5 minute read

ÇIYAYÊ ŞENGALÊ ÇIYAYÊ XWEDAWENDAN E

PIŞTÎ 46 SALAN ÊZIDÎ VEDIGERIN GUNDÊN ÇIYAYÊ ŞENGALÊ

A: ÎBRAHÎM ÊZIDÎ

Advertisement

Di 1975’an de bi dehezaran Êzidî bi fermana Sedam Hisên ji gundên xwe yên li Çiyayê Şengalê hatin qutkirin û li deştê hatin bicihkirin. Şêx Dexîl ku piştî 46 salan vegeriyaye gundê xwe vê peyamê dide Êzidiyan: “Em ji çiyayê xwe piştrast in lê hewce ye hîn zêdetir xwedî li Çiyayê Şengalê derkevin.” Di nav pelên dîrokê de dema mirov berê xwe bide Çiyayê Şengalê ku cihê herî qedîm ê Êzidiyan e, li her gelî û newalên çiyê de rastî cih û warek tê. Êzidiyan him jiyana xwe ya xwezayî li wir derbas dikirin him jî xwe ji êrîşên dijmin diparastin. Çiyayê ku di dîrokê de civaka kevnar li hembêza xwe girtiye, hiştiye ku Êzidî li ber xwe bidin û bi ser hemî êrîşan de serbikevin. Çawa bû rê li ber fermanên li ser Êzidiyan hate vekirin? Çima Êzidî dibin hedef? Êzidiyan di dîrokê de çawa xwe parastine? Ji bo peyîdakirina bersiva van pirsan em li nav gelî û newalên Çiyayê Şengalê geriyan. Me hewl da cih û warên berxwedanê, jiyana Êzidiyan a di nav pelên dîrokê de, cihên wan ên pîroz û gundên kevin ku tê de jiyan kirine bi we bidin naskirin.

Siwarek li Geliyê Kersê Me berê xwe da Geliyê Kersê ku yek ji cihên herî bi av û dar e. Ango cihê herî guncav a ji bo çandinî û xwedîkirina pez e. Dema em di rê de bûn em rastî siwarekî hatin ku hespê xwe ber bi Deşta Warê Xidirê ve dibezand. Me hewl da em nas bikin ku li Çiyayê Şengalê çi dike. Welatiyê bi navê Nemir Derwêş jî ji me re çîroka xwe got: “Mala min li Kersê ye, ji bo serdana rezê xwe bikim ez hatime vir û ezê biçim Deşta Warê Xidirê. Em li vê deştê debara jiyana xwe li ser çandina rezan dikin, beriya niha bav û kalên me jî ev kar dikir”. Nabe ku siwar zêde bisekine, piştî van gotinan Nemir Derwêş carekî din hespê xwe bezand û ber bi Deşta Warê Xidirê ve kete rê. Piştî me ev siwar nas kir me jî ev deşt meraq kir û me berê xwe da vê deştê. Li vir em car din ketin wê firqê ku çiya ji bo civakek wek Êzidiyan çiqas girîng e.

Çiyayê Şengalê Çiyayê Xwedawendan e

Dema mirov li deştekî wekî Warê Xidirê binêre helbesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê bîra mirov ku bi gotinên “Xwezî li Çiyayê Şengalê li ba Derwêşê Evdî bûma” destpê dike. Dema ev helbest were guhdarkirin, mirov car din dizane ku Çiyayê Şengalê çiqas girîng e. Li her gelî û newalên Çiyayê Şengalê qub û cihên xwedawendan hene. Cihê Êzidiyan ê ku lê textê xwe danîne û rehet razane jî her ev çiya ye. Loma mirov dikare bêje “Çiyayê Xwedawendan”.

Niha jî gelek kes hene jiyana li vir ji bo wan zehmet e lê ji bo parastina xwe li vir in. Eger beriya fermanê herkes li vir ba dema fermanê ewqa zehmetî nedidîtin

wî. Şêx Dexîl di sala 1975’an de ji gundê xwe tê qutkirin lê piştî 46 salan car din vedigere gundê xwe yê çiyê. Di sala 1975’an de bi hinceta ku pêşmergeyên PDK’ê tê de ne, bi fermana Sedam Hisên civaka Êzidî ji Çiyayê Şengalê tê qutkirin. Di destpêka zivistina wê salê de, tevahiya gundên Êzidiyan ku hejmara wan 155 gund bûn, ji çiya tên derxistin û li deştê têne komkirin. Ji gundên ku li deştê hatin avakirin re jî gotin komalgeh. Ev qutbûn bû sedem ku civaka Êzidî li hemberî ferman û êrîşan bêparastin bimîne. Ji xwe herî zêde kuştin û talan jî piştî van salan destpê dike.

Fermana Sedam Hisên û qutbûna ji Çiyayê Şengalê Di nav deştê de em rastî Şêx Dexîl hatin û em bûn mêvanê mala

‘Em ji Çiyayê Şengalê piştrast in’ Dexîl ku bi xwe bûyerên sala

1975’ê jiyaye, destpêkê çend gotinên xweş û geş ji bo Çiyayê Şengalê ji me re dibêje: “Em ji Çiyayê xwe piştrast in ku wê serî ji tu kesî re netewîne û heya niha kesî nekariye vî çiyayî dagîr bike û ev çiya ji me re bira ye. Lê niha wek berê girîngî pê nayê dayîn, pêwîst e hîn zêdetir xwedî li Çiyayê Şengalê derkevin.” Şêx Dexîl ji bo îspata vê rastiyê berê me dide fermana 2014’an û wiha pê de diçe: “Niha jî gelek kes hene jiyana li vir ji bo wan zehmet e lê ji bo parastina xwe li vir in. Eger beriya fermanê herkes li vir ba dema fermanê ewqa zehmetî nedidîtin”.

‘Civînên Êzidiyan di bin dara Zivingê de pêk dihatin’

Şêx Dexîl her ku di axaftina xwe de germ dibe berê xwe dide kûrahiya dîrokê û behsa wan rojên qedîm dike: “Di dîrokê de ev cihê em lê ne cihê biryaran bû ku jê re Ziving tê gotin. Wê demê Hemo Şero yek ji mezinên Êzdiyan bû ji eşîra Feqîra. Hemû civînên Êzidiyan li vir pêk dihatin û biryarên xwe li vir didan. Ji wê demê heya nihe Êzidiyan biryara berxwedanê dayîne û her digotin ji bilî berxwedanê tu tiştekî em bikin nîne”.

‘Piştî fermanê em vegeriyan gundên xwe yên çiyê’

Şêx Dexîl gotinê tîne sala 1975’an ku Êzidî bi fermana Sedam Hisên ji Çiyayê Şengalê hatin qutkirin û wiha berdewama vê bûyerê tîne: “Sala 1975’an em ji çiya derxistin û birin deştê. Deşt ne cihê me bû lê bi zorê em li hev komkirin û destê me ji çiya hate qutkirin. Tê bîra min me nekarî em serdana rezên xwe jî bikin. Lê nihe piştî fermanê carekî din em li ser warê xwe yê berê vegeriyane û li gundên xwe yên kevin jiyana xwe berdewam dikin”.

‘Dema Êzidî çûne deştê ketin bin destê alemê’ Feqîr Şewêş Sîno jî yek ji wan kesan e ku piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an vegeriyaye gundê xwe yê kevin. Sîno dibêje sedema ku Êzidî ji çiya hatin qutkirin ji bo şikandina îradeya wan bû û wiha

This article is from: