Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Kurdistan-Hejmar(95)

Sibat / 15 - 2 - 2017

Divê pirsa Kurd di Cinêv 4 de piştguh nebe

www.pdk-s.com

Îmad Ekrem-Qamişlo

Biryare di 20ê vê mehê de danûstandinên Cinêv 4 di navbera rejîma Esed û Opozîsyona wê bo dîtina çareseriyekê ji kirîza wî welatî re bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî dest pê bikin. Nûnerê ENKSê di Îtîlafa Niştimaniya Opozîsyona Sûriyê de û endamê Desteya Siyasî ya Îtîlafê Fûad

Elîko gotibû: “Ne Îtîlaf, ne Desteya Bilind a Danûstandinan û ne leşker qebûl nakin ku PYDê beşdar bibe, ji ber ku ew dibînin ku PYDê nêzîkî rêjîma Sûriyê ye û ne ji opozîsyonê ye.” Rojnameya Kurdistan dixwest nerîna hemwelatiyan ji nêzîk ve bizane. Welatiyê bi nave Aldar Omer got : ”Herdem tînim ziman ku civînên Cinêvê bê wate ne û tenê pirsa

Sûriyê di destê Emerîka û Rûsya de ye û tenê dikarin vê pirsê çareser bikin û hewcedariya van civînan nîne. ” Derbarê beşdarbûna Kurdan di wan civînan de Parêzerê Kurd Nîzar Elo got : “Kurd hebûna wan li ku hebe wê baş be, heger encamp hebin yan nebin ji ber ne tiştekî hindike ku şandeke Kurdan hebe û bi taybet li kongrekî wek Cinêvê.Lê ya giring

ew bû ku Kurd herdem yekbana û bi şandeke hevbeş li her cihekî beşdar bibana, ne her kes li cihekî. ” Nûnerê ENKSê di Îtîlafa Niştimaniya Opozîsyona Sûriyê de û endamê Desteya Siyasî ya Îtîlafê Fûad Elîko gotibû: “Ne Îtîlaf, ne Desteya Bilind a Danûstandinan û ne leşker qebûl nakin ku PYDê beşdar bibe, ji ber ku ew dibînin ku PYDê nêzîkî rêjîma Sûriyê ye

û ne ji opozîsyonê ye.” Her derbarê vê mijarê de Ilham Mihemed got"Bila nûnerên Kurdan yên ku wê biçin Cinêvê pirsa kurd li Rojavayê Kurdistanê piştguh nekin û bi cidî li ser vê pirsê rawestin û bi opozîsyonê û cîhanê bidin qebûlkirin, nabe tenê wek tabloyekê li wir beşdar bibin ji ber ku delîve nayên dubarekirin." Derbarê vê civînê gelek

welat jî ne geşbînin ji encamên wê û herî dawî lêdwana Wezîrê Derve yê Frensayê Jean-Marc Ayrault ku wiha gotibû, gera Cinêv 4 ya danûstandinên aştiyê bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî eger heye ku armncên wê bê hêvî bin, ji ber ku rêjîma Sûriyê li ser helwestên xwe rijd e.

www.pdk-s.com


2

Sibat / 15 - 2 - 2017

Kurdistan-Hejmar(95)

www.pdk-s.com

Devera aram ji bo xelkê Sûriyê û Kurdan baş e - Soz Mihemed – Hewlêr

Ev çend sal in Tirkiyê daxwaza avakiria devera aram li bakurê Sû riyê dike ku bi gotina wê bi avakirina devera aram wê bikare xelkê Sû riyê ji tundbû na şerê li Sû riyê biparê ze, û rê jeya penaberan jı̂ ji bo welatê wê dê kê m bibe. Herwiha bi gotina wê dê sı̂norê xwe jı̂ ji terorı̂stan biparê ze lê ı̂dareya berê ya Emerı̂ka li dijı̂ wê yekê der diket, lê niha bi hatina Tiramp ew helwest hat guhetin, ji ber ku serokê nû yê Emerı̂ka ev çendcarin behsa avakirina deverne aram kiriye li Sû iyê , û di peywendieyeke telê fonı̂ de Tiramp û Erdogan ew mijar gotû bê j kirin. Ebdulbasid Hemo Endamê Mekteba Siyası̂ ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sû riya PDK-Sê derbarê mijara devera aram got: Hemû alı̂ li ser medyayê tekez dikin ku derketina ji kirı̂za Sû riyê ew rê keftin li ser çareseriya aştiyane ye, lê di baweriya min de tenê ev yek li ser ragihandinê ye û tenê ji bo derbaskirina ajindeyan e li pê şiya raya giştı̂, ew jı̂ di rê ya komek hevdı̂tinan de ku di jê r çavdê riya Neteweyê n Yekbû yı̂ de tê ne lidarxistin mı̂na Cinê v û Astana, ji ber nakokı̂ di navbera ajendeyê n rejı̂mê û opozı̂syonê de hene, herwiha rijdbû na herdû aliyan li ser warê leşkerı̂ tevı̂ �işarê n her yek ji Emerı̂ka û Mosko û ti encam ji wan civı̂nan derneketiye lewma hizra devera aram hate holê , ew jı̂ piştı̂ hatina ı̂dareya nû ya Emerı̂ka ku niha ligel Rû sya di vı̂ warı̂ de di giftû goyan de ye. Ev yek helbet wê di jê r çavdê riya Rû sya û Emerı̂ka de be, herwiha Tirkiyê û ı̂ranê , û bi nerı̂na min dê di Cinê vê de ev mesele bê te pê şkê ş kirin, niha devera aram berjewendiyê n welatan dighı̂ne hev lewma dê ber bi warê cı̂bicı̂kirinê ve biçe. Tirkiyê ji 24ê Tebaxa 2016an ve dest bi operasyonekê li bakurê Sû riyê kiriye digel çekdarê n opozı̂syona Sû riyê , ku heta niha bê tir ji 1800 km çargoşe kontrol kiriye.

Armanca sereke ya vê operasyonê dû rkirina Hê zê n Sû riya Demokrat e ji sı̂nor, û nehiştina girê dana Kobanê û Efrı̂n herwiha avakirina devereke aram e. Navçeya aram ya ku Tirkiyê behs dike, dixwaze ji Cerablusê heta Izazê ye, ku bi dirı̂jahiya 110km û kû rbû na 45 km ne, ku Babê jı̂ li xwe digre, herwiha Munbicê jı̂. Parê zer Bilind Sı̂no wiha got: Devera aram li Sû riyê pê wı̂st e ji Kurdan re bi mercê ku deverê n Kurdan bi hev re girê bide li gorı̂ dı̂rokê ku ev dever ya Kurdan e, û ji mafê wan e, heger ev dever ne li gor wan mercan be dê binpê kirin be ji mafê n gelê Kurd re û dê haleteke nû durst bike di çarçoveya sı̂norê siyası̂ ku danpê dan pê hatiye kirin di dewleta Sû riyê de. Emerı̂ka dixwze navçene aram li sû riyê ava bike, wate ne navçeyek tenê li

Sû riyê , û tevı̂ hê j nehatiye eşkerkirin ka ew navçe li çi dverê bin. Dibe ku Emerı̂ka li bakurê Sû riyê ji Girê Sipı̂ heta bajarê Efrı̂nê navçeyekê ava bike ku rû berê wê dighê 20 hezar KM². Li başû rê Sû riyê jı̂ ava bike li ser sı̂norê digel Ordinê de ku niha navendeke Amerı̂kı̂ li wir heye, ku piştevaniya opozisyonê li wan deveran dike û dê wê navçeyê ji bombebaranê n artê şa Esed biparê ze. Derbarê xerciyê n wê navçeyê jı̂, dibe bighê yek milyar dolar di heyvê de, ev jı̂ ji yek ji lê dwanê n fermandarê n Emrı̂kayê bû . Devera aram pê wı̂stiya wê bi hê zeke pejahı̂ heye , herwiha wê navçeyeke dijı̂ �irı̂nê jı̂ be ji bo parastina xelkê li wir ji her metirsiyekê . Tiramp daxwaza kirbû ku welatê n Kendavê yê n ku piştevaniya wê projeyê dikirin berı̂

Devera aram pêdivî ye

Tenê Emerîka dikare devera aram ava bike

niha, û di serê wan de Siû diyê pereyan bidin û alı̂kar bin, ku bi gotina wı̂ Siû dı̂ digot eger navçene dijı̂ �irı̂nê li Sû riyê hebin ew amade ne hê zê n xwe bişnin ji bo piştevanı̂ û parastinê . Helbet ev piroje piştevaniyeke navdewletı̂ jê re divê . Rê keftin digel Rû siyê ku ew welat ji bo danı̂na her pilanekı̂ ji bo dı̂tina çareyekê ji kirı̂za li Sû riyê re amade ye lê ku berjewendiyê n wê biparê zê . Nivı̂skar Şivan Ibrahı̂m wiha debarê mijarê got : Bê guman, mijara devera aram mijareke aloz e, mı̂na aloziya pirsa Sû riyê piştı̂ şeş salan ji destpê kirina vê kirı̂zê . Lê tiştê ku aloziyê zê detir dike û pirsgrê ka bi devra aram re ew e destê werdanê n di nava Sû riyê de û belavbû na deverê n di jê r desthilata rejı̂ma Sû riyê de û dabeşkirina cihê hê zê di navbera hevalbend û rikaberan de. Opozı̂syona Sû riyê perçekirı̂ ye û ew di nava laşekı̂ de ye, lê nelihevkirina wan yan nediyarbû na projeyekı̂

niştı̂manı̂ ku bihê le devra aram cihê balkişandinê be ka gelo wê kı̂ parastina wan deveran bike ji aliyekı̂ ve û di heman çarçoveyê de perçekirna di nava laşê opozı̂syonê de, ji aliyê mafê Kurdan û derbarê nasnameya Sû riyê ya netewı̂ û olı̂ dihê le opozı̂syon laşekı̂ lawaz be. Tirkiyê xwe dibı̂ne xwedana parastina beşekı̂ ji devera aram û bi taybet beşê rojavayê Çemê Feratê û ev yek bi xwe metirsiyeke li ser projeya netewı̂ Kurdı̂ û fedraliya ku ji aliyê Encumena Niştı̂maniya Kurdı̂ ve hatiye pê şkê şkirin. Rejı̂ma Sû riyê hebû na wê li her yek ji Qamişlo û Hesekê bendekê li pê şiya devera aram bi parastineke Kurdı̂ çê dike û ev yek pê wı̂stiya wê bi vekişandina rejı̂ma Esed heye ku ev yek jı̂ nabe bê yı̂ rê keftineke Rû sı̂ û Emerı̂kı̂ û hê j kaxeza Kurdı̂ jı̂ ji derveyı̂ hisabata

ye ji ber nakokiyê n di navbera Kurdan bi xwe de û neqebû lkirina tevahiya aliyê n opozı̂syonê û fesleyê n çekdar û Tirkiyê ji hebû na Partiya Yekı̂tiya Demokratı̂k PYDê re li deverê û divê rê keftineke navxweyı̂ bi sponseriyeke navdewletı̂ û Kurdistanı̂ were durstkirin, bê yı̂ ku em jibı̂r bikin bandora wê devera aram li ser Herê ma Kurdistanê bi awayekı̂ rasterast û projeya wê herê mê yê netewı̂ hebe bi taybet ji aliyê ku wê kı̂ wê deverê ı̂dare bike ji Dê rikê heta rojhilata Feratê .Wê devera aram ne li ciyogra�iyeke destnı̂şan kirı̂ be û dibe ku li sê yan çar dever bin û ev yek dibe nı̂şana perçekirina Sû riyê , û opozı̂syon nikare di riwê perçekirinê de raweste heger projeyekı̂ din pê şkê ş nekeku mafê n tevahiya pê khateyan tê de parastı̂ be.

Heger devera arma tevahiya deverên Kurdî li xwe bigre wê baş be

www.pdk-s.com


Sibat / 15 - 2 - 2017

www.pdk-s.com

Kurdistan-Hejmar(95)

3

Komeleya Azadî û rêxistina Roja Nû alîkariya penaberan li Hewlêrê dikin KurdistanRaid Mihemed-Hewlêr Komeleya Azadî komeleyeke Kurdî serbixwe ye navenda wê li Welatê Elmanya ye li bajarê Hanoverê, ew alîkariyan dide hev bi taybetî pêdivî û pêdwistiyên penaberan û ji bo welêt dişîne. Rêxistina “ Roja Nû ” ew kesek bi tena xwe kar dikir ji 3 salan ve û ew proje ji aliyê Mihemed Şerîf Mihemed bû ku karîbû çend kesên xwebexş û dilsoz û pak li dora xwe bide hev ku ew bû navenda rêxistineke Alîkariyê ( Roja Nû ) ku karên pir balkêş kirine û erşîfeke pir dewlemend tomar kiriye, wiha nêzîkbûneke pir mezin di navbera Komela Azadî ya Hanoverê û rêxistina Roja Nû peyda bû, ku armanc herdû rêxistinan yek e, ji ber vê yekê hevrêzî di navbera wan de çêbû, ku Komela Azadî

ji Elmaniya alîkariyê dide hev û dişîne Başûrê Kurdistanê û rêxistina Roja Nû di rêya xwe re belav dike û bi hezaran xelkê me sûd jiwan alîkariyan wergirtine. Li gor Mihemed Şerîf Mihemed serokê Rêxistinê ku ji me re got û da xuyakirin, wan nêzîkî 30hezar kîlo ji cil û berg û lîstikên zarokan û kursiyî kêmendaman û kopalên pîr û kalan belav kirine li ser kesên hewcedar çi ji penaberên Rojavayê Kurdistanê û çi ji xelkên Herêma Kurdistanê û ji awareyên Îraqî re yên li herêmê dimînin. Ji ber wiha Roja Nû tîmeke xwebexş amade kiriye ku karibin di çi demê de hazir û amade bin û bingeheke amarên penaberan heye ji ber ku nûnerê Roja Nû serpereştiya belavkirinê dike li her cihê ku alîkarî tê belavkirin û dabeşkirin bi taybetî taxên dewrûberê

bajarê Hewlêrê, û li ser çalakiyên Roja Nû li Rojavayê Kurdistanê Mihemed Şerîf got: Erê heta niha tu karê me li Rojavayê Kurdistanê nîne , tenê karê me li Başûrê Kurdistanê heye vê gavê , lê dema karê me bibe fermî emê o�îsekê li Rojava jî vekin heger derfet hebe û ev hêviya me ye ku em bikaribin alîkariya xelkê xwe û gelê xwe yên ku li Rojavayê Kurdistanê mane bikin, û dema me ji Mihemed pirsî jibilî belavkirina alîkariyan û dabînkirina wan hûn çi dikin, ji me re got: Me li sentera Ala ku em li vir dicivin gelek fêrdan û korsên core cor dane bi taybetî zimanê Ingilîzî û Kurdî û nêzîkî 800 xwendevan derçûne, ev jî bi alîkariya mamosteyên xwebexş mîna Xalid Cemîl Mihemed û Ebd-Elxaliq Birêk û Hozan Dêrşewî, ji bilî şevbuhêrkên helbestan , û 19 korsên

kar bê beramber me çêkirin bi alîkariya malpera "Fires ", û li ser karê dawî ji rêxistina Roja Nû Mihemed Şerîf Mihemed got: Çalakiya herî dawî ku me kiriye ew bû belavkirina nêzîkî 11 hezar kîlo ji alîkariyan ku ji komela Azadî ya Hanoverê ji me re hatibûn, û ya balkêş ku her malbatek pêwistiyên xwe dibe bê şert û merc, û nêzîkî 40 kesên lingpûç sûd wergirtine û 70 kes yên ku me kopalên bin çeng ji wan re dabîn kirin , û lîstikên zarokan li ser1600 şagirtan hatin belav kirin, û ev tiştekî pir baş bû ku em bikaribin alîkariya miletê xwe bikin , û ev hemî dûrî ragihandinê bû ji ber ku xemsarî û kêmasî ji aliyê ragihandina Kurdî ve heye derbarê civaka sivîl û karên xwebexş û alîkariyan, ji ber ku pêwistiya serkeftinê bi ragihandinê jî heye û em spasiya we dikin ser vê derfetê.

Rojavayê Kurdistanê bê mazot e KurdistanEhmed Osê-Hesekê Petrola Sûriyê ji Rojavayê Kurdistanê derdikeve, lê Kurdên Rojava di vê zivistanê de bê mazot in. Pêleke tûnd a barîna berfê berya demek êli hemû bajar û gundên Rojavayê Kurdistanê destpê kiribû. Ji navçeyên Kurdî wek Dêrik, Rimêlan Hesekê petrol ji bo gelek navçeyên Sûriyê tê şandin, lê xelkê wê bê mazot in. Mihemed Ehmed hemwelatiyekî bajarê Hesekê wiha derbarê vê mijarê got: Desthilata Partiya Yekîtiya Demokqratîk di warê petrolê de nikare bilive û bi tena serê xwe petrolê bifroşe, petrol devera me hemû ji rejîma Esed re tê şandin bêyî ku ti kes rêgiriyê lê bike, helbet PYDê jî ji xwe re didize û li ser hevalê xwe jî belav dike, lê xelk çi bi serê wan bê ne problem û xem e. Li Kobanê jî kirîza Mazotê heye. Welatiyekî ji Kobanî ji got: serma û seqemek tûnd li cem me hebû û Mazot tine bû, ev yek jî rû da ji ber nedadperweriya desthilata heyî li bajarê

Kobanê, ji bilî mazotê kehreba nine û her kes jî dizane kehrebe di destê kê de ye, em daxwaz dikin ku alîkariya me bê kirin û mazot ji me re

bê dabînkirin û ev kirîz dubare nebe ji ber gelê me perîşan e û nikare debara jiyana xwe bike. Bajarê Efrînê jî wek bajarên din rastî pirsgirêka

nepeydakirina mazotê tê. Welatiyê bi navê Henan Îdo got: Peydakirina mazotê zehmet bûye tevî ku dihat gotin sotemenî bi rêya E�înê re ji navçeyên

di destê DAIŞê de dihat veguhestin ji bo navçeyên din yên Rojavayê Helebê, egere mazot bighê welatyên vî bajarî jî bi buhayekî

bilind tê �irotin. Her û her rêveberya li bajarê Efrînê sedema ne peydakirina sotemeniyê li dorpêça li ser Efrînê vedgerîne, û dibêje niha rewş dibin kontrol wan deye, lê her tişt berûvajî van lêdwanan e. Petrola Sûriyê bêtir ji 70% ji Rojavayê Kurdistanê ye, wate li naveyên di destê Paertiya Yekîtiya Demokratîk PYDê de, ev pirsgirêka han ne tenê li bajrekî ye lê belê ji bajarê Dêrikê heta Efrînê ye, û heta niha desthilata PYDê ev pirsgirêk çareser nekiriye. Pisporekî di warê petrolê de ji Rojnameya Kurdistan re got: Mazota Rojavayê Kurdistanê ji bo hemû navçeyên di bin kontrola hikumeta Esed e tê �irotin, weke ku kirîza sotemenî li navçeyên Kurdî heye, bi heman astê ev kirîz li navçeyên hikumeta Sûriyê nine, ligel hebûna vê kirîzê li Rojavayê Kurdistanê, hejmara parzûngehên xwecehî gelek hene. Ew parzûngeh petrola xam ji bîrên Rimêlanê dikirin û mazot û benzînê jê berhem tînin, lê çima ev kirîz heye gelo.

www.pdk-s.com


Sibat / 15 - 2 - 2017

Çand û Huner

www.pdk-s.com

4

Sylvia Amstadt: Mijarên nû xweşiyê dide min Tengezarê Marînî-Almanya Nivîskar Sylvia Amstadt wli Mellrichstadt dijî, di 8. Gulanê, sala 1984 an de, li Mainz gji dayik bûye. Ji sala 1997an de dest bi nivîsandinê kir. Giraniyê di nivîsandina xwe de, dide ser têkiliyên bi mirovên cuda cuda yên civatê ne. Helbesta wê ya yekem di rojnameyekê de belav bû, dema 16 salî bû. Di sala 2003an de, li ber kamîrayê, di Pro 7 TV de, helbest û tekstên xwe pêşkêş kirin Di tebaxa sala 2009 an de, pirtûka wê ya

yekem ya bi navê „Capital Wor(l)ds -Gesellschaft mit beschränkter Hoffnung= sermayedara cîhanî- civata bi hêviyeke besinorkirî“. hate weşandin. Sylvia, li ser xwe weha dibêje: Min ji 12 saliya xwe ve dest bi nivîsînê kir, helbestê destpêkê, ko min nivîsîn, hinek ji wan di rojnameyan de hatine weşandin û di pey re dengedeng li ser wan hate kirin û wê yekê ez handam, bikim pirtûk û min di sala 2009an de weşand. Beriya

wê, di Tv Pro 7 ya eilmanî de, di sala 2003an de ez, di programekê bi navê „Casting Agentur“, ko li Bochum, dihate pexişkirin, derketim û min deqên xwe xwendin. Ev serpêhatiyeke baş bû, li beramber kamira yê rawestim û bixwênim. „ Nivîsîn li nik min, wateyeke wê hêja heye. Ez wê dibînim, tişta dikim, derfet, mirovan berbi têramkirinê ve dibim û bo xwe jî nêrînên nû pêş dixim. Di dema nivîsînê de,

bawerî, ramanên nû derdikevin. Bêguman dema dinivîsim, li babetên nû digerim. Ew jî xweşiyekê dide min, dako peyvên layîq bo her babetekê binivîsim. Li ser gelek babetan jî, bi mirovên pispor re diaxivim. Ez ji pirtûk û deqên jî carê dixwênim“ Xemgînî Wek ew çawa min bi nazenînî himbêz dike

ji wir bo vir Min bi xwe ve girêde pirsên xwe yên azad bike û zixitikan di min bide Birçî, tihnî, têrnebûyî min dilxweş dike wî serma girtiye dubare dê mîna hercar wî kirasê gewr li ber xwe bikim wan demên reş-spî bi rondikan veşêrim.

Em çawa binivîsin: “-iy” yan “-îy-“?

Hisên Mihemed

Demeke dirêj e ku gengeşeyeke berdewam li ser hindê heye ka gelo gava ku ”y” bê dûv ”î”, ”î” bibe ”i” yan jî ne. Niha di piraniya nivîsîna kurmancî de ”î” berî ”y” wek ”i” tê nivîsîn. Lê dîsa jî dem-bi-dem hin kes serî dijî vî awayê nivîsînê derdixin û daxwaz dikin ku ”divê ’î’ wek xwe bê parastin û neyê guherandin. Yek ji sebebên neguherandina wan ya serekî ew e ku bi texmîna wan hiştina ”î” li berî ”y” wek ”î” hêsantir e û ”lojîktir e”.

Pêşmerge Aldar Bêdarî Leşkerê roj! şahê deşt û çiya û zinaran! Şewqa te daye gelî û dehl û zinara Dengê ti�inga te tirs xistiye dilê dijmin û neyara Ey Peşmergê merd û mêr! li meydanê piling û şêr Bij Pêşmergê dilêr li ser gerdenê kêr û şûr Çi Bakur û çi Başûr Rojava û Rojhilat Kurdistan kiriye kelat Mizgîn daye Dicle û Firat Ger qêrînê min biçin Mehabad û canê min ji guleyan bikin serad Rihê min ji Kurdistan re bikin xelat Canê min ji Kurdistan re bikin xelat.

Li gor îy-parêzan, divê mirov binivîse: ”çîya, dîyar, jîyan, sîyaset, kirîye, gotîye, xwarîye…”, nenivîse ”çiya, diyar, jiyan, siyaset, kiriye, gotiye, xwariye…” Gelo îy-parêzî çendî mentiqî û lojîkî ye? Ka em ji çend nimûneyên hêsan dest pê bikin. Em dizanin ku ”î” di peyvên wek ”diyar/dîyar, jiyan/ jîyan” de heye ji ber ku rehê wan ”dî-” (dî-tin) û ”jî-” (jî-n) in. Heke mirov neguherandina ”î” li berî ”y” biparêze, divê mirov bi rastî jî wan peyvan wek ”dîyar, jîyan” binivîse.

Lê heke em daxwaza neguherandina ”î” ya berî ”y” bikin, gelo em ê ji kû bizanin ka di peyva bi maneya devera bilind de bi rastî ”î” heye yan jî ”i”? Anku divê em binivîsin ”çiya” yan jî ”çîya”? Di meseleya ”diyar/dîyar”ê û ”jiyan/jîyan” de rehê peyvê rêber û alîkara me bû di dîtina forma ”rast” de. Lê kî dizane ka di peyva ”çiya/çîya” de eslen ”i” yan jî ”î” hebûye? Mijareke din jî peyvên ji erebî ne. Li gor îyparêzan divê em wan wek ”sîyaset, xîyanet, ehlîyet…”

binivîsin. Di alfabeya erebî de (hem bi zimanê erebî û hem jî bi alfabeya erebî ya li gor zimanê kurdî yan jî li gor zimanê farisî eyarkirî) ”i” nîne. Lê dîsa jî di wan zimanan de ev peyv ne wek ”sîyaset, xîyanet, ehlîyet” lê wek ”syaset, xyanet, ehlyet” ، tên nivîsîn, ne wek “sîyaset, xîyanet, ehlîyet anku . Bi heman awayî, ji ber nebûna ”i” di alfabeya kurdî-erebî de, peyvên xwemalî yên wek ”çiya, diyar, jiyan” wek ”çya, dyar, jyan” tên nivîsîn, ne wek ”çîya, dîyar, jîyan” anku. Mirov dikare delîlên vî awayê nivîsînê hemahema di her nivîsa kurdî ya bi alfabeya kurdî-erebî de bibîne. Yek ji îy-parêzên dengbilind, Bahoz Baran li destpêka nivîseke xwe dipirse, gelo meseleya ”îy” û ”iy” di alfabeya erebî de çawa ye. Lê ew bi xwe bersiva pirsa xwe nade – belkî bi qest ji ber ku bersivdana wê pirsê dê idiayên wî yên îy-parêziyê pûç kiribûna. Pirseke din jî ya giring ew e ku heke mirov îyparêziyê bike, gelo divê mirov binivîse ”hatîye gotîye, kirîye…” yan jî tevî îy-parêziyê jî binivîse ”kiriye, gotiye, xwariye…”? Îy-parêz di vê meseleyê de ne hevgir in. Bo nimûne, Rozan Hazimê îy-parêz dinivîse ”hatîye, gotîye…” Lê Baran Rizgarê îy-parêz dinivîse ”hatiye, kiriye, gotiye…” Heke em ”îy” qebûl bikin û li gor reh û rîşên peyvê biçin, em ê bibêjin ku

Hozanî xwe şaş kiriye û Rizgarî rast nivîsiye: ”kiri-ye, got-i-ye, hat-i-ye” rast in ji ber ku heke em forma dema borî ya dûr/çîrok bidin, em ê bibînin ku ”i” di eslê wê de heye, ne ”î”: ”(wî) kir-i-bû, (wî) got-ibû, (ew) hat-i-bû”, ne ”(wî) kir-î-bû, (wî) got-î-bû, (ew) hat-î-bû”. Lê dîsa heke em îy-parêz bin, divê mirov binivîse ”(wî) kirr-î-ye, (ew) vegerr-î-ye”, ” (wî) kirr-iye, (ew) vegerr-i-ye”, ji ber ku di eslê wan de ”î” heye, ne ”i”, wek ku ji dema borî ya dûr diyar e: ”(wî) kirrî-bû, (ew) vegerr-î-bû”, ne ”(wî) kirr-i-bû, (ew) vegerr-i-bû”… Lê ya giring ne ew e ka kê ji îy-parêzan rast û kê jî xelet nivîsiye. Ya giring ew e ku parastina ”îy” sergêjiyeke gelek mezin peyda dike. Kurdînivîsên normal bi taybetî lê heta zimannas jî nikarin herdem bi esehî bizanin ka ”îy” kengî bi rastî di rehê peyvê de heye û divê bê parastin û kengî jî rehê peyvê bi rastî ”iy” e. Li aliyekî din jî, herdem nivîsîna ”îy” li cihê ”iy” argumenta serekî ya îyparêzan bi xwe pûç dike: ew doza parastina dengan dikin lê heke mirov herdem binivîse ”îy”, hingê ”iy” bi rastî jî di eslê peyvê de nayê parastin. Heke mirov carinan jî doza nivîsîna ”îy” bike, wek di peyva ”jîyan” de lê li derên din jî doza nivîsîna ”iy” bike, wek di peyva ”gotiye” de, hingê mirov bi temamî serê kurdînivîs û kurdîxwînên normal gêj dike.

www.pdk-s.com

95_  
Advertisement