PolitikART 236

Page 1

Politik

S ê N i f ş

15 GÜNLÜK EDEBİYAT SANAT VE DÜŞÜN DERGİSİ

24 Adar 2018 Şemî

HEJMAR: 236


Newroz 2018 (Stenbol)

Li Başûrê Kurdistanê li ber def û zirnê reqsa Newrozê

Herausgeber: Medya Presse-und Werbeagentur GmbH

Hans-Böckler-Str. 16 63263 Neu-Isenburg

Geschäftsführer: Ahmet Yücedağ

Ver. Redakteur: Özgür Reçberlik

politikart@yeniozgurpolitika.org


t

Helbestkarê modern Qedrî Can û kevneşop Janez SAR

M

odernîzm di warê wêjeyê de di sedsala 19’an de weke pêlekê dest pê dike û di sedsala 20’an de xurt dibe. Di heman demê de piştî derketina modernîzmê helbesta serbest di sedsala 19’an de dest pê dike û di sedsala 20’an de bi pêşketineke mezin pirr şax vedide. Li gorî gelek wêjevan û hunermendan li Ewrûpayê pêla modernîzmê di dawiya salên 1880’yî de dest pê dike û heya destpêka şerê duyem ê cihanê didome. Di helbesta Kurdî de serbestiya helbestê piştî şerê cihanê yê yekemîn xwe rê dide û têgeha modernîzmê bandorê li helbesta Kurdî dike. Di wêjeya Kurdî de bingeha helbestê herçiqasî ji kevneşopiyeke xurt bê jî, xebatên ku li ser teoriya helbestê hatine kirin hîn pirr nû ne, ev jî di wêjeya Kurdî de ji ber derengmayîna pêla modernîzmê ye. Civaka ku gihiştibe hişmendiyeke modernbûyînê, bajarvaniyê û takekesiyê, dikare li ser teoriyê xebatan bike. Wêjeyek gava ku angajeyî dijîtiya kevneşop-modernbûyînê be, xebat û nîqaşên li ser helbestê bêtir li gorî xemên civakê tên kirin. Ji ber vê yekê helbesta Qedrî Can ne tenê ji bo wêjeyê ji bo moderbûna civaka Kurd jî pirr girîng e. Bi serbest nivîsîna helbestê re di civakê de derî li hişmendiyeke nû vedibe. Ji ber ku modernîzm bi rexnekirina ol, felsefe, sinc, dad, dîrok, aborî û polîtîkayê dest pê dike. Li gorî vê hişmendiya modernîzmê helbesta modern bi binyada kevneşop re tekîliyê qut dike. Bi vî awayî helbesta modern li ser rexnekirinê ava dibe û bi hêza rexnekirinê di ruhê helbestê de dînamîzmeke xurt çêdibe. Di helbesta Kurdî de rêgezên modernîzmê bi awayekî sîstematîk piştî salên 1930’î xwe rê didin; helbest piştî salên 1930’î ji nava qaliban derdikeve serbest dibe, qeydeyên helbesta serbest di wêjeya Kurdî de hêdî hêdî vêdikevin

“Bilûra Min” û tesîra vê Her wiha yekem car helbesta modern ji hêla Celadet Elî Bedirxan ve tê nivîsîn, ji ber ku beriya wî, em li tu nimûneyên helbesta modern, li rêzikên serbest rast nayên. Bi helbesta xwe ya “Bilûra Min”, yekem car helbestê ji nava qaliban derdixe, helbestê serbest dinivîse. Celadet Bedirxan bi vê helbestê dînamîzmeke xurt dixe nava helbesta Kurmancî. Ev helbest hişmendiyeke nû ya helbestî aniye û bûye nimûneyeke xurt ji bo yên ku berê xwe dane helbesta nûjen. Celadet Bedirxan hebûna neteweyekê bi zimanê wan ve girêdide; ji ber vê, wî giranî daye nivîsên ilmî û zimanzaniyê, giranî nedaye nivisîna helbestê, wek ku Rênas Jiyan jî gotiye “helbest nekiriye karê xwe yê ewil” tenê rêbertî ji şoreşa helbesta nûjen re kiriye, rê li ber helbesta nûjen vekiriye û ev kar sipartiye Qedrî Can. Qedrî Can helbestên xwe yên ewil ên ku ji sala 1932’yan heyanî sala 1942’yan li gorî hişmendiya helbesta klasîk dinîvîse. Gava em li mêjûya helbesta Bedirxanî “Bilûra Min” dinêrin di sala 1941’ê de hatiye nivîsîn, ev yek jî rê dide ku ev helbest bandorê li Qedrî Can dike ku piştî vê salê helbestên nûjen dinivîsîne. Qedrî Can ji nav qadroya Hawarê navekî girîng ê dînamîzma helbesta Kurmanciyê ye, bi kirinên xwe yên di helbestê de atmosfera wêjaya Kurmanciyê guheriye û bi pêlên modernîzmê re kaxiza helbesta Kurmanciyê şil kiriye.

Pîvanên helbesta modern dixe dirûvekî nû Bi bandora modernîzmê re Qedrî Can ji hişmendiya helbesta klasîk dûr dikeve, êdî tenê li gorî standartiya helbesta klasîk nanivîse û helbesta Kurmancî li gorî pîvanên helbesta modern dixe dirûvekî nû. Yekem car di helbesta xwe ya bi navê “Begê Axir Zeman” de vê yekê bi cih tîne, berê rêgezên helbesta Kurmanciyê diguhere. Rewşa erdnigariya Kurdistanê û dînamîkên sosyo-polîtîk ên li ser civaka Kurd bandor li helbesta wî kiriye. Qedrî Can ji ber parçebûna welatê neteweya Kurd û polîtikayên dewletên serdest ên li ser tunekirina wan ew nêzîkî fikra neteweperweriyê û welatparêziyê kiriye. Ji ber vê di helbestkariya wî de em li nasnameyeke polîtîk û neteweperwer rast tên. Bi rêya helbestê xwedî li nirxên neteweya Kurd derketiye. Wek ku T.S. Eliot jî gotiye: ”Neteweyek dikare xwe têxe şûna neteweyên din û wek wan bifikire, lê nikare wek wan hîs bike.” Ji ber ku ji nav çeşnên huneriyên herî neteweyî helbest e, tenê helbestkarekî Kurd dikarîbû êşên neteweya Kurd wiha hîs bikira û ev êş binalanda bi bêjeyan. Qedrî Can bi hêza helbestê bi civaka xwe re maye, ji wan neqetiyaye. Di bingeha helbesta modern de têgeha kirdeyê, takekesiyê xwedî cihekî xurt e, girîng e. Kesên ku helbesta xwe li ser rêgezên modernîzmê ava dikirin ji civakê dûr diketin û bi xwe mîjûl dibûn ku êdî mijarên şexsî di helbestên wan de cih digirt. Ji ber rewşa siyasî ya demê pêwîst bû ku Qedrî Can bi civakê re tevbigere û ji ber ku civak bindest bû, hewce bû ku polîtîk be jî, ji ber vê giranî daye helbestên civakî, îdeolojîk. Wî di helbestên xwe de ji xwe bêtir guh daye civaka xwe, neteweya xwe. Qedrî Can hişê nûjeniyê ji kevneşopê qut nekiriye û helbesta wî ji nirxên kevneşopiyê xwedî bûye. Qedrî Can ji ber ku li rastiya civaka xwe xwedî derdikeve û naxwaze ku sûretê vê rastiyê ji ber çavên wî here di helbesta wî de têkiliya bi rabirdûyê re xurt e, rabirdû ji bo wî girîng e. Armanca Qedrî Can çêkirina bîrdariyek civakî ye ji ber vê pêwîst e ku bi rabirdûya civakê re pêwendiyê deyne. Li gorî wî windakirina kevneşopê windakarina nirxên civakê ye jî. Weke helbestkarekî civakî heger rabirdûyê ji bîr bike wê rastiya civaka Kurd jî bê jibîrkirin. Rewşa neteweya Kurd têra xwe bandor lê kiriye, ew kiriye helbestkarekî neteweperwer, welatparêz, civakparêz û îdeolojîk. Bi van têgehan rabirdûyê zindî dihêle, hişê rabirdûyê xurt dike. Di helbestên wî de yên ku li ser serdarên dewletê, kesên oldar, zana û têne naskirin, hişekî rabirdûyê xwe rê dide, ev helbestên wî ji fikra ku diparêze, ji hêla wî ya civakî re delîlên xurt in. Helbestên weke li ser Celadet Bedirxan helbesta “Berdêlk”, li ser Şêx Evdirehmanê Garisî helbesta “Tabûta Bixwîn”, li ser Mehemedê Seyda helbesta “Şîn” û li ser Qazî Mihemed helbesta “Şîna Pêşiwa Qazî Mihemed” êşa ji ber mirina wan ku dilê wî êşandiye bûye mijar. Her wiha ya li ser Cegerxwîn helbesta bi navê “Cegerxwîn”, yên li ser Mele Mistefa Berzanî “Şêrê Welat Berzanî Hat” û “Serdarê Kurdan Berzanî” pesnê kesayeta neteweperweriya Cegerxwîn û pesnê lehengtî, mêrxasî û şervaniya Mele Mistefa Berzanî dide. Qedrî Can bi van helbestan nîşan dide ku, kesayetên Kurd ji bo wî gelekî girîng in. Qedrî Can herçiqasî bi ruhê modernîzmê gav avêtibe jî, ew ji modernîzmê haydar be jî, ew yekem helbestkarê me yê modern be jî; ew ji her tiştî bêtir bi êşa di dilê neteweya Kurd de mijûl bûye, azadiya axa Kurdistanê li gorî wî berberî her tiştî ye.

Qedrî Can herçiqasî bi ruhê modernîzmê gav avêtibe jî, ew ji modernîzmê haydar be jî, ew yekem helbestkarê me yê modern be jî; ew ji her tiştî bêtir bi êşa di dilê neteweya Kurd de mijûl bûye, azadiya axa Kurdistanê li gorî wî berberî her tiştî ye. 3


HAWAR:

Di helbesta Kurdî de deriyê nûjeniyê

Heta Hawarê, kovar û rojnameyên Kurdî her bi desthilatdariya Osmanî re dipeyivîn, lê bi Hawarê re, êdî kovar rasterast bi xwendevanê Kurd re dipeyivî û navika xwe ji desthilatdariya Osmanî an jî Tirkî bi temamî birrîbû.

L

i ser helbesta Kurdî ya klasîk îroj gellek xebat û lêkolîn hene. Antolojiyên ku tên çapkirin, û xebat û lêkolînan her ji Tarîxa Edebiyata Kurdî ve ya Qanatê Kurdo ve dest pê kiribû. Abdilreqîb Yûsuf bi Şaîrên Klasîk ên Kurdî, Feqî Hisên Sagniç bi Îbrahîm Seydo AYDOGAN Dîroka Wêjeya Kurdî, Abdurrahman Adak bi Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk, û Antolojiya Helbesta Kurdî ya ku Selîm Temo tê de helbestên 293 helbestvanên Kurdî çap kirine, di vî warî de agahiyên me yên li ser helbesta Kurdî ava dikin. Lê belê, divê tim were dubarekirin ku lêkolîna li ser metnên klasîk heta nuha ji danasîn û şerhê dûrtir neçûye. Bê guman, nebûn an jî kêmaniya perwerdehiya wêjeya Kurdî di vê rewşê de sedemeke girîng e. Lewre, heta ku perwerdehiyeke wêjeya Kurdî ya berdewam pêk neyê, dûrî aqilan e ku mirov li xebatên kêrhatî yên li ser wêjeya klasîk jî bifikire. Hin xebatên Michiel Leezenberg yên balkêş li ser çend babetên xweser di vî warî de îstisna ne. Wêjeya me ya klasîk bi navan û berheman ve tê nasîn, lê seresere tê nasîn, lewre ev çalakiya ku ji ber nebûna perwerdehiya wêjeyî her di nava xwe de asê maye û li xwe zêde nekiriye, hê nû dibe qada lêkolînên zanistî an jî akademîk. Herçî qada akademîk e, ew bîra wêjeyê bi xwe ye û heta ku ew nebe jî, behskirina aqlekî wêjeyî dê ne pêkan be. Di dewra qedexeya li ser Kurmanciyê û peydabûna derfetên fermî ji bo pêşketina Soraniyê ya li Başûrê Kurdistanê de, helbesta Kurdî ya ku heta wê gavê di bin banê wêjeyeke yekgirtî de ava dibû, êdî bi du rêkên paralel ve bi pêş ve ket. Sînor bi ser ketin û wêjeya Kurdî êdî bû gellek parçe. Bi tenê, wêjeya Kurdên sovyetê û ya dema Komara Kurdistanê ya Mehabadê, pêşketineke ji derveyî qedexeyan nas kir, lê ew jî ji ber sedemên naskirî di nava dîwarên tund de asê man û mirov nikare behsa bandoreke wan ya bi giştî li ser wêjeya Kurdî ya parçeyên din bike. Ev çavdêriyên jorê, lêkolîner û nirxandêrên wêjeya Kurdî mecbûr dikin ku hesabê van cudahî û taybetmendiyên fizîkî jî bikin. Lewma, di vê gotara xwe de, em ê bi taybetî li ser dewra Hawarê rawestin û bala xwe bidin pêşketina helbesta Kurdî ya wê dewrê.

Ji Klasîkiyê ber bi Nûjeniyê ve Di xebateke xwe ya li ser wêjeya Kurdî de, me nûjenî an jî modernîteya çand û entelîjansiyaya Kurdî bi rojnameya Kurdistanê (1898) ve dabû destpêkirin, lewre cara

4

yekem bû ku zimanê Kurdî bi awayekî berdewam û giştî û periyodîk ve di nivîsê de dihat bikaranîn. Bê guman, bikaranîna çapxaneyê di vê nirxandina me de pêvana sereke bû. Kovar û rojnameyên ku serê sedsala 20’an li Stenbolê dihatin çapkirin, di warê nivîsandina Kurdî de herî zêde cîh didan helbestan. Sedema vê yekê gellekî hêsan e. Kurdî di pexşanê de hê ewqasî nehatibû bikaranîn û ev jî dibû sedem ku rewşenbîrên Kurd fikrên xwe bi zimanê Osmanî bêtir bi hêsanî binivîsandana û nîqaşên siyasî û nirxandinên civakî bikirana. Pexşan weke nîşana wêjeya girseyî û nûjen Peydabûna pexşanê û pexşana helbestkî ya ku bi hest û sembol û metaforan ve dihat nivîsandin, li Ewrûpayê jî di dewra pêşromantîzmê de rê li ber helbesta serbest vekiribû. Li Fransayê, Chateaubriandê ku îdolê Victor Hugo bû ew zimanê pexşana hestiyar danîbû û Victor Hugo û Beaudelaire û bi dû re jî Rimbaud şikil dabû hîmên helbesta serbest ya îroj. Çawa helbestê bandor li pexşanê kiribû û şêwaza metnên pexşanî guherîbû û bilind kiribû, her weha pexşanê jî dê bandor li helbestê bikiraya û formên wê bidana guhertin. Pexşan dê êdî, mîna ku Boileu (1674) di Poetîkaya xwe de digot, dê weke celebekî erzan û sivik nehataya nirxandin; lê helbestê jî dê xwe bêtir nêzîkî zimanê rojane bikiraya û vê yekê dê bi guherîna zagona risteyan ve dest pê bikiraya. Di sedsala 18 û bi taybetî jî 19’an de, têkelbûyina helbest û pexşanê ew têgihîştina wêjeyî ya klasîk şikand û wêje anî bazara gelî. Têgihîştina wêjeyî êdî guherîbû û vê yekê dê bandor li şiklê afirandina wêjeyî jî bikiraya. Helbesta ku di risteyên pîvandî û hevdengiya mecbûrî de asê bûbû, qalikê xwe şikand û azad û serbest bû, digel ku pexşana ku bêtir ji bo metnên fermî an jî yên nirxandinî dihat bikaranîn jî xwe nêzîkî ruhê zimanê helbestê kir. Van hewlên afirîneriya wêjeyî yên avangardîst dê bi dû re bandora xwe li seranserê cîhanê bikiraya ku di wêjeya Kurdî de nivîskarên dewra Hawarê pêşengiya vê heyama nû kir. Heta kovara Hawarê, bi tenê du berhemên gellekî îzole bi pexşanê hatibûn danîn. Ya yekem, çîroka Fuad Temo bû ku di Rojî Kurdê de hatibû çapkirin û ew jî çîrokeke prîmîtîf û nayif bû; ya duyem jî piyesa Evdirehîm Rehmiyê Hekarî bû ku sala 1919’an di kovara Jînê de hatibû çapkirin ku navê wê Memê Alan bû. Gava ku mirov bala xwe dide berhemên Evdirehîm Rehmiyê Hekarî yên din ku dîsa di heman kovarê de hatine çapkirin û ew jî berhemên pexşanî ne, mirov bandora xebitandina zimanê wêjeyî ya li ser asta afirandina wêjeyî jî baştir dibîne. Heman nivîskarî bi Os-

manî metnên pexşanî yên weha nivîsandine ku mirov dikare bi hêsanî tê de behsa wêjeyeke bilind bike, lê belê mirov nikare heman çavdêriyê ji bo piyesa wî ya bi Kurdî bike. Asta afirandina zimanê wêjeyî, her weha rengê nivîskariyê jî diguhere. Kurdî heta wê gavê hê di afirandina wêjeya pexşanî de zêde nehatibû bikaranîn û berhemên ku nivîskarên nû bikarin bixwînin nebûn. Herçî helbest bû, her çend asta zimanekî di takekesiya helbestvên de nîşan bide jî, nikarîbû bi formên xwe yên klasîk ve bandor li asta xebitandin û afirandina nû ya zimanekî mîna Kurdî bikiraya. Kovara Hawarê, di vî warî de du dîwarên mezin şikandin ku yek jê, avêtina kompleksa zimanê serdest bû û ya din jî xebitandin û afirandina pexşana Kurdî bû ku vê yekê rê hem li ber wêjeya Kurdî vekir û hem jî pêşeroja helbesta modern ava kir; lewre gellekî balkêş e ku helbesta modern bi şikandina elîtîzma helbesta klasîk û giştîkirina hunerê nivîsandinê ve ava bû. Wêje êdî ne bi tenê karê cambazên rist û hevokan bû ku zagonên tund yên wezn û kafiyeyê ew vediguherand ser berhemdariyeke zimanî ya şidandî û ew bi derdoreke elîtîst ve bi sînor dikir. Lewre, heta Hawarê, kovar û rojnameyên Kurdî her bi desthilatdariya Osmanî re dipeyivîn, lê bi Hawarê re, êdî kovar rasterast bi xwendevanê Kurd re dipeyivî û navika xwe ji desthilatdariya Osmanî an jî Tirkî bi temamî birrîbû. Surguniya kovarê belkî ji bo wê derfeteke kêrhatî bû û ji bilî du rûpelên Fransî yên ji mecbûrî kovar tenê ji aliyê Kurdan ve ji bo Kurdan û bi zimanê Kurdan ve dihat çapkirin. Hingê, dê ne xelet be ku mirov kovara Hawarê weke kovareke antîkolonyalîst bi nav bike, lewre wê ji redkirina zimanê serdest dest bi xebatê kiriye û bikaranîna zimanê bindest weke pîvana nasnameya xwe daniye.

Dê ne xelet be ku mirov kovara Hawarê weke kovareke antîkolonyalîst bi nav bike, lewre wê ji redkirina zimanê serdest dest bi xebatê kiriye û bikaranîna zimanê bindest weke pîvana nasnameya xwe daniye.


Helbesta Kurdî berî her tiştî xwe ji zagonên şiklî rizgar kir û ji bo entelîjansiyaya Kurdî dibû qada lêgerîna gencîneya Kurdî ku Hawar sûretê wê yê herî bilind e û ew jî bi saya ked û xebata Celadet Bedirxan e. Helbestê qalikê xwe şikand Heta kovara Hawarê jî helbesta Kurdî bi wezna klasîk ve dihat nivîsandin. Ji xwe, nivîsandina Kurdî karekî giştî an jî girseyî nebû. Di 57 hejmarên Hawarê de, heger em kodnavên ku Celadet Bedirxan bi kar anîne nehesibînin, 55 nivîskaran berhem dane kovarê. Di kovarê de bi giştî 69 çîrokên pexşanî hatine nivîsandin, lê bêtir helbest hatine çapkirin û hejmara wan bi giştî 171 e. Helbestvanên mîna Qedrîcan, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Kamûran Bedirxan û Celadet Bedirxan, herî pirr berhem dane û bê guman, nîşana serkevtina kovara Hawarê jî temsîl dikin. Osman Sebrî û Cegerxwîn, di nava van her pênc nivîskaran de, bi hêsanî dikarin weke pireya di navbera klasîzm û nûjeniyê de werin bicîhkirin. Lewre hem helbestên bi wezn û kafiye û hem jî helbestên serbest nivîsandine. Weha diyar e ku her ji wê demê ve nîqaşên li ser helbestê dest pê kiribû, lê belê ji ber ku gellek helbest dihatin çapkirin, bêhna Osman Sebrî teng bûye, lewre Osman Sebrî gotareke bi navê ”Gazin û gilî” di hejmara Hawarê ya 14’an de dide çapkirin ku tê de balê dikişîne ser helbestên ”tewşo mewşo” yên ku sirf ”çend pirsên bê mana didin ber hev û navêkî dûdirêj li bin daçikînin”. Osman Sebrî taybetmendiyên helbesta baş şîrove nake, lê belê nîşanekê dide û dibêje, ”dev ji gotinên tewş berdin û carekê li kovarên biyaniyan mêzekin”. Mêzekirina kovarên biyaniyan û xwendina helbesta Fransî ji bo nivîskarên Hawarê taybetmendiya sereke ye. Lewre, em di nava hejmarên kovarê de gellek caran adaptasyonan ji helbesta Fransî dibînin, mîna ji Victor Hugo, Beaudelaire û Lamenais. Weke ku me li jorê jî got, têkelkirina pexşanê bi zimanê helbestê re an jî bikaranîna şêwazeke hestiyar û sembolîst ya ku dê bi hevokên pexşanê ve werin nivîsandin, rê li ber nûjenkirina wêjeyê û her weha serbestiya helbestê jî vedikir. Gellekî balkêş e ku di Hawarê de, bi taybetî jî van nivîskaran pexşana helbestî nivîsandiye. Weke mînak, di hejmara 49’an de helbesteke Osman Sebrî ya pexşanî tê çapkirin ku navê wê ”Li Pêşberê Yarê” ye. ”Erê, çiqas ko tu ne Mesîh bî jî, hemin tu mesîhî yî. Ez di çavên te de kaniya jînê dibînim. Heke tu bi xwe ne jîn bî jî, teqez tu fehreşteya jînê yî.” Kamûran Bedirxan her di hejmara 6’ê de nimûneya helbesta pexşanî dabû : ”Ez dilketî me. (…) Lê gava ez jê re dibêjim ko ez hej wê dikim, bila ji min bawer mebe.

Lê welatê min, welatê dê û bavê min, welatê kal û kalikên min, welatê min ê şîrîn, gava ez ji te re dibêjim ko ez hej te dikim ji min bawer bibe.”

Di helbestê de, dengê bilûrê weke îmaj li nav bajar û gundên Kurdistanê digerre û dengên jiyana Kurdî vedigerîne helbestvanê ku dûrî welatê xwe ye.

Di mijara nûjeniya helbestê de, cîhê Qedrîcan nikare were nîqaşkirin; lewre wî ev zimanê helbestî tim bi kar aniye. Nivîsa wî ya bi navê ”Hawar hebe gazî li dû ye” ku behsa kelecana li ser derketina kovarê dike, coşa dilê helbestvên jî di tercîha riste û rîtma wan re dide der. Belê, zimanê xurt nîşan dide ku êdî dema çîroka Fuad Temo li dû maye, lewre nivîskar bindestiyê bi zimanekî weha ve nîşan dide ku Stranên Lautréamont tîne bîra mirov. « evke tarî. av çavan nabîne. Qe a erdê wek gîzanan lingên min ên xwas dibire. Bayê re carnan dikeve guhekî min û di ê din ra derdikeve. Qet nizanim li ku me ? Heyîna xwe bi lêxistina gopal li erdê dizanim. Ev çend rûj û ev e bi vî awayî diçim, dawî nayê, ji welatê berf û bagerê xelas nabim… Belê î ev jî wek her ev tarî ye. Berf û bager ji awakî li min dide ; sar e, dicemidim. Tew e, lîvîn di min ne ma, deng ji min dernayê… » Çûyin û hatina di nava dema kevn û ya nû de ku dibe temsîla derûniya nivîskêr, di heman demê de, derûniya hemû endamên heyama wî ye ku nûnerên yekem pêla surguniya rewşenbiriya Kurdî bûn. Dibe ku çûyin û hatina di nava demê de ku flaşbek li ser hatine avakirin, bi awayekî xwezayî û ji xwe ber lêgerîna nasnameyekê be ji bo nivîskarê ku di nava du mekanên cuda de. Lê belê, Qedrîcan bi wî zimanê hestiyar û nostaljîk ku di çîrokên xwe de bi kar aniye, her weha hîmên helbesta xwe ya nû jî datîne. Ev nimûneyên ku me di zimanê pexşanê de dît û ew nêzîkî helbestê kir, di kovara Ronahiyê de (h. 26) ew helbesta navdar ya bi navê Rêya Teze bi wî bidaya nivîsandin ku dîsa bi heman peyvan û rîtmê ve hatiye avakirin. Qedrîcan di vê helbestê de bikaranîna teşeya helbesta klasîk jî dişikîne û bandora helbesta Fransî, bi taybetî ya Apollinaire tîne wêjeya Kurdî ku tê de şikl û wêneyê helbesta dîtbarî heye. Her weha, bikaranîna xalbendiya ku nefes û rîtma xwendinê bi rê ve dibe jî êdî qutbiriyeke teqez bi helbesta klasîk re ava dike. ”Ew perdeya reş-tarî Ko ji şevên reş diyarî, Min……

besta han rast e ku li gorî dema xwe gellekî balkêş be jî, heylo sala 1944’an hatiye nivîsandin. Ji aliyê teşe û şêwaza serbest û hestiyariyê ve Qedrîcan hin işaretên nûbûna helbesta xwe ancax di vê helbestê de dane, lewre helbestên wî yên berî wê, bi şêwaza kîteyan an jî bi kafiyeyan ve hatine nivîsandin ku helbesta serbest hê piştî şikandina van celeb qaîdeyan ve ava bûye. Hawar cîhê hemû nûbûn û nûjeniya wêjeya Kurdî ye. Heger weha be, hingê divê berî çavdêriyên teqez divê mirov pêşî bala xwe bide berhemên Celadet Bedirxan; lewre heger nûbûnek hebe, bivê nevê bandora Celadet Bedirxan tê de heye. Lewre Celadet Bedirxan dîsa weke pêşengê hemû heyama xwe diyar dibe. Di destpêka helbesta serbest a Kurdî de, mînaka herî baş a vê nûbûnê, bêguman helbesta wî ye, ku bi qodnavê Seydayê Gerok ve di hejmara Hawarê ya 32’an de weşandibû:

Bilûra min a şîrin. Tu di sariya sibehê Û hingura êvarê de Hevalê bêhevalan, Destbrayê şivan û dilketiyan î. Dengê te, Hêstirên dilên xemgiran, Silava ji hev-veqetiyan, Girîn û zarîna dilketiyan Tîne bira min. Bilûra min tu î, Xemrevîna terkeserên dunyayê !! Di helbestê de, dengê bilûrê weke îmaj li nav bajar û gundên Kurdistanê digerre û dengên jiyana Kurdî vedigerîne helbestvanê ku dûrî welatê xwe ye. Gelo ev hestiyariya mişextiyê bû ya ku dilê helbestvên weha tenik dikir û ew zimanê helbestkî di pexşanan de dida avakirin û bandora xwe heta îroj jî li helbesta Kurdî ya xemgîn dikir?

Bilûra min Tu î xemrevîna dilketiyên welêt. ji rûyê xwe kişand.. li ber çavê xwe çirand.. û avêt……

Avêt paş sed çiyayî.. Nava hezar deryayî… Min gemara guhê xwe bi zemzemeke nuh şuşt; Û mîqrobên canê xwe bi dermanekî nuh kuşt…” Qedrîcan bi xwe di biniya vê helbestê de nivîsandiye ”Şam, 25-5-944”. Gellek kes, mîna Dilawer Zengî û her weha Kone Reş jî di nav de, vê helbesta Qedrîcan weke yekem helbesta Kurdî ya serbest bi nav dikin. Lê belê, bi ya me, di vê nirxandinê de tevliheviyek heye, lewre heger ew hel-

Qet guman tê de nîne ku surgunî, lê her weha bindestiya welatê Kurdan dilê helbestvên teniktir dikir. Hingê wî jî sitara xwe di zimanê xwe de didît, di wêjeya wî de didît. Celadet Bedirxan, di çîrokên xwe de heman hestiyarî û xemxwiriya zimanî kiriye û bûye Chateaubriandê Kurdî. Wî bi vî awayî bandor li temamê nifşekî û milletekî kir ku îroj weke Mîrê Zimanê Kurdî tê naskirin, lê ew mîrê wêjeya Kurdî ye jî. Ya ku zimanê Hawarê ewçend xurt kir, bê şik, êşa vî rewşenbîrê Kurd bû. Helbesta Kurdî berî her tiştî xwe ji zagonên şiklî rizgar kir û ji bo entelîjansiyaya Kurdî dibû qada lêgerîna gencîneya Kurdî ku Hawar sûretê wê yê herî bilind e û ew jî bi saya ked û xebata Celadet Bedirxan e.

5


Kovara Tîrêjê Kovara Tîrêjê ne tenê hewldanek bû her wiha dibistaneke wêjeyî bû, ew ê çar şairên gewre dîyarî milkê şi’ra Kurdî kirin ku ji wan du kes (R.Barnas, B.Bereh) hê jî hespê şi’ra xwe, li mêrga Kurmancîyê bi serbilindî dibezînin.

W

êjeya Kurdî di rêwîtîya xwe ya bi hezaran salan de,her li gel civaka xwe jiya û bi gor rewşa wê duriv û teşe girt. Dema em li dîroka wêjeya Kurdî dinihêrin ev rastî, bi awayekî eşkere dixuye. Kurd, kengî Berken BEREH li ser axa xwe an li derveyî axa xwe ketibin tengasî an divîyatîyeke neteweyî, li gel raperîna ji bo mafên xwe, berê xwe daye wêjeyê jî. Lew, wêje çîroka rabirdû, ya îro û ya dahatûya neteweyekê ye. Ew hevîrtirşê ruhê hevpar ê neteweyê ye. Her kes li dor wan nirxên hevpar tê cem hev û helwêst û sekneke hevaheng li dar dixe. Rojnameya Kurdistan, Rojî Kurd, Jîn, Hawar çend mînak in bo vê angaştê. Salên 1970’yî li Bakur, salên lixwemikurhatin, xwenasîn, geşedana ramana sosyalîstî û yên xwerêxistinkirinê ne ji bo Kurdan. Xwendin, panêl, nimayîş û damezrandina sazîyên sivîl ên dimokratîk, fikr û hizra netewebûyînê wek lehîya baranê gihand her devera Kurd lê dijî. Helbet ev prosesa sîyasî, dê rê liberxwederkirina ziman û çanda Kurdî jî vekira. Aha kovara TÎRÊJê encama vê qonaxa hişyarî û lixwemikurhatinê ye. Dana alî ya xweliya li ser wêjeya Kurdî Kovara Tîrêjê di sala 1979’an de der çû. Li gel ku bi destê fraksîyoneke Kurdî jî hate weşandin lê, ew tenê li ser hîmê netewî ya wêjeya Kurdî ava bû û bi gor wê hişmendîyê bi rê ve çû. Mebest û armanca kovarê ew bû ku xwelîya li ser wêjeya Kurdî bide alîyekî û bibe pirek di navbera klasîzma Kurdî û ya modêrn de. Jixwe, ev armanc di hejmara yekê de wiha hatîye vegotin; “…va em, bi pêşbîra lêxwedîderketina çandeya me î jêmaye yên kevnare(klasîk) û gelêrî derdikevin. Di alîkî de vê jêmayeyê xwedî kirin, parastin, di alîyê din de lêzêdekirin û pêşve birin. Ev divîyahîyek civakî û berpirsîyarîyek dîrokîye ku xwe bi dijwarî dide pêjnandin.” Di helbestên Tîrêjê de em rastî vê bawerî û hişmendîyê tên. Bûnewerî,heyîn û hebûn, neteweperwerî, çalakwerî, berxwedan hwd. mijarên sereke yên helbestên Tîrêjê ne. Ev ristên ”Zarê kal-bava zimanê Kurdî/gazî min dikin/beyt çîrokên xwe /ser wan xwastina li hev tînin..yan na jîna min/îdî çira bû” (T.Reşid) ”Niha/ji bo evînê/ji bo tuneyîyê/ û çavên dayîka xwe î belek dinivîsim.”(B.Bereh)” heyîn û hebûnê ne. Helbet ev hebûn divê wek her neteweyê bi serbilindî û bextewarî bijî. Lê, ew ”ez mendalekî çar salî me mamo! li kolaneke mahabada xopan mame/kolana mahabada xir û xalî”

6

WÊNE: FEWZÎ BÎLGE

(R.Barnas) an dildarek e ”neqeba me/çarikeke bi meşê/ez bêm: lêê/ wê deng bê/te../lê ev têl,/ ev mayîn/ev leşkerê rom/ne dihêlin ban bikim/ne jî dihêlin bêm”(Q.Dara) û “mêtingehkarî/bi tanq û top û napalma/di sikratê de hovtir/êrîşan tîne” (M.Ronga) ”Anka, zerram çehar lejg a” (Malmîsanij) Naxwe çare berxwedan e Nexwe, çare bexwedan e; “Madî hişyar bû…/dûyê kela Dim-dim dîsa alav da/Seranser pê da Kurdistan hilda.” (T.Reşid) “Divê pel bi leqe li daran/qîrîn,ji klaman derkeve/û hêrs,li çargavîyê bide xarê.”(R.Barnas),”destê min/li destê te digere.” (M.Ronga) Û wisa dibe; ”Û em /geh firoke ne li sere kortalan /û geh fermandarê hêzên nependî” (R.Barnas) “niha stran me dibêjin / stran li çîya” (B.Bereh) “stranên me belav dibin li çar alî/…bi zimgîn/bi jîn-çirisîn”(R.Barnas) Bê guman ev xwenasîn, hewldan û berxwedana netewî divê bi gor ramana sosyalîstî be an dê ne bi ser keve û ne jî sekneke pêşverû be; “em ji wan re nîşandin/qews kirin/tevgirêdan/û rêça proletarî.” (B.Bereh)

“hêvî nexweşî ne/ger nehatibe strehandin/bi dengê geran û kerane.”lew, birayên me ne”reş û spî, bindest û azad” (M.Ronga) Wek qedera welatê xwe Kovara Tîrêjê, wek qedera welatê xwe tenê çar hejmar der çû. Lê, bi van çar hejmaran karî bibe çirûskek ya wêjeyî ya du zaravayî (Kurmancî-Zazakî (Dimilî,Kirdkî) û bibe pirek di navbera klasîzma Kurdî û ya modêrn de. Kovara Tîrêjê ne tenê hewldanek bû her wiha dibistanek wêjeyî bû,ew ê çar şairên gewre dîyarî milkê şi’ra Kurdî kirin ku ji wan du kes (R.Barnas, B.Bereh) hê jî hespê şi’ra xwe, li mêrga Kurmancîyê bi serbilindî dibezînin.

Kovara Tîrêjê,wek qedera welatê xwe tenê çar hejmar der çû. Lê, bi van çar hejmaran karî bibe çirûskek ya wêjeyî ya du zaravayî (Kurmancî-Zazakî (Dimilî,Kirdkî) û bibe pirek di navbera klasîzma Kurdî û ya modêrn de.


TÎRÊJ şoreşek çandeyî afirand u Di 1968an de şi’ra min a bi navê MEMO bi îmza Memo Guhderz di pirtûka Fêrbûna Xwendina Kurdî, Paris-1968 ya Mîr Kamran Âl-î Bedirxan de çap bû. Di wan deman de min îmzayên wek Şêrgo Ciwanroj, Memo Guhderz bi kar tanîn.

Di

helbesta modern a Kurdî/Kurmancî tîfên kurdî, kurdayetî an civakî tunebûn. de sê qonaxên girîng hene ku her Hin jê xezel bûn û bi pîvana erûzê bûn, hin yek ji wan bi xwe re nifşek derxisjî bi kîtejmarî di forma “koşma” an “deyiş” tiye. Yek ji wan qonaxan kovara Tîrêjê ye ku Arde bûn. jen Arî (Xasenezer / Ceribîn, Evrensel Basim YaDi dawiya 1964an de wek bi hişmendiya yin, 2013) ew wekî “nifşê Tîrêjê” bi nav dikir, siyasî ya kurdî di hişê min de guherînek jixwe Arjen Arî jî xwe aydî vî nifşî didît. Ev koçêbû. Aliyê min î kurdperwerî û Kurdistanpavara ku tenê çar hejmar li kelepûra Kurdî rêziyê geş bû û pêşve çû. Min biryar da ku zêde kirine, ji gelek aliyan ve hêjayî nirxaneger binivîsim, ezê (berhemên edebî) êdî bi İbrahim din û lêkolînan e. Di derxistina vê kovarê de kurmancî BULAK navek derdikeve pêş ku jixwe bi helbestên binivîsim. Min heta 1966an du-sê şi’r nivîsîn, xwe di edebiyata Kurdî de cihê xwe girtiye. Ev nav, Rojen wekî “Çûm Diyarbekirê”, “Şîretên Şêx, Axa, BeBarnas e ku bi helbestên xwe yên nemir di edebiyata Kurdî gan”, “Bihar e îro”. Lê qewlî Xanî ve hem “bazar kesat” bû û de bûye pêşengê dewrekê. Rojen Barnas ji bo kovara Tîrêjê hem jî raxbeta lê guhdarîkirinê tunebû.. Îmkana çapkirin û û nifşê wê dibêje: “TÎRÊJ nebûna ewê kesayetiyên edebî weşandinê jî ji binî tunebû. yên şi’ra kurdî mîna Rojen Barnas, Mem Ronga, Berken BeDi 1968an de şi’ra min a bi navê MEMO bi îmza Memo reh û Arjen Arî jî îro tune bûna. Wisa bawer im.” Guhderz di pirtûka Fêrbûna Xwendina Kurdî, Paris-1968 ya Me hevpeyvîna xwe bi Rojan Barnas re, bi rêya emaîlê Mîr Kamran Âl-î Bedirxan de çap bû. Di wan deman de min kir û em ê bêyî ku dest bidin bersivên Barnas, wê biweşîîmzayên wek Şêrgo Ciwanroj, Memo Guhderz bi kar tanîn. nin. Ango em ê tercîhên wî yên nivîsandinê neguherin û (bo agahiya zêde binêrin li kovara Nûbihar hej. 138). weke wî tercîhkirî di hevpeyvînê de bihêlin. Em hêvî dikin 1970ê de li Sirûcê, 1971 de li Farqînê ku polîsan avêt ser xwendavanên Rojen Barnas û hezkirên helbesta Kurdî jî wê bi rêya vê hevpeyvînê hem derbarê şairtiya Rojen Barnas de hem jî dewr û qonaxa Tîrêjê ji nêz ve nas bikin.

u 1970ê de li Sirûcê, 1971 de li Farqînê ku polîsan avêt ser mala me, dest danîn ser hemû nivîs û pirtûkên min. Pêre jî şi’rên min ên ku hebûn gişt telef bûn. Di pey 1975an de min dîsa dest bi nivisandina şi’ran kir. Berhemên di Li Bandeva Spêde yên wê demê ne, ango yên salên di navbera 1975-79 in. mala me, dest danîn ser hemû nivîs û pirtûkên min. Pêre jî şi’rên min ên ku hebûn gişt telef bûn. Di pey 1975an de min dîsa dest bi nivisandina şi’ran kir. Berhemên di Li Bandeva Spêde yên wê demê ne, ango yên salên di navbera 1975-79 in. Rêwîtiya min a bi şi’rê re bi vî awayî bû.

Cenabê te dikare ji me re qala serpêhatiya xwe ya şi’rê bike? Çawa û kengî te dest bi şi’rê kir? Wek nivîskî, min bi tirkî dest bi nivisandina şi’rê kir. Di dawiya pola sisiyan a xwendegeha navîn de defterek min a bi 15-20 şi’ran hebû. Navê wê jî “Vatan afaklarında” bû. “Afak” bi xwe pirejmariya “ufuk”ê bû, vêcarê min ew carek dîtir jî kiribû pirejmar. Wekî ku hin zaro dibêjin “em çûn Botanê”. Botan ji xwe carek hatiye tewandin, xuyan e pê dilê wan rihet nabe vêca carek dîtir jî ditewînin. Ya min bêguman ji nezaniya bi heycana zarûtiyê bû. Di havîna sala 1958an de gava bavê min ji bona qursa tekamulê (ostayê tamîra dozer, grayder û makîneyên giran bû) çû Anqerê û di peyde zivirî, wek diyarî ji min re bi navê “Şiir Defteri” antolojiyek şi’ran a Vasfi Mahir Kocatürk anî. Min jê gelek hez kir. Di demên xwe yên vala de min dixwend û çav lê digerand. Bi saya wê guhê min li ser aheng, rîtim, redîf, beşavend (qafiye) û hin hunerên şi’rê vebû. Di lîseyê de bi hînbûna teoriya hunerên edebiyatê min hê bêtir û yên di asta bilindtir de şi’r nivîsîn. Şi’rên min cara pêşî di kovara edebî ya bi navê “Karacadağ Mecmuası” de hatin weşandin. Paşiyê navê wê bû “GÜVEN”. Wekî dinê di rojnameyên bajêr yên mîna Demokrasiye Güven, Dicle, Yeni Yurt, Diyarbakır de jî derdiketin. Karacadağ, Güven û Demokrasiye Güven ji aliyê gorbehişt Sabri Şenci ve dihatin derxistin. Heta dawiya 1964an şi’rên min gişt bi tirkî bûn û yên dema zarotî an xortaniya berî 18 saliyê bûn. Di wan de mo-

7


MİN NAVÊ XWE KOLA Lİ BİRCÊN DİYARBEKİR

min navê xwe kola li bircên diyarbekir gava ku stêrk li esmana stûxwar, gava ku ney û blûr û tembûr û dehol û zirna sar bûn. û cobar ne dixuşin di nivînên xwe de seraser sosin û beybûn û rihan

ne d’bişkifin di bûtikê de. tariyên giran tûj û kûr bi zûrezûr û bi orîneke jakaw bê fikare, bê paxav dihelişî dikumişî li ser welatê min. bi giyanek pola min navê xwe kola

u Ew kesên HAWARê ji me zanatir, xwendatir û di asta civakî de jî ji qorên ji yên me bilintir bûn. Em zarokên nîvbajarî an yên qesebeyan bûn. Em herdû nifş jî me zanîn û qabiliyeta xwe ya ji tirkî bi transformasyonek erînî veguhast qelabt ser xizmeta kurdî. Meriv gava şi’rên Rojen Barnas dixwîne, çêja şi’rên klasîk jî jê digire ya modern jî. Şi´ra klasîk a Kurmanciyê û şi´ra modern li kû digihijin hev û li kû ji hev vediqetin? Şi´reke nû ya ji klasîkê qut di peywenda Kurmancî de mumkin e gelo? Şi’ra klasîk kîjan e? Ya modern kîjan e? Ji van têgehan mebest “klasîsîzm” û “modernîzm”a ekolên edebî yên fransiz bin, di edebiyata kurmancî de ew çênebûne û tunene. Eger mebest şi’r û edebiyata medresê ku ev teqabulê edebiyata dîwanî dike û ya dinê ku di HAWARê de, yên bi pîvana xwe kîtejmarî, bi mijara xwe civakî, neteweperwerî, kedparêzî filan be, ew tiştek dinê ye. Hingê divê meriv navek dîtir lê bike. Şi’ra kurmancî wek kom ev in: 1) Şi’ra dîwanî. 2) Şi’ra gelêrî. 3) Şi’ra nû ya bi HAWARê û şûn de. 1) Şi’ra dîwanî, ew şi’r e ku li dîwanên mîr, beg, şêx û melayan tê xwendin û li gora zewq û têgihîştina wan a felsefî û edebî ye. Piranî bi pîvana erûzê ne. Forma wan xezel, qesîde, mesnewî, mustezad, murabba’ û wek çarîn hene. Wek mînak yên Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Bateyî û Ehmedê Xanî. 2) Şi’ra gelêrî: a) Ên dengbêjiyê, wek yên mêrxasiyê, lawik, heyranok ku li gora denglêhatina dengbêj, reng û aheng dayîna wî, rist dirêj an kurt dibe. Di vana de ristek dibe ku pir dirêj be û yek jî bi tenê bi dengek wek “û” be. b) Dîlokên ber govendê, dûrikên ber tembûrê, qewlikên derwêşan ku ev wek pîvana kîteyan bi kîtejmarî li hevûdu dinêrin. 3) Bi HAWARê û şûn de bandora “edebiyata milli” ya tirkî şewqa xwe da ser şair û nivîskarên wê jî. Di şi’rê de rêçika wan şopandin. Pîvan bi kîtejimarî; mijar welat, milet, serîhildana li hember zilmê; form geh wek mesnewî, geh wek murabba’ an bend û çend jê jî wek mustezadên serbest ku meriv dikare bêje şi’ra serbest. Herwekî çend ên

8

Şi’ra min ji senteza van hemûyan pêk tê Roja min biryar da ku bi kurmancî binivîsim, min ev gişt dan ber çavê xwe. Şi’ra min şi’ra kurmancî ye; ji senteza van hemûyan pêk tê, lê bi serê xwe ne yek ji wan e jî. Li gora çi mijarê, li gora çi hestî û li gora besta xwe ezê bi çi ahengê jiyan bidim vegotinê ku gotin ji gotinek rojane ya asayî derkeve, bibe sotika efsûnê û mesaja min a hinavî ragihîne hawîr û ew ragihandin ji dengêminbûyînê derkeve, bibe deng û jendina hestên xwendevanan û guhdêran jî. A mesela min a şi’ra min ev e. Li gora rewşa mijarê şi’r dibe ku di forma klasîk de be jî û dibe di ya serbest a bêpîvan, bê rîtm û bê aheng be jî. Lê yê girîng ku zindî be, jiyanek jê bifûre.

reta Perwerdeyî ya Millî ya deweta Tirk) li Dadgeha Şêwrê îtîraz kir. Dadgeha Şêwrê biryara MEBê betal kir. Di pey lêbûrîna giştî ya bi biryara Dadgeha Destûrî (AYM) ya 1974an, mafê min î “yedek subay”tî li min hate vegerandin, lê mafê mamostatiyê nedan min. Wek katib riya xebatê dan ber min. Lê ew jî bi şertê ku ji wilayetên Burdur, Muğla an Uşak yekê hilbijêrim. Mecbûr mam. Ji aliyê aborî ve tu çareya min tunebû. Bi hêviya ku bi riya Dadgeha Şêwrê dîsa hem vegerim ser karê mamostatiyê û hem jî li deverek Kurdistanê bikarim bixebitim, min Muğla hilbijart. Li “Midûriyeta Perwerdê ya Millî” ya Muğlayê ji serê tîrmeha 1975an pê de wek katibek sade xebitîm. Di dema hikûmetên Ecevit de hem nasên ji rêxistina CHP’ya şaxa Muğlayê û hem jî nêzedostên Hikmet Çetin -ku cîgirê Ecevit bû- ji Diyarbekirê ketin navberê da ku ez vegerim ser karê xwe yê mamostatiyê û hem jî vegerim herêma xwe. Hevalên min ên berê yên ji TÖSê (Sendîkaya Mamosteyan a Tirkiyeyê) hingê di MEBê de bûbûn muşawir û hin jî “alîkarê midûrê giştî”. Lê ji ber cezayê min î ji TCK 141/5, ango ji kurdîtiyê bû, rewşa min zor bû. MEB di adara 1979an de biryar da ku bi şertê li navenda Muğlayê bixebitim ez vegerandim ser karê mamostatiyê. Pê hisiyam ku li ser min biryara “li herêma xwe û li Diyarbekirê nikare bixebite” ya wilayeta Diyarbekirê heye. Ev sirgûna bêsînor bû û ne bi dilê min bû.

Cenabê te yek ji wan kesan e ku nivîs û şi’rên wî di kovara Tîrêjê de weşiyane? Tu dikarî ji me re qala serpêhatiya xwe ya kovara Tîrêjê bikî? Di 1971 de ji doza D.D.K.O.ya Silîvan ez hatim girtin. Hingê ez li lîseya Silîvan mamostayê grûba edebiyatê bûm. Ev girtin bû sedemê ku hem ez ji kar avêtim û hem jî mafê min ê “yedek subay”tiyê ji min standin û wek “sakıncalı er” şandin eskeriyê. Min li dijî biryara MEB (Weza-

Mi Li Bandeva Spêde wek çar nusxe derxistibû Di westana havîna 1979an de ez zivirîm Farqînê. Min salek berî hingê metina daktîlokirî ya Li Bandeva Spêde wek çar nusxe derxistibû û sisiyên wê li çend hevalên pêbawer belavkiribû da ji min re veşêrin. Yek ji vana (Salim xoce) şevek ji mêvanê xwe - ku berpirsiyarek ji yên D.D.K.D./KİPê bû- M. Elî re wek çerezê piştî şîvan dixwîne. Şi’rên min li xweşa wî diçin û bala wî dikşînin. Ew û hin

Mîr Celadet Bedirxan û ên Qedrî Can. Bi dîtina min besta şair mîna aveka zindî ya herikok e: Av li serejêran bi gurregurr û bi lemelem e, li deştên rast de hêdî hêdî û nermenerm e, gava zinarek derdikeve pêşiyê hingê dikeve êrîşê radibe pêdarê. Vegotina şi’rê jî divê li gora awayê mijar û hestên şair wek ava çemek bi xwezayî biherike. Di nav qaliban de neyê hevsarkirin. Mijar an hest hene ku divê geh bi menderesan çivan bidin xwe, geh li ber zinarek rabin pêdarê û geh nişkave ji bilindayiyek wek sîlav bi gurmînî dakeve, bikeve xwarê.


min navê xwe kola li bircên diyarbekir. wek bebelisk wek moraz wek bagarek gurr min eniya têkoşînê min di eniyek de şer kir li hember xwînxwara bi dilawerî bi bîrûbawerî

min têkoşîn û berberî kir û min navê xwe kola li bircên diyarbekir. ez welatparêz im, ez mirovperwer im, ez li ber bircên diyarbekra rengîn şêx seîdê kal, bijîşk fuad im ez bavê tûjo me lo!… şoreşger im. min navê xwe kola li bircên diyarbekir dema şefaq da di sîpan de dema ku lêvên esmên

di singa sîpan de sor dikir bi beşerûkî. ez di deriyê niştîmanî de ketim hundir min deriyê neteweyî bi zerzenga xemiland û li ber deriyê serxwebûnî şer kir. bêweç ma bû baxçeyê deriyê felatî min tê de şaxên serbestiyê çikand tovê xawêndariyê werkir. min navê xwe kola li bircên diyarbekir. ez şêx seîdê kal, bijîşk fuad im pêşmergekî bê nav û bê nîşan û qevdekî ji pincara welat im. ez duh şehîd bûm îro, nûhat im. Rojen BARNAS

u Dilsoz û rewşenbîrên kirmanckî (zazayî) çawa difikirin, çawa dinirxînin, nizanim, lê li ba dilê min di tanga kirmanckî de TÎRÊJ şoreşek çandeyî afirand. Ostayê wê şoreşê jî Malmîsanij û hevalên wî bûn. kesên ji rêxistinê li ser îmkana derxistina kovarek seranser bi kurdî gotûbêj dikin. M. Elî û Omer Çetîn pêşniyaza xwe li min kirin. Wek profesyonel (ango bi mûçe) min beşa kurmanciya wê li xwe girt. Bi mûçe bû ji ber ku minê dev ji karê xwe yê mamostatiyê berda. Ewê pirtûka min jî çap bikirina. Min pêşniyaza wan pejirand. Ev firsetek baş bû. Min ji karê mamostatiyê îstifa kir û hatim Silîva, mala xwe. Min bernameya xwe amade kir. Min dikaribû şi’r, bend, çîrokên mîzahî, çîrokên sade, nivîsên li ser folklor an mîtolojiyê, wergerên ji tirkî, berhemên folklorîk wek stranên ber govendê amade bikim. Lê, nedibû ku gişt bi navê “Mehmet Gemici” derkevin. Diva wisa xuyan bikira ku kesên cihê cihê tê de dinivisîn. Ji ber naznavên min ên berê wekî Şêrgo Ciwanroj û Memo Guhderz deşifre bûbûn, min hin nav an naznavên nû tesbît kirin. Ji bona şi’rê min du nav çêkiribûn: Rojen Barnas û Arjen Arî. Ji bona nivîs û çîrokan jî Serxas Arda, Ferîdon Salar, Flît Totanî, Mihemed Qasim. Berhemên folklorîk û raberî jî ewê bê îmza bûna. Berî çapa hejmara pêşîn rojekê, Ehmed Beğik û du xortên zanîngehê bi hev re hatin seredana min. Mijara sohbeta me li ser amadeyiya TÎRÊJê bû. Navê Tîrêjê pêşniyaza min bû Min ji wan re giliyê bernameya xwe kir û bêguman yê îmzayan jî. Li ser navên “Rojen Barnas” û “Arjen Arî” çimayî û çawayiya wan axifîm. Ji aliyê geşbînî û dilgeşiyê ve “Rojen Barnas” li min bêtir xweş dihat. Yek ji wan xortan pêşiyê bi navê O. Dara, paşiyê bi yê Arjen Arî li riya şi’ra kurmancî kudand. Camêrê dinê jî bi gumana min şair Berken Bereh bû (dibe ku ez şaş bim, hê jî rastiya wê nizanim.) Navê Tîrêjê jî di civîna me ya pêşî de pêşniyaza min bû. (Di civînê de Omer Çetin, M. Elî, Ehmed Beğik, Mem

Ronga, Nedim Dağdeviren hebûn.) Tîrêj dê ji sê mehan carekê û salê çar hejmar derketa. Cara pêşîn bû ku kovareke bi temamî bi kurdî derdiket Hejmara pêşî û Li Bandeva Spêde di dawiya sala 1979an de ji çapê derketin û belav bûn. Di dîroka komara Tirkiyê de cara pêşîn bû ku kovareke seranser bi kurdî û ya ziman-çand û edebiyata kurdî derdiket. Ji aliyê Li Bandeva Spêde ve jî dîsa cara pêşî bû ku di dîroka Tirkiyê de pirtûkek bi şi’rên bi kurmancî ya ji aliyê kurdekî ji Tirkiyê çap dibû û belav dibû. Pirtûka Eskerê Boyik çendekî berê derketibû, lêbelê Eskerê Boyik şairek kurdê Sovyetê bû. Berpirsiyariya min ev bû ku min nivîsên xwe amade dikirin, didan Salim xoce, wî jî digihandin Diyarbekirê. Di pey de çawa dibû, çawa çêdibû haya min jê qet çênedibû. Ji nivîskaran jî yên ku me hevûdu dinasî yek Mem Ronga bû û yek jî Malmîsanij bû. Hersê hejmarên pêşî ku li Tirkiyê derketin, seranser xwemalî bûn. Ya çaran ku li Stockholmê weşiya bi beşdariya hin kurdên Sovyetê derket. Di pey desthilatdariya leşkerî ya 12 êlûn 1982 xebata TÎRÊJê rawestiya, karê min jî bû mesela “xerc bittî, ‘emele paydos”a belediya Diyarbekirê. Serpêhatiya min a bi TÎRÊJê re ev bû. Ku TÎRÊJ nebûna ewê kesayetiyên edebî yên şi’ra kurdî mîna Rojen Barnas, Mem Ronga, Berken Bereh û Arjen Arî jî îro tune bûna. Wisa bawer im. Tîrêj bahaneya ku bi kurdî nayê nivisandinê rizand. Ew kesên çav bi Tîrêjê ketin ecibandibin an ne, dest pê kirin sihêtiya xwe ya bi kurmancî nivisandinê kirin. Di qonaxa şi’ra modern a Kurmancî de Hawar bi roleke sereke rabû. Paşê Tîrej qonaxa hem bi şi’ra Kurmancî hem bi şi’ra Kirmanckî vê qonaxê gavek bi pêş ve bir. Gava tu

her du nifş û stargehên Kurdî didî berhev, resmeke çawa di serê te de çêdibe? Dilsoz û rewşenbîrên kirmanckî çawa difikirin, çawa dinirxînin, nizanim, lê li ba dilê min di tanga kirmanckî de TÎRÊJ şoreşek çandeyî afirand. Ostayê wê şoreşê jî Malmîsanij û hevalên wî bûn. Vêca em bizivirin ser kurmanciyê. Min berhevoka HAWARê cara pêşî li Muğlayê, li mala birêz Kaya Müştakhan dît. Haya hevalên me yên dîtir hingê ji HAWARê hebû an ne, nizanim. Lê mesela dil miqabilê dil e. Em herdû nifş jî bi xwendin û perwerdeya bi çanda tirkî gihîştibûn (Cegerxwîn ne tê de). Ew kesên HAWARê ji me zanatir, xwendatir û di asta civakî de jî ji qorên ji yên me bilintir bûn. Em zarokên nîvbajarî an yên qesebeyan bûn. Em herdû nifş jî me zanîn û qabiliyeta xwe ya ji tirkî bi transformasyonek erînî veguhast qelabt ser xizmeta kurdî. Em herdû nifş jî di wê baweriyê de bûn ku bê xwedîderketina li ziman û pêşvebirina çandeya nivîskî, em nagihîjin gehaneka netewebûyînê. Ew pêşîkê me, mezinê me bûn û ji bona min hê jî wisan in. Têkoşîna çandeyî jî wek têkoşînên din pêşbaziya ragihandina çiraya olimpiyadê ye. Em jî di vê pêşbaziya ku bi şevçiraya Melayê Cizîrî dest pê kiriye û hatiye heta tanga me, wek isyasyonek an wek pirek bûn. Me bi serê darika pênûsa xwe agirê nîv-vemirî veda, sotikên di nêv de bi me geş bûn û bêguman hinekên dinê jî ewê werin, hilkin û geştir bikin. Moderniya şi’ra herdû nifşan jî bêtir ji aliyê mijarê ve ye. Di şûna mijarên klasîk de yên civakî, welatperwerî, serxwebûnxwazî, hêjayiyên mirovî, kedparêzî û ronahîperwerî anîn. Ji aliyê teşeyê şi’rê ve forma serbest jî ji aliyê Mîr Celadet beg û Qedrî Can ve hê berî me dest pê kiribû. Me jî bi awayek dîtir li gora qabiliyet û şarezayiya xwe ew pêşvetir bir.

9


Şi’r yara min a bê mesref e Gelek nivîskarên Kurmanciyê, pêşî xwe li şi’rê ceriband, lê piştre bi pexşanê nexasim bi çîrok û romanê dewam kir? Ya cenabê te, em gotarên ji bo kovaran nivisîne bidin aliyekî, ji xeynî pirtûka çîrokan “Hingê”, berhem neda di warê pexşanê de? Di nivîskariya Rojen Barnas de ji serî heta niha bi şi’rê re têkiliya wî çi bû û çawa bû? Herkes wekî hev jêhatî nabe. Ew merivên bi qabiliyet û şareza bûn, wa ye ez ji nav wan tembel derketim. Ez wekî bavê şeş zarokan pêwist bû ku pêşiyê mala xwe xwedî bikim. Keysa min a bi nivîsên xwe aboriya xwe sererast û mala xwe pêxwedîkirinê, çênebû. Melayketê min û yên bazara xwendevaniya kurmanciyê ji hev re nekeniyan, kîmya wan li hevûdu nekir. Pirtûkên min ku her yek pêncsed nusxe çap bûbûn -ji bilî ku pirtûkxaneya Swêd jê çend nusxe kirîbe- sed heb jî nehatin firotin. Ku her yek bi temamî bihata firotin jî belkî tevîhev serê pirtûkê 1000 kron an 100 ewro biketa destê min, belkî ne ew çend jî. Ew jî ne bi qasî mesrefa kaxezê wê bû. Ji firotana wan heta niha 1 ewro jî neketiye destê min. Nexwe ku bazar hebûya dilê min hebû xeta çîrokên Flît Totanî pêşve bibim, romanên wek “Û Don Şolî Diherikî” nebûna jî mîna “Aleksî Zorba”, “Fontamara” an jî “Doktorê Gund” binivisînim, lê dev ji şi’rê jî bernedim. Lê nebû. Em bêjin pexşan an nesir, her çibe heta niha sê berhemên min derketine; 1. Hingê (çîrok), 2. Bi Kurmanciya Gewr (bend û nivîs), 3. Silvan, Silîvan/Farqîn (ku ji gelek awayan danasîna Farqînê ya heta salên 1980 ye). Wek şi’r, 1. Li Bandeva Spêde, 2. Heyv Li Esmanê Diyarbekirê, 3. Milkê Evînê, 4. Yelda ku her çar pêkve bi navê Kadiz li Tirkiyê çap bû. Mala wan ava Nûbihar her çar pirtûkên min jî li Tirkiyê çap kirin û weşandin. Ya ku jê piçek bi hêvî bûm Kadiz bû, lê ew jî di 3-4 salan de bi zorê 500-550 nusxe firotin. Welhasilê gotinê serî qûç xuyan bike jî di tanga min de binî pûç e, bazara berhemên min li derûdora sifirê geriyaye.

Ne wek berê, lê hê jî carcarna şi’rê dinivîsim. Şi’r yara min a bê mesref e, ne çarika serê wê diqete û ne sola piyê wê dimehe, ku nû bikim. Wa dibe 36 sal ku Rojan Barnas li xeribiyê ye. Xeribî çi li nivîskariya Rojen Barnas zêde kir çi jê kêm kir? Çûna welatekî nû wekî çûna eskeriyê ye. Li mala xwe, li gundê xwe an li bajarê xwe tu xwedî statuyek î, zana yî, bivê nevê asteka te ya civakî heye. Lê gava têy welatekî nû mîna kilûkoran î. Bi ziman nizanî, pizikek tê tercumaniya te dike, diçî hînbûna ziman, xoce an dilê xwe bi te dişewitîne an jî bi tinaz dike pilewil ku tu jê fam nakî. Ecemîtiya eskeriyê 3-4 meh dajo ya welatekî xerîb dikare heta bi hetayê bajo. Wek mînak Vallon 400-500 sal berê hatine Swêdê, lê hê jî bi awayek wek xerîb tên hesibandin. Lê xerîbiya li Swêdê ji ya welatên din cihêtir e. Îmkana ku meriv hem ji kîsî dewletê bixwîne û him jî serê saetê pere bistîne hebû. Li gora hewcedariya malê alîkariya xanî peydakirinê û alîkariya kirêdayînê, heta ku meriv dikete karekî alîkariya debara malê distand. Serbestiya bi zimanê xwe axaftin, nivisandin û pêşvebirinê hebû. Niha jî heye lê berê zêdetir bû. Ji kar û xwendinê ku firseta te ya vala çêbibe dixwazî bi cildan roman binivîse. Mesela nivîskariya min: Ez nivîskar im an ne? Ku pirs bi maneya meslekî/aborî yanî ku ji nivîskariya xwe debara xwe kirin û jê xwarin be, ez ne nivîskar im. Lê bi maneya heweskarî/hobî be, dikarim bêjim ku min jî hin kaxez reş kirine. Şi’rên te bi dengê Ciwan Haco li her derê Kurdistanê belav bûn, tevî ku gelek kes nizanin ew şi’rên Rojen Barnas in jî. Şi’rên Rojen Barnas û dengê Ciwan Haco pirr li hev hatin. Cenabê te dikare qala rasthatina wan helbestan û dengan bike?

Ciwan Haco hunermendek gelek hêja ye. Dengê wî ne bi tenê li Kurdistanê li seranserê cihana kurdewariyê belav bûye. Bi saya bi stranî xwendina wî sê-çar şi’rên min jî gihan ber guhên çend kesan weyaxud çend kes pê hesiyan ku wa ye yek bi navê “Rojen Barnas” jî heye. Mala wî ava. Heyranên deng û hunera wî gelek in. Ew dengek, ahengek cuda digihîne guhdarên kurmanciyê. Xewna min, armanca min, belavbûn û bicihbûna kurmanciyê ya di nav nifşên nû de ye, ku kurmancî di nav nifşên nû de ji mirinê bifilite û vejî. Êdî ev bi riya muzîkê dibe an bi riya nivîskî dibe, xem nîne. Salên 90´î gêncên Kurdan xwe li helbestê girtin û li derûdora kovarên cûr bi cûr ku kovara Rewşen di wan deman de zêdetir derket pêş, civiyan. Ev nifşên ku vê çaxê xwe li kovaran girtin û niha xwedan kîtêb in. Niha jî li gorî şi’rê zêdetir roman û çîrokên Kurdî belav in. Cenabê te halê şi’ra Kurmanciyê ya heyî çawa dinirxîne? Keysa min a aborî û ya zemanê min î vala yê ji ber xebatê rê nedaye ku ez weşanên edebî an siyasî yên welêt bişopînim. Nirxandin bûyerek subjektîf e. Li gora min tiştek hêja dibe ku li gora hin kesên dîtir bêmane be an jî berevajiyê wî. Bêjing an parzûna herî qenc zeman e. Ku kurd bigihîjin kesayetiya xwe ya siyasî û serweriya ser axa xwe ango xwedî dewleta xwe bin, ewê şi’ra wan jî, roman û çîroka wan jî, sînema û resamiya wan jî bigihîje pêpelûka xwedî qedr û hêjayiyê. Lê heta welatê wan mustemleke, gelê wan jî di rêza koleyên bênasname de bimîne, bi hezaran Mayakovski û Neruda, Balzac û Tolstoy, Polanski û Picasso jî ji navê derkevin, ewê tu rûmetek ji wan re tunebe. Cenabê te ji bilî şi´rê di warê pîşeyî de bi çi mijûl e? Di nava rojeke te ya asayî de çi herçî zêde li pêş e? Ji serê 2010 vê de xanenişîn (teqawid) im. Ji aliyê hunerî ve tu şarezayiyeka min a berbiçav tune. Di salê lîseyê de resmê min piçek pak bû, lê paşiyê ew jî kor bû. Wek mijûliya rojane bi karek redaksiyonî (çavlêgerandin û rastkirina hin metnan) hevkariya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê dikim. Ev ji sala 1983 vê de ye, wisan e.

u Xewna min, armanca min, belavbûn û bicihbûna kurmanciyê ya di nav nifşên nû de ye, ku kurmancî di nav nifşên nû de ji mirinê bifilite û vejî. Êdî ev bi riya muzîkê dibe an bi riya nivîskî dibe, xem nîne. Arjen Arî yek ji şairên nifşê Tîrêjê ye

10


‘Sihhet Xweş’ û ‘Kobra Ket’

Ş

ervanê azadiyê Arhat Ba bi dengê xwe yê ‘Sihhet Xweş’ û ‘Kobra Ket’ di bîra miletê Kurd de cihê xwe girt. Arhat Ba li gel şervantiya xwe rojnamegerê çiyê bû ku bi deng, dîmen û nivîsan di nava gel û gerîla de dibû pirek. Arhat Ba, 10´ê Tebaxa 2016´an dema çalakiya dîrokî ya li dijî qereqola Tepê Yekmal û konvoya eskerî ya li ser rêya Xabûr 2 ya girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê, bi çek û kameraya xwe amade bû, di vê çalakiya mezin de piştî tomarkirina dîmenan bi 3 hevalên xwe re şehîd bû.

Di berfê de meş* w Piştre çi bû? Zîpik dest pê kir û hêdî hêdî brûsk jî lê dida. Mij, berf, zîpik û brûsk dema hemû bi hev re tên di mirovan de tirsekê çêdibe. Em dimeşiyan, lê belê bi kîjan milî ve dimeşiyan me nedizanî.

E

m li girê Şehîd Serxwebûn a li herêma Qendîlê diman. Me kar û xebatên zivîstanê bi dawî kiribûn, em di şikeftê de diman. Ş. Serxwebûn girekî pirr bilind e. Hema bêje nû nû berf dihat û her der ji berfê spî bûbû. Cîhaza me xira bûbû. Ez û hevalê Brûsk, me xwe berda li gel hevalên yekîneyê, ji bona ku em cîhazeke nû bînin. Me goreyên xwe yên berfê, parke, lepik li xwe kirin û kefiya xwe da serê xwe, û me xwe berda jêrê li gel hevalan. Ji ber ku berf kêm dibariya dema me xwe berda jêrê, ti pirsgirêk derneket. Dema em çûn gel hevalan, me cîhaz girt, êdî dinya tarî bûbû. Em çûn gel hevalê karê karwantiyê dikir, me got, ”Em îşev li vê derê bimînin, siharê zû em ê biçin gir.” Bi şev, berfê dest pê kir û heyanî siharê bariya. Siharê em şiyar bûn, çi bibînin? Her der ji berfê spî bûye û li her derê jî mij belav bûye. Di hewayeke wisa de em bi rê ketin ber bi girê ve. Ji ber ku berf her der girtibû, me şiverê winda kir. Em êdî li gorî texmînan dimeşiyan. Ez di jiyana xwe de yekem car bû ku di nava berfeke ewqasî zêde de dimeşiyam. Em heyanî çongê diketin nava berfê. Mij jî her diçû zêde dibû. Ew qasî mij zêde bûbû ku me êdî bi qasî 10 metre jî pêşiya xwe nedidît. Piştre çi bû? Zîpikê dest pê kir û hêdî hêdî brûskan jî lê

dida. Mij, berf, zîpik û brûsk, dema hemû bi hev re tên, li cem mirovan tirsek peyde dibe. Em dimeşiyan, lê belê bi kîjan milî ve dimeşiyan, me nedizanî. Ji ber ku me rêka xwe winda kiribû. Hêdî hêdî min hîs dikir ku lingên min dicemidin. Hevalê Brûsk jî digot, “Lingên min dicemidin”. Min got: “Tiştek nabe” Lê belê ez jî di nava xwe de ditirsiyam ku tiştek ji lingên me were di nava berfê de. Bi qasî 2 saetan bi vî rengî em bênavber meşiyan. Em her du jî westiyabûn. Hevalê Brûsk got, “Ka em hinekî bêhna xwe vedin.” Min jî got, “Nabe, em di berfê de bisekin.” Nizanim di kîjan pirtûkê de bû. Ez ne şaş bim, di pirtûka Yaşar Kemal de bû. Li wê dere de behsa berfê dikir û digot, di berfê de heger ku mirov bisekine, ew ê ber bi rewşa şahadetê ve biçe. Dema em dimeşiyan, ew hate bîra min, ji ber wê, divê em nesekinin û em her bimeşin ta ku em bigihêjin hevalan. Çi qas diçû, em diwestiyan, êdî taqet me nemabû, êdî wisa lê hatibû ku me nedikarî lingên xwe biavêjin. Hevalê Brûsk got, “ Ez pirr westiyame, hindek tu were li pêş bimeşe.” Ez çûm pêş, min got, “Ez bi kîjan milî ve bimeşim”. Hevalê Brûsk got, ”Wisa berdewam bike, me rê winda kiriye hema tu bi kîjan milî ve bimeşî tu dizanî.” Girekî li pêşiya me bû, min jî berê xwe da girî û em meşiyan. Em 2 saetîn din jî meşiyan. Bi giştî 4 saet bûn ku em

dimeşiyan. Êdî taqeta me nemabû. Me navbereke biçûk da. Em nêzî 100 mêtroyî dimeşiyan û me navbereke biçûk dida. Hêdî hêdî mij belav dibû. Bi belavbûyîna mijê re êdî ji ber ku me derdora xwe berfireh didît, wê demê fikrandina me û nêrîn jî belav dibûn. Em 5 saetan meşiyan êdî taqeta me nemabû. Hevalê Brûsk ewqasî westiyabû ku li ser berfê xwe dirêj kir. Ez hinekî din jî meşiyam ez çi bibînim? Min dît ku em pirr nêzî şikefta xwe bûne. Ewqasî ez kêfxweş bûm, wê demê hema baskên min hebûna ez ê weke çûkekî bifiriyama. Min bi dengekî bilind qîr kir. “Heval Brûsk were were em gihiştin cihê xwe.” Em hindekî din jî meşiyan û em gihiştin cihê xwe. Ev rojeke pirr bi zehmet bû ji bona me. Lê belê piştî ku me hevalên xwe dîtin, dema ku hevalan em bi rûkeniyekê pêşwazî kirin û got, ”Ji were qewet be” Wê demê hema bi dîtina hevalan, bi pêşwazîkirina hevalan û bi coşa hevalan, me hemû westandina xwe ji bîr kir. Di jiyana gêrîlatiyê de rojên wisa dibe ku pirr bi zehmet in, lê belê di heman deme de di paşerojê de ji bo me dibin ezmûnên pirr mezin ên jiyanê. Jixwe, tişta ku jiyanê xweş dike jî di nav hev de bûna xweşî û nexweşiyê ye di jiyanê de. * Şehîd Arhat Ba ev nivîs 27.11.2012´an nivîsandiye

11


Nifşê Rewşenê: Rabûneke antî-kolonyal a Kurd(î)bûnê w Di qonaxa salên 90’î de, di nivîsîna bi Kurdî de, armanc ne tenê xwedîtîlêkirin bû. Sedem û kartêka esasî, hebûnî bû. Hebûniyeke ku ne hewceyî xwepeyitandinê ye. Hebûniyeke ku hewceyî xwe(ve)avakirinê ye.

D

i wêjeya gelek zimanan de nifş, ekol û bizav hene; beşek nivîskarên wî zimanî, çi ji aliyê dîtin û boçûna wêje û hunerî ve, çi jî ji aliyê çax û gehînekê ve gihane hev; bi kirin, aktîvîte, nivîs û nivîskariya xwe ve bûne avakarên bizaDilawer ZERAQ vekê, an jî nifşekî bi wan çêbûye. Di wêjeya Kurdî ya Bakur de jî dem û çaxek heye ku bûye sedema çêbûna nifşekî; ew dem û çax, piştî sala 1990’î ye ku piştî weşana kovarên Rewşenê, Jiyana Rewşen û Rewşen-nameyê û Nifşê Rewşenê peyde bûye. Gava yek ji travmayên dawîn, travmaya 12ê Îlona sala 1980’yî, ku wekî derbeke dilgur hat û wekî kabûsekê li çand û ziman û hebûna neteweya Kurdî qewimî, bêtirê endamên vî nifşî zarok û nûgihîştî bûn û gavên xwe yên ewil avêtibûn û ketibûn bexçeyê xortaniyê. Û wan; bi şiyarbûna sibehekê re, ha dîtin ku zimanê ku ew bi hemd û hêla xwe diaxivîn, li wan qedexe bûye. Sal bû 1992, bi hin guherînên zagonî re, hejmarek rojname û kovarên Kurdî derçûn. Yek ji wan kovaran jî kovara Rewşenê bû. Heta wê çaxê, li Bakur, du qonax û gehînek hebûn ji bo Kurdî; û bi qasî 35 salên dûr û bêdeng û beng ketibû nava wan. Bi derçûna Rewşenê re, zarokên sala 1980’yî, mîna ku ji nû ve bi hebûna xwe bihisin, bêyî ku hev binasin, di nav rûpelên Rewşenê de gihan hev. Hatina ser zimanan a ewil têgiha Nifşê Rewşenê M. Heiddegger, ne wekî gelemşeyeke zanîn û agahîyê, lê wekî kirûyeke hişmendîyê li ser zimên disekine û dibêje, ‘ziman mala hebûnê ye.’ Ciwanên salên 1990’î jî, bêyî ku sedemekê ji xebat û lebata xwe re bigerin, tavilê dest bi avakirina mal û hêlîna xwe kir. Min di rojnameya A. Welat de, nivîsareke bi navê Nifşê Rewşenê nivîsî û cara pêşî bi wê nivîsa min, têgiha Nifşê Rewşenê hat ser zimanan. Û bi vê bilêvkirinê ve min sedemên nifşbûna nivîskarên kovara Rewşenê diyar kirin ku pêwîst e dubare diyar bikim; 1) Hemû nivîskarên Rewşenê jî bi reflekseke neteweyî û hebûniyê rabûn. 2) Her yek li cî û warekî tev li vê karwanê bûn, haya wan ji hev tunebû lê tema, naverok û sedema nivîsandina wan hevreng bû. 3) Li dû wan nivîskaran, gelek nivîskarên dîtir dan ser şopa wan û tev li biwara nivîskarîya Kurdî bûn. Loma jî, berdewamîyek di vî warî de pêk hat û nivîskarên li dû hatî kirin ku nivîskarên li pêşîya wan bibin nifş. Her wiha, nivîskarên ku ji roja îroyîn de ez ji wan re dibê-

12

jim nifş; di salên 90’î de hejmara wan ne kêmî sedî bû. Lê belê, roja îroyîn, ji wan bi qasî sî kesan tê jimartin ku nivîskarî û nivîsîna xwe a bi Kurdî bi rikeberî û bexwedêrî domandin û roja îroyîn jî berhemên xwe pêşkêşî pirtûkxane û paşxaneya Kurdî dikin. Ew kesên ku ez çêla wan dikim, bêguman, bêyî ku xwe ji rastî û rasteqîniyên gel û ax û welêt dûr bihêlin, nivîsîn û nivîskariya xwe anîn heta van rojan. Herçî pirs sedema hebûna wan be, bersiv li rastê ye û ez dikarim bêjim ciwanmêr û ciwanjinên ku wê hingê dinivîsîn, tevî ku WÊNE: FEWZÎ BÎLGE ketibûn nav hewla veavakirina wêjeyeke Kurdî jî, hewla wan a xweveavakirinê jî darî çavan bû. Ev hewla xweveavakirinê, ji w Ez dikarim bêjim ciwanmêr û ciwanjinên ku wê hingê diniziman bigire heta bi çand û kelepûr û xwendewariyê jî li dar û li kar bû. Endavîsîn, tevî ku ketibûn nav hewla veavakirina wêjeyeke mên wî nifşî, xwe ji ziman û wêjeyên cîKurdî jî, hewla wan a xweveavakirinê jî darî çavan bû. hanê jî dûr nehiştin û tê xebitîn ku ji ezmûnên dinyayê para xwe bigirin da ku karibin kêm zêde taybetiyekê ava bikin ji bo wêjeya Kurdî. Loma jî, wan karî bi berhereftar û hewldan û helwest, êdî li ser karîgerbûn û kartêkmên xwe ve bigihîjin heta roja îroyîn û pirsa gelo ew di vê kerî bû; û dê ev karîgerî bibûya hêmaneke diyar û girîng di hewldana xwe de bi ser ketin an na, ji berhemên wan ve avakirina neteweya Kurd de. Û helbet dê ev demajoya karxuya ye. têkirinê, bêyî ziman û wêje kêm bimaya. Em dikarin ji du hêlan ve, livdarîya Nifşê Rewşenê dîyar û Gava em ji roja îroyîn de bala xwe didinê, em dibînin ku aşkera bikin. wêjeya Kurdî, ji Hawarê bi vir de ye, digel Nifşê Rewşenê karîgeriya xwe bi cî aniye û kartêkeke hêjayî gotinê li hebûn û Ji hêla zimên ve: Zimanê wêjeya berîya salên 90’î, bi piavabûna neteweya Kurd kiriye. Û helbet ev kartêk, li ser ziranî, zimanê wêjeya devkî bû ku xwe dispart zimanê romanekî heyî û paldayîna bo kelepûra wî zimanî li dar e. jane, çandî û folklorîk. Her wiha, Gramera Celadet û qaydeHeke ziman ne zimanê kelepûr û paşxaneyê bûya, helbet yên nivîsînê ên wî danîn, hîm û bingeha xurt û sereke a dê ev kartêk qels û kût bimaya. –Min divê ez di gotina zipêşdebirina zimanekî devkîmayî ye ku em li ser wê ne. Ji manê kelepûrê de, balê bibim ser zimanê klasîkên Kurdî ku dem û çaxa Hawarê bi vir de ye, hewldaneke xuya jî heye xwedî taybetiyên hevoksaziya Kurdî ne lê bi peyvên Erebî, di vî warî de; hemû keys û derfetên gotin û vegotinê, ên ku Farisî û Kurdî hatine nivîsîn û ji ziman zêdetir wek ruhê Kurzimanê folklorîk û çandî dest didayê, dihatin bikaranîn û bi dîbûnê kartêk li zimanê wêjeya Kurdî a salê 90î kiriye. taybetî di warê helbestê de hêmayên ku mirov dikare bêje, ên qonaxekê ne, dihatin afirandin. Em dikarin ji bo vê yekê Ji hêla wêjeyê ve: Wêjeya Kurdî a salên 90’î li Bakur, hewl navê C. Bedirxan, Qedrîcan û Cegerxwîn bêjin. Her wiha, zidida ku di ser van keys û helûmercan re xwe veava û heyî manê klasîkan û zimanê ku ji salên 1913’an bi şûn de- ji bike. Bi taybetî, serê pêşîn min divê bêjim ku; qedexetiya hişk Rojnameya Kurdistan û Rojî Kurd bi vir de- hatibû bikaraû polîtîkaya tunehesibandinê kiribû ku para ziman a di qonîn jî yek ji bingeha hîmî û esasî a zimanê wêjeya qonaxa naxa avabûna neteweya Kurd de zêdetir û karîgertir be. salên 90’î bû. Loma jî, her hewldana ku bo zimên dihat dayîn, ne bes ji bo Di qonaxa salên 90’î de, di nivîsîna bi Kurdî de, armanc zimên bû; di xwe de helwesteke neteweyî jî dihewand ku ev ne tenê xwedîtîlêkirin bû. Sedem û kartêka esasî, hebûnî helwest beranberî çespandina Miroslav Hroch tê ku qonabû. Hebûniyeke ku ne hewceyî xwepeyitandinê ye. Hebûxên netewebûnê bi sê qonaxan diyar dike. Û qonaxa ku niyeke ku hewceyî xwe(ve)avakirinê ye. Vê sedema hanê, Nifşê Rewşenê tê de da der, qonaxa dawî a netewebûnê ye bi xwe re lixweşiyarbûn û lixwehaybûnê jî dianî. Loma jî, ku Miroslav Hroch wek qonaxa Cyê bi nav dike.


Di wêjeya Kurdî ya Bakur de jî dem û çaxek heye ku bûye sedema çêbûna nifşekî; ew dem û çax, piştî sala 1990’î ye ku piştî weşana kovarên Rewşenê, Jiyana Rewşen û Rewşen-nameyê û Nifşê Rewşenê peyde bûye. Heke em bên ser pratîka ku hat pêkanîn, em ê karibin bêjin; hemû nivîskarên ku di wê qonaxê de bi pênûsê kaxiz reş dikirin û di roja îroyîn de jî vî karî dikudînin, dizanibûn ku bi xwendina çîrok, helbest û gotarên nivîskarên dîtir dibin nivîskar; yanê kurt û kurmancî; em, nivîskarên ku di wan salan de bi nivîsîna bi Kurdî dilebikîn, bi xwendina nivîsar û çîrok û helbestên hev, bûn nivîskar û hev kirin nivîskar. Wan camêran pêşî dixwend piştre dinivîsî. Û yek ji hêmana kartêk û girîng a qonaxa salên 90’î ew e ku; tu kesekî ji zimanê kesê dî re nedigot şaş û ne rast e. Di ser qaydeyên Celadet danî re, devokên hemû herêman digel peyv û qalibên xwe ve li ser kaxiz dihat dariştin û zimanekî hevpar î wêjeya Kurdî ava dibû. Û ez dikarim bêjim, gelek ji wan kesên ku dinivîsîn jî, zimanê kesên dîtir li xwe dikir kulîlk û wek mêşhingivan çi jê re pêwîst be jê hildida û bi kar dianî. Û mebest ne tenê nivîsîn bû ne jî tenê ziman bû; hayjêbûnek hebû di warê hebûnîyê de ku zor dida da ku ziman digel wêjeyê wêje jî digel zimên ava bibe. Ew hayjêbûn jî li ser para hebûniyê ava dibû; û li ba hemû nivîskarên Nifşê Rewşenê wekî netewebûna Kurdan dida der. Ziman êdî ne tenê ziman bû Spivak, di xebata xwe ya bi navê, Gelo Komên Jêrîn Dikarin Biaxivin de, vê dîtinê diparêze û dibêje, “Ne pêkan e ku em karibin dengê ‘komên jêrîn’ an jî bindestan zindî bikin.” Rabûna Nifşê Rewşenê a li ser têkoşîna ku ji aliyekî ve di qadeke polîtîk de berdewam bû, bersiveke xurt û pûçker e ji bo boçûna Spivak ku di pratîk û di warê jiyanî de hatiye dayîn. Her wiha, Annia Loomba jî dibêje, “Neteweparêziya antî-kolonyal, çi gava karibe kategoriya ‘komên jêrîn’ homojen bike û notiona (têgihdîtin) xwe bi awayekî giştî hêsantir bike, wê gavê dikare bibe nûnerê dengê ‘komên jêrîn’” Rabûna têkoşîna hebûniyê û encamên wê,

Sal bû 1992, bi hin guherînên zagonî re, hejmarek rojname û kovarên Kurdî derçûn. Yek ji wan kovaran jî kovara Rewşenê bû. Heta wê çaxê, li Bakur, du qonax û gehînek hebûn ji bo Kurdî; û bi qasî 35 salên dûr û bêdeng û beng ketibû nava wan.

amaje bi boçûna Loomba dike ku; di warê hebûniya neteweyî de, homojeniya hewce hat pêkanîn û di biwara ziman û wêjeya Kurdî de jî, wekî encam, Nifşê Rewşenê peyde bû. Û wekî zimanê hevpar û neteweyî, hewl hat dayîn ku li ser qaydeyên Celadet danî, standardî û hêsaniyeke berbiçav ava bibe. Helbet gava em ji roja îroyîn li wê çaxa çûyî dinêrin, dikarin vê çespanê bikin û pê re jî bêjin: Di salên 90’î de, ziman êdî ne tenê ziman bû; ew ji bo hişyarî û hişberiya Kurd(î)bûnê hêmana sereke bû ku pişta xwe dida helwest û hewldana antî-kolonyal a Celadet û Hawarê. Kurd(î)bûna derbxwarî ku; digel zarokên xwe, bi travmayeke mezin û xedar re rû bi rû mabû, ketibû qonaxa windakirina hebûniya xwe. Lê bi derçûna kovarên Rewşen, J. Rewşen û Rewşen-nameyê û bi têkoşîna heyî re, di warê ziman û wêjeya Kurdî de, her wekî Loomba gotî, zindî û geştir bû; û rengûawayê xwe yî berxwedêr da der. Û nav lê bû; Rabûneke antî-kolonyal a Kurd(î)bûnê

Bi derçûna Rewşenê re, zarokên sala 1980’yî, mîna ku ji nû ve bi hebûna xwe bihisin, bêyî ku hev binasin, di nav rûpelên Rewşenê de gihan hev.

Çavkanî:

Heidegger, Martin. HYPERLINK ”http://www.kitapyurdu.c om/yazar/martin-heidegger/7322.html” Martin, (2011), Varlık ve Zaman, Agora Kitaplığı, 2. Baskı, Sayfa:189) Rojnameya Azadiya Welat. Quncika bi navê Şador, (24/07/2008) Hroch, Miroslav. (2011), Avrupa’da Milli Uyanış, İstanbul: İletişim Yayınları, Birinci basım, s, 29-30, 5051 Spivak, G. C. (1985), Can the subaltern Speak?, Speculations on WidowSacrifice, Wedge, WinterSpring, 120-130 Loomba, Ania. (2000), Kolonyalizm Postkolonyalizm, İstanbul: Ayrıntı Yayınları, Birinci basım, 263 Zeraq, Dilawer. a) Qonaxa (an jî ekola) Hawarê (destpêk 1932), ku ji alî hemû kurdan ve tê zanîn. b) Qonaxa (an jî tevgera) Tîrêjê (destpêk 1978), ku wek A. Arî jî dibêje, ger kabûs li Kurdî neqewimiya, wekî bizaveke wêjeyî, belkî karibûya hê xurttir xwe nîşan bidaya.

13


ŞOPÊN ROJÊ…

Bibîranînên gerîlayan ên dîtina Ocalan

t

w Nihêrînên Serok, dahûrandinên wî, mirovan dixe nava lêhurbûnan û hizi- w Kesê ku perwerdeya Serokatiyê dîtiye, pêwîst e layiqê wê be jî. Herînan. Pirr ders hene ku Serokatiyê di nava jiyanê de dan me, ev ê me jiger di nava ew qas hevalan de Serokatiyê ez kişandime perweryan kirîn jî hemû hem bibîranîn hem jî dersên jiyanê bûn. Tiştên Serok deyê, maneya wê ew e ku Serok li ser min hindek hesaban dike û wê demê digotin, niha hemû ji me re bûne rêgez û pîvanên jiyanê. divê ez jî xwe li gorî van hesaban amade bikim. Ronî DEŞTELANÎ

J

i niha û pê ve em ê hewl bidin di her hejmara PolîtîkArt a Kurmancî de bi ser navê Şopên Rojê cih bidin bibîranînên gerîlayan ên rasthatin û hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re. Ev rêza nivîsan bi vê hejmarê wê dest pê bike û herî kêm çar hejmaran jî dewam bike. Yekem gerîlaya ku di vê çarçoveyê de ji me re bibîranînên xwe ragihandin fermandara YJASTAR´ê Hêzil Ozgur e. “Jiyana serok ji me re pîvan e” Roj di nava gelê Kurd de pîroz e. Ji ber ku ronî dike. Wexta gelê Kurd ber bi tarîtiyê ve diçû Rojek li wan avabû. Roniya Rojê, ew gel careke din zindî û nû kir. Bi her halî hemû gerîlayên ku bibîranînên xwe bi me re parve kirin, Ocalan weke rojê bi nav kirin. Bi rengekî ji rengan ew weke ronahiya gelekî dîtin. Em bi bîr bixin ku gerîlayên ARGK´ê di salên 80 û 90’î de yek bi yek diçûn li gel serokê xwe û perwerde dibûn. Gelek fermandar bi vî awayî ji perverdeya Ocalan re der-

14

bas bûn. Ocalan ji ber ku yek bi yek bi van namzetên gerîlatiyê re rûdinişt, bibîranên wan ên sohbetan, dersan û yîn din hene. Bi vê rêza gotaran, me jî xwest ji gotinên gerîlayên Kurdistanê, bi sohbetên wan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nas bikin. ‘Pirtûkên Ocalan deng li min kirin’ Mêvana me ya yekemîn fermandara YJA-STAR Hêzil Ozgur bû. Keyfxweşiya fermandar Hêzil Ozgur ji çavê wê xuya dikir. Ji ber ku ew careke din diçû wan rojan û kêlî bi kêli ew bi bîr dianîn. Fermandar Hêzil a ku behsa bi bîranîna xwe dike, ji berîka xwe wêneyekî derdixe, di wê demê de bi Ocalan re hatiye girtin, û dest bi vegotina xwe kir. Fermandar Hêzil behsa, dema ku nû Ocalan naskirî û di heman demê de wexta PKK naskirî jî kir. Em li jêr guh bidin wê. “Dema ku min partî nas kir, ez 13 salî bûm. Wê demê mala me li bajarê Tebqayê bû û heval pirr kêm dihatin û diçûn mala me. Xwişka min heval nas dikirin, emrê min jî wê demê pirr piçûk bû. Lê belê zahf bala min dikişand. Di salên 1985-86-88´an de hatin çûyînên hevalan ji bo mala me pirr çêdibûn. Ji wir û bi şûn ve êdî bala min zêdetir dikişand. Pirtûkên Serokatî anîbûn mala me. Dema ku min

ew pirtûk dîtin li gel ku emrê min zahf piçûk bû jî, pirr meraqa min hebû ku ez bixwînim. Jixwe, nedihiştin ez bixwînim, digotin; tu zahf piçûk î, dê ji te re pirr giran bin. Lê min her pirtûk didizîn û ez diçûm min bi veşartî ew dixwendin. Min pirr tiştek ji wan fêm nedikir, lê wan pirtûkan deng li min dikir. Bala min pirr dikişand, ji bo vê yekê, min pirtûk zahf dixwendin. Her diçû meraqa min zêdetir dibû, meraqa min a li hemberî pirtûkên serokatiyê zêdetir bi pêş diket. Lêgerînên min ên beşdarbûna nava tevgerê zêdetir bûn. Hevalan erkên piçûk didan min, lê belê dema min ew erk pêk dianîn, ez pê pirr kêfxweş dibûm. Wê demê min digot, xilas, êdî ez jî kadroyek im. Di sala 1993’an de bi fermî ez tevlî nav refên partiyê bûm. Di destpêkê de min di nava xebatên gel de cihê xwe girt. Bi vî awayî meşa min a di sala 1993’an de dest pê kirî, heta roja îro hat û îro jî didome.” ‘Wexta min Serokatî dît …’ Ji şopên wê demê heta niha… kêlî bi kêlî azadî, xwebûyîn, vîn û her wiha… di çavên fermandar Hêzil de ev tişt hemû xuya dikin. Ev tiştên xuya dikin, di gotinên wê de jî xwe didin der. Ji ber ku çawa ku ew jî dibêje, ew şopên “Rojê” bûn. Fermandar Hêzil bi Ocalan re vegotina wan kêliyên jiyanê ku ji bo wê taybet in, wiha didomîne…


“Ez di Sala 1994’an de di nav xebatên gel de bûm. Esas, ez li gel hevalê Ozgur bûm. Hevalê Ozgur, hevalekî Tirk bû. Rêveberê rêxistina me li Helebê bû. Wê demê ez jî li Helebê bûm. Bi hevalê Ozgur re digeriyam, lê ez kadro bûm. Min nedizanî ku Serokatî dê bi me re civînê çêke. Hevalê Ozgur ji min re got; dê civîn çêbe, biçe malekê eyar bike, bila cihê 100-150 kesan di hundir de hebe. Lê belê pêwîst e hem fireh be û hem jî bi ewle be. Ez çûm, min mal diyar kir û amade kir. Lê heta wê demê jî min nedizanî ez ê Serokatiyê bibînim. Min digot qey, civîneke normal e, heval dê çêkin. Min lê nihêrî, yekî li derî xist. Hevalê Ozgur bazda çû, derî vekir, çawa derî vekir, min mezê kir, Serokatî li ber derî ye. Yanî wê demê, ez bawer dikim ku min dengê dilê xwe dibihîst û kela canê min pirr rabû. Min nedizanî ez ê çi bikim, herkes di cihe xwe de sekinî, min jî weke wan kir. Temenê min jî piçûk bû. Kê çi dikir, min jî wisa dikir. Lê belê her çavên min li ser Serokatiyê bûn, ji ber vê yekê, Serokatî çi digot min fêm nedikir. Mezêkirina min a bi vî awayî pirr bala Serokatiyê jî kişandibû. Piştî ku civîn qediya, hevalan li çepikan xist, Serokatî rabû, dê biçûya. Dema Serok rabû, hat li gel min sekinî. Ji min pirsî; navê te çi ye? Min got; Hêzil e Serokê min. Ji min re got; tu çi karî dikî? Min jî got ez li gel hevalê Ozgur im. Got; na wisa nebêje, bejê ez alîkarê hevalê Ozgur im. Min got, temam Serokê min. Di wê civînê de ez nikarim bibêjim, min tiştek fêm kir, ji ber ku wê demê bi hesret, bi heycan min tenê li Serokatî mezê dikir. Min her dixwest wisa li Serok mezê bikim. Tevgerên Serok pirr bala min dikişandin, lê nihêrînên wî pirr bala min dikişandin. Hevnasîna min a bi Serok re bi vî awayî bû. ‘Naxwe hûn pêl giya nakin’ Di wê demê de ku em li gel Serok perwerde dibûn, bi axê re mijul bûn, li daran mêzekirin, li gulan mêzekirin ji bo me perwerdeyek bû û hemû jî di bernameya me ya perwerdeyê de hebûn. Serokatî bi zanebûn wisa dikir ku bizane ka em bi axê re, bi çandiniyê re çiqasî dikarin bibin yek; wî dixwest bibîne ka em keda xwe tê de dibînin û bi keda xwe dihisin. Serokatî ev yek weke perwerdeyê dinirxand, wisa pê dadiket. Cihek hebû, hemû giya û şînahî bû û zahf fireh bû, me qet pê lê nedikir, me her av dida. Dema Serok dihat mala me, bi makîneyê giya qut dikir û navê PKK’ê dinivîsand. Serok hat hilkişiya berbanî û got; Kê ev çêkiriye. Me got, me çêkiriye Serokê min, wî got; temam wê demê ez nahêlim ku ji we yek kes jî bi pêlavan biçe ser wan giyayan.” Fermandar Hêzil bal kişand ser nihêrinên Rêberê Gelê Kurd û li ser nihêrînên wî qiseyên xwe wiha domandin;

“Nihêrînên Serok, dahûrandinên wî, mirovan dixe nava lêhurbûnan û hizirînan. Pirr ders hene ku Serokatiyê di nava jiyanê de dan me, ev ê me jiyan kirîn jî hemû hem bibîranîn hem jî dersên jiyanê bûn. Tiştên Serok wê demê digotin, niha hemû ji me re bûne rêgez û pîvanên jiyanê. Jiyana me ya li wir, carinan komedî bû, carinan Serok pirr bi me dikenî, carinan jî rexneyên pirr tund li me dikirin. Tişta kû Serokatî dijiya û dixwest di kesayeta me de bide avakirin, ev bû. ‘Pêwîst e layiqê perwerdeya wî bim’ Dema ku min cara yekem Serok dît min behsa wê kir. Êdî dema ku hevalan digot, here cihekî eyar bike, min fêm dikir ku Serokatî dê civînê çêke. Ji bo wê jî min xwe li gorî wê amade dikir. Di civînan de êdî min pirr baş li Serok guhdarî dikir. Di civînan de min digot ez dikarim çi ji Serokatiyê bigirim? Çi fêm bikim? Milên min yên birçî, aliyên min ên kêm kîjan in? Ez çawa dikarim milên xwe yên birçî têr bikim? Gelo ez ê lêgerînên xwe çawa di gotinên Serokatiyê de bibînim. Min bi vî awayî dixwest beşdarî jiyanê bibim. Ez beşdarî gelek civînan bûm, ji ber ku min di hemû amadekariyên civînê de cihê xwe digirt. Civînên gel bûn, civînên kadroyan bûn, di civînên hevalên ku vedigerin welat de jî amade dibûm. Dûvre Serokatî xwest ez biçim mala ew lê dimîne; ez ji bo perwerdeyê çûm gel Serok. Nizanim mirov çawa dikare vebêje, li gel Serokatiyê perwerde bûn tiştekî pirr cuda ye. Kesê ku perwerdeya Serokatiyê dîtiye, pêwîst e layiqê wê be jî. Heger di nava ew qas hevalan de Serokatiyê ez kişandime perwerdeyê, maneya wê ew e ku Serok li ser min hindek hesaban dike û divê ez jî xwe li gorî van hesaban amade bikim. Piştî em ketin nava perwerdeyê de, me pirr tişt fêm kirin. ‘Min nasnameya xwe nas kir’ Lênihêrîna mirovekî, gelekî bindest, gelekî hatî perçiqandin çawa be, lênihêrîna me ya jiyanê, xwezayê, bi heman awayî bû. Lê dema ku mirov diçe gel serok, li cem wî perwerde dibe, mirov ji saetek ya xwe ya vala derbasbûyî poşman dibe, mirov dibêjê min çawa ev saeta xwe vala derbas kir. Pêwîst e dema te dagirtî be, ji ber ku tu bi qedrê wext dihisî, tu bi qedrê jiyanê dihisî, tu bi qedrê têkoşîna jiyanê dihisî. Beriya her tiştî mirov pê dihise ku divê mirov bi qedr, bi hesab jiyan bike. Weke jinekê, ez dikarim vê yekê bibêjim, min nasname ya xwe nas nedikir. Wekî her mirovekî, wekî her jinekî di nava pergalê de ez jî ji xwe re dijiyam. Li gel serokatiyê ez pêhesiyam ku weke jînekê nasnameya min heye. Ez ê çi bijîm? Çawa bijîm?

Têkoşîna çi bikim? Ez fêr bûm. Piştî tu di milê felsefîk de bîrdoziya Serokatiyê nas dikî, tu dizanî ku dîrokek ya te ya kûr heye. Tu dîroka xwe û paşeroja xwe nas dikî. Tu dema dîroka xwe nas dikî, tu dizanî ku tu dê çawa têbikoşî. Li gel Serok, min dîroka xwe nas kir, beriya wê min di derheqê dîroka xwe de bi tiştekî nedizanî. Min dizanî ka ez di nava pergalê de çi qasî bêqedr bûme û min dizanî ka ez ê çawa xwe di nava jiyanê de bi qedr bikim. Min li gel serok têkoşîna vê yekê da. Serokatî her tişt bi axaftin nedigot, em rehet berdidan, di nava wê rehetiye de pirr tişt fêrî me dikirin. Di nava wê perwerdeyê de pirr tiştên ku tu bi xwe dihisî heye, pirr tiştên ku tu milê xwe yên kêm dibînî û pirr tiştên tu di xwe de xurt dibînî, hene. Terzê serokatiyê jiyanê û perwerdeyê ev bû. Terzê jiyana kesekî gundî her tim rûtîn e, serokatiyê jî em ji van terzên rûtîn xilas kirin. Jiyaneke pirr alî û pirr rengî ava kir, têkoşînê ev ytek ava kir. Serokatiyê, beriya her tiştî em fêrî têkoşînê kirin. Bi têkoşînê re em fêrî wê yekê kirin ka em ê çawa jiyanê bi reng bikin, çawa dikarin jiyanê bi wate bikin, rûtîn nejîn, em pêşveçûneke ji rêzê ji xwe re nepejirînin, em bê armanc nejîn, em xwedî armancên mezin bin, ji bo armancên xwe bigihînin serketinê em têbikoşin. Serokatî bi terzê jiyana xwe em fêrî vê yekê kirin.” Belê, keliyên bi rojê re wiha ji me re hat parvekirin. Hêzil, niha sûda ji perverdeya Serokê xwe wergirtiye li Zagrosan hemberê dijminê xwe di nava şerekî dijwar de ye. Wekî bi hezaran fermandarên PKK’ê... Hêzil wiha dawî bi gotinên xwe tine…. “Şerên pirr giran li Zagrosan hatin meşandin. Zagros dergûşa mirovahiyê û warê xwedawenda ye, cihê dayikên me ne. Ev dibe sedem ku em ji Zagrosê hez bikin. Niha pirr gerîlayên jin li ser xeta Zagrosê şer dikin. Pirr zehmetiyên xwe hene, çiyayên wê pirr bilind in, jiyana wê pirr zehmet e. Lê ji ber ku wê derê Zagrosê di rûyê her hevalekî jin de mirov hezkirinê dibîne, mirov bawerî dibîne, mirov kêfxweşî dibîne. Bi hezkirin nêzî jiyanê dibin li gel ku pir karên giran jî dikin pê na hesin ku westiyane. Bi taybetî di van salên dawiyê de pirr şerên giran li Zagrosê hatin meşandin, ev yek li gel xwe dilsoziyê jî tîne. Ev tiştekî xwezayî ye. Gerîla yên jin, dema bilind bûna çiyayên Zagrosê dibînin, zor û zehmetiyên wê dibînin, bi xwe bawer dibin, di şer de fermandartiyê dikin û dibin pêşeng. Her kes dibêje, jin çawa di çiyayan de dijîn. Sirra vê yekê ji ev e. Cihê kû mirov bi hezkirin tê de bijî, mirov hemû zehmetiyên wê jî dide ber çavên xwe. Li gel me jî wisa ye. Em bi eşq di van çiyan de dijîn. Hela, hela em bi hezkirineke mezin nêzî Zagrosê dibin.”

15


ROJAVA PHOTO

a ‘Efrîn şe dike porê Kurdistanê’

Ji helbesta kolektîf

Ev der axeke birûn e Ji porê me mişt dehfikên mû ne Erda wê ji bo meşa hûtan sabûn e Welatê min di devê min de qelûn e Ji min re ji pelên zeytûnan tacekê bihûne

(...)


Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.