7 minute read

ÇIYA HER TIM BÛNE DOSTÊN CIVAKÊN XWEZAYÎ

Mehsum bagok

Ji devê zarokekî çîroka Kûmê

Advertisement

Xezalek hebû û di nava mêrgê de diçêriya. Gurekî çiyê êrîşî wê dike, ji bo ku wê xezalê bixwe. Xezal dibêje gur; “niha min nexwe, ez ê herim şîr bidim çêlîkên xwe. Çêlikên min niha birçî ne û li benda min in. Ez şîr bidim wan û piştre min bixwe”. Gur jî qebûl dike. Xezal jî diçe cem çêlîkên xwe û ji wan re jî dibêje ev şîrê min ê dawiyê ye ku hûn ê vexwin. Êdî ez ê biçim û gur wê min bixwe. Çêlîkên xezalê dibêjin, madem ku wisa ye dilê me ranake û di ber dilê me de şîrê te naçe û em nikarin vexwin. Çêlîkên xezalê şîr venexwarin. Xezal diçe cem gur. Gur dibêje; te şîr da çêlîkên xwe? Xezal dibêje; na ji ber ku tu yê min bixwe û çêlîkên min hez nekirin şîrê min ê dawî vexwin. Lewma çêlîkan şîr venexwarin û ez hatim. Gur ji Xezalê re dibêje; madem rewş wisa ye û şîrê te venexwarine, ez jî te naxwim. Êdî gur xezalê naxwe. Xezal guhanê wê ji şîr tijî bûne. Ji guhanê xezalê dilop dilop şîr dirije erdê. Ev şîrê xezalê di bin axê de dibin kûmeya. Ji ber ku hindirê kûmeya spî ye û pir jî xweş e.

Çand û baweriya kevnar

Êzîdî weke civak xwediyê çandeke gelek kevnar e û xwediyê rabûriyeke bi hezarên salan e. Ew, weke giyayê ku li ser koka xwe ya dîrokî şîn bûye û heyanî roja me ya îro hatine. Di cewherê çanda Êzîdiyan de her tim kedkarî, komînalbûn,cîrantî, qencî û bextbûn hebû. Ew mêvanperwer û merd in. Ew êrîşî kesekî nakin, lê belê eger êrîş bên ser wan, bi egîdî bersiv didin û xwe diparêzin. Ew, bi keda xwe li ser axa xwe jiyan dikin. Ew, dilbirehm in û li dijî êrîş û zilmê alîgirê mezlûman in. Bandora serdema dayika xwedawend a neolîtîkê, di nava jiyana xwe de berdewam dikin. Ew mijarên neolîtîkê lewaz jî bibin, cardin cewherê wê çandê û şopên wê diparêzin. Ew, gelekî bi xwezayê re eleqedar in. Fêmkirina xwezayê, nêzîkbûna wan a ji xwezayê re, xwezayî ye. Ew gelekî wate didin, av, ax, hewa, agir û ronahiyê. Dema ku sibehan roj hil tê û êvaran diçe ava, pir bi wate dibînin û wateyeke mezin didin şev û rojê. Ew, ji bo rojê duayan dikin û pîroz dibînin. Agir an jî ronahî ji bo wan pîroz e. Bi xweda, bi Melekê Tawûs, bi rojê, heyvê, stêrkan, agir û çirayê sond dixwin. Weke din bi ziyaretgehên xwe jî sond dixwin. Zimanê wan yê axaftinê û duayên wan, bi zaravayê Kurmancî ye. Di nava gelek serdemên dîrokê de,

gelê Êzîdî li rastî gelek êrîşên dagirkeran hatine û gelek paşverûtiyên navxweyî jî jiyan kirine. Ya ku wan li ser lingan hiştiye jî, bîr û baweriya wan e. Ango çanda wan a hezarên salan e. Di Rojhilata Navîn de, olên ku derketine û bûne hêzên mezin, li ser wan desthilatdarî esas girtine û bi taybet jî ola Îslamê li ser wan hatiye ferzkirin. Dema ku Êzîdiyan ola xwe parastin jî, li rastî êrîş, talan û qirkirinan hatine. Ji bo ku xwe ji şaristaniya navendî biparêzin, her tim parastina xwe bingeh girtine û bi taybet jî xwe li çiyayan girtine. Di nava çiyayên bilind û asê de, xwe parastine û heya roja me ya îro hatine. Ji ber ku piraniya welatê me çiyayî ye, çiyayan di aliyê parastinê de risteke dîrokî lîstine. Çiya her tim bûne dostên civakên xwezayî. Dema ku ji gelê me re dibêjin qewmê çiyê, ne pênasekirineke ji rêzê ye. Di jiyana Êzîdiyên Şengalê de jî rista çiya xuya dike û stratejîk e. Di êrîşan de komkujî û qirkirin li ser wan hatiye pêkanîn û malên wan hatine şewitandin. Bi nivîskî arşîv nîne. Dîroka wan an jî çanda wan li ser ziman maye, ew jî bi saya zindîbûna zimanê wan e. Ji bo ku tomarkirin çênebûye, gelek nirx û serpêhatiyên wan winda bûne, yan ji bîr bûne, yan jî hatine dizîn. Di nava jiyana rojane de bi rengekî çandî jiyan dibe. Bi taybet jî di nava dapîr û bapîran de, li gorî ast û tecrûbeyên xwe, çanda xwe ya dîrokî parastine. Dîroka li ser ziman gelekî balkêş e. Yên ku meraq dikin, bi lêkolîneke rehet dikarin xwe bigihînin cewherê dîroka hezarên salan. Ev mijareke pir kûr û fireh e û di nava xwe de jî pêşdîtinan ava dike. Ango mijarên jiyanî ne. A rastî, jixwe derengmayîn çêbûye. Divê ji niha û pê de jî derengmayîn çênebe. Êdî bi lez û bez kar pêwîst e. Divê lêkolîn pêş bikevin da ku bingeha arşîveke dîrokî çêbibe. Kesek ji bo me ji derve nayê û ji bo me nake. Dibe ku hinek mirovên mereqdar ên dost û pêşketî hebin û rola xwe bilîzin. Ji bo wan jî em gelek silav û spasiyên xwe dişînin.Lê belê ya girîng ew e ku em kar bikin. Me ji xelkê re gelek kar kir û tiştek jê derneket. Ev dem, dema ku êdî em ji bo xwe kar bikin. Em li ser çand û dîroka Êzîdiyan mînakeke dîrokî parve bikin; Biro Şermo di nav YBŞ’ê de ye û navê xwe Bedran e. Ew li nêzî destpêka geliyê Şêx Mend dimîne û van agahiyan dide: “Rêveber û pêşengên civaka Êzîdî li gorî heyv û rojê, li gorî giloverî û nîveheyvê dîwana xwe datînin û rûdinin. Ew rûniştin her sal di demsala biharê de, di roja Çarşema Sor de çêdibû. Ango di Çarşema Sor de ya ku serê salê ye, kom dibûn. Di kombûnê de rewş, kar û barên salekê dihatin nirxandin. Di encamê nirxandinan de, salê carekê pêşengên sereke dihatin hilbijartin.

Pîvan hebûn û li gorî pîvanan erk digirtin. Erk, her sal dikeve destê yekî û salê carekê têne guhertin. Ên ku xêr û bereketa wan tune be, erk nadinê. Ji bo ku erk bidinê, divê ew kesayet birehm be. Wê ya çandeke pir hêja ye û bi pîvan e. Tê de hişmendiyeke demokratîk heye. Di cewherê xwe de çanda jiyaneke hişmendî, wijdanî û exlaqî ye. Eger em balê bikişînin li ser mijara kombûna wan, mirov dikare gelek mînakên cuda yên balkêş bide. Şêwazê kombûnê li gorî giloverbûna rojê mirov dibe dîroka kevnare ya hezarên salan. Li Rihayê bi navê Xirabreşk cihekî dîrokî heye û xwediyê dîrokeke 12 hezar salan e. Ew cih xwediyê şiklekî gilover e. Li derdora wê giloverbûnê jî 12 kevirên bilind hene. Hûrî pêşiyên me ne. Di çanda Hûriyan de 12 xweda û xwedawendên wan hebûn. Xwedayê rojê, hevyê, stêrkan, avê, hewayê, erdê, agir, çiya û hwd. 12 hewariyên Îsa hebûn. 12 îmamên Elewiyan hene. 12 mehên salê hene. 12 remildank (bûrc) hene. 12 kevirên li Xirabreşkê jî heman tişt in. Li ser Quba Laleşê jî 12 tîrêj hene. Di nava Êzîdiyên Çelka de, dema Cejna Batizmê pîroz dikin, nanê gilover çêdikin. Li ser nan, giloveriya rojê û 12 tîrêjên wê hene û ji wî nanî re jî ‘sewik’ tê gotin. Mirov dikare li ser şiklê giloveriyê û hejmara 12’an mînakan zêdetir bide. Pêşengên civaka Yarsaniyan jî, dema civîna xwe çêdikin weke şiklê rojê kom dibin. Lê belê hejmara wan 7 e. Niha li herêma Şengalê di hinek gundên deştê de, Êzîdiyan navendên xwe yên çand û hunerê ava kirine. Hundirê wan navendan, gilover hatiye çêkirin. Ew dîmenekî bi wate ye. Dema ku kombûn gilover be, her kes hev du dibîne. Wê demê jî hemû weke hev in. Di rengê kombûnê de şêwazekî ferq, cudahî û desthilatdariyê nîne. Ew bi xwezayî rûniştineke demokratîk e. Îro şiklê wiha çêdibin, a girîng ew e ku di cewherê mirovan de jî ev wekhevî hebe. Eger şikil encama cewher be, divê her du ji hev temam bibin û hevsengiyê ava bikin. Mînak wisa diyar dike ku civak çi qasî wate dide xwezayê û ji xwezayê çi qas mînakan ji xwe re digire û jiyana xwe birêkûpêk dike. Ew mînakên dîrokî careke din, me dibin serdema qlan û neolîtîkê û heyamên pey wê re ku diherikin û heya roja me ya îro berdewam dikin. Di çanda Êzîdxanê de, dema quba olî ava dikin, binê wê gilover e. Ev jî wate û temsîla dinyayê ye. Li ser giloverbûnê şiklê çargoşe hatiye çêkirin û ev jî tê wateya çar aliyên dinyayê. Piştre jî qub ji jêr ber bi jor ve zirav dibe. Roj tîrêjên xwe belavî qubê dike. Tîrêjên li ser qubê 12 ne. Ev jî temsîla 12 mehan e. Civakên xwediyê canda resen di her mijarê de bi watedarî nêzî jiyanê dibin.