Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Divê serdema giring de Gelek kes hene Tu rêzê û giraniyê nadin Rêbaza partiya xwe Devje karê li dijî dijminê kurdayetiyê berda ye û karê diwan maye kevira bavêjin bira ku kurdayetî jê avê vedixwe Eger te xwe firotiye dijmin û koletiyê jê re dikî Hêvî darim tê dev mavêje kesén paqij ûqenc Ta ku tu gendelî û qiréjiya xwe pê veşêre KûJERê KUŞTiYê)
Buxçika Hêviyan
Helbest
li ber pencera dil Çavên dimin Kûjerê kuştiyê ne Û birîna dil Xwîn dare Li ber pencerê Li hêviya roniya kuştiyê Hest û hestîyê min Rizandin Siloganên derewan Di vê serdemê de Û Ez Wekî niviskarekî Bê westan Ji bo te binûsim Û Birêsim helbest û delala Ji êş û azariyên
Ahmed Azîz
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Zeriyên Gundê xwe _____________________ Hertişt Di jiyanê de êş û jane Her ku Jan di jiyanê de Bêhtir dibe Dil Li hinberî janê Bi hêztir dibe Çendî tu Bi hêze Di jiyan de Mirov ________________________________________
Buxçika Hêviyan
Helbest
NAMEYEK JêRE Te barkir Û bîranînên xwe li şûnxwe hiştin Ma tu nizane Mana wan li şûn te Çendî min di êşînin Ne roj li min rojin Û ne şev li min şevin Li şûn warê te Jiyan bê jîn û perçe perçe ye Ne heyv
Ahmed Azîz
Buxçika Hêviyan
Helbest
lê hiltê Û ne strêk lê xuya dibin Tarîreşka Li wargehê te Bi bêdengî li xwe dikim Û nerme nerma bejna xwe pê Ciwan girêdidim Li ser mêzeya êvarê Rûdinêm Her ku dixwazim Ji bote binûsim Pénûs di destê min de Rondika di barî ne
Ahmed Azîz
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Û peyvên rewa girtî Li kevîka cihokên rondika Di bine gul û di bişkuvin Di paxila bêrîkirinê de Hiltînim Li hêviya hatina te _________________________________ Ez baş wan kesan di nasim e wêd ku buhatirîn û girantirîn nerx
li ber dilé xwe di din û buhayekî hindik beranber werdigirin kesin dilpakin û bêhişin Hêvîdarim Ku hûn dilovaniyê Li wan bikin Fitre û zika xwe Di vê rojiyê de Bi wandin ___________________
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
DERBASBE --------------ji nerîna pêşî de Dergeh veke û derbasbe Gava xwe bavê Bi piyê rastê Û evînê bi lêvbike Xweştirîn û şêrintirîn Hevoka xêzên Pirtûka evînê be Ciwanî û û gernijînî Bi bejin û bala te dikeve Derbasbe şeha hestan be Bêdengî û matman Ji minre ye Û peyv û beryar ji bote ye Derbasbe Bi buxcika bîranînên xweve Bi hest û diyardekî ewle û aram
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Helke helka evînê ye bi dûte de Derbasbe Xweşî û şahî ji bote ye Kel û û germahî dil kilandin ji minre ye Derbasbe Cama mestkirina dil Bi dilre bilind bike Éş û jana penceşê rê Ji canê min bêdeng bike Mirina bi dû min de Rawestîne Derbasbe Nav xewnên bûne xewn Û hêviyên weşya yîn Serdema jiyanê ji tere ye Û dûmahîka jiyana min li ber derge ye Derbasbe ______________________
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Gelek kes di partiyan de hene sergirde û berpirsén siyasîne temtéla wan dinere
A mirovane lé ku tu bi piyén wan bigire û wan sernexûm bike
Û bi hejîne bihejîne dilopek mirovatî û siyaset
ji wan danawerive
De kawere mileto Té çawa van kera Di vî buhirîre derbasbike ________________________ (RABÛRiYek) Vê bersibehê Li ser kanîka nerîna Li ber neynika hêviyan Bi tilîkên gewrî boz
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Porê xwe şehkir Û Guliyén xwe hûnand Kirasekî Ji rengê demê Bi ser bejna xwede berda Çavên xwe yên reş kildan Rahişte buxçika hêviyan Ji dil û bêdiliya xwe Bi wanre Bi rêket ________________________ Dema ku kew dimre li dûxwe ji bo ciyê çend qebqeban dihéle
Dema ku mêşahingiv dimre li dûxwe ji bo baxan çend maçên şêrîn di hêle Dema ku tawîz dimre
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
li dûxwe ji bo guldankê hin periyên rengîn dihêle Dema ku ezji mirim Li dûxwe ji bo we û kurdistan Hinek helbestên ciwan di hêlim? Evê helbesta şêrgo bêkes diyarî giyanê Helbest vanê nemir FERHADê EÇMO Dikim ____________________ BUXÇiKA HêViYAN ================= Buxcika jiyê xwe Min tevdagirt Bi rojên Jîna jiyaniya jiyanê Û sînor bi sînor min Derbaskirin Bîranîn hemû
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Li şûnxwe min hiştin Ji bilî wê Menaleka şêrîn Ku bi dizîka Xwe berdabû Nava min Û di dilê min de Xwe veşartibû Bi reşpelkê helbestan ve Zeliqîbû Min jê hizkir Û Jan û şewata dilê min Bêhtir kir Ew neqşê evînê Di dilê min de Neqişandî Çendî dûrbe hêvî Di jiyana mayî de
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Di mîne Bi dîtina wê ve Bi dîtina wêve Di mîne _______________________ Ez melûl û dil ji kestî me li evan deveran ne jiber buyerên ku têne kirin di evan welatan de
ez melûl û dil ji kestî me ji ber evîna welaté min Ez ji bîr kirime __________________________ DEM KURTE =============== Ku min zanîba Avêjtina gavê min
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Wê li ser deng û awaza tepîna dilê te Bête avêjtin Ji nikte ranedibûm Ta bi mirinê ROJAVA dem kurte Roj û derfet Di navbera min û şahiyê de kême û kurtin
Çimkî ez Fêrî şînê bûme Mecbûrim Qrinceka bi dil dim Û xatir ji te bi xwazim ROJAVA Dem kurte Û rojên jiyê min Tê dernakevin Bo gihandina bate Cend sal û dem divên
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Ji vekirina girêk Û girêkûtkên azadiyêre Ku li ser réka dilê te Min bi bînin û lê pirsîn Li nasnava evîna me Neyêd kirin ROJAVA ________________________ Ji her dilekî ku bi rastî û diristî navkutkên wî di ber evînê û evîndariyê deyî ez di bêjim cejna te pîroz be
Ji her çavekî ku li ber Dergeh û pencera Westiya yî û qerimî mayî Li hêviya vegeryan a Hêviyan cejnê pîroz bikin Ez di bêjim cejna wejî pîrozbit ___________________________
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Pêdivî pê heye ku her kesek jime Mejiyê xwe bidêrin û werbêj bikin Li qorzîk û qermiçokên mejiyê xwe bigerin
Li azadî û serxwebûna kurdistanê Berî rojên demê dime bibuhirin û neqiş û nîgarê buhara kurdistanê hişk bibe û li ber ba kevin? Peyv û çîrokên Bi ser bêjingê ketî û kozere Bi kêrî tofê zeviyan nayê? Axaftin û pendê xewnebêjka Ermanc û daxwaza tu kesan pêk nanîne? Bêje e rê bêje belê Bo rêfirandomê Bo serxwebûnê
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
_________________ Gazinçan ji min nekin Cima min welat berda û derbeder bûm li sikak û kolanên welatan? Gazinca bikin ji wan kesên ku bûn sebebê koç kirina min jiwelat __________________________ HêVî ====== Hêvî e we ew peyva Ne rijiyaye
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Ji nav lêvên kesî Û nehatiye ristin Jibo tu kesan HêVî e we Ew xewna Pêk nehatî Ne di salên buhirî Û ne Di dema em téde Ji bo kesî Xweş tirîn û mezintirîn hêvî E we ew dema pêkve Ku ez û tu Di rojên pêş de AZAD Di gelhev Li welaté xwe bijîn _____________________________
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Ew kesê bi qêrîn û rondika
hatiye hilbijartin
bo ser gêşî û serokitiya miletê xwe wê bimîne serok û serkêş di dilê miletê xwe de ___________________ Vê êVARê ================ Dengê vedenga awaza ramîsana lal
Û lerzandina gernijîna Dinav lêvan de Wekî perestmendekî Min Li dor peykerê ramîsanê digerînin Li pê alesa ramîsana
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
kevn û kevnarbûye Dibin ziman de Vê êvarê ; Bala xwe pêde Mane dilê wêye Hemû rengê evînê Kedî kirine dibin çengê Vê êvarê de Bala xwe péde Mane sîng û berên wêne gulên buharekê teva bi yek
carê di bişkuvîne di vê êvarê de Balaxwe pêde Çito lêvên wê xwe
fêrî ramûsana dikin
Ramûsan têne lêvên wê û lêvên wê têne ramûsana Li ser mêza bîranîna Peyala ramûsana kevnar
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Jêre bilindikim û pêşkêş dikim Vê êvarê ___________________ Buhar havîn Payiz zivistan Her car Di buxçika jiyana
minde çilmisîne Ku tu bihata Û
Peyalek ji xunav û gulava xwe te Bi ser taximê dilê minde Bi baranda Wê buharrek Bi bişkuviya Bi hatina te Minê gulek Diyarî bikra Bejin û bala te
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Ku tu bi hata _____________________ Her ku bêriya te dikim di himêza kul û derda de dîmenê te bi tîrêjkê şevêre di hûnim û konê xwe pê di neqişînim xerîbiya xwe bê deng dikim _____________________ Di himêza kul û derdan de li strana koçberiyê guhdar dikim çawan xwe radikşîne guhê pencera konê penabera û kuvîna ba û balîsokan bê deng dibe ji şerma li ber hinasên menalan
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Di himêza kul û derdan de dem kore nabîne çavên menalan mîna stêrên li ezmanên bê heyv di çirisînin di ber kevir û kuçên gund û bajarên wêran gazî dikin dibên em li virin berbûyê bêrîkirinê ne li hêviya qêrîna qolinca yekemînin ya rojbînê ne di himêza kul û derdan de ______________________ LI HêVIYA HATINA TE ================= Her êvar dil bi dilê teve di guvêşim badeya diyardeka di dime ber damarên
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
bêrîkirinê bi çiran li kef di dim li ser mêza xerîbiyê di bawe û gerdeşên evînê de bi bîranînare di guhêrim ji hîkariyên demê xwe vedidizim di qurçik û qermîçokên kon de xwe vedişêrim li hêviya te roj bi bez diçin şev li min dirêj bûn rondik bi sîwaka konve di herikin bi avabûna rokê re şûngeha piyasa avreşandî dikin li hêviya hatin te _____________ Di evî perceyê cîhanê de
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
bi tenê li gorepana torebûna xwe di lîzim ji cihekî berew bi cihekî ve diçim bi piyên qeliştî Bi bejnek lerzok di gerim li xwe di gerim di rêkên bênav li nav konên penaberan li paş dîwarên bêdeng termê jiyanê bi pacê sipî di pêçim bê şert û merc nimêja baweyan ji xwedayê nependî re di kim her sibeh wekî her sibeh hişyardibim Li ser dengé qérîna ji rex bêhêviya xwe
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Dizanim hîn zindîme bi refare koçber dibim ______________________ Hêvî -----hêvî ewe ew peyva ne rijiya ye ji nav lêvên kesî Û ne hatiye ristin ji bo tu kesan hêvî ewe ew xewna pêk nehatî ne di salên buhrî de û ne di dema em têde ji bo kesî xweştirîn û mezin tirîn hêvî ewe ew dema pêkve ez û tu di pêşerojek azad
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
di gelhev bi jîn Li AMÛDÊ ========== ______________________ Ne ezim evîdarê evîna te Buhara dilé xorta ne ezim yê dibin pencén tarîşevka de Li seré kuça li kolana bi nale ji boyî daxwazek bêkêr ne ezim yê di diryana çavên te yên zelal de têkeve gerînekê ne ezim ew heyva ku tîrêj bidî pencera te û peyvên bibin ji boyî xêzên pirtûka te ne ezim noşvanê bada meya li ser mêzê ku rojê sedyek tê
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
di nav destê xwede di kuvêşe û meyê ji lêvan di noşe mest û heyran ji meyxana te derdikeve ne ezim evîndarê evîna te bûhara dilê xorta ne ezim ======= ____________________ pencerêd çavê min vekirîne li hertiştî lê dil li hêviya gulfiroşekê bi tenêye ku bi buhire divê berbanga buharî de cadoya gulava wê min kêşebend bike û bi dana silavêre gernijên
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
ji nav lêvan bi rijie perçe û parîkên dil ji rêk û kolanên xerîbiyê bi serhev bîne bi avabûna rokêre here li şûngeha civana di bin perdeya ezman çavêd wê bi çirisînin li hêviya ramîsana bîranînê bi hinasên ziha êrîş bide tepîna dil badeya diyardekê terş bûyî ji paş lêvan binoşim ta ku xerîbiya dil di hinavan de bi kujim bi kujim __________________________
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Were kêlîkekê ji demê xwe vedizin di himêza bîranîna de xwe veşêrin li ser baskên ewran berew bi ezman de bi firin xwe fêrî lîstoka evînê bikin li ber perê nerînên ji kestî hev himêz bikin çimkî çav hiz ji evîndara dikin -were-_________________ Were guhdarîke
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
li dengê çipikên dil çawa di barin bi ser hinasên ciwaniya te û şepêlên çavên te min direvînin berew bi daristana xweve xunav û gulava xunceyên nû bişkuvî di paxila bejna tede dil di şêlîne ji wêneyên dem bihurtî derbasbe koşka evînê li ser destê rastê findanka hilwestandî finda vemirtî geş bikin li ber xatîra rojbîna hevdînê peyala dagire perçe û pariyên rûdêmkên me bi serhev de bîne da kêlîkekê hîkariyên demê ji bîrbikin ji bîrbikin were?? ___________________________
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
kurdo Sîbera demê li ber perên roniyê kovendê dikin kurdo û tu wekî bêhişan li qata şemalka wê vemirtî di zemîn de di zîvire li derdorî tariyê kurdo êvar li pencera rokê dide dibe ku windabûn be li dirv û nîşanên te di gerin yan li bêhna te ya dibin çengê minde veşartî bi dizin û ta nûka tu nizanî
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
çi bikî kurdo = ==e=h= _____________________________ Di vê kurte dmê de jiyan wekî hûnana pirtavka ne di terk û qelşên tenêtiyê re xwe berdidin hinavên şevreş bi kerb çenga xwe li nav didim di revin wekî rojên jiyê min bê sûd di rikberiya jiyanê de ten êş û azarên dil sotinê di çenga xwe de di civînim = _________________________ Natirsim ji hizkirina xwe ji tere min bi kuje lê bi tirsim ji hizkirina xweya bawi
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
di canê teda min bi kuje bê guneh geş û şanebim bi himêza te welato = ________________________ WELATO ======== xuncên tirafa rûdêmkên te rêka rêwitiya min rengîn kirin WELATO veşarên hizkirina xwe vedişêrim di buxcika sozan de û pişta xwe di dim te bi yekcarê zimanê te ne geriya di cim dûr dûr ji te
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
WELATO konê penaberiyê vedigirim li ber kakila evînê ji te dûr di mînim ji êşa xem û derda girêka bêrî kirinê di buşkuve di buxçika sozande natirsim ji bêrîkirina xwe ji tere min bi kuje WELATO lê bi tirsim ji hizkirina xwe ya bawî û qop nikare yekcar di canê tede bi gere bê guneh min bi kuje û ez şanebim bi evîna te xaka himêza te goştê laşê min ne xwe WELATOooo =============== _______________________
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
CEJNA EVîNê =========== li ber pêjna evînê helbesta xwe tu di nosîne ji bêhna gulava gulên wê kesên te sermest dibin di ahênga cejna evînê û ez bi ser piç û parên bîranînan de rondika di barînim bêrî kirina di hinavê minde li warê te yê xemilandî bi kul û derda di pirse ta ku xwe ji xwe vedize gula di guldanka diyardekê dil de veşartî ji çendê salande bote diyarî ke di vê roja pîroz dibe ku kil û derd ji xwe şermkin barkin ji şûngeha civana
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
ku her pîrekî evînê gula wî di rodana evîna wîde bêne pûta evînê nimêja baweyan ji evîna min û tere bi kin penabera min = =========== ___________________ DEST PêKA KOMKUJIYê =================== Li ber lêvên babilîsokan çirake tazî û pêxwas di nav ba û bageran de ne berqef û ne berpal keceke di dengê vedenga ciwanyê de di girî bê mahderê li rondika bike
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
di barîne diwê neqirîskên gerdenê û keldûmana kelên hinava li pêşberî min jiyanê di nixumîne jan û êşekên demê bi axînka re dertîne xwîn dikele reng jê difire beranberî komkujiyê di lerize nimêja baweyan radiwestîne bi tirs li katjimêrê di nihêre tu dibê komkujî dest pêdike ==============
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
__________________________________ Qamişlo Ji nexuya kirina te Ü düriya min Nenükèn bèrikirinè Diwarè bira min di kolin Pèlèn hesta refèn Helbesta Ji hèlina di firinin vè èvarè Vè èvarè pencèn şevè Büye helbestvana min Bi awaz ü kuve kuva Bèje ü çarina Pencerin zemheriri Di nixumandinka Minde vedikin Doşeka xwe Hildigirim Li ser lèvèn bèdengiyè
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Radixim ji aramiya şinère Her kèlik peykerè te Di landika hèviyan de Di hejinim qamişlo? _____________________ kerwanê kel û perên şevê bi pê hevde di buhirin dengê kenê zaroka di gerdena berbangê de mîna zengilin zîzin vedengeya wan mizgînîkê nû bi xwere tînin bêhna laşên xwêdan dayî di çeber û kavilên berxwedanê de kilîtên guherînên demê diyarî welatê rojê dikin
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
dûmahîka şevêye şev bi dawîdibe ========== ______________________ BADEYA NALîNA Gezên vedenga şevê hîn pencera birîna min gez dikin li ser qelaçê torê rûniştî me badeya nalîna bi lind dikim zarokên bi çûk şûngeha xwe li ser pîkên penaberiyê di neqşînin sergirdê gelê min pirsgirêkê navxweyî kirine balgehek serê xwe danîne ser
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
û radizên , ====== __________________ Rojava Hîn ü hîn kul ü derda Bi serhevde em dipècin Ü datînin ser refikèn Rojèn bèhüd di buhirin Di rojavade Pevajoka serkeftin ü azadiyè düre jime Hîn refèn peyvè bi bask Ü guldankèn tijî gulèn rengîn Di ser darbestanre di firin Katjimèra bi dîwarve ne diriste Peyvèn kevnar Li kolanan di gerin Babilîsoka
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Em li hèviya tîrèjkèn wè Di lerizin Siwarèn şemalka wè Xuya nebün Dibe ku hîn hèza xwe bi serheve tîne Bayè parzinandî Nema tèra hinasan dike Jiyan bero bi damarè Toreve dicin Lehiyèn ji milet Di herikin Ji rojava ? .. ________________________ Serdana amüdè ? Pencera dilè min bèperde ye Dilopèn şemalka te Dadiwerivè Dibe ku tu derbasbibè
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Aramî u bè dengiyè Tède bi bîne Lè ku pèşewaziya te Bi melülî bète kirin Bîranînèn dil jikestî Lè rüniştîne Amüdè Ku tu şaşbüye di jiyanè de Lè kolanè nava te vekirîne Li hèviya kesèn te Ji evîneke bè dawîre Ji paşerojeke dür ü dirèj re Vegerin amüdè Ü şahiya wè bi bînin ? ____________________________ Èdî bese ? Bese ez westiyam Tumabü min tujî windakir Ji peyvèn kufnik girtî ü rizî
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Di buxçika dayika minde Bi kèrî hünana keziyè dayika min ü ristina helbesta min nayèn Kotinèn kevnar Dümahîkè de ez mabüm Vaye ezèjî te bihèlim Li şünxwe di melüliyè de Ü berw bi welatekî nependî biçim Li kuç ü kolanèn bè nav Ü nenas destèn xwe bi serhevdim ü deynim binserè xwe Li ser resîfa razèm Razîbim Bi bîranîna tenè Amûdé Gendelan devèn xwe kirine pèsîra te ü xezaniyè konè xwe vegirtiye Li ber dergehè me Ew helbesta hèviya minbü
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Ez bi nünsim Bi peyvèn di selika nav milè menalèn te Li süka erasè bang dikirin Himalek himlek. Bimîne xewnek bo min amüdè ?? __________________________ Her sibeh bi avèjtina tîrèjkèn rokè Geşbînî hino hino di reşbîniya dilè min de Geş di be Li şüngeha lèvèn te Kokèn evînè zîl didin Di zeviya èşekèn min de ______________ 2 her sibeh Gurzek ramîsan Ji gulîstana bejna te di çinim Di guldanka kovanan de datînim Datînim berserè èşaxwe
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Nalîna min her èvar Gerekî bèhna teye Ku ristèn evîniyè bi meyînin Birîna kevnar ü xwîndar Bi kèlè nerînan bihünim Her sibeh ? ____________________ Ku di hinde şevan de Ez hatim bate Di xewnè de Wekî mèvanekî ji dür Ü ji bîrbüyî Derî li min negire Di kolanande min nehèle Bi bèdengî ez è derbasî Bate bi bim Di şevreşè de Li te binihèrim te bi bînim Wè gavè ji nerîna te tèr bibim
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Ez è te ramîsim ü biçim ... ? Nîkola? __________________________ Gelè pèşkèşvaniya şoreşa wî Kujer ü xwînmij ü kedxurbin Cihè rewşenbîr ü siyasetmedarèn wî Yan zindane yan gore Karè wè wekî karè teyrè sîmire Teyra teva di kutayè wèjî Dihat di kuta zarokèn xwe __________________________ Aramî ? Li ser rèka jiyanè Ramanèn nüjen Qezec dikim Ji zimanè gelè xwe Ji çend dilè bi kul ü şahî Vedenga dengèn dür... Ji çiya ü newala
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Baskan li hev di din Tevzînoka tînin laş Periya bi baskè Ramanave tînin Kesèn li pète Findan hildigirin Li kok ü rehèn Xweşî ü aramiyè Di gerin ________________ Berèz ehmed silîman Dixwaze dewsa tirè bi gariske Berèz sergirdè partiya we Mida selahyeta wî buhiriye Milet li axaftinè wî guhdardike Jahrîdikeve Biraderè ehmed ______________________ Di baweriya minde
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Wè mirov nikaribe Avakirina xwe ü ramanèn xwe bi dawî bikin Bi taybet divè dema ku em tède Em gerekî lèvegerekène bi ahènga xwere bikin Ku hintişt di hişè mede Nakevin xidmeta kurd ü kurditanè Em wan ji hişè xwe bi alîdin Li berxwe rawestin Ramanèn xwe pakbikin Ji avakirina welatè xwere _____________________ Dada hovan ........ Bi çendan hevalèn min Xatir xwestin Ji mirinè re Ü ez giriyam Bi çendan kurd Beranberî sèdaran
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Ü güleyan Bi serbilindî rawestiyan Ü min Di paş sîbera xwede Xwe veşart Bi çenďan çav Di paş dergehèn hesin de Zindan ronî di kirin Li hèviya beryara dadè Bi darvebin Ü ez di bèdengiyè de Hinas çikandîbüm Li hèviya beryara Dada hovèn desthiladar ? _________________ Dibe ku hün nehèlin Helbesta xwe Livède bi dawî bikim Lè tukes ü tuhèz
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Wè nikaribin Diyardekè ku ez pè jiyan dibim Livè de Ji min bistînin? ___________________ Serokè min . Xaniyè di berpala çiyan de Nîşane ji hemî bayre Bayè kur dikî qeşa Ü bayè başür qeşayè di hilîne Xaniyè li banè çiyan be Ronî ü şemala hemî bajar Ü bajarokèn kurdistanè Di binya xwere dibîne Di şevèn ba ü bageran de Di pir ü teqleyan de Di bîne çawan stèrk Rècikèn xwe diguhrînin Bi avèjtin ü hilatina
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Rükè rokère Ji paş daristana Kaşkaşok hèrîşî camèn pencera wî dikin Ü her ew çav vekiriye Li ezman di nihère Serokè min? ............ _________________________ Bi bürîne limin amüdè Şevèdî ezmam li hèviya heyvè Xuyanebü ku ez bi cejinkim li amüdè Ü hevalekî kevin bi bînim Li ser cejnèn bürî bi axivin Min nedî _________________________ Li welatè min Hemîreng xwe didin xuya Ji bilî rengekî Cade ü kolan
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Xwe bi regè sor didin xuya Goristan Ji gorèn şehîda Xwe bi rengè sipî didin xuya Pèşberî her malekè Konè reş vegirtiye Xwe dide xuya Dîwarèn Herifî xwe pèçandine Bi wèneyèn şehîda Tenè Rengè jiyanè Di nav dinanè segan de tète cütin Li welatè min Jiyan tenè bèrege Baweyèn jiyanè Hinas çikandîne Herkes gerden Dagirtî ne ji qèrîna
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Berxwedan Divèt destpèbibe Pariyèn xwe Ji nav qîlèn segè har Derxînin?-----------------------------------------______________________________ Şev büdereng . Ji hizkirin ü bèrîkirinè Tiriboq ü laqirdiya Bi dîmenè tere dikim Her èvar Desten min radipelikin Zeviya bin gerdena te di pîvin Derdikeve pîvaneke cîhanî Bi burîne gava dest dirèjiyè Li gulîstana te dikim Paxil ü buxçikèn te di pelînim Li gurzek bîranîn di gerim Da di guldanka evînè de deynim
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Li ber çipe çipa gernijîna Ü kişte kişta nerîna Westiyayè evîna kevnim Rèwiyè rèka dürim Şev büdereng Şüngeha civana bè denge Ü ez li hèviya te tème sotin Weke findekè Ü tu nehatî Tu nehatî ====================== ____________________ HERSiBEH Hersibeh hevjîna min Ji xewradibe Camèn pencere yè dişo Zelaldike tenik dike wekî dilè xwe Ta ku hertiştî di cîhan de bi bînim Tabloyèn mîna çavèn wè
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Mîna buhara gundè me Toza li pè keriya Havîna berw bi ezmande hildibü Şüna lèvè minî zarotî Di camèn qeşagirtîn Di zivistana de Hertişt tère tète xuya Ezmanè şîn kamp ü konen penabera Gava serè xwe dispèrim camè Dengè ken ü giriyè zaroka Xuşe xuşa lehiya çem Wè gavè tè digihèjim Ku ezjî perçeyek Ji vè gerdünè me Ü her tiştî di bînim Li ser mèzè çawa serkèşè Pariya dozè ü milet difroşin ====================== _______________________________
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
BiXWAZE BiNASE ku mirov jîndarbe ü hertişt Di dilè mirovde şewitî be Rabe ü rünè ji èşa bi hewarke Ü laşè wî bè birînbe Bejin bi lerize ji rawestanè Dil her torebe ji jiyanè Ku hün bi xwazin vè èşè binasin Fermo rüpela bîranînè welatiyè min bi xwînin Yan hün bi xwazin Kul ü derda binasin Xweberdin nava kampèd dime Bakur başür rojhitat rojava An ku dibe bela bibe Çi kondibe bela bibe Wè pèçkèn di landikè Bo we bi bèjin Ku hün bi xwazin mirinè bi nasin Xwe berdin ser rèka
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Kocberbin ewartebin Kalbe pîrbe qîzbe xort be Wè bowe bibèjin çend rengè mirinè Li welatè min hene Ku hün bi xwazin Evîniya welatè min bi nasin Werin ber sîpera dara Ber pala lata Xuşe xuşa cihok ü rübara Bèdengî ü aramiya kanîkèn Kurdistanè Girèkè bi beniķèn şaxave Bihejmèrin hünè zanibin Çendî hezkire miletè kurd ====================== _______________________ Ji roja rojde dijminè Miletè kurd Piştgiriya nezanèn kurda dikin
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Ü berw bi pèşde wan di din Zanèn kurdajî Karèt diwan Beranberî van nezanaye ______________________ Dev avètin ü èrîşkirina bi peyvan Her dimînin peyv Dibèm ku mirov Li ser mèzekè rünè Ü mijül bibe bi hevre Mirov dèkaribe Pèşerojek dirist bi afirîne Ji miletè xwere ? Ezezyeta me ü diktatoriya me milet ji hev bela kiriye Bi evîrengî emè nikaribin Hîkariyè li derdora xwe bikin ü guherîna di herèmè de bikin ___________________________ Zindan kirina evan endamèn yekitî ü partî
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Di evè dema hesas de Hilkirina perè çengè siyaseta rojavaye bi taybet Ü kurdistan tevahîye? Bi taybet kesekî wekî mamoste hesen salih bîrwer ü kevintirîn siyasetmedar Xwedan kedeke bè pîvan Ji bîrbirina xwede Xwe bexşî doza miletè xwe kiribü Gerek cihè wî ü hevalèn wî Ne zindanbe Cihè wan dilè gelè wan be Ev çewtkirîn kiryarin Di mafè evan kesande ü Miletè kurd de __________________
Kevokek?
..================= Îroj xweşiktirîn kevok mir Ü gewdeyè wè ji ezman hate xwar
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Ezman firek windakir Xweşiktirîn dîtin ji kîsè çavan çün Bi xunava alendè Hate şiştin Hevjînè wè bi kerb Çengè xwe li hevdan Xewleyî refa firî Bi rokère berew bi avade bü Di terkè latekède lüsiya Ü ponijî nalenala xwe di rüt Ta sibeh hat Ez ketim lüsè wî de Nalîna wî li gorî helbesta min hat ____________________ Devè xwe ji gerdena min berde Gerdena min ne kole ü dîlè lèvèn te ne Tiştèn te ji min biriye li min vegerîne Buxçika peyvèn xwe hilgire ü here
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Hew were cihè civana Bila wiha bèdeng ü şevreş sünreşkek bi mîne tarî Neqşèn nîgar kirî Bi pîtèn evînè Li ser sînga lata pîroz Bila bimînin bîranînek Bè diyardek Di pütxana evîndaran de Ji evînère bibe gunehkarî Ku dilek dinav çirikèn xwede bada Li ber piyèn wè xüz di büm Şèrîntirîn tişt min di berde dan Ü hîç hest bi jana giyanè min ne dikir evînè ____________________ Amüdè .============== Ez ew yarim Yè di zindana çavèn Te yèn şevreş de dîlim
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Nèçîra gurèn harim Armaca tîrè hova me Nalerizim nalivim mertalim Amüdè ====== _________________________ DE WERE Her ku ez ü dilè xwe Bèyîte dimînin Di èvarè de Baweyèn bèrîkirinè Di keviya hişè minde Di bijkuvin Sînorè cidabünè Dil di hejîne Èvareke Buxçika wè dagirtiye Ji èş ü jana bîranînè Ji serdema şevè
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Di reve Xwe vedişère Di paş bendîmanè Çirüska ezman Li ser bèjeya erè nayè Pîrekiya te di neqişîne De were Payiz hat pel weşiyan Zivstan tèt Buhar hat ü tu nehatî De were ______________________ BIRADER Qîra dilè tirsok Nikare perda guhè Gendela derbas bike ?? Bi gazin ü lava Maf nayène stendin
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Ji kesèn xwe firotine dijmin BiRader ______________________ PÈşeroj penaberiyè ez fèrkirim Wateya jiyanè ku bi mînim Li hèviya dengvedanekè Zengilekî Yan badeya dagirtî Ji şahiya reviyayî Berw bi asoyeke nependî Vegere Ser mèzeya helbestè Di emsiyeke evîniyè de Hev himèz bikin Zanim rojèn tèt Dem yameye Li hèviya teme Li ser baskèn demè
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Di bin hîkariyèn Dîmenèn gernijîna Li şünme man Li ser mèzè Ü èş ü jan Bi mere man ? __________________ Zortirîn kelîk ew e Ku dem ji tere Li hev tét Ü rojén jiyénte térate Nekin Wiha tu téte guhertin Ü dem li te Werdigere Careke din __________________________
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
GEREK Li PEY şünwarek aram ========.== Le rojî dawî Ji jiyé her mirovekî Jiyaniya wî nosandiye Weku buhar Weku payiz Weku azadî Weku zindan Weku mirin Weku jiyan ? Le rojeyî destpéké Ji dayikbüna min nüsandîbü Le rüpela rojbîné Ewaretî penaberî Rev ü reviyayî Weke jiyana ji ber miriné bireve Di taya sibehé ü évaré de Wiha westiyayî li pé aramiyé
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Duhezar ü şazdeh westangeha Di buhirim Li rawestageheke xwe di gerim Ü her çirüska kevnewaran Bang li min dike Bang li min dike ? ====.= ________________ Divé kélîka sefera min de Bé poşmanî Xwestekén xwe bi xwaze Dibe ku carekadî Derfet nebe em hev bi bînin Welaté min ___________________ Îrojî buhirî bi kenekî Bi îrore Sibé wé bibuhire Bi şînekére
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Rojén tét nameyeke Dev kirtiye Çi nûsandiye di nava wéde Ez nizanim ___________________ PÉNCî Û HEFSA / ==== Péncî û hefsal buhrtin Ne ez férbûm neqşén Bejin û balate Û ne térbûm Ji xwedina xézén çavén te Péci û heft sal buhirtin Di landika xerîbiyéde Her tu té bîramin Baské hiş û bîranîna di livin Yek rojé ez haşnebûm Û di himéza tede ez tér xewbûm Péncî û heft sal bihirtin
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Wéneyén te di bîbikén çavén minde veşartîbûn Édî ez hew dikarim Navé te di helbestén xwe de Ez é binivisînim Çavén min dirjînin Péçiyén min di birin Ez hew di karim Di nava xwede te hilgirim Bera xelk û mirov tev zanibin Ku ez ji te hiz dikim Péçî û heft sal buhirtin Li ber penceré Çavénte li réka vegra minbû Bi bîranînare Te ez vedişartim Û Bi hinasare te hildikişandim Deriyé xwe li min veke Ez réwiyé réka dûrim Pişta min
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Ji qamçiyé xerîbiyé kule Péncî û heft sal Di zindana cihané de Deriyé xwe li min veke = __________________ Ta Ku serkéşé te ker be Wé kurtan Li tebe û bar li serbe Rişme di dest neyade Wé réka te wiha diréj be Tev kaş û ber be ber dergehé neyar wé Şûngevezka tebe Her wiha té xwelî serbe Xwelîser _______________________ AXîNKEK == =.==
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
îro ji welat min barkir Tiştek bi xwere Min hilnegirt Lirawstana dawî Cixareke min derxist Axînkek mindî Wiha vehûnandî Di himéza awirén lişûn min mane Te diku Ji xerîbiya minre amade kirîbû Axînk Li gora dilé minî jarhat Rondik Bi dîmenande Dihatin xwar Bezîme berw biberde Sîperek bû Ji bîranînén welat Hîn dinav bîranîné minde mabû?
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
?? ___________________ KESÉ férî koletiyé bûye Karé wî Li dijî azadxwazaye Ji tirsa azadiyé? Kesé férî azadiyé bûye Karé wî Li dijî koledaraye Ji tirsa koletiyé? ________________ VÉ ber évaré ? ======, çendî min dixwet Vé ber évaré Seré xwe deynim ser milé te Wekî menalekî Û bi bédegî bigirîm
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Réka minî dûrr û diréj Di bîbikén çavén te de Nîgar kirî Jiminre te nîşan bida AMÛDÉ Xerîbî daristaneke xemgîne Mirové xerîb Li ber pencera bé héviyé Di nihére li rojén xwe Hédî hédî berw bi ava dibin Wiha héviyén wî pére Li ber çavén wî winda dibin AMÛDÉ Her kesek beranberé Hestén Mirové xerîb li xerîbiyé Bé deng dibin Û ré nîşan didin Li wé devera dûr û bénas Gava navé te téte kotin
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Hinas çikandî dibim Perîşaniya min Di sûkeke bé ser û berde AMÛDÉ ? __________________________ ( MEYGER ) Werîne meyger Ji xunava rûké héviya Ji gezo û alesa lévén dilberé Ji birîné evîné peyaleké bicine Û bipéçe bi peliké nérgiz û nesrîna Werîne ji méşe û gulîstané liyané min Bila seré min weke sinbilekî Li ber baké hénik here û bé Mest bi mîne Werîne meyger Peyala meya qal Ji Kuwîzé kevnar
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Û Qalûnka min dagire Pétek ji aré dilémin li ser deyne Réwîké réka dûrim îro Bi desté min bigire û min bigerîne Li ba her tişté ku ji dayika min afirîne Li waré dilber bi nehérim Û bi şanazî rondika Bi ser hinarké rûde bi barînim Ku îro birça şah û xanima evîné Kavil bûye bûm lé diwîne ( MEYGER ) _____________________ #xêbeta penaberkî... bawer bi ke naxwazim te bi bî nim û li ber sîka bejna te weke evîn darekî rûnêm, ji te di revim
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
ta di be êvar li te vedigerim bi destekî vala.. dilê te dibînim... ji her kesî bêhtir... bexşedar bi xwere....bi xwere ... ______________________ Ji gernejînén li ser lévén te Ez hînbùm evîné lé evîna te Ez hînî gernejîna ne kirim Di dilé xwede ez te disojínim Tu dibé çima çavênte rondika Dibarîne ma yé agir di hinavé wîde péketîbe wé cawa çavén Wî rondika nebarîne ____________________ ZOrtirîn jiyan Zortirîn jiyan ewe ku mirov li ser xaka xwe penaberbe
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Li bajarén xewnên xwe bé çeng ù perbe Li ber ĺandika hévîyén xwe lal ù kerbe Xerîbe ji xwe ji xwe xerîbe Ma sernavé te di buxcika min de hilté Ez te bi xwere bajar bi bajar Bi gerînim amúdé Amúdé _____________________ Heyv nexwîyaye di pencera minde ú şevreşa min gelekî gelekí gerekî Heyvéye gula min çilmisî di guldankéde qahwa min cemidî li ser mézé jére li télêxin bera zú zùbé Badak meya qal ji kúzé kevnar Werîne ________________________ Bibúrînin ku rojek hat hùn ketin Malpera min ú we ev çarîn xwendin Navé min neynin ser zimané xwe Ji bo di bîranîné wede ne mînim ne
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Nebim kul ú derd ji were ________________________ Gelî niviskara Zimané zelal ú xweşik wéjeyeke serkeftí pék tíne giringiya tîpa nîne heke bi şéweyekî réxistí ya peyvek pék neyê giringî dide ciwaniyên di wéjeyéde ger ev şéwe bi nermî úciwanî ne réxistîbe di b er milet ú xakéde ti súdawé li civaté tineye ú bergiroyé di ber milede naka ______________________ Bi xwe hisîn Ci gava xwe di bînim Bi tené di mînim kovenda kul ú derda di dilé min de di gere Li ber saz ú awzén wan Rondikén bérîkiriné Li ser rùkê min xwe di hejînin Wé gavé bi kútbúna vejîné Ú béhézbúna bejna xwe di hisim
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
______________________ dilopên ji xwîna şorişgeran û hêsirên ji çavên menalan li ber dergehê sînoran qêrîna dayikan li ser gora şehîdan berzebûna yarekê sotina dilê evîndarekî û hêvîyên helbestvanekî di gel xewnên penaberan sînorê navbera dilê min û te hiltîne... ________________________ çAVêN TE xweş xamene du çavên te li pirtûka bîranînê gernejîna li ser lêva dermanê êşa birînê cado û kêşebendate dil kirîye heyecanê hiş ji mejî valadike diçim û têm wek hêlanê di himêza xeyalade
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
bûme wek pîrê meyxanê car di bînim li ber çava car di bînim wek leylanê jan berdaye nêv hinava êş mêvane li birînê kul û xema di lorînim çav nabîne qet razanê kengî tê bê serdana min gulkê bîne pêr mizgînê nameya hestê birîndar ji kovana û ahînê guhdarîke li dilê min li lave lava evînê hêvî hemû raxistîne li ber pête şeha jînê nerme nermî piyan bavê ji te divêm lêbûrînê eger yarbe dil beyare an neyarbe can bistinê
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
bera miryê destê te bim ne jîndarkî li pêjînê şev û rojan bi bûrînim bi şevpestan di vê jînê ______________________ PERCAK JI HELBESTA MINE jiwilo bêhtir vî dilî xembar meke çimkî tu guleke di deşta dilekî beyarde ji çendê salan baran lê nebarîye û buhar lê nebûye xunava rûkê te kok û gîhayê vê deştê şîndike de were konê xwe lê vegire bibe kocerek hêvî û xwezîyên xwe lê bi çêrîne havîn di ser piştame deye û buhar gelek hişk kirine __________________________ hey xweda çima te nekote min te ez dam
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
rêwî hiştim li ser rêka bi dû hêvîyên berze ûbîr anînên kocber bûne ji warên xwe roka min te biriye kiriye êvar şemala wê vemirandiye bê hêz û birîndar li ser sînorê mirin û jiyanê di cenga bêrî kirinê de te ez hiştim _________________________ ev demeke di himêza melûlyêde di bin konê penaberiyê de xwe di cimînim bi serhevde ka karibim pira ezman bi bînim yan paşeroj ji minve xuya bibin an xwedê beryarekê ji min re bişîne dorbîna min baş karnake ??? ez çibikim _______________________ DAYê îro te koca xwe ya dawî kir
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
li min helalke keda xwe ûmin bibûrîne hêvîya min bû di vê rojêde serê te li ber sînga minba gava te çavê xwe dan serhev û ne li rêka min ba dayê wê gavê minê darbesta te bi milê xweda bi dilekî şad te sipartiba gora te lê ez çibikim tengasîya em dûrî hev xistin te koca xwe barkir me hev nedî dayê ti çû ber dilovaniya xwedê û ez di bin cadira penaberiyê de dil ji kestî mame dayê min bibûrîne ``````````` __________________ XWEDA mirin ne tenê dil di weste bê hêvî bûn mirine hêvîmayin mirine girêcanî mirine pêşeroja nexuyaymirine
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
mana di bin cadirê de ji xwê danê cilê te dibin av mirine xweda me qesir û qonax navên me perejî navê me hinek bayê hênik ûvehisîn di vê ___________________________ PIRSYAR we carekê pirsyar kirîye jimara mirova gîhaye çenda di vî kewkebî de û ev kewkeb çend mirova hiltîne gava jimara mirova bêtirîn pîvanê be li ser evî gerdonî pê divî ye ku em lêvegerekê ji xwere bikin ka ji kîjan qatê milet di vê kêm bibin û ji çi edyana û piştî welatên ereba wê dora kêbe ji ber mirovên nezan li ser pişk û parî yê zana di jîn __________________________
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
EVê HELBESTê DI YARî DIKIM JI WAN KEçêN DI SîNGA şERDE LI BER SERMê ûGERMê çEKêN WAN LI MILêN WAN BERXWEDANê DI BER XAK û MILETêN XWEDE DI KIN îro sitûna jînêye tu bi bawerî çi helbestê bo te bi nûsim di yarî ji keçare dil û ceger di binyarî nehêjane êş ûelem jê dibarî ji keça kurdre sipasî ûpateyek berxwedana ku tu dike bûye findek dadê gerdon te kuhertin tev bi carek ji jinêre di cîhande bûye şanek rext li mile can sivike wek çip çip ke cengê di ke di rex mêrde êrîş di ke hêvîyên wê serkeftine dest sivke bi dil kî req dijmin gule baran di ke ji erkê xwe xwe nade paş bê şik û şek îro bi wê serbilindin kurd bi carek di kozik û çeberade xwedî parek
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
ji dozêre xwe di bîne berpirsyarek xwe ava kiriye ziman renge renge bi destekî pênûse yekî tivge jîn wê daye jinê pir bi navûdenge çendî bêjim ji boyite pev bê çenge paşçav nabe xebata te keça kurde te hilkirne ji pêşiya xwe sinc ûbende paşgezên te kolayine di gerdûnde peykerê te li muzxana serbilinde ////////////////////////////////////////////////// ////////// /////////////////////////////////////// ________________________ KARê MEJî çIYE DI QûQê MIROV DE febrîkake hiş di afirîne hişjî mijûl dibe di gerekî ûpêdivîyên mirov de wê çawa halîkarbe bi bejna hiş ûmejî di jîn têde cîhaneke ciwan û jiyaneke xweş ji vê bejnêre bi afirî ne
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
hiş lerzînokên xwe berdide gerdûn ji ber hev reng û hizkirinek di nav bera wande heye ew jî kêşebendîya xak ûsuriştê ji ber mirov ji vê xakê afirîye xak û gerdûn dê ûbave ji mirov re xwestek ûpêdiviyên merov di gerdûn de peyda dibe mirov çawa kare wan qezenc bike radarên xwe pêxe û lerzînokên xwe berde gerdûn bi dilekî tije bawerî bê şikûk ew lerzînok wê kesna bi bînin ku halîkar bin bi riya kêşebendîya wî daxwazên wî pêk bînin _________________________ min hinek siyaset kiriye û hinek ji dîroka xwe jî xwendiye û çend rûpelê felsefê jî min xwendine û dîroka tore ya xwe jî min xwendî ye û ev demeke li ser mirovên durû radiwestim ku rojekê kurdayetî ne kiribûn peyê rêjîmê bûn
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
îro li paş mêzê rûdinên xwe dikin xwe danê milet û xakê rêberiya milet di kin û ez tifa xwe di civînim ser hev li hêvya wê rojê me ku bê ez li berwan rawestim bavêm nav çavên wan bêjim ne hûn xwedanin ______________________ DîşLIYêN DEMê erê erê sîbera min ta tu jî ji min di reve bejna min jî qerfên xwe bi min di ke jiyana xapînok weke dîşliyên dem jimêrê bi dizî di gere û min di xapîne evîna min jî li ber dergehê dilê wêran rûniştiye lave lavê ji bê nerxiyê di ke wê gavê min di zanîbû ta bi yezdan jî ez ji bîrakirime
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
mahûn di karin bawer nekin tu hêz li bawe heye hûn min bi parêzin??? ...... _____________________________ MESELEK ME KURDA HEYE
DI Bê RIH DIBE BI HIST DIJMIN NABE DOST
ev teqînên têne kirin û miletê ku şehîd di be qurbaniya rahiştina sînorên navbera perçên kurdistanê û ava kirina dewleta kurdîne neqiş ûpirojeya bi hev vekirina perçên kurdistanê akama xwe li hin dewletên ser sînorên kurdistanê di ke yek ji wan dewleta tirkiye ev teqîn nerazîbûna xwe di de xuya pirotokolê hatine danîn bi eyranêre tirseke mezin dixe dilê tirkade herêmeke li ser sînorê wê di bin bandora eyranê debe
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
ji her alîve nerehetiya xwe di bîne çi siyasîbe an aborî be an olî be yadin nema kare bandora xwe li kurdistanê bi ke girêdana herêmên kurdistanê bi heve ta ser avê derfet çêdibe bi kurdare ku têkiliyê xwe bi dewletên ji dervere deynin ji ber vê ne ji bercewendiya dewleta tirkîye ku ev sînor bêne hilanîn û bajarên kurda bi heve girêdaybin ta ser avê bahrê _____________________ HEVALNO Yêdîwarê hewşa wî nizimbe her kes xwe di sere davê em tevde hostayê lêkirinêne û kesî dîwar lêke tine ji bo bercewendiyên xwe yên şexsî û ezezî em bûne şagirt li ba xelkê
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
__________________________ Vê hingê kêlîkek ji valabûna demê li ba min heye ku bi mînim li hêviya alendê ka çawa tîrêjkên rokê û gulê di bîbikên xwe de vê sibehê hev himêz di kin berî banga êvarî bande û xew xwe berde ser çavê min ez têr bi bim ji nerîna te di vê kêlîka bêrîkirinê de ku hîn zengilê telîfona te lê neda ye __________________ SIBE BAş HEVALNO Eger min gulîstanek gula heba minê pel bi pelê rengîn û bêhn xweş bi çinyana û li ber pê te raxista gava tu tê û di çe eger min ziman heba minê hemû peyvên xweş û şêrîn
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
ji ferhing û pirtûkên evînê bi hev dana û ji tere bi gotana gava tu tê rexmin lê ez çi bikim di vê xem gîniya xwede min çav hene lê ziman nîne ku ez pesnê te bidim ûbidim ________________ EGER KU cîhan li te teng bû dilê min gulistana gulaye bo vehisîn û aramiya te Eger jiyan bi te tahil bû himêza min kanîka şêraniya jiyanê ye min nehêle û neçe biyaniyê çûna te ji bîrkirina mine û winda bûna te ye KURDO _______________________ MIROVEKî belengaz û eware li karekî di geriya ku xwe jiyan bi ke hate kundekî berê xwe da oda axê bala xwe dayê
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
cotên tajiya li ber odê girêdayne û ode geriyaye ji mirova li dora axê li ber derî xwe berda erdê AXA kote belengaz tu li çi di gere ku axayê min ez mirovekî belengazim li karekî di gerim AXA ku te belengaz çi kar ji te tê AXAYêmin her kar ji min tê ku tu zane nêçîrê bike ku erê AXAYê MIN axa KU başe here li nav tajiya rûnê sibê ezê te bi bim nêçîrê bû sibe rişme xiste serê belengaz de berê wî da zevyê geriyan li wê zevyê ta bû êvar ti nêçîr ne dîtin vegeriyan li vegerê li gundekî wêran rasthatin dengê BûMA LI ser wan kavila di hat AXA ji belengaz pirsî ku ma tu bi zimanê wan zane ku çawa
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
AXAYê min ku di bên çi ji hevre belengaz ku AXA yê li ser wî kavilî qîza yê li ser vî kavilî ji layê xwe re di xwaze jê re di bêje qelenê qîza min heft gundê wêrane yê din di bê saya serê AXAYê setemkar tu di xwaze bîst gundê wêran ezê bi dim te ....... ______________________ bodilên kurda ji nivîskarên kurda zanetirin simaîlê dîn hate qeretepe bîstekê li ber dîwar li nav merya rûnişt em lê hatin hev rabû serxwe here gundekî din kîha ser bênderê gund bi kevira em bi dû ketin li me zîvirî xeberin kutin me ku law ez nedînim hawa bi hemed salihê mele kevra bavênê ku ji berwe bazneda EVJî NIVISKARêN MENE
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
dawên xwe tije kevir kirine û bera dû partiyên xwe dane...... ____________________ SIBE BAş şevê dirêjkir hêz û xwe girtin nema Li hêviya alendê di nav qelşên şevêre bê xewnên min ji xwere nîgar kiribûn bîne ezmanê jiyana şewitî bi wan rengîn bikim perçakî ji demê bi dizim dûmahîka jiyna xwe bi wanre bi bihirînim ________________ ROJ BAş GELê KURD pêdiviye di vê dema taybet partî û milet lêvegerekê ji xwere bikin guftûgoyê li ser pêdivî û gerekiya herêmê û bercewendiyên gelêxwe rawestin li ser êş û azara vî miletî ji çendê salan de
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
û keda qîz û xorta ku ev ked bê hûde neçe di ber kesayetî û ezeziya partetiyê dem li me di buhire her kesek berpirsiyar û tewanbare di ber dozê de dîrok dilovaniyê li kesekî nake çi kesê ku destên wî ji hevdûrkirina milet de hebe j ji bo bercewendiyên kesayetî wê bê şermezarkirin di dema pêşde _________________ EVîN Evîn pirtûkek dev vekiriye her evîndarek muhra wî lê heye lê xwendina tîpên wê zimanekî wê yê taybet heye divê bawername te wergirtibe ji zangoya evînê ___________________ li ber dergehê xêbeta xwe her êvar weke evîndarekî
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
di bin tîrêjkên tarîşevkan xweziyan di rêsim li hêviya alendê ji paş çiyan derkeve pêşewaziya wê bi kim mizgînîkê bersivekê ji te bîne di şahiya kul û derdê minde ronî bide pencera xêbetê derkevim ji gerîneka tenêtiya xwe têkevim diryana çavên te yên zelal û hino hino binav bibim serav bibim xilwet bibim di himêza hêiyan de sorgulan bi avêde birdim bendehoş bi mînim li vê kêlîka nav bera hestên xwe û omîdên te weke meynoşekî di himêza xwede te bi guvêşim mest û heyran bi mînim di meyxana te de .......... __________________________
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
ROJ BAş HEVALNO Vê sibehê kêlîkek vehisînê li ba min hebû ji demeke mirî di jiyana minde bi bûrînim bi omîda xwere bi diyardekî dil jikestî ji hîkariyên jiyanê dergehê zindanê li hinasê vekim bera ziman azad bi axive bievînêre û şirove bike gerekî û pêdiviyên jiyanê çine ji mirovare ... ___________________ vê êvarê heyva rûzelal bi bêdengî li stêrka di nere û di ponije kesera bi dû kesera de ji dil di kêşîne şeva hênik rondika bi ser suriştê de di barîne
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
vê êvarê hertişt melûl û dil jikestîne çavên xew xwaz _________________________ SILAV û RêZ bo niviskar û siyasetmedar û zanyara lê vegerek berfireh gerekî ramana girêdayî bi daxwazên mere divê di jiyanê de çi hêjaye mirov di berde bimre çi hêjaye di berde tu bê kuştin çi hêjaye berxwedanê di berde bike sala bi bûrîne ji jiyê xwe di berde ta tu bigihêje rastiyê ji ber ku cihê qêrîn û hewara di dilê mede nemaye ؟؟؟؟؟؟؟؟؟؟؟؟؟؟؟ _______________________ BIRA MIROVê nezan bareke li ser milê mirovê zanaye ji ber ku vîna wî qelse hîkariyên jiyanê zû akama xwe lê dike
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
û wî di guherîne li gor sîstema xwe MIROVê zana vîna wî xurte ji ber vîn ji çandêtê ew hîkariya xwe li jiyanê di ke û jiyanê di guherîne li gor sîstema xwe ??? ____________________ NAMEYEK JI XWEDêRE Hey XWEDA çima te da rû bi xala xwîn şêrîn zûbû te bir ji dîna wê têr nebûm ez bi tenê hiştim li ser rêka bi dû hêviyên berze û bîranînên koçber bûne ji warên xwe roka min te bir kiriye êvar şemala wê vemirandiye bê hêz û birîndar li ser sînorê mirin û ji yanê di cenga bêrîkirinê de te ez hiştim
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
XWEDA ma te nizanîbû hîn min di vêbû ew dilber çi dil di sînga te deye çi cerg di nava te deye ma tu nabîne yan yan nabihîze refê şahiyê te firandin ji dil rondikên sar û cemidî te hiştin li ser rûkê min gernejînê min pûç û zihakirin li ser lêvê min XWEDA te ew bir te ez hiştim li ber tevna evîna wê ji buxçik û birînên dilê xwe gulok bi gulokên dîmen û bîranîna bi xema re di rêsim di kime konek li ser lêvê birîna xwîndar vedigirim bi tabloya bi wêneya di xemilînim peykerê xatir xwestinê di afirînim bi rondika sêwî û kesera di gerdena sipîde asê mabû gazî min dikir XWEDA li ber derguşa omîda birîndar
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
helbesta xwe û wê di nivisînim da bişînim ji her hevalekîre ji her penaberekîre ji her evîndarekî ku ji yara xwe dûr ketiye ji her guleke hişk bûye di buhareke bê baran de dadgehekê damezirînin ka tu tewanbarê guneh kare an ez tewanbarê guneh karim XWEDA XWEDA ????? ____________________ serkêş di bêje ev pêncîh salin ez li ser vê kursiyê rûniştîme wateia kursiyê û serkêşiyê ez baş di zanim ez jî dibêjim ev pêncîh salin ez dijîm wateya jiyana bindest û jiyanê baş fêm di kim _________________ PêNûSA MIN
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
ji min biger pênûsa min ziman nalive te bi nûsîne tenhay êvar gewdê min di pêçe çav ji toz û dûmanê pêve nabîne zaz û awazên tên guh tev qêrîne dil tepîne pênûsa min ji min bi ger dilopek av li bamin tine ji bo rûkê keçikên şingalî ku li bazara têne firotin û penaberên kobanê li ber sînora qêrîna dayik û bava li ser gorên pakrawana gewriya wan ziha bûye ji min bi ger pênûsa min peyv asêmane ji gewriya min nayêne der ji bo menalên mişext û xortên sêdara wan vegirtî
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
pênûsa min ji bo lêvên te yên ziha û çavên te yên matmaye ji dîmenan ji dengvedana dengê tere cîhan dagirta û ji şingalê bi gihişta kobnê pênûsa min ____________________ HELBESTVAN ji ber hest û diyardê nazik zû hîkarî lê têne kirin pêhisîn û kêşebenda wan ji ciwanî û setemkariyêre hema her dilêwî barkiriye nîvek ji barê wî êş û kulên mirovane û nîvêdin gulên sore di bê dengiya jiyanê de çavekî wî li mirovatiyê ye
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
û çavê din li rêka omîd û hêviyên wiye ku bên gula raxîne li ber piyên wan di cîhana helbestêde welatekî avabike ala wê evînbe =============== diyardek = احساس hîkarî = تأثري kêşebend = جذب __________________ GERîNEKA Bê DENG rûniştiye li ber perê avê bêdengiya xwe himêz kiriye bi hestekî reşbîn nameya bi avêde berdide kilîşên wê di navpêlan de binavdibe ser av dibe di gerîneka gera demê de bi bêdengî li evîna xwe ya weke hêviyên min
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
windayî di gere ____________________ HêVî MA û MA hêviya min hevala zarotiya min yar û evîna hest û diyardekê min hîn ji te bê hêvî nebûme fincana te li rex fincana mine çav li rêkatene di reşbîniya minde tuye geşbîniya min di hevrêkiya min û jiyanêde hinaseka herî dawiye ji dilê min jite bê hêvî nebûme hîn tu hêviya mine = hêviya mine ______________________
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
?? ku tu bixwaze di vî welatîde jiyanbibe di vê hergav tu dev li kenbe ??? ==???????????= di bêdengî û newêrekiya minde êş û kovanên min ahinga xwe li dar dixin li ber deng û awazên wan pênûsa min şiyar dibe çavên xwenî xilmaş ji nav lêvên birînê vedike di qelş û terkên birînare bi xilmaşî dinere berê xwe di de xêz û rûpelên gaziyan bi wêrekî bandike bi navê te leşkerê tariyê destên xwe di xe gerdena min ber çavdibe dîmenên te awirên te weke hevirmêş bi bê dengî bejna min dipêçe
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
xwardibim bi sertede maçdikim dûmahîka hêviyên xwe divî welatê derewçîn de ?????? ____________________ mirî bi mirinê na êşe lê jîndar bi mirinê dêşe ev jin şervana H P G bizndî hate dîlkirin di encama azardayîneke dijwarde ji aliyê polîsê tirkve hate kuştin û termê wê yê pîroz wisa bo kolanê hate avêtin ==?li gundekî derdorî mûşê ?? ______________________ çi cidabûn dinavbera me û oripiyade heye ewan nîvê xwe yê xwarê vemirandine û nîvê jor pêxistine ??? ême me nîvê jor vemirandiye û nîvê xwarê pêxistiye ???? evaya cidabûne _________________
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
ku te xwest babetekî binivise li qermîçokên çavê penabera biger babetê tu bixwaze têde tê bibîne ?? ? yan te xwest baqek gul diyarîbike bo yaraxwe li serê kuça yan li kolana bine li ser destê penabera çilmisîne ?? __________________ KURDISTANA SûRî çanda fen û derewa li ba ber pirsiyarên rojava bi giraniya xwe ya sivik û kutinê xwe yên giran rojava we valakir we hajixwe tineye hûn mane mixtarê gundê wêran _________________ DILê TêRXEM dema çavête
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
çirûskên evînê vedijenîn û ber bi dilê minî tagirtîve tên dereng di mînin bi rêde ta xwe bi minve di gihînin evîna min serê xwe ji landikê bilindike li çavên te dinere çirûskên wan weke tîrêjkên roka sibehê nerm û balkêşin bi nermî xwe berdidin damarê dilê evînê nizanim çiye wiqas balkêşe rûkêteyî yê têrxeme yan lêvên teyê di lerizin ji tirsa ramîsana mine nizanim nejiber herdû mêkewên liber pala çiya di ser hêlînê de qerimîne li hêviya mêtin û gezên mine
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
yan ji cenga dû biskên te di gel bayê êvarê distrên û razên te ji minre di bêjin nizanim ji ber herdû çavên tene hêvî û xweziyên xwe di wande di bînim û min ji min di dizin bê bersivdan ber bi xweve tîne nizanim ne ji hêza helbestê ye ne ji êşa evînêye ezê çawa xwe li ber vê kêşebendiyê bigirim û bersivdanê bi dim ji te hiznekim te himêz nekim veşarên te nepelînim di vê kêlîka xwe ji bîrkirinê de
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
şêrîntirîn helbestê ne nosînim ne nosînim ??? _________________ NASîNA RASTIYê çima mirov rastiyê nizane jiber herkesek li gor rewşa aboriya wî ramanê wî tête guherîn ji rastiyê digre li gor gerekiyên berxwedana xwe bi jiyanêre û manaxwe dirêjbike bêhtir ? bi çav û nav netê nasîn mirov jiyaniya wî nasnava wiye ku rûpelê jiyana wî nexwîne di raman û rastiya wîde ne tête gihajtin ?? _________________ EV HELBET DI ZIVISTANA BûRîDE LI KAMPA DOMîZ HATE NIVISîN ? JIYANA KAMPê
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
guve guva ba xum xuma baranê şirqîna ewran zemherîr tê navakon pûçdike pêşiyaxwe hêz û viyana min dadiqurtîne stûn û darçît di lerizin ji hîkariyn wê vê êvarê tiştekî naxwazim tenê karibim serêxwe deynim cihekî û bi aramî razêm parêzvanamin jimin dûre rêçik û kolan berfê nixumandine di şevên wihade geh wê ez dihimêza xwede diparastim û geh min ew diparast di himêza xwede çilo karibim bi vê bejna herifî diser konên razayîre di rex refên mêşên çavkore di ba pêçekên berfînîde xwe bigihînim himêza te şop û xaçrêkên gihandinê
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
li bermin berzebûne û piyêmin min hilnagirin ku bêdeng û pêjin hilkevim jor bi nermî pencera te vekim di himêza tede razêm û xew şêrînbe ROJAVA XEW şêRîNBE ? ___________________ beyan baş K R A silav û rêz ji serê gêj ji bada bêmêz bo herkesê aşvanîbe diçe aş û tê ji aş ker di kule bar li mile dil bi kule di vê jiyana bê qeraş ____________________ rudana pirtûkên olî ji JINêRE çiye
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
JIN kême û bikêrnayê ? di virde divêm bêjim ev ruden ne diriste vê rudanê hîkariya xwe li mêrkiriye ku JINê bi bîne hevtarek li ber destên xwe û nêrwa xwe lêbike ? ez dibêjim JIN jiyane jiyan hizkirine hizkirin pêşketine JIN wêneyeke ji mine bi hiş û wêreke derfetê bidê xwedî dan ? _________________________ MIROVêN HIşMED û BîRAWER bihiş û bîrên xwe nava xakê kolan hertiştên wê naskirin bi zanebûna xwe zeryanên qeşa girtî şikandin xwe berdan binê diryana
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
diriv û nîşanên lehing û masiya naskirin bi hiş û bîrên xwe çûn ezmana kewkeb bi kewkeb naskirin û dan nasîn ji mere lê kirin û nekirin kilîta deriyê dilê yara min nasnekirin û nasnekirin ____________________ JiNEKE PENABER çito dengê xwe li te bikim dilê te yê tenik weke camê di bêdengiyê de şikebare Her êvar li devê kon rûniştiye çav li rêka hêviyan qerimîne bi serê xwe girtiye diçe û tê bi hişê xwere bêdeng û pêjin diaxive Geh di zelalbûna rondikare dibîne
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
û geh mij û mûrane li pêş çava omîda çarika li ser rûkên xeman hilîne bê beranber Bi nermî û germî ji westana kolana wê misde di xewde wê bihêle çira lê vemrîne şûnpêkên xwe di hindirde ji bîrbike Firişta parêzvanê wê bihêle wê xew şêrînbe wekî heyvê di himêza çiyande raserî diryana aramî bê sînorbe çito dengê xwe bi zirzî li tebikim û di paş peykerên omîda de bi dilekî guvaştî xwe veşartiye di himêza mijûliyê de û hino hino tu ava dibe winda dibe penabera min penabera min ?? ______________________
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
RAWESTANGEHA AWiRA Bejnek li hevhatî êmîş gihiştî li şax û çiqliyan bihok daketî dilê min bijiyayê divêm ez herim di gel awira li neqiş û nîşana serbest bi gerim xwe çenkim serçiya bi herikim li kaşa têkevim hêlanê li westangeha awira bi aramî ez razêm li ber ba û bagera hinasa bi kêşim ji babilîsokên himêzê nêçîra xwe bikim
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
li ax û oxîna surişek ji xwedaye li bamin û wê di bawe û gerdeşa badeya bighêrin ku ez ji hişketim bawe min guhertin bi tenê rûniştim sistbûm guhdarbûm li avabûna çavên wê zanibe meya ji lêva girabû ji hiş birime weke menalkî li ser dilê wê bêtirs û şevpest aloz û qurnisadî li ber têhna wê ba û baweşîn ji bisk û guliyan
Buxçika Hêviyan
Helbest
xunav tête xwar ji çen û gerdenê buhiştek nedîtî li bejin û bedenê xweda ew daye ji bo min bi tenê jiyan di gelwê di westîne çirikên demê ken û gernijîn di nav lêva de ayetên li çava nehatine xwar ne bo îSA û ne ji bo MûHEMED tîp û çarînên helbesta min jêne ?? _________________ NiVISîNA HELBESTê Helbest ne ristina peyva
Ahmed Azîz
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
û diristkirina kêşe û sazyê ye helbest hewildaneke ji diyardek û heste bo berçav kirina naveroka veşartî ji rastiya birînê bi darvekirina dîmena bi şêweyekî azad di hizir û rêbazeke helbestî de bihête afirandin ________________ ZORTiRîN KêLîK şevbaş çavên xew xwaz vê êvarê bêtirs rakevin bi aramî dil bêdenge ba nalive pêlê diryana yên hov westiyane daristan di şevreşa xwede bêdeng mane
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
gul di gudanka de razane perperîk li ser pel û giha niviyane çavên xew xaz baqa li ser avênxwe dest û ling ji berxwe berdane di nihirînin ji xwere vê êvarê hertişt li cihên xwe vegeryane çavên xew xwaz heyva rûzelal bi bêdengî li stêrka di nere û di ponije kesera bi dûkesera de ji dil dikêşe şeva hênik rondika bi ser siriştê de di barîne vê êvarê hertişt melûl û dil ji kestîne çavên xew xwaz dilê westiyayî vegerin cihê xwe nema bitirsin di rêçik û kolana de hew hûn di terpilin li terim û kuçan axîna palmê ya kûr hinber pêlê mezin hew tê guhê we
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
ew findê di çirisandin di şevreşêde xwe vedişartin ji ber tirsê hew hûn wan dibînin xewa şêrîn bikin vê êvarê xak parêzvanê weye sibê firişte û perî mêvanê wene çavên xew xwaz dema bi destmin ez jê bêhêvîme hevalê şevamin kul û xemgîniye yên rojamin rondik û girîne şeva we xweşbe çavên xew xwaz şeva we xweşbe ___________________ KOşKA HELBESTê Di koşka helbestê de naxwazim zanibim çi dinûsim pênûsa min dîmen di serê minde di zîvirin
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
wekî menalekî dê û bav windakirî li ber sînora hinasa bi êş hildikêşîne gelek hêvî di sîngê de wiha ji kestî û qurnisadî welatê rojê hiştî berew welatê şevê diçe wekî nexweşekî berî mirinê li ser darbestê berew nexweşxanakê ji tûndiristiya xwe bi hêvî û bê hêvî gazî dike hooo ? nema karim bilivim xewamin tê ev dîmen dizîvirin di serê min de pênûs di lerize di sêdara destê min de hew di kare berevaniyê bike dîmen berevaniyê ji mere dikin ji tirsê em di revin û birçîbûn li pême ye
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
mirin bi mirinê re em di guhêrin êdî di jiyanê de cih nemaye ji mere pênûsamin cih nema ye ___________________ Hin partiyên me dibên emê derkevin mûzahera bo van kesên koçberî orupa dibin ? gava mirov nikaribe berivaniyê di ber miletekî de bike gerek mirov xwe nebîne bav bo wî miletî ? ji cendê salan de evî miletî bi xwîn û xwêdana xwe ax û bajarên xwe parastine û ava kirine ne bi hesaniye pişta xwe pêde û derbeder di bin ji ber pişgirî û halkarî nedîtin ji we evê hûn xwe dibînin serkirde û pêşkêş bo miletê rojava çarsal ketiye sala pênca we ci pirogiram amade kiriye bo miletê perîşan ku dernekeve ji welat ji lay jiyaniya wî rojane yan tamînkirina jînek azad
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
li bajarê wî ? ku hûn jêre bêjin welat bernedin û bajara vala nekin berî her kesekî we welat hiştiye û hûn û zarokên xwe ji welat derketin _________________ êDî BESE MiRiN Ez dam jiyanê bê pirsîn û şêwir mane ji mafêmine kengî biwazim dûmahîka jiyana xwe ? bo çi ez ji dayikbûm çima nabe li gor xwestekên min ji dûmahîka jiyanyêre ku bêjim êdî bese mirin ta evî sînorî ______________ HESTiYAREK Dema miçguliyan nîvenîv vedike wêneyekî riwekî
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
ji rûdêmkên xwe li ser dîwarê dilê min di afirîne nizanim çi dibêje lê ez dizanim xweşe û baweriyê pê tînim ji bîrdikim rojbîna xwe ji bonî wê dijîm û jêre di nûsim nameyên evînê ji deyardekê xwe ?? __________________ Sersaxî bo herkesekî hîkariya dîmenê ALAN li wan bûye ----------------------------------ALAN min nedivabû di şînî û bêdengiya xwe bo te binûsim lê dîmenê te
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
ji min negeriya şîneke kûr di dilê minde danî hişte êşekên netewiya min di birînên xwe yên pîr werdim çendrojek vehisîn ji mafêminbû ji westiyana ramana û cengên bêserûber berw bikude biçim bi argir yan bi avê de birînên axivî û xwîndar nîşanî cîhanê bidim ___________________ çendî zana û bîrawerbe zimanê tu pê bandike ku ne mîna zimanê wî gelî û netewa lê gazîdike cîna de di navaxwe de te naparêze û xwe naspêre te ji ber bi lêvkirin û axavtina peyvên banandinên têkiliya ji yên wî miletî cidaye dibe egera ne banandina wî miletî bote
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
û ked û karête dûmahîkê vala derdikeve __________________ BiBûRîNE DIL Ne ji pola û hesine li ber kêşebenda te awirên xusrebazî lerzînoka dikin karde hestê mirov di livîne tevzînoka bi laşve tînin li ser lêvê gulek sore pêşkêşî dil kora dike yên dil korbin çi zanin cejna pîroz bikin ku ne cadobazên evînêbin cejnê bi lêva pîroz bikin li meyxana bejna te çinge çinga badeyan kin gera gerdûn rawestînin serî bi rengê hêlanêkin
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
di bawe û gerdeşê evîn da cengê di gel rojan bikin ne roj biçe ne sibeh bêt dergehê pûtxaneya pîroz bite serbest û azad bike li şûnvegerka evînê nimêja parastinê bikin di guvaştoka himêzê da ramîsanê di nav lêva li hêviya pîrozkirnê pîroz bikin pîrozbikin __________________ Dîtina min bo te hizmêz kirin bû ne gazin bûn te pişta xwe damin ez têgihştim dîtin û hizkirin
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
di peyvin wateya wan cidane cidakirinê hişte heryek jime ji xwere bi çilmise _________________ Ji dayik bûnê da di guhên tede bang didin bê nimêkin di koçkirina ji jiyanê li mêdikin liserte bê bang bidin jiyana te wiha di navbera nimêj û bang danê de di buhire bêyî karekî ji cîhanêre tu pêkbînî ___________________ Ji canekî tijî hêvî ji dilekî tijî dilovanî ji çavekî tijî ciwantirîn dîmen silav bote ji kanîkên destên çepel tê neşiştîne
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
ji tîrêjên roka sibehê ji ciya û newala di nav dar û devyan re ronî dide me cizîra botan silav bote __________________ Dayikên jîr û zane beranberî giraniya gelek mamûsteyane çimkî civaka milet û welatekî jin avadikin ? te bivêt miletekî wêranbike ji jinê dest pêbikin çimkî jin nîvê civakêne û nîvêdin jin ewan perwede û avadikin ku te jin ji çand û perwerdekirinê dûrkirde têkiliya bi nezaniya wê girêdin wiha tê karibe miletekî nezan û paşmayî qezenc bike ____________________ Pêdiviye her kesek jime mejiyê xwe werbêj bikin
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
bigerin li azadiyê di qermîçok û terkê mejiyên xwe berî rojên jiyê me bidin pêşiya me çîrokên kozere û bi ser bêjingê ketî bi kêrî tofê zeviyê nahêt ji pendên xewnebêjka pak xwe bişon wêgavê hûn di karin bêjin em mirovin û çanda milet wergerînin ________________ zilfên mu enber kagulîn biskên siyah reng sinbilîn ta ta bi mestî silsilîn çîn çîn bi mestî milmilîn dayê nesîm têk milmilîn wê qest e xala filfilîn melayê cizîrî _____________ Herêvar bi dilekî kuvaştî bi ahênge ke tore
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
bi mejiyekî westiya yî xwe vedişêrim li paş peykerekî hêvyan di himêza mijûlyê de hino hino xilmaş dibim winda dibe mirovatiya min di kampa de _________________ Gelo rojek heye wêneyê xwe di şemalka çavên te de bi bînim yan bêdegiya dilê xwe di gel gernijînên di nav lêvên te westiyane ji xemên düriyè bi bînim wê hingê dibe ku keser û xwezîkên dil di kutînin rawestin erê rawestin di himêza giyande li ber peravên evînê bi aramî hinasa bi kêşim ji bêhna te
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Ü xwîna ji kanîka dilè te Bi herike Di damarèn helbestè de Bi gere Wè hingè şa dibim Di zanim ku bèna helbestè Ji te tè ====================== ____________________ Ev nivisandina min kevne GERiNEKA BêDENG Rûniştiye li ber peravên avê dîmenên wê di nav pêlande binav dibe srav dibe di gerineka gera demê de bi bêdengî li evîna xwe ya weke hêviyên min windayî di gere _______________ Serkirdeyên partiyên me
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
wekî kelamperê ber ba li wan hatiye her ku li ber talda tûmikekî radiwestin ba li wan tête guherîn ?? ser gêjek bûne û şev li wan geriyane belengaza wê çibikin ________________ şermiya min ne ji ciwanî û qeşngiya teba minê tu hêlaba li welatekî dî geryabama li kesitî û mirovatiya xwe çimkî ji maça yekemîn tu di dilê minde rûniştiye û ez li nava te penaberim kurdistan ________________ şev heyverone û tu ji min dûre kît û çarînên helbestê
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
vizîna wane di serê minde û pênûsa min nikare wan bi gire buhirandina şeveke wiha dirêj bêyte dirêjtire ji xaçirêka gîhandina dilê te __________________ Hêvî hêvî ewe ew peyva ne rijiyayî ji nav lêvên kesî û ne hatiye ristin Ji bo kesan Hêvî ewe ew xewna pêk ne hatî ne di salên buhirî û ne di dema em têde bo kesî xweştirîn û mezintirîn hêvî ewe Ew dema pêkve ez û tu di paşerojek azad di gelhev bijîn Li welaté xwe ___________________ ez ê destê xwe bi serhevdim û deynim ser dilê birîndar herim
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
li cîhekî bi cîh bibim têkevim xewn û xeyala percakî demê di ezmanê evîna şewitî de bi xewnên xwe yên rengîn bi çînim dergîlkê jînê vekim pêciya xwe lêxim bi mijim alesa jiyaniyê bi bînim __________________ PENCERA JIYANê Her ku te dibînim di pencerê roj ji rojadî qeşntirî jiheyva çardehê bi roniya ciwaniya xwere çarîn û helbestan pêşkêş dikî û ez dinosim hertişt tête guherîn li rûzemîn tiştek wekî xwe namîne geh bi çavên xwe yênreş û geh bi gernijînên xwe
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
canê min disotîne sirişê wêye kêlîk ji kêlîka dîtir cidatire lê jiminre şemalkek bê dawiye melûl nabe di pencera jiyana minde mirina reş nikarî wê jimin bistinî di paxila candeyî ta rêberkê min pêşxwe bibîne û dilopek xwîn di damaran bigerin tepînek dil hebî ew û evîn wê di gelhevbin di dilê minde di dilê minde ?? ____________________ Roj û meh û sal buhirtin li ber sipera rondikan rûniştî dinosim li ser êşa penaberiyê û pênûsa min avjenînê dikî
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
di duryana pîtande pîta sernavê te nehate dîtin û nehate dîtin ?? __________________ meselenin hene li navhev ketîne jibo jihev cidakirina wê roj gelek divên dibe ku bi mehakevin ? li başûr xwepêşindanan de birîndar dibin li bakur di kovend û strana de tên kuştin li rojhilat jibo axavtina bi darvedibin li rojava aşitiyê di xwazin û dimrin bersiva van li bakê heye _____________________ wiha li dora xanî hûn di gerin û rê hemû berw bi derîve diçin boçî hûn wekî dizan di pencerên jikestîn re ji babilîsokan derbasî hidir dibin
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
berê her tiştên min hatine dizîn û ev çend salin min ji xanî barkiriye û nizanim evîna xwe ya di parzûnde guvaştî li ku bi cîbikim _________________ Yê li hespa xelkêbe hergav bi piyaye ? serperişt û berpirsiyarê milet divêt aramî û xweşiyê jimilet re bi xwazin ta bidestê wanve bêt bo karibin xweştirîn û geştirîn jiyan di gelhev bijîn di demê de wekî ji xwere dixwazin wiha divê ji milet re bi xwazin di xweşî û nexweşiyê di gel miletê xwebin ne xwefiroş û milet firoşê neyar bin bo bercewendiyên xwe
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
________________ HAA koçbera min ta bikengî tuyê min bihêlî di bin tîrêjkên tarîşevkan de bendewar û çav lirê li şûnwara bi nalim li hêviya vegeryanê û bimin de wê bersiva li ser lêvên te cemidî maye bi germiya dilêxwe û bi hestê bêrîkirinê himêz bikim _______________ Her gezme û awir ko ji çahvên te bi kil hat min sîne hedef da ber û yek yek ne bi til hat ahek me nehişt sebr û sukûn bêtehemul hat derba cegerê bû ko me ev nale ji dil hat ma ah û fîxanan dikirit kes ji xweşî bê keştî li ber behra firaqê erixîm ez xewfek me hebû lew bi wisalê perixîm ez
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
bihnek ji wisalê me bihîst û kerixîm ez wek tole li pê mûçih li dorê çerixîm ez ///// melayê cizîrî _________________ Ez ne poşmanim li ser wan kesên min dikot hevalin ez hiştim û çûn lê ez poşmanim li wan kesên min ew dijmin hesêb dikirin û halîkariya min kirin = evjî miletê kurde disaxiya cegerxwîn ew dijmin hesêb dikirin piştî çûna wî em poşman ________________ BENDEWARî Roj bi şemalka xwe şevê ronî dike û yar bi nerîn û gernejînan ronî dike hindirê minî şevreş di navrroka tîrêjkan re
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
daket hindirê min gerya gerya westiya rûnişt li ser pirtûka dil û can li palêta evînê wêneyê xwe nîgarkir dem lê werdigeriya û roj lê berw bi avadibû dil kilît dikirin û barkir ji şûnwara li ber perê rojê di holik û kavlên penaberiyê bendewar û çav li rêka tîrêjkan hiştim ________________ Min nediva ji dayik bi biyam ji berî hest û deyardekên demê li ber perên rojê bêçar û gerden xwar
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
çav li rêka tîrêjk û şemalka rokê bim pêtiyek sar li ser arekî germ bê tîn û rivîn di meha zivistanê bê civat û eywan bim min nediviya ji dayik bi bim wiha _______________ Min nediva alendek bê sibeh bim gul û kulîlkên zeviya min melûl û guvaştokî bê gulav bin li hêviya rokê min nediva bîranînek xwebidarvekirî bim ji berî rojbînê û sîtavka min li ser dîwarên kavil bûyî digel wêneyên we yên xemgîn serê min di destê min de da ku bidim diber vegeryana hêviyên dibin konê penaberiyê
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
li şûn min mane min nediva ev perçeyê dema çewt û xilo xavî beryar û dadweriyn wê bi destê çar kesê hovane bi pişka jiyê min biya ji biçûkaniyê jiyanê dinava minde di kujin min ne diva rojbîna min divî perçê dem deba lê xwedê ji min ne pirsî û ez dam ___________________ Kengî tê bê serdana min gulkê bîne pêr mizgînê nameya hestê birîndar ji kovana û ahînê guhdarîke li dilê min li lave lava evînê
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
_______________ Ev demeke li ser erzêla bîranîna lorînên te têne guhê min û ez bi tenême tenê stêrên mîna çavên te bêkes di çirisînin li banê şevreşiya min bi hestekî tore li razangeha şevpestan çavên xwe di dime serhev li ber lorandina te radizêm ________________ ji mêjde li dîwarê dilê min wêneyek heye bi çend pîta nîgar û neqişandî her ku lê dinehêrim rondik ji çavan tête xwar
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
dil dêşe kêşebend û balkêşe her kêlîk û her gavê ji paşeroja re serkêşe ne ji bîrdibe û ne pîr dibe bi minre her hevale ________________ BêRîKiRiN Tevî gernijînên li ser lêvên we peyvên şîndar dixwînim lirûpelê rûdêmkên we xemgîniya dilê we dirit di gihîne peyamê Nervîna me kurdaye mişextin kockirin dilsotin dilguvaştin di jiyanê de Likenarê bîranîna gul bi bişkivin
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
li ber bayê bêrîkirinê û pêjna Damarên wan ji jiyê me bibin Ev deyardekê dildariya dilbû bo hevdîtina hêviya bi rûbarên şahiya kovana avdin di meha pûşperê gulên hersê buharên weşiya yî li ber pencera hêviyan çav dêriya vegeryanê dikirin û sal diçin û tên li rêka berw liwe gelek caran awirê min di likumin û dem min di rûxîne li delavê peyva kêlîka axavtinê bi dizîka li xwe mikurêm di peyvkirina dawî de
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
da bi bêjim min bêriya we kiriye ./// _________________ Dem cidibe bila bibe evîn her wekî xwe di mîne di herike di cihokên damarên min de rêka xwe naguherîne tenê mirov têtin guherîn û evînê di çilmisînin ______________ Li pê tofê ziktêriyê tu di beze berw bi welatê dûr û nenas bê hevrê û rêzan di ber singa pêlan li ber ba û bageran axînka di kêşîne
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
rondika di barîne li ser wêne û bîranînên li şûnte di mînin zêmara singa te kes nabihîze roj bi bez diçin şev bi lez tête dem û derfet ji dest te diçin li pê bexteweryê welat di hêlin û diçin baş di zanibin ku xweşî û aramî wê ji welatê te bête barkirin kurdo ---------------zêmar giriyê di sînga mirovde dimîne _______________
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Dem kurte di navbêna min û ahingê da çimkî ez fêr bûme şînê mecbûrim qurincek û badokan bi dil dim û xatir ji şahyê bi xwazim ______________ Dem kurte rojên jiyê min tê dernakevin bo gihandina bate çend sal û dem divên ji vekirina girêk û girêkûtkên azadiyêre ku li ser rêka dilê te
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
min bibînin lêpirsîn li nasnava evîna me neyêt kirin __________________ Min bawerkir bi pîtên te evîn û min ew nûsandin li dîwarê dil evîn derî û pencerên xwe min vekirin ji bonîte evîn çima bayê te findê min vemirandin evîn __________________ EV êvar wekî hemî êvaran
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
li ber çira û dîmenê evînê li hêviya te wrstiyam zerzengek sipî bi taceke zêrîn hate civana bi dilekî xemgîn tûrikê hêviyan min hilgirt û vedigeriyam ________________ Vê êvarê çav man li hêviyê Bejin hat ji dawiyê Guh man pey pêliyê Bejin nizî min bû Dil bê deng bû Kolan tarî bû Stêr winda bû Çav zivirî li bejnê Kes ne dî waî li minê Gelo ev xewn bû li xerîbiyê Yan jî rastiyê ?
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
___________________ Bêdengîyê xwe berdaye xwar li derdorî dilê min siwak vedaye cihê bîranîna di qorzîk û qermîçokên dilde nemaye vegeryana te dirêjkir li ber sîbera bêrî kirinê rûniştîme li hêviya te baran hat û tu nehatî ______________Ev helbestaya li bin sipera evîna te ji dayik bûye qebiqeba peyvên wê wekî kewê ribat li hêlik û pala bejna te
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
stirana di bêje wekî dengê barana li ser rûkê te dengvedana wê tête guhê min birûska yekemîn ji çavên te teqîna dest pêpêkê bû yan dûmahîka dorpêç kirina bejna min bû bo vekirina pencereka dil û çandina gul û hêviyan derdorî pencerê nîgar kirina bejna te li dîwarê dil wekî kelestûneke piştî çilsayiya ezmanê min rengîn dike ? ? ===kelestûn =qewsû qizeh __________________ Ez û hêvî di gelhev
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
rawestiyaynin li hêviya sibeheké ne ku were mizgîniyê bîne dîmenê êş û azariyê ji bîbikén çavén xwe bi qewitînim landika xewna li ser refika pêşerojê bi lorînim bi dizîka derî darim li xewnan ta ku şev nebihîze _____________________ Dema vegeryana min hatiye cihê pêka min di rêde nîne li we vegerim siwarim li degvedana bêdengîya xwe tariyê bi bihirînim gava yekemîn
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
ya diwemîn ya siye mîn şûngeha meye canê xwe ji were li wir bi hêlim xewn û şevpestên xerîbiyê bi dîtina we bi nixumînim bi nixumînim= _______________ sersala we p'rozbe ============= Qasidê; di navbera dil û evînê de bîranîn maye her êvar tê şevbuhêrka dil û çîroka evîna xemgîn jêre di bêje
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
dil bi tenê li ser kursîka xwe rûniştiye guhdar dike li gazinê evîna xemgîn û rondika di barîne bi rondika bejna dilbera bê ziman di afirîne û cihê wê di rex cihê xwede her êvar datîne ______________ xweş xameye du çavête li pirtûka bîranînê gernejîna di navlêva dermanê êşa birînê cado û kêşebenda te dil kirîye heyecanê hiş ji serî valadike dicim û têm wek hêlanê di himêza xeyalande bûme wek pîrê meyxanê
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
car di bînim li ber çava car di bînim wek leylanê jan berdaye nêv hinava êş mêvane li birînê __________________ çendî li rûkê te dinhêrim melûlî jê di bare bi dilekî hişk û awirin tûj li çavên te dinhêrim çawan dil dixe bin bandora xwe û bi desta dîl di gire newêrek û lerzok dibe dil li ber ciwaniya te ________________
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz
Ax ji destê mirovên xwar bi zarotî min rahişt kar min daye ser mila ev bar min daye pê taca evîn evîna jîn dijware ew pêtek ji ar reng hare ew çilo bikim razan û xew di laşê min deye ev tîn bi zindan û sêpyên li dar nikarin min dûrkin ji yar ristê dikim rêz ez ji ar çiya tînim xwa li ser zîn __________________ Salanû ===== Zerzeng li serê wê gustîlk di tilyande hinek sorav bi lêvên xwe hilgirtiye
Buxçika Hêviyan
Helbest
ji şabûna dilê wê rondika di barîne bi kêleka tilyan ji rûkê xwe di male îro pêncşeme sibe îne wê kî rondikê melûl di sala nûde ji rûkê min paqişke
çapa Elektronî û belavkirin www.comonistkurd.de Rêvêber Guevara Maao
Ahmed Azîz
Buxçika Hêviyan
Helbest
Ahmed Azîz