2 minute read

MELLEYÊ BÊHINTENG MELLEYÊ BÊHINTENG

SalihHeydoHeydo SalihHeydo

Advertisement

Di navbera salên 1967 an û heya 1970 an de gundiyên me melleyek anîn gund .Lewra ew melle pir bêhinteng bû ,pirrê caran di mal de bê sûc û sebeb li kufketên xwe dixist û lêxistinek pir dijwar li kevaniya xwe dixist û gelekî wî û zilamên gundîyan jî li hev nedikirin û dilê hev dihiştin û di mizgeftê de dikirin xirrecir û qerebalix. Lewra carekê daweta mala kirîvê me çêbû di sala 1969 an de û çûn Sima'îlê cinatî yê tembûrvan ji bajarê Amûdê anîn dawetê . Dema Sima'îl dawet gerrand û dîrok di ber tembûra xwe re digotin dîroka Mele ye mele ye jî di ber tembûra xwe re di govendê de digot . Ev dîrok pir bi gundiyên me seyr û balkêş bû û hemîyan kêfdikirin û bi dîrokê re dikeniyan û vedibişirîn,heya bi keç û jinan jî serê wan di ber wan de bû û dikeniyan.Her wiha piştî dawet bi dawî bû û bûk hate guheztin bi mehekê dudiyan jî çîroka vê dîrokê li nav gund dihate gotin û ketibû devê zarokan û timî ji xwe re distran heyanî di lîztikên xwe yên şevê de jî ew digotin.Lewra êvareke şevên payîzan zarok ji xwe re bi lîztikan dilîzin û di ber dika mala melle re derbas dibin û bi hev re strana Melle ye melle ye dibêjin.Lewra melle jî li ser dikê rûniştiye ,hema di cihê cih de radibe ser xwe tena kiras û servekirî û dawa xwe tije kevir û kuçik dike û bi dû wan dikeve wan li dora wî gundê mezin û pala gir gişî digerrîne û xeber û gotinên pîs û bêhawe ji wan re dide.Lewra bi wê dimedim û qerebalixê re me dît carekê melle bi dû zarokan de ye û ew di ber rezê me yê tirî re derxistine û kevir li dû kevir di wan werdike û xebera ji wan û dê û bavên wan re dide .Lewra di wê kêliyê de ez û bavê xwe di nav rez de bûn,dema bavê min ev tişt dît ku melle tena kirês û sertazî û xwas bi dû wan zarokan de ye seyr û şaşmetelmayî ma! Rabû ji melle re got: Te xêre seyda ku tu wilo vê êvarê bi dû zarokan de baz dide û tu keviran davêje wan û van xeberên giran ji dê û bavên wan re dide,Ma ne guneh û şerme ji te re?! Qaşo tu melle ye! Melle li bavê min vegerrand û got: Na !Ne gunehe û ne jî şerm e. Ji ber ev zarok bê tore û perwerde ne .Ev bûye serê du mehan û ketiye devê wan û dibêjin : Melle ye melleye

Bi şaşik û cube ye

Teres ne ji bavê xwe ye û tew vê êvarê hatine ber dika mala me û wilo dibêjin.

De bera bi rastî ez ne ji bavê xwe bim heger min ev ji wan re hişt.

Dîwaneya min a 13' an bi navnîşana:

Kurdo Kurdistan Kurdistana weye, û pe para her Tiştên biha heye Para me ji hemûyan

This article is from: