PolitikART 260

Page 1

Kurdî li ser dika şanoyê

WÊNE: LUQMAN EHMED

Politik

KOVARA WÊJE HUNER Û RAMANÎ

6 Nîsan 2019 Şemî

HEJMAR: 260


Lewis Hine wênegirekî Emerîkî bû, bi wêneyên xwe dêhna civakê dida ser zarokên karker û di vê meseleyê de wêneyên wî kir ku karkirina zarokan li Emerîkayê qedexe bibe. Ev wêneya wî jî yek ji wan zarokên karker e.

ŞÊNNINO Şênîno! Der û cînarno! Hewar û gazî! Kê dîtîye, Kê bînaye, Kilamên me dê bibin Mizgînya mirina me… Çiriya Pêşîn ’66/Stenbol Edo Dêran Herausgeber: Medya Presse-und Werbeagentur GmbH

Hans-Böckler-Str. 16 63263 Neu-Isenburg

Geschäftsführer: Ahmet Yücedağ

Ver. Redakteur: Özgür Reçberlik

politikart@yeniozgurpolitika.org


Mamoste Arsen li Êrîvanê pêşengiya şanoya Kurdî dikir û piştgirî dida xebatên bi vî rengî. Di sala 1993’yan de li ser daxwaza Navenda Çanda Mezopotamya hate Stenbolê û perwerdeya pandomîmê da şanogerên Kurd.

t

Paşayê şanoya Kurdî ÎBRAHÎM BULAK

”Ji me re welat çiqas lazim be tiyatro jî ewqas lazim e.” Arsen Polatov

A

rsen Polatov ku bi navên Lawê Kurd Paşa, Arsênê Reşît jî dihate naskirinê, di sala 1942’yan de li Êrîvanê hate dinê. Polatov, ewilî felsefe ceriband û li St. Petersburgê çû zanîngeha felsefeyê. Ew û felsefeyê zêde li hev nekirin û Mamoste Arsen dev ji felsefeyê berda. Çû li Moskovê li ser rejîsoriyê perwerde bû. Piştî ku wî perwerdeya xwe ya rejîsoriyê qedand û çû Parîsê. Hingî li Parîsê qedera pandomîmê dihate nivîsarê û pênûs di destê Marcel Marceau de bû. Polatovê ciwan tevlî ekîba Marceau dibe û 2 salan ji bo perwerdeya pandomîmê li cemê dimîne. Paşê vedigere Êrîvanê û bi piştgiriya hikûmeta Sovyetê dibistaneke bi navê ”Dibistana Pandomîmê ya Arsen Polatov” vedike. Mamoste Arsen, heta roja ji vê dinê bar kir, li Berlîn, Parîs, Prag, Moskov û li gelek zanîngehên Ewrûpayê û cihanê dersên pandomîmê dan. Ji sala 1975’an heta 1995’an li Şanoya Dewletê ya Moskovê weke derhênerê giştî xebitî. Piştre derbasî Zanîngeha Yaroslavlê bû û li vir dersa Dîroka Pandomîmê da. Arsen Polatov sala 1993´an tevî Egîdê Cimo û Aslîqa Qadir ji Ermenistanê li ser daxwaza NÇM´ê, di 19´ê Îlonê

de hatin Stenbolê. Li wir dersa şanoyê da şanogerên Kurd ên li Stenbolê. Hingî, Zahîr Kayan pê re ji bo rojnameya Welat peyivîbû û jê pirsîbû: ”Mamoste, gelo ev şanoya ha ku hûn dixwazin li vir bidin çêkirinê, dê bingeha xwe ji çi bigire? Di rastiya gelê me de çi bigire û çi bide xuyan?” Mamoste Arsen jî welê behsa nêrîna xwe ya hunerî û teatral dikir: ”Tu dizanî çi ye? … Bawer bikî ji me re welat çiqas lazim be tiyatro jî ewqas lazim e. Îro em bi tiyatroyê dikarin sifetê gelê xwe bidin kifşkirin, zimanê xwe bidin kifşkirin. Em bi tiyatroyê dikarin bibêjin ku em kî ne. Îro em gelekî dişewitin li ser welatê xwe, lê tiyatroya me hebûya me dê wê şewatê bida dilê temamiya mirovahiyê. Edebiyata me gelekî kevin e. Ez wiha dibînim gelek mînakên edebiyatê giş yê me ne, wan gelan ev nimûne giş ji me dizîne. Sirf mecela me tunebiye ku em bixebitin di vê dergehê de bi pêşbikevin. Lê ku îro tiyatro kete destê me em ê wisa bikin wan ji me çi biriye em ê wan bi paş ve bînin. Em ên wan naxwazin. Ew ên ku wan biriye bila bidine me, em tenê ji bo tiyatroya xwe dikarin wan bi paş ve bînin.” Pêşengiya şanoya Kurdî dikir Di Ansîklopediya Ermenistana Sovyetî de jî navê wî hebû û emegê wî dihat şekirandinê. Mamoste Arsen li Êrîvanê pêşengiya şanoya Kurdî dikir û piştgirî dida xebatên bi vî rengî. Di sala 1993’yan de li ser daxwaza Navenda Çanda Mezopotamya hate Stenbolê û perwerdeya

pandomîmê da şanogerên Kurd. Polatov di sala 2001’ê de li Akademiya Kurdî ku wê demê li bajarê Duren a Elmanyayê bû û di navbera salên 2001 û 2002’yan de li bajarê Wuppartalê di Mala Çanda Baran de mamostetiya şanoyê dikir û komeke şanoyê ya bi navê Teatra Baran perwerde dikir. Di sala 2003’yan de bi vexwendina Şaredariya Batmanê tevlî 1. Mihrîcana Çand û Hunerê ya Batmanê bû û li wir bi dehan şanoger perwerde kirin. Ji wir jî derbasî Amedê bû û heman tişt li wir jî kir. Sala 2004’an derhêner Ozkan Kuçuk belgefilma ‘Mamoste Arsen’ çêkir ku bi pirranî dîmenên belgefilmê ji vê serdana wî ya Amedê pêk dihatin. Mamosteyê dilnerm î mezin Arsen Polatov dema di sala 2004’an de li Yaroslavlê ji ber krîza dil ji vê dinê bar kir, li dû xwe bi hezaran şagirt, bi dehan salan ked û hêviyeke mezin ya bi şanoya Kurdî ve girêdayîye hişt. Li Batmanê piştî mirina Mamoste Arsen, koma Teatra Koçber ji ber ku Arsen Polatov hin endamên komê perwerde kiribûn, navê xwe wekî Şanoya Arsen Polatov guherand.

Çavkanî 1- Kovara W, hejmar 35 2- Rojnameya Kurdistan Press, 22.12.1988 3- Rojnameya Welat, 10.16.1993 4- Belgefîlma Özkan Küçük ”Mamoste Arsen”

3


Teatr ji bo Kurdan û Kurd ji bo teatrê B

i nihêrîna min, di salên 60’î da, taybet ji bo Kurdên Sovyetê, teatr tiştekî êksklûzîv bû. Mezinên me tim bi xeyal tanîn bîra xwe; çawa wan salan teatra Kurdan, ya EleŞalîko BÊKES gezê (Ermenistan), şanoya ”Mem û Zîn” anîbûn bajarê Tilbîsê (Gurcistan). Gelek sal derbas bûbûn, lê dîsa jî wan ji bîr nedikir. Îro jî ew şano û kurteşanoyên, ku me 30-40 sal berê lîstine, heta niha tê bîra gelê Kurd û ew bi rengekî xeyal tînin ser ziman. Ev tê çi wateyê? Ku gelê Kurd ji gişkan bêhtir hewceyê teatrê ye, nênihêre wê yekê, ku ew bi xwe (paradokseke mezin e), wekî çek jî bidin ber eniya wan, naxwazin zarên xwe (qîz û bûkên xwe) bişînin teatrê, wekî di xebatên wê da ciyê xwe bigirin. Gelo çima? Ev pirs gelek gelek salan ji serê min dernediket. Çima? Bona çi? Heger tu nahêlî zara te bê û şanoyê da bilîze, wî çaxî kî gereke bilîze? Alîkî va tu dixwazî malbata xwe hildî û bêyî salonê, wekî şanoyê ji bo kêfa dilê xwe temaşe bikî, aliyê din va jî tu naxwazî qîza xwe, an jî kurê xwe bişînî teatrê, wekî ew fêrî artîstiyê bin û bi awakî serfiniyaz rolên xwe bilîzin.

Em wî bargî bi rê nabin Dibe ku pirsgirêk ne di wan da ye? Dibe ku pirsgirêk di me da ye (yên ku vê wezîfa rêveberiya çandê hildide ser xwe û ne her tim dikare pêk bîne)? Çiqasî zêde ez vê dihizirim, ewqasî têm ser wê «rastiyê», ku em bi xwe nikarin, ew bargê me daniye ser milên xwe, bi rê bibin. Heta niha em (kesê çandê va mijûle), teatran da kar dikin (ne salek û didu ye jî), têrmînolojiya vê çandê fêm nakin, yan jî rast naynin ser ziman; «kultûr», «teatro», «çand», «huner», «artîst», «şano», «piyês», «lîstik», her van tiştan, em tevlîhev dikin. Heta niha em me’na her van peyvan nizanin. Em karên di teatrê da tê kirin; bi zorî û zehmetî, bi astengî, bi wextên windakirî (ji sê mehan heta salekê û dibe ku diha zêde jî), bi enerjiya windakirî, em bi xwe van tiştan nimz dibînin û bi hêsanî ji van ra dibêjin «lîstik». «Em lîstika xwe amade dikin, Me lîstika xwe pêşkêş kir, Werin lîstika me temaşe bikin, Ev şanogerê me ye, Çanda hunerê, Huner û çand…» û hwd.

wexta xwe di «lîstikan da» bişewitîne. Çimkî ew cefayên ku têatran da tên dîtin nikarin bibin «lîstik». Lîstik, zarokên biçûk pê va mijûl dibin, mezin nikarin îznê bidin xwe bi hev ra bilîzin. Belê, rast e, hinek ciyan da «lîstik» jî bi kar tê («- Rola xwe dilîzim, - Vê wêneyê ji min ra bilîze…» û hwd). Lê giştî tê gotin: «- Me şanok amade kiriye û em hêvîdar in, ku wê li gorî kêfa we be». Ji ber vê jî; heta em gazinan ji xelkê bikin, em pêşiyê gerek li xwe binêrin, hela em bi çiqasî wezîfa xwe ber gelê xwe pêk tînin. Teatr, bi giştî, wezîfa xwe ew e ku bandorê bide ser gel. Wek mînak, kîjan wextê em radibin û ber bi bijîşk va diçin? Helbet; gava dereke me diêşe. Ji wê der, diniya xirab be, em ber bi bijîşk va naçin. Vê carê, em ku diçin, em bi wê gumanê ne, ku ew bijîşk çarekê ji êşa me ra bibîne. Heger diranê te diêşe, lê doxtir dixwaze milê te derman ke, careke din tu êdî hew diçî cem wî bijîşkî. Wî çaxî tu yê qedrê wî zanibî, giva ew diranê te qenc bike. Bandora teatrê hîngê heye, giva repertûwara te (şaMa kî wê bihêle wext noyên te) gorî dilê temaşevanên te ye, giva ew li lîstikan biçe şanoyên, ku te cefa bi wan ra dîtiye, ew amade kirine «êşa» dilê wan dide der, biEv gişk, gotinên ne rast Giva wê teatrê şarînên wan qenc dikin ew teatir, bê gilî, in û şaş in. Hilbet: kî jî noya xwe, a bi navê «Sinco bandora xwe pir dide ser temaşevahebe, wê nexwaze kenên te. Lê çaxa tu gazî xelkê xwe dikî sekê ji malbata xwe qîza xwe dide mêr» a Eskerê û qisa nexwaşiya cînarên wan ji bihêle, ku ew bê û Boyîk di 30’ê Gulana 1980’yî da wan ra dikî, wê demê hêdî-hêdî xebatên te ber çe’vên wan arzan amade kir û pêşkêşî temaşevanan kir, dibin û digihên wê astê, ku balkêşî wê demê di salona ciyê 350 kesî da êdî bi wan ra namîne û, bi zorê jî mabe, tu nikarî wan bînî teatra xwe nêzîkî 1500 kesî kom bûn. Em gişk û şanoya xwe nîşanî wan bikî.

ditirsiyan ku ew bîna dikare di bin wê giraniyê da hilweşe.

Dîmenek ji şanoya Elegezê

4

Pirsgirêkên xelkê ji bo me Kurdan! Ji bo çi vî alî wî alî ber bi te tên û bi hêvîdariyekê ji te pirs dikin: «- Hûnê kengê şanoya xwe nîşanî me bikin?». Ji bo wê, ku ewan dixwazin bên û xwe tê da bibînin, pirsgirêkên xwe li wir bibînin û, çêtir e, heger çareseriya wê jî bibînin. Lê em çi tînin serê wan? Piraniya xwe, em wan dixapînin. Ewan tên, lê em pirsgirêkên hinekên din didin ber wan; yên Tirkan, Ereban, Ermeniyan, Gurcan, Ingilîzan, Spaniyan, Îtaliyan… Yên her kesî, tenê ne pirsgirêkên xwe Kurdan. Wê demê pirsa rasteqîn derdikeve holê: ji bo çi ez gereke bêm û wextên xwe winda bikim bona pirsgirêkên xelkê? Ji min ra ji bo çi lazim e? Û çima ez gerekê qîza xwe, yan jî kurê xwe bişînim teatra we?! Dîsa jî, şikir ji vê gavê ra, qîz û xortên me pir in, yên ku berê xwe didin teatrê û, dikarim bêjim, emekên pir mezin didin vî karî. Niha her çar parçên Kurdistanê da her alî ciwanên me hewl didin teatrên xwe çêkin. Bila ew îro bersîvdar nîbin, bila îro nikaribin wî barî zevt kin… Ev ne pirsgirêkeke mezin e, çimkî wext û dem dikarin van tiştan danin di ciyê xwe. Ew pirsên ku min li jorê nîşan dane wê bên çareserkirin. Pirs tenê di wê da ye; kengê ew ê bên çareserkirin! Kengê em ê karibin pirsgirêkên gelê xwe, neteweya xwe, axa xwe pêş da bînin! Û kengê em ê karibin wan pirsgirêkan hewil bidin ku çareser bikin!


Em fêr bûne timê xwe biparêzin û hineke din neheq derxin. Em nizanin û nikaJi ber bandorê 1500 kesî kom bûn. Em gişk ditirrin bi Kurdî binivîsin, bi Tirkî, Erebî, qîmet didin teatrê siyan ku ew bîna dikare di bin Rûsî, Ermenî dinivîsin û dibêjin, em wa wê giraniyê da hilweşe. Piştî xwe Teatr bi xwe «organîzme» ke ne hêsa ye. Gitemaşevanan gemareke wisa dikin, ji ber ku ewan fêm bikin. Bi vê raniya wê jî wek girîngiya hîştin, wekî avtoke barbir ancax yekê em nikarin gaveke xwe jî bi wê pir zehmetiyên xwe tê dikaribû wê gemarê bibe. Xênî da hene. Helbet, avakirina wê; zarokên xwe anîbûn, hema di pêş xin û neteweya xwe bi vê wê bi mirovekî, diduyan û sisiorta salonê da tije pîsî û mîz bû… yekê ji xwe aciz dikin. yan va çênabe. Teatr dewletek Xênî wê; qaje-qaj û qalme-qalma wan ancax dikare ava bike. Neteweke serbixwe û qewat dikare wê ava bike. Mînakên wisa pir in û bi cûrekî din kesî hela tu teatr çênekiriye. Dêmek, ev tê wê wateyê, ku teatir ewqasî girîng û bi bandor e ku hewceya dewletê jê tê, ku wê ava dike. Ne carek e, ku ew dibe mijara axavtin û nîqaşên serokkomaran. Di cihanê da artîstên bi nav û deng bi hezaran hene û wan di nav gelên xwe da, û di cihanê da ciyên xwe taybet girtine. Ev ne ji bo çe’vên belek in. Ev ji bo bandorkirinê ne. Heger fîşengek dikare dijminekî bikuje, artîstek dikare hezar dijminî tune bike! Ez nabêjim, ku teatir gerek tenê ji bo dijminan hebin, lê himber dijminan ev çekeke pir girîng û zext e. Tek çand dikare milet bîne cem hev, yekîtî di nav wan da ava bike, hizkirina welat bigihîne dilên wan û nasnemaya wan bide naskirin. Û ciyê yekem di nav wan da teatr e. Şano li Elegezê Salên 30’î da, pey wan ra di salên 50-70’yî da teatra Kurdî, a Elegezê (Ermenîstan) bandora xwe ser milet wisa mezin bû, ku heta niha jî ew bandor ser wan heye, heta roja îro jî, yên ku tê bîra wan, qala wê teatrê dikin. Navê wê ne tenê di çarçovaya Ermenîstanê da bela bûbû, lê her weha jî dûr-dûr dervayî wê; Gurcistan, Azerbaycan, Asiya Navîn, gele navçeyên Kurdistanê jî. Mixabin, rêjîmên dijî kurdeyetiyê nehîştin, ku ew teatr jiyana xwe dewam bike û bi zanebûn ew fetisandin. Di sala 1979 heta 1992’yan li bajarê Tilbîsê (Gurcistan) dîsa teatreke Kurdî ava bû. Di despêka xwe da wek teatra amator, lê paşê wek ya gelêrî. Heger baş bê fêmkirin, bandora wê teatrê, dikarim bi mînakeke biçûk bînim ser ziman. Giva wê teatrê şanoya xwe, a bi navê «Sinco qîza xwe dide mêr» (nivîskarê wê Eskerê Boyîk e) di 30’ê Gulana 1980’yî da amade kir û pêşkêşî temaşevanan kir, wê demê di salona ciyê 350 kesî da nêzîkî

Şanoya Elegezê

nedihîştin artîst li ser dikê xebata xwe bikin. Du-sê sal derbas bûn, te hew dît, temaşevan êdî wek her temaşevanî bi maqûl û hurmet dihat û pir bi terbet her şano temaşe dikir. Zarokên pir biçûk êdî bi xwe ra netanîn, dema şanoyê êdî bêdeng dibûn; zanibûn êdî kengê bikenin, kengê destên xwe hevxin, kengê bigirîn, kengê rabin û kengê rûnên… Kî dikarê bêje, ku vê teatrê bandora xwe neda ser milet? Bi xweziyan û gazinan gav naçe pêş Giva me şanoyên bi tercme amade dikirin, piraniya xwe salon tije nedibû, lê giva me piyêsên Kurdî datanî, wê demê cî tunebû ku gişk rûnên. Di sala 1991’ê heta 1994’an da eynî li bajarê T’ilbîsê me dîsa teatreke Kurdî vekir bi navê «Cegerxwîn». Piştî wê: salên 1994, 1996, 2000, 2006-2008, 2010 li paytexta Rûsiyayê da, Moskovê, me hewl da teatra Kurdî ava kin. Lê, mixabin, «piştovanên» me çênebûn, wekî me bikaribûya ev teatir bimeşanda. Kesî xwe neda ber. Heta roja îro jî em di vê rewşê da ne. Em fêr bûne timê xwe biparêzin û hineke din neheq derxin. Em nizanin û nikarin bi Kurdî binivîsin, bi Tirkî, Erebî, Rûsî, Ermenî dinivîsin û dibêjin, em wa dikin, ji ber ku ewan fêm bikin. Em nizanin û nikarin şanoyên Kurdî bi pêş xin û dibêjin, yên Inglîzî, Îtalî, Tirkî, Erebî diha pêşketî ne û diha xwaş in ji bo neteweya me… Bi vê yekê em nikarin gaveke xwe jî bi pêş xin û neteweya xwe bi vê yekê ji xwe aciz dikin. Belê, temaşevan tên, şanoyên ku em amade dikin, ewan temaşe dikin. Lê tenê; berî her tiştî ewan nikarin hizra xwe bêjin, ji ber ku em altêrnatîva wê nadin wan, paşê; hinek gunhê xwe tînin û ji ber wê tên, hinek karên wan wê demê nîne û tên, hinek tên, ji ber ku nasên wan, mirovên wan ser dikê dilîzin, hinek tên, wekî piştovaniyê bidin artîstan. Lê yekî ku bê teatrê ji bo ku aca dilê xwe vereşîne, kula dilê xwe bibîne, çareseriya pirsgirêkên xwe

Şanoya Kurdî ya Gurcistanê- "Sîyabend û Xece"- 1979

zanibe, yên wisa tunene. Bi gilîkî: temaşevanên Kurd çawa vala tên û salonê da rûdinên, wisa jî vala dertên û diçin malên xwe. Paşê em dibêjin, ku gelê me miletekî bêşêkir e û emekên me naşêkirîne. Tê bîra min, carekê min artîstakî me rexne kir; wekî ew bê dilê xwe dilîze û rola xwe baş nayne cî. Wî got, yeke ew (gel) paşdamayî ne û tiştekê fêm nakin. Ez bawer im, wê demê piraniya grûpê wa difikirî. Dawiya dawî wisa çêbû, wekî ew teatir jiyana xwe dirêj nekir. Tu dikarî merivekî bixapînî, diduyan… belkî sisiyan jî… lê tucar nefikire, ku tuyê karibî netewekê bixapînî.

5


t

Nirxandineke rewşa şanoyê li Rojava Abdulrehman IBRAHÎM

P

irr gotinên erênî derheqê şanoyê de hatine gotin, li ser pêwîstiya wê di civakê de yên weke: Çaksazî, duristkirin û sererastkirina civakên; bê guman tev rast in, ji ber ku bi kurt û Kurmancî ”Şano perwerde ye”, hem ji kesan re û hem jî ji civakê re bi giştî. Ha ji ber vê yekê jî hebûna şanoyê ji civakê re mîna dewra oksîjenê ye ji zindiyan re. Dema ku Mîr Celadet Bedirxan şanoya Hevend nivîsî û di Hewarê de belav kir, sala 1932´yan, ew têgihiştibû bi girîngiya vê hunera pîroz; ji wê demê ve hewl dan têne kirin ku ev huner bi resenî di nava Kurdên Rojava de bi cih bibe û bibe xwedî nasnameyeke taybet. Lewma kom çêbûn, festîval hatin lidarxistin û performansên pirr lîstikên şanoyê li ser dikan hatin nîşandan. Lê mixabin, ew hêvî bê encam man, û ew hewldan ta roja îro jî negihiştin armanca xwe ya pîroz. Ew jî ji ber gelek sedeman e ku weke li jêr bi kurtî em dikarin wan rêz bikin: Sedemên xurtnebûna şanoyê li Rojava 1-Jiyana Kurdên Rojava di bin nîrê zordariya rejîma Baesê de bi dehê salan, û berî wê jî desthiladarên zordar ku ziman, çand û hunera Kurdî qedexe kiribûn. 2-Mayîna şanoyê di hundirê komên folklorî de, ew komên ku partiyên siyasî ew ava kiribûn, û pirraniya wan ji bo dirûşm û berjewendiyên partîtiyê ew bi kar dianîn. Û bi vi awayî hem lîstikvan û hem jî cemawer ên wê par-

Dîmenek ji lîstikeke Koma Şanoyê - Qamişlo

6

tiyê bûn, bi wateya ku listikvanên tevlî beşê şanoyê dibûn, pirraniya wan karê xwe yê huner û şanoyê didît weke erkekî partîtî, û di rewşa herî baş de erkekî neteweyî; ji ber vê jî herçî cemawer e, her komek cemawereke wê ya taybet hebû, yanî her cemawerê ji bilî şanoyên komên xwe (yanî yên partiyên xwe) temaşe li performansên şanoyê yên komên din nedikir. 3-Terxannekirina fînansmaneke baş ji şano û şanogeran re. 4-Kêmasî yan jî tinabûna têkiliyan bi hev re û bi derveyî Rojava re. 5-Tinebûna şanogerên pispor yên ji akademiyê gihiştî; çi lîstikvan, çi derhêner, çi senaryonivîser, çi jî dramaturg. 6-Dûrketina şanogerên Kurd yên xwedî tecrûbe ji şanoya Kurdî, û çûna wan ber bi şanoya Erebî ve. Ev jî sedema wê desthiladariya siyasî li ser şanoyê bû. Pêşniyazên çareseriyê Ev sedemên li jor, hinek ji wan sedeman in ku nehiştin şanoya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê weke derdorê çi Kurdî, çi jî netewên din bi pêş keve. Û bi ya min heger ev sedemên li jor rêzkirî, dewam bikin, wê lawazî û bipêşneketina şanoya Kurdî li Rojava jî her dewam bike. Yanî, şanoya me wê lipaşmayî bimîne. Lewma, pêwistiyeke lezgin heye bi pêkanîna van xalên li jêr: 1-Avakirina saziyeke şanogeriyê ku piştgiriyê bike bi şano û şanogeran re bi giştî, dûrî destdirêjî û desthilata siyasetvanan be. Kar û barê wê jî ev xisûsên li jêr bin:

a) Şopandin û piştgiriya şanoyên werin lîstin, û nirxandina wan. b) Lidarxistina kursên perwerde û amadekirina şanogeran, di hemû beşên ji bo vî hunerî lazim de. c) Vexwendina mamosteyan ji derve, yan jî şandina şagirtan a derveyî Rojava da ku werine perwerdekirin. d) Lidarxistina festîvalên şanoyê dûrî îdeolojiyên partîtî, û hewldana vexwendina hin koman ji derveyî Rojava, da ku sûd ji wan bê girtin. 2- Peydekirina piştgiriyeke aborî ji şanoyê re li derveyî partiyên siyasî yên ku alîkariya wan bi merc be. 3- Vekirina peymangeheke şanogeriyê bi alîkariya kesên pispor. Ev nayê wê watê ku li Rojava şano tine ye, lê belê gelek tecrûbeyên ciwan çêbûn û çêdibin, û hin kes bi hemû îmkanên xwe û li gorî derfetên heyî xebatê dikin, lê belê ne di wê astê de ku li gorî hêviyan be.

Pêşniyazên ji bo bipêşxistina şanoyê li Rojava: Avakirina saziyeke şanogeriyê ku piştgiriyê bike bi şano û şanogeran re bi giştî. Peydekirina piştgiriyeke aborî ji şanoyê re li derveyî partiyên siyasî yên ku alîkariya wan bi merc be. Vekirina peymangeheke şanogeriyê bi alîkariya kesên pispor.


Lêgerîna şanogerên Kurd t

Şanoya Grotowskî, xwe li hember hunerên teknolojîk bi cih dike û dika şanoyê weke laboratuwarekê dişixulîne. Li sêhra bedena lîstikvan digere. Ji ber ku li gorî wî, piştî Herba Cihanê ya Duyemîn ti wateya bipêşveçûna teknolojîk nemaye.

Miheme PORGEBOL

A

rmanca şanoyê di hemû çaxan de hatiye nirxandin. Pir kesan ev pirs bersivandiye û li gorî xwe terîf kirine. Weke mînak; Platon şanoyê ji bo serdestiya hukûmetê weke amûrekê dîtiye, û ew bi vî rengî nirxandiye. Li gorî şanogerê Fransî, Antoine Vitez armanca şanoyê ew e ku danîşana rewşa heyî, derbarê vê rewşê de jî rênîşandaneke ku tecrûbeyên xwe ji dîrokê digire. Li gorî Vitez, divê şano karibe tevhevbûyîna jiyanê bi mirov bide xwendin. Yanî, divê şano weke neynikekê be. Li gorî hemdemiyê Vîtez û teorîsyenê şanoyê Berthold Brecht jî divê şano temaşevanan hişyar bike û nehêle razên. Brecht katarsîsê weke amûreke pasîfîzasyonê dibîne û li hember katarsîsê serî radike. Di şanoya Brecht de temaşevan hişyar e, haya wî/ê ji her tiştî heye, pê dizane ku bûyerên li ser dikê, parçeyekî lîstikê ye û hewce nake ji ber bûyerên li ser dikê diqewimin, ji xwe bixeyide. Berthold Brecht dixwaze temaşevan ji pencereya lîstika li ser dikê ve li civakê binihêrin. Yanî dixwaze di hundirê temaşevanan de vepirsînekê bide dest pê kirin. Lê ev vepirsîn polîtîk e û muxatebê wê, serê pêşî û ewilî civak e, piştre jî serdest in. Şano rû bi rû mayîn e Her çax li gorî rewş û derfetên xwe, şanoyeke nû ava dike. Terîfên armanca şanoyê yên ku min li jor behsa wan kir jî bi vê mebestê peyde bûne. Çawa ku di Yewnana Antîk de şano ji bo asayîşê girîng bû, di dema Herba Cihanê ya Duyemîn de jî ji bo serîrakirin û hayjêhebûnê girîng bû. Gava em hinekî din jî nêzîkî çaxê xwe dibin, em Grotowskî dibînin. Grotowskî jî şanoya xwe li hemberî teknolojî û geremoliya teknîkê bi cih dike û wiha dibêje: “Şano rû bi rû mayîn e.” Rû bi rû mayîna ku Grotowskî behsa wê dike, dikare wisa were xwendin: Li aliyekî hunerên ku bi bipêşveçûna teknolojiyê ew jî bi pêş ve diçin hene. Li aliyê din şanoya ku divê xwe ji bandora sînema û hunerên din yên teknolojîk biparêze, yanî şanoya xwerû heye. Xwerûyiyeke ku tenê bedenê bi kar tîne. Ev rû bi rû mayîn, şerekî di nav van herduyan de ye. Şanoya Grotowskî, xwe li hember hunerên teknolojîk bi cih dike û dika şanoyê weke laboratuwarekê dişixulîne. Li sêhra bedena lîstikvan digere. Ji ber ku li gorî wî, piştî Herba Cihanê ya Duyemîn ti wateya bipêşveçûna teknolojîk nemaye. Hemû razên jiyanê dikarin di bedena mirov de bên dîtin. Jixwe, Samuel Beckett jî bi heman sebeban li ser wêjeya şanoyê sekinîbû û esasên şanoya Absurd şêwandibû. Bila şaş neyê fêhmkirin; Beckett û Grotowskî bes di mijara îtrazên xwe yên derbarê sîstemê de dişibin hev. Şanogerê Kurd lê digerin Weke tê zanîn dîroka şanoya Kurdî ne pirr kevn e. Li çar

Şanoya Bajêr a Amedê, Qirix-2017 parçeyên Kurdistanê nimûne û xebatên girîng ji sedsala 19´an ve heta beriya bi 30-40 salan jî didomiyan. Di nav 3040 salên dawî de jî şanogerên Kurd dîsa li çar parçeyan bi pêşveçûneke xurt bidestxistin û ew pêngav hîna jî didome. Lê weke di her du beşên vê nivîsê yên pêşî de min behsa wê kir; divê şano xwe li gorî bûyer û şertên çaxê xwe nû bike. Gava mirov ji çar parçeyên Kurdistanê, ji metropolên Tirkiyeyê û cihên ku Kurd lê dijîn, li nimûneyên şanoyê temaşe bike, mirov dê bibîne ku şanogerên Kurd jixwe di lêgerîna tarz, uslûb an formeke nû de ne. Lîstika Teatra Destar ya bi navê “Dîsko 5 no’lu” ji bo vê lêgerînê mînakeke baş e. Ev lîstik weke kolajeke ji teoriyên şanoyê pêk dihat. Di lîstikê de him tesîra Antonin Artaud, him ya Grotowskî hebû. Û di temamê lîstikê de tehma zihniyeta şanoya klasîk jî hebû. Dîsa “Qeyd”a Şanoya Bajêr ya Amedê de lêgerîneke derbarê uslûb de hebû û li gorî min ji lîstikê tehma ekola nû ya Fransî dihat. Heyf û mixabin, belkî derfetên teknîkî yan jî hin tiştên din bûbûn sebeb ku lêgerîna “Qeyd”ê temam nebûbû. Dîsa di lîstika Teatra Textê Reş a bi navê “Bûka Baranê” de jî lêgerîneke cuda hebû. Xuya dikir ku derhêner Resûl Bangîn jî weke derhênerên din ji bê îmkaniyê dev ji piraniya xwestekên xwe berdabû. Dîsa jî uslûb nû bû, lê hîna rûneniştibû. Di lîstika “Lênûsa Bîranînên Dînekî” de Teatra Arafê jî lêgerîna xwe eşkere kiribû. Lêgerîna wan bi nimûneyên anîmîst û kolaja disîplînên şanogeriyê

xwe nîşan dida. Teatra Araf, dîsa di lîstika ji çîroka Kafka (Raporek ji akademiyê re) hatiye guncandin de nimûneyên anîmîst bikaranîbû û lêgerîna xwe domandibû. Piştre ev lîstik ji aliyê Şa Performansê ve ji nû ve serketî hate şîrovekirin. Şa Performanê jî bi vê lîstikê dengê xwe bilind kir û got, di vê lêgerînê de ez jî heme. Mînakên di vê mijarê de hîna zêdetir in. Lê ne derfet hene ku em behsa hemûya bikin, ne jî hewce dike ku meseleyê eşkere dirêjtir bikin. Pêdiviya şanoyê ya nûbûnê Bêguman, ev lêgerîna hanê, ne bê sebeb e. Weke ku me di serî de behsa wê kir, şano xwe li gorî çaxê xwe nû dike. Pêdiviya şanoyê bi nûbûnê heye. Veqetîna ji koroyê ya Thespis jî, derhêneriya Stanîslavskî jî, serîrakirina li dijî katarsîsê ya Brecht jî û lêgerîna şanogerên Kurd jî bingeha xwe ji pêdiviya nûbûnê ya şanoyê digire. Lê pêdiviya şanoya Kurdî bi nûbûneke çawa heye? Ev pirs piştî lêgerîna şanogerên Kurd wê were bersivandin. Lê ez pê bawer im ku ev form, terz an uslûba nû ku şanogerên Kurd lê digerin, dê cidî, sirt û tûj be. Ji ber ku di civakekê de ku di bin zilm û wehşeta dagirkeran de ye, şanoyek klasîk û nerm ne mumkin e. Lewma ew lîstikên ku min di bin serbenda jorîn de behsa wan kir jî ne nerm bûn ne jî klasîk. Jixwe, divê kes ji civakeke ku termê zarokên wan bi rojan di sarincan de disekinin, li pişt wesayitên leşkerî kolan bi kolan tên gerandin, ne li benda şanoyeke klasîk û nerm be jî.

7


Venêrînek li ser dîroka E

m bêyî ku li destpêkên sereke yên şaLi gorî wan şert û mercên ku li jorê qala wan noyê binihêrin, yekser berê awirên hat kirin, piştî hilweşandina Komara Kurdisxwe bidin destpêka şanoya bi Kurdî li tanê ji sala 1946’ên zayînî heta sala 1968’an ti Rojhilatê Kurdistanê. Di qonaxa Şerê Cihanê keftûleftek berbiçav li ser şanoyê nayê dîtin. yê Duyemîn de li ser lawazbûna hikûmeta Lê piştî sala 1968’an li dibistanên amadehî navendî ya Îranê, Komara Kurdistanê di sala yên Kurdistanê de bi mebesta çalakiyên 1946’an de bi serokatiya Pêşewa Qazî Miheçandî birrek şano tên pêşkêşkirin bi navê şamed* tê damezrandin. Bi vê pêvajoyê ve ginoyên “dibistana amadehî”.(5) Ev komên gel, rêdayî pêleke rewşenbîriyê jî li Rojhilatê nikarîne bibin komên profesyonel lê di enKurdistanê derdikeve pêş. Bo nimûne; derkecamê de dibin haveyn û binesaziya çêbûna MUHSÎN OZDEMÎR tina rojnameyên Kurdî, damezrandina rêxiskomên şanoyê di hin bajarên Rojhilatê Kurtinên jinan, damezrandina rêxistinên lawan distanê de. Piştî sala 1974’an çendîn komên şanoyê li bajarên wek û komê şanoyê û hwd. Sine, Seqiz, Bokan, Merîwan û hwd. tên damezrandin. Her Yekem Şanoya Kurdî ya ku xwedî rê û rêbazê cewherî yê çiqasî van koman çendîn karên erênî pêşkêş kiribin jî bi hin şanoyê ye, Şanoya Dayîka Niştiman e (her çiqas xav û kal jî sedemên serekî nekarîne bibin handaneke cidî di afiranbe…). Ev şano bi nivîsa Pêşewa Qazî Mihemed di sala dina berhemên hunerî de. Di vir de mirov dikare hinekî li 1944’ên zayînî de, li Komara Kurdistanê ya 11 mehî de çûye ser wan sedeman raweste ku em li jêr îşaret bi wan dikin: ser dikê. Di şert û mercên wê dema Kurdistanê de Şanoya Dayîka Niştiman giringiyeke xwe ya cuda heye, ku dibe ku l Nebûna amûr û pêdiviyên taybet ên weke salonên pirr kêm li ser hatibe rawestandin. Di çend xalan de mirov taybet ên şanoyê, amûrên teknîkî û pisporên taybet ên tekdikare bîne ziman: nîkê. 1- Yekem şanoya bi Kurdî ye ku bi şêwazekî birêkûpêk l Nêbûna piştîvaniya madî û manewî ji bo hunermenhatiye pêşkêşkirin û xwedî metneke şanoyê ye. Heta radedan û kargêrên şanoyê yekê parametreyên serekî yên şanoyê dihundurîne; wek l Nebûna pisporên taybet ên weke nivîskar, derhêner, mûsîqa, dekor, makyaj, perde û hwd. lîstikvan, muzîkjen û hwd. 2- Wek mekanîzmayeke çandî û civakî ji bo hişyarkirina l Rewşa derûnî û aloziya siyasî ya Kurdistanê û hwd. newtewe sûd jê hatiye wergirtin. 3- Di hayameke çil rojî de, her roj sê-çar caran hatiye pêşNavbereke kurt a azadiyê kêşkirin(**). Di her pêşkêşkirinê de 600 heta 700 kesî lê tePiştî hilweşandina desthilatdariya şahenşahî li Îranê û maşe kiriye(***). hatina desthilatdariya rejîma Îslamî di sala 1979’an de, jiyana gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ber bi cihekî ve diçe Vejîneke bi amatoriya 1968’an ku divê mirov bi hûrgilî lêbikole. Rewş û fezayeke cuda ji Piştî hilweşandina Komara Kurdistanê û ceribandina kurt serdema şahîtiyê diafirîne. Em dibînin ku piştî hileweşana desthilatdariya Kurd (ji 11 mehan zêdetir nejiya) ji aliyê dina rejîma Pehlewî, rewşeke vala û azad li Kurdistanê pêk desthilatdariya Pehlewî ve digel vê sersedema zor û pêkutê û partî û rêxistinên Kurd bi azadane dest bi kar û xebatiyên mîlîtarîst ên desthilatdariyê li ser herêma Kurdistanê, tên xwe dikin. Hunermendên Kurd li gelek bajarên Kurdihemû destketiyên siyasî û çandî – şano jî – dikeve bin mesanê sûd ji wan defetan digirin û metnên şanoyan dibin ser tirsiya desthilatdariyê û têk diçe. Li gorî pêşbîniya şareza û dikê. Lê ji ber zext û pêkutiyên li ser Kurdistanê û her weha pisporên vê mijarê; heke temenê Komara Kurdistanê û binebûna wext û dema pêwîst, handaneke cidî pêk nayê. Ji zava wê ya rewşenbîrî dû dirêj berdewam bibûya, pêkan ber ku desthilatdariya nûgihiştî ya Îslamî fetwaya cihadê li bû ku binesazî û seresaziya nû ya jiyan û karekterên Kurd dijî gelê Kurd derdixîne û Kurdistanê hemûyî dike qada leşbihata pênasekirin! kerî. Di gel vê, şerê desthilatdariya navendî li dijî partiyên

Mangirtin (Greva Birçîbûnê): Yekêmîn şanoya bi zimanê Kurdî, di sala 1979’an de şanoya bi zimanê Kurdî ya pêşî bi nivîsa Ebdurehman Zengene û derhêneriya Birayim Ferşî derdikeve ser dikê. Ev şanoname di çend şevan de li Sine, Bokan, Mehabad, Pîranşehrê (Xanê) hat nîşandan. 8

Kurdistanê û şerê Îran û Iraqê dest pê dike û heşt salan dewam dike. Di nav atmosfera şer de ji bilî “şanoya dibistana amadehî” û şanoya li zanîngehan, keftûlefteke din a şanoyê pêk nayê. Piştî bidawîhatina şer û rewşa asayî ya jiyanê, hewayeke nû ji bo karê çandî ku yek ji wan şano ye, pêk tê. Di salên 90’î de di gel sansur û kontrola desthilatdariya Îslamî jî, nifşek rewşenbîrên Kurd bi hişyarî li pirraniya bajarên Kurdistanê komên wêjeyê dadimezirînin. Ango di bin sîwana komên wêjeyê de komên şanoyê li pirraniya bajarên Kurdistanê tên damezrandin. Rêxistin an jî komên şanoyê gelek rolên erênî pêk tînin û hin desketiyên wan jî bi vî awayî mirov dikare balê bikişîne ser wan: 1-Pirraniya hunermendên şanoyê; yên derhêner, lîstikvan, nivîskar, dekorator û hwd. li dora hev kom dike. 2-Di pirraniya bajarên Kurdistanê de komên şanoyê dadimezirîne. 3- Lidarxistina kargeh û polên taybet ên weke kargehên nivîsandina pêşangehan, kargehên derhêneriyê, kargehên lîstikvanan û hwd. ji bo hunermendên ciwan. 4- Bi berdewamî pêkanîna pêşbirkan di navbera koman de li pirraniya bajaran. Bi festîvalan keftûlefta şanoyê Bipêşketin û karên girîng ên komên şanoyê dibe sedem ku gelek festîvalên şanoyê jî werin lidarxistin. Bi kurtahî ew festîval ev in: l Festîvala Şanoya Parêzgeha Sineyê. l Festîvala Şanoya Kurdî ya Seqizê l Festîvala Şano ya Merîwanê Festîvala şanoya parêzgehê di sala 1990’î de tê damezirandin û ji aliyê navenda hunerên şanoyê ve tê birêvebirin. Ev festîval di navbera komên hilbijartî yên şanoyên bajarên parêzgehê de tê lidarxistin. Di encama vê festîvalê de sê komên ku tên hilbijartin diçin “Festîvala Navneteweyî Ya Fecr” l Festîvala Şanoya kurdî ya Seqizê di sala 1998’an de li bajarê Seqizê tê damezirandin. Her sal malovaniya koman dike. Ev festîval ne tenê komên Rojhilat dihundirîne, her weha malovaniya her çar parêzgehên wekî Îlam, Kirmaşan, Kurdistan, û Azerbaycana Rojava jî dihewîne û malovaniya komên şano yên Başûrê Kurdistanê jî dike. Di nav hewa-

Festîvala Şano ya Merîwan a Kûçeyê, 2018


şanoya Rojhilatê Kurdistanê yekê de ku hunermend karibin hev nas bikin, bîr û bûçûnên xwe parve bikin, binirxînin, karê xwe pêk tîne. Pêwîst e were gotin ku sê salan di heyamê serokamariya Ehmedînijad de ev festîval nehat lidarxistin. Lê di sala 2008’an de rewşa xwe ya asayî dest pê kiriye. l Festîvala Şano ya Merîwanê, di sala 1994’an de bi awayekî fermî tê damezirandin. Yekemîn bernameya xwe ya şanoyê di heman salê de, li bajarê Merîwanê birêve dibe. Hem ji aliyê hunermendan ve hem ji aliyê gel ve pêşwaziyeke baş lê tê kirin. Bi êşveçûna asta Festîvala Merîvan dibe bingeh ku ji aliyê pirraniya bajarên Rojhilatê kurdistanê ve pêşwaziyeke baş lê bê kirin. Festîvala Merîwanê, piştre bi navê Festîvala Endêşe (raman) karê xwe didomîne heta sala 2002’yan berferehtir û gelemperîtir dibe û dibe festîvala kolanî ya bajarê Merîwanê. Piştre bi navê festîvala kolanê ya rojavayê Îranê û wisa tê pênasekirin. Divê bê gotin ku hilbijartiyên vê festîvalê, yekser beşdarî “festîvala navnetweyî ya fecr” jî dibin. Bi helkeftên welatî û neteweyî şano Sedemê serekî ji bo destpêkirina karê şanoyê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, hebûna rêveberiyên fêrkirin, çand û huner, rodyo, televîzyon, parêzgarî, fermandarî û şarederariyê bûye. Di wan bajaran de ku tenê rêveberiyên fêrkirin û perwerdehiyê li wan hebûne, cureyek pêşandanê pêkhatiye bi navê pêşandanên neteweyî û welatî. Ku ev jî di rojên wan ên neteweyî yên wek rojên; 4’ê Abanê(Mijdarê), 6ê Behmenê (Sibat), 28ê Esfendê (Adar), 21’ê Azerê (Kanûnê) de pêk dihatin. Bokan jî di nav wan bajaran de bû. Her çiqas, li Bokanê dibistan bi awayekî nû di demê Şah Riza de hatibe avakirin jî, dibe ku pêşandanên bi vî rengî ji salên 1951’î û vir ve dest pê kiribin. Kê di van pêşandanan de cih girtiye bi temamî ne zelal e. Şano li Bokanê Di destpêka meha Hezîrana 1973’yan de, li ”dibistana amadehî ya Kuroşê Kebîr” Koma Şano ya Lawan a Bokanê hat damezirandin. Damezrênerên wê Sara Rostemzade, Şehîn Mîrî, Cexfer Merdanbegî, ‘Ewlla Emînî, Nadir Qadrî, Birayim Ferşî, Mihemed Reza Efzel bûn. Şanoya yekemîn bi navê Hifre, Kûne Eşkewt di meha Mijdara 1974’an de ji pêşkêşkirinê re hat amadekirin Di destpêka Hezîrana 1975’an de, sinifa şanoyê bi beşdariya 25 kesan karê xwe domand. Heman di van dema de Şanonameya Balte ya Gogol prova li ser tê kirin û dibin ser dikê. Bi pêşkêşkirina vê şanoyê re navûdengê vê komê gihişt zanîngehên Tewrêz, Ûrmiye û bajarên din ên Kurdistanê. piştre Şanonameya Kurê Axê ya li ser qewmîneke li gundekî Loristanê di Cotmeha 1975’an de hat pêşkêşkirin. Nivîskar û Derhêner ‘Umer Hemîdî bû. Piştî pêşkêşkirina vê şanonameyê gelek kes li Bokanê hatin destgîrkirin. Piştî çend mehan di ser têkçûna pola şanoyê re, dewran guherî, vê carê jî yên ku daxwaz dikin zêde bûbûn. Ji neçarî du pol hatin vekirin û di van polan de Şanoya Lawan û Şa-

Koma Şano ya Lawan ya Bokanê

D

i destpêka meha Hezîrana 1973’yan de, di “dibistana amadehî ya Kuroşê Kebîr de Koma Şano ya Lawan a Bokanê bi beşdarbûna van kesan hat damezirandin: Sara Rostemzade, Şehîn Mîrî, Cexfer Merdanbegî, ‘Ewlla Emînî, Nadir Qadrî, Birayim Ferşî, Mihemed Reza Efzel. Şanoya yekemîn bi navê Hifre, Kûne Eşkewt di meha Mijdara 1974’an de ji pêşkêşkirinê re hat amadekirin Ce’fer Merdanbegî û Nadir Qadrî, Mihemed Kerîmî û Mehmûd Weysî Koma Şanoya Azad damezirandin, “Dîkte

noya Mêrmindalan ku ji zarokên di bin 15 salî de pêk dihat, hatin damezirandin. Vê şanoyê, ji ber dariştin û şêwaza gotinê bandoreke xurt kir. Piştî neh mehan ew tê qedexekirin. Xwestin du şanoyan bibin ser dikê; Zarok û Seggel û Dûrî Xerîb. Lê desthilatiyê rê nedaye Zarok û Seggel (Kûçik) derkeve ser dikê. Dûrî Xerîb, lêqewmîneke gundekî Kirmaşanê bi farsiya Kirmaşanî bandoreke mezin li ser gel kir. Piştî bihara 1976’an kesin ji endamên komê dest bi berhevkirina kelepûra Kurdî jî dikin. Kesin ji endamên koma şanoyê hewl da ku beyt, heyran û folklora Kurdî berhev bikin û li ser çand û zimanê Kurdî nîqaş-vekolîn- kirin. Şanonameya, Seyek li ser Bênderê, ya nivîskarê binavûdeng ê Îranî, Kurdê Kirmaşanê Nusret Ewla Newîdî ji bo pêşkêşkirinê hat hilbijartin. Çîroka vê şanoyê; qewmîna li gundekî ye ku mal û dahatên wan ji aliyê Hacî Selem Xor, şêx û mela, parsek, derwêş û dewletê ve tê talankirin. Di yek salê de du şano Şayeste Me’rûfî li ser şanoyê karekî bêemsal nîşan dide ku bala gelê bajêr bikişîne. Sureya Behnam û Hesen Qudretî weke du zarokan; Mensur Merzengî wek mêrê jinikê, Ebûbeker ‘Ebdulapûr (Murşid-Hosta), Haşim Resûlzade wek mel, Suleyman Ferşî wek dikandarê bajêr, Mihemed Mi’marzade wek Hacî Selem Xor, Humayûn Mensûrî wek memûrê dewletê rol kirin. Derhêner Birayim Ferşî bû. Piştî vê şanoyê Şanoya Apê Zincîrrês hat pêşkêşkirin. Ev duyemîn car bû ku di salekê de du şano werin pêşkêşkirin. Apê Zincîrrês; çîroka civakekeke tije şet û dîn e. Dînxane ji bijîjk, endazyar, nivîskar û mirovên pêzan tije ye. Ev şano berhema dawî yê koma şano ya lawan bû ku bi zimanê Farsî hatiye pêşkêşkirin. Piştî vê şanoyê, Koma Şanoyê ya Jiyana Nû, di havîna 1978’an de dest pê kir. Di polên Koma Şano ya Lawan de nîqaş li ser mijarên çandî, civakî, hunerî û felesefî dihatin kirin. Di wan serdeman de bandoreke baş komê li ser civatê çêdibe. Ji aliyê dewletê ve malbat tên hişyarkirin ku hay ji zarokên xwe hebin û nekevin bin bandora fitneyên ji derve. Ev jî dide nîşan ku şanoya lawan di nav gel de ye. Payîza 1978’an bi Koma Şano ya Lawan, tevî mamoste û xwendevanan, Encûmena Zanistî û Wêjeyî hat damezrandin. Di çalakiyên xwe de mijarên ku pêşkêş dikirin; helbest, çîrok, nivîsar, şano, stran û mijarên din ên siyasî û civakî yên li dijî rejîma Pehlewî bûn. Vê encûmenê heta hilweşandina rejîma Şah domand.

derdikeve ser dikê. Ev şanoname di çend şevan de li Sine, Bokan, Mehabad, Pîranşehrê (Xanê) hat nîşandan. Pêşkêşkirina Greva Birçîbûnê li bajarê Sineyê hevdem bû bi hatina artêşa Îranê di roja di 27’ê Gulana 1979’an de. Ku ev roj jî roja dawî ya cihada Xomeynî bû ku li dijî gelê Kurd ragihandibû. Bi vî awayî pêşî li karê şanoyê hat girtin. Şanoya Rojiya Birçîbûnê, piştî Dayîka Niştiman a 1944’an, di dîroka Rojhilatê Kurdistanê de duyemîn şano bû ku bi Kurdî hatî pêşkêşkirin. Her weha yekemîn şano ye ku bi tevlîbûna gelek kesên din ên ji bajarên Kurdistanê derket ser dika şanoyê. Berhema dawî ya Şanoya Lawan şanonameyek bi navê “Xweserî Ango Çi?” bû. Nivîskar û Derhêner Birayim Ferşî bû. Di zivistana 1980’an de li bajarên Sine, Seqz, Bokan, Mehabad û Pîranşarê hat pêşkêşkirin. Ew li ser rê û rêbazên beytên Kurdî hatibû nivîsandin. Form û dariştin, şêwaza axaftin û pêşkêşkirinê li gorî taybetmendiyên beytê hatibûn amadekirin. Şêwaza lîstin û keftûlefta şanogeran jî li gorî taybetmendiyên jiyana kurdewarî bû. “Xweserî ango çi?” destpêka ezmûnkirina nû ya şanoya Kurdî bû di rojhilatê welêt de hatiye gurr kirin. Piştî desthilatiya hêzên eskerî ya Îranê di sala 1982’yan li bajêr de, dika şano û pêşandanê jî vala dimîne! Êdî di perdeya dîn de desthilatî her ku diçe rewşa xwe qayîm dikir,hîna jî dike. Şanoyên di bin siha desthilatiya rejîma Îslamî de jî derketîn ser dikê, hene; ji wan jî çend jê; di zivistana 1988’an de şanonameya Kele Spî ya nivîsa Îbrahîm Mekî û derhênana Xalid Heyderî di bin navê “Koma Şano ya Danezana Îslamî” ji aliyê “Beşa Lawan a Navenda Çanda û Huner a Bokanê” ve li salona Sînemaya Wehdet hatiye pêşkêşkirin. Ji wê û bi şû ve şano bi destê desthilatdariyê bi şêwaza Komediya Şahenşahî bi Şêwaza Îslamî li gelek deverên Rojhilatê Kurdistanê derdixin ser dikan û vê jî bi rêya Kurdan dikin. Ji van jî çend jê wek mînak ev in: Çayxaneya Azadî ya Mam Qenber/1989, Resm Ber în Est(kevneşop wisa ye)/1991 Gum (Wenda) / 1992, Baz Baran (Dîsa Baran) / 1993, Pencerehayê Ber Badha (Pencereyên Li Ber Bayê) / 1994, Dam (Xefk) / 1994, Mesîh Herqêz Nexahed Mord (Mesîh Qet dê Nemire)/ 1994, Der Hizûrê Bad (Li Cem Bayê) / 1994…. Her weha gelek berhemên bi vî rengî hatine pêşkêşkirin. Di qonaxa nû de jî keftûkleftên ji bo giştî huner û şanoyê ji ber derfetên teknolojî hê zêdetir bûne û lê ji bo nirxandina tevahiya şanoya Rojhilatê Kurdistanê jî, gotarek wê bes nebe.

Greva Birçîbûnê di Kurdî de bû ya pêşî Di Sibata 1798’an de Şanoya Lawan, şanonameyeke bêdengî ji nivîs û derhênana Ebdula Emînî pêşkêş kir. Di vê şanoyê de fikr û ramanê xwe yê siyasî dida xuyakirin: “Apê Sam li jorê ye, dewleta bazirgan li jêrê ye, siha Xomeynî li pişt Apê Sam e”. Bi vî awayî xeteke siyasî ya beloq dikeve nav komê. Mangirtin (Greva Birçîbûnê): Yekêmîn şanoya bi zimanê Kurdî, di sala 1979’an de şanoya bi zimanê Kurdî ya pêşî bi nivîsa Ebdurehman Zengene û derhêneriya Birayim Ferşî

Çavkanî: * Chris Kutschera (Bizûtinewey netewayetî kurd) heman rengî kak Celîl Gadanî (ji Şêwey Şefahî dipirse) ** (Birayim Ferşî di lêkolîna xwe de balê dikişîne ser wê yekê ku nivîskarê metna Şanoya Dayîkî Niştiman nediyar e) http://bokan.de/ *** Mêjûy Şanoy Daykî Nîştiman (nivîsa Birayim Ferşî). mallperî rojhallat- bukan http://www.bokan.de/Hunar/Shano/ShanolaBokan.htm (50 sal pêşandan û Şano Li Bokanê Bihara 2701 (2001)

û Zawiye” nivîsa Nadir Xulam Husên Se’dî ye, di festîvala Mehebadê de hat pêşkêşkirin. Koma Şano ya Lawan bi kesine din re kolan bi kolan û di pêşbirka parêzgarî ya Urmiyê de baştirîn derece wergirtiye û çend ji endamê wê ji bo heftiyekê seyranê bikin şandin peravên Deryaya Xezerê. Sala piştî wê ji aliyê rêveberiya fêrkirin û perwerdehiyê ve di dibistana Şapûr de odeyek dane vê şanoyê. Di destpêka Hezîrana 1975’an de, sinifa şanoyê bi beşdariya 25 kesan karê xwe domand. Heman di van dema de Şanonameya Balte ya Gogol prova li ser tê kirin û dibin ser dikê. Bi

pêşkêşkirina vê şanoyê re navûdengê vê komê gihişt zanîngehên Tewrêz, Ûrmiye û bajarên din ên Kurdistanê. Piştî şanonameya Balte, Şanonameya Kurê Axê hat nivîsandin û provayên wê dest pê bûn! Çîroka vê şanonameyê qewmîneke li ser gundekî Loristanê ye ku mebest Kurdistan bi xwe ye. Kurê Axê di Cotmeha 1975’an de hat pêşkêşkirin. Nivîskar û Derhêner ‘Umer Hemîdî bû. Di festîvala şano ya Mehabadê de li nav komên wek Koma Şanoya Çand û Huner a Mehabadê, Koma Radyo û Televizyona Mehabadê, Koma Şanoya Azad a Bokanê, Koma Reqsê ya Bajarê Merîwanê de dereceya herî bilind wergirt.

9


t

Li Ser Kawayê Hesinkar Yehya OMERÎ

K

awayê Hesinkar şanoya ewil a helbestkarê gewre Şêrko Bêkes e, ev şano di sala 1969´an de hate nivîsîn, çap kirin û çendîn caran hate lîstin. Pirtûk par bi wergera Memê Mala Hine ve ji nav weşanên Darayê derket pêşberî xwînerên Kurmancî. Şêrko, helbestkarê min ê ewil bû ku min berhemeke wî xwendibû. Di 2008´an de di lîse, pola 1ê de min pirtûka wî ya “Küçük Aynalar” ya ku ji nav weşanên Çarçirayê bi Tirkî derketibû, bi dest xist. Bi wê pirtûkê re, cara ewil ez bi helbestên xweş yên helbestkarekî Kurd re rû bi rû mabûm. Tê bîra min, wê demê min bi dehan caran ew pirtûka piçûk xwendibû û nîşanî hevalên xwe dabû. Ji pêşgotina wê pirtûkê ez hîn bûbûm ku du-sê şanoyên Şêrko Bêkes jî hene ku eva li ber destê we yek ji wan e û ewila wan e. Serboriya metnên şanoya Kurdî ji ber rewşa siyasî ya Kurdan, cudahiya zarave û alfabeyan ji hêla lêkolîner û xwînerên bakur ve baş nayê zanîn. Helbet çendîn sedemên din jî hene bes bi min sedemên bingehîn ev in. Wergerandina vê şanoyê piştî çapkirina wê bi 49 salan dereng be jî girîng e. Şano bi bîr û baweriyên salên 60´î hatiye nivîsîn ku di van salan de tevgera azadîxwaz ya Kurdan gelekî bihêz bûbû, lewre mirov di xwendina vê metnê de van salan li ber çav bigire dê têgihiştina wê jî hêsantir bibe. Pêşî êrişî sembolên bîra kolektîf kirin Li gorî agahiyên ku Yasîn Qadir Berzencî dide, şanoya Kawayê Hesinkar di salên 70´yî de çend caran hatiye lîstin, şano cara ewil, sala 1973’yan ji aliyê koma ‘niwandinî neqabey mamosteyan’ ve li Silêmaniyê hatiye pêşkêşkirin û sala 1976’an jî cara duyem ji aliyê ‘komeleya huner û wêjeya kurdî’ ve li Hewlêrê hatiye pêşkêşkirin. Kawayê Hesinkar bi destpêka proseya netewetiyê ya Kurdan re ji hêla rewşenbîrên Kurdan yên li dora kovar û rojnameyên Kurdî ku di serê sedsala 20´an de derdiketin, hate kifşkirin û weke sembola têkoşîn û serhildana bo azadiyê hate qebûlkirin. Vê yekê kir ku Kawayê Hesinkar bibe mijara gelek berhemên hunerî ku bi taybetî di qada edebiyatê de hindek roman, şano, destan û gelek helbest li ser hatine nivîsîn. Bi bandora van xebatan û helbet bi saya siyaseta Kurdan, Kawayê Hesinkar her di rojeva Kurdan de ma. Par, dema

Şanoya li çiyayên Kurdistanê - Koma Şano ya Çiya, 2018

eskerên Tirk û cerdên wê ketin Efrînê, ewilî êrişî peykerê Kawa kirin, lew ew jî baş dizanin ku hebûna peyker, muze û avahiyên bi vî rengî, gelek caran bi kêrî bîra kolektîf tên û dikin ku bîra wê civakê her bi wan serbihuriyên berê yên divê neyên jibîrkirin zindî bimîne. Edebiyat bo avakirina bîra kolektîf, derfetên gelekî mezin dide endamên neteweyê. Nivîskarê ku yek ji endamê neteweyê ye, bo bîreke hevpar ava bike, gelek caran serî li metnên kevn dide û wan bi awayekî ku ji bo roja îro peyaman bide, saz dike. Bi vî awayî, ew hem rabirdûya xweş bi sembol, mît û epîkên neteweyî nîşan dide, hem jî bo dahatûyeke baş û ronak, endamên neteweyê motîve dike; pêşiyên we dikarîbûn, hûn jî dikarin! Weke metnên neteweavaker Ji bo netewsaziyê jî çîrok, mît û efsaneyên di nav rûpelên dîrokê de mane, gelek caran bi rolên mezin radibin. Lew, ew bi awayekî qedîmbûna neteweyê nîşan didin bi awayekî din jî dem û dewranên xweş ên berê digihînin roja îro û endamên wê neteweyê li dor xwe kom dikin. Serketin yan jî têkçûnên mezin ên neteweyan bi rêya edebiyatê nexasim jî bi rêya şanoyê, temaşavanan yanî wan endamên bîrewer yê wî

neteweyî li dor xwe kom dike. Çiku şano, belkî tekane huner be ku tişta dixwaze bide hînkirin, rasterast li ser dikê nîşanî temaşevanan dike ango bi rêya nîşandayîna li ser dikê, wan perwerde dike. Şanoya Kawayê Hesinkar jî şanoyeke wisa ye, bi têkoşîn û serketina Kawa ya li dijî neyarên neteweyê, endamên neteweyê li hev dicivîne û dike ku hemû temaşevan an jî xwîner li dor wê serketina mezin bi yek dilî heman hestên berz hest bikin. Şano ji 9 sahneyan pêk tê. Herçiqas Bêkes ev çîrok ji nû ve hûnaye û bi çêl kirinên bo roja îro nivîsiye. Bêkes mît an jî efsaneya navdar a Kawayê Hesinkar ku di gelek pirtûkên dîrokê derbas dibe wek destan-şanoyekê ji nû ve nivîsiye. Şano rewşa gelê hejar ê Kurd ku di bin zilma Ejdehak de dinale û serhildana wan a bi rêberiya Kawayê Hesinkar re bo azadiya wan nîşanî me dide. Bindestî, yekîtî, nokerî, azadî, ked û xizanî temayên sereke ne di şanoyê de. Şêrko Bêkes van hemû mijaran bi hostatiyeke mezin, bêyî xwîner ajîte bibin û xwendina berhemê zehmet bibe, dike. Di sê sahneyên pêşî de rewşa ku gel tê de ye bi awayekî eşkere ji hêla karakteran ve tê şayesandin. Di sahneya çarem de cara ewil Kawa dikeve nav şanoyê û bi lehengên din re derbarê rewşa kambax a welat û gel de diaxivin. Herwiha di sahneya pêncem de Şêrko Bêkes me dibe seraya Ejdehak û em dibînin ku tirsa mirinê xwe li ruhê Ejdehak telandiye û ji ber vê tirsê ew ne di ti halî de ye: Tenê nemirim! Ejdehak: (taca serê xwe datîne) Ev taca min, ev textê min ev xezîneya zêr û bextê min hemû ji te re be. Tenê nemirim. Tariya Mirinê: tu jî dimirî! Ejdehak: vê jina xwe ya taze û ciwan ji te re dibexşînim. Tenê nemirim (r.98).

Newroza îsal hîna nû bihurî, ez dibêm, bila her xwînereke Kurmanciyê xêrekê bi xwe bike û vê destan-şanoyê bixwîne û hewl bide bo zêdetir were xwendin. Yan na wê newroz çawa bibe newroz? Belkî em li vê xebata hêja li ser dikê jî temaşe bikin, kî dizane? Komên me yên baş û serketî yên şanoyê hene, ma ne? 10


Nivîskar bi vê yekê re hêdî hêdî me ber bi têkçûna mezin a Ejdehak ve dibe. Di perdeya şeşem de Kawa amadekariyên bo serhildanê bi leztir dike û yên derdora xwe bo wê rêxistin dike. Li cihekî vê perdeyê em hîn dibin ku du kes gora Ejdehak dikolin û kesekî ku di seraya Ejdehak de dixebite, tevî wan dibe. Kolandina gora Ejdehak bi awayekî, bixwebaweriya serhildêran jî nîşan dide. Lew, ew hê ji beriya serhildanê ve dizanin ku wê bi ser kevin. Helbet ev bo xwîner an jî temaşevanan problem e çiku meraq û kelecanê bi mirov re zêde çênake. Di perdeyên din de nîşaneyên têkçûyîna Ejdehak û serkfetina Kawa zêdetir dibin. Ejdehak dema dibîne ku wê têk biçe, biryara efûkirina serhildêran derdixe bes çare nake. Herî dawî şêrê xwe yê birçî bera ser wan dide lê şêr jî direve. Di sahneya dawî de Kawa tê odeya Ejdehak û wî bi çakûç dikuje. Kawa û Ejdehak du lehengên sereke yên şanoyê ne. Beşên ji hêla edebî ve herî xweş jî yên ku ew tê de ne, tîradên wan ên dirêj ku her yek bi tena serê xwe helbestên xweş in jî, psîkolojî û motîvasyona wan a xurt bi awayekî vekirî dide der. Kawa li gorî Ejdehak lehengekî îdealtir e, ne wek mirovên normal lê wek wan tîpên di çîrokan de ye. Tenê di du yan jî sê sahneyan de em dibînin ku Kawa wek mirovên normal xemgîn dibe ji bilî van, Kawa her wek lehengekî xurt ê ku dizanê wê çawa tevbigere, hatiye şayesandin. Tedbîrê ji dest nade, bi yên derdora xwe re gelekî baş e, dizane bê wê li kû, çawa tevbigere û hwd. Lê Ejdehak berevajî Kawa normaltir e. Di gelek sahneyan de em rastî hestên wî yên guherbar tên. Bo nimûne ji ber ku kordunde ye aciz dibe, li ber xwe dikeve ku zarokên wî çênabin. Ditirse û carinan em dibînin ku dikene, gotinên xweş ji yên derdora xwe re dibêje. Helbet bi nivîsandina van hevokan re, ez nabêjim Ejdehak baş e, ji Kawa çêtir e. Na wisa nabêjim. Şêrko Bêkes bi rêya şanoyê û lehengê xwe Kawayê Hesinkar, xwestiye derfeta hînkirinê ya bi rêya nîşandayînê ya şanoyê hin tiştan hînî temaşevanan bike. Ew jî bixwebawerî, yekîtî, xebat, plansazî û hwd. Xweziya neyaran bila pêk neyê Alîgirên Kawa û Ejdehak jî hema bêje xwediyê heman taybetiyan in. Yên Kawa, fedakar, mêr, camêr û dilsoz in. Berevajî yên Kawa, yên Ejdehak, derewîn, şelaf, zalim û hevalên rojên xweş in. Dema Ejdehak xewneke xerab dibîne û bo şîrove bike gazî Modona cadû dike, cadû ji tirsa û ji şelafiyê ne şîroveya rast lê şîroveyeke li gor dilê Ejdehak dike: Modon: Mezinê dinyayê, padîşahê cîhanê siya hemû xwedayan xewna we havêyna bextewariyê ye. nîşaneya bilindahiya serê te ye ji zehmetî û tengaviyê dûr e ev şîrove bi dilê we ye? Di perdeya dawî ya şanoyê de jî wezîr Lolo û xezînedarê seraya Ejdehak dema fêm dikin ku têk çûne, dixwazin birevin û xwe xelas bikin: Lolo: beriya ku destê birçî bigihîje me em xwe xelas bikin xweziya neyaran bila pêk neyê serê padîşah serfiraz bikin. Xezînedar: ezbenî, mîrê min maneya revê serkeftin e rev ji bo me (r.186). Lê Ejdehak vê teklîfa wan qebûl nake, wan dikuje û bêyî ku seraya xwe terk bike, heta bi mirina xwe ya ji destê Kawa, şerê xwe didomîne. Kawa di temamê şanoyê de wek kesekî xwedênenas xuya dibe, baweriya wî bi wan nîne û ji wan re dia nake. Baweriya wî tenê bi xebat û têkoşînê heye. Di çend cihên şanoyê de vê yekê eşkere dike. Di sahneya çarem de dema Karduk û hevalên xwe ji ber rewşa xerab a gel ji xwedayan re lavayan dikin, Kawa bi axaftina xwe diyar dike ku hemû xweda efsane ne û ti rastiya wan nîne. Herwiha Kawa ji hebûna marên ser milên Ejdehak jî bawer nake: Kawa: efsane ye wekî Lehar wekî Uto û wekî Simkan. aliyê zordar ku nayê zanîn e. çima marê ser milê wî nayê dîtin? kê ji we milê Ejdehak dîtiye ku bizane ku di rastiyê de jî marê çar serî li ser milê wî ye (r.86)? Dîsa em dibînin ku Kawa ji salekê zêdetir e amadekariya serhildaneke bi vî rengî kiriye, bo vê ji çekên ku bo Ejdehak çêdikir gelek çek diziye û veşartiye. Axaftinên wî ne wek yên hesinkarekî lê wek yên serokê neteweyekî ne. Zanebûn û retorîkeke xurt ku li asta zanîn û çîna ku ew jê derketiye nayê di hemû axaftinên wî de xwe dide der. Şêrko ji ber hel-

Şanoya Kawayê Hesinkar a Şêrko Bêkes şanoyeke wisa ye ku bi têkoşîn û serketina Kawa ya li dijî neyarên neteweyê, endamên neteweyê li hev dicivîne û dike ku hemû temaşevan an jî xwîner li dor wê serketina mezin bi yek dilî heman hestên berz hest bikin.

bestkariya xwe ya xurt û ji ber ku Kawa serlehengê şanoyê ye xwestiye wî bi her awayî pêşketî û zana nîşan bide axaftinên wî bi gotin û helbestên xweş zepitandiye. Lê em zanin ku Kawa, hesinkarekî pîr, xebatkar û belengaz e û bi îhtîmaleke mezin perwerdehiyeke baş ya ku ev derfetên pêşketin û xweşbêjiyê bidiyê nestendiye loma ev îfade li cihê xwe rûneniştiye. Kawa bavê heft kura ye ku şeş kurê wî ji hêla Ejdehak ve hatine kuştin û yê mayî jî ji hêla zilamên Ejdehak ve hatiye girtin. Lewre yek ji wan motîvasyonên wî yên serhildanê jî daxwaza wî ya heyfhilanînê ye: Kawa: heft kur heft karesatê dilsoj… heft kur ma piştî vê çawa aram bim? Ji vê zêdetir ez ê çawa xwe bigirim. daxwaza tolhildanê çawa dikare tehamul bike? ji vê zêdetir çawa dikare (r.119)? Lêbelê bila gotina me be Di varyantên vê destanê yên dîrokî de navê Ferîdûn gelekî derbas dibe, lê di şano destana Şêrko Bêkes de heta perdeya 8´an navê wî nîne. Herwiha peyva Kurd jî pêşî di perdeya 8´an de bi kar tê. Di sahneyên dawî de Kawa diyar dike ku ger bi ser kevin, ew dê desthilata nû di destê Kurdan de be lê ne di destê parsekekî de. Çiku, yên bo azadiyê şer kirine, xwe feda kirine Kurd in, lewre nabe ku Farisek were li ser serketina wan rûnê: Eger em bi ser ketin, dê tac a kê be? bira di bîra we de be. -lêbelê bila gotina me be- her kes dibêje bila ya Ferîdûn be. tenê ez nabêjim ku ya wî be. wisa dixuyê ji min bipirsin ka ji bo çi! baş e bila ji bo kê be? fikr û baweriya min wisa dibêje bila ji bo Kurdan be. xwînê birêjin qurban ji Kurdan be ma çima encam ji “parsekekî” biyanî re be (r.154)? Sahneyeke balkêş e ev, tevî ku ji temamê berhemê bêhna çepgiriyekê tê jî, di vir de em rastî neteweperweriyekê ango bi gotina Kawa, kurdperestiyekê tên. Şêrko Bêkes bi rêya şanoyê, dixwaze Kurdan li dor kurdperestiyê bicivîne. Me got, çepgirî heye tê de. Kawayê hesinkar ji ber çakûçê xwe û ji ber çîna xwe ya civakî gelekî guncaw bû bo şayesandina wî wek kesekî wisa. Kawa di gelek axaftinên xwe de behsa kedê, gelê hejar, brûska sor, pêşenga sor, şoreşa sor û çakûçê xwe dike û çepgiriyê tîne bîra mirovî. Mirina Ejdehak jî wî çakûçê taybet bo serhildanê hatibû çêkirin bi destê çepê yê Kawa tê. Em dibînin ku gelek hêmanên neteweyî jî hene, bêguman Şêrko Bêkes ev bi zanatî kiriye. Ev yek di axaftin û tîradên Kawa de gelekî tê dîtin. Bo nimûne di marşa wan de em rastî hêmayên neteweyî yên kurdan tên: Sond e, sonda Kurdperestiyê sonda sernetewandinê … sond dixwin bi wî welatê ku wekî Kurdistana dayik hatiye binavkirin: bi çiya û banî û çemên wê (r.164-165)

Yekem şoreşa sor Kawa di sahneya dawî de diyar dike ku wan ‘bi laşê kurdên qurbanî’ zivistan kiriye bihar û Kurdan yekem şoreşa sor pêk anîye û vê rojê yanî 21ê Adarê wek cejna Kurdên bindest îlan dike: Kawa: bila îro bibe cejna gel cejna jiyanê cejna Kurdên bindest. bila agirê vê Newrozê li ser çiyayên bilind ên welêt heta hetayê bişewite alava vî agirî bike hawar bibêje: Nêviyên ademîzad kurd bûn yên ku yekem serhildana şoreşa sor pêk tîne (r.192). Hêjayî gotinê ye ku Memê Mala Hine, wergereke baş kiriye, lê di hin cihan de em rastî xeletiyên pirr biçûk tên yên ku li ber çavên wî neketine. Navên hin xwedayan yên ku di pêşekiya şanoyê de hatine dayîn, carna xelet hatine nivîsîn. Bo nimûne di sahneya nehan de navê xwedayê cadûkarî, hîkmet û avakarê dinyayê Înkî wek Enkî nivîsî ye. Navê Ehremanê xwedayê şer di hin cihan de wek Ehrîmen û di cihekî de jî wek Ehremen hatiye nivîsîn. Navê Îşnan jî di cihekî de weke Aşnan hatiye nivîsîn. Ji bo kesên goran dikolin gorkol gotiye lê tenê di cihekî de xwe ji bîr kiriye û gotiye gorker. Dîsa di perdeya heştem de tê gotin ku Lolo ji Mizdak re jinê tîne lê em nizanin bê Mizdak kî ye û navê Mizdak di lîsteya leheng û xwedayan de jî nîne. Di pêşgotina Fuad Îhsan ya bo şanoyê de, Îhsan bo xebata xwe diyalogeke Zamawa û Zêmrî girtiye, lê ev diyalog di şanoyê de bi awayekî ku peyvek jê kêm be, heye. Awayê diyalogê yê ku Îhsan bo xebata xwe bi kar aniye ev e:

Zamawa: Bavê we yê barkêş Kawa hîn sax e? Zêmrî: Belê ew hîn jî sax e (r.38). Awayê di metna şanoyê derbas dibe jî ev e: Zamawa: Bavê we Kawa hîn sax e? Zêmrî: Belê ew hîn jî sax e (r.52). Hêvî dikim ku ev xeletiyên biçûk di çapên nû de werin sererastkirin. Bi kurt û Kurmancî berhemeke gelekî girîng ya şanoya Kurdî piştî çil salan ji Soraniyê bo Kurmanciyê hatiye wergerandin. Newroza îsal hîna nû bihurî, ez dibêm, bila her xwînereke Kurmanciyê xêrekê bi xwe bike û vê destan-şanoyê bixwîne û hewl bide bo zêdetir were xwendin. Yan na wê newroz çawa bibe newroz? Belkî em li vê xebata hêja li ser dikê jî temaşe bikin, kî dizane? Komên me yên baş û serketî yên şanoyê hene, ma ne? Çavkanî

Berzencî, Yasîn Qadir (2007). Şanoyî Kurdî. Silêmanî: Tîpî Şanoyî Salar, Govarî Şano, Pirtûka 3em. Bêkes, Şêrko (2018). Kawayê Hesinkar. (Wer. Memê Mala Hine), Stenbol: Weşanên Dara

11


Stevie Smith

a dest li ba nekirî, lê dixeniqî Ma maqûl e Mirov bi korewariyê qayîl be Kilamekê bavêje ser kewgirînê Taceguleke axînan raçîne Yekcar terkehêvî be? Na, ne maqûl e.

Orwell gelekî nêzîkî hev bûn. Her wiha, hevaleke wê jî di jînenîgariya xwe de behsa têkiliya xwe ya lezbiyenî ya bi Stevie Smithê re kiriye. Civata lezbiyenan Smithê ji xwe dihesibînin. Di sala 1950’yî de dîwana wê Harold’s Leap (Lotika Harold) hat weşandin. Di 1953’yan de wê zendên xwe birrîn, xwest ku xwe bikuje. Di elbestkar û romannûsa Îngilîz 1957’an de, dîwana wê ya navdar, Not Waving Stevie Smith di Îlona 1902’yan But Drowning (Min Dest Li Ba Nedikir, Dixenide li Îngilistanê, li Hullê ji dayîk qîm) hat weşandin. Di 1969’an de, dîwaneke bûye. Di dibistaneke keçan de dest bi wê ya din, Best Beast (Baştirîn Cinawir) derçû. xwendinê kir, lê neçû zankoyê, di weşanDi 1970’yî de xerabtirîn tişt hate serê wê ku diKawa NEMIR xaneyekê sekreteriya Sir Neville Pearson kare were serê helbestkarekê; Stevieyê êdî, kir. Romana wê ya pêşîn, Novel on Yellow mîna Iris Murdochê, peyv ji bîr dikirin. Nexweşiya Paper (Romana Li Ser Rûpelên Zer) e. Di 1934’an de wê ûra mêjî pê re derketibû, di Adara 1971’ê de li Devonê mir. helbestên xwe dane weşanxaneyekê, lê şîret lê kirin ku ew Piştî mirina wê, dîwana wê ya bi navê Scorpion and Other romanan binivîse, wê jî bi ya wan kir, romana xwe Romana Poems (Dûvpişk û Helbestên Din) hat weşandin. Li Ser Rûpelên Zer da wan, piştî du salan ev roman hat weHelbestên Stevie Smithê, bi kêliya pêşîn re wekî helbesşandin. Ev roman li ser jiyana Stevieyê bi xwe ye ku bi rêtine hêsan xuya dikin, ên ku bi zimanekî hêsan hatibin hobaza stream of consciousness (şepolî hiş) hatiye nivîsîn. Di nandin, lê bi hevoksaziya xwe ya têrzeynet, adan û bi wê heynê de romanê gelekî deng veda. Di 1937’an de, dîkûrayiyên xwe ve dorgeyeke helbestî ya xweser afirandine. wana wê ya yekem, A Good Time Was Had By All (Xwezî Bi Nîşe: Ji bo ku zanyariya der barê arşîva xebatên min ên Heyna Berê) hat çapkirin, piştî salekê, romana wê Over the Frontier (Berev Tixûb) û dîwana wê Tender only to One (Bi wergerê de li vir tomar bibe, ji salên 90’î ta niha min 50 Tenê Bo Yekî Dilpiyar) hatin weşandin û di 1942’yan de jî helbestên Stevie Smithê ji Îngilîzî wergerandine Kurdiya helbestine wê yên din bi navê Mother, What is Man? Kurmancî û ev hê jî wekî pirtûk nehatine weşandin. (K. N.) (Dayê, Çi ye Mirov?) belav bûn. Ma Maqûl e? Ji ber ku di romanên xwe de wê qala jiyana xwe ya xwemalî û kesên li derdora xwe dikir, bi her romaneke wê re Ma maqûl e kesên ku bi rêya pêlewanên romanên wê xwe nas dikirin Mirov bi korewariyê qayîl be (mîna pêlewanine kurteçîrokên Helîm Yûsiv) ji wê re serêşî Kilamekê bavêje ser kewgirînê derdixistin. Smithê bi xwe gotiye ku du pêlewanên wê yên Taceguleke axînan raçîne mêr di rastiya xwe de George Orwell bi xwe ne, ku ew û Yekcar terkehêvî be?

H

12

KEWA BERBANGÊ

Na, ne maqûl e.

Ma maqûl e Mirov ji Mirinoyîtiyê hez bike Kilamekê bavêje ser Bêbaviyê Virran bi hev ve girê de Çarpînetiyê bincil bike? Na, ne maqûl e. Ma maqûl e Hewîna mirov bê Gazî Xezeba Kevin bike Û li ber cihêzê pakrewanekî bikeve Gava ku Mirin xelatek be Ku bi hêsanî tê hilgirtin? Na, ne maqûl e. 1937 Min Dest Li Ba Nedikir Kesî dengê wî mêrikê mirî nekir, Lê hê jî li erdê veleziyayî dinale: Wê tê dernexist, ez gelekî bi dûr ketibûm Û min dest li ba nedikir, dixeniqîm. Rebeno ji henek û yariyan hez dikir Lê niha mirî ye Yeqîn ji wî re gelekî sar hat ku dilê wî got bes, Gotin. Axxx na na na, her tim gelekî sar bû (Yê mirî hê jî li erdê veleziyayî dinale) Ez di jiyana xwe gişî de pirr gelekî dûr bûm Û min dest li ba nedikir, dixeniqîm. 1957


Serdema Nû Gelo ez ji we re bibêjim nîşaneyên Serdema Nû ya ku tê? Ew dengê azarkêşan û îskîniya Wan kesan e ku dikire qîr û hewar, Em pîr bûn, em pîr bûn Roj ditefe, dinya sar dibe Ax gunehkar û xemgîn û kesê dawî yê celebê me Heke em niha vegerine Xwedê, bi ya we Ew ê guh bide me? Paşê bi ser çongên xwe de dikevin, dest bi nalenalê dikin Ku dewleta Hunerê peywendiyeke xwe, çi pak çi nepak, Bi şaristaniyekê re heye yan jî her hebûye. Huner wekî pisîkeke hov e, ji binî ve ji şaristaniyê cihê ye Lê ew pirseke din e ku niha ne ciyê babetê ye. Ax ev mirov bi axînkêşan û gunehkariya xwe ve hişsivik in Mirov bo çi hatibe dawiyekê? bi zor û heft belayan dest pê dike. Ev Serdema Nû dê di binê perdeya giriyên wan re bikişe hundir Beriya ku ew çavên xwe vekin, ew ê bi ser wan de bigire. Baş e, hesibanî dema ceolocîk serdestiyeke yekpê ye Wê hingê Mirov, ji bo ku hişsivikiyê bilîze, yan jî ku bixwaze jîr be Her wekî gelek caran wisa bûye, bi qasî nîv înçî ye li vir e Rebiyo, ev mirovên ku digirîn bergeha ceolocîk e bedew ça’ dilewitînin. 1957 Exeat1 Şahînşahiya Romayê2 tê bîra min, yekî ji wan ên herî dilhişk, Ku diçû serdana girtiyên xwe yên belengaz î di binê zindanan de, Vêca paşê girtî ji bo mirinê li ber wî digeriyan, wî jî digot: Naxêr na, em hê bi têra xwe nebûne hevalên hev. Mebesta wî jê ew bû ku hê nebûbûne heval bi têra ku wî mirin bida wan. Wiha, dema ku dil bikim bimirim, divêm Besta min bibêje: Naxêr na, em hê bi têra xwe nebûne hevalên hev Û Dilpakî jî bibêje: Em hê bi têra xwe nebûne hevalên hev. Dema ku hê jî bi sererastî li Besta xwe guhdarî neke, Helbestkarek çawa dikare xwe bikuje, Yan jî dema ku wê yekê her dem gîroyî sibehrojê bike, Evîndarekî Dilpakiyê çawa dikare xwe bikuje? Dîsa jî dibe demek bê, dema ku helbestkarekî yan jî kesekî Jiyaneke dirêj, xweşî û jan li dû xwe hiştibin, Lê êdî bûbe pepûk û cila şil, ketibe stûyê welatê xwe Û hew bikaribe biryarekê bigire, Dibe Jiyana mirêsdar bi hezkirin bê ba wî, bibêje: Bi ya min, em êdî bi têra xwe bûne heval ku ez mirinê bidime te; Paşê ew dikare xwe bikuje, paşê Dikare derkeve û here. 1966 Naaxêvim Dilovaniyê têgihiştinê aramiyê naxwazim Û di van rojên reşebayiyê de serbestiyê naxwazim Naxwazim ev şikence raweste, naxwazim. Berzûrî Xwedê nabim bihêle bimirim Da ku guhekî guhdar bide gava ku bigirîm Di meşa xwe de veweste, nelezîne di ber min re hem. Çu tiştî naxwazim naaxêvim Pirs û pirsyaran nakim û lê nagerim Rojên ku qels bûm min dikir, nema dikim. Êdî xurt im û di nava lepên janê de me Weku di dilqekî ji zirxekî efsûnbar î bi deynî standî de me. Dilqekî ji Dema îro standî û paşwextî ne xema min e.

Tê hebû ku dikaribû xwe di malê de veşarta. A rast ne rast bû kiryara Coleridge, şaş bû (Lê em giş gelek caran şaşiyan dikin) Wekî rastî jî ew e, bi ya min, ji mêj ve bû Ketibû kêferata Kûbîlay Xan. Digiriya, dilûband, redda min hat, digot, Ez ê çu caran nikaribim peyveke din lê zêde bikim, Lê Kesê ji Porlockê derkeve û bê Û sûcê wê yekê bike stûyê min?! Ne rast bû, şaş bû, Lê em giş gelek caran şaşiyan dikin. * Gelo em li navê Kesê ji Porlockê bipirsin? Çima Porson, we nizanibû qey? Mala wî li biniya Girê Porlockê bû, Lewma jî, rêya wî dûr bû. Tevî ku dapîra wî Pîrebokek bû, Yek ji Ruthlandshireiyên li ber dilê min ‘ezîz Û çu têkiliya wê bi Porlockê re tinebû, Lê ew bi xwe ne gula cimaetan bû ew qasî. Lê, çawa ku min got, mala wî li biniya girekî bû Û pisîkekî wî hebû bi navê xwe Flo Û pisîkekî wî hebû bi navê xwe Flo. Qey Ti Evîn Tine Kuta Nebe? Şipê me dikevime Kûrayiyên tirsnak Bi ser jûniyên xwe de bi ser pirê de dikevim. Di biniya binî de Bi sêwirandinê dibînim Laşê min rast dibe Ku bi hêçbûnekê re Li jêrê belav dibim. Êdî parî û piçik e, di xwînê de mewijî. Qey ti evîn tine kuta nebe? Têk Çû, Têk Çû Melekê ku rabû raperîn rakir Di kêliya xezeba sermest de Têk çû, têk çû; hêza wî hate pîvandin.

* Kurmên Kesê ji Porlockê têne min Ji bo ku dawiyê li ponijanên xwe bînim Min sebr û semax nema, divê wî bibînim, Ez wî heval dihesibînim. Têm diçim di pencereyê re li derve dinihêrim Têm diçim direvime ber dêrî Ji min we ye, Ew ê vê êvarê bê Ji min we ye, lap bi derengiyê ket. Wer birçî bûme ku gotina min bê birrîn Heta hetayê, heta hetayê bila wisa bibe Lo Kesê ji Porlockê, bi lez were, Were dawiyê li ponijanên min bîne.

Tê dîtin, ji banekiyê tê kirin, gotin tê gotin. Tiştek namîne, ji bilî stêrkeke ku dixurice wekî nîşanekê, Çîrvanokeke ku li ber bixêriyê tê gotin, şûrekî şikestî.

* Pîroz dikim kesên ku Kesekî wan ê ji Porlockê hebe Her tiştî li bin guhê erdê bixim û bavêjim Ji ber ku jê û pê de çu tiştê hêjayî hilanînê nemîne, Pêwîst nake bimînin.

Payîz Wî behsa çîroka jiyana xwe kir bo Xatûn Courtlya Ku jinebiyek bû. ‘Hema were em bizewicin’ Got wî. ‘Ez nema dişewitim bi agirê viyanê, Lê em dikarin hebekî bikin galegal, hê ku ne zêde dereng e.’

* Axx ew Kesê ji Porlockê gotinbirrekî afat e Gotinên me heta hetayê dibirre Xelq dibêje, ew peyayekî çepel e Lê bi rastî jî hêjayî viyanê ye.

Sedem Jiyana min berbad e Mehdê min dixele ji rewşa wilo Ez ê bipêm hebekî Paşê jî herim lo.

Bo çi ew qasî gilî û gazinan jê bikin? Ew wekî pîroziyekê derdikeve û tê Divê şa bibin ku wî ew ji bîr nekirine Tê hebû ku dikaribûn bidomandana.

Jixwe ji çi re bipêm? Hêvî zindî dipijiqe, A pak dibe ku bê serî Dîsa jî dibe ku ez bi ser bikevim.

* Ev ponijan ciyê canzeriyê ne, pê dizanim. Can zer dikin. Xwezî bibûma şengezeriyeke temam, xweştir e ev yek Her wiha peywir e, me divê bikenin bi qasî ku em radestî Mebesta Yê Li Jorê dibin, ku diceribîne

Ew yek ji wê ye, ku dudiliyê dikim Heke Xwedê pak, bê qudret, yan jî zordest be. Ponijanên der heqê Kesê ji Porlockê de Coleridge Kes ji Porlockê wergirt Û piştî wê yekê nifir li wî kir Baş e, ê çima lezelez rê da wî ku bikeve hundir?

Bi celeb bi celeb têkeliyên rewişta mirovî, kîjan herî baş lê bê Giş ji wî re serincrakêş e, ciyê coş û peroşê, lê ne ji me re. Wa dîsa diçim. Bikene bikene û karekî bibîne ‘Esas wê hingê tu yê ji ser xwe herî, bêyî ku bi rastî jî çûbî. 1- (Bi Latînî) Bila derkeve here. (nîşeya wergêr) 2- Heye ku Caligula be. (n. w.)

13


Dengek teatra Baselê ji bo Şengalê:

Jin Jiyan-Der Aufbruch A

nina Jendreyko li ser peydebûna fikra projeya lîstika şanoyê ya bi navê Jin Jiyan û Vejîn (Jin Jiyan Der Aufbruch) dibêje, wê xwe daye ber projeyê ji ber ku ji Şengalê re mirovên bibin dengê wê lazim in. Promiyera vê lîstika şanoyê 6´ê Nîsanê wê li ser dika şanoya bajêr a Theater Krefeld-Monchengladbachê bibe. Li wir lîstik wê heta havînê bê nîşan dan. Anina Jendreyko derhêner û hevhilberînera vê performansê ye. Herçî muzîkê zindî û li ser dikê, Suleyman Çarnewa, Sosin Elenya û Metîn Yilmaz dikin. Jendreyko hîna salên 90´î NÇM nas kiriye û gava ku qeyûman şaredariyên Amedê dagir kir jî, ew di projeyekê de dixebitî ku metna wê ya bi Kurdî ji ber kiribû. Ji bo Jin Jiyan - Der Aufbruch Jendreyko 3 caran diçe Şengalê û di serdana xwe ya dawî de, tîne bîra xwe ku tesîreke mezin a hilweşînê li yekî ji endamên ensemblê dibe; ew li helwêsta xwe ya muhtemel dipirse, ka heger ev zilm û şidet yekser wî bide ber xwe, helwêsta wî wê bibe çi! Ew bi bersiva xwe nizane. Anina Jendreyko wiha dewam dike anektoda xwe: "Hingê yek ji hevalan rabû û got, dev ji vê pirsê bernede, kilîteke veguherînê di nava wê pirsê de ye; li peyxwehiştina mestereyên fikra baviksalar û şidetê ye jî. Ha Ez di salên 1990’î de gelek caran çûm Kurdistan û Tirkiyeyê,min hingê Navenda van herdu zilaman paşê hevdu himbêz kir, Çanda Mezopotamyayê li Stembol, Izmîr û Amedê nas kir. Û min bi wan re li wir Luqman GULDIVÊ her du jî zilamên navsere bûn. Ev hevdîtikar kir, ev cara pêşî bû ku bi komên muzîkê yên Koma Amed,Koma Agirê Jiyan, neke bihêz bû." Koma Çiya re, bi koma şanoyê Jiyana Nû re demeke dirêj li NÇM’ê min kar kir. Ew bi naskirina penaberên Kurd dest pê dike, Kurdan nas dike. Dest pê dike fêrî Kurdî bibe û pê re jî fêrî Tirkî jî dibe. Em bi vê derhênera şano û hunermenda dika azad re li ser li peyama ew dixwazin bidin. Bi ya min, ev tişteke gelekî murenûsa xwe piştî vekirina korîdorê û azadkirina Şengalê. şanoyê, li ser Jin Jiyan - Der Aufbruch û tecrûbeya wê ya bi him e. Bi ya min gava ku şano, aktrîst û aktor bi performansa Wan xwe bi rêxistin kir. Ha ev awir wê li ser vê be ku jinan huner û Kurdistanê re peyivîn. xwe ya li ser dikê karibin bikin ku temaşekerê li hember bi weke mexdûr û qurbanî stîgmatîze neke, wan weke ku nirastî jî bi wan re hevhest, hevxem bibe, hingê ev înteraksiyokarin bibin kirdeyên çalak nîşan nede. J ber ku ev derfeteke, Vê projeya Jin Jiyan - Der Aufbruch çawa dest pê kir? neke yekser e, a ku dikare xwe bigihîne te. Ji ber ku mirovên îhtîmala guherînê ye. Çima te da ber xwe? zindî şanoyê dikin, ev destdana hev a yekser e. Ev helbet pêRêveberê şanoyê Matias Gerth ji Şanoya Krefeld-MöncTêkiliya te ya destpêkê bi hunermendên Kurd re kengî vajoyeke ku tenê bi hev re dikare bi pêş bê xistin. Ma ne mihengladbachê di ITI (International Theather Institut – Înstîçê bû? Va ye diyar e beriya Şengalê te Kurd û Tevgera rovên gelekî cihê tên şanoyê û divê mirov zimanekî hevpar tuya Navneteweyî ya Şanoyê) de ye. Me hev li kongreya ITI Azadiyê nas kirine… bibîne, yanî divê mirov karibe miamele bike ne jihevcihêya cihanê ya 4 salan carekê dît; di wê kongreyê de nûnerên Ez di salên 1990’î de gelek caran çûm Kurdistan û Tirkibûnê re û li şanoyên ez niha kar dikim, ez bi komên gelekî ji qederê 90 welatên dinyayê tên cem hev. Li Segovia ya yeyê,min hingê Navenda Çanda Mezopotamyayê li Stemhetrojen re kar dikim. Ev hatina cem hev, ev muzakerekirina Spanyayê bû. Em bi hev re peyivîn û min behsa gelek probol, Izmîr û Amedê nas kir. Û min bi wan re li wir kar kir, zimanekî hevpar pêvajoyeke mezin e. Lê di heman demê de jeyên şanoyê kir ku di wan de hunermendên Kurd jî cih diev cara pêşî bû ku bi komên muzîkê yên Koma Amed, pêvajoyeke piçûçik e jî ya behremendiya şiyana miamelekigirtin. Piştî bi çend hefteyan, wî telefonî min kir û pirsî ka ez Koma Agirê Jiyan, Koma Çiya re, bi koma şanoyê Jiyana rina bi cihêrengbûnê re ye, behremendiya li ser hin xisûsan dikarim projeyeke li ser Êzîdiyan amade bikim. Min got, na Nû re demeke dirêj li NÇM’ê min kar kir. Vê yekê gelek tehatine cem hev e, ji bo ku em bi hev re beranberî dinyayê ez Êzîdiyan ji nêzîk ve nas nakim. Ji sala fermanê, ji 2014’an sîr li min kir ka çawa hingê di destpêka salên 90’î û li nava bisekinin tevî hemû cihêtiyên ku mirovî çêdikin. Lê belê, ev ve bi mijarê re elaqedar im, lê beriya hingê min hema wilo ji salên 90’î têkoşînek hebû ji bo berfireh û berbelavkirina bi hev re xwestin û bi hev re çûna beranberî dinyayê, bi dûr ve tişt li ser wan bihîstine. Min jê re got, lê ez dikarim li çanda Kurdî. Û ji destpêkê ve helwêsteke, nihêrîneke berbehremendiyên aktrîst û aktoran ên deng, ziman û bedenê ser bûyereke şênber, li ser vekerina korîdora insanî ya dema fireh hebû li NÇM’ê; mirovên ji Yewnanistanê hebûn, Laz, mumkinkirina wê keyslêanînê ji bo temaşekeran da ku bi fermanê lîstikeke şanoyê amade bikim, ji ber ku ji bo min Tirk û Ermenî hebûn. Ji destpêkê ve ew pirrengiya herastî beşdariyê bikin li qewmînê, li serpêhatiyê. Ji ber vê jî ez dengek lazim bû ji bo wê heqîqeta ku Tevgera Azadiya rêmê li NÇM’ê jî hebû. Û ev cara pêşî bû ku ez bi hunerteatrê di serdema me de jî harîqulade girîng dibînim. Kurd ew korîdor vekiriye, ew heqîqeta ku bi parastina xelkê mendên Kurd re dihatim cem hev. Gelo teatr dikare kerr jî be; helbet, heger teatr berê li Şengalê û bi vekirina korîdora insanî ya ber bi Rojava ve, xwe tenê bide wê yekê bike ku heta jê tê, ez ê jê re bibêvan heqîqetan karî pêşiyê bigire li qirrkirineke mezintir ya Ji bo te şano çi îfade dike? Yanî çima şano û ji wê jî wê de jim, hunerekî spektakuler bike, û êdî zêde berê xwe nede Êzîdiyan û qirrkirina jinê; heger wisa neba wê qirrkirina sêşanoyeke çawa ye ya te daye ber xwe? pêvajoya ku divê miamele pê re bê kirin ya esasî, hingê yem a mezin a di nava sedsalekê de biqewimiya, piştî ErJi bo min beşek ji jiyanê ye ew behremendiya ku mirov erê teatr tenê tê ser bazarekê, bazareke hunerî ku di humenî û Cihûyan li dijî Êzîdiyan. Ya din jî ew guherîna di enber bi yên din ve biçe, pê re têkiliyekê ava bike û bi mirovan nerên bedew de jî pirê caran heye. Hingê jî teatr helbet cama vê yekê de di nava civaka Êzîdî de da der ya ku bi vê re danûstendinekê ava bike. Û li teatrê ev mumkin e. kerr dibe. Lê belê gelek kesên li şanoyê kar dikin, weke kirina wan, û bi hebûna wan a li Şengalê guherînek mumDinya îro gelekî zêde bi cihana dîjîtal û teknîkê diyar dibe, gelek hunermendên hunerên bedew tê de kar dikin, kin bû, ha vê bala min dikişand. Ango bala min li ser beridîn şano zindî ye, hema li vir û niha pêk tê. Ji bo min ev xisleteke hewl didin da ku ne weke tişt, nesneyên xwedî nirxê baû veguherîna ji 2014’an ve bû. pirr mezin a teatrê ye. Aktrîst û aktor dengê xwe, bedena zarê bên firotin; berevajî ew dixwazin di pêvajoya wan a Ji bo min esasî bû ku ez berê awirê xwe nedim mexdûr û xwe û zimanê xwe bi kar tînin, ne bi awayekî teknîkî, yan jî hunerî de hesabê wan bê kirin. Pêvajoya hunerî timî ew qurbanên qirrkirinê yên fermanê û qirrkirina jinan. Helbet ne bi faktorên mekanîk, lê bi rêya dengê xwe, bi tecrûbeya derfet e ku civak, pirsgirêkên wê û nakokiyên wê vede, lê behsa wan dikim, mesele ji xwe esasî jin in, lê hêza jinan e. xwe, bi zimanê xwe û bedena xwe hewl didin ku temaşeker vegerîne, nîşan bide. Huner wekî din gelekî girîng e; ya Ji wê werçerxê ve hişyarbûna jinan, ka çawa wan rahişte çajî keysa beşdariyê lê bînin li tişta ku ew dixwazin îfade bikin, xweşik di huner de mirovan xwedî dike.

14


Volksbühne Basel berê jî hin kar kirine ku tê de hunermendên Kurd hene, ev Volksbühne Basel çi ye? Volksbühne Basel, civateke hilberînê ya serbest e, ew ji aliyê şanogerên ji pîşeyên cihê ve yên li dikên azad kar dikin, hat damezirandin. Wekî din gelekî muhim e ku pirrengiya civakê xwe li ser dikê jî bide nîşan, li pişt dikê û her wiha di nava temaşekeran de jî. Heger temaşeker xwe li ser dikê bibînin, hingê maneya wê ew e ku di nava civata hilberîner a şanoyê de jî pirreng e, ew hêmaneke zindî ye. Hingê mrovên gelekî cihê jî tên, lewma derî vekirîne li pirrengiyê. Û em dixwazin li vir teatrê bikin ku pê miamele bikin bi wan mijaran re ka çawa em li vir di nava civaka xwe de dikarin bi hev re bijîn, çawa em dikarin bi hev re civakê biguherin ber bi civateke azad û hişvekirî. Em dixwazin di vê de weke teatr cihê xwe bigirin. Em ne tenê şanoyê dikin, em çalakiyên piçûk jî dikin, em carinan filman nîşan didin, carinan konseran organîze dikin. Û timî em gelekî zehmetiyê dikişînin ji ber ku di her warî de derfetên me yên madî kêm in. Kîjan produksiyona we heye ku têde Kurd yan jî daketineke bi Kurdistanê heye? Selam Hebîbî produksiyona pêşî ya Volksbühne Baselê bû.17 kes li ser dikê bûn. Komeke gelekî heterojen, pirreng û dînamîk bû. Ciwan hebûn, profesyonel, dansvan û muzîkjen hebûn bi me re. Me Romeo û Juliyet weke ku di nava civaka îro ya pirreng de bin, li ser dikê bi gewde kir. Juliyet jineke ciwan a Kurd bû. Muzikjenên Kurd di vê lîstika şanoyê de zindî li ser dikê hunerê xwe îcra kirin. Keseke ji Sarayevo, keseke bi eslê xwe ji Îranê mirovên ji Kosova, Gana û welatên tên. Ev produksiyonek bû ji perspektîfa Juliyetê li ser dikê ruh pê dihat. Ev gelekî nêzîkî wê pirsa civaka koçberiyê weke ya li Elmanyayê ye; keç jî dixwaze xwe ji nava lepên malbatê azad bike. Ji ber ku gelek Kurd di komê de bûn, û yekî ku nivîsî jî ji Başûrê Kurdistanê bû, em hatin vexwendin ku li Başûr performansa xwe îcra bikin, li derve, li bin banê xwedê li Dihokê. Mirovên ji Amedê jî hatibûn. Di encamê de karekî din peyde bû: Şanoya Şaredariyê ya Amedê di wê dema beriya qeyûm de, di dema Gultan Kişanak şaredar de me lîstikeke şanoyê amade kir. Ev adaptasyoeneke Don Quijote (Don Kîşot) bû ku girtiyekî siyasî ji hepsê nivîsîbû. Di vê projeyê de ez aktrîst bûm. Ferhat Keskîn derhêneriya wê kir. Di lîstikê de Şanoya Şaredariyê û koma kesên ji rêuresma NÇM’yê tên ji Don Quijote lîstikeke xurt a rexne li Ewrûpayê digirt amade kir. Ewrûpa Don Quijote bû ku dihat çiyayên Kurdan. Ev karekî gelekî baş bû, heyat bû. Lê mixabin ev kar beriya promiyerê ji ber qedexeyên dewletê di dema berx-

wedana Sûrê de polîsê Tirk payîzê teatr dagir kir. Axir, sed mixabin e ku me nekarî bi vê lîstika şanoyê derkevin ser dikê. Armanc ew bû ku ev lîstik li seranserê Kurdistanê bê nîşandan. Hingê min tevahiya rola Don Quijote bi Kurdî ji ber kiribû; min ew zilamê baviksalar û feodal ê ji Ewrûpayê dihat, bi gewde dikir. Di hemû karên min ên li Voksbühne Baselê de, di hemû karên min ên rejiyê de timî hunermendên Kurd, aktrîst,aktor yan jî muzîkjenên Kurd cihê xwe girtine. Sedema wê jî ew e ku peywendiyeke min a xurt heye bi gelê Kurd û tevgera wî re heye. Helbet gelek Kurd li vir dijîn û di nava wan de gelek hunermend jî hene li Elmanya û Swîsreyê. Ev pir muhim e bi ya min tişta ku divê bê gotin, mirov li ser dikê jî bi cih bike. Pê re jî miamele bike û bike ku temaşeker jî beşdariyê lê bikin.

Em hewl didin li ser dikê bibin dengê mirovên li Şengalê. Ez bi xwe hewl didim perspektîfên cihê bidim temaşekeran li ser korîdora mirovî û pê re jî vegiherîna ku di nava civakê de dest pê dike. Ji bo Jin Jiyan - Der Aufbruch te amadekariyeke çawa kir? Ma ne va ye muzîk heye, dîmen hene, deng heye. Piştî ku biryar bû ku ez ê projeya Jin Jiyan - der Aufbruch çêkim, eşkere bû ku ev tenê bi hevkariya bi Êzîdiyan re wê bibûna. Min têkilî danî bi sîwana rêxistina jinên Êzîdî re, ji ber ku ev mijara wan a esasî jî jinên Êzîdî ye. Ji bo min eşkere bû ku divê ez biçim cihê cih. Yanî min ê hem li vir bi rêxistina jinên Êzîdî re bida û bistenda, hem jî lêkolîn bikira li Şengalê, da ku ez karibim lîstikeke şanoyê ya bi vî rengî çêkim. Em cara pêşî dawiya Çileyê 2018´an çûn Şenaglê. Paşê em di Çiriya Paşîn a 2018´an çûm û cara dawî jî tevî komê, ensemblê hemûyî em careke din çûn Şengalê, ji ber ku aktrîst û aktorên ne Êzîdî û ne Kurd jî di navê de ne. Hilberînereke şanoya bajêr jî hevhilberîner e. Yanî divê ez bi aktrîst û aktorên şanoya bajêr re kar bikim ku min nas nakin. Min ev weke derfetekê dît ku pirekê ava bikim. Ev pêvajo hemû ji bo ku em hindik be jî mirov xwe nêzî otantîkbûnekê bike, ji bo min ferz bû. Em ne demeke dirêj li wir bûn. Rêveberê şanoyê jî ev cara yekê bû çûbû Kurdistanê. Ne hêsan bû mirov biçe Şengalê, diviyabû em di ser Başûrê Kurdistanê û

Mûsilê re biçin û bi hezaran destûr belge lazim bûn. Ev cara pêşî bû ku ensemble bi hilweşîneke di wê astê de rûbirû bû. Xelkê em vexwendin, em bi gelek mirovan re axivîn. Vê gelekî tesîr li aktrîst û aktoran kir. Weke hilberînerê serbest, dika azad, mirov tevahiya hilberînê dike, ji hemûyî berpirsiyar e, lê bi dilê xwe ye, herçî şanoya bajêr e, mirov li wir karmend û divê serê xwe li gelek tiştan bitewîne. Mirov nikare gelek tiştan bi xwe bike. Şanoyeke bajêr dezgeheke gelekî mezin e. Weke nimûne, aktrîst û aktorên di Jin Jiyan der Aufbruch de kar dikin, di heman demê de di çar lîstikên din ên şanoyê de kar dikin. Ango ne weke dika azad e ku mirov bi awayekî karibe li ser mijarekê bihizire, bi hev re li ser bişixule. Ev zehmet e, lê di heman demê de derfetek e ku mirov piran ava bike ber bi temaşekeran û her wiha ber bi hunermendan ve. Û muhtemel e ku em bi wan mirovan re peywendiyekê deynin ku heta niha bi mijara Tevgera Azadiya Kurdistanê re bi wê vejîna li Şengalê re hîç miamele nekirine. Ji ber vê min ev proje qebûl kir, tevî ku min pê dizanî ku gelekî zehmet e. Şert bû ku aktrîst û aktor yekser xwe bigihînin xelkê Şengalê. Ji ber ku azadiya geştê ya xelkê Şengalê ji ber siyaseta Ewrûpa nîne, ji bo me eşkere bû ku divê em biçin Şengalê. Vê serdanê gelek tesîr li ensemblê kir. Pirraniya wan hîna neçûbûn herêmeke şer, ji xwe hîç neçûbûn devereke ku xelkê wê hewl dide çarenûsa xwe diyar bike; weke xelkê Şengalê ku hewl dide civakeke demokratîk ava bike. Ez dixwazim behsa anektodekê jî bikim. Yek ji beşdaran, ya rastî, asta rûxiyanê gelekî tesîr li hemûyan kiribû. Em êvarê bi hev re li Serdeştê rûniştibûn. Piştre yek ji mêran, piştî ku jê hat pirsîn ka ew çi hîs dike, rabû, got, asta rûxandinê ya li Koço, Til Izêr û bajarê Şengalê heta bi hestiyên wî tesîr lê kiriye. Bi ya wî, ya ku li Naziyan li Rûsya li pey xwe hiştiye bi heman rengî bûye; bi tevahî rûxandin, revandin, destavêtin. Paşê jî wî got, gava ku ew li Koço bû, wî ji xwe pirsiye, heger ew bi vê fermaneke mîna vê ya tundrawiyê re rûbirû bimana, gelo ew ê jî neketa nava wê hevhestiya xwînrijî, zalimiyê! Wî got, ew nikare misoger bibêje, na, lewma bi ya wî amadebûn ji bo şidetê û hilweşandinê, gelekî bûne beşek ji amadebaşiya ji şidetê re ya mêran e! Ew bi xwe re ketibû nakokiyeke cidî de. Helbet weke mirovekî maqûl, wî dê di cih de bigota, na, ez li dijî hiweşandin, şidet û zilmê me. Lê di rûbirûbûna yekser de pirs bi rengekî din li nav dev û rûyê mirovî dikeve. Hingê yek ji hevalan rabû û got, dev ji vê pirsê bernede, kilîteke veguherînê di nava wê pirsê de ye; li peyxwehiştina mestereyên fikra baviksalar û şidetê ye jî. Ha van herdu zilaman paşê hevdu himbêz kir, her du jî zilamên navsere bûn. Ev hevdîtineke bihêz bû.

Em hewl didin bibin dengê mirovên li Şengalê Ez dizanim tê nexwazî behsa naveroka wê bikî, lê bi xetên giştî, weke temaşekerên Jin Jiyan Der Aufbruch em ê çi bibînin li ser dikê? Em hewl didin li ser dikê bibin dengê mirovên li Şengalê. Ez bi xwe hewl didim perspektîfên cihê bidim temaşekeran li ser korîdora mirovî û pê re jî veguherîna ku di nava civakê de dest pê dike. Di dema lêkolînê de, ango destpêka sala 2018´an û Çiriya Paşîn de em bi kamera çûn. Dema ku em bi mirovan re peyivîn me qeyd kirin dîmenê wan. Em bi wan mirovan re peyivîn ku beşdarî vekirina korîdara mirovî ya Şengalê bûne. Em bi gelek jinên Êzîdî re peyivîn, weke berdevkê TAJÊ, hevseroka Meclîsa Xweseriyê ya Şengalê, di şahiyan de em bi jin û mêran re peyivîn. Em bi yekî ji 12 hevalan re jî peyivîn ku beriya fermanê hatibûn Şengalê bûn da ku xelkê li hemberî tehlûkeya heyî organîze bikin. Em bi ge-

lek mirovan re peyivîn û me ew qeyd jî kirin. Em ê li ser dikê qismekî ji van qeydiyan nîşan bidin. Em gelekî bi materyalên vîdeo kar dikin û temaşeker wê mirovên ji Şengalê bibînin. Aktrîst û aktor jî li ser dikê dengê xwe didin wan. Protagonîstek Kurd e. Ew bi xwe bi rola jineke Êzîdî radibe. Li ser dikê divê em behsa Fermanê, korîdorê û destpêka veguherînê bikin. Nexasim di beşa duyem de em behsa hêza jinan jî dikin. Di lîstika şanoyê de sê zemîn hene. Ji ber ku dengbêj beşeke girîng a çandê ne li Şengal û li cem Kurdan bi giştî jî, ji ber wê muzîkjen li ser dikê ne. Sosin û Suleyman stranbêj in; û Metîn jî muzîkjen e. Em stranbêjên ji Şengalê yekser jî (bi rêya dîmen) tînin ser dikê û helbestên hingê me qeydkirî jî. Ji tevgera azadiya Kurd jî wê stran hebin. Qeydiyên vîdeo wê hebin. Û metnên ku aktrîst û aktor wê bibêjin jî zemînê sisêyan e.

15


Mîkaêlê Reşîd

Emir dikişe. Ez zanim, zanim, Çima pêşîê min Ro hebandine, Çima dayka min, Wexta sond dixwe, Navê şems dide, Û çima, wexta Ji me dipirsin, Wekî em kêne, Em cabê didin: - Ewladê şemsin.

(…)

FOTO: MURAT AYYILDIZ


Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.