4 minute read

PÎLANGERAN DIXWAZIN FERMANÊ BI YASAYÎ BIKIN

JI EDÎTOR

PÎLANGERAN DIXWAZIN FERMANÊ BI YASAYÎ BIKIN!

Advertisement

AVAKIRINA PERGALA RÊVEBERIYA XWESER BERSIVA PÎLANGERAN E

Xwendevanên hêja!

Dewleta Tirk û PDK’ê, tevî hevalbendên xwe yên heremî û nêvdewletî dest ji fermana ku di sala 2014’an de bi ser gelê me ve li Şengalê pêkanîn bernadin û li pey rê û rêbazên cûda digerin da ku karibin fermanê temam dikin. Lê ji ber ku hemû plansaziyên wan ji ber berxwedana gel têk çûn niha jî di nav hewldanê de ne ku qaşo bi rêya yasayî, di bin navê peymanekê de xwe bigihînin encamê. Komên çete yên DAÎŞ’ê û hevalbendên wê, gava nekarîn bi rêya komkujiya fîzîkî dawî li gelê me yê Şengalê bînin, hewl dan di dema azadkirina bajarê şengalê de di 2015’an de car din hêzên hevkarê xwe li Şengalê bi cih bikin. Lê bi hewldana keç û xortên Êzîdî yên Şengalî ev hewldana çeteyan û hevkarên wan jî hat pûçkirin. Di 9’ê Cotmeha 2020’an de jî car din hikumeta navendî a Bexdayê bi alîkariya PDK’ê û piştgiriya hêzên navdewletî û bi taybetî jî ya dewleta Tirk hewl dan îradeya bi rêxistinbûyî ya Şengaliyan binpê bikin û fermana li ser civaka me bi rengêkî qanûnî pêk bînin û bi wî awayî fermana fîzîkî bi rengê fermana sipî bigihînin encama ku dixwestin. Lê cardin bi berxwedana dayikan û sazî û rêxistina civaka Êzîdî ew hewldan jî hat vala derxistin. Di dema hilbijartinê de jî xwesteka wan hêzan ew bû ku zemîna vegera li Şengalê ji xwe re ava bikin, gava wan hêzan îradeya bi rêxistinbûyî ya civakê dîtin vê gavê hewl dan bi rêya saxtekirina dengan û bi zext û şantajan dengê gelê me a rasteqîn bidizin û wisa nîşan bidin ku ew nûnertiya civaka Êzîdî dikin. Herçiqasî jî wan hêzan hewl didin îradeya gel ji xwe re saxte jî bikin, lê êdî ji her kesî re îsbat bûye ku Parlemana Iraqê jî nikare mîna berê ji pirsgirêkên civakê re çareserî diyar bike. Her wiha parleman û misyona perlemanê di civakê îraqî de bi giştî bûye cihê pirsê û bi taybetî jî ji bo gelê Êzîdî ev parleman heya niha, ji 2014’an û pê ve tiştêkî ji bo gelê Şengalê û Êzîdiyn nekiriye. Tenê yasayêkî di berjewendiya kesên ji destê DAÎŞ’ê rizgarbûyî de derxistiye ku di pratîk de jî nehatiye pêkanîn, ji ber vê yekê ji niha şûn ve jî encama hilbijartinê ku bixwazê di parlemanê de temsîla civaka Îraqî û Êzîdî jî bike hatiye red kirin û bûye cihê guman ku nikarê tu pirsgirêkan çareser bike. ji derveyî vê pergala heyî li pey çareseriyê bigerin. Ji ber ku sîstema parlemaniya çarsalî ku di ser esasê dabeşkariya kursî, post û diravan hatiye avakirin nikarê xizmeta civakê bike. Parleman êdî mîna berê nikarê nûnertiya gel a ji bo çar salan bike. Gelê me jî û gelê îraqê jî bi giştî divê bendewariyêkî wan ji vê hikumeta nû jî nebe. Hikumetên berê çi ji gelê Îraqê û gelê Êzîdî kirin, ev hikumeta nû nikarê xwe jî birêve bibe. Ji ber vê yekê divê gelên Îraqê sîstema xwe êdî bi destê xwe ava bikin û ji niha ve baştirîn azmûna damezrandina sîstema xweseriya demokratîk û beşdarbûna raste rast a gel a di çarenûsa xwe de ye.

Bihêzkirina parastina cewherî pêwîstiyêk e...

Di rewşa niha ya Îraqê de mirov divê ji derveyî çareseriyê, li benda bûyer û pêşketinên nebaş de be. Dibe li Îraqê şerê navxweyî jî derkevê, dibe hin aliyan bixwazin desthilatêkî piranî jî bixin destê xwe û zerbe jî bi ser hinêk aliyên din jî bikin. Dibe cardin jî hikumetêkî qaşo hevbeş mîna ezmûnên berê jî bê damezrandin û di ser post, dirav û kursiyan de jî li hev werin. Ev hemû jî îxtimal in ku dibe di vê demê de rû bidin, di rewşekî wisa de gelê me yê Êzîdî û Şengalî di serî de divê herkes hêzên xwe yên parastinê bihêztir bikin û ji bo parstina hebûna xwe çi pêwîst bê jî bikin. Ji ber ku ji bo gelê me, bi taybetî piştî hilweşîna sîstema Beas a di sala 2003’an de, di berjewendiya gelê me yê Êzîdî de tiştêkî nehatiye kirin. Êdî dem hatiye ku Êzîdî jî merhelê baş fem bikin û li gorî wê yekê hêzên parastina xwe ya rewa û cewherî xurt bikin.

Yekbûn û yekîtiya navxweyî pêwîst e...

Di vê demê de ji her demê zêdetir pêwistiya gelê me bi yekbûn û yekîtiyê heye. Neyar heya niha hewl dide ku gelê me parçe bike û desthilatdariya xwe li ser wan ferz bike, lazim e êdî gel hişyar be û pîlangeriya neyaran baş fêm bike. Neyar hewl dide bi qirkirina fîzîkî, yasayî, qirkirina sipî û bi koçberkirina gelê me ji cih û warê wan derxînê. Bê ferq û cûdatî divê gelê me rê bi pîlana dijminan nede ku yekbûna gelê me parçe bikin. Gelê me êdî nikare tehemula wan hemû bê edaletiyan bike. Ji bo gel bi awayêkî azad û wekhev jiyan bike pêwîst e bizanibê ji her demî zêdetir yekîtiya navxweyî pêwîst e. Eger yekîtiya me tunebe dijmin dikarê bi rehetî fermana 74’an bi ser bixe û encaman bi dest bixe. Ji bo wê jî çi destê kî bê divê ji bo yekîtiyê hewl bide. Tenê rêya çareseriyê jî li hemberî neyaran yekîtiya gelê me ye.

This article is from: