Rojnameya Kurdistan - 153 - Kurdi

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Kurdistan-Hejmar (153)

Tîrmeh / 15 - 7 - 2019

www.pdk-s.com

Pirsgirêka avê li Qamişlo û Hesekê serî hildaye, û xelk bi giranî avê dikirin Serdar Omer-Qamişlo

Ev demeke pirsgirêka avê li her yek ji Qamişlo û hesekê serî hildaye û xelkê çend taxên wan herdû bajaran bê av in, û zehmetiya kêmbûna avê dikçînin. Herî dawî

li Qamişlo av li çend taxên bajêr hate birîn û rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê bi durstkirina vê kirîzê tometbar dike, welatî jî gazindan dikin. Mihemed Ebdula li ser vê mijarê wiha ji

rojnameya Kurdistan re dibêje: Av tiştekî sereke ye di jiyana mirovan de û nabe welatiyên me bê av bimînin di demekê de ku rewşa avê li Qamişlo baş e, û av heye, gelo ev mijara qutkirinê ji ber çi

hatiye, helbet ev jî ji bo yekê ye ku Kurd ji deverê xwe koçber bibin û zehmetiyan bibînin. Sena Xelef jî dibêje, gelo rêveberiya PYDê nikare �işarê li rejîmê bike, bi nerîna min ev

rêkeftin e di navbera wan de da ku xelk deverên xwe vala bikin, ji ava îsal bêhtir tine ye, divê xelk xwepêşandanan li dijî kiryaryên vê partiyê encam bide, û êdî sînorekî ji kiryarên li dijî

mirovahiyê re deyne. Mihemed dibêje, ji ber nebûna avê xelk neçar bi giranî stêrên avê bikirin, û ev yek bargiraniyeke mezin e ji bo malbatên hejar. www.pdk-s.com


2

Tîrmeh / 15 - 7 - 2019

Kurdistan-Hejmar (153)

www.pdk-s.com

Komkujiya malbata Şêx Henan li Efrînê xaleke din ya reş di rûpela PYDê de ye Kurdistan-Şêxo Efrînî Di 4ê meha7an sala 2019an, salvegera 7an ya komkujiya malbata Şêx Henan Şêx Hesen ji gundê Avrazê re derbas dibin, komkuhiya ku ji aliyê çekdarên PYDê û bi serpireştiya ewlehiya rêjîma Sûriyê di 2012an hate encamdan, tê de Şêx Henan bi kurê xwe Ebdulrehman di bevçûnan de şehîd bûn, û kurê din Nûredîn din bin eşkenceyê de şehîd bû . Ji bilî wê otombêl û dukanên malbatê şewitandin, û metirsiyeke mezin xistin dilê şêniyên Efrînê de. Sedemên pêkanîna komkujiyê ji ber ku malbatek partî û Barzanî bûn , û ne li ser şopa PKKê û PYDê bûn, herwiha li dijî rêjîmê radibûn lewma PYDê ew malbata dewlemend û navdar xiste ber çavên xwe da ku Efrînê pê perwerde bikin, û nehêlibin tu kes serî hilde, nexasim piştî ku karê berçav yê serkirdeyê Partî Haşim Şêx Nesan di Partî û liv û tevgera siyasî û xwepêşandan de û rahihandina Bekir ji ketîbeyekê di despêka şerê Sûriyê ji bo parastina herêma xwe . Hûrguliyên komkujiyê: Beriya wê komkujiyê, di 29ê Hizêrana 2012an de, çekdarên YPGê girtin ser gundê Avrazê yê ser bi Mabeta ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ve, da ku serkirdeyekî Partî binçav bikin, piştî wê bi 5 rojan komkujiya malbata Şêx Henan Şêx Hesen ( Şêx Nasan) pêk anîn di encamê de 3ê ji wê malbatê şehîd bûn û 27 kes ji malbata Şêx Nasan,

Şêx Ehmed, û Şêx Hesen û hin malbatên din hatin binçavkirin. Wek pilanekê ji pêkanîna komkujiya malbata Şêx Hanan li Efrînê di 29ê Hizêranê sala 2012an de çekdarên YPGê êrîşî gundê Avrazê yê navçeya Mabeta kir, da ku serkirdeyê Partiya Demokrata Kurd li Sûriya Elpartî ku niha ew Partî bûye Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya D.Haşim Şêx Nesan berpirsê navenda Efrînê ya Partî binçav bikin. Ew êrîş wek pilaneke destpêkî bû ji komkûjiya derheqê malbatê nexasim mala Şêx Henan ku piştî wê bi 5 rojan komkûjiyê di 4\7\2012 hate pêkanîn. D.Haşim ji aliyê ewlekariya rêjîma Sûriyê ve dihate xwestin, û ji ber wê yekê

dermanxaneya xwe li navenda Efrînê bi cih hişt û berê xwe da gundê xwe Avrazê li mala xalê xwe mala Şêx Gulîn xwe ji ber çavan vedizand. Di meha 12an sala 2012an zanîbû ku ji aliyê ewlekariya Siyasî ya navenda bajarê Efrînê ku bi serpireştiya Raid Ekrem Silêman dihat birêvebirin, tê xwestin.Di dema rêjîmê Efrînê radestî PYDê kir, çekdarên YPGê bi karê dîvçûn û şopandina karê siyasetmedar û çalakvanan kir, û doseya Haşim yek ji doseyên bi sedan bû . Yekem gef li pêş mala wî li taxa Vêlat rêya navenda çandiniyê ya Efrînê di 2\2an\2012 an bû, ango berî rojekê ji xwepêşandana mezin ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Efrînê . Bi eşkere û zelalî çekdarên

YPGê ji Dr Haşim re gotin eger karê partiyê û siyasî û tevgera xwe ya şoreşî bernede ew dê yan wî bikujin yan kurê wî yê tekane birevînin. Ji wê rojê de D.Haşim Şêx Nesan xwe ji çavên PYDê vedizand û karê xwe li Efrînê rawestand. Piştî ku PYDê pê zanîn Haşim li gundê xwe ye bi sedan ji çekdarên xwe amade kirin, da ku êrîşî gundê Avrazê bikin . Di 29\6 ango di Hizêranê de êrîş bi serpireştiya Heval Kemal berpirsê leşkerî yê Efrînê, Heval Ednan brepirsê navçeya Mabeta, Heval çekdar berpirsê mûdehematan ango êrîş û girtina sermalan, û serkirdeyeke YPJê û bi sedan ji çekdaran hate pêkanîn. Ji ber ku malbat Haşim Şêx Nesan ne xwestin

Haşim radestî YPGê bikin, Sîpan Hemo berpirsê giştî yê YPGê li Rojavayê Kurdistanê peywendî bi serkirdeyê Elpartî Xelîl Izet re kir û jê xwest berê xwe bide gundê Avrazê da ku tu pevçûn rû nedin, herwiha têkeliyên Heval Hesen Kurzêlê perpirsê Siyasî yê Efrînê ji berpirsên ku li gund amadene berdewam bûn, da ku tu pevçûn rû nedin. Di wê demê de Sîpan Hemo û Heval Hesen ne li Efrînê bûn bi tenê peywendî dikirin .Piştî danûstandinan ku derdora Sê demijmêran bû, Haşim hat radestkirin û 3 rojan di zîndanê de hiştin û 2\7\2012 serbest hate berdan. Di 4ê/72012/an di roja komkûjiya malbata Şêx Henan de carek din bi

26 kesan ji malbatê, malbata Şêx Ehmed, Şêx Hesen, Şêx Nasan re hate binçavkirin, û li zîndana gundê Hobka yê Raco ew û malbatê rastî eşkenceyê hatin, di encam de Nûr Eldîn kurê Şêx Henan jiyana xwe di bin eşkencê de ji dest da û şehîd bû. Herwiha mal û dukanên malbatê şweitandin û çend rojan çûn û hatinê nav bajêr xedexa bû. Ku piştî şehîdkirina 3 ji malbatê biryara kuştina 12 kes din hate der lê destêwerdana serok Mesûd nehişt ku ew komkujî berferehtir bibe. Di 10\7\2012 û li gor rêkeftina Desteya Dilind ji Dr Haşim ji Zîndanê hate berdan û ji Efrînê hate surgunkirin . Di 11ê meha 7an rêkeftin bi fermî li Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî hate îmzekirin,û li gor wê rêkeftinê hêdî hêdî girtiyên komkûjiya malbata Şêx Henan serbest hatin berdan, ku di zîndana reş de li gundê Şêx Bila yê Raco bûn û yekem car ew zîndan bi girtiyên wê malbatê hate vekirin .Gundê Avrazê yek ji gundên ku PYDê ji xwe re kiribû armanc wek gundê Sînka, Kosa, Çeqilme, û Birc Ebdalo Dr Haşim Şêx Nesan yek ji sedan welatiyên Efrînê yên rastî eşkenceyê hatin û ji Efrînê hatine surgunkirin ji ber helwêst û kar û xebata ser rêbaza Barzanî. Êrîşa li ser gundê Avrazê rêxweşkirinek bû ji bo pêkanîna komkujiya Şêx Henan, ku ta niha ew roj rojeke reş di dîroka PYDê maye tu lêkolîn û vekolîn nehatiye vekirin, û tawanbar nehatine dadgehkirin û sizadan .

www.pdk-s.com


Tîrmeh / 15 - 7 - 2019

www.pdk-s.com

Kurdistan-Hejmar (153)

3

"Serdemên zêdebûna teqînan li Kurdistana Sûriyê çi ne" biriye bi parastinê, lê di rastiyê tiştekî bi vî rengî nîne, û tenê parastina avahî û mal mlikên xwe û baregehên Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd xwe dikin, û hayê ti kesî jî ji xelkê hejar belengaz nîne, li Sûriyê di daxûyaniyekê de teqînên li bajarên parastin ne bi vî rengî tê kirin, heger ew nikaribe Efrîn, Qamişlo û Hesekê şermezar kir û tekez kir, parastina me bike, Pêşmergeyên Roj hene û dikarin ku ew teqînên terorî û kesên li pişt teqînan nagihin .parastinê bikin, û divê rê li ber wan were vekirin armancên xwe. Daxwaz ji Civaka Navdewletî û Adil Xidir jî li ser vê mijarê ji rojnameya Kurdistan re Neteweyên Yekgirtî kir proseya siyasî li Sûriyê çalak axivî û wiha got, bila gelê me hişyar be û ji siloganên bike û çareyek siyasî ji rewşa Sûriyê re bibîn e, ji bo avakirina Sûriyayek demokratîk - yekgirtî ji bo hemû welatiyan, ku baştirîn rê ye, ji bo jinavbirina terorê û ziwakirina çavkaniyên wê. ENKS herweha daxwaz ji pêkhateyên navçeyê kir, ku hişyar û hevkarbin, ji bo rûbirûbûna terorê û parastina aştiya sivîl. Herwiha ji aliyê xwe de her yek ji Serok Barzanî, û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ev teqîn bi tûndî şermezar kirin û ragehandin ku hêj metirsiya terorê .li deverê maye, û bidawî nehatiye Jînda derbarê vê mijarê de wiha ji Rojnameya Kurdistan re dibêje, ev teqînên ku têne kirin û bêyî ku ti kes nas bike kî li pişt e tirsê di nava xelkê de durst dike, û divê çareseriyeke bilez ji vê yekê re bê dîtin, ev hejmara zêde ya asayiş û çekdarên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD li devera me, jibilî çekdarkirina bi hezaran welatiyan bi darê zorê gelo nikarin parastina ewlekariya vê devera biçûk biukin, ev yek cihê pirsyarê ye, PYDê serê gelê me Kurdistan- Salar Cefer

PYDê bawer neke, ji ber ku pirsa parastin û bergiriyê tenê silogan in, û xelkê bi aliyê xwe ve tînin, teqînên ku vê dawiyê çê bûne gelo kî li pişt wan divê di zûtirîn dem de bêne naskirin û ji xelkê re werin eşkerekirin. PYDê ji xelkê re eşkere nake mîna komkujiya Kobanê, û hezar bûyerên din ku hertim nahêle kujer were eşkerekirin, û ev yek bi .mebest jî tê kirin

Sûriyê.. gendelî û wêranî

Raid MihemedHewlêr

Di pirtûka Ibin-Xeldûn ya navdar , Şêwazê avakirina Dewletan û geşepeydana wan tê diyarî kirin, ku jî Qunaxa Koçeriyê dest pê dike û di qunaxên Şaristaniyên corecor derbas dibe ta dighe lûtkê piştre dadikeve xwar û hildiweşe bi sedemên corecor ..!!! Wiha Ibin-Xeldûn jiyana dewletê dide xuyakirin, dibe ku gelek welat ev yek pişt rast kiribin di Dîroka xwe de , yek jê Welatê Sûriya..!! Ku di dest pêka Sedsaliya 20an Gavên pir mezin û Fereh avêtbû, û geşepeydaneke berfereh pêk anîbû di pabet û mijarên corecor, ta ku dibû nimûne di Rojhilata Navîn de , lê berûvajî

di Aliyê Siyasî de , rewşa Siyasî pir paş ketî bû û Demokratî li vî welatî di asteke pir kêm de bû , ji ber vê yekê heger em Sûriya deynin li ber Welatên dirawsiyê wê Cîranê wê , ew bi gavên gelek dabû pêşiya wan di warê pêşesazî û aborî û pijîşkî û perwerdeyî û çandinê de jî , lê ev yek ne rêgir bû li pêşiya gendeliyê ya ku xwe berdabû di nav hemû mûvik û bazinê dewletê û jê dixwar mîna mîroyên ku girtine kelaşekî..!! Gendelî li welatê Sûriya bûbû sîstem û yasayî, ta ku destwêjeyên taybet û gotinên gendeliyê hatibûn belavkirin , û her kesek ku jî xwe re yekî mezin di dewletê de nas dike yan pere

bide hinekan, karîbû ku xwe bike karmend di dezgehek ji dezgehê dewletê de , heger temenê wî yasayî be yan na heger bi şert û mercê derfeta kar pêk kiribe yan na , heta ku dihate gotin ji Bawernameya zanîngehê giringtir heye ew jî palpiştî û gendelî ye..!!! Ji ber van sedeman û ev dîroka dirêj ji temenê dewleta Sûriya ji sala 1920an ku jidayik bûye bi pilaneke Ferensî Ingilîzî û ta sala 2011an ku 91 Sal û ev welat di geraveke Gendelî û xirabiyê de derbas dibe, û kî xwedî pere be yan zevî be yan Cihekî taybet hebe di civakê de yan pişta wî hebe, ew Mîrê mîra ye, û kesê bê van tişta be ew belengaz

e û rewşa wî xirab e, bi ser vê yekê de jî gelê kurd di Jiyaneke xirab dijî, ku dewlet her tim Çavdêriya kurda dikir û hêlên Sor hebûn li beramberî çalakiyan, ji bilî dîroka dirêj ji stemkariyê dijî gelê kurd û doza wî ya resen û yasayî, ji ber vê yekê Banga Azadiyê ji rexê kurd û Erebên Sûriya bilind bû û Qêrîna Belengazan bilind bû daxwaza mafê xwe kirin ji rêjîma Sûriya ya Dîktator, lê gel bê serik bû, mîna Kerîkî pez ku bê Şivan bi çola bikeve, her tim wê bibe armanca Gur û rovî û Torîkan, jî ber vê jî gelê azadî xwaz kete di destê xêrnexwazan de û welatên Herêmî û zilhêzên Cîhanî Armancên xwe di Sûriya , pêk anîn, û her rexek bû xwedî leşkerek

taybet di vê zeviyê de , ku kêka Sûrî ser maseya navdewletî bi kêra bercewendiyên navdewletî tê birîn bê ku hizir û nerîna gelên ku di Sûriya de dijîn bistînin, ji bilî ku Kuştin û wêrankirin û derbederî û hilweşana balexaneyan û koçberî bû nûçeya rojane ku ji vî welatî tê derê, dibe ku Di vî Welatê bi navê Sûriya ku ji 185000 km2 pêk te ku Temenê wî ne bûye 100 sal ku miletên corecor hebûn daxwaza mafê xwe dikirin, li beramberî wan jî Rêjîmeke Dîktator tîrorîst û Faşîst hebû , xwedî mêjiyeke teng bû û Nûjenkirin zehmet bû û ji deng û Banga Azadiyê di tirsiya

û bi saw diket, lê roj bi roj tê xuyakirin ku Armancên Welatên dirawsiyê ( Cîranê wê ) pir hebûn, û dixwestin ev welat hilweş e û rêjîma Sûriya ya Dîktator bû destek ji wan re ji bo pêkanîna vê yekê û Opozisiyona Sûriya jî ku ew bi xwe Neynika Rêjîmê ye, lê Mikyaceke fehiş û neciwan li xwe kiriye, ew destika Duya bû û ev welatê ciwan xirakirin, lê em kurd heta niha ku doza mafê xwe dikin ji Rêjîmê û anha ji Opozisiyona Sûriya jî, hîn em li rewşê temaşe dikin ji dûr ve , û Ti�inga Kurdan berê xwe ne daye ne Rêjîmê û ne dijberiyê jî bi ser hin qerebalix û aloziyên Biçûk ku rû dane , lê ta anha kurd dûrin ji wêrankirina ku li vî welatî çêdibe , ku Rêjîm û Dijberî sedem û destekê wê malwêrankirinê ne , jî ber wiha pêwîste civaka navdewletî bi çavekî baş û fereh li gelê kurd temaşe bike û bê par nehêle di avakirina vê wêranê de û kurd cihekî bilind bigrin di Sûriya nû de . www.pdk-s.com


Tîrmeh / 15 - 7 - 2019

Çand û Huner

www.pdk-s.com

4

Li bajarê Şilêsîvîg yê Elmanya xuleke fêrkirina Zimanê Kurdî birêve Diçe Kurdistan-Heyv Xelîl Li bajarê Şilêsîvîg yê Elmanya ye, niha xuleke fêrkirina Zimanê Kurdî destpê kiriye, û hejmareke baş ya Kurdistaniyên wê deverê berê xwe dane vê xulê û dixwazin hînî zimanê xwe yê dayikê bibin. Korsa Zimanê Kurdî ji programê ZIK-ZAK Kultur Zentrûm e, herwiha bi awayekî serdemyane jî tê pêşkêş kirin. Ezîz Xemcivîn, nivîskarekî Rojavayê Kurdistanê ye û ezmûneke wî ya dûdirêj di vî warî de heye, niha wek mamosteykî xwebeşx vê xulê dide û wiha di vê derbarê de ji bo Rojnameya Kurdistan

dibêje "Mijara ziman ji bo penaberan gelekî giring e, herwiha pêwîst e zarokên me zimanê dayikê jibîr nekin, min xwest korsekê ji kesên mezin re li vî bajarî vekin da ku ew kes jî bikaribin zarokên xwe li malê fêrî Zimanê Kurdî bikin, herwiha di paşerojê de jî dê xulên fêrkirinê ji bo

zarokan jî bêne vekirin. Armanc ew e ku Kurd çi li welat yan li derve zimanê xwe yê dayikê jibîr nekin û lê xwedî derkevin, û li malên xwe bi Kurdî ligel zarokên xwe biaxivin, di rêya rojnameya we re spasiya we û ya stodyoya Apfel dikim ku alîkariya me dikin û ahengên me li vî bajarî

romal dikin. Ji aliyê xwe ve, beşdarbûyên vê xula Zimanê Kurdî bi dilekî germ pêşwaziyê li vê gavê dikin, û hêvî dikin ku korsên wiha berdewam bikin, û êdî Kurd nema zimanê xwe yê dayikê piştguh bike, û hewil bidin vî zimanî pêş bixin û jinavçûnê jî bê parastin. Wek hatiye plankirin

Şoreşa ku Mîr Celadet agirê wê pêxistibû berdewam e Îsal 68 sal di ser koça dawî ya mîr Celadet Bedirxan re derbas dibin. Bedirxanî û di dawiya desthilata Osmaniyan de dixwestin Kurdistanê ji bin nîrê dagîrkerî û Idrîs Hiso-Giwêlan bindestiyê rizgar bikin. Lewma ev malbat rastî hemû kiryarên hovane yên desthilatê hatin û biryara sergûniya wan ji Kurdistanê derhat û êdî ew li seranserî cîhanê belavbûn. Piştî ku hemû hêviyên Kurdan bi avakirina welatekî serbixwe sernegirtin û bendên rêkeftina Sîver derbarê Kurdistanê pêknehatin û Sîver bi rêkeftina Lozanê hat guhrtin û sînorên welatên nû li Rojhilata Navîn hate danîn û hemû sozên ku Kemaliyan dabûn Kurdan bi derew derketin û Kemalî piştî qirkirina Ermenî, Yonanî, Bulgarî û hin neteweyên din di hindirê Tirkiya nû de, li Kurdan zîvirîn û xwestin Kurdan jî ji holê rakin di bin durşma Yek Milet, Yek Ala li Tirkiyê heye, û di bin durşmên mîna Her Kesê Li Tirkiyê Dijî Tirk e, tawanên cengî li dijî xelkên Kurdistanê yên sivîl li gund û li bajaran hatin kirin. Herwiha desthilata Kemal Ataturk biryara derkirina hemû zana û mezinên Kurdan dide da ku miletê Kurd bê rêber û zana bimîne û bibe êsîrê nezanî û di bin nîrê tirsê de û herdem ji xwenebawer û çavşiketî bimîne. Ji ber van hokaran û piştî ku Bedirxaniyan naskir ku xewna welatekî serbixwe bi navê Kurdistanê heta demkê nema pêktê û piştî hat famkirin ku pilan û pîlan ew e ku kurd wek çand û kesayetî were qirkirin, dest bi şoreşa xwe ya çand û rewşenbîriyê kirin. Li serê vê şoreşê jî

mirov dikare mîr Celadet bibîr bîne. Mîr Celadet piştî sergûn kirina xwe ji welat û çûna ber bi Elmaniya ve û bi destxistina xwendinek bilind û piştî xebatên ber�ireh yên di heyamê cenga cîhanî ya yekem hat û li Şamê paytexta welatê ku nav lê hat kirin Sûriyê bicih bû û piştî hewldanên leşkerî û serhildanê li dijî Tirkiyê ser negirtin. Mîr di 15.05.1932 dest bi weşana Kovara xwe ya herî bi nav û deng Hawar kir, di Hewarê de elfebeya xwe belavkir û xwest zimanê Kurdî ji devkî bibe zimanê nivisandin û weşandin û zanistê, herwiha xwest hemû encamên xebata xwe di ware ziman, keltur û çanda Kurdî bi rêka Hewarê di nav gel de belav bike. Girîngiya Hawar ji wê yekê tê ku mîr Celadet xwestiye bi riya vê kovarê xwendin û nivisandina bi Kurdî di nav Kurdan belav bike, û zimanê Kurdî bike zimanê çand, huner û jiyanê bi xwendin û nivisandin ji ber mîr didît bi parastina zimanê Kurdî wê Kurd werin parastin û heger Kurd werin parastin ew berxwedana herî mezine li dijî pilan û pîlanên Ataturk û nijadperstên Tirkan. Ji bilî belavkirina Ziman, Hawar dibe mîna dergehekî ji hemû rewşenbîr û zanayên Kurdan ku têde berhemên xwe biweşînin û herwiha bû deriyek jibo danheva çîrok, stran, dastan û efsaneyên Kurdî, û hewar bû dibistanek ku heta niha jî di nav Kurmancî de em li ser bingeh û şêweyên Hawarê berhemên xwe encam didin. Mîr dixwest Kurd hemû bi yek elfebêtê binvîsin lewma derbarê vê yekê dibêje ku, pêngava yekem di riyê de yekirtina tîpan e –yek elfeba-. Herwiha kurdeyetiya mirov bi zimanê wî ve girê dide û dibêje, bi kurdî bixwîne û binvîse an jî nebêje ez Kurd im. Bi vê wateyê mîr agirê şoreşa çandî pêxist. Û ev şoreş berdewam e, hemû şoreşên din bi demekê detpêkirin û di demekê de agirê wan vemirî, helbet her şoreşekê penca xwe di jiyan û xebata Kurdan de hiştiye, lê bi tenê şoreşa ku mîrê kurmanciya nûjen û Kurdperweriyê agirê wê dadaye berdewame û dê biserkeve. Kurdino bibin alîgirê vê şoreşê.

di dema niha de, dê du mehan ev xula Zimanê Kurdî berdewam bike, lê eger pêdivî hebe wê bibe sê meh, di pey re xuleke din wê destpê bike. Şagirtekî din yê vê xulê jî wiha ji Rojnameya Kurdistan re got: Bi rastî hebûn û vekirin xulên fêrkirina Zimanê Kurdî ji me re gelekî baş, ji ber

ku em dûrî welat in û dibe ku zarokên me zimanê xwe yê dayikê jibîr bikin, lê divê em sûdê ji van xulan werbigrin û nehêlin ziman were jibîrkirin û em jî di riya xwe re zarok û merivên xwe fêr bikin, nabe em destê xwe deynn li ber riwê xwe, û em bibêjim em fêr nabin, divê xelkê me li ewropa tevî hemû Korsên Zimanê Kurdî bibin. Ziman nasnameya her gel û miletekî ye li ser riwê dinyayê , û nabe Kurd û bi taybet Kurdistaiyên derveyî welat zimanê xwe piştguh bikin, û divê hezkirin û xweşiya zimanê dayikê di dilê wan û zarokên wan de her zindî bimîne.

Pîroziya Cemedana Sor Cemedana sor yan jî derzoka sor, Ji bo çi li cem Barzaniyan pîroz e? Di serdema qonaxa berî domahiya desthilatdariya Osmaniyan de, Birîtaniya li Kurdistan û Îraqê Kurdistan Elî rolek qirêj wek dagîrker birêve dibir, Ingilîzan jî wek dijminekî li Tevgera Azadîxwaza Kurdistanî temaşe dikir, hevalbendê her kesî bû li dijî Kurdan, û Tevgerên Kurdistanê, li wê demê de Ebdulselamê Barzanî pêşengiya Şoreşa Kurdistanê di wê serdemê de dikir, Ingilîz hevalbendê Erab û Tirkan bû, dîrok dibêjê: Şêx Ebdulselamê Barazanî ( Xwedê wî bi dilovaniya xwe şa bike) dema ku ji aliyê Ingilîzan ve mehkûm bû û herweha veşartîbû, Ingilîzan êrîş û helmetên Destgêriyê li Devera Barzan Encam didan, di êrîşa lêgerê de rastî Şivanê Şêx Ebdulselam bûn, Şivên jî Cemedaneke Sor li serê xwe gerandibû, şaşika wî sor bû, leşkerên Ingilîzan jê pirsîn, kanî Şêx? Got qet min nedîtiye, û ez nizanim, gelek hewldanên xwe bi Şivên re kirin, lê Şivan li rastiyê mikur nehat û cihê Şêx eşkere nekir, li wê çolê leşkeran ew bi cemedana wî ya sor bidarvekirin û ew xeniqandin. Ev bûyer bû wekî Pend û Dersek ji welatperweriyê ji bo Kurd jê fêr bibin Barzaniyan rengê şaşika wî Şivanî rengê Sor kirin rengê şaşika xwe û ew reng bû sembola şaşika Barzaniyan û danane ser serê xwe û herweha wekî rêzgirtin li Berxwedan û Dilsoziya wî Şivanî ji wê rojê ve Cemedana sor hate pîrozkirin, û her pîroz e. Ji bo ku îro nasname Xweragirî û têkoşîna gelê Kurdistanê ye. www.pdk-s.com


Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.