Skip to main content

ÇIYAYÊ MIŞTENÛR

Page 1

ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 1


ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 2

DILBER Bejina Dîlbera min Her reng, û Her kiras lê tê Bejina Dîlbera min Rihana ber çeman e Her awirek li bejna wê Dermanê dila ye Bejina Dîlbera min ciwantirîn awazên Mûzîkê jê re lê didin Şalûl, û bilbilên gulistana Ji boy wê dixwîn in


ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 3

Dîdara Dîlbera min Hesreta dila ye Jiyana li gel wê Bihuşt bi xwe ye Halima Can Kobani /16/8/2018


ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 4

AWAZÊN XEMGIN Ji awazên min Derdikevin... Nalîna welatek birîndar Hesreta miletek koçber Derdikevin... Hestên birîndar Axîna bav ,û kalan Hawara dayîk, û pîran Derdikevin... Erzaniya xwîna egît û, Mêrxasan Qêrîna sêwiyan Derdikevin ... Rewşa welatek wêran Rewşa xewnek winda Derdikevin .. Dîrokek bi êş ,û şewat Destana qurbaniyê Jiyanek wêran Pêşerojek tarî,û xirab


ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 5

Bendewara Xortê ciwan im Bendewara Mîrê kurdan im Ew siwarê hespê sipî Ku werê min birevîne Em bi hevre herin warê Mem û Zînê..... Bibin mêvanê


ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 6

Siyamend û xecê.. Ji bîrbikin derd û Kulê vê dinyayê Da ku bibin efsaneya Eşq û evînê


ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 7

Kurdooo Keştiya xelasî li Benda we ye Heger hûn nebin yek Hûnê bibin lîstoka dijmin Û xelkê Dem dema we ye Hûn nexşeyekê ji welatê Xwe re çêkin Navê kurdistanê li cîhanê Binvîşînin Ala kurdî li ser çiya û zozana bilinkin Halima Can Kobani / 5/ 8/2019


ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 8

Her ku Ez bêriya te dikim Bi heyvê re di peyîvim Ew xebera te Ji min re tînê Peyama te Ji min re tîne stêrik dibin hevalên me Gerdon dibe ronahî Her ku Ez bêriya bêhna te dikim Ez bi gul û sosinan Bêhin dikim


ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 9

Bêhna te ji wan tê Her ku Ez wan bêhin dikim Eşq û evîna min Zêdetir dibe ..

2017/12/23 ________


ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 10

ÇIYAYÊ MIŞTENÛR Ez miştenûrê bilind im Tacim li ser eniya kobanî yê me Ez meskenê şêr ,û mêran im Ez hêza helinc ,û şêranê me Ez awaza şahiya newrozê me Bi tîpên zêrîn nivîsandî me Bi wateyên zîvîn neqşandî me Bi kulîkên buharê xemlandî me Li ser sînga min ziyaretgeha Hesen, û Husên e Dîlana keç ,û xortane Ez dîdarê evîndaran im


ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 11

Ez sembola berxwedanê me Ez dîroka serbilindiyê me Ez çiyayê ku tu zeman nikare wî bixîn e


ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 12

(....DÎLBER.....) Dîlber tu evîna min î Hinar ji baxçeyê min î Sorgul ji gulistana min î sebir û arama min î Şahî û dîlana min î dermanê dilê min î bextewariya jiyan min î Hêvî û daxaza min î........... Tu ruh û rewana min î....... xewn û xeyala min î Helbest û awaza min î Tu bayê jiyana min î.... Şênî û welatê min î Reyan ji buhişta min î Tu melhema canê min î


ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 13

Rihana hewşa min î Gulava nêrgiz û sosin î Tu xemla jiyana minî... Halim Can Kobani/8/1/2018


ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 14

Periya kurdistan Gelekî westiya .. Li bendewariya .. Serxwebûna kurdistan Hêviya wê hat kuştin, û Xewna wê heliya bû leylan Rewşa welat tim xira bû.. Derd ,û kul zêdetir bûn Jiyan ,li wî warî rabû Mafê kurda jî winda bû Rondikên xwînî wê barandin Dilê wê bû hêlîna kul û xema Bi hesreta avabûna kurdistan


ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 15

Çavên wê man ,li bendewariya Serxwebûna kurdistan Li ser sînga min

Kulek heye Birînek kûr heye Dîrokek bi êş ,û şewat heye Welatek kovil ,û wêran heye Miletek koçber heye…….. Bi hesreta vegera welate Awirên bi rondek hene… Ji ber nalîna bê derman.. Li ser sînga min


ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 16

Jiyanek tarî heye Xewnek wêran heye Rojên rêş ,û tarî xuya dibin Pêşerojek winda xuya dibe

Li ser sînga min

Hêlîna çûkan te hiçiqandin Bi destên hovî ,û zordestî … Gul ,û nêgiz çilmisîn e……… Ji ber bayê bêbextiyê………… Welatê min bûye rêya bazirganiyê


ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 17

Ji hemû destên qirêj ,û gemare re Lê pênûs lewaze ji ber rewşa xirab welato Ey hesreta dila Min helbestek xemgîn hûnand Ji rûpelên dîroka te …………….. Buhara te çû …… Payîz xuya dibe… Lehiya hêstrên sêwîyan meşiya Di nava goristanên te de………. Çemê xwînê herikî ……………….. Ji xwîna keç ,û xortên te………..


ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 18

Ewrên reş û tarî xwe avêtin ser ezmanê te Bi destê qirêj , û gemar Lê mixabin ji bo te hezar carî Welatoooo..

/11/ 2/2018 _____________


ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 19

Em in Em kurd in Xwedî dîrok ,û dozin Xwedî netew ,û alin Xwedî ziman, û çandin Lê.....mixabin Em serhişkin, û li dijî hev in..... Em ji hev dûrin Em in kaniya gewre û şêranin... Kaniya zîv ,û zêranin Xwediyê taca mîdîne Xwediyê destana Kawayê hesinkarin Lê.....mixabin... Em bê maf, û parin


ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 20

Emin azadîxwazin aşîtîxwazin Lê......mixabin Em gelekî westiyan... Ji bindestiyê....zordestiyê....sitemkariyê Em nexweşin bê dermanin Em in hêlîna kul û derdanin Yekîtî û azadî dermanê mene Em in xwedîyê şer û cengên giranin Lê......mixabin Em hev nagirin Em in refê kevokê gozelin Em in birîna bê dermanin /11/6/2018


ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 21

BANGA DAYIKÊ Dayê xerîbî gelekî zor e Jiyana penabriyê dijwar e Dayê rewşa me gelek xerab e. Dayê çima ?Em neçar man e Çima ?Em ,li dû cîhanê man e Çima li ber dîwarê xelkê man e Dijmin îro bi me dilîzin bes e Dayê bese her çar zarokên Xwe bighîne hev li ser sifre yê


ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 22

Bila dest bihevdin û bi yekbin Bila şoreşa me germ bibe Bila agirê jîna me gur bibe Bila xwîna ciwanên me vala neçe Bila dîroka me ya nûjen çêbibe. Bila ala me ya rengîn blind bibe Bila kurdistana me ava bibe Bila doza me______ yek be ,û Şivanê me jî yek be Halime Can Kobani /27/4/2015 __Gundewarê Sirûcê


ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 23

PARIZVANA DIROkÊ EZ keçika kurdan im Dengbêjim ,û tembûrvan im Şoreşgera, li ser çiyan im Sembola hêza jinê kurdan im Sembola azadiya kurdan im Ji kurdistan re xwîn erzan im Ji dîrokê re parizvan im Ji dozê re ez şivan im Ji bo welat qurban im Halime Can kobani /17/1/2018 ___ÛRFA


ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 24

ŞIVAN Û GULISTAN Şivan ,û Gulistan Dû stêrên ronî hilatin Ji ezmanê kurdistan Ronîkirin qada hunerî Bi deng ,û banga xwe Bi awazên xwe yên, Xemgîn ,û zelal Şiyar kirin bi hezaran Kurdên nezan ,û bêçar Ew bûne sembola Hêza şiyariyê ,ji bo kurda Ronîkirin dîroka geliriyê Bi pênûsa : Halim Can Kobani / 6/ 11/ 2018


ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 25

Xêrnexaza EZ ji xewa şêrîn Rakirim.. Xewna mine Ciwan Wêran kirin.. Jiyana min tarî Kirin Hemû tiştên Bedew hinçiqandin Sitemkariya xwe Berdan li ser rûyê erdê Hemû hêviyên min kuştin Dilê min Kirin hêlîna kul û derda ... Hestên min birîn Kirin Bê dilovanî ... Xew di çavên min de Qedexe Kirin.. EZ bûme kevoka binê zinara Rengê jiyana min reş Kirin


ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 26

Pîroz be pîroz be sersala Ala kurdî ,li we hemiyan Pîroz be... Pîroz be, li hemû şehîd û Gewre yên Kurdistanê Pîroz be... Li pêşmerge yên rojhilatê Kurdistan ê şhnaz û Pîroz be… Destana Qazî mihemed û Komara mihabada rengîn Pîroz be…


ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 27

Ala rûmtiyê û dîrokê Ala serbilindiyê ,li we Pîroz be… Pîroz be xeml û taca Welat Bîranîna mihabadê ,li we Pîroz be… Pîroz be ,li kurda pîroz be A la netewî li pakrewana Pîroz be ... Halim Can Kobani /15/12/2018


ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 28

Yara mine şêrîn e Wek kulîlka bi bêhn e Lê ... Ew îro xemgîn e Û ... Felek bi me re xaîn e Dilê wê bi kul û birîne Bendewarê rojên xweş û şêrîn e Halim Can Kobani /22/4/2017


ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 29

DILBER

Bejina Dîlbera min Her reng, û Her kiras lê tê Bejina Dîlbera min Rihana ber çeman e Her awirek li bejna wê Dermanê dila ye Bejina Dîlbera min ciwantirîn awazên Mûzîkê jê re lê didin


ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 30

Şalûl, û bilbilên gulistana Ji boy wê dixwîn in Dîdara Dîlbera min Hesreta dila ye Jiyana li gel wê Bihuşt bi xwe ye Halima Can Kobani

16/8/2018


ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 31

Li ser sînga min Kulek heye Birînek kûr heye Dîrokek bi êş ,û şewat heye Welatek kavil ,û wêran heye Miletek koçber heye Bi hesreta vegera welate Awirên bi rondik hene... Ji ber nalîna bê derman.. Li ser sînga min Jiyanek tarî heye Xewnek wêran heye Rojên rêş ,û tarî xuya dibin Pêşerojek winda xuya dibe Li ser sînga min


ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 32

Hêlîna çûkan te hiçiqandin Bi destên hovî ,û zordestî Gul ,û nêgiz çilmisîn e Ji ber bayê bêbextiyê Welatê min bûye rêya bazirganiyê Ji hemû destên qirêj ,û gemare re Lê pênûs lewaze ji ber rewşa xirab welato Ey hesreta dila Min helbestek xemgîn hûnand Ji rûpelên dîroka te Buhara te çû Payîz xuya dibe Lehiya hêstrên sêwîyan meşiya Di nava goristanên te de Çemê xwînê herikî Ji xwîna keç ,û xortên te Ewrên reş û tarî xwe avêtin ser esmanê te Bi destê qirêj , û gemar Lê mixabin ji bo te hezar carî Welatoooo.. Halima Can Kobani


ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 33

Yara mine rindik e Pir xweşik ,û nazik e Sîng sedef ,û bejin kinik e Por xelek ,û çav belek e Gerden zêrîn ,û lihevhatiy e Ew delalîka nava gund e Gelekî şermok ,û sinc bilind e Lê ...hinekî ew pozbilind e Kesî li ber çavê xwe nabîn e Dilê xort ,û lawan kul dike Halima Can Kobani


ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 34

Ciwaniya newrozê Dema ku newroz tê Dîlan ,û şahî çê dibin Gul ,û kulîlk vedibin... Kanî ,û rûbar diherikin Çiya ,û zozan dixemilin Bilbil awazan dixwînin Bax ,û bustan kesk dibin Perperîk liser kulîlkan bazdidin Keç û xort dîlanê digirin Bejin ,û bala xwe bi cil ,û Bergên kurdî dixemilînin Ji rengên ala kurdî Kesk sor zer û sipî Destana kawa yê Hesinkar nîşan dide Agirê newrozê dibe têrîja azadiyê Demsal dibe buhişta rengîn Gerdon tev dibe pîrozbahî


ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 35

BILBILÊ DILBIXWIN Xêr nexwazan hêlîna Min wêran û xerab kirin EZ bi zilim, û zorê ji Axa Welat derxistim Qadanên min şikandin Agir ,bi dilê min xistin Bûme mehkûmê Welata Bûme hêsîrê __welata Rondikên xwînî barandin Bi welatê xeribiyê ketim Barê derd û Kula rakir Geriyam ,li nav cîhanê


ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 36

Her ku geriyam bar giran Bû derd û kul zêdetirbûn Birînên min baş ne bûn Dermanê min qet nema Nalîn û Êşa dilê min Bûne awazek xemgîn Hêviya min hate kuştin Axîna min çû esmana Bi pênûsa : Halime Can Kobani /18/11/2018


ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 37

Çapa Elektronî û belavkirdin comonist kurd Reveber Guevara Maao www.comonistkurd.de E:komonistkurdistan@gmail.com


ÇIYAYÊ MIŞTENÛR..........Helbest......Halima Can Kobanî 38


Turn static files into dynamic content formats.

Create a flipbook
ÇIYAYÊ MIŞTENÛR by Kovara Hêlma ya çandê - Issuu