9 minute read

ÎRADE Û ZANEBÛNA BIRÊXISTINKIRÎ DESTHILATDARIYÊ TÊK BIBE

ÎRADE Û ZANEBÛNA BIRÊXISTINKIRÎ DESTHILATDARIYÊ TÊK BIBE

ROJÎN HÊJA

Advertisement

Ji ber biyolojiya jinê, cûda nêzîkbûn jê re dana avakirin pirsgirêkê civakê çareser nake, berovajî mirov dikare bêje ku wê bêhtir kûr bike. Ji ber ku jin tenê zayendekê nîne. Wekê her tiştekê yan jî weke her zindewarekê ji bo bikare bijî di nav hebûna xwe de jiyana xwe berdewam dike. Rêber APO di vê mijarê de vê nirxandinê dike; “Cûdabûna zayend bi serê xwe nabe sedem ku pirsgirêka civakî bê jiyîn. Di gerdûnê de, di her zerrekê de çawa ku dualîte di tu hebûnekê de weke pirsgirêk nayê destgirtin, di hebûna mirov de jî dualîte weke pirsgirêk nikare bê destgirtin. ‘Hebûn çima bi dualî ye?’ Divê bersiva vê pirsê bersiv, encex bi felsefî be. Bersiva min ev e: Hebûn ji derveyê dualî nikare xwe berdewam bike. Dualîbûn tarzê hebûnê gengaz dike. Meyla dualîbûnê her tim cûda çêbûye. Her du mil jî ne baş e, ne jî xirab e, tenê cûda ye û divê cuda be. Ger ku dualîbûn eynî be, wê hebûn pêk neyê. Mînak bi du jin an bi du zilaman pirsgirêka zêdebûna hebûnê nayê çareserkirin. Lewra ‘çima jin ango çima zilam?’ Tu nirxa vê pirsê nîne û ger ku ji vê pirsê re îlle bersiv tê gerandin, gerdûn diviyabû bi vê awayê çêbibûya.’ Ya rast ev bersiva felsefîk, hemû pirsên me yên ku di vê derbarê de hebûn, bê wate dike. Ji dayikbûna me heta mirinê di civakê de rolê me yê zayendî ku ava kirin û me fêr kirin, di navbera jin û zilam de weke cûdabûnekê girîng dihate dîtin. Bes ev rewşa cûdaxwazî li dijî jin bûye. Jin ji ber zayendiya xwe her tim a ku kêm û biçûk hatiye dîtin, hatiye pelçiqandin e. Civakekê desthilat ji reng û dengê jin dûr hatiye înşakirin û weke rastiyekê civakê, li ser jin hatiye ferzkirin. Ev ji bo jinê tenê û tenê êş, azar, mirin û tunekirin e. Rastiya jiyanekê yek alî û yek deng ê ku hatiye avakirin e. Ev bi hezaran salan ji milê deshilatdariyê ve weke birdoziya zayendparêziyê hatiye meşandin. Li ser jin hîn zêdetir bûyîna pîrektî, li ser zilam jî zêdetir zilamtî –desthilatî hatiye barkirin, her ku çûye ev weke nasnamê hatiye rewakirin. Lewra zilam jî her tim di civakê de hemû îmtiyazan dayê şixulandin û ji nîmetê zilamtî feyde girtiye û di civakê de bûye aktorê sereke. Zilamê ku aktorê sereke ye, weke fîguran jî jin danîna kêleka xwe ji bo xwe weke xemlekê, weke mecbûriyetekê dibîne. Ne bi vê rengê be lîstoka ku tê leystandin kesek, jê re eleqe nîşan nede. Ji ber ku bi hezaran salaye weke metayekê, ji por heta nînûk, her par-

çeyekê laşê wê cûda cûda hatiye pêşkeşkirin. Ji ber vê yekê êdî ew jin, ne ya xwe ye, êdî mal e, milk e, êdî zayendekê din e. Jina lewaz, etekê kêm e! Divê êdî zilamê serwer “Ji pişta wê dar, ji zikê wê daşikê kêm neke!” Di pergala feodal de bi vê rengê, di pergala mordernîteya kapîtalîst û pergala wê de jî; çîna ku destpêkê hatiye perçikandin, çerxa perçiqandin û desthilatî yê. Ya ku herî zêde dide qezenckirin e, kesa ku erzan kar dike ye û keybanuya meta ye. Bi vê unwana xwe kolederiya modern e. Ji bo heqîqeta civakê pêşbikeve û azadiya zayendî pêk were, înşaya jiyanekê wekhev, azad, adil êdî nebe nabe ye. Encax ev jî bi paradigmaya Rêber APO, civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê dikare pêk were. Ji bo vê jî divê destpêkê jin û rastiya jin, ji nû ve were destgirtin, di nav civakê de cîhê wê û rolê vê ji nû ve bihata pênasekirin. Rêber APO ji destpêka tekoşîna azadiyê de vê pêşxist. Ji ber ev pêşket, jiyana ku li jin hatibû ferzkirin û jinê mecbûrê wê kiribûn, çiqas bi hîle û derewan hatibû dagirtin, hate dîtin. Êdî ketina ferqa vê çêbû ku ew jiyana dihate jiyîn şaş bû û nikaribû xwe bi vê rengê berdewam bikira. Jiyana rast jî encex xwe naskirinê, li rastiyan û rastiya xwe gerandinê û ji bo vê tekoşîn meşandinê dibû. Her yek ji me, ango îro jî her jinekê ku vê rastiyê naskir êdî nexşerêya jiyana xwe diyar kir, berê xwe da nav refê tekoşînê. Di bingehê vê de lêgerîn ango xasteka xwe gîhandina çand, ziman, nasnameya xwe ye. Ango gihandina rastiya kesayet an jî rastiya civakî heye. Ev pir zelal e ku di

Divê destpêkê jin û rastiya jin, ji nû ve were destgirtin, di nav civakê de cîhê wê û rolê vê ji nû ve bihata pênasekirin. Rêber APO ji destpêka tekoşîna azadiyê de vê pêşxist

bingeha xwe de lêgerîna azadiyê û zanabûna azadiyê heye. Rêbertî di nirxandinên xwe de jî destnîşan dike û dibêje “ji bo azadî û wekheviya jinê pêşketinekê dîrokî û civakî û pê re jî teoriya wê ger neyê avakirin pratîka saxlem jî pêş nakeve. Sosyalizma reel ji ber ku vê nekir, wenda kir! Sedema yekemîn a wendakirina wan pirsgirêka desthilatdariyê; ya duyem jî pirsgirêka azadiya jin bû. Şoreşê ku jin ava neke ew şoreş li ser yek lingê ye û bi hêsanî jî dikare hilweşê. Heta jin negîhîje nasnameya xwe, nikare bigihîje nasnameya civakî û netewî jî.” Bi vê heqîqetê ve girêdayî Rêbertî di destpêka Tevgera Azadiya Kurd de ji bo Tekoşîna Azadiya Jin, xebatên girîng û destanî destpêkir. Ji ber ku tena xwe tekoşîna giştî têrî azadiya jinê nedikir ku rewşa jin bide guhertin. Ev di ceribandinên şoreşên din de jî hatibû tehlîlkirin û dîtin. Rastiya Jina Kurd û Kurdistanê jî vê disepand ku bi taybet bigre rojeva xwe û weke projeya jiyana azad bide avakirin. Bi vê heqîqetê ve girêdayî Rêbertî PKK’ê weke partiyekê jin pênase kir û PKK’ê di eksena jin de destgirt. Di nav tarîtiya dîrokî de rêyekê ronahî ji bo jin û jiyanî nîşanê jinan da, wê kişand rêya azadî û şoreşê. Destpêkê bi gavên artêşbûn, rêxistinbûna jin; asta zanebûna cîns, hezkirina cîns, fikra azad îradeya azad û hêza tekoşîn û rêxistinbûnê da avakirin. Herî dawî jî bi gihîştin û zanabûna jin pêwîstî bi partiya jin û pêwîstiya ku pê heyî danî holê. Ji bo ku em li hemberî pergala desthilatdar hêza fikrî û yekîtîya rih, jiyanekê hevpar bidin avakirin. Di paralela PKK’ê, de partiya jin a PAJK’ê rêxistin kir û ji me re got “hun bi xwe rêbazê wê, armancên wê, heta bernameya wê ava bikin”. Birdoziya ku avakir ne tenê ji bo jina Kurd, ji bo hemû civak û hemû jinan danî holê. Bi partîbûn û rêxistinbûnê Rêber APO hêzekê mezin da me û jina ku êdî bi xwe bawer û xwediya hêza polîtîk da avakirin. Kêlî bi kêlî bi jin re eleqedar bû û di her aliyê jiyanê de jin perwerde kir û li hemberê desthilatdariyê zanebûn û hêza tekoşînê bi me re avakir. Di nav PKK’ê de û bi giştî cîhanê de jî da nîşandan, jina ku bi pîvan û zanabûna azadiyê xwe dike hêzekê polîtîk, di leşkerî de jî di hêla îdeolojîk de jî êdî dikare pêşengî bike. Li hemberî jina ku xwe avakiriye zilamê desthilatdar jî nikare feraseta xwe ya paşverû bide axaftin. Ji ber ku jin êdî bi

Ger ku jin tekoşîna xwe ya îdeolojîk hundurî û cewherî neke nikare xwe azad bike, nikare xwebûnê avabike, nasname û sekna jina azad an zilamê azad li ser bingeha perspektîfa Rêbertî wê nikaribe pêş bixe

asta rêxistinkirina xwe li pêş e, di hemû jiyanê de xwe îfade dike, dibe xwediyê helwest. Ev ji bo jin gavên polîtîkbûnê yên sereke ne ku pêş ketin. Êdî me jî dizanî ku bi partîbûnê encex em di kesayeta xwe û di nav civakê de guhartin û veguhartinê bidin avakirin. Ev zayendparêziya civakê jî em dikarin bi partîbûnê derbasbikin. Ji ber ku bi pîvanê partîbûn û bi birdozîbûnê nebe, tekoşîna zayendî û azadiya zayendî ne gengaz e. Dema ku em tekoşîna zayendî bi pîvanê partîbûnê bimeşînin emê bikaribin şoreşa jinê pêk bînin. Rêbertî dema jin perwerde kir, îrade, hêz bawerî pê da qezenckirin; herî ber bi çav jî bi jinê reîrade, hêz û zanebûna rêxistinî û partîbûnê ya li hemberî desthilatdariyê ava kir. Bê guman dema em vê dinirxînin, em dibînin ku asta îro derketiye holê, ji vê rastiyê çavkaniya xwe digre. Ev rastî hişt ku jin heta îro were û di nav tekoşîna azadiyê de bibe pêşeng. Ji bo hemû jinan an tevgeran jî bibe îlhama tekoşîn û azadiyê, bibe rêya nefesê. Bi rastiya xwezaya jin û karekterê wê ve girêdayî rol û mîsyona wê di nav jiyanê de zêdetir derdikeve pêş. Ji ber vê yekê ji hemû jinan hîn bêhtir aktîfbûn, pêşengtî û radîkalbûn û têkoşîna hîn bêhtir radîkal tê xwestin. Tevgera Azadiya Jin a Kurd û Kurdistanê ji bo hemu tevgerên jinê cîhanê, ji bo hemû jinên azadixwaz û têkoşer, ji bo hemu mirovahiyê bûye rêyekê hêviya çareserkirina pirsgirêkên jinan. Ji ber ku di rêya azadiyê de gavên girîng jî hatine avêtin. Xwe gihandiye

girt dest perspektîfa jiyana azad e. Bi vê rastiyê re girêdayî divê teoriya qutbûnê rast bê destgirtin, zêdetir bigirin rojeva xwe, rast tehlîl bikin, fêm bikin, bidin fêmkirin da ku her kesekê di kesayetê de bide rûniştandin û jîndar bike. Lê em jî dizanin ku azadiyê jinê, azadiya civakê tekoşîneke pir dijwar û tekoşînekê bêhempa girtina ber çav dixwaze. Li gel vê jî helbet kurbûna îdeolojîk û yetkînbûna tekoşîna zayend ji bo me rêgezên bingehîn in. Destpêkê zanebûna zayendî, hezkirina zayendî divê were avakirin ango were kûrkirin. Li gel vê rastiyê polîtikbûn, xwe rêxistinkirin û yekîtiya rêxistinkirinê avakirin girîng e. Ji ber ku tekoşîna îdeolojîk û zanebûn ava nebe pratîka wê jî pêş nakeve, li gel vê yekê xwe gîhandina armancê xwe bi bawerî û bi îddîa û

Heta jin negihe nasnameya xwe, zayenda xwe nasneke û azad neke nikare bigihe nasnameya civakî û netewî jî

bi radîkalî bilindkirina tekoşîn jî pêwist dike. Ger ev neyê kirin, her daîm, jin ango pergala jina azad wê lewaz be, wê jin nebe û weke îrade neyê dîtin. Desthilatiya ku li hemberê jinê xwe birêxistin dike, wê bixwaze jinê û tekoşîna azadiyê bê bandor bike û biperçiqîne. Ji ber ku rastiya desthilatdariyê dixwaze xwe berdewam û mayînde bike. Li hember jin jî, li hember netewan jî îrade nasnake, îradeya heyî diperçiqîne, tune dike, qir dike. Ji bo ev nebe, îrade û zanebûna hêzekê birêxistinkirî û tekoşer wê bihêle ku desthilatdarî têk biçe. Bi paradîgmaya Rêbertî weke jin me ew îrade, hêz, moral û zanabûna tekoşîna birdozî qezenc kiriye. Ji bo vê jî em dizanin ku azadiya jin azadiya hemû civakê ye. Ger em tekoşîna azadiya jin a çalak bidin meşandin, em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û di welatekê azad de bi Rêbertî re azad jiyan bikin, tevahî mirovahiyê bi serkeftin û şoreşa jin tacîdar bikin. Bi vê awayê sedsala 21’emîn wê bibe sedsala jinên azad.