan û got; “Perwerde ji bo hemû ciwanên Êzidî pêwîste. Eger ciwan xwe perwerde nekin, zana nabin û pêş nakevin. Fikrê ku ciwanên Êzidî xwe li ser perwerde û birêxistin dikin, fikrê Rêber Apo ye. Fikir, fikra azadiyê ye. Ev fikir nêzî Êzdiyatiyê ye. Di vê fikrî de me rastiya Êzdiyatiyê baştir dît. Em xwe li ser vê fikrê perwerde dikin”. ‘Koça ji Şengalê, ji Êzdiyatiyê dûrketin e’ Selah Hesen Xelef her wiha derbarê polîtîkayên koçberkirinê de ciwanên Êzidî hişyar kir û ev bang li ciwanan kir: “Dîroka me dîrokeke kevnare û dijmin dixwaze vê dîrokê tune bike. Koça ji

Şengalê ji bo ciwanan ne çareseriye. Ji dîroka Êzdiyatiyê dûrketin e. pêwîste em xwe li ser axa xwe perwerde bikin û xwedî li dîroka xwe derkevin”. ‘Fikrê Rêber Apo dikare me bi parêze’ Melhim Berekat Xwedêda jî destnîşan kir ku armanca wan ji perwerdehiyê ewe ku ew tiştên nû fêr bibin û pêşketinên nû bidest bixin. Xwedêda dazanîn ku li seranserê cîhanê bi milyonan kes dane pey fikrên Rêber Apo. Melhim got; “Ew jî wek ciwanên Êzidî fikrên Rêber Apo ji xwe re esas digirin. Ji bo rêxistinkirina civakê em xwe perwerde dikin. Em xwe li ser fikrên Rêber Apo perwerde dikin û birêxistin dikin. Fikrê ku rê û resmên me, baweriya me biparêze ev fikre. Fikreke li ser aşitî û wekheviyê ye”.


KOVAR DICLE

SAL 5

2021/11/30

HEJMAR 25

52

RAPORT

Diclepress13@gmail.com

XAL ELÎ:

PDK ŞER NEKIR, GERÎLA Û GELÊ ÊZIDÎ ŞENGAL RIZGAR KIRIN

A: BÊRÎVAN ÊZÎDÎ

Berpirsê Foça Laleş a Şengalê Xal

Elî, di salvegera rizgarkirina Şengalê de bibîrxist ku PDK’ê li Şengalê şer nekiriye û got; “Dema şer giran bû pêşmerge ne li Şengalê bû. Gelê Êzidî û gerîla bi hev re Şengal rizgar kirin”. Di ser re 6 sal derbas dibe ku di 13’ê Mijdara 2015’an de navenda bajarê Şengalê ji aliyê gerîlayên PKK’ê, şervanên YPG’ê YPJ’ê û gelê Êzidî ve hate rizgarkirin. Her çiqas tê zanîn ku ka çawa Şengal teslîmî DAIŞ’ê hate kirin û çawa hate rizgarkirin jî, bi taybet PDK’ê ku ji şikestina Şengalê berpirsyar e, hewl dide bi propagandayeke

berfireh xwe wekî hêza ku Şengal rizgar kiriye nîşan bide. Yek ji kesên beşdarî vî şerî bûye Berpirsê Foça Laleş a Şengalê ya Heşda Şabî Xal Elî ye ku di rizgarkirina Şengalê ji destê çeteyên DAIŞ’ê de wek komeke serbixwe di nav şer de cih girtiye. Xal Elî da diyarkirin PDK’ê li Şengalê şer nekiriye, hem di dema radestkirina Şengalê de, hem jî di pêngava rizgarkirina Şengalê de bi DAIŞ’ê re lihevkirine. ‘Plana radestkirina Şengalê bi destê PDK’ê pêkhat’ Xal Elî di wê baweriyê de ye ku plana radestkirina Şengalê, projeya Emerîka û hin ji welatên herêmê bû û wiha axivî:“Ev plan bi destê PDK’ê hate kirin û bi rêkeftin Şengal radestî çeteyên DAIŞ’ê hate kirin. Di aliyê rêxistinî

de kêmasiyên gelê me jî hebûn. Ji ber ku pişta xwe bi wan hêzên ku xwe wek hêzên Kurdî didan naskirin girêdidan”. ‘Gelê Êzidî û gerîla bi hev re Şengal rizgar kirin’ Xal Elî bibîrxist ku di rizgarkirina Şengalê de gelê Êzidî li gel hêzên gerîla şerekî mezin kirine û bi van gotinan bersiv da propagandayên PDK’ê:“Di dema rizgarkirina Şengalê de car din PDK’ê bi DAIŞ’ê re li hev kirin û di roja rizgarkirina bajarê Şengalê de DAIŞ’ê xwe ji Şengalê vekişand. Çawa ku pêşmerge Şengal radestî wan kirin ku gelê me di komkujiyan re derbaskirin, piştî ku ev pilan li ser Êzdiyan pêk anîn car din DAIŞ’ê xwe ji Şengalê vekişand û hin cihan radestî pêşmergeyan kirin”.


Diclepress13@gmail.com

‘Dema şer giran bû pêşmerge ne li Şengalê bûn’ Xal Elî bi xwe jî di pêngava rizgarkirinê de cih digire û şahidê berxwedanê ye û wiha behsa rojên berxwedanê dike: “Di rizgarkirina Şengalê de em bi xwe li nava Sûka Serî bûn. Hêzên gerîla li gel ciwanên Êzidî şerekî mezin meşandin. Demeke dirêj di navbera me û çeteyan de şerê kolan bi kolan hate kirin. Hin caran şer digihîşte wê astê ku dest û dest me şer dikir. Dema şer giran bû pêşmerge ne li Şengalê bûn. Di navbera me û mewziyên pêşmerge de pir navber hebû. Çekên giran ên pêşmergeyan jî nedigihîştin cihên ku şer tê de dihate kirin”. Xal Elî di berdewama axaftina xwe de got ev xiyaneta ku PDK’ê li Êzdiyan kirî ne tenê ji aliyê wan ve her wiha ji aliyê hin berpirsên PDK’ê bi xwe jî hatiye ser ziman ku pêşmerge şer nekiriye û Şengal radestî çeteyan kiriye.

RAPORT

53

‘Vegera pêşmerge ji bo Şengalê bi dawî hatiye’ Xal Elî balê kişand ser hewldanên PDK’ê ku car din vegere Şengalê û ji bo vê mijarê jî ev peyam da: “Vegera pêşmerge ji bo Şengalê bi dawî hatiye û emê rê nedin ku ew ber avê (Ava Sihêla) derbas bikin û car din xwe li Şengalê bicih bikin”. Xal Elî bibîrxist ku her çiqas di pêngava rizgarkirinê de gelek hêz û alî hebin jî, lê yên şer kirin civaka Êzidî û gerîla bûn û got:“Ev şeş sal derbas bûn Şengal hatiye rizgarkirin. Em bi hêvî ne şeş salên din wê tu kes nikaribe ji Hizba Beas bêtir navê PDK’ê li Şengalê bîne ser ziman”. Xal Elî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku roj bi roj rewşa Şengalê û Êzidiyan ber bi başbûnê ve diçe û banga vegerê li koçberên Êzidî kir.

..........

HEJMAR 25

2021/11/30

SAL 5

KOVAR DICLE

Di dema rizgarkirina Şengalê de car din PDK’ê bi DAIŞ’ê re li hev kirin û di roja rizgarkirina bajarê Şengalê de DAIŞ’ê xwe ji Şengalê vekişand. Çawa ku pêşmerge Şengal radestî wan kirin ku gelê me di komkujiyan re derbaskirin, piştî ku ev pilan li ser Êzdiyan pêk anîn car din DAIŞ’ê xwe ji Şengalê vekişand


KOVAR DICLE

SAL 5

2021/11/30

HEJMAR 25

54

JIN

Diclepress13@gmail.com

CEWHERÊ TEKOŞÎNA ME, DERXISTINA RASTÊ YA NASNAMEYA JINÊ YE

ALÎ FIRAT

Di dîrokê de li gel hemû xweday-

an, xwedawend jî hene. Piştre li cihê jor cih nedan jinan. Ji ber ku civaka bi çînayetî pêş ketiye û jin êdî di binî de ne. Xwedawendiya ya ku di binî de ye nabe. Her dem zilam serdest e, qralên xweda zilambûn e. Qralîçeyên xweda nînin, lê belê berê hebûne. Ev yek zelal nîşan dide ku we jinbûna xwe wenda kiriye, yan jî bi we dane wendakirin. Hemû cehwerê şerê min, bingehê hemû lêgerînên min derxistina rastê ya nasnameya jinê ye. Ev lêgerîneke herî xweşik û pîroz e. Jina ku zilam lê digerin,

jina ku bi hêsanî bixapînin û bi zayendîtiya herî çors ve xwe têr bikin û biavêjin e. Ev nêzîkbûneke gelekî xeter e. Felsefeya zilam ev e. Bêguman hunê di vir de xwe bihejînin, bibin xwedî tekoşîneke mezin. Ger hun tekoşînê nekin, hunê di rewşa jinên ku zilamekî wiha, koletiyê û kirêtiyê wiha ji rêzê dike û tûne dike, xwedî dike de bin. Ez jineke wiha di refên PKK’ê de qebûl nakim. Ezê wê weke sîxurekê binirxînim. Ev tekoşîneke zehmet e, lê belê tekoşîneke gelekî birûmet û jêneger e. Ez bawer nakim ku israreke we di jiyana ji rêzê de hebe. Hêviya we bi çarçoveya ku min diyar kiriye de ye. Lê belê ji ber ku hun apolîtîk in û yên ku her dem hun ji vê dûr xistine, hun nikarin bigihên vê û hun xwe nikarin bi-

razînin hêviyên xwe. Em dixwazin vê yekê derbas bikin. Hezkirin giştî ye û encamekî armancên me yên siyasî ye. Hezkirina yê ku siyasî nabe, pratîkî nabe û rêxistinî nabe, ezez e. Di wateya siyasî de jî heta dawiyê tevlîhev dike, cihê dike û dixe. Kesayet bi axaftinê na, ger bi rastî jî bi aliyê xwe yê siyasî, rêxistinî û çalakgeriyê ve bi biryar be û xwe peyitandibe, wê demê wateyeke hezkirina di wî de bi pêş bikeve çêdibe. Yê ku ji vê direve di hemû nêzîkbûnên wî yên di bin navê hezkirinê de sextetî heye û bi armanca xistinê ye. Ez bawerim ku di vê mijarê de tu kes ji we, xwe naxapîne. Şerê azadiyê ji bo vê pêwîst e. We wiha bawer kir ku ev der malbat e û em jî mezinê malbatê ne. Ez hîn heft salî bûm, min ev yek me-


Diclepress13@gmail.com

hkûm kir. Divê siyasîbûna me ya mezin li ser bingehê şer derbikeve holê. Ger hun wisa ji zilaman bawer dikin, an jî we xwe weke jineke wisa tevlîkiribe, ma gelo ez çi bikim? Lê belê ji bîr nekin ku rastiya Rêbertiyê navê şerê ê bi vê re ye. Hun vê nû ferq dikin, wê demê we hetanî îro xwe bi xwe xapandiye. Helwesta rast li şûna ku bi durûtî, bêpêwendîtiyê û bêîdîabûna xwe ve xwe ji tekoşînê dûr bixe, bûyîna xwedî helwesteke ku dikare wate bide nirxên mezin a azadiyê û dikare biryara xwe bide, bi biryar û dikare li her cihî hev temam bike, yan jî dikare li her cihî pîvanên xwe deyne holê. Ev yek zelal bûye û asteke ku êdî divê hun hemû bi dest bixin e. Vê yekê ji cewher dûr nexin. Bi nêzîkbûnên oportûnîst ve nekişînin çep û rastê. Ji ber ku

JIN

55

tu sûda vê nîne. Yê ku vê weke din dike, li gor pîvanên me yên şer û milîtanên azad, dê bi erdê ve bibe yek. Girîn û gazind nayê qebûlkirin. Ez ê ku ne li gor pîvanên min e, nêzîkî xwe jî nakim. Ên ku pêdiviya xwe bi xwedîhêzbûnê hene, hun in. Ji xwe bawer bin û bi hêz bin. Ez li şûna ku bibim ji zayendeke zilam, ez li hemberî wî zayendî şerê ku diviya jin bide ez didim. Weke ku di nava gelê Kurd de tê jiyîn, ev zayenda ku şerê xwe qebûl nake ez şerê wê didim. Şerê jiyan ku pêwîstiyên şerê zayenda xwe bi cih neaniye jî, niha ketiye ser milên min. Rêbertî hêzeke ku were biçûkdîtin nîne. Ew ji bo we şensekî mezin e. Rêbertî tê wateya mirovê ku ew qas zilamê şaş, har û bêpîvan nas nake, disekinîne

HEJMAR 25

2021/11/30

SAL 5

KOVAR DICLE

ye. Tê wateya ew kesê ku rê dide vîna jinê, tê wateya derîvekirina ji dinya azadiyê re ye. Hun nizanin van jî teqdîr bikin. Ev jî me bi hêrs dike, gavavêtina we ya ji deriyê azadiyê û wateya bûyîna we ya xwediyê van gavên ku xwedî hêz in, tê wateya qezenckirina mezin a bi xwe. Ji bîr nekin ku ez şervanekî mezin ê tolhildanê me. Ango ez yekî ku dizane çi bike, ji wan im. Divê hun helwestên xwe hetanî dawiyê lêbikolin. Gelo bedewî binirx e yan jî zayendîtiya çors? Ger hindek dixwazin bi jinê re bijîn, divê destpêkê bedew be. Li şûna xwe bispêre qaşo zilamtiya xwe ya çors, divê xwe bispêre bedewiya xwe ya mezin û ji bo jiyanê hêzê ava bike. Ez xwe wisa îlan nakim, lê belê hewldana min di vî alî de ye. Nedî


KOVAR DICLE

SAL 5

2021/11/30

HEJMAR 25

Jina ku zilam lê digerin, jina ku bi hêsanî bixapînin û bi zayendîtiya herî çors ve xwe têr bikin û biavêjin e. Ev nêzîkbûneke gelekî xeter e. Felsefeya zilam ev e. Bêguman hunê di vir de xwe bihejînin, bibin xwedî tekoşîneke mezin

56

JIN

Diclepress13@gmail.com

tina vê kêmasiyeke mezin e. Her diçe xwesteka mirovan a hindekî hezkirina min, ji ber vê azadiyê ye. Tirs li pêşiya hezkirinê asteng e. Di rastiyê de tu jin ji min natirsin. Ev tê wateya ku ji bo hezkirinê destpêkek hatiye kirin. Ev bi serê xwe têr nake. Girêdaniyeke bedewiyê jî bi serkeftinê ve ya ku qut nabe heye. Jixwe xweşikbûn bi xwe azadî ye. Ev jî bi şer ve tê bidestxistin. Şer jî sekinandin û pratîkeke balkêş a bîrdozî, siyasî, polîtîk û rêxistinî dixwaze. Heta di rastiya Kurd de ji ber ku bêhevsengiyeke mezin a hêzê heye, şervantiyeke balkêş û bin nakeve dixwaze. Di me de diyalektîka bedewiyê wiha ye, ji ber wê jî riya ku diçe hezkirinê bi vî rengîbûyînê ve derbas dibe. Min ev yek hindekî ceriband û dît ku asta pêşketinê ne xirab e.

Divê pêwendiya her kesekî li ser vî bingehî bilind bibe. Dema ku ez dibêjim em ji zilamtiyê bigerin, ez nabêjim em dest ji mêrxasiyê berdin. Berovajiyê ez dibêjim em mêrxasiya mezin derbixine holê. Zilamê ku di wateya çors de wenda dike, ji aliyekî din ve dê bi rengê jina ku qezenc dike ve bilind bibe. Dema ku van hev temamkirin, wê demê dê hêzeke balkêş a artêş û şer derbikeve holê. Dema ku we ev hevsengiya min lêkolîn kir û we xwest hewldanên min bi hemû aliyan ve fêm bikin, hunê bibînin ku dinya min a jiyanê azadtir û wêrektir e û ji ber vê ez bi ser dixim. Di vê wateyê de dibe ku mînaka min hindek tiştan bide gelê Kurdistan’ê jî û heta gelek mirovan jî. Pêwendî dîtina şêweyê min ê Rêbertiyê, çavkani-


Diclepress13@gmail.com

ya xwe ji vê taybetmendiya afirandin û serkeftinê ya li ser bingehê xwebûniyê digre. Şêwazê Rêbertiyê rastiya ku cewherê wî jî gotinên wî jî, şerê wî jî, ji ber wihabûnê ye. Hewldanên me yên pêşxistina jinê yek ji şerê me yê mezin e. Her diçe nêzîkbûna ku têr dike û li ser bingehê rast tê bihêzkirin. Vê hê ji niha ve rê li ber hêviyên ku bilind dibe vekiriye. Her roja ku derbas dibe hêvî ber bi pêkhatinê ve diçin. A ku min peroş (heyecan) dike jî ev e. Bilindbûna jinê bi qasî bilindbûna gelê Kurd –ku ew jî ji wê re di nava hev de ye- xwedî nirx e. Misoger ji vê xwe bi şûn de kişandin nabe, berovajî encax mirov pê kêfxweş dibe. Divê hemû zilam jî heyranê vê tiştê bin. Lê belê divê zilam bizanibe ku ev yek hêsan nîne. Dema ku piştgiriya wî nebe, ji heyraniyeke wiha re jî mafê wî nabe. Jiyan parvekirin li aliyekî nikare destên xwe bide wê û ji bo ku bibe xwedî piştgiriyekê, pêdîviya xwe bi hewldanên xwe yên cewherîkirinê heye. Ez di wê baweriyê de me ku wisa weke tê gotin, an jî weke didin qebûlkirin, jin layiqê xistinê nîne. Min her dem ji vê guman kirin û bertek nîşan da. Dilê min tu deman bi vê razî nebû. Min tu caran nexwast ez jinê wiha bi dest bigrim. Em niha vê bi qasî zanistî ye, weke bûyereke vînê ya cewherî heta em vê bi şêwazeke hunermendekê ku teşekirinê ve, heta rastiyekê ve dibin. Ev jî tiştekî xweşik e. Divê em li ser vê bingehê mêjiyê xwe biwestînin. Ger lêgerînên me yên têkîliyê hebe, divê em bi vê yekê ve girê bidin. Ev di heman demê de bersivdayîna lêgerîneke evîne ye û ketina riya wê ye. Evîna ku

JIN

57

giştî bûye, evîna gelê Kurd a ku nû dest pê dike û şoreşa xwe ve hêviyê dide ye. Bila tu kes di ezeziyeta xwe de vê xirab neke. Bi taybetî divê jinên di nava refan de ne di vê mijarê de xwedî rêgez bin. Bi taybetî bi girêdayîmayîna wasiyeta Zîlanê ve dema ku pêwîst kir, vê her roj bînin pêş çavên xwe û meşeke saxlem esas bigrin. Li gor min tenê nêzîkbûneke were qebûlkirin, bi qasî ku rast e, ya bi me şer bide qezenckirin û tenê helwesta ku jiyana xweşik ku wê dixwast bi ser bixe dê bîne ye. Em nirxeke bilind didin vê. Divê hemû hewldanên we li ser vê bingehê bin. Kî li ser vê bingehê bimeşe û bi ser bixe, tê wê wateyê ku wê ya herî rast kiriye. Heyecan û coşa vê ji nêzîkbûna herî çors heta ji têkîliyên zayendî binirxtir in. Ez coşa ku li ser vê bingehê dibînim he¬yecan û ger çêbibe hevnaskirina zayendan a li ser vî bingehî û parvekirina bi hev re ya jiyanê, ez nirxdar û pîroz dibînim. Divê hemû partiyî gihiştîbûneke bi vî alî ve, bi nêzîkbûnên xwe yên bi biryar ve, xwe gelekî bihêz bikin. Divê em him bi vê bawer bikin, him jî em ji bo pêwîstiyên vê xwe razînin. Ev dê şer ji her demê zêdetir bi pêş bixe, ji ber wê jî jiyana azadiyê ya ku em hêvî dikin dê bibe bersiveke ji nejiyîna me ya gelekî ketiye û gelekî kirêt dike. Nêzîkbûna me, coşa me, hezkirina me û ger hebe evîna me li ser vê bingehê ye. 5 Reşemî 1997

HEJMAR 25

2021/11/30

SAL 5

KOVAR DICLE

Hezkirina yê ku siyasî nabe, pratîkî nabe û rêxistinî nabe, ezez e. Di wateya siyasî de jî heta dawiyê tevlîhev dike, cihê dike û dixe. Kesayet bi axaftinê na, ger bi rastî jî bi aliyê xwe yê siyasî, rêxistinî û çalakgeriyê ve bi biryar be û xwe peyitandibe, wê demê wateyeke hezkirina di wî de bi pêş bikeve çêdibe .......... Gelo bedewî binirx e yan jî zayendîtiya çors? Ger hindek dixwazin bi jinê re bijîn, divê destpêkê bedew be


KOVAR DICLE

SAL 5

2021/11/30

HEJMAR 25

58

DOSIYE

Diclepress13@gmail.com

ÊZIDÎ; DÎROKEK KEVNAR

ÊZIDÎ GELEK CEJNAN PÎROZ DIKIN Û

EW DEWLEMENDIYA MÎRASA WAN A DÎROKÎ VEDIBÊJIN

A: NEDÎM ŞEMO

Gelê Kurd ji gelên herêmê yên kevnar e. Dîroka wî

vedigere bi hezaran salan. Gelê Kurd roleke sereke di dîrok û şaristaniya demokratîk de lîstiye. Lê heta roja me ya îro tê paşguhkirin. Ji ber ku tu lêkolîn girêdayî dîroka wî tune ye. Piraniya nivîsên ku li ser wî hatiye nivîsandin, hatine berovajîkirin. Carnan weke kok bi Fars ve tê girêdan, carnan jî bi Ereban û carnan jî bi gelê Gurcîyan û gelek gelên din ve tê girêdan. Kurdên Êzidî ji ber baweriya xwe, pêkhateya herî zêde li dijî wê, qirkirin û pişaftin hatiye meşandin. Di vê dosyayê de em ê behsa wan bikin, herêmên lê belav dibin, ola wan, çanda wan, fermanên bi serê wan de hatin kirin; a herî dawî komkujiya ji hêla DAIŞ`ê ve, çawa xwe birêxistin kirin, piştî komkujiya dawîn û siyasetên ku niha li dijî wan têne plankirin çi ne. DÎROK Û HERÊMÊN WAN Êzidî ji gelên resen ên herêma Kevana Zêrîn e(Mezopotamya). Dîroka wan vedigere hezarên salan. Li gorî oldarên êzidî, ev dîrok vedigere 8 hezar sal berê. Gelek neqş li herêmê hene, dîroka wan vedigere sê hezar salan beriya zayînê. Gelek lêkolîn, piştrast dikin ku zimanê êzidiyan bingeha zimanê Kurdî ye. Dr.Sadîq Zada Borkî dibêje: “Kurd xwedî ziman û alfabe bûn û bi navê alfabeya Kurdî ya êzidiyan dihat naskirin”. Şûnên vî zimanî li gelek nexş û deverên dîrokî hene. Pirtûkeke Êzidî ya pîroz ku bi zimanê êzidiyan hatiye nivîsandin di muzexaneya Awisturyayê de ye. Ev ziman li ser dîwarên perestgeha Laleş hatiye nivîsandin. Nivîskar Agatha Christie ya ku serdana perestgehê kiriye dibêje: “Li ber deriyê têketina gorê li Laleşê, peykerek di kevr de heye û li ser milê wê

yê rastê peykera mar heye, li ser dîwarên sûra deriyê têketina perestgehê nivîsên bi zimanê êzidiyan hene. Bi demê re ji ber rewşa hawayê êdî xuya nabin”. Êzidî li Kurdistana ku di navbera Tirkiyê, Sûriyê, Iraqê û Îranê de hatiye parçekirin dimînin. Li Ermenistan û Gurcîstanê jî hene. Li gorî pirtûka “Şeref Name” ya ku dîroknas û helbestvan Şerf Xan Şemsdîn Bidlîsî di navbera salên 1597-1599`an de nivîsandiye, êzidî herî zêde li Cizîra Botan, Mûsil, Dihok, Amed, Heleb, Ruha û Xoy dimînin. Hejmara zêde ya êzidiyan li Başûrê Kurdistanê ye ji ber ku perestgeha Laleş li wir e. Li gorî daneyên heyî hejmara êzidiyan li wê herêmê di navbera 500 hezar û 700 hezar kes de ye û li parêzgeha Nînova, Şêxan, Başîqa, Behzanî, Şengal, Zimar û Alqoş, parêzgeha Dihok, Şariya, Xankê û herêmê Dêrhebûnê ne. Li Sûriyê jî êzidî li herêma Cizîrê, Serêkaniyê, Tirbespiyê, Hesekê û Amûdê, li Efrîn û gelek taxên bajarê Helebê dimînin. Li gorî serjimariya sala 1963`iyan


Diclepress13@gmail.com

DOSIYE

59

HEJMAR 25

2021/11/30

SAL 5

KOVAR DICLE

Ola Êzidî ji kevintirîn olên herêma Kevana Zêrîn e. Li gorî hinek nivîsan, dîroka wê vedigere 3 hezar sal beriya zayînê. Ev ol banga yek xweda dike û ayîn û baweriyên wan ên taybet hene. Êzidî bi Yezdan bawer dikin ku di her tişî de heye hejmara êzidiyan gihaşt 10 hezaran, lê niha tu daneyên rastîn tune ye, bi taybet piştî ku dewleta Tirk gundên êzidî yên li Efrîn û Serêkaniyê dagir kirin, ew dane koçberkirin, mal û mezerên wan ên olî wêran kirin. Li Bakurê Kurdistanê êzidî pir li herêma Cizîra Botan dimînin, lê ji hêla dewleta Tirk ve komkujî li ser wan hatin kirin. Li Sêrt, Ruha, Qers, Agirî û Erdehanê jî dimînin. Êzidî li Tirkiyê ji hêla Osmaniyan û neviyên wan ên Tirk ve hatin qirkirin, di encamê de hejmara wan kêm bû. Li gorî daneyan û ji ber siyasetên tengavkirinê, hejmara êzidiyan ji 30 hezarî sala

1982`iyan heta 500 kesî sala 2009`an kêm bû. Li Gurcîstanê hejmara êzidiyan 30 hezar bûn. Lê di salên notî de ev hejmar kêm bû û daket 5 hezar kesan. Li Ermenistanê hejmara wan 40 hezar e. Li Rûsyayê jî zêdetirî 31 hezar e ji ber ku gelek êzidî ji Gurcîstanê ber bi Rûsyayê ve koçber bûn. Piraniya êzidiyan bi darê zorê warên xwe terk kirin û çûn Ewropayê. Niha hebûna zêde ya êzidiyan li Ewropayê, li Almanyayê ye. Li gorî texmînan hejmara

OLA WAN Ola Êzidî ji kevintirîn olên herêma Kevana Zêrîn e. Li gorî hinek nivîsan, dîroka wê vedigere 3 hezar sal beriya zayînê. Ev ol banga yek xweda dike û ayîn û baweriyên wan ên taybet hene. Êzidî bi Yezdan bawer dikin ku di her tişî de heye û bingeh e û zindî beşek ji giyanê wî ne. Ji ber ku beşek girêdayî hemû ye, hizira pîrozkirina diyardeyên gerdûnî mîna roj, ronahî û heyvê li ser bingeha ku ev diyarde beşek ji xwedawend e û karîna xwedê ya mucîze disepîne, hatiye. Peyva Êzîd, ji peyva Yazda ya ku waêzidiyan li Ewropayê zêdetirî 50 he- teya wê Xwedawend e tê. Êzîdî jî tê zar kesî ye. wateya “Îbadeta Xwedê”. Li cem


KOVAR DICLE

SAL 5

2021/11/30

HEJMAR 25

êzidiyan pirtûkên pîroz hene mîna pirtûka “Celwe” û “Mishefa Reş”. Êzidî xwedê bi “Azdayî” bi nav dikin. Ev peyv tê wateya yê ez dayî. Ji vir jî navê xwe girt. Êzidî baweriya xwe bi hebûna giyanên xirab nakin. Ew bawer dikin ku heke hêzên din hebin wê demê mirov tê meşandin û ne ku dikare rêya xwe vebirêje. Lewra mirov di baweriya Êzidî de, berpirsê tekane yê kiryarên xwe ye. Xwedê baş e. Lê nerindî, di encama kiryarên mirovan de derdikeve. Ew bawer dikin ku nakokiyek di navbera başî û nebaşiyê de heye û ew bingeha nakokiya di navbera ruh û aqil de ye. Heke aqil bi ser ket mirov qencî bi dest xist. Lê heke nefsa mirov bi ser bikeve wê demê mirov nebaşî bi dest dixe. Êzidî heca Laleşê ya li Başûrê Kurdistanê dikin. Li wir gora Şêx Adî heye. Her wiha Laleş navenda meclisa ruhanî ya ola Êzidî ya li cîhanê ye. Êzidî her sal di 6`ê Cotmehê de diçin Laleşê û heta 7 rojan hecê dikin. Li wir qurbanî pêşkêş dikin û xwe bi ava “Kaniya Spî” dişon. Êzidî olek ne mobeşir e. Ji ber wê nabe tu kes bi vê olê bawer bike. Tenê kesê ji dê û bavê Êzidî bûye, dibe Êzidî. Her wiha her kesê olê berdide nikare careke din vegere. Li cem êzidiyan li şûna nimêjê duaya xwedê û melekê tawisê heye. Dema roj hiltê û diçe ava, berê xwe didin rojê û dua dikin. Beriya xewê jî “Şehadeta dîn” vedibêjin. Êzidî fehş û kifir bi Xwedê, şehadeta derew, xwarina goştê beraz, vexwarina mey, derew, xapandin, fesadî, zewicandina bi hevjîna birayê mirî qedexe dikin. Ayînên taybet ên êzidiyan hene. Şûştina pitikan di “Kaniya Spî” de wek erkekê ye. Rakirina “Prat” ew jî gokên biçûk in ku ji axa Laleş û şîr çêdibe. Zarok toqek taybet bi

60

DOSIYE

Diclepress13@gmail.com

Êzidî ji gelên resen ên herêma Kevana Zêrîn e(Mezopotamya). Dîroka wan vedigere hezarên salan. Li gorî oldarên êzidî, ev dîrok vedigere 8 hezar sal berê. Gelek neqş li herêmê hene, dîroka wan vedigere sê hezar salan beriya zayînê navê“Toqa Êzî” li xwe dike û ji hêla “Pîr” ve(çîna oldaran) tê şûştin. Di merasîma zewacê de, nanek di navbera bûk û zava de wek hev tê parvekirin. Li gorî êzidiyan, roja Çarşemê, roja çêbûna gerdûnê ye. Ji ber wê divê hemû karê xwe berdin û îbadetê bikin. Êzidî miriyên xwe û rûyên wan ber bi rojê ve bin gor dikin. Gorên wan jî nayên xuyakirin û di merasîma veşartinê de qewlên olî têne gotin. Êzidî dabeşî sê cînên olî dibin, Şêx, Pîr û Mirûd. Nabe ev çîn ji hev bizewicin û tenê Êzidî bi êzidiyekê re dikare bizewice. Qewlên ola êzidiyan, duayên wan nehatine nivîsandin lê bi awayekî

devkî têne gotin. Ji ber wê bi mirina oldaran re ev dua winda dibin. LALEŞ Perestgeha Laleşê”Laleşa Nûranî”, li cem kurdan bi giştî û êzidiyan bi taybet ji girîngtirîn cihên dîrokî û pîroz e. Li herêma Şêxan a li Başûrê Kurdistanê ye. Li geliyekî ye ku sê aliyên wê çiyan e. Ji başûr ve çiyayê Meştî, ji bakur ve çiyayê Arvat û ji rojava ve çiyayê Hezrtî hene. Kesek dîroka wê nizane. Li gorî êzidiyan dîroka Laleşê vedigere 8 hezar sal berê. Nêrînên girêdayî binavkirina Laleşê pir bûn. Lê tu delîl wan ên zanîstî û dîrokî tune bûn, ji ber ku tu lêkolîn an jî lêgerîn li perestgehê nehatiye kirin da ku dîrok û wateya navê wê werin naskirin. Li gorî gelek nêrînan, Laleş ji Lakeş a Gutî hatiye û tê wateya “Ronahî, Jiyan”. Bajarê Lakaş jî ji kevintirîn bajarên Somerê ye, piştî Ûrk û Ewr û navê wê nêzî navê perestgehê ye.


Diclepress13@gmail.com

DOSIYE

61

Mîr, êzidiyan bi rê ve dibe û CEJN nûnertiyan wan li tevahiya qadên Êzidî gelek cejnan pîroz dikin û ew navneteweyî dike. Mîr ji malbatekê dewlemendiya mîrasa wan a dîrokî bi navê Mîra tê. vedibêjin. Jê yên herî girîng: Cejna Cimaya yan jî Cima ji 6`ê Cot- Ola Êzidî li gorî pergaleke diyar mehê heta 12`ê mehê didome. dabeşî van çînan dibe: Cejna Êzid an jî rojîgirtin. Ev cejn Şêx: Çîna herî pîroz e û endamên wê dikeve hefteya duyemîn a meha Çi- ji koka şêxan tên. leyê. Êzîdî sê rojan rojî digirin û roja Pîr: endamê vê çînê ji koka pîr Alî ne. înê dikin cejin. Pîr Alî dostê Adî bû. Cejna Bêxwîn an jî Xidir Ilyas, dikeve Mirîd: piraniya êzidiyan mirîd in. îna duyemîn a meha Sibatê. Her kesê ku ne di çînên Pîr, Şêx û Mîr Cejna sersala Êzidî yan jî Çarşema de ne hemû ji vê çînê ne. Sor. Ev cejn di çarşema yekemîn a sala nû li gorî salnameya rojhilatî Oldarên êzidî jî di nav xwe de de yanî çarşema yekemîn ji meha wiha dabeş dibin Nîsanê tê pîrozkirin. Feqîr: Baş tê gihiştina olê, xwedî Patzmî yan jî Patîzma Pîr Alî: merasî- qîmeteke mezin di nava êzidiyan de. ma vê cejnê roja yekşema yekemîn Divê ji biçûkahiya xwe ve dest nede piştî sersala rojhilatî destpêk dike û rih û simbêlê xwe. Tenê cilekî bi navê heta 7 rojan didome. Her rojek nav Parspan li xwe bike. Ev cil pîroz e û ji û ayînên wê taybet in. rîs hatiye çêkirin. Nabe kesek êrişî wan bike yan jî cilên wan biçûk bike. ÇÎNÊN OLÎ Qewal: oldarên ku qewilên olî dix-

HEJMAR 25

2021/11/30

SAL 5

KOVAR DICLE

wînin û mîrasa olî ji pêşiyên xwe digirin. Xulmetkar: Karmendên ku li Laleşê kar dikin. Êzidî bawer dikin ku ew xwedî karînên ruhanî yên taybet in. NÊRÎNÊN ŞAŞ Ji ber ku ayînên ola êzidî nehatiye nivîsandin û bi awayekî devkî tê vegotin, lewra tu kes ji bilî êzidîyan wan nizane. Ev jî dihêle ku gelek têgehên şaş girêdayî ola êzidî derkevin. Ji wan têgehên şaş, êzidî weke çewtbawerî û îbadeta rojê dikin tên naskirin. Hinekî din jî bi taybetî kesên mislimanên radîkal bawer dikin ku navê wan vedigere Yezîd Bin Muawiye duyemîn hakimê Umewî(647-638 piştî zayînê). Hinekî din jî wan bi bajarê Yezd a li Farisê ve girê didin. Lê ev têgeh hemû şaş in. Ev têgehên şaş bûn sedem ku Êzidî rastî komkujiyan û siyasetên nijadperestî werin.


KOVAR DICLE

SAL 5

2021/11/30

HEJMAR 25

62

ÇAND

Diclepress13@gmail.com

EYNEKA BEJNA MIROVAN, MIROV BI XWE YE GOTINA PÊŞIYAN ......

A: SEMA HESINÎ

Axa jin û mêra ji hev e: Ev gotin jî wekî axa jin û mêran ji hev ku bi hev û dû re dizewicin. Heke axa wan ne ji hev be hevdû nabînin. Dîsa wekî ku çanda wan an welatê wan ne yek be li hevdû nakin. Axa mala mirov ji cewahirê xelkê çêtir e: Tiştê ku mirov zanibe yê mirove bi mirov şêrîn e.Tiştên herî xweş ,avahî û erdên herî xweş bin jî ku ne yê mirov be ,mirov zane ku rojekê wê ji dest wan here ji ber wê yekê tim bi mirov xweş e.Lê tiştê ku mirov zanibe yê mirove û heta heta yê mirov e. Wê demê bi dilê mirov e û wekî tu tişt li dinê jê xweştir tune ye.Bi taybetî ev gotin ji bo xwarinan hatiye gotin,lê wekî din jî mirov dikare şîrove bike. Axurê mirov ji qesrê xelkê çêtir e : Ev gotin jî ji bo avahiya hatiye gotin ku dema ne yê mirov be nexweş e an yê mirov be ji yê biyanan û demdemî di destê mirov de be çêtir e. Aynê bizna kol ji ya bi qloç re na mîne: Bizina kol bizina bê qiloç e.Ji ber wê yekê bizina bi qiloç weki bi çek be û ya kol bê çek be.Mirovên bi çek jî her tim dikarin tahdeyê li yê bê çek bike lê belê zilm tu car bê bersîv namîne û tol tê hilanîn.

kesî dihat.Dîsa tê wateya ku bira tim li tiştên mezin digerin. Ber siya rovî de nebe bila şêr te ...... bixwe : Rovî ajalekî fenek e,şêr jî pir bi hêz û Çira herkesî pêxistî namîne hete ajal giş jê ditirsin.Dema ku mirov li sibehê: pey yekî fenek bigere dibe ku mirov Dema ku zarok nû ji dayika xwe têkeve dafikan,herwiha mirov wekî çêdibin wê şevê mala zarok çira xwe wî jî xuya dibe.Lê dema mirov li pey pêxistî dihêlin heta sibehê. Herwiha yekî mêr û bi hêz bigere,hêz ji mirov dema şîn,miri di malan de çê bibe jî re çêdibe û mirovê bihêz û mêr jî çira heta sibehê pêxistî dimîne. Ev tiştên xwe, eşkere dikin.Pêwistiyê yek tiştekî taybet e û herkes vê yekê jî bi fen û dafikan nabînin.Tiştên pêk nayne,yê ku van bûyerana di eşkere jî mirov li gor wê yekê tevdîra serê wan de bê pêk tînin. Ev gotin jî xwe distîne.Dîsa ev gotin tê vê wa- tê wateya ku herkes li bûyerên şadî û teyê ku mirov tiştek kir bila hêja be xerabiyê rast nayê . ,ne ku mirov bi pey tiştê hûrik keve û dawiyê jî taba mirov belasebe here. Çira ji koran re, def ji keran re fêde nake: Berberî û nanê genim li cem hev Çi tişt hene ku mirov ji ehlê wê re nabin : bibêje fêm dike, heke ne ehlê wî be û Berberî an fesadî, nanê genim jî jê re ne pêwistbe naxwaze fêm bike. namet û pîroz e .Jiber wê yekê jî Dîsa tiştin hene û ne gengaz e ku hin tiştên pîroz û fesadî berberî li hev mirov an ajal jê sûdê wergirin, mîna nakin .Yan mirov wekî nanê genim kor û çira. paqij be yan jî mirov bi fesadî û berberiyê bi pey tiştên ne rast bikeve. Çiya bi çiya nakevin, çav li çava Dîsa wekî ku mirovên berberiyê dikevin: dikin her tim serê wan di teşqeleyan Çiya her tim di cîhê xe de disekinin, deye. Ji ber wê yekê jî her tim xizan lê mirov tim digerin çi dem derbas û belengaz in,nanê genim ji wan re bibe dibe ku rastî hevdu werin. Ji ber biha ye. wê yekê jî divê mirov li gor wê yekê tevbigerin û hesabê hevdîtinê bikin. Berê xweha li bira ye yê bira li çiya ye: Çiya bilind e, dorê bajar û gund e: Ev gotin raste rast ji bo kurdan hatiye Çiya bilind e li ser bajar çê nabin lê gotin.Di demên berê de bira an mêr ji ber bilindahiya wî û xweşiya wî tim li çiya bûn ,di jiyan û dîroka kur- şênahî li dorê çê dibin. Mirov dikdan de ev yek tim pêk hatiye.Lê belê are bibêje ku mirovên qedirbilind demên berê xweh an jin tim li pey jî mirovan li dor xwe kom dikin û mêran bû an xwe bi birayê xwe dis- disitirînin. Mirovê mezin an serok itirandin.Dema birayê wan jî biçûya girseyên gel li dor xwe kom dikin. çiyê hêviya wanzaq jî nema bi tu


Diclepress13@gmail.com

DÎROK

63

HEJMAR 25

2021/11/30

SAL 5

KOVAR DICLE

SUMER KÎ NE?

PERESTGEHÊN WAN WEK ZIGURAT TÊN BINAVKIRIN

A: XEYRÎ QÎRANÎ

Sumer dewleteke dîrokî ya Mezo-

potamyaya başûr e. Li gorî dîrokzanan, Sumer, kevintirîn şaristaniya cîhanê ye. Şaristaniya sumeriyan ya pêşî tê dîtin. Li welatê sumeran carê yekê bûyerên civakî wek bajar, koletî, çînên civakî, şer û her wekî din pêk hatin. Bi taybetî civaka çînan li Sumerê pêk hat. Dîrok Cihê derketina sumeran nayê zanîn. Nêzîka 5000 sal berî zayînê li başûrê Mezopotamiyayê di nav çemên Dicle û Ferat li başûrê

Iraqê îro de dîroka sumeriyan dest pê dike. Di vê herêmê de sumerî şaristaniyeke pir pêşketî ava kiribûn. Di hezarsala şeşemîn berî zayînê bajarên xwe damezrandin. Navên çend bajaran Erîdu, Ur, Kurda, Nippur, Uruk û Larsa bûn. Sala 2370 bz, sumer hat dagirkirin ji aliyê miletên samî ve bi seroktiya Sergonê Agadî(akadî). Sala 2000 bz dewleta sumeriyan hat rûxandin bi destê Amoriyan(samî).

Di mîtolojiya sumeran de xwedawend û xwedeyên girîng Înanna, Nînhursag, En, Enlîl, û Enkî ne. Gilgameş keyekî sumeran bû. Sumeri ji mîtolojiyê dubuhurina hizre olî. Ew di xwe de hizre olî bi pêşdixin. Di parastgehan de hizir bi pêşdikeve. Hizir dibe û bi pêşdikeve. Parastgehên wan ji ber ku wan zêde di avakirina wan de av bi kar anî ji dêla kevir, êdî ji ber êrîş û talankirinên li ser Nivîs û ziman wan ta deme me ne mane. Navên Sumerî çêkerên yekemîn tîpên perestgehên wan wek Zigurat tên nivîsandinê di dîroka mirovatiyê binavkirin. dene ku bi tîpên mîxî tên naskirin. Tîpên sumeriyan yên mîxî binge- Felsefe ha komunîkasiyonê(ragihandin) Felsefe hîmê wê di deme wan de li seran sera Rojhilata Navîn tê avêtin. Wan hizre olê bi pêşxist serdirêjye ya 2000 sal bûn. û bi pargal kirin. Dagariyên olî û yên din yên di jiyanê de bi hizir Mîtolojî û dîn anîna ser ziman. Bi hizir formulki-


KOVAR DICLE

SAL 5

2021/11/30

HEJMAR 25

rin wan bi pêşxist. Li ser wan formulkirinên xwe re hizre dadî û olî bi pêş xistin. Formulên xwe li ser kêvarbaran naqş ji kirin. Bi vê yekê re şaristaniya wa pêşket. Felsefe, ji xwe, di pêvajoyên pêşketina hizir de ya deme şaristaniyê ya. Bi vê yekê re mirov karê kifş bike û bêje ku ew xwediyê felsefeyeke pir mazinin. Deme şaristaniyê, demeke di hizre de deme felsefê ya. Di hizir de deme felsefê ji, deme şaristaniyê ya.

64

DÎROK

Diclepress13@gmail.com

Firatê dewletên weke Uruk, lagaş, Erîdu, Ur û Kîş hatina damazirandin. Teknolojiyeke pir pêşketi bi kar dianîn. Li cihê ku lê bi cih bûn, lê pergaleke avkirinê avakirin û rê bend û bendavên wê çêkirin. Cihên biav zuwakirin. Cotyari bi pêşxistin. Tekelek kifş kirin û di cotyariyê de ga û sawalên wilo bikar anîn. “Seksajimal”e ku xwe dipahand hijmarar 60 pergala wê kifşkirin. Ev pergala hijmartinê ku navê wê “sos” bû û navê birîme hijmara 60 bû kifşkirin û di hijmarZanistî tina dem û mekanê de bikar anîn. Deme ku bicih bûn zanibûn ku Heyv 30 roj hijmartin. Sal 365 hisênîkan û çomlekan çêkin. Li jmartin. Şev û roj li 12an beş kirin. Mezopotamya xwere li ber Diclê û Sal bi 12 heyvan hijmartin. Heyv û

roj, girtina wan hijmartin. Sumeriyan hîmê matematîkê û geomatriyê avêtin. Çar cîn dîtin. Aqarê cergê hijmartin. Rasteka çavî û hingavtin amede kirin. Sumeriyan Astronomî jî pêşxistin. Birc ji cara pêşî wan kifş kir û ta rojeme hatiya. Rojmêr kifşkirin û rast bikaranîn. Heyv 30 û sal ji 365 hijmartin. Seate rojê ji kifş kirin. Cara pêş rojmêre ku heyv salê wan dît û bikaranî. Matematîk Sumeriyan hîmê matematîkê û astronomiyê avêtin. Çar cîn dîtin. Aqarê cergê hijmartin. Rasteka çavî û hingavtin amede kirin û bi


Diclepress13@gmail.com

kar anîn. Astronomî Astronomî bi pêşxistin. Birc wan dîtin û bikaranîn. Ew bikaranîna bircan ta rojeme tê bikaranîn. Heyv 30 û sal 365 hijmartin. Seate rojê wan kifş kir. Cara pêşî wan rojmêre bi heyv û sal wan dît û bikar anî. Awayê civakê Awayê civakê ji bajar-dewletan pêk dihat û dore wan ji bi suran re dorpêçkirî bû. Li bajêr, li cihekî ku bilind parastgah dihata avakirin.V e yekê ji awayekî civaknasiya wan diafirand. Di serî de awayê civaka wan Li ser hîmê dayiktiyê ava bû. Karê hevbeş bi wan re pir li pêş bû û pêşketî bû. Piştre hin bi hin komên çinî derketin. Koma Rahiban, komên serdest yên leşker û kolan derkete hole. Vê yekê di dewlete wan de hiyayerşyeke damizrand. Di 3000 û 2500 wan de ew komên çinî yên serdest weke rêveberan di demeke de bûne komên ku xwediyê hebûneke oldarî ji bûn û derketine hole. Key û rahip di dewletê de karê olî û rêzanî dimeşand. Hebûne xwûde di wê demê de hata bireserkirin û hebûne nemir hata têgihiştin.

DÎROK

65

Enkî: xwedanê zanînê bû. Nîmmah Nînhursag: xatuna pîroz bû. Dê, xwedan bû. Nanna(Sîn): xwedanê heyvê bû. Utu(Şamaş: xwedanê rojê bû. Kurê xwedanê heyve Nanna bû. Ecem: banu, xwedana serdesta bû. Înanna(Îştar): xwedana evîn û bereketê bû. Dad Di dîrokê de cara pêşî dadiya nivîsî ji aliyê sumeriyan ve hata çêkirin. Bi vê xoslete xwe sumerî dibine dewlete pêşî ya dadê. Ji bo parastina desthiatdarî û serweriyê xalên dadê hatina kifşkirin. Keyê lagaşê Uruqagîna zagonên wî yên pêşî nivîsî xwe di sipartina”Sere û berdêlê”. Li ser Pêşketine hizre dadê li Kurdistanê van pêşketinan dike hîmê xwe de. Wêje Berhemên wan yên wêjeyî yên herî herî girîng Destana Gilgamêş ,Efsana Dahênin û Efsana tufanê ya. Sumeriyan ji welatê xwe re kENGîR û zimanê ku diaxiftin ji jê re digotin EMEGîR û ji xwe re ji SAG-GIGA digotin.

Bandor Bandora wê şaristaniyê li ser hemû aliyên jiyana rojavayê Asya yên olî, civakî, zanistî, çandî, kultûrî û Xwedanên sumeriyan li gorî de- cotyarî hebû. Li gor sumerologê stana Gilgameş Samuel Noah Kramer, “dîrok di Di destana deme sumeriya ya Sumerê de dest pê dike. Gilgameş de hin xwedan ev in: Anu ya, Anu xwedayê asmanan: di Çavkanî: serî de xwedanê herî mazin û ser 1- http://www.historiasiglo20. bû. Piştre xwe jiEnlîl re hişt. org/egypt/mesopotamia.htm(li Enlîl: xwedanê hewa bû. Bavê gora dîroknas Juan Carlos Ocaña). xwedanan bû. Parestgaha wî li 2- http://www.bbc.co.uk/history/ Ekur Nîppurê bû. recent/iraq/iraq_lost_cities_03.

HEJMAR 25

2021/11/30

SAL 5

KOVAR DICLE

shtml(li gora BBC). 3- Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 22 kanûna paşîn 2013 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 25 çiriya pêşîn 2012.

Awayê civakê ji bajar-dewletan pêk dihat û dore wan ji bi suran re dorpêçkirî bû. Li bajêr, li cihekî ku bilind parastgah dihata avakirin.V e yekê ji awayekî civaknasiya wan diafirand .......... Felsefe hîmê wê di deme wan de tê avêtin. Wan hizre olê bi pêşxist û bi pargal kirin. Dagariyên olî û yên din yên di jiyanê de bi hizir anîna ser ziman


KOVAR DICLE

SAL 5

2021/11/30

HEJMAR 25

66

CIVAK

Diclepress13@gmail.com

EL-ARECÎ:

EGER XELKÊ ŞENGALÊ VEGERIN SER AXA XWE, DÊ MAFÊN XWE BIDEST BIXIN

Yek

ji mezinên Şîeyên Şengalê Seyîd Mehmûd El-Arecî diyar kir hêzek li Şengalê şehîd nedabe, nikare bêje min Şengalê rizgar kiriye:“Şehîd Şengalê rizgar kirine. Rêya bidestxistina mafên xwe jî di vegera Şengalê re derbas dibe”. Ji ber hêzên PDK’ê û artêşa Iraqê di 3’yê Tebaxa 2014’an de Şengalê terk kirin, ji aliyê DAIŞ’ê ve hate dagirkirin. Şervanên YPG-YPJ, gerîlayên HPG-YJA-Starê û ciwanên Êzidî yên hatin perwerdekirin pêngava rizgarkirina Şengalê dan destpêkirin û di 13’ê Mijdara 2015’an de hate rizgarkirin. Di encama pêngava rizgarkirin û parastina Şengalê de heya niha bi sedan şehîd hatine dayîn. Yek ji mezinên Şîeyên Şengalê Seyîd Mehmûd El-Arecî bi boneya 6’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji ajansa me re axivî. Mehmûd El-Arecî diyar kir Şengal ji DAIŞ’ê hatibe rizgarkirin jî zext û planên li ser herêmê berdewame û wiha axivî:“Şengal di warê ewlekariyê de di dema xwe ya herî baş

de ye. Şengal yekem cih bû li dijî DAIŞ’ê li berxweda û destûr neda bi temamî bikeve destê çeteyan. Xelkê Şengalê û yên bi hawara wan ve hatinin li serê çiyayê Şengalê li berxwedan”. Seyîd Mehmûd El-Arecî daxuyakirin ku îradeyeke mezin li şengalê çêbûye, lê zext û gefên aliyên siyasî hene û wiha pêde çû: “Îradeyeke mezin li Şengalê çêbûye. Eer gel jî vegerin ser axa xwe, wê mafên xwe mîsoger bikin. Yegane rêya bidestxistina mafan, vegera li Şengalê ye”. El Arecî hêzên ku di pêngava rizgarkirina Şengalê de rol lîstine û berdêl dane jî bibîrxist û got:“Divê bê şîrove ev rastî bê fêm kirin; Hêzek ku şehîd nedabe, nikarin bêjin ew Şengalê rizgarkirine. Şehîd Şengalê rizgarkrine. Lê hinek aliyên siyasî yên sexte yen Iraqê û Kurd îddîa dikin ku wan Şengalê rizgar krine. Aliyên ku şer nekirine, li ser ragihandinê bangeşeya qaşo wan Şengalê rizgarkirine dikin!”.

Mehmûd El-Arecî behsa pîlanên PDK’ê yên li ser Şengalê jî kir û wiha dirêjî bi axaftina xwe da:“PDK dixwaze civaka Şengalê bîne hember hev û di bin navê hilbijartinan de jî xwest aloziyan derxe. Ev yek xizmeta Şengalê nake. Eger dixwaze xwe ji teslîmkirina Şengalê ji bo DAÎŞ’ê rizgar bike, pêwîst e beriya her tiştî kesên bûne sedemên şikestina Şengalê bên cezakirin. Eger ev yek neyê kirin tê wê wateyê ku rêzê li şehîdên di fermanê de canê xwe dane nagire’. El-Arecî îşaret bi sîstema demokratîk û rêxistinkirî ya gelên li Şengalê jî kir û got:“Niha rewşa Şengalê li gorî beriya fermanê cûda ye. Ji ber tevahiya gelên li Şengalê xwe birêxistin kirine û bi hêzên ewlekariyê re dibin alîkar. Herçend girêdayî aliyên cûda jî bin, lê di encam de parastina Şengalê dikin û ser bi hikûmeta Iraqê ne”. Di dewama axaftina xwede li ser gefên çekdarî yên hinek hêzan


Diclepress13@gmail.com

jî El-Arecî ev hişyarî da:“Dixwazim vêya bêjim, çi hêzek bixwaze destwerdanê li Şengalê bike û zora hêz xwe li ser Şengalê ferz bike, wê hesab bide. Bila ti kes nefikire wê bikare careke din Şengalê ji bo xwe bikarbînin”. Seyîd Mehmûd El-Arecî ji Şengaliyan xwest nekevin bin

CIVAK

67

bandora aliyen siyasî yên derve û axaftina xwe wiha bi dawî kir:“Bila xelkê Şengalê nekevin bin bandora aliyên siyasî û derve. Ji ber em weke gelê Şengalê di ferman û qirkirinê re derbasbûne. Eger em nebin yek û her kesek hewl bide ji aliyekî ve bibe, emê nekarin mafên xwe bidestbixin”.

HEJMAR 25

2021/11/30

SAL 5

KOVAR DICLE

Tevahiya gelên li Şengalê xwe birêxistin kirine û bi hêzên ewlekariyê re dibin alîkar


KOVAR DICLE

SAL 5

2021/11/30

HEJMAR 25

68

ANALÎZ

Diclepress13@gmail.com

JI ÎXANET Û ŞIKESTINÊ BER BI BERXWEDAN Û RIZGARIYÊ

A: CIWAN ÊZÎDXAN

Şengal

ji sala 2003’an heta 2014’an dibin desthilatiya PDK’ê ma. Dema DAIŞ êrîşî Şengal kir, hêzên PDK’ê li Şengal bûn û soz dabûn ku wê Şengal biparizên. Lê vê nekirin. Li Şengalê îxaneta PDK’ê rê li ber şikestin û dagirkirinê vekiribû. Jiber îxaneta PDK’ê bi sed hezaran Êzîdî ji neçarî koçber bûn û bi hezaran hatin qetil kirin û bi hezaran jî bêser û şûnin. Berîya komkujiya Şengal, Rêber Apo digot“Divê Êzdiyatî bijî”. Ji bo Êzdiyatî bijiya jî diviya ku Şengal bihata parastin. Gerîlayên PKK’ê bi vê erka pîroz re rabibûn, berê xwe dabûn çiyayê Şengalê û Êzîdiyan parastin. Di 13’ê Mijdara 2015’an de bi pêngaveke berfireh a leşkerî navenda Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Ev pêngav bi pêşengiya gerîlayen HPG û YJAStarê, şervanên YPG û YPJ’ê û yekineyên berxwedana Şengalê ve hate rêvebirin. Niha 6 sal di ser vê pêngava dîrokî re derbas dibe ku di nav van salan de ji qirkirin û fermanê ber bi Şengaleke xweser û azad ve gavên mezin hatine avêtin. Beguman gelek xal û mijar hene ku di çarçoweya rizgarkirina Şengalê û 6 salên dawî de werin nirxandin. Lê ya girîng ew e ku em xeta îxanetê ku rê li ber şikestin û

ketina Şengalê vekir û xeta berxwedêr a ku Şengalê parast û rizgar kir car din destnîşan bikin. Ji ber ku di demên dawî de, li hemberî hêzên berxwedêr ên ku Şengalê parastine êrîşên giran hene û di serî de PDK, hêzên ku rê li ber fermanê vekirin, dixwazin xwe wekî rizgarkerê Şengalê nîşan bidin. Ji ber vê yekê du pirsên esasî hene ku werin bersivandin; kî rê li ber şikestina Şengalê û fermanê vekirin û kî Şengal parast û rizgar kir. Heya fermana 2014’an PDK serwerê Şengalê bû Wekî tê zanîn piştî hilweşîna Sedam Hisên, Şengal bi giranî di bin serweriya PDK’ê de bû. Ev serwerî heya 2014’an bênavber berdewam kir û PDK’ê xwe wek parêzvanê Şengalê û Êzidiyan nîşan da. Di vê salê de plansaziyeke nû ji bo şerê li Rojhilata Navîn hate amadekirin. Ji ber ku Şoreşa Rojava hevsengiya şerê li herêmê guhertibû û bayê şoreşê, Rojhilata Navîn dabû ber xwe. Ne tenê dewleta Tirk an jî rejîma Beas a Sûrîyê ji vê rewşê bi fikar bûn. Her wiha hêzên sermayedar ên cîhanê jî ji şoreşa Rojava tirsiyabûn û dixwestin rê li ber belavbûna wê bigirin. Rê li ber DAIŞ’ê tê vekirin Tam di vê noqtê de di 1’ê Hezîrana 2014’an de civîneke veşartî li Ammanê hate lidarxistin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Erebîstana Siûdî, dewleta Tirk, Îsraîl û PDK tevlî vê civînê bûn. Girîngiya

vê civînê ew e ku bi vê civînê re qada Îraq û Başûrê Kurdistanê û pey re qada Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji DAIŞ’ê re hate vekirin. Dema 10’ê Hezîranê DAIŞ’ê êrîşî Mûsilê kir, dinya hemû matmayî ma. Lê dagirkirina Mûsilê jî di nav de, tevgera DAIŞ’ê ya li herêmê di vê civînê de hatibû plankirin. Dorpêçkirina Şengal û Rojava xalên esasî ên vê planê bûn û ev plansaziyeke kurewî bû. Rêber Apo: DAIŞ JÎTEM’a Rojhilata Navîn e Di nav salên borî de pênase û rola DAIŞ’ê ya li Rojhilata Navîn bû mijara gelek nîqaş û nirxandinan. Lê yê ku rastiya DAIŞ’ê ji roja destpêkê ve zelal kir Rêber Apo bû ku digot “DAIŞ, JÎTEM’a Rojhilata Navîn e”. JÎTEM’a Kurdistanê ji bo rê li ber tevgera azadiyê bigire hatibû rêxistinkirin, vê carê jî hêzên navneteweyî û dewletên kevneperest ên herêmê, ji bo fikrên Rêber Apo li Rojhilata Navîn belav nebe û rê li ber şoreşa gelan veneke DAIŞ’ê berdabûn qada şer. PDK’ê ferman da ku hêzên wan li ber xwe nede Piştî di 10’ê Hezîranê de Mûsil teslîmî DAIŞ’ê hate kirin, êdî parastina Şengal, Telafer, Mexmûr, Kerkûk û Germiyanê jî nemabû. Êzidiyên li Şengalê ketibûn nav tirs û fikara DAIŞ’ê û rê ji bo parastinê digeriyan lê PDK’ê soz dida ku ewê Şengalê biparêzin û ne hewce ye amadekariya parastinê were kirin. PDK’ê ku li şûna ji bo


Diclepress13@gmail.com

parastinê çek û cebilxane li Êzidiyan belav bike, dest danîbû ser çekên gel jî. PDK’ê ku soz dabû Êzidiyan, bêyî ku guleyek biteqîne bi carekî re ji Şengalê reviyabû. Pişt re derket holê ku, PDK’ê ferman dabû hemû pêşmergeyan ku li ber xwe nedin û dest ji Şengalê berdin. Ji bo Êzdiyatî bijiya diviya çiyayê Şengalê bihata parastin Rê li ber şikestina Şengalê û fermanê bi vî rengî hate vekirin. Di wan rojan de tenê hêzeke hebû ku ji bo rê li ber vê fermanê bigire di nav lêgerînê de bû. Ji xwe Rêber Apo bi salan beriya fermanê balê kişandibû ser metirsiyên li ser Êzidiyan û daxwaz kiribû ku tedbîr werin girtin. Di dema fermanê de jî wê bigota “Divê Êzdiyatî bijî”. Ji bo Êzdiyatî bijiya, diviya ku Çiyayê Şengalê bihata parastin û Şengal bijiya.

ANALÎZ

Xeleka dawî ya êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Şengalê, îmzekirina Peymana 9’ê Cotmehê bû ku di 2020’an de di navbera hikumeta herêma Kurdistanê û hikumeta Mistefa Kazimî de çêbû

69

Gerîla got emê Şengalê biparêzin Gerîlayên azadiya Kurdistanê bi vê heqîqetê re berê xwe dan Çiyayê Şengalê. Demek beriya fermanê, PDK’ê amadekariyên reva ji Şengalê dikir, gerîlayên azadiyê

HEJMAR 25

2021/11/30

SAL 5

KOVAR DICLE

jî ji ber rêgiriyên PDK’ê li ser reyên veşartî hewl didan xwe bigihînin Şengalê. Parezvanê pîroz a Çiyayê Şengalê Dilşer Herekol jî di nav de, 12 gerîla beriya fermanê berê xwe dabûn çiyayê pîroz. Piştî ku DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de ji milê başûr û rojhilat ve êrîşî Şengalê kir, di 5’ê Tebaxê de Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan ragihandibû ku ewê dest li rewşa Şengalê werdin û Şengalê biparêzin. YPG û YPJ’ê bi şerekî sing bi sing xwe gihandin Şengalê Li milê din jî li Rojavayê Kurdistanê, hêzên şoreşê ji bo parastina Şengalê ketibûn nav liv û tevgerê. Hêzên Parastina Rojava YPG û YPJ ji herêmên Til Koçer û Cezaa yên Rojavayê Kurdistanê bi şerekî sîng bi sîng çembera DAIŞ’ê şikandin û xwe gihandin Çiyayê Şengalê. Di nav rojekî de nêzî 100 km. rê derbas kirin, çiyayê pîroz xistin bin


KOVAR DICLE

SAL 5

2021/11/30

HEJMAR 25

70

ANALÎZ

Diclepress13@gmail.com

parastina xwe û ji Şengalê heya Rojava rêya rizgariyê ji bo Êzidiyan vekirin. Piştî parastina Şengalê qonaxeke nû destpê kir Destwerdana gerîlayên PKK’ê û şervanên Rojava li Şengalê qonaxeke nû da destpêkirin. Êdî Çiyayê Şengalê hembêza xwe ji parêzvanên xwe re vekiribû. Cara yekem bû ku hêzeke li hemberî DAIŞ’ê xwe digirt û li ber xwe dida. Dikare bê gotin DAIŞ şikestina yekem li Şengalê xwar û pişt re bi berxwedana Kobanê re êdî têk çû. Merheleya parastinê temam bibû, dor hatibû ser pêngava rizgarkirina Şengalê. Ji vê demê şûn ve êdî rewşa şer diguherî û her wiha dîrokeke nû ji bo Êzidiyan destpê dikir. Şengal bi pêngava hevdem a gerîla û şervanên YPG û YPJ’ê re di encama şerê kolan bi kolan de hate rizgarkirin. Yên îxanet li Şengalê kirin niha dixwazin xwe wekî xwedî vê serkeftinê nîşan

Di esas de, xeta îxanetê û berxwedanê ji Zagrosan heya Şengalê, ji Şengalê heya Kobanê di nav şerekî mezin de ne

lîmî DAIŞ’ê bibe û qirkirina Êzidiyan a bi sedan salan êdî temam bibe. Hêzên navneteweyî xwe ji mij ve amade kiribûn ku ji bo jenosîda Êzidiyan hin daxuyanî bidin û çend rondikan birijînin. Lê ev berxwedana ku tu kesî hêvî nedikir, rewşê guhertibû. Gerîla û şervanên Rojava, Çiyayê Şengalê kiribûn stargeh. Bi dehezaran Êzidî xwe spartibûn çiyayê pîroz. Ji bo parastina civakê keç û xortên Êzidî dihatin perwerdekirin. Ev perwerdehiya bi çend kesan destpêkir, di demeke kurt de veguherî artêşa parastinê ya Êzidiyan. Yekineyên Berxwedana Şengalê(YBŞ), Yekineyên Parastina Jinên Şengalê(YPJ-Şengal) ku pişt re navê xwe kir YJŞ(Yekineyên Jinên Şengalê) li vê stargeha pîroz ava bûn. Bersiva Êzidiyan a li hemberî fermanê artêşbûn bû. Ev jî qonaxeke nû di dî dîroka Êzidiyan de bû.

bidin. Lê hemû propagandayên hatin kirin jî, nikaribû rastiya Şengal û berxwedaniya gerîlayên azadiyê veşêre. Îxanet li Şengalê ranewestiya û ji Zagrosan heya Şengal, Kobanê êrîşeke berfireh li ser hêzên ku Şengalê rizgar kirine Ji bo rizgariyê Fermandariya Êzîdxanê hate avakirin dane destpêkirin. Hemû hêzên cîhanê û herêmê Beriya pêngava rizgarkirina xwe amade kiribûn ku Şengal tes- Şengalê destpê bike, hem li başûr


Diclepress13@gmail.com

hem jî li bakurê Çiyayê Şengalê gelek komelgeh û gund hatin rizgarkirin. Êdî parêzvanên axa pîroz xwe ji çiyê berdidan deştê û her roj di çeperekî de derb li DAIŞ dixistin. Hêzên parastina Şengalê rewşa parastinê derbas dikirin û dest bi rizgarkirina axa pîroz dikirin. Êdî rizgarkirina navenda Şengalê hedef û armanca esasî bû. Li ser vê esasê jî di 29’ê Çileya 2015’an de YBŞ, YPJ-Şengal û Hêzên Parastina Şengalê(HPŞ) daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê û ragihandin ku wan di bin navê“Fermandariya Êzîdxanê ya Ji Bo Rizgariya Şengalê” de fermandariyeke hevbeş ava kirine. Di vê daxuyaniyê de her wiha bang li PKK, YNK û PDK’ê hat kirin ku destekê bidin fermandariya hevbeş a Şengalê. Gava yekemîn a rizgarkirinê li Geliyê Şilo hate avêtin Êdî armanc û hedefa bingehîn rizgarkirina navenda Şengalê bû. Hemû amadekarî li ser vê esasê dihat meşandin. Beguman ev di heman demê de hedefekî zor û zehmet bû. Ji ber ku DAIŞ jî xwe li navenda Şengalê bi hêzeke mezin bicih kiribû û amadekariya şerekî tund û demdirêj dikir. Hêzên berxwedêr ên Şengalê vê rastiyê li ber çav girtibûn û ji bo rizgarkirina Şengalê planeke ji çend merheleyan amade kiribûn. Di çarçoweya vê plana rizgarkirinê de destpêkê di 8’ê Cotmeha 2015’an de li Geliyê Şilo gava yekemîn hate avêtin. Li vir şerekî dijwar qewimî û derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê hate xistin. Di 31’ê Cotmehê de jî pêngava rizgarkirina gundên Rojavayê Şengalê hate destpêkirin.

ANALÎZ

71

Piştî ku ev her du plansazî biserketin, pêngava rizgarkirina navenda Şengalê hate destpêkirin.

HEJMAR 25

2021/11/30

SAL 5

KOVAR DICLE

Bersiva herî xurt a li hemberî van hemû êrîşan di 4’êmîn Kongreya Meclîsa Gel a Şengalê de hate dayîn. Cara yekemîn pêkhateyên Ereb, Şîa û Mesîhî jî tevlî vê kongreyê bûn

Şengal mal bi mal ji destê DAIŞ’ê hate rizgarkirin Li navenda Şengalê şerekî dijwar hate meşandin. Çeteyên DAIŞ’ê xwe ji bo şerê bajêr amade kiribûn û mal bi mal xwe bicih kiribûn. Her çiqas hêzên koalîsyona navneteweyî bi balefiran tevlî şer bibin jî, di esas de şerê mal bi mal, şerê sing bi sing hate meşandin. Li Kobanê çawa ku her mal bû çeperekî berxwedanê ya li dijî DAIŞ’ê, Şengal jî mal bi mal ji destê çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Di 13’ê Mijdara 2015’an de jî rizgarkirina navenda Şengalê ji hemû cîhanê re hate vê pêngavê nîşan dida. ragihandin. Pêngava rizgarkirina Şengalê li vir bi dawî nebû. Vê carê Yên îxanet kirin çawa dikarin jî wekî merheleya sêyemîn, pênŞengalê rizgar bikin! gava rizgarkirina gundên derdora Bi taybet PDK’ê ku ji Şengalê reŞengalê hate destpêkirin. viyabû û Êzidiyan teslîmî DAIŞ’ê kiribû, dest bi propagandayeke Herkes xwest bibe şîrikê pên- berfireh kiribû. Li ser ekranên gava rizgarkirinê televîzyonan operasyonên taybet Di encam de yên ku xwe gi- ên li dijî DAIŞ’ê dihat weşandin. handibûn hawara Şengalê û ci- Serokê PDK’ê Mesut Barzanî xwe vaka Êzidî ji qirkirinê xilas kiribûn, negirtibû û gotibû “Me li Çiyayê Şengal rizgar jî kiribûn. Lê piştî Şengalê Êzidiyan parast û hêzên dengvedana vê pêngava dîrokî, pêşmerge tenê Şengal rizgar kiherkes xwest ku bibe şîrikê vê rin”. Yên ku Şengalê dabûn nav pêngava dîrokî. Hêzên navnetew- lepên bixwîn ên DAIŞ’ê niha ji bo eyî yên di bin navê koalîsyona vê îxanetê veşêrin û car din Êzidili dijî DAIŞ’ê de, di esas de ew yan bixin bin serweriya xwe, hewl hêz bûn ku rê li ber DAIŞ’ê ve- didan xwe wekî lehengên Şengalê kiribûn. Lê niha dixwestin xwe nîşan bidin. Gelo yên îxanetê li wekî parêzvanê Şengalê nîşan Şengalê kirin karibûn Şengalê ji bidin. Ji bo şopandina pêngava nû ve rizgar bikin? rizgarkirina Şengalê hemû ajans û televîzyonên navdar dabûn pey Pêngava gerîla û YPG-YPJ’ê ya nûçeyan. Şerê li ser rûyê erdê xilas hevdem serkeftin anî bibû lê şerê propagandayê destpê Di rastiyê de Şengal bi du pênkiribû. Herkes xwe wekî pêşengê gavên girîng ên ku hevûdû temam


KOVAR DICLE

SAL 5

2021/11/30

HEJMAR 25

Ji xwe Rêber Apo bi salan beriya fermanê balê kişandibû ser metirsiyên li ser Êzidiyan û daxwaz kiribû ku tedbîr werin girtin. Di dema fermanê de jî wê bigota “Divê Êzdiyatî bijî” dikin, hatibû rizgarkirin. Li Rojava şervanên YPG û YPJ’ê li dijî DAIŞ’ê dest bi operasyenên taybet kiribûn. Til Berak û Til Hemis ji çeteyan hatibûn rizgarkirin û operasyona Holê dest pê kiribû. Bi hemahengî, gerîlayên azadiya Kurdistanê jî pêngava rizgarkirina navenda Şengalê dabûn destpêkirin. Ev her du pêngav gihiştîn hev û serkeftin bi vî rengî bidest ket. PDK cara duyemîn ji Şengalê direve PDK ku xwe li hemberî hêzên berxwedêr sor kiribû, piştî referanduma 25’ê Îlona 2017’an cara duyemîn ji Şengalê reviya. Piştî referandumê aloziyên di navbera herêma Kurdistanê û rêveberiya Bexdayê kûr bibû û ev rewş bandor li ser rewşa Şengalê jî dikir. Piştî ku hêzên Heşdî Şabî berê xwe dan Şengalê, Qasim Şeşo û hêzên pêşmerge yên ku di fermana 2014’an de ji Şengalê reviyabûn, carekî din terka axa pîroz

72

ANALÎZ

Diclepress13@gmail.com

kirin. Êrîşên li ser Zagros, Şengal û Kobanê Di 6’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê de tiştê herî balkêş ew e ku, êrîşeke berfireh li ser hêzên ku Şengal rizgar kirine heye. Li Başûrê Kurdistanê, gerilayên azadiya Kurdistanê bi mehan e di bin êrîşeke giran de, li hemberî çekên kimyewî li ber xwe didin. Li ser Rojavayê Kurdistanê gef û êrîş bênavber didomin û hewldanên dagirkirinê berdewam in. Li ser Şengalê şereke taybet a berfireh tê meşandin û êrîş li sazî û kesayetên berxwedêr tê kirin. Di esas de, xeta îxanetê û berxwedanê ji Zagrosan heya Şengalê, ji Şengalê heya Kobanê di nav şerekî mezin de ne. Berxwedana Zagrosan, berxwedana Şengalê û berxwedana Rojava di esas de yek berxwedan e. Rêber Apo: Bila Êzidî jiyana xwe ya azad ava bikin Derbarê rizgarkirina Şengalê de Rêber Apo ev peyam dabû: “ Ez jî ji gelê me yê Şengalê pir hez dikim. Ji bo azadî û rizgariya Şengalê em dikarin behsa 2 bûyeran bikin. Yekem, Derwêşê Evdî

duyem jî têkoşîna hevalên me ye. Ji Şengalê heya Reqayê gelê Êzidî rastî komkujiyê hat. Lê me li van hemû qadan hêzên qirker têkbir û me tola gelê Êzidî rakir. Ji ber vê em kêyfxweş in. Ez rêz û silavên xwe yên bêsînor digihînim gelê Şengalê. Bila êdî ew nekevin nav fikaran, bila jiyana xwe ya azad ava bikin”. Li Şengalê gavên ber bi jiyana azad ve Di ser fermana Tebaxa 2014’an ji 7 sal zêdetir, di ser rizgarkirina Şengalê jî 6 sal derbas bûn. Di nav vê dema kurt de di asta şoreşê de guherîn di civaka Êzidî de pêşket. Civaka Êzidî di dîroka xwe de cara yekem hêza xwe ya parastina cewherî ava kir. Civaka ku bi hezaran salan her di bin serweriya desthilatdaran de bû rêveberiya xweser ava kir. Ji perwerdehî heya aboriyê bi dehan sazî û dezgeh hatin rêxistinkirin. Ev hemû di dîroka Êzidiyan de nûbûn û guherînên di asta şoreşê de bûn. Şengal û Şengalî piştî 6 sal ji rizgarbûnê jî, dibin êrîşên hevkarê DAIŞ yên dewleta Tirk ya dagirker dene. Lê Şengalî ji aliyekî vedigerin ser axa xwe, ji aliyek jiyanek nû ji bo xwe ava dikin û ji aliyekî din jî liberamberî êrîşan berxwe di


Diclepress13@gmail.com

Di encam de yên ku xwe gihandibûn hawara Şengalê û civaka Êzidî ji qirkirinê xilas kiribûn, Şengal rizgar jî kiribûn. Lê piştî dengvedana vê pêngava dîrokî, herkes xwest ku bibe şîrikê vê pêngava dîrokî

ANALÎZ

73

guherand ku di peyama dawî ya ji bo civaka Êzidî de digot: “Êdî bila civaka Êzidî bê tirs û fikaran jiyana din. Dinava 6 salan de Şengaliyan xwe ya azad ava bikin”. rêveberiya xwe ya xweser ava kir û li beramberî hemû êrîşên derve Nûbûn û pêşketina li ser fikrê Rêber Apo hêzên xwe yên parastinê çêkirin. Êzîdî dixwazin Şengal bibe 6 salên di ser rizgarkirina Şengalê herêmek xweser a di nava Iraqê de derbasbûyî di çarçoweya vê de û ji bo wê têkoşînek bêhempa nêrînê de pêş ket. Di serî de keç û xortên Êzidiyan, civaka Êzidî giştî didin meşandin. Dema di 13’ê Mijdara 2015’an de fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdulnavenda Şengalê hate rizgarki- lah Ocalan ji nêz ve nas kir. Êzidî, rin, ji bo Êzidiyan pêvajoyeke nû çawa ku ji bo parastinê xwe disjî destpê kiribû. Ji xwe ev 7 sal in partin Çiyayê Şengalê, ji bo jiyana ku civaka Êzidî dibêje “Şengal ne azad jî xwe spartin fikrê azadiyê ya Şengala berê ye”. Rastiya Şengala Rêberê Gelê Kurd. Civaka Êzidî ku beriya fermanê çi bû û piştî rizgar- bi sedan salan e ji bo bîr û bawerbûnê di dîroka Êzidiyan de peleke iya xwe biparêze her li ber xwe çawa hatibû vekirin? Dema ev pirs dabû, cara yekem bû ku bi fikreke were bersivandin wê encamên nû re gavên nûbûn û guherînê pêş pêngava rizgarkirina Şengalê jî dixist. baştir were famkirin. Rêber Apo beriya fermanê û bi Rêveberiya Xweser dest bi pêngava rêxistinî kir taybet di fermanê de her dem balê kişandibû ser parastina Şengalê û Civaka Êzidî cara yekem di vê Êzdiyatiyê. Lê bi taybet piştî berx- astê de ji nasnameya xwe bawer, wedana Şengalê biserket û DAIŞ ji hêza xwe bawer, bi hêvî û xeytêk çû, Rêberê Gelê Kurd rengê alên nû dest bi avakirina jiyaneke peyam û hişyariyên xwe jî nû kir. Di dema fermanê de kar û xebatên rêxistinî bi giranî di qada

HEJMAR 25

2021/11/30

SAL 5

KOVAR DICLE

qarastinê de bûn. Xebatên jin û ciwanan zêdetir ji bo parastinê pêş diketin. Lê bi taybet piştî rizgarkirina Şengalê êdî bi hemû sazî û dezgehên xwe ve Rêveberiya Xweser a Şengalê roj bi roj xwe rêxistin kir, ava kir. Êrîşên li ser Şengala xweser û azad Lê êrîşên li ser Şengalê piştî rizgarkirinê jî kêm nebû. Berevajî vê, di gelek milan de zêdetir, girantir û berfirehtir bûn. Ji ber ku DAIŞ têk çûbû, êdî hêzên pişt perdê yên wekî PDK û dewleta Tirk zêdetir derdiketin pêş û dixwestin rê li ber Şengala azad û xweser bigirin. Bi vê armancê hewldana yekem a berfireh di 3’ê Adara 2017’an de li hemberî Xanesorê pêş ket. PDK’ê xwest bi çeteyên ROJ, Xanesorê dagir bike. Di encama êrîşên PDK’ê de rojnamevan Nujiyan Erhan jî di nav de 12 kes şehîd ketin. Lê berxwedana gelê Xanesorê rê li ber vê êrîşê girt û PDK biserneket. Piştî PDK’ê dewleta Tirk dest bi êrîşan kir Piştî ku ev hewldan bi berxwe-


KOVAR DICLE

SAL 5

2021/11/30

HEJMAR 25

dana gel têk çû, vê carê dewleta Tirk dest bi êrîşan kir. Di 25’ê Nîsana 2017’an de dewleta tirk cara yekem bi balefirên şer êrîşê Şengalê kir û gelek cihan bombebaran kir. Ev, di êrîşên li ser Şengalê de merheleyeke nû bû. Dewleta Tirk xwest ji bo van êrîşên xwe hebûna hêzên gerîla wekî hincet nîşan bide. Lê pişt re bi her awayî zelal bû ku gerîla hincet e, armanc xweseriya Şengalê ye.

74

ANALÎZ

Diclepress13@gmail.com

Gerîla hem di parastinê de hem di avakirinê de pêşeng bû Gerîlayên PKK’ê ji dema fermanê heya 2018’an hem di warê parastinê de hem jî di warê avakirina pergala xweseriya demokratîk de rola pêşeng lîstin. Ji xwe armanca tevgera azadiyê jî ew bû ku Şengal xwe bigihîne hêza cewherî ya parastin û rêveberiyê. Li ser vê esasê di 1’ê Nîsana 2018’an de gerilayên PKK’ê bi awayek fermî ji Şengalê vekişiyan. KCK’ê di dax-

uyaniya derbarê vê mijarê de ev peyam ragihandibû: “Êdî şertên fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ji holê rabûne. Civaka Êzidî êdî civakeke rêxistinkirî ye, ewlehiya Şengal û derdora wê hatiye avakirin, ji ber van sedeman jî wê hêzên gerîla ji Şengalê vekişin”. Rojekî piştî fermanê, di 4’ê Tebaxê de ji xwe Yekineyên Berxwedana Şengalê(YBŞ) hatibû avakirin. Piştî vekişîna hêzên gerîla êdî YBŞ û YJŞ û her wiha Asayîşa Êzîdxanê di her


Diclepress13@gmail.com

ANALÎZ

75

HEJMAR 25

Şengalê tundtir û berfirehtir bûn. Ji ber ku gerîla ji bo dewleta Tirk hincet bû. Dewleta Tirk dixwest fermana 2014’an temam bike ji bo vê jî hewce bû pergala rêveberiya xweser bihat belavkirin. Bi vê armancê ji 2017’an heyya 2021’an dewleta Tirk zêdetirî 20 êrîşên hewayî li ser Şengalê kir. Hedefa dewleta Tirk Şengala xweser û azad bû Di vê çarçoweyê de dewleta Tirk di 15’ê Tebaxa 2018’an de bi êrîşeke hewayî li Geliyê Şilo Mam Zekî şehîd xist. Mam Zekî di dilê Êzidiyan de “Stûna Êzidxanê” bû. Her wiha pêşengê jiyana nû ya azad a Şengalê bû. Bi vê êrîşê re dewleta Tirk xwest Şengal bê stûn û bê pêşeng bihêle. Pişt re di 15’ê Çileya 2019’an de bi êrîşeke hewayî yek ji fermandarên YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî hate şehîd xistin. Bi cewherî, dewleta Tirk dest bi êrîşên li ser pêşengên civaka Êzidî kiribû da ku xebatên avakirina Şengala xweser bişikê.

milî de erka parastina Şengalê girtin ser xwe û heya roja me jî vê erkê bi serbilindî pêk tînin. Piştî vekişîna gerîla êrîş zêdetir bûn Armanca tevgera azadiyê, Şengalî xwe biparêzin û sîstema ya xweser avabikin. Ji xwe di demên cûda de jî bi daxuyaniyên berfireh vê helwesta xwe bi caran ragihand raya giştî. Lê piştî vekişîna hêzên gerîla jî êrîşên dewleta Tirk a li ser

Bi pêşengiya jin û ciwanan avakirina xweseriya demokratîk Ruxmê van hemû êrîşên berfireh jî Rêveberiya Xweser a Şengalê bi hemû sazî dezgehên xwe ve, gavên girîng ên rêxistinkirina civaka demokratîk pêş xistin. Di 14’ê Çileya 2015’an de Meclîsa Gel a Şengalê hatibû ragihandin. Ji wê demê heya niha di serî de qada parastinê, ji xebatên şaredariyên gel heya projeyên aboriyê, ji tenduristiyê heya xebatên ziman û perwerdehiyê di hemû rehendên pergala xweseriya demokratîk de gavên mezin pêş ketin. Beguman ev pêngava rêxistinkirina civakê

2021/11/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Niha 6 sal di ser vê pêngava dîrokî re derbas dibe ku di nav van salan de ji qirkirin û fermanê ber bi Şengaleke xweser û azad ve gavên mezin hatine avêtin bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî(TAJÊ) û Tevgera Ciwanan ve hate rêvebirin. Pêngava rêxistinbûna jinên Êzidî Di sala 2016’an de Yekineyên Jinên Şengalê(YJŞ) hate avakirin. Jinên Êzidî di dîrokê de cara yekemîn dest bi xebatên parastin û rêxistinê kirin. YJŞ’ê ku parastina Şengalê kir her wiha ji bo tola jinên Êzidî rake tevlî pêngava rizgarkirina Reqayê jî bûn ku ev bajar paytexta çeteyên DAIŞ’ê bû. Jinên Êzidî ne tenê di qada parastinê de di hemû qadên jiyanê de xwe birêxistin kirin. Bi vê mebestê di 2016’an de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî(TAJÊ) hate avvakirin. TAJÊ wekî sîwana jinên Êzidî ji parastinê heya perwerdehî û aboriyê pêşengiya rêxistinkirina jinên Êzidî kir. Fermana nû ya li ser Êzidiyan, Peymana 9’ê Cotmehê



Articles inside

RIN

15min
pages 68-76

PERESTGEHÊN WAN WEK ZIGURAT TÊN BINAVKIRIN

5min
pages 63-65

BIDEST BIXIN

2min
pages 66-67

EYNEKA BEJNA MIROVAN, MIROV BI XWE YE

3min
page 62

CEWHERÊ TEKOŞÎNA ME, DERXISTINA RASTÊ YA NASNAMEYA JINÊ YE

7min
pages 54-57

ÊZIDÎ; DÎROKEK KEVNAR

9min
pages 58-61

YATIYÊ YE

1min
page 51

XAL ELÎ: PDK ŞER NEKIR, GERÎLA Û GELÊ ÊZIDÎ ŞENGAL RIZGAR KIRIN

1min
pages 52-53

TENDUROSTIYA MIROVAN JIYANA MIROVAN E

7min
pages 44-47

CUREYÊN NIVÎSAN

6min
pages 40-43

ŞENGALÎ: GERÎLA NEBÛNA ŞENGAL RIZGAR NEDIBÛ CIWANÊN ŞENGALÊ: KOÇA CIWANAN NE ÇARESERIYE, DÛRKETINA JI ÊZDI-

3min
pages 48-50

40 BIRCÊN XWE HENE

4min
pages 38-39

GEL DIBÊJE; GERÎLA JI BO GELÊN BINDEST ŞER DIKE

2min
pages 36-37

PARASTINA CEWHERÎ ÇALAKIYA KES BIXWE YE

16min
pages 22-28

ÇIYAYÊ ŞENGALÊ ÇIYAYÊ XWEDAWENDAN E

5min
pages 32-35

JI KRÎZA KAPÎTALÎZMÊ KÎJAN SÎSTEMÊ DERBIKEVIN

15min
pages 5-11

PÎLANGERAN DIXWAZIN FERMANÊ BI YASAYÎ BIKIN

4min
page 4

HESPÊ DERWÊŞÊ EVDÎ

2min
page 12

YA JI HEMÛYAN PÎROZTIR DEF Û ŞEBAB IN

5min
pages 13-16

DI NAVBERA DU GUNDAN DE JÎ EW LÎSTOK TÊ LÎSTIN

11min
pages 17-21

JI BO KUTÎ XIDIR ŞENGAL JI HERDERÊ XWEŞTIRE

5min
pages 29-31
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.