Kurmanji Kurdish Readings

Page 1

READINGS IN KURMANJI QEDRÎCAN [Qedrîcan ku navê wî yê esasî Abdulqadir Ezîz Can bû, yek ji şaîr û nivîskarên herî bi quwet ê mekteba “Hawar”ê bû. Ew him şaîr û him jî pexşannivîskar bû. Digel gelek şiîrên wî yên bedew, gelek kurteçîrokên wî yên xweş û nûjen hene. Ew sala 1916’an li Dêrika Mêrdînê hate dinê. Wî li mekteba gund dest bi xwendinê bir û paşê li Xwendegeha Bilind a Mamostayan li Îzmîrê xwend û bû mamosta. Wî li Anteqyê û li Îskenderûnê mamostatî kir.]1

Rojên Derbasbûyî Piştî jiyineke sê salan jiyineke tal û şêrîn ez ji Amûdê bi dûr diketim… Çend hevalên min ên fedakar û çend sûxteyên min ên wefakar dora timobîla me girti bûn. Yek, du heval xuya ne bûn; Xwedê zane ne ji bêbextî, dibe ko ji diltengiya ji hev qetandinê çavên wan bar ne bû bû û ne hati bûn…2 Bi kel û girî min û hevalan destên xwe bi hustiwên hev re bir û anîn. Me hevdû dispart Xwedê… Bi germiyeke wusan me destên hev diguvaşt ko dilên me ji hev re digotin: Emê her û her heval û bira bimînin…3 1

nav m name; esasî original; şaîr m poet; nivîskar m writer; herî very; bi quwet powerful; mekteb f school; Hawar a Kurdish journal; him…him both…and; pexşan f prose; şiîr poetry; bedew splendid; kurteçîrok f short story; nûjen modern; hatine dinê to be born; dest birin bi (+ inf.) to begin; xwendegeh f school; bilind high; Anteqya Antioch; Îskenderûn Alexandretta; mamostatî kirin to teach. 2

jiyin = jîyîn life; tal bitter; şêrîn sweet; Amûda ‘Amūdā, a town in Syria near Qāmishlī; bi dûr ketin (kev) ji to leave behind; heval friend; fedakar devoted; sûxte theological student; ên = yên; wefakar faithful; dora … girtin to surround; timobîl f automobile; xuya bûn to show up; bêbextî disloyalty; ko = ku here ‘as if’; diltengî f sadness; ji hev qetandin to part from one another; çavên wan bar nebûbû ‘they hadn’t been able to bear the sight.’ 3

kel û girî crying and weeping; hustu m neck; spartin Xwedê to entrust to God, to say goodbye; germî f warmth; wusan thus; guvaştin (guvêş) to squeeze; her û her forever and ever; man (mîn) to remain.

86


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.