6 minute read

CUREYÊN NIVÎSAN

Carna demeke kurt a jiyana mirov dibe mijara kurteçîrokê, carna jî xewnek an jî xeyalek. Vegotina kurteçîrokê girêdayî nivîskar e. Di kurteçîrokê de armanc dayîna ramanekê ye an jî heke hûnandin li ser takekesekî be, aliyekî wî tê destnîşankirin. Ev di heman demê de taybetmendiyê kurteçîroka klasîk e. Kurteçîroka nûjen ne weke klasîk e. Kurtir e û kitekitên ew taybetmendiyê takekes bi hendazetî tê hûnandin. Weke mînak di kurteçîrokên Marqûez de ew aliyê takekes pir tê nepixandin, heta nivîskar wisa lê dike ku dilêr dertê raserî rastînê. Li hember vê di kurteçîrokên Çehov de takekesekî diyar tune, di ser de jî carna bûyer jî tun in. Di kurteçîrokê de hûnandina ziman û şêwaz pir girîng e. Ji ber vê çendê gelek nivîskar hene, şêwaza hûnandina zimanê kurteçîroka xwe li ser bingehê helbestê datînin. Helbet ev sînorekî pir zor e û ji bo vê yekê hostayî divê.

Çîrok

Advertisement

Çîrok, cureyê wêjeya devkî ye. Di nav gel de ava bûne û bi vegotina devkî ji nifşan derbasî nifşan bûye. Çîrokên kurdî yên gelêrî ji bo vê yekê mînak in. Ew çîrok di vê sedsala dawî de bi saya nivîskarên kurd derbasî ser nivîsê bûne. Di çîrokan de xalên balkêş sê lib in. A yekê bûyerên di çîrokê de peyda dibin, afirandinên xeyalî ne, girêdana wan yekser bi rastînê ve tune ye. A diduyê dilêrên çîrokê bi temamî ew kesên şayese ne, xwedî hêzeke derveyî-mirovî ne. A sisêyan jî cih û dema wan ne diyar e. Weke taybetiyekê di çîrokê de

Rexne ew nivîs in ku di derbarê berhem, afirandin, bûyer an jî ramanekê de têne nivîsandin. Bingehîn armanca van nivîsan rexnekirin e. Lê belê di vir de xala herî girîng ew e ku rexneyên bê kirin divê li ser bingehê zanistî bin

yên qenc hene û li hember wan jî yên xirab. Timî jî di dawiya çîrokê de serkeftin dikeve destê qencan. Ên xirab têne cezakirin. Helbet ev hilbijartineke bizanebûn e. Çima ku di çîrokê de esas e ku bi mijarê ramaneke giştî bê dayîn. Ev jî li ser navê qencî û başiya mirovan tê kirin. Ji ber vê çendê jî çîrokên her gelî bi gor jiyan û çanda wî gelî mijaran hildane dest û ew ramana ku xwestine bidin destnîşan kirine. Lewma mijarên ku di yekûna wan de hiltê jor, ew mijarên gerdûnî ne, ku bûne malê temamê cîhanê. Pexşan, bi gotineke giştî nivîsên sivik in. Helbet ev sivikbûn ne di hunera nivîsê de, di şêwaz û bîçimê wê de ye. Mirov dikare bibêje ku her tişt dikare bibe mijara pexşanê. Di pexşanê de dîtina li ser tiştekî heye. Lê vê bîçimê dîtinê, nabe ku mirov bi zorê yan jî bi gotinên misoger bi xwendevan bide pejirandin. Dîsa nivîskarê pexşanê, nakeve hewldana îspatkirina tiştekî. Bi zimanê xwe yê xweşik, wisa dike ku xwendevan bêyî ku bertekekê bi xwe re rabihîse, xwe berdide herîkîna wê nivîsê. Ji ber vê çendê hûnandina zimanê pexşanê gelek çetîn e. Serweriya ziman dixwaze. Hêza şiroveyê dixwaze. Dîsa li ba van herduyan, pênaseyên balkêş dixwaze. Ger di pexşanê de pênaseyên nedîtî nebînayî tunebin, zehmet e ku ew pexşan bala mirovan bikişîne. Di pexşanê de nivîskarê weke Montaigne ku firensiz e û Bacon ku ew jî îngilîz e, sereke ne. Lê belê di roja îroyîn de ev beşê nivîsê gelek pêş ketiye û di aliyê mijarê de jî dewlemend bûye.

Pêkenok

Pêkenok bûyerên rojane, bi şêweyekî ku mirovan dikenîne tê hûnandin. Di pêkenokê de xweşkirina dilê mirovan esas tê girtin. Bi piranî di pêkenokê de ramanek heye û armanc tê kirin ku ew raman bi rengekî rexneyî bê dayîn. Zimanê pêkenokê bi rengekî sivik û henekî tê hûnandin. Ger ziman giran were rêstin, hinge dibe ku ew pêkenok ji armanca xwe derbikeve. Weke cureyekê nivîsên roj-

nameyê jî pêkenok têne nivîsandin. Ew zêdetir bûyerên rojane ji aliyê rexneyê ve hildidin dest û bi awayekî ramana rast nîşan didin. Di van nivîsan de ziman weke ku bi yekê/î re sohbet tê kirin têne hûnandin.

Meqale Ev nivîsên rojaneyî ne. Di van nivîsan de aliyê agahî dayînê li pêş e. Lê belê divê di van nivîsan de nivîskar ew raman, bûyer an jî kirûya ku hildide dest, bi rengekî zanistî ispata wan deyne holê. Ji bo vê yekê jî delîl, îspat û dane divên. Ger di hundirê meqaleyekê de ev hersê xal bi têrayî hebin, wê gavê xwendevan bi rengekî hêsanî dikare bawerî bi wê nivîsê bîne. Çima ku armanca meqaleyê dana bawerkirina xwendevanan e. Mijara meqaleyê ne bisînor e. Dîsa di aliyê şêwaza nivîsê de pîvanên diyarkirî nîn in. Dikare bi rengekî rojaneyî û di heman demê de jî, bi awayê felsefîk, ramyarî, hunerî, çandî, zanistî û dîrokî bê hûnandin. Di meqaleyê de xala sereke ne mijar e, şêwazê dana wê ramanê ye ku di hundirê nivîsê de peyda dibe.

Rexne Rexne ew nivîs in ku di derbarê berhem, afirandin, bûyer an jî ramanekê de têne nivîsandin. Bingehîn armanca van nivîsan rexnekirin e. Lê belê di vir de xala herî girîng ew e ku rexneyên bê kirin divê li ser bingehê zanistî bin. Bi gotineke dîtir, rexne divê xwe bide rûniştandin li ser esasê rastînan. Çima ku hedefa rexneyê çewtî û şaşiyan danîna holê ye. Ji

Çîrok, cureyê wêjeya devkî ye. Di nav gel de ava bûne û bi vegotina devkî ji nifşan derbasî nifşan bûye. Çîrokên kurdî yên gelêrî ji bo vê yekê mînak in. Ew çîrok di vê sedsala dawî de bi saya nivîskarên kurd derbasî ser nivîsê bûne

ber vê çendê bi alîkariya rexneyê em dikarin çonayetiya berhem, afirandin, bûyer an jî ramanê fam bikin. Ger tiştek bi aliyên baş û xirab muhasebeya wê bê kirin, dikare baştirîn bê fêmkirin. Rexne vê yekê pêk tîne. Di rexneyê de bêalîbûn esas e. Nabe ku nivîskarê rexneyê alîgir be. Ger aligirî û terefgirî di xwediyê nivîsê de hebe, gengaz e ku xwendevan bi awayekî çewt were bizanebûnkirin. Di nivîsên rexneyî de divê mirov baldarê van xalan be. Di nivîsên rexneyî de heqaret nabe, êrîşkarî û gotinên derveyî ehlaqa civakê nabe. Dîsa divê li hember jiyana mirovan rêzdarî hebe di nivîsê de. Nabe ku mirov berê nivîsê ji hedefê wê bizivirîne ser kesayeta xwedî. Her wiha ger bê xwestin çewtiya tiştekî bê nîşandan, divê ev yek bi delîl û îspatan, an jî bi divêtiyên ku dikarin mirov qane bikin were kirin. Heke di rexneyê de darezên subjektîf hebin, çonayetiya wê nivîsê dikeve. Em tiştekî bi ecibînin, ne ecibînin, gava ku em lê rexneyê bikin divê em xwe ji şayişên takekesî dûr bigirin. Hetanî di destê me bê divê em bi rengekî zanistî dane, delîl, ispat û divêtiyên xwe deynin holê.

Serpêhatî

Ev nivîs ji hêla wan kesan ve tê nivîsandin, ku li der û deveran digerin û di derbarê wan deran de agahiyê didin xwendevanan. Di van cure nivîsan de piranî ew cihên xweşik û bedew bi rengekî balkêş têne danîn û di derbarê wan de penase têne çêkirin.

Bîranîn

Bîranîn vegotin û şiroveyên qonaxekê dihewînin. Buyerên wê qonaxê bi şêweyekê balkêş tê derbirandin. Dibe ku nivîskarê bîranînê bûyerên jiyana xwe vebêje û dîsa dibe ku yên jiyana yekî din. Lê belê çendî ku ev nivîs qonaxekê diderbirînin jî, ne nivîsên zanistî ne. Tenê ji bo qonaxekê dikarin bibin belgeyên dîrokî.

Jînegerî

Ev nivîs vegotina jiyana kesekî dihewînin. Di nivîsên jînegerîi de ji destpêkê hetanî wê rojê kitekitên jiyana wî kesê ku bûye mijara

This article is from: