4 minute read

40 BIRCÊN XWE HENE

KELEHA XOŞABÊ 40 BIRCÊN XWE HENE

Melîk AYKOÇ

Advertisement

Keleh li gundê Xoşabê, li bakurrojhilatê wî çemî ye yê ku gundê Xoşabê kiriye du parçe. Keleh li ser zinarên kewke û baxirên ji çem pêncî, şêst metre bilind dibin, hatiye avakirin. Baxir û zinarên di zemînê wê de bi serê xwe weke kelehekê bi xof e. Kelaha navîn yan jî qedîm a li ser Baxirê gewr bilind bûye, di dema Xaldiyan/ Urartuyan de hatiye lêkirin. Lê keleha li hawîrdora keleha qedîm, pirr dû re lê hatiye zêdekirin. Ev keleh bi qasê 29 km li Rojhilatê Keleha Aspêşînê ye. Ji ber awayê lêkirina wê, mirov dikane bêje, pirr berê wê di serdema Key Menua de hatiye lêkirin. Keleh li ser rêya diçe Urmiyê, Kotur û Muşaşîr hatiye lêkirin. Rêya Hekarî jî îro di wir re diçe. Lê di dema Urartuyan de di vir re rêya dîrokî ya Xaltan derbas dibû. Ev rêya dîrokî bi qasê 10 km li başûrrojhilatê gundê Xoşabê pej didan û dibû sê parçe. Yek ber bi bakurêrojhilat ve diçû Koturê, yek ber bi rojhilat ve diçû Urmiyê û yek jî ber bi başûr ve diçû Ardinî (Muşaşîr/Gever). Lêkirina Keleha hundir, xwerû deriyê ketina nava kelehê gelek dişibe lêkirina Keleha Mazgirt a Dêrsimê. Di vir de jî rêya dikeve nava kelehê li bakurê kelehê di nava baxir de hatiye kolan, mirov bi dehan pêpelikên derenceya kelehê re ya ku weke tunelekê xuya dike, hildikişe, wisa digihîje navenda keleha navîn yanê ya ji dema Xaldiyan ve maye. Lêkirina dîwarên keleha qedîm yanê navîn, zinarên hatine bikaranîn û teraştina wan bi aşîkarî raberî me dike ku ev keleh di serdema Key Menua de hatiye lêkirin û yek ji kelehên kevn e. Li aliyê din nîşaneyên tunela veşartî ya diçe çemê Xoşabê jî hene, lê hê nehatiye vekirin. Wekî din, li bakurrojhilatê keleha qedîm birceke çavdêriyê heye. Her çendî av ne dûr e jî, çend çalên sarincan jî hene. Keleha berfirehkirî yanê ya li dor Keleha kevn hatiye lêkirin jî di sala 1643’yan de ji aliyê Mîrê herêmê, mîrê Mehmûdiyan, Suleymanê Kej ê Mehmudî ve û her wiha anegorî gotinan, bi piştgiriya padîşahê Osmanî, Kanûnî hatiye lêkirin. Di nava wan sûrên nû lêkirî de mizgeftek, hemam, firin, xaniyên xebatkaran û qesreke mezin bi du

Keleh li ser rêya diçe Urmiyê, Kotur û Muşaşîr hatiye lêkirin. Rêya Hekarî jî îro di wir re diçe. Lê di dema Urartuyan de di vir re rêya dîrokî ya Xaltan derbas dibû. Ev rêya dîrokî bi qasê 10 km li başûrrojhilatê gundê Xoşabê pej didan û dibû sê parçe

koşkan hatiye lêkirin. Di nava gel de jê re “Qesra Siloyê Kej (Kejo)” tê gotin. Li cihê herî bilind ê li rojhilatê kelehê, koşka raçavandinê, li aliyê rojava harem û li çengê rojava jî koşka mêran heye. Di kelehê de zîndanên bê derî, her wiha holeke mezin a dorgirtî dişibe arenayên pevçûnê yên Romayê jî xuya dike, weke wan arenayên koleyan tê de bi lawirên kovî re şer kirine. Li dor wê jî holên lêmayîna koleyan hene. Hem di keleha qedîm û hem jî di keleha li dor wê de gelek jûrên wek depo hatine bikaranîn jî xuya dikin. Her wiha tewleyên hespan jî ji bîr nekirine. Li dor sûra der ya dû re hatiye lêkirin, bi qasî 40 bircên çavdêriyê hene. Tişta herî girîng li vê kelehê jî nîş û derîyê kor hene, hem jî çar deriyên kor ên dişibin nîşên keleha Aspêşîn hene. Ev jî tê wê wateyê ku ji zû ve ji bo perestinê ev nîşane hene û dibe di kelehên Xaldiyan hemûyan de jî hebe. Her wiha rolyefên şêran jî li nêzê derî hene. Lewheyeke ku Mîr Suleymanê Kej daye nivîsandin, li dor vê jî kopiya şêrên Xaldiyan heye. Evliya Çelebî di seyahatnameya xwe de behsa keleha Xoşabê jî dike. Anegorê agahiyên wî, ew di sala 1650´î de hatiye vir. Ew kelehê wiha terîf dike: “Dora kelehê vekirî ye, çemê Xoşabê di rojavayê kelehê re diherike. Sûrên Aliyê der nizm in, 40 bircên xwe hene. Dora wê 1000 gav e, lê nêzîkê 800 malî, xanek, hemamek û çend dikan hene. Li dor wê jî gundek heye.” Wê serdemê bi giranî karwanên di navbera mîrîtîya Manan, eşîrên Medan û yên gelên Arî de di vir re hatine û çûne. Moxol û eşîrên weke Tirkan tên binavkirin di vir re di Naxcivanê re derbas bûne. Skenderê Mezin jî di ser Hewlêr û Bexdayê re berê xwe daye Persopolîsê. Bes ev der gelek rastê êrişê Asûran hatiye. Lema jî di destpêkê de wek keleheke leşkerî hatiye lêkirin, derfetên ku biyanî bikarin di nava labîrenta keleha qedîm de şer bikin, gelek kêm in. Ev der piştî Xaldiyan dikeve destê Medan. Dema Key Aştiyago diçe şerê Lîdyayê jî di ser vir re berê xwe dide bajarê Wanê, Yan jî Ruşaxênî. Vegera wî jî di ser vir re ye. Piştî Medan Pers vê kelehê ji bo karê leşkerî bi kar tînin. Ev keleh demekê jî dikeve destê Romayê. Lê artêşa Îslamê zêde xwe nade vir. Bes Mîrîtîya Ermenan jî ew bi kar anîn. Keleheke gelek taybet e. Hem karektera kelehên Xaldiyan, hem labîrentên ji bo şerê hundirîn û hem jî karektera kelehên serdema navîn yên piştî mîladê lê hene. Divê yên ku dikarin bibînin, biçin û piçekî dîroka xwe binasin. Bê vê, li nêzîkê wê bendava Zernekê û zuxrê Zernekê hene û hêjayê dîtinê ne. Hetanî keleheke din bimînin di nava xêr û xweşiyê de.

This article is from: