95_

Page 3

Sibat / 15 - 2 - 2017

www.pdk-s.com

Kurdistan-Hejmar(95)

3

Komeleya Azadî û rêxistina Roja Nû alîkariya penaberan li Hewlêrê dikin KurdistanRaid Mihemed-Hewlêr Komeleya Azadî komeleyeke Kurdî serbixwe ye navenda wê li Welatê Elmanya ye li bajarê Hanoverê, ew alîkariyan dide hev bi taybetî pêdivî û pêdwistiyên penaberan û ji bo welêt dişîne. Rêxistina “ Roja Nû ” ew kesek bi tena xwe kar dikir ji 3 salan ve û ew proje ji aliyê Mihemed Şerîf Mihemed bû ku karîbû çend kesên xwebexş û dilsoz û pak li dora xwe bide hev ku ew bû navenda rêxistineke Alîkariyê ( Roja Nû ) ku karên pir balkêş kirine û erşîfeke pir dewlemend tomar kiriye, wiha nêzîkbûneke pir mezin di navbera Komela Azadî ya Hanoverê û rêxistina Roja Nû peyda bû, ku armanc herdû rêxistinan yek e, ji ber vê yekê hevrêzî di navbera wan de çêbû, ku Komela Azadî

ji Elmaniya alîkariyê dide hev û dişîne Başûrê Kurdistanê û rêxistina Roja Nû di rêya xwe re belav dike û bi hezaran xelkê me sûd jiwan alîkariyan wergirtine. Li gor Mihemed Şerîf Mihemed serokê Rêxistinê ku ji me re got û da xuyakirin, wan nêzîkî 30hezar kîlo ji cil û berg û lîstikên zarokan û kursiyî kêmendaman û kopalên pîr û kalan belav kirine li ser kesên hewcedar çi ji penaberên Rojavayê Kurdistanê û çi ji xelkên Herêma Kurdistanê û ji awareyên Îraqî re yên li herêmê dimînin. Ji ber wiha Roja Nû tîmeke xwebexş amade kiriye ku karibin di çi demê de hazir û amade bin û bingeheke amarên penaberan heye ji ber ku nûnerê Roja Nû serpereştiya belavkirinê dike li her cihê ku alîkarî tê belavkirin û dabeşkirin bi taybetî taxên dewrûberê

bajarê Hewlêrê, û li ser çalakiyên Roja Nû li Rojavayê Kurdistanê Mihemed Şerîf got: Erê heta niha tu karê me li Rojavayê Kurdistanê nîne , tenê karê me li Başûrê Kurdistanê heye vê gavê , lê dema karê me bibe fermî emê o�îsekê li Rojava jî vekin heger derfet hebe û ev hêviya me ye ku em bikaribin alîkariya xelkê xwe û gelê xwe yên ku li Rojavayê Kurdistanê mane bikin, û dema me ji Mihemed pirsî jibilî belavkirina alîkariyan û dabînkirina wan hûn çi dikin, ji me re got: Me li sentera Ala ku em li vir dicivin gelek fêrdan û korsên core cor dane bi taybetî zimanê Ingilîzî û Kurdî û nêzîkî 800 xwendevan derçûne, ev jî bi alîkariya mamosteyên xwebexş mîna Xalid Cemîl Mihemed û Ebd-Elxaliq Birêk û Hozan Dêrşewî, ji bilî şevbuhêrkên helbestan , û 19 korsên

kar bê beramber me çêkirin bi alîkariya malpera "Fires ", û li ser karê dawî ji rêxistina Roja Nû Mihemed Şerîf Mihemed got: Çalakiya herî dawî ku me kiriye ew bû belavkirina nêzîkî 11 hezar kîlo ji alîkariyan ku ji komela Azadî ya Hanoverê ji me re hatibûn, û ya balkêş ku her malbatek pêwistiyên xwe dibe bê şert û merc, û nêzîkî 40 kesên lingpûç sûd wergirtine û 70 kes yên ku me kopalên bin çeng ji wan re dabîn kirin , û lîstikên zarokan li ser1600 şagirtan hatin belav kirin, û ev tiştekî pir baş bû ku em bikaribin alîkariya miletê xwe bikin , û ev hemî dûrî ragihandinê bû ji ber ku xemsarî û kêmasî ji aliyê ragihandina Kurdî ve heye derbarê civaka sivîl û karên xwebexş û alîkariyan, ji ber ku pêwistiya serkeftinê bi ragihandinê jî heye û em spasiya we dikin ser vê derfetê.

Rojavayê Kurdistanê bê mazot e KurdistanEhmed Osê-Hesekê Petrola Sûriyê ji Rojavayê Kurdistanê derdikeve, lê Kurdên Rojava di vê zivistanê de bê mazot in. Pêleke tûnd a barîna berfê berya demek êli hemû bajar û gundên Rojavayê Kurdistanê destpê kiribû. Ji navçeyên Kurdî wek Dêrik, Rimêlan Hesekê petrol ji bo gelek navçeyên Sûriyê tê şandin, lê xelkê wê bê mazot in. Mihemed Ehmed hemwelatiyekî bajarê Hesekê wiha derbarê vê mijarê got: Desthilata Partiya Yekîtiya Demokqratîk di warê petrolê de nikare bilive û bi tena serê xwe petrolê bifroşe, petrol devera me hemû ji rejîma Esed re tê şandin bêyî ku ti kes rêgiriyê lê bike, helbet PYDê jî ji xwe re didize û li ser hevalê xwe jî belav dike, lê xelk çi bi serê wan bê ne problem û xem e. Li Kobanê jî kirîza Mazotê heye. Welatiyekî ji Kobanî ji got: serma û seqemek tûnd li cem me hebû û Mazot tine bû, ev yek jî rû da ji ber nedadperweriya desthilata heyî li bajarê

Kobanê, ji bilî mazotê kehreba nine û her kes jî dizane kehrebe di destê kê de ye, em daxwaz dikin ku alîkariya me bê kirin û mazot ji me re

bê dabînkirin û ev kirîz dubare nebe ji ber gelê me perîşan e û nikare debara jiyana xwe bike. Bajarê Efrînê jî wek bajarên din rastî pirsgirêka

nepeydakirina mazotê tê. Welatiyê bi navê Henan Îdo got: Peydakirina mazotê zehmet bûye tevî ku dihat gotin sotemenî bi rêya E�înê re ji navçeyên

di destê DAIŞê de dihat veguhestin ji bo navçeyên din yên Rojavayê Helebê, egere mazot bighê welatyên vî bajarî jî bi buhayekî

bilind tê �irotin. Her û her rêveberya li bajarê Efrînê sedema ne peydakirina sotemeniyê li dorpêça li ser Efrînê vedgerîne, û dibêje niha rewş dibin kontrol wan deye, lê her tişt berûvajî van lêdwanan e. Petrola Sûriyê bêtir ji 70% ji Rojavayê Kurdistanê ye, wate li naveyên di destê Paertiya Yekîtiya Demokratîk PYDê de, ev pirsgirêka han ne tenê li bajrekî ye lê belê ji bajarê Dêrikê heta Efrînê ye, û heta niha desthilata PYDê ev pirsgirêk çareser nekiriye. Pisporekî di warê petrolê de ji Rojnameya Kurdistan re got: Mazota Rojavayê Kurdistanê ji bo hemû navçeyên di bin kontrola hikumeta Esed e tê �irotin, weke ku kirîza sotemenî li navçeyên Kurdî heye, bi heman astê ev kirîz li navçeyên hikumeta Sûriyê nine, ligel hebûna vê kirîzê li Rojavayê Kurdistanê, hejmara parzûngehên xwecehî gelek hene. Ew parzûngeh petrola xam ji bîrên Rimêlanê dikirin û mazot û benzînê jê berhem tînin, lê çima ev kirîz heye gelo.

www.pdk-s.com


Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.