3 minute read

KELEHA KOK AXAYÊ ÊZDÎ /ÇALDIRAN

FÊRGÎN MELÎK

Mixabin ku em welatê xwe hê nû bi nû nas dikin û li ser wî bingehî berê xwe didin dîroka xwe. Dibînin ku Kurdên dîrok nivîsîne jî, her tişt lênekolane û nenivîsîne. Di nava van lêkolînên kelehan de em rastên gelek agahiyên dîroka me ya hatiye dizîn û înkarkirin tên. Baş e ku di nava gelê me de ananeyeke weke bîra dîrokê heye. Tiştên berê bûye, nehatiye ji bîrkirin, tim bê kêmasî ji nivşan derbasê nivşên din bûye. Gelek caran jî, ew kirine weke çîrok yan jî destan û nehîştine ji bîr bibe. Berê niştecihên herêma Çaldiranê weke devera Murdiye, Patnos û Milazgirê bi giranî Kurdên Êzdî bûne. Ev mîrîtiya Kok Axayê Êzdî û keleh û zîndana wî nîşaneke wan deman e. Lê Osmaniyan di navbera salên 1830 - 1850 yê de fermana Kurdên Êzdî yê Serhedê derdixe, wê deme beşek gelê me yê Êzdî ji vê herêma bav û kalan direvin û beşeke jî naxwazin ji kokên xwe biqetin, dimînin û di bin kirasê mislimantiyê de dijîn. Ji ber ku lêkolîneke arkeolojîk li ser kelehê tine, em nikanin ti agahiyeke zanistî ya li ser avahiya wê bidin. Bes li ser girekî zinarîn e. Hê jî zîndan û mehzenên wê her wiha hin hîmên wê li pê ne. Di nava gel de tê gotin ku keleheke gelek mezin bû ye. Bingehê wê ji berê hebûye, dibe ku ji dema Xaldiyan jî mabe. Di sedsala 18. (1750 - 1780) Kok Axayê Êzdî ji Kandahara Muradiyeyê bigire hetanê Bazîdê û beşeke ji axa rojhilat Mîrîtiyeke mezin avakiriye. Wî wê demê ev keleh ji nû ve daye lêkirin û mezinkirin. Her wiha di zinarên bin kelehê de jî çend jûrên weke zîndan û mehzen daye kolandinê. Keleh hilşiyaye lê zîndan hetanê vê roja me hatiye. Û bi aliyê herkesê herêmê ve tê zanîn, bes em Kurdên ji herêmên din, vê nizanin. Min di gelek nivîsandinan de gotibû, gêncîneger belaya berhemên dîroka me ne. Ew jî dijmin in. Ji bo parçeyeke piçûk dîrokek diruxînin. Ji ber ku gotina; „gencineya Kok Axayê Êzdî“ di vir de veşartiye, di nava gel de berbelav e. Gêncîneger roja 01.04.2021 an jî di gelek cihên dîwarê zîndanê de dînamît

Advertisement

bi cih kirine. Heta hin diteqin jî. Vê nûçeyê di hemû rojnameyên herêmê û heta di yên Tirkiyê de jî cih girtiye. Parlamenterên HDP ê jî ev mijara ruxandina zîndanê anîn rojeva Parlamentoya Tirkiyê. Lê dîsa jî mîna guhên me xitimî bin, me nebihîst. Ev keleha Kok Axayê Êzdî li berpalê çiyayê Arkelê ya bi qasê 2 km. li başûrê gundê Qubika(Yeniyaka) û Sê km. jî li rojhilatê gundê Golesorê ye. Ev çiya ji bo parastinê gelek destdayî ye. Mirov her demê dikane li ser wan çiyan re xwe bigîhîne Rojhilata Kurdistan(Îranê) Her wiha mirov dikane ji diharê vê Kelehê hem zuxrên Tendureka Mezin, hem jî ya piçûk, heta çiyayê Sîpanê jî bibîne. Zîndana di zinar de hatiye kolan 15 metre dirêj û 8 metre jî berahiya wê heya. Bi tevê odeyên din yên di zinar de 12 ode ne. Hêjayê gotinêye ku mirov bêje. Fermandariya zîndanê di bin fermana keça Kok Axayê Êzdî Dilşah Xanimê de bûye. Bi giranî kesên li dij berjewendiyên gelê herêmê, kesên zordestî li jin û zarokan bikirana û mafên wan nasnekirana, ji çi gelî û baweriyê diba, bila biba, digirtin û dikirin vê zîndanê. Hetanî tobe nekirana xwe sererast nekirana, ew bernedidan. A dad û hiquq ev e. Li nêzîkê gundê Qubika nakroplek heye, yanê goristaneke kevn heye, di nava goristanê de du Kumbetên nehnişkî hene. Mixabin levhayê wan yên nivîsandî tinene, yan jî wenda ye, nayê zanîn li ku ye. Di hin agahiyên nivîsandî de tê gotin ku ji sedsala 17 an maye. Di nava gel de jî tê gotin ku ev kumbet jî ji dema Kok Axayê Êzdî mane. Dibe Kumbet li ser gorên kalik, bav û diya Kok Axayê Êzdî jî hatibe lêkirin. Mixabin ku kes lê xwedî dernakeve, lema yek hima hima bi piranî ruxyaye, yek jî di rewşeke gelek xirab de ye. Belê ji dîroka veşartî rûpeleke bibîranîna bi agahiyên kêm, lê hêja. Ez hêvî dikim ku dîrokzan û lêkolînerên gelê me, xwerû jî yên gelê me yê Êzdî berê xwe bidin vê mîrîtiya qedîm û bi rûmet, rastiya wî derxînin û peşkêşê gelê me bikin. Her wiha siyaseta Kurd jî dikane vê mînakê baş lêbikole û li ser we bingeheke siberojê avabike. Bi vê hêviyê hetanê keleheke din bimînin di nava xêr û xweşiyê de.

Ev keleha Kok Axayê Êzdî li berpalê çiyayê Arkelê ya bi qasê 2 km. li başûrê gundê Qubika(Yeniyaka) û Sê km. jî li rojhilatê gundê Golesorê ye