
6 minute read
EMJIGEFANMEzINTIRIN
EMJI gEfAn MEzIntIRIn
Em pirsgirêkê bi diyalogê û bi çareseriyeke li gorî rastiya Şengalê û ya Iraqê hal bikin. Lê heger dewleta Iraqê, bi hêzê, bi artêşê bi ser me de bê, emê bersivê bidinê. Em ji gefên ti kesî natirsin. Em ji gefên wan mezintir in. Em serî ji kesî re natewînin.
Advertisement
A: LUQMAN GULDIVÊ
Herî dawî di asta serfermandariya artêşa Iraqê de heyeteke Iraqî bi rayedarên Xweseriya Şengalê re rûniştibû. Di vê hevdîtinê de, Şengaliyan ragihandibû ku ew li gorî destûra bingehîn a Iraqê dixwazin xweser bin û heta dawiyê ew ê xwe dî li hêzên xwe yên eskerî û nexasim jî Asayîşa Êzîdxanê derkevin. Rayedarên Rêveberiya Xweser, dibêjin, ew ê destûrê nedin tinekirina sazî û rêxistinên xweser li Şengalê û lazim bibe, ew ê bi her şêwazî li ber xwe bidin. Em li ser rewşa dawî ya li Şengalê, siyaseta PDK´ê, hevdîtinên bi artêş û hikûmeta Iraqê re bi Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Riham Hico re peyivîn. Herî dawî artêşa Iraqê mohletek dabû ji bo vekişîna hêzên asayîşê. Berxwedanê ev mohlet pûç kir. Çi kir ku serfermandariya Iraqê bi we re bipeyive û guh bide daxwazên we? Ya rastî cesareta gelê me, berxwedana miletê me, cidiyet û israra me hişt ku ev dewlet were bi me re rûne. Ev şeş meh in berxwedaneke bêhempa hat meşandin. Encama wê berxwedanê, hem dewleta Iraqê. hem raya giştî hem jî dewletên ji derve, israra Êzîdiyan, nêzîkatiya civaka Êzîdî, bi taybetî jî helwêstên me yên Meclîsa Xweseriyê dîtin. Gava ku ew pêşengtî, ew rastî dîtin; yanî me bi israra xwe berxwedan û têkoşîna xwe ew neçar kirin ku bi me re bikevin diyalogê. Ev ji diyaloga berê wêdetir bû, ji ber ku vê neqlê rasterast bi me re bû.
* Ji bilî radestkirina daxwazln nivîskî, danûstandina bi heyeta artêşê re çawa bû, çi soz hatin dayîn, hîç yek ji wan pêk hat yan na?
- Hikûmeta Iraqê herî dawî gava em çûn bi wan re rûniştin, li me

peymanê ve, Êzîdî kêm vedigerin Şengalê ji ber ku PDK´ê rê girtiye. Beriya peymanê, rojê carinan 100 malbat li Şengalê vedigeriyan. Wekî din ji bo ku yên li kampan jî biçin welatên derve, rê li ber wan xweş dikin. Di ragihandina xwe de jî weke ku xelk Şengalê bi cih dihêle û diçe, dide nîşan. Armanca wê valakirina Şengalê û peydakirina şer û aloziyan li Şengalê ye.

* Gelo hêzên artêşa Iraqê û yên Heşdî Şebî destwerdaneke çawa dikin li Şengalê?
- Em ne li dijî artêşa Iraqê ne. Me 70 kîlometro erd heta bi sînorê Rojava rizgar kir. Me pêşî li artêşa Iraqê negirt. Me gelek nuqte û cih rizgar kirin. dîsa me pêşî li artêşa Iraqê negirt. Piştî mohrkirina vê peymanê, dewleta Iraqê wisa da hîskirin, weke ku Şengal devereke dagirkirî be, û ew ê bê, Şengalê rizgar bike. Weke ku ti artêşa wê li Şengalê nebe, dîmenek di raya giştî de da peydakirin. Pişt mohrki
rina peymanê, weke ku me Şengal dagir kiribe, Êzîdiyan Şengal dagir kiribe, û artêşa Iraqê jî wê Şengalê rizgar bike, bi me da hiskirin. Ya ku bi me da hiskirin ew bû, ku Iraq wê bê û Şengalê dagir bike. Ev tiştên şaş hatin avakirin. Em Kazimî tewanbar dikin. Lewma, helwêstên herî dawî beramberî Şengalê yên hikûmeta Kazimî, helwêstên tinekirina civaka Êzîdî ne. Fermandarên artêşa Iraqê li Şengalê gelek gef li me xwarin. Gelek caran gef xwarin li Êzîdiyan ku ew ê wan bigirin, xwîna wan birijînin. Hikûmeta Iraqê wisa dilê civaka Êzîdî ji xwe hişt û kete bin bandora dewleta Tirk û PDK´ê. Tişta ku îro artêşa Iraqê li Şengalê dike, ne di xizmeta Iraqê û Êzîdiyan de ye. Ew di xizmeta dijminên Iraqê û Tirkiyê de ye.
* Balefirên dewleta Tirk ên bi mirov û bê mirov êrişî Şengalê dikirin, gelo tehlûkeya wan hîna weke berê heye yan ev

tehlûke kêm bûye?
- Balefirên keşfê li ser Şengalê her digerin. Tehlûkeya wan kêm nebûye. Heger mecala xwe bibînin wê careke din êriş bikin. Ji ber ku di nava van çend salan de ew her êriş dikin. Ev êrişên wan jî bi rewşa heyî û peymana mohrkirî re elaqedar in, ji hev ne qut in. Yanî balefirên keşfê li ser Şengalê kêm nebûne, hîna weke berê ye.
* Ji bo jiholêrakirina vê tehlûkeyê çi hewldanên dîplomatîk û tevdîrên siyasî hene?
- Rastî em ne alîgirê wê ne ku şer li Şengalê çêbe. Ji ber ku em naxwazin welatê me bibe cihê şer, civaka me penaber bibe yan jî zirar lê bibe. Ji ber ku civaka me hîna birîndar e, hîna nû bi zorê hatiye ser axa xwe, hinekî hatiye ser hemdê xwe. Şerek ne di berjewendiyê xelkê Şenaglê û ne jî di berjewendiyê Iraqê de ye. Em ji bo çareseriyê bi Iraqê re bûn alîkar. Mesela, gotin alayên xwe deynin, me danî, me hin cih dan wan. Ji bo diyalog dewam bike, me ev kir. Ji bo çareserkirina meseleyê me projeyên xwe yên xurt ên di xizmeta Êzîdiyan û Iraqê de pêşniyaz kirin. Me projeya xwe ya Xweseriya Şengalê pêşkêşî Iraqê kir. Heta talî jî ji bo çareserkirina meseleya Şengalê em bi israr in, ji ber ku em dizanin ew siyasî ye û ne ewlekariyê ye. Pirsgirêkên heyî, yên derdikevin hemû siyasî ne. Ji ber ku her kes dest werdide Şengalê û dixwaze li gorî mesleheta xwe qedera wê diyar bike. Ji bo wê, me ev tişt bi hikûmeta Iraqê re nîqaş kiriye. Me xwest em xwe bidin fêmkirin û ji wan jî fêm bikin. Lê bi qasî diyar dibe, nêta dewletê ya çareseriyê nîne. Ji ber ku her me bi hêzên eskerî, êrişkirinê û tinekirinê tehdît dike.
* Berxwedana ji bo Asayîşa Êzîdxanê heger artêşa Iraqê hêzê bi kar bîne wê bi çi rengî dewam bike?
- Tehdîtên wan her bi wê de dihere, xeternak dibin. Li hemberî vê me helwêsta xwe daye diyarkirin. Em ji ti gefan natirsin. Kî bi diyalogê were, em amade ne. Heger nebû, heger Iraqê hêz bi ser me de anî, qewet şand, em ê bersiva wê bidin. Heger li derê me xist, ew ê bersiva xwe jî bibîne. Em mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin. Oldarên me daxuyanî dan. Em ê civaka xwe biparêzin. heger yek ji me nemîne jî em ê gavê bi paş ve neavêjin. Em ê berxwedanê bi israr bikin. Lê heta dawiyê jî hedefa me ew e ku şer çênebe. Em pirsgirêkê bi diyalogê û bi çareseriyeke li gorî rastiya Şengalê û ya Iraqê hal bikin. Lê em careke din jî bibêjin, heger dewleta Iraqê, bi hêzê, bi artêşê bi ser me de bê, em ê bersivê bidinê. Em ji gefên ti kesî natirsin. Em ji gefên wan mestir in. Çawa ku ev 6 sal in me beramberî DAIŞ´ê, beramberî hêzên hevkar li ber xwe da, em ê li ber xwe bidin. Em serî ji kesî re natewînin.