Diclepress13@gmail.com
CANGORÎ
69
HEJMAR 19
2021/1/10
SAL 4
KOVAR DICLE
Gotin Stêrkek vemirî li banê Şengalê
ÎBRAHÎM OSMAN
Xebera
reş, xebera nexweş, ya tehl, ya mirovan di tevizîne û dihêle bê pergal, ne şev û rojê nas dike, ne jî sînoran. Ew mîna çemê qetranê diherike û zû bela dibe. Wexta zengilê telefona min ya desta lê ket, li derdorê danê nîvro bû. Ez dîsa rêwî bûm. Min siware dajot. Jimareya ku li ser ekranê telefonê diyar bû ji min re nenas bû. Lê ev telefon ji ciyekî nas bû. Lewre jimareya ku bi, 00964... destpê dikir min zanîbû ji ku ye. Min di dilê xwe de got, hebe nebe mam Beşîr e ji çiyayê Şengalê li min digere. Ji ber ku wî her carê bi nimareyek cûda telafonî min dikir.
Min tavilê demildest bersiv da, lê dengê me ne çû hev. Xet lawaz bû. Min got ezê li ciyekî ewle rawestim û pişt re tekefon bikim. Lê mereqa min hîşt ku ez li WhatsApp ê binêrim. Gava min li WhatsApp e nêrî, min ev peyam dît: ”Tu zu bersiv bide baş dibe acile. Ez xwarziya te me Rîham.” Min ji xwe re got: Çiye ewqasî lezgîn? Ma wê çi hebe? Çi qewimî ye dîsa li Şengalê? Ez rawestiyam û min telefon vekir. Li ser xetê dengê Xwarziya min Rîham zirav, melûl û xemgîn hat guhê min. Min hizirkir tiştekî ne li rê heye. Çizînî ji dilê min çû. Lê min di eynê xwe dernanî. Çi bûbê eceb? Min mereq kir. Ji ber ku ew 6 sal di ser fermana
Şengalê re derbas bûbûn û Şengal hê li xwe venegeriya bû, bi ser xwe ve nehatibû. Devê birînan hê vekirîbûn. Nûha jî gornepaşê serdemê hatibûn ku birîna Şengalê xwê bikin. Ji xwe ji 9 Cotmeha 2020 an ve jî, Şengal ji hêla PDK û Bexdayê ve di dorpêça êgir de bû. Deh hezar leşker anîbûn ku dest û milên Şengalê bişkênînin. Dixwazin hêzên parastina Şengalê, ji Şengalê derxînin û Şengaliyan bê pişt û parastin bihêlin. Min got dibe ku şer qewimî be. Xwarziya min Rîham got Mam Beşîr. Min got qey Mam Beşîr li wir e, li ba wê ye û dixwaze bi min re biaxive... Xwarziya min got:”Ez dizinim tûyê bi vê xeberê biêşî, lê ez neçarim bibêjim. Min got çi bû? Çi xebere ku ezê pê