pdf giştî beşa kurdî latînî hejmara 23

Page 54

KOVAR DICLE

SAL 4

2021/7/30

HEJMAR 23

54

RAPORT

Diclepress13@gmail.com

‘FERMANÊ BI TEQÎNA TIL IZÊR Û SÎBAYÊ DESTPÊKIR!

A: Hena qîranî

Sala 2007’an li Nehiya Til Izêr û

Sîba Şêx Xidir ên Şengalê çar teqîn li pey hev çêbûn. Di van teqînên ku weke destpêka fermana 2014’an tên nirxandin de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan. Wê demê rêxistina çete ya nijadperestên Tirk TÎT’ê ev çalakiyên hovane girtibûn ser xwe. Beriya fermana 3’ê Tebaxa 2014’an lîstik û plangeriyên mezin li ser Şengal û derdora wê dihat lîstin. Herêma ku ji aliyê du hikumetan(hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta navendî ya Iraqê) ve dihat rêvebirin û qaşo dihat parastin, tim dibû mijara nakokî û hesabên kûr û tarî. Her hêz û aliyî dixwest bandora xwe li Şengalê zêde bike û bi xwe ve girê bide. Lewre ji bo pêkanîna armancên xwe serî li her rê û rêba-

zên qirêj û hovane didan. Ligel ku hêzên leşkerî û asayîşa herêma Kurdistanê(PDK) hem jî ya Iraqê li herêmê bû, berovajiyê rewşa asayîş û aramiyê, her ku diçû rewşa aloz û pevçûnî ya li herêmê kûrtir dibû. Tebaxa sala 2007’an li nehiya Til Izêr, Gundê Izêr û Sîba Şêx Xidir li pey hev çar teqînên hovane yên bi armanca qirkirinê di nava gel de hatin kirin û bi sedan welatiyan jiyana xwe ji dest da. Di teqînê de bi sedan kes birîndar bûn, ezayên bedena xwe winda kirin, seqet man! Ev çalakiya terorîstî destpêkê weke ku rêxistinên girêdayî El Qaîdê hatibe kirin hatibin raberkirin jî, paşê rêxistina çete ya bi navê Turk Întîkam Tugaylari(TÎT) girt ser xwe. Di 14’emîn salvegera komkujiya Til Izêr û Sîbayê de welatiyên bûyî şahidê bûyerê û behsa wê demê û

pêkhatina vê bûyera hovane kirin. Yek ji şahidê bûyerê Hisên Xelîl ku teqînek li ber mala wî qewimî, wiha behsa bûyerê û serpêhatiya xwe dike:“Di vê meha Tebaxê de gelek rojên reş û karesat hatine serê civaka me. Beriya fermana 3’ê Tebaxa 2014’an, komkujiyên 14’ê Tebaxa 2007’an li li Til Izêr û Sîba Şêx Xidir jî pêk hatî ji fermanê ne kêmtir bû. Wê rojê xêrnexwazan li 4 cihan li dijî xelkê me teqîn pêk anîn û bi sedan welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Wesayîta hatî teqandin yek jê ji vê rêyê ji aliyê deştê ve hat û li vê derê li ber mala me hat teqandin. Ez li derve li ba seyareya xwe bûm. Li kolanê li ber mala cîrana qederek cîran rûniştîbûn. Wesayîtek bi lez û bi awayekî ne asayî hat û ku derbas be. Gelek qelebalixî derdixist. Me jî baz da çekên xwe rakirin. Çimkî me fêm kir ku ev wesayît sedî sed ne ji bo xêrê hatiye. Me jî


Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.