dil,dicle,kar,jin,jinolojî,gul,amed,gerîlla,apo,serok,sine,sengal,singal,fb,qamişlo,karwan,şehîd,şeh

Page 1

Sal 4

2021/9/20

Hejmar 24

Diclepress13@gmail.com

PADÊ:

DIVÊ EM HÊZA XWE BIKIN YEK SEÎD HESEN FERMANDAR, SIYASETMEDAR Û PÊŞENGÊ GELÊ XWE YE XWEDAWENDA RASTÎN A META JIN E


Ş: ÎSA XWEDÊDA


DICLE

Lêkolîn, Belge û Lêgerîn Jimar: 24 REZBER : 2021

DI VÊ HIJMARÊ DE DENG BIDIN ÎRADEYA XWE PADÊ DERKETINA DÎNÊ BRAHÎMÎ

4

5

SEÎD HESEN FERMANDAR, SIYASETMEDAR Û PÊŞENGEK ÊZIDXANÊ Y

14

XWEDAWENDA RASTÎN A META JIN E

24

LI ROJHILATÊ ÇIYAYÊ ŞENGALÊ, QUBA PÎRÊ EWRAN HEYE

18

DIJMINÊ TE GÊRIK BE JÎ HESABÊ WÎ BIKE

29

DI PÊŞKETINA CIVAKÊ DE ROLA HUNER Û PARADÎGMAYÊ

33

DI WARÊ FELSEFÎK Û ÎDEOLOJÎK DE PARASTINA CEWHERÎ

40

OMER XEYAM PERDEYA ŞERMÊ RAKE

32

RÊBERÊN XWEZAYÎ BI EW CIVATA KU JI NAVA WÊ DERKETIYE RE BÛYE YEK 38 KELEHA ANZAFÊ

JI ŞENGALÊ BÊHNA AZADIYÊ TÊ

51

53

DI WARÊ FELSEFÎK Û ÎDEOLOJÎK DE PARASTINA CEWHERÎ

40

EGER PDK VEGERE ŞENGALÊ, EV FERMANEKE NÛ YE

57

PADÊ: DIVÊ EM HÊZA XWE BIKIN YEK

66

TEVGERA TESFIYEKARIYÊ YA NETEWEYÎ!

62

DÎROK ÇIYE?

66

NEHÊLIN PDK DIJMINAHIYA KURDAN BIKE! ORYANTALÎST Û KURDOLOJIYÊ

63

69

Xwediyê Kovarê û Rêvebera weşanê:

Faris Herbo Xidir

Cigirê Rêveberê weşanê: Sikran Ridînî Meshuc el.şemerî Berpirsê weşanê:

Azad Ebdal kirêt Desteya Weşanê:

- Xelîl Murad Şilo - Omran Sekran Ridînî - Îbrahîm Emo Kiçî Sepandin û Derhênerî:

Qasim Xelif Abdulla Navîşan:

Şengal -Sincar-

Tel: 07504197663 07500496100

E. mail: Diclepress13@ gmail.com

Hejmara Roxstgirtin Li Sendîkaya Rojnamevanî îraqî

1773


JI EDÎTOR Xwendevanên hêja!

DENG BIDIN ÎRADEYA XWE PADÊ

Meha tebaxê di dîroka nêz a gelê me de mehêkî bi êş

û kul e. Her di vê mehê de car din neyarên gel, ax, çand û baweriya me, êrîşê ser destketiyên me kirin û di wan êrişan de pêşengê civaka me Şehîd Seîd Hesen Seîd û Îsa Xwedêda û heşt lehengên din ên YBŞ’ê û saziya tenduristiyê şehîd xistin. Di bingeha wan êrişan de, dewleta dagirker û faşîst a tirk naxwazê gelê me bibe xwedî îradeya xwe ya serbixwe û her tim di dîroka dûr û nêz de jî hewl daye ku gelê me bi gefan û êriş û fermanan bitirsînê û teslîm bigire. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de jî bi hevkarê xwe DAIŞ’ê re hewl da di sedsala 21’emîn de gelê me tune bike, bê pêşeng û rêber bihêlê. Di êrişa xwe ya dawî de jî, bi şehadeta pêşengê civaka Êzidî Şehîd Seîd Hesen û hevalên din re armanc kiriye ji sedî sed îradeya me teslîm bigirin. Lê civaka Êzidî di wê ferqê de ye ku her çiqas ev êrîş bi destê dewleta tirk a dagirker hatibe kirin jî, di encama komployeke herêmî û êrêkirina hêzên navneteweyî de ev êrîş pêk hatiye. Di van êrîşên dawî de berpirsyariya hikumeta Iraqê, PDK, Amerîka û Neteweyên Yekbûyî jî heye. Civaka Êzidî bi pîlaneke nû ya fermanê re rû bi rû ye. Rêkeftina 9’ê Cotmehê jî beşêk ji wê pîlanê bû lê berxwedaniya gelê me û nişandana îradeyêkî bihêz, ev rekeftin mîna êrîşa DAIŞ’ê ya qonaxa duyemîn hate pûçkirin. Ji ber vê yekê êrişê pêşengê me hevalê Seîd kirin. Berxwedaniya gelê me û yekrêzî û yekhelwêstiya wan, pîlana neyaran daye sekinandin. Niha dixwazin rêkeftina 9’ê Cotmehê bi van êrîşan re zindî bikin û li ser gelê me ferz bikin. Ji ber vê yekê jî girîng e ku gelê me di helwesta xwe ya serbixwe û xeta berxwedanê de ji her demî zêdetir xurt û zelal be. Iraq û Rojhilata Navîn bi giştî di qonaxeke pir hesas û metirsîdar re derbas dibe. Divê gelê me jî li gorî vê yekê xwe amade bike. Herî dawî li Bexdayê komcivînek çêbû. Her çiqas di vê civînê de behsa serweriya Iraqê hatibe kirin jî tu hikum û serweriya Iraqê nemaye. Ji ber ku dewleta tirk a dagirker bi xeyala avakirina Osmaniya

Nû beşek ji axa Iraqê dagir kiriye û her ku diçe hebûna xwe ya li Iraqê kûrtir dike. Li hemberî van polîtîkayan seknekî xurt a hikumeta Iraqê nîne. Ev sekn dibe sedem ku herkes hespê xwe li ser axa Iraqê bibezîne. Hilbijartina pêşwext a Iraqê derfetekî dide ku gelên Iraqê destên derve ji karûbarên Iraqê qut bikin. Divê ev derfet baş bê nirxandin. Ev hilbijartin dikare li Iraqê hin guhertinan bi xwe re bîne. Ev dem ji bo gelê me û parastina destkeftiyên gelê me jî derfetekî dîrokî ye û divê gelê me bi giştî û Êzîdî bi taybetî vê derfetê baş binirxînin û dengê xwe bidin îradeya xwe ya rasteqîn. PADÊ ew îrade ye ku bi ked û zehmetiya Şehîd Seîd Hesen û bi sedan şehîdên Êzîdxanê hatiye avdan û gihiştiye vê qonaxê. Ji beriya fermanê û heya niha tekane partî ye ku hemû endam û rêvebirên wê di xizmeta gelê xwe de ne û xwedî pîlan û projeya serxwebûna Êzidiyan e. Em dengê xwe bidin partiya şehîdan PADÊ Gelê me divê vê carê êdî deng bi xwe bide, îradeya xwe di ser îradeya her kes bibîne û qebûl neke tu kes ji derve biryar li ser çarenûsa wê bide. Di diyarkirina îradeya rasteqîn a gel de divê hinêk pîvan bêne esas girtin. Yek ji van pîvanan ew e ku xweseriya Şengalê ji xwe re bike armanca esasî. Xewn û xeyalê Mam Zekî, Mam Beşîr, Şehîd Zerdeşt, Şehîd Seîd Hesen û bi sedan şehîdên din ev e. Ya din divê veger û ji nû ve avakirina Şengalê ji xwe re bike derdekî mezin û şev û roj ji bo vê armancê bixebite. Bi vî rengî êş û kelemên civaka Êzidî kêm bike. PADÊ û namzetê wê jî wê sozê didin ku wê ji bo xweseriya Şengalê û vegera li ser axa pîroz kar û xebat bimeşînin. PADÊ di demên borî de jî pir hewl da ku tifaqa Êzîdiyan êsas bigire, rê nede dengê gelê me parçe bibe, were dizîn û xisar biçin. Di vê xola hilbijartinê de jî ji bo ku destkeftiyên gelê me û yekrêziya wan bê parastin bi awayêkî serbixwe beşdarî hilbijartinê bûye. Ev helwest tê vê wateyê ku PADÊ ji bo berjewendiya gelê xwe amade ye. Em jî wekî gel, hevalbend û piştgirên PADÊ hewl bidin bi dengê xwe vê îradeyê biparêzin û rênedin xewn û xeyalên şehîdan li erdê nehêlin.


Diclepress13@gmail.com

FIKRÎ

5

HEJMAR 24

2021/9/20

SAL 4

KOVAR DICLE

DERKETINA DÎNÊ BRAHÎMÎ

IBRÎ JI BINAVKIRINA MISRIYAN ‘APÎRÛ’ YA BI MANEYA ‘MIROVÊN TOZGIRTÎ YÊN JI ÇOLÊ HATINE’ TÊ

Mirov dikare texmîn bike ku Nemrûdên(qral û rêve-

berên payebilind) Babîlan jî li demeke bi vî rengî ya pêxîrtengiyê rast hatine. Di dest de dîroka rast nîne. Rîwayetên der barê hezar salan berê de hene. Lê em dikarin bi krîterên zanistî yê manedar ên roja me ya îro şîroveyên nêzî rastiyê weke bingeh pêşde bibin. Eger em qebûl bikin ku dîrok hunerekî şîroveya dîrokê ye, hêza her şîroveyê bêguman wê bi nêzîkbûna wê ya rastiyê were pîvan. Devera Brahîm jê xurûc kiriye ango jê hîcret kiriye an jî derketiye Ûrfa ye. Şîroveya civakî-dîrokî ya Ûrfayê dikare me nêzî rastiya dînê Brahîmî bike. Herweha eger em dema derketinê ya tê texmînkirin û dema wê ya bihurandî li ber rohniya dîroka gerdûnî şîrove bikin, em ê karibin gaveke din nêzî rastiyê bibin. Divê em bi tevahî nebin hezkirekî çavkorî yê rastiyê. Ji ber ku rastiyeke bi vî awayî tineye. Bi herêma xwe ya berfireh jeobiyolojiya Ûrfayê, piştî Dema Qeşayê ya Çaremîn ji bo komên mirovan

ABDULLA OCELLAN

weke buhuştekê xuya dike. Rewşeke welê ya avhewayê lê heye ku bi awayekî xwezayî tê avdan. Em ji xebatên zanistî yên pêwendîdar wer fêhm dikin ku bi flora û fauna xwe devereke balkêş e. Di qonaxekê de ku mirovatî piştî sedhezar salan bi zimanê sembolan dipeyive, mirov dikare li vê deverê li bendê be ku mirovatî gavên mezin biavêje. Herweha ji ber Rîfa Rojhilat a Efrîkayê çavkaniya rêya mezin a derketina mirovan e, mîna stasyona belavkirinê ya mirovan e. Şert û mercên wê hene ku mirovên xwedî ezmûn jî wê teqdîr bikin. Mirov dikare bibêje ji bo insanê wê demê ji aliyê debar, cihûwar, parastin û zêdebûnê gelekî di cih de ye. Kevirên tîk ên di erdkolana li Girê Navikê de hatin dîtin, bi awayekî vebirî zelal bû ku yên perestgehekê ne, û herî kêm dîroka wan duwanzdeh hezar sal berê ye. Mirov dîrokê bibe 15.000 salan wê zêdegavî nebe. Ji ber ku avakirina perestgeheke bi vî rengî, li pişt wê çandeke hezar salan nebe, nayê lêkirin. Ev


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/9/20

HEJMAR 24

6

FIKRÎ

Diclepress13@gmail.com

tespîta zanistî û şîroveya jeobiyolojîk li hev dikin. Ji panzdeh hezar salan zêdetir demek e, sîstemeke bi hêz a qebîleyan heye. Ji ber ku perestgeh temsîla sîstema qebîleyê dike. Her qebîle perestgeheke xwe ya çemberwarî ya piçûk heye. Dibe ku di bin erdê de mînakên wê yên din jî hebin. Mînak li ser girên nêzî Haranê jî bermahiyên perestgehên bi heman rengî yên nîv-çember têne dîtin. Gundiyên îro û heta bajarî jî xwedî teknîka çêkirina kevirên tîk nînin. Wê wextê mirov dikare bibêje ku insanên wê demê di rewşeke pêşketî de ne. Mezinahiya perestgehê çil qat ji ya Mekkeyê(di dema derketina Îslamê de) mezintir e. Jixwe perestgeha li Mekkeyê avahiyeke besît a bi keviran e. Hingê mirov dikare pîroztiya Ûrfayê û rola wê ya navendî bibe demekê ku herî kêm bi qasî panzdeh hezar salan wêdetir e. Di wê demê de ne bi tenê Mekke, ji aliyê mezinahî û zeman ve ji Quds(Di dawiya salên 1000’î B.Z. de hîmê perestgeha pêşî ji aliyê kurê Dawid, Silêman pêxember ve hat danîn) û bi tevahî deverên pîroz ên bi heman rengî gelekî mezintir û kevintir e. Şîroveya min a şexsî ev e; dever heta bi dema Brahîm herî kêm bi qasî deh hezar salan

weke qada navendî maye. Ev dem tê maneya navendeke dinyayê ya deh hezar salî û li vir têgîna navendê girîng e. Em ji têgîna şaristaniya navendî ya pênc hezar salî zêdetir jî dizanin ku têkiliya navend-dewrûberê di dîroka gerdûnî de dewamî ye. Dîroka bê navend nabe. Di dîroka şaristaniyê de têkiliyên navend û dewrûberê gelek caran cih guhertine. Ti mekan bi hezarên salan rewşa xwe ya navendî nîne. Devera Ûrfayê ji ber ku navenda pêşî ya mirovatiyê ye, û ji aliyê zemanê bihurandî ve mekanekî bêhemta ye. Xisleteke wê ya din jî otantîkbûna mirovên li wir in. Belkî jî yên ji derve hatibin û li wir bicih bûbin hebin. Lê gelê perestgehên li wir avakirin her tim li wê deverê man. Di dîrokê de qebîleya cara pêşî navê wê hatiye hildan Hûrî, yek ji devera bingehîn a lê bicihbûyî Ûrfa ye. Paytexta Împaratoriya Mîtannî(Waşûkanî-Serêkaniyê-Ceylanpinar) ya bi koka xwe Hûrî li vê herêmê mezin bû û ji bo serwextbûna me li nasnameya gelê otantîk derfet û îmkanan dide. Herweha navenda Kevana Bi Bereket e. Gavavêtinên çandî yên çavkaniya xwe Kevana Bi Bereket her alî û dever nexasim jî şaristaniya Sumer û


Diclepress13@gmail.com

Misrê xwedî kirine û ji sedî sed di vê de bi rola sereke rabûne. Rîwayeta sefera Brahîm a Misrê û têkiliya wê bi Babîlê re vê rastiyê piştrast dike. Hîksosên li Misrê xanedanî ava kirin(salên 1800 B.Z.), tê zanîn ku çavkaniya wan dîsa ev dever e. Perestgeh rastiyeke din derdixin holê. Mirov dikare texmîn bike ku çanda diyarî û ziyafetê yek ji karên girîng ê perestgehê ye. Ev rastî îşaretên piçûk ên derketina holê ya bazirganiyê jî dide. Ji perestgehên Sumeran jî em dizanin ku perestgeh bi rola navendê ya pevguhertinên pêşî radibe. Wexta ku mirov wesfê bazirganiya dema derketina Brahîm li ber çavan digire, ev rastî wê berçavtir bibe. Ez pir girîng nabînim ku argumanên piştî Brahîm bijimêrim. Ji ber ku baş têne zanîn. Ûrfaya salên 1600’î B.Z., di nava sê hêzên dîrokî yê wê demê de ye: Mezopotamya Jêr a di bin destê Sumer-Babîl-Asûr de, Hîtîtên li Anatolya Navîn bilind dibin û Misr a firewnên Xanedaniya Nû lê bi heybet bi hêz dibin. Devera Ûrfayê hê di wê demê de tevî ku navenda jeobiyolojiyeke herî bi bereket e, ber bi navendbûna herî girîng a jeopolîtîk ve jî dimeşe. Mîtanniyên keysa xwe li vê valatiya jeopolîtîk tînin, mezin bibin. Yên hûrûkûr li dîrokê temaşe dikin wê bibînin em li destpêka qonaxeke dîrokê ne ku têde cara pêşî di navbera şaristaniyan de demeke bi heybet a têkilî û dîplomasiyê heye. Di nava çandan de danûstendineke zêde heye, di warê bazirganiyê de her tişt çirik e, ango bazirganiyê her tişt daye ber xwe. Demek e, bazirganî weke çandekê dibe rêûresm û bi sazî dibe. Qesr di nava xwe de gelekî jinan didin hev. Dîn, îdeolojî têkelî hev dibin, vediguherin. Hîtîtî xwe weke ‘welatê hezar xwedayan’ bi nav dikin. Di wê demê de pêdivî gelekî bi hespan heye û navenda ‘hesp xwedîkirinê’ dîsa li vê deverê ye. Di destanan de seyîstiya navdar a bi navê ‘Kîkulî’ derbas dibe li vê deverê ye. Sîstema qebîleyan li qonaxa xwe ya herî jor e. Ûrfa bi tenê ji aliyê pîroztiya dîn ve girîng nîne; li pişta hunermendiya stranbêjî, klambêjî, sazbendî, dahol û zirneyê jî ev bereyê çandî yê dîrokî heye. Li pişt derketina Brahîm jî ev rastî heye. Yê xurûc kiriye kesek e, an jî hezar Brahîm in, ev jî hê mijareke zelal û eşkere nîne. Ev ewçend jî ne girîng e. Ya girîng ew e ku di

FIKRÎ

7

HEJMAR 24

2021/9/20

SAL 4

KOVAR DICLE

Îdeolojiya Ibranî yan jî Cihû têkiliya wê bi milletgiriyê re ango bi dewletdariya netewe re tevî ku min di beşa modernîteya kapîtalîst de girtibû dest jî divê tavilê bê diyarkirin ku ev têkilî û bandora wê gelekî girîng e. Encamên wê yên herî xeternak bi ‘qirkirina Cihûyan’ li ser gelê Cihû bi xwe pêk hat wê demê de meyleke xurt heye. Naverast gelekî bi liv û lebat e, bazirganî bûye zenaetkariyeke gelekî kar têde heye. Brahîm bi tenê ferdekî çîna bazirgan e ku bi sazî dibe. Ya girîng, bazirganiya di navbera şaristaniyan de bi sazî dibe. Bazirganiya heywanan gelekî gur û geş e. Dever di vî warî de jî şert û mercên wê gelekî li cih in. Jixwe Brahîm tevî kerî û colên xwe tevdigere. Eşkere ye ku bazirganekî heywanan e. Seferkirina Misrê ya bi hezaran bazirganên bi vî rengî di xwezaya bazirganiyê de heye. Bazirganiya koleyan jî heye. Firotina Yûsiv weke kole, manedar e. Bazirganiya cariye-jinan jî heye. Brahîm Hacerê dikire û ev yek jî vê mijarê rohnî dike. Herweha qebîleyeke bi hêz a Brahîm heye. Ew bi xwe serokê qebîleyê ye. Ji çanda perestgehê ya bi heybet baş tê fêhmkirin ku her qebîleyek xwedayekî xwe heye. Eşkere ye ku xwedayê qebîleya Brahîm wê bi xwedayên Babîlan ên herêmê di bin destê xwe de digirin, xwe li hev rakişînin. Berjewendiyên maddî yên xwe li hev radikişînin, di çanda xwedayan de ku xwe li hev radikişînin, wê xwe nîşan bide. Peyva Ûr a di


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/9/20

HEJMAR 24

8

FIKRÎ

Diclepress13@gmail.com

Bêguman bi sedan qebîle û kesên bi vî rengî hene bi şaristaniya fermî re pevçûne. Babîl û Asûr di dema xwe de bi ‘qirkirina qebîleyan’ navdar in. Mirov dikare behsa demeke têde pevçûn û nerehetiyên mezin hene, bike. Hemmûrabiyê navdar qralekî bi heybet ê vê demê ye navê Ûrfayê de ji aliyê etîmolojîk ve ji gotina Sumerî Ûr ji rengdêrê ‘gir’ yan jî îhtîmaleke xurt e, ji navê Ûr zêde bûye. Heye ku Ûrfa xwedî maneyeke ‘cihûwarê li ser girik’ be. Ev binavkirineke rast e. Mijareke din a tê guftûgokirin koka etnîkî ya Brahîm e. Gelo Hûrî ye, yan jî Semîtîk e, ev hê bi temamî zelal nebûye. Dever ji vî alî ve îro jî bi temamî herêmeke têra xwe têkel e. Hema bêje qebîle û çanda wê ya têkelîhev nebûye nîne. Zimanê Ibrî ji aliyê etîmolojîk ve zimanekî têkel tîne hişê mirov û di vî warî de bi mînakan tijî ye. Çîroka der barê Brahîm de ku bûye malê Pirtûkên Pîroz jî em tev ji ber dizanin. Tê gotin xwe li Nemrûd rakişandiye, pûtên wî şikandine, xwestine wî biavêjin agir, bi mûcîzeyê rizgar bûye, hîcret kiriye, koçî Îsraîl-Filistîna îro kiriye, cariye Hacer(heye ku ji çanda xwecihî nêzî Ereban be) piştî ku Simaîl aniye neçar hatiye hiştin koçberî devera Mekkeyê bibe, ji Saraya esîl Îshaq welidiye, Yaqûb yek ji du kurên Îshaq e, kurê Yaqûb Yusiv weke kole tê firotinî firewnên Misrê, di encama dekûdolab û eşqên qesrê de heta bi wezîrtiyê mezin dibe û hwd. gelek hêmanên çîrokê di

vê çarçoveyê de ne. Eşkere ye ku çanda Brahîm ne çanda şaristaniya Sumer, ne jî ya Misrê ye. Çanda qebîleyê ya hezar salan a Ûrfayê ye. Lê bi awayekî gelekî girîng veguherî ye, di serdemeke tevlîhevkirî de çandeke sentezkirî ye. Eger em çîroka wê şîrove bikin, em dikarin xwe bigihînin encamên girîng. Nemrûd tê zanîn, navê waliyên rêveberiya Babîlê ne. Cihê pût lê bi awayekî komî hene, temsîla Panteona Babîlê ya li Ûrfayê ye. Bavê Brahîm di xizmeta Nemrûd de ye. Lê pirgirêk û nakokiyên wî pêre hene. Her çi be jî li herêmê esilzadeyekî qebîleyê ye. Mirov dikare texmîn bike ku baweriyên wî yên dînî yên xweser û xas hene. Brahîm li pey berjewendiyên bavê xwe ango berjewendiyên qebîleyê ye. Encam pevçûn û xwe li hev rakişandine. Şikandina pûtan û ceribandina avêtina agir, vê rastiyê eşkere nîşan didin. Wê wextê ne bi tenê qebîleya xwe, ji bo berjewendiyên tevahiya qebîleyên bi heman rengî pêşengiyê dike û têdikoşe. Bi awayekî li dijî kolonyalîzma Babîlê têkoşîna xwecihtî û welatperweriyê dike. Panteona Babîlê bereyê maneyê yê vî şerî ye, biryargeha îdeolojîk e, û dixwaze bi rola hegemonîk rabe. Bereyê îdeolojîk ê Brahîm jî çanda manewî ya qebîleyê ye, ango dîndarî û xwedaperestiya qebîleyê ye. Li gorî ku serektî û pêşengiyê dike, xwedayê wî yê qebîleyê jî wê ji xwedayên qebîleyan re pêşengiyê bike. Jixwe wisa jî dibe. Ji ber ku dewlet e, Nemrûdê Babîlan di du şerên bereyê maneyê de hê bi hêz an jî serketî derdikeve. Ji aliyê Brahîm ve ketina ser rêyên koçberiyê ferz dibe. Ji bo Brahîm hem sal û hem jî rê ferz dibin. Ji ber ku şerê ketiye navê, ciddî û ji dil e. Li ber rêûresma şaristaniyê radibe. Pût şikandin, redkirina sîstema şaristaniya fermî ye, ango modernîteya fermî ya demê ye. Bêguman bi sedan qebîle û kesên bi vî rengî hene bi şaristaniya fermî re pevçûne. Babîl û Asûr di dema xwe de bi ‘qirkirina qebîleyan’ navdar in. Mirov dikare behsa demeke têde pevçûn û nerehetiyên mezin hene, bike. Hemmûrabiyê navdar qralekî bi heybet ê vê demê ye. Tê gotin rêzikên pêşî yên huqûqî wî danîne. Têkoşîna Brahîm bi vî aliyê xwe bi awayekî dişibe şerên rizgariya mêtingehan li dijî şaristaniya kapîtalîst a roja me ya îro. Berê xwe dide Misrê,


Diclepress13@gmail.com

sedema pêşî bazirganiya pez e, lê sedema duyemîn a girîng, heye ku gera li hevalbend û hevgiran e. Ji sedî sed mirov dikare ji çîroka Yûsiv vê encamê derxe. Ji ber ku di vê demê de reqabeta di navbera şaristaniyan de xurt û dijwar bûye. Xwelihevrakişandinên HîtîtMisr, Babîl-Hûrî(Hîtît) û Babîl-Misrê di gelek qeydan de tê dîtin. Ya mirov fêhm dike ew e, Brahîm li dewrûbera Qudsa îro bi cih dibe û ev der ji aliyê bahewayê ve hinekî dişibe Ûrfayê û li derveyî kontrola sê şaristaniyan dimîne. Li vir jiyana xwe weke koçberekî derbas dike. Bi zor û zehmetî ji xwe re cihekî qebristanê kiriye. Têkiliyên wî bi Ûrfayê re dewam dikin. Nêviyê wî Yaqûb ji vir bi xizmên xwe yê nêz bi keçên Lavan, Rahel û Lea’yê re dizewice. Ji aliyê mijara me ve ya girîng veguherîna dînê Brahîm e. Diyar e ku Brahîm ketiye şik û gumanekê. Şikandina wî ya pûtan gumana wî ya dînî piştrast dike. Temsîla xwedayên dînekî din be jî şikandina pûtên wan di warê guman birina ji dîn de îşareteke eşkere ye. Di rêûresma fikra wê demê de ‘dengên ji xeybê’ tên, xwedî cihekî girîng in. Dengên ji xeybê di encama zêde fikirkirin û ponijandina hin awayên

FIKRÎ

9

HEJMAR 24

2021/9/20

SAL 4

KOVAR DICLE

wecd û îlhamê de pêk tên. Zimanê îlhamê ye. Li gorî tê gotin, rojekê dengekî bi vî awayî bihîstiye. Dengê hatiyê yan jî îlhama hatiyê(dengê ji xeybê) weha şîrove dike:“Wa Hewe!” Dibe ku ev şêweyekî îfadeya Hûrî be. Maneya wê ‘Ev Ew’ e, bi kurtî ‘Ew’ e. Ango senteza xwedayê nû yê li hêviyê ye, li bendê ye. Mûsa û Muhemmed jî wê bi vî awayî xwe bigihanda xwedê. Yanî ev rêûresm pir kevn e. Etîmolog hê jî li “Ew e” lêdikolin. Şîroveya min a şexsî ev e. Her çûye ev şêweyê îfadeyê bûye ‘Yahweh’, ji vê jî veguheriye ‘Yahûdî’(Cihû) û di vî warî de gelek qenaet hevpar in. Bi kurtî çîroka xwedayê navdar ê Ibraniyan bi vî awayî bû. Min berê gotibû peyva Ibrî ji binavkirina Misriyan ‘Apîrû’ ya bi maneya ‘mirovên tozgirtî yên ji çolê hatine’ tê. Dibe ku Brahîm ji qebîleya ji nû ve ava kir û jêre pêşengî dikir Ibrî û ji dînê xwe re yê ji aliyê maneyê ve ji nû ve ava kir, Yahûda gotibe. Divê em bi bîr bixin ku di cewherê Yahûda de xwedê heye, çawa ku di navê Îsraîl de heye. Ji aliyê dîrokî ve bi vî awayî analîzkirina koka dînê nû û bi serhatiya wî ya kurt anîna ziman a pêşketina wî, li gorî min gelekî


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/9/20

HEJMAR 24

10

FIKRÎ

Diclepress13@gmail.com

manedar e. Em bi dînekî nû yê xwe ji nû ve avakirî û dînekî qebîleyê re rûbirû ne ku xwe bi tenê his dike. Dîndartî û xwedaperestiya qebîleyekê veguherî eger şoreş nebe jî ji sedî sed weke Îslamê û weke Protestaniyê reformeke ciddî ye. Sedema bi awayekî hişk parastina qebîle û xwedayekî ji nû ve hatine avakirin û veguherîne, dibe ku şert û mercên jiyanê yên zor û zehmet bin. Cihû çima girîngiyê didin bazirganî û pereyan, di heman demê de çawa li gelemperiya dinyayê di vî warî de bûne pispor, ev yek kengî weke qebîle gav diavêjin bazirganiyê, gelekî baş tê fêhmkirin. Manûnemana qebîleyê bi baziganiyê ango bi pereyan ve girêdayî ye. Brahîm dixwaze Simaîl bike qurban û bi dengê ji xeybê tê, ji kirina vê yekê digere. Ev bûyer hêmanekî girîng ê temamkerê vî dînê nû ye. Rêûresma qurbankirinê gelekî kevn û belav e. Qurbankirina zarokan jî yek ji van e. Heye ku rêûresmek e ku heta wê rojê bi cih tê anîn. Brahîm û maneya wî ya xwedayî li hev dikin ku êdî modaye vê rêûresmê derbas bûye.

Xaleke girîng a reformê, ev e. Qurbankirina heywanên têne zanîn, şûna wê digire. Ji çîroka Hacer û Simaîl şîroveya mirov derxîne ev e, dînê nû di nava qebîleyên Semîtîk-Ereb de pir bi xweşî nayê pêşwazîkirin. Gelekî zû derketiye, mirov dikare weke ezmûneke ‘Pêş Îslamê’ binirxîne. Lê zêde nikarîbûye belav bibe. Hê di wê demê de Mekke girîngiya navendbûna xwe nîşan dide. Panteoneke cuda ya qebîleyan heye. Paganîzm(pûtperestiya qebîleyan, xwedaperestiya qebîleyan) hê gelekî bi hêz e. Navê Îsraîl ê di dema Yaqûb de bi gewde bû, bi awayekî balkêş diberide, bi pêş dikeve. Daçeka ‘El’ ji Kenaniyan(Qebîleyên Semîtîk ên li devera Filistîn û Lubnanê) hatiye girtin. Ev têgîna bi koka xwe Semîtîk e, maneya xwe nêzî ‘bilindî’ û ‘meznahiyê’ ye. Di nava qebîleya Ibraniyan de weke ‘Elohî’ tê bilêvkirin. Bi Îslamiyetê re vediguhere û weke ‘Ellah’tê gotin. Mirov dikare weke xwedayê giştî yê qebîleyên Semîtîk qebûl bike. ‘Got’ di nava qebîleyên Hind-Ewrûpî de û ‘Gudea’ yê di nava zaravayên Kurdî-Îranî de heman maneyê temsîl dikin. Bi maneya pêşî yan jî xwedayê hevpar


Diclepress13@gmail.com

ê qebîleyan tê. Ji ber vê yekê di sala 2150’î B.Z. de hegemonya Gûtî û Gudea ya li Sumerê, manedar e. Bi maneya qral-xweda tê. Nîşaneke qralan e ku di wê demê de gelekî tê bikaranîn. ‘Îsraîl’ bi maneya ‘kesê bi xwedê re gulaşê dike’ tê. Hinekî bêhna şovenîzma qebîletiyê jê tê. Xwe ewqas bi hêz dibînin ku dikarin bi xwedê re jî gulaşê bikin. Ya rastî bi xwedê re şer dikin. Mîna dewameke pûtşikandina rêûresma Brahîm xuya dike. Mirov ji bêhejmar pêngavên wan ên îdeolojîk dikare fêhm bike ku tevahiya dîrokê bi gelek xwedayan re gulaş kirine. Divê em ji bîr nekin ku her gava îdeolojîk a ji bo nûbûnê avêtine, tê maneya ‘gulaşa bi xwedê’ re. Ez ê piştre behsa hostetiya maneyê(têgîn, teorî, teolojî) ya rewşenbîrên Cihûyan bikim. Çîrokeke koçberiyê ya qebîleyê ya ber Misrê ve heye ku li gorî texmînan di navbera salên 1600-1300’î B.Z. de pêk hatiye. Serhatiya Mûsa û Yûsiv di encama vê koçberiyê de derdikeve holê. Li gorî rîwayetê, li Misrê serhatiyeke wan a demdirêj heye, di şert û mercên nîvkoletiyê de dijîn, hewl didin yekîtiya xwe biparêzin, ber bi çînayetiyekê ve diçin, heye ku Mûsa yek ji giregirên vê bermahiya qebîleyê be, û mîna nakokiya Brahîm bi Nemrûd re ketiyê Mûsa jî bi Firewnê Misrê re ketibiyê û ev bûyer jî li dema Akhenaton dînekî yek xwedayî îlan kirî, rast hatibe. Li gorî rîwayetê hîcret jî salên 1304-1280 B.Z. di dema Firewn Ramsesê II. de pêk tê. Gavavêtin û derketina navdar a Mûsa di Tewratê de dûrûdirêj heye. Hem berxwedana wî li beramberî şert û mercên xwezayê(şert û mercên xwezayî yên Nîvgirava Sînayê dijwar in), hem jî nakokî û şerê wî bi gelek qewm û qebîleyên ne dost ên li dewrûberê, di Tewratê de cih digirin. Berxwedaneke çil salî û êşeke mezin a koçberiyê. Li Tûrî Sîna(tûr-çiya) rêûresma ‘dengê ji xeybê’ tê, careke din xwe dubare dike. Deh Ferman(wehî, fermana xwedayî) têne girtin. Peyva Ibranî heye ku berhema vê demê ye. Der barê xwedê de li şûna navên kevin navên nû yên weke ‘Rab’(efendî) tên danîn. Ev yek çînîbûneke diyar nîşan dide. Hê bi dijwarî li ber pûtperestiyê rabûn heye. Li dora sindoqa Deh Ferman(rêûresma Pirtûka Pîroz) têde têne veşartin û hilanîn kulteke

FIKRÎ

11

HEJMAR 24

2021/9/20

SAL 4

KOVAR DICLE

Eşkere ye ku çanda Brahîm ne çanda şaristaniya Sumer, ne jî ya Misrê ye. Çanda qebîleyê ya hezar salan a Ûrfayê ye. Lê bi awayekî gelekî girîng veguherî ye, di serdemeke tevlîhevkirî de çandeke sentezkirî ye. Eger em çîroka wê şîrove bikin, em dikarin xwe bigihînin encamên girîng nû(şêweyê perestin û îbadetê) tê pêkanîn. Di Tewratê de dabeşkirineke deman tê çêkirin. Termînolojiyeke bi awayê dema Derketinê-Kahînan-RêberanQralan-Pêxemberan-Nivîskaran tê bikaranîn. Divê neyê jibîrkirin ku ji salên 1600’î B.Z. dema Brahîm jiya, heta bi salên 600’î B.Z. li naverastê belgeyeke nivîskî ya Cihûyan nîne. Bi devkî veguhestina hinek rêûresman heye. Ez yeqîn dikim ku rêûresma nivîskî bi Pêxember Îşaya di van deman de tê destpêkirin û pêşdebirin. Di dema esareta Babîlan de(596-540 B.Z.) gelek hêman ji Zerdeşt têne girtin. Her diçe ji fikra Grekan jî bi tesîr dibin. Pirtûka Pîroz a jêre Ahdî Atîk tê gotin timî bi pêşdebirinê derdikeve holê. Cildên wê yên stûr û şîroveyên wê hatine çêkirin. Ji ber ku encama kombûneke rêûresma parastinê ye, girîng e. Piştre bandorên wê yên dînî, felsefî û wêjeyî û îlhama da huner gelekî mezin bû. Herweha hejmareke zêde şîroveyên wê hatin kirin. Tevî ku çîroka kurt a têgîna yek xwedayî bi vî rengî ye, di dînên Brahîmî de bi vî awayî behs û qal nayê kirin. Eşkere ye ku xwestine wê weke hegemonya nasna


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/9/20

HEJMAR 24

12

FIKRÎ

Diclepress13@gmail.com

Ûrfa bi tenê ji aliyê pîroztiya dîn ve girîng nîne; li pişta hunermendiya stranbêjî, klambêjî, sazbendî, dahol û zirneyê jî ev bereyê çandî yê dîrokî heye. Li pişt derketina Brahîm jî ev rastî heye. Yê xurûc kiriye kesek e, an jî hezar Brahîm in, ev jî hê mijareke zelal û eşkere nîne meyeke îdeolojîk pêşde bibin. Yek ji fikrên sereke der barê ‘projeya’ avakirina qraliyeteke piçûk a Cihûyan de ye. Spînoza jî bi xwe şîroveyeke bi vî rengî dike. Têgîna dînê yek xwedayî jixwe li Misrê hatibû îlankirin. Li cem Sumeran, Babîlan û Asûran li gorî rêzê ‘En’, ‘Mardûk’ û ‘Asûr’ nîşaneya xwedayê herî mezin, pir ji mêj ve girtibûn. Weke ku ez gelek caran bi girîng dibêjim dîsa dubare dikim, ev têgînên sembol, bandor û otorîteya saziyên qraliyetê û qralan a zêde dibe, nîşan didin. Mirov wan dikin pût û li ser navê wan kultan(îbadet) pêşde dibin, ev beşek ji hewldanên rewakirinê ne. Di tevahiya şaristaniyan de bi heman awayî hewldanên hegemonyayeke îdeolojîk hene. Ji ber ku amûrekî xurt ê rewakirinê ne, her şaristaniyê hewl daye vê rêbazê an jî dînî bi heybet bike. Qebîleya Ibranî yan jî qewmê wan di bin bandora vê rêûresma dîrokî de amûrê rewakirina qraliyeta xwe ya piçûk a qewm ava kirine, ji lewra jî mirov dikare li benda hewldaneke wan a bi vî rengî be û ev xusûsek e ku mirov dikare fêhm bike. Rêûresmeke belav e, û ev jî beşê para Ibraniyan dikeve, nîşan dide.

Projeya qraltiyê ya bi îdeolojiya Ibriyan timî di xeyalên xwe de zindî digirtin, di dema salên navbera 1020-950’î B.Z. de berçav dibe. Saûl, Dawit û Silêman di dîrokê de weke sê kesayetên girîng ên qraltiyê têne nîşandan. Pêxember û qral in. Em cudahiya wan ji Misrê û ji Sumeran yekser dibînin. Ne xweda qral in, pêxember-qral in. Ji lewra di xwendina Tewratê de lêgerîna li qraliyeteke Cihû û bi vî awayî şîroveyên têne kirin, divê piçûk neyên dîtin, neyên piştguhkirin. Bêguman mirov bi tevahî weke projeyeke qraliyetê şîrove bike jî rast nîne. Lê dîsa jî divê mirov têkiliya yek xwedayî ya her qewmî bi dewlet, qralê wî yê xwecihî û millî re bibîne û ev pirsgirêkeke girîng a rêbazê ye ku di dema xwendina Pirtûka Pîroz de divê mirov xemsar nêzîk nebe. Ji ber jiyana wan a bi êş, zor û zehmetiyên rûbirû dibûn, dîsa ji ber pirbûn û mezinahiya qebîle û şaristaniyên bi wan re şer dikirin, karîbûn sentezên xwe hûrûkûr, pîroz û bi îhtîmameke mezin, cuda bikin. Ez divê dubare diyar bikim ku li pişt vê dîndartiya qebîletiyê bandora çandeke qebîleyan a bi rola navendî rabûye û herî kêm deh hezar salan kudandî heye. Di parastina hêza xwe de para vê çandê gelekî girîng e. Divê mirov li pişt bihêzbûna rêûresma dînî ya li Rojhilata Navîn jî misêwa li vê bandorê bigere. Dînê Ibranî heta Xirîstiyantî weke şax an jî milekî jê qut bibe bandoreke xwe ya ciddî nîne. Bandoreke kêm li gelên din kiriye. Jixwe ji ber ku dînê qewm e, nikare belav bibe. Gotina ‘qewmê hilbijartî’ vê tektî û tenêtiyê xurt dike. Girîngiya wê ya bingehîn di derketina Xirîstiyantî û Misilmantiyê de û di têkiliya wê ya milletgiriya modernîteya kapîtalîst de xwe nîşan dide. Têkilî zêdetir di çarçoveya têgîn, teorî û teolojiyê de ye. Avahiyên teolojîk û hêmanên îdeolojîk ên şaristaniya Sumer û Misrê yên du şax û milên girîng ên şaristaniya navendî ne, reforme kirine û ev jî yek ji xisletên wê yên girîng e. Eger ev reform nebûna, dîroka Rojhilata Navîn ango dîroka gerdûnî wê bi rengekî din biqewimiya. Girîngiya detaya wê ev e: Yek ji prensîpên bingehîn ên dînê Ibranî ew e ku mirov ti carî nabin xwedê. Mirov bi tenê dikarin bibin pêxember ango dikarin bibin qasidê xwedê yan jî nûnerê wî.


Diclepress13@gmail.com

Ev bûyereke gelekî girîng e. Qralên Sumer û Misrê xwe bi hezarên salan weke qral-xwedayan rewa kiribûn. Rêûresma Brahîmî bi awayekî sîstematîk li ber vê yekê rabûye. Di çanda Grekan de bi felsefeyê li ber teşbîhkirina mirov-xweda radibin, li Rojhilata Navîn jî bi dînên Brahîmî li dijî vê yekê derdikevin. Bêguman li pişt vê nêzîkatiyê bûyerên ekonomîk, civakî û siyasî bi rolekê rabûne. Têgihiştina ekonomîk a di şexsê Brahîm bi xwe de gelekî dişibe lîberalîzmê. Kolektivîzmên Firewn û Nemrûd, xwe dispartin xebitandina koleyan. Li ser koleyan nîzameke mekîneyan hatibû avakirin. Têgîna evd-xweda(hê jî têgînek e, tê bikaranîn) ji dema koletiya bûye mekanîk, maye. Dînê Brahîmî herçend ev têkiliya bi kok xira nekiribe jî têra xwe nerm kiriye, reforme kiriye. Di bandorbûna wê de rola wê ya li vir diyarker bûye. Qebîleya Ibranî bi xwe hem li cem Nemrûd(qralên Babîl) hem jî li cem Firewn(Qraliyeta Misrê) li dijî vî şêweyê xebitandinê gelekî li ber xwe daye. Çanda qebîleyê, bi temamî kolekirin qebûl nekiriye. Di bin hîmê diyardeya şerê çînî de berxwedana hezarê salan a çanda qebîleyan li dijî kolekirinê heye. Ya li vir behsa wê tê kirin bi tenê berxwedaneke etnîkî nîne. Xusûsa ez weke têgîneke cihê girîng dibînim, di vir de ye. Ne şerê çînî, şerê çînînebûnê, qebûlnekirina çînîbûnê girîng e. Hem a di dîrokê de derdikeve pêşiya me ev e, hem jî ya rast ev e. Xusûsa Marks û Marksîst hîç fêhm nakin ev e. Ew çînîbûnê erênî û weke xeteke dîrokî ya pêşketî dibînin. Bi qasî şaşiyên wan di hîmê serneketinên wan de ev têgihiştinên wan, bi roleke gelekî neyînî rabûne. Berxwedanên hezarê salan ên qebîle, eşîr û qewman, heta şerên rizgariya neteweyî bi hin aliyên xwe li dijî modernîteya kapîtalîst di heman demê de şerên berxwedanê yên li dijî çînîbûnê ne. Di dînên Brahîmî de ev xislet bi hêz in. Piştre ji rê derxistina wan û veguherandina wan a dînên şaristaniyê divê weke diyardeyeke cuda were nirxandin. Li ber rabûna koletiyê di her sê dînên Brahîmî de rewa ye, û tê teşwîqkirin. Di ekonomiyê de jî rê li ber reformên ciddî vekirine. Avahiyeke wekhevîxwaztir kirine hedefa xwe. Sedeqe, zekat û weqif amûrên girîng in. Di hedefa wan de nermkirina sînorên hişk ên eko-

FIKRÎ

13

HEJMAR 24

2021/9/20

SAL 4

KOVAR DICLE

nomiyê heye. Di qada siyasî de demokrasî û komarê neke hedef jî otorîteya xwedê-qral hatiye nermkirin. Têgîna ‘Qralê siya Xwedê’ hatiye çêkirin û pêşdebirin. Jiyana komin, hem manedar hatiye dîtin û hem jî hatiye bicihanîn. Eşkere ye ku di qada ekonomîk, civakî û siyasî de ne şoreş lê reform hatiye kirin. Lê divê mirov van gavên hatine avêtin li gorî dema wan piçûk nebîne. Min ev gavavêtin di sîstema şaristaniya navendî de weke helwesteke ‘sosyal-demokrat’ a dema wê nirxandibû. Yên weke vê, tevgerên sosyoekonomîk in. Min beşê wê yê xwe di çanda manewî û dîn de nîşan dide gelekî girt dest û li ser sekinîm. Lê dîsa jî mirov bibe cîgirê xwedê û wesfê qasidê wî bigire, şoreşeke teolojîk e. Li ser dîroka gerdûnî bandora wê mezin bûye. Ez ê di beşa Îslamê de hewl bidim hinekî din li ser vê xusûsê rawestim. Îdeolojiya Ibranî yan jî Cihû têkiliya wê bi milletgiriyê re ango bi dewletdariya netewe re tevî ku min di beşa modernîteya kapîtalîst de girtibû dest jî divê tavilê bê diyarkirin ku ev têkilî û bandora wê gelekî girîng e. Encamên wê yên herî xeternak bi ‘qirkirina Cihûyan’ li ser gelê Cihû bi xwe pêk hat.

Bi herêma xwe ya berfireh jeobiyolojiya Ûrfayê, piştî Dema Qeşayê ya Çaremîn ji bo komên mirovan weke buhuştekê xuya dike. Rewşeke welê ya avhewayê lê heye ku bi awayekî xwezayî tê avdan. Em ji xebatên zanistî yên pêwendîdar wer fêhm dikin ku bi flora û fauna xwe devereke balkêş e


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/9/20

HEJMAR 24

14

CANGORÎ

Diclepress13@gmail.com

SEÎD HESEN

FERMANDAR, SIYASETMEDAR Û PÊŞENGEK ÊZIDXANÊ YE

A: ÎBRAHÎM ÊZIDÎ

Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen ku

di êrîşa balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li malbatek berxwedêr a dijî dagirker mezin dibe. Kalê wî Mihemeyê Evdû li hemberî Ferîq Paşayê Osmaniyan xaka Êzidxanê parastiye. Keça wî Bêrîvan Şengalî di refên têkoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd bûye. Wî bixwe jî dijî fermanan ji şer heya qada siyaset û dîplomasiyê pêşengeya têkoşîna azadiya Êzidxanê kir. Civaka Êzidî di dîrokê de bi gelek fermanan re rû bi rû maye ku piraniya wan ji destê Osmaniyan pêk hatine. Loma Êzidî jî hertim di nava berxwedaniyê de bûne û hewl dane nasname û baweriay xwe biparêzin. Di pêvajoyên berxwedanan de malbatên ku navê

wan bi tîpên zêrîn hatine nîvîsandin, derketine pêş. Yek ji malbatên ku pêşengtî ji parastina Êzidiyan re kiriye jî malbata Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen Seîd ku di 16’ê Tebaxê de di êrîşa balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de li navenda Şengalê şehîd bû ye. Fermana 1894’an a Ferîq Paşa Di sedsala 19’emîn de, sala 1894’an Ferîq Paşayê Osmaniyan fermanê li ser civaka Êzidî radike. Bi fermandariya Bekir Başa Êzdiyan ji tevahiya Çiyayê Şengalê koçber dikin û li gundên Ûsiva û Bekira ku dikevin Bakûrê Çiyayê Şengalê, nêzî Şerfedîn dorpêç dikin û hewil didin wana qir bikin. Li hemberî van êrîşan Mihemeyê Evdû ku kalikê Fermandarê YBŞ’ê Şehîd Seîd Hesen e, raserî Geliyê

Kersê di bin dara Zivingê de bi eşîrên Êzdiyan re kom dibe û nîqaş dikin ku çawa li hemberî vê êrîşê şer bikin, li ber xwe bidin. Piştî biryara berxwedanê, Mihemeyê Evdû û Êzidiyên pê re rabûne berê xwe didin gundê Ûsiva. Berxwedana Mihemeyê Evdû ya li dijî Osmaniyan Li vir Mihemeyê Evdû serê xwe li rêya Tawisê Melek dide(xwe feda dike) û bi tena serê xwe êrîşî dibe ser baregeh û topxaneya Osmaniyan a li ser girê (Girê Ereba) raserî gund. Jina Êzidî ya leheng Zerîfa Osê jî ji bo vê êrîşê hem hêzê dide Mihemeyê Evdû hem jî bi xwe li gel wî tevlî êrîşê dibe. Di encamê de topxaneyê belav dikin û ev dibe sedem ku artêşa Osmaniyan têk biçe û bi vî rengî rê li ber qirkirina Êzidiyan digirin.


Diclepress13@gmail.com

Keça Seîd Hesen, Bêrivan Şengalî berê xwe nav refên gerîla Çîroka berxwedana dîrokî ya malbata Seîd Hesen, di serdema nûjen de jî berdewam dike. Ji ber dilsoziya bi gerîla re ku di fermanê de civaka Êzidî ji qirkirinê xilas kirin, keça Seîd Hesen, Bêrîvan Şengalî jî bere xwe dide çiyayên azad û ji bo tola keç û jinên Êzdiyan tevlî refên gerîla dibe. Ew hêrsa li hemberî dijminên Êzidiyan her di dilê Bêrîvanê de bû. Wê jî dît ku tekane rêya xwe parastinê, rêxistinbûn û têkoşîna ji bo azadiyê ye. Bêrîvan Şengalî jî bi vê bîr û baweriyê dilsozî têkoşîna xwe meşand û 12’ê Mijdara 2015’an de, li çiyayên Kurdistanê di encama bomberana balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd ket.

CANGORÎ

15

Fermandar, siyasetmedar, dîplomat û pêşengê gel Fermandar Seîd Hesen ku di nava civakek xwedî çîrokeke berxwedanê ya bi sedan salan de mezin dibe, ji bo parastin û jiyana azad a civaka Êzidî şev û roj di nav kar û têkoşînê de bû. Seîd Hesen ku vê têkoşîna xwe piralî dimeşîne, dema pêwîst bû ji bo berxwedanê dibe fermandarê civaka xwe, dema pêwîst bû di qada dîplomasiyê de dibe zimanê civaka xwe, dema pêwîst bû jî di avakirina pergala xweseriyê de dibe pêşengê civaka xwe. Kesayeteke têr û tijî, berxwedêrek piralî û dilsozê Êzidxanê bû.

HEJMAR 24

2021/9/20

SAL 4

KOVAR DICLE

berxwedêr û welatparêz e ku di dîrokê de herdem li ber xwe daye û pêşengtî ji şerê li hemberî dijiminên Êzidxanê re kiriye. Zarokatiya xwe li Şengala pîroz derbas dike. Piştî mezin dibe wek tevahiya civaka Êzidî, herî zêde bi karê çandiniyê re mijûl dibe. Piştî hilweşandina rejîma Sedam Hisên ya sala 2003’yan, Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike û hewl dide ku fikrên Apoyî li Şengalê belav bike. Di nava 2 salan de gelek hewl dide ku Êzidiyan birêxistin bike û li gel komek hevalên xwe di 20’ê Nîsana 2004’an de Tevgera Êzidiyan a Demokratîk (TEVDA) ava dikin û di sala 2005’an de dibe Serokê TEVDA’yê.

Tevgera Azadiyê nas dike Navenda TEVDA’yê li Şengalê Seîd Hesen di sala 1970’an de li tê vekirin Şengalê ji dayik dibe. Ji malbatek Seîd Hesen tevî hevalên xwe bi


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/9/20

HEJMAR 24

16

CANGORÎ

Diclepress13@gmail.com

Di sedsala 19’emîn de, sala 1894’an Ferîq Paşayê Osmaniyan fermanê li ser civaka Êzidî radike. Bi fermandariya Bekir Başa Êzdiyan ji tevahiya Çiyayê Şengalê koçber dikin û li gundên Ûsiva û Bekira ku dikevin Bakûrê Çiyayê Şengalê, nêzî Şerfedîn dorpêç dikin û hewil didin wana qir bikin

Di encama hewldanan de Seîd Hesen ji bo ku Êzidiyan ji nav pençeyên çeteyan derxinîn, hawara xwe digihîne gerîlayên Azadiya Kurdistanê. Li ser vî bangî, PKK’ê komekî gerîla ya ji 12 kesan pêk tê dişîne Şengalê. 12 gerîla ji ber berxwedan û parastina xaka Êzidxanê wê piştre wekî 12 siwarên hemdem ên Derwêşê Evdî bihatana binavkirin. Pêşengtî ji 12 siwarên hemdem re dike Li vir Seîd Hesen pêşengtiyê ji 12 siwaran re dike, erdnigariya Şengalê bi wan dide naskirin, tevî hemû malbata xwe li kêleka gerîla bi erka parastina Êzidiyên ku di dorpêça çeteyan de mane radibin. Ji bo Êzidî bibin xwedî hêz, bi pêşengiya Seyîd Hesen di rojên fermanê de ciwanên Êzidî li hev kom dikin û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ava dikin. YBŞ di parastina Êzidiyan û rizgarkirina herêmê de rolekî sereke dilîze û dibe hêza mayînde ya parastina Êzidiyan. Êzidî bi baweriyeke pir mezin nêzî YBŞ’ê dibin û di demekî kurt de bi hezaran ciwanên Êzidî cihê xwe di nava refên YBŞ’ê de digrin.

Ji parastinê heya xwerêvebirinê hemû xebatan dimeşîne Seîd Hesen di hemû milan de fermandariyê ji bo Êzidiyan dike. Li kêleka hêzên leşkerî, ew di avakirin û rêxistinkirina civaka Êzidî de dibe xwedî kedeke mezin. Heya ku Êzidiyan xwe gîhandin asta parastina cewherî û xwe rêvebirinê, Seîd Hesen her di nava civakê de ye. Piştî rizgarkirina herêmê, ji bo ku Rêveberiya Xweser a Şengalê tevî hêzên wê yên parastinê Komên yekem ên ciwanên Êzidî dişîne Rojava li Iraqê fermî bibe, dest bi karê diplomasiyê dike. Di Piştî teqînên li Til Izêr û Sîba Şêx Xidirê, li ser Êzidiyan encama van hewldanan de YBŞ wek foçek (Foca 80) ser bi Desteya Heşdî Şehbî tê fermîkirin û Seîd Hesen metirsî zêde dibin. Beriya DAIŞ Şengalê dagir bike, ji ber ku xeteriya li ser Êzidiyan di rojevê de bû, di Iraqê de bi awayek fermî dibe berpirsê Foça 80 a komek ciwanên Êzidî ji bo parastina cewherî per- Heşdî Şehbî ya li Şengalê. werde dikin. Hîna ku ciwanan perwerdeya xwe bi Hevdîtina bi Serokwezîr Kazimî re temamî bi encam nekirine, êrîşa çeteyên DAIŞ’ê li ser Şengalê destpê dike. Seîd Hesen û hevalên wî dikev- Bi taybet jî piştî Peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera in nava hewldanan ku hêzên cûda bi hawara Êzidi- PDK û hikumeta Iraqê de, ku tê gotin tiliya Tirkiyeyê yan ve biçin. Ji ber ku hêzên PDK’ê û dewleta Iraqê jî di nav de ye û wekî fermaneke nû li hemberî hebûji Şengalê reviyabûn û civak bê parastin mabû, gel di na Êzidiyan tê pênasekirin, Seîd Hesen rojek jî li cihê xwe rûnane. Ji bo betalkirina vê peymanê her di nav komkujiyê re derbas dibû. her awayî hewl didin ku Êzidiyan birêxistin bikin û li ser vî esasî navenda yekemîn a TEVDA’yê li nava Şengalê vedikin. Li ser bang û hişyariyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ên beriya komkujiya Til Izêr û Sîbayê ya 2007’an, gelek hewldan çêdibin ji bo ku rê li ber qirkirina Êzidiyan bigirin. Lê ev hewldan ji ber zextên PDK’ê bê encam dibin û di êrîşa li ser Til Izêr û Sîbayê de zêdetir ji hezar kesî dibin qurbanî.


Diclepress13@gmail.com

liv û tevgerê de ye. Civaka Êzidî bi berxwedan û sekna xwe ya zelal vê peymanê bêhikum kiribû. Ji ber van bertekan û helwesta civaka Êzidî, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî neçar mabû û berê xwe bide Şengalê. Wekî şahidên bûyerê jî dibêjin, Kazimî wê bi Seîd Hesen re hevdîtin pêk bi aniya. Lewma Seîd Hesen jî diçe navenda Şengalê. Wekî şahid dibêjin, di rastiyê de ew mêvanê Serokwezîr Kazimî bû. Eger ev êrîşa bêbext pêk nehatiba, wê ji bo parastin û mîsogerkirina mafên civaka Êzidî bi Serokwezîr Kazimî re jî biketana nav diyalog û nîqaşê.

CANGORÎ

17

axa 2007’an a Til Izêr û Sîbayê, di salvegera komkujiya Koço ya 15’ê Tebaxa 2014’an, di salvegera şehîdxistina Mamê Ezîdiyan Mam Zekî ya 15’ê Tebaxa 2018’an de Seîd Hesen jî di 16’ê Tebaxê de rastî êrîşeke komploger û bêbext hat. Serokwezîr Kazimî, Seîd Hesen û beşek ji endamên Rêveberiya Xweser dawetî Şengalê kiribûn ku bi wan re hevdîtinê bike. Lê beriya hevdîtinê bi nîv saetê, li Sûka Kevin a Şengalê

ku ev der cihê destpêkê yê şerê dijî DAIŞ’ê ye, Seîd Hesen û biraziyê wî şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda bûn hedefa balefirên dewleta Tirk a dagîreker û şehîd ketin. Piştî êrîşê, hêrs û kîna civaka Êzidiyan gelek zêdetir bû peyama “Yek Di salvegera komkujiyan de ji me jî bimîne, em dest ji şeref, hate armanc kirin Lê di salvegera fermanê de, di namûs û kerameta xwe bernadin” salvegera komkujiya 14’ê Teb- dana dost û dijminên xwe.

HEJMAR 24

2021/9/20

SAL 4

KOVAR DICLE

Di salvegera komkujiya Koço ya 15’ê Tebaxa 2014’an, di salvegera şehîdxistina Mamê Ezîdiyan Mam Zekî ya 15’ê Tebaxa 2018’an de Seîd Hesen jî di 16’ê Tebaxê de rastî êrîşeke komploger û bêbext hat


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/9/20

HEJMAR 24

18

ÇAND

Diclepress13@gmail.com

LI ROJHILATÊ ÇIYAYÊ ŞENGALÊ, QUBA PÎRÊ EWRAN HEYE


Diclepress13@gmail.com

ÇAND

19

HEJMAR 24

2021/9/20

SAL 4

KOVAR DICLE


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/9/20

HEJMAR 24

Mehsum bagok

Silavgeh Her civak wateyeke girîng dide pêşengên xwe. Ew cihên ku lê bi cih bûne û keda wan lê heye, yan jî demek lê derbas kiribin, ji bo ku neyê jibîrkirin û windakirin, cihên bîranînê çêkirine. Destpêkê ew cihên bîranînê bi navê silavgehê, îşaret kirine û piştre jî li wê derê bi navê pêşengên xwe yên olî-civakî qub çêkirine. Di vê derbarê de pêwîst e em çend mînakan bidin: Raserî gundê Cefriyê li aliyê başûrê gund ve, di pala zinarên pirbilind de, silavgeha Şêx Şems hebû. Piştre li şûna silavgehê, qubê ava dikin. Li dora qubê jî mezarên civakî hene. Li jêrî qubê jî, bîreke avê heye. Hundirê bîrê bi rêza keviran, dîwar lêkirine. Ew bîreke mezin û diyar e. Bîreke gelekî kevnare ye. Em careke din jî bînin bîra xwe û şîrove bikin, wê bîra avê di nav wan çiyayan de ji bo karwan, şivan û teyrikan xizmet kiriye û wê bîrê bi vî rengî, gelek kombûn li dora xwe civandine. Ew kesên ku ew bîr çêkirine, xêreke pir mezin kirine. Ji bo tîbûn û paqijiyê, ava bîrê pêwîstiyek, çareser kiriye. Ew xêreke mezin e. Kesên ku ava wê vexwarine, bûne duavanên kesên ku bîr çêkirine. Weke her qubekê li Çiyayê Şengalê li Quba Şêx Şems jî, malbatek qubê diparêze. Mêvanan pêşwazî dike. Li wir jî li ser navê malbata xwe 2 zarokên ku birayên hev in, quba gundê Cefriyê ya Şêx Şems,

20

ÇAND

Diclepress13@gmail.com

diparêzin. Temenê wan 11 û 12 salî ne. Navê yekî Sebah û yên din jî Izêd e. Cihê gund û qubê bilind e û raserî deştê ye û xweş e. Wê di demên pêş de xweştir û geştir bibe. Quba Xatûna Fixra Ew der li hêla rojhilatê quba Şêx Şems e. Lê belê ji hev dûr in û di navbera wan de gelî hene û erdnîgariya wê, ciyayî ye. Ew qub di nava erdnîgariyeke guncav de ava bûye. Aliyê bakurê qubê deşt e. Çep, rast û başûrê wê, silsile û bilindahiyên çiyayê Şengalê ne. Li nêzî qubê tirbên civakê jî hene. Li derdorê, şikeft jî xuya dikin. Şikeftek ji wan, pir nêzî qubê ye. Berê şikeftê li başûr dinêre. Biçûk e lê birêkûpêk e. Xatûna Fixra, demekê di wê şikeftê de dimîne. Li kêleka quba Xatûna Fixra, peykera xezaleke xweşik çêkirine. Di nava civaka Êzîdiyan de, rista Xatûna Fixra çêdibe. Xwedî risteke ku pêşengtiya civakê dike. Civîn û perwerdeya ciwanan, pêş xistiye. Di nav dîroka mirovahiyê de, ew kesên ku ji bo civaka xwe pêşengtî û xizmet kiribin, ji aliyê civakên xwe ve, nayên jibîrkirin. Civak jî moral û hêzeke mezin ji wan digire. Di roja me ya îro de jî civaka Êzîdî, Xatûna Fixra, bi bîr tîne û girîngiyê dide rista wê ya bi wate. Di heman demê de, ew weke jin ji bo tevahiya jinên Êzîdî jî, dibe mînakeke dîrokî. Wê bi pêşengtiya xwe ya jin, di nav civakê de xwe ispat kiriye. Di nava çanda resen a civaka Êzîdî de, di gelek beşên jiyanê de rista jinê, xuyaker û watedar e. Mirov dikare gelek mînakên şêmber ên

çanda dîrokî û resen ku rista jinê, esasî û sereke ye, nîşan bide. Ji wan jinan yek jî Sitiya Êzî ye. Sitiya Êzî Li gorî jinên Êzîdî, jina ku di destpêkê de tenûr çêkiriye û nan di tenurê de pehtiye, Sitiya Êzî ye. Di roja îro de jî, dema ku dayîk nan li tenûrê dixin, gotina “ Sitiya Êzî!” dibêjin. Jinên civaka Êzîdî, Sitiya Êzî weke dayika pêşeng dibînin û qedrekî mezin didinê. Navê Sitî di roja îro de jî, li gelek herêmên Kurdistanê peyda dibe. Berê di nav gel de navê Sitî gelek dihat bikaranîn, lê niha ev nav zêde nayê bikaranîn. Her navek çandek e, divê ku ew çand ji bîr nebe û nûjen bibe. ‘’Di nava van civakên ku rastî êrîşên cesedî û çandî de dihên, êş û elema herî mezin, jin dibîne. Jin mamosteya jiyana çandî ye. Zarokên ku pêşeroja civakê diyar dikin, ji dayîkên xwe fêrî çand û ola civakê dibin. Ji ber vê sulta û dewlet, dema ku dixwazin civakeke çandî yan jî olî ji holê rakin, herî zêde êrîşî jinan û keçan dikin. Hemû cureyên tecawûzan li ser jinan pêk tînin. Li hemberî van tecawûzan, jin bê parastin û bê rêxistin e. Di civakekê de heke parastin û rêxistinbuna jinê nebe, ew civak jixwe mirî ye. Ji ber ku parastina civakan, tenê bi rêxistinbûna jinê re dikare pêk were.’’ Rêber APO Weke ku Rêber Apo jî dibêje: Hişmendî û sekna jina Êzîdî û têkoşîna wê, gelekî bi wate ye û cewherî ye. Mînaka Binevş Agal (Bêrîvan) a ji Êzîdiyên Bişêriyê ye, cewherê jina Êzîdî dide xuyakirin û naskirin. Piştre jî Bêrîvana


Diclepress13@gmail.com

Şengalê (Dinya Zad) şopa wê berdewam dike. Bêrîvana Şengalê di encama êrîşên balafirên dewleta Tirk de, li çiyayê Qendîlê, şehîd bû, ew ji fermana Daiş rizgar dibe, lê bi êrîşa Dewleta Tirk a dagirker şehîd dikeve û tevlî karwanên şehîdên azadiyê dibe. Êdî hejmara Bêrîvanan di nava têkoşîna azadiyê de, berdewam dike. Rêber Apo ji bo jina Êzîdî wiha dibêje; “Di jinên Êzîdî de taybetmendiyên demokratîk, azad û wekhevîxwaz, bi rehetî dikare were ferqkirin. Ruxmî tevahiya pêkanên zordestiyê, bi aliyên xwe yên ku bi xwezayê re bûye yek, bi gotinên xwe yên aşkere û bi wêrektiya xwe, balê dikişîne li ser xwe” Rêber APO Quba Şêx Mend Li aliyê Başûrê Quba Xatûna Fixra ye. Qub di navsera çiyê de ye. Hawirdorên wê, çiyayên bilind in. Cihekî ji bo parastinê, destdayî û stratejîk e. Sembola Şêx Mend, marê reş e. Mend; tê wateya stûna dinyayê ji bo ku dinya nekeve. Bi zimanê mîtolojîk bi vî rengî pênase û wate kirine. Li başûrê vê ziyaretgehê û qederekê jê dûr, di navsera çiyê de ziyareteke din jî heye. Navê wê jî, Quba Şêx Amadîn e. Li gorî agahiyên ku têne gotin, ew ji Amedê yan jî ji Amediyê hatiye çiyayê Şengalê. Derdora vê qubê jî erdnîgariyeke fireh e. Li dorê gund, rezên tirî û bi hezaran darhejîr xuya dikin. Diyar dibe ku ew der ji cihwarbûna mirovan re gelekî guncav bû. Hawirdorê wê, hemû çiya ne û di heman demê de jî cihekî pir stratejîk e. Ji bo jiyan û parastinê,

ÇAND

21

Navsera çiyayê Şengalê, Quba Şibil Qasim heye. Ew ziyaret raserî Gundê Milik e û nêzî Gundê Kolka ye. Dikeve aliyê bakurê Kolka. Qebristaneke pir mezin a civaka Êzîdiyan jî li wir e. Her sal roja ziyareta vê derê çêdibe erdnîgariyeke xweş e. Dîtin û gera wan deran, mirov dibe demên berê. Dîrok weke filmekî, bi berçavên mirov re derbas dibe. Pîrê Ewran Li Rojhilatê çiyayê Şengalê, Quba Pîrê Ewran heye. Weke ku ji wateya nav jî diyar e, ew pîrê ku ewrên baranê tîne. Dema ku baran nayê, civaka Êzîdî diçin ziyareta Pîrê Ewran û duayên xwe dikin da ku baran were. Ew çandeke kevn e û di heman demê de ji bo her pêşengên olî û civakê bawerî û girêdan heye. Ew çand, bingeh û çavkaniya xwe ji hezarên salan tê û heya roja me ya îro hatiye. Pîrê Ewran berê silavgehek e, piştre dibe qub. Pîrê Ewran ji bo baranê,

HEJMAR 24

2021/9/20

SAL 4

KOVAR DICLE

ewran kom dike û baranê tîne. Ew ji heft melekên sereke ne. Ew navek ji navê Tawûsê Melek e. Di serdema qilan, qebîle û eşîran de, li beranberî geşedan û pêkhatinên ji xwezayê, hêvî hebûn. Ew hêvî dibin cihên baweriya wan. Civakên xwezayî ji bo pêwîstiyên xwe yên madî û manewî, xwediyê hêvî û bawerî bûn. Weke tê zanîn, mirov û civak di nava jiyana xwe de, nikarin bê hêvî jiyan bikin. Li jêrî Çilmêran ku dikeve aliyê bakur, cihê ku deşt û çiya êdî digihêjin hev du, Quba Şêx Şerfedîn heye. Li wir gund û qebristanên civakê jî hene. Weke her quban, rojên ziyareta wan heye. Ziyareta Quba Şerfedîn jî çêdibe û civak lê kom dibe. Quba Çilmêran di nava çiyayê Şengalê de cihekî herî stratejîk e. Çilmêran, ji bo parastina quba Şerfedîn û tevahiya herêma derdor, xwediyê risteke dîrokî ye. Quba Şibil Qasim Navsera çiyayê Şengalê, Quba Şibil Qasim heye. Ew ziyaret raserî Gundê Milik e û nêzî Gundê Kolka ye. Dikeve aliyê bakurê Kolka. Qebristaneke pir mezin a civaka Êzîdiyan jî li wir e. Her sal roja ziyareta vê derê çêdibe. Hejmareke qelebalix a civakê li wir kom dibe û pîroz dike. Di wan ziyaretan de jin, mêr, zarok, pîr û kal di her temenekî de, mirov têne roja ziyaretê. Duayan dikin û ziyafeta xwarinê amade dikin. Ên ku cihên vê ziyafetê keşif kirine û ava kirine jî, baş fikirîne. Banekî fireh û bilind e. Mirov ji wê derê, hawirdorê hemûyê dikare bibîne. Di mijara parastinê de jî dibe cihekî girîng.


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/9/20

HEJMAR 24

Quba Çilmêran Cihê wê qubê bilind û stratejîk e. Ew dever raserî gelî û şikeftên Deras in. Ew der banekî bilind e û rastî bajarê Şengalê ye. Heya mirov dikare bêje ku cihekî herî stratejîk e. Ew der dikeve rojhilatê Serdeştê. Li jêra çiyê aliye bakur, Quba Şerfedîn e. Ji milê rojhilat

22

ÇAND

Diclepress13@gmail.com

ve raserî Pîrê Ewran e. Bajarê kevnar ê Şengalê li jêra çiyê ye û li aliyê başûrê bajêrê Şengalê jî cihê Çilmêran xuya dike. Deştên li bakur, başûr û rojhilat jî li Çilmêran xweş xuya dikin. Dema ku rewşa hewayê ne pelewrî yan jî ewrî be, mirov dikare mesafeyên dûr jî bi çavên xwe bibîne. Heyanî mirov dikare çiyayê Cûdî û Bagokê jî

bibîne. Çilmêran cihekî wisa ye. Li milê rojhilat bi şev ronahiya bajarê Tilahfer jî xuya dike. Li hawirdorê wê darberû gelek in. Kavilên gundên qedîm hene. Cihên çandiniyê hene, lê belê kêm in û yên heyî jî mesafeyên biçûk in. Ew jî ji keviran paqij kirine û bûne erdên çandiniya xwemalî. Lê belê ji bo xwedîkirina pez, ev der baş


Diclepress13@gmail.com

ÇAND

23

HEJMAR 24

2021/9/20

SAL 4

KOVAR DICLE

Raserî gundê Cefriyê li aliyê başûrê gund ve, di pala zinarên pirbilind de, silavgeha Şêx Şems hebû

in. Pelên daran û çêrgeh peyda dibin. Ji serê Çilmêran mirov bi çavên xwe dikare heyanî çiyayên raserî gundên Barê û Cefriyê jî bibîne. Heyanî sîlsîleyên bilind jî xuya dikin. Ên ku biçin çiyayê Şengalê û cihên Çilmêran nebînin û hawirdora wê temaşe nekin, wê nekaribin bibêjin ku me çiyayê Şengalê dîtiye. Kesên ku werin çiyê, Çilmêran û deverên

wê nebînin, wê dîtina wan a çiyayê Şengalê nîvçe be. Watedayîn jî mijareke pir hêja ye. Wate û hêjabûn jî hişmendiya mirovan ava dike. Yên ku biçe wê deverê û karekê lezgîn nebe, ewê nexwaze ku bi lez li wir veqete. Ango çûyîn di destê mirov de ye. Lê belê veger na. Ji wir temaşekirina xwezayê pir

cuda ye.

Di vê navberê de cihên dîmenxweş gelek in. Çûna li ser zinar û tehtên bilind cuda ye. Şikeft û berqef hene ku ji mirovan re bûne star. Dîtina kewan yan jî bihîstina qebqeba kewên çiyayê Şengalê ku senfoniya dengê xwezayê ye, ma bi destê kê dikeve? Dengê qebqeba kewan li nav geliyên Şengalê belav dibe. Temaşe bikin keriyên bizinan û şivanên kedkar ên xwedî keda helal in. Temaşe bikin firîna teyrên baz ku rengeke cuda dide gera mirov. Wan gundiyên kedkar ên ku barê êzingên hişk bar kirine, bibînin û pey kerê xwe dimeşin. Wan mirovên ku bi halet û du keran erdên xwe cot dikin, bibînin. Wan zarokên pêxas ku di reng û ronahiya çavên wan de hêviyên mezin diçirisin, bibînin. Wan dayîkên ku nanê tenûrê dipêjin, bibînin. Demeke xwe jî bidin gel û li wan guhdar bikin. Wê demê jiyanê bibînin û hîs bikin. Wê çaxê dê ger, serdan an jî ziyaret bi wate bibin. Li wan deveran jiyan kedkarî ye, jiyaneke sade heye. Lê belê, gumana xeteriyan jî bi dawî nebûye. Ji bo ku pêşiya xeteriyan were girtin, liv û tevger hene û ew jî kedeke dîrokî û pir bi wate ye. Ango lêgerîna jiyana azad berdewam dike.


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/9/20

HEJMAR 24

24

JIN

Diclepress13@gmail.com

XWEDAWENDA RASTÎN A META JIN E

DI SÎSTEMA KAPÎTALÎST DE JIN Di rewşeke wiha de tenê mirov objektîf nîşaneyên rizînê yên kadikare qala îflaseke fikirîn û rizan- otîk bi kûrahî jiyan bike jî, baş tê dinekê bike. femkirin ku pergal bi gel leyîstinê, Di sîstema kapîtalîzmê de tevî ku bi desthilatdariya xwe ya zîhnî cihê zora leşkerî û ramyarî girîng e dixwaze bandorên xirabiyên xwe Edessa şingalî jî di bingeh de ya wî li ser lingan kêm bike. teslîmgirtina civakê bi en- Di hatina wê ya vê qonqxê de, Mirov dikare pênaseya zîhniyeta digire, çandî, heta felckirina wê weke hatî diyakirin pêşkêşkirina kapîtalîzmê ji gelek aliyan ve bike. dustriya Mirov dikare bibêje ku zîhniy- seksê bi awayê endustriyel, ji Di serî de ya pêwîst e were nirxan- ye. komikên di bin bandora per- faktorên diyarker e. Mirov kirine din pozîtîvîzm û lîberalîzma ku di- etên galê de aniye rewşekê wisa ji yê rewşeke wisa ku di hêza seksê de kare bikeve her qalibekî, metirsiya meymûnan(ku herî nêzikî miro- li serkeftinê digere. Halbukî di texapandinê tê de bilind, li aliyekî ve van in) hîn paşketîtîr û ji pêleyîstinê vahiya zindiyan de ev têkilî(seks) jî ji hemû qalibên hişk ên olî dog- re hîn destdayîtir e. Sazûmaniya bo ferqkirina jiyanê û ew bêdawî matîktir, ji felsefeyên herî razber kotanên lawiran de, di rastiyê dedijî jikirinê di erka çalakiyeke fêrker bêwatetir, spekulatîf(ketim û fes- bi sazûmaniya civakan a bi awayê de ye. de zindiyên yekhucreyî bigadî), bi qasî tu caran putperestî kotanên a lawiran hatiye avakirin, ire hetaJi mirov, mirov dikare erka neketiye putperestiyê. Li aliyekî nimûneyeke gelek vekirî ye. Çawa zayendiyê bi vî awayî pênase bike. pozîtîvîzm û zanistê dike pişgirê ku lawirên di kotanên lawiran de Herwiha watedar û heta e jî. hev û li hemberî exlaq û baweriyê ji bo temaşekirinê ne, civak jî veg- Di bikaranîna vê têkiliyêpîroz de di vê derdixe(radike), li aliyê din bi uheriye xwepêşandanê. Ev, ji aliyê rewşê de, bi watekirin gengaz e. lîberalîzmê jî netewdewleta ku gelek felsevanan ve hatiye ziman Komikên mirovan jî di pêvajoya ruhê civakê derxistî, ezezîtî gi- û hatiye diyarkirin. Di serî de sê ‘S’ dîrokê de şîroveyeke bi vî şêwazî handî asta qirkirinê vegerandiye ‘yan, endustriya seksê, li pey wê bi bingeh girtine. Tevahî lêkolînên xwedayekî. Tu zîhniyetên olî bi rêzê ve di heman demê de di nav antropolojîk vê şîroveyê piştrast qasî zîhniyeta kapîtalîzmê şer û hev de endustriya spor û çand û dikin. Ger hinek têkiliyên nayên çewisandinê dernexistiye holê. hunerê bi kampanyayeke fireh a metakirin hebin, têkiliyên zayendî Kesayeta tu civakê bi qasî zîhniy- reklama medyatîk bi awayekî kûr ji vana yên sereke ne. Ji ber ku ev eta kesê ku di civaka kapîtalîzmê timî aqilê hestî û analîtîk bombeb- têkilî bi pîroziya jiyanê re, bi mezitê de bi ser ketî, bêberpirsiyarî, aran dike. Bi tevahî bêbandor dike nahiya wê re, bi dewamkirina wê miriyê berjewendiyên xwe, zalim, û dagirkeriya zîhniyeta civaka re têkildar e. qirker, bişafker û dîktator neafi- xwepêşaniyê temam dike. randiye. civak ji teslîmgirtinê hîn xi- Di Sîstema Kapîtalîst De Rewşa Kapîtalîzma weke sîstema têkel a Ev bûye civakek bê îrade û Jinê ku li ser mal û pereyan hatî ava- rabtir, kole. Di serî de Sumer, Hînd, Çîn Îstimara zayendî yek ji amûrên kirin, dema zîhniyeta fînansgerî û Roma û hemû pergalên împa- bingehîn ên desthilatdariya perya di roja me de ava dike, civaka ratoriyên bihêz, bi qasî sîstema galê ye. Tenê nehatiye metakirin mirovahî bi hinek zîhniyetên ku tu kapîtalîzmê li ser civakan bandor û veguherandina endustriyeke Nemrûd û Fîrewnan di hişê xwe re nekirine. Kapîtalîzma ku bûye lût- mezin; aniye rewşekî wisan ku jî derbaz nekirin girê dide û tevayê keya desthilatdariya pêvajoya îm- Xwedawenda fallos a Hindî jî li paş mirovahiyê li hemberî putên xwe paratoriyan, her çiqas bi awayekî hiştiye. Aniye rewşa ola serdestiya yên herî ketî neçarî secdeyê dike.


Diclepress13@gmail.com

zayendî ya zilam. Bi taybet di her zilamekî de ev xwe nîşandana olî, di serî de wêje, li cihê herî bi wate yê hunerê hatiye rûnandin û weke amûreke tiryakê(tevzîner) hatiye veguherandin. Heyberên tiryakê yên kîmyasal li pêşberê ve ola nû ya zayendparêz ne tu tişt in. Tevayê endamên civakê bi kampanyayên reklaman anîne rewşa rêşaşên, xerifiyên(sapik) zayendî. Ciwan, pîr, kal heta zarok jî ferq nake her kes tên bikaranîn. Jinê vguherandine weke heybera herî pêşketî ya seksê. Mahkûmî zîhniyeteke wisan hatiye kirin ku; eger her hucreya wê ji bo seksê xizmet neke tu qîmeta wê nîn e. Xêzana pîroz veguherandine dergeha seksê. Li şûna dayîka pîroz û xwedawend, jineke nekêrhatî, vala û ‘pîrejinên’ ku avêtine quncikekê maye. Ev, rewşeke pir bi jan û êş e. Bi bergirtina sunî ya jinê pêvajoya amûrbûna seksê gihîştiye lûtkeyê. Di rewşeke berevajî de ji ber ferzkirinê, pergal, hebûna xwe bi zorê dikare berdewam bike. Di cewher de kevneşopiyeke civaka baviksalarî ku; di serkêşiya vê de zilam heye, bi alîkariya teknîkên tenduristî, rola makîneya pirbûna zarok dane jinên çînên bindest. Bi vî awayî mezinkirina zarok ku pir zehmet e, kirine wek bare feqîran. Bi vê yekê li aliyekî pêwîstiya bi karkerên ciwan tê bicîanîn, li aliyê din jî, xêzaneke xirabe ya ku ji nav nayê derketin tê afirandin. Bi kevirekî çend teyr tên kuştin? Zilam û jina çîna serdest êdî bi çêkirina zarokên sunî, xwedîkirina zarokên ji yekê din peydabûyî û xwedîkirina lawiran, têgihîna zarok ji wateya wî derxistine û bi vê jî kêmaniyên xwe pê der

JIN

25

baz dikin. Heta dawî xwe xweşik û balkêş digirin. Bi vê rewşa xwe olên nû yên seksê dihilberînin û ji xwe ve diçin. Di encamê de, şêniyeke bêwate ya ku ji bin barê wê nayê derketin, bêkariyeke ku di tu pêvajoyên dîrokê de nehatî dîtin û derdoreke êdî nikare barê mirovan hilgire derdikeve holê. Di nava yên jiyan dikin de rewşa herî xirap tê serê jin, zarok û pîran. Ji dema avakirina hiyerarşiyê û vir ve jin di bin nîrê pergalên zilamserdest de hezar car hatiye kolekirin. Bi sîstema kapîtalîst re, li ser nefsa zilamê serdest ya ku têrbûn çi ye nizane û bêberpirsiyariya wî qetek din hatiye pêçan. Heyîna ku zilam der barê wê de herî zêde derew kiriye jin e. Xefka pir xete ya li ber jinê hatiye vedan, encameke bîrdoziya zilamserdest e. Zilamê serdest ê ku qet naxwaze

HEJMAR 24

2021/9/20

SAL 4

KOVAR DICLE

Ji bo zilamê serdest evîn tê wateya, daîmiya ajoyên hindirîn ên bêwate, veşartina derewên xwe û zanebûna kor. Sedema pêjirandina vê rewşê ji aliye jinê ve, xwe dispêre kûrbûna bêçarebûnê ya ku çavkaniya xwe ji çewisandinê digire


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/9/20

HEJMAR 24

jinê nas bike, ji bo vê rewşa xwe veşêre serî li wêjeya evîna sexte dide. Ji bo zilamê serdest evîn tê wateya, daîmiya ajoyên hindirîn ên bêwate, veşartina derewên xwe û zanebûna kor. Sedema pêjirandina vê rewşê ji aliye jinê ve, xwe dispêre kûrbûna bêçarebûnê ya ku çavkaniya xwe ji çewisandinê digire. Ew qas ji mercên jiyanê yên madî û rewanî hatiye qutkirin ku, gotinên herî xirap ên zilam, êrişên wî, weke rewşeke xwezayî dibîne. Gelo jin di bin statuyek di vê astê de ketî de jiyankirinê çawa li xwe qebûl dike? Lê rastiyeke bi vî avayî heye ku her kes bûye şahidê wê; ev, dişibe rewşa jinê ya li pêşberî zilam: Dema qesap lawiran ji bo serjêkirinê amade dike, lawir bi xwe dihese ku wê bê serjêkirin û bi ta û lerzê dikeve. Zilam, heta ku jin li ber nerecife xwe zilam nahesibîne. Şerta sereke ya zilambûna serdest ev e. Qesap di yek carê de ser jê dike, lê zilam tevahiya jiyana jinê ser jê dike. Rastiya ku bê dîtin ev e. Vê yekê bi sitranên êvînê veşartin tevgereke herî ketî ye. Di şaristaniyê de tişt û gotinên herî bêqîmet ji bo evînê hatine bikaranîn, tişta ku zilamekî qet bi ser nexistî, nexwestî bi ser bixe, li gorî xwezaya xwe nêzikatî li wê kirin e. Zilamê ku bikare vê helwestê nîşan bide weke qehremanekî bê nirxandin di cih de ye. Jin û Malbat(Xêzan) Malbat(xêzan): eger klan bi xwe weke malbat neyê destgirtin jî nêzikê wê ye. Xêzan di nava klanê de yekem saziya ciyewazbûyî ye. Civaka mirovahiyê demeke pir dirêj weke xêzana li dora

26

JIN

Diclepress13@gmail.com

dayîkê kombûyî jiyan kiriye. Pîştî şoreşa çandinî ya(BZ.5000 sal) bi pêşketina rêveberiya hiyerarşîk a bi serdestiya zilam, derbazî dema xêzana baviksalarî dibe. Rêveberî û zarok ji zilamê mezin ê xêzanê re hate hiştin. Xwedîbûna li ser jinê bû bingehê hizra mulkiyeta yekemîn. Piştre li ser civakê sîstema koledarî hat avakirin. Di dema şaristaniyan de bi awayê xanedan em rastî şêwayên fireh û demdirêj ên xêzanê tên. Xêzanên gundî yên hêsanî, pîşekar, sin’etkar her dem hebûna xwe parastine. Dewlet û desthilatdariyê ji bo bavê zîlam ê di nav xêzanê de weke kopyayeke desthilatiya xwe rolek diyar kirine. Bi vî awayî xêzan bû amûreke herî girîng a serdestbûnê. Her dem ji bo şebekeyên desthilatdar û ser-

mayedar rola çavkanî ya kole, serf, karker, kedkar û leşker lîstiye. Ji ber vê sedemê girîngî ji bo xêzanê hat dayîn û ew hat pîrozkirin. Şebekeyên kapîtalîst tevî ku kara herî zêde li ser jina di xêzanê de bi dest dixist, viya veşartî kirine û barekî din jî dane ser milên xêzanê. Xêzanê anîne rewşa sîgorteya pergalê û bi vî awayî ew mehkûmî jiyana herî paşverû kirin. Rexneya li ser xêzanê girîng e. Tenê li ser esasên vê rexneyê, dikare bibe hêmana bingehîn a civaka demokratîk. Ne tenê jin, heta tevahî endamên xêzanê weke tovika desthilatdariyê neyên dîtin, wê hizir û pêkanîna şaristaniya demokratîk ji hêmanên herî bingehîn bêpar bimîne. Xêzan ne saziyeke civakî ya wisa ye ku derbaskirin an jî jiholerakirina wê pêwîst bibe. Lê dikarê bê veguherandin.


Diclepress13@gmail.com

Pêkanîna şaristaniya demokratîk ji hêmanên herî bingehîn bêpar bimîne. Îdîaya mulkiyetê ya li ser zarok û jinê ya ji hiyerarşiyê maye divê bê derbaskirin û di têkiliyên hevjînan de têkiliyên sermaye û desthilatiyê rol neleyîze. Pêwîst e nêzikatiyên ji bo berdewamkirina tov tên nîşandan bên derbazkirin. Nêzikatiya herî rast bi hev re jiyankirina jin û mêr, girêdayî civaka exlaqî û polîtîk bingehgirtina felsefeya azadiyê ye. Xêzana ku di vê bingehê de veguherînê jiyan bike, wê bibe cihê baweriya herî qayîm a civaka demokratîk û wê bibe yek ji têkiliyên din ên bingehîn ên şaristaniya demokratîk. Ji hevjîneke fermî zêdetir hevjîneke xwezayî girîng e. Pêwîst e her du alî jî, ji bo pejirandina mafê tenê jiyankirinê amade bin. Di têkiliyan de weke kole, çavkor tevgerkirin ne rast e, nayê pêjirandin. Veguherîna herî biwate ya xêzanê di jiyankirina şaristaniya demokratîk de pêk tê. Jina ku hezar salan e rêzdariya xwe winda kirî heta rêzdarî û hêzeke mezin qezenc neke, yekîneyên bi wate yên xêzanê nikare pêş bikeve. Xêzana ku li ser nezaniyê hatî avakirin nikare rêzdar bibe. Ji bo şaristaniya demokratîk ji nû ve were avakirin, para dikeve ser xêzanê girîng e. Tişta ku ar û namûsa zewacê tê gotin di rastiyê de kêşana tevayê qehrên ‘împaratorên biçûk e”. Her çawa ku împaratorê mezin dewletê weke namûsa xwe qebûl bike vê weke sedemê şer nîşan dide, împaratorên biçûk(zilam) jî dema tiştek li jinê tê, ku weke namûsa xwe dipêjirinê, vê weke pirsgirêka namûsê dinirxîne û dike sedema şer. Ya hîn balkêştir jî

JIN

Di têkiliyan de weke kole, çavkor tevgerkirin ne rast e, nayê pêjirandin. Veguherîna herî biwate ya xêzanê di jiyankirina şaristaniya demokratîk de pêk tê. Jina ku hezar salan e rêzdariya xwe winda kirî heta rêzdarî û hêzeke mezin qezenc neke

27

ruhê jinê bi temamî hatiye valakirin, weke şikil jî zêde jinane hatiye nîşankirin. Bi reng û deng weke çûkeke di qefesê de lê hatiye kirin. Sazûmaniya deng û makyajê, ji derveyî xwezaya jinê, nasnameya wê ya cewherî ya ku hatî windakirin, kesayeta wê dikuje. Rêzefîlmên televîzyonan: Rewşa jinê ya di xêzanê de bi awayekî erênî pêşwazî dike. Yan jî weke ku jin her tim hewceyî rizgarkirinê be dide nîşandan. Her tim bi wêjeyeke sexte ya evînê tê xapandin, bi îxanetê re rû bi rû dimîne yan jî di rewşa xwexapandinê de ye. Pîroziya saziya xêzanê û mezinahiya wê her tim bi kar anîne. Amûrên ragihandina giştî yên jin û mêran her tim bandor dikin û şikil dide wan, ji bo xwe berdewamkirina çîna serdest û pergalê

HEJMAR 24

2021/9/20

SAL 4

KOVAR DICLE

girîng in. Pêşketina teknolojiya malê û hilberandina heyberên mezaxtinê bû sedema ku bazar ji bo firotina malên xwe bere xwe bide jinê. Di warê makîneyên cilşûştin û firaxşûştin, moda û kozmotîkê de afirînerên kapîtalîst, feydeyên bêhempa bi dest xistine. Ji bo firotina van berheman, dîsa jin tê bikaranîn. Dîsa çapemeniya ku armanca wê jinê di malê de di nav çar dîwaran de girtî bihêle, polîtîkaya weşanê ava dike û nasnameya hevjîn û dayîka baş û binamûs her tim derdixe pêş. Bi kurtasî çapemenî herî zêde zayendiya civakî bi kar tîne ji bo ku pergal xwe li ser piyan bigire. Metakirina(Malkirina) Jinê Ji binî de ketina jinê bi kolêkirina wê, dest pê kiriye. Ev pêvajo bi helandin, çewisandin, destavêtin, heqaret û qirkirinê dagirtiye. Rola ku ji wê re hatî diyarkirin, ji bo sazûmaniya pergalê û bi qasî ku pêwîst e zarok çêkirin e. Bîrdoziya xanedanî bi vê re girêdayî ye. Di nav vê statuyê de jin mulkê teqez(mutlaq) e. Bi qasî ku nikare rûyê xwe nîşanî kesekî din bide, mal û namûsa xwediyê xwe ye. Marks ji bo pere dibêje “Xwedawenda metayan”. Di rastiyê de ev rol hîn zêdetir ya jinê ye. Xwedawenda rastîn a meta jin e. Tu têkiliyên jinê yên ku nehatî pêşkêşkirin nîn e. Tu herêmên ku tê de jin nehatibin bikaranîn jî nîn in. Ciyewaziyek heye ku li beranberê her malekî nirxek(pere) tê diyarkirin, tê dayîn; lê dixwazin jinê bi sextekariya ku jê re ‘evîn’ dibêjin û bi wê derewa mezin a ku dibêje “keda dayîkan nayê dayîn” bixapînin.


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/9/20

HEJMAR 24

Ya duyemîn; jin weke amûreke seksê tê pêjirandin. Têkiliyên zayendî yên zindiyên li xwezayê, tênê ji bo domandina cureyê zindî ye. Bi vê, berdewamiya jiyanê hatiye armancgirtin. Di mirovê mêr de bi taybet tevî girtîbûyîna jinê û bi giranî di pêvajoya şaristaniyê de rola bingehîn ji bo seksê, ji bo xwesteka zayendî û berevajî pêşxistina vê hatiye qetandin. Di lawiran de pêvajoyên cotbûnê pir bi sînor û piranî salane ye. Dixwazin di mirovê mêr de vê bixin 24 demjimêran. Di roja me de jin amûreke ceribandina nefsa zayendî ye. Cudakirina malên giştî û taybet bêwate ye. Êdî her cih malen giştî(kerxane), malên taybet e; her jin jî weke jinên malên giştî û malên taybet lê hatiye. Ya sêyemîn; kedkareke wisa ye ku bê pere û bê mûçe kar dike(bi taybet li mala xwe). Di malê de karên herî zehmet ew dike. Lê pêşberî vê keda xwe bi gotina “jina aqilê wê kêm” biçûk tê dîtin. Ew qas hatiye biçûkxistin ku bi rastî jî xwe kêmaqil dihesibîne, pêkanîna xizmeta zilam ji xwe re weke çarenûs dipejirîne. Dikare bi çar destan xwe bi destê zilam û desthilatiya wî bigire. Dema her tişt eşkere dibe, tê hêvîkirin ku jin jî hebûna xwe bi hemû awayan nîşan bide. Mijokdarî û çewisandina sîstema kapîtalîst bi hebûna jinê ve girêdayî, tê xwestin bi berfirehî were fêmkirin. Êdî hema hema jin qaşo metaya herî binirx e. Tu sîsteman jin ev qas nekiriye meta. Di serdemên yekem û navîn de li gel koletiya giştî ev jî parçeyek bû. Cariyekirin jî ji bo pergalê ne ciyewaz bû. Bi taybet girêdayî jinê, koletiyek yan

28

JIN

Diclepress13@gmail.com

jî metakirinek tune bû. Di pergalê de têgihîna zayendparêzî cara yekem kapîtalîzmê danî. Hema hema tu lebatên wê yên nehatî metakirin tune ye. Dixwaze qaşo vê armanca xwe bi riya wêjeyê bi awayeke hîn jî ‘nazik û estetîk’ pêk bîne. Lê rola bingehîn a vê hunerê di rakirina barê pergalê yê giran de, barê herî giran ji jinê re veqetandine. Di her karekî de mûçeyek(destheq) tê veqetandin. Hemilbûn ku barekî giran e dîsa ji xwedîkirina zarok û her curê karê malê re mûçe tune ye. Bûyîna koleya mêr ji bo seksê jî bê mûçe ye. Mûçe û nirxa ku jinên di malên giştî de(kerxane) digirin, di gelek malên taybet(malên şexsî) de ji bo jinê nayê dayîn. Di cîhanê de çapemenî weke hêza herî mezin a çarem tê pêjirandin. Cihê ku zayendparêziya civakî herî kûr tê bikaranîn, ew bi jin û zilam tê pêjirandin qada çapemeniyê ye. Medya jinê her tim wek tişteke ku kar li ser tê meşandin nîşan dide. Wê weke meta û heyber-obje dide naskirin. Di civaka zilamserdest de, bi bernameyên ku statu û cihê jinê diyar dikin û bi bîrdoziya zilam tê xurtkirin. Di nûçe û rûpelên rojnameyan de cihê jinê hîn baştir carek din tê diyarkirin. Jin û zarok di reklaman de weke parçeyeke meta tên pêşkêşkirin. Nûçe, nûçeyên girêdayî jinê bi qasî ku mirov bibêje nîn in, kêm in. Yan jî di rêza rojevên pêncemîn û şeşemîn de ne. Jinên ku bi tundî û destavêtinê re rû bi rû dibin tên populîzekirin û tê bêwatekirin. Di bernameyan magazîn ên televolayan de û di rûpelên dawî yên rojanameyan de weke ku têne

jin heybereke zayendiyêye tê bikaranîn. Tevayê amûrên weşanê yên weke TV, rojname û kovar, ji bo reytîng an jî tîrajên fotografên jinan ên rût û tazî ku heta pornoyê diçin pêşkêş dikin.

Di malê de karên herî zehmet ew dike. Lê pêşberî vê keda xwe bi gotina “jina aqilê wê kêm” biçûk tê dîtin. Ew qas hatiye biçûkxistin ku bi rastî jî xwe kêmaqil dihesibîne, pêkanîna xizmeta zilam ji xwe re weke çarenûs dipejirîne. Dikare bi çar destan xwe bi destê zilam û desthilatiya wî bigire


Diclepress13@gmail.com

TENDUROSTÎ

29

HEJMAR 24

2021/9/20

SAL 4

KOVAR DICLE

DIJMINÊ TE GÊRIK BE JÎ HESABÊ WÎ BIKE

A: FARÎDE HELÎQÎ

Gelo bandora stresê li ser rûviyan çi ye?

Nexweşên

bi sendroma rûvika hêrsbar, ku ji sedî 10an yê nifûsê de tê dîtin, ji yên ku hîn nehatine teşhîs kirin pir kêm têne teşxîs kirin. Vê tabloyê destnîşan dike ku bi rastî, ji sedî 10-ê pirtir vê nexweşiyê heye. Di sendroma rûviya bêrawest de, nexweşiyek avahî bi rêbazên standard ên teşxîsê nayê dîtin, di nexweşan de nexweşên fikaran di binyada xweyên derûnî de hene. Sendroma rûviya bêhêvî, ku di 10 ji sedî yê nifûsê de tê dîtin û li pêşiya nexweşiyên pergala hûrgelê-rûvî ya jêrîn e, bi giranî

bandor li kalîteya jiyanê dike. Sendroma Rûviya Hêrs(IBS), ku bandora wê li ser rûviya mezin e , pirsgirêkek hejandinê ya fonksiyonel e ku ji sedî 10 ê nifûsa cîhanê bandor dike. Yên ku hatine teşxîs kirin ji yên ku hîn nehatine teşhîs kirin pir kêmtir in. Ev eşkere dike ku di rastiyê de, ji sedî 10 zêdetir vê nexweşiyê heye. Rêbazên teşhîsê standard di teşxîsa nexweşiyê de naxebitin û anormaliyên avahî an jî biyokîmyayî di muayeneyan de xuya nakin.

divê bi çûyîna serşokê, guherîna frekansa çûyîna tûwaletê, û hebûna bi kêmî ve du ji vedîtinên guhertina avabûna stûyê bêne sivik kirin da ku ji bo çêkirina taybetî cûdahî ji bilî êş an nerehetiya zik. Gilî bi şev şiyar nabin Di fezayê de hebûna spî, derdanek piçûk a piçûk an jî perçeyan, ku nexweş wekî iltîhaba dihesibînin, hema hema rêgezek e. Pêdivî ye ku meriv bireve tuwaletê, li bendavê pir dirêj li bendê maye, hest dike ku piştî defetek an zehmetiyek zêde di tûwalê de roviyên wê bi tevahî vala nabin … Her çend ev gilî bi giranî bandor li kalîteya jiyana nexweş dikin, ew ji xew şiyar dibin Bi şev radizin û kêmkirina kîloyan jî di celebê zikêş de pêş nakeve.

6 mehan hewce dike ku teşxîs bike… Sendroma rûviya bêdawî wêneyek klînîkî ye ku digel êş an nerehetiya zikî û guhertinên di teşeya mîzê de ye. Teşhîs; Ew bi saya lihevhatina gilî û profîla nîşaneya nexweşiyê tê saz kirin. Ji bo teşxîsê herî kêm 6 mehan hebûna gilî û mayînde ya bi domdarî an navberî heye. Wekî Bala xwe bidin dîtinên alarmê din, ji bilî êş û nerehetiya zikî, gilî Painşa zikê di nexweşan de bi


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/9/20

HEJMAR 24

gelemperî bi tengasiyê ve girêdayî ye û bandorê li zikê jêrîn dike, dibe ku hin nexweşî bêserûberiya stûyê jî hebe. Serê sibê derketina yekem a tûwaletê zehf zor û dijwar e, li pey wê di heyama 1-2 demjimêr de derketinên piralî û nerm. Anemiya kûr an kêmasiya hesin, windabûna giran a şehwetê an jî kîlobûn, û xwîna di fehlan de nîşanên alarmê ne. Di vê rewşê de, divê ji xeynî sendroma rûviya hêrs, hin nexweşiyên krîtîk ên ku xetereyê li jiyanê dikin bêne hesibandin û li gorî wê muayenekirin werin kirin. Nexweşî bi gelemperî di dawiya 10-an û destpêka 20-an de pêk tê. Heke nîşanên ji nişka ve û di ser 40 salî re xuya dibin, divê lêpirsînên berfireh werin kirin, ji ber ku dibe ku nexweşiyek giran hebe. Stres nerehetiyê zêde dike Nexwe ne sedemek taybetî ye, lê di avahiyên wan ên derûnî de tevliheviya fikarê heye. Du-sêyê kesên ku bi vê tevliheviyê dikişînin jin in. Mekanîzmaya wê ya binge

30 TENDUROSTÎ

Diclepress13@gmail.com

Kesên ku vê pirsgirêkê dijîn haya wan jê tune ye û zêde girîngî nayê dayîn; lê xitimîna poz dibe sedema xirabûna xewê û xirîniyê, dibe sedema nexweşiyên dil û cegeran û dibe sedema depresyonê hîn tevgera devkî ya anormal a zayendî ye(tevgerên kurtkirin/ rehetbûnê). Tê bawer kirin ku stres vê rewşê zêde dike. Tê zanîn ku ji sedî 50-ê zêdetir nexweşên IBS-ê ku hewceyê bijîşk-êşnasîn-

dermankirinê ne, xwediyê depresyon, fikar an nexweşiya somatizasyonê ne. Divê hemî dermankirin bi hev re bêne sepandin Derman, hin tixûbên parêzê û dermankirina psîkolojîk li dijî sendroma rûviya hêrsbar tê bikar anîn. Sepandina hemî alternatîfên dermankirinê bi hev re şensê serkeftinê zêde dike. Ji bo dermankirina rast, pêdivî bi gaztoenterolojîstên xwedî ezmûn ên ku ji nexweşên xwe bêzar nebûne û dilsoz in ku bi berdewamî hêvî dikin ku ew ê vê nexweşiyê derbas bikin heye.

.......... Xitimîna Poz Xitimîna poz, dibe sedema gelek nexweşiyan. Kesên ku vê pirsgirêkê dijîn haya wan jê tune ye û zêde girîngî nayê dayîn; lê xitimîna poz dibe sedema xirabûna xewê û xirîniyê, dibe sedema nexweşiyên dil û cegeran û dibe sedema depresyonê.


Diclepress13@gmail.com

Gelek sedemên xitimîna poz hene û divê ji bo çareseriya vê pirsgirêkê biçin ba nûjdaran. Pispor diyar dikin ku qeltiya jiyanê bi baş nefes standinê girêdayî ye.

.......... Nexweşîya Alzheimerê Nexweşîya Alzheimerê; bi kêmbûna erkên mejî re bi jibîrkirin, xurifîn(demans), hilweşandina kar û tevgerên rojane xwe eşkere dike. Alzheimer, nexweşîyeke kalbûnê/pîrbûnê ye lê kêm be jî di temenên ciwan de jî ji ber lêdan û hwd. dikare derkeve. Alzheimer, cara yekemîn ji alîyê bijîşk Alois Alzheimer hatîye pênase kirin. Nexweşîya Alzheimerê, mirov hêdî hêdî ji derdorê dûr dixe. Di dawîyê de êdî tiştek nayê bîra mirov û xwe jî êdî nema nas dike. Sedemên Alzheimerê hîna misoger nebûne lê li ser hinek pêkerên xeternak tên rawestandin. Sedemên biguman ev in:

TENDUROSTÎ

31

HEJMAR 24

2021/9/20

SAL 4

KOVAR DICLE

Pirsgirêkên xewê Bêtevgerî/kêmtevgerî Nexwe ne Qelewîya Zêde(Obezîte) çixareyê sedemek taybetî ye, Bikaranîna Hipertansiyon lê di avahiyên wan Nexweşîya şekir Xuyanîyên/Nîşanên(semptom) ên derûnî de Alzheimerê tevliheviya fikarê Kêmbûn û windakirina hiş, jibîrkirin heye. Du-sêyê Hilweşandina çalakî û tevgerên rojane kesên ku bi vê Astengbûna axaftinê, kirina peytevliheviyê vên çewt Pirsgirêkên derûnî, bîrayî, tevgerî dikişînin jin in. Tevlihevkirina dem û cî Mekanîzmaya wê Di nirxandin û biryardayînê de diya bingehîn tevgera jwarî Başkirin/Terapî başkirina Alzheimerê rêbadevkî ya anormal a Jizekebo berbiçav tune ye. Armanca zayendî ye başkirinê kêmkirina pêşveçûyîn û nîşanên nexweşîyê ye. Herwiha rêbazên wekî fîzyoterapî, ergoterTemenê dirêj Di malbatê de hebûna apî, piştgirîya derûnî jî tên bi kar anîn. Alzheimerê(Zikmakî/genetîk) Nîşankoma Downê(Down Syn- Hevkarîya malbat û pisporan divê bi hev re hebe. Li vir karekî mezin drome) dikeve ser milên malbatê. Lêdanên li dijî serî


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/9/20

HEJMAR 24

32

ÇAND

Diclepress13@gmail.com

OMER XEYAM PERDEYA ŞERMÊ RAKE Nêzî 600 çarîn(rubaiyat, quatrain) li ser navê Omer Xeyamî hene. Hin ji wan resen in ango Xeyamî bi xwe ew nivîsîne lê tê bawerkirin ku gelek ji çarînan paşï li ser navê wî hatine vehûnandine. Lêkoler ne hevbîr in ka kîjan ji çarînan bi rastî yên Xeyamî ne û kîjan jî na. Lê ya giring ew e ku hemî malê Xeyamî tên nasîn. Kêm berhemên bijare yên wêjeya cîhanî hindî çarînên Xeyamî li gelek zimanan hatine wergerandin. Xeyam li hemî zimanên mezin yên cîhanê hatiye wergerandin û bi hemiyan jî tê xwendin û jê tê hezkirin. Xwendevanên kurd jî ji Xeyamî bêpar nemane. Rêzdar Kamiran Bedirxan 35 çarînên wî wergerrandine kurmancî û mamoste Hejar jî tevavek çarînên bi soranî gihandine xwendevanên kurd. Van çarînên min wergerandî diyarî Xeyamî û van herdu xebatkarên jêhatî dikim… 1. Min morî bi gerdenîka guhdariyê ve neristin, min gemortika gunehan ji rûyê xwe ranemalî, lê bi rehma Te bawer im çiku min Yek nekir du. Omer Xeyam(1048 – 1131) û çarînên wî Xiyaseddîn Ebulfatih Omer ibn Îbrahîm el-Xeyamî li Nîşeporê, paytexta herêma Xorasanê li 1048 hat dinyayê. Ew bi gelemperî wek Omer Xeyam tê nasîn. Di jiyana xwe de ew jimarnas, stêrnas, fîlozof, bijîşk û şaîr bû. Kêm ji jiyana wî tê zanîn, ji bilî hindê ku ew li Nîşeporê hatiye perwerdekirin û pirraniya jiyana xwe li wir û li Semerqendê jiyaye. Xeyam hevdemiyek Nîzam-ul-Mulkê Tusî bû. Xeyam dikarî bibe karmendek payebilind yê dewletê. Lê wî xwest xwe gorî ilm û zanistê bike. Ew li navendên mezin yên zanist û zanyariyê yên serdema xwe digerriya daku xwe bigihîne ilmên bilind. Xeyam li 1131 wefat kir. Di gel ku Xeyam wek zanistvanek jêhatî tê nasîn, ew herî zêde bi çarînên xwe navdar e. Edward FitzGerald sala 1839 çarînên Xeyamî bi inglîzî berdestî xwendevanên Rojava kirin. Ji hingê ve hezkirina ji helbestvaniya Xeyamî her diçe zêdetir dibe.

2. Dixwazim li meyxaneyê li gel Te pistepistê bikim, ne li mizgeftê bêyî Te nivêjan bikim. Tu destpêk û Tu dawiya afirandiyan î û - min bişewitîne ger bixwazî, yan rehmê bi min bibe. 3. Lomeyan li serxweşan neke, fêl û fenan bihêle! Ger jiyanek aram dixwazî, bi piçekê razî be. 4. Ziyanê negihîne kesî, agirê xwe bernede xelkê. Ger jiyana ebedî dixwazî,

serê xwe biêşîne, ne yê xelkê. Werger: Husein Muhammed


Diclepress13@gmail.com

GOTAR

33

HEJMAR 24

2021/9/20

SAL 4

KOVAR DICLE

DI PÊŞKETINA CIVAKÊ DE ROLA HUNER Û PARADÎGMAYÊ

Nûman AMED

Bêguman ev mijar pir nazik e û

gelek kesan dest avêtiyê. Tevî ku mijareke pir girîng e cihê ku pêwîst e lê be mijara nîqaşê ye. Ev mijar, di nav weswesiya dîroka fermî de hatiye fetisandin. Parçekirina mijaran meyleke lewaz dide vê bûyerê û ji civakê dûr dixe. Min sergotara pêşketinê bi zanebûn bi kar anî. Di navbera guhertin û pêşketinê de wateyên pir cuda û girîng hene. Civak guhertin xeteriyên pir mezin bi xwe re anîn û mirov nikare viya bi şaşitiyên zanistê îzah bike. Di her guhertinên girîng de du şêwaz xwe didin rû: Şêwaza herî rast bi guhertinên desthilatdarî bê pîvan, rast e. Desthilatdarî çiqas bê lewazkirin guhertina hatiye çikêrin ew qas rast e. Pergalên îdeolojîk jî bi vê pîvanê bên wezinandin hîn baştir e. Zanistên weke civaknasî û dîrok dema giranî datînin ser guhertinên civakê derî ji şaşiyan re heta dawî vedikin. Ji van mijaran ji dervî huner haya me jê heye. Lê rola pîvandina hunerê hem zahmet e hem jî guhertinan di kûrahiya civakê de çêdike. Tiştên qewîn û tîr ji bo ron bibin şêwaz û amûrên pir cuda dixwaz in. Rêber APO hûnandina mêjûyên desthilatdar ji Sumeran dide destpêkirin. Di ronkirina vî mêjûyî de du demsal û ekolên felsefê der-

dikevin pêşiya me. Lê ev ekol li ser şiverêyekê nameşin. Ekola Zerduşt û Atena -Grek naşibin hevdu. Zerduşt bi nermkirina pergala koletî ya Aşûr û Pers îradeya civakê pêş dixe. Weke felsefe û hunera Grek(Grên Olîmpiya) teolojiyê didahûrîne, li lê şûna wê xwadayên cuda ên dewletên Sîteyan dide rûniştandin. Rêbaza tregedya û komedya ji aliyê Nîetzsche ve tê rexnekirin. Nîetzsche vala nabêje piştî Sokrates felsefe mir. Di navbera çarmîxkirina Îsa û tragedya Grek de weke çand lê şopbûnekê dibîne û vê çandê tund rexne dike. Tragedya bi xwe çandekê afirand û îradeya mirovan weke qeder nivîsand. Komedya jî di heman demê de mirov fêrî ken û henekpêkirinê kir lê di milên din de jî nebûna mirov a xwedî îradeya azad mor kir. Di nav vê xirecira bê hempa de Nîetzsche Dîonîsos dipejirîne û wî weke morevekî azad digre dest. Zerduşt hem felsefe hem jî olên yekxweda ên Brahîm bandor dike. Di milên exlaq de van olan û di milên felsefê de jî Atîna tesîr dike. Aqlên Rojava, pêşketinên salên 1400’î yên li Floransayê çêbûne weke ji nû ve çêbûn bi nav dike. Di vir de armanc; zindîkirina felsefeya Grek e. Tragedya û komedya dereng şiyar dibin, lê huner(resm û mîmarî) bi lez pêş dikevin. Destpêkê dest nadin xwedayên kevneşop. Bi siyên wan re mijûl dibin û hêdî hêdî encam digrin. Xweşikbûna(estetîk) hunerê bi nûrbûna rûyên Îsa û Meryemê dest pê dike, bi mîzkirina pey-

kerên mirovan pêş dikeve. Aqlên rasyonel bi Meryemê re jiyankirinê, asayîbûna Meryemê û pêxêra wê vekirinê ji xwe ve nake. Kesên ku peşketinên van salan bi cuhiyan ve girêdidin hene. Çêdibe, lê armanca me ne ev tişt e. Çanda jiyana Romayê li ser Grek û Spartayê pêş ket. Pompeî, Olîmpos texlît dike. Libasên Romayiyan weke peykerên Grekiyan in. Tu cudahiya libasên jinên Romayî û Atena ji hev nîn e. Jirêderketina Romayê dibe ku li Grekê jî pêş biketa, lê Grek her tiştî kişand hundirê xwe. Bêexlaqiya Romayê encamên çanda Grekê bûn. Ola Xrîstiyantiyê di milekî xwe de di encamên çanda Romayê de pêş dikeve. Ronesans weke destpêkê çanda Grek derdixe hemberî ola Xrîstiyantiyê. Tazîbûna mirov ji libasbûyînê xweşiktir nîşandan, jinên qesrên arîstokrasiya Rojava û Meryama qatedralan bi vî rengî peykerkirin, ronkirina kevneşopiya arîstokrasî û çanda ezîzetiyê bû. Piştî van salan berhema bi navê Komedya Îlahî ya Dante pirtûkeke weke Sûc û Ceza ya Dostoyevskî ya dema xwe bû. Cîhana sekuler û manewî bi rengekî komedya tê dadgehkirin. Ev pêşketin çiqas berhemên kaptalîzmê ne mijara nîqaşê ye lê derî heta dawî ji paradîgmaya kapîtalîst re vekir. Sê mezhebên Xrîstiyantiyê li Rojava hatin parkirin. Ya herî girîng bi dayîka Hz. Îsa re zewac bû. Destavêtina jinê bi alîkariya mezheba protestan çêbû. Ezîzetî weke sembolîk dayîka Îsa Meryemê temsîl dikir.


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/9/20

HEJMAR 24

Zewaca Martîn Lûther ê protestan dawî li vê çandê anî. Di demên paganan de, di navbera Anglo Sakson û Roma de dîwarên wek dîwarên bedanan hatibûn lêkirin. Roma Xrîstiyantiya fermî temsîl dikir. Li cografya Anglo Sakson pagan hîn bêtir azad bûn. Pevçûnên di navbera ol û paganan de hata dema Erasmûs berdevam dike. Erasmûs ji çanda paganan a veşartî tesîr dibe û pesnê dînîtiyê li vir dide. Mezheba protestan pişta xwe dide du tiştan: Yek; pêşketinên zanistê, dudu jî ew çanda har a paganan bû. Xrîstiyantî ku li Romayê fermî nehatibûya pejirandin dibe ku li cografya Anglo Sakson hîn xurtir pêş biketa. Şêwazên hunerê, weke pîvan ji civakê zêdetir dema desthilatdariyê bike hedef rast e. Ji îroj pê ve dibe ku ev weke pîvan be. Paradîgmayên ku heta niha di vê mijarê de xebitîne ji desthilatdariyê re xizmet kirine. Derfetên civakê di vê mijarê de kêm in û paradîgma

34

GOTAR

Diclepress13@gmail.com

Tiştekî herî girîng; di Rojhilata Navîn de huner civakîbûyîn weke rêje pêş dikeve. Tiştê folklorîk ji bo hunerê pîvana herî rast e. Mijara huner ji bo xwe û ji bo civakê di vir de bi dawî dibe. Ev nêrîn encamên aqlê Rojava ye û pozîtîvîst e

ji aliyên elît ve hatiye bikaranîn. Hunera muhendîsî û ya civakê pewîst e mirov ji hev qut bike. Ji paradîgmayên teolojîk heta ên ra-

syonel di bin xizmeta deshilatdariyê de xebitîne. Huner jî ji vê rastiyê nequt e. Ji derveyî hunera folklorîk ên din tev bi van paradîgmayan re rûniştine û rabûne. Homeros ji sîteyên biçûk ên Grekan pir aciz e û împaratoriyeke weke Pers xeyal dike. Îlyada û Odeyssa bi vî armancî nivîsandiye. Yanê di navbera wî û Agamenon de tu cudahî nîn e. Mîmariya wan jî zilamên tirek û jina hatiye kedîkirin neqiş dike. Ev şêwazê hunerê bi awayekî xam derbasî Romayê dibe. Olîmpiyat, şervanên gladyator û bi pereyan jinên dijminên xwe li kuçeyên Roma tazî peykerkirin weke stîlekê li Romayê pêş dikeve. Qonsolên Romayî peykervanan dikirin û weke rêbazeke şer jinên dijminên xwe tazî peyker dikin. Hunerên îroj ên ku mirov li hemberî wan matmayî dimînin di kûrayî wxe de xwedî rastiyeke wisa ne. Ronesans geometriya qartezyen li hunerê dike û mirovan


Diclepress13@gmail.com

dipîve. Di milekî xwe de bi aqlên analîtîk tevger dike û di milên din de jî Meryema dayîk û ya Magdelena(Madona) ji dêrê derdixe û datîne ser dika kuçeyên Floransayê. Dema ez van tiştan bi nav dikim ez dixwazim ev rastî bê fêmkirin. Meryem tişteke sembolîk e û di cewherê xwe de ola Xrîstiyantiyê temsîl dike. Sembol guhertin têgihîştinê jî diguherîne. Dema hêza hunerê li ser qayîşoka akil bê zanîn bi rêya komedya, mîmarî û resm, mirov dikare gelek tiştan baş biguherîne. Civak bi çanda xwe li ser piyan dimîne. Rêbaza bi çandê şerkirin a herî baş huner e. Huner hem çêdike hem jî xiradike. Ev hêza hunerê di her du partneran de jî xwedî rol e. Paradîgma bê huner nabe, huner bê jî paradîgma nabe. Huner di cewherê xwe de li dijî desthilatdariyê ye. Tiştên girîng bi awayekî rast derketina hunerê û misogeriya wê ya ji bo civakê ye. Di demên berê de dihat gotin ku Xwedê dibêje min gerdûnê çêkir ji bo ez li xwe binihêrim. Di rastiyê de huner jî ji bo mirov li xwe binihêre hatiye pêşxistin. Di herikandina civakên Rojhilata Navîn de huner bêtir zelal e. Şemitandina hunerê ya ber bi desthilatdariyê ve bi çanda Grek dest pê dike. Dibistana Frankfûrt felsefeya piştî Sokrates weke aqlê bi amûr bi nav dike. Ev tişt pir rast e. Sokrates ruhê Zerduşt li Grek temsîl dike. Lewra Nîetzsche di pirtûka ‘Zerduşt Wiha Got’ de her mijarê weke tiyatral digre dest. Zerduşt li hemberî Xwedayê xwe weke hunermedekî tevger dike. Di cewhara olên Brahîmî de jî hunereke wiha li hemberî Xwedayan

GOTAR

35

heye. Tiştekî herî girîng; di Rojhilata Navîn de huner civakîbûyîn weke rêje pêş dikeve. Tiştê folklorîk ji bo hunerê pîvana herî rast e. Mijara huner ji bo xwe û ji bo civakê di vir de bi dawî dibe. Ev nêrîn encamên aqlê Rojava ye û pozîtîvîst e. Muzîk, govend û peykertî îcadên vê xakê ne. Tevî ku di hunera Misrê de desthilatdarî heye lê dîsa jî zindîkirîneke îlahî jî tê de heye. Lê em niha li ser vî beşî nasekinin. Huner û civak, hebûnên wan ji bo hevdu bêtir girîng in. Parastina cewherê civakê, armanca hunerê ye. Di Neolotîkê de ev parastin pir sembolîk in û peyker, muzîk vî tiştî diyar dikin. Ev têkilî di cewherê xwe de ji aliyê pûtperestiya desthilatdarî ve tê rûxandin. Sedem wek tê zanîn ne Îslamiyet e. Pûtperestiya Nemrûdan digihîje asta teolojîk û li ser civakê rûdinê. Temsîla wan peykeran a zordariyê ye. Dema sedem Îslamiyet bê dîtin tiştên li Ronesans û Rojava hate kirin divê em jî bikin. Ev tişt xeter e. Civak di cewherê xwe de tu carî li pêşiya pêşketina xwe nabe asteng. Pozîtivîzma Rojava kevneşopiya civakê di exlaq de dibîne û exlaqê dixe rewşeke îzafî. Exlaq û huner ne tiştên dijberî hevdu ne. Dijbertiya wan leyîstoka paradîgmaya pozîtîvîst e. Zanista civaknasî ya çêker huner dixe şûna exlaqê û hunerê bêpîvan berdide holê. Di Rojava de ezezî li ser vî mantiqê hunerê pêş ket. Bi pîvanên Rojava ên paradîgmatîk nêzî civakê bûyîn xeter e, lê oryantalîzm bûyereke heyî ye û pêwîst e baş li ser bê sekinandin. Beden Rojhilat, aqil Rojava rastiya oryantalîzmê ye. Postmodernîzm

HEJMAR 24

2021/9/20

SAL 4

KOVAR DICLE

Rola hunerê ya baş jî heye û ya nebaş jî. Huner û paradîgma hevdu bi wate dikin. Tu huner pir zêde derveyî paradîgma guncaw nikare tevger bike. Asta mêjû û hestiyariya mirovan, paradîgmayan diyar dikin hewcetiya oryantalîzmê ye. Modernîzm bi awayekî hişk nêz bû û di rastiya Afrîka Başûr û mandatelîzma Rojhilata Navîn de bi dawî bû. Rasterast mudexalekirina Rojhilata Navîn encam negirt. Oryantalîzm û postmodernîzm polîtîqaya pergala kapîtalîzma gerdûnî ye. Bi giştî huner di vê demê de lewaz ketibe jî di hêla wêjeyê de xebat tên kirin. Li Latîna Emerîka Gabrîel Garcîa Marqûez li pey ruhê civaka xwezayî digere û van nirxan difroşe bazara gerdûnî. Paulo Çelho yê îspanî jî di heman demê de di heman şiverêkê de dimeşe. Amîn Maalouf, Orhan Pamûk, rêwîtiya dervî aqlê pozîtîvîst maye dibînin û heman tiştî dikin. Gelek bajarên Rojhilata Navîn ku ji aliyê Îmamê Xazalî ve di bin qûmê de mane derdixin pêş û bazar dikin.


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/9/20

HEJMAR 24

Semerqand û qiraxên Deryaya Spî ya başûr bi kar tînin. Di van demên dawî de oryantalîzm bi giranî li ser çanda Aryenîk disekine. Bicîkirina çanda modernîzma kapîtalîst li Rojhilata Navîn pir zahmet e. Mesele ne Îslamiyet e. Îslamiyetê mesele dîtin nêrîna oryantalîstan e. Îran û çanda Aryenîk ji aliyê Nîetzsche ve hatibû keşifkirin. Lê Nîetzsche ne oryantalîst e. Nîetzsche çareserkirina pirsgirêkên Rojavayê di çanda Zerduştiyê de didît. Oryantalîzm safariya kapîtalîzma gerdûnî ya duyemîn e. Pêşkêşkirina çanda

36

GOTAR

Diclepress13@gmail.com

Rojhilata Navîn ji bo Rojava ye. Di rastiya Kurdistanê de jî tevgerên bi vî rengî derdikevin pêşiya me. Êdî dema ku em li ser wêjeye kurmanckî bisekinin hatiye. Rêxistina kurd PKK’ê gelek weşanên xwe bi zimanê tirkî weşand. Ji bo demên derbasbûyî îzaheta vî tiştî hebû. Lê niha ev tişt berdevamkirin hewceyî rexneyan e. Paradîgmaya ku PKK pişta xwe didê di wêjaye kurmanckî de pir lewaz e, heta nîn e. Carna dema ez dixwazim rexneyan li derdorê bikim ez disekinim. Gelo mafên min ên rexneyan heye an nîne? Ez vê pirsê ji xwe

dikim. Lê di aliyên din de dema ez weşanên bi kurdî ku tên çepkirin dixwînim dîn û har dibim. Gelek nêrînên oryantalîst rengên wan di van nivîsan de pir diyar e. Gelek nivîsên ji Rojava tên zimanekî pir şil bi kar tînin. Weke kes Ehmedê Xanê bala min jî pir dikişîne. Xanê perçekirin şêwazekî nerast e. Nirxandinên rast pir girîng in. Weke mînak mijareke di hejmarên kevn de di kovara Zendê de derketibe jî, nivîsa Jan DOST pir bala min kişand. Sergotara nivîsê di Ehmedê Xanê de Erotîzm e. Gelo Jan DOST li



KOVAR DICLE

SAL 4

2021/9/20

HEJMAR 24

38

GOTAR

Diclepress13@gmail.com

RÊBERÊN XWEZAYÎ

RÊBERÊN XWEZAYÎ BI EW CIVATA KU JI NAVA WÊ DERKETIYE RE BÛYE YEK

Em, weke gel di pêvajoyeke dîrokî

re derbas dibin û di heman wextê de em rû bi rûyê xeteriyên cidîne jî. Hîna jî siyaseta înkar û tunekirinê li ser me tê pêkanîn. Li hemberê vêya xwe birêxistinkirin û serhildanên xwe yên demokratîk pêş xistin girîng e. Ji ber ku taktîka herî esası ya pêvajoya rizgariya demokratîk serhildanên ku gelê me pêşbixînin û zêde bikinene. Ji bo pêş xistina serhildanan jî biqasî ku pêwîstî bi pêşengtî û rêbertiyeke îdeolojîk-polîtîk û rêxistinî heye, tê xwastin ku pêşengên xwezayî jî werin kifşkirin û derbikevin holê. Di hemû tekoşînên rizgariya netewî û civakî yên di dîrokê de rûdane de rêberên xwezayî her timî bûne hêza esas a çalakiyên gel dînamîk dike û rêve dibe. Em dikarin vêya di ezmûnên şoreşên sedsala derbasbûyî de jî bibînin. Kesê/a Rêbêr, ji bo civakek an jî civatek xeterî yanjî derfetên hene dibîne, li gorî vêya di serî de xwe û civata ku xwe di berde berpirsyar dibîne amade dike, derbasê çalakiyê dike û pêşketinan çêdikeye. Mirov dikare behsa gelek cûreyên rêbertiyan bike. Lê em dixwazin di çarçoveya mijara de xwede bi awayeke berbiçav li ser “rêberên xwezayî” bisekinin. Her civakek yanjî civatek, kesen berjewendiyên wan baş îfade dikin û vêya jî di bin her şert û mercî de diparêze ji bo xwe weke rêber ango pêşeng qebûl dike û wê/wî dişopîne. Vêya di encama ezmûn û çavdêriya xwe dike. Li

gorî ku ti kes bi gotina “ez rêberim” nikare bibe rêber, ti kes jî wî/ wê qebûl nake. Hela wê/wî ya wek Rêberek xwezayî ticarî qebûl nake. Rêberên xwezayî kesen ku bi ew cıvata ku ji nava wê derketiye re bûye yek, bi jiyan, têkilî, uslup û lebatên xwe yên rojane bandorê li ser civakê çêdike û li ser vê esasê di dilê vê cıvata derdora xwede kombûye de kariye ciheke mezin bigre ye. Ev, bi gel re û bi civata ku bandora xwe li ser daye çêkirin re heta dawiyê dinav hev de ne. Xwedî taybetmendiyên ku civatê ji nêz ve nas dike, psîkolojiya wê baş dizane û ji hev derdixîne û li gel wana dikare jiyanê biafirîne ye. Di her qadeke jiyanê de bi gel re ne. Dinava vê yekgirtinê de rêberên xwezayî, di her rewşekê de û li hember her pirsgirêkekî dibe ku ji wezîfedarekî hatiye hilbijartin an jî hatiye wezîfedarkirin zêdetir cidî têne girtin û hildidin dîqatê. Civat ticarî wana ji derveyî xwe û li ser xwere qebûl nake. Wek peymaneke ne nivîskî têkiliya civat û rêberên xwezayî tê sazkirin. Civat dibe ku rêbereke hîn zanatir, xuluqkar û zêdetir polıtîk lê li dewsa yekî ji devre û hindek tiştan li ser wan ferz dike guhdarkirinê, rêbereke ji xwe dihesibînin zêdetir hil didin dîqatê û guhdarê wî dike. Bi çavê wê/wî li dunyayê temaşe dike, bi fikrê wî/ wê bûyeran şîrove dike. Guhdarê yên ji derve tên dikin, lê teqez fikra rêberên xwe jî ya li ser mijarê

û meyla wê/wî teqez dixwazin fêr bibin. Ev, hiseke baweriyê û xwe nêzê wî dibîne ye. Ev têkiliyane wer hêsan çênebûye; xwedî demeke xwe ya dûdirêje û dinava ezmûnên jiyanê de hatiye honandin. Di pêvajoyeke ku dixwastin bi rêbazên şerê taybet mirovan li hember hev bêbawer bikin de û dixwastin yekîtiya wan xirabikin de li ser bingeha baweriyeke wisa xurt heyîna têkiliyên ku hatine sazkirin di biryar û çalakiyên esası de jî girîng in. Ji berk u pêşengên çalakiyê di maneyekê de serkeftina çalakiyê jî rêxistin dike. Dîroka tevgera azadiyê dîroka keşifkirina rêberên xwezayî, bitevgerkirin û herwiha pêşketinên girîng di vê mayê de afirandiye ye. Çi di dema gruba îdeolojî de dibe, çi jî li piştî pêngava 15’ê Tebaxê û salên 90’î de dibe, dîsa di qada siyasî û eskerî de dibe em dikarin behsa gelek rêberên gel ên xwezayî ku navê wan derbasê dîrokê bûne bikin. Gelek rêberên xwezayî ji aliyê kontrayên şerê taybet ve bi alçaxî hatine qetilkirin. Di serî vana de hîn di dema gruba îdeolojîk de di navçeya Dîlokê Nîzîpê de Mehmet Ece’yê ku (dinva gel de wek“tosun” dihate naskirin) di atolya sabûnê de dixebitî û Seît Şîmşek, li Hîlwanê jî M. Emîn Yawiz hene. Tevgera Azadiyê ku dema kete van qadan van hevalan nas dikin. Di nava wexteke pir kurt de bi rêya van hevalan belavê her derê dibin. Di salên 80’î yan de Mele Evdi


Diclepress13@gmail.com

rehmanê alimê olbû û di heman demê de welatparêz bû di bi cîhbû-

na gerîla di herêmê de roleke pir esası û diyarîker dilîze. Em dikarin di salên 90’î de li Amedê Vedat Aydın, li Batmanê Sidiq Tani, li Hezexê Mîkaîl Bayroyu, li Cizîra Botan Binevş Egal ji vêya re mînak bidin. Em dikarin behsa gelek rêber û pêşengên xwezayî yên mîna van di herêmên me yên din ên Kurdistanê de jî derketine û bi qehremanî şehît ketine jî bikin. Ev keseyatane, pêşketinên mezin afirandine. Serhildanan gur kirin û birêve birin. Pêvajoya salên 90’î diyarkirin. Ji ber ku şerê taybet vê rastiyê baş dizanî, ji bo tasfiyekirina van pêşeng anjî rêberan tiştê ku ji destê wan hatin kirin ango ketin nava seferberiyekê. Serdeçûn û êrişên şerê taybet jî, didin nîşandan ku ka rêberên xwezayî di Serhildanan de çiqasî girîngin. Di roja me de jî yek ji rêya pêşxistina serhildanan jî di vir re derbas dibe. Yên ku bi berpirsyarî û hişyariyeke mezin pêşengiya gel û tekoşîna azadiyê weke hilhatineke vînî derbikevin holê ji bo Serhildan bigihijin

GOTAR

39

Bi jiyan, têkilî, uslup û lebatên xwe yên rojane bandorê li ser civakê çêdike û li ser vê esasê di dilê vê cıvata derdora xwede kombûye de kariye ciheke mezin bigre ye encamên serkeftî nebe nabeye. Rêxistiniyên cewherî yên gelê me di her qadeke jiyanê de tên pêşxistin û rastiya civaka me ya nû bi rêya van rêxistinkirinan şêweyek qezenc dike. Tiştê ku pêvajoyê bi serkeftî pêşve bibe rêxistingeriya cewherî ya gel e. Rêberên xwezayî teqez divê di nava van rêxistiniyan de cihê xwe bigrin. Di cihên ku e cûre rêxistinî nîne de yanjî lewaze de pêwîste bikevin nava kar û ev lewaziyê bidin derbaskirin û bihêzkirinekî bidin çêkirin. Di cihê

HEJMAR 24

2021/9/20

SAL 4

KOVAR DICLE

ku qet rêxistiniyên wiha di têde nînene dejî vêya biafirînin, Herwiha pêwîste divê rolê xwe yê dîrokî di vê diyarkirina çarenûsa xwe ya gelê Kurd de bi awayeke çalak bilîzin. Tê xwastin rêxistiniyên cewherî yên gelê me di her qadeke jiyanê de werin rêxistinkirin û pêşxistin. Ev, wê di heman demê de çanda demokratîk û pêşxistina çanda jiyanî jî bixwere bîne. Ji nûve avabûna demokratîk ancax û ancax bi vî şêwazî dikare çêbibe. Em weke gel jî di pêvajoyeke wisa krîtîk de derbas dibin ku wê herkesek bi tişten ku kiriye re derbasê dîrokê bibe û wisa were bîranîn. Ji

ber vê sedemê divê herkes him qabiliyet (yetenek), zanabûn û ezmûnên xwe û hem jî ya hevalê/a li gel xwe, cîranên xwe, çi di wan de hebe keşif bike û wê ya bixe bin zixmeta azadî û demokrasiyê û bikeve nava bizavdariyê. Em bi çaveke wisa jî li hev binerin! ÇAVKANİ: AKADEMİYA ZANİSTÊN CİVAKÎ YA ABDULLAH OCALAN


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/9/20

HEJMAR 24

40

PARASTIN

Diclepress13@gmail.com

DI WARÊ FELSEFÎK Û ÎDEOLOJÎK DE PARASTINA CEWHERÎ

KARKER ÊRIŞ

Têkoşîna mirov a li jiyîn û berde-

wamkirina jiyana xwe du bûyerên wisan in ku ji hev venaqetin û hevdu dimercînin. Weke hebûn mirov çiqas ji xwezayê re xerîb bibe jî girêdanên xwe yên bi xwezayê re nikare tu carî biqetîne. Ji ber ku mirov berhemeke xwezayê ye û mîna her hebûnî dawiyê de digihê xwezayê û bi wê re dibe yek. Wekî her madeyê di xwezayê de, mirov jî mîna encameke derfetên jiyanê yên ku xweza ji bo mirov çêdike heye. Ger mirovahî zêde dibe û bêyî ku bandoreke çêkirî ya ji hundir

û derve ve hebe jiyana xwe demeke dirêj bikaribe berdewam bike, ev, ji ber guncawî û besbûna mercên xwezayê ye. Mirov, bi qasî bi xwezayê têdigihê û derdixe zanebûnê, dikare ji derfetên jiyanê yên ku xweza dide zêdetir feyde bigire û demeke dirêjtir bijî. Ji ber ku xweza, tevî hemû tevliheviya xwe, bi behre û qabiliyeta fikirandinê ya ku pêşkêşî(dide) mirov dike bingeha bipêşxistina jiyanê û dahûrandina qanûnên xwezayî pêşkêş dike. Xweza, weke hebûnekî/ê her ku ji bo mirov bijî derfet pêşkêş dike mafê jiyankirina mirov heye. Mafê jiyanê, mafê mirov ê herî bingehîn û pîroz e. Felsefeya parastina rewa jî li ser mafê jiyanê yê pîroz ê mirov şekil(teşe) digire. Ji ber vê

yekê, têkoşîna ku wê li hember her cure êrîş û gefxwarinên(tehdîtên) bi armanca jiholêrakirin û astengirina jiyana mirov bê dayîn jî têkoşîneke pîroz e. Bûyer û diyaroka(olgu) parastina rewa, veguhere şerekî parastina cewherî yê bi amûrên leşkerî tê dayîn, xwe dispêre merca ji bo jiyanê tu vebijark(hilbijêrk-alternatîf) nemaye. Di encamê de; şerê parastina cewherî ne weke vebijark, mîna pêwîstiyekê derdikeve holê. Ger hema çi kes û civak, ji bo jiyana xwe berdewam bikin, ji bo bibin xwedî amûrên zor û şîdetê(tundiyê), vana bikar bînin û bigihên hêzeke leşkerî zor li ser wan hatibe kirin, ev, weke pêwîstiyek encama hebûna êrîşeke ku mafê jiyanê yê pîroz ê mirov tehdît dike ye. Ger em jiyana


Diclepress13@gmail.com

mirov, li gel jiyaneke biyolojîk, bi awayê jiyana ku xwe ji aliyên civakî, çandî, siyasî, fikrî û hestiyarî yên mirov dikin mirov xwe pêk tîne û îfade dike bi kurtasî pênase bikin; ji bo mirovê ku xwe îfadekirina wî/ê hatiye astengkirin, mercên şerê parastina rewa çêbûne. Ji ber vê yekê, bi armanca xwe bi awayekî herî bi bandor û bi hêz biparêze xwe bi amûrên leşkerî bipêçe(bixemilîne), rêxistinbûnên leşkerî çêke, ji bo êrîşa pê re rû bi rû maye bêbandor bike taktîk û rêbazên cur be cur bi kar bîne, ev weke mafekî rewa derdikeve holê. Ev şer, sînorkirin û jiholêrakirina xetereyên ku jiyana mirov û jiyaneke mirovane tehdît dikin bi sînor dibe an jî ji holê radibe. Weke di qanûna tek û bertek a di xwezayê de, ger ji diyarokên ku hevdu dimercînin diyaroka ku bandor dike biguhere û veguhere, diyaroka ku bertek(refleks) nîşan dide jî wê biguhere û veguhere. Ev guherîn, bi çendayitî û wesfayetiya bandora ku diguhere û vediguhere re paralel(rastênhev) bi pêş dikeve. Ev paraleltî, li gor merca hêzên defdan û kişandinê yên di xwezayê de bi hevseng hene, ango bi hêzeke ku wê hem girêdana tam, hem jî serxwebûna tam(serberadaytî) hevseng bike, hevdu li beramber hev notralîze(bêalî) bike re bê bidestxistin(pêkanîn). Mirov, bi qabîliyeta xwe ya fikirandinê, ji ber ku xwedî hêza bikaranîn an jî sekinandina potansiyela heyî ye, mecbûr e dînamîkên xwe li gor rêgezên diyalektîkî derbasî tevgerê bike. Di vî warî de, di diyalektîka civakî de jî îzaha bertekekê, dikare bi bandoreke pêre rû bi rû hatiye mayîn bê kirin. Piştî bandorên ji holê rabûne, çawa ku wate û ravekirina

PARASTIN

41

zanistî ya bertekên naqedin tune ne, ev tê wê maneyê ku ev ji armanca xwe derbas bûne. Diyarokên tek û bertekê ji ber ku du diyarokên hevdu dimercînin in, ger ji bo şerê parastina rewa bide sedemên(mercên ku bandor dikin) civakekê tune bin bikaranîna amûrên zor û şîdetê bertekeke wateya wê ya mirovî tune ye û dijxwezayî û mirovahî ye. Ango terorîzm e. Şerekî ku gihîştibe armanca xwe, xetere û tehdîta heyî bêbandor kiribe ger nesekinîbe û berdewam bike, ji armanca xwe bihuriye û ji rewabûnê derketiye. Di şert û mercên serdema me de şerê parastina cewherî xwedî pênc merheleyên bingehîn e ku ev ji rêgezên diyalektîkî serbixwe nikare bê destgirtin: - Di şert û mercên ku ji bo mafê jiyanê yê bingehîn ê civakê, bi xebatên siyasî, çandî, civakî, aborî, hiqûqî û leşkerî xespkirin û ji holê rakirinê de; ji bo navendên êrîşa bi tevahî bêbandor bike xebatên civakî, siyasî, çandî, aborî, hiqûqî û leşkerî kirin; - Di merceke ku amûrên zor û şîdetê, bi rêya hêzên leşkerî yên birêxistinkirî, bi rêya rêbaz û taktîkên cur be cur, bi armanca tunekirinê bên bikaranîn de; amûrên parastina cewherî, bi rêya hêza parastina rewa ya leşkerî bikaranîn, hêza leşkerî ya bi armanca tunekirinê bêbandor kirin, tunekirin, ji bo vê serî li rêbaz û taktîkên cur be cur dayîn û parastina çalak kirin; - Di merceke ku posîzyona êrîşê hatiye şikandin, armanca tunekirinê nîn e û veguheriye rewşeke armanca parastinê de; ji bo maf û mafên jiyanê yên bingehîn ên civakê bên bidestxistin, hêza parastina leşkerî, heta merceke ku wê xeteriyên nû

HEJMAR 24

2021/9/20

SAL 4

KOVAR DICLE

Çawa ku têkoşînê tenê bi çiya û gerîla ve bisînor hiştin wê ne rast be, li qadên weke bajêr, metropol û hwd. de girîngiya jiyanî ya tevkeriya ku wê rêxistinbûnên li ser esasên parastina cewherî bên kirin bide çareseriya demokratîk divê bê dîtin bi pêş nekevin di rewşeke parastina pasîf de girtin, bi sûdwergirtina ji hemû qadên jiyanê, mercên siyaseta demokratîk avakirin, - Di mercên ku pêwîstiyên civakê yên siyasî, civakî, çand, aborî û hiqûqî li ser bingehên exlaqî bi sazî dibe û ji aliyê hemû hêzên civakî ve digire bin ewlehiyê de dawî li reşwa şerê çekdarî ya parastina rewa anîn. Ev bûyer bi berxwedan û berteka madeya di nav ahenga bandorkirina beramber hev ku dixwaze hebûna xwe berdewam bike re heman weke hev e. Di diyalektîka civakî de şerê parastina cewherî wê di kîjan şîdet û hêzê de bi pêş bikeve, di kîjan kûrahî û berfirehiyê de wê birêxistin bibe, li gor qanûna defdan û kişandinê tê eyarkirin. Çawa ku kes di nav civakê de ye, civak jî di nav qanûnên xwezayê û qanûnên xwezayê de ye. Li ser civakekê êrîş


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/9/20

HEJMAR 24

û şîdeta herî mezin(bandor); wê ji cewhera wê ya madî û manewî, ji nirxên wê yên civakî dûrxistin e. Vê bandorê, em dikarin bi hêzeke kişandinê ya bi bişaftin, helandin û tunekirina civakê re di heman wateyê de bigirin dest, li hember vê bandorê berteka ku wê civak nîşan bide bi hêzeke hevsenger ku wê hêza defdanê derxe holê rave bike û bê bandor bikin. Di bûyera defdan û kişandinê yan jî bandor û bertekê ya bi çendanî(nîcel) û wesfanî(nîtel) hevdu parseng, hevkêşî nekin de, çawa ku xebitîna xwezayî ya made xera dibe, ji şîdet û sînordarkirinan, ji tunebûnan, ji cewherê xwe qutbûn û ji dagirkeriyê xelasî ne mimkun e. Bêyî ku şert li ber çav bên girtin her cure rêxistinbûn, rê û rêbaz, amûr û taktîkên bên bikaranîn, polîtîkayên ku wê bên pêşxistin, ji şerê parastina rewa re xizmetê nakin. Di civakên roja me de desthilatdar, bi eciqandina mafên jiyanê yê pîroz ê civakên din, bi êrîşkirina ser wan, bi sedemên çêkirî yên curbecur tenê bi rewa dîtina jiyana xwe jiyankirinê, ji xwe re kirine weke felsefe, îdeolojî û siyasetê. Li çar aliyên dinyayê, di bi dehan şerên ku bi bikaranîna rê û rêbazên herî li derveyî mirovahiyê berdewam dikin de jî ev rewş tê fêmkirin. Felsefe, îdeolojî, siyaset û ola wê çi dibe ew dizane, şerekî ji bo jiyankirin û bicîanîna pêwîstiyên hebûnê yên herî bingehîn, ji bo sûdwergirtina derfetên pêşketî yên serdemê bê kirin rewa ye. Ji bo rastiyeke weke civaka kurd ku ji cewhera xwe hatiye qutkirin, dagirkirin, nirxên wî yên herî mirovahî hatine perçiqandin, dema ku xwestine di qetlîam û tunekirinên bi tevahî re derbas kirine, şer, weke pêwîstiyeke ji

42

PARASTIN

Diclepress13@gmail.com

Parastina cewherî çalakiya kes bixwe ye. Kes, civak an jî gel parastina xwe bixwe kirin, vî karî dewrî kesên din nekirin e. Parastina cewherî, bi civakî, yek ji amûrên herî bingehîn ê gihîştina sîstem û zîhniyeteke demokratîk e yanê ya bingehîn erka qanûneke xwezayî girtiye ser xwe. Ji bo civaka kurd a ku di merhaleyên cur be cur ên şerê parastina rewa re derbas bûye, merhaleyên ku hê jî divê bên temamkirin, bi nirxandina objektîf a mercan ve girêdayî ye. Birastî jî navendên hêzê yên dinyayê, hêzên Rojhilata Navîn û neteweyên serdest, bi awayekî ji rêgezên diyalektîkî qut, teng û seransere destgirtinê re ketina rewşeke netêr, kêm, bi madî û manewî ji tunebûnê re derfet pêşkêşkirin e. Têkoşîneke çiqas dirêj berdewam bike jî, heta armanceke dawî ya ku wê aştiya navbera mirovan bê bidestxistin, di merhaleyên cur be cur ên vî şerî de cîgirtin(kozik girtin), ewlehiya vê armanca dawî ye. Felsefeya Apocî, bi çendanî û wesfanî, di mercên hêzê yên bêhevseng û newekhev ê nav civakan de, mirov,

fikir û hêza razberkirinê(soyut), bawerî, hêvî û îradeya wê weke dînamîkeke kontrolê ya bingehîn tespît dike; polîtîka, taktîk, rêbaz, şêwaz û tempoya mirov digire navendê û birêxistin dike û derbasî jiyanê dike; viya weke çavkaniya enerjiyeke potansiyel, şert û mercên newekhev û bêhevseng bi nêzikatiyeke diyalektîk vediguherîne hêza berevajî, bingeha pratîk-kirina viya li Kurdistan û dinyayê afirandiye. Têkiliya Parastina Rewa û Parastina Cewherî Mafê herî bingehîn ê ku demokrasî pêşkêşî civakê dike; mafê parastina rewa ye. Parastina rewa encax di mercên dagirkeriyê de watedar dibe. Şerê parastina rewa yê li hember sîstemeke biyanî ku hebûn û azadiya gelekî digire bin pêkutiyê(çewisandinê) rêya herî bingehîn a sazkirina demokrasiyê ye. Li şûna têkoşîneke rizgariya neteweyî ya ku dewletê dike armanc, şerê parastina rewa ya bi armanca demokrasiyê, ji bo rastiya rojane jî hîn zêdetir guncaw. Çawa ku şerê parastina rewa ji bo gel û civakan di demên ku pêkutî û şîdet heye de dikeve rojevê, parastina cewherî sekneke bingehîn a ji bo her demê derbasdar e. Parastina cewherî; çandeke wisan e ku gel bi jixwe re biyanîbûne winda kirine. Di civakan de çanda parastina cewherî pêşxistin, di asta herî bingehîn de pirsgirêkeke azadî û hebûnî ya civakekê ye. Gel û civakên ku dixwazin bigihên sîstemeke demokratîk, destpêkê bi pêşxistina çanda parastina cewherî, divê bikaribin cewhera hebûn û azadiya xwe fêm bikin. Bikaribin hêza parastin û xweykirina wê nîşan bidin. Di vî warî de parastina cewherî, di


Diclepress13@gmail.com

bingeh de karê hişmendî, rêxistinbûn û çalakiyê ye. Hişmendiya xwebûnê, hişmendiya parastina xwe bi xwe. Eviya bi hişmendiya bi kîjan amûr, bi kîjan rê û rêbazan pêşxistin? Ev hemû pêşketinên bi zanebûn bi xwe re rêxistinbûnekê pêwîst dike. Weke kes, di nav hişmendî û çalakvaniyeke parastina cewherî de bûyîn, weke xwedîbûna nasnameyeke civakî ne bes e. Di vê wateyê de rêxistinbûn, hêza herî bingehîn a gelekî ye. Li hember neheqiyeke li keseke/î din hatiye kirin wekî ku li me hatibe kirin bertek dayîn û helwest nîşandan, bi şikandina dinyaya egoîst a ku kes tê de hatiye asêkirin de bi pêş dikeve. Rêxistinîbûn, civak û keseke/î ku xwedî tu tiştekî nîn in, ji bo azadiya gel di têkoşîna xwe de hêza herî bingehîn e ku xwe bispêrê. Tu hêzek bi qasî hişmendiyeke hatiye rêxistinîkirin ku sîstemên serdest

PARASTIN

43

bitirsîne û hilweşîne tune ye. Li ser vê bingehê rêxistinbûneke ku derbasî çalakiyê bûye jî, di têkoşîna li hember neheqiyan de, bi bêdengî sekinandin an jî tenê wî qîrkirin nîn e, ji bo jiholêrakirina vê neheqiyê gaveke ku wê bê avêtin û kevirekî bê avêtin be. Çalakîbûnên parastina cewherî divê pir teng neyên destgirtin. Li hember hêzên çewisîner û dagirker bi qasî ku wê di rengekî leşkerî de be, li hember kes an jî saziyên ku berjewendî û îradeya gel temsîl nakin, gendeliyê dikin, di qada siyasî de têkoşînê digire nava xwe. Dîsa li hember nêzikahiyên ku ji exlaq û nirxên gel re berevajî ne, fihûş û sektorên weke vê, di qada civakî de têkoşînekê, dîsa em ji têkoşîneke di qada hiqûqî de bigirin heta qada çandî hemû qadên civakî digire nav xwe. Parastina cewherî çalakiya kes bix-

HEJMAR 24

2021/9/20

SAL 4

KOVAR DICLE

we ye. Kes, civak an jî gel parastina xwe bixwe kirin, vî karî dewrî kesên din nekirin e. Parastina cewherî, bi civakî, yek ji amûrên herî bingehîn ê gihîştina sîstem û zîhniyeteke demokratîk e. Divê weke rêxistineke civaka sivîl neyê fêmkirin. Di vê qonaxa ku têkoşîn gihayê de, her çiqas stratejiyeke ji aliyê çareseriyeke aştiyane û demokratîk ve esas bê girtin jî, li hember nêzikatiya hêzên serdest ku dixwazin pirsgirêkê bi tunekirin, înkarî û şîdetê ji holê rakin, parastineke cewherî ya çekdarî ya xwedî dîsîplîneke leşkerî, wê bibe nîşaneya daxwazî û baweriya gel a ji azadî û demokrasiyê re. Li ser vî esasî, parastia cewherî bi gelek aliyên xwe, xwe bispêre exlaq û wîcdana gel(giştî-kamu), bi gelek aliyên xwe jî pêwîst bi rêxistinbûneke xweser heye. Bi qasî di pêvajoyên şer de, di pêvajoyên aştiyê de jî bi armanca


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/9/20

HEJMAR 24

parastina nirxên cewyerî yên gel hebûna xwe berdewam dike. Rêber Apo, vê rastiyê di parêznameya xwe ya ‘Parastina Gelekî’ de wiha tîne ziman, di dema nû de têkoşîneke xwe spartiye îrade û hêza cehwerî ya gel bingeha demokrasiyê ye. “Li derveyî rewşên neasayî(derasayî) di mercên normal de pirsgirêka parastina cewherî ya gel jî nikare piştguh bê kirin. Di şert û mercên qeyranê(krîz) de li derveyî ewlehiya giştî, ewlehiya cewherî hîn zêdetir girîng e. Pîvanên ewlehiyê yên klasîk ên dewletê, bi gelek aliyên xwe ve nikare pêwîstiya ewlehiya gel bi cî bîne. Desthilatdariya dewletê ku bikeve destê hêzên olîgarşîk û dîktaparêz, ewlehiya hiqûqî ya bi sînor jî ji holê radike. Dewlet, her wekî tê parselkirin. Gelek çete û mafyayên seriyekî wan bi navendên dewletparêz ve girêdayî derdikevin holê.

44

PARASTIN

Diclepress13@gmail.com

Li ser gel tam terorek tê meşandin. Sûc bi rêjeyeke mezin zêde dibin. Li şûna rêyên hiqûqî yên maf gerînê hêzên taşeron tên girtin. Hiqûq her wekî dibe meta. Hêzên ewlehiyê yên dewletê bixwe dibin pirsgirêka ewlehiyê. Di gelek welatên di qonaxên qeyranê de, di roja me de, li hember pirsgirêkên ewlehiyê yên wiha, parastina cewherî dibe pêwîstiyeke jênerevîn. Divê hêzên parastina cewherî bên sazkirin.” Di qonaxa ku têkoşîna me gihayê de, di demokratîk-kirina civak û siyasetê de, ji demokrasiyê re hestiyarkirina dewletê, li gel têkoşîna gerîla, pêşxistina hêza parastina cewherî ya civakê, li gor pêwîstiyên rojane wê hîn rastîparêz(rast-tir) be. Mîrasa têkoşîna me ya sî salî, di gelê me û bi giştî di civakê de rêxistinbûn û hişmendiyeke diyar bi pêş xistiye. Gelê me fêm kiriye ku azadiya xwe ji

keseke/î din hêvî neke, ji bo vê dibê têkoşîn bide, di qadên aborî, siyasî, çandî û her qadê de divê xwe birêxistin bike. Azadiya civakî, bi rêxistinbûn tevgerkirina her kesî tê bidestxistin. Weke mînak, mirov dikare têkoşîna ku gelê Filîstînê daye, weke berxwedana parastina ceweherî bigire dest. An jî li Iraqê rejîma Sedam her çiqas ji aliyê DYE’ê ve di rojekê de hatibe hilweşandin jî, heta îro jî têkoşîna berxwedanvanan li hember hêzên emperyalîst û mudaxeleker berdewam dike. Bi çalakiyên parastina cewherî yên ji aliyên berxwedanvanên gel ve tên meşandin, DYE û hêzên hevgirtî yên ku di mudaxeleyê de hema bibêje qet windahî nedane bi hezaran windahî û zirareke mezin a aborî hatiye dayîn. Ji aliyê rastiya têkoşîna me bixwe ve jî, sedema herî bingehîn ku dijmin heta îro encam negirtiye, têkoşîna


Diclepress13@gmail.com

me xwe spartiye cewhera berxwedêr a gel. Bipêşxistina hêza parastina cewherî, gel ne tenê dike weke piştek, spartek, wan dike birêvebirê û rasterast beşdarê têkoşînê bixwe. Di vê wateyê de ne tenê xwe dispêre şêwaza têkoşîna gerîla, xwe dispêre bi çalakvaniyên gel danîna holê ya berxwedêriyê. Çawa ku têkoşînê tenê bi çiya û gerîla ve bisînor hiştin wê ne rast be, li qadên weke bajêr, metropol û hwd. de girîngiya jiyanî ya tevkeriya ku wê rêxistinbûnên li ser esasên parastina cewherî bên kirin bide çareseriya demokratîk divê bê dîtin. Bi li ber çav girtina rastiya dewleta olîgarşîk a Tirkiyeyê, li ser bingehê parastina rewa, bi şêwazeke li gor rastiya bajêr, divêtiya rêxistinbûniyeke wiha bi aşkereyî tê dîtin. Divê bê zanîn ku ev jî parastina cewherî ya gelê kurd e. Rêxistinbûniya parastina cewherî ya bi gel re hatiye pêşxistin di demên derbasbûyî de her çiqas hatibe meşandin û beşdariya gel pêk hatibe jî, ji bo ev bigihê rêxistinbûneke zêdetir û bi berdewamî be, divê li gor rêzikên xebatên bajêr bê meşandin. Di serî de di nav hêzên me yên gerîla de ji bo kadro bigihê vê astê, bikeve ferqa girîngiya jiyanî ya xebatê, divêtiya vê û pêwîstiya bi kadroyên pêşeng ên ku wê viya pêk bînin bê zanîn. Parastina cewherî, xebateke hêza milîsî an jî eniyê nîn e. Weke yek jî piyên(lingên) herî bingehîn ên têkoşîna parastina rewa, çalakvaniya hêza cewherî ya gel e. Ev, ji çalakvaniyên bêîteatiya sivîl bigire heta serhildanan, ji çalakvaniyên herî hêsan heta yên herî tevlihev diçe çalakvaniyên leşkerî digire nav xwe. Ji çalakiya agirpêxistinê, molotofkirin, sabotaj û heta çalakiyên

PARASTIN

45

çekdarî di qadeke berfireh de çalakiyên gel in. Xwe dispêre hêza xwecihî û sivîl. Parastina cewherî xebateke kadro nîn e. Xwedî avabûneke gelek nerm, pir-reng, bikaribe her beşî di nav xwe de bigire ye. Ji ber ku mafê parastina xwe bi xwe ne tenê aydî hinekan a her kesî ye. Qadeke wisan e ku rola pêşengiyê ya jin û ciwanan e lê hemû beşên civakî jê berpirsiyar in. Dema rêxistinbûna parastina cewherî bê pêşxistin armanc tenê hin deran xerakirin an jî kuştin an lêdana hin kesan nîn e. Yek ji rolên wan ên herî girîng jî jiholêrakirina astengiyên li ber pêvajoya avakirina demokratîk e. Ji bo jiholêrakirina jirêderketina civakî ya ji ber polîtîkayên şaş û niheq ên ku dewlet dimeşîne û pêvajoya şerê ku bi salan e berdewam dike, beriya her tiştî bi şêwazekî bi zanebûn sazî û amûrên ku jirêderketina civakî bi pêş dixe hedefgirtin girîng e. Çetekarî, sîxurkirin, sektora fihûşê, bazirganiya mirovan, bazirganiya tiştên tevizîner, tiryak û hwd. ên heta roja me berdewam kirine û sazî û dezgehên rê li ber jirêderxistina nirxên manewî vekirine hedef digire. Armanca wê ya bingehîn wê bibe pêşîlêgirtina texrîbatên nirxên manewî yên ku di encama van pêkanînên dewletê de birîndar bûne. Ji Gerîlatiya Bîst û Çar Saetan Ber bi Bihara Azadiyê ya Kurdan a) Gerîla Tevgera Sekinandina Qirkirina li Ser Kurdan e Gotinek heye, dibêje destpêk dawiyê diyar dikin. Serdemên stratejîk ên ku alî, serî vedibin û careke din digihên hev hene. Mirov salên destpêkê yên têkoşîna rizgariya neteweyî fêm bike, ji bo mirov hem gerîla hem ji berxwedanên gel divê çawa

HEJMAR 24

2021/9/20

SAL 4

KOVAR DICLE

Çalakîbûnên parastina cewherî divê pir teng neyên destgirtin. Li hember hêzên çewisîner û dagirker bi qasî ku wê di rengekî leşkerî de be, li hember kes an jî saziyên ku berjewendî û îradeya gel temsîl nakin bin, wê bi ku derê ve biçin û pîvana serfiraziyê çi ye fêm bike gîring e. Divê berxwedana Hîlwan û Sêwregê dubare bê destgirtin. Berxwedana Hîlwan û Sewregê di wateyeke teng de weke bûyereke li hember navendên çete û hevkar nirxandin wê kêm bimîne. Di mînaka Hîlwanê de têr neke, kêm be jî, prototîpa awayê parastina cewherî ya hem gerîla hem jî gel heye. Derfet û asta stratejîk ên berfireh ên roja me yên têkoşîna me bi wan deman re dan ber hev şaş, xelet be jî di wateya otorîteya xwecihî de bidestxistina asta ku Hîlwan gihayê girîng e. Mirov şerê li Kurdistanê di pêşengiya gerîla de bi pêş ketiye bi têkoşînên gelên din re tevlihev bike ev şaşiyeke mezin e. Bûyera gerîla ya li Kurdistanê, ji parastina rewa zêdetir têkoşîneke hebûna cewherî, parastina cewherekê ye. Rêber Apo got ku pirsgirêka kurd


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/9/20

HEJMAR 24

beriya her tiştî pirsgirêkeke ontolojîk e. Ango pirsgirêkeke li ser mustewiya hebûn û tunebûne diçe û tê ye. Gerîlayê Kurdistanê bi têkoşîna ku daye hewl da çand, ziman û dîroka kurdan roj bi roj heyî û rewa bike. Parastina rewa ya bûyera kurd a ku ji tunekirina fizîkî zêdetir tê xwestin bi qirkirineke spî bê tunekirin, dihêle ku em bi zehmetî têbigihîjin ku çi, çawa hatiye afirandin, çawa derketiye holê. Rêber Apo di parêznameya xwe ya bi navê ‘Ji Dewleta Rahib a Sumer Ber bi Komara Demokratîk ve’ de bûyera kurd û rastiya PKK’ê şiband bizavên pêxemberî yên ku li hember wehşet û zilmê serî rakirine. “Wan dema dest bi kar kirin tenê meşiyan. Destpêkê bername û stratejiyeke wan a saxlem tune bû. Tiştê ku dikirin guhdarkirina li wîcdana xwe bû. Serhildanên koleyan ên pir mezin ên li dû ezîz û ezîzeyên meşiyan Romayê derketin, li pey van mirovên ku serê wan hatin jêkirin, çermê wan hatin gurandin bi pêş ketin.” Di dahûrandineke din de jî got; “Ez bang li ruhê kurdan dikim. Girêdaneke rêxistinî ya bi çav tê dîtin tune be jî tiştê ku wan radike ser piyana ev dengê ku digihê ruhê wan e.” û bi berdewamî got; “Di serî de ji bo ku ev pirsa ‘ev kî ne?’ bi cî bikim, bi dehan komên me bêyî ku kefenên wan jî hebe ketin axê.” Vaye gotin û biwêjên gel ên wekî ‘ên ji me çêtir, ê çolê’ aydî gerîla ne û li Kurdistanê sînorên têkoşîna gerîla bi awayekî aşkere îfade dike. Her wiha weke dilopeke ava cewherî ya ku ji bûyera kurd ku ber bi tarîtiyê ve diçû veqetiya, şitleke kêmdîtî, nadîde ku di axa ketiyê de şîn dibe, awayekî hebûnê ye. Ev rewş parastina tiştekî heyî nîn e. Şêwazekî afirandin û zêdebûnê ye. PKK û gerîla

46

PARASTIN

Diclepress13@gmail.com

Felsefeya Apocî, bi çendanî û wesfanî, di mercên hêzê yên bêhevseng û newekhev ê nav civakan de, mirov, fikir û hêza razberkirinê(soyut), bawerî, hêvî û îradeya wê weke dînamîkeke kontrolê ya bingehîn tespît dike tê wateya vê dilopa cewherî. Di rastiya Kurdistanê de wateya gerîla cuda dibe. Li Kurdistanê gerîla hêzeke parastina cewherî ye. Pêşketina dîrokî û stratejîk a bûyera kurd û Kurdistanê, li hember qirkirina fizîkî di nav berxwedaneke dijwar de bûye, wisa hatiye roja me. Têkiliya Med û Asûr, Helen û kurd di xala ku gihîştiye qirkirina fizîkî de rastî berxwedaneke dijwar hatiye. Kîngê di qada çandî û îdeolojîk de qirkirinê dest pê kiriye, pêşketinên bi bişaftina çandî encam dane derketine holê. Dema herî aşkere jî serdema Îslamê bûye. Êrîşên Ereban di warê çandî de kurdan kirine bin çav, di bin çav de hiştine. Ber bi nav sîstemê ve kişandin, belênaya çiya û deştê bi vê serdemê re dest pê dike. Kevneşopiya Osmanî, ev taybetiya kurdan zanibûne ku ji qirkirina fizîkî reviyane, buyerê di hevsengiya siyasî

de girtine. Îslamiyet bûye xaleke gihandina hev a hevpar. Lê di eslê xwe de belavbûna erdnîgarî ya kurdan û qirkirina fizîkî ya ji …… doku…çandî çavkaniya xwe digire li gor berjewendiyên osmaniyan nebûye. Îdeolojiya komara tirk vê rewşê bi kontrol kiriye, bi asîmîlasyonê xwestiye bi tirkîtiyê ve entegre bike, bike parçeyekî ji tirkîtiyê. Hikûmetên dawî, bi piştgiriya îdeolojiyên gerdûnî xwestiye nirxên exlaqî û polîtîk ên ku têkoşîna azadiya kurd bi dest xistiye parçe bike, bi hilweşandina exlaqî hewl dane bi tevahî teslîm bigirin. Em dîsa diçin 78’an. Me gotibû destpêk dawiyê diyar dikin. Li Kurdistanê qirkirina çandî bi 78’an dest pê nake. Lê dîroka berxwedanê, lê dîroka gavên berxwedana gelekî ku anîne ber tunebûnê ye ev sal in. Têkoşîna li hember hevkarên kurd ên ku enterne kirine, girtine bin kontrolê, heta bibêjî di cî de ye. Rêbertî ji bo vê rewşa li Kurdistanê gotibû “xesandına çandî”. Yekem mînaka gelê me ku bû otorîteya xwecihî Hîlwan e. Bi acemîtî, nezanî be jî gerîla û gel di nav hev de ye. Di maneya komîteya xwecihî û parastina cewherî de Hîlwan li Kurdistanê modêla yekem e. Gerîla xizmeta viya dike. Xalên ku hêza parastina cewherî ya xwecihî tê de asê dibin, kadroyên pêşeng parçe dikin. Li hember eşîreta Bûcak, ewlehî û hêzên paramîlîter ên din ên ku çalakiyên pêximker(caydırıcı) dikin gerîla ne. Ewlehiya tax û semtan bi hêzên parastina cewherî ve girêdayî çêdibe. Ger derbeya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê li dar nekeve pêşketinên pir mezin en ku wê Hîlwan, Sêwreg û Mêrdînê bigirin nav xwe li ber derî ne. Generalê faşîst Kenan Evrenê ku viya ferq dike go-


Diclepress13@gmail.com

tibû “Em dema bi helîkoptêrê di ser Êlihê re diçûn agirê serhildanê heta ba me dihat.” Ev gavên biçûk lê watedar bi derbeyeke weke 12’ê Îlonê bi zorekê tê sekinandin. Di warê otorîteya xwecihî de hema bêje dewlet li bin dikeve. Diyalektîka Hîlwanê, bi şerê gel ê bi demdirêjî ku piştî vekişandinê pêş dikeve re nakeve nakokiyê. Berevajî, weke encamên dersên ji Hîlwanê tên girtin ev pêşketin derdikevin holê. Weke modêl otorîteya xwecihî û parastina cewherî rast e. Lê bi qadeke teng ve bi sînor mayîn û hişmendiya kêm a gelê kurd dezavantaj in. Qonaxa ku şerê gel ê demdirêjî digihê, dîsa modêleke weke Hîlwanê ye. Weke dema parastina stratejîk merheleya propagandaya bi çek serkeftî ye. Rêber Apo wate û girîngiya gerîla ya di vê pêvajoyê de wiha dinirxîne: “Gerîla tenê ji bo xwenîşandana hêz û egîdiyê nîn e. Gerîla ne tenê ji bo lêdanê ye. Gerîla ji bo parçeya destpêkê ya rastiya ku min ji gel re gotiye bi bîr bîne, ji bo peyama ‘Ji vî dijminê har netirse, ji terora wî ya sedsalî, ji artêşa wî, ji qemçiya

PARASTIN

47

wî nekeve fikaran.’ bide heye. Di vê mijarê de gerîla bi çalakiya xwe viya nîşan daye: Ji aliyê pergalê ve deng ji me birîn çarenûs, qederek nîn e. Ger te hinek dest bi axaftina zimanê xwe kir, ev hêza ku deng ji te dibire, te bêdeng dike, qet jî hêzeke wisa ku mirov ê nikaribe li hember bisekine nîn e. Gerîla dibêje kî; em dikarin li hember vê dijminî bisekinin, em jî dikarin bi rêbaz û zimanê ku ew jê fêm dike hin tiştan vebêjin. Vaye gerîla ev bû, di vê mijarê de hin tiştan kir û baweriyeke mezin da gel. Gel jî êdî nihêrt û dît, dibêje ‘Dijmin hêzeke ku wê deng ji min bibire nîn e’. Gelê ku dibîne artêşa faşîst a dijmin dikare bê tirsandin, heta derbe li ser derbeyê dikare lê bê dayîn, tê qonaxa ku bibêje ‘em dikarin têk bibin, bi ser bikevin’. Dêmekî gerîla ew tevgera ku; wê hêza li ser serê vî gelî ye dide bêdengkirin, navê wî nake devê wî û heta mêjiyê wî tirsê dide, dibêje ‘Ev parçeyekî ji jiyana te ye ku naveqete’ û jê re dibêje ‘Hûn nikarin wiha bikin’. Ew tevger e ku nahêle kes bibe bela serê gel. Û dîsa ew tevgera ku bi temsîlkirina îradeya gel, li hem-

HEJMAR 24

2021/9/20

SAL 4

KOVAR DICLE

ber zora dijmin zorê dide ser wî û ev bûyera destavêtinê ya mezin bi dawî dike ye. Ev rola gerîla di cî de ye. Roleke ku cihê wê di serê dîrokê de ye leyîstiye, wê hîn jî bilîze. Hêzên şer ên çekdar ên gel, hêzên îradeya gel in. Hêzên şerker ên gel, ji bilêvkirina peyv û gotinên yekê bigire heta ku bibe hêzeke mezin a îradeyê, hêzên parastina rewa û parêzkar in. Her wiha hêzeke li ser gel, li hember gel na, ji serî heta binî ji bo gel, ji bo derxistina holê ya hêza gel û parastina gel û bipêşxistina hêza siyasî ya gel hene.” Berhema ku van pêşketinan dan bilindbûna gerîla ya navbera salên 90 û 91’an û serhildanên gel ên 89 û 93’yan e. Piştî 93’yan bi ketina dewrê ya lobiya şer a nû hat xwestin ku 12’ê Îlonê careke din biafirînin. Tevî meylên tasfiyekar ên hundirîn û derveyî di navbera 93 û 99’an de gerîla têknebirina xwe îspat kiriye. Dijmin bi tevahî artêşa xwe xwest Kurdistanê dagir bike. Her wekî gelê welatekî neqlî welatekî din hat kirin. Kurdistan hat valakirin. Berxwedana gerîla, bişaftin û entegrasyonê daye sekinandin, vala derxistiye, qirkirina


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/9/20

HEJMAR 24

spî bêbandor kiriye. Komîteya parastina rewa a ku bi dema stratejîk a nû re ji nû ve hatiye birêxistinkirin pêkhatina xeta parastina rewa û cewherî bi kurtasî wiha dinirxîne: “Tevî ku sîstema KCK’ê di makezagona xwe de parastina rewa û parastina cewherî pênase kiriye, li ser vê bingehê çarçoveya xwe ya xebat û rêxistinkirinê diyar kiriye jî divêtî, pêwîstiyên viya hîna têra xwe nehatine bicîanîn. Feraseta parastina rewa û parastina cewherî di cewhera xwe de, heman aliyê îdeolojiyê îfade dikin. Her çiqas xebatên parastina rewa bi HPG’ê re bê îfadekirin û weke hêzên parastina gel HPG di vê mijarê de misyona bingehîn bigire ser xwe jî, cewhera parastina rewa û parastina cewherî; di her qadê de gel bikaribe mekanîzmayên parastinê ku xwe bi xwe biparêze biafirine dikare pêk bê.

48

PARASTIN

Diclepress13@gmail.com

Xwe birêxistinkirina sîstema KCK’ê, ji komunên tax, gund û kuçeyan, heta KONGRA GEL a ku îdare û navenda rêxistinbûna konfederal a demokratîk e, rêxistinbûneke fireh û piralî pêş dibîne. Di nav vê sîstemê de nîqaşên xebatên parastina cewherî divê çawa bên rêxistinkirin, li ser esasên rêxistinbûna xweser a ku Rêbertî jî weke perspektîf daniye holê hatiye danîn. Ev rêxistinbûna xweser jî divê şaş neyê nirxandin. Rêxistinbûna xweser carcaran weke xebateke mîna li derveyî sîstemê, di nav sîstemê de cihekî wê yê pir cidî tune ye tê destgirtin. Ev nêzikahiyeke şaş e. Berevajî, heta ku parastina rewa û parastina cewherî bikaribe di navenda hemû xebatan de bê rûniştandin, ewlekirin û biberdewamîkirina xebatan dikare mimkun be. Xweserî jî, têkoşîna siyasî û demokratîk a li ser qada dewletê,

venêrîn û serdestiya dewletê tê meşandin, mîna pêwîstiyeke di nav çarçoveya qanûnî de girtinê tê avakirin. Viya, divê HPG’ê di nav xwe de weke rêxistinbûneke xweser pêk bîne ava bike. Lê parastina cewherî ya gel, di cî de parastin, parastina cîgayî(heremî), li hember hêzên rantxur(gendelî), hêzên ewlehiyê yên dewletê yên ew bixwe bûne pirsgirêka ewlehiyê, hêzên milîtarîst ên sivîl, divê pêkhateyên xwe yên ku bikaribin parastina xwe bikin jî pêk bîne. Di demên ku ev êrîş berfireh û pir dijwar bûn de, parastin dikare bi HPG’ê re bê pêkanîn, di mercên ku parastina rojane pêwîst nake ku mutleq bi çek û bi şêwazê şîdetê be de divê Hêzên Parastina Sivîl û mekanîzmayên parastina sivîl bên avakirin. Ev hemû, li hember ferzkirina tunekirinê divê bi perspektîfeke ku


Diclepress13@gmail.com

bikaribe hevpar tevbigere û hemû civakê biparêze bên avakirin. Di vê xalê de pirsgirêka bingehîn, hişmendiya parastina cewherî û parastina rewa têra xwe nehatiye rûniştandin. Her wiha di sîstema KCK’ê de xebata herî pêşekî ku divê li ser parastina cewherî bê kirin; navendeke xebatê ya ku gel di vê mijarê de perwerde bike, zana bike, perspektîfan bide bê çêkirin e. Ev navenda perwerdê jî xebateke di bin banê HPG’ê de bê kirin nîn e. HPG avahiyeke zêdetir xebata wê ya leşkerî ya profesyonel li pêş be û li gor pêwîstiya viya hatiye rêxistinkirin e. Ev xebatên perwerdeyê, di nav Komîteya Parastina Gel de bên rêxistinkirin wê hîn guncawtir be. Ji bo vê jî, hem di nav hemû sîstema KCK’ê de ji bo avakirina vê hişmendiyê bi awayekî seferberî pêvajoya zanakirinê bê destpêkirin, hem jî divê ber bi biryargehbûneke(qerargeh) ku viya weke navendî bi berdewamî bike, venêrîn bike, kadro û mekanîzmayên viya yên pêwîst biafirîne bê çêkirin. Ev biryargehbûn jî di bin banê Komîteya Parastina Gel de bi şêwazê Biryargeha Parastina Cewherî bê birêxistinkirin û pêkanîn.” b) Hîlwan û Şemzînan awayê pêkhatina bihara kurd e Îfadeya herî rast û rasteras a parastina cewherî mînakên Hîlwan û Şemzînanê ne. Bidestxistina otorîteya cîgayî û pêkanîna însiyatîfa cewherî ya gel e. Bi dirûşma ‘Her bajar û navçe bibin Hîlwan û Şemzînanek’ biharê pêşwazîkirin, wê bibe dirûşma herî rast a sala 2012’an. Di 78’an de biberdewamîkirina Hîlwanê zor, zehmet bû, lê li gor qonaxa ku gelê kurd gihayê Hîlwanîkirina hemû Kurdistanê mimkun e. Kurd, li Rojhilata Navîn, di mijara serhildan

PARASTIN

49

Di merceke ku posîzyona êrîşê hatiye şikandin, armanca tunekirinê nîn e û veguheriye rewşeke armanca parastinê de; ji bo maf û mafên jiyanê yên bingehîn ên civakê bên bidestxistin an de gihane rewşa gelekî bi ezmûn, tecrûbe. Di 2006’an de berxwedana gel a Amedê, li Geverê her sal meşên ciwanan û gel, bûyerên Şemzînanê mînakên herî baş in. Her wiha şerê gel, di têkoşîna azadiya kurd de nayê wateya merhaleyeke pir nû. Rewşeke stratejîk a ji destpêk û derketina tevgerê ve ye nas dike. Mezinahî û biçûkahiya çapana wê bûyereke demî û mekanî ye. Di vê mijarê de tevlihevî, di hin qadên me yên xebatê de tê dîtin, şerê gel ê şoreşgerî weke bûyereke pir cuda û hatiye cêribandin tê fêmkirin. Di vê mijarê de pir eşkere ye ku dijmin şerekî pir zêde yê psîkolojîk dide meşandin. Analîzên wek “PKK’ê pêşketinan şaş nirxand, Tirkiye û dewletên Ereb tevlihev kir(ji nav hev dernexistkarıştırdı).” bi qonaxa ku têkoşîna azadiya kurd gihayê re tu eleqeya xwe tune ne. PKK bi salan e tîne zi-

HEJMAR 24

2021/9/20

SAL 4

KOVAR DICLE

man ku rastiya dewleta neteweyî ji bo Rojhilata Navîn weke kirasekî teng e. Ev roj ji bo PKK’ê mucîzeyek nîn in. Her wiha pêvajoya şerê gel ê şoreşgerî yê ji bo Kurdistanê hatiye destpêkirin, nayê maneya Tehrîra deh rojî. Li Kurdistanê pêşketin wê cuda bin. Ev karê pêvajoyê ye. Girtinên zêde ku dewlet di bin navê operasyonên KCK’ê de dike weke rêya astengkirina şerê gel ê şoreşgerî difikire, derdixe holê ku ji şerê gel ê şoreşgerî fêm nake. Mirov bifikire ku yên di qada siyaseta demokratîk de dixebitin wê pêşengiya şoreşê bikin, mînaka herî aşkere ye ku kî Bihara Ereban şaş dinirxîne. Operasyonên KCK’ê operasyonên zayînên zû dan kirin e. Mirov potansiyela gelê kurd bi van girtinan bipîve şaş e. Divê bê qebûlkirin ku girtin rê li ber belavbûn û jiberxwebûnekê vekirin. Sedema viya, tê zanîn ku sekna lawaz a kadroyan e. Rastkêşa(bo pîvandinê) şoreşan tune ye. Tu şoreş bi planên mutleq û sabit(neguherbar) pêk nayên. Taybetiya herî mezin a hemû şoreşan tenê biryardarî ye. Em di serdemeke wisan de ne ku gel dizanin pêwîst e çi bikin. Em bi vê gotinê pêwîstiya bi kadroyan piştguh nakin. Kadro hêzên biryardariyê yên van deman in. Di demên wiha de serkeftin û serfirazî, bi asta biryardariya kadro diyar dibe. Mîna ku gel dibêje, “yê ku kevir(ber) kun dike ne hêza avêye , berdewamiya dilopan e”. Vaye di vê demê de maneya kadro ev e. Berdewamîkirina kevneşopiya berxwedanê di wateya çîmentoya şerê gel ê şoreşgerî de ye. Dirûşma parastina hebûna xwe, bidestxistina azadiya xwe, ji bo şerekî gel ê şoreşgerî di maneyeke xurt de ye. Parastina hebûna xwe şoreşgertî ye.


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/9/20

HEJMAR 24

Ji bo vê hêz û wêrekiya(cesareta) gelê kurd heye. Tiştê ku li Hîlwan û Şemdînliyê hat kirin jî ev bû. Dema kelepçe li îradeya gel bê xistin, gel dizane viya parçe bike. Gavên parastina cewherî ya herî rast ji vê derê dest pê dikin. Parastina cewherî ya xweseriya demokratîk; gel li îradeya xwe xwedî derkeve û otorîteya cîgayî xurt bike ye. c) Çalakiyên Çelê, asta biryardariya gerîla ye Pratîka 2011’an a gerîla, li derveyî hin windahiyên bêsihûd moral dide. Bûyera Farqînê(Slîva) û pratîka havînê ya Amedê, îlankirina xweseriya demokratîk, di warê nîşandana îradeya parastinê de di cî de ye. Dest danîna ser mamoste û leşkerên dîl hatin girtin, ji bo esasên parastina rewa operasyonên di cî de bûn. Zêdebûna çalakiyên li ser hêzên ewlehiyê jî gavên rast bûn. Vê dawiyê çalakiya konvoyê ya Çelê û êrîşên li ser girên(tepe) garnîzonê, bi aşkerayî nîşan daye ku tu hedefeke ku wê gerîla nikaribe bi ser de biçe tune ye. Çalakiya hatiye kirin û hedefên ku bi ser de hatiye çûndin mirov tenê ji girekî pêk tê bibîne şaş

50

PARASTIN

Diclepress13@gmail.com

e. Bi ser cihê herî saxlem a artêşa KT’ê(TC) ve hatiye çûndin û encam hatiye girtin. Weke vekirina taktîkî ya şerê gel ê şoreşgerî, li gel encamgirtina di taktîk de, awayê herî sade yê ruhê fedaî yê Apocîtiyê ye. Çalakiyên li hember hedefên polêsan moral daye gel, pêşî li êrîşên ku wê li ser gel bên kirin hatiye girtin. Li hember qirkirina siyasî, çalakiya herî pêximker(caydırıcı) çalakiyên li hember hêzên ewlehiyê tên kirin in. Li Kurdistanê di pêvajoya deh salên dawîn de, di qirkirina çandî de rola herî çalak hêzên ewlehiyê lîstine. Wisa tê fêmkirin ku bi sererastkirinên qanûnî yên dawiyê wê vê qirkirinê hîn jî kûr û berfireh bikin. Yên ku li Kurdistanê li gel fihûş û narkotîkê çanda modernîteya kapîtalîst belav dikin, karmendiya viya dikin hêzên ewlehiyê ne. Çalakiyên di eniya gerîla de pêk tên, dertê holê ku wê li hember van êrîşan hîn jî xurt bibin. Weke encam; bi sedsala nû re dinyaya me ketiye fetlonekeke nû. Bi taybetî piştî her du şerên cîhanê mirovahî hîn bi zanebûn bi daxwaz e, li dû

Weke hebûn mirov çiqas ji xwezayê re xerîb bibe jî girêdanên xwe yên bi xwezayê re nikare tu carî biqetîne. Ji ber ku mirov berhemeke xwezayê ye û mîna her hebûnî dawiyê de digihê xwezayê û bi wê re dibe yek maf û azadiyên xwe yên bingehîn e. Di vê mijarê de standardeke gerdûnî ya biçûk neyê dîtin jî derketiye holê. Tevî hemû kêmasiyên xwe jî, mafên mirovan û azadî û mafên binghîn têgînên di rewacê(balê dikşînin) de ne. Ev serdema ku desthilatdariya klasîk bi tevahî hilweşiyaye, bi şertê ku civak baş bê rêxistinkirin, demeke wisan e ku wê ji serdestan mafên xwe yên bingehîn bi stratejiya parastina rewa û parastina cewherî bigire ye. Şert û merc ji bo vê guncaw in. Sparteka bingehîn a rêxistinbûna parastina cewherî, parastina rewa ye. Di roja me de li Rojhilata Navîn, rastiya rejîmên heyî yên despotîk û olîgarşîk rêxistinbûneke bi vî rengî ji pêwîstiyê wêdetir aniye rewşeke mecbûriyetê. Parastina nirxên mirovahiyê yên gerdûnî û ev ji bo gelê me jî bê bidestxistin, tenê û tenê ev bi sekna parastina cewherî wê bi dest bikeve.


Diclepress13@gmail.com

DÎROK

51

HEJMAR 24

2021/9/20

SAL 4

KOVAR DICLE

KELEHA ANZAFÊ

FÊRGÎN MELÎK

Yek ji kelehên, herî girîng, bi nav û

deng yên Wanê jî keleha Anzafê ye. Anegorî agahiyên arkeologan, ev keleha Anzafê di serdema Xaldî-Ûrartuyan de xwerû jî di destpêkê de bi roleke bingehîn rabûye. Her wiha gelek xebat û lêkolîn li ser hene, lê mixabin hê bi tevahî negihandine hev û rengekî têr nedane agahiyan. Hê gelek dîwarên vê kelehê weke destpêkê li pê ne. Ev keleh bi qasê 10 kîlometreyan ji Wanê dûr e, hima li başûrê rêya Wan, Kerga/Ozalp, Seray û Îranê ye. Her wiha rêyên ji

bakur ji aliyê Erdîş û Bazîdê ve tên jî li ber keleha Anzafê dikevin ser rêya ji rojhilat tê. Xwerû jî di dema Xaldiyan de ji bo parastin û têciriyê, ev çarrêya dîrokî gelek girîng bû. Ev jî bê kêmasî girigiya lêkirina vê kelahê raberî me dike. Dema mirov hawîrdora kelehê hûr dikole, têdigîhîje ku Xaldî di her warî de stratejîk fikirîne. Keleha jor bi qasî 700 metre li başurê keleha jêr e û li ser baxirekî xwezayî hatiye lêkirin. Keleh çarnîşk e, bi awayê kîklopîk yanê kevirên mezin ên nîv teraştî bê xerc hatine lêkirin. Kevir bi giranî kevirên kilsê ne. Ji ber lêkirina dîwarên sûrê û forma teraştinê, arkeolog bawer dikin ku ev sûrên kelehê di dema Key Menuwa de hatiye lêkirin. Ev dem jî rastê

dawiya sedsala 8’an destpêka serdema hesin tê. Du deriyên dikevin nava kelehê hene. Derîyê başûr li ser çengeyê rojava ye. Li dor wî du bircên mezin hatine lêkirin. Di vî dergehî re mirov dikane bikeve nava qesrê û perestgeha bi şêweyê ‘şûşî’ hatiye lêkirin. Ev tê wê wateyê, serwer û kesayetiyên xwedan paye kanîne di vî dergehî re derbasê hundir bibin. Deriyê din jî rasterast diçe depoyan, kozan (atolye), avahiyên parastinê û lewazimê. Ango xebatkar, amadekar û kole di vî dergehî re derbasî kelehe bûne. Ku ew dergeh hê mezintir e û li bakur vedibe. Di binya keleha jêr de jî, di nava sûreke parastinê de bi tevê Keleha jêr Cihê kevnebajarekî bi be


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/9/20

HEJMAR 24

Du deriyên dikevin nava kelehê hene. Derîyê başûr li ser çengeyê rojava ye. Li dor wî du bircên mezin hatine lêkirin. Di vî dergehî re mirov dikane bikeve nava qesrê û perestgeha bi şêweyê ‘şûşî’ hatiye lêkirin rahîya 3 kîlometre kare heye. Ev kevnebajar ji bo têgihîştina polîtîka bajarvaniya Xaldiyan pirr girîng e. Li bakurrojhilatê kelehê jî dîsa bendaveke kevn a ji bo avdana zevî û ziyanên bajêr hatiye avakirin, heye. Ev jî dewlemendiya têgîhîştina wan a aboriyê destnîşan dike. Li gel wê, wê serdemê ji aboriya talanê bêhtir, têgîhîştinek heye ku bi aboriyeke zanistî pêdiviyên xwe pêk anînê. Piştî lêkolînên bingehîn hatiye zelalkirin ku Keleha jêr a destpêkê di serdema Îşpûnî / Aşpûnî. Ya jor jî bi destê Key Menuwa hatiye lêkirin. Keleha jêr bi giranî ji bo kontrola rê ye. Ya jor jî li gel perestgeh û qesrê, erkeke raçavandina herêmeke berfireh e. Yanê Aborî û ewlekarî weke bingehên qedîm in. Ev li ba Asûran tine. Aboriya wan bi giranî li ser talanê û deste-

52

DÎROK

Diclepress13@gmail.com

sekirinan e. Ev jî cûdahiya herdu serweriyan li ber çavan radixîne. Hem li keleha jêr yanê ya Bakur ya nêzîkê rêye û di dema çêkirina rê de xisareke gelek mezin lê bûye, hem jî li keleha jor kevalên nivîsandî yên agahiyan li ser herdu kelehan didin, hatine dîtin. Vê jî xweber bala gelek arkeologên pispor kişandiye ser xwe. Piştî lêkolînan, bingehê Stadela ku kelehan û havîrdora wan diparêze jî derxistine. Ev jî li pê mayîna dûwarên kelehan re bûye egera parastinê. Lema jî piraniya dîwarên kelehê li pê mane. Dîwarên li ber Sûrên keleha jor a Anzafê ji bo lipêgirtin û parastinê bi navbereke bi pîvan bircên wek piştek lêkirine, vê jî xweber dîwarên Sûrê ta radeyekê parastiye û nehîştiye bihêrifin. Bi giranî kevirên spî hatine bikaranîn. Ev Kevir ji baxireke nêz, ê ku bi asî 300- 400 metre ji kelehê wê de ye, hatiye anîn. Heta li wir gelek blokên kevirên gelek mezin ên

zinarên bingehîn in, hatine qetandin, ji bo birrîn û di dîwaran de bikaranînê jî amade kirine, lê neanîne, wisa li wir hîştine. Mîna ku ew bi awayê belgeyên qedîm ji bo vê serdema me hîştibin! Sûrên Keleha jêr jî ji wan kevirên spî ne. Teknîka wê kevntir jî be, hima bigire heman awa lêkirin bi kar anîne, bes bircên wê ne bi qasê bircên keleha jor zêde ne. Mixabin ku bi çêkirina rê, gelek dîwarê wê ruxandine. Perestgeh û Qesra li vir hatiye lêkirin, xwedanê taybetiyan e, agahiyên li ser jî gelek hene. Ji bo wê pêdivî bi nivîseke din a berfireh heye. Ez ê di nivîsa bê de jî, wê perestgeha bi forma şusî hatiye lêkirin, bi taybetiyên wê ve vebikim û bidim nasandin. Da em hem perestgehê hem jî têgihîştina Xaldiyan a wê serdemê baş têbigihîjin û pêşiyen xwe baştir binasin. Hetanê nivîs û nirxandina din, bimînin di nava tendûristiyeke bijûn de.


Diclepress13@gmail.com

GOTAR

53

HEJMAR 24

2021/9/20

SAL 4

KOVAR DICLE

JI ŞENGALÊ BÊHNA AZADIYÊ TÊ

AYSEL AVESTA

Ji gelî û newalên Şengala ku beriya 7

salan dengê nalenalê jê dihat, niha bêhna azadiyê tê. Dayikên bê mecal, bûne peşeng û milîtan. Ji çavê zarokên ku ken ji bîr kiribûn, azadî dibiriqe. Keç û xwortên ku bê hêvî mabûn, niha bûne şervan û parazvanên axa xwe. Jinên ku dixwestin ji xwe re bikin kole, niha çek hilgirtine û tola xwe radikin. Şengalê ango Êzîdxanê, piştî fermana 73’ yan cara yekê ye ku bi hêza xwe birînên xwe pêçan. Di dema fermanên berê de li şûna ku hêza xwe ya parastin û rêxistinî ava bikin, berê xwe didan çiyayên xwe û xwe li qontarên Çiyayên xwe vedişartin. Ji lewma hertim hêzên desthilatdaran ew li gorî dilê xwe bi rê ve dibirin. Di dema rejîma Sedam de yên herî zêde tevlî hemû mekanizmayên pergalê hatin kirin, Êzîdî bûn. Di serî de Sedam parazvaniya hemû erkdarên rejîma Beesê ji aliyê Şêx û serekeşîrên Êzîdiyan ve dihat kirin. Civaka Êzîdî ango kesên ku ew kar dikirin, ev yek

ji xwe re weke xenîmet didîtin. Lê pê nedizanîn ku bi vê polîtikayê hebûna wan tê înkarkirin. Ji lewma heta niha jî qismek Êzîdî hene, dibêjin; Em ne Kurd in, Êzîdî ne. Piştî hilweşandina pergala Sedam Hisên vê carê pdk ket dewrê û li ser civakê Êzîdî heman siyaset meşand. Êzîdiyên bê mecal, vê carê pişta xwe dan mala Barzanîyan. Tevlî hewqas karesat û malweraniyê jî hîna hinek kes hene ku ji van derewan bawer dikin û neyartiya koka xwe dikin. Lê em hemû di 3’ê Tebaxa 2014´an de bûn şahidên wê yekê ku van hêzan Êzîdî neparastin û ew di nav lepê hovan de hiştin. Cîhan hemû dizane ku di dema Fermanê de ne ji şervanên azadiya Kurdistanê bûya, îro kesî nikarîbû bahsa hebûna vê civaka kevnar bikira. Beriya Fermanê piştî ku Mûsil û Tilafer ket destê çeteyên DAIŞ’ê, Êzîdiyan hemûyan dizanî ku jiyana wan ne ewle ye û êriş wê bi ser wan de bê. Lê tevî vê yekê jî heta kêliya dawî baweriya wan hebû ku wê peşmergeyên mala Barzanî parastina wan bikin. Mixabin tevlî ewçend xiyaneta mala Barzanî jî hîna hinek Êzîdî baweriya xwe bi wan tînin. Bi vê wesileyê ez dixwazim ji wan kesan re bêjim; dev ji berjewendiyên xwe

yên malbatî û eşîrtiye berdin. Doza rast a Şehîd Seîd Hesen, Zerdeşt Şengalî, Bêrîvan û Mam Zekî ye. Ya ku we ji fermanan xilas bike, xeta wan lehengan e. Azadiya Êzîdiyan û Xweseriya Şengalê bi yekîtî û tifaqê pêkan e. Ji bo pêkanîna vê jî bingeh amade ye. Şengal êdî xwedî hêza parastin û îradeya siyasî ye. Beriya fermanê û piştî fermanê ez gelek caran çûm serdana Şengalê û rewşê ji nêz ve dişopînim. Min şahîdiya Şengala werankirî jî kir û ya niha jî. Her cara ku ez çûm Şengalê, min dît ku Şengal çawa hatiye guhertin û bi pêş dikeve. Bi van guhertinan dilê mirov gelek şah dibe. Herî dawî beriya êrişên 16-17 Tebaxê bi demeke kin ez dîsa li Şengalê bûm. Lê bipêşveçûnên vê carê pirr ji yên din cuda bûn. Vê carê hem ji aliyê civakî û siyasî ve hem jî ji aliyê leşkerî û çandî ve gelek guhertinên berbiçav hebûn. Ew êdî baweriya xwe ji derveyi xwe bi ti hêza din nayînin. Jixwe, her du êrişên li ser hev yên ji aliyê dewleta Tirk û hevkarên wê ve, li hemberî vê vîn û biryardariyê bû. Ew dixwazin civakê bê pêşeng bihêlin da ku li gorî xwe dîsa wan bi rê ve bibin. Lê êdî ev yek ne pêkan e. Ji ber ku yek diçe bi sedan tên şûna wê/wî. Her ew êriş dikin, hêrs û kîna Şengaliyan zêdetir dibe.


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/9/20

HEJMAR 24

54

RAPORT

Diclepress13@gmail.com


Diclepress13@gmail.com

RAPORT

55

HEJMAR 24

2021/9/20

SAL 4

KOVAR DICLE

PADÊ’Ê MAFÊ REWA Ê GELÊ ÊZIDÎ MISOGER BIKE


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/9/20

HEJMAR 24

56

RAPORT

Diclepress13@gmail.com

PADÊ: DIVÊ EM HÊZA XWE BIKIN YEK

her eşîrek Êzdiyan namzetek cuda nîşan dabû, ev jî bibû sedem ku dengên Êzdiyan parçe bibin. Ji bo vê jî şivan bang li gel kir ku nekevin van şaştiyan û dengên xwe parçe nekin.

A: Heval ezîdî

Endamê Mekteba Siyasî ya PADÊ Şivan Emerî ragehan

wê PADÊ bi awayekî fermî tevlî hilbijartinan bibe û namzetê wê yê Şengalê jî Semîr Derwêş e. Şivan Emerî 9 xalên bernameya PADÊ yên hilbijartinê jî eşkere dike. Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan(PADÊ) Şivan Emerî li ser hilbijartinên Iraqê û bernameya partiya xwe dibêje: gelê Êzidî di gelek merheleyan re derbas bûye, lê heta niha tu partiyeke li ser navê Êzidiyan hatiye avakirin, tiştek ji bo berjewendiyên Êzidiyan nekiriye. Şivan ev jî dibêje: PADÊ di roja hatiye avakirin heta niha hewl dide xizmeta civaka Êzidî bike û ji bo berjewendiyên civaka xwe wê tevlî hilbijartinin îraqê jî bibe. ‘Namzetê me Semîr Derwêş e’ Emerî destnîşan dike ku wan berevajî partiyên din, namzetê xwe di encama kombûnên berfireh ên gelê Şengalê de diyar kiriye. Emerî got ku di encama kombûn û gotûbêjan de Semîr Derwêş wekî namzetê PADÊ hatiye hibijartin û wê karekî serkeftî ji bo naskirina îradeya Êzidiyan bide meşandin.

‘Divê gelê me keda şehîdan ji bîr neke’ Şivan Emerî li ser ked û rencin şehîdan jî dibêje: ji bo çareseriya pirsgirêkan û naskirina îradeya Şengalê hilbijartin jî girîng in. Pêwîste em hêza xwe bikin yek. Gelek hêz û hizib hene ku dixwazin bi riya hilbijartinan li ser Şengalê planan bikin. Pêwîste em hişyar bin. Gelê me yê di nava kampan de, belkî nikarin dengên xwe bi awayekî azad bikar bînin. Dîsa gelek aliyên siyasî hene ku ew jî bandorê li ser partiyên piçûk dikin. Pêwîste em li ser van mijaran hişyar bin. Yek ji armancên me ewe ku em xweseriya Şengalê hêzên wê yê leşkerî di Iraqê de femî bikin. ji ber ku wan ji bo parastina Şengalê gelek şehîd dane. Gelê me jî pêwsîte vê kedê jibîr neke û bizanbe ku PADÊ’ê wê mafê rewa ê gelê Êzidî misoger bike. Em bang li gelê xwe dikin ku di hilbijartinan de dengê xwe bide namzetê xwe”. Endamê meketeb siyasî ya padê şivan emerî li ser armanc û bernameya padê jî çend xalan rêz dike û dibêje: 1- Ji bo Şengal bibe parêzgeheke nenavendî ya girêdayî hikûmeta federal kar were kirin. 2- Ji bo ku fermana di 3.08.2014’an de bi serê Êzidiyan hatibû weke jenosîd bê naskirin û berpirsên vê fermanê bêne darizanidin, kar were kirin. 3- Li deverên kêmnetewan, ji bo parastina wan, daxwaza avakirina hêzeke leşkerî. 4- Ji bo ku kesên di fermanê de hatine girtin vegerin, kar were meşandin û ji bo pêşeroja wan girîngî were dayîn. 5- Ji bo peydakirina xizmetguzariyên sereke kar were meşandin û ji bo vegera koçberan avakiran rewşeke aramî. 6- Destekdayîna ciwan û jinan. Destekdayîna ji bo ragihandin û çapemeniya azad. 7- Misogerkirina mafên malbatên şehîdan û kesên ji destê DAIŞ’ê zirar dîtine. 8- Alîkarîdayîna kesên ku ji destê DAIŞ’ê û operasyonên leşkerî zirar dîtine. 9- Li hemû deverên Êzidiyan, ji bo ku pirsgirêkên gel

‘Pêwîste dengên Êzidiyan parçe nebin’ werin guhdarkirin û çareserî werin peydakirin, vekiŞivan Emerî bal kişand ku di hilbijartinên derbasbîyî de rina ofîsên parlemanterê PADÊ’ê.


Diclepress13@gmail.com

HEVDÎTIN

57

HEJMAR 24

2021/9/20

SAL 4

KOVAR DICLE

EGER PDK VEGERE ŞENGALÊ, EV FERMANEKE NÛ YE IRAQ ÊZIDIYAN BI DEWLETA TIRK TEHDÎT DIKE

Berdevkê

Komîteya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo destnîşan dike ku gotinên Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ên derbarê Şengalê de girîng in, lê divê hêzên navneteweyî êdî bi saziyên Êzidiyan re pêwendiyan pêş bixin. Herbo da zanîn ku hikûmeta Iraqê Êzidiyan bi dewleta Tirk tehdît dike, PDK jî li pey planên nû ye. Serokomarê Franseyê Emmanuel Macron 28’ê Tebaxê ji bo ku tevlî lûtkeya welatên cîran a Iraqê bibe çûbû Bexdayê û 29’ê Tebaxê jî li Mûsilê çend serdan kiribûn. Macron di serdanên

xwe de behsa Şengalê jî kiribû û gotibû ku ji ber êrîşên dewleta Tirk Êzidiyên koçber nikarin vegerin ser warê xwe. Berdevkê Komîteya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo, derbarê serdana Macron, nirxandinên wî yên têkildarî Şengalê, pêvajoya hilbijartinên Iraqê û geşedanên li herêmê de daxifê:

A: ÊZDÎN ŞENGALÎ

anîstanê vekişiya, welat teslîmî tevgereke wekî Talîbanê kiriye. Guman heye ku Amerîka ji bo berjewendiyên xwe bi Talîban re peymanek çêkiribe. Careke din zelal bûye ku Amerîka ji bo berjewendiyên xwe, çi pêwist be wê wisa bike. Di siyaseta Amerîkayê de mafên civakê, zarokan, jinan ne esas in, berjewendiyên wê esas in. Desthilatdariya Talîbanê wê ji bo rêxistinên tundrew ên herême bibe zemîn”.

* Rewişa neha di efxanstan gelo çi bandoryêkî di ser îraq ê bike? - Piştî 21 salan a dagirkeriyê, Amerîka di 24 saetan de ji Afx-

* Di meha tebaxê de li bexdadê civîna lûtkeyê çê bu, bi nêrîna we ev armanca ev civîn çi bu? - Armanca esasî ya vê civînê ew


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/9/20

HEJMAR 24

bû ku Iraq, wekî demên borî yên dîrokî dîsa bibe navendeke Erebî û Îslamî, lê ji destpêka civînê ve kêmasî hebûn. Beşdarbûna Serokomarê Fransî Macron xwedî wateyeke cûda ye. Di vê civînê de bi taybet welatên wekî Misir, Ûrdin behsa serweriya Iraqê, rêzgirtina xaka Iraqê kirin. Lê li navenda Bexdayê, di hizûra hemû welatên beşdar û Serokwezîrê Iraqê de nûnerê dewleta Tirk dibêje ewê operasyonên xwe li Iraqê berdewam bikin û heqareta dike. Her çiqasî bixwazin Iraqê wekî rojên berê bikin welatekî xurt jî, ev ji ber siyaseta Iraqê ya niha ne mimkun e. Bi vê hikumeta îro, bi vê siyasetê re, Iraq kirine otelek, kirine çayxaneyek. Kî tê dixwe, vedixwe, karê xwe dike lê dide û diçe”.

58

HEVDÎTIN

Diclepress13@gmail.com

PDK dixwaze bi riya hilbijartinê li hemberî Şengalê planên nû pêk bîne. Tiştên nikaribûn bi Peymana 9’ê Cotmehê bi Şengalê bidin qebûlkirin, dixwazin bi hilbijartinan bikin

desteka siyasî hebe û piştgiriya daxwaza Êzidiyan were kirin. Pêwîste di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de, ji bo rê li ber êrîşên dewleta Tirk were girtin xebat were meşandin”. Franse yek ji endamên daîmî yên Neteweyên Yekbûyî ye, mafê wê yê vetoyê heye, dikare li hemberî êrîşên dewleta Tirk jî gelek biryaran bigire. Ji bo desteka siyasî û îdarî ku Êzidî mafê xwe bigirin, Fransa û dewletên din dikarin rol bilîzin. Em dixwazin alîkariya wan di van milan de çêbe”.

* Çima hêzin navneteweyî raste rast bi êzidiyan re têkilî çê nakin? - têkilî û nêzîkahiya hêzên navneteweyî ya li hemberî Êzidiyan cihê rexneye. Li ser navê Êzidiyan bi şexsan re têkiliyan pêş * Nêrîna we li ser axaftinin dixin. Eger bixwazin daxwazên Şengalê girîng in, lê gotin têrê namacron çine, bi taybetî jî ji bo civaka Êzidî guhdar bikin, divê kin. Pêwîste vegera Êzidiyan a ser êzidiya? bi saziyên ku parastina Êzidiyan xaka wan rojevek sereke be. Divê - Gotinên Macron ên têkildarî dikin, daxwaza mafên Êzidiyan


Diclepress13@gmail.com

HEVDÎTIN

59

dikin re kar bikin. Bi şexsiyetan re karkirin, xizmeta Êzidiyan nake. Macron dixwest serdana Şengalê Bang li hemû bike, lê hikumetên Iraq û Herêma Kurdistanê rê li ber vê serdanê gir- civaka Êzidî jî dikin tin. Macron beriya niha soz dabû ku serdana Şengalê bike. Hat Bex- ku tevlî bibe, dengê dayê, ji wir derbasî Mûsil û Hewlêrê bû, serdana pêkhateyan kir, xwe bide namzetên lê serdana Êzidiyan nehate kirin. Şengalê. Em bang li Cihê Êzidiyan ji Mûsilê ne dûr e. Hikumetên Iraqê û Herêma Kurd- Êzidiyên bi PDK’ê re istanê naxwazin kesayetên wekî ne jî dikin ku dengê Macron, welatên wekî Fransa xwe nedin wan. bikevin nav Êzidiyan û daxwazên wan guhdar bikin. Dema werin Dengê xwe bidin bibînin, ewê şerim bikin. Em dixwazin rê ji bo serdanên bi vî rengî wî kesî ku ji bo wan neyê girtin. îdareyeke rast Yek ji astengiyên li pêşiya vegera Êzidiyan êrîşên dewleta Tirk dixwaze in”‘axaftinekî rast’e. Ji bilî wê siyaseta ku PDK û Hikumeta Iraqê dimeşîne jî dibe asteng ku Êzidî vegerin ser axa xwe. Divê ev êrîş Kurdistanê û Iraqê dest ji van polîwere rawestandin ku xelkê me tîkayên nerast berdin. Yên pêşiya vegere. Bila hikumetên Başûrê xelkê digirin ew bi xwe ne.

HEJMAR 24

2021/9/20

SAL 4

KOVAR DICLE

* Dewleta îraqê çima li hemberî êrişin ser êzidiya bêdenge? - Her roj serweriya Iraqê ji aliyê dewleta Tirk ve tê binpêkirin. di 16 û 17’ê Tebaxê jî ji aliyê dewleta Tirk ve li ser Şengalê êriş pêkhatin. Iraq karîbû bi gelek rêyan bersiva van êrîşan bida. Bang li sefîrê Tirk jî nekir. Ev tê wê wateyê ku dixwazin îradeya civaka Êzidî teslîm bigirin. Dibêjin ‘an hunê ya min qebûl bikin an jî ezê Tirka berdim ser we’. Ji xwe beriya niha ji me re gotin; ‘eger hun peymanê qebûl nekin, emê biçin bila dewleta Tirk were’. Ma dewletek gelê xwe bi dewletek din tehdît dike?’ * ji bo helwesta gel gotina we çiye? - Hemû hesabên li ser Şengal û Êzidiyan tên kirin li berxwedana gel dikevin. Eger dixwazin rihê berxwedanê, Êzdayetiyê bibinin, li dîmenên 17’ê mehê binêrin. Bersiva Şengalê, helwesta dayikên


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/9/20

HEJMAR 24

Êzidî ya 17’ê Tebaxê ye. Siyaseta me, axaftina dayikan a 17’ê mehê ye. Daxwazên dayikan, daxwazên me ne. Tiştekî ku em li ser wan zêde bikin nîne. Di bin êrîşan de gotin ‘em îradeya xwe teslîm nakin, em fedayiyên Tawisê Melek in. Serê me hemûyan biçe em sira xwe nadin, em dest ji doza xwe bernadin’. Em şopdarên wan gotinan in, ew gotin ji bo me talîmat in. em girêdayî biryarên kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê(MXDŞ) ku 23-24’ê Tîrmehê pêk hatibû ne. Mafên civaka Êzidî yên siyasî, îdarî, aborî û ewlekariyê hene, misogerkirina van mafan pîvana me ya jiyan û azadiyê ye. Em ji wan biryaran gav paş de navêjin. Ev jî mîsogerkirina Êzîdxana Xweser û Azad e. Di ferhenga me de tu kes teslîmiyet û

60

RAPORT

Diclepress13@gmail.com

îxanetê nabîne. * Di pêşiya me helbijartinin îraqê heye, pdk e jî ketiye tevgerê di heremê de, gelo pdk ê çi dixwazê di vê demê de? - PDK dixwaze bi riya hilbijartinê li hemberî Şengalê planên nû pêk bîne. Tiştên nikaribûn bi Peymana 9’ê Cotmehê bi Şengalê bidin qebûlkirin, dixwazin bi hilbijartinan bikin. Dixwazin PDK û hin hêzên sunnî yên tundrew bi veşartî tifaq çêbikin û 3 kursiyên ji bo Şengalê hatine diyarkirin bidest bixin. Eger PDK vegere û siyaseta wê Şengalê dîsa serwer bibe, ev fermaneke nû ye. Civaka me divê di vê mijarê de hişyar be. Em wekî Rêveberiya Xweser van hilbijartinan girîng dibînin û bang li hemû civaka Êzidî jî dikin ku tevlî bibe, dengê xwe bide namzetên Şengalê. Em

Ji xwe beriya niha ji me re gotin; eger hun peymanê qebûl nekin, emê biçin bila dewleta Tirk were’. Ma dewletek gelê xwe bi dewletek din tehdît dike? bang li Êzidiyên bi PDK’ê re ne jî dikin ku dengê xwe nedin wan. Dengê xwe bidin wî kesî ku ji bo wan îdareyeke rast dixwaze. Ez bang li êzidiyan dikim ku vegerin ser axa xwe.


Diclepress13@gmail.com

RAPORT

61

HEJMAR 24

2021/9/20

SAL 4

KOVAR DICLE


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/9/20

HEJMAR 24

62

GOTAR

Diclepress13@gmail.com

TEVGERA TESFIYEKARIYÊ YA NETEWEYÎ!

KARKER ÊRIŞ

Tevgereke mezin a tesfiyeyê heye

ku gelê Kurd bi awayekî neteweyî eleqedar dike û gihaştiye qonaxa man û nemanê ku çarenûsa neteweyekê diyar bike. Rûdanên li Başûrê Kurdistanê êdî nikarin wek bûyerên jirêzê yan jî wek şerê birayan bên ravekirin. Em ne behsa rêxistinekê, behasa tevgereke tasfiyekar a li dijî tevahiya gelê Kurd dikin. PDK ku temsîla xeta hevkar a xayîn a bi rêya dijberiya PKK’ê dike, pişta xwe daye dijminên Kurdan û dixwaze hemû berjewendî û destkeftiyên neteweyî yên Kurdan bixe xetereyê. Pirsgirêk ji pirsgirêka du rêxistinan gelekî cuda ye. Konsepteke nû ya tesfiyeyê ku hêzên navneteweyî jî tê de cihê xwe digirin, xistine dewrê. Komploya Navneteweyî bi armanca dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan û tesfiyekirina PKK’ê pêk hat. Niha tesfiyeyeke berfirehtir heye ku tevahiya gelê Kurd dike hedef. Tesfiyekarî bûye bela serê PKK’ê. Her çend car caran agirbest û rewşên bêpevçûn hebin jî, têkoşîna azadiyê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd, ji sala 1984’an ve bi gelek tehrîkan re rû bi rû ma. Ji bo ku her hemleyeke PKK’ê bê pûçkirin, tesfiyekariyê di ser kom, kes an jî klîkan re xwe ferz kiriye. Her wiha vê tesfiyeyê gelek pratîkên ku xizmetê ji dijmin re dikin, hene. Ji qonaxa komê ya PKK’ê heta xiyaneta navxweyî ya Ferhat-Botan(Osman Ocalan-Nîzamettîn Taş) ku bi girtina serok Apo re partî kirin du parçe,

gelek hewldanên tasfiyeyê hatin berterefkirin. Bê guman êrişên derve jî armanc dikin ku têkoşîna azadiyê ji hev bixin. Her cure êrişên dewleta Tirk, hewldanên rasterast ên rêxistinên mîna Gladyo û NATO’yê û pevçûnên cuda hebûn, her wiha Komploya Navneteweyî ku bû sedema girtina rêber Apo. Însiyatîfa tesfiyekar a niha ne tasfiyeyeke ji derve ya rêxistinekê ye yan jî ji derve ve hatiye ferzkirin. Tevgereke ku ji nava neteweyekê derketiye û li ser bingeha desteka derve, tevahiya neteweyekê dike hedef. PDK bi çalakî û daxuyaniyên xwe bûye tevgereke tesfiyeyê ya neteweyî. Ji bo ku ev tesfiyeya neteweyî bê dîtin, deşîfrekirin û pûçkirin divê hemû gelê Kurd bi hestiyarî tev bigere. Tesfiyeya neteweyî ya Kurd ku PDK temsîla wê dike; vîna xwe winda kiriye, erdnîgariya Kurdan ji dagirkeriya dijmin re vekiriye û bûye xeteke teslîmkar, noker-xayîn. Hewldanên provokatîf ên PDK’ê ku li gel her cure provakasyonên şer êrişî gerîlayên PKK’ê dike û komkujiyan dike, divê bên lêpirsînkirin. PDK dixwae çi bike û bi meşandina şer li dijî PKK’ê ku ji dewleta Tirk a faşîst re dibe piştgiriyeke mezin, dixwaze pêvajoyê ber bi ku ve bibe? Hewldanên provakatîf ên ku bang li PKK’ê dikin ku li dijî wan şer bike, ziyanê didin berjewendiyên neteweyî yên Kurdan û kêfa dijminan tînin. Hemû Kurdên ku berjewendiya gelê Kurd diparêzin, divê di vê qonaxa krîtîk a dîrokê de li dijî PDK’ê helwestê nîşan bidin. Rûdana pevçûnan dê nebe şerekî navxweyî yê Kurdan; di navbera xayîn, xeta tasfiyekar û xeta serhildêr de dê pevçûn çêbe.

Dîroka PKK’ê di heman demê de dîroka têkoşîna li dijî însiyatîfên tasfiyekar e. Lê belê dê bi taktîkên xwe yên taybet li dijî tawîzên li ser qedera neteweyî ya gelê Kurd tê koşiya. PKK di vî warî de tevgereke xwedî tecrubeyeke mezin e. PDK bi dewleta Tirk re hewl dide YNK’ê bikişînin ser vê xetê û PKK’ê li Başûr sînordar bikin û heke pêkan be tesfiye bikin. Rola sereke jî dane PDK’ê. Niha jî PDK serkêşiya tasfiyeyê dike. Ev hewldana xiyanetê dê zirareke mezin bide destkeftiyên neteweyî û dê bibe valahiyek ku tevahiya Başûr, Rojava, Şengal û Mexmûr bikevinê. Divê ji niha ve pêşî lê bê girtin. Hewldanên ji bo tesfiyekirina gerîla lezandin û niha bere xwe didin êrişên tunekirinê yên fîzîkî. Jixwe hewl didin herêmên gerîla ji hev qut bikin. Lê belê bi saya nêzîkatiya PKK’ê negihaştin vê astê. Êrişa dawî ya li Xelîfanê kevirê dawîn bû. Hewldanên dijminane yên PDK’ê ji bo çar parçeyên Kurdistanê tehdîteke mezin in. Heke pozîsyona şer dewam bike, îhtimal heye ku di dema pêş de veguhere pevçûnekê. Encamên siyasî û leşkerî yên vê yekê dê bandorê li gelê me bikin. Divê were zanîn ku hemû gelê Kurd dê ji vê pevçûnê, ji tevgera tesfiyekar zirareke mezin bibîne. Gelekî girîng e ku hemû gelê me berê xwe bide lêgerînên pratîk û li dijî tasfiyeya PDK’ê ya ku hewl dide tasfiyeya neteweyî bike, bisekine. Divê tu carî rê nede tasfiyeya PDK’ê ku dê siberoja azad a gelê me tune bike û destkeftiyên wê ji holê rake. Bi taybetî divê gelê Başûr bi sekna xwe ya li cem gerîla, ku temînata jiyanî ya gelê Kurd e, tasfiyeyê berteref bike.


Diclepress13@gmail.com

GOTAR

63

HEJMAR 24

2021/9/20

NEHÊLIN PDK DIJMINAHIYA KURDAN BIKE!

GULÎSTAN ÇIYA

Dewleta Tirk ya qirker di vê demê de li her derê

êrişên li ser gelê Kurd û destkeftên wî zêde dike. Di demeke wiha de PDK jî êrişî gerîla dike. Dijminahiya li dijî PKK’ê di her firsendê de eşkere dike; êrişên dewleta Tirk rewa û normal nîşan dide. Helwêstekî wiha bê perwa ya ku PDK nîşan dide, ti hêzekî Kurd, ti Kurdê welatparêz jî nîşan nade. HPG´ê beriya du rojan bi daxuyaniyekê ragihand koma ji 7 gerîlayan dema dixwest ava Zê derbas bike, ketiye kemînê û 7 gerîla hatine qetilkirin. Berê jî li heman herêmê 3 gerîlayên ku heta niha aqûbeta wan nayê zanîn, hatibûn dorpêçkirin û hêzên PDK´ê êriş biribûn ser wan. PDK´ê daxuyaniyek da û got li Xelîfanê çi karê gerîla heye. Bi vê gotinê hem dorgirtina li gerîla û hem jî êriş qebûl kiriye. Li ser herêmên gerîla ev dorgirtina PDK´ê û êrişên li dijî gerîla, derfetê didin êrişên dewleta Tirk û ji ber vê jî berxwedêrên Kurdistanê yên canbexş tên şehîdkirin. Ti Kurd vê helwêsta partiyeke Kurd a li dijî canbexşên Kurdistanê, qebûl nake. Ev tevgera PDK´ê hêrsa Kurdan radike. Bi herhalî PDK wisa difikire ku kirinên wiha yên beriya dehan salan dê jê re bimînin. Ev çavsoriya di êrişan de, nîşan dide ku PDK xwediyê feraseteke wiha ye. Ev xizmeta PDK ji dewleta Tirk re dike; heta dibe hêza bingehîn a desthilata faşîst a AKP-MHP´ê li ser piyan digire, dê mîna rewşeke ji xefletê jî wêdetir di rûpelên dîrokê de cih bigire. Beriya demeke kurt em hîn bûn ku Sedat Peker ê ku bi îtîrafên xwe desthilata AKP-MHP´ê ku demekê ew bi xwe jî endamê wan ê herî taybet bû, ji bo îadeyî Tirkiyê bê kirin, Nêçîrvan Barzanî ketiye dewrê. Bi tenê wateyeke vê heye, ew jî rehetkirina desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ye. PDK vê li beramberî çi û ji bo çi dike? Ev desthilata faşîst a AKP-MHP´ê ya dijminê Kurdan hemûyan û li her derî êrişî Kurdan dike, çi feydeyê dide PDK’ê? Behsa têkiliyên aborî yên PDK û Nêçîrvan Barzanî

SAL 4

KOVAR DICLE

yên bi Tirkiyê re tê kirin. Ji ber berjewendiyên aborî bi dewleteke wiha re dijminê Kurdan re têkiliyeke di vê astê de tê çi wateyê? Dinya hemû ji tifaqa AKPMHP’ê re dibêje faşîst, ji Erdogan re jî dibêje dîktator. Beşek ji yên vê dibêjin jî dostên PDK’ê yên Ewrûpî û Emerîkî ne. Niha em dikarin ji vê peywendiya Dewleta Tirk-PDK’ê re bibêjin, li hev hatine! Gelê Kurd tev û raya giştî, li polîtîka û gavên PDK’ê ecêbmayî temaşe dikin. Êrişî gerîla dike, li Şêngalê îstîxbaratê dide û pêşengên Êzîdiyan bi vî rengî tên qetilkirin. Evana tev, hêrsa gelê Kurd radikin. Piştî êrişan, gotinên jinên Êzîdî ji PDK’ê re, her Kurdê/î dide fikirandin. Têkiliya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re, êrişa wê ya li dijî gerîla; hedefnîşandana wê ya Şingalê, ji êrişên dewleta Tirk re Kurdan dêşîne, bi hêrs dike. Gelê Kurd dibêje, ewqas jî nabe. Li gorî tê gotin têkiliyên di navbera îstîxbarata Tirkiyê û ya PDK’ê de ji têkiliyên hemreng ên hemû dewletan zêdetir kûr in. Dişibînin têkiliya CIA-MOSAD’ê. Ev rastî jî nîşan dide, têkiliya PDK û Tirkiyê ji Kurdan re çend tehlûke ye. Demên dawî êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelek herêmên Kurdistanê û êrişên PDK’ê hemwext pêk tên. Ev jî wekî gavên PDK’ê yên rizgarkirina dewleta Tirk tên nirxandin. Herku dewleta Tirk li hemberî gerîla tengav dibe, êrişan zêdetir dike. Maneya êrişa PDK´ê ya bi ser gerîla de heye: di şerê PKK’ê yê li dijî dewleta Tirk de PDK li gel dewleta Tirk cih digire. PDK niha li hemberî PKK’ê û gerîla wekî mutefîkê dewleta Tirk e. Şirîkekî AKP’ê MHP ye, şirîkê din jî di vê rewşê de dibe PDK.


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/9/20

HEJMAR 24

Daxuyaniya HPG’ê ya derbarê şehîdbûna 7 gerîlayan di xefka PDK’ê de rastiyê eşkere radixe ber çavan. HPG dibêje; PDK şer ferz dike, lê ji bo em nekevin nava vî şerî, em her cure fedakariyê dikin; lê PDK’ê yekalî ev şer daye destpêkirin. Bi vî rengî HPG´ê bang li wijdanê gelê Kurd û edaleta gel dike. Fermandar û şervanên HGP’ê bi vê helwêstê hastên herî binirx yên welatparêziyê raber dikin. Fermandar û gerîlayên HPG’ê di nava bêderfetî û zoriyan de li dijî dewleta Tirk a dagirker canbexşane li ber xwe didin. Bi vê berxwedanê dewleta Tirk xistine nava tengavekê. Di vê rewşê de dorpêça PDK´ê ya li ser herêmên gerîla û êrişên pêk tîne, ji aliyê ti Kurdê/î ve nayên qebûlkirin. Ti êrişa dewleta Tirk gerîla nade

64

GOTAR

Diclepress13@gmail.com

Piştî êrişan, gotinên jinên Êzîdî ji PDK’ê re, her Kurdê/î dide fikirandin. Têkiliya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re, êrişa wê ya li dijî gerîla; hedefnîşandana wê ya Şingalê, ji êrişên dewleta Tirk re Kurdan dêşîne, bi hêrs dike. Gelê Kurd dibêje, ewqas jî nabe

zorê, lê ev êriş û helwêsta PDK’ê zorê didin hestên gerîla yên welatparêziyê. Gelê Kurd hemû, jin, ciwan, rewşenbîr, nivîskar û hunermend, raya giştî ya Kurd û bêguman hêzên siyasî yên Kurdan divê ji vê helwêsta PDK’ê ya zirar û ziyanê dide gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ya li 4 beşên Kurdistanê re bêjin, bes e! Ev helwêst ji bo parastina hebûna gelê Kurd û siberoja wî pirr muhim e. Ez hêvî dikim gelê Kurd û raya giştî ya Kurd ji kîjan aliyî bê bila be, li hemberî her helwêsta zerarê bide Kurdan û têkoşîna wan a azadiyê bi şûn ve bibe, bibin bend û destûrê nedin van kirinên xizmeta dijminan dikin.

..........


Diclepress13@gmail.com

HELBIJARTIN

65

HEJMAR 24

2021/9/20

SAL 4

KOVAR DICLE


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/9/20

HEJMAR 24

66

GOTAR

Diclepress13@gmail.com

DÎROK ÇIYE?

DÎROKA NIVÎSANDÎ AN DÎROKA FERMÎ!!

HÎWA EHMED

Li ser dîrokê heya nika gelek tişt

hatine gotin, tê gotin û her weha dê bê gotin jî. Dîroka ku heya nika hê li ser nehatîye hevkirin ku ka gelo ev dîsîplîneke zanistî ye û yan na tenê tiştekî subjetîf e. Lêbelê her çendî ev gengeşî berdewam bike jî pêvajoya dîrokê bêwestan diherike û ev niqaş û gengeşîyan jî seba dîrokê dibine malzeme. Çawa ku her millet û netewe li ser rûyê cîhanê, di nav kûrahîya dîrokê de li pey şop û şûna pêşîyên xwe digere, gelê me jî di vê babetê de xebatê xwe berdewam dike. Çimkî gelên ku di dîrokê de nebûne xwedî dewlet û yan jî împaratorîyên mezin danemezirandibin, di çavê mirovan de piçûk û nehêja tên xwuyanê û wekî girseyên bêdunde û bêesl tên qebûl kirin. Ji ber van pêşdarazîyên nedurist, dîrokzan û lêkolînerên Kurd jî seba selmandin û îsbatkirina dîroka gelê me ya berê, dest bi xebat û lêkolînan kirine û xebatê û lêkolkênê xwe berdewam dikin. Her çiqasî îmkanên lêkolînerên kurdan û civaka me kêm bin jî bi qasî şîyan û hêza xwe gelek berhemên hêja û bi behre derketine holê û dertên. Di van xebatan de gelek dewlet, şaristanî, çand û gencinîyên ku di eslê xwe de malê pêşîyên Kurdan e, lê îro hêzên

dagirker li wan xwedî derdikevin, îsbat bûye ku ya Kurdan e. Lê her çiqasî ji ber taybetîya dîrokê ye ku paşta nayê vegerandin û dubare nabe ku meriv bûyer û hedîseyên dîrokî paşta vegerîne serî, lewma li ser gelek tiştan nakokî û dubendîyên mezin hene. Nêrîneke ku li gor raya alîyekî rastîyeke misoger e, tu şik û guman têde tune ye, li gor hinekên dinê dijber ji, ji xêncî vir û derewan ne tu tişt e. A çaxê ev tişt/mijara li ser xebat tê kirin weha subjektîf be, gelek caran di derbarê bûyerekê de, dîmenên pir eletewş û berevajî hevdu derdikevine holê. Ji ber vê divê mirov li ser şîrove û bawerîyên dîrokî pir vebir bawer neke. Lewra dema meriv li van fikr û angaştên dijberê hevdu dinihêre, tê kifşê ku her alîyek bi çimeke meseleyê de digire û qet bala xwe nade alîyên din. Ji ber vê jî fikr û doza xwe li ser wî alîyê pê girtîye ava dike. A ev çima girtiye jî bi qestî, zanebûn hilbijartîye. Tewr mirov dikare bibêje ku ew di derheq alîyên din de jî xwedî agahî ye. Lê ji ber ku tenê ew alîya ji bo doza wî kêr tê, lewma ji xwe re wê hildijbêre, di encamê de ev jî dibe sedema çewtîyên mezin û loma rastîyên dîrokê jî tên guherîn, dikevine awa û dilqên ne durist. Jixwe dîroka fermî ya ku bi destê hêzên dagirkerê ji bo pişaftina millet û çandên bindestê xwe tên bikaranîn, bi vî tehrî hatine nivîsîn û çêkirin. Dîroknasên kirekirî yên bi hîle û xapandinan rastîya serobi-

no dikin, ji bo veşartina rastîyan hemû xebatên xwe terxan kirine. Ev dîmenê dîrokzanîyê fermî, îro nîşana vê sextekarîya mezin e. Lêbelê her çendî ewna bêbextîyê bikin û hemû nirx, hêjahîyê me veşêrin û dest bidin ser jî divê em bi zanebûn û tevdîr tevbigerin. Lewra heke em wisa nekin, emê jî bişibine wan. Di encama vê de jî di navbera me û wan de ferqê nemîne. Wê hingê, ev pirsa derdikeve pêşberî me; seba ku em jî neşibine wan, bikaribin dîrok û rastîya xwe li ser bingehên durist û rasteqîn bidamezirînin, gotî em li gor kîjan pîvan û hêmanan bixebitin? Her çendî ev mijareke gelekî dûr û dirêj be jî bi kurtasî meriv dişê weha destnîşan bike: Di serî de pêwîst e ku ew bûyer, dewlet û yan jî mijara dîrokî, li gor şert û mercên roja xwe werine nirxandin. Rêka herî guncana fêmkirin û veçirandina wan, her bi vî awayî gengaz e. Lewra her bûyer û rastîya dîrokî encama şert û mercên dem û hawirê xwe ye. Çaxê ewna li gor wan hêmanên bi bandor neyêne nirxandin, tucar dîmenekî durist dernakeve holê û rastîya wê dîyar nabe. Ev ji ber vê ye ku dem û dîrok herikbar e. Her gav û xêlê de diguhire, xwe nû dike û di serî de tê hûnandin. Loma gava mirovê bûyereke dîrokî ji bo xwe wekî delîl nîşan bide û yan jî bidenasîn û neqlî nifşeke nû bike pêwîst e ev hêman û mercana neyêne ji bîr kirin. Em vê bi mînakekê ve şîrove bikin.


Diclepress13@gmail.com

Wekî tê zanîn di pêvajoya dîrokê de gelek şaristanî, dewlet û çand derketine holê, ji wan hinek kevn bûne, ji holê rabûne û hinek jî hê geşbûne, av ev pêvajoya dûr û dirêj bêwestan herikîye heya îro hatîye. Di vê pêvajoyê de gelek millet, ziman pêk hatine, berêka ewna millet û zimanana di nav xwe de ji hevdu zêde bûne û bela bûne. Di vê meşa dirêj de hinek ziman û medenîyet têk çûne, hatine jibîrkirin û yan jî nav û reng guhertine, ji wan ziman û şaristanîyên nû peyda bûne. Ji ber vê gava dewletek û yan neteweyek di dîrokê de li pey şop û şûna pêşîyên xwe bikeve -jixwe ji bo netewe-dewletên li ser netewekî tenê hatine avakirin mecbûr in xwe bi vî şeklî bidine îsbatkirin- ji wan şaristanî û çandan yên dişibîne xwe, ji bo xwe wekî pêşî kifş dike û bingeh û dewlemendîya neteweya xwe li ser wê

GOTAR

67

dide damezirandin. Bi vî awayî him xwe wekî hêja, bi bingeh, mezin dide nîşandan û him jî pê xwe dipesinîne û motîve dike. Loma îro dîroka hemû dewletên li ser navê neteweyekî, zimanekî hatine avakirin dişibine hevdu. Her weha çaxê li ser dîrokê lêkolînan didine kirin û ji bo xwe rabirdûyekî têr û tijî didine amadekirin, sînoran hişkehiş dikêşin û angaştên xwe jî wekî rastîyên tekane didine nîşandan. Gava merivek li wê dîroka wana fermî dinihêre, dibêje qey

dîrok tenê ji wan pêk tê, di hemû îcad û keşfên dîrokî bi destê bav û kalên wan pêk hatine. Tewr ji xwe dîrok hemû ji wan dest pê dike. Ev tiştê em qala wê dikin di dîroka tirk ya fermî de bi awayekî gelekî kifş derdikeve holê. Lewma çawa ku van hêzên serdest bi vî şeklî hebûn û heqîqeta xwe li ser derwan ava kirine, wekî wê pêwîst nake ku milletên bindestê

HEJMAR 24

2021/9/20

SAL 4

KOVAR DICLE

mîna me Kurdan jî çav bidine wan û li pey şopa wan herin. Lewra bi van rê û rêbazan tenê mirov dikare xwe bixapîne. Gava civak û kesên mezlûm, bidine pey zalîmên kedxwar êdî wê hingê tu qîymet û hêjahîya berxwedan û tokeşîna azadîyê namîne. Êdî herdu enî jî dişibine hevdu û pîrozîya dozê jî ji holê radibe. Seba ev çewtîya mezin pêk neyê gotî lêkolîn û xebatên zanistî li ser bingeha maf û dadê warine meşandin û tenê kifşkirina rastîyê bibe armanc. Heke armanca xebatên lêkolînên dîrokî pesindayîn û xwemezinkuştin be tu xêra wê ji mirov re tune û ji wê nayê îstifadekirin jî. Ji xwe wê çaxê qet hewcedarî bi lêkolînên dirêj û bi zehmet jî tuneye. Tenê meriv di dîroka fermî de li dewsa navê hêz û gelên serdest, navê milletê xwe binvîse meqsed hasil dibe. Lewra wan jî wisa kiribû.


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/9/20

HEJMAR 24

EKREM MALBAT

Herêm,

çand, ziman û folklora kurdan ‘çiqas bala biyaniyan kişandiye û li ser van çiqas xebat hatine kirin,ajansa Sputnik Kurdistanê kesên Oryantalîst û xebatên wan yên li ser Kurdolojiyê kirinê berhev kir. Rojhilata Navîn ji kengê de û bi çi awayê bala rojavahiyan kişandiye em nizanin. Herçiqas ên wekê Napolyon û Marco Polo di dema

68

GOTAR

Diclepress13@gmail.com

xwe de li gelek ciyê rojhilatê geriyabin jî, ger û keşfên berfireh, di sedsalên 18 û 19an de bûne. Lêkolînerên rojavayî, demek dirêj tenê ji bo sedemên ekonomîk rêya xwe bi herêmên kurdan xistin, lê piştî wextekî milletên rojhilatê ji aliyê çand, ziman û baweriyê ve bala oryantalistan dikşîne. Ev hal jî, bû sedem ku milletê kurd bê nasîn.Kurdolojî bi serê xwe beşek fireh e. Di navê de mijarên wek çand, ziman, folklor, dîn, etmolojî, etnografya hene. Evana hemî, di nav komxebata kurdolojiyê de tên qebûlkirin.

MARCO POLO (1270-1280) Xebatên ku li ser kurdolojiyê hatine, kirin bi xebatên oryantalîstan dest pê dike. Li derdora salên 1270-1280 Marco Polo gerek berfireh di Rojhilata Navîn de dike. Bi vî awayî rêya wî di gelek bajarên Kurdan re jî derbas dibe. Polo ne ew kes e ku li ser kurdan xebatêkê kurdolojiyê kişriye, ji ber kevintirîn kes e ku behsa herêma kurdan dike me li vir behsa wî kir.Polo bi taybetî behsa kurdên xiristiyan ên ku li çiyayê Mûsulê dijîn dike. Ev behskirin û balkişandina Marco Polo li Kurdistanê dibe sedema xebatên mîsyoneriyê jî. Yek ji wan


Diclepress13@gmail.com

GOTAR

69

HEJMAR 24

2021/9/20

SAL 4

KOVAR DICLE

ORYANTALÎST Û KURDOLOJIYÊ

xwe ya ‘Bir El Kitabı Kurtler’ de wiha behsa Garzonî dike “Garzonî rahibek Îtalî bû hîjdeh salan li Amediyê maye. Wê demê xebatên li ser Kurdî bi piranî karê mîsyoneran bû. Garzonî bi qasê ku Încîlê wergerîne Kurdî, di Kurdî de pispor bû.” Garzonî di vê deme de li ser çand û zimanê Kurdî gelek agahiyan berbihev dike. Garzonî, vê xebata xwe di sala 1787an de li Îtalyayê çap dike. Pirtûk ji du beşan pêk tê. Beşek li ser rêzimaniya kurdî ye, ya din ferheng e. Ferheng, Îtalî-Kurdî ye û ji nêzê 4.600 peyvan pêk tê.

kesên ku bi wezifa mîsyoneriyê tê û demek dirêj li Kurdistanê dimîne û li ser zimanê Kurdî xebat dike, Maurizio Garzonî ye. MAURIZIO GARZONÎ (17691787) Maurizio Garzonî, di navbera salên 1769-1787an de nêzî hîjdeh salan li bajarê Amediyê, (ku îro di nava sînorê Kurdîstana Başûr de ye) maye. Çawa ku me li jor jî anî ziman, çûyîna Garzonî ya Kurdîstanê bi niyeta mîsyoneriyê bû, lê belê dema ku li wir dimîne li ser zimanê Kurdî xebatên baş dike. Diroknas Mehrdad İzady di kitêba

Rêzimaniya Garzonî, li ber asta zimanê Kurdî ku îro tê de ye kêm e, ez vê kêmasiyê ji bo ferhengê jî dikarim bibêjim. Lê belê ji ber ku nêzê dused û bîst sal berê bi destê yekê biyanî ve hatiye nivîsandin, xwediyê qiymeteke mezin e. Ev xebata ku beriya 200 salî li ser kurdî hat kirin, ji gelek xebatên kurdolojiyê re bû pêngavek girîng. Ji ber vê di kurdolojiyê de ji Garzonî re ” bavê kurdolojiyê” tê gotin.‘ALESSANDRO CALETTÎ (1928-1985)’ Xebata Garzonî ji hela yekembûnê de girîng e. Lê belê ew kesên Îtalî bûn û li ser Kurdî xebat kirin tenê ne Garzonî bû, yek ji wan Îtalyanên ku li ser kurdî xebat dike Alessandro Calettî ye. Alessandro Caletti, di salên 19681972an ya de çar sal li Herêma Kurdistanê dimîne. Calettî jî wek Garzonî him li ser rêzimaniyê û hem jî li ser ferhengê xebat dike. Xebata Caletti ji du cildan pêk tê. Cilda yekem ya ku li ser rêzimaniyê ye, di sala 1984an de diqedîne. Lê mixabin cilda dudiyan beriya ku biqedîne wefat dike.

Prf. FERDINAND JUSTÎ Di wê demê de li Almanyayê jî li ser kurdolojiyê çend xebatên dirokî dihatin kirinê. Prf. Ferdinand Justi demek dirêj li herêma kurdan ya rojhilat, li ser zaravayên kurdî xebat dike. Ferdinand li ser hemû zimanên Îranî lêkolîn dike, lê belê ji ber ku demek dirêj li Urmiyê dimîne zimanê kurdî gelek bala wî dikişîne. Li ser çanda Kurda jî gelek agahî berbihev dike. Prf. Ferdinand vê xebata xwe di sala 1880an de bi navê “Kurdisch Gramatik” çap dike. Ferdinand di vê xebatê de ji aliyê etîmolojîk ve jî gelek tesbîtên girîng dike. Îdiaya Ferdinand ya herî balkêş ew e ku dibêje “di nava zimanê Îranî de kurdî zimanek bi serê xwe ye û xwedî ciyek taybet e.” ELY BAMISTER SOANE (19041910) Ew kesê ku bi taybetî li ser zimanê Kurdî xebat kiriye, Ely Bamister Soane ye. Soane bi weziya dîplomatîk li Bexdadê û li Duhokê di navbera salên (1904- 1910) de şeş sal dimîne. Di vê demê de zimanê Kurdî bala wî dikşîne û ji bo hînbûna zimanê Kurdî dixebite. Lehçeya kurmancî baş hîn dibe û li ser Kurmancî xebatên rêziman û etmolojîk dike. Soane, ev xebata ku li ser kurdî dike di sala 1913an de li Londra bi navê “Gramer Of The Kurmanji” (Rêzimaniya Kurmancî) çap dike. Şeş sal piştê vê xebate Soane li Bexdadê bi navê ” Elementry Kurmanjî Gramer” (Destpêka Rêzimaniya Kurmancî) xebatek din jî dike. Ev herdu xebat jî li Brîtanyayê ji bo xebatên li ser kurdolojiyê du mînakên girîng in.


KOVAR DICLE

SAL 4

2021/9/20

HEJMAR 24

70 HLEBIJARTIN

Diclepress13@gmail.com


Articles inside

NEHÊLIN PDK DIJMINAHIYA KURDAN BIKE

4min
pages 63-65

ORYANTALÎST Û KURDOLOJIYÊ

3min
pages 69-70

TEVGERA TESFIYEKARIYÊ YA NETEWEYÎ

3min
page 62

EGER PDK VEGERE ŞENGALÊ, EV FERMANEKE NÛ YE

3min
pages 57-61

KELEHA ANZAFÊ

4min
pages 51-52

JI ŞENGALÊ BÊHNA AZADIYÊ TÊ

5min
pages 53-56

RÊBERÊN XWEZAYÎ BI EW CIVATA KU JI NAVA WÊ DERKETIYE RE BÛYE YEK

5min
pages 38-39

DERKETINA DÎNÊ BRAHÎMÎ

23min
pages 5-13

LI ROJHILATÊ ÇIYAYÊ ŞENGALÊ, QUBA PÎRÊ EWRAN HEYE

7min
pages 18-23

DIJMINÊ TE GÊRIK BE JÎ HESABÊ WÎ BIKE

1min
pages 29-31

XWEDAWENDA RASTÎN A META JIN E

14min
pages 24-28

OMER XEYAM PERDEYA ŞERMÊ RAKE

1min
page 32

DI PÊŞKETINA CIVAKÊ DE ROLA HUNER Û PARADÎGMAYÊ

9min
pages 33-37

DENG BIDIN ÎRADEYA XWE PADÊ

3min
page 4

SEÎD HESEN FERMANDAR, SIYASETMEDAR Û PÊŞENGEK ÊZIDXANÊ Y

6min
pages 14-17
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.