
15 minute read
CENNET-XwEDA, HEBûNÊNMUCEREDÊNXwEzAyÊNE
VEGER LI EKOLOJIYA CIVAKî CEnnEt-xwEDA, HEbûnên MuCCERED ên xwEzAYê nE
Bi krîza sîstema civakî re krîza ekolojîk jî kûr dibe. Em dikarin di destpêka şaristaniyê de li kokên vê krîzê bigerin û ev rêyeke rast e. Bi zêdebûna serdestiya di nav civakê de xerîbketina mirov ji bo mirov jî zêde bû û pêre mirov bi xwezayê re jî xerîb ket. Her du di zikhev de pêk hatin. Civak di cewherê xwe de rastiyeke ekolojîk e. Mebest ji ekolojiyê; xwezaya biyolojîk û fizîkî ye ku di pêkhatinê de civak xwe dispêrê. Têkiliya di navbera pêkhatina fizîkî û pêkhatina biyolojîk a dunyayê de roj bi roj rohnîtir dibe. Yek ji qada zanist tê de serketî ye, ev qad e. Bi awayekî ilmî analîz tê kirin ku jiyanê di nav avê de dest pê kiriye, ji wir derbasî bejahî û reşahiyê bûye. Cureyên nebat û heywanên destpêkê bi awayekî sînor jê re gengaz nabe were danîn, cihêreng dibin û pêş dikevin. Hawîrdora biyolojîk û fizîkî ya cureyê mirov dikare rabigire, li gorî van pêşketinan tê ravekirin. Yek ji faraziyeyên tê kirin, cureyê mirov bi giştî di cîhana ruhberan de û bi taybetî jî di cîhana heywanan de xeleka dawî ya tekamul û beridandinê ye. Ders û encama em dikarin jê vê bigirin ev e; cureyê mirov nikare sererast bijî. Eger li gorî xelekên tekamul û beridandinê tevbigere dikare hebûna xwe dewam bike. Eger mafên tekamul û beridandinê yên xwe dispêrinê xira bike, dikare bi tevahî hebûna xwe ya biyolojîk ji holê rake û bibe sedem ku cureyê mirov nikaribe hebûna xwe dewam bike. Yekparebûna tekamulê ya di nav xwezayê de ji texmînan wêdetir, bi awayekî ilmî tespît bûye ku xwe dispêre têkiliya beramber a cureyan. Eger têkiliya beramber a di navbera cure û celeban de qut bibe, wê ji xelekên tekamulê jî veqetînên mezin bibin û ev yekê jî pirsgirêka dewam û îdameya gelek cureyan derbixîne holê. Li hemberî vê rastiya ilmî, eger pirsgirêka ku şaristaniyê afirandiye neyê çareserkirin û tedbîr neyê wergirtin, ji zû ve çirkînî bi deriyê cehennemê ketiye. Ji ber ku şaristanî xwe dispêre zordarî û cehaletê, -ya rastîn derewkariya mecbûrî- rê li ber pirsgirêkê vedike. Wexta hiyarerşî û dewlet pêk tên, ji bo hebûna xwe mayînde bikin, tenê xwe naspêrin zordariyê, ji bo çîroka rastiyê veşêrin jî serî li durûtî û derewê didin. Serdestiya îqtîdarê, serdestiya zêhniyetê jî ferz dike. Eger zêhniyet jî hebûneke li derveyî rastiyê karibe bide qebûlkirin dikare hebûna îqtîdarê misoger bike. Aliyê îqtîdarê yê darê zorê her tim aliyê îqtîdarê yê hêza nerm zêhniyetê li
Advertisement
AbDuLLAOCELLAn
hêle. Hem jî ji aliyê zalimên rastîn ve. Wexta mirov di nava dîrokê de çav li rawestgeh û qonaxên vê zêhniyetê digerîne, mirov vedilîze û matmayî dibe. Di dema împaratoriya Romayê de mirov û hey-wanên dirinde berdidan hev. Ev berhemê vê zêhniyetê bûn. Eleqeya bi cîhana hemû nebat û heywanan re qut dike, dunyayê reş û tarî dike. Ev rewş têkiliya wê bi kiryarên zalimane yê hêza îqtîdarê re heye. Ya rastîn, berdana hevdu ya mirov û heywanên dirinde, xerîb-xistina ji xwezayê sembolîze dike. Di serdema feodalîzmê de dunya xaneke ku divê berî gavekê were terikandin. Heta cihekî bi qirêj e, mirov dixîne guneh û bi xwe ve girê dide. Li hemberî meznahiya xwedê ma çi qîmeta xwezayê heye. Berê gavekê terikandina xweza û dunyayê bûye hedefek bawermendwarî. Lê li tebeqa jor jiyan bi awayekî cennetwarî bi hezar reng û tamên xwe dewam dike. Em wexta dibêjin ji rêderketina zêhniyetê, em vê falsîfîkasyonê(belovajîkirinê) destnîşan dikin. Di bingehê paşvemayîna civakên Rojhilata Navîn de ev zêhniyeta ji rêderketî ya hezar salan radizê. Tayê zêhniyeta mirov ê ji xwezayê qutbûyî di cewherê xwe de bi Ronesansê ji nû ve pê ve hat kirin. Ronesansê şoreşa zêhniyetê li ser zindîbûn, hilberîn û pîrozbûna xwezayê pêş de bir. ‘Çi heye di xwezayê de heye’ kir hîmê baweriya xwe. Bedewî û xweşikbûna xwezayê bi huner baş nîşan da. Bi helwesteke zanistî çirkînî bi de¬riyê sînorên xwezayê xist. Bi tevahî naskirina mirov wek wezîfeyên huner û zanistê hes
iband. Vê guhertina di zêhniyetê de serdema nû afirand. Berovajî yeqîn û texmînan, civaka kapîtalîst encameke xwezayî ya vê pêvajoyê nîne. Kapîtalîzmê ev pêvajo ji rê derxist û paş ve xist. Rêbazên ku mêtingeriya mirov pêş de biribûn tevî îstîsmara xwezayê meşandin. Serdestiya li mirov bi serdestiya li xwezayê gihîşt hevdu. Êrîşa herî dijwar li dijî xwezayê da destpêkirin. Bêyî li ti pîrozbûn, zindîbûn û mêzîna xwezayê bifikire, îstîsmarkirina wê wek wezîfeyeke şoreşgerane fêm kir. Pîrozbûn ku her çend berê belovajî bû jî, bi tevahî di zêhniyetan de kor kir. Bêyî ku bibe xwediyê çi tirs û fikarê, her cure bi karanîna li ser xwezayê ji xwe re heq û maf qebûl kir. Di encamê de krîza civakî û ya hawîrdorê xwe gîhandin hevdu. Cewherê sîstemê çawa krîza civakî gîhand neqeba kaosê, felaketên hawîrdor jî dijîn, dest pê kirin îşaretên SOS didin. Bajarên mîna kan¬serê mezin dibin, hewaya qirêj dibe, tebeqeya ozonê ya qulbûyî, qonax bi qonax kêmbûna cureyên nebat û heywanan, talankirina daristanan, gemarbûna çeman, li her deverê bilindbûna girikên sergo û gelaşê, kêmbûna avên nişmî, pirbûna bê kontrol a şêniyan, êdî xweza jî tevî kaosê rakir serhildanê. Ji ber hêrsa kar fikir nayê kirin ku wê ev dunya me karibe çiqas bajar, mirov, fabrîke, maşînên ragihandinê, maddeyên sentetîk, hewa û ava qirêj rake. Ev bûyerên neyênî çarenûs nînin. Ji ber ku di destê îqtîdarê de zanist û teknîk bê mêzîn tê xebitandin, em bi vê encamê re rûbirû ne. Bêguman em nikarin ji pêvajoyê zanist û teknîkê berpirsiyar bibînin. Jixwe zanist û teknîk bi serê xwe jî nikarin rol bilîzin. Li gorî taybetiyên hêzên sîstema civakê dikarin rola xwe bi cih bînin. Dikarin xwezayê hilweşînin û dikarin xwezayê bedew jî bikin. Pirsgirêk bi tevahî civakî ye. Di navbera asta zanistteknîkê û standartê jiyana piraniya mirovan de nakokiyek heye. Ji ber berjewendiyên hindikayiyek li ser zanist û teknîkê serdest in, em bi vê rewşê re rûbirû dimînin. Di sîstema civaka xwezayî û de-

mokratîk de rola zanist û teknîkê bilîze ekolojîk e. Ekolojî bi xwe jî ilmek e. Zanisteke têkiliya civakê bi hawîrdorê re lêkolîn dike. Tevî ku ilmekî nû ye, her ku diçe bi hemû ilman re di zikhev de ji bo li dawî hiştina nakokiya civakê bi xwezayê re wê roleke pêşeng bilîze. Têgihîştin û serwextbûna li hawîrdorê her çend bi sînor bi pêş de diçe jî wê bi ekolojiyê re bibe pêngaveke mezin a şoreşê. Di civaka seretayî ya komîn de têkiliya xwezayê bi civakê re mîna têkiliya zarok bi dayikê re ye. Civak xwezayê zindî dibîne. Mîna pîvaneke bingehîn a dînî, ji bo li dijî wê nebe, guneh li hemberî wê neke tevdigere. Dînê xwezayê, dînê civaka seretayî ya komîn e. Di pêkhatina civakê de nakokî û anormaltiyeke xwezayî nîne. Fel¬sefe bi xwe, mirov wek “xwezaya li xwe hayil dibe” rave dike. Mirov di cewherê xwe de parçeyê herî pêşketî yê xwezayê ye. Sîstema civakî ye ku ev parçeyê xwezayê yê herî pêşketî bi xwezayê re dixe nav rewşke bi nakok. Bi vî awayî jî anormaltî û dijbertiya bi xwezayê re ya sîstema civakî eşkere dibe. Ev sîstem, mirovê ku bi xwezayê re bi coş û şahiyeke cejin û roşanan - jixwe cejin û roşan rojên bi bereket ên yekîtiya bi xwezayê re îfade dikin - bûye yek, dike bela serê xwezayê, wê wextê ev rastî ispat dike ku sîstema civakî çiqas bûye bela. Yekparebûna bi xwezaya hawîrdorê re ne tenê di warê aborî û civakî de ye. Ji aliyê felsefîk ve jî xweza hewes û arzûyek e, divê mirov lê serwext bibe. Ya rastîn ev danûstendineke beramberî hevdu ye. Xweza her dibe mirov, meraqa xwe ya mezin û hêza xwe ya afirandinê ispat dike. Mirov jî her ku li xwezayê -balkêş e, Sumerî azadiyê(amargî) wek vegera li dayikê(xwezayê) fêm dikin- serwext dibe li xwe hayil dibe. Di navbera herduyan de têkiliya

aşiq û maşûq heye. Ev macerayeke mezin a eşqê ye. Xirakirin, veqetandin bi gotineke dînî belkî jî gunehê herî mezin e. Ji lewra, ji wê hêjatir hê-zeke maneyê nayê afirandin. Ji ber ku bi mijarê ve ye, dabaşa xwîn-dîtina jinê xwe careke din di vir de dide hiskirin. Xwîn herikîna ji malzaroka jinê hem dûrketina wê ya ji xwezayê û hem jî hatina wê ya ji xwezayê îşaret dike. Bi vî awayî aliyê balkêş ê şîroveya me ya di vî warî de xwe li vir dide hiskirin. Xwezabûna jinê bi hatina wê ya ji xwezayê re têkildar e. Balkêşiya wê ya esrarengîn jî bi vê rastiyê manîdar dibe. Çi sîstema civakê ya mirov bi xwezayê re negihîne hevdu, aliyê wê exlaqî û rasyonel ê were parastin nîne. Sîstema herî zêde mirov bi xwezaya hawîrdorê dixe nakokiyê bi vê sedemê ji aliyê exlaqî û rasyonelîteyê ve li dawiyê tê hîştin. Ji vê tarîfa me ya kin jî baş tê fêmkirin ku têkiliya di navbera felaketa hawîrdorê û kaosa sîstema kapîtalîzmê de diyalektîk e. Lê nakokiyên bingehîn ên bi xwezayê re dikarin bi sîstemê gav bidin avêtin. Ji ber karektera nakokiyê wê tevgerên hawîrdorparêz bi serê xwe tenê nikaribin çareseriyê pêk bînin. Ji aliyê din ve, civakeke ekolojîk veguherîneke exlaqî jî ferz dike. Kapîtalîzm antîexlaqiyetê dikare bi helwesteke ekolojîk li dawiyê bihêle. Têkiliya exlaq-wijdan rûhiyeteke empatîk û sempatîk divê. Ev jî bi amadekariyeke baş a ekolojîk manîdar dibe. Ekolojî dostanî ye bi xwezayê re, baweriya bi dînê xwezayî ye. Bi vî awayî, xwe gîhandina hevdu ya civakeke organîk a xwezayê û têgihîştineke hişyar îfade dike. Pirsgirêkên pratîk ên jiyana ekolojîk têra xwe rojane ne. Ji bo rawestandina felaketên xwezaya hawîrdorê, pêwîst e gelek saziyên ku ji bo vê yekê hatine damezrandin hînê zêdetir werin xurtkirin û wisa bikin ku bibin mîna parçeyekî civaka demokratîk. Dîsa piştgiriya bi tevgerên jinê yên azadîxwaz û femînîst ji wezîfeyên pratîk ên li pêş in. Yek ji xebatên bingehîn ên demokratîk, divê têgihîştin û rêxistiniya di warê hawîrdorê de were xurtkirin. Wextekê çawa ji bo têgihîştina li çîn û netew kampanya dihatin lidarxistin, niha jî hewce ye, em ji bo têgihîştina li hawîrdor û demokrasiyê kampanyayan li dar bixin. Ji mafên heywanan bigirin heta parastina daristanan, divê em xwezayê ji nû ve şên bikin û vê yekê bikin parçeyekî ji çalakiyên civakê. Kesê-a berpirsiyariya xwe ya biyolojîk nebe, berpirsiyariya xwe ya civakî jî seqet e. Berpirsiyariyeke rastîn û manîdar ew e ku karibe têkiliya di navbera herduyan de bibîne. Di pêvajoyên pêş de divê xwezaya rût bigihîje daristanên mezin û bi nebatên cûrbecûr bixemile û heywan tê de belav bibin. Ji bo vê pêwîst e têkoşîneke mezin were meşandin û divê bimeşe. Mîna ku ji bo daristanan û şênbûnê şens were dayîn. Xuya ye, ji niha ve
wê slogana “welatparêziya mezin avakirina daristanan û dardanîne” bibe yek ji sloganên hêja. Baş tê fêmkirin ku kesa-ê ji heywanan hez neke û nikaribe biparêze wê nikaribe ji mirovan hez bike û biparêze. Çendîn were fêmkirin ku heywan û nebat emanetî mirov in, wê qîmet û buhaya mirov jî qatekî din zêde bibe. Têgihîştineke civakî ya ji serwextbûna li ekolojiyê bêpar, mîna di rastiya sosyalîzma reel de jî hat dîtin, nikare xwe ji rizîn û jihevketinê xilas bike. Têgihîştina ekolojîk têgihîştineke bingehîn a îdeo-lojîk e. Mîna pireke di navbera exlaq û felsefeyê de ye. Polîtîka riz-garker a ji krîza hemdem, eger ekolojîk bibe, dikare bigihîne sîstemazîkirineke civakî. Mîna di pirsgirêka azadiya jinê de, di ça-reserkirina pirsgirêkên ekolojîk de jî têgihîştina îqtîdara dewletparêz a bavikanî di bin jiyaneke derengketî û şaşiyan de, xwediyê roleke bingehîn e. Çendîn femînîzm û ekolojî pêş bikeve, hemû mêzînên sîstema dewletparêz a bavikanî xira dibin. Têkoşîneke rastîn a sos-yalîzm û demokrasiyê çendîn di armancên xwe de azadiya jinê û rizgarkirina hawîrdorê hebe, dikare bibe yekpare û gelemperiyê himbêz bike. Jixwe têkoşîneke ev çend yekpare û gelemperî himbêz kiribe dikare bibe yek ji şêweyên manîdar ji bo derketina ji kaosa di rojevê de cih digire. Globalîzma sîstema kapîtalîzmê, bi sedema sîstema sosyalîst ji ber nakokiyên navxweyî di sala 1989an de têkçû, têra xwe ket sêye-mîn pêvajoya mezin a krîzkaosê. Sîstem bi pêşengiya DYE
Utopyayên cennet-xwedayetiyê yên di pirtûkên pîroz de wek hêzên destpêkê yên şaristaniyê mîtolojiyên Sumeran, li ser vê rastiyê, li hev anîn. Wek qalibên zêhniyetê yên bingehîn li zêhniyeta mirovê di serdema zarokatiyê de hatiye kolan. Cennet-xweda, hebûnên muccered ên xwezayê ne
hewl dide bi “împaratoriya kaosê” îqtîdara xwe dewam bike. Împaratoriya kaosê ya DYE pêvajoyeke mîna ya jihevketina Romayê dijî. Tevî cihêwaziyên sîstema kapîtalîst ên divê werin zanîn. Welatên Yekîtiya Ewrûpayê ku xwe ji hegemonya DYE dûr digirin, bi hin argumanên bi sînor ên mafê mirovan û demokrasiyê li ber xwe didin û dixwazin komarên xwe yên li ser rêya kevneşopiyê û dewletên netewî bi-parêzin. Ji ber ku globalîzebûna kapîtalîzmê li pêşiya netew-dewletan asteng e, YE neçar dihêle ber bi yekîtiyeke di ser netewan re biçe. Li pasîfîkê, sêyemîn hêzeke global bi pêşengiya Japonya û Çînê gengaz xuya nake. Tevî van welatan Rûsya, Brezîlya û hwd. zêdetir wê netew-dewletên xwe biparêzin. Gelek welatên dunyayê, netew û komên dewletan ku piştî 1945an li gorî mêzîna DYE-Sowyetê pir bi zehmetî modelên xwe yên netewdewlet li ser piyan digirtin, wê di çarçoveya împaratoriya kaosa DYE de zêdetir piçûk bibin; teng bibin; hinekî, yan jî bi temamî parçe bibin û ji nû ve ava bibin. Di serî de Rojhilata Navîn, Kafkas û Balkan, gelek herêm û dever vê pêvajoyê bi dijwarî dijîn. Împaratoriya kaosê ku bi vî awayî em jê re dikarin bibêjin sêyemîn şerê globalîzmê, ne tenê bi rêbazên eskerî û aborî tê rêvebirin. Ji wê jî zêdetir û diyarker bi şîrketên aboriyê û saziyên medyayê yên global tê rêvebirin. Şîrketên medya û aboriyê yên di asta cîhanîbûnê de civakan di warê zik û mejî de birçî dihêlin û bi hêsanî dikarin berê wan bidin cihê dixwazinê û bi kar bînin. Bi serweriya xwe ya zanist-teknolojîk hewl didin sîstema civaka kapîtalîst xurtkirî ji kaosê derbixînin, an ew nebe bi zirareke kêm û ew jî nebe bi avakirineke jinûve xilas bikin. Di kaosê de rêvebirin, parastin û bi guhertineke qismî dewama sîstemê bi rêbaz û helwestên berê nabe. Eger mirov helwest, kiryar, taktîk û stratejiyên nû yên DYE daniye ber xwe, bi taybetiyên pêvajoya kaosê re binirxîne wê hînê rastir bibe.
Şêwazê komîn û demokratîk ku gelan di tevahiya dîrokê de nîşan dan, pêwîst e ji bo karibe ji kaosê derkeve xwe bi nûkirina taktîk û teoriyê xurt bike. Têgihîştina “çep” ya sosyalîzma reel a berê derxist holê û di dema nû de têgihîştina “çep”, “ekolojî” û tevegerên “femînîst”, Civînên Porto Allegre di wê qabîliyet û têgihîştinê de nînin ku karibin kaosê li dawiyê bihêlin û derbas bikin. Tevî van tevgeran hewce ye li ser perspektîfeke teorîk a giştî ya globalîst wek “civakeke ekolojîk, demokratîk û azadiya cinsiyetê” guftûgo were kirin û her wisa li ser awayên taktîkên herêmî û şêwazên çareseriyê danûstendineke xurt bibe. Wexta ev were kirin, yek ji şertê sereke ew e ku divê ji teorî û helwestên taktîk ên “dewletê xira dike yan jî îqtîdarê zevt dike” re “xatir” bixwaze. Heta têgihîştinên di navenda wan de dewlet heye û şêwazên rizgarîxwaz neyên terikandin, çawa ku di mînaka sosyalîzma reel de hate dîtin, wê nikaribin xwe xilas bikin ji bo bi awayekî xirab nebin xizmetkarê kapîtalîzmê. Dîsa bi şêwazê berê yên welat, netew, çîn û dîn li ser hîmê têgînên mucered û gulover bi slogan û bernameya rizgariya dewlet, sosyalîzm, netew, welat û dîn serhildan û rakirina gelan ji bo şer wê nikaribe bersivê bide daxwazên rastîn ên gelan ji bo azadî û wekheviyê. Eger bersivê bide jî wê nikaribe xwe xilas bike ji bo di nav kapîtalîzmê de nehele û wê xurt neke. Her tiştê di qonaxa nû ya kapîtalîzma global de, gel û komên gel pêk tînin, bi îrade û têgihîştin wê ji bo nasname û çanda xwe, li ser çareseriyên herêmî û ji netewiyetê wêdetir lê bikolin û bi asta çalakî û rêxistiniya wan diyar bibe. Wek şaxên bingehîn ên rêveberiyên herêmî ji tevgerên şaredariya demokratîk heta komînên kolan û gundan, ji kooperatîfan heta rêxistinên berfireh ên civakî yên sivîl, ji mafên mirovan heta mafê heywan û zarokan, ji azadiya jinê heta rêxistiniya pêşeng a ciwan û ekolojiyê, divê bi tevin û toreke berfireh rêxistiniya civakê ya demokratîk were kirin, ji bo civakên bi vî rengî yên demokratîk, wek koordînatorê rêveber, îdeolojîk û teorîk, partiyên siyasî yên demokratîk werin damezrandin. Bêyî partiyên demokratîk û pêşdebirina îttîfaqan, pêkanîna civakeke demokratîk tewş e. Navenda siyaset û civaka demokratîk, divê di asta jor de xwe bi “kongreyên gel” tacîdar bikin û ev yek ji bo her gelî wezîfeyeke bingehîn e. “Kongreyên gel” yên nabin alternatîfê dewletê û xwe radestî wê jî nakin, lê dema hewce bike bi pîvan pêre rûdinên, ji bo kaosa di rojevê de li dawiyê were hîştin, di serê saziyên demokratîk de tên. Kongreyên gel ji bo pêdiviyên civaka demokratîk sazî û dezgehên ku di warê siyasî, xweparastin, qanûnî, civakî, exlaqî, aborî, zanistî û hunerî de hatine avakirin, dikare kontrol bike. Sloganên bingehîn ên gelan mirov dikare weha rêz bike; welat û netewê azad, sosyalîzma bi awayekî berfireh demokrasî barkirî, -yanî têgihîştina wekheviyê ya ne wekhevan a ne huqûqî- azadî ji bo baweriyên dînî û kongreyên demokratîk ên ne dewlet. Wexta îmkanên mezin ên di destê kapîtalîzma global de wek zanist, eskerî û aboriyê li ber çav werin girtin, divê her cure çalakiyên qanûnî, wexta qanûn bi cih nehatin anîn û rejîma zordar esas hat dîtin rêxistinkirina her cure serhildan û şerê gerîlla yên xweparastinê wek rêbazên dijber divê werin nirxandin. Ji ber ku civaka kapîtalîst wexta pêk hatiye exlaq înkar kiriye, pêwîst e wexta civaka ekolojîk, demokratîk û azadîxwaziya cinsiyetê were avakirin, tevger bi teorîk-etîk û pratîk-exlaqê ve wek prensîb û helwesteke dest jê nabe girêdayî be. Em wexta civaka kaosê li dawiyê bihêlin, hîmên zêhniyetê yên em xwe herî zêde bispêrinê wê huner û zanist be. Ji ber ku ji dibistanên seretayî heta zanîngehan bi perwerdeya fermî tê xwestin hawîrdor, civak û ferdê bi awa û cewher ê li pey dewlet û hiyarerşiyê diçe û xerîb ketiye were afirandin, divê ev dafikên hînkirinê û perwerdeyê li dawiyê werin hîştin, bi têgihîştineke -paradigma- nû ya hunerî û zanistê, mirov û civakê bi rastiya dîrokî bidin naskirin û bigihînin kêliya azad, bi şoreşa zêhniyetê vê yekê bipejirîne û bi cih bîne. Akademiyên zanistê yên nû û dibistanên bi vî rengî bi qasî ku hewceyî pê hebe li her deverê werin avakirin. Li ser vî hîmî, li dijî împaratoriya kaosê ya kapîtalîzma global, divê em berê xwe bidin “şaristaniya demokratîk û global a gelan.” Ev hem ji bo hurmeta ji kevneşopiya berxwedanê re, hem jî ji her demê zêdetir dikare me bibe dunyayeke demokratîk, azad û wekhev.