6 minute read

‘FERMANÊ BI TEQÎNA TIL IZÊR Û SÎBAYÊ DESTPÊKIR

A: Hena qîranî

Sala 2007’an li Nehiya Til Izêr û Sîba Şêx Xidir ên Şengalê çar teqîn li pey hev çêbûn. Di van teqînên ku weke destpêka fermana 2014’an tên nirxandin de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan. Wê demê rêxistina çete ya nijadperestên Tirk TÎT’ê ev çalakiyên hovane girtibûn ser xwe. Beriya fermana 3’ê Tebaxa 2014’an lîstik û plangeriyên mezin li ser Şengal û derdora wê dihat lîstin. Herêma ku ji aliyê du hikumetan(hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta navendî ya Iraqê) ve dihat rêvebirin û qaşo dihat parastin, tim dibû mijara nakokî û hesabên kûr û tarî. Her hêz û aliyî dixwest bandora xwe li Şengalê zêde bike û bi xwe ve girê bide. Lewre ji bo pêkanîna armancên xwe serî li her rê û rêbazên qirêj û hovane didan. Ligel ku hêzên leşkerî û asayîşa herêma Kurdistanê(PDK) hem jî ya Iraqê li herêmê bû, berovajiyê rewşa asayîş û aramiyê, her ku diçû rewşa aloz û pevçûnî ya li herêmê kûrtir dibû. Tebaxa sala 2007’an li nehiya Til Izêr, Gundê Izêr û Sîba Şêx Xidir li pey hev çar teqînên hovane yên bi armanca qirkirinê di nava gel de hatin kirin û bi sedan welatiyan jiyana xwe ji dest da. Di teqînê de bi sedan kes birîndar bûn, ezayên bedena xwe winda kirin, seqet man! Ev çalakiya terorîstî destpêkê weke ku rêxistinên girêdayî El Qaîdê hatibe kirin hatibin raberkirin jî, paşê rêxistina çete ya bi navê Turk Întîkam Tugaylari(TÎT) girt ser xwe. Di 14’emîn salvegera komkujiya Til Izêr û Sîbayê de welatiyên bûyî şahidê bûyerê û behsa wê demê û pêkhatina vê bûyera hovane kirin. Yek ji şahidê bûyerê Hisên Xelîl ku teqînek li ber mala wî qewimî, wiha behsa bûyerê û serpêhatiya xwe dike:“Di vê meha Tebaxê de gelek rojên reş û karesat hatine serê civaka me. Beriya fermana 3’ê Tebaxa 2014’an, komkujiyên 14’ê Tebaxa 2007’an li li Til Izêr û Sîba Şêx Xidir jî pêk hatî ji fermanê ne kêmtir bû. Wê rojê xêrnexwazan li 4 cihan li dijî xelkê me teqîn pêk anîn û bi sedan welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Wesayîta hatî teqandin yek jê ji vê rêyê ji aliyê deştê ve hat û li vê derê li ber mala me hat teqandin. Ez li derve li ba seyareya xwe bûm. Li kolanê li ber mala cîrana qederek cîran rûniştîbûn. Wesayîtek bi lez û bi awayekî ne asayî hat û ku derbas be. Gelek qelebalixî derdixist. Me jî baz da çekên xwe rakirin. Çimkî me fêm kir ku ev wesayît sedî sed ne ji bo xêrê hatiye. Me jî

Advertisement

Ewqas dem li ser vê bûyerê re derbas bûye lê hê jî ne lêkolîneke rast û encamgir nehatiye kirin ka ev êrîş ji aliyê kî ve û bi çi armancê hatiye kirin. Çi sozê hatî dayîn hemû li hewa man û bûyer nehat zelalkirin û encamkirin

got hêj nehatî gund em bidin sekinandin heke niyeteke wî ya xirab hebe em nehêlin bigihije armanca xwe. Lewre berê xwe guhert çû aliyê sahayê û li wê derê teqiya. Hema piştê wê seyareya dîtir hat. Piştî ku seyareya duyemîn jî dît ku mirov pê hesiyane û çek di destê wan de ne, dê pêşî lê bigirin, li vê derê li ber mala me, dîreka elektrîkê hebû xwe li wê dîrekê da û teqand! Di encama her du teqînan de 44 çar welatî û piraniya wan jin û zarok bûn, şehîd bûn. Ewqas dem li ser vê bûyerê re derbas bûye lê hê jî ne lêkolîneke rast û en camgir nehatiye kirin ka ev êrîş ji aliyê kî ve û bi çi armancê hatiye kirin. Çi sozê hatî dayîn hemû li hewa man û bûyer nehat zelalkirin û encamkirin. Armanca wan ew bû ku komkujiyeke hîn mezintir bikin, nehiyê ji binî ve ji holê rakin. Lê belê negihiştin armanca xwe. Em ji sazî û dezgehên navneteweyî û mafê mirovan daxwaz dikin ku vê kerasetê derxin roniyê, mafê civaka me nas bikin û radest bikin. Cezayê pêwîst bidin sûcar û kiryarên vê bûyerê. Em jî li ser vê fikr û felsefeya ku em ji fermanan rizgar kirîn, bikaribin tifaq û yekîtiya xwe çêbikin ku nehêlin careke dîtir karesateke wiha trajîk di serê me de bînin. Heke wê demê ev rêxistinbûna me ya niha hebûya, hêzên me yên YBŞ û asayîşa me hebûya dê ev bûyer nehatana serê me. Dema ev bûyer pêk hatîn, hem pêşmerge, hem jî artêşa Iraqê, polîs û asayîşa wan hebû, lê pêşî li bûyereke wiha negirtin û ev ferman hat serê civaka me!” Yek ji şahidê bûyerê Şemo Hecî Hincî jî wiha qala bûyerê dike:“Ez bi xwe bûm şahidê teqîdnê. wesayît hat cihê qerebalixiyê teqiya. Teqîneke gelek mezin bû. Ev der cihekî navedî bû, milet ji xwe re digeriya, qelebalix bû. Lewre di teqînê de bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest da. Wê demê hem hêzên hikumeta navendî yên Iraqê li vê derê hebûn hem jî yên bi ser hikumeta Kurdistanê hebûn. Lê belê tu kesî nekarî pêşî lê bigire. Di nav ewqas hêzên asayîş û leşkerî re hat vê derê teqiya. Ewqas mirovan jiyana xwe ji dest da. Derdora 400 mirovan li vir jiyana xwe jidest da. Wê demê ez hinekî ji cihê teqînê dûr bûm lê dîsa jî bandor li min kir, serê min şkest ji ber teqînê”. Yek ji niştecihê gundê Sîba Şêx Xidir û şahidê bûyerê Saro Mirad Şêx Xidir jî wisa qala teqîna li Sîbayê dike:“Bi qasî 5 xulek beriya li vê derê teqîn çêbe, li

Wê demê hem hêzên hikumeta navendî yên Iraqê li vê derê hebûn hem jî yên bi ser hikumeta Kurdistanê hebûn. Lê belê tu kesî nekarî pêşî lê bigire. Di nav ewqas hêzên asayîş û leşkerî re hat vê derê teqiya. Ewqas mirovan jiyana xwe ji dest da

nehiya Til Izêr teqîn çêbûn. Piştî dengê teqîna li Til Izêr hat û agahî hat ku li wê derê teqîn çêbûye, milet xwe kar kir û gotin em ê biçin hewariya wan. Hêj milet bi xwe karkirinê re mijûl bûn ku biçin hewara Til Izêr, teqîna vê derê çêbû. Hêj çend xulek di ser de neçûyî li aliyê rojavayê gund teqîneke dîtir çêbû. Lewre tevlîhevî û alozî gelek çêbû. Kesî nizanî ka dê biçe hewara kî û bi kîjan aliyî ve biçe. Di her du teqînên li Sîba û Til Izêr de bi sedan mirov hatin qetilkirin. Ev der sîlo bû, wesayît hate vê derê û teqiya. Wê demê ewqas mal li vê derê li cihê bûyerê

nîn bûn. Qerebalixî bi qasî ya Til Izêr nîn bû li vê derê. Xwe zû teqand, çimkî wan dizanî ku xelk pê hesaye. Piştî ku xelkê me pê hesiyan, xwestin bi çekan seyareyê bidin sekinandin û fişek berdanê. Piştî wê xwe teqand. Ango hêj li serê gund xwe nav milet de teqand. Ji sedî zêdetir mirovan jiyana xwe ji dest dan. Jixwe ya aliyê rojavayê gund ji bo ku zû tê ferqkirin hêj ji dûr ve xwe diteqîne. Wê bi qasî vê zerer neda milet û gund. Ev teqîna ku 5 xulek piştî ya yekemîn pêk hatî de kesî jiyana xwe ji dest neda lê mal û xanî xirab bûn, ziyana maddî çêbû. Wê demê ewqas hêz li vê derê hebû. Hem yên Iraqê, hem jî yên Kurdistanê. Ew girê seriya gund navenda polîs-şirta bû. Lê belê tevî vê jî ev êrîş nehatin sekinandin”. Asayîşa Iraqê di rojên asayî de nedihiştin ku seyareyeke biçûk jî bê destûr û venêrîn derbas be. Lê belê wê rojê çar wesayîtên bombe barkirî hatin 2 li Sîbayê, yek li gundê Izêr û yek jî li Til Izêr hatin teqandin. Di van her çar teqînan de nêzî hezar welatiyan şehîd bûn û bi sedan jî birîndar bûn. Bi sedan mirov seqet man, bi sedan mal û xanî hilweşiyan. Hêj jî hejmara rastî ya vê fermanê bi zelalî nayê zanîn, hêj jî hinek kes winda ne.

Heke wê demê ev rêxistin bûna me ya niha hebûya, hêzên me yên YBŞ û asayîşa me hebûya dê ev bûyer nehatana serê me