
4 minute read
PEYVÊN KÊMPEYDA
Salih Heydo Heydo
-Qawîtik: Ji Qelandokên hêrayî ye û şekir tev lê dikirin û ew dixwarin.(Deqê)
Advertisement
Dibêjin: Qawîtka ber bê ye.Heya libek diçe dev çengek li ber bê diçe.
-Şembelîlk: Dema ava şirrikan ji ser xaniyan di şirrikê re davêje û qirr û qeşa bi ser de tê ,di wî hingî de av diqerrise dibe weke hemaylokên ku bi ben û tayên xwe ve berdayî jêr be û serê wan dilopên avê dibe weke xarxarokên biçûk .Her wiha pincarek jî li çolê heye bejna qarotê wî dirêje û serê wî weke xarê ye ku ew jî şembelîlke.
-Kûre: Agirgeha hesinkera ye dema hesin dixin wî agirî û sor dikin ji bo alav û kerestiyên cudacuda jê durist bikin.
-Dang:Nêzîkayî,rûqalî bi rûketin ,tiştê ji nêzîk ve diyar bibe.
(Ez çûme dangî mala
Min çinî tev halhala).
-Zilhakim: darikên dirankeroskê ye,her wiha Dendefrîşk,dirankerosk û devdank jî tê gotin.Dema xwarinê dixwin diranê xwe bi wan paqij dikim nemaze goşt û weke goşt.
-Tirme: desmal û kofiya zere ku li serê kesên oldar û Şêx û melle û sinetçîyane.
Berbero berbero
Tu bi kum û tirma zero Gwîzantûjo niştero).
-Mişar: Rêza şînkayiya ku diçînin nemaze sîr û pîvaz û û çargoşeyek zeviyê jê re vediqetînin û ji çaliyan re jî berê dihat gotin. Dibêjin:Berrûyê darekê ne û pîvazê mişarekê ne.Her wiha ev jî tê gitin: Va şar û va mişar.
-Kewar: Him ji bo hingivê mêşa ye û him jî ji bo fêkiyê mala ye.Ji axa sor û mûyên bizinan durist dikin û wê bi agir diqemrrînin weke tennûrê .Di qilafet û kêsimê bermîlê de ye û hinekî biçûktire devê wê ji jor de vekiriye ,derxûnkê datînin ser û ji binîve derî û taqeke biçûk weke çavika tennûrê tê de vedikin ,dema bixwazin fêkiyên xwe bixwin weke: Mewîj,gwîz,hejîr guhîj,benî û nok û tiştin dîtir,çavika wê ji binîve vedikin pêdiviya xwe jê dikişînin û dîsa çavika wê digirin.
Dibêjin: Zilam ketin kewaran
Pîrek çûne hewaran.
-Kerx: ji koma laşên kuştî û birîndaran re çi insan bin û çi lawir bin tê gotin.
Dibêjin: Kerxek ji wan çêkirin.

-Erx yan herx: Kort û tabiya li pêşiya razan ji bo avê çêdikin
-Dirx: Şivik û şaxikên ziravik ku di ber qurmê darê re derdikevin.
-Kaşo : Darê ku pê bi gogê dilîzin ,serê wî hinekî pehne û çerm lê gerrandiye bi duhêlan,her wiha çogan û çemç jî navê kaşo ne (Min holek çêkir Ji darê merxê
Çend kaşo lêdan Hol ketye herxê)
-Gog:Goga ku ji qurmê darê çêdikirin û gurover di gewdê şepyê û biçûktir de,ew dixistin nav kîsekî û arî pê dadikirin û dixistin nav avê da qesp û giran bibe û pê dilîztin.


-Şare:Dema genim dixistin çalan pûş li dîwarê çalê bi xistina genim re qor bi qor dipêçan ji bo xeranebe.
-Kujîle:Mirçaqên kêlekê qaçên xaniyan.
-Beyik: Mircaqê dirêj û rast
-Ciwêlek: kesên li gundekî kombûbin û her yek ji eşîrekê û bê zevî bin û cotê axê bikin bi qewl û biryar.
-Col: Keriyê pezekî tev li hev ku ne yê koçerekî tenê be û ji genimê tev li hev re jî tê gotin.
-Qewjik:Çûkê koleke ye ji celeb û nifşê têtî û berraşeya ye.
-Guvik: Ew ben û werîsê pez pê girêdidin di dotinê de .
Hêşî: Navbirra kone ji bo cudabûna jin û mêran.
-Çît: Sênca ji zilên qamîşê ku bi ben û nexên rengîn xemilandiye li derî û dora kon pêçayî ye weke dîwarekî hewşa ye.
-Qarixî:kesê ku gelekî ber xwe nebîne.Dibêjin: Ma tu qarixê kor e ku tu nabîne?!
-Qolîtik: Qefesa çûk û kewan.
-Qolan kembera li navê gerrandiye geh qayîşe û geh ji rîse hemî bi bêrîk û malikên qemçe û bendkirîne ji bo pere û hûr-mûrên pêdivîyên nefer in.
-Xwîsî: Weke qirrê û berfê ye di zivstana de carinan ji erdê çêdibe û rûyê wê gewr dike.
-Kumbirr: pozê herî bilind di çiyê de.
-Mittik: Nîşanên li ser erdê ku hinekî ji derdora xwe bilintir bin wek şikêran xuya dibin lê xwezayîne.
-Şikêr: Komika keviran ku ji nav erdan berev dikin û li cihekî komdikin.




























#Şah_û_Wezîr Hesen Xalid

Tê gotin: şahekî ferman da ku 10 kûçikên har û hovane bi hev re li zindanekê wern xwedî kirin, da her wezîrek şaş bibe ya jê nerîneke ne li gor wî be, bavêje nav wan, da bikevne ser zikê wî û wî bikine parçe parçe!!
Rojekê ji rojan wezîrekî nerîneke ne li gor şah da û ne kete serî wî de!!
Şah ferman da ku ev wezîrî were avêtin nav wan kûçikan.
Wezîr ji şah re got: ev bihtirî 10 salan e bo we ez kar dikim, tu weha bi min dikî!!
Xesteka min a dawî tenê 10 rojan bide min ez ê herim nav zarokên xwe û paşî vegerim?!
şah jî daxwaza wî erênî kir pasvan go: tê çi sûdê ji bigre û xwest sedemê bizane. wezîr go ezê paşî ji wer bibêjim!! Û jê xwest ku kezek pê nizanibe û pasvan jî go xemê nexwe û vegera cemmalbataxwe..
Wezîr çû rex malbata xwe û ji hevjîna xwe re çîrok got û bilez vegera cem pasvanê li ber kuçikan ku wan xwedî dike û jê re got: dixwazin 10 rojan dewsa te van kûçikan xwedî kim û hej wan hebim?

Wezîr guhdaneke berû çav da kûçikan xarin, şiştin lîstik hwd..
10 roj qedan pasvan vegera, û wezîr jî vegera koçka şah da fermant cîbecî bibe, wezîr avêtin nav kûçikan de û şah û kesên derdora wî lê dimeyzînin, şah seyre ma da dît Ku kûçin derdora wî diçin û tên di nav lingê wî de dikine kewtkewt!!

Şah jê re got: te çi ji van giyanewerên har kiriye?
Wezîr got: tenê 10 rojan
Min guhdan da wan wa tu bi çavên xwe dibînî..
Û min bihtirî 10 salan kar ji wer kir lê ji bo nerîneke ne li gor dilê te te her tişt jibîr kir!!
Şah serê xwe kire ber xwe û fermana lêbûrîna wî da...

























