Rojnameya Kurdistan - 152 - Kurdi

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Kurdistan-Hejmar (152)

Tîrmeh / 1 - 7 - 2019

Armanc ji şewtandina zeviyan, koçkirina xelkên mayî ye

www.pdk-s.com

Ebdurehman Xidir

Ev demeke zeviyên xelkê Kurdistana Sûriyê têne şewtandin û rojane bi deh hezaran donim têne şewtandin, û desthilatdariya

ku xwe li ser wê deverê ferz kiriye heta niha bêdeng e, û ti kes nizane ku kî van agiran vêdixe. Cotyarên deverê ji van agiran dilgiran in û heta niha zêdetirî

200 hezar donimên genim û ceh hatine şewtandin, û hêviya ti qerebokirinê nakin. Cotyarê bi navê Ehmedê Cuma wiha dibêje: Me hejmareke zêde ya pereyan li

zeviyên xwe daniye û deyn li me hene, û niha jî mala me xera bûye, û em ti carî jî li hêviya qerebokirinê ji rêveberiya PYDê nakin, ez dibêjin destên mezin li pişt

van agiran heye. Xalid Ebdulah jî wiha dibêje: destên gelekî mezin li pişt van agiran e û mebest jê koçkirina xelkê me ye ji deverên wan, ez daxwazê ji Encûmena

Niştîmaniya Kurdî ENKSê dikim ku bêhtir kar li ser vê mijarê bike û bikaribe alîkariyekê bidest bixe ji bo qerebokirina vê xelka zirarmend. www.pdk-s.com


2

Tîrmeh / 1 - 7 - 2019

Kurdistan-Hejmar (152)

www.pdk-s.com

Kiryarên grûpên çekdar li Efrînê berdewam in û xelk êş û azarên mezin dibînin KurdistanHenan Omer Li bajarê Efrînê yê Kurdistana Sûriyê, hêj kiryarên grûpên çekdar derheqê welatiyên sivîl yên wê herêmê berdewam in, û rojane xelkên sivîl têne revandin, kuştin û bac li ser wan têne ferzkirin, bêyî ku ti rêxistineke navdewletî di vê derbarê de deng bike û tiştekî ji rewşa wan re bike. Di vê derbarê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya PDKS di daxuyaniyekê de kiryarên ku ji aliyê grûpên çekdar li Efrînê derheqê welatiyên sivîl têne kirin şermezar kir û daxwaz ji Hikûmeta Tirkiyê kir ku van kiryaran bilez rawestîne. Herwiha dawî kiryar jî ev e, li Efrînê welatiyek ku ji berî 40 rojî ve ji aliyê grûpeke çekdar ve hatibû revandin, termê wî li nava darên zeytûnê hat dîtin û şûna eşkenceya hovane û şewitandinê li ser gewdê wî hebûn. Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, welatiyê ji navçeya Cindirêsê Şerefedîn Sîdo yê roja 13ê Gulanê ligel Reşîd Hemîd Xelîl û kurê wî yê 9 salî Mihemed Xelîl ji aliyê grûpeke çekdar ve hatibûn revandin, duhî termê wî li nêzîkî gundê Qestel Cindo yê navçeya Şera hat dîtin û şûna eşkenceya hovane û şewitandinê li ser gewdê wî hebûn. Da zanîn jî, termê Şerefedîn Sîdo bo nexweşxaneya Leşkerî ya Efrînê hat veguhastin û ji malbata wî re tekez kirin ku ew termê Şerefedîn Sîdo ye, ji ber ku ji ber eşkenceya hovane û şewitandinê nedihat naskirin. Roja 13ê Gulanê Şerefedîn

Sîdo û Reşîd Hemîd Xelîl bi mebesta birina kurê Reşîd yê 9 salî Mihemed Xelîl bo nexweşxaneya bajarê Ezazê û dermankirina şewatên li ser rûyê wî, bi rê ve ji aliyê grûpeke çekdar ve hatin revandin. Piştî çend rojan ji revandinê, çekdaran girtevîdyoyeke eşkencedana Şerefedîn Sîdo belav kirin û tê de zorê lê dikin ku nameyekê ji malbata xwe bişîne û daxwaza 100 hezar Dolar bike, yan jî dê çarenivîsa wî

kuştina di bin eşkenceyê de be. Piştre roja 22ê Gulanê jî termê welatiyê din Reşîd Hemîd Xelîl li nêzîkî gundê Qestel Cindo hat dîtin, ew jî di bin eşkenceya hovane de hatibû kuştin û çavekî wî hatibû derxistin. Roja 25ê Gulanê malbatên kesên revandî ji bo rizgarkirina Şerefedîn Sîdo û zarokê 9 salî Mihemed, 10 hezar Dolar amade kirin û xwastin ligel grûpeke ji Ehrar El Şerqiyê pereyan radestî wê grûpê bikin,

lê şer di navbera wan de derket û kesekî wê grûpê hat kuştin û kesek jî dîl hate girtin. Piştî 40 rojî ji revandinê jî, heta niha çarenivîsa kurê 9 salî û yê nexweş Mihemed Xelîl ne diyar e û tê gûmankirin, ew jî di bin eşkenceyê de hatibe kuştin, lê termê wî hîna nehatiye dîtin. Piştî derbasbûna artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar di 18ê Adara 2018an, bi armanca standina pereyan ji malbatên wan, bi hezaran welatiyên

Kurd hatine revandin û eşkencedan, ev Kurdê 28emîn e jî ku di bin eşkenceya hovane de tê kuştin û hîna civaka navdewletî derbarê van tawanan de bêdeng e û zincîreya dizî, talan, revandin, eşkencedan û kuştina Efrîniyan berdewam e. Derbarê vê mijarê de Mihemed Xelîl wiha dibêje: Kiryarên grûpên çekdar li Efrînê û bajarokên ser bi wê ve nema têne qebûlkirin ji ber ku binpêkirinên eşkere ne ji mafên

mirovan re, û divê civaka navdewletî li ser van kiryaran raneweste, û karekî cidî bikin da ku xelk ji van êş û azaran werne rizgarkirin, û awareyên ku dev ji mal û milkên xwe berdane û niha ji derveyî deverê xwe dijîn rê ji bo wan hêsan bibe, û vegerin malên xwe jiyana xwe ya normal birêve bibin, û êdî nema rastî êş û azaran bên. Sîlva Xelef jî di vê derbarê de dibêje: Bi nerîna min Hikûmeta Tirkiyê dema derbas bû Efrînê şaştiyeke mezin kir û divabû ew bi xwe derbas bibe û ev grûp bi xwe re derbas nekirine, ji ber ku kiryarên van grûpan riwê Tirkiyê reş kiriye, û divê niha Tirkiyê sînorekî ji wan re deyne û êdî nehêle van kiryaran bike û rê li ber vegera xelkê wê deverê xweş bike heta ku ji dunyayê re nîşan bide ku Tirkiyê ew dever xweş kirye, lê Tirkiyê wê yekê nake û ser xwe çûye û dixwaze deverê bike devereke Erebî û demogra�iya deverê biguherîne. Sumya jî wiha derbarê rewşa hestiyar ya Efrînê dibêje : Ya giring ew e ku Kurd bibin yekû bikaribin rûbirûbûna van girûpan bi rêyên aştiyane bibin, PYDê berya ku ev girûp werin Efrînê mala xelkê xerab kir û kuştin û revandin û talan derheqê welatiyan dikir û niha jî bi heman şêweyê PYDê û çekdarên ew grûp van karan dikin, lewma divê bi her awayekî Efrînê li deverê xwe vegerin û divê Kurdên li Ewropa xwepêşandanan berdewam encam bidin da ku �işarê bixne ser welatên Ewropayê da ku bikaribin van kiryaran rawestînin.

www.pdk-s.com


Tîrmeh / 1 - 7 - 2019

www.pdk-s.com

Kurdistan-Hejmar (152)

3

Komkujiyên Kobanê û Amûdê xalên reş in di rûpela PYDê de KurdistanSabir Ehmed Xelkên Kurdistana Sûriyê herdû komkujiyên Kobanê ku zêdetirî 250 kesî têde hatin şehîdkirin û komkujiya Amûdê ku têde şeş kes şehîd bûn jibîr nakin û daxwaz dikin ku kujer bêne dadgehkirin. Di Hizêrana 2013an de, asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê li Amûdê, 3 ciwanên Kurd desteser kir û piştî girtina wan xortan, xelkê Amûdê dest bi xwepêşandan kirin û daxwaza berdana wan xortan kirin, hevdem li gel xwepêşandanan, hejmare ji çalakvanan dest bi gireva birçîbûnê kirin û bêtirî 10 rojan berdewam kirin. Wê demê asayişa PYD neçar bû, ku xortekî tenê serbest berde, lê ew xortê ku hat azadkirin,

tevlî xwepşandnan bû û behsa serederiya xirab a asayiş PYDê li gel zindaniyan kir. Di wê rewşa aloz de, êvara 27 Hizêrana 2013an, xwepêşandaneke mezin li Amûdê birêve çû û diruşmên welatiyan li dijî çekdarên PYDê bûn. Lê di bersiva wan diruşman de, çekdarên PYDê bi hêzeke mezin hat pêşya xwepêşanderan û teqe li wan kir, di wê demê 5 welatiyên Kurd şehîd

bûn û bi dehan jî birîndar bûn. Piştî wê komkujiyê çekdarên PYDê qedexeya derketinê ragihand û di roja diwem de, welatiyekî 60 salî derketibû derve û xwestibû nan ji zarokên xwe re bikirre, bi guleyên çekdarên PYDê hat kuştin. Herwiha di rojeke tarî de, çekdarên DAIŞê di 25-62015an de êrîşî malên welatiyên sivîl li bajarê Kobanê kirin û jin û zarok û ciwan bi guleyan

kuştin, û heta niha ti kes nizane ku ew çekdar ji ku ve derbasî nava bajar bûne. Zerdeşt Mihemed wiha di vê derbarê de dibêje: Komkujiyên Kobanê û Amûdê xalên reş in di rûpela Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê de, divê partiya navborî dev ji kiryarên xwe berde û lêborînê ji xelkê Kobanê û Amûdê bixwaze, destê vê partiyê di her du komkujiyan de heye, gelo

çawa çekdar derbasî nava Kobanê bûne û çend rêbend birîne, û heta niha ji xelkê re nehatiye zelalkirin, û divê ji raya giştî re were zelalkirin.Komkujiya Amûdê jî xaleke reş, ji ber ku xelkê Amûdê piraniya ne alîgirên PYDê ne dixwest wan siza bike û wan bêdeng bike, lê tevî vê yekê jî xelkê Amûdê hêj di riwê wan de radwestin, û nikarin îradeya wan ya

bihêz lawaz bikin. Mihemed jî wiha dibêje: Dema em behsa herdû komkujiyan dikin riwê reş yê çekdarên PYDê tê bîra mirov, herdû komkujî jî PYDê di ber berpirs e, ne tenê ev herdû komkujî bo dehan bûyer û komkujiyên din, xelkê me êş û azaran ji destê vê grûpa çekdar dibînin û nehêlin xelk bi azadî bijîn.

Li Kampa Kewirgoskê Pirtûkxanek ji bo geşepêdana çand û hizir û zanistê hate vekirin Kurdistan- Arî Mihemed Ji ber ku Pirtûk baştirîn heval û dost e , di vê tevlîheviya Ilkitronî û Teknelocî de , û ji ber ku Pirtûkên Kilasîkî ango Kaxezî tên jibîr kirin û piştguhkirin, û ji bilî rewşa penabertiyê ya zehmet, û kêmaiyên pir ku hene , jî ber vê yekê di 15ê meha bûrî de , Mamoste

û çalakvanê sivîl Raid Mihemed ku li kampa Kewirgoskê dimîne, Pirtûkxanek li Kampa Kewirgoskê vekir bi navê BIHUŞTA XWEDNINÊ , ku têde zêdey 1000 Pirtûk peyda dibin , ev yek bi amadebûna hejmarek mezin ji xelkê kampê û ji Rewşenbîr û Siyasetmedar û nûnerê Asayîş û Rêveberiya kampê , di Dest pêka vekirina pirtûkxaneyê Rêveberê wê Raid

Mihemed gotinek pêşkêşî amadebûna kir û got :" Ev pirtûkxane vekiriye li pêşiya we hemiyan, xwendin di nava wê û birina Pirtûkan jî bê beramber e , ev yek ji bo em miletê xwe bi ser Xwendinê ve bibin". Ji ber vê yekê ji Nûçegihanê Rojnameya me re axi�î û armanca xwe diyar kir ser vê gavê û got :" Min navê wê kir Bihuşta Xwendinê, ji bo bibe

Bihuştek di vê Dojeha penabertiyê de , Pirtûkên min li Qamişlo pirin û li Zaxo jî , û ji dema ku ez sala 2013an li Kampa Kewirgoskê akencî bûm, min dest bi daneheva Pirtûkan kir heta niha, her pêşengeheke Pirtûkan li Hewlêrê çêdibû min ji wir Pirtûk dikirîn, û vê dawiyê Hunermend Zuhêr Derwîş ku li Elmaniya dimîne, alîkariya min kir , û me Hejmarek Pirtûkên dî kirîn , jî bilî alîkariya heval û dostan, ku hejmara Pirtûkan gihişte 1000 Pirtûkî û armanca min ya Serekî ew e ku Zanist û Çand û Fêrbûn û Hînbûn di nav miletê me de geş bibe ". Di vê Ahinga vekirina pirtûkxaneyê Mamoste Mihemed Elî Navê Nado , Endamê pîlotbîroya Siyasî ya PDK-sê amade bû , û gotinek pêşkêşî amadebûna kir û têde amaje bi giringiya

xwendinê kir , û spasiya çalakvan Raid Mihemed kir ser vê gavê , ku dibe palpişt ji zanînê re , Ji rexê xwe ve jî Hunermend Zuhêr Derwîş yê ku palpiştê vê pirojê bû ji Nûçegihanê me re axi�î û got:" ev demeke dirêj e ku piroja alîkariya penaberan li ba me heye, min gorî alîkariya xwe beşdar bûm , ez bi hêvî me ku miletê me xwe pêş bixe, li benda kesî nemîne, û astê zanînê bilind bibe , jî ber ku Welat bi Zanînê pêş dikevin. Di vê helkeftê de gelek gotar ji rexê çalakvan û Rewşenbîran hatin gotin , bi buhayî ev Piroje nirxandin , Ji rexê xwe vê Diya Ciwan ku li kampa Kewirgoskê dimîne , kêfxweşiyê xwe ji Nûçegihanê Rojnameya me re da xuyakirin û got ; ev yekem piroje ye ku

di kampê penaberan de Tê kirin, bi rastî pirojeke nayab e û Serkeftî ye, ji ber ku ji Pirtûkan û ji zanînê baştir nîne, û miletê me pir pêwîste bi xwendinê, bi taybetî ku di kampên penaberan pir êş û kêmayî hene, pirtûk baştirîn Heval û Mamoste ye , Hêja ye were gotin ku Pirtûkxana Bihuşta Xwendinê dikeve ser cada Serekî li kampa Kewirgoskê, têde Nêzîkî Hezar Pirtûkên Corecor hene ji Olî û zanistî û wêjeyî û Felse�î ji bilî Çîrok û Şano û Roman , û birina Pirtûkan bê beramber e ku bi zimanên Erebî û Kurdî û Ingilî têde peyda dibin.. www.pdk-s.com


Tîrmeh / 1 - 7 - 2019

Çand û Huner

www.pdk-s.com

4

Lawazkirina Kurmancî (ragehandin wek nimûne) siyasî tevahîdarane ne, lê ji ber rewşa giştî ya kurdan û nedewletbûn û nebûna statoyeke yekgirtî, herî kêm gerek di ware zimên de karine hevbeş jib o kêmkirina wan şaştiyan û jib o pêşxistin zimên peyda bibin. Rojane li Hozan Ehmed ser ragihandina kurdî Dêrşewî şaştî û têbînî derbarê tewang û ergetîv, kar, gotinên biyanî, navên kesan, navên bajar û welatan, gotinên nêzîkî hev û jihevnederxistina Bi pêşhate û wateyan, tevlîkirina guhertinên di van zimanê civakî û xwecihî salên dawiyê de li dinava zimanê fermî û navçeyê bi giştî û standard, bikaranîna dinava kurdan de bi şaş ya peyvan, bêxemî taybetî rûdidin, bi û rêzimanê bi giştî têne xwe re jî gelek pêngav dîtin. Li vir jî hin pirs û pêwistî di gelek derdikevin holê, Gelo waran de derxist zimanê kurdî (kurmancî) holê, weke mînak jî weke tê xwestin tê di ware ragihandinê bikaranîn? Pişt bi de bi dehan alavên ferhenga kurmancî ragihandinê yên tê girêdan? Veger li kurdî vebûn, eger em ferhenga kurmancî tê behsa ragihandina bi kirin? Tinazok ta çi zaravayê kurmancî radeyê di nivîsandinê jî bikin, bi dehan de têne bikaranîn? Ta mijar û şaştî di ware çi radeyê pabendî bi zimên de derdikevin gramera kurmancî tê hole bê ti parzûgeh kirin? Kî berpirs e? Û yan kontirolê. Çareserî çi ye? Weke Çareserkirin û mînak ku di rahigandinê pêşxistina zimên de hatine dîtin: pêwistî biriyarine

Mizgîn

Kemal Sîno

Mizgîn bo evîndaran yên zindîne li cîhan Mizgîn bo evîndaran yên mêvanê goristan Mizgîn bo pakrewanan yên qad bi xwînê avdan Gotin a Kurd bûye yek serpirişt kur ê Berzan Bikin govend û şahî va azad bû Kurdistan

• Kî wan girt? Ev sê peyv in, hesrê jî şaş hatine bikaranîn, gerek wehea be "Kê ew girtin?" • Bala�irên Hevpeymaniya Navdewletî gundek armanc kirin, li vir jib o ergative kar li bireserî vedigere ne li kirdeyî, gerek em bibêjin: “armanc kir”. • Me birin Mûsilê, piştre me bir Reqayê, li vir ji ber şaştî û çewtiya risteyê, wate jî nezelal e yan jî bi şaş tê dan, gerek em bibêjin “Em birin Mûsilê, piştre wan em birin Reqayê”. • Te min dîtî li hewzê gulan. Rastiya wê weha ye “Te ez dîtim li hewzê gulan” • Gelek caran hin kar bi şaş têne bikaranîn û nivîsandin mîna Danpêdankirin, vexwendinkirin, rêxistinkirin, ev kar bi xwe karek tê de here, ango pêwist nake KIRIN lê were zêdekirin, ango Danpêdan, vexwendin, rêxistin. Weke mînak jî “Destûra Sûriyê danpêdanê bi mafê kurdan nake” rastiya wê jî weha ye ” Destûra Sûriyê dan bi mafê kurdan nade”, “Em vexwendî dikin salvegera yekemîn ya damezrandina Yekîtiyê” rastiya wê jî weha ye” Em vexdixwînin salvegera yekemîn ya damezrandina Yekîtiyê”. Li vir jî hin mînak di ware ku me di pêşn de behis kirî bi giştî, û li tenişt her mînakê riste yan peyva rast: • Aliyên siyasî dicivin ji bo gengeşeyêAliyên siyasî ji bo gengeşeyê dicivin • Qetilkirin- Kuştin • TedawîkirinDermankirin • Perlemantoya Kurdistanê- Perlemana Kurdistanê • Bi minasebeta- Bi helkefta • Bi sebeba- Bi sedema • MuxalefetDijberî, Opozisyon, Rikberî • Meclisa GelEncûmena Gel • Îşaret da- Nîşan da, amaje pê kir

• Di encama teqînê de pênc kes birîndar ketin- Di encama teqînê de pênc kes birîndar bûn • Macron = Makron (Gerek navê kesan weke bilêvkirina Kurmancî were nivîsandin) • WashingtonWaşinton • Balyozê nû yê Amerîkayê li Iraqê Masiyo H. Tueler - Wezîrê Derve yê Almanyayê Heyko Mas • Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê- Welatên Yekgirtî yên Amerîkayê • Erebistana Si'ûdiyê- Şahnişna Erebî ya Si'ûdiyê • Yûnan-Yûnanistan • Turkiye -Turkiye • Dêrikê xweş eDêrik xweş e • Kobanêbajarê me ye- Kobanî bajarê me ye • Li Devera Koçerat sirûşteke xweş heye- Li Devera Koçeran sirûşteke xweş heye • Bexda, BexaBexdad • Ji ber şer û pevçûnan 5 kes mirin- Ji ber şer û pevçûnan 5 kesan jiyana xwe ji dest dan • Lihevkirin, lihevhatin, rêkeftin (Nêzîkî hev in, gerek wateya wan ji hev were derxistin), mînak Erbîl û Bexdadê li hev kirin, Erbîl û Bexdad li hev hatin • Hişyarkirin (Ez rojane birayê xwe hişyar dikim), hişyardan(Emerîka hişyarî da Turkiyê), hişiyarbûn (Ez rojane zû hişyar dibim) • Penaber, koçber, derbider, penaxwaz (Nêzîkî hev in, gerek wateya wan ji hev were derxistin) • Dûrketin, Dûrxistin (Nêzîkî hev in, ne yek wate ne) • Girtî, revandî, dîl(Nêzîkî hev in, ne yek wate ne) • Çîko, gênde, ewnakê, wanakê, evê dî, Tişt mist, partîkek, Ez divêm (Peyvine civakî û xwecihî ne, gerek bi fermî neyên bikaranîn) • Ark-erk • Bakûr -Bakur • Pêşeroj û paşeroj • Berêz -Birêz

• Paspor -Pispor, şareza • Girîz - kirîz, qeran • Tu mamoste ye - Tu mamoste yî • Jineka çalakvanJineke çalakvan • Penaberê Rojavayê KurdistanêPenaberên Ji bilî van mînakên jorîn, bi dehan mînakên din jî hene rojana derbas dibin û gelek ji wan hin bi hin cih jî digrin,

gerek berdewam veger li ferhengan were kirin, Her dem û demekê xwepêşxistin û nirxandin û vekirina xulên ziman ji bo ragihankaran werin encamdan, parzûngên zimên li dezgehên ragihandinê hebin, û herî kêm jî karên hevbeş navbera dezgehên ragihandinê de werin encamdan.

Deh Ger

Husên Husên Ger zevî ma bê xwedî wê bê beyar Qet xwe vala ew xwe nahêlê tucar Têde wê şîn ê xirêz wê bê gemar Jê libek nayê çinîn xeynî ji xar Ger newê hêrtin girîşa bênderê Ew bi patoz yan bi tivrê cercerê Tê çilo dêrê çiqas ba xurt werê Tov ji sap û pûş cuda nabê ticar Ger tenûr ardû nexwê qey germ dibê? Têde romî geş bilind û gur dibê? Pêve nan qey wê pijê û sor dibê? Her tenûra ar vemirtî maye sar Ger te nan berda li ber ava çema Piştre poşmanîye û tê xwê xema go beqa xwar tê ji nû bêjê çima? Çû nema tê sûde nakin sed hewar Ger neparêzê ji dehba û gura Ew şivan pez, wê ji colik bin bira Gur ji bo pez ew ticar nabê bira Ew xedir herdem dimênê jêre kar Ger tilûr çûn û ji darê pel weşin wê kevin hêlîn jihevdû hilweşin Xweş li ber ba wê �irin û xurt meşin Zû hesan winda dibin ew şûnewar Ger ji meydanê revî ew bê zirav Ma biser qey wê kevê wê dê silav ? Wê bijî tim ser nimiz ew gav bi gav Naşikênê ew bi zirta qet neyar Ger şeref jî wî �irot , ma tê kirîn? Ew serî xîret ji ser wî tê birîn Qey tu karê jêre bêjê aferîn ? Rûreşî û tif dimênin jêre par Ger te çav berdane bêra àlemê Tê şikestî tim bimênê herdemê Tê ji bo wan bê serê tîr û rimê Her li nik wan kole û dîl û hejar Ger te ew bêhvil ji rastîyê qerast Û te ewqas av ji xwehrîyê merast Xwehr ji kokê xwehre û rast maye rast Roje rastî ew dimênê tim diyar

www.pdk-s.com


Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.