Skip to main content

VEDENGA HESTAN

Page 1

VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

- Naveroka Dîwanê Rêz Navnîşan Numra Rûplê 1 KANÎ ................................. 11 2 TENAHÎ ........................... 14 3 BAWER BIKE .................. 15 4 M ......V ......................... 18 5 EZ ..................................... 20 6 Tê bîra min......................... 22 7 HÎNA ZÛ BÛ ................... 24 8 DÎNÊ.................................. 29 9 Tu nizanî........................ 31 10 Ta kengî......................... 33 11 HEGER ............................. 34 12 MIN HER TIŞT DA TE .... 37 13 MAÇÊ


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

TE ......................... 39 14 DILÊ MIN......................... 41 15 WATEYA TE .................... 44 16 GÛMANÊ TE ................... 47 17 MIN HÎN BIKE ................ 49 18 BALENDÊN DILÊ MIN ... 52 19 ÊŞÊN TE .......................... 57 20 KANÎ KÎJAN .................... 61 21 TU .................................... 65 22 TENÊ EV DIL ................. 67 23 HEVALA MIN ................. 70 24 HER KU ÇAVÊ MIN ....... 73


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

25 PATÎŞAHA XEWNÊ MIN . 75 26 Bêriya te dikim................ 78 27 BIHNA TE ........................ 82 28 DILÊ MIN SARE ............ 85 29 VEGERA TE ................... 88 30 HEDAN ........................... 91 31 DIL DIZÊ ........................ 94 32 TU NEHATÎ ..................... 97 33 ŞEVBIHÊRK .................... 99 34 BEDEWÊ ......................... 100 35 Bawer nakim...................... 103 36 Şengewîna min................... 106 HOZANÊ GIRKUNDÊ Navê pirtûkê: vedenga hestan.


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Jimara rûpelan: 108 Pîvana rûpelê: 14,8 X 21. Çapxana Pêla. Sala çapkirinê: 2020. Jimara pirtûkan: 500. Kevala Qabê: H. Rehîmo hussain. Çêkirina Qapê: Gîvara Maao.

Lêvegera Ziman: Arşek Baravî. Hevrêziya pirtûkê: M. Seiyd Xelîl. Mafê çapê parastiye


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

VEDENGA HESTAN

Spasiyek Tayebet Spasiya Partiya Çep a kurd li Sûriya dikim li ser alîkariya wan û rola wan di çapkirina pirtûka min ango (Dîwana min) di gel spasiya me silav û rêz jî hene. 22-5-2020 z Hozanê Girkundê


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Pêşgotin:

Geşt û jiyan li hev digerin; hem jî li maf û dadweriyê dibanin. Erê geşt ji lêgerînê diweste, lê jiyan geşbîn e, li wateya xwe û li rastiya evînê digere.Hozanê Girkundê, bûye rêwiyê wateyê, hem jiyanê têr dike, hem jî hêviyê bi kul û janên evînê haş û ram dike. Pisporê xwezayê helbestvan e û hestiyarê evînê jî ristevan e, peyv têra hestan nakin, loma bi kelecana dil re, hemû derbiřîn têk diçin, tenê dil dizanin têgehan peyda bikin û vedenga banga xwe bigihînin hev, helbestvan jî alaveke hestiyar e, wê bangê şirove dike û ji kurtepistê rêzgar deke. Aferîn mamoste Hozan, pêkoliyên te serkeftî ne, berdewam bike. Li gel pêkanîna armancan tu her şad û bextewer bî. Arşek baravî- 28.5.2020


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

KANÎ !!? Babelîskên payizê Xewna min û te Li beyarên bîranînan Dilorînin ey can... Sîmfoniya kenê te Li asîmanê dilê min Vedeng dide


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Dîwarê eşqê Ez qurban... Hemî şev û rojên min Di perestgeha evînê de bûne sofiyên bedewbûna te Û ez dibim zarokekî Bê cir di şêl û pêla Sînga te de


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

VEDENGA HESTAN 12 Wenda dibim. Erê .. hîna li ber sîtava demê li benda te dimînim û xeyala te Dil û hişê min


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Bi xwe re diwestîne Ey can... kanî ew demên ku min û te Di nava daristana eşqê de me xewnên xwe Nîgar dikirin Me qet nizanîbû Wê rojek bê


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

HOZANÊ GIRKUNDÊ 13 ku her tişt bibe xewn Û winda bibe Kanî erê kanî ?!! ******************************


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

VEDENGA HESTAN 14 TENAHÎ .. Dareke sêwî me Li çola dilê te Ba min himbêz dike Û kirasê dûriyê


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Didrûm .........!!! Li gemîya revê Siwarim Di meyxana te de Ayetên serxweşîyê dixwînim .....!!! Di rîya sibehên te de Rêwîyekî bê çar im !!! Û dil dibe êvar Li benda te dergûşa Hatina te dihejîne .!!!! ******************************


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

HOZANÊ GIRKUNDÊ 15 BAWER BIKE ... ez û şevê Herdem Em behsa te Dikin dînê . Di nava Bêrîkirinê de Di mehraba


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Sînga te de Dibim sofî Dibim mirîd Û maçan Ji lêvên te Didizim dînê Dibim sazvan Di eşqa te de


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

VEDENGA HESTAN 16 Lal dibim Serxweş Dibim dînê Ez û şevê Di bendemana Te de sar dibin Germ dibin Bê çar dibin


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Dînêêêê Erê erê Pêjna te Bihna teee Hogirî min Dibin dînê Ne dûrî û Ne jî dem


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

HOZANÊ GIRKUNDÊ 17 Dikarin te Ji min dûr Bixin dînê Dilrevînê . Erê dînê ê ê. ******************************


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

VEDENGA HESTAN 18 M .... V Raza şeva dîn Neyjena Berbanga hênik Sura bayê Êvara eşqê ...!!! Sîmfoniya dilşad


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Destana mem û zînê Tîpa li ser zimanê Kenê êvaran ....!!!! Bihna firştîyên Xwedawendan Semaya dilê helbestê Wêneya kêfa Pêrgîbûnê ........!!!!


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

HOZANÊ GIRKUNDÊ 19 Noşandina mestiya Maçan Piste pista payiza Hestedarrr ....!!! Şepola derya bê hedan Ayeta dilê bûharê Elenda kenê Evîndaraaaan ....!!!! ******************************


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

VEDENGA HESTAN 20 EZ Sibehek bûharî me Di henasên Hestên te de Xewa xwe dişkînim !!!! Peyvek wenda me Mestekî Gêj im dilekî


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Derizî me Di nêv ewrên Rawanê te de Li xwe digerim ..!!! Eşqek dîn im Meyeke kevn im Maçeke lall im Di peyalên


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

HOZANÊ GIRKUNDÊ 21 Lêvên te de Diricifim .....!!! Kevaleke Bê reng im Reveke rêwî me Xeyal im Êşeke bê deng im ..!!!!! ***************************


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

VEDENGA HESTAN 22 Tê bîra min Tê bîra min... dema te bi tilîyên xwe Yên firiştî Bi nazdarî porê min Ji xewê şiyar dikir. Tê bîra min... Dema te qinçokên


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Sînga min bi dizîka Vedikir li kolanên Memikên min Nêçîra maçan Dikirrr. Tê bîra min... Dema te min dispart Dîwarê gêj


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

HOZANÊ GIRKUNDÊ 23 Di himbêza te de Vedimirîm Canê min dibû Hêlan ji janên mêtina te. Baş tê bîra min... Dema giyanê me tev Li hev dibû Laşê minî tazî


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Xwe davêt himbêza Harbûna te. û em û di nêv berfê de sar dibûn Lal dibûn ... Wenda dibûn .!!! ******************************


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

VEDENGA HESTAN 24 HÎNA ZÛ BÛ Ji dilê min, te bar kirî ma çi bûbû ? ew xeyda te, dil û raman talan kirî, hîna zû bû... Evîna te, ew bihna te, hîn li çola buhara min dikin girî,


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

hîna zû bû... Te hestên min tev şkandin, te jîna min bi xwe re pîr kir, li kolanê vê gerdûnê bela kirim, li ber deriyê kul û derdan, gelek dêşim, te ez hiştim, li şûna xwe,


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

HOZANÊ GIRKUNDÊ 25 çi tiştên xweş te bi xwe re birî, hîna zû bû... Ew kulîlkên me çandibûn, hîn zarok in, ew maçên te, di bêrîkên xewnên min de, heyv û rok in, xweş hevok in,


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

hîna zû bû... Em tenê bûn te çi digot..!! Min bawer kir, dest di dest de, çav di çav de, heta sibê em şiyar bûn, qet ji hevdû em têr nebûn,


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

VEDENGA HESTAN 26 çima wa bû? Bakî dijwar li me rabû, gelo rast e guneh kar im? Bêje perî .. hîna zû bû... Wilo wilo te ez kuştim, di nêv pirsên awirên xwe,


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

te ez biriştim, gelek caran, li ber pêjna nîgaşên xwe, te ez ristim... ji dilê xwe bawer meke, derewîn e.. xapînok e.... Ji bala xwe te min avêt bi erzanî,


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

HOZANÊ GIRKUNDÊ 27 bi wê ava azariyan te ez şuştim, hîna zû bû... Erê ez im, min dil da te, min xew da te, min dem da te, min rastî da te


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

û te çi dixwest min dida te ... Erê erê ji bona te, mest û dîl bûm, hîna zû bû... Va tê here.. tu bi xwedêkî venegere, nema ji te bawer dikim,


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

VEDENGA HESTAN 28 ne ji xapên hêsirên te û ne ji peyvên wan lêvên te, nema bo te wekî berê gelek dêşim, ji êşê re, xaçirêk im, ez dildar im...! Ji lewra ez wêneyên te,


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

xeyala te,evîna te, her tiştên te, ji serê xwe dûr davêjim, hîna zû bû.. ******************************


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

HOZANÊ GIRKUNDÊ 29 DÎNÊ Hestên min dixwazin Di govenda Dînbûna te de Sema bikin ...!!! Li ber tîna eşqê Lêvên xwe Bi agirê maçên te


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Dadim .....!!!! Bibim bayekî hênik Di nav daristana Porê te de gulîyên Xewnan bihûnim ....!!! Bibim sofî Di mehraba sînga te de Ayetên dînbûnê


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

VEDENGA HESTAN 30 Nîgar bikim ....!!! Bibim serxweş Li asoyên mêbûna te Dawerivim li xwe Bigerim ........!!! Xwe di himbêza Bêrîkirina te de Veşêrim bibim


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Xeyal ji bo ku ez Dûrî te nekevim Dînê .....dînê........!!!! ******************************


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

HOZANÊ GIRKUNDÊ 31 TU NIZANÎ ku ez evîna xwe Bi agirê hestên te Dadidim Li ber gûrbûna mêbûna te Mîna pêlên deryan Dilerizim ......!!! Di xaçirêkên


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Memikên te de Rêwîyekî dîn im Geh radim û geh Dilikumim .....!!! Li ezmanê lêvên te de Nêçîra ramûsanan dikim Di peyala serxweşiyê de


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

VEDENGA HESTAN 32 Gêj im dilewlijim ....! Di her demê de Li bazikên helbestê Siwar dibim û te Ji dilê xeyalê didizim Li deşta buhara Canê te de Vedigevizim....!!! ******************************


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

HOZANÊ GIRKUNDÊ 33 TA KENGÎ ta kengî wê evîna te Li ser textê dilê min Cirîdê bike? Di xaçirêkên Giyanê min de


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Xedengên bi jan Biçîne ....? Ne dawiya evînê tê Û ne jî dawiya Dûriyê tê ...!!! Erê xemrevînê ...!!! ******************************


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

VEDENGA HESTAN 34 HEGER heger te bêriya min kir Were li dengê Dilê min guhdar bike Were tiliyên min Di nava pore xwe de Veşêre .. Heger te bêrîya min kir


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Têkeve nava Peyvên min Hêdî hêdî henasên xwe Li çola giyanê min Raxîne bibe Sîmfonîyeke evînî Li têla eşqa min û xwe Bijenîne ....!!!


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

HOZANÊ GIRKUNDÊ 35 Were li ber dînbûna Helbestên min Bibe xwedawend Li dahola dilê Şevê bide bibe Serxweşeke Bêhiş meşka Maçan bilorîne !!!


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Heger te bêrîya Min kir were Em bi hev re bibin Kêfeke bê dawî Guliyên payizê Bihûnin lêvên Hêvîyan bikenînin.. Heger te bêrîya


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

VEDENGA HESTAN 36 Min kir pirsa min Ji şevê bike li sûka Êşê li min bigere !!! ******************************


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

HOZANÊ GIRKUNDÊ 37 MIN HER TIŞT DA TE ... Nazelînê Min dil da te Û rojane Li mehraba Eşqa te de Limêj dikim Tu ...bûye


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Qubla min Her berê min Li te ye !!!! Nikarim bê te Li jiyanê Bimînim Ey firişteya Dilê min ...


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

VEDENGA HESTAN 38 Bê te her tişt Sar e dil sar e Hest sar in Cîhan sar e Bûhar lal e Tenê bi te her Tişt xweş dibe .. Tenê tu li


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Jiyana min Watedarî ...!!!!! ******************************


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

HOZANÊ GIRKUNDÊ 39 MAÇÊN TE Dema maç Bi ser henarkên Rû de herikîn Hêsir şor bûn . Her tişt di Bêdengiyê de


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Bê deng ma Sibeh lerizî Di nav mija Kêfê de lal bû Gelo çi ye ev Xwedawend Li ber delavên Mirinê de li xwe Digerin


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

VEDENGA HESTAN 40 Dibin ba bê Reng dimînin ******************************


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

HOZANÊ GIRKUNDÊ 41 DILÊ MIN ... Dilê min bûye Helbesteke dîn ... Li ....têla evîna te . Awazan dijenîne !!! Di himbêza sînga te de .. Porê eşqê şeh dikim Ta bi ta ji hev vedirşînim ..


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Dilê min bûye Stiraneke hestedar ... Tîpên nazelîn !! Û ....xweşikbûna te Çavên te .... Di pirwaza xeyala min de !!! Nîgar dike !!!! Û .....hişê min tar Û....mar dike !!!!


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

VEDENGA HESTAN 42 Mîna leylana xapînok .. Li pê xwe min Dişwşinîne!!! Dilê min bûye Qereçiyeke bê şerm Di her kêliyê de Li ber dergehê dilê te Maçan ji lêvên te


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Pars dike .. Di çayira canê te de Hêlana serxweşiyê Dilorîneeeee!!! Dilê min bûye Sazvanekî Bendewar li keştiya Êşan siwar bûye


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

HOZANÊ GIRKUNDÊ 43 Bi kerwanê Stêrkan re Di dawiya şevên de Lal de .... Destana çîroka min Di guhê yezdan de Dixwîne .....!!!! Dilê min bûye Melevanekî pispor


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Di derya bêrîkirinê de Avjeniyê dike ....!!! ******************************


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

VEDENGA HESTAN 44 WATEYA TE nameya dilê min Bixwîne tê xwe Tê de bibîne .... Bi hêsirên şevê Li ser dîwarê kêfê Navê te min nîger Kiriye di neynika


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Kenê min de tu bûye Periyeke buhiştî Di govenda eşqê de Pêjna te hogirî min Dibe .....tu dibe Sîmfoniyeke Evînî hestê min Di nava xwe de


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

HOZANÊ GIRKUNDÊ 45 Dîn dike germ dike Sar dike ....tu bûye Qedera min li ezmanê Xeyalan de dibim Rêwiyê çavên te ..... Di himbêza te de Lal dibim bê hiş dibim


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Dikevim taya lêvên te Dişewitim bi agirê Maçên te di behra Canê te de Wenda dibim Dadiwerivim .....!! Tu dibe gemî Û ez her gemîvanê Dilê te me ey can ....


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

VEDENGA HESTAN 46 Tu jî di her sibehê de Berbanga jiyana min î !!! Heger ne tu baya Ez çênedibûm .... Ji ber tu jiyan bi Xwe yî .......!!!! ******************************


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

HOZANÊ GIRKUNDÊ 47 GÛMANÊN TE ... Penaber im li çola Dilê te .......!!! Tu jî guhar î di guhê Hêviyan de ....!! Ne tu dikarî ji min Dûr bikevî û ne ez Dikarim te ji hişê xwe


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Bavêjim .....!! Tu ....mîna sîkê yî Di xewê de tu Di meşê de tu Bi ku de diherim Tu ...bi min re heval î ... Li dawiya şevê Li sûka stêrkan


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

VEDENGA HESTAN 48 Di nêv mija Xeyalan de pêjna te Li min digere ...!!! Tîp di pesnê te de Dilerizin ......!!!! Giyanê min li ser Kavilên evîna te Saza hatina te


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Li dar dixîne ..!!!! Li kolana bihna te Gulfiroş im ....!!!! Tu ...her rêwiya Eşqê yî .......!!! ******************************


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

HOZANÊ GIRKUNDÊ 49 MIN HÎN BIKE ... mîna masiyekî zarok Li delavê eşqa te Dilewlijim ...!!! De min hînî Melevaniyê bike Ey can ...... !!! Tenê tu dikarî


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Li peytexta dilê min Nêçîra evînê bikî ... Tu kes ji te pêve Bi razên hestên min Nizane tu tenê Bi zimanê awirên min Zanî bi xwînî ...!! Tu tenê dikarî


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

VEDENGA HESTAN 50 Derbasî nav êşên min Bibî ey can ......!!! Û rengên tev li hev Ji hev derxînî ...!!! Tenê tu di her şevê de Dibî bûka xewa min Min ji dilê xewnê Direvîne mîna


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Şemaleke Bi şewq ronî dike Ezmanê kêfa min ..!!! Tenê tu dikarî Li cîhana helbestê min Bibî perî bi nazdarî Wêneyên dilê min Bi neqşînî .....!!!!


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

HOZANÊ GIRKUNDÊ 51 Û bejna nîgaşên min Bi kenê çavên xwe Bixemilînî ....!!!! Tenê ....tu dikarî Min ji davên Azariyan rizgar bikî Ji nû ve min Li çola jiyana xwe


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Biçînî .....tenê tu....!!!! ******************************


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

VEDENGA HESTAN 52 BALINDEYÊN DILÊ MIN : balindeyên dilê min li ser dara bêrîkirinê datînin gatên keseran bi dilopên fermiskan dinivîsînin Dil dibe vehesîna êşan vedengiyê dide dîwarê


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Biyaniyê hêdî hêdî bi Tenahiyê re mijûl dibe Bo Xewneke zarok di hundirê şeveke bê havil ji bo Dîlekî bê hêvî xwedî dike ev dil dilê ku ji demek


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

HOZANÊ GIRKUNDÊ 53 Dirêj digirî di nava keseran de li xwe digere dilê Ku bi hezarên buhar di Hundirê xwe de xwedî kir Û bi hezaran payiz oxir kirin ta nuha jî dilikume Di herbile di nava xir û


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

cira jiyanê de dahola xwe Li dar dixe .belkî dikaribe ji nû ve xwe bibîne ev Dilê xembar heriya jiyanê bi xem û azariyan li Ruyê feleka xiniz


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

VEDENGA HESTAN 54 distirê .....!!!!!! Li kêleka dîwarê tenahiyê Hêlana bîranînan Dihejînim ....!!!! Bedewbûna peyvên te Li bejna helbestan Dikim ......!!!! Tu ....dibe keştî


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Di behra dilê min de Avjeniyê dikî dîlber ??? Li asoyên girnijînên Lêvên te liqata maçan Dikim ...dibim rêwiyê Çavên te ........""" Li buhara sînga te Nêçîrvan im


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

HOZANÊ GIRKUNDÊ 55 Di pelînim dêmên Gulgulî wenda dibim Di nav daristana Porê te de ....''' Tu dibî xewgeha min Di himbêza te de Xilmaş dibim !!! Bêhiş dibim diherifim


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Dadiwerivim dikevim Davên eşqa te .....!!! Tenê ez û şeva dilsar Guliyên bihna te dihûnin Her tişt lal dibe germ Dibe bê çar dibe nagihên Dawiya te tu mîna Rokê yî nikarim


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

VEDENGA HESTAN 56 Bê te bijîm bi te li jiyanê Jîn dibim bi hêvî dibim !!!! ******************************


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

HOZANÊ GIRKUNDÊ 57 ÊŞÊN TE ... Ta kengî ez ê te Ji dilê êşê bidizim .... Û çavên te bi kilê Biyaniyê kil bikim ?? Ta kengî ez ê Nêzîkbûna te Ji himbêza dûriyê


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Pars bikim ??? Te ji tariya şevê Rizgar bikim ?? Ta kengî ez ê Li benda te Bimînim ??? Li benda elendê Rêwiyê jiyanê me


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

VEDENGA HESTAN 58 Tenê ez û êşên xwe Perçên hêviyan Yên belavkirî ! Bi ser hevdû de Tînim !!! Balinde me Li esîmanê te


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Li xwe digerim Xwe ...nabînim .. Her tişt li dora min .. Sar e bê tebat Dergûşa Zaroktiya min ... Mîna sîka avê Dibe û tîne !!! Hestên şkestî Evîna xayiz


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

HOZANÊ GIRKUNDÊ 59 Baweriya Bê bawerî !!!! Dara bêbextiyê !!! Bi xapên derewîn Tê ....avdan ... Bazirganên Peyvên hingivîn Guliyê xeyalê


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Dihûnin ....!!! Buhar bê wate Derbas dibe Payiz di nava Rengê zer de Dadiwerive Pelên daran Merasîmên


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

60 Mirina xwe Li dar dixînin ...!!! Bi vî rengî temen Di cihoka salan de Diherike bi serxweşî Di şkeftên Tenahiyê de hebûn Û nebûna xwe Dijenîne ...!!!!! ******************************


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

HOZANÊ GIRKUNDÊ 61 KANÎ KÎJAN .... her ku xwe ji evîna te Didizim tu dibe diz Û li xwe li kişwara Dilê min datîne Tenê bayê te


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Mîna babelîskên Payizê min Li beyarên Şewşenê de zîz dike ...!!!! Tenê kenê çavên te Min dixe taya Bêdengiyê min Davêje devereke dûr Ji xwe dûr dikevim ..! Tenê dengê te hişê min


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

VEDENGA HESTAN 62 Li hev dixîne min Di kevala rewrewkê de Dibe û tîne dibim Laşekî bê giyan ...! Tenê tu dibe sirûş Li şiqmê hestên min Xewnên helbestan Vedijîne ...!!!!


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Di meyine tenê ...!!!! Tu nizanî ez li kolana evîna te Bûme limêjkarê hatina te !!! Bi tîpên keseran Wêneya bihna te dineqişînim Dibim xizanekî parsek .....!!!! Li ber dara kenê te rojên


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

HOZANÊ GIRKUNDÊ 63 Jibîrbûyî ji sînga bêrîkirinê Didim hev ....!!!! Di mehraba eşqa te de oldarekî Serxweş im tu jî dibe periyeke !!!! Buhiştî li gemiya dilê min Siwar dibe min ji tara jiyanê Didize ....tu nizanî ez dibim Hûrdemeke penaber di her


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Kêliyê de li ser dara nîgaşên te Datînim ....!!!!! Li dera hanê li nav stirîyan Li ber çemê hêviyan Tevna welatekî Xembar çêdike ...!!!! Hişekî bê kêr laşê xeyalê Himbêz dike dibe


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

64 Mij her tiştî di hundirê xwe de Vedişêre dibe tarî ..!! Dibe xwelî çavên Tenahiyê dipelîne ..!!!! Bê wate bê reng bê giyan Li deşta bê dengiyê Vedigevize Neqşeya jîneke bê havil Nîgar dike ....!!! ******************************


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

HOZANÊ GIRKUNDÊ 65 TU .... Mane tu bûyî mîna xewê Di her kêlîyê de Çavê min Te himbêz dike ! Tu bûyî mîna


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Rokê di her sibehê de Tu lêvên hêviyan Dikenîne ...!! Tu bûyî mîna Sîberê bi ku ve diherim Tu min di landika Bihna xwe de Serxweş Dixîne ....!! Tu bûyî nîkotîn Di damarê canê min de


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

VEDENGA HESTAN 66 Tovên eşqê Diçîne ..!!! tu...êşek Bê dawî yî ..! Mîna ba yî Tu bê reng î .. Tu pereng î ...!! Bi nazdarî Hestên dilê min


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Disojîne ....!!! Tu ... bûyî Raza jiyana min Tu mîna kêfê yî Sema dike Li çola hişê min ..!!! ******************************


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

HOZANÊ GIRKUNDÊ 67 TENÊ EV DIL dema giyanê min Pêrgî giyanê te Dibe ayetên Eşqê di paxila Xeyalê de tê Nîgarkirin !! Keser tev li hev


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Dibin çav dipeyivin !! Lêv bi şermî Diricifin .... Dilikumin .... Hêdî hêdî tîpên Bêrîkirinê canê ... Bîranînan Şeh dikin .....


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

VEDENGA HESTAN 68 Bi nazdarî Hest li têla dil Dibe awazek Di govenda Şevê de lal dibe Li ser kavilê Bêdengiyê Dibe rewrewk


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Di nav mija Leylanê de Hişê xewnan Dixapîne !!!! Dem derbas Dibe ....temen Mîna destar e Rojên xweş


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

HOZANÊ GIRKUNDÊ 69 Û ne xweş Ji dilê jiyanê Didizeeee!!! her tişt li xwe Digere ta ku Bibe wateyek Li riwê gerdûnê Şewl bide !!!! ******************************


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

VEDENGA HESTAN 70 HEVALA MIN ... De were Hemî êşên xwe bavêje !!!! Pişta xwe bide salên çûyî !! Tevna jiyanê Ji nû ve birêse Li keştiya hêviyan !!!


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Siwar bibe '' Guliyê eşqê Bihûne çavên Bîranînan !!! Bi kenê buharê Şa bike !!! Lêvên xewnan !!!! Li asîmanê Şevê bigirnijîne !!!


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

HOZANÊ GIRKUNDÊ 71 Li bazikê kêfê Li deverên dûr Di paxila peyvê de Çîroka xwe Hêdî hêdî bixwîne !!! Bera reng tev Li hev bibin !!! Bila hevok Serxweş bibin !!!


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Bila hest li pê Dûmana leylanê Ferar bibin !!!! Dergûşa dînbûnê Bihejîne bejna Temenê Evîna pîr bi Semakirina


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

VEDENGA HESTAN 72 Helbestan Bixemilîne !!!! De were Ji dûriyê dûr Bikeve tenê çend Hûrdemên Ku ji ber Bahozaaaa


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Axînan mayî Di hêlînaaa Bêdengiyê de Bimeyîne !!! Hevala min De wereee!!!! ******************************


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

HOZANÊ GIRKUNDÊ 73 HER KU ÇAVÊ MIN Li te dikeve Bihna êvarên Zaroktiya xwe Ji çola salan Didim hev .. Hogirî himbêza te Dibim dikevim


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Taya bêrîkirinê Xir û cira neqebên te Vedengiyê dide Dîwarê bîranînan !!! Li ber sîka evîna te Nêçîra çivîkên Dilê te dikim !!!! Dibim bendewarê


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

VEDENGA HESTAN 74 Axpînka rêyên te Li kêleka gir li ber Rexê newalên te Şekrok û berikan Didim hev !!!! Xweş dizanim Tu carî venagerin Salên te !!!!


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Lê wê her û her Roj û şevên te Li deşta dilê min Biçêrin ey landika Xewnên min Cîwarê zaroktiya min !!!!! ******************************


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

HOZANÊ GIRKUNDÊ 75 PATÎŞAHA XEWNÊ MIN bi ku de diherim Tu hevala min î Di nava xewê de Di her kêliyê de Tu mîna siyê yî Cûda nabe Ji min Erê, tu di xweşbûna


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Şevê de dilorînî Kêfa min li ber Dengê çivîkan Li civata bilbilan Tu dibe sazvana Dilê min tu dibî Maç janê dide Ezmanê lêvên min VEDENGA HESTAN 76


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Erê tu geroka Li sûka hestê min Şemala jîn û jîna min Tu bi nazdarî dipelînî êşa min Di bêdengiya dîdariyê de Di kûrahiya Serxweşiyê de Mêbûna te Talan dike Himbêza min Erê tu tenê


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Dikarî derbasî Bajarê dilê min bibî Tu tenê dikarî Li çola hişê min Tovê evînê biçînî Tu mîna leylanê yî


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

HOZANÊ GIRKUNDÊ 77 Li pê te diherikim Tu mîna derya yî bê binî yî Nîkotîneke bê dawî yî Tu bawer bikî Ez melevanê Eşqa te me Qet tu naçî Ji bîra min


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Nîgarvanê Çavên te me Tê her û her Bimînî Tu....erê tu !!!!! ******************************


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

VEDENGA HESTAN 78 BÊRIYA TE DIKIN her tişt Hermela li hewşê Dara tuyê Bîra camiyê Bênderên gund Girê gund Û newala


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Xirafê Qefa çingo Rêya tirbe Nîşana li ser rê Kepezê kîkan Rêya talikê Şkefta li ser Kaniyê Heremreşa


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

HOZANÊ GIRKUNDÊ 79 Dil bi evîn Û darên bihîvan Qefa sêbîrka Hacoxliya Dil geş û bûhara Evîndar Pincarê beyaran Çivîkên li ser Dîwaran


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Tevî dilê minî Jar û girkunda Bejin bilind Bêriya te dikin ........ Heger nuha tu li virba Min dilê xwe bikira Gulîstanek Ji boyî vehêsîna te VEDENGA HESTAN 80


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Min ê hestên xwe Bikirana saz ji bo Xweşikbûna Wan çavên te Min ê helbestên xwe Bikirana guldank Û li ber serê te Danîbaya Min ê bûhar ji dilê Demsalê bidiziya


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Û li bejna te Kiribaya Min ê hemî peyv Bikirana ayet Û ji te re bixwenda Min ê hemî


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ

Sêwirana elektronîkî, malper, comonist kurd Qîrîna komonist ji kurdistan kovara Hêlma ya çandê Revêberiya GUEVARA MAAO Bavê Hêlda E:komonistkurdistan@gmail.com www.comonistkurd.de


VEDENGA HESTAN HOZANÊ GIRKUNDÊ


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
VEDENGA HESTAN by Kovara Hêlma ya çandê - Issuu