Page 1

KOENDAMA LÎMFÊ

Berhevkar: Niyazi Durmuş

(SÎSTEMA LÎMFÊ)


Me zanî ku xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletek xweser dikarin bijîn û payedar bin.

Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

Berhevkar: Niyazi Durmuş


SÎSTEMA LÎMFÊ Sîstema lîmfe/lîmfî, an jî koendama lîmfê sîstema gerê ya duyemîn a laş e. Sîstema gerê ya yekemîn a laş sîstema gera xwînê ye. Sîstema lîmfê ji lûleyên lîmfe, şileya lîmfê, girêyên lîmfê(lîmfegirê), û endamên lîmfê yên wekî sipil, aloq(argûşk), rijênê tîmus û mejiyî hestî pêk tê. Erka sereke ya sîstema lîmfî; -Ji navbera xaneyan, şileya şaneyê dimijîne û şileyê tevlî xwînê dike. - Bergiriya laş dirist dike.. -Ji xurekên di nav rûviyê zirav de, çewrî(lîpîd) û vîtamînên A,D,E,K. dimijînê û tevlî xwînê dike. Mûlûleyên lîmfê wekî mîna torek di nav valahiya navbera xaneyan de belavî ne. Serê mûlûleyên lîmfê di nav şileya navbera xaneyan de dirêj dibe. Mûlûleyên lîmfê digihîjin hev û tevî hev dibin bi vî awayê lûleyên lîmfê yên hê firehtir çê dibin. Lûleyên lîmfê jî digihîjin hev û wekî coyên(cogên) lîmfê tên binavkirin. Coyên lîmfê jî bi lûleyên xwînê ve girêdayî ne. Ango gera lîmfê ji mûlûleya lîmfê dest pê dike, ji lûleyên lîmfê, girêyên lîmfê û coyên lîmfê derbas dibe û di lûleya xwînê de bi dawî dibe. Gera lîmfê yek alî ye, limf ji navbera şaneyan derdikeve,ber bi dil ve diherike. Berevajî sîstema gera xwînê, di sîstema lîmfê de, dil ji bo herika şileya nav lûleyan alîkarî nakê. Anko sîstema gera lîmfê wekî mîna xwînhêneran, bi girjbûna masûlkeyan û bi navbeynkariya derîçeyan, lîmfê ber bi dil ve diherikîne.

Berhevkar: Niyazi Durmuş


Berhevkar: Niyazi DurmuĹ&#x;


MÛLÛLEYA LÎMFÊ Mûlûleyên lîmfê wekî mîna torek di nav valahiya navbera xaneyan de belavî ne. Kotayî ya mûlûleyên lîmfê daxiraw e(girtî ye). Serê mûlûleyên lîmfê di nav şileya navbera xaneyan de dirêj dibe. Mûlûleyen lîmfê dişibe tilîyên nav lepik. Heke em mûlûleyê wekî tilî bihesibînin, lepik(destgork) şileya navbera xaneyan e. Mûlûleya lîmfê ji çînek xaneyên epîtelî(endotelîum) pêk tê. Xaneyên epîtelî li hin beşan de li ser hev qat dibin, bi vî awayê derîçok çê dibin. Şileya şanêyê ji derîçokan(derîçeyên piçûk) derbasî nav mûlûleya lîmfê dibe. Dema pestoya şileya nav xaneyan nizim be, derîçok rê li ber paşvegera lîmfê digire û nahêle lîmf ji mûlûleyê derkeve navbera xaneyan. Lê gava pestoya şileya şaneyê berz(bilind) dibe, îcar derîçok ve dibin û şileya navbera xaneyan derbasî mûlûleya lîmfê dibe. Li gel guherîna pestoya şileya şaneyê, rîşalên kollogenî jî vekirin û girtina derîçokan rêk dixe. Gava pestoya şileya navbera xaneyan berz dibe, rîşalkên kollogenî derîçokan hê pirtir ve dikin, bi vî awayê şileya şaneyê bi awayekî hêsantir derbasî nav mûlûleya lîmfê dibe.

Berhevkar: Niyazi Durmuş


Şileya lîmfê ji xurekên di nav rûviyê zirav de, çewrî(lîpîd) û vîtamînên A,D,E,K. dimijînê û tevlî xwînê dike

Piştî herisînê (hezm) ji xurekên herisî madeyên wekî glukoz, asîda amînî, asîda çewrî û glîserol çê dibin. Ji vana yekeyên çewrî(glîserol û asîdên çewrî)di nav xaneyên epîtelî yên rûviya zirav de, wekî dilopek rûn tov dibe. Ev pêkhate wekî kiylomîkron (chylomicron) bi nav dibe. Kiylomîkron derbasî nav şileya şaneyê dibe. Paşê kiylomîkron ji aliyê mûlûeyên lîmfê ve tên mijandin û bi navbeynkariya sîstema lîmfê, dawiya dawî di dil de tevlî gera xwînê dibe. Ne tenê çewrî(lîpîd), lê vîtamînên A, D, E, û K jî ji rûvî derbasî mûlûleya lîmfê dibin û bi navbeynkariya sîstema lîmfê, xwe digihînin dil û tevlî xwînê dibin.

Berhevkar: Niyazi Durmuş


LÎMF (ŞILEYA LÎMFÊ)

Xane ji bo berdewamiya jiyana xwe, xurek û oksîjenê ji xwînê digire, herwisa, madeyen paşmayî jî bi navbeynkariya xwînê ji xaneyê tên dûrxistin. Dîwarê mûlûleya xwînê bi parzûna xaneyê ve zeliqî nîn ne. Di navbera dîwarê mûlûleya xwînê, mûlûleya lîmfê û parzûna xaneyê de valahiyek piçûk heye, ev valahî wekî ” valahiya navbera xaneyan” tê binavkirin. Ango gava tiştek ji xwînê diçe nav xaneyan, pêşî ji dîwarê mûlûleya xwînê derbas dibe û dikeve nav valahiya navbera xaneyan, paşê ji vir dikeve nav parzûna xaneyê û derbasî nav sîtoplazmaya xaneyê dibe. Valahiya navbera xaneyan ne vala ye, lê bi şileyek tijî ye. Ev şile wekî “şileya şaneyê” an jî “şileya navbera xaneyan” tê binavkirin. Çavkaniya şileya şaneyê plazmaya xwînê ye. Ji ber pestoya hîdrostayî ya xwînê, hin made ji dîwarê mûlûleya xwînê derbas dibin û dikevin navbera valahiya xaneyan. Hinek ji van madeyan derbasî nav xaneyan dibe, ên di navbera valahiya xaneyan de dimînin jî wekî şileya şaneyê tê binavkirin.

Her roj ji dîwarê mûlûleyên xwînê yên laşê mirov de, bi qasî 20 lître ya şilemenî ji plazmaya xwînê tê parzûnkirin. Ev şilemenî ya parzûnkiri, ango şileyeya şaneyê dikeve nav valahiyên navbera xaneyan. 17 lîtreyê vî şilemeniyê ji aliyê xwînhênerokan ve cardin tê mijandin û tevlî xwînê dibe. Sê lître ya şilemenîyê di valahiya navbera xaneyan de dimîne. Heke ev şilemenî ji bo demek dirêj di navbera mûlûleya xwînê û parzûna xaneyan de bimîne, laş diwerime, û xwîna nav lûleyên mirov jî kêm dibe.

Berhevkar: Niyazi Durmuş


Sîstema lîmfê şileya şaneyê ji derdora xane û şaneyan tov dike û cardin tevlî xwînê dike. Carek şileya şaneyê ket nav mûlûelya lîmfê, êdî wekî ” lîmf” an jî “şileya lîmfê” bi nav dibe. Di zimanê latînî de ji bo lîmfê peyva “lympha” tê bikaranîn. Wateya “lympha” av e. Şileya lîmfê mîna avê, bê reng e, loma lîmf wekî “xwîna spî” jî bi nav dibe. Dîwarê mûlûleyên lîmfê delînbar e û pestoya hîdrostayî ya nav mûlûleyên lîmfê ji ya mûlûleyên xwînê kêmtir e. Ji ber wê yekê, şileya şaneyê bi hêsanî derbasî nav mûlûleyên lîmfê dibe. Lîmf (şileya lîmfê) dişibe xwînê, lê di nav lîmfê de xirokên sor, perikên xwînê û proteînên gir tune ye. Lîmf ji av, mîneral, asîdên amînî, glukoz û lîpîd pêk tê. Li gel van madeyan, di nav lîmfê de xirokên spî (lîmfosît) jî heye. Berhevkar: Niyazi Durmuş


LÎMFEGIRÊ (GIRÊYA LÎMFÊ) Girêya lîmfê an jî lîmfegirê (bi înglîzî “lymph node”) pêkhateya sîstema lîmfê ye û li tevahiya laş de belavî ye. Bi taybetî li stû, binçeng, berran û çokan da hejmara lîmfegireyan zêde ye. Teşeya girêya lîmfê dişibe gurçikan. Hemû lîmfegirê bi lûleyên lîmfê ve bi hev re girêdayî ne. Lîmfegirê gelek xaneyên xiroka spî lixwe digire. Lîmfosîta B, lîmfosîta T, xaneyên makrofaj û xaneyên plazma di nav lîmfegirê de li dij hokarên nexweşiyê kar dikin. Ji %90ê lîmfosîtan ji lûleyên xwînê derbasî nav limfegirêyan dibe, ji %10ê lîmfosîtan jî ji şileya lîmfê tê. Lîmfegirê ji du beşên sereke pêk tê, xaşe û tûkil. Çîna derve wekî xaşe(kapsul) bi nav dibe û ji bestereşane pêk tê. Li bin xaşê de tûkil heye. Lîmfosîtên B û T yên neçalak û xaneyên makrofaj di nav tûkil de cih digirin. Tûkil jî ji du beşan pêk tê, tukila derveyî û tukila hundirî. Navika lîmfegirê wekî kirok tê binavkirin. Tûkil kirokê dorpêç dike.

Berhevkar: Niyazi Durmuş


Şileya şaneyan a di navbera xaneyan, bi navbeynkariya mûlûleyên lîmfê tê berhevkirin. Mûlûleyên lînfê şileya lîmfê diguhezîne limfegirêyan. Lîmfegirê şileya lîmfê parzûn dike, hokarên nexweşiyê yên wekî vîrus û bakterîyan ji şileya lîmfê dûr dixe. Bi vî awayî, lîmfegirê ji bo bergiriya laş kar dike. Herwiha hin xaneyên bi nexweşiya şêrpence jî di lîmfegirêyan de tên kuştin. Gava mirov diçe nexweşxaneyê, bizîşk bi çav û dest kontrola lîmfegirêyên stû an jî yên binçeng dike. Hin caran dibe ku ji ber teşeneyê( enfeksîyon ) an jî ji ber şêrpenceyê girêyên lîmfê biwerime. Xaneyên plasma yên çalak di nav kirok de cih digirin. Xaneyên plasma li dij hokarên nexweşiyê dijaten çê dikin û der didin. Dijaten proteînên taybet e, bakterî û vîrusan bê bandor dike.

Berhevkar: Niyazi Durmuş


ALOQ Aloq,an jî bi navên din, alû, argûşk, behîvok, gelale, an jî lewzetên pêkhateyên şaneya lîmfê ye. Her wekî hemû endamên lîmfê, aloq jî ji boy sîstema bergiriyê li dij hokarên nexweşiyê alîkariya parastina laş dikin. Aloq di gewriya (qirik) mîrov de li ser dîwarê daqurtokê de bi awayek bazinî rêzbûyî ne. Aloq di laşê mirov de sê cot in; aloqên esmanê dev, aloqên zîmanê û aloqên daqurtokê (adenoîd). Ji hemû aloqan, cota aloqên esmanê dev a herî navdar e. Loma bi gelemperî peyva aloq ji bo aloqên esmanê dev tê bikaranîn.

Berhevkar: Niyazi Durmuş


Aloq bi şêweya hêlkeyî ne. Cota aloqê ( aloqa esmanê dev) di paşiya valahiya dev, yek li aliyê çep a din li aliyê rastê daqurtokê de cih digirin. Rûyê aloqan biçal û mirtik e. Cogên ziravok ji rûyê aloq ber bi hûndirê aloq ve dirêj dibin, ev cogan wekî krîpt(crypt) tê binavkirin. Li ser rûyê her aloqêk bi qasî 20 heb krîpt heye. Ji ber rûyê girûzî, aloq dişibin dendika behîvê, loma di nav gel de aloq wekî behîvok jî tê binavkirin. Di laşê mirovê têgihîştî de aloq pêkhateyek hûrik a bi giraniya 1,5 gram e. Aloq bi dirêjiya 2,5 cm, bi firehiya 2 cm ,bi stûriya (qalinî) 1,2 cm ê. Aloqên zarokan ji yên mezinan girtir ê. Aloq bi xirokên spî bergirî dûrist dikin, li dij hokarên nexweşiyê yên wekî vîrus û bakteriyan tenduristiya laş diparêzin. Xwarin û vexwarin dema ji dev derbasê daqurtokê dibe, aloq bakterî û vîrusan ji nav xurekan parzûn dike.

Berhevkar: Niyazi Durmuş


Dibe ku hin hokarên nexweşiyê bi henase(bihn)wergirtinê, ji poz derbasê nav laş bibe, vê gavê aloq, vîrus û bakteriyên nav hewayê jî digirin. Xirokên spî yên aloqan li dij hokarên nexweşiyê dijaten berhem dikin. Hin caran dibe ku bergiriya laşê mirov lawaz be, di rewşek wisa de aloq bi diristkirdina bergiriyê de bisernakevin, û diwerimin. Werimiya aloqan wekî aloqkulî( bi înglîzî”tonsillitis”) bi nav dibe. Ji hemû hokarên nexweşiyê, vîrus hê pirtir dibin sedema aloqkuliyê. Nîşaneyên aloqkuliyê; êşa qirikê peyda dibe, daqurtandîna xurekan dijwar dibe, bêkêfî çê dibe, aloqên herdû aliyên qirikê diwerimin û li aloqan deqên gewr peyda dibin. Aloqkulî bi qasê 5 roj didome.

Berhevkar: Niyazi Durmuş


SIPIL Li nav gel de ev lebat wekî fatareşk, Spil, didanxoşk, xalxalk an jî dêdik jî tê nasîn. Lê di zanista zîndezaniyê(biyolojî) de navê vê endamê sipil e. Bi înglîzî navê sipilê “spleen”e, bi erebî jî “thal” e. Sipil bi sîstema gera xwînê û bi sîstema bergiriyê ve tekîldar e. Sipil xirokên sor enbar dike, Xaneyên xwînê yên di kotayiya jiyana xwe de ne, li sipil tên hilweşandin. Herwiha sipil dijaten berhem dike û bergiriya laş dirûst dike. Sipil endama(organ) herî gewrê ya sîstema lîmfê ye. Li jorê valahiya zik de li aliyê çepê, li binê nawpençikê de cih digire. Li nêzê sipilê, gede, pankreas û gûrçika çepê heye. Qebareya sipil bi qasê kulma(mist) mirov e. Giraniya sipil a asayî 200 gram e. Dirêjiya sipilê 12 cm, firehiya wî 7 cm , stûriya (qalinî) sipilê 2,5 cm ê.

Berhevkar: Niyazi Durmuş


Korpele(dergûşa hîn di zikê dayika xwe de) hetanê pênc mehî li sipil xirokên sor û xirokên spî berhem dike, sipila korpele, piştî pênc mehî karê berhemanîna xaneyên xwînê radiwestîne, edî moxê hestî dest bi çêkirina xaneyên xwînê dike. Spil bi xaşeya ji bestereşane hatiyê pêçandin. Di hundirê xaşeyê de du cureyên şaneya sipilî heye, kiroka sor û kiroka spî.

Berhevkar: Niyazi Durmuş


Kiroka spî ya sipilê pêkhateyên lîmfê yên wekî xaneyên plazmayê, lîmfosît, girêkên lîmfê lixwe digirê. Herwiha kiroka spî lîmfosîtan jî çê dike. Xaneyên makrofaj jî di sipil de li hember bakterî û dijapeydakeran(antîjen) parastina laş pêk tînîn, bakterî û hokarên nexweşiyê yên nav xwînê parzûn dikin. Herwiha ji boy dirûstkirina dijaten, sîstema bergiriyê hişyar dikin. Xaneyên makrofaj ên sipilê, hem li kiroka sor hem jî li kiroka spî de kar dikin. Kiroka sor a sipilê li gel xaneyên makrofajê, xaneyên monosît ên xiroka spî jî lixwe digire. Bi taybetî, dema birîndarbûyînê de sipil gelek ji xaneyên monosîtê der dide. Xaneyên monosîtê bi navbeynkariya gera xwînê, xwe digihînin cihê birîndarbûyî, li vir ji boy rêkxistina bergiriya laş û pakkirina birînê kar dikin. Li gel parzûnkirina xwînê, kiroka sor a sipilê karê hilweşandina xirokên sor jî pêk tîne. Temenê xirokên sor bi qasî 120 roj e. Xirokên sor ên têkçûyî (temenê xwe temam kirî) an jî yên xirabûyî, di nav sipil de tên hilweşandin û dûrxistin. Ji hilweşandina hemoglobîna xirokên sor, bîlîrubîn û hesin peyda dibe. Ev herdu madeyan ji kezebê re tên şandin. Hesin ji boy berhemkirina hemoglobîna nû, dubare tê bikaranîn.

Berhevkar: Niyazi Durmuş


TÎMUS (RIJÊNÊ TÎMUS) Tîmus endama(organ) sîstema lîmfê ye û alikariya bergiriya laş dike. Ji bilî vî, tîmus hormon jî berhem dike, loma tîmus wek endamekî sîstema korrijên(hormon) jî tê hesîbandin. Şiklê tîmusê dişibe pelên zembûrê(awîşen) loma navê xwe ji vî riwekê (Thymus vulgaris) girtiye. Tîmus, li hêla jorê sing, di navbera pişikan de cih digire. Li paşiya tîmusê şahxwînbera sereke(aort) li pêşiya tîmusê jî perasûbend(depê sing) heye. Li jêrê tîmusê de dil heye. Beşa laş a tîmus tê de cih bûye, wekî “medîastînum” bi nav dibe. Tîmus ji du beşên sereke pêk tê; pişka(lob) çepê û pişka rastê. Pişkên tîmusê bi xaşeye dorpêçî ne. Li binê xaşê de tûkil û kiroka tîmusê heye. Xaşe ji bestereşaneyê pêk tê, pişkên tîmusê diparêzê. Li hin beşên tîmusê de xaşe xwe dirêjî nav tîmusê dike ev niçikên xaşeyê yên di nav tîmusê, wekî trabekul (trabecula) bi nav dibe. Trabekul pişkên tîmusê dabeş dike û pişkên hê hûriktir(lobul) çê dibin. Endama tîmus bi serekî ji xaneyên epîtelî(rûkeşexane), lîmfosît( Xaneyên lîmfê) û şaneya çewrî pêk tê.

Berhevkar: Niyazi Durmuş


Di laşê dergûşan û zarokan de tîmus gewre ye, bi salên ciwantiyê hê gewretir dibe. Tîmusa mirovên têgihîştî her diçe diquncise û biçûk dibe. Tîmus herî zêde di salên zarokatiyê û ciwaniyê de çalak e. Tîmusa dergûşan bi qasî 10-15 gram e. Di salên ciwaniyê de giraniya timusê dibe 3040 gram, lê di salên paş de giraniya tîmusa mirovên têgihîşti kêm dibe û dibe 10-15 gram. Her wekî mîna hemû xaneyên xwînê, lîmfexane(lîmfosît) jî di moxê hestî yê sor de tê berhemkirin. Lîmfosîtên li moxê hestî de berhembûyî bi navbeynkariya xwînê, xwe digihînin tîmusê. Peresandin û geşbûna lîmfosîtan li tîmusê pêk tê. Gava di nav tîmusê de gihîştina lîmfosîtan diqede, êdî lîmfosît wekî lîmfosîta T an jî xaneya T bi nav dibe. Hinek ji lîmfosîtan jî di nav moxê hestî de gihîştîna xwe diqedînin, ev lîmfosîtan jî wekî lîmfosîta B an jî xaneya B bi nav dibin.( Di zimanê înglîzî de navê hestî “bone” e, loma tîpa B tê bikaranîn). Lîmfosîtên têgihîştî ji tîmusê dubare derbasî nav xwînê dibin. Hinek ji wan di nav şaneya lîmfê de dimînin, hinek jî di nav lûleyên xwînê de belavê laş dibin. Lîmfosîtên T, şane û xaneyên laş nas dikin, lê li hember xaneyên biyanî û dijepeydakeran(antîjen) bertek nîşan didin. Li ser rûyê lîmfexaneyên T yê de wergirên proteînî heye. Wergir, proteînên curbecur lixwe digirin. Bi alîkariya van wergiran, lîmfexaneyên T, xaneyên asayî yên laş dinase. Eger Lîmfexaneyên T di nav laş de rastê xaneyên bi nexweşiya şêrpence, xaneyên ziyangirtî, xaneyên biyanî, an jî dijepeydakeran were, wan nas nake, loma li hember wan êrîş dike û wan bêbandor dike. Peresandin û geşbûna tîmusê û şaneya lîmfê ji hêla hormona tîmozînê ve tê rêkxistin. Tîmozîn li xaneyên epîtelî yên tîmusê de tê berhemkirin û derdan. Ji ber derdana hormona tîmozînê, endama tîmus hin caran wekî rijênê tîmus(tîmosarijên) jî tê binavkirin.

Berhevkar: Niyazi Durmuş


MOXÊ HESTIYAN Moxê hestî an jî mejiyê hestî şaneyek nerm e û dişibe jelatînê. Ev şane xaneyên xwînê û xaneyên lîmfê dirist dike, loma têkiliya wî bi sîstema lîmfê û sîstema gera xwînê ve heye. Hestiyên pahn ên wekî hestiyên kilox(hestiyên serê mirov), hestiyên hevzê(pelvîs), û hestiyê perasûbend( hestiyê singê), moxê hestî lixwe digirin. Her wiha hestiyên birrbirre û hestiyên dirêj ên wekî hestiyên ran(femur), hestiyên perasû û hestiyên pazû( humerus) jî moxê hestî lixwe digirin. % 4ê giraniya laşê mirov ji moxê hestî pêk tê. Li nav hestiyên mirov de du cureyî moxê hestî heye, moxê sor û moxê zer. Ji dayikbûnê heta temenê heft salî, li nav hestiyên zarokan de tenê moxê sor berhem dibe. Pîştî heft salî, li hin beşên hestiyan de dewsa moxê sor, moxê zer cih dibe. Di laşê mirovên têgihîştî de valahiyên hundirê hestiyên dirêj bi moxê zer tijî ye, beşa hestiyê îsfencî yên hestiyên pahn û yên dirêj jî moxê sor lixwe digirin.

Berhevkar: Niyazi Durmuş


Moxê zer ê hestiyan gelek xaneyên çewrî lixwe digire, rengê wî ji ber xaneyên çewrî(lîpîd) zer e. Demên asayî de moxê zer wekî enbara çewrî kar dike. Heke di laş de ji ber xwînçûna zêde, kêmxwînî peyda bibe, dibe ku moxê zer biguhere û bibe moxê sor û xaneyên xwînê çê bike. Hemû cureyên xaneyên xwînê ji aliyê moxê sor ê hestiyan ve tê berhemkirin. Berî ya ji dayikbûnê, xaneyên xwînê yên korpele(embriyo) ji hêla endamên wekî sipil, kezeb û şaneyên lîmfê û moxê hestî ve tên çêkirin. Lê, piştî ji dayikbûnê, êdî piraniya xaneyên xwînê di moxê sor ê hestî de berhem û geş dibin, di laşê mirovên têgihîştî de li gel moxê hestî, hinek xaneyên xwînê di sipil û kezeb de tê çêkirin. Karê çêkirina xaneyên xwînê wekî hemopoez (haemopoiesis) tê binavkirin. Di laşê mirovên têgihîştî de hemopoez li moxê sor ê hestiyan de pêk tê. Di moxê sor de xaneyên bineratî (stem cells) heye, bi dabeşbûn û guherîna van xaneyan, xaneyên xwînê û yên lîmfê tên çêkirin. Xirokên spî û xaneyên lîmfê(lîmfexane) bergiriya laş rêk dixin, loma moxê hestî wekî endamekî sereke ya sîstema lîmfê tê binavkirin.

Berhevkar: Niyazi Durmuş


Dibe ku ji ber hin nexweşiyan, berhemkirina xaneyên xwînê yê moxê hestî ne bi rejeya asayî bê. Lusemî ( bi înglîzî”lukemia”) yek ji van nexweşiyên moxê hestîyan ne. Lusemî nexweşiya şêrpenceya xwînê ye. Gava mirov tuşî lusemî dibe, rêjeya hejmara xaneyên xwînê diguhere. Hejmara xirokên spî zor zor zêde dibe, hejmara xirokên sor û perikên xwînê kêm dibe. Her çiqas hejmara xirokên spî zêde bibe jî, ev xirokên spî ne yên asayî ne û karê parastinê pêk naynin. Loma bergiriya laşê nexweşan lawaz dibe. Nexweşiya lusemî bi pişkinîna xaneyên xwînê diyar dibe. (complete blood count (CBC)). Heke hêjmara xaneyên kesek ne asayî be û gumana nexweşiya xwînê bi wî /wê kesê ve hebe, vê gavê pizîşk, ji bo taqîkirdinê ji moxê hestî perçeyek şane digire. Xaneyên moxê hestî yên bi nexweşiya lusemî ne bi şeweya asayî ne. Ev perçeya şane di bin mîkroskobê de tê teqîkirin, ku heke xane tuşî nexweşiya xwînê bûye an na.

Berhevkar: Niyazi Durmuş


Çareseriya nexweşiya şêrpenceya xwînê de derman( kemoterepî) an jî tîrêjên radyasyonê (radyoterapî) tê bikaranîn, hin caran ev herdu rêbaz li du hev tên bikaranîn. Ji bo çareseriya lusemî, mox guhestin rêbaza(metod) herî serkeftî ye. Bi vî rêbazê moxê ziyangirtî yên bi nexweşiya lusemî, bi moxên saxlem ve tên guhestin. Lê ji boy mox guhestinek serkeftî, divê şaneyên moxê bexşîner bi şaneyên moxê wergir re guncaw be. Heke mox bexşîner û mox wergir xizmên hev bin, rêjeya egera guncawbûna moxên hestî hê zêdetir dibe. Di demên berê de ji bo mox guhestinê, hestiyê mox bexşîner bi derziyek zirav dihat qulkirin û ji nav hestiyê isfencî hinek mox dihat kişandin. Ev rêbaz karek gelek biêş bû loma nerehetî dida mox bexşînerê. Van salên dawî êdî xaneyên moxê ji xwîna mox bexşînerê tov dikin, ev jî canê mirov naêşîne.

Berhevkar: Niyazi Durmuş


FERHENGOK KURDÎ Aloq Argûşk Asîda amînî Asîda çewrî Berran Bestereşane Binçeng Çewrî Coya/Coga lîmfê Delînbar Dendika xaneyê Depê singê Derîçe Derîçok Dijaten Dijepeydaker Endam Erdkêşî Firexaneyî Gede (made) Gera kirawe Gera xwînê Gera xwînê ya sîstemî Girêya lîmfê Girjbûn Guhika dil Guncaw Hemolîmf Hestiyê îsfencî Hestiyê kilox Hestiyê pitew Hestiyê ran Hestiyên birrbirre Hestiyên perasû Kêmoksîjenî Kêmxwînî Kezeb Berhevkar: Niyazi Durmuş

INGILÎZÎ Tonsil Tonsil Amino acid Fatty acid Groin Connective tissue Armpit Lipid Lymphatic duct permeable Cell nucleus Sternum Valve Endothelial flaps Antîbody Antigen Organ Gravity Multicellular Stomach Open cırculatory Blood circulation Systemic circulation Lymph node Contraction Atrium compatible/ match Hemolymph Spongy bone Skull Copact bone Femur Vertebrae Ribs Deoxygenated Anemia Liver

ROMÎ Bademcik Bademcik Amino asit Yağ asidi Kasık Bağ doku Koltukaltı Yağ Lenf kanalı Geçirgen Hücre çekirdeği Göğüs kemiği Kapakçık Endotel kapakçıkları Antikor Antijen Organ Yer çekimi Çok hücreli Mide Açık dolaşım Kan dolaşımı Büyük dolaşım Lenf düğümü Kasılma Kulakçik Uyumlu Hemolenf Süngerimsi kemik Kafatası kemiği Sert kemik Uyluk kemiği Omur kemiği Kaburga kemikleri Oksijensiz Anemi Karaciğer


FERHENGOK KURDÎ Kezeb Kirkirage Kirok Korpele Lêkxişan Lîmfegirê Lîmfelûle ya dibe Lîmfelûle ya tîne Lûleya lîmfê/ Lîmfelûle Lûleya xwînê Lûsemasûlke Madeyên paşmayî Malika dil Masûlkeya xwenewîst Mejiyê hestî Movikdar mox bexşîner Mox guhestin Mox wergir Moxê hestî Mûlûleya lîmfê Mûlûleya xwînê Nawpençik Niçik Nîvdelînbar Parzûna xaneyê Parzûnkirin Paşragihandina erenî Paşragihandina neyînî Perasûbend Peresandin Perikên xwînê Pesto Pestoya xwînê Qonax Quncisîn Rêkxistin Berhevkar: Niyazi Durmuş

INGILÎZÎ Liver Cartilage Medulla Fetus Friction Lymph node Efferent lymphatic vessel Afferent lymphatic vessel Lymphatic vessel Blood vessel Smooth muscle Waste material Heart ventricle Involuntary muscle Bone marrow Vertebrate Bone marrow donor Bone marrow transplant Bone marrow recipient Bone marrow Lymphatic capillary Blood capillary Diaphragm Extension Semi permeable Cell membrane Filtration Positive feedback Negative feedback Breastbone Evulotion Platelet Pressure Blood pressure Phase Shrink Regulation

ROMÎ Karaciğer Kıkırdak Öz Cenin Sürtünme Lenf düğümü Götüren lenf damarı Getiren lenf damarı Lenf damarı Kan damarı Düz kas Atık madde Karıncık İstemsiz kas Kemik iliği Omurgalı İlik bağışlayıcı İlik nakli İlik alıcısı Kemik iliği Lenf kılcalı Kılcal damar Diyafram Uzantı Yarı geçırgen Hücre zarı Filtreleme Positif fidbek Negatif fidbek Göğüs kafesi kemiği Değişim,evrilme Kan pulcukları Basınç Kan basıncı Safha Büzülme Düzenleme


FERHENGOK KURDÎ Rijên Rijênê tîmus Rîşalên kollogen Rîşalên qaîşokî Rûvî Şahxwînber Şane Şêrpence Şilemenî / Şile Şileya navbera xaneyan Şileya şaneyê Sistema bergiriyê Sîstema demarî Sîstema demarî ya navendî Sîstema demarî ya xweser Sîstema gera daxiraw Sîstema lîmfê Sîstema parasîmpasawî Sîstema sîmpasawî Spil Taqîkirdin Têroksîjenî Teşe Tûkil Wergir Xane Xaneya bineratî Xaneya dasî Xaneya kujera sirûştî Xaneyên endotelî Xaneyên epîtelî Xaşe Xiroka sor Xiroka spî Xişok(Xijde) Xurek Xwînber Berhevkar: Niyazi Durmuş

INGILÎZÎ Gland Thymus gland Collagen fiber Elastic fibers Intestine Aorta Tissue Cancer Fluid Interstital fluid Tissue fluid Immune system Nervous system Central nervouse system Otonom nerve system Closed circulatory system Lymphatic system parasympathetic system Sympathetic system Spleen Testing Oxygenated Shape Cortex Receptor Cell Stem cell Sicle cell Natural killer cell Endothelial cells Epithelial cells Capsule Red blood cell White blood cell Reptile Food Artery

ROMÎ Salgı bezi Timus bezi Kollojen lif Elastik lif Bağırsak Aort Doku Kanser Sıvı Hücreler arası sıvı Doku sıvısı Bağışıklık sistemi Sinir sistemi Merkezi sinir sistemi Otonom sinir sistemi Kapaklı dolaşım sistemi Lenf sistemi Parasempatik sistem Sempatik sistem Dalak Test etmek Oksijenli Biçim Korteks Reseptör Hücre Kök hücre Orak hücre Doğal katil hücre Endotel hücreler Epitel hücreler Kapsül Alyuvar Akyuvar Sürüngen Besin Atar damar


FERHENGOK KURDÎ Xwînber Xwînberok Xwînçûn Xwînhêner Xwînhênera derî ya kezebê Xwînhênera pişikan Xwînhênerok Zembûr / Awîşen Zeravdank

INGILÎZÎ Artery Arteriole Bleeding Vein Hepatic portal vein Pulmonary veins Venule Thyme Gallbladder

ROMÎ Atar damar Küçük atar damar Kanama Toplar damar Kapı toplar damarı Akciger toplar damari Küçük toplar damar Kekik Safra kesesi

Ji boy rexne, şîrove û alîkariyên we biyolojiyabikurdi@gmail.com

ZANIST BI KURDÎ XWEŞ E. Berhevkar: Niyazi Durmuş

Sîstema lîmfê  

Aloq Argûşk Asîda amînî Asîda çewrî Berran Bestereşane Binçeng Çewrî Coya/Coga lîmfê Delînbar Dendika xaneyê Depê singê Derîçe Derîçok Dijat...

Sîstema lîmfê  

Aloq Argûşk Asîda amînî Asîda çewrî Berran Bestereşane Binçeng Çewrî Coya/Coga lîmfê Delînbar Dendika xaneyê Depê singê Derîçe Derîçok Dijat...

Advertisement