1 minute read

XAL ELÎ: PDK ŞER NEKIR, GERÎLA Û GELÊ ÊZIDÎ ŞENGAL RIZGAR KIRIN

XAL ELÎ: PDK ŞER NEKIR, GERÎLA Û GELÊ ÊZIDÎ ŞENGAL RIZGAR KIRIN

A: BÊRÎVAN ÊZÎDÎ

Advertisement

Berpirsê Foça Laleş a Şengalê Xal Elî, di salvegera rizgarkirina Şengalê de bibîrxist ku PDK’ê li Şengalê şer nekiriye û got; “Dema şer giran bû pêşmerge ne li Şengalê bû. Gelê Êzidî û gerîla bi hev re Şengal rizgar kirin”. Di ser re 6 sal derbas dibe ku di 13’ê Mijdara 2015’an de navenda bajarê Şengalê ji aliyê gerîlayên PKK’ê, şervanên YPG’ê YPJ’ê û gelê Êzidî ve hate rizgarkirin. Her çiqas tê zanîn ku ka çawa Şengal teslîmî DAIŞ’ê hate kirin û çawa hate rizgarkirin jî, bi taybet PDK’ê ku ji şikestina Şengalê berpirsyar e, hewl dide bi propagandayeke berfireh xwe wekî hêza ku Şengal rizgar kiriye nîşan bide. Yek ji kesên beşdarî vî şerî bûye Berpirsê Foça Laleş a Şengalê ya Heşda Şabî Xal Elî ye ku di rizgarkirina Şengalê ji destê çeteyên DAIŞ’ê de wek komeke serbixwe di nav şer de cih girtiye. Xal Elî da diyarkirin PDK’ê li Şengalê şer nekiriye, hem di dema radestkirina Şengalê de, hem jî di pêngava rizgarkirina Şengalê de bi DAIŞ’ê re lihevkirine.

‘Plana radestkirina Şengalê bi destê PDK’ê pêkhat’

Xal Elî di wê baweriyê de ye ku plana radestkirina Şengalê, projeya Emerîka û hin ji welatên herêmê bû û wiha axivî:“Ev plan bi destê PDK’ê hate kirin û bi rêkeftin Şengal radestî çeteyên DAIŞ’ê hate kirin. Di aliyê rêxistinî de kêmasiyên gelê me jî hebûn. Ji ber ku pişta xwe bi wan hêzên ku xwe wek hêzên Kurdî didan naskirin girêdidan”.

‘Gelê Êzidî û gerîla bi hev re Şengal rizgar kirin’

Xal Elî bibîrxist ku di rizgarkirina Şengalê de gelê Êzidî li gel hêzên gerîla şerekî mezin kirine û bi van gotinan bersiv da propagandayên PDK’ê:“Di dema rizgarkirina Şengalê de car din PDK’ê bi DAIŞ’ê re li hev kirin û di roja rizgarkirina bajarê Şengalê de DAIŞ’ê xwe ji Şengalê vekişand. Çawa ku pêşmerge Şengal radestî wan kirin ku gelê me di komkujiyan re derbaskirin, piştî ku ev pilan li ser Êzdiyan pêk anîn car din DAIŞ’ê xwe ji Şengalê vekişand û hin cihan radestî pêşmergeyan kirin”.

This article is from: