11 minute read

DI NAVBERA DU GUNDAN DE JÎ EW LÎSTOK TÊ LÎSTIN

RABIRDÛYEKE ÇANDA KEVN, TEMSÎL DIKE DI NAVBERA DU GUNDAN DE JÎ EW LÎSTOK TÊ LÎSTIN

MEHSUM BAGOK

Advertisement

Çanda Qewalan

Çanda Qewalan jî di nava civaka Êzîdiyan de xwediyê wateyekê ye, cihê bîr û baweriyê ye û rabirdûyeke çanda kevn, temsîl dike. Kesên ku taybet qewaltiyê dikin hene. Di rojên pîroz û rojên ku civakê ji nêz ve eleqedar dikin, qewaltiyê dikin û derdikevin pêşberî gel. Weke din pir baş li defê û şibabê jî dixin. Di nav civakê de cihekî wan ê pir bi qedir û bi qîmet jî heye. Ew di hinek deman de diçin û li nav gundan de digerin û rewşa civaka xwe dibînin, hêvî û moralê didin civaka xwe. Ew ji bo her rewşê yan jî her bûyerê, dernakevin pêşberî gel. Rêgezên wan ên çandî û olî hene. Li gera wan pîvanên pêwîst dibînin û derdikevin pêşberî gel û erkên xwe bi cih tînin. Dema ku derdikevin pêşberî gel jî, atmosfereke cuda didin avakirin. Cil û bergên wan, çanda kevnare ye, enstrûmana herî kevnar e def û şibab jî dibe dîmenekî resen. Ûslub û maqamên wan jî, civakê bi xwe re dikin yek. Êzîdî bi cilên xwe yên spî têne naskirin û ew ji cilên spî pir hez dikin. Ji berê de kiras, fîstan, şerwal hatine bikaranîn. Heyanî îro jî mirovên temen mezin wan cilan li ber xwe dikin. Lê belê her ku dem derbas dibe lixwekirina wan cilan kêm dibe. Ew reng paqijiyê ye, weke ronahiya rojê ye. Berstûka kirasan gilover didrûn û li xwe dikin. Ji bo ku Êzîdî rojê pîroz dibînin û piştî tarîtiyê roj dinyayê ronahî dike, wateya berstûka wan a gilover jî şiklê rojê ye. Di nava civakê de cil û bergên çanda berê û folklorî û lîstokên di nava civakê de her ku diçe, kêm dibin û êdî bandora modeya cilan di nava civakê de belav dibe. Weke mînak; mirov dikare lîstoka kevnar a şeq û hol nîşan bide ku roja îro qet nayê lîstin.

Şeq û Hol

Hinek bi kinahî dibêjin; Şeqhol. Hol goga gilover a ji darê çêdibe ye. Bi piranî ji darberûyê çêdibe. Ji ber ku ji dara berûyê çêdibe qayîm e. Mezinahiya wê gogê, bi qasî ku di nava destê mirovî de tê

Nêzî pênçî sal e ku di nava civaka Êzdiyên Şengal de, şeq û hol nayê lîstin. Êdî civakê dest ji wê lîstokê berdaye. Encax ew lîstok tê bîra mirovên temen mezin. Zarok û ciwanên vê demê agahiya wan li ser wê lîstokê nîne. Bêguman dema ku lîstok neyên lîstin û lîstok çênebin, wê werin jibîrkirin

girtin e. Weke goga lîstoka golfê ye. Weke din ji darî çiqileke zirav şivekê çêdikin. Ew şiv weke kopalan e û serê şivê jî weke şiklê kevçî çêdikin. Dema ku şiva dar li goga darî tê xistine, dengê ‘şeq’ jê derdikeve û navê lîstikê jî ji wir tê. Temaşevan lîstokê bi kelecan temaşe dikin. Ew lîstok di nava gund de, tê lîstin. Carinan jî koma lîstokê ya gundekê ji bo lîstinê, diçin gundekî din. Ango di navbera du gundan de jî ew lîstok tê lîstin. Ew lîstok ji bo şahiyê ye û şertên wê jî hene, weke mînak; di lîstokê de koma ku winda dike, xwarineke xweş çêdike, koma serkeftî û ya binkeftî bi hev re, wê xwarinê dixwin. Weke din dibe ku şertên cuda jî di destpêkê de diyar bikin. Lîstok bi kelecanî ji hêla temaşevanan ve tê şopandin. Di derbarê lîstoka şeq û holê de, dengbêj Şêxmûs wiha dibêje: “Siyabend dibêje; tê bîra min, ez zaro bûm. Min xwe berda nav zarokên Silîvana, holê û behrê. Wexta ku min kaşoyê(şeq) xwe davête holê, ku reqîn jê tê, wê birûsk vede li esîmanê heftê” Nêzî pênçî sal e ku di nava civaka Êzdiyên Şengal de, şeq û hol nayê lîstin. Êdî civakê dest ji wê lîstokê berdaye. Encax ew lîstok tê bîra mirovên temen mezin. Zarok û ciwanên vê demê agahiya wan li ser wê lîstokê nîne. Bêguman dema ku lîstok neyên lîstin û lîstok çênebin, wê werin jibîrkirin. Bi vî şiklî çandek ji bermahiyên hezarên salan, winda dibe û diçe. Dibe ku hinek ji derve jî ew çandên kevnar lêkolîn kiribin û ji bo xwe biribin. Di wan mijaran de, gelek çandên gelan hatine dizîn û weke ya xwe dane diyarkirin û xwediyê wê çandê jî înkar dikin. Lê belê eger lêkolîn bi rêk û pêk pêş bikevin, wê rastiya gelek tiştên qedîm derkevin. Çanda welatê me, çandeke gelekî pireng û dewlemend e. Çandeke weke deryayan e. Dema ku lêkolîn û lêhûrbûn kêm bin û yên heyî jî bi seranser

bin, wê xweşik xuya nekin. Pêwîstî pê heye ku di mijara lêkolînê de, gavavêtin hebe û mirov bikeve nava liv û tevgerê. Ew mirovên kal ên ku agahiyên wan hene, weke mînak kesên ku lîstoka şeq û holê dizanin, divê werin dîtin û li ser tevahiya aliyên lîstokê, were nivîsandin. Lîstok çawa tê lîstin, divê provaya wê pêş bikeve da ku zarok û ciwan fêr bibin û ew çanda kevnare nûjen bibe. Hewce ye di nava gund û bajaran de şahiya şeq û holê zindî bibe. Di roja îro de, ew erk pêk neyê, divê bê zanîn ku wê sibe pir dereng be. Piştî wan agahiyên ku li ser şeq û holê, mirov dixwaze ew lîstoka civakî û ya kevnar êdî careke din nûjen bibe û carele din bi reng û coşa xwe bibe ya civaka xwe. Divê ku du alî ango du komên şeq û holê bêne perwerdekirin. Dema ku prova qediya, dem dibe dema lîstokê. Ew lîstoka nûjenbûyî cara yekemîn bila li Serdeşta çiyayê Şengalê dakeve nava civakê. Di destpêka wê de, bila weke mîhrîcaneke biçûk were pêşkêşkirin. Bila careke din lîstokvan û temaşevan wê kelecanê jiyan bikin û di nava şahiyekê de, derbas bikin. Bila rojname, kovar, radyo û Çira TV bi nivîsî û dîmenan belav bikin. Ew dibe pîrozkirina lîstoka jibîrkirî. Waye careke din zindî dibe û li xwe vedigere. Bi vî rengî xwedîderketin hebe, wê çand ji bîr nebe. Wê çaxê, dê zarok û ciwanên Êzîdxanê wê çandê berdewam bikin. Bi vî awayî dê çanda şeq û holê zindî bibe û pêş bikeve. Mirov ne mecbûr in her reklamê û her mode bişopînin û pêk bînin. Dikare ji tiştê bi pîvan, baş û xweşik sûdê wergirin. Lê belê divê ku reseniya çanda xwe ango rengê xwe biparêzin û pêş bixin. Divê rengê cudahiya xwe ji bîr û winda nekin. ger çanda xwe neparêzin, wê rengê wê winda bibe. Parastina çandê erkên her mirovekî serwext e. Por û simbêl jî weke çandeke qedîm têne nirxandin û parastin. Mêr simbêlên xwe, jê nakin. Hinek mêr jî poran xwe jê nakin û pora xwe dirêj dikin, dihûnin û dikin kezî. Ev jî rengekî çanda wan e û mirov dikare mînaka wê ya di roja îro de jî bide.

Hûnandina Keziyan(Gosik)

Li nêzî gundê Barê bû, li akarên Simoqiyan dem demê êvarî bû û yekser mirovekî bala me kişand. Me silav da hev. Ew mirov rûken bû. Rengê tevahiya cilên wî spî bûn. Temenî wî nêzî şêst salî bû. Navê wî Salih bû. Mamê Salih ji gundê Ûsif e. Ev gund di hêla erdnigariyê de dikeve jora ziyareta Şerfedîn. Gundê Ûsif dikeve jêra çiyayê Şengalê û di heman demê de li jêra ziyareta Çilmêran e. Gundê Ûsif bi vî awayî di cihekî girîng de ava bûye. Ziyaretgeha Çilmêran li raserî gund e. Mamê Salih di nava erdnîgariyeke wilo de jiyan dike. Ew, di rojên îro de li derdora Barê jiyan dike. Ew, şivanê xwe ye. Ew ji çol û çiyan hez dike. Ew mirovê hêja li kîjan welatî dibe bila bibe û di nava gel de bimeşe, wê bala her mirovekî bikişîne. Ew cil spî ye, bi desmalê serê xwe pêçaye. Riha wî tune ye, lê belê sêmbêlên wî gur in. A herî balkêş çi ye? Keziyên pora mamê Salih in. Ew keziyên dirêj di ser milên wî de dirêj dibin. Hinek kezî jî li ser sînga wî daketine. Divê hejmara

Ew mirovê hêja li kîjan welatî dibe bila bibe û di nava gel de bimeşe, wê bala her mirovekî bikişîne. Ew cil spî ye, bi desmalê serê xwe pêçaye. Riha wî tune ye, lê belê sêmbêlên wî gur in. A herî balkêş çi ye? Keziyên pora mamê Salih in

kezî ango gosikan cot bin. Keziyan di bara rûyê xwe de berdidin. Nîvê keziyan aliyê rastê û nîvê din jî li aliyê çepê berdidin xwarê. Mînak; eger 8 kezî hebin çar kezî li aliyê rastê û çarên din jî li aliyê çepê tên berdan, lê divê were zanîn ku mêrên keziyan berdidin, li aliyê piştê bernadin xwarê. Piştî kezî tên hûnandin jî, êdî kum li ser tê danîn. Hêj di temenê xwe yên zaroktiyê de pora xwe xistiye kezî. Di dema zaroktiyê de, dayika wî pora wî hûnandiye û kezî çêkirine. Piştî ku mezin dibe heyanî roja îro ew bixwe pora xwe vedihûne û dike kezî. Hinek keziyên mamê Salih dirêj û

hinek jî kin in. Şeş keziyên wî diyar bûn. Dibe ku hinekî din jî keziyên wî hebin, an jî di bin desmala pêçayî de bin. Piştî hevnasînê, me bi mamê Salihê Êzîdxanê re wêneyên bîranînê kişandin. Cil û bergên wî, keziyên pora wî bermahî û berdewamiya çanda kevnar e. Ew çandeke pir xweşik e, gelek bi qîmet û bi wate ye. Mixabin ew çanda qedîm û kesayetên bi vî rengî sade, kêm dibin. Bi wan şêwazan her ku dem diçe kêm dibin. Diyar bû ku ji eleqedarbûna me bi bandor û kêfxweş dibû. Ew kesayeteke sade bû.

erkên dîrokî ne

Ger çand geş nebe, wê bihar bibe zivistan, em li bihara çanda xwe, xwedî derkevin. Çanda me pirengiya demsala biharê ye, bi taybet jî meha nîsanê ye. Ew meh di navbera Adar û Gulanê de ye. Ew meh dil, çav, hişmendî û xemla demsala biharê ye. Weke tê zanîn, jin pora xwe qut nakin û dirêj dikin. Por têne hûnandin û dikin kezî. Jin bi pora xwe û mêr jî bi simbêl û riha xwe bûne pîvana çanda civakê. Di nava civaka Rojhilata Navîn de mêrên Êzîdî bi egîdî û bi simbêlên xwe jî têne naskirin. Balkêş e ku Êzîdiyên her çar aliyên Kurdistanê û heya yên Qafqasyayê ger bavik û eşîrên xwe bibêjin û herêma xwe bidin nasandin, wê hev du nas bikin. Çanda eşîrtî ne weke berê ye. Bandora wê çandê, berdewam dike. Eşîrtî di demên kevn de tifaq, rêvebirin û parastina civakê bû. Xwe li dijî êrîşên dagirkeriyê bi hêza eşîrtiyê, diparastin û li ber xwe didan. Her wiha di wê xweparastinê de, gelek caran jinê jî bandoreke sereke lîstiye û mirov dikare mînaka wê yekê jî bide.

Tilîlî

Ew çandeke kevnar a jinê ye, heyanî roja îro jî berdewam dike. Wat-

eya xwe di gelek mijarên girîng de dibîne. Ew hêzeke manewiyetê ye. Bi dengê tilîlandinê, atmosfereke cuda çêdibe. Ew dibe coş, kelecan û cesaret. Ew ruhekî ji xwebaweriyê ava dike. Di encamê de îrade pêş dikeve. Di mijara tilîlandinê de lêkolîn çêbibe, wê gelek mijar werin pêşberî me û bi wê boneyê em mijarekê li ser Herêma Şengalê parve bikin. Di serdema împaratoriya Osmaniyan de, artêşa Osmanî êrîşekî têne li ser Êzîdiyên herêma Şengalê. Wê çaxê bi navê Zerîfa Osê jinek hebûye. Zerîfa Osê ji Mihemayê Evdo re tilîlandî ye. Jin dêbêje“ez jî werim şer”. Mêr jî jê re dibêjin“ tilîlandina te bes e.” Zerîfa Osê cil û bergên mêran li xwe dike, li hespî siwar dibe û piştgiriya wan dike. Ew êrîşa Osmaniyan tê li ser mintiqeya gundê Bekira û Ûsifa. Ew der dikevin hêla rojhilat û bakurê çiyayê Şengalê. Stran jî li ser wî şerî heye. Zerîfa Osê bi tilîlandina xwe rê vedike, cesaret û hêviyê dide. Mêr jî ji wê helwesta wê, bi bandor dibin. Berxwedana Êzdiyan, êrîşa artêşa Osmaniyan dişkîne, bi vî rengî tilîlandina jineke Êzîdî dibe wesîleya berxwedana mêrên Êzîdiyan. Ew berxwedan, Êzîdiyên herêma Şengalê ji fermanekî xelas dike. Di roja me ya îro de li herêma Qafqasyayê di nava Êzîdiyan de sondek heye û dibêjin. “Xweda me bê eşîra hev du neke.” Bal dikişînin ser tifaqa eşîrtiyê. Ji heyamên kevn de eşîrtî ji bo civakê xwedî risteke girîng e. Ew gelekî pewîstiya tifaq û tevayîbûnê dizanin. Govend; li herêma Şengalê hîn jî zindî derbas dibin. Di govendên wan de, cil û bergên folklorî xuya dikin û hejmareke kêm be jî, ew cil û bergên folklorî li xwe dikin. Pêwîst e ku ji cil û bergan bigire heya amûr, meqamên stranbêjan û govendan, çanda resen a civakê derkeve holê û li ser wê ya xwe perwerdekirin pêş bikeve. Lewma divê çand û rengên resen bêne parastin da ku zarok û ciwanên Êzîdxanê li ser wê koka xwe mezin bibin. Ew çanda resen ger nûjen nebe û di nav biçûk û mezinan de pêş nekeve gelo wê çi bibe? Wê çaxê dê bandora çandên derve li ser zarok, ciwan û tevahiya civaka me hebe. Ew jî dibe destpêka jibîrkirin û helandinê. A pêwîst çi be divê bi hesasiyetekê were destgirtin û li ser xebat hebin. Çanda li ser koka xwe ava nebe, wê bi lez û bez bikeve bin bandorên çanda modernîteya kapîtalîst û ew jî dê civakê hilweşîne. Eger mirov bala xwe bide hawirdorên xwe, dikare bi çavan jî mînakên xerabûnê bibîne. Wê caxê pewîstiya perwerdeyê dibe erkekî rojane û dîrokî. Ew çanda ku bi sed û hezarên salan li ser êş hatine kişandin, êrîş çêbûne û bi heman awayî ji bo wê parastin û berxwedan pêş ketine, divê were parastin, xwedî lê were derketin û were pêşxistin. Bi taybet ew erka her mirovekî Êzîdxanê ye. Parastina nirxan jî wisa çêdibe. Bi parastin û pêşxistina nirxan, wê siberoja zarokên Êzîdxanê mîsoger bibe.

Hol goga gilover a ji darê çêdibe ye. Bi piranî ji darberûyê çêdibe. Ji ber ku ji dara berûyê çêdibe qayîm e. Mezinahiya wê gogê, bi qasî ku di nava destê mirovî de tê girtin e. Weke goga lîstoka golfê ye. Weke din ji darî çiqileke zirav şivekê çêdikin

This article is from: