
4 minute read
DIHERHILBIJARTINEKDEHEJMARAJINANJIRÊVEBERIyA IRAQÊ
DIHERHILbIJARtInEKDEHEJMARAJInAn JIRêVEbERIyA IRAqê REKêMtIR bûyE!
A: BÊRÎVAN ELÎ
Advertisement
Berê niha 18 salan Amerîka bi îddîaya wê demokrasiyê bîne Iraqê mûdexeleya Iraqê kir û rejîma dîkdator ya Baas’ê ya bi serokatiya Sedam Hisên rûxand. Li şûna rejîma Baas’ê ne weke dihate îddîakirin demokrasî hat, ne jî aramî. Jin jî bi bandora bangeşeyên Amerîka hêvî dikirin wê rewşa wan baştir bibe û wê bikarin bi awayeke çalak di rêveberiya welêt de cih bigirin. Ancax dema li 18 salên piştî rûxandina rejîmê dinêrin, di tabloyê de sal bi sal paşketin heye, pêşketin nîne. Nimûneya vêya herî pêşçav 3 serokatiyên Iraqê mêrin, ji 22 Wezaretan tenê 2 Wezaret ji bo jinan hatiye dayîn, ji 320 parlementeran tenê 78 parlementerên jin hene. Li gorî kronolojiya piştî sala 2014’an tê dîtin ku bi awayeke berçav hejmara jin a ji rêveberiya welat re bi taybet ji hikûmetê re kêm kiriye, zêde nekiriye. Ji sala 1980’an ve li Iraqê mafê jinan a hilbijartin û hatina hilbijartinê heye. Lê tevî vê yekê jî heya niha jin nekarîne li Iraqê di mekamên jor yên dewletê de cih bigirin û wezîfe bigirin. Di navbera salên 1969 û heya 1972’an de du jin di navbera hikûmeta Iraqê de cih girtine ku navê wan wiha ye; Wezîreya Şarewaniyan Nezahet El-Dilimi û Wezîra Lêkolînên Zanistî û Hindekariya Bilind Saed Xelîl Îsmaîl bûne.
Li Iraqê cihê jin di hikûmetan de
Piştî rûxandina rejîma dîkdator ya Baas’ê di sala 2004’an de bi Destûra Bingehîn a demkî, li Meclîsa Nûneran a Iraqê (parlemento), kotaya sedî 25 ya hilbijartina jinan hate diyarkirin. Lê dema hilbijartin çêbû, rêjeya jinan gihîşt sedî 31. Wê demê ji lîsteya Şîeyan ya dibin pêşengiya Elî Sîstanî de ji 140 parlementeran 46’ê wê jin hatin hilbijartin, Ji 75 kursiyên Kurdan 27’ê wê jin bûn, ji lîsteya Eyad Elawî jî 15 jin ketin meclîsê. Ev rêje peyama, divê jin di rêveberiya welat de zêdetir cih bigirin dida. Di hikûmeta Eyad Elawî ya demkî de(2004-2005) 6 wezaret ji bo jinan hate dayîn. Yekem kabîneya Iraqê bû ku rêjeya jin di asteke baş de di navê de cih digirt. Di hikûmeta demkî ya bi serokatiya Îbrahîm Cehferî de(20052006) 5 wezaret di destê jinan de ma. Yekem hikûmeta ku ji aliyê parlementoyê ve hate erêkirin Nûrî Malikî(2006-2010) wezareta daket 3. Di dema duyemîn a Hikûmeta Malîkî de(2010-2014) wezaretên ji bo jinan hatibûn dayîn, ji 3 daket 2’yan. Di dema serokweziriya Heyder Ebadî de(2010-2014) de 2 wezaret ji bo jinan hate dayîn. Di kabîneya Adil Ebdulmehdî de(2018-2019) de jin nebû, di bi dawîhatina kabîneyê de jin Wezareta Perwerdeyê ji bo jinan hate dayîn. Di KabÎneya herî dawî ya Mistefa El-Kazimî ku ji 22 kesan pêktê de, tenê 2 wezaret ji bo jinan hatiye dayîn. Wezîra Koç û Koçberan Êvan Fayîq Yaqub û Wezîra Avadankirin û Nîştecikirinê Nazenîn Mihemed Usu ne.

Rêjeya bijartin û hatina hilbijartinê ya jinan ji bo parlementoya Iraqê bi qanûn û destûra bingehîn tê diyarkirin. Lê carna jin ew rêjeya ku hatiye diyarkirin derbas dike, carna jî kêm tîne. Ji sala 1925’an heya 1980’an mafê jinê yê ji bo parlementoyê were hilbijartin nebû. Piştî salên 1980’an li Iraqê mafê hatina hilbijartinê ji bo jinan hate naskirin. Piştî rûxandina rejîma Baas a Sedam(2003) şûnde ji bo hikûmeta Iraqê û parlementoyê, sîstema kotayê bi qanûn û destûra bingehîn hate zelalkirin. Li gorî sîstema kotayê di dema destpêkê ya parlementoyê(2005) de ji 275 kursiyan 70 kursî ji bo jinan hate dayîn. Sala 2010’an de hejmara kursiyan derket 325 û ya jinan jî li gorî vê rêjeyê gihîşt 83 kursiyan. Di sala 2014’an de 83 jin li gorî sîstema kotayê û beşek jî derveyî kotaya hatiye diyarkirin hatin hilbijartin. Di sala 2018’an de jî ji 329 kursiyan, 84 jê jinbûn. Hinek ji wan bi dengên xwe û serbixwe, hinek jî li gorî kotayê hatin hilbijartin. Parêzgehên Iraqê niha li ser 83 baznên hilbijartinê hatine dabeşkirin. Ji bo her 100 hezar kesî parlementerek tê hilbijartin. Li gorî vêya di vê her bazineke hilbijartinê li gorî niştecihên wê herêmê herî kêm kursiyek ji bo jinan veqetîne. Eger li her herêmeke hilbijartinê kursiyek jî bê dayîn, bi giştî divê li Encûmena Nûneran a Iraqê 83 parlementerên jin hebe, ancax niha 78 parlemente hene.
Daxwazên jinan çine?
Di gelek xwepêşdanên Iraqê de jin bi dirûşmên, ”Em nîvê civakê ne” daketine qadê û daxwaza bi awayeke çalak tevlî rêveberiya welat bûyîn dikin. Heta li gorî nûçeyên ku di ragihandinên biyanî û yên Iraqê de derketine, jinên li Başûrê Iraqê kotaya cins kêm dibînin, li gorî nifûsê ku jin nîvê civakê pêktînin, daxwaza nûnertiya wekhev di hemû demû dezgehên rêveberî û dewletê de dikin. Heta di hinek çalakiyan de jin daxwaz kirine jin jî bibin Serokkomar, Serokwezîr û Seroka parlementoyê. Di xwepêşandanên gelên Iraqê ya dijî siyaseta xwe dispêre derve, nabe çareserî, mezhebî û gendel de, jin jî bi awayeke çalak beşdarî xwepêşandanan bûn û diyar kirin tevî ku gelek mêr heq nakin jî di asta jor ya dewletê de erk bigirin, erk ji bo wan tê dayîn, çima ji bo jinan nayê dayîn? Jinên Iraqî dibe vê pirsê di salên pêş de bidengeke xurttir û bihêztir bînin ziman û bi bandora têkoşîna jinê serî li ber desthilatdariya mêr û dewletê rakin.