pdf giştî beşa kurdî latînî hejmara 23

Page 73

Diclepress13@gmail.com

RAPORT

73

HEJMAR 23

2021/7/30

SAL 4

KOVAR DICLE

MOHRA FERMANÊ KOÇO

WEKÎ FÎLMEKÎ BÛ PÊŞMERGE EM TESLÎMÎ WAN KIRIN

A: XÊRÎ QÎRANÎ

Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de

gelek gundên Êzidiyan rastî komkujiyan hat. Lê cihekî heye ku peyva fermanê jî têrî nake rûreşî, hovitî û tarîtiyê îfade bike. Gotineke Kurdî heye ku dibêje“Kit ji wan nehêlin” Ev gotin rastiya qirkirinê tîne ser ziman û tiştê ku li Koçoyê qewimîn jî di rastiya xwe de kok qelandin bû. Koço, gundê herî dawî ya Başûrê Çiyayê Şengalê ye ku 25 km. ji navenda Şengalê dûr e û her wiha dikeve navbera Şengal û Baacê. Beriya fermana 3’ê Tebaxa 2014’an hejmara şêniyên gund derdora 1700 kesî ye ku ji Eşîra Mendika ne. Piştî ku DAIŞ’ê Şengal girt, hefteyek muhlet dabû Êzidiyên Koço ku misilmaniyê qebûl bikin. Êzidî ji bîr û baweriya xwe nehatin xwarê û 7 roj şûn ve ango 15’ê Tebaxa 2014’an DAIŞ’ê yek ji kiryarên xwe yên herî hovanê li vî gundî pêk anî. Nehiştin kesek ji gund derkeve, hemû ciwan û zilamên Êzidiyên Koçoyê hatin kuştin, jin û zarok jî hatin revandin.

Niha 5 gorên komî li gund in ku cenazeyên derdora 400 Êzidî tê de ne. Di 6’ê Sibata îsalî de, meytên 104 Êzidiyên ku di komkujiyê de hatibûn kuştin, bi merasîmekî li gund hatin veşartin. Hê jî çarenûsa bi sedan jin, zilam û zarokên Koçoyê nayê zanîn. Dayik û 6 birayên wî hatin kuştin Yek ji kesên ku di komkujiyê de li Koçoyê bû û bi awayek mucîzewî xwe ji destê DAIŞ’ê xilas kir, Seîdê Muradê Pisî ye. Dayika wî û şeş birayên wî ji ber ku nexwestin bi darê zorê bibin Misilman hatin qetilkirin. Seîdê Murad jî di gulebarana DAIŞ’ê de bi 6 guleyan birîndar bû, tevî bi dehan kesên ku hatin qetilkirin di nav gorê komî de hat hiştin û bi îradeyeke mezin a jiyanê xwe ji çela mirinê xilas kir. Murad dibêje 3’ê Meha 8’a, ango roja êrîşa DAIŞ’ê li gundê Koço nêzî 80 peşmergeyên PDK’ê hebûne ku xwe li ser medresa Koço bicih kirine. Tevî ku ferman li ser Êzidiyan hatiye rakirin û DAIŞ hatiye herêmê jî pêşmerge ji wan re dibêje tu metirsî

ji bo wan nîne û wan navê ji gund derkevin. Lê li ser vê gotinê destpêkê pêşmerge dest ji gund berdidin û direvin, Pişt re jî DAIŞ tê gund dorpêç dike û dikeve nav gund de. ‘Wekî fîlmekî bû’ Murad wê kêliyê wiha tîne ser ziman:“Wekî fîlmekî bû em teslîmî wan kirin. Eger DAIŞ’ê biviya, wê pêşmerge jî li gundê me bigirin, lê wan em teslîm kirin. Em li gund man, DAIŞ’ê noqteyên xwe anîn dora gund. Gotine me ka sîlehên we, hinek ji me sîleh dane hinek nedanê, gotin ala spî rakin, em ne ji Êzidiyan re hatine, em hatine desthilatdariyê hilweşînin”. Piştî dorpêçê, zext û zora li ser bîr û baweriya Êzdiyatiyê dest pê dike. DAIŞ’ê ji Êzidiyên Koçoyê re du rê datîne. An ewê bi darê zorê bibin misilman an jî bêne kuştin. Murad, bersiv û helwesta Koçoyê wiha destnîşan dike “Mixtarê me Ehmed Caso mewcûd bû, ez jî li ba bûm. Wî got eger hun me bikujin jî em nabin Misilman”.


Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.