7 minute read

LI ROJHILATÊ ÇIYAYÊ ŞENGALÊ, QUBA PÎRÊ EWRAN HEYE

Mehsum bagok

Silavgeh

Advertisement

Her civak wateyeke girîng dide pêşengên xwe. Ew cihên ku lê bi cih bûne û keda wan lê heye, yan jî demek lê derbas kiribin, ji bo ku neyê jibîrkirin û windakirin, cihên bîranînê çêkirine. Destpêkê ew cihên bîranînê bi navê silavgehê, îşaret kirine û piştre jî li wê derê bi navê pêşengên xwe yên olî-civakî qub çêkirine. Di vê derbarê de pêwîst e em çend mînakan bidin: Raserî gundê Cefriyê li aliyê başûrê gund ve, di pala zinarên pirbilind de, silavgeha Şêx Şems hebû. Piştre li şûna silavgehê, qubê ava dikin. Li dora qubê jî mezarên civakî hene. Li jêrî qubê jî, bîreke avê heye. Hundirê bîrê bi rêza keviran, dîwar lêkirine. Ew bîreke mezin û diyar e. Bîreke gelekî kevnare ye. Em careke din jî bînin bîra xwe û şîrove bikin, wê bîra avê di nav wan çiyayan de ji bo karwan, şivan û teyrikan xizmet kiriye û wê bîrê bi vî rengî, gelek kombûn li dora xwe civandine. Ew kesên ku ew bîr çêkirine, xêreke pir mezin kirine. Ji bo tîbûn û paqijiyê, ava bîrê pêwîstiyek, çareser kiriye. Ew xêreke mezin e. Kesên ku ava wê vexwarine, bûne duavanên kesên ku bîr çêkirine. Weke her qubekê li Çiyayê Şengalê li Quba Şêx Şems jî, malbatek qubê diparêze. Mêvanan pêşwazî dike. Li wir jî li ser navê malbata xwe 2 zarokên ku birayên hev in, quba gundê Cefriyê ya Şêx Şems, diparêzin. Temenê wan 11 û 12 salî ne. Navê yekî Sebah û yên din jî Izêd e. Cihê gund û qubê bilind e û raserî deştê ye û xweş e. Wê di demên pêş de xweştir û geştir bibe.

Quba Xatûna Fixra

Ew der li hêla rojhilatê quba Şêx Şems e. Lê belê ji hev dûr in û di navbera wan de gelî hene û erdnîgariya wê, ciyayî ye. Ew qub di nava erdnîgariyeke guncav de ava bûye. Aliyê bakurê qubê deşt e. Çep, rast û başûrê wê, silsile û bilindahiyên çiyayê Şengalê ne. Li nêzî qubê tirbên civakê jî hene. Li derdorê, şikeft jî xuya dikin. Şikeftek ji wan, pir nêzî qubê ye. Berê şikeftê li başûr dinêre. Biçûk e lê birêkûpêk e. Xatûna Fixra, demekê di wê şikeftê de dimîne. Li kêleka quba Xatûna Fixra, peykera xezaleke xweşik çêkirine. Di nava civaka Êzîdiyan de, rista Xatûna Fixra çêdibe. Xwedî risteke ku pêşengtiya civakê dike. Civîn û perwerdeya ciwanan, pêş xistiye. Di nav dîroka mirovahiyê de, ew kesên ku ji bo civaka xwe pêşengtî û xizmet kiribin, ji aliyê civakên xwe ve, nayên jibîrkirin. Civak jî moral û hêzeke mezin ji wan digire. Di roja me ya îro de jî civaka Êzîdî, Xatûna Fixra, bi bîr tîne û girîngiyê dide rista wê ya bi wate. Di heman demê de, ew weke jin ji bo tevahiya jinên Êzîdî jî, dibe mînakeke dîrokî. Wê bi pêşengtiya xwe ya jin, di nav civakê de xwe ispat kiriye. Di nava çanda resen a civaka Êzîdî de, di gelek beşên jiyanê de rista jinê, xuyaker û watedar e. Mirov dikare gelek mînakên şêmber ên çanda dîrokî û resen ku rista jinê, esasî û sereke ye, nîşan bide. Ji wan jinan yek jî Sitiya Êzî ye.

Sitiya Êzî

Li gorî jinên Êzîdî, jina ku di destpêkê de tenûr çêkiriye û nan di tenurê de pehtiye, Sitiya Êzî ye. Di roja îro de jî, dema ku dayîk nan li tenûrê dixin, gotina “ Sitiya Êzî!” dibêjin. Jinên civaka Êzîdî, Sitiya Êzî weke dayika pêşeng dibînin û qedrekî mezin didinê. Navê Sitî di roja îro de jî, li gelek herêmên Kurdistanê peyda dibe. Berê di nav gel de navê Sitî gelek dihat bikaranîn, lê niha ev nav zêde nayê bikaranîn. Her navek çandek e, divê ku ew çand ji bîr nebe û nûjen bibe. ‘’Di nava van civakên ku rastî êrîşên cesedî û çandî de dihên, êş û elema herî mezin, jin dibîne. Jin mamosteya jiyana çandî ye. Zarokên ku pêşeroja civakê diyar dikin, ji dayîkên xwe fêrî çand û ola civakê dibin. Ji ber vê sulta û dewlet, dema ku dixwazin civakeke çandî yan jî olî ji holê rakin, herî zêde êrîşî jinan û keçan dikin. Hemû cureyên tecawûzan li ser jinan pêk tînin. Li hemberî van tecawûzan, jin bê parastin û bê rêxistin e. Di civakekê de heke parastin û rêxistinbuna jinê nebe, ew civak jixwe mirî ye. Ji ber ku parastina civakan, tenê bi rêxistinbûna jinê re dikare pêk were.’’

Rêber APO

Weke ku Rêber Apo jî dibêje: Hişmendî û sekna jina Êzîdî û têkoşîna wê, gelekî bi wate ye û cewherî ye. Mînaka Binevş Agal (Bêrîvan) a ji Êzîdiyên Bişêriyê ye, cewherê jina Êzîdî dide xuyakirin û naskirin. Piştre jî Bêrîvana

Şengalê (Dinya Zad) şopa wê berdewam dike. Bêrîvana Şengalê di encama êrîşên balafirên dewleta Tirk de, li çiyayê Qendîlê, şehîd bû, ew ji fermana Daiş rizgar dibe, lê bi êrîşa Dewleta Tirk a dagirker şehîd dikeve û tevlî karwanên şehîdên azadiyê dibe. Êdî hejmara Bêrîvanan di nava têkoşîna azadiyê de, berdewam dike. Rêber Apo ji bo jina Êzîdî wiha dibêje; “Di jinên Êzîdî de taybetmendiyên demokratîk, azad û wekhevîxwaz, bi rehetî dikare were ferqkirin. Ruxmî tevahiya pêkanên zordestiyê, bi aliyên xwe yên ku bi xwezayê re bûye yek, bi gotinên xwe yên aşkere û bi wêrektiya xwe, balê dikişîne li ser xwe”

Rêber APO

Quba Şêx Mend

Li aliyê Başûrê Quba Xatûna Fixra ye. Qub di navsera çiyê de ye. Hawirdorên wê, çiyayên bilind in. Cihekî ji bo parastinê, destdayî û stratejîk e. Sembola Şêx Mend, marê reş e. Mend; tê wateya stûna dinyayê ji bo ku dinya nekeve. Bi zimanê mîtolojîk bi vî rengî pênase û wate kirine. Li başûrê vê ziyaretgehê û qederekê jê dûr, di navsera çiyê de ziyareteke din jî heye. Navê wê jî, Quba Şêx Amadîn e. Li gorî agahiyên ku têne gotin, ew ji Amedê yan jî ji Amediyê hatiye çiyayê Şengalê. Derdora vê qubê jî erdnîgariyeke fireh e. Li dorê gund, rezên tirî û bi hezaran darhejîr xuya dikin. Diyar dibe ku ew der ji cihwarbûna mirovan re gelekî guncav bû. Hawirdorê wê, hemû çiya ne û di heman demê de jî cihekî pir stratejîk e. Ji bo jiyan û parastinê,

Navsera çiyayê Şengalê, Quba Şibil Qasim heye. Ew ziyaret raserî Gundê Milik e û nêzî Gundê Kolka ye. Dikeve aliyê bakurê Kolka. Qebristaneke pir mezin a civaka Êzîdiyan jî li wir e. Her sal roja ziyareta vê derê çêdibe

erdnîgariyeke xweş e. Dîtin û gera wan deran, mirov dibe demên berê. Dîrok weke filmekî, bi berçavên mirov re derbas dibe.

Pîrê Ewran

Li Rojhilatê çiyayê Şengalê, Quba Pîrê Ewran heye. Weke ku ji wateya nav jî diyar e, ew pîrê ku ewrên baranê tîne. Dema ku baran nayê, civaka Êzîdî diçin ziyareta Pîrê Ewran û duayên xwe dikin da ku baran were. Ew çandeke kevn e û di heman demê de ji bo her pêşengên olî û civakê bawerî û girêdan heye. Ew çand, bingeh û çavkaniya xwe ji hezarên salan tê û heya roja me ya îro hatiye. Pîrê Ewran berê silavgehek e, piştre dibe qub. Pîrê Ewran ji bo baranê, ewran kom dike û baranê tîne. Ew ji heft melekên sereke ne. Ew navek ji navê Tawûsê Melek e. Di serdema qilan, qebîle û eşîran de, li beranberî geşedan û pêkhatinên ji xwezayê, hêvî hebûn. Ew hêvî dibin cihên baweriya wan. Civakên xwezayî ji bo pêwîstiyên xwe yên madî û manewî, xwediyê hêvî û bawerî bûn. Weke tê zanîn, mirov û civak di nava jiyana xwe de, nikarin bê hêvî jiyan bikin. Li jêrî Çilmêran ku dikeve aliyê bakur, cihê ku deşt û çiya êdî digihêjin hev du, Quba Şêx Şerfedîn heye. Li wir gund û qebristanên civakê jî hene. Weke her quban, rojên ziyareta wan heye. Ziyareta Quba Şerfedîn jî çêdibe û civak lê kom dibe. Quba Çilmêran di nava çiyayê Şengalê de cihekî herî stratejîk e. Çilmêran, ji bo parastina quba Şerfedîn û tevahiya herêma derdor, xwediyê risteke dîrokî ye.

Quba Şibil Qasim

Navsera çiyayê Şengalê, Quba Şibil Qasim heye. Ew ziyaret raserî Gundê Milik e û nêzî Gundê Kolka ye. Dikeve aliyê bakurê Kolka. Qebristaneke pir mezin a civaka Êzîdiyan jî li wir e. Her sal roja ziyareta vê derê çêdibe. Hejmareke qelebalix a civakê li wir kom dibe û pîroz dike. Di wan ziyaretan de jin, mêr, zarok, pîr û kal di her temenekî de, mirov têne roja ziyaretê. Duayan dikin û ziyafeta xwarinê amade dikin. Ên ku cihên vê ziyafetê keşif kirine û ava kirine jî, baş fikirîne. Banekî fireh û bilind e. Mirov ji wê derê, hawirdorê hemûyê dikare bibîne. Di mijara parastinê de jî dibe cihekî girîng.