pdf giştî beşa kurdî latînî hejmara 23

Page 1

Sal 4

2021/7/30

Hejmar 23

Diclepress13@gmail.com

WEKÎ FÎLMEKÎ BÛ PÊŞMERGE EM TESLÎMÎ WAN KIRIN ‘FERMANÊ BI TEQÎNA TIL IZÊR Û SÎBAYÊ DESTPÊKIR! KELEHA KOK AXAYÊ ÊZDÎ


Ş: ELYAS XELEF ISA(ÇÎYA ZERDEŞT)


DICLE

Lêkolîn, Belge û Lêgerîn Jimar: 23

DI VÊ HIJMARÊ DE MEHA TEBAXÊ MEHA FERMAN Û KOMKUJIYA ÊZIDIYA NE

LI DIJÎ DEWLET – NETEW, CIVAKA POLÎTÎK Û EXLAQÎ PÊWÎST E

4

5

KELEHA KOK AXAYÊ ÊZDÎ /ÇALDIRAN

14

RÊKEFTINA HEWLÊR-BEXDA, LI SER ŞENGAL’Ê FERMANEK NÛ YE

21

ÎRADE Û ZANEBÛNA BIRÊXISTINKIRÎ DESTHILATDARIYÊ TÊK BIBE ŞEHÎD SÎPAN DI DILÊ HER HEVALÊKÎ DE CIHÊ XWE GIRTIBU

16

26

DARA XEBATKARA TIM BI BER E

28

KOMKUJÎYA ÊZDIYÊN ÊLA AXBARANÊ

34

LI SER ÇÎROKA ZILAMÊ BI HÊZ Û QURNAZ

45

‘FERMANÊ BI TEQÎNA TIL IZÊR Û SÎBAYÊ DESTPÊKIR!

54

ÇIYA HER TIM BÛNE DOSTÊN CIVAKÊN XWEZAYÎ XWEDÊ JI MUZÎKÊ HEZ DIKE

JI BO PIRSA “ÇAWA BIJÎN” BERSIVA RAST EM DIDIN

DI SEDSALA 21 AN DE CÎNOSAYDA LI SER CIVAKA ÊZIDÎ

31

42

49 57

FEHED HEMÎD: ‘DIVÊ DOSYAYA FERMANÊ WERE VEKIRIN’

66

WEKÎ FÎLMEKÎ BÛ PÊŞMERGE EM TESLÎMÎ WAN KIRIN

73

GUNDÊ GURMUZ NE TESLÎMÎ SEDAM BÛ NE JÎ DAIŞ‌Ê

ŞÊX SEMÎR: EM BI HEMÎ PÊKHATEYÊN ŞENGALÊ RE PARASTINA XWE BIK IN

70

76

TEMUZ : 2021

Xwediyê Kovarê û Rêvebera weşanê:

Faris Herbo Xidir

Cigirê Rêveberê weşanê: Sikran Ridînî Meshuc el.şemerî Berpirsê weşanê:

Azad Ebdal kirêt Desteya Weşanê:

- Xelîl Murad Şilo - Omran Sekran Ridînî - Îbrahîm Emo Kiçî Sepandin û Derhênerî:

Qasim Xelif Abdulla Navîşan:

Şengal -Sincar-

Tel: 07504197663 07500496100

E. mail: Diclepress13@ gmail.com

Hejmara Roxstgirtin Li Sendîkaya Rojnamevanî îraqî

1773


JI EDÎTOR

MEHA TEBAXÊ MEHA FERMAN Û KOMKUJIYA ÊZIDIYA NE

Xwendevanên hêja!

Her çiqas meha Tebaxê jî wekî hemû mehên din ên salê

ji aliyê xwezayî ve ti cudatiyêk nîne, lê ev meh ji bo gelê me yê Êzidî bûye mehekî ku di dîrokê de ti carî nayê jibîrkirine. Bi taybetî jî di vê mehê de yek ji fermanên herî mezin bi ser civaka me de hat û di encama vê fermanê de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan û bi deh- hezaran kes jî mal, cih û warê xwe koçber bûn. Di dîrokê de gelê me bi gelek fermanan re derbas bûye, lê ji ber ku piraniya wan fermana di dema xwe de li ser nehatine nivîsîn û nehatine berhevkirin, hinek ji hiş û bîra mirov diçin. Lê piranî di hafîzeya civakê de dimînin. Lê, di komkujiya sala 2007’an a sîba Şêx Xidir û Til Êzir de nêzî hezar kesî şehîd û birîndar bûn. Ti kes ne ji ber vê komkujiyê hate girtin û ne jî ji ti kesî hesab hate xwestin. Civaka me jî ji ber ku qedera civaka xwe dabûn destê hin kesan û di rêveberin û parastina xwe de cih nedigirtin, ji bo komkujiya 2007’an û fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a bi destê DAIŞ’ê zemîn pêk hat. Ger civaka me li hember komkujiya 2007’an bibûya xwedî seknek cidî û hesab ji wan kesên ku di ber parastina Şengalê de berpirsyar bûn bixwesta û ji wê komkujiyê ders derxistibana dibe ku fermana 2014’an pêknehata. Tevî ku li ser civaka me ev ferman pêk hatine jî, niha neyar û xêrnexwazên nasekinin û naxwazin rastiya gelê me û îradeya vî gelî nas bikin. Civaka me tevî ku bi fermanê re her tişt ji destê wê hate sitandin, lê cardin xwe ji nû ve ava kir û dixwaze berhemê vê avabûna xwe bi rêxistinkirin û bihêzkirina yekîtiya xwe bi dest bixin, lê cardin hem hêzên herêmî û hem jî hêz û hinek alî û hikumeta navxweyî û heremê jî naxwazin wê îradeyê nas bikin. Herî dawî di 9’ê Cotmehê de hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya navendê bêyî ku nêrîna civakê esas bigirin lihevkirin ku nehêlin Êzidî xwedî hêza xwe ya parastinê û rêveberiya xwe bin. Ango car din herdu hikûmetan weke sala 2007’an nêzî civaka me bûn û niha jî li ser komkujiya gelê me biisrar in. Nax-

wazin îradeyek bi rêxistinkirî ya Êzidiyan qebûl bikin. Di 7’emîn salvegera fermanê de Belçîka û Holenda komkujiya gelê me qebûl kirin. Di roja ku Belçîka xwest li ser naskirina komkujiyê biryarê bide, dewleta Tirk a dagirker bi drona êrişî Şengalê kir. Her çiqas hinek wan welatên Ewropa fermana li ser gelê me weke komkujî qebûl dikin, lê heta niha li hemberî destdirêjiya dewleta Tirk bêdeng in. Ev jî nêzikbûnek berjewendîparêze û gelê me vê yekê dibîne. Di heman demê de ger ev dewletane bi rast komkujiyên li ser gelê me pêk hatine qebûl dikin, divê zextê li dewleta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin ku rêveberî û parastina Êzidiyan qebûl bikin. Wê demê mirov dikare bêje hewldana wan dewletan cihê rêzê ye û binirxe. Dewleta Iraqê jî û hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo ku ruyê xwe û îtibara xwe cardin di asta heremî, netewî û navnetewî qezenc bikin divê êdî rastiya Êzidiyan, rêxistinbûn û hêza wê ya parastinê qebûl bikin. Eger her du hikûmetan helwestek wiha nîşan dan, wê demê wê civaka Êzidî û hem jî gelê me baweriya wan bi dewletê re çêbibe. Li ser vê mijarê jî divê ji berî her kesî gavê bavêjin. Peymana 9’ê Cotmehê jî betal bikin. Di asta cihanê de guhertinên bi awayê lez pêk tên. Ev guhertinane rasterast nebe jî di astek berfireh de bandoriyê li civaka me û rêxistinbûna me jî dike. Ji ber vê yekê divê civaka me ji her alî ve amade be. Bi taybet jî krîza Efganistan, Sûriye, Yemen, Libnan û Iraqê herku diçe kurtir dibe. Dibe ku hinek hevsengî werin guhertin. Divê gelê me rêxistinbûna xwe xortir bike. Ji niha hilbijartinên pêşwext ên Iraqê di rojevê de ye. Divê gelê bikare dengê xwe wiha bi kar bîne ku xizmeta civakê bi xwe bike. Divê êdî gelê me vê rastiyê baş bizanibe ku tenê gel bi xwe dikare pêşiya dubarebûna fermanan bigre. Nabe gel bendewariyê ji ti kesî bike ku wê hewara wan were. Ger gelê me tifaqa xwe ya navxweyî bi hêz bike, hêza xwe ya parastinê xortir bike, rêxistinbûna xwe ya civakê bihêztir kir, wê hem bikare komkujiya civaka xwe bide qebûl kirin û hem jî rê li pêşiya fermanan bigire.


Diclepress13@gmail.com

FIKRÎ

5

HEJMAR 23

2021/7/30

SAL 4

KOVAR DICLE

LI DIJÎ DEWLET – NETEW, CIVAKA POLÎTÎK Û EXLAQÎ PÊWÎST E

Modernîteya

kapîtalîst civakên Rojhilata Navîn bi tenê bi dewleta netewe bi qazoxekî qehîm ve girê neda; ji bandora bombeya atomê ya avêt Hîroşîmayê bi deh qatan zêdetir, bi dewletokên netewe bombe kir. Mirov dikare bibêje; nirxên çandî yên hevpar ên ji hezarên salan ve pêk hatine, bi bombebarandina dewleta netewe ya dused salên dawî hat parçeparçekirin. Bandora ti sîleha fizîkî nikaribe nîşan bide, kir û rê li ber ji hev belavbûn û parçebûnekê vekir. Civakên Rojhilata Navîn çi weke sîstemên şaristaniyên dewletdar, çi jî weke dijberên wê sîstemên kominî, di ti dema dîroka xwe de bi qasî dema di bin hegemonya modernîteya kapîtalîst de ji nasname û yekparebûna xwe nehatin kirin, nehatin parçekirin ji xwe û hebûna xwe re xerîb neketin. Împaratoriya Brîtanyayê ev sîstema herî bi bandor (bombeya atomê ya rastî) bi tenê li Rojhilata Navîn ne, li her aliyê dinyayê pêk anî û bi vî awayî hegemonya xwe

domdar kir. Yek ji pêkanînên herî trajîk li dijî Qralê Franseyê Louis’ê 16. bi cih anîn. Bila şaş neyê fêhmkirin, ez Şoreşa Franseyê weke komployeke Împaratoriya Brîtanyayê nanirxînim. Lê Brîtanya wê demê ji bo armancên hegemonîk ên Qraltiya Franseyê betal bike, serî li her dekûdolabê daye û kes rola van dekûdolaban di jêkirina serê qrêl de nikare înkar bike. Di dest de gelek dane hene ku vê piştrast bikin, lê ji vê jî wêdetir belgeyeke girîng a vê rolê destnîşan dike ew e, bi jêkirina serê qral re di terora Jakoben a 1792’an de dewleta netewe bi awayekî fermî dest pê dike. Bi dewletoka netewe ya di 1792’an de bi awayekî fermî hat destpêkirin, bi tevahî armancên hegemonîk ên Franseyê bi awayekî berbiçav hatin pûçkirin. Teror bi kêra Brîtanyayê hat. Derketina holê û şerên Napolyon bi tenê Ewrûpa bi erdê re nekir yek, di heman demê de bi tevahî hêzên karîbûn serî li ber hegemonya Brî-

ABDULLAOCELLAN

tanyayê rakin jî bê tesîr kirin. Napolyon bi xwe jî bû qurbanê van şerên dewleta netewe. Ev komara pêncan e ku Franseyê heta roja me ya îro pêk aniye. Lê eger di van hemûyan de hêza wê kêm bûbe û li pey Brîtanyayê mabe, di vê de para dewletdariya netewe ya burokratîk û çîna navîn a mohra Hollanda û Brîtanyayê li ser wan, heye. Heman rastiyê mirov dikare ji bo Împaratoriyên Spanya, Awûstûrya-Macarîstan, Rûs, Osmanî, heta Çîn, Hind û Japonyayê jî bifikire. Ya seyr ew e, ev dekûdolabên di dawiya çaryeka sedsala 20. û serê sedsala 21. de weke li gelemperiya dinyayê, nexasim li Rojhilata Navîn kengî dewletên netewe li pêşiya hegemonya global a modernîteya kapîtalîst (ya bi pêşengiya Ingilîstan-DYE’yê) êdî bûn asteng, ji nû ve bi awayekî dijwartir û trajîk li dijî dewleta netewe hatin gerandin. Mîna ku Louisê 16. hatibe aktualîzekirin û li Rojhilata Navîn li dewleta netewe ya Iraqê ji nû ve


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/7/30

HEJMAR 23

6

FIKRÎ

Diclepress13@gmail.com

Xwezayên civakî weke cewher exlaqî û polîtîk in. Mirov nikare li civak û ferdê bê exlaq û polîtîk bifikire. Dikarin civakê neçarî bêexlaqî û bêpolîtîkabûnê bikin hatibe vejandin, weke sembola wî, dawiya trajîk a Saddam Husên bû versiyoneke temam a heman dekûdolabê. Mirov heta di çanda Rojhilata Navîn de rola dîrokî-civakî ya dewletdariya neteweyî hûrûkûr analîz neke û lê serwext nebe, ne mumkîn e ku ji ti pirsgirêka civakî re çareseriyê bibîne. Eger mirov kirinên dewletdariya netewe yên dused salên dawî bi tenê weke komployên ‘parçe bike-bi rê ve bibe’ yên hêza hegemonîk a modernîteya kapîtalîst Împaratoriya Brîtanyayê bibîne, ev ê bibe nêrtineke gelekî besît a li diyarde û bûyeran. Ji bo mirov nekeve vê şaşiyê divê bi nazikî tevbigere. Bêguman dewleta netewe ji bo komployê şêweyekî dewletê yê di cih de ye. Lê ji vê jî girîngtir divê mirov weke heqîqet nirxa wî bi

berfirehî diyar bike. Tevî propagandayên pozitîvîst hemûyan, naveroka dewleta netewe bi hemanên herî bi sirr û metafizîk tijî ye. Rola wê ya di dîrokê de nehatiye rohnîkirin. Bandora wê ya li ser civakê jî hê tarî ye. Tevî îdeayên antî-teolojîk hemûyan jî dewleta herî zêde bi xisletên teokratîk barkirî ye. Gelekî girîng e ku mirov ji gelek aliyan ve rohnî bike bê ka dewleta netewe li Rojhilata Navîn çawa xuya dike. Çiqasî were rohnîkirin wê wezîfeyên exlaqî û polîtîk baştir bêne diyarkirin. 1- Dewleta netewe tevî îdeayên zanistiyê hemûyan jî weke heqîqeteke civakî antîteyeke (hebûnîtî) herî lawaz û neyênî ye. Rola wê ya bingehîn ew e ku şîfreyên xwezaya civakî yên gelekî dewlemend in, bi navê homojenkirinê

bike tek û yek. Ji lewra tek ziman, tek dîrok, tek al, tek millet, tek tîp siyaset, tek tîp jiyan û tek tîp îdeolojî, bi homojenkirina xwezaya civakî di zikhev de dimeşin. Kengî avahiyên civakî yên cihêreng û tevlîhev bêne besîtkirin û tek tîpkirin, heqîqet şûna xwe ji dualîteyeke mîna reş û spî ya hatiye lawazkirin û neyênîbûyî re dihêle. Nêrtina li dinyayê ya jêre herî muhafezekar, şoven, hişkebawerî û faşîst tê gotin, li ser vê dualîteya besît pêş dikeve. Sedema van kirinên tektîpçêker ên desthilatdariya dewleta netewe, meyla kara herî zêde ya kapîtalîzmê ye. Komên jiyanê yên gelekî cuda yên civakê heta rûmet û azadiya xwe biparêzin, meyla kara zêde nikare dewam bike. Lê tevahiya qadên jiyanê yên xwe disipêrin berjewendiyên cuda, heta di bin serdes-


Diclepress13@gmail.com

FIKRÎ

7

HEJMAR 23

2021/7/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Dewleta netewe weke înkara civaka exlaqî û polîtîk pêk tê. Li şûna exlaq rêzikên hêzê yên ji wan re huqûqa neteweyî tê gotin bi cih dike, dide danîn tiya neteweyî de bi tektîptiyê bêne helandin, civak ê ber bi du çînên weke bûrjûwa û proleter ve biçe. Pêvajoya karê ya kapîtalîst bi van tîp çînîkirinan pêş dikeve û giştî dibe. Tevahiya dîrokê danehevên çandî yên maddî û manewî yên ketine serhev dikin qurbanê du çînên bi homojenkirinê hatine çêkirin. Ev qurbankirineke rastî ye. Çiqasî ziman, bawerî û fikirên cuda, zêhniyet û avahiyên polîtîkexlaqî hebin di çarçoveya vê qurbankirinê de ne. Du rêbaz têne pêkanîn: qirkirina çandî û fizîkî û asîmîlasyon. Eger asîmîlasyon encama tê xwestin nede, qirkirinên fizîkî û çandî dikevin dewrê. Bi giştî rêbaz di zikhev de têne meşandin. Pêvajoya jêre heqîqetkirina tektîp a lawaz û neyênî tê gotin bi vî awayî dimeşe. Civaka du çîn a ku Marksîzmê bi

şaşî hewl da weke erênî nîşan bide, rastiya heqîqeta wê ev e. Çîna jêre proleter tê gotin nirxê heqîqeta wê gelekî lawaz û neyênî ye. Bi giştî ferdê hatiye kolekirin heqîqeta wî ya civakî bi qasî ku mirov bêje tine ye, hatiye lawazkirin. Bi xwe di nava çîna efendiyan de hatiye helandin û ji ber ku ketiye rewşa pêvek û dûvikê wî, heqîqeta wexta azadbûye hilgirtiye jî derbasî beşa efendiyan bûye. Kêmasiyeke gelekî mezin e ku Marksîzm li vê serwext nebûye. Nuqteya Marks têde bûye şagirtekî xirab ê Hegel, herî zêde di vê mijara heqîqetê de derdikeve pêşiya me. Hegel li gorî Marks gelekî di asta jor de xwedî qabîliyet e ku heqîqetê destnîşan bike. Berhemên wî weke bingeh ji bo diyarkirina heqîqetê ne. Ji ber ku K. Marks kole weke hêmanê heqîqetê hildigire, destnîşan kiri-

ye, beşa din a girîng a doktrîna xwe ku gelek rastî têde hene, bêkêr hiştiye. Kapîtalîzm bi tenê li ser hîmê kara maddî hêzê nade serhev. Tevî wê, heqîqeta civakî jî (hêza zêhniyeta civakê) desteser dike. Li gorî berjewendiyên xwe li parzûnkê dixe û dike malê çîna efendiyan. Ji aliyê heqîqetê ve jî xwe gelekî bi heybet bi hêz dike. Diyarde û bûyerên ji wan re bi xwe dewleta netewe tê gotin, pêvajoya veguherandin û veguhestina vê heqîqetê ne. Naxwe di maneya heqîqetê de ne didu, tek çînek heye. Hebûna fizîkî ya çîna karker, heta rêxistiniya wê ya teng bi tîpa partî û sendîka, di nava yekparebûna rêxistiniya demokratîk a civakî de weke parçeyekî neyê nirxandin, li derveyî kurtêl û hûrikên heqdestê, nirxeke xwe ya heqîqeta civakî çênabe.


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/7/30

HEJMAR 23

Gelekî girîng e ku mirov ji gelek aliyan ve rohnî bike bê ka dewleta netewe li Rojhilata Navîn çawa xuya dike. Çiqasî were rohnîkirin wê wezîfeyên exlaqî û polîtîk baştir bêne diyarkirin Di mijara bidestxistin û jidestdayîna heqîqetê de jî mirov dikare têra xwe ji dîroka sosyalîzma pêkhatî hîn bibe. Xulase, dewleta netewe çiqasî homojen bibe, li ser navê çîna olîgarşîk a yekdestdar ewçend heqîqetên tektîp ê bên diyarkirin. Naveroka van diyarkirin û destnîşankirinan herçiqasî hûnandî û spekulatîf be jî ev nayê wê maneyê ku ew heqîqet nînin. Divê mirov baş zanibe ku metafizîk jî cureyekî diyarkirina heqîqetê ye. Nirxê heqîqetê yê mîtolojiyan jî heye. Di xwezayê de nedîtina berdêla wan, tinebûna nirxa wan a heqîqetê piştrast nake. Divê mirov ji bîr neke ku her tim têkiliya heqîqetê bi pêkhatina zêhniyeta mirov re heye. Mirov heta li zêhniyeta insên weke şêweyê heqîqeta herî pêşketî ya tê zanîn serwext nebe, xebatên ji dil

8

FIKRÎ

Diclepress13@gmail.com

ên zanistî, hunerî û felsefî nabin. Bêguman şertê zêhniyeta mirov civakîbûna wî ye, lewma di heman demê de ev yek têkiliya heqîqetê bi civakê re ferz dike. Di ti forma civak û dewletê de heqîqet bi qasî ya li cem dewleta netewe bi tehekumê re têkildar, lawaz û neyênî nehatiye kirin. 2- Divê mirov bi girîngiyeke hê mezintir li ser hêmanên teokratîk û teolojîk ên dewleta netewe rawestin. Hegel wexta dewleta netewe weke xwedayê daketiye ser rûyê erdê dida naskirin, bi tenê nirxandineke sembolwarî nedikir. Wî dewleta netewe, weke fikrên tevahiya serdeman li ser navê xwedê ketine serhev û kombûne, şîrove dikir. Ji bo mirov vê fêhm bike, bes e ku bi tenê fikrên kombûyî yên rê li ber Şoreşa Franseyê vekirine lêbikole. Wexta pozîtîvîstan digot, bi dewleta netewe serwerî ji xwedê hatiye girtin, dewrî netewe hatiye kirin, haya wan ji wan nebû çawa xwedatî dikirin. Ji ber ku yan haydar nebûn serwerî tê çi maneyê yan jî eşkerekirina wê bi awayekî rast li gorî berjewendiyên wan nebû. Di tevahiya dîrokê de tevahiya desthilatdariyên hiyerarşîk û dewletên çêbûn, li ser navê xwedê (efendî) tehekumên yekdestdaran li ser civakê û li ser vî bingehî bi destxistina berhemê zêde û mêtina nirxan, serwerî bi xwe ye. Bi qasî ku hewce bi analîzê nebe eşkere ye ku çavkaniya serweriya xwedayî, mirovên xwe kiribûn efendî (bi maneya Reb e) bûn. Mirov rabe bibêje; “Bi Şoreşa Franseyê re Çavkaniya serweriyê êdî xweda nîne û netewe ye” ev li ser navê zanista civakî sextekariya herî mezin e. Pozîtîvîzm mûcîdê

vê sextekariyê ye. Tehekum û serweriya serdema destpêkê û navîn çiqasî çavkaniya xwe xwedê be, serweriya dewleta netewe ya modernîteya kapîtalîst jî qat bi qat zêdetir xwe bi heman çavkaniyê xwedî dike. Li vir a divê mirov li ser rawest e, têkiliya têgînên millet û milliyetgiriyê (netewe-netewetî) bi xwedatiyê re ye. Çawa ku tê zanîn di Îslamê de millet bi maneya dîn tê. Xwedê û millet bi xwe yek in, wekhev in. Netewebûna millet, encamê naguherîne. Lîstikeke bi gotinan hatiye kirin û hew. Çi di Pirtûkên Pîroz de çi jî di doktrînên lîberalîzma kapîtalîzmê de derbas bibe, millet an jî netewe, civak an jî cemaeta fermana xwedê (efendî, reb, yê serwer, yê fermanê dide) bi cih tîne, îfade dike. Kapîtalîstên sekuler, bi têgîna laîk ji dîn, ji xwedê û serweriya wî dernakevin, wî înkar nakin. Bi milliyetgirî, netewetî yan jî bi navê mezhebekî nû yê dînî li gorî berjewendiyên dînîbûnekê li hev tînin, çêdikin. Heta milliyetgiriya li ber sînorê faşîzmê di tevahiya dîrokê de ji dînên herî muhafezekar bêtir hişkebawerî ye. Ya girîng ne ew e, dîn bi formên berê yên weke Xirîstiyantî, Îslamiyet, Bûdîzm û Mûsewîtiyê be. Her fikir û baweriya civakê bîne asta perestinê, bi hêsanî mirov dikare weke dîn îfade bike. Di vê rewşê de xwedayê xwe heye tineye, zêde diyarker nîne. Cewherê wê bi xwe ew e ku karibe endamên civakê di asta pîroztiyê de bike hevpar, li ser hîmê cîhana fikir, bawerî û hisên zêde pev keliyayî bi şêweyên tevgerê yên ji wan re îbadet tê gotin û merasîmên wan ve girê bide. Di çarçoveya dewleta netewe de


Diclepress13@gmail.com

eşkere ye ku netewe û netewetî bi awayekî gelekî zêde li gorî van terîfan hatiye avakirin. Ango ev têgîn û doktrîn ewçend zêde eşkere ne, hewce nake mirov karekterê wan ê dînê guftûgo bike. Di teolojiya netewe û netewetiyê de xusûseke divê em bi girîngî li ber çav bigirin ew e, maskeya zanista pozîtîvîst datînin ser rûyê xwe û xwe mîna ku dîn û metafizîk nînin nîşan didin. Heta dijbertiya dîn û metafizîkê weke rêzik û pîvaneke bingehîn qebûl dikin û bi vî awayî li ser navê ‘zanistiyê’ xwe ji rakişandina li muceredkirineke dînî paşve nadin. Heqîqetgerî û dîndartiya dewleta netewe hişk bi hev ve girêdayî ne. Armanca hevpar, ew e ku şêweyên jiyanê yên cihêreng û cudahiyên rastiya civakî bihelîne, tesfiye bike, reş bike û bêdîrok bihêle. Li ser vî bingehî hewl dide îfadeyên dewlemend ên heqîqetê lawaz bike û sîstema xwe ya hegemonîk weke heqîqeta bi tenê ya rewa raber bike. 3- Avahî û zêhniyeta dewleta netewe ya li ser jiyana çandî ya Rojhilata Navîn hatiye ferzkirin, mijarek e, hê encamên wê bi awayekî yekpare û bi perspektîfa dema dîrokê nehatiye vekolan. Xwediyên van avahî û zêhniyetan bi xwe jî bi temamî haya wan ji wan nîne çi bi cih tînin. Ew jî di nava mekanekî teng û demeke kin de berjewendiyên bi sînor ên desthilatdarî û maddî ne. Ya rastî, yên dewleta netewe weke avahî û îdeolojî pêk tînin mentiqê wan weha ye “Em ji hegemonya modernîteya kapîtalîst çi biçirpînin, bibin kar e.” Bi tevahî nêzîkatiyên taktîk û stratejîk bi vê nêrtinê bi sînor

FIKRÎ

in. Sîstema hegemonîk wekî din firsend û keysa pêşketinê nadê. Ji ber ku ji heqîqeta me hewl da wê bi xwe bidin naskirin û teolojiya wê xebera wan nîne, li aliyekî timî dogmatîkên neteweyî yên dijwar û tûj in, li aliyê din jî timî mîna gumanbar dimînin û nikarin xwe ji vê rewşê xilas bikin. Eger em hewl bidin rewşê hê berbiçavtir bikin, em ê li nîzama dînî û qebîleyî ya Ereban binêrin. Yek ji rastiya civakî ya herî kevin a Rojhilata Navîn e. Li ser wan ji bîstan zêdetir dewletokên netewe têne ferzkirin. Ev bi tenê jiyana çandî ya hevpar parçe nake, li hebûna wan bi xwe jî di asteke nedîtî de xerîbketinê enjekte dike. Nasnameya nû ya Ereb a derketiye holê ji nasnameya wê ya serdema navîn an jî ya kevin ku gelekî tê rexnekirin, baştir nîne. Erebê li ser hîmê dewleta netewe hatiye dabeşkirin û parçekirin, Erebê herî lawaz, belovajîkirî û ji heqîqeta xwe ya dîrokî-civakî hatiye veqetandin e. Ew çiqasî bawer dikin ku bi dijwarî li dewleta netewe xwedî derdikevin jî ji yeqîna wan cudatir ew xurt nabin, berevajî hê lawaztir û qelstir dibin. Jixwe Erebtî jî ne sedema bi hêzbûnê, sedema dûrketina ji heqîqetê û qelsbûnê ye. Ti milliyetgiriya bi heqîqetê neyê xwedîkirin nikare bibe hêmana bi hêzbûnê. Ev rewş bi awayekî balkêş di pratîka Hîtler de pêk hat. Ji awirê dewleta netewe ve sînorên têne pîrozkirin bi temamî lihevçêkirî ne, û li gorî berjewendiyên hegemonya global hatine diyarkirin. Têgînên millet û welat ên di naveroka wê de, weke sembolên teolojiya nû di çarçoveya heman berjewendiyan

9

HEJMAR 23

2021/7/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Çiqasî ziman, bawerî û fikirên cuda, zêhniyet û avahiyên polîtîk-exlaqî hebin di çarçoveya vê qurbankirinê de ne. Du rêbaz têne pêkanîn: qirkirina çandî û fizîkî û asîmîlasyon de ne. Wexta derkevin derveyî çavçoveyê pirr zor û zehmet e ku ji xezeba xwedayê hegemonîk xilas bibin. Ya rastî, bi tevahî sînor, welat, millet, burokrasî û çîna navîn ên hewl didin di van dused salên dawî de ava bikin, bi xwedatiya dewleta netewe serkorî kirine. Rastiya ku dibînin, yeqîn dikin ku rastiyeke ezel û ebed e. Lê kesekî hinekî zêhnê wî/wê li heqîqetan vekirî, dikare bibîne û zanibe bi tevahî rastiyên behsa wan tê kirin, vedîtinên fantastîk in, bi armanca rewakirina berjewendiyên hegemonîk ên dused salên dawî li hev hatine çêkirin. Avakirina dewletên netewe yên Turkî û Îranî berhemên heman berjewendiyên hegemonîk in. Tevî ku mohra fethê ya modernîteya kapîtalîst li ser pişta wan heye jî hewl didin ji krîza xwe


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/7/30

HEJMAR 23

10

FIKRÎ

Diclepress13@gmail.com

Tevî propagandayên pozitîvîst hemûyan, naveroka dewleta netewe bi hemanên herî bi sir û metafizîk tijî ye. Rola wê ya di dîrokê de nehatiye rohnîkirin ya rewabûnê bi îdeolojiyên milliyetgir û radîkal dînî bibihurin. Li cem hemûyan milliyetgiriya laîk û dînî dixin nava hev, û bi vî awayî hewl didin bi zirxekî têkûz ê îdeolojîk ser dewleta netewe bigirin. Etnîsîte, dîn, mezheb û çandên dîrokî yên di rewşa hindikayiyan de hatine hiştin li hemberî dewleta netewe bi pirsgirêka man û nemanê re rûbirû ne. Yekparebûna çanda Rojhilata Navîn bi parçekeriya dewleta netewe ya modernîteya kapîtalîst re di nava nakokiyeke bi kok de ye. Modernîte li ser rastiyên jiyana hevpar qefesa ji hesin ferz dike. Ji lewra di rojevê de misêwa şîddet cih digire û ev jî vê rastiyê piştrast dike. Hêza çareserî û analîzê ya modernîteya demokratîk li hemberî dewleta netewe zelaltir e. Hêzên

hegemonîk ên kevin û yên nû timî hewl dan dîroka wan bidin jibîrkirin û rastiyên wan ên civakî xistin xewê, bi nêzîkatiya modernîteya demokratîk dikarin di nava dîroka xwe de heqîqeta hebûna xwe îfade bikin. Analîzên der barê hêzên hegemonîk de, der barê dijberê wan de weke heqîqet û dîrokê bersivê dibîne. Rastiyên civakî çawa ku di ti demê de bê dîrok nebûn, bê heqîqet jî nînin. Li ser çanda civakî ya Rojhilata Navîn ku xwedî karekterê yekparebûneke dîrokî ye, hegemonyadariya dewleta netewe hatiye ferzkirin, li dijî vê, antîteza modernîteya demokratîk civaka exlaqî û polîtîk e. a- Dewleta netewe weke înkara civaka exlaqî û polîtîk pêk tê. Li şûna exlaq rêzikên hêzê yên ji wan re huqûqa neteweyî tê gotin bi cih dike, dide danîn. Tertîbki-

rina hêza bi şêweyê huqûqê herî zêde pêşketina xwe di çarçoveya dewleta netewe de pêk tîne. Li şûna civaka polîtîk jî îdareya hişk a burokratîk serdest dike. Înkara civaka polîtîk bi awayekî berbiçav di nemeşîna sîstema demokratîk de xwe nîşan dide. Herçend hilbijartin û parlement hebin jî ya dimeşe avahiya îdarî ya olîgarşiya burokratîk a destûra bingehîn a ne nivîskî ye. Desthilatdariya dewleta netewe ya heta mûrehkên civakê belav bûye xwe bi kirasê huqûqî weke îdareya gelemperiyê raber dike. Hilbijartin û parlement ji bo rewakirina vê îdareyê bi rola cîlakirinê radibin û jê pêve jî ti maneyê îfade nakin. Civak, gel û netewe bi dewleta netewe re wekhev dikin. Li hemberî vê rastiya hegemonîk a modernîteya kapîtalîst weke ku gerdûnî be ferz kiriye, ji bilî paras-


Diclepress13@gmail.com

FIKRÎ

11

HEJMAR 23

2021/7/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Mirov heta di çanda Rojhilata Navîn de rola dîrokî-civakî ya dewletdariya neteweyî hûrûkûr analîz neke û lê serwext nebe, ne mumkîn e ku ji ti pirsgirêka civakî re çareseriyê bibîne tin û bergiriya civaka exlaqî û polîtîk rêyeke din a çareseriyê nîne. Xwezayên civakî weke cewher exlaqî û polîtîk in. Mirov nikare li civak û ferdê bê exlaq û polîtîk bifikire. Dikarin civakê neçarî bêexlaqî û bêpolîtîkabûnê bikin. Dikarin qabîliyeta exlaqî û polîtîk kotrimî bikin û ewçend lawaz û qels bikin ku nikaribe bi rola xwe rabe, lê ti carî nikarin tine bikin. Tinekirina wê bi tenê bi awayekî mumkîn e, ew jî kengî ji civakbûnê derkeve. Exlaq û polîtîka amûrên bi hêz ên heqîqeta civakî ne. Mehrûmbûna ji exlaq û polîtîkayê rê li ber bêheqîqetiyê vedike, li qadên çalakiya bi hêz a exlaqî û polîtîk jî hebe, şêwazên xweîfadekirinê yên heqîqetê jî bi hêz û şefaf dibin. Yek ji mijarên girîng ên Marksîst têde xapiyan ew bû ku wan exlaq û polîtîka weke avahiya jor raber

kir. Ti ferd û komika civakê nîne exlaqî û polîtîk nebe. Her komik û ferdê civakê hem exlaqî hem jî polîtîk e. Demokrasî bi civaka exlaqî û polîtîk re di wezn û rêjeyekê de ye. Demokrasî rewşa civaka exlaqî û polîtîk a dixebite îfade dike. Heqîqetên civakî xwe herî zêde weke civakên demokratîk nîşan didin. Îfadeyên heqîqetê bi awayên felsefe, zanist û hunerê herî baş bi civaka demokratîk bi ser xwe ve tên. Ev tespît diyar dikin, bê ka çima heqîqet herî zêde bi civaka exlaqî û polîtîk bi ser îfadeyên xwe ve dibin. Hêmanên berxwedanê yên li Rojhilata Navîn hê bi hêz in, nîşan didin ku hêmanên exlaqî û polîtîk weke yeqîn tê kirin, lawaz û qels nînin. Ferd û komikên bêexlaq û bêpolîtîka nikarin li ber xwe bidin. Ew bi tenê hînî serîtewandinê

kirine. Hewldanên ji bo hebûnê, koçberî û berxwedanên di asta malbat, qebîle, eşîr, mezheb û netewe de bi qasî redkirina dewleta netewe di heman demê de ji bo civaka demokratîk jî bangewaziyek in. Di çanda Rojhilata Navîn de bûyerên di vê astê de diqewimin mîna oryantalîzm dixwaze bide qebûlkirin paşverûtî, perestina serdema navîn û anarşî nînin, potansiyela dewlemend a modernîteya demokratîk pêk tînin. Şikandina dewlemendiya diyardeyên civakî, di encamê de bi xwe re kêmbûna hêza heqîqet û maneyê tîne. Dewlemendiya çandî çiqasî were homojenkirin, ewçend di maneya wê de û di weke heqîqet îfadekirina wê de kêmasî çêdibe. Rêveberiya dewleta netewe ya ku welatiyê tektîp diafirîne ferdiyetperestiyeke ji aliyê maneyê


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/7/30

HEJMAR 23

ve potansiyela xwe ji dest daye, ji bilî çend dogmayên jiberkirî pêve zêhnê xwe naxebite, merasîmên fermî weke şêweyekî îbadetên nû fêhm dike û ji aliyê heqîqetê ve nava xwe pûç e. Nirxên exlaqî û polîtîk ên di civaka demokratîk de bi kêr tên, ji potansiyeleke ku awayekî berevajî dewlemendiya maneyê ye, heqîqetê çêdikin. Civakeke timî bi heqîqetan xwe xwedî bike jî dikare di tewazuna îdeal a kom û ferd de bijî. b- Li hemberî teolojiya pozîtîvîst a dewleta netewe, civaka polîtîk û exlaqî jî bi maneya zanist-zanyariyê felsefeyê esas digire. Laîktî û sekulertî weke prensîp ji dogmayên dînî zêde guhertîtir nînin. Bi lixwekirina kirasê dewleta netewe ji dîndartiyê xilas nabin; bi tenê şikil û şema diguhere. Dogmayên dewleta netewe yên zanis-

12

FIKRÎ

Diclepress13@gmail.com

tiya pozitivîst wan bi lez çêdike ji dogmayên dînî yên serdema navîn hişktir in. Rastiya mêtinkarî û şerên rê li ber wan vedike, vê xusûsê piştrast dikin. Divê mirov baş bizane, teolojî, modernîteya kapîtalîst jî di navê de, weke amûrê rewakirinê yê îdeolojîk ê şaristaniya çînî-dewletdar hatiye avakirin. Li dijî hêmanên zanist-zanyartiya di nava civaka exlaqî û polîtîk de weke antîtez pêk tê. Nirxên exlaqî û polîtîk rê li ber zanist û zanyartî-hozantiyê vedikin, zanist û zanyartî jî civaka exlaqî û polîtîk dewamî xwedî dikin. Îfadeya civakî ya xwe ji der ve ferz dike theo (Xwedê) û logîk (aqil) dewleta qral-xwedê ye. Ji ber ku sosyolojya Rojava bi heman cewherê dewlet û çînê xwe xwedî dike nikare vê rastiyê bi awayekî zelal îfade bike. Bi gava xwe ya pozîtîvîst teolojiyê digihîne qonaxa herî bi

tehlûke. Ma kî dikare înkar bike ku dinyewîbûna xwedê ji ezmanîbûna wî hezar qat zêdetir mêtinkarî, rondikên çavan û xwîn nerijandiye! Nexasim ezmûna dused salên muhteşem ên dawî yên xwedayê dewleta netewe hê li ber çavan be. Ma sifetên van xwedayan çi bûn? Sînor, millet, al, surûd, burokrasî û çîna navîn û welatiyên monolotîk. Di bin van sifetan de xwedayê dewleta netewe çi kir? Mêtinkarî û şerên di dîrokê de hemtayê wan nedîtî pêkanîn. Demiurg weke Xwedayê Mîmar li dinyayê nîzama dewleta netewe ava kir. Bi vî awayî piştrast kir ku ew xwedayê herî pêşketî yê xwedî xisletên pûtperestiyê ye. Civaka exlaqî û polîtîk ji bo bijî hewcedariya wê bi xwedayetiyên bi vî rengî nîne. Zanyartî û hozantiyê ji teolojiyê binirxtir dihesibîne. Hikmet, zanyartî, hozanî


Diclepress13@gmail.com

Modernîteya kapîtalîst civakên Rojhilata Navîn bi tenê bi dewleta netewe bi qazoxekî qehîm ve girê neda; ji bandora bombeya atomê ya avêt Hîroşîmayê bi deh qatan zêdetir, bi dewletokên netewe bombe kir. Mirov dikare bibêje; nirxên çandî yên hevpar ên ji hezarên salan ve pêk hatine, bi bombebarandina dewleta netewe ya dused salên dawî hat parçeparçekirin

FIKRÎ

13

ne ji teolojiyê, ji zanistiyê çêdibin. Bi awayekî sosyolojî ne. Di civaka Rojhilata Navîn de tevî ferzkirinên teolojîk hemûyan, rehên zanyartî û hozantiyê her hebûn û heta îro hatin. Divê mirov zanyartiyê weke yekparebûna felsefe û sosyolojiyê û rewşa wan bi jiyanê re di zikhev de binirxîne. Zanyartî heta bi Sokrates jî formekî bingehîn bû, lê paşê bi ekolên piştre pêşketin ev rêûresm rizandin. Jiyan û doktrîn ji hev qut bûn. Vê yekê jî derb li civaka exlaqî û polîtîk da. Zanyartî weke felsefe xistin xizmeta dewletê. Di rêûresm û kevneşopiya pêxemberan de tevî ku aliyê serwer timî zanyartî û hozantî bû jî gavavêtina wan ber bi teolojiyê ve rizîn û dejenerebûn bi xwe re anî. Qasid, waiz û rahib çiqasî bikevin ser rêya teolojiyê, wê ewqasî jî ji zanyartî û hozantiyê qut bibin û ji civaka exlaqî û polîtîk dûr bikevin. Di çanda Rojhilata Navîn de, di navbera hêmanên van herdu dualîteyan de têkoşîneke zêde heye. Ev têkoşîn bi xwe tengezariya di navbera dinya şaristaniya demokratîk û şaristaniya dewletdar de nîşan dide. Têgîna xwedê ya bi awayekî vedizî têde qraltî û despotî hatiye bicihkirin û li dijî ferzkirina wê ya li ser civakê, karê sereke yê zanebûnê ew e ku bi tesewifê nasnameya civakî ya hê berbiçav dibe pêşkêş bikin. Bi vî awayî civaka exlaqî û polîtîk tê parastin. Di civakê de li keramet û hikmetê tê gerîn. Bi vî şêwazî şîrovekirina dîroka Rojhilata Navîn girîng e. Wê rojanekirina wê, bihêle ku modernîteya demokratîk baştir bê fêhmkirin. c- Civaka exlaqî û polîtîk, civa-

HEJMAR 23

2021/7/30

SAL 4

KOVAR DICLE

ka neteweyî înkar nake. Civak misêwa weke pêdiviyeke xwezaya xwe şêwe û awa diguherînin. Cûrbicûriya form, dewlemendiya jiyanê ye. Ya li dijî wê tê derketin ew e, hişkîbûn û girtîbûna li formên civakî ye. Muhafezekarî weke bingeh israra di girtîbûn û hişkîbûna form de ye. Formên azadîxwaz li nermahî û şefafiyê vekirî ne. Nasnameyên civakî çiqasî nerm û vekirî bin, ewçend jî cihêreng dibin ango azad dijîn. Têgihiştina dewleta netewe li nasnameyê tekperest e, serê wê girtî û hişk e. Çavkaniya faşîzmê ji vê têgihiştina nasnameyê ye. Ji ber ku nasnameyên civakî bi vî awayî têne fêhmkirin, li derve û hundirê civaka neteweyî, misêwa rewşa şer pêk tê. Nasnameyên civakî serê wan vekirî û xwezaya wan a nerm lihevçêkirî be, nasnameyên hişk û girtî li ser nasnameyan bên ferzkirin, bivê nevê şerên bi vî rengî wê biqewimin. Çi şerên dînî çi jî şerên neteweyî (Li cem herduyan jî xisleta bingehîn a nasnameyan serê wan girtî û hişk in) vê pevçûna nasnameyan îfade dikin. Di dused salên dawî yên Rojhilata Navîn de şerên nasnameyên neteweyî gelekî qewimîn û ev yek têkiliya xwe bi wê nasnameyê re heye ku modernîteya kapîtalîst ferz dike. Nasnameyên dewleta netewe yên di parzûnka xwe ya hegemonîk re derbas kirî bi xwe, dûvikên nasnameya navendî û di pozîsyona ajanên wê de ne. Nasnameya navendî timî weke biryargeha sereke dixebite. Bi acenteyên xwe yên hewcedar û mêtingeh ji nêz ve eleqedar dibe. Dema hewce bike ji nû ve tertîp dike.


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/7/30

HEJMAR 23

14

ÇAND

Diclepress13@gmail.com

KELEHA KOK AXAYÊ ÊZDÎ /ÇALDIRAN

FÊRGÎN MELÎK

Mixabin ku em welatê xwe hê nû

bi nû nas dikin û li ser wî bingehî berê xwe didin dîroka xwe. Dibînin ku Kurdên dîrok nivîsîne jî, her tişt lênekolane û nenivîsîne. Di nava van lêkolînên kelehan de em rastên gelek agahiyên dîroka me ya hatiye dizîn û înkarkirin tên. Baş e ku di nava gelê me de ananeyeke weke bîra dîrokê heye. Tiştên berê bûye, nehatiye ji bîrkirin, tim bê kêmasî ji nivşan derbasê nivşên din bûye. Gelek caran jî, ew kirine weke çîrok yan jî destan û nehîştine ji bîr bibe. Berê

niştecihên herêma Çaldiranê weke devera Murdiye, Patnos û Milazgirê bi giranî Kurdên Êzdî bûne. Ev mîrîtiya Kok Axayê Êzdî û keleh û zîndana wî nîşaneke wan deman e. Lê Osmaniyan di navbera salên 1830 - 1850 yê de fermana Kurdên Êzdî yê Serhedê derdixe, wê deme beşek gelê me yê Êzdî ji vê herêma bav û kalan direvin û beşeke jî naxwazin ji kokên xwe biqetin, dimînin û di bin kirasê mislimantiyê de dijîn. Ji ber ku lêkolîneke arkeolojîk li ser kelehê tine, em nikanin ti agahiyeke zanistî ya li ser avahiya wê bidin. Bes li ser girekî zinarîn e. Hê jî zîndan û mehzenên wê her wiha hin hîmên wê li pê ne. Di nava gel de tê gotin ku keleheke gelek mezin bû ye. Bingehê wê ji berê hebûye, dibe ku ji dema Xaldi-

yan jî mabe. Di sedsala 18. (1750 - 1780) Kok Axayê Êzdî ji Kandahara Muradiyeyê bigire hetanê Bazîdê û beşeke ji axa rojhilat Mîrîtiyeke mezin avakiriye. Wî wê demê ev keleh ji nû ve daye lêkirin û mezinkirin. Her wiha di zinarên bin kelehê de jî çend jûrên weke zîndan û mehzen daye kolandinê. Keleh hilşiyaye lê zîndan hetanê vê roja me hatiye. Û bi aliyê herkesê herêmê ve tê zanîn, bes em Kurdên ji herêmên din, vê nizanin. Min di gelek nivîsandinan de gotibû, gêncîneger belaya berhemên dîroka me ne. Ew jî dijmin in. Ji bo parçeyeke piçûk dîrokek diruxînin. Ji ber ku gotina; „gencineya Kok Axayê Êzdî“ di vir de veşartiye, di nava gel de berbelav e. Gêncîneger roja 01.04.2021 an jî di gelek cihên dîwarê zîndanê de dînamît


Diclepress13@gmail.com

bi cih kirine. Heta hin diteqin jî. Vê nûçeyê di hemû rojnameyên herêmê û heta di yên Tirkiyê de jî cih girtiye. Parlamenterên HDP ê jî ev mijara ruxandina zîndanê anîn rojeva Parlamentoya Tirkiyê. Lê dîsa jî mîna guhên me xitimî bin, me nebihîst. Ev keleha Kok Axayê Êzdî li berpalê çiyayê Arkelê ya bi qasê 2 km. li başûrê gundê Qubika(Yeniyaka) û Sê km. jî li rojhilatê gundê Golesorê ye. Ev çiya ji bo parastinê gelek destdayî ye. Mirov her demê dikane li ser wan çiyan re xwe bigîhîne Rojhilata Kurdistan(Îranê) Her wiha mirov dikane ji diharê vê Kelehê hem zuxrên Tendureka Mezin, hem jî ya piçûk, heta çiyayê Sîpanê jî bibîne. Zîndana di zinar de hatiye kolan 15 metre dirêj û 8 metre jî berahiya wê heya. Bi tevê odeyên din yên di zinar de 12 ode ne. Hêjayê gotinêye ku mirov bêje. Fermandariya zîndanê di bin fermana keça Kok Axayê Êzdî Dilşah Xanimê de bûye. Bi giranî kesên

ÇAND

15

li dij berjewendiyên gelê herêmê, kesên zordestî li jin û zarokan bikirana û mafên wan nasnekirana, ji çi gelî û baweriyê diba, bila biba, digirtin û dikirin vê zîndanê. Hetanî tobe nekirana xwe sererast nekirana, ew bernedidan. A dad û hiquq ev e. Li nêzîkê gundê Qubika nakroplek heye, yanê goristaneke kevn heye, di nava goristanê de du Kumbetên nehnişkî hene. Mixabin levhayê wan yên nivîsandî tinene, yan jî wenda ye, nayê zanîn li ku ye. Di hin agahiyên nivîsandî de tê gotin ku ji sedsala 17 an maye. Di nava gel de jî tê gotin ku ev kumbet jî ji dema Kok Axayê Êzdî mane. Dibe Kumbet li ser gorên kalik, bav û diya Kok Axayê Êzdî jî hatibe lêkirin. Mixabin ku kes lê xwedî dernakeve, lema yek hima hima bi piranî ruxyaye, yek jî di rewşeke gelek xirab de ye. Belê ji dîroka veşartî rûpeleke bibîranîna bi agahiyên kêm, lê hêja. Ez hêvî dikim ku dîrokzan û lêkolînerên gelê me, xwerû jî

HEJMAR 23

2021/7/30

SAL 4

KOVAR DICLE

yên gelê me yê Êzdî berê xwe bidin vê mîrîtiya qedîm û bi rûmet, rastiya wî derxînin û peşkêşê gelê me bikin. Her wiha siyaseta Kurd jî dikane vê mînakê baş lêbikole û li ser we bingeheke siberojê avabike. Bi vê hêviyê hetanê keleheke din bimînin di nava xêr û xweşiyê de.

Ev keleha Kok Axayê Êzdî li berpalê çiyayê Arkelê ya bi qasê 2 km. li başûrê gundê Qubika(Yeniyaka) û Sê km. jî li rojhilatê gundê Golesorê ye


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/7/30

HEJMAR 23

16

GOTAR

Diclepress13@gmail.com

ÎRADE Û ZANEBÛNA BIRÊXISTINKIRÎ DESTHILATDARIYÊ TÊK BIBE

ROJÎN HÊJA

Ji ber biyolojiya jinê, cûda nêzîk-

bûn jê re dana avakirin pirsgirêkê civakê çareser nake, berovajî mirov dikare bêje ku wê bêhtir kûr bike. Ji ber ku jin tenê zayendekê nîne. Wekê her tiştekê yan jî weke her zindewarekê ji bo bikare bijî di nav hebûna xwe de jiyana xwe berdewam dike. Rêber APO di vê mijarê de vê nirxandinê dike; “Cûdabûna zayend bi serê xwe nabe sedem ku pirsgirêka civakî bê jiyîn. Di gerdûnê de, di her zerrekê de çawa ku dualîte di tu hebûnekê de weke pirsgirêk nayê destgirtin, di hebûna mirov de jî dualîte weke pirsgirêk nikare bê destgirtin. ‘Hebûn çima bi dualî ye?’ Divê bersiva vê pirsê bersiv,

encex bi felsefî be. Bersiva min ev e: Hebûn ji derveyê dualî nikare xwe berdewam bike. Dualîbûn tarzê hebûnê gengaz dike. Meyla dualîbûnê her tim cûda çêbûye. Her du mil jî ne baş e, ne jî xirab e, tenê cûda ye û divê cuda be. Ger ku dualîbûn eynî be, wê hebûn pêk neyê. Mînak bi du jin an bi du zilaman pirsgirêka zêdebûna hebûnê nayê çareserkirin. Lewra ‘çima jin ango çima zilam?’ Tu nirxa vê pirsê nîne û ger ku ji vê pirsê re îlle bersiv tê gerandin, gerdûn diviyabû bi vê awayê çêbibûya.’ Ya rast ev bersiva felsefîk, hemû pirsên me yên ku di vê derbarê de hebûn, bê wate dike. Ji dayikbûna me heta mirinê di civakê de rolê me yê zayendî ku ava kirin û me fêr kirin, di navbera jin û zilam de weke cûdabûnekê girîng dihate dîtin. Bes ev rewşa cûdaxwazî li dijî jin bûye. Jin ji ber zayendiya xwe her tim a ku kêm û biçûk hatiye dî-

tin, hatiye pelçiqandin e. Civakekê desthilat ji reng û dengê jin dûr hatiye înşakirin û weke rastiyekê civakê, li ser jin hatiye ferzkirin. Ev ji bo jinê tenê û tenê êş, azar, mirin û tunekirin e. Rastiya jiyanekê yek alî û yek deng ê ku hatiye avakirin e. Ev bi hezaran salan ji milê deshilatdariyê ve weke birdoziya zayendparêziyê hatiye meşandin. Li ser jin hîn zêdetir bûyîna pîrektî, li ser zilam jî zêdetir zilamtî –desthilatî hatiye barkirin, her ku çûye ev weke nasnamê hatiye rewakirin. Lewra zilam jî her tim di civakê de hemû îmtiyazan dayê şixulandin û ji nîmetê zilamtî feyde girtiye û di civakê de bûye aktorê sereke. Zilamê ku aktorê sereke ye, weke fîguran jî jin danîna kêleka xwe ji bo xwe weke xemlekê, weke mecbûriyetekê dibîne. Ne bi vê rengê be lîstoka ku tê leystandin kesek, jê re eleqe nîşan nede. Ji ber ku bi hezaran salaye weke metayekê, ji por heta nînûk, her par-


Diclepress13@gmail.com

çeyekê laşê wê cûda cûda hatiye pêşkeşkirin. Ji ber vê yekê êdî ew jin, ne ya xwe ye, êdî mal e, milk e, êdî zayendekê din e. Jina lewaz, etekê kêm e! Divê êdî zilamê serwer “Ji pişta wê dar, ji zikê wê daşikê kêm neke!” Di pergala feodal de bi vê rengê, di pergala mordernîteya kapîtalîst û pergala wê de jî; çîna ku destpêkê hatiye perçikandin, çerxa perçiqandin û desthilatî yê. Ya ku herî zêde dide qezenckirin e, kesa ku erzan kar dike ye û keybanuya meta ye. Bi vê unwana xwe kolederiya modern e. Ji bo heqîqeta civakê pêşbikeve û azadiya zayendî pêk were, înşaya jiyanekê wekhev, azad, adil êdî nebe nabe ye. Encax ev jî bi paradigmaya Rêber APO, civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê dikare pêk were. Ji bo vê jî divê destpêkê jin û rastiya jin, ji nû ve were destgirtin, di nav civakê de cîhê wê û rolê vê ji nû ve bihata pênasekirin. Rêber APO ji destpêka tekoşîna azadiyê de vê pêşxist. Ji ber ev pêşket, jiyana ku li jin hatibû ferzkirin û jinê mecbûrê wê kiribûn, çiqas bi hîle û derewan hatibû dagirtin, hate dîtin. Êdî ketina ferqa vê çêbû ku ew jiyana dihate jiyîn şaş bû û nikaribû xwe bi vê rengê berdewam bikira. Jiyana rast jî encex xwe naskirinê, li rastiyan û rastiya xwe gerandinê û ji bo vê tekoşîn meşandinê dibû. Her yek ji me, ango îro jî her jinekê ku vê rastiyê naskir êdî nexşerêya jiyana xwe diyar kir, berê xwe da nav refê tekoşînê. Di bingehê vê de lêgerîn ango xasteka xwe gîhandina çand, ziman, nasnameya xwe ye. Ango gihandina rastiya kesayet an jî rastiya civakî heye. Ev pir zelal e ku di

GOTAR

17

Divê destpêkê jin û rastiya jin, ji nû ve were destgirtin, di nav civakê de cîhê wê û rolê vê ji nû ve bihata pênasekirin. Rêber APO ji destpêka tekoşîna azadiyê de vê pêşxist bingeha xwe de lêgerîna azadiyê û zanabûna azadiyê heye. Rêbertî di nirxandinên xwe de jî destnîşan dike û dibêje “ji bo azadî û wekheviya jinê pêşketinekê dîrokî û civakî û pê re jî teoriya wê ger neyê avakirin pratîka saxlem jî pêş nakeve. Sosyalizma reel ji ber ku vê nekir, wenda kir! Sedema yekemîn a wendakirina wan pirsgirêka desthilatdariyê; ya duyem jî pirsgirêka azadiya jin bû. Şoreşê ku jin ava neke ew şoreş li ser yek lingê ye û bi hêsanî jî dikare hilweşê. Heta jin negîhîje nasnameya xwe, nikare bigihîje nasnameya civakî û netewî jî.” Bi vê heqîqetê ve girêdayî Rêbertî di destpêka Tevgera Azadiya Kurd de ji bo Tekoşîna Azadiya Jin, xebatên girîng û destanî destpêkir. Ji ber ku tena xwe tekoşîna giştî têrî azadiya jinê nedikir ku rewşa jin

HEJMAR 23

2021/7/30

SAL 4

KOVAR DICLE

bide guhertin. Ev di ceribandinên şoreşên din de jî hatibû tehlîlkirin û dîtin. Rastiya Jina Kurd û Kurdistanê jî vê disepand ku bi taybet bigre rojeva xwe û weke projeya jiyana azad bide avakirin. Bi vê heqîqetê ve girêdayî Rêbertî PKK’ê weke partiyekê jin pênase kir û PKK’ê di eksena jin de destgirt. Di nav tarîtiya dîrokî de rêyekê ronahî ji bo jin û jiyanî nîşanê jinan da, wê kişand rêya azadî û şoreşê. Destpêkê bi gavên artêşbûn, rêxistinbûna jin; asta zanebûna cîns, hezkirina cîns, fikra azad îradeya azad û hêza tekoşîn û rêxistinbûnê da avakirin. Herî dawî jî bi gihîştin û zanabûna jin pêwîstî bi partiya jin û pêwîstiya ku pê heyî danî holê. Ji bo ku em li hemberî pergala desthilatdar hêza fikrî û yekîtîya rih, jiyanekê hevpar bidin avakirin. Di paralela PKK’ê, de partiya jin a PAJK’ê rêxistin kir û ji me re got “hun bi xwe rêbazê wê, armancên wê, heta bernameya wê ava bikin”. Birdoziya ku avakir ne tenê ji bo jina Kurd, ji bo hemû civak û hemû jinan danî holê. Bi partîbûn û rêxistinbûnê Rêber APO hêzekê mezin da me û jina ku êdî bi xwe bawer û xwediya hêza polîtîk da avakirin. Kêlî bi kêlî bi jin re eleqedar bû û di her aliyê jiyanê de jin perwerde kir û li hemberê desthilatdariyê zanebûn û hêza tekoşînê bi me re avakir. Di nav PKK’ê de û bi giştî cîhanê de jî da nîşandan, jina ku bi pîvan û zanabûna azadiyê xwe dike hêzekê polîtîk, di leşkerî de jî di hêla îdeolojîk de jî êdî dikare pêşengî bike. Li hemberî jina ku xwe avakiriye zilamê desthilatdar jî nikare feraseta xwe ya paşverû bide axaftin. Ji ber ku jin êdî bi


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/7/30

HEJMAR 23

18

GOTAR

Diclepress13@gmail.com

Ger ku jin tekoşîna xwe ya îdeolojîk hundurî û cewherî neke nikare xwe azad bike, nikare xwebûnê avabike, nasname û sekna jina azad an zilamê azad li ser bingeha perspektîfa Rêbertî wê nikaribe pêş bixe

asta rêxistinkirina xwe li pêş e, di hemû jiyanê de xwe îfade dike, dibe xwediyê helwest. Ev ji bo jin gavên polîtîkbûnê yên sereke ne ku pêş ketin. Êdî me jî dizanî ku bi partîbûnê encex em di kesayeta xwe û di nav civakê de guhartin û veguhartinê bidin avakirin. Ev zayendparêziya civakê jî em dikarin bi partîbûnê derbasbikin. Ji ber ku bi pîvanê partîbûn û bi birdozîbûnê nebe, tekoşîna zayendî û azadiya zayendî ne gengaz e. Dema ku em tekoşîna zayendî bi pîvanê partîbûnê bimeşînin emê bikaribin şoreşa jinê pêk bînin. Rêbertî dema jin perwerde kir, îrade, hêz bawerî pê da qezenckirin; herî ber bi çav jî bi jinê reîrade, hêz û zanebûna rêxistinî û partîbûnê ya li hemberî desthilatdariyê ava kir. Bê guman dema em vê dinirxînin, em dibînin ku

asta îro derketiye holê, ji vê rastiyê çavkaniya xwe digre. Ev rastî hişt ku jin heta îro were û di nav tekoşîna azadiyê de bibe pêşeng. Ji bo hemû jinan an tevgeran jî bibe îlhama tekoşîn û azadiyê, bibe rêya nefesê. Bi rastiya xwezaya jin û karekterê wê ve girêdayî rol û mîsyona wê di nav jiyanê de zêdetir derdikeve pêş. Ji ber vê yekê ji hemû jinan hîn bêhtir aktîf-

bûn, pêşengtî û radîkalbûn û têkoşîna hîn bêhtir radîkal tê xwestin. Tevgera Azadiya Jin a Kurd û Kurdistanê ji bo hemu tevgerên jinê cîhanê, ji bo hemû jinên azadixwaz û têkoşer, ji bo hemu mirovahiyê bûye rêyekê hêviya çareserkirina pirsgirêkên jinan. Ji ber ku di rêya azadiyê de gavên girîng jî hatine avêtin. Xwe gihandiye



KOVAR DICLE

SAL 4

2021/7/30

HEJMAR 23

girt dest perspektîfa jiyana azad e. Bi vê rastiyê re girêdayî divê teoriya qutbûnê rast bê destgirtin, zêdetir bigirin rojeva xwe, rast tehlîl bikin, fêm bikin, bidin fêmkirin da ku her kesekê di kesayetê de bide rûniştandin û jîndar bike. Lê em jî dizanin ku azadiyê jinê, azadiya civakê tekoşîneke pir dijwar û tekoşînekê bêhempa girtina ber çav dixwaze. Li gel vê jî helbet kurbûna îdeolojîk û yetkînbûna tekoşîna zayend ji bo me rêgezên bingehîn in. Destpêkê zanebûna zayendî, hezkirina zayendî divê were avakirin ango were kûrkirin. Li gel vê rastiyê polîtikbûn, xwe rêxistinkirin û yekîtiya rêxistinkirinê avakirin girîng e. Ji ber ku tekoşîna îdeolojîk û zanebûn ava nebe pratîka wê jî pêş nakeve, li gel vê yekê xwe gîhandina armancê xwe bi bawerî û bi îddîa û

20

GOTAR

Diclepress13@gmail.com

Heta jin negihe nasnameya xwe, zayenda xwe nasneke û azad neke nikare bigihe nasnameya civakî û netewî jî bi radîkalî bilindkirina tekoşîn jî pêwist dike. Ger ev neyê kirin, her daîm, jin ango pergala jina azad wê lewaz be, wê jin nebe û weke îrade neyê dîtin. Desthilatiya ku li hemberê jinê xwe birêxistin dike, wê bixwaze jinê û tekoşîna

azadiyê bê bandor bike û biperçiqîne. Ji ber ku rastiya desthilatdariyê dixwaze xwe berdewam û mayînde bike. Li hember jin jî, li hember netewan jî îrade nasnake, îradeya heyî diperçiqîne, tune dike, qir dike. Ji bo ev nebe, îrade û zanebûna hêzekê birêxistinkirî û tekoşer wê bihêle ku desthilatdarî têk biçe. Bi paradîgmaya Rêbertî weke jin me ew îrade, hêz, moral û zanabûna tekoşîna birdozî qezenc kiriye. Ji bo vê jî em dizanin ku azadiya jin azadiya hemû civakê ye. Ger em tekoşîna azadiya jin a çalak bidin meşandin, em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û di welatekê azad de bi Rêbertî re azad jiyan bikin, tevahî mirovahiyê bi serkeftin û şoreşa jin tacîdar bikin. Bi vê awayê sedsala 21’emîn wê bibe sedsala jinên azad.


Diclepress13@gmail.com

GOTAR

21

HEJMAR 23

2021/7/30

SAL 4

KOVAR DICLE

RÊKEFTINA HEWLÊR-BEXDA, LI SER ŞENGAL’Ê FERMANEK NÛ YE

Lava Elî

Bi pêvajoya ku hatiye destpêkirin re konsepta şer a ku modernîteya kaptalîst bi hişmendiya zilamê serdest daye destpêkirin, armanca hemû hêzên hegemon ew e ku xwe li ser gerdûnê serdest bikin û li hemberî gerdûna heyî polîtîkayên qirkirinên ên heyî tên birêvebirin. Diyar dibe ku modernîteya kapitalîst pergala şerekî ye û di roja me ya îro de weke kaosek jiyanî ku li tevahiya cîhanê tê jiyankirin û derketiye holê. Bêguman ev weke rewşek rojane ku mirov bigire dest nîne. Ev pergal cîhan, mirovahî, xweza û tevahî dîrokê tine dike, dîroka xwe ya qirêj pêş dixe, di heman demê de ji bo me weke xwediyê vê diroka qirêj bide bawerkirin û desthilat-

dariya 5 hezar salî, bi hişmendiya pergala xwe ya zordest re hata roja me ya îro aniye. Îro dewletên hegemon ên weke DYE, NY, Rusya, Çîn, Îngîltere û hwd ji bo desthilatdariya xwe binyata erdnîgariya Rojhilata Navîn, dewlemendiya manewî û medî ya çandî bi kurtasî xaka ku mirovahî veguherandiye civakbûnê ber bi tinebûnê ve bibin bi her cure polîtîkayên xwe yên qirêj berdewam dikin. Ev polîtîka di roja me ya îro de Rojhilata Navîn ji xwe re kiriye navend, li ser her bihostek axa wê ji bo gav bi gav xwe bide jiyankirin tinekirina Rojhilata Navîn ji xwe re esas girtine. Bi kaosa ku li Rojhilata Navîn ava kirine bi taybetî vî şerê ku li Kurdistanê dimeşînin her roja ku diçe dijwarbûna wê di her alî de zêdetir dikin. Dîsa sedema vê binyata wê ya erdnîgarî, dewlemendiya wê ya bind erd û ser erd, nirxên wê yên çandînî ku jiyanê pîroz dike û bi kurtasî ev der cihê ku mirovahî têkoşîna ji-

yana xwe ya rûmet dimeşîne ye. Ji derveyî vê li hemberî modernîteya kaptalîst tekana pergala alternatîf a ku bi felsefe û paradikmaya Rêber APO ava bû û pêş ket rastiya pergala desthilatdar a heyî bi hemû qirêjiya xwe derket holê, weke armanca bingehîn bû kurd û Kurdistan. Her wiha îro ev konsept bi hemû qirêjiya xwe li Şengala ku yek ji nirx û baweriya mirovahiyê ya manewî ya destpêkê ye Êzîdî armanc digirtine. Êzdatî li Şengalê tevî hemû komkujî û komkujiyên hatine jiyîn xwe parastiye û ji bo vê têkoşîn daye. Bi fermana herî dawî hatî jiyîn re gelê Êzîdî wê têkoşîna vê berxwedanê berdewam bike, ji bo li hemberî her cure polîtîkayên şer û tecawîzê bisekîne baweriya xwe ya guhertîn û veguhertinê ku li ser esasê serxistinê ye bi hêztir kiriye. Weke ku gel dibêje; ne Şengal wek berê ye, ne jî gelê Êzîdî wek berê ye. Ji bo xwe, axa xwe, ziman, çand û baweriya xwe bi-


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/7/30

HEJMAR 23

parêze hebûna xwe daniyê holê. Weke tê zanîn Şengal li Rojhilata Navîn weke erdnigarî xeta navîn û kilîta navenda kemberê ye. Şengal li ser xeta Rojhilat, Başûr û Rojava pira navendî ava pêk tîne. Yan jî weke gotina desthilatdaran ji bo xeta Surye, Îran û Îraqê xeta kilîtê ye. Di heman demê de di vê xetê de mozîka çandî û dewlemendiyek mezin a çandî tê jiyankirin. Li vir Êzîdî, Ereb, Şîa, Kakayî, Şebek, Tirkmen û hwd. Gelek gel dijîn. Ev xet hem di aliyê erdnîgarî de hem jî di aliyê nirxên çandî de xwediyê girîngiyek gelek mezin e. Li gorî hişmendiya hegomanya hêza ku li ser vê xetê serwer be ji bo li Rojhilata Navî serweriya xwe pêş bixe

22

GOTAR

Diclepress13@gmail.com

dibe xwediyê pira navendî. Daxwaza Îranê ku dixwaze xwe li ser Şengalê serwer bike bi pêkanîna Hilala Şîa yanî daxwaza wî ya ku heta Hewreman, Kerkûk, Misûl, Şengal, Tilkoçer, Heleb, Libnan û Yemenê biçe armanca wan a serekê qada Şengalê ye. Îran li Şengalê siyaseta Şîa esas digere, dixwaze bibe hêz û armanc dike serweriya xwe ava bike. Sedema ku dewleta Tirk a faşîst li pey xeyalê Osmaniya ku hespê xwe yê bê ling dipezîne em dikarin bi 2 şêwazî bigirin dest. Yek,xeyalê xwe yê Osmanî pêk bîne û didu jî êrîşî tevgera me ya azadiyê ku bi paradigmaya Rêber Apo pêş dikeve bike. Lewra bi

nirxên Sunî-Tirkmen ên manewî dilîze, bi rêbazên şerê taybet dixwazin di navbera Êzîdî, Şîa, Sunî, Kurd û Tirkmenan de nakokiyan ava bikin, nêvgînek kaos pêş bixin û hakimîyeta xwe pêk bînin. Bi vê ve girêdayî hikumeta ferdera a Kurdistanê ji dîroka KDP’ê heta niha çawa ku di nav polîtîkaya îxanetkar a ku xwe dubere dike de ye her wiha di fermanê de jî dîsa reviya û xeta îxanetê hilbijart. Şengal terkî tinebûnê kir, heta bi polîtîkaya tecawîz û talankar a dewleta tirk a faşîst re bû hevkar, li ser Şengal û gelê Êzîdî pazar kir û firot. Jixwe Hikumeta federe bi saya KDP li ber hilweşandinê ye. Di roja me ya îro de dema ser-


Diclepress13@gmail.com

weriya xwe ya li Şengalê tevahî winda kir, binketina jiyan kirî hezîm nekiriye û weke her carê bûye hevkarê şer ê dewleta Tirk a faşîst. Dewleta Tirk a ku bi destê KDP’ê vê dike bêguman dema vê dike jî ne ku pir ji Barzanî yan jî hikumetê bawer dike, di heman demê de armanc dike Başûrê Kurdistanê jî bi vî şêwazî bi kar bîne, hilweşîne û tine bike. Dema em van dinirxînin bêguman em di ferqa vê de ne jî, ev êrîşên ku li ser Şengalê pêk tên êrîşek navdewletî ye. Fermana ku hatiye kirin û di roja me ya îro de rêkeftina HEWLÊR Û BEXDA de ku bi siyaseta kujer û qirker re bûye rojeva cîhanê ya herî bandor, ev rêkeftin tenê di navbera dewletên

GOTAR

23

ku me diyar kirine ne sînordar e, ev rêkeftin bi temamî li gorî marifet û berjewendiyên dewletên hegomon hatiye kirin. Li gorî di raya giştî de derketiye pêş hema piştî vê rêkeftinê Firansa- Misir, DYE, NY, Ûrdûn û Îngîlterê piştgiriya xwe ji vê rêkeftinê re nîşan dan. Dîsa Emerîqa ku Îranê wek dijberê xwe dibîne wê destûr nede ku li Şingalê hîlala Şîa avabike û wê nehêle li Rojhilatanavîn bandor bibe û rola xwe bileyze. Weke em dizanin rejîma Îranê ji derveyî sînorên polîtîkayên xwe yên şer bi rê ve dibe û li hemberî Emerîka her tim rû bi rûyê şerekî ye. Ji bo hima û serweriya xwe pêş bixe li Şengalê cihê xwe di nav şer de

HEJMAR 23

2021/7/30

SAL 4

KOVAR DICLE

digire. Emerîka jî bi vê rêkeftînê re li Îranê polîtîkayên xwe yên lewazkirinê berdewam dike ango hem serweriya xwe ya li Rojhilata Navîn berdewam dike hem jî armanc dike Îranê lewaz bike. Dîsa dewleta faşîst a Tirkiye heman polîtîkayên dimeşîne, hem li pey xeyala xwe ya Osmanî ye hem jî ji bo berdewamiya hebûna xwe êrîşî hêza me dike, êrîşî pergala Rêber Apo pêşxistiye ku tekane pergala altarnatîf e dike. Yek ji sedema van êrîşan li hemberî tevgera APOgerî ku Şengal ji komkujiyê rizgar kir, gel pêş xist, perwerde kir, anî asta ku xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibe, dîsa perdîgmaya demokratîk û azadiya jinê a ku pêş dixe tirsek


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/7/30

HEJMAR 23

24

GOTAR

Diclepress13@gmail.com

Daxwaza Îranê ku dixwaze xwe li ser Şengalê serwer bike bi pêkanîna Hilala Şîa yanî daxwaza wî ya ku heta Hewreman, Kerkûk, Misûl, Şengal, Tilkoçer, Heleb, Libnan û Yemenê biçe armanca wan a serekê qada Şengalê ye mezin dijî. Tirkiye tevî teknîka xwe ya şer a herî pêşketî li qada Heftanînê rû bi rûyê binkeftinek mezin hat, ji bo ev hezim nekir dixwaze bi êrîşên xwe yên li ser Şengalê xwe komî ser hev bike. Her wiha yek jî li Şengalê ev rastiya tê jiyîn derket holê. Êdî gel hatiye asta ku xwe bi xwe biparêze, bi çanda xwe, xwe îfade bike, vîna xwe nîşan bide û bi xwe li ser lingên xwe bisekîne. Dîsa baweriya ku bi xwe xwe birêve bibe ku di wan de ava bûye û bi vê baweriya cewherî re ezmûnên ji dîrokê girtin pêşeroja xwe amade dike. Bêguman ev jî wê çar aliyên wê bandor bike. Ango pergala ku sistema kaptalîst bihejîne jiyanî kirin bêguman wê vê hezim nekin, ji bo gelê ku nebûye kole bi tepsînîn wê êrîşan di aliyekî de pêş bixe. Ji ber ku sistema cîhan û serd-

estan ku weke jiyan xêz kiriye û nivîsiye sistema kole û efendiya ne. Bi xwezayî wê li hemberî sistema azadîxwaz bisekînin. Ya rast ev hevpeymana ku li ser Şengalê pêk anîn ne rêkeftinek ji rêzê ye, her wiha ne tenê di navbera Baxda û Hewlêrê de ku di bin navê ji bo herêm bikeve bin kontirolê, bibe herêmek bi ewle nîne. Di cewherê xwe de ev hevpeyman hevpeymaneke ku bi destê Tirk û Emerîka hatiye ferzîkirin e. Tirkiye hebûn û tinêbûna xwe li hemberî tinekirina gelê Kurd dîtin, dîsa hakimyeta Emerîka ya ku li Rojhilata Navîn, daxwaza Îranê ya ku dixwaze li Rojhilata Navîn bibe hêz, ev jî girîngiya stratejîk a Şengalê dide nîşan. Di vê rewşê de jî hikumeta Îraqê ku her tim di nav hewldanek avakirinê de

bûyîn, hîna hikumetek ava nekiriye û hêza rastiya vê hikumeta heyî jî neçarî vê hevpyemanê hatiye kirin. Bi vê rêkeftînê re ku bû rojeva hemû cîhanê, yek ji sedema têkoşîn û berxwedana gelê Êzîdî jî dixwaze gelek, baweriyek, çanda ku bûyek nirxek mezin ê manewî ji holê rake. Vê tenê bi komkujiyan re pêk nayîne her wiha bi awayek herî qirêj bi polîtîkayên şerê taybet pêk tîne. Gel li ser piya ye, bê ku reweste di nav çalakiyan de dixwaze îradeya wê esas were girtin. Statûya xwe dixwazin û ji bo vê jî têkoşîn dikin. Ev rêkeftina ku hatiye kirin ji derveyî îradeya gelê Şengalê li gorî berjewendiyên desthilatdaran hatiye îmzakirin. Tiştên ku li vir tên jiyîn bêguman wê qebûl nekin. Pergala ku bi xwe ava kirin bi îradeya xwe ev jiyanî kirin. Ev şêwazê jiyanê li Şengalê hemû gelan


Diclepress13@gmail.com

GOTAR

25

HEJMAR 23

2021/7/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Ev rêkeftina ku di navbera Baxda- Hewlêrê de pêk hatiye ne tenê ji bo gelê Êzîdî yan jî Şengalê ye, hemû herêma Misulê digire nava xwe, ev îtîfaq komkujiyek nû ye di nava xwe de dihewînin. Ev rêkeftina ku di navbera BaxdaHewlêrê de pêk hatiye ne tenê ji bo gelê Êzîdî yan jî Şengalê ye, hemû herêma Misulê digire nava xwe, ev îtîfaq komkujiyek nû ye. Bêguman ev gelê Ereb, Tirkmen û Şîa ku li Şengalê dijîn jî ferq kiriye û li hemberî vê hevpeymana ku tê wateya komkujiyek nû rabûye, protosto kiriye û daxuyanî dane. Ger ev mirovên ku bi hezaran salan bi hev re jiyankirine tine werin hesibandin bêguman dizanin wê rojekê heman çarenûsê bijîn, ji ber ku li ser heman xakê dijîn û li ser axa xwe dijîn. Tiştên ku îro ew dijîn wê sibe ew bi xwe jî bijîn. Gelên ku di zanabûnê vê de ye mafê wan ê herî xwazeyî ye ku îradeya wan were esasgirtin, statûya xwe bixwazin. Lewra bi vê rêkeftina ku pêk anîne dixwazin

îradeya gelê Şengalê bişînin, jiyana ku bedel û kedek mezin di ber de hatiye dayîn tê talankirin, tine tê hesîbandin û mirovan tînin asta koleyên kapîtalîzmê. Rêkeftineke ku hêza Şengalê neparêze, dibe hevkarê qetilkirina wan, destdirêjiyê dike, jinan di pazaran de difîroşe nayê qebûlkirin li ser Şengalê xwe serwer bike yan jî Şengalê bi rê ve bibe. Dixwazin vî gelê her roj rû bi rûyê tirs û hovîtiya polîtîkayên mirin, destdirêjî, îşkence, faîlên mehçul û pişaftinê bihêlin. Bêgûman li hemberî van polîtîkayên wan ên şer wê xwe biparêze, siyaseta xwe bi rê ve bibe û hêza baweriya xwe pê tîne ava bike. Li gorî vê jî hemû hêzên demokrat, kesên dijberî kaptalîzmê û li dîjî rûmeta xwe ya mirovahiyê di-

jîn, dîsa jina ku her tim li hemberî hişmendiya zilamê desthilatdar rû bi rûyê êrîşan e divê cihê xwe ku di nav vê têkoşînê de bigirin û xwe bi hêz bikin. Em di wê baweriyê de ne ku wê tevgera azadîyê em têkoşîna mafdar pêş bixin, paradigma Rêber Apo ya domokratîk, azadiyê jin a ekolojîk jiyanî bikin. Bi vê bawerî û hêzê re îradeya gelê Şengalê esas bigire, ji bo xwe bi rê ve bibe, girîngî dide heyîna hêza wêya ewlehiyê, girîngî dide avakirin û pêşxistina pergala wê, her wiha ji bo pêşxistina vê em li bi gelê xwe yê Şengalê re ne, dîsa em li hemberî vê hevpeymana ku tê wateya komkujiya gelê Êzîdî ku ji derveyî îradeya gelê Şengalê hatiye dayîn disekînin û di vê têkoşîna ku me pêş xistiyê de xwe îspat kiriye.


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/7/30

HEJMAR 23

26

CANGORÎ

Diclepress13@gmail.com

ŞEHÎD SÎPAN DI DILÊ HER HEVALÊKÎ DE CIHÊ XWE GIRTIBU

Şehîd(Heval

ebdûlkerîm qasim) bi nasnav(sîpan xelat), di sala 1999 li gundê nesîriye yê ser bi bajarê şengalê ji dayîk buye. Şehîd sîpan di dîroka 17/7/2014 piştî fermana ser şengalê beşdarî refin şervanin azadiyê dibê. Heval Sîpan di malê de yê herî mezin bû, xweşikek û sê bira bûn. Malbata heval Sîpan malbatek di aliyê maddî de gelek belangaz bû. Bi keda destê xwe debara xwe dikirin. Ew bi xwe jî zarokekî geleki arem bû, ango em dikarin bêjin xwedî şexsîyetekî miskîn bû. Di nava hevalên xwe de dema danûstandin dikir her tim li ser esasê xurtikirina hevaltiyê tevdigerya. Em dikarin bêjin zarokekî ku hertim di nava lêgerînekê da bû. Jixwe di 7 salîya xwe de dest bi medresê dike û heya safa 10 xwandibû. Dima dresê de jî kesekî jêhatî bû, mamosteyên wî çî ders dida zû digirt. Ji ber wê jî mamosteyên wî gelek jê hezdikirin û dihate hezkirin. Her wiha dema dihat malê jî bi xwîşk û birayê xwe re parve dikir, tiştên fêrdibû bi derdorê xwe re parve dikir. Her wiha di milê hunerî de jî xwedî şexsiyet û jêhatî bû, ji bo hevalên

xwe helbest dinivîsand û dixwand. Bi vi şêwazî hevalên xwe li dora xwe kom dikir. Dayîka Şehîd Sîpan dema hîn 15 salî bû, bi nexweşiya seretanê wefat dike. Bi mirina Dayika xwe jî gelekî xemgin dibe û her tim bi hezkirina dayîka xwe mezin dibe. Lewma nêzîkatiya wî ewbû ku ji bo zarokeki dayîk gelekî girînge. Eger di malekê de zarok bê dayîk bimîne nikare bi tendiristî jiyan bike. Ji berku ya li ser pivaneke rast zarokên xwe perwerde dike û riya rast nîşan dide dayîk e. Dayîk pîvanên jiyanê ji bo zarok datîne. Tenê dayîkê êşa zarokên xwe fêm dike. Şehîd Sîpan ji ber wefata dayîka xwe gelekî hestîyar dibe, lê belê tiştekî ku bike nîne. Şehîd Sîpan berî ku beşdar bibe bi hevalan re dikeve nava dan û standinê, kêm jî be naskirinek çêdibe û piştre biryar digire diçe Rojavayê kûrdistanê beşdarî dewreyek perwerdêya Şervanên nû dibe. Di perwerdê de heya astekî di aliyê fikir xwe zana dike û gelek tiştên paşvero qebûl nake. Dema ku 2014’an de ferman li ser Şingalê çêbûyî berê xwe dida Şengal ê û beşdarî Yêkinîyên Berxwedana

Şengalê dibe. Divir de cihê xwe di şerê li diji DAÎŞ ê digrê, di şer de 2 caran birindar jî dibe. Lê belê tevî vê jî ti carî gav paş de neavêt û dest ji hevalên xwe berneda. Hedef û armanca wî ya serke jî ew bû ku ji bo rizgarkirina keç û jinên di destê dijminê mirovahiyê DAÎŞ ê de bû. Şehîd Sîpan cihê xwe di dilê her hevalekê xwe de dabû çêkirin. Hezkirinekî ji milê hemû hevalan ji bo Şehîd Sîpan hebû. Di heman demê de heval Sîpan ji hemû hevalên xwe gelekî hezdikir. li ser hevalên ku di şer de şehîd bûne jî gelek helbest nivîsandine bi taybetî li ser Ş.Berxwedan helbestek nivîsandiye û gelek caran li pêşîya hevalan xwandî ye. Bê guman Dinava civakan de kesên xwedî şexsiyetên mezin derdikevin u ji bo civaka xwe pêşengtî diken, ji bo azadiya gelê xwe li hemberî Dujminan bi qehremanî şer diken. Şehîd Sîpan jî yek ji wan mêrxasin civaka xwe bu û kesayetêkî wisa egîd û fidakar bu. Di dema fermanê de bi awayekî çalak û fedakar beşdarî hemleyên li dijî DAÎŞ ê bu. Heya kû di qezayêkî de di dîroka 25/2/2015 heval sîpan gehişt karwanin şehîdan.


Diclepress13@gmail.com

CANGORÎ

27

HEJMAR 23

2021/7/30

SAL 4

KOVAR DICLE


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/7/30

HEJMAR 23

28 TENDUROSTÎ

Diclepress13@gmail.com

DARA XEBATKARA TIM BI BER E

DR. RODÎ ZANYAR

Bandoriya hestan li ser organan çi ne? Bandorên wê yên li ser amûr û organan 5000 sal berê di Tiba Çînî ya kevneşopî de hate dîtin. Giyannasî û hest li gorî dermanê Çînî bandorê li hev dikin. Hinek hestan li ser pênc organên mezin bandor dikin. Ew bi hin organê cot û hestan ve girêdayî ye. Dil û rûviyê piçûk bi şahiyê re têkildar in, rûvî û zik bi fikirîn an sadebûnê re têkildar in, pişik û rûviyê mezin bi xemgîniyê re têkildar in, û gurçik û mîzdank bi tirsê re têkîldar in! Di yek ji nexweşiyên xwe de, ji kerema xwe bi pisporek bişêwirin Kefxweşî Kefxweşî li gorî dermanên

kevneşopî yê Çînî hestek dilxweşiya kûr e û bi dil ve girêdayî ye. Gava ku mirovek şahiyek zêde dibîne, dibe ku ew bi ajîtasyon, bêxewî, tayê û dilketinê dil/ esîr bikeve. Hêrs Hêrs hestek bi hêrs, hêrsbûn ve girêdayî ye. Dermanê Çînî îddîa dike ku ev hest di kezeb û mîzdankê de, ku bi dorê, zerikê çêdike û depo dike, tê hilanîn. Ev hêrs dikare bandorê li gelek pêvajoyên biyolojîkî bike ku dibe sedema ser êş, gêjbûn û tansiyona bilind. Taswasî/Xem Xem/taswasî li gorî Tiba Çînî hestek fikara giran e ku dikare li ser pişik û roviya mezin bandor bike. Fikar dibe sedem ku kesek nikaribe enerjiyê bikar bîne û ji ber nefes û birîna roviya mezin êş dikişîne. Xemgînî Tibbê Çînî dibêje, xemgînî hestek e ku dibe sedem ku kesek bigirîn, di pişikan de nakokiyê çêbike, û

pêşî lê bigire ku enerjî di laş de belav bibe. Bandoriya xemgîniyê dikare bibe sedema nexweşiyên pişik û rêça nefesê. Melankolî Li gorî dermanê Çînî, pir hestyarî bûn dikare bandorê li rûvîya bike û a bibê sedema bê îrade derketina îdrarê ye . Di heman demê de ew dikare pergala hezmê jî bêzar bike. Tirs Tirs hestek e ku di gurçikan de bêhevsengiyê diafirîne û dibe sedema mîzkirina neçarî. Tirsa zêde dikare gurçikan bêzar bike. ………. Xetereyên Çixareyê Li gorî lêkolînekê, mêjiyên jin û mêran ji nîkotînê cûda bandor dibe. Jin ji mêran dijwartir dev ji cixareye berdidin. Li gorî raporên berdana cixareyê, serkeftina devjêberdana jinan ji cixareyê, ji ya mêran kêm-


Diclepress13@gmail.com

tir e. Li gor zanyaran sedema vê yekê ew e ku mêşiyê jinan di pevajoya peresanê de zêdetir li ber xwe dide. ………. Dermanên Siruştî Hûn dikarin xwe bi riya giyayan ji nexweşiyan biparêzin. Ji bo ku hûn dikaribin xwe ji nexwesşiyan biparêzin û sîstema parastinê ya laşê xwe xurttir bikin, hûn dikarin ji giyayan sûdê wergirin. Giyayê ekînezya ji gellek nexweşiyan diparêze. Zencefîl bronşan vedike û sîstema xweparastine xûrttir dike. Her wiha çayên giyayên wekî ixlemûr, şîlan, beybûn dema ku bên bikaranîn, bi xêra wan mirov dikare xwe ji nexweşiyan biparêze. Çiyayên Kurdistanê ji bo başbûna gelek nexweşiyan giyayên cur bi cur di xwe de dihewînin. Ji bîr nekin. jiyaneke bisihhet di destê

TENDUROSTÎ

29

HEJMAR 23

we de ye.

li gorî Tiba Çînî hestek fikara giran e ku dikare li ser pişik û roviya mezin bandor bike. Fikar dibe sedem ku kesek nikaribe enerjiyê bikar bîne û ji ber nefes û birîna roviya mezin êş dikişîne

2021/7/30

SAL 4

KOVAR DICLE

……….

Fîbromîyaljî - Fibromiyalji Fıbromıalgıa Fîbromîyaljî, nexweşîyeke ba ye. Êşa masûlkeyan û westîyayîbûn 2 taybetîyên sereke ên vê nexweşîyê ne. Ji ber ku sedem nayê zanîn bi gelek nexweşîyên din re tevlihev dibe. Fîbromîyaljî, nexweşîyeke ba ye lê ba çî ye? Ba ango bi navê zanistî “romatîzma”. Romatîzma bi girekî (yûnanî) ji peyva “rheuma” bingeha xwe distîne. Rheuma tê wateya “herikînê”. Ev jî bi kurtasî bi tevgerê (liv, bizav) re têkildar e. Romatîzma bi giştî ji bo êş û jana masûlke, hestî û movikan tê bi kar anîn. Romatîzma gelek cure nexweşîyan di xwe da dihewîne ango romatîzma ji bo gelek nexweşîyan navekî gelemperî ye.


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/7/30

HEJMAR 23

Fîbromîyaljî, bi êşa masûlkeyan û êşa domdar ya li hinek xalên dîyar xwe eşkere dike. Westîyayîbûn, bêxewî, bêhntengî hinek taybetîyên fîbromîyaljîyê ne. Sedemên fîbromîyaljîyê ne dîyar in lê hinek pêkerên biguman hene: Enfeksîyon (vegirtina êşan) Genetîk (rakendî) Bêhntengî Trawma (birînên gîyanî, nexweşîyên derûnî ên piştî bobelatan) Di nexweşîya fîbromîyaljîyê da xalên hişk û hestyar hene û hejmara wan bi giştî 18 heb in. Li hemberî zext û destdanê ev xalana bi êşê bersivê didin. Ji bo êşnasîya fîbromîyaljîyê divê ji van xalan herî kêm di 11 heban da êşa berbelav û hestyarî hebin. Di fîbromîyaljîyê da çend xalên hişk û hestyar (Trigger Points): Paş serî Ser milan Ser sîngê Qorik

30 TENDUROSTÎ

Diclepress13@gmail.com

Giyayê ekînezya ji gellek nexweşiyan diparêze. Zencefîl bronşan vedike û sîstema xweparastine xûrttir dike. Her wiha çayên giyayên wekî ixlemûr, şîlan, beybûn dema ku bên bikaranîn, bi xêra wan mirov dikare xwe ji nexweşiyan biparêze

Çong/Çok Enîşk Ji bo êşnasîyê bi tenê dîyarkirina êşa van xalan têrê nake. Herwiha divê hebûna êşê, ji 3 mehan zêdetir be. Fîbromîyaljî li gor zayendê herî zêde li jinan xuya dibe. Di başkirina fîbromîyaljîyê da bijîşk, fîzyoterapîst, derûnnas cîyên sereke digrin. Heke gumana hebûna fîbromîyaljîyê bi we re hebe, berî demekê serî li nexweşxaneyan bidin û ji dermanên bêkêr û çarenûsên xeternak dûr bin! ………. Bi xwarinê re avê venexun Dema we xwarin xwar, pêre avê venexun. Dema hun avê vexun, dê av bibe sedema ku avên xwezayî yên bedenê; weka yên tif û mîdeyê, hezmê hêdî bike û bibe sedema ku kîloyên we zêde bibe.

..........


Diclepress13@gmail.com

DÎROK

31

HEJMAR 23

2021/7/30

SAL 4

KOVAR DICLE

ÇIYA HER TIM BÛNE DOSTÊN CIVAKÊN XWEZAYÎ

Mehsum bagok

Ji devê zarokekî çîroka Kûmê Xezalek hebû û di nava mêrgê de diçêriya. Gurekî çiyê êrîşî wê dike, ji bo ku wê xezalê bixwe. Xezal dibêje gur; “niha min nexwe, ez ê herim şîr bidim çêlîkên xwe. Çêlikên min niha birçî ne û li benda min in. Ez şîr bidim wan û piştre min bixwe”. Gur jî qebûl dike. Xezal jî diçe cem çêlîkên xwe û ji wan re jî dibêje ev şîrê min ê dawiyê ye ku hûn ê vexwin. Êdî ez ê biçim û gur wê min bixwe. Çêlîkên xezalê dibêjin, madem ku wisa ye dilê me ranake û di ber dilê me de şîrê te naçe û em nikarin vexwin. Çêlîkên xezalê şîr venexwarin. Xezal diçe cem gur. Gur dibêje; te şîr da çêlîkên xwe? Xezal dibêje; na ji ber ku tu yê min bixwe û çêlîkên

min hez nekirin şîrê min ê dawî vexwin. Lewma çêlîkan şîr venexwarin û ez hatim. Gur ji Xezalê re dibêje; madem rewş wisa ye û şîrê te venexwarine, ez jî te naxwim. Êdî gur xezalê naxwe. Xezal guhanê wê ji şîr tijî bûne. Ji guhanê xezalê dilop dilop şîr dirije erdê. Ev şîrê xezalê di bin axê de dibin kûmeya. Ji ber ku hindirê kûmeya spî ye û pir jî xweş e. Çand û baweriya kevnar Êzîdî weke civak xwediyê çandeke gelek kevnar e û xwediyê rabûriyeke bi hezarên salan e. Ew, weke giyayê ku li ser koka xwe ya dîrokî şîn bûye û heyanî roja me ya îro hatine. Di cewherê çanda Êzîdiyan de her tim kedkarî, komînalbûn,cîrantî, qencî û bextbûn hebû. Ew mêvanperwer û merd in. Ew êrîşî kesekî nakin, lê belê eger êrîş bên ser wan, bi egîdî bersiv didin û xwe diparêzin. Ew,

bi keda xwe li ser axa xwe jiyan dikin. Ew, dilbirehm in û li dijî êrîş û zilmê alîgirê mezlûman in. Bandora serdema dayika xwedawend a neolîtîkê, di nava jiyana xwe de berdewam dikin. Ew mijarên neolîtîkê lewaz jî bibin, cardin cewherê wê çandê û şopên wê diparêzin. Ew, gelekî bi xwezayê re eleqedar in. Fêmkirina xwezayê, nêzîkbûna wan a ji xwezayê re, xwezayî ye. Ew gelekî wate didin, av, ax, hewa, agir û ronahiyê. Dema ku sibehan roj hil tê û êvaran diçe ava, pir bi wate dibînin û wateyeke mezin didin şev û rojê. Ew, ji bo rojê duayan dikin û pîroz dibînin. Agir an jî ronahî ji bo wan pîroz e. Bi xweda, bi Melekê Tawûs, bi rojê, heyvê, stêrkan, agir û çirayê sond dixwin. Weke din bi ziyaretgehên xwe jî sond dixwin. Zimanê wan yê axaftinê û duayên wan, bi zaravayê Kurmancî ye. Di nava gelek serdemên dîrokê de,


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/7/30

HEJMAR 23

32

DÎROK

Diclepress13@gmail.com

gelê Êzîdî li rastî gelek êrîşên dagirkeran hatine û gelek paşverûtiyên

navxweyî jî jiyan kirine. Ya ku wan li ser lingan hiştiye jî, bîr û baweriya wan e. Ango çanda wan a hezarên salan e. Di Rojhilata Navîn de, olên ku derketine û bûne hêzên mezin, li ser wan desthilatdarî esas girtine û bi taybet jî ola Îslamê li ser wan hatiye ferzkirin. Dema ku Êzîdiyan ola xwe parastin jî, li rastî êrîş, talan û qirkirinan hatine. Ji bo ku xwe ji şaristaniya navendî biparêzin, her tim parastina xwe bingeh girtine û bi taybet jî xwe li çiyayan girtine. Di nava çiyayên bilind û asê de, xwe parastine û heya roja me ya îro hatine. Ji ber ku piraniya welatê me çiyayî ye, çiyayan di aliyê parastinê de risteke dîrokî lîstine. Çiya her tim bûne dostên civakên xwezayî. Dema ku ji gelê me re dibêjin qewmê çiyê, ne pênasekirineke ji rêzê ye. Di jiyana Êzîdiyên Şengalê de jî rista çiya xuya dike û stratejîk e. Di êrîşan de komkujî û qirkirin li ser wan hatiye pêkanîn û malên wan hatine şewitandin. Bi nivîskî arşîv nîne. Dîroka wan an jî çanda wan li ser ziman maye, ew jî bi saya zindîbûna zimanê wan e. Ji bo ku tomarkirin çênebûye, gelek nirx û serpêhatiyên wan winda bûne, yan ji bîr bûne, yan jî hatine dizîn. Di nava jiyana rojane de bi rengekî çandî jiyan dibe. Bi taybet jî di nava dapîr û bapîran de, li gorî ast û tecrûbeyên xwe, çanda xwe ya dîrokî parastine. Dîroka li ser ziman gelekî balkêş e. Yên ku meraq dikin, bi lêkolîneke rehet dikarin xwe bigihînin cewherê dîroka hezarên salan. Ev mijareke pir kûr û fireh e û di nava xwe de jî pêşdîtinan ava dike. Ango mijarên jiyanî ne. A rastî, jixwe derengmayîn çêbûye. Divê ji niha û pê de jî derengmayîn

çênebe. Êdî bi lez û bez kar pêwîst e. Divê lêkolîn pêş bikevin da ku bingeha arşîveke dîrokî çêbibe. Kesek ji bo me ji derve nayê û ji bo me nake. Dibe ku hinek mirovên mereqdar ên dost û pêşketî hebin û rola xwe bilîzin. Ji bo wan jî em gelek silav û spasiyên xwe dişînin.Lê belê ya girîng ew e ku em kar bikin. Me ji xelkê re gelek kar kir û tiştek jê derneket. Ev dem, dema ku êdî em ji bo xwe kar bikin. Em li ser çand û dîroka Êzîdiyan mînakeke dîrokî parve bikin; Biro

Şermo di nav YBŞ’ê de ye û navê xwe Bedran e. Ew li nêzî destpêka geliyê Şêx Mend dimîne û van agahiyan dide: “Rêveber û pêşengên civaka Êzîdî li gorî heyv û rojê, li gorî giloverî û nîveheyvê dîwana xwe datînin û rûdinin. Ew rûniştin her sal di demsala biharê de, di roja Çarşema Sor de çêdibû. Ango di Çarşema Sor de ya ku serê salê ye, kom dibûn. Di kombûnê de rewş, kar û barên salekê dihatin nirxandin. Di encamê nirxandinan de, salê carekê pêşengên sereke dihatin hilbijartin.


Diclepress13@gmail.com

Pîvan hebûn û li gorî pîvanan erk digirtin. Erk, her sal dikeve destê yekî û salê carekê têne guhertin. Ên ku xêr û bereketa wan tune be, erk nadinê. Ji bo ku erk bidinê, divê ew kesayet birehm be. Wê ya çandeke pir hêja ye û bi pîvan e. Tê de hişmendiyeke demokratîk heye. Di cewherê xwe de çanda jiyaneke hişmendî, wijdanî û exlaqî ye. Eger em balê bikişînin li ser mijara kombûna wan, mirov dikare gelek mînakên cuda yên balkêş bide. Şêwazê kombûnê li gorî giloverbû-

DÎROK

33

na rojê mirov dibe dîroka kevnare ya hezarên salan. Li Rihayê bi navê Xirabreşk cihekî dîrokî heye û xwediyê dîrokeke 12 hezar salan e. Ew cih xwediyê şiklekî gilover e. Li derdora wê giloverbûnê jî 12 kevirên bilind hene. Hûrî pêşiyên me ne. Di çanda Hûriyan de 12 xweda û xwedawendên wan hebûn. Xwedayê rojê, hevyê, stêrkan, avê, hewayê, erdê, agir, çiya û hwd. 12 hewariyên Îsa hebûn. 12 îmamên Elewiyan hene. 12 mehên salê hene. 12 remildank (bûrc) hene. 12 kev-

HEJMAR 23

2021/7/30

SAL 4

KOVAR DICLE

irên li Xirabreşkê jî heman tişt in. Li ser Quba Laleşê jî 12 tîrêj hene. Di nava Êzîdiyên Çelka de, dema Cejna Batizmê pîroz dikin, nanê gilover çêdikin. Li ser nan, giloveriya rojê û 12 tîrêjên wê hene û ji wî nanî re jî ‘sewik’ tê gotin. Mirov dikare li ser şiklê giloveriyê û hejmara 12’an mînakan zêdetir bide. Pêşengên civaka Yarsaniyan jî, dema civîna xwe çêdikin weke şiklê rojê kom dibin. Lê belê hejmara wan 7 e. Niha li herêma Şengalê di hinek gundên deştê de, Êzîdiyan navendên xwe yên çand û hunerê ava kirine. Hundirê wan navendan, gilover hatiye çêkirin. Ew dîmenekî bi wate ye. Dema ku kombûn gilover be, her kes hev du dibîne. Wê demê jî hemû weke hev in. Di rengê kombûnê de şêwazekî ferq, cudahî û desthilatdariyê nîne. Ew bi xwezayî rûniştineke demokratîk e. Îro şiklê wiha çêdibin, a girîng ew e ku di cewherê mirovan de jî ev wekhevî hebe. Eger şikil encama cewher be, divê her du ji hev temam bibin û hevsengiyê ava bikin. Mînak wisa diyar dike ku civak çi qasî wate dide xwezayê û ji xwezayê çi qas mînakan ji xwe re digire û jiyana xwe birêkûpêk dike. Ew mînakên dîrokî careke din, me dibin serdema qlan û neolîtîkê û heyamên pey wê re ku diherikin û heya roja me ya îro berdewam dikin. Di çanda Êzîdxanê de, dema quba olî ava dikin, binê wê gilover e. Ev jî wate û temsîla dinyayê ye. Li ser giloverbûnê şiklê çargoşe hatiye çêkirin û ev jî tê wateya çar aliyên dinyayê. Piştre jî qub ji jêr ber bi jor ve zirav dibe. Roj tîrêjên xwe belavî qubê dike. Tîrêjên li ser qubê 12 ne. Ev jî temsîla 12 mehan e. Civakên xwediyê canda resen di her mijarê de bi watedarî nêzî jiyanê dibin.


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/7/30

HEJMAR 23

34

DÎROK

Diclepress13@gmail.com

KOMKUJÎYA ÊZDIYÊN ÊLA AXBARANÊ

Eskerê Boyîk

Li welatê Rûsyayê, ji pey serketina

șorișa Bolșêvîka dest bi șerê navxweyî yê bajarvaniyê bû. Hukumdarîya Rûsa mecbûr ma hêzên xwe yên leşkerî ji Bașûrê Kavkazê, Qersê, Bazîdê û heremên din, ku bin hukumdarîya wan da bûn, șûnda bikșînin. Ev herêm bê xwedî, bê hêzên parastinê man. Nenihêrî Impêratorîya Osmaniyê hilweșiyayî bû, lê dîsa Tirk ji wî halê çêbûyî sûdê wardigrin, bi xeysetê xwe yê dagirkirinê, bi zulm, qirr û birr berê xwe didine wê heremê. Pêra jî karê xweyî komkujiya Ermeniya, ku ew çend sal bû welêt da dest pê kiribûn, berdewam dikin. Leșkerê wanî giran û hêzên Ermeniyan yên xweparastinê rûbirû pêşberî hev dimînin. Ermenî șerê hebûn-nebûnê

dimeșînin. Êzdiyên Serhedê jî dikevin li ber xezeba șûrê Tirka yê komkujiyê, xwe bi Ermenîya digrin. Leskerên Tirkan dawiya zivistana sala 1918 a qeza Qersê dagir dikin, dikevine Alêksandropolê /Gumrîyê/. Xwestina wan bû bi sê rêya1 ra herin bigihîjin Azerbêcanê, bajarê Bekûyê cîyê kannê pêtrolê û li wur ra, di deriya Xezarê ra ji xwe ra rê vekin berbi herêmên Asîya Navîn. Ji wan rêya, yek jî bi pilana Tirkan bajarê Gumriyê, rexê çiyayê Elegezê, BașAparanê ra gerekê biketa bajarê Yêrêvanê. Ev rêya wan li ser gundên Êzdîyan yê berpala çîyayê Elegezê, êla Êzdiyên Axbaranê ra derbas dibû. Êzdîyên Êla Axbaranê2 êdî ew sed sal bû li wur, bin hukumdariya Rûsa da dijîtin. Donzdeh gund bûn: Mîreka jorîn û ya jêrîn, Qundesaz, Quruboxaz, Cercerîs, Korbilax, Camûșvana mezin, Camûșvana biçûk, Pampa Kurda, Senger, Karvansera û Gozeldera Kurda. Xelkên Êzdî, yên

wan gundan tê derdixin ku qezîyake pir xezeb berbi wan tê. Lê ne qewata wan hebûye pêșîya wê xezebê bigrin, ne jî derfeteke din ku xwe biparêzin. Serda jî, wan sala Êzdiyên qeza Qersê, êla Sîpka, ji dest qir û bira leșkerê Tirkê dagirkir, zordarî û neheqiya musulmanîyê, derba giran xweribûn, gund û warê xwe, milk û malê xwe hîstibûn, bi wundayên mezin, șikestî bi teherekî xwe gîhandibûn wê navçê, li cem mirovên xwe, sitar bûbûn. Xelk bê cî û war ketibûn devê xelayê, nexweșîyan, halê hebûn-nemanê. Êla Ezdiyên Sîpkî wek ya Zuquryan û Hesinyan bi tifaq û bi hêz nî bu, ku pirî-hindikî karibe xwe biparêze. Pêșîkêșekî wan yê li nava êlê da, ku xelk pey here, bawariya xwe ji wî bîne nî bû. Êla Axbaranê jî wî halî da bû. Li nav wan da zilamên xurt hebûn, lê xweyê hêzeke xweparastinê nî bûn. Mala K’ok‘ axa, ku gundê Mîreka jorin dijîtin hêza xwe wunda kiribûn û


Diclepress13@gmail.com

nava Êzdiyan da bi bandor nî bûn. Vî halî da leskerên Roma reș bê astengî, wek lêyîke talan, cerd û mirinê berbi wan dikișiyan. *** Eva çîroka, min ji gundîyê me(Qundesazê) rehmetîyê Apê Elî bihîstîye. Apê Elî sala 1970 min ra gilî kirye. Wê demê ew bawarkî ji 75 salî derbaz bû. Vê derheqê da min wusa ji Șêx Îsmaîl, Șêx Kamil, Mehmede Nado, Abasê Miho ji bîr tanîn. Evan tev jî dema wê bûyarê xort bûne. Mehmede Nado, Abasê Miho wî șerê da dijî Tirka șer kiribûn. Derheqa bûyarên komkujiyê da wusa jî min ji bavê xwe Boyîkê Hiso, gundiyên Qundesazê Hemê Șewêș, Dewatîyê Tosin, Deloyê Yolçî û gelekên din jî bihîstîye. Niha, wan tev jî emrê Xwedê kirine. Rehma Xwede li wan be. Wê dema komkujiyê Șêxê gundê Qundesazê, Şêx Hemze, șêxê Șêxûbekira, oldarekî maqûl, bixerqe, zane, șehreza bûye, Êzdiyê wê êlê tev qedirê wî oldarî dizanin. Șêx, zilamên gund di oda xwe da, hev dicivîne, ku wê der heqê da bi hev bișêwirin. “Rûs çûne, hêza Ermeniyan neçar in heremê biparêzin, ne jî em dikarin ber vê tofana leskerên Roma Reș bigrin. Vê zivistana sar neyarê kal-bavan wê qira Êzdîxana me bîne, - Şêx dibêje, - qeziya berbi me tê. Hê dereng nîne, gerekê em hev bișêwirin, tiștekî bikin, rêyekê ji xwe ra bibînin. Niha hûn gișt vir in. Ji we her kes malxwê mala xwe ye. Bêjin em çi bikin, gundê xwe çawa ji zulma Roma reș dûrxin“? Hinek dibêjin gerekê birevin,

DÎROK

35

Di pey çend rojan ra eyan bû ku wê şevê tirkan 72 zilamên gund kuştibûn… Ji mala me 7 zilam wê şevê bûbûn qurbanîyên xezeba tirkan: Apê Elo, Lawê wî yê tayê bi tenê Nado, nebîyê wî yê 18 salî Mehmûd, apê min Heco, Çeto, du lawên Çeto: Sefo û Ûsiv hinek jî dibêjin: șerkin. Kalek jî dibêje: „Emê vê zivistanê serê xwe hildin, berbi ku birevin, yan hêza meye giran ji ku hatiye ku em dijî eskerê Romê rabin? Gotineke pêșîya heye, dibêjin: “Destê nayê șikandin, gerekê bê maçkirin”. Qirar dikin, Şêx Hemze, çend lawkê gund bide pey xwe, bi nan û xwê, bi ala sipî herin pêșîya leșkerên Tirkan. -Bi Xwedê, aqilê min rehma Tirkan nabire, lê eger hûn wusa difikirin, emê herin,- Șêx hazira ra qayîl dibe. Biryarê didin ku Şêx Hemze, Mahmedê Nado û du zilamê din, navê wan digotin min ji bîr kirîye,

HEJMAR 23

2021/7/30

SAL 4

KOVAR DICLE

herin. Roja din, di berbang da lawik berê xwe didine bajarê Gumrîyê. Bala xwe didinê wê leșkerê Romê, sîyarên Kurdên musulman yên koçer șên û gundên li ser rêya xwe talan dikin û bê asteng berbi gundên Êzdiyê Axbaranê tên. Nêzîkî bajarê Gumrîyê, weke 70-80 km ji gundên Êzdiyan dûr çadirê wan vegirtî bûn. Lawik tesmîlî nobedarê leskerê Romê dibin. Hêvî ji nobedaran dikin, ku wan bibin bal serleșkerê xwe. Rind cil û bergê lawkê me dinihêrîn, ku cem wan çek-sîlih nînin, wan dibin hundurê çadireke mezin. Sinîya nan û xwê destê Șêx da, destê lawkên din da jî beyraqên sipî diçine çadirê. Çawa dikevine hundur, Şêx çok dide erdê, sinîyê datîne ber piyê serleșker û dibêjê: “Em Êzdî ne, kurmanc in, eșîr in, civakeke feqîr in, çend gundê me li ser rêya we, pala çiyayê Elegezê hene, tu tiștekî me vê navê, vê dewê ra nîne, tu bidî xatirê Xwedê û pêxemberê xwe hêsîrê me ware rehmê”… Hê Șêx gilîyê xwe naqedîne, serleșker lingê xwe li sinîyê dixe, sinî ji destê Şêx dipeke, nan û xwê bela dibe, alê wane sipî diçirîne, dike li bin pîyê xwe, fermanê dide leșkeran: “Van kafiran bigrin bibin bikine cîkî, ezê van hema nava gundên wan da darda bikim. Șerê Qersê da, vana xayîntîya me kirin. Derbazî alîyê Ermenîya bûn. Rûyê wan da gelek leșkerê me șihîd bûn. Evan kafir in. Ezê wan temaman dardakim, gundê wan wêran bikim!” Lawika dibin dikin hundurê merekeke kevin, derî li ser wan dadidin. Leșkerekî, wek nobedar,


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/7/30

HEJMAR 23

tiving dêst da didine ber dêrê merekê. Lawik dibêjin: “Êdî em çûn”… Go merek tarî û banê wê gelekî bilind bû, kuleka biçûk ra ancax hinek ronayî dikete hundur. Şêx bi k‘ulik bûye, k‘ulkê xwe derdixe, çok dide erdê due‘a dike: “Tawisî Melek, eme bêsûc û bêgune ne, me t’u xirabî kesî nekirîye, tu hewara me werê, tu me ji vê xezebê, ji van kafiran xilaz bike”. Dema mirov dirêj tarîyê da dimîne çavê mirov hînî tarîyê dibin, çiqas jî cî tarî be, mirov gelek tișta ji hev cuda dike. Tê derxin ku banê merekê pir bilind e. Ji wur ra derketin dijwer e, nabe. Wê wan bih‘isin. Dimîne dîwêr ra rê vekin. Șev nîvê șevê dema texmîn dikin leșkerê dora wan kerr bûne, deng tune, lawik di nav tarîyê da pê dikevin ji dîwarê merekê, yê para va, ji bo xwera rê vekin, kevira derdixin. -Merek hizhizî ye, kevn e, fesal bin li ser meda tap nebe, - Şêx temîyê dide lawika. Bi zor û zehmet, bi teherekî, fesal çend kevirê mezin ji dîwarê merekê yê parava derdixin, rêyekê teng vedikin. Bi cûrekî, wur ra derdikevin. Derketina wan tapbûna merekê yek dibe. Qûjîn ji nobedarê ber dêrî tê. Heydade li leșkerê Romê dik’eve. Leșkerê tirsiyayî li hev dikevin, li dora merekê dicivin, Tarî, șevereș, berf, bager, lawik xwe davêjin kelefê avayîkî kevn… Leskerê li dora mereka topbûyî dicivîn, diçin-tên, digerin. Bextê lawika ra him tarî, him bager, him sar bûye. Tê texmînkirin ku leșker jî tirsîyane, newêribûne ji merekê, ji hev dûrkevin. Piștî çûyîn-hatinê, leșkerê westyayî dihêlin, diçin çadirên xwe. Şêx tirkî zanibûye, hêdî lawika ra dibêje:

36

DÎROK

Diclepress13@gmail.com

Çiqas diçe hêza Ermeniyan li wur xurt dibe. Bawarkî temamîya zilamên ermenîya, yên destê wan dar digire, ji gund û bajaran tên digihîjin hêzên Baș-Aparanê. Xelk rabûbûn ku emrê xwe, mal û welatê xwe ji zulma Roma reș biparêzin -Tawisî Melek hewara me hat. Em ji van kafira xilaz bûn. Leșker bi hevra dibêjin: “Merek li ser wan da hilșiyaye, ew binda mirine. Êdî tiștekî em vira bikin, nîne”. Lawik wusa xilaz dibin, berê xwe didine gundên xwe. Rêya kese, li nava çîya, berf-bagerê ra, temamîya șev dimeșin. Berbangê westîyayî, kesirî digîhîjne gundê Camûșvana Mezin. Rast diçin cem Axê êla Sîpka: Elî axa. Serokê Êzdiyên Qersê, Elî Axa malbeta xwe va jî li gundê Camûșvana Mezin, di mala Biroyê Xișo da hêwirî bûye. Şêx Hemze çîroka koma xwe û serleșkerê Tirk giștî axê ra dibêje. -Xêr nîne, Axa, Roma reș neyarê

k’oka Êzdî ne. Weke lêya zulmê berbi me tê. Qewat nîne em xwe biparêzin. Wa nabe. Gerekê rêya xilazbûnê Êzdîya ra bibînin. Axa xwe a’ciz dike, ku çima jê neșêwirîn e, bêyî wî çûne. -Axa, dem nemaye, baș dibe em berbi deșta Rewanê birevin, Nava gund û qijilan da xwe wunda bikin, yan na emê dest-pîya herin, qira êlê wê bê, - Şêx dibêje… -Şêx, zanim hal xirab e, vê zivistanê, vê berf - bagera çîyayê Elegezê emê hêsîrê xelkê çawa li



KOVAR DICLE

SAL 4

2021/7/30

HEJMAR 23

diçêrîya. Dora gund kanî bûn. Serma zor-zehmet ya gundên êzdiyan yê Axbaranê tune bû. Berf tenê berpalê çîyê hebû. Himberî gundê Êzdîyan ew gund șên û xweș bûn. Gund mezin bûn. Malbet gișk, bi dilê xwe, avayê gund yê vala da cî dibin. Navê gund çșî bûye.4 Ji pey reva Qundesazîya ra ordîya Tirka tê dikeve gundên Êzdîyan, gundan dorpêç dikin, nahêlin kes jê derê. Hêzên Ermenîya jî, tên navbera gundê Baș-Axbaranê û Qundesazê da tabîyê xwe datînin, rêya ordiya Tirka digrin, Tirk nikarin pêşda herin. Gundên êzdiya da hasê dibin. çiqas diçe hêza Ermeniyan li wur xurt dibe. Bawarkî temamîya zilamên ermenîya, yên destê wan dar digire, ji gund û bajaran tên digihîjin hêzên Baș-Aparanê. Xelk rabûbûn ku emrê xwe, mal û

38

DÎROK

Diclepress13@gmail.com

welatê xwe ji zulma Roma reș biparêzin. Zanibûn, eger leskerê Tirkan Rewan(Yêrêvan) zevt kir, êdî dawîya wan hatîye, wê gișka devê șûr ra derbaz bikin. Navbera wur û Yêrêvanê jî rêya rojekê mabû. Êzdîyan jî rind zanibûn ku Tirk û musulmanî çi tînin serê Ermenîyan, wê ji wê xirabtir bînin serê wan. Bi sedan zilamên Êzdîyan jî gihîștibûn hêzên Ermenyan. Tenê ji Qundesazê bawarkî 60-70 mêr bi Ermenîya ra bûn… Êzdiyên wan gundên êla Axbaranê li ber zulma leșkerê Roma reș bê pișt mabûn, tirkên li wur hasêbûyî temamya zulma xwe li ser Êzdiyên wan gundan da dirêtin.5 Wê demê, li bajarê Batimê, navbera serokên Ermeniyan û Tirkan da hevraxeberdan bo sekinandina șêr dimeșîyan…Herd alîya jî dixwestin wede qazanc bikin, ku hêzê xwe bicivînin.

Halê gundên Êzdîyan jî çiqas diçû xirabtir dibû. Navbera gundên Êzdiya yên dagirkirî û tebîyên Ermenîya da 10-15 km bû. Ji gundên êzdiyan be’sên xezeb dihatin bihîstin. Lê kerayî bû, pevçûn tune bûn… Serokatîya hêzên Ermenîyan nedixwestin tișt bikirana, di hewara gunden Êzdiyan da biçûna. Der heqa vî halî da gilî digihîje Cangîr axê û Ûsiv begê. Evan bi sîyarê xwe va ji Serderavê5, berpala çiyayê Elegezê ra, kese tên xwe digihînin hêzên ermenîyan yên Baș-Aparanê. Dibêjine serokê hêzên Ermenîya, ku nesekinin, ecele êrîșê bibin ser leşkerên Romê. Serokatiya hêzên Ermenîyan qayîl nabe. Navbera wan da nerazîbûn çê dibe. Pareke mezinên Ermenîyan jî radibin pișta Êzdîyan û bê qayilbûna serokatiyê hicûmî Tirka dikin. Tirk bo êrîșeke


Diclepress13@gmail.com

wusa nișkêva hazir nîbûne, direvin. Ședê wan bûyaran digotin koka leșkerê tirka hat. Ew der leșkerê Tirka ra bû goristan. Lê êdî zîyaneke pir mezin gihîștibû êla Êzdîyên Axbaranê… Mal tune ku zîyan lê nebûbû, mal tune ku derb lê neketibû… Tek gundê Qundesazê bê zîyan xilaz bûbû. Wusa, eger Elî axê, axê êla Sîpkîyên Êzdî, ya Șêx Hemze bikira tișt ji êla Axbaranê ne dihat. *** Derheqa zulma leșkerê Roma Reș da ezê çend bîranîna bînim. Rîspîyê ji Camûșvana Mezin/ Elegezê, Xudoyê Miho, Semendê Heso min ra çîroka wê komkujiyê wa bi bîr anîn: “Çawa eskerê Roma Reș ketin gundê me, xelkê gund gișt kișiyan ketine malên xwe. Hineka xwe veșartin, hineka jî wusa kirin ku ber çavê eskerê Romê neyên xanê. Jina dêmê xwe tenî dikir, bi cilê kevin xwe pêçan. Xelk bawar bû, ku leșkerê Romê wê gunda hildin û lez pêșda herin. Wana rehet bihêlin. Lê wusa nebû, bextê me ra leșkerên Romê hema gundên me da hasê bûn. Wur hêzên Ermenîya pêșiya wan girtin. Demeke dirêj gundên Êzdiya da hasê man û zîyana mezin dane xelkê me. Çawa k’etne gund, birek leșkerê wan, xortê kurmanca, li nav gunda da kom bûn, bi def û zurne govenda Kurmancî girtin, dest bi reqasên kurmancî, kilam û șayê kirin. Bi kilam û reqasa gazî xelkê gund kirin, ku netirsin, gotin kes we xeber nade, kes ziyanê nade gund, warin govendê. Gundî jî bi dilê sax ji wan bawar, hatine govendê.

DÎROK

39

Dema gundî arxayîn bûn, govend dorpêç kirin, zilamê gund yên hatibûn govendê gișk girtin”. Nivîskar Wezîrê Eșo wê derheqê da dinivîse:“Hema wê salê jî, gava leşkerên Karabekir Paşayê tirk êrîş anîn ser Ermenistanê, çekdarên kurdên misilman jî wek alayîyên Hemîdîyê bi serokatîya Teyo beg bi tirkan re hatin. Ew li navçeya Axbaranê, li gundê Camûşvana mezin(pişt re Elegez), Elî axa û neferên wî wek tolhildanê kuştin û bi ser de jî 150 mêrên Kurdên êzdî li ber pira gund serjê kirin û laşê wan avêtin çem. Leşkerên tirkan li navçeya Axbaranê bi sedan mêrên Kurdên êzdî weke dîl girtin û birin alîyê Erzirûmê. Ji wan her bi tenê du kes bi revê xelas bûn, vegerîyan, yên din jî bêxeber û bêguman winda bûn”. Bîranîna Têmûrê Lêșo Broyan:6 Têmûrê Lêșo(80 salî), dadwerê Ermenistanê yê bi nav û deng, ji gundê Elegezê, di pirtûka xwe ya bîranînan a bi navê “Serpêhatîya Malbatekê” da dinivîse, ku dayîka wî Zelîxe, şaheda wan bûyeran bûye û di der heqa wan bûyerên xezeb da jê ra gilî kirîye. “Rojekê dayîka min Zelîxe û jintîya xwe Xezalê dema ji ser kanîyê vedigerin rastî eskerekî ordîya tirk tên. Ew Kurdê misilman bûye. Her du pîrek tirsîyayî disekinin. Ew esker bi kurmancî ji wan re dibêje: “Gelî xwîşkan, ji min netirsin, hûn xwîşkên min in, ez tu tiştê xerab nakim, ji bo em jî, hûn jî Kurd in, dê û bavê me yek in. Dilê min ser we diêşê. Sireke pir dizî heye ez ê ji we re bibêjim. Zilamên gund bi dizî ve agahdar bikin, bira îşev ji gund derên, xwe veşêrin, birevin, qetleke mezin ê biqewime”.

HEJMAR 23

2021/7/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Êzdîyê wê êlê li wan gundan beled bûne. Ew gundên Tirkan, Azeryan, Kurdên musulman bûne. Ji ber șer û dewên deverê, yên di navbera hêzên ermeniya yên çekdar û musulmanîyê da, ewlekarîya deverê xirab bûbû Dayîka min û jinapa min Xezal tên malê wê sirê ji apê min Elo û gundîyên di odeya me de civîyayî re dibêjin, evana bawer nakin, dibêjin:“Tirk dixwazin me zilaman ji gund derxin, ku bi namûsa pîrekên me bilîzin”. Dayîka min ji gotinên leskerê kurd bawer kiribû bi cureyekî bavê min qayîl dike, vedişêre”. “Dayîka min tim bi bîr dianî, ku ew şev, di nav dîroka gund de şeveke bi qetil û xwîn û reş bû”. Nîvê şevê dest bi bûyerên ecêb dibin. “Tirkan karê xweyî reş kirin”. Axîn û ofîna birîndaran, girî û qûjîna pîrekan, dengê çêrên eskerên tirkan û teqîna çekan heta


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/7/30

HEJMAR 23

Êla Ezdiyên Sîpkî wek ya Zuquryan û Hesinyan bi tifaq û bi hêz nî bu, ku pirî-hindikî karibe xwe biparêze. Pêșîkêșekî wan yê li nava êlê da, ku xelk pey here, bawariya xwe ji wî bîne nî bû. Êla Axbaranê jî wî halî da bû sibê kerr nabe. Sibê pîrek û gundiyên saxmayî qetleke giran li ber çavên xwe dibînin: Laşên zilamên gund ên kuştî, eblûkirî di nava berf û ava axlêvê de. Gelek jê laşê mirîyên xwe nas nakin, ji bo serê wan, mil û lingê wan jêkirî bûn“. “Di pey çend rojan ra eyan bû ku wê şevê tirkan 72 zilamên gund kuştibûn… Ji mala me 7 zilam wê şevê bûbûn qurbanîyên xezeba tirkan: Apê Elo, Lawê wî yê tayê bi tenê Nado, nebîyê wî yê 18 salî Mehmûd, apê min Heco, Çeto, du lawên Çeto: Sefo û Ûsiv”. „Hêzên ermenîyan bêtaqet bûn pêşîya wan bigrin. Ew wek şerê Baş Aparanê di dîroka Êrmenîyada eyan e. Wî şerî de siwarê Cîhangîr

40

DÎROK

Diclepress13@gmail.com

axê û Ûsiv begê gihîştin hêzên Ermenîyan û bi tevayî pişta leşkerê tirkan şkênandin, berî wan dan ji herêmê dûr xistin“. *** Leşkerê tirka, dema tên digihîjin gundên Êzdiya, li ser rêya xwe xêncî kuștina evdan, șewitandin û wêrankirina cî û warê wan wusa ji talan dikirin. Zêr-zîv, xișir û xemilê jinan, tiștê bi qîmet yê xelkê, çî wan hebûye ji wan distînin, tevî kerê pêz, garanê dêwêr, hespên xelkê dișînine Tirkîyê. Ji gundên Êzdiyan bi seda zilamê êzdî wek dîl dibijêrin, ku bin hukumê eskerên tirk da wî talanî bibin, bigihînin Tirkîye. Bi bîranîna, ji wan zilaman tenê du zilam direvin xilaz dibin yê din kes venegere. Çi anîne serê wan, kes nizane. *** Di nava gundê Qundesazê goristana kal û bavên wan e. Berê, wana li ser mexberên mirîyên xwe, bi keviran peykelê hespan, bêşîk û kumbetê kevirîn danîne. Li nava goristana vî gundî, wusa jî gundên Êzdîyan yên din da rêça zulma Komkujiyê, ji pey 100 salî ra rind tê xanê. Ew peykel șkênandine, kumeyt hilșandine. Destdirêjî pîrozayên Êzdîyan kirine. Ew kevirê ser mezela yê șikestî wek ședê zulma Roma Reș û bûyarên derbasbûyî heta niha jî nava gundên Êzdîyan da dimînin… *** Heta van salê axirîyê jî evdên emirê mezin yên wan gundan, ședên bûyaran, çîrokên ecêb derheqa zulm û zora leșkerê Roma

Reș da gilî dikirin. Cwamêrekî gundê Korbilaxê bîr tanî: „Wê zivistanê, bi seda evdên Êzdî û Ermenî wek hêsîr civandin, birin gundê ermenîya Tanegirmesê, kîjan nêzîkî Korbilaxê ye, kirine avayîkî kevn, derî li ser wan dadan û agir berdanê„. Binelîyê gundê Sengerê digotin: zilamên gundê wan civandine, birine, li newaleke pala çiyayê Elegezê da gullebaran kirine. *** Dema leșkerê Roma reș dikevin wan gundên Êzdiyan, kûraniya zivistanê bûye, dema here sar, bi berf û bager. Wê demê, wê devera pala çiyayê Elegezê da, serma ji bin sifir ra digihîje 20-30 dereceyî. Bagerê berfê yê wusan dibin, ku mirov ji malekê nikare here mala cînar. Derî-kulekê xelkê dixitimin. Gundî, xazma keç, jin û zarok him ji tirsa leșkerê Romê, him jî li ber sermê ji mal dernayên derva, leșker jî li nav gunda nikarin rehet bigerin. Go, leșkerekî payebilind, tim diçû maleke gundîkî nan-xwerin dixwer. Kevanîya malê gelekî paqij bûye, malxwê jî zilamekî wê êlê da bi nav bûye. Ew leșker kurmanc bûye. Rojekê, xweyê malê ra dibêje: -Filankes, tu evdekî amin î, heyf î. Tu gerekê bo me kar bikî. Heta dawîya rojê ji mera bêjî van gunda da cîyê keç, bûk û jinên bedew. Dawîya rojê dîsa tê, dinhêre jineke xemilî li ber dêrî sekinîye. Nêzîk dibê, dibîne ew jina xweyê malê ye. Pêsîra xweyê malê digre, dibêjê: -Min nanê destê vê hurmetê xwerîye, lê te șerm nekir, karê wa kir,


Diclepress13@gmail.com

Van kafiran bigrin bibin bikine cîkî, ezê van hema nava gundên wan da darda bikim. Șerê Qersê da, vana xayîntîya me kirin. Derbazî alîyê Ermenîya bûn. Rûyê wan da gelek leșkerê me șihîd bûn ez rûreș kirim, sibê êla me pê bihese wê çi bêje… Xweyê malê dibêjê: -Jinê vê êlê gișt jî keç, dayik û xûșkê min in. Ez tenê navê vê pîrekê zanim. çi dikin, bikin. -Te gulek berî min da ji vê sosretiya min çêtir bû… Qatî namûsa xwe bin,- leșkerê Kurmanc dibêje û diçe. Go ew çûyîn bû çû, êdî nehate xanê… çend roj pey ra… Hêzên Cangîr Axê ûçsiv Begê herêmê azad dikin.

DÎROK

41

Gund da dimîne û ji bo zêra tê kuștin. Çawa min berê jî got, ji pey reva leșkerê Tirk ra, Qundesazî gundê Ûşîyê dihêlin vedigerin gundê xwe. Bahar dest pê dibe. Ji qirêjê, bîna lașên bi destê tirkan kuștî, xelayê, tunebûna mecalên saxlemîxweyîkirin û xizmetguzarîyan nexweșî dikevin nava xelkê. Şedê wan rojên giran gilî dikirin, ku ji nexweșîyan koka evdê heremê tê. Digotin, hesabê mirîyan ewqas zêde bûye ku tevirkol tune bona cinyazan bispêrine axê. Encam: Komkujiya Ezdiyên Êla Axbaranê ya sala 1918 an ji alyê dewleta Tirk va komkujîke here hov, here neheq û xûnrêj bû, ew bardewama wan komkujîyên musulmaniyê yên zulm bû, ku dewra Osmanîyê û pey ra Tirka anîne serê Êzdiyan. ———————-

1. Rêya yekê Serderabadê ra berbi Yêrêvanê, ya dudan Baș-Aparanê ra, ya sisîya Qerekilîsê ra. Hersê rê gerekê li bajarê Yêrêvanê bigihîştina hev, berdewam bûna berbi Azeybêcanê - Bekûyê. Hersê rêya da jî leșkêrê Tirka yê giran, bi sosretî ji aliyê hêzên Ermeniya yên kêmjimar û siyarên Êzdiyan va hatin hûrxweșkirin. 2. Gundên Êzdîyan ev bûn: Camișvana Mezin(niha Elegez), Qundesaz(Riya Teze), Korbilax(Avtune), *** Qurubxaz(Orteçiya), MîreTu zîyan nagihîje Qundesazê. ka mezin, Mîreka biçûk, Tenê Fetîyê Hamê tê kuștin. Gilî Pampa Kurdan(Sîpan), Sendikin ku zêrê wî gund da veșartî ger, çobangermez(Avşên), hebûne. Ew tev gundîya nareve.

HEJMAR 23

2021/7/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Cercerîs(Dêrik), Karvansera, Gozeldera Kurdan. 3. Belî - navê êla Êzdiyan e, ku gundên Qundesazê, Qurubxazê û Cobangermezê da dijîn. 4. çșî- Qundesazîya bar dikin diçin dikevine gundekî binatara çîyayê Elegezê, perê deșta Rewanê, nêzîkî bajarê Eșterekê. Wê demê gund vala bûyê. Navê gund Ûșî ye. Binelîyê wê tirk bûne. Rûyê wan tevlihevî û hevketinên wan salan ji gund koçber bûne, revîyane Tirkîyê. Gundîyê Qundesazê çend mehan wî gundî da dimînin, ji pey reva leșkerên Tirk ra dîsa vedigerin gundê xwe. Salê 1970-90 î ez, bi kar, gelek cara li wî gundî qesidîm. Niha Ermenî lê dijîn. Wê demê çșî kolxozeke zengîne pêș bû. Him deștbêcerkirinê û him jî heywanxweyîkirinê va mijûl bûn. Zivistana wê kin e. Gundê Êzdiyan bi warê derfetên xezayê, bêcerkirina axê, avê, cîyê çêra sewalan qet nikarin himberî mecalê wî gundî bibe… Gundiyên me gelekî poșman bûbûn. Wê demê herêmê da gelek gundên wusa vala bûbûn û gundên Êzdîya yê dorê karibûn biketana wan gundên bi xweza û mecalê xwe va xweș. 5. Serderabad - Rex gundê Serderevê șerekî mezin di nava çekdarê Ermenî, bi alîkarya sîyarên êzdî û leșkerên dewleta Tirk da çê dibe. Eskerê tirka hûr xweș dibe û pașda direve. 6. Lêkolîn didine îzbatkirin, ku(ji Gumrîyê heta gundên Êzdiyan, hîmlî gundên musulmana yê vala bûn). 7. Têmûrê Bro(Broyan), Dîroka Malbetekê(bi zimanê ermenî). Rû 31-34, Yêrêvan 2011


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/7/30

HEJMAR 23

42

ÇAND

Diclepress13@gmail.com

XWEDÊ JI MUZÎKÊ HEZ DIKE

Victor

Dêmê: Digotin, li gorî dînê îslamê xwedê stran qedexe kirine; ez bûm şahid ku ji ber vê gelek grîotan dev ji gotina stranan berdan. Min ji ber vê pênc salan muzîk çênekir. Paşê ez têgihîştim ku xwedê ji muzîkê hez dike. Victor Dêmê, dengekî welê ye ku mirovî aciz dike û ber bi rehên Afrîkayê ve dibe. Çîrok û stranên pîrika wî ya grîot*(dengbêj) bandorê lê dikin û ew hînî starnbêjiyê dibe; û bi gîtara xwe dengekî lerzok diafirîne. Erê, dengekî ku mirov aciz dike ye, dengê gîtara Dêmê. Şerê wî yê li hemberî malbat û pergala xizaniyê di dengê gîtara wî de xwe dide der. Ew bêtir bi strana xwe ya “Djon Maya” tê naskirin. Sala 2008’an albûma xwe ya solo derdixe û li dinyayê tê nasîn. Ew bi vê albûma xwe ku li dinyayê belav dibe, heyfa xwe ji salên bihurî yên dijwar distîne

û strana“Djon Maya” diyarî jinên xizan ên afrîkayî û zarokên parzemîna mirovên rengreş dike. Dêmê vê strana xwe wiha bi mane dike; “Ji bîr nekin pere nikare her tiştî bikire, divê hûn bi çavekî din li cîranên xwe nenihêrin û ji ber ku ew xizan in wan biçûk nebînin, ji lewma siberojê pêdiviya we dê bi wan çêbe.” Karê dirûtina cil û bergan Dêmê di sala 1962’an de li BoboDioulasso ango li Burkîna Faso tê dinyayê. Ji ber şert û mercên xerab ên aboriyê, malbata wî koçî bajarê Abidjanê dike. Ev bajar li Cote d’ivoire e. Bavê Dêmê, bi karê dirûtina cilan re mijûl bû, terzî bû. Jixwe re kargeheke biçûk vekiribû. Bavê wî ji dewsa ku Dêmê bişîne dibistanê ew hînî karê dirûtinê kir û xwest bi karê kargehê re mijûl bibe. Dêmê demek dirêj li kargeha bavê xwe li ser makîneya dirûnê karê dirûnê dike.

Xwedê ji muzîkê hez dike Dêmê derbarê nêzîkatiya muzîkê de dibêje; “Min muzîk hilbijart lê serê min bi muzîkê re kete belayê. Digotin, li gorî dînê îslamê xwedê stran qedexe kirine; ez bûm şahid ku ji ber vê nihêrîna çewt, gelek grîotan dev ji gotina stranan berda û xwe kerr kirin. Min ji ber vê pênc salan muzîk çênekir. Paşê ez têgihîştim ku xwedê ji muzîkê hez dike, ji lewre min ji xwe re got, êdî li benda tiştekî nesekine û dest pê bike û min dîsa stranên xwe gotin.” Ji pîrika xwe hînî stranbêjiyê dibe Victor Dêmê, gava dibû havîn ji kar direviya û ji bo betlaneyê diçû cem kalik û pîrika xwe. Pîrika Dêmê jineke grîot bû û stran digotin. Ew li gel wan kêfxweş bû û pirr hez dikir ku wextê xwe bi wan re bibihurîne. Dêmê dibêje, “Pîrika


Diclepress13@gmail.com

min

bûk

dixemilandin

ÇAND

43

HEJMAR 23

2021/7/30

SAL 4

KOVAR DICLE

û

porên wan dikir kezî. Gava ev kar dikirin di ber re jî stranan digotin. Mînak wê digot, ‘Tu yê biçî bikevî maleke xerîb û mecbûr bimînî li gorî çanda wan tevbigerî. Êdî tu ne keçek azad î’ bi vî awayî dewam dikir. Gava wê cil dişûştin jî tim bi tempo dişûşt û stran ji ser lêvan kêm nedibûn. Dengê pîrika min berê min dida rêyên nû û ez diketim nav xeyalên kûr.” Dema ku betlaneya Victor Dêmê bi dawî dibû, wî bi roj karê dirûnê dikir, bi şev ew diçû baran û li wir bi komekê re stran digotin. Xasma jî Abdoulaye Diabatê pirr pê re bûye alîkar û Dêmê kiriye vokalîstê komê. Victor Dêmê bi saya wî hinekî hatiye naskirin. Bê muzîk dinya dê dîn û har bibûya Dêmê dibêje, “Heger zarokekî sûcek kir wî bişînin dibistana muzîkê, ev ê şêweyê nihêrîna wan a dinyayê biguherîne û ew ê bêtir xwe aram hîs bikin. Muzîk mirov dibe gerdûneke din, gerdûneke ku nebaşî lê tuneye, mirov li wir li mirinê nahizire û em li wir her tişta ne baş ji bîr dikin. Malbata

Pîrika min bûk dixemilandin û porên wan dikir kezî. Gava ev kar dikirin di ber re jî stranan digotin. Mînak wê digot, ‘Tu yê biçî bikevî maleke xerîb û mecbûr bimînî li gorî çanda wan tevbigerî. Êdî tu ne keçek azad î’ bi vî awayî dewam dikir

xwedê re dua bikin û îbadeta xwe pêk bînin. Heger muzîk tunebaya dinya wê dîn û har bibûya.”

Di pêşbirkê de dikeve dereceyê Di sala 1988’an de Victor Dêmê vedigere welatê xwe Burkîna Faso. Wan salan li Burkîna Faso zext û zorên mêtingeriyê kêm dibin û civak bêhtir xwe azad hîs dike. Dêmê jî bi van hestan li welatê xwe vedigere. Ew li paytext Ouagadougou bi cih dibe û li wir bi koma “Supremes Kombemba” re derdikeve ser dikê. Di 26 saliya xwe de tê naskirin. Sala 1989’an “Navenda Çanda Fransî ya BoboDioulasso” bi pêşengiya “Radio France International” pêşbirkekê li dar dixe û Victor Dêmê di vê pêşbirkê de dikeve nav serketiyan. Her wiha ew sala 1990’î jî di “Hefteya Çandê ya Neteweyî ya Burkîna Faso” de dibe yekemîn û li hin welatên afrîkayî bêhtir tê naskirin. Herî dawî bi orkestraya wî zemanî ya bi nav û deng min a ku ji min re tim digot, ‘divê “L’Echo de l’Africa” re jî derdikeve tu stranan nebêjî’ her roj li camiyê ser dikê û stranan dibêje. stranan diyariyê xwedayên xwe dike. Divê em li mizgeft û dêran Ez dibûm serxweşekî dera hanê stranan bibêjin û bi vî awayî ji Lê piştî demekê ji ber rewşa welat


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/7/30

HEJMAR 23

44

ÇAND

Diclepress13@gmail.com

Ji bîr nekin pere nikare her tiştî bikire, divê hûn bi çavekî din li cîranên xwe nenihêrin û ji ber ku ew xizan in wan biçûk nebînin, ji lewma siberojê pêdiviya we dê bi wan çêbe

a polîtîk û qeyranên aborî ji huner û muzîkê dûr dikeve. Demên dirêj ew tenê li kafe û baran derdikeve ser dikê û bê pere dimîne. Pirrî caran bê gîtar maye û gava pêdivî dîtiye gîtarek kirê kiriye û bi wî awayî debara xwe kiriye. Di navbera 1990 û 2000´î de li hin kafe û baran bi tena serê xwe derdikeve ser dikê. Ew bêhtir stranên Salif Keita û Mory Kantê dibêje li van baran. Xwediyên bar û kafeyan heqê wî bi qedehên eraqê didanê û Victor Dêmê gelek caran serxweş vedigere malê. Ew dibêje, “Hingî min eraq vedixwar, hindik mabû ez bibim serxweşekî dera hanê.” Dengê gîtara te mirov aciz dike Di sala 2007’an de Victor Dêmê, David Comeillas û Camille Louvel nas dike. David Comeillas, wek nûçegîhanê “Radyo Nova” ku navenda wê li Parîsê bû, dixebitî. Camille Louvel jî wek endezyarê deng bi karê muzîkê re mijûl bû. Gava ew çav bi Victor Dêmê dikevin û li dengê gîtara wî guhdarî dikin dibêjin, “Dengê gîtara te mirov aciz dike!”. Bi vî awayî çîroka qeyda albûma “Djon Maya” dest pê dike.

Studyoya di kamyonê de Wî çaxî, kolektîfa bi navê “Ouagajungle” li bajarê Ouagadougou dorseya kamyoneke kevn ji xwe re kiribû stûdyo û li vir qeydên xwe dikirin. Cihekî teng û pirr germ bû, lê gelek muzîsyenên navdar qeydên xwe li vir kiribûn û albûmên xwe derxistibûn. David Comeillas û Camille Louvel dest didin hev û ji bo albûma “Djon Maya” derbixin li vê studyoyê stranan qeyd dikin. Her wiha ew ji bo vê albûmê belav bikin jî şirketa plakê ya bi navê “Chapa Blues Records” ava dikin û bi saya vê şirketê albûma wî li dinyayê belav dikin. Albûma “Djon Maya” 40 hezar tê firotin. Kovara îngilîz a Songlines di sala 2008’an de Djon Maya “Albûma Herî Baş” hildibijêre. Piştî sala 2008’an Victor Dêmê li dinyayê tê naskirin û piştî naskirinê li gelek deveran bi gîtara xwe konseran dide û stranên xwe dibêje. Victor Dêmê her tim bi zimanê xwe yê dayikê “Dyula” stranên xwe gotin û di van stranan de behsa yekitiya neteweyî, rêzgirtina ji bo jinan û çanda afrîkayî kir. Victor Dêmê di sala 2015’an de wefat kir û li pey xwe stranên xwe yên zîz hiştin. * Grîot: Li Afrîkayê, ew kesên ku wêje û dîroka devkî bi stran û çîrokan dibêjin, ji wan re grîot tê gotin. Ev kes ji şefên kabîleyan re şêwirmendiyê dikin û merasîman bi rê ve dibin. Ew navbeynkariyê dikin meseleyên eşîrî çareser dikin. Grîot, di heman demê de hunermend, helbestvan, muzîsyen, dansker û çîrokbêj in. Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka


Diclepress13@gmail.com

JIN

45

HEJMAR 23

2021/7/30

SAL 4

KOVAR DICLE

LI SER ÇÎROKA ZILAMÊ BI HÊZ Û QURNAZ

.A: Şehîd Helîn Murad/ Çiyayê Cîlo

Di zimanê Kurdî de Jin tê wat-

eya jiyanê. Ango jin, jiyan e. Di vê warê de taybetmendiya jin a ku jiyanê diafirîne, herî zêde zimanê Kurdî aniye ser ziman. Di serdemên destpêkê yên mirovahiyê de, pêşketinên civakî di pêşengtiya jin-dayîk de pêşketiye. Jin tê wateya bal kişandina jiyanî ji lewra jî hêza civakbûnê ye. Ev taybetmendiyên jin ên jiyanê avadike her tim hatiye bilindkirin û pîroz hatiye dîtin. Pîvanên azadî, rastî, başî û xweşikbûna dayîk-jin, demxa xwe li jiyana civakî xistiye. Ya ku rêgez û qûralên diyar dike otorîteya dayîk-jin e. Ev rastiya jinê heman demê hiştiye ku zilam jî şêwe bigre. Jin pêşenga jiyana civakî, hêmana navendî ye, lê rîsta zilam pir ne li diyar e. Ango ne diyarker e. Di jiyana klan de li ser bingehê nêçîrvanî û komkeriyê di navbera jin û zilam de karbeşiya

xwezayî heye. Lê komkerî ya karê bingehîn a jinê, ya herî sereke ye. Derbasbûna civaka neolîtîk jî ji aliyê jinê bi pêngava kêdîkirina nebat û ajalan pêkhatiye. Neolîtîk weke pêşketina herî mezin a civakê şoreşek a jinê ye. Jiyan, ax, agir, av, nan, mal, gund, û hwd gelek tiştên destpêkê bi taybetmendiyên jin re bûye ye. Ji aliyê din ve ev çanda civakî ya di bingehê jin-dayîk de zilam jî perwerde kiriye û kişandiye jiyanê. Dîroka civakî giranî wisa li derdora jinê pêşketiye, di şexsê zilamê neçîrvan ê li benda firsendan e her ku çûye taybetmendiyên feraseta zilamê desthilatdar û ferasetek din ê ku bi civakê re nakokî jiyan dike jî pêşketiye. Dema em di dîrokê de şopên destpêkê yên çanda zilamê serwer digerin dê ‘zilamê neçîrvan’ derkeve pêşberî me. Zilamê neçîrvan bi gotina din ‘zilamê qurnaz û bi hêz e’. Rêber APO ev dîroka şaristaniyê yê bi xwîn û hovîtiyan tijî ye, wek ‘çîroka zilamê

qurnaz û zordest’ nirxandinê her tim bi girîngî diyar kiriye. Bê guman ev zilamê qurnaz û zordest carna bi awayekî vekirî carna jî bi dilqên veşartî wê xwe nîşan bide. Li hemu cihên ku xwe lê vedişêre lêkolînkirina wî, deşîfrekirina pergala wî yê derew û sexte, pêdîviyeke rêzdayîna jiyana rast e. Ji civaka klan a destpêka civaka însan, em bi çanda neçîrvaniyê re rû bi rû dimînin. Zilamê neçîrvan, ji serî de her tim li derdora civaka jin-dayîn çav li benda firsendan e. Destpêkê xwe têrkirina jiyana klanê de tevkariyekî wan a pir bi sînor heye. Ji bo vê neçîrvaniya ku berê tenê wek xebatê kemîn dayîna ber ajalên kovî û kuştina wan pêşket, di pêvajoyên piştre wê bigihije di serî de nêçîrkirina jin ber bi merheleya desteserkirina wê. Bê guman di civaka klanê de û civaka neolîtîkê de rîsta zilamê nêçîrvan pir kêm e. Ya sereke jin e. Jin a ku bi xebatên komkeriyê re mijûl dibe, her tim jiyanê ava dike,


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/7/30

HEJMAR 23

rih dide. Zilam jî wek xebatên kûştin û rih girtinê wê mêjiyê xwe yê pevxistî bi kemîn û komployan pêş bixe. Ji ber vê zilamê neçîrvan; wê wek zordest û qurnaz kesayet bidest bixe. Di civaka neolîtîkê de jî jin him tovan kêdî dike, çandiniyê pêş dixe û him jî bi kedîkirina ajalan di bingehê xwedîkirina ajalan de xebatên aboriyê pêşdixe. Lê zilamê neçîran wê kuştina ajalan berdewam bike. Di navbera çanda dayîk-jin û çanda neçîrvaniyê de

46

JIN

Diclepress13@gmail.com

bi vê rengê ferqekî kûr heye. Lê çanda neolîtîkê wek çandekî ku jiyanê diafirîne ewqas bihêz e ku zilamê neçîrvan hîna ne bi bandor e. Di teoriya Marksîzmê de dema behsa civaka komînal a seretayî tê kirin, tê gotin ku seferên nêçîrvaniyê yê zilam zanebûna zilam hîn bêhtir pêşxistiye, ji lewra jî ev yek wek îzahata di civakê de her ku diçe rîsta diyarker lîstina zilam hatiye berpêşkirin. Mêyzekirinekî erenî ji bo çanda neçîrvaniyê heye.

Dîsa bi pêşxistina nêrîna ku jina komker ji bo xwedîkirin û jiyankirina zarokên xwe li malê mayê, komkeriyê kiriye û ji ber vê jî bi qasî zilaman neçûye cihên dûr û bi vê awayê hewil dane ku teoriya paşketina civaka dayîksalarî ya di bingehê jinê de îzah bikin. Lê li vê derê em dibînin ku civaka xwezayî kêm û şaş hatiye ser ziman. Bi rêxistiniya zilamê qurnaz û zordest civaka xwezayî çawa hatiye talakirin û berhemên civakî çawa hatine



KOVAR DICLE

SAL 4

2021/7/30

HEJMAR 23

fêmkirin ku zilamê neçîrvan-zordest, her ku diçe çav berdaye civaka dayîk-jin. Têgîn û çalakiyên weke çavberdan û bidestxistin, wek çalakî û feraseta zilamê zordest di vê serdemê de wê dest bi kolandina bingehê civakê bike. Di vê serdemê de bi taybet di salên B.Z. 4 hezaran de xwe nîşan dide. Beriya wê teqez azadiya jinê mijarê gotinê ye. Zilamê neçîrvan her ku diçe wê dest bi mehandina civaka jinê bike. Zilamê neçîrvan, zilamê ku ajalan û jinan nêçîr dike ye… Ger taybetmendiyên kesayet û çanda zilamê neçîrvan were dahurandin, pergala şaristaniyê bi hovîtî û xwînê tijiye û bi taybet jî pergala kapîtalîst dê di bingeh de were dahûrandin. Di vê xalê de tespîta Rêbertî yê dibêje ‘zilamê qurnaz û bi hêz ku ji serdemên neolîtîkê ve pêşketiye bi werimandinê heya roja me hatiye û bi netew dewletê ve veguherî canewarekî’ hemu tiştên hatiye jiyîn bi zelalî radixe holê. Belê zilamê neçîrvan bi hegemonîkbûnê, wê veguhere zilamê canewar. Zilamê nêçîrvan, di rêxistinbûna leşkerî-artêşê de veguhere fermandarê, weke zilamê bazirgan, şamanrahip-şêx, qral-împarator wê ji xwe re pîşeyên nû çêbike. Di vê zalê de ger taybetmendiyên zilamê nêçîrvan were dahûrandin, dê cewherê pergala şaristanî-dewlet-artêşê were dahûrandin. Nêçîrvan wek koka pêyvê ji ‘çirandinê’ tê. Ango ji qûtkirin, koka tiştekî zûhakirin, rih girtinê tê. Jin bi jiyanrihê wekehevî dibe, zilam jî weke bi jiyan-rih girtinê hatiye bi têgînkirin. Em dû çandên ji hev cûda dibînin.

48

JIN

Diclepress13@gmail.com

Nêçîrvan wek koka pêyvê ji ‘ çirandinê’ tê. Ango ji qûtkirin, koka tiştekî zûhakirin, rih girtinê tê. Jin bi jiyan-rihê wekehevî dibe, zilam jî weke bi jiyan-rih girtinê hatiye bi têgînkirin. Em dû çandên ji hev cûda dibînin Zilamê canewar weke nav jî li ser e zilamtiyê zilimkar ê rih digre, dikûje, bi xwînê xwe têr dike tê pênasekirin. Têgînên weke qûtkirin, jêkirin, perçiqandin, tunekirin ji çanda nêçîrvaniyê tê. Dîsa bidestxistin, xespkirin, çav berdan jî hekeza wisa ye. Di vê warê de em dikarin destê zilamê nêçîrwan ê li hewayê bişibînin pençê ajalekî hov. Zilamê nêçîrvan di vê wateyê de hov e. Pençê wî û çekên wî yên tûnekêr û kûjer, hovîtî ye, zalimtî ye, zordestî ye. Mijar kûranî ye. Di serdema Til-Xelef a merheleya herî bi berhem û sazîbûna civaka neolîtîk e, weke çanda dijber li Başûrê Mezopotamya di salên B.Z. 5 hezaran de çanda El-Ubeyt weke hiyerarşiya desthilatdariya zilam ê

destpêkê bisazîbûye wê derkeve ser dika dîrokê. Bi tifaqa şefê leşkerîşaman-zimalê xwedî tecrube yê qal ve bingehên pergala xanedanî tê avêtin. Bi sazîbûna malbata fireh ê destpêkê yê baviksalarî ve, dîroka koletiya jinê jî destpê dike. Xanedanî; malbatekî hilbijêr ê xwe dispêre otorîteya zilam, milkiyet, xwe dispêre înkara qebîle û ji qebîleyê qut dibe ye. Xwe dispêre girtina hijmarekî zêde yê zarokên xort û jinan, pir zewacên bi jinan re. Zilamê desthilatdar; encax di xanedaniyê de cara yekemîn dikare bibe xwedî ewqas hêzekî bi bandor. Piştre di bajarê Urukê de, di zîguratan de, bi tifaqa rahip-fermandar û zilamê pîr wê rêxistinbûna destpêkê yê dewletê were îcatkirin. Piştî rêxistinbûna zehmet ê destpêkê yê zilamê nêçîrvan, li derdora mabedê bi rêxistinbûna dewletê wê sazîbûna baviksalarî pêngavekî mezin pêk bîne. Di vê serdemê de bi zilamê bazirgan re jî, wê bazirganiya bi sazî bûye derkeve holê. An ajal hatine nêçîrkirin, kew ketiye qefesê, an jî jin hatiye neçîrkirin û li malan de hatiye hepiskirin çîrokên dişibe hev in. Milên wekhev ên kewa hatiye qefeskirin û jina hatiye qefeskirin ango li malê hatiye girtin hene. Ji ber wê divê çanda nêçîrvaniyê baş were fêmkirin. Girtina jinê, ji nasnameya wê ya civakî û ji jiyanê qûtkirina wê ye. Tenê weke hebûnekî biyolojîk a bikaribe berdewama ajarê zilam bîne, amûrê zarok anînê hatiye dîtin. Jina ku bûye pîrek, çîroka trajîk a jina ku ji nasname û kesayeta xwe ya civakî hatiye xistin e. Êdî jina ku hatiye desteserkirin, hatiye dîlgirtin, kolekirin û bûye mal-milk e. Jiyanekê ki mirinê xirabtir, bi qehr û azaran tijî ye.


Diclepress13@gmail.com

JIN

49

HEJMAR 23

2021/7/30

SAL 4

KOVAR DICLE

ÇAWA BIJÎN

JI BO PIRSA “ÇAWA BIJÎN” BERSIVA RAST EM DIDIN

ALÎ FIRAT

Yê ku hêsan wenda dikin, rêza

wan ji jiyanê re nîne. Yê ku di carekê de nirxan bi hêsanî serûbin dikin, li hemberî jiyanê herî kêm bi qasî dijmin xeter in. Ez vê gelekî zelal diyar dikim, divê hun jî vê yekê fêm bikin. Em jiyanê weke hêviyekê dinirxînin. Em dixwazin bi gelê xwe, jiyana azad bidin qezenckirin. Em derfetên jiyana wekhev û azad ku jin û zilam gelekî pê muhtacin ava dikin. Ger ev rast be û hun jî bi vê ve girêdayî bin, gelo hun ji bo ji di erkên hêsan de, di çalakiyan de, di rêxistinbûnê

de, di propagandayê de çima ne serkeftî bin? Derdikeve holê ku di rastiyê de girêdaniya we ji bo van nirxên bingehîn zêde pêş neketiye. Mînak ger hun weke min ji cewher bi van nirxan ve girêdayîbûna, we dê bizanibiya ka ez ji bo welat çi qasî sebir dikim, ji bo ku ez çekekê bigihînim Kurdistan’ê çi qasî li ber xwe didim û ji bo şervanekî bigîhînim, çi qasî hewl didim. Ji ber ku ez bi jiyana azad ve girêdayî me, ji wê gelekî hez dikim û min ev bi keda xwe ve peyitand. Di rastiyê de gelo hun nirxên amade, welatê amade çawa bin pê dikin? Hun li hemberî rêhevalên xwe weke dijminekî ne û tavilê hun dilan perçe perçe dikin. Peyvên rêz û hezkirinê, nêzîkbûn û helwestên wê ji kesay-

eta we gelekî kêm dipijiqe. Yan jî hemû weke diriyan tê re diçe. Ji ber vê yekê hun nayên rewşeke ku bibin welatparêzek, rêhevalekî û partiyiyekî ku bi hezkirin û rêzê ve dagirtiye. Ger hun van kêmasiyên xwe derbas nekin û neyên rewşa milîtanekî xwedî hêz, hun nikarin bibin fermandarekî baş jî. Fermandarî kesayeteke ku hemû nirxên jiyanê tê de herî berfireh dijî ye. Bêguman ger ji we re bimîne, fermandarî çewisandine, xapandine, fêlbaziya gundîtî ye, demagogî ye. Ez dikarim we bi vê rewşa we îdare bikim, lê belê nêzîkbûnên we yên wiha dê bibe valaderxistina tekoşîna me. Hun jî dibêjin qaşo “ez ji bo şer heme.” Yê ku ji bo jiyanê wiha


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/7/30

HEJMAR 23

bêrêz e, nikarê mafê jiyanê bidê, pirsgirêkeke xwe ya şer nabe. Yekî wiha dê bi şer bilêyîze û bide wendakirin. Berê hun di riya hindek ajoyên xwe de xwînî dibûn. Vê jî we bi navê “namûsa min e” dikir. Jin namûs e, mirov ji bo jinê şer dike. Lê belê divê jin weke malekê neyê bidestgirtin. Ger hun jinê weke malekê bi dest bigrin, hunê wê bînin rewşekê ku nayê naskirin. Ev şerekî şaş e. Nêzîkbûneke ku li gorî kevneşopan û ajoyan e. Diviyabû jin wiha nebûya, yan jî têkîliya jin û zilam ev qasî neketiba. Ev wendakirina jiyanê ye, înkara jiyanê ye, bersiva herî xirab a ji bo pirsa “çawa bijîn” e. Gelo em hetanî vî temenê xwe, ji bo çi hîn jî ji bo ku jinên welatê xwe biguherînin mijûl dibin? Ji ber ku dema em ji bo pirsa “çawa bi

50

JIN

Diclepress13@gmail.com

Nêçîrvan wek koka pêyvê ji ‘ çirandinê’ tê. Ango ji qûtkirin, koka tiştekî zûhakirin, rih girtinrtinê hatiye bi têgînkirin. Em dû çandên ji hev cûda dibînin

jîn” li bersivan digerin, em dizanin ku ev yek bê jin çênabe. Jiyan bi jinê çêdibe. Lê belê bi jineke çawa re? Dema ku hun destên xwe dirêjî jinê bikin, belaya seriyan e, kirêt e û bi girîn e. Dikare di du rojan de we mehf bike. Bi vê jinê re jiyan nabe. Divê zilam jî vê yekalî bi dest negre. Kîjan zilam bi jinê re bikeve nava têkîliyan ew jin jî, ew zilam jî tune dibe. Tiştekî jinê ji zayendîtiya xwe ya çors wêdetir pêşkeş bike nîne. Jîriya wê, rêxistin, hizir û bîrdoziya wê nîne. Şêwazeke têkîliyan a li gor ajoyan tunebûn e. Rewşeke ku di asta civakên klanan de, heta hîn di şûn wan de ye heye. Wisa ye ku ev di me de bûyereke civakî û siyasî ya cidî ye. Ji aliyê dijmin ve têkîlî bi temamî weke xefika civakî, siyasî û netewî hatiye pêşxistin. Ger em vê xefikê


Diclepress13@gmail.com

perçe nekin, emê her dem bikevin nava wê û tune bibin. Teqez divê em xefika jin an jî zilam bişikînin û vê berovajî veguherînin. Divê mirov weke ku bi fedakariyên mezin welat qezenc dike, jin û zilam jî qezenc bike. Weke ku partî û rêxistina wê qezenc dike, divê têkîliyê jî qezenc bike. Dîsa dema ku jin tê qezenckirin, divê şer were qezenckirin. Ev hetanî dawiyê bi hev ve girêdayî ye. Ez naxwazim van mijaran zêde vebikim. Lê belê misogere ku hunê balê li vê bikişînin. Şagirtên baş, şagirtên ku di van mijaran de yê ku cidiyetê raber dikin in. Vê qet weke berê bi dest negrin. Ger hun bi dest bigrin, hunê mehf bibin. Divê em jiyanê di vir de bibersivînin. Ne em bi erzanî û hêsanî ku hetanî niha li gor kevneşopan û pergalê nêzîk bibin, ne jî divê nêzîkbûneke înkarkar çêbibe. Mirov dikare çareseriya serkeftî peyda bike. Min weke kesayet xebatên jinê ber bi pêş ve birin û min diyalogên xwe yên bi jinê re pêş xistin. Jin ji me gelekî baş fêm dikin û pêl bi pêl têne nava refan. Berê ji bo ku jinê bistînin digeriyan. Dihate gotin em ji ku bibînin, ji ku bistînin. An yeke bêziman didîtin an jî nedidîtin. Min ev yek bi tirsnakî pêşwazî kir. Hun dizanin ku ji bo bi destxistina qelend we dê li Çukurovayê yan jî li cihekî din deh salên ciwaniya xwe tune bikira. Rexmî vê we dê pereyên qelend bidîta yan jî nedîta. Piştî ku hun ew qasî xebitîn û we jin stend jî diviya ku hun çil carên din bixebitin ku ew jî tunebûna her tiştekî bû. Şêwazên me yên derxistina holê ya jinê cuda ye. Ger em bixwazin

JIN

51

Nêçîrvan wek koka pêyvê ji ‘ çirandinê’ tê. Ango ji qûtkirin, koka tiştekî zûhakirin, rih girtinê tê. Jin bi jiyan-rihê têgînkirin. Em dû çandên ji hev cûda dibînin em dikarin bi mîlyonan jinan bînin rewşeke gelekî pêşketî, gelekî bivîn û gelekî dikare biryara jiyanê bide. Ev ne weke ku li Edenê deh salan kar bike û pereyên qelend bibîne ye. Ger hun pêwendî bi xebatên jinê bikin, birêz bin hun dikarin jina herî bihêz derbixin holê. Li şûna ku keçik bibêjin“ezê çawa mêrekî bibînim, ez di malê de mam” bila bibin milîtanekî saxlem û mirovê ku rêzê dide wan biafirînin. Şêwazê rast ev e. Lê belê hetanî niha digotin “dê kî li min xwedî derbikeve û ezê kê bixapînim?” Bi rêbazên herî çors û hov ve nêzîkbûnek nîşan didan. Ev yek nabe riyeke rast. Riya rast jina ku bihêz dibe, xwekirina xwedî vîn ji ber vê jî jina ku bedew dike di kesayeta xwe de pêkanîn e. Piştî ku ev hate pêkanîn, tu pirsgirêkên we nabin. Divê hun di malê de mayînê

HEJMAR 23

2021/7/30

SAL 4

KOVAR DICLE

na, bibin milîtanên ku rêz û hezkirina her kesekî qezenc dike. Vaye çareserî ev e û divê hun çav berdin vî tiştî. Derveyî vê pêwendî û rêz nabe, ji bo pirsa “çawa bijîn” jî bersiv bi pêş nakeve. Zilam jî neçare riya rast a xebatên jinê bibîne. Zilamên ku xebatên jinê ji hemû aliyan ve rast nagre dest, rêza xwe ya di derbarê wê de bi hewldanên xwe ve nîşan nade re, jin nîne. Di PKK’ê de bi xwe spartina hêza rêxistinê û bi zorê stendina jinê ne gengaz e. Jixwe veşartî jî bike dê bibe bela serê wî. Ji bo şerê jinê, ji bo şerê wê ya partî û welat bûyîna milîtanekî rast riya herî rast e. Divê hun destpêkê ji bo welat şer bikin, hêza xwe ya rêxistinî û mêrxasiya xwe ya rast di vir de nîşan bidin. Ev ji bo jinê jî, ji bo zilam jî derbasdar e. Ev yek nêzîkbûna rast me nêzîkî hev dike, bi rêz û hezkirinê ve dagre ye. Ev jî ne gotinan bi hewldanên pratîkî, bi raveya wê ya bivîn û pêşketî ve divê wateyê bibîne. Wê demê hunê di têkîliyê de bigihên raveya jin û zilam a çawa bîjin. Di van mijaran de hîn jî durûtî, erkên ku bicih nehatine, nêzîkbûnên gelekî kesî û dogmatîk û ajoyî hene. Dema ku derfetê bibînin vê yekê bi giranî bi partiyê didin jiyîn. Lê belê ezê derfetê nedim vî tiştî. Divê hun hemû bizanibin ku ez di vê mijarê de şervanekî balkêş im. Gelek şehîdên me yên jin hene. Ez neçarim wan bînim ber çavên xwe. Wisa ye ku milîtanên me yên zilam ên ciwan xwedî nirx hene. Em dizanin ku ka ew şervanên çi ne. Em ji van hemû tiştan ji bo pirsa “çawa bijîn” re bersivê pêş dixin. Divê hun vê yekê gelekî cidî bigrin. Dema ku we bersiveke bi


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/7/30

HEJMAR 23

Nêçîrvan wek koka pêyvê ji ‘ çirandinê’ tê. Ango ji qûtkirin, koka tiştekî zûhakirin, rih girtinê tê. Jin bi jiyan-rihê têgînkirin. Em dû çandên ji hev cûda dibînin hêz da pirsa “çawa bijîn” dê şer rast were bidestgirtin, hêsan nayê wendakirin, dilopeke xwînê jî vala nayê rijandin. Di bûyera rêxistinê de gotineke ne di cih de jî nayê gotin. Revandina ev qasî mirovî li aliyekî dê di têkîliyan de şêrînî çêbibe û her dem were qezenckirin. Riya ku diçe “çawa bijîn” wiha ye. Ez wisa bawer dikim ku hun jî hindekî vê yekê ferq dikin. Hun di ferqa pêşketinên di vî alî de ne. Me riya tişta xweşik vekir, derfetên tiştên layiqê jiyanê ne, me derxistin holê. Wisa bawer nekin ku ev xwe bi xwe, bi hêsanî tên qezenckirin. Hun bi şerekî Rêbertiyê ya piralî û berfireh ve derketine holê. Ev jin bi şerekî mezin ve derketine holê. Bila ew bi xwe jî xelet nêzîkî rastiya xwe nebin. Me bi şerekî mezin ve xwe anî vê rewşê, bi vî rengî hindek der

52

JIN

Diclepress13@gmail.com

fetên rêxistinê derketine holê. Bi feraseta mêrxasiyê ya rast ku me li ser zilam jî pêk aniye ve me hindekî kesayeta bi welat û rêxistina xwe ve girêdayî û bi wê re zewiciye, derxiste holê û encam jî xebateke baş e. Ev xebat, xebatekî ku rûyê gelê me spî dike, me bi şan û şeref tevlî malbata mirovahiyê dike ye. Di vê de jî kesekî wenda nekiriye, berovajî her kesî qezenc kiriye. Em vê kûr bikin, li ser kesayeta xwe pêk bînin, bi vê jî em bi kesekî nelêyîzin. Wê demê hunê bibînin ku dê xeyal û plana me ya jiyanê gelekî bi pêş bikeve û hestên me gelekî bilind bibin. Ji bo ku ev werin serxistin jî, em şer gelekî baş fêm dikin û gelekî baş şer dikin. Em di şer de bi hêsanî wenda nakin. Ji ber ku ev hemû ji bo pirsa “çawa bijîn” e. Ev jî ji bo welatê me û civaka me ya azad e. Gelek kesên ku em jê hez dikin, bi hezaran girêdaniyên me yên hezkirinê hene. Ev ji bo şensê jiyîna wan e. Dema ku milîtanekî ev tişt hemû wiha fêm kir û kete şer, dê hemû tevdîrên hêsan wendakirinê bigre, hemû hostetiya serketinê nîşan bide. Dibe ku rojekê mirin were serê mirovan, lê belê piştî ku her tiştê ji dest tê hate kirin, her hal mirov dikare wate bide wê şehadetê.

Em dikarin bi kurtayî ji bo pirsa “çawa bijîn” van bersivan bidin. Ez di dahûrînan de bi giranî li ser van mijaran rawestiyam, ev misoger divê di kesayeta we de wate bibîne. Ez bawerim ku bersiva hun bidin vê dê nêzîkbûnên we yên şer jî, pirsgirêkên we yên gelekî cihê re di asta pêş de pêşketinê ava bike. Min xwest ez van mijaran bi cureyeke çîrok, heta bikim roman û vebêjim. Heta ku ji destên me tê jî emê wiha bikin. Lê belê tiştê ku em ji we dixwazin jî êdî bi biryarî ye, kûrbûn e û watedayîna vê ye. Ne bi zorê, divê em ji vê fêm bikin, têbigihên û vê di pratîka xwe de û di şêwazên xwe yên têkîliyan de nîşan bidin. Mêrxasiya rast ew cidiyeta ku we di derbarê çawa bijîn de bi rêgez û bi şêwazê pratîkî nîşan didin e. Yê ku di vê mijarê de bi biryariyê û kûrbûnê bi dest dixin û vê jî bi jiyana xwe ve dipeyitînin, misoger dê bi dijwarî nêzîkî şer jî bibin. Dê asteke bi şêwazê rast û di pêş de ku dikare xeletiyên di nêzîkbûnên hetanî hatine kirin de sererastkirinekê pêk bîne, bi dest bixin. Weke encamekê vê jî dê wendahî kêm bibin û pirsgirêkên di artêşbûnê de baştir werin çareserkirin. Mijarên xwedî naveroka civakî ji


Diclepress13@gmail.com

ber vê yekê gelekî girîng in û ev şêwazeke şoreşgerî ye. Dibe ku ji bo hindekan weke ne pêwîst were, lê belê pêşxistina giyanê ji bo sererastkirina rewşa giyanî ku gelekî tevlîhev û lihevketî ye, divê ev mijar bi serkeftî werin pejirandin. Ger ev nebin hunê bi destgirtina rastiyeke tevlîhev a weke şer de zehmetiyê bikişînin. Encamên vê nêzîkbûnê weke ku hetanî niha çêbûye, dê rê li ber rewşên gelek xeter û ketiye rewşeke ku nayê naskirin re vebike. Ji bo vê jî ez bicihanîna pêwîstiyên vê mijarê girîng dibînim. Mijar bi kûranî û wergir bi dest hatiye girtin. Me berê nedikarî em ev qasî berfireh binirxînin. We jî asteke diyar bi dest xistiye. Ger ev kêmasî werin çareserkirin ez bawerim dê ji jinê de jî, di zilam de jî pêvajoya milîtaniya rast dest pê bike. Ez li ser vê, weke hunermendekê disekinim. Ev yek ji bo min tenê siyasî û bîrdozî nîne, erkeke netewî ye. Ez dixwazim bi qasî hêza xwe bi nêzîkbûneke wêjeyî dema pêwîst bike gelek taybetmendiyên huner jî xistina tevgerê ve, di vê pirsgirêkê de pêşveçûyînê pêk bînim. Ji vê re rêzdar bin, di vê mijarê de dahurandina nêzîkbûnên xwe yên heta niha bikin. Evê bi we pêşketinên girîng

JIN

53

bide pêkanîn. Dibe ku di vî alî de kêmasiyên we yên cidî hebin. Ger ew jî werin çareserkirin, ew taybetmendiyên we yên kesayetê ku em ji serî hetanî niha rexne dikin dê veguherin gavavêtineke mezin. Hindek aliyên we yên girîng û erenî hene. Em dixwazin van serdest bikin. Em dixwazin bi qasî van bi jiyana rastiyê ve girê bidin, giredaniya wê û şer bikin, di vê mijarê de bi biryariyê ve misoger bikin. Naxwe dê ji van hewldanên me re heyf be. Ji ber ku hun jî gelek hewl didin li hemberî tengasiyan li ber xwe didin, wêrekiyê nîşan didin. Ji bo ku wateyekê rave bikin jî divê hun van nêzîkbûnên ku em dixwazin bikin malê we, bipejirînin. Ger ev çêbibe dê pêwistiyên van rexneyan werin bicihanîn. Heta dawiyê bi îdîa û xwedî feraset bin. Girêdaniya xwe bi şêwazê Rêbertiyê jî ji nû ve di ber çavan re derbas bikin. Ger wiha be, emê bi we re gelekî rihet kar bikin, ji karkirinê jî kêfxweş bibin. Emê ji jiyîna bi jinan re û ji karkirina bi wan re jî kêfxweş bibin. Di vê mijarê de em ji bo çi ev qasî lihevketîbûnê, ji bo çi ev qasî ketîbûnê, kêmbûnê û lewaziyê bijîn an jî ji bo çi em li ser a rast serdest nebin? Ji bo çi di têkîliyan de, di jiyanê de ev qasî fetisîn, tevlîhevî, bêrêzî, bêhezkirinî?

HEJMAR 23

2021/7/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Nêçîrvan wek koka pêyvê ji ‘ çirandinê’ tê. Ango ji qûtkirin, koka tiştekî zûhakirin, rih girtinê tê. Jin bi jiyan-rihê têgînkirin. Em dû çandên ji hev cûda dibînin Gelo ev ji dijmin zêdetir dê sûdê bide kê? Hun dibêjin “kevneşop, şêwazê mezinbûnê, bandorên dijmin.” Divê milîtanek êdî van neyne ser ziman. Em vî şerî di riya jiyana bedew de dimeşînin. Ji bo ew cîhana me ya rêz û hezkirinê ku hatiye wendakirin bibînin, ji bo bedewiyên me yên hatine wendakirin derbixin holê, em vî şerî dimeşînin. Şer ji bo şikandin û hilweşandinê nîne. Ji bo mirinê qet nîne. Şer ji bo nirxên jiyanê ne. Ji bo pirsa “çawa bijîn” misoger bersiva rast û di cih de dayînê ye.

7 Pûşber 1996


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/7/30

HEJMAR 23

54

RAPORT

Diclepress13@gmail.com

‘FERMANÊ BI TEQÎNA TIL IZÊR Û SÎBAYÊ DESTPÊKIR!

A: Hena qîranî

Sala 2007’an li Nehiya Til Izêr û

Sîba Şêx Xidir ên Şengalê çar teqîn li pey hev çêbûn. Di van teqînên ku weke destpêka fermana 2014’an tên nirxandin de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan. Wê demê rêxistina çete ya nijadperestên Tirk TÎT’ê ev çalakiyên hovane girtibûn ser xwe. Beriya fermana 3’ê Tebaxa 2014’an lîstik û plangeriyên mezin li ser Şengal û derdora wê dihat lîstin. Herêma ku ji aliyê du hikumetan(hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta navendî ya Iraqê) ve dihat rêvebirin û qaşo dihat parastin, tim dibû mijara nakokî û hesabên kûr û tarî. Her hêz û aliyî dixwest bandora xwe li Şengalê zêde bike û bi xwe ve girê bide. Lewre ji bo pêkanîna armancên xwe serî li her rê û rêba-

zên qirêj û hovane didan. Ligel ku hêzên leşkerî û asayîşa herêma Kurdistanê(PDK) hem jî ya Iraqê li herêmê bû, berovajiyê rewşa asayîş û aramiyê, her ku diçû rewşa aloz û pevçûnî ya li herêmê kûrtir dibû. Tebaxa sala 2007’an li nehiya Til Izêr, Gundê Izêr û Sîba Şêx Xidir li pey hev çar teqînên hovane yên bi armanca qirkirinê di nava gel de hatin kirin û bi sedan welatiyan jiyana xwe ji dest da. Di teqînê de bi sedan kes birîndar bûn, ezayên bedena xwe winda kirin, seqet man! Ev çalakiya terorîstî destpêkê weke ku rêxistinên girêdayî El Qaîdê hatibe kirin hatibin raberkirin jî, paşê rêxistina çete ya bi navê Turk Întîkam Tugaylari(TÎT) girt ser xwe. Di 14’emîn salvegera komkujiya Til Izêr û Sîbayê de welatiyên bûyî şahidê bûyerê û behsa wê demê û

pêkhatina vê bûyera hovane kirin. Yek ji şahidê bûyerê Hisên Xelîl ku teqînek li ber mala wî qewimî, wiha behsa bûyerê û serpêhatiya xwe dike:“Di vê meha Tebaxê de gelek rojên reş û karesat hatine serê civaka me. Beriya fermana 3’ê Tebaxa 2014’an, komkujiyên 14’ê Tebaxa 2007’an li li Til Izêr û Sîba Şêx Xidir jî pêk hatî ji fermanê ne kêmtir bû. Wê rojê xêrnexwazan li 4 cihan li dijî xelkê me teqîn pêk anîn û bi sedan welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Wesayîta hatî teqandin yek jê ji vê rêyê ji aliyê deştê ve hat û li vê derê li ber mala me hat teqandin. Ez li derve li ba seyareya xwe bûm. Li kolanê li ber mala cîrana qederek cîran rûniştîbûn. Wesayîtek bi lez û bi awayekî ne asayî hat û ku derbas be. Gelek qelebalixî derdixist. Me jî baz da çekên xwe rakirin. Çimkî me fêm kir ku ev wesayît sedî sed ne ji bo xêrê hatiye. Me jî


Diclepress13@gmail.com

Ewqas dem li ser vê bûyerê re derbas bûye lê hê jî ne lêkolîneke rast û encamgir nehatiye kirin ka ev êrîş ji aliyê kî ve û bi çi armancê hatiye kirin. Çi sozê hatî dayîn hemû li hewa man û bûyer nehat zelalkirin û encamkirin got hêj nehatî gund em bidin sekinandin heke niyeteke wî ya xirab hebe em nehêlin bigihije armanca xwe. Lewre berê xwe guhert çû aliyê sahayê û li wê derê teqiya. Hema piştê wê seyareya dîtir hat. Piştî ku seyareya duyemîn jî dît ku mirov pê hesiyane û çek di destê wan de ne, dê pêşî lê bigirin, li vê derê li ber mala me, dîreka elektrîkê hebû xwe li wê dîrekê da û teqand! Di encama her du teqînan de 44 çar welatî û piraniya wan jin û zarok bûn, şehîd bûn. Ewqas dem li ser vê bûyerê re derbas bûye lê hê jî ne lêkolîneke rast û en

RAPORT

55

HEJMAR 23

2021/7/30

SAL 4

KOVAR DICLE

camgir nehatiye kirin ka ev êrîş ji aliyê kî ve û bi çi armancê hatiye kirin. Çi sozê hatî dayîn hemû li hewa man û bûyer nehat zelalkirin û encamkirin. Armanca wan ew bû ku komkujiyeke hîn mezintir bikin, nehiyê ji binî ve ji holê rakin. Lê belê negihiştin armanca xwe. Em ji sazî û dezgehên navneteweyî û mafê mirovan daxwaz dikin ku vê kerasetê derxin roniyê, mafê civaka me nas bikin û radest bikin. Cezayê pêwîst bidin sûcar û kiryarên vê bûyerê. Em jî li ser vê fikr û felsefeya ku em ji fermanan rizgar kirîn, bikaribin tifaq û yekîtiya xwe çêbikin ku nehêlin careke dîtir karesateke wiha trajîk di serê me de bînin. Heke wê demê ev rêxistinbûna me ya niha hebûya, hêzên me yên YBŞ û asayîşa me hebûya dê ev bûyer nehatana serê me. Dema ev bûyer pêk hatîn, hem pêşmerge, hem jî artêşa Iraqê, polîs û asayîşa wan hebû, lê pêşî li bûyereke wiha negirtin û ev ferman hat serê civaka me!” Yek ji şahidê bûyerê Şemo Hecî Hincî jî wiha qala bûyerê dike:“Ez bi xwe bûm şahidê teqîdnê. wesayît hat cihê qerebalixiyê teqiya. Teqîneke gelek mezin bû. Ev der cihekî navedî bû, milet ji xwe re digeriya, qelebalix bû. Lewre di teqînê de bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest da. Wê demê hem hêzên hikumeta navendî yên Iraqê li vê derê hebûn hem jî yên bi ser hikumeta Kurdistanê hebûn. Lê belê tu kesî nekarî pêşî lê bigire. Di nav ewqas hêzên asayîş û leşkerî re hat vê derê teqiya. Ewqas mirovan jiyana xwe ji dest da. Derdora 400 mirovan li vir jiyana xwe jidest da. Wê demê ez hinekî ji cihê teqînê dûr bûm lê dîsa jî bandor li min kir, serê min şkest ji ber teqînê”. Yek ji niştecihê gundê Sîba Şêx Xidir û şahidê bûyerê Saro Mirad Şêx Xidir jî wisa qala teqîna li Sîbayê dike:“Bi qasî 5 xulek beriya li vê derê teqîn çêbe, li


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/7/30

HEJMAR 23

56

RAPORT

Diclepress13@gmail.com

hatin qetilkirin. Ev der sîlo bû, wesayît hate vê derê û teqiya. Wê demê ewqas mal li vê derê li cihê bûyerê

Wê demê hem hêzên hikumeta navendî yên Iraqê li vê derê hebûn hem jî yên bi ser hikumeta Kurdistanê hebûn. Lê belê tu kesî nekarî pêşî lê bigire. Di nav ewqas hêzên asayîş û leşkerî re hat vê derê teqiya. Ewqas mirovan jiyana xwe ji dest da

nehiya Til Izêr teqîn çêbûn. Piştî dengê teqîna li Til Izêr hat û agahî hat ku li wê derê teqîn çêbûye, milet xwe kar kir û gotin em ê biçin hewariya wan. Hêj milet bi xwe karkirinê re mijûl bûn ku biçin hewara Til Izêr, teqîna vê derê çêbû. Hêj çend xulek di ser de neçûyî li aliyê rojavayê gund teqîneke dîtir çêbû. Lewre tevlîhevî û alozî gelek çêbû. Kesî nizanî ka dê biçe hewara kî û bi kîjan aliyî ve biçe. Di her du teqînên li Sîba û Til Izêr de bi sedan mirov

nîn bûn. Qerebalixî bi qasî ya Til Izêr nîn bû li vê derê. Xwe zû teqand, çimkî wan dizanî ku xelk pê hesaye. Piştî ku xelkê me pê hesiyan, xwestin bi çekan seyareyê bidin sekinandin û fişek berdanê. Piştî wê xwe teqand. Ango hêj li serê gund xwe nav milet de teqand. Ji sedî zêdetir mirovan jiyana xwe ji dest dan. Jixwe ya aliyê rojavayê gund ji bo ku zû tê ferqkirin hêj ji dûr ve xwe diteqîne. Wê bi qasî vê zerer neda milet û gund. Ev teqîna ku 5 xulek piştî ya yekemîn pêk hatî de kesî jiyana xwe ji dest neda lê mal û xanî xirab bûn, ziyana maddî çêbû. Wê demê ewqas hêz li vê derê hebû. Hem yên Iraqê, hem jî yên Kurdistanê. Ew girê seriya gund navenda polîs-şirta bû. Lê belê tevî vê jî ev êrîş nehatin sekinandin”. Asayîşa Iraqê di rojên asayî de nedihiştin ku seyareyeke biçûk jî bê destûr û venêrîn derbas be. Lê belê wê rojê çar wesayîtên bombe barkirî hatin 2 li Sîbayê, yek li gundê Izêr û yek jî li Til Izêr hatin teqandin. Di van her çar teqînan de nêzî hezar welatiyan şehîd bûn û bi sedan jî birîndar bûn. Bi sedan mirov seqet man, bi sedan mal û xanî hilweşiyan. Hêj jî hejmara rastî ya vê fermanê bi zelalî nayê zanîn, hêj jî hinek kes winda ne.

Heke wê demê ev rêxistin bûna me ya niha hebûya, hêzên me yên YBŞ û asayîşa me hebûya dê ev bûyer nehatana serê me


Diclepress13@gmail.com

RAPORT

57

HEJMAR 23

2021/7/30

SAL 4

KOVAR DICLE

DI SEDSALA 21 AN DE CÎNOSAYDA LI SER CIVAKA ÊZIDÎ

SUHAM ŞINGALÎ

Civaka Êzidî yek ji civakên herî

kevanra ku li ser xaka zêrîn ya mezobotamiya bi hezarên salan jiyan kiriya. Civaka Êzidî ku xwedî dîrok, çand, bawerî û olek kevnara di dirokê de 74 caran ru bi ruy fermanan hatiya. Bi dehên caran Êizdî ji cîh û warê xwe kocber bune û welatê wan hatiya dagirkirin. Mînakê vê yekê jî welatê Xalta yê Bakurê Kurdistanê ya. Fermanên ku di dîrokê de hatina jiyan kirin bi destê Osmaniyan, Farsan û eşîrên ereban hatina çêkirin. Di van fermanan de çand, bawerî û erdingariya civakê hatiya hedef girtin. Dîl girtina keç û jinan wek xanimyat, talankirin, wêrankirin û qetilkirin bi dehên caran hatiya jiyan kirin. Desthiladar û dagirker-

an timî çav berdana welatê me yê bi berhem û xaka bi berket, ji bone ku xwe li ser xaka me bi cih bikin bê navber ferman, komkujî, talan û wêrankirin pêkanîne. Demê behsa civaka Êzidî tê kirin ferman tê bîra mirov. Herî dawî fermana 3 Tabaxa 2014 an ya li ser Êzidiyên Şingalê. Şingal qezayek ser bi parêzgea Musilê veya. di aliyê erdingariyê de Şingal 125,8 km dikeva rojavayê Musilê. Herêmek ciyayî ya ku dinava deşta Nînova de cîh digrê. Ciyayê Şingalê bi temamî 1463m bilinda û 1000 km jî dirêja. Her weha erdingariya herêma Şingal bi giştî 2,928 km koşe mezina. Şingal herêmek ciyayî ya ku bi xwezaya xwe tê naskirin Hemû nebat û dar lê şîn dibin. Bi hezarên salaya ku civaka Êizdî bi çand û baweriya xwe li ser vê xakê jiyan dike. Civakê Jiyana xwe bi awayek xwezayî, wek cotkarî

û pez xwedî kirinê domanidiya. Şingal di aliyê civakî û xwezayî de dewlemediyak xwe ya mezin heya. Taybetmendiyê vê erdingariyê ewe ku civak û baweriyên cuda jî dikarin lê jiyan bikin. Lê Şingal ji dîrokê û heya roja îro herêmek yê Êzidiyana, piranî civaka Êzidî li herêma Şingal jiyan dike. Lê belê Şingal di her demê de hembêza xwe ji bawerî û civakên cuda re vekiriya. Di dîrokê de glek malbatên ji bawerî û olên cuda wek Mesîhî, Kakayi, Xiristiyan, Misilman û hwd ji ber şer û sedemên cuda kocberî Şinalê bune û xwe parastine. Civaka Êzidî ew bi nan û xoya xwe mezin kirina û di nava xwe de hewandina. Şingal di pêvajoya berî fermana 74 an de Piştî ruxandina sistema Sedam Hisên ji aliyê Emerîka ve, di sala 2003 an de, siyaset û rewşa îraqê ket merheleyak nû. Di wê demê


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/7/30

HEJMAR 23

Kerkuk, Şingal, Sihêla û gelek herêmên din wek herêmên bi nakok dihatin dîtin. Li ser rewşa van herêman hikumeta Îraqê bi Emerîkan re di nava niqaşan de bû. Ji bona peydakirina çareseriya van herêman di sala 2005 an de madeya 140 fermî ket desturê Îraqê. Ev herêm wek herêmên bi nakok di navbera Hikumeta Îraqê û herêma Kurdsitan hatin dest nişan kirin. Ji ber vê yekê îdare û parastina Şingal ya beriya fermanê demkî bû. Ne hikumeta îraq ne jî ya herêma Kurdistan xwe li bermberî Şingal û civaka Êzidî berpirsiyar nedidîtin. Ev yek bu sedem ku li sala 14-08- 2007 an de Teqîna Til Ezêr û Sîba Şêx Xidir ru bide. Ji wê demê de diyar bu ku Şingal bê parastina. Beriya sala 2014’ an Daişê bi sala xwe li Îraqê deverên wek Enbar, Feluca û

58

RAPORT

Diclepress13@gmail.com

Li 10-06- 2014 an çeteyên Daişê bi êrîşek berfirah bajarê Musilê bi temamî girtin. Piştî wê bi du rojan ketin bajarê Tilaferê. Şingal 125,5 km dikeva rojavayê Musilê, Her weha 54,5 km di navbera Bajarê Tilafer û Şingalê deya

Geyara de bi rêxistin dikir û gelek caran êrîş pêk tanîn. Di pêvajoyek wisa hesas de Şingal herêmak bi nakok û bê parastin bû. Civaka Êzidî di wê demê de na şiyar bu, ji ber ku ji siyasetê hatibû durxistin. Metirsî pir zêde hebû û li ber çavan bû lê civak bê pêşeng û çareserî bû. Di heman demê de civak dihat xapandin. Bi ketina Musilê re Daişê hêza xwe dît, ku dikara êrîşî her deverê bike Li 10-06- 2014 an çeteyên Daişê bi êrîşek berfirah bajarê Musilê bi temamî girtin. Piştî wê bi du rojan ketin bajarê Tilaferê. Şingal 125,5 km dikeva rojavayê Musilê, Her weha 54,5 km di navbera Bajarê Tilafer û Şingalê deya. Beriya 3-082014 an gelek çaran Daişê xwest êrîş bîne ser Şingalê û herêm ji her


Diclepress13@gmail.com

alî ve xistibû dorpêçê. Di wê wextî de gaz, xaz û ceyran bi temamî li ser herêma Şingal hat qutkirin. Herêm di nava metirsiyak mezin debu. Di wê demê de pêşmergên PDK li nava civakê digeriyan û silahên gel jê distandin, ji bone ku nikaribin parastine xwe bikin. Vê yekê diyar dikir ku PDK bi Daişê re li ser qirkirina civaka Êzidî li hev kiriya. Beriya ku ferman ru bide,bi dehên caran pêşmergên PDK ji civakê re gotin ku, (êzidî koka kurdîniyêne emê Şingalê biparêzin netrisin). Beriya fermanê bi çend rojan Daişê xwest ku ji navçe (Nahiya) Rebîa ku 86,7 km durî bajarê Şingalê ya êrîş bikin. Di wê demê de PDK bi Daişê ra cardin li hev kir ku ji aliye Rabîa ve êrîş nekin, ji bone ku pêşmerga bikaribin di rêka Rebîra re biravin. Ger ku êrîş ji aliyê Rebîa ve hatibe çêkirin,

RAPORT

59

riyekî ku pêşmerga têra birevin nedima. Xortên Êzidî li gund û bajarê xwe di satiran de nubeta xwe digirtin Li 3 Tabaxa 2014 an,di seat 3 şevê de Daiş ji bajarê Beac ku 33,8 km durî Şingalê ya dest bi êrîşê kir. Şerekî mezin li gundê Girzerik, Til Ezêr û Sîba Şêx Xidir ru da. Ji seat 3 şevê heya 7 seharê bê navber şer di navbera xortên Êzidî yên di satiran de û Daişê dewam kir. Xortên Êzidî bi çekên sivik li beramberî top û silahên giran yê Daişê berxwedaniyak mezin dan meşandin. Roja 3 Tebaxê fermaana 73 dest pêkir. Di roja fermanê de 7000 pêşmergên PDK di seat 9 seharê de hemû hêza xwe li bajarê Şingal û nahiya Sinunê kom kirin. Bêy ku yek fîşekê biteqînin Şingal teslîmî

HEJMAR 23

2021/7/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Di encamê fermanê de bi hezaran keç, jin, zarok, xort pîr û kal ketin destê Daişê. Bi sed hezaran gel ji axa xwe koçberbun. Keç û jinên ciwan di bazarn de hatin firotin, zarok ji xwere birin û ji daykên wan qut kirin, xot û mêr jî kuştin


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/7/30

HEJMAR 23

Daiş kirin. Bi tank û topên xwe beriya gel reviyan û çûn. Gel bê parastin ma, bi sed hezaran gel ji bone ku parastina xwe bikin, berê xwe dane ciyayê Şingalê, Gelek jin, zarok, pîr û kal ji tîn û nêzan jiyana xwe ji dest dan. Bi dehan keçên ciwan xwe ji zinaran avêtin, demarê destê xwe birîn da ku dîl nekevin destê Daişê. 12 siwariyan destana qehremaî nivîsandin Di roja fermanê de 12 siwariyên HPG Û YJASTARÊ li Şingalê bûn. Her 12 siwariyan şer kirin û hewil dan ku gel biparêzin. Gel ji berxwedana Siwariyan hêz û moralek mezin gir. Demê ku gel dît hêzek heya ku şer dike, wê demê tirsa mirinê ya nemanê li ser çavên wan rebû. Li 4 Tabaxê Gerîlayên HPG û YJASTARÊ, YPG û YPJ ji ciyayên

60

RAPORT

Diclepress13@gmail.com

azad û Rojavayê Kurdsitanê berê xwe dane Şingalê û mudaxla fermanê kirin. Şervanên azadiyê bi hezaran gel ji komkujiyê rizgar kirin û rê li ber qirkirina li ser civaka Êzidî girtin. Dîl girtine keç û jinên Êzidî birînekî ku nayê derman kirine Di encamê fermanê de bi hezaran keç, jin, zarok, xort pîr û kal ketin destê Daişê. Bi sed hezaran gel ji axa xwe koçberbun. Keç û jinên ciwan di bazarn de hatin firotin, zarok ji xwere birin û ji daykên wan qut kirin, xot û mêr jî kuştin. Her weha bi sedan pîr, kal û zarok li ciyê ji tîn û nêzan jiyana xwe ji dest dan. Daişê li herêma Şingalê bi dehan kumkujî pêk anîn. Keç û jinên ku dîl ketin nava lepên hovên Daişê rastî, tecawiz, şidad û qetilkirinê hatin. Di fermanê

de herî zêda jin bu qurbanî, ji ber ku di şexsê jin de xwestin çand, bawerî û ola civaka Êzidî qir bikin û ji holê rakin. Daişê êrîş bir ser baweriya û çanda civaka Êzidî, ji ber wê keç û jin girtin, mezargeh û cihên pîroz teqnadin û xira kirin. Hya neha çaranusa bi hezaran keç, jin, zarok û xortên Êzidî ne diyara Ferman 73 bu dersek dîrokî ji bone civaka Êzidî. Bi sedan Êzidiyên ku xwe li ciyê sipartin û dev ji ax û ava xwe berneda.Bi îradeyak mezin li berxwedan û hêza xwe avakirin. Ji bone pêşîgirtina li fermanan bi fikir û ramanê Rêber APO civaka Êzidî xwe di aliyê leşkerî, siyasî û civakî de bi rêxstin kirin. Ev yek jî encamê berxwedanî û mudaxleya Şervanên azadiyê yên Rêber APO bû. Ji bone paras-


Diclepress13@gmail.com

tina Şingal û civaka Êzidî geîlayên HPG û YJASTAR, şervanên YPG û YPJ bi hezaran şehîd dan. Bi saya van şehîdan îro Şingala azad xweseriya xwe dixwezê. Civaka Êzidî ji fermanê dersa xwe parastin û xwe bi rêvebirinê girt û li ser vî esasî xwe bi rêstin dike. Civaka Êzidî xwedî mafekî rewya ku xweseriya xwe ava bike. Ji xwe civaka Êzidî di çadn û baweriya xwede xwesera, na weke tu civakên dine. Ji ber vê yekê jî xweserî û jiyanek azad mafê meya. Êzidî nikarin ku careaka din çarenusa xwe bixin destê hinekî din de, kengê bixwezibin me qir bikin.

RAPORT

61

berdewamiya fermanê ya. Hedef ji hevpeymana 9 cotmehê, êrîşên balafirên dewleta Tirk û herî dawî jî êrîşêa Artêşa Îraqê li ser civaka Êzidî ya li Şingal, tune kirina îrade û rêxstina civaka Êzidî ya. Ev berdewamiya fermanê ya. Di vê hefiyê de civaka Êzidî li Şingalê rastî du êrîşan hat, dewleta Tirk ji hewaî êrîş kir Artêşa Îraqê jî ji bejahî êrîş kir. Ev herdo êrîş di pêvajoya salvegera 7 mîn ya fermana 74 an de pêk hatin. Ev diyar dike ku hîna ferman ji her alî ve dewam dike, ji destê wan werê tişa ku Daişê bi sere civaka Êzidî de nekiriya ewê bikin. Ji ber ku bi hemû hêza xwe tên ser nirx û Ferman bi dawî babûya, hîna destkeftiyên civaka Êzidî. Lê xelkê dewam dike Êzidî êdî şiyara û dikarê parasÊrîşên li ser rêxstin, hebun û tina xwe bikê. Li bermberî hemû îadeya civaka Êzidî bi taybet hedef cureyên fermanê xwe bi rêxstin girtina pêşengên civaka Êzidî dike.

HEJMAR 23

2021/7/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Êzidyaên kocber di fermana sipî û helandina çandî re derbas dibin Li ser Êzidiyên kocber bune tê meşandin. Êzidiyên ku li kampên başur bi rezaletî jiyan dike, nikarin vegerin warê xwe û li ser axa xwe jiyan bikin. Civak ku bi keda destê xwe jiyana xwe bi salan domandiya îro destê xwe vedike. Civak ji çada xwe ya kedkarî tê durxstin ji çand, bawerî, irif û adatên xwe têna durxistin. Bi taybet Êzidiyên ku kocberî diyaspora buna, di asmlasyonê re derbas dibin. Ji bone ku destkeftî, çand, dîrok û baweriya qedîn ya Ezdatiyê werê parastin, divê civaka Êzidî li warê xwe vegerê û Şingala pîroz ava bike û biparêza.

.........


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/7/30

HEJMAR 23

62

HEVDITIN

Diclepress13@gmail.com

FARIS HERBO:

PEYMANA 9’Ê COTMEHÊ FERMANÊKÎ DIYE DI SER GELÊ ME IRAQ PEYMANA 9’Ê COTMEHÊ LI ÊZIDIYAN FERZ DIKE

Di

hevdîtênêkî bi berdevkê Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo li ser hevdîtinin dinavbera rêveberiya xweser a şengalê û dewleta tirk destnîşan dike kû wan wekî îradeya Şengalê diyalogê esas digirin, lê Bexda jî, peymana 9’ê Cotmehê li ser Êzidiyan ferz dike. Herbo li ser êrişin dewleta tirk jî li ser destketiyên gelê me jî dibêje; di navbera dewleta tirk û dewleta îraqê li hevkirinê heye û êirşa tirka li ser hemî ax û gelin iraqê ye.

A: ÎBRAHÎM ÊZIDÎ * Gelo di van demin dawî di helwesta rayedarin iraqê ti gohertin çê buye, taybetî ji di meseleya moxateb giritina civaka êzidî de? - Me wekî civaka êzidî ji bo ku ji saziyên fermî yên Iraqê pere bigirin û bibin karmendên xwe şerê DAIŞ’ê nekirine. Wekî civaka Êzidî em dixwazin pêşerojeke me ya si-

yasî , îdarî, çandî hebe. Em vê dixwazin. Em maeşan naxwazin. Me ji bo maeşan şehîd nedane. Eger hiquqa civaka Êzîdî neyê qebûl kirin, wê demê em pirs bikin em çima li vir jiyan dikin?. Di navbera rêveberiya xweser û hikumeta navendî di meha Heziranê de gelek hevdîtin çêbûn. Du caran hevdîtin bi komisyona bilind a ku ji hêla hikumetê ve hatiye avakirin re çêbû. Di wê komisyonê de Ewlekariya Niştimanî, Ewlekariya Netewî, Fermandariya Operasyonên Giştî, ev her sê saziyên ewlekariyê yên esasî hene. Carekê nûnera Neteweyên Yekbûyî (NY) jî amade bû. Me bi NY’ê re li Şengalê jî hevdîtin çêkirin. Hevdîtinên me li Kerbela jî çêbûn. Di hevdîtinan de me daxwazên xwe da xuyakirin ku em wekî miletê Êzidî dixwazin di warê siyasî, îdarî, ewlekariyê de rêveberiya xwe bikin. Ji bo çareseriyê, dewleta Iraqê heya niha pêş de gav neavêtiyê. Nexwestiye ku bi şiklekî demokratîk ev pirsgirêk çareser bibe. Her tim me xwestiye bi diyalogê meselê

çareser bikin. Bêyî ku hêzên cûda tesîr bikin me xwestiye bi Iraqê re çareser bikin. Lê di hevdîtinên dawî de jî gotin çi dibe bila bibe divê hun peymana 9’ê Cotmehê qebûl bikin. Ruxmê ku gel vê peymanê red dike, car din jî dixwazin li ser milet ferz bikin”. * ger dewlet di biryara xwe de bi israr bê, di pêşerojê de çi bi xwe re bînê? - Eger hikumeta Iraqê pirsgirêkê bi şêwaza demokrasiyê çareser neke dê wekî li Diyala, Xaneqîn û Kerkûkê, pirsgirêk û alozî kûr bibin û eger pirsgirêk bi awayek demokratîk çareser bibe wê demê dê Şengal ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Iraqê bibe mînak û model. Me ne li dijî hebûna dewleta Iraqê ne, lê pirsgirêk ew e ku hikumeta Iraqê mafê gelê Êzidî înkar dike. Dema me li vir şer kir dewlet ne li vir bû. Me wekî hemwelatiyên Iraqê şer kir. Lê niha dewlet dixwaze sazî û însanên girêdayî xwe ava dike û dixwaze her tişt di


Diclepress13@gmail.com

xizmeta siyaseta wan de be. Em li hemû parezgehên Iraqê binêrin, li her cihê ku dewletê sazî û dezgeh ava kirine, nakokî tê de hene. Helwesta me ya berê li hemberî Peymana 9’ê Cotmehê çi be em hê jî xwedî heman helwest in. Em ji diyalogê re vekirîne, dixwazin pirsgirêkê çareser bikin. Lê eger Iraq di ya xwe de israr bike dê wisa çareser nebe. Bi rengê çareseriyê nêzîk nabin, bi rengê xwe ferzkirina li ser gel nêzîk dibin. Ev jî ji milê me ve nayê qebûl kirin. di kesayeta Rêveberiya Xweser de, dixwazin civaka Êzidî hemû vê peymanê qebûl bike. Ev yek bi siyaseteke şerê taybet li ser îradeya civaka Êzîdî tê meşandin. Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an li ser daxwaza dewleta Tirk hatiye morkirin lê ji ber berxwedan û sekna civaka Êzidî heya niha biserneketiye. Iraq dibêje em dewletekî federal û demokratîk in. Li gor destûrê jî wisa ye. Îro birayên me yên Mesîhî, Şebek, Tirkmen, Kurd, Sûnî, Şîa, mafê xwe yên siyasî, civakî, îdarî, perwerdehî û ewlekarî girtine, xwedî maf in. Bi xwe îdareya xwe dikin û em jî destek dikin ku her netew mafê

HEVDITIN

63

Bêyî ku hêzên cûda tesîr bikin me xwestiye bi Iraqê re çareser bikin. Lê di hevdîtinên dawî de jî gotin çi dibe bila bibe divê hun peymana 9’ê Cotmehê qebûl bikin xwe bigire. Lê ji bo Êzîdiyan çima qedexe ye? Eger di destûr de heye tu çima mafên Êzidiyan nadî, çima ji Êzidiyan re qedexe ye lê ji yên din re serbest e? * Di peymana 9 ê cotmehê de behsa hêzin ewlekarî tê kirin û hewl tê daîn kû pirsa şengalê

HEJMAR 23

2021/7/30

SAL 4

KOVAR DICLE

wekî pirsêkî emnî bê çareserkirin, gelo armanca wan ji vê yekê çiye? - Di nava peymana 9’ê Cotmehê de behsa ewlekariya hindir û derve ya Şengalê tê kirin. Me ji bo ewlekariya hundir xwest, hêzeke girêdayî Rêveberiya Xweser cih bigire. Bila ev hêz jî bi dewleta Iraqê ve girêdayî be, li ser vê mijarê gelek diyalog çêbûn. Me xwest fermandarî li cihê xwe bimîne, lê di heman demê de girêdayî Rêveberiya Xwser be. Gelekan xwest asayîş were belavkirin, heta niha encameke ku gelê me pê razî be, derneketiye holê. Pirsgirêka Şengalê siyasî ye. Ewlekarî jî beşek e û di nava wê de cihê xwe digire. Pêwîst e pirsgirêka Şengalê, weke pirsgirêkeke siyasî were çareserkirin û statuyeke Şengalê hebe. Di peymana 9’ê Cotmehê de, pirsgirêka Şengalê weke pirsgirêkeke ewlekariyê dîtine, lê ev ne rast e. Jixwe, şaşîtiya herî mezin ew bû, lê pirsgirêka Şengalê, pirsgirêkeke siyasî ye. Ewlekarî jî beşeke û di nava wê de cihê xwe digire. Pêwîste pirsgirêka Şengalê, weke pirsgirêkeke siyasî were bidest


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/7/30

HEJMAR 23

giritin û çareserkirin û statuyeke Şengalê hebe. Dema ku sitatu dan, wê saziyên me hemû, û bi giştî Rêveberiya Xweser were qebûl kirin. * li hember vegera penaberan çi astengiyan heye, yan jî jibo kû penaber vegerin cih û ware xwe divê çi bê kirin? - van mehên bihûrî Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku divê di nava mehekê de hemû wargehên penaberan ên Başûrê Kurdistanê werin valaki-

64

HEVDITIN

Diclepress13@gmail.com

Eger hikumeta Iraqê pirsgirêkê bi şêwaza demokrasiyê çareser neke dê wekî li Diyala, Xaneqîn û Kerkûkê, pirsgirêk û alozî kûr bibin û eger pirsgirêk bi awayek demokratîk çareser bibe Şengal bibe mînak û modelêkî çareseriyê

rin û penaber li warên xwe vegerin, Lê piştre Wezîrê Karê Hundir yê Herêma Kurdistanê derket û got, ev yek çênabe, biryareke siyasî ye û em qebûl nakin. Yanî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, esas PDK, penaberan bi rêya dosyayeke siyasî li hemberî Iraq û civaka Êzîdî bi kar tîne. Hikûmeta Herêmê dixwaze din jî saziyên alîkariyê hene, ew di dema hilbijartinan de û di warê sazî alîkariyê dişînin ji wan wargeaborî de feyde jê bigire. Di en- han re, Lê di vir de jî Hikûmeta

camê de 200 hezar mirov ji ba- Herêmê li feydeya xwe digere. zara Başûr kel û pelan dikirin, ji bo vê jî aboriyek derdikeve holê. Ya

* Dewleta tirk nêzî sê mehe êrişin destketiyên gelê me dikin, gelo hûn van êrişan û niyeta giştî a dewleta tirk çewa dinirxînin? - operasyonên dewleta Tirk bi armanca dagirkirina Başûrê Kurdistanê tê kirin. êrîş ne tenê li hemberî gerîla û PKK’ê ye her wiha di şexsê gerîla de li hemberî hemû civaka Kurd, deskeftiyên Kurdistanê, Şengalê û her wiha li hemberî xaka Iraqê û gelên Iraqê ye jî. Dewleta Tirk behsa plana 2023’yan dike. Dewleta Tirk dixwaze heya 2023’an hinek mintiqeyên stratejîk li Iraqê bi dest bixe, bike aîde xwe

û çeteyên xwe li van mintiqeyan ava û bi cih bike. Dixwazin piştî ku dema Peymana Lozanê xilas be karibin vê mintiqê tevlî xwe bikin”. Ev deskeftiyên ku îro li Başûre Kurdistanê hene, ne tenê malê PDK’ê ne. Ev deskeftî malên gel e. Gelê Başûrê Kurdistanê bi sedhezaran şehîd dan ku karibin hebûna xwe ya siyasi di statuyekê de biparêzin. Bi taybetî piştî şerê


Diclepress13@gmail.com

HEVDITIN

65

HEJMAR 23

2021/7/30

SAL 4

KOVAR DICLE

li hemberî DAIŞ’ê, Kurd li hemû cîhanê hatin nasîn, îtibara wan çêbû. Lê îro ji ber ku PDK’ê bi awayek eşkere îxanetê li yekgirtina Kurdan dike, bi Tirka re li hev dike û wan tîne ser axa Iraqê

xwe li benda hikumeta Iraqê negirin, li hemberî êrîşên dewleta Tirk helwesteke yekdeng pêş bixin. di nav demên dawî de dewleta tirk

çawa ku li hemberî êrîşên DAIŞê ketin nav liv û tevgerê, îro jî êrîş li ser xaka Iraqê û gelên Iraqê heye, divê li hemberî van êrîşan hişyar bin.

axaftina Iraqê û êrîşa dewleta Tirk bîne gel hevûdû, tê wê wateyê di van êrîşan de li hev kirine. Iraq wanek hatibû girtin û rojnamevdibêje ez îradeya te nas nakim, an jî anek jî bi guleya wan birîndar dê dewleta Tirk were û li te de. Tirka bûbû. Me daxwaza lêkolînê kiriye, hat li me da, tê wê wateyê hikumeta ji ber ku di qanûna Iraqê de nabe Iraqê û dewleta Tirk, li Şengalê di ti- gule li ser girseya gel bê reşandin. faqê de ne”. Berpirsê bûyerê, berpirsê lîwaya 72 Rukin Mihemed Casim e. Em ê * gelê şengalê li dijî dagirkeriya di hevdîtinên xwe de ciddî li ser vê dewleta tirk di ser axa îraqê mijarê bisekinin.

hem êrîşê Şêxanê û hem jî bi balafirin bê mirov êirşê Şengalê kir. Ma li Şêxanê çi heye? Em wekî Êzidî, van operasyonan wekî xeterî li ser xwe dibînin. Eger dewleta Tirk biçe Laleşa pîroz dê kî Laleşê biparêze? Ji ber ku di 2014’an de kes neparast, dest jê berdan, gerîla hat û parast”. Di hevdîtinan de hikumeta Iraqê her bi rêya dewleta Tirk gefan li me dixwe. Iraqê ji me re dibêje eger em neyên Şengalê an jî hun tiştên ku em dixwazin nekin dê dewleta Tirk

û axa Kurdistanê, ev cihê xeteriyekê mezin e. Eger bê gotin ku ev şer tenê li ser gerîla ye, li ser PKK’ê ye, ev dibe xwe xapandin”. Di stratejiya dewleta Tirk de dagirkirina Kerkûk û Musilê jî heye û vê yekê wekî pêşî lê girtina gelên Iraqê ye. dewleta Tirk îro li Telafer, Musil, Kerkûk û li seranserê Başûrê Kurdistanê xwe birêxistin dike. Eger naxwazin vê heqîqetê bibînin, xwe dixapînin. Gelên Iraqê û bi taybet jî Şîa were û êrîşê we bike. Dema mirov

* Hûn helwesta rayedarin îraqê di hemberî van êrişa çewa dinirxînin? - bêhelwestbûnê hikumeta Iraqê cihê rexneye. Dive gelên Iraqê

meşêkî li dar xist, lê erteşê îraqê

gole berdan e gel, rojnamevan û çalakvanan birîndar kirin, çima nizîkbunêkî wisa nîşan dan? - Di 5’ê Tîrmehê de li Şengalê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê, meşeke girseyî hate lidarxistin, di meşê de hêzên Iraqê ciwanek girtibû û rojnamevanek jî birîndar kiribû. Herî dawî Faris Herbo li ser vê êrişê got, “Beriya ku meş çêbe, me hîs dikir wê tevlîheviyek çêbe. Meşa me li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û êrişên li dijî xaka Iraqê bû. Di sîstema artêşa Iraqê de lîwa hene, lîwaya 72 li Sinûnê û gundê Şemal heye. Berpirsê wê jî Rukin Mihemed Casim e. ev kes beriya meşê bi telefonan li xelkê me digeriya û ji bo neçin meşê, gef li wan dixwar. Di çalakiyê de ci-


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/7/30

HEJMAR 23

66

RAPORT

Diclepress13@gmail.com

FEHED HEMÎD:

‘DIVÊ DOSYAYA FERMANÊ WERE VEKIRIN’

A:ÊZDÎN ŞENGALÎ

Qeymeqamê Şengalê Fehed Hemîd

yek ji wan kesan e ku di fermana 2014’an de di bin êrîşên DAIŞ’ê de li Çiyayê Şengalê maye. Fehed Hemîd dixwaze ji bo fermanê dadgeheke navneteweyî were danîn û vê bangawaziyê dike:“Divê dosyaya fermana Şengalê were vekirin. Lazim e ev dosya were vekirin û ji herkesî li gor berpirsyariya wan hesap were pirsîn”. Di 2014’an de beriya ku DAIŞ berê xwe bide Çiyayê Şengalê destpêkê Mûsil, Telafer û Baac hedef girt. Piştî şikestina van bajaran DAIŞ xwe gîhand hawîrdora Çiyayê Şengalê. Wê demê artêşa Iraqê êdî li herêmê nemaye, tekane hêz a serwer PDK ye. DAIŞ her ku diçe xwe nêz dike, ji Tilbenat heya Tilezêr û Sîba Şêx Xidir, seranserê mintiqeyên Êzidiyan dikeve dorpêça DAIŞ’ê. Qeymeqamê Şengalê Fehed Hemîd bi van gotinan xan rojan tarîf dike:“Ne şev hebû ne jî roj ji bo Êzidiyan” . ‘Pêşmerge gotin Şengal dilê me

ye lê dest danîn ser çekan’ Bi tirs û fikara dorpêça DAIŞ’ê, Şengalî berê xwe didin berpirsên PDK’ê da ku daxwaza parastinê ji wan bikin. Dema Êzidî serî li pêşmergeyan didin vê bersivê digirin “Şengal dilê me ye, Şengal dilê Kurdistanê ye. Kurdistan bişkê, Şengal naşkê.” PDK’ê vê bersivê dide Êzidiyan lê rastiya rewşê Fehed Hamid wiha tîne ser ziman:“Êzîdiyên di nav artêşa Iraqê de, hinek ji wan 100 km. dûrî Şengalê bûn. Ji bo berxwedan û parastina Şengalê dihatin û sîlehên xwe dianîn. Asayîşa PDK’ê ev sîleh ji Êzidiyan digirtin. Ev wekî xiyanetê bû. Mezinên Êzidiyan diçûn digotin DAIŞ nêz bûye, digotin biçin tiştek nîne”. ’Bi hezaran pêşmerge bi carekê re çûn’ Nîvê şevê êrîşa DAIŞ’ê li Girzerik û Sîba Şêx Xidir destpê kir. Civaka Êzidî rabû, her yek çi sîleh pê re hebû derxistin, li ber xwe dan. Bi taybet Girzerik û Sîba Şêx Xidir. Berxwedana gel bi saetan berdewam kir. Lê pêşmergeyên ku diviya li hemberî

êrîşan Şengalê biparêzin bi carekê re wenda bûn. Fehed Hemîd wiha berdewam dike:“Sibe saet 6 me dît ne pêşmerge ne asayîş nîne. Bi milet re qewet nema, ji bo sîlehan cebilxane nema. Şehîd û birîndar çêbûn ji milet. Malbat neçar man ber bi Çiyayê Şengalê ve çûn. Ji mintiqa Qaniya Evdê, Zoman, Qizilkent, Gabara, ji Sikêniyê heya Heyalê, milet li seranserê Çiyayê Şengalê belav bû. Digotin wê saetek şûn ve qewet bê, sîleh be, dinya û alem dê were alîkariya we lê kesek bi me ve nehat”. ‘Hem DAIŞ hem pêşmerge rê li ber gel girtin’ Ji ber ku pêşmerge dest ji Şengalê berdan û hêza gel têrî şer nekir, ji bo parastina malbatên xwe li seyareyan siwar bûn da ku xwe bigihînin cihên ewle. Pêşmergeyên ku li ber xwe nedan vê carê jî rê li ber Êzidiyan girtin û nehiştin bilivin. Fehed Hemid rêgirtina li ber gel û encamên vê rêgirtine wiha tîne ser ziman:“Seytera gundê Hemê asayîş tê de bû, ew xwe baş nas dikin, nedihiştin xelkê


Diclepress13@gmail.com

Girzerik û Rembosî derbas bibin. Ne tenê DAIŞ, seyterên PDK’ê jî rê li ber milet girtin. Seytera Qendîlê jî, herkes jî dizane her du seytere bi zanebûn rê li ber milet digirtin û herkes dizane ew kî ne. Seytere rê digirt, milet kom dibû, heta DAIŞ were bigihe wan. Nedihiştin milet biçe lê li milê din qewetên wan diçûn. Quwetên pêşmerge û asayîş beriya milet çûn. Eger ji milet 10 çûbe, ji pêşmergeyan 100 tirêmpêl çûne. Ji ber ku rê li ber milet hat girtin, milet nekarî biçe, bi hezaran kes li wir ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin girtin. Bi hezaran şehîd çêbû, bi hezaran ketin destê DAIŞ’ê”. ‘PKK’ê beriya fermanê hişyarî da’ Fehed Hemid dibêje dema ferman li ser wan rabû, piştevaniya ku behsa wê dihat kirin tenê li ser ziman ma û gotinê tînê ser gerîlayên PKK’ê ku çûn hawara Êzidiyan. Hemid dibêje beriya fermanê bi heyvekî PKK’ê hişyarî daye wan da ku amadekariyên berxwedanê bikin û wiha pê de diçe:“Ciwan hişyar kirin, hinek jî derbasî Rojava bûn, ji bo perwerdehiya parastinê. Komên ji 50 kesan derbas dibûn. Demeke perwerde dikirin û vedigerandin. Eger rê ji hevalan(PKK) re hatiba dayîn dê li seranserê Çiyayê Şengalê parastin heba. Hevalan moral dida gel. Her hevalek, bi dehan xort pê re radibûn. Lê ji aliyê asayîşa pêşmergeyên PDK’ê ve ev hate astengkirin. Komeke heval bi veşartî, bi awayek sivîl derbasî Çiyayê Şengalê bûn”. ‘Gerîla ji çiya av berda geliyan’ Fehed Hemid di bîranînên xwe yên fermanê de mînakek balkêş jî tîne ser ziman ku zêde nayê zanîn. Ji koma gerîlayên PKK’ê 2 kes diçin

RAPORT

67

Serdeştê û ji bo tedbîrên pêwîst bi gel re dicivin. Hemîd bi xwe jî di wê civînê de ye. Hemîd armanca vê civînê wiha radigihîne:“Heval projeyek pêşkeş kirin ku ava li serê Çiyayê Şengalê heyî, ji bo milet berdin geliyan. Ev proje heya astekî pêk anîn jî. Ji Sîba Xidir Tehla bi tankên avê û sondayan av gihandin heya Textê Kelehê û Geliyê Dilopkê. Ez bi xwe jî dema fermanê, hefteyek li ser wê avê me jiyan kir. Lê mixabin astengî li wan hate kirin, PDK’ê nehêşt ev proje li seranserê Şengalê pêk were. Eger pêk bihata, encamên fermanê ewqas giran nebûya”. ‘Beriya herkesî heval bi Êzidiyan ve hatin’ Roj bi roj hejmara gerîlayan zêde dibe û bi gel re tevdigerin. Tiştê herî esas û lezgîn rizgarkirina gel ji êrîşên DAIŞ’ê ye. Ji ber vê destpêkê di nav Digure û Dahola de korîdor hate vekirin. Bi sedhezaran kes ji wê korîdorê derbas bûn û ji destê DAIŞ’ê xilas bûn. Fehed Hemed ji bo wan rojan dibêje:“Beriya her kesî heval bi Êzidiyan ve hatin. Ev başiya wan kete dîrokê de ku beriya her kesî mudaxale kirin û Êzidî xilas kirin.”

HEJMAR 23

2021/7/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Hinek hene, bi sedan şahid hene ku DAIŞ’î ne, niha di dewletê de bûne mesûl. Însanên bi DAIŞ’ê tevgeriyane, di bêrika wan de nasnameya DAIŞ’ê li dijî Êzidiyan şer kirine, niha li Iraqê wekî şehîd tên hesabê û mafên şehîdan digirin

heya Ewropayê têkiliyên wan heye. Li ber çavê min hêzeke navneteweyî ye. Eger em werin rastiyê, ji bilî PKK’ê me kes nedît li ser erdê şer kirin. Yên bi me ve hatin, em xilas kirin PKK bû. Ê ku pîr, kal, yên di geliyan de mayî, li ser pişta xwe birin û gihandin Çiyayê Şengalê ew bûn. Ev tişt jî nayê jibîrkirin. Di dîrokê de tê ‘PKK hêzeke navneteweyî ye’ Hin derdor, ji bo berxwedana nivîsandin. Ev heqîqet e”. gerîlayan berevajî bikin û rûreşiya ‘Heval û xortên Êzidî bi hev re xwe jî veşêrin dibêjin PKK ji ber Çiyayê Şengalê parastin’ pere û sîlehan hatiye Şengalê. Fehed Hemîd wiha bersiva van derewan Fehed Hemîd destnîşan dike hêzên dide:“Bi nêrîna min hêza PKK hêza ku beriya fermanê li Şengalê bûne navneteweyî ye, ne hêzeke ji rêzê ye. hemû derdorê li Êzidiyan kirin dijTiştekî normal e ku têkiliyên wan ên min, herêmê kirin wekî agir û di diplomatîk bi derdorên cûda re he- dawiyê de jî Êzidiyan firotin. Hemîd bin. Tu febriqeya wan nîne ku sîle- bi taybet polîtîkayên PDK’ê bi tundî han çêkin. Tiştekî normal e ku ji xwe rexne û şermezar dike û wiha re sîlehan peyda bikin. Ji serê Çiyayê dibêje:“Hêza PDK’ê jî weke hêzeke Şengalê heya Qendîlê, ji Bexdayê Kurdî dihat zanîn, wan em firotin. Lê PKK jî hêzeke Kurdî bû ku xwedî li


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/7/30

HEJMAR 23

me derket. Ev başî di dîrokê de hatiye nivîsandin. Herçî mirovê Êzidî yê rastiyê bêje, wê vê gotina min bêje. Dema korîdor vebû, zêdeyî 100 hezar insan di bin parastina wan de derbas bûn û xwe xilas kirin. Em jî nêzî 700 malbat li Çiyayê Şengalê man û derneketin. Beriya dewleta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî, hevalan 7 kamyonên mezin erzaq ji Rojavayê Kurdistanê anîn û li serê Çiyayê Şengalê li miletê belav kirin. Beriya dinya û alemê ew hatin.” Bi hatina gerîlayan ve, ciwanên Êzidî jî hêdê hêdê têne rêxistinkirin. Sîlehên li derdorê dihatin komkirin, gerîlayan perwerdehiyên demkurt didan ciwanan û tevlî refên berxwedanê dikirin. Bi gotina Fehed Hemîd “Heval û xortên Êzidî bi hev re Çiyayê Şengalê parastin”.

68

RAPORT

Diclepress13@gmail.com

kuştin nebû, birîndar nebû. Tenê DAIŞ vekişiya û PDK hat herêmê.”

Divê dosyaya fermana Şengalê were vekirin, sedemên vê fermanê çi bûn, kî bû berpirsyar ku parastin çênebû

‘Çima piştgiriya vegera Şengalê nayê kirin’ Niha di ser fermana 2014’an 7 sal derbas bûne. Fehed Hemîd dibêje di nav van salan de di serî de hikumeta Iraqê, Neteweyên Yekbûyî û saziyên mafên mirovan, tu hêz bi rastiya fermanê nêzî Şengalê nebûne û Şengalê ji ser guhê xwe ve avêtine. Hemîd destnîşan dike ku di nav van salan de bi hezaran malbat bi derfetên xwe ve vegeriyana Şengalê, ne hikumeta Iraqê ne jî saziyên girêdayî tu alîkarî nedane û vê pirsê dike “Bi 2015’an ku PDK çawa bêyî bi sedhezaran koçberên me li kampan DAIŞ’ê re şer bike car din vedigere e, çima piştgirî nayê kirin ku vegerin herêmê û wiha pê de diçe:“Bakurê ser axa xwe”. Çiyayê Şengal, ji Rabîa heya Sinûnê, çawa beriya fermanê PDK’ê firo‘Divê dosyaya fermanê were tibû çeteyên DAIŞ’ê, bi heman şeklî vekirin’ ‘PDK’ê çawa firot wisa jî ji DAIŞ’ê di 2015’an de PDK’ê ji DAIŞ’ê kirî. Fehed Hemîd mijarê tîne ser hêzên kirî’ Ji Rabîa heya Sinûnê di 4 saetan ku ji fermanê berpirsyar in jî. Hemîd Fehed Hemîd gotinê tîne ser sala de hate rizgarkirin! Tu xisar nebû, dibêje di serî de hikumeta Iraqê


Diclepress13@gmail.com

û pêşmergeyên PDK’ê ji fermana Şengalê berpirsyar in û ji bo hesabpirsînê vê bangawaziyê dike:“Divê dosyaya fermana Şengalê were vekirin, sedemên vê fermanê çi bûn, kî bû berpirsyar ku parastin çênebû. Lazim e ev dosya were vekirin û ji herkesî li gor berpirsyariya wan hesap were pirsîn”. ‘Hebûna Êzidiyan di Peymana 9’ê Cotmehê de nîne’ Fehed Hemîd balê dikşîne ser ku li şûna dosyaya fermanê were vekirin û hesap were dayîn, hikumeta Iraqê bi Hewlêrê re peymana 9’ê Cotmehê îmze dike û wiha berdewam dike:“Hebûna Êzidiyan di nav vê peymanê de tune. Peymanek bê Êzidî li ser Êzidiyan e. Êzidî nekirin aliyê vê peymanê. Gerek tu peymanekî çêkî ji bo kesên wenda, ji bo qurbaniyên gorên komî. Komîteyeke çêbike, hestûyên wan şehîdan di çeperên şer de peyda bikin, hêdî hêdî wenda dibin. Kî berpirsyariya vê dike. Hun

RAPORT

69

çima peymanek çênakin ku mafê Êzidiyan were girtin, qanûnên jenosidê pêk bên. Ji van tiştan re hun kerr û kor in. Lê ji bo berjewendiyên şexsî hun peymanan çêdikin, ev nayê qebûlkirin. Em wekî miletê Êzidî van şaşiyan qebûl nakin” . ‘Ji bo Êzidiyan dadgeheke navneteweyî were danîn’ Hemîd di dawiya nirxandinên xwe de balê dikşîne ser polîtîkayên cezakirina Êzidiyan yên hikumeta Iraqê û van mînakên balkêş dide:“Hinek hene, bi sedan şahid hene ku DAIŞ’î ne, niha di dewletê de bûne mesûl. Însanên bi DAIŞ’ê tevgeriyane, di bêrika wan de nasnameya DAIŞ’ê li dijî Êzidiyan şer kirine, niha li Iraqê wekî şehîd tên hesabê û mafên şehîdan digirin. Lê Êzidiyên şehîd ên fermanê, mafê yek şehîdê nehatiye qebûl kirin. Li hemberî vê rewşê Êzidiyek giliyê bike, nayê şopandin. Di ser de niha emrê girtina Êzidiyan tê dayîn. Heta hinek Êzidî hene

HEJMAR 23

2021/7/30

SAL 4

KOVAR DICLE

hêzên ku beriya fermanê li Şengalê bûne hemû derdorê li Êzidiyan kirin dijmin, herêmê kirin wekî agir û di dawiyê de jî Êzidiyan firotin dixwazin îdam bikin. Em pirs bikin, ka mafên mirovan, ka hikumet, ka Neteweyên Yekbûyî? Çima bêdeng in, çima rastiyê nabêjin? Pêwist e ji bo Êzidiyan dadgeheke navneteweyî were vekirin, eger ne dadgeheke navneteweyî be, em mafên xwe nastînin. Divê Êzidî parastina xwe bikin”.


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/7/30

HEJMAR 23

70

DÎROK

Diclepress13@gmail.com

GUNDÊ GURMUZ NE TESLÎMÎ SEDAM BÛ NE JÎ DAIŞ’Ê

A: SELAH BERCES

Çîrokên fermanê di heman demê de

çîrokên berxwedanê ne jî. Ev berxwedan ne tenê çekdarî ye, eger êrîş li ser nasname, bawerî an jî çanda civakekê be; ziman li ber xwe dide, bawerî li ber xwe dide, çand li ber xwe dide. Carna kesek pêşengiya vê berxwedanê dike, carna gundek carna jî bajarek. Gundê Gurmuz a ku ji aliyê bakur-rojhilatê Çiyayê Şengalê ve gundê dawî ya Êzidiyan e, yek ji wan gundan e ku di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de li hemberî DAIŞ’ê serê xwe netewandiye û heya rizgariyê jî vê rûmetê parastiye. Çîroka berxwadana gundê Gurmuz kevn e, berxwedana li hemberî fermana 2014’an xeleka dawî ya berxwedana vî gundî ye. Gund ku girêdayî komelgeha Herdan e, di sala 1975’an de jî Sedam Huseyîn bi zext û zor xwest civaka Êzidî ji Çiyayê Şengalê dûrbixe û li deşt û bajaran bicih bike, Êzidiyên vî gundî teslîmî

vê polîtîkayê nebûne, pişta xwe dane çiyayê xwe yê pîroz û li gund mane. Kalemêrê gund Qasim Gurmuz û kurê wî Xelef Qasim Gurmuz ku şahidiya fermanê kirine û li hemberî êrîşan li ber xwe dane, bi dilekî giran lê bi sebreke kûr, bîranînên roja fermanê û piştî wê anîn ser ziman. Qasim Gurmuz 60 sal in li Gurmuz e. Beriya werin gund, destpêkê berê xwe daye Gohbel, Zorava û pişt re jî hatiye li Gurmuz bi cih û war bûye. Gund, heya roja fermanê jî bi karê cotyarî, çandinî û şivantiyê, di nav aramiyê de jiyana xwe borandiye. Qasim Gurmuz ji bo wan rojan dibêje, rojên xweş û geş bûn. ‘Me li ber xwe da lê hêza me têr nekir’ Qasim Gurmuz bi kamilbûna salên dirêj û êşên giran, wekî ku li hemberî lez û beza dinyayê bisekine, bi sekn û awireke giran, her tiştê ku roja fermanê jiyayê tîne hişê xwe û bi giraniya li ser dil a van bîranînan

diaxive. Gurmuz, destpêkê xemgînî û êşa xwe tîne ser ziman cîranên wan ên ku bi salan bi hev re kirîvatî kiribûn, beriya DAIŞ’ê êrîşê wan kiriye û çûne alîkariya DAIŞ’ê û ji bo roja fermanê wiha pê de diçe:“Me li ber xwe da lê hêza me têri nekir. Me 5-6 rojan şer kir. Me hinde li ber xwe dida, lê gule li tirêmpêlên wan nediçû.” Di dawiyê de neçar dimînin ku dest ji gund berdin, destpêkê berê xwe didin Şerfedînê pişt re jî Başûrê Kurdistanê. ‘Em naçin ba bêxîretan’ Gurmuz ji bo berxwedana gund a li hemberî DAIŞ’ê dibêje, wan 3 caran êrîşên DAIŞ’ê şikandine, di vê berxwedanê de çend gundî jî şehît ketine. Roja fermanê beguman roja hawarê ye lê ji der û pişt tu kes naçe hawara wan û ew tenê dimînin. Qasim Gurmuz bi hêrsa ku kes neçûye hawara wan van tiştan dibêje: “Dor û pişta me hemû kirîvên me yên xwînê bûn, lê dostaniya xwe negihandin dûmahiyê. Piştî ku rê vebû em vegeriyan


Diclepress13@gmail.com

Wê demê PKK jî hatibû vê derê, di şerî gundê me de jî du heval şehîd ketin, hevalek xort û hevalek jin. Lê cenazeyên wan DAIŞ’ê bir gundê xwe, vê carê ji gundên derdor xwestin werin serdana me. Lê vê carê jî em neçûn ba wan. Me got ew bêxîret in, em naçin ba wan.” ‘Di destê me de Bruno hebû’ Di fermanê de DAIŞ, li gel kuştinê talanê jî dike. Malên gundiyan têne rûxandin, hemû mal û milkên wan tên talankirin. Qasim Gurmuz dibêje, ji ber DAIŞ’ê hemû rêyan girtibû wan nekarî xwe xilas bikin, ji bo parastina jin û zarokan û karibin li ber xwe bidin berê xwe dane qeracê (gir). Ji bo berxwedana li qeracê Qasim Gurmuz wiha dibêje “Em ketin ser qerac de, me malbata xwe bir û me li wir şer kir. Me nekarî em zêde li ber xwe bidin, em neçar man me gundê xwe terk kir. Şerê me û DAIŞ’ê 5-6 rojan berdewam kir. Qeweta wan ji ya me mezintir bû. Tank û top û silahên wan ên giran hebûn, yê me herî qewîm Bruno bû. Me berê şerekî bi vî rengî nekiribû.”

DÎROK

71

‘Tu dewlet li hemberî me ne sererast e’ Fermana li ser Êzidiyan bi destê DAIŞ’ê hate kirin lê Qasim Gurmuz xweş di wê ferqê de ye ku ji vê fermana giran ne tenê DAIŞ berpirsyar e. Hêzên ku rê li ber fermanê vekirine, hêzên ku pişta xwe dane Êzidiyan û reviyane hemûyan baş nas dike û wiha pê de diçe: “Welle tu dewlet li beramberî me sererast nîne. Dewlet hemû xayin in. Yek bi hawara me ve nehat. Dewleta Tirk dijminê Êzidiyan e. Mesud Barzanî em bi xwe girtin lê ne tu xwegirtin bû. Tiştekî ji me re nekirin. Û ez bêjim, Amerîka mala Êzidiyan xera kir ne kesekî din.” Xelef Qasim Gurmuz jî di dema fermanê de di nav ciwanên berxwedêr de ye. Ew jî roja fermanê li gundê Gurmuz e. Gurmuz dibêje, piştî ku DAIŞ’ê bi ser gundê Herdan de girt û xelk hate şehîd kirin, jin û zarok hatin revandin ew jî neçar mane ji gundê xwe derkevin û ji bo malbatên xwe biparêzin li pişta gund çeperên berxwadenê çêkirine. ‘Hêzên pêşmerge reviyan’

HEJMAR 23

2021/7/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Gurmuz bi van gotinan behsa wê rojê dike: “Saet derdora 9-10’ê sibehê DAIŞ hat. Piştî DAIŞ hat, ji 1-2 km. dûr ve bi doçkayê gulebaran kir. Quwetên pêşmerge reviyan, me ji wan re got hunê çi bikin, gotin em ê birevin, em hew bimînin li vê derê. Me nekarî ji gund jî derkevin me berê xwe da qeracê.” Dema mufreza DAIŞ’ê derbasî gundê Herdan dibe, xelkê ser rêyan car din vedigerînin nav gund. Ji xelkê re dibêjin em tiştek bi we nakin. Lê piştî ku gund dorpêç dikin, destpêkê keç, jin û zarokan direvînin pişt re jî ciwan û zilamên gund li ser cadeyan dikujin. Gurmuz wiha behsa wê rojê dike: “Ji me re digotin em ne ji bo we hatine, armanca me şikênandina pêşmerge û artêşa Iraqê ye. Alên spî rakin û tiştek bi Êzidiyan nakin. Lê ne wekî gotina wan bû, xelk xapandin.” ‘Yên dikarin şer bikin li gund man’ Rojên fermanê, rojên zehmet, rojên havîna germ bû. Bi roj di bin kelekela tavê de, bi şev jî li çolê di sermayê de man. Av û xwarin nebû, çek û cebilxane kêm bû. Di nav van kêmderfeti-


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/7/30

HEJMAR 23

72

DÎROK

Diclepress13@gmail.com

Me li ber xwe da lê hêza me têri nekir. Me 5-6 rojan şer kir. Me hinde li ber xwe dida, lê gule li tirêmpêlên wan nediçû, Di dawiyê de neçar dimînin ku dest ji gund berdin, destpêkê berê xwe didin Şerfedînê pişt re jî Başûrê Kurdistanê yan de, li hemberî hêzeke hovane 5-6 rojan li ber xwe didin lê piştî demekî nema dikarin berdewam bikin. Gurmuz neçariya rêwitiya jin, zarok û kalemêran wiha tarîf dike: “Me jin, zarok, malbat xilas kirin, ber bi Şerfedîn û Pîrê Ewra ve birin. Gundî, ciwan, yên dikarin sîlahê rakin û li ber xwe bidin li gund man. Hem li Şerfedîn man, hem li Pîrê Ewran man. Mufrezeyên DAIŞ’ê hatin ser van qeracan, heya rizgarkirina gund û herêmê me şer pê re kir.”

de kurmamên wî Bapîr, Xelef, Îsmaîl û Celal li gund şehîd dikevin. Her wiha gerîlayên PKK’ê jî xwe digihînin gund. Xelef Osman Gurmuz gerîlayên ku li gund şehîd dikevin bi van gotinan bibîrtîne “Wê demê PKK jî hatibû vê derê, di şerî gundê me de jî du heval şehîd ketin, hevalek xort û hevalek jin. Lê cenazeyên wan DAIŞ’ê bir. Ev şehîd ne yên rojên destpêkê ne, piştî ku şerê bi DAIŞ’ê re giran bû, şehîd ketin.” Piştî di pêşengtiya gerilayên PKK’ê de eniya berxwedanê ya li hemberî ‘2 gerîlayên PKK’ê li gund şehîd DAIŞ’ê xurt dibe, DAIŞ her ku diçe ketin’ paş ve diçe. Di nav vê rewşê de, Di berxwedana li hemberî DAIŞ’ê gundiyên Gurmuzê jî destpêkê der-

basî gundê Guhbel dibin, piştî ku eniya şer derbasî Başûr ango milê Şengalê dibe jî vedigerin Gurmuzê. Vedigerin gund lê belê dîmena ku çav pê dikevin malên hilweşandî, şewitandî û gundekî talankirî ye. Êş û azarên fermanê, hesreta jin û zarokên aqûbeta wan nayê zanîn, şehîdên berxwedanê li Gurmuz nehatiye jibîr kirin. Lê wekî tolhildana van hemûyan, herkes malên xwe ji nû ve ava kiriye, dest bi karê xwe kiriye û li ser koka bîr û baweriya Êzdiyatiyê jiyana xwe car din şên kiriye.

..........


Diclepress13@gmail.com

RAPORT

73

HEJMAR 23

2021/7/30

SAL 4

KOVAR DICLE

MOHRA FERMANÊ KOÇO

WEKÎ FÎLMEKÎ BÛ PÊŞMERGE EM TESLÎMÎ WAN KIRIN

A: XÊRÎ QÎRANÎ

Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de

gelek gundên Êzidiyan rastî komkujiyan hat. Lê cihekî heye ku peyva fermanê jî têrî nake rûreşî, hovitî û tarîtiyê îfade bike. Gotineke Kurdî heye ku dibêje“Kit ji wan nehêlin” Ev gotin rastiya qirkirinê tîne ser ziman û tiştê ku li Koçoyê qewimîn jî di rastiya xwe de kok qelandin bû. Koço, gundê herî dawî ya Başûrê Çiyayê Şengalê ye ku 25 km. ji navenda Şengalê dûr e û her wiha dikeve navbera Şengal û Baacê. Beriya fermana 3’ê Tebaxa 2014’an hejmara şêniyên gund derdora 1700 kesî ye ku ji Eşîra Mendika ne. Piştî ku DAIŞ’ê Şengal girt, hefteyek muhlet dabû Êzidiyên Koço ku misilmaniyê qebûl bikin. Êzidî ji bîr û baweriya xwe nehatin xwarê û 7 roj şûn ve ango 15’ê Tebaxa 2014’an DAIŞ’ê yek ji kiryarên xwe yên herî hovanê li vî gundî pêk anî. Nehiştin kesek ji gund derkeve, hemû ciwan û zilamên Êzidiyên Koçoyê hatin kuştin, jin û zarok jî hatin revandin.

Niha 5 gorên komî li gund in ku cenazeyên derdora 400 Êzidî tê de ne. Di 6’ê Sibata îsalî de, meytên 104 Êzidiyên ku di komkujiyê de hatibûn kuştin, bi merasîmekî li gund hatin veşartin. Hê jî çarenûsa bi sedan jin, zilam û zarokên Koçoyê nayê zanîn. Dayik û 6 birayên wî hatin kuştin Yek ji kesên ku di komkujiyê de li Koçoyê bû û bi awayek mucîzewî xwe ji destê DAIŞ’ê xilas kir, Seîdê Muradê Pisî ye. Dayika wî û şeş birayên wî ji ber ku nexwestin bi darê zorê bibin Misilman hatin qetilkirin. Seîdê Murad jî di gulebarana DAIŞ’ê de bi 6 guleyan birîndar bû, tevî bi dehan kesên ku hatin qetilkirin di nav gorê komî de hat hiştin û bi îradeyeke mezin a jiyanê xwe ji çela mirinê xilas kir. Murad dibêje 3’ê Meha 8’a, ango roja êrîşa DAIŞ’ê li gundê Koço nêzî 80 peşmergeyên PDK’ê hebûne ku xwe li ser medresa Koço bicih kirine. Tevî ku ferman li ser Êzidiyan hatiye rakirin û DAIŞ hatiye herêmê jî pêşmerge ji wan re dibêje tu metirsî

ji bo wan nîne û wan navê ji gund derkevin. Lê li ser vê gotinê destpêkê pêşmerge dest ji gund berdidin û direvin, Pişt re jî DAIŞ tê gund dorpêç dike û dikeve nav gund de. ‘Wekî fîlmekî bû’ Murad wê kêliyê wiha tîne ser ziman:“Wekî fîlmekî bû em teslîmî wan kirin. Eger DAIŞ’ê biviya, wê pêşmerge jî li gundê me bigirin, lê wan em teslîm kirin. Em li gund man, DAIŞ’ê noqteyên xwe anîn dora gund. Gotine me ka sîlehên we, hinek ji me sîleh dane hinek nedanê, gotin ala spî rakin, em ne ji Êzidiyan re hatine, em hatine desthilatdariyê hilweşînin”. Piştî dorpêçê, zext û zora li ser bîr û baweriya Êzdiyatiyê dest pê dike. DAIŞ’ê ji Êzidiyên Koçoyê re du rê datîne. An ewê bi darê zorê bibin misilman an jî bêne kuştin. Murad, bersiv û helwesta Koçoyê wiha destnîşan dike “Mixtarê me Ehmed Caso mewcûd bû, ez jî li ba bûm. Wî got eger hun me bikujin jî em nabin Misilman”.


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/7/30

HEJMAR 23

Heta 15’ê meha Tebaxê, di bin destê DAIŞ’ê de li gund dimînin. Roja 15’ê Tebaxê, danê sibehê bi dehan seyarê têne gund, dibêjin emê we bigihînin çiyê, yên hatî cîran û kirîvên Koçoyiyan bûn, hêvî û xeyala herî mezin ji wan re dibêjin… Lê li şûna wan bigihînin çiyayê pîroz, hemûyan dibin medreseya Koçoyê. Keç û jin li qata jor, mêr jî li qata jêr bicih dikin. Murad jî di nav de derdora 450-500 kes li qata jêr bûn ku armanc qetilkirina wan bû. ‘Me şehadetiya xwe bi navê Tawisê Melek da’ Murad roja komkujiya reş, sibeha 15’ê Tebaxa 2014’an, wekî sahneyekî fîlmeke dîrokî bi van gotinan bîranî: “Dirav û zêrên me ji me xwestin û ev tişt ji me birin. Pişt re ji me pirs kirin ‘Kî ji we dibe Misilman’ me got em nabin Misilman. Bi tirimpêlan ji medresan kom bi kom derdianîn, di koma çaran de ez jî derketim. Li rojavayê-bakurê Koço em birine hewdekî sibayê, em kirine hewda. Me şehadetiya xwe bi navê Xwedê û Tawisê Melek da. Em gulebaran kirin“.

74

RAPORT

Diclepress13@gmail.com

‘Guleya şeşemîn berdan serê min’ 5 gule li laşê Murad dikeve û birîndar dibe lê ji bo sax nemîne guleya şeşemîn jî berdidin serî wî, li stûyê wî dikeve. Murad kêliyên di navbera mirin û jiyanê de, rizgarbûna ji gorê komî wiha tîne ser ziman: “Wan go ez kuştî me. Pişt re hevalek ji me re got kî ji we sax e, min got ez sax im. Min serê xwe rakir du teyare raserî me bûn, em bi çalepkê derketin, ez û Elî nêzî 100 metreyî ji cihê makberê (gorê) dûr ketin, em ketine cihê muwelide, em tê de man” . ‘Birîndaran bi saxî binax kirin’ Ji bilî Murad, gelek kesên din jî birîndar dibin lê hê jî sax in lê nikarin ji cihê xwe derkevin. Murad û hevalê wî Elî heya êvarê li cihê ku xwe veşartine dimînin. Birîna wan hebû lê derman tunebû. Murad dibêje wan ax wekî derman daniye ser birîna xwe da ku sax bibin. Ji aliyekî ve jî çavê wan li ser gora komî ye, kesên birîndar hene. Lê hovitiya DAIŞ’ê tu sînor nas nake, tên kesên birîndar bi saxî defin(binax) dikin, keç û jinan jî direvînin. Murad pişt re behsa rêwitiya dûr û dirêj dike û wiha dibêje:“Di saetên

Yek ji kesên ku di komkujiyê de li Koçoyê bû û bi awayek mucîzewî xwe ji destê DAIŞ’ê xilas kir, Seîdê Muradê Pisî ye. Dayika wî û şeş birayên wî ji ber ku nexwestin bi darê zorê bibin Misilman hatin qetilkirin êvarê de ez û Elî derketin, me xwe li gundê Kapusî girt. Em şeş rojan man. Birakê min li wir bû. Cihê birînên me diwerimî, min got em biçim. Em ji


Diclepress13@gmail.com

RAPORT

75

HEJMAR 23

2021/7/30

SAL 4

KOVAR DICLE

Kapusiyê derketin. Saet 8’ê bi şev em meşiyan, em gihîştin nêzikê Solax, 3 tirimbêlên DAIŞ’iyan

hatin pêşiya me. Me xwe veşart. Piştî ku ew çûn, em rabûn, av diherikî me dibyetên xwe dagirtin, em çûn depe. Li ba depe jî tirembêlên wan hebûn, me xwe veşart, piştî ku ew çûn em ber bi çiyê ve çûn, hevalê min nêzikê Reşeka got ez hew karim. Birîna wî li piştê bû. Min got tu li vir bimîne, eger xwedê ji me re bike bi xêr emê vegerin”.

‘Kesên bedel dane divê li Şengalê bimînin’ Murad di dawiya çîroka xwe de gotinê tîne ser roja me ya îro û ji bo ew kesên li ber rizgarkirina Şengalê canê xwe dane van gotinan dibêje: “Em gelek memnûn in ji hevalan, ji PKK’ê, Asayîşa Êzîdxan, YBŞ’ê, Haşdî Şabî. Bi ya min, ew însanên ku şehîd dane, cihê ku lê şehîd dane ne lazim e ku ji wan re bêjin derkevin. Lazim ‘Li çiya em gihîştin hevalan’ e ew şexs bimînin. Şehîd dane, ked Murad şeş û nîvê sibehê digihe dane, qencî li me kirine”. Amûda serê çiyê, çav bi dewrêşên hemdem dikeve. Li wir xwe digi- ‘Pêşmerge şer bikira Êzidî şehîd hînin gerîlayên PKK’ê, bi gotina wî nediketin’ cemaatê hevalan û wiha pê de diçe: Murad, ji ber zexta li ser hêzên YBŞ“Em gihiştîn ba hevalan, alîkariya YJŞ’ê û Asayîşa Ezîdxanê jî bertek me kirin. Me got hevalek me maye, nîşan dide û wiha dibêje: “Partî çûn ew jî anîn. Me xwarin xwar, em (PDK) dixwaze ev hêz derkevin. Ew derman kirin, çi ji destê wan hat tex- reviyan ji ba me, piştî me evçend sîr nekirin. Eger ew ne li wir bûna şehîd dan. Wan şer nekir, guleyek îxtimal emê miribana. Eger PKK ne jî neteqandin. Eger çar pêşmerge mewcûd ba”. li Koço şehîd bûna, evçend ji Koço Murad pişt re ji bo derman bibe diçe nedihatin kuştin. 1726 nefer hebûn Başûrê Kurdistanê lê çawa ku guley- li Koço. Hemû talan bûn, sebeba wî an ji laşê wî derdixin û sax dibe berê çi bû, sebep pêşmerge bû. Eger şer xwe car din dide Çiyayê Şengalê û bikirana evçend Êzidî şehîd nediktevlî têkoşîna rizgarkirina axa qedîm etin”. û pîroz dibe.

Me li ber xwe da lê hêza me têri nekir. Me 5-6 rojan şer kir. Me hinde li ber xwe dida, lê gule li tirêmpêlên wan nediçû, Di dawiyê de neçar dimînin ku dest ji gund berdin, destpêkê berê xwe didin Şerfedînê pişt re jî Başûrê Kurdistanê





Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.