18 minute read

KOMKUJÎYA ÊZDIYÊN ÊLA AXBARANÊ

Eskerê Boyîk

Li welatê Rûsyayê, ji pey serketina șorișa Bolșêvîka dest bi șerê navxweyî yê bajarvaniyê bû. Hukumdarîya Rûsa mecbûr ma hêzên xwe yên leşkerî ji Bașûrê Kavkazê, Qersê, Bazîdê û heremên din, ku bin hukumdarîya wan da bûn, șûnda bikșînin. Ev herêm bê xwedî, bê hêzên parastinê man. Nenihêrî Impêratorîya Osmaniyê hilweșiyayî bû, lê dîsa Tirk ji wî halê çêbûyî sûdê wardigrin, bi xeysetê xwe yê dagirkirinê, bi zulm, qirr û birr berê xwe didine wê heremê. Pêra jî karê xweyî komkujiya Ermeniya, ku ew çend sal bû welêt da dest pê kiribûn, berdewam dikin. Leșkerê wanî giran û hêzên Ermeniyan yên xweparastinê rûbirû pêşberî hev dimînin. Ermenî șerê hebûn-nebûnê dimeșînin. Êzdiyên Serhedê jî dikevin li ber xezeba șûrê Tirka yê komkujiyê, xwe bi Ermenîya digrin. Leskerên Tirkan dawiya zivistana sala 1918 a qeza Qersê dagir dikin, dikevine Alêksandropolê /Gumrîyê/. Xwestina wan bû bi sê rêya1 ra herin bigihîjin Azerbêcanê, bajarê Bekûyê cîyê kannê pêtrolê û li wur ra, di deriya Xezarê ra ji xwe ra rê vekin berbi herêmên Asîya Navîn. Ji wan rêya, yek jî bi pilana Tirkan bajarê Gumriyê, rexê çiyayê Elegezê, BașAparanê ra gerekê biketa bajarê Yêrêvanê. Ev rêya wan li ser gundên Êzdîyan yê berpala çîyayê Elegezê, êla Êzdiyên Axbaranê ra derbas dibû. Êzdîyên Êla Axbaranê2 êdî ew sed sal bû li wur, bin hukumdariya Rûsa da dijîtin. Donzdeh gund bûn: Mîreka jorîn û ya jêrîn, Qundesaz, Quruboxaz, Cercerîs, Korbilax, Camûșvana mezin, Camûșvana biçûk, Pampa Kurda, Senger, Karvansera û Gozeldera Kurda. Xelkên Êzdî, yên wan gundan tê derdixin ku qezîyake pir xezeb berbi wan tê. Lê ne qewata wan hebûye pêșîya wê xezebê bigrin, ne jî derfeteke din ku xwe biparêzin. Serda jî, wan sala Êzdiyên qeza Qersê, êla Sîpka, ji dest qir û bira leșkerê Tirkê dagirkir, zordarî û neheqiya musulmanîyê, derba giran xweribûn, gund û warê xwe, milk û malê xwe hîstibûn, bi wundayên mezin, șikestî bi teherekî xwe gîhandibûn wê navçê, li cem mirovên xwe, sitar bûbûn. Xelk bê cî û war ketibûn devê xelayê, nexweșîyan, halê hebûn-nemanê. Êla Ezdiyên Sîpkî wek ya Zuquryan û Hesinyan bi tifaq û bi hêz nî bu, ku pirî-hindikî karibe xwe biparêze. Pêșîkêșekî wan yê li nava êlê da, ku xelk pey here, bawariya xwe ji wî bîne nî bû. Êla Axbaranê jî wî halî da bû. Li nav wan da zilamên xurt hebûn, lê xweyê hêzeke xweparastinê nî bûn. Mala K’ok‘ axa, ku gundê Mîreka jorin dijîtin hêza xwe wunda kiribûn û

Advertisement

nava Êzdiyan da bi bandor nî bûn. Vî halî da leskerên Roma reș bê astengî, wek lêyîke talan, cerd û mirinê berbi wan dikișiyan.

Eva çîroka, min ji gundîyê me(Qundesazê) rehmetîyê Apê Elî bihîstîye. Apê Elî sala 1970 min ra gilî kirye. Wê demê ew bawarkî ji 75 salî derbaz bû. Vê derheqê da min wusa ji Șêx Îsmaîl, Șêx Kamil, Mehmede Nado, Abasê Miho ji bîr tanîn. Evan tev jî dema wê bûyarê xort bûne. Mehmede Nado, Abasê Miho wî șerê da dijî Tirka șer kiribûn. Derheqa bûyarên komkujiyê da wusa jî min ji bavê xwe Boyîkê Hiso, gundiyên Qundesazê Hemê Șewêș, Dewatîyê Tosin, Deloyê Yolçî û gelekên din jî bihîstîye. Niha, wan tev jî emrê Xwedê kirine. Rehma Xwede li wan be. Wê dema komkujiyê Șêxê gundê Qundesazê, Şêx Hemze, șêxê Șêxûbekira, oldarekî maqûl, bixerqe, zane, șehreza bûye, Êzdiyê wê êlê tev qedirê wî oldarî dizanin. Șêx, zilamên gund di oda xwe da, hev dicivîne, ku wê der heqê da bi hev bișêwirin. “Rûs çûne, hêza Ermeniyan neçar in heremê biparêzin, ne jî em dikarin ber vê tofana leskerên Roma Reș bigrin. Vê zivistana sar neyarê kal-bavan wê qira Êzdîxana me bîne, - Şêx dibêje, - qeziya berbi me tê. Hê dereng nîne, gerekê em hev bișêwirin, tiștekî bikin, rêyekê ji xwe ra bibînin. Niha hûn gișt vir in. Ji we her kes malxwê mala xwe ye. Bêjin em çi bikin, gundê xwe çawa ji zulma Roma reș dûrxin“? Hinek dibêjin gerekê birevin,

Di pey çend rojan ra eyan bû ku wê şevê tirkan 72 zilamên gund kuştibûn… Ji mala me 7 zilam wê şevê bûbûn qurbanîyên xezeba tirkan: Apê Elo, Lawê wî yê tayê bi tenê Nado, nebîyê wî yê 18 salî Mehmûd, apê min Heco, Çeto, du lawên Çeto: Sefo û Ûsiv

hinek jî dibêjin: șerkin. Kalek jî dibêje: „Emê vê zivistanê serê xwe hildin, berbi ku birevin, yan hêza meye giran ji ku hatiye ku em dijî eskerê Romê rabin? Gotineke pêșîya heye, dibêjin: “Destê nayê șikandin, gerekê bê maçkirin”. Qirar dikin, Şêx Hemze, çend lawkê gund bide pey xwe, bi nan û xwê, bi ala sipî herin pêșîya leșkerên Tirkan. -Bi Xwedê, aqilê min rehma Tirkan nabire, lê eger hûn wusa difikirin, emê herin,- Șêx hazira ra qayîl dibe. Biryarê didin ku Şêx Hemze, Mahmedê Nado û du zilamê din, navê wan digotin min ji bîr kirîye, herin. Roja din, di berbang da lawik berê xwe didine bajarê Gumrîyê. Bala xwe didinê wê leșkerê Romê, sîyarên Kurdên musulman yên koçer șên û gundên li ser rêya xwe talan dikin û bê asteng berbi gundên Êzdiyê Axbaranê tên. Nêzîkî bajarê Gumrîyê, weke 70-80 km ji gundên Êzdiyan dûr çadirê wan vegirtî bûn. Lawik tesmîlî nobedarê leskerê Romê dibin. Hêvî ji nobedaran dikin, ku wan bibin bal serleșkerê xwe. Rind cil û bergê lawkê me dinihêrîn, ku cem wan çek-sîlih nînin, wan dibin hundurê çadireke mezin. Sinîya nan û xwê destê Șêx da, destê lawkên din da jî beyraqên sipî diçine çadirê. Çawa dikevine hundur, Şêx çok dide erdê, sinîyê datîne ber piyê serleșker û dibêjê: “Em Êzdî ne, kurmanc in, eșîr in, civakeke feqîr in, çend gundê me li ser rêya we, pala çiyayê Elegezê hene, tu tiștekî me vê navê, vê dewê ra nîne, tu bidî xatirê Xwedê û pêxemberê xwe hêsîrê me ware rehmê”… Hê Șêx gilîyê xwe naqedîne, serleșker lingê xwe li sinîyê dixe, sinî ji destê Şêx dipeke, nan û xwê bela dibe, alê wane sipî diçirîne, dike li bin pîyê xwe, fermanê dide leșkeran: “Van kafiran bigrin bibin bikine cîkî, ezê van hema nava gundên wan da darda bikim. Șerê Qersê da, vana xayîntîya me kirin. Derbazî alîyê Ermenîya bûn. Rûyê wan da gelek leșkerê me șihîd bûn. Evan kafir in. Ezê wan temaman dardakim, gundê wan wêran bikim!” Lawika dibin dikin hundurê merekeke kevin, derî li ser wan dadidin. Leșkerekî, wek nobedar,

tiving dêst da didine ber dêrê merekê. Lawik dibêjin: “Êdî em çûn”… Go merek tarî û banê wê gelekî bilind bû, kuleka biçûk ra ancax hinek ronayî dikete hundur. Şêx bi k‘ulik bûye, k‘ulkê xwe derdixe, çok dide erdê due‘a dike: “Tawisî Melek, eme bêsûc û bêgune ne, me t’u xirabî kesî nekirîye, tu hewara me werê, tu me ji vê xezebê, ji van kafiran xilaz bike”. Dema mirov dirêj tarîyê da dimîne çavê mirov hînî tarîyê dibin, çiqas jî cî tarî be, mirov gelek tișta ji hev cuda dike. Tê derxin ku banê merekê pir bilind e. Ji wur ra derketin dijwer e, nabe. Wê wan bih‘isin. Dimîne dîwêr ra rê vekin. Șev nîvê șevê dema texmîn dikin leșkerê dora wan kerr bûne, deng tune, lawik di nav tarîyê da pê dikevin ji dîwarê merekê, yê para va, ji bo xwera rê vekin, kevira derdixin. -Merek hizhizî ye, kevn e, fesal bin li ser meda tap nebe, - Şêx temîyê dide lawika. Bi zor û zehmet, bi teherekî, fesal çend kevirê mezin ji dîwarê merekê yê parava derdixin, rêyekê teng vedikin. Bi cûrekî, wur ra derdikevin. Derketina wan tapbûna merekê yek dibe. Qûjîn ji nobedarê ber dêrî tê. Heydade li leșkerê Romê dik’eve. Leșkerê tirsiyayî li hev dikevin, li dora merekê dicivin, Tarî, șevereș, berf, bager, lawik xwe davêjin kelefê avayîkî kevn… Leskerê li dora mereka topbûyî dicivîn, diçin-tên, digerin. Bextê lawika ra him tarî, him bager, him sar bûye. Tê texmînkirin ku leșker jî tirsîyane, newêribûne ji merekê, ji hev dûrkevin. Piștî çûyîn-hatinê, leșkerê westyayî dihêlin, diçin çadirên xwe. Şêx tirkî zanibûye, hêdî lawika ra dibêje:

Çiqas diçe hêza Ermeniyan li wur xurt dibe. Bawarkî temamîya zilamên ermenîya, yên destê wan dar digire, ji gund û bajaran tên digihîjin hêzên Baș-Aparanê. Xelk rabûbûn ku emrê xwe, mal û welatê xwe ji zulma Roma reș biparêzin

-Tawisî Melek hewara me hat. Em ji van kafira xilaz bûn. Leșker bi hevra dibêjin: “Merek li ser wan da hilșiyaye, ew binda mirine. Êdî tiștekî em vira bikin, nîne”. Lawik wusa xilaz dibin, berê xwe didine gundên xwe. Rêya kese, li nava çîya, berf-bagerê ra, temamîya șev dimeșin. Berbangê westîyayî, kesirî digîhîjne gundê Camûșvana Mezin. Rast diçin cem Axê êla Sîpka: Elî axa. Serokê Êzdiyên Qersê, Elî Axa malbeta xwe va jî li gundê Camûșvana Mezin, di mala Biroyê Xișo da hêwirî bûye. Şêx Hemze çîroka koma xwe û serleșkerê Tirk giștî axê ra dibêje. -Xêr nîne, Axa, Roma reș neyarê k’oka Êzdî ne. Weke lêya zulmê berbi me tê. Qewat nîne em xwe biparêzin. Wa nabe. Gerekê rêya xilazbûnê Êzdîya ra bibînin. Axa xwe a’ciz dike, ku çima jê neșêwirîn e, bêyî wî çûne. -Axa, dem nemaye, baș dibe em berbi deșta Rewanê birevin, Nava gund û qijilan da xwe wunda bikin, yan na emê dest-pîya herin, qira êlê wê bê, - Şêx dibêje… -Şêx, zanim hal xirab e, vê zivistanê, vê berf - bagera çîyayê Elegezê emê hêsîrê xelkê çawa li

diçêrîya. Dora gund kanî bûn. Serma zor-zehmet ya gundên êzdiyan yê Axbaranê tune bû. Berf tenê berpalê çîyê hebû. Himberî gundê Êzdîyan ew gund șên û xweș bûn. Gund mezin bûn. Malbet gișk, bi dilê xwe, avayê gund yê vala da cî dibin. Navê gund çșî bûye.4 Ji pey reva Qundesazîya ra ordîya Tirka tê dikeve gundên Êzdîyan, gundan dorpêç dikin, nahêlin kes jê derê. Hêzên Ermenîya jî, tên navbera gundê Baș-Axbaranê û Qundesazê da tabîyê xwe datînin, rêya ordiya Tirka digrin, Tirk nikarin pêşda herin. Gundên êzdiya da hasê dibin. çiqas diçe hêza Ermeniyan li wur xurt dibe. Bawarkî temamîya zilamên ermenîya, yên destê wan dar digire, ji gund û bajaran tên digihîjin hêzên Baș-Aparanê. Xelk rabûbûn ku emrê xwe, mal û welatê xwe ji zulma Roma reș biparêzin. Zanibûn, eger leskerê Tirkan Rewan(Yêrêvan) zevt kir, êdî dawîya wan hatîye, wê gișka devê șûr ra derbaz bikin. Navbera wur û Yêrêvanê jî rêya rojekê mabû. Êzdîyan jî rind zanibûn ku Tirk û musulmanî çi tînin serê Ermenîyan, wê ji wê xirabtir bînin serê wan. Bi sedan zilamên Êzdîyan jî gihîștibûn hêzên Ermenyan. Tenê ji Qundesazê bawarkî 60-70 mêr bi Ermenîya ra bûn… Êzdiyên wan gundên êla Axbaranê li ber zulma leșkerê Roma reș bê pișt mabûn, tirkên li wur hasêbûyî temamya zulma xwe li ser Êzdiyên wan gundan da dirêtin.5 Wê demê, li bajarê Batimê, navbera serokên Ermeniyan û Tirkan da hevraxeberdan bo sekinandina șêr dimeșîyan…Herd alîya jî dixwestin wede qazanc bikin, ku hêzê xwe bicivînin. Halê gundên Êzdîyan jî çiqas diçû xirabtir dibû. Navbera gundên Êzdiya yên dagirkirî û tebîyên Ermenîya da 10-15 km bû. Ji gundên êzdiyan be’sên xezeb dihatin bihîstin. Lê kerayî bû, pevçûn tune bûn… Serokatîya hêzên Ermenîyan nedixwestin tișt bikirana, di hewara gunden Êzdiyan da biçûna. Der heqa vî halî da gilî digihîje Cangîr axê û Ûsiv begê. Evan bi sîyarê xwe va ji Serderavê5, berpala çiyayê Elegezê ra, kese tên xwe digihînin hêzên ermenîyan yên Baș-Aparanê. Dibêjine serokê hêzên Ermenîya, ku nesekinin, ecele êrîșê bibin ser leşkerên Romê. Serokatiya hêzên Ermenîyan qayîl nabe. Navbera wan da nerazîbûn çê dibe. Pareke mezinên Ermenîyan jî radibin pișta Êzdîyan û bê qayilbûna serokatiyê hicûmî Tirka dikin. Tirk bo êrîșeke

wusa nișkêva hazir nîbûne, direvin. Ședê wan bûyaran digotin koka leșkerê tirka hat. Ew der leșkerê Tirka ra bû goristan. Lê êdî zîyaneke pir mezin gihîștibû êla Êzdîyên Axbaranê… Mal tune ku zîyan lê nebûbû, mal tune ku derb lê neketibû… Tek gundê Qundesazê bê zîyan xilaz bûbû. Wusa, eger Elî axê, axê êla Sîpkîyên Êzdî, ya Șêx Hemze bikira tișt ji êla Axbaranê ne dihat.

***

Derheqa zulma leșkerê Roma Reș da ezê çend bîranîna bînim. Rîspîyê ji Camûșvana Mezin/ Elegezê, Xudoyê Miho, Semendê Heso min ra çîroka wê komkujiyê wa bi bîr anîn: “Çawa eskerê Roma Reș ketin gundê me, xelkê gund gișt kișiyan ketine malên xwe. Hineka xwe veșartin, hineka jî wusa kirin ku ber çavê eskerê Romê neyên xanê. Jina dêmê xwe tenî dikir, bi cilê kevin xwe pêçan. Xelk bawar bû, ku leșkerê Romê wê gunda hildin û lez pêșda herin. Wana rehet bihêlin. Lê wusa nebû, bextê me ra leșkerên Romê hema gundên me da hasê bûn. Wur hêzên Ermenîya pêșiya wan girtin. Demeke dirêj gundên Êzdiya da hasê man û zîyana mezin dane xelkê me. Çawa k’etne gund, birek leșkerê wan, xortê kurmanca, li nav gunda da kom bûn, bi def û zurne govenda Kurmancî girtin, dest bi reqasên kurmancî, kilam û șayê kirin. Bi kilam û reqasa gazî xelkê gund kirin, ku netirsin, gotin kes we xeber nade, kes ziyanê nade gund, warin govendê. Gundî jî bi dilê sax ji wan bawar, hatine govendê. Dema gundî arxayîn bûn, govend dorpêç kirin, zilamê gund yên hatibûn govendê gișk girtin”. Nivîskar Wezîrê Eșo wê derheqê da dinivîse:“Hema wê salê jî, gava leşkerên Karabekir Paşayê tirk êrîş anîn ser Ermenistanê, çekdarên kurdên misilman jî wek alayîyên Hemîdîyê bi serokatîya Teyo beg bi tirkan re hatin. Ew li navçeya Axbaranê, li gundê Camûşvana mezin(pişt re Elegez), Elî axa û neferên wî wek tolhildanê kuştin û bi ser de jî 150 mêrên Kurdên êzdî li ber pira gund serjê kirin û laşê wan avêtin çem. Leşkerên tirkan li navçeya Axbaranê bi sedan mêrên Kurdên êzdî weke dîl girtin û birin alîyê Erzirûmê. Ji wan her bi tenê du kes bi revê xelas bûn, vegerîyan, yên din jî bêxeber û bêguman winda bûn”. Bîranîna Têmûrê Lêșo Broyan:6 Têmûrê Lêșo(80 salî), dadwerê Ermenistanê yê bi nav û deng, ji gundê Elegezê, di pirtûka xwe ya bîranînan a bi navê “Serpêhatîya Malbatekê” da dinivîse, ku dayîka wî Zelîxe, şaheda wan bûyeran bûye û di der heqa wan bûyerên xezeb da jê ra gilî kirîye. “Rojekê dayîka min Zelîxe û jintîya xwe Xezalê dema ji ser kanîyê vedigerin rastî eskerekî ordîya tirk tên. Ew Kurdê misilman bûye. Her du pîrek tirsîyayî disekinin. Ew esker bi kurmancî ji wan re dibêje: “Gelî xwîşkan, ji min netirsin, hûn xwîşkên min in, ez tu tiştê xerab nakim, ji bo em jî, hûn jî Kurd in, dê û bavê me yek in. Dilê min ser we diêşê. Sireke pir dizî heye ez ê ji we re bibêjim. Zilamên gund bi dizî ve agahdar bikin, bira îşev ji gund derên, xwe veşêrin, birevin, qetleke mezin ê biqewime”.

Êzdîyê wê êlê li wan gundan beled bûne. Ew gundên Tirkan, Azeryan, Kurdên musulman bûne. Ji ber șer û dewên deverê, yên di navbera hêzên ermeniya yên çekdar û musulmanîyê da, ewlekarîya deverê xirab bûbû

Dayîka min û jinapa min Xezal tên malê wê sirê ji apê min Elo û gundîyên di odeya me de civîyayî re dibêjin, evana bawer nakin, dibêjin:“Tirk dixwazin me zilaman ji gund derxin, ku bi namûsa pîrekên me bilîzin”. Dayîka min ji gotinên leskerê kurd bawer kiribû bi cureyekî bavê min qayîl dike, vedişêre”. “Dayîka min tim bi bîr dianî, ku ew şev, di nav dîroka gund de şeveke bi qetil û xwîn û reş bû”. Nîvê şevê dest bi bûyerên ecêb dibin. “Tirkan karê xweyî reş kirin”. Axîn û ofîna birîndaran, girî û qûjîna pîrekan, dengê çêrên eskerên tirkan û teqîna çekan heta

Êla Ezdiyên Sîpkî wek ya Zuquryan û Hesinyan bi tifaq û bi hêz nî bu, ku pirî-hindikî karibe xwe biparêze. Pêșîkêșekî wan yê li nava êlê da, ku xelk pey here, bawariya xwe ji wî bîne nî bû. Êla Axbaranê jî wî halî da bû

sibê kerr nabe. Sibê pîrek û gundiyên saxmayî qetleke giran li ber çavên xwe dibînin: Laşên zilamên gund ên kuştî, eblûkirî di nava berf û ava axlêvê de. Gelek jê laşê mirîyên xwe nas nakin, ji bo serê wan, mil û lingê wan jêkirî bûn“. “Di pey çend rojan ra eyan bû ku wê şevê tirkan 72 zilamên gund kuştibûn… Ji mala me 7 zilam wê şevê bûbûn qurbanîyên xezeba tirkan: Apê Elo, Lawê wî yê tayê bi tenê Nado, nebîyê wî yê 18 salî Mehmûd, apê min Heco, Çeto, du lawên Çeto: Sefo û Ûsiv”. „Hêzên ermenîyan bêtaqet bûn pêşîya wan bigrin. Ew wek şerê Baş Aparanê di dîroka Êrmenîyada eyan e. Wî şerî de siwarê Cîhangîr axê û Ûsiv begê gihîştin hêzên Ermenîyan û bi tevayî pişta leşkerê tirkan şkênandin, berî wan dan ji herêmê dûr xistin“.

***

Leşkerê tirka, dema tên digihîjin gundên Êzdiya, li ser rêya xwe xêncî kuștina evdan, șewitandin û wêrankirina cî û warê wan wusa ji talan dikirin. Zêr-zîv, xișir û xemilê jinan, tiștê bi qîmet yê xelkê, çî wan hebûye ji wan distînin, tevî kerê pêz, garanê dêwêr, hespên xelkê dișînine Tirkîyê. Ji gundên Êzdiyan bi seda zilamê êzdî wek dîl dibijêrin, ku bin hukumê eskerên tirk da wî talanî bibin, bigihînin Tirkîye. Bi bîranîna, ji wan zilaman tenê du zilam direvin xilaz dibin yê din kes venegere. Çi anîne serê wan, kes nizane.

***

Di nava gundê Qundesazê goristana kal û bavên wan e. Berê, wana li ser mexberên mirîyên xwe, bi keviran peykelê hespan, bêşîk û kumbetê kevirîn danîne. Li nava goristana vî gundî, wusa jî gundên Êzdîyan yên din da rêça zulma Komkujiyê, ji pey 100 salî ra rind tê xanê. Ew peykel șkênandine, kumeyt hilșandine. Destdirêjî pîrozayên Êzdîyan kirine. Ew kevirê ser mezela yê șikestî wek ședê zulma Roma Reș û bûyarên derbasbûyî heta niha jî nava gundên Êzdîyan da dimînin…

***

Heta van salê axirîyê jî evdên emirê mezin yên wan gundan, ședên bûyaran, çîrokên ecêb derheqa zulm û zora leșkerê Roma Reș da gilî dikirin. Cwamêrekî gundê Korbilaxê bîr tanî: „Wê zivistanê, bi seda evdên Êzdî û Ermenî wek hêsîr civandin, birin gundê ermenîya Tanegirmesê, kîjan nêzîkî Korbilaxê ye, kirine avayîkî kevn, derî li ser wan dadan û agir berdanê„. Binelîyê gundê Sengerê digotin: zilamên gundê wan civandine, birine, li newaleke pala çiyayê Elegezê da gullebaran kirine.

***

Dema leșkerê Roma reș dikevin wan gundên Êzdiyan, kûraniya zivistanê bûye, dema here sar, bi berf û bager. Wê demê, wê devera pala çiyayê Elegezê da, serma ji bin sifir ra digihîje 20-30 dereceyî. Bagerê berfê yê wusan dibin, ku mirov ji malekê nikare here mala cînar. Derî-kulekê xelkê dixitimin. Gundî, xazma keç, jin û zarok him ji tirsa leșkerê Romê, him jî li ber sermê ji mal dernayên derva, leșker jî li nav gunda nikarin rehet bigerin. Go, leșkerekî payebilind, tim diçû maleke gundîkî nan-xwerin dixwer. Kevanîya malê gelekî paqij bûye, malxwê jî zilamekî wê êlê da bi nav bûye. Ew leșker kurmanc bûye. Rojekê, xweyê malê ra dibêje: -Filankes, tu evdekî amin î, heyf î. Tu gerekê bo me kar bikî. Heta dawîya rojê ji mera bêjî van gunda da cîyê keç, bûk û jinên bedew. Dawîya rojê dîsa tê, dinhêre jineke xemilî li ber dêrî sekinîye. Nêzîk dibê, dibîne ew jina xweyê malê ye. Pêsîra xweyê malê digre, dibêjê: -Min nanê destê vê hurmetê xwerîye, lê te șerm nekir, karê wa kir,

Van kafiran bigrin bibin bikine cîkî, ezê van hema nava gundên wan da darda bikim. Șerê Qersê da, vana xayîntîya me kirin. Derbazî alîyê Ermenîya bûn. Rûyê wan da gelek leșkerê me șihîd bûn

ez rûreș kirim, sibê êla me pê bihese wê çi bêje… Xweyê malê dibêjê: -Jinê vê êlê gișt jî keç, dayik û xûșkê min in. Ez tenê navê vê pîrekê zanim. çi dikin, bikin. -Te gulek berî min da ji vê sosretiya min çêtir bû… Qatî namûsa xwe bin,- leșkerê Kurmanc dibêje û diçe. Go ew çûyîn bû çû, êdî nehate xanê… çend roj pey ra… Hêzên Cangîr Axê ûçsiv Begê herêmê azad dikin.

***

Tu zîyan nagihîje Qundesazê. Tenê Fetîyê Hamê tê kuștin. Gilî dikin ku zêrê wî gund da veșartî hebûne. Ew tev gundîya nareve. Gund da dimîne û ji bo zêra tê kuștin. Çawa min berê jî got, ji pey reva leșkerê Tirk ra, Qundesazî gundê Ûşîyê dihêlin vedigerin gundê xwe. Bahar dest pê dibe. Ji qirêjê, bîna lașên bi destê tirkan kuștî, xelayê, tunebûna mecalên saxlemîxweyîkirin û xizmetguzarîyan nexweșî dikevin nava xelkê. Şedê wan rojên giran gilî dikirin, ku ji nexweșîyan koka evdê heremê tê. Digotin, hesabê mirîyan ewqas zêde bûye ku tevirkol tune bona cinyazan bispêrine axê.

Encam:

Komkujiya Ezdiyên Êla Axbaranê ya sala 1918 an ji alyê dewleta Tirk va komkujîke here hov, here neheq û xûnrêj bû, ew bardewama wan komkujîyên musulmaniyê yên zulm bû, ku dewra Osmanîyê û pey ra Tirka anîne serê Êzdiyan.

———————-

1. Rêya yekê Serderabadê ra berbi Yêrêvanê, ya dudan Baș-Aparanê ra, ya sisîya Qerekilîsê ra. Hersê rê gerekê li bajarê Yêrêvanê bigihîştina hev, berdewam bûna berbi Azeybêcanê - Bekûyê. Hersê rêya da jî leșkêrê Tirka yê giran, bi sosretî ji aliyê hêzên Ermeniya yên kêmjimar û siyarên Êzdiyan va hatin hûrxweșkirin. 2. Gundên Êzdîyan ev bûn: Camișvana Mezin(niha Elegez), Qundesaz(Riya Teze), Korbilax(Avtune), Qurubxaz(Orteçiya), Mîreka mezin, Mîreka biçûk, Pampa Kurdan(Sîpan), Senger, çobangermez(Avşên), Cercerîs(Dêrik), Karvansera, Gozeldera Kurdan. 3. Belî - navê êla Êzdiyan e, ku gundên Qundesazê, Qurubxazê û Cobangermezê da dijîn. 4. çșî- Qundesazîya bar dikin diçin dikevine gundekî binatara çîyayê Elegezê, perê deșta Rewanê, nêzîkî bajarê Eșterekê. Wê demê gund vala bûyê. Navê gund Ûșî ye. Binelîyê wê tirk bûne. Rûyê wan tevlihevî û hevketinên wan salan ji gund koçber bûne, revîyane Tirkîyê. Gundîyê Qundesazê çend mehan wî gundî da dimînin, ji pey reva leșkerên Tirk ra dîsa vedigerin gundê xwe. Salê 1970-90 î ez, bi kar, gelek cara li wî gundî qesidîm. Niha Ermenî lê dijîn. Wê demê çșî kolxozeke zengîne pêș bû. Him deștbêcerkirinê û him jî heywanxweyîkirinê va mijûl bûn. Zivistana wê kin e. Gundê Êzdiyan bi warê derfetên xezayê, bêcerkirina axê, avê, cîyê çêra sewalan qet nikarin himberî mecalê wî gundî bibe… Gundiyên me gelekî poșman bûbûn. Wê demê herêmê da gelek gundên wusa vala bûbûn û gundên Êzdîya yê dorê karibûn biketana wan gundên bi xweza û mecalê xwe va xweș. 5. Serderabad - Rex gundê Serderevê șerekî mezin di nava çekdarê Ermenî, bi alîkarya sîyarên êzdî û leșkerên dewleta Tirk da çê dibe. Eskerê tirka hûr xweș dibe û pașda direve. 6. Lêkolîn didine îzbatkirin, ku(ji Gumrîyê heta gundên Êzdiyan, hîmlî gundên musulmana yê vala bûn). 7. Têmûrê Bro(Broyan), Dîroka Malbetekê(bi zimanê ermenî). Rû 31-34, Yêrêvan 2011