Page 1


Kovara Folklorê ya Sê Mehane Sal: 1 Hejmar:1 Xwedî: Li ser navê fiaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Gultan KIfiANAK Edîtor: Eflref KEYDANÎ Redaksiyon: Ridwan DÎZMAN Desteya Weflanê: Jêhat ROJHILAT, fiemsa ÎLBAfi, Weysî ARCAGOK, Asmîn ÛYANIK, Mem MUKRIYANÎ, Ronya BEWRAN Berga Pêflîn: Gazî ÇA⁄DAfi

Naverok 2 Ji fiaredariyê 3 Ji Edîtorî 4 Angaflt-Danezan 7 Folklor û Belavbûna Folklorê 13 Navlêk 17 Dengbêjên Herêma Serhedê 30 Manî 31 Nifir 32 Xerawreflk 35 Enqebîr 36 Çîrokên Stranên Kurdî 39 Di ‘Wendabûn’a fiahinê Bekirê

Wêne: DÎHA Xêz: Mehmet Tekin GENÇCAN

Soreklî de Hêmanên Folklorê 45 Qesîdeyî Derheqê Keyeyê fiêx Seîdî

Navnîflan: Huzurevleri Mah. Doktor S›tk› Göral Cad. 13. Sok. No: 4-1 Kayap›nar-Diyarbak›r Tel: 0530 301 11 53

46 Dîk û Axa 48 Di Zargotina Kurdî De Demsala Zivistanê

Têkilî:

51 Ganî Ma Êzîdîyî Rê Wayîr Bivecîyê

folklorakurdan@gmail.com kovora folklora kurdan

52 Bûk (Bûka Ûzelîkê)

kovarafolklorakurdan

54 Delalê Erxenî

Çap: Gün Matbaac›l›k Beflyol Mevkii Akasya Sok. No: 23/A Küçükçekmece ‹STANBUL Tel: 0212 580 63 81

55 Baweriyên Batil 57 Çîrokên Gelêrî 60 Payîzok 62 Pêncok 63 Çîrokên Biwêjan

Grafîk Sêwirandin

71 Çêkirina Rengên Rîsan 74 Bilbilê Hizar Awaz 81 Tifltanok 82 Vateyê Verênan 83 Ferhenga Cotkariyê 87 Xaçepirs


Xwendevanên hêja Zeman, li hespê xwe yê kumêt siwar bûye bêyî ku raweste her diçe û diçe. Ne disekine ne jî dizivire li pey xwe. Ji bîr dike flûna flopên xwe. Û tim ji me re qala dahatûyê dike. Dahatû, ew peyva ku ji rojên borî zayî û îro mezin dibe. Em hemû bûne afliqên dahatûyê. Em jî wek zemên ji bîr dikin flopên xwe. Em her ku dixwazin ji flopên xwe dûr bikevin, bêyî ku em li xwe varqilin em geh li ser wan flopan xeyalan dirêsin geh jî em bi awazeke bilûrvanekî ji vê kêlîkê derbasî hezar sal beriya niha dibin. Mezrabotan erdnîgariya flopan e. Çi jin be, çi mêr be; çi kalemêrek an jî pîrejinek be. Vê axa pîroz mohra gellek netewe û olan wek deqê li eniya xwe xistiye. Û gifl bûne flop û heta roja me hatine. Kurdistana me, bi keda flêr û flêrejinan; bi rengê xwe yê kesk û sor û zer, bûye çavkaniya van flopan û bûye keleha parastina nirxên mirovatiyê. Gellek caran xwestin ku vê çavkaniyê bimiçiqîn an jî ava wê flêlû bikin da ku mirovatiyê bifetisînin di dergûfla wê de. Nekarîn. Çand û hunera gelê me bû mîna dara ajdayî, serî netewand. A ku îro ji me tê xwestin jî avdan û qîmetdana vê dara ajdayî ye. Ku divê neyê jibîrkirin ku xwîn û keda gellek dilsozan bû sebeba aj û flîn û mezinbûna vê darê. Ma em ê îro çawa bikaribin rûyê xwe ji vê darê bidin alî. Ev kar, barê piflta me hemûyan e. Dema ku hevalên me yên Kurdî-derê ev proje pêflkeflî me kirin, em pir dilxwefl bûn û ji hingê ve ye, em bi cofleke mezin li benda derketina vê kovarê ne. Helbet ev xebat, ne ya pêflîn, dê ne ya dawîn be jî. Lê ev xebat dê mohra xwe li dîrok û çand û folklora Kurdan bixe. Em spasdar in ji bo wan kesên ku ev proje heta vê kêlîkê anîne. Mala wan ava be. Em hêvî dikin ku ev xebat bi dilê dildarên Kurdî û Kurdistanê be.

Hevserokên fiaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan KIfiANAK F›rat ANLI

2


Ji Edîtorî

Xwendevanên ezîz î Ji edetê ye, dema ku kovarek dest bi weflana xwe dike, keddarên kovarê û xwendevan li ser navê kovarê li benda nivîseke yekderbî ne. Û ji bo vê jî teqez qurbanek tê hilbijartin. Û navê qurbanî/ê jî xwedêgiravî edîtor e. Her kes li bendê ye ku ew hin gotinên qerrase bibêje. Va ye, ez a xwe ji serî de dibêjim “Yabo; welleh, bîlleh û tilleh ez wan gotinan ne dizanim ne jî dikarim.” Ê me karê me aflkere ye, em serî û baniyan li gotinên xwe nagerînin. Wek dengbêjekî/e Serhedê, em ji kesî re nadin pafl. Karê me folklor e. Li cem me qîmeta nifirê ne kêmtir e ji a duayê. Herwiha em hem qala pozbilindan dikin hem jî qala serjinikan. Em ne ji dêrê dibin ne ji mizgeftê. Ji jehr û ziqqûmê bigire heta ker û kûçikan; ji sîr û pîvazê bigire heta bi giyayên hewfla me, her tiflt mijara me ye. Herku me li vir qala giyayê hewflê kir, min divê li vir qala tifltekî din jî bikim. Ma di nav Kurdistaniyan de kî bi vê gotinê nehesiyaye û her kes jî bafl dizane çi ye wateya “giyayê hewflê tehl e.” Tifltên bi me flîrîn ev in: 1- Giyayê hewflê 2- Dara li ser koka xwe flîn bûyî 3- Kerê ku di axurê xwe de dizire Xwendevana/ê hêja, ku kovara me gihîflt ber destê te 1. Heke te bi xwe re dît û te xwend û neeciband; ji xêra miriyên xwe re nifirekî, li me bike -ji bîr nekin ku nifir bi nîvî ne. 2. Heke te bi xwe re dît û te xwend û neeciband û tu dixwazî me rexne bikî; em ê ji kêfan bidin lotikan. Lê bila rexneya te ne rexneya rêzimanê be. 3. Heke te bi xwe re dît û te xwend û eciband; ji xêra miriyên xwe re duayekê bixwîne ji bo miriyekî/e me. 4. Heke te bi xwe re dît û te xwend û eciband û te got ez jî dikarim hin tifltan binivîsim; hingê flîreteke pêfliyên me divê di kerrika guhên te de bike zinginî. “Xebat ker e, tu bêjî ço dê here.” 5. Heke te bi xwe re dît û te xwend û eciband û te got, “Ê min jî tûrik û keflkola min heye û welleh ez ji kengî ve li benda vê rojê me ku vekim devê wan.” Hingê tu dikarî zêr û zîv û dûrrên xwe -nivîskî-bideng-wêne- ji me re biflînî. De bi xatirê we, hêjanoooooo! Dema ku gul û kulîlk vekin em ê careke din hevdu merheba bikin.

3


Çima? Folklor ev zanist e ku çanda maddî û manewî ya gelêrî, li gor rêbazên xwe yên taybet lê dikole, berhev dike, disenifîne, tehlîl dike û dinirxîne. Li cîhanê xebatên vê qadê di sedsala 18. de destpêkirine û hema hema hemû neteweyan bi xebatên giranbuha hewldane ku folklora xwe berhev bikin û ji nû ve vejînin. Welatê me Kurdistan ji ber ku bindest bû -hê jî bindest e- ji hingê heta îro ji dizan re bûye wek malê belafl. Kî hatiye axa me, tifltek ji me diziye û çûye. Stranên me guhdarî kirine û navên xwe li binî nivîsîne, xeberoflk û pêkenokên me berhev kirine û li ser navên xwe weflandine; peyv û biwêjên me di ferhengên xwe de bi cî kirine û taliyê li me vegeriyane henekên xwe bi zimanê me kirine. Erê rast e, gellek folklornasên me, hewldane ku rê li ber van dizan û diziyê bigirin. Hin tifltên me yên folklorîk bi saya van folklornasan gihîfltine heta ber destê me. Erê, van folklornasan hewldane ku vê gencîneyê biparêzin, lê ji ber qedexe, zordarî û lêxwedîderneketinê ev kar heta niha bi rêk û pêk nehatiye kirin. Lewre ciyê mixabiniyê ye ku pirraniya van berhemên folklorîk an winda bûne an jî dizan ew kirine mal û milkê xwe. Ev tifltên ku me li jor gotin hemû çimayên me ne; hemû bûn sebeb ku em xwe bidin ber vî barî. Lê sebeba herî mezin hê me negotiye; sebeba mezin jî ev e: “Heta ku neteweyek folklora xwe nas neke, nikare azad bijî.” Ên ku dixwazin giringiya vê gotinê bafl têbigihên, bila li serpêhatîya Fîniyan binêrin.

4


Divê em vî tifltî jî destnîflan bikin ku “Kovara Folklora Kurdan” wek xebata berhevkarî û weflandina folklora Kurdan derket holê û ev kovar hêla projeyê ya weflandinê ye. Ji ber vê çendê dê carinan bergeha me ji kovarekê cudatir be. fiirîkên vê xebatê jî fiaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Kurdî-der in.

ÇIMA NE ZARGOTIN, ÇIMA FOLKLOR? Dema ku Kovara Folklora Kurdan hat ber destê we, berî ku hûn bixwînin dê navê wê bala we bikiflîne; hûn ê ji xwe bipirsin; çima ne zargotin çima folklor? Helbet bersiva vê pirsê li cem me ye, lê em dixwazin hûn jî bizanibin ku me jî ev pirs pirr ji xwe kir. Û taliya talî me navê Folklora Kurdan danî. Zargotin peyveke Kurmancî ye; lê kovara me, ne Kovara Folklora Kurmancan e. Ev nav zaravayên din nahewîne. Zargotin tenê berhemên ku têkiliya wan bi gotinê re heye digire nava xwe û yên din ji derve dihêle.Wek mînak, zûgotinok dibin zargotin, lê kutilk nabin zargotin. Di sala 1891’ê de, di Kongreya Folklorê ya Navneteweyî de peyva folklorê ji aliyê folklornasan ve hatiye pejirandin.

Berî ku em vî navî bi kar biînin gellek folklornasên Kurd jî ev nav bi kar anîne. Sadiq Bahaeddîn Amêdî(Folklora Kurdî), Heciyê Cindî(Folklora Kurmanca), Seydayê Tîrêj(Folklor), Rohat Alakom(Di Folklora Kurdî de Serdestiyeke Jinan) Ji ber van egeran, me li ser navê “Folklora Kurdan” li hev kir.

ARMANCÊN KOVARA FOLKLORA KURDAN 1. Kovara Folklora Kurdan, dê hewl bide ku kelepora Kurdî ya mayî, ji wendabûnê xelas bike. Bi xebatên xwe dil dike ku ji nivflên din re arflîveke neteweyî li piflt xwe bihêle. 2. Kovara Folklora Kurdan, dê xebatên qadê yên tomarkirinê teflvîk bike û pifltgiriyê bidê van xebatan. 3. Kovara Folklora Kurdan, dê hewl bide ku projeyên li ser folklorê pêfl bixe û kes, kom, komele, rêxistin, zanîngeh û flaredariyên din jî tevlî vê xebatê bike. 4. Kovara Folklora Kurdan, dê hewl bide ji xebatên gel û neteweyên din sûd wergire. Dê li ser van bingehan danberheviyên zanistî bike. 5. Kovara Folklora Kurdan, ji bo ku xebatên berhevkariyê bi zanistî û bi rêk û pêk bên kirin; dê hewl

5


bide pirtûkên li ser teoriya folklorê wergerîne Kurdî û wan çap bike. 6. Kovara Folklora Kurdan, dê li ser dîroka folklora Kurdan lêkolînan bike, xebatên ku heta niha hatine kirin bide nasîn û ji wan xebatan sûd wergire û wan careke din biweflîne. 7. Kovara Folklora Kurdan, dê ji bo nasandin û parastina çand û folklora me ya maddî ; li ciyên ku kevnarxaneyên(muze) flaredariyên me hene, pifltgiriyê bide van xebatan. 8. Kovara Folklora Kurdan, ji bo ku balê bikiflîne ser folklora Kurdan dê panel, komxebat û sempozyûman li dar bixe. Ku hewce bike dê van xebatên xwe weke pirtûk û pirtûkçe biweflîne. 9. Kovara Folklora Kurdan, dê hewl bide ku ji bo hemû çavkaniyên li ser folklorê navendekê(komele) an pirtûkxaneyekê ava bike. 10. Kovara Folklora Kurdan, dê hewl bide ku li gor rê û rêbazên zanistî, termînolojiya folklora Kurdan çêbike. 11. Kovara Folklora Kurdan, dê ji bo nirxdayîn û parastina çanda gelê Mezopotamyayê cî bide folklora neteweyên din jî. 12. Kovara Folklora Kurdan, dê ji nivîsên ku di kovarê de hatine weflandin, li gor cureyan guldesteyan biweflîne.

RÊGEZÊN WEfiANÊ YÊN KOVARA FOLKLORA KURDAN 1. Kovara Folklora Kurdan, cî dide nivîsên ku têkiliya wan bi folklorê re hebin. 2. Kovara Folklora Kurdan; gotar, danasîn, hevpeyvîn, berhevkariyên folklorê tenê diweflîne. 3. Kovara Folklora Kurdan, ji xeynî hin tifltên sereke destê xwe nade nivîsên ku hatine, wan bi halê wan ê resen diweflîne. 4. Kovara Folklora Kurdan cî dide nivîsên bi hemû zaravayên Kurdî. 5. Kovara Folklora Kurdan di salekê de çar caran – zivistan, bihar, havîn û payîz- dertê. 6. Pifltî du salan her heflt hejmar wek pirtûkekê tên çapkirin û belavkirin. 7. Nivîsên ku berê di kovar, malper, rojname, pirtûkan de cî girtine, li ser daxwaza nivîskaran dîsa dikare biweflîne. 8. Nivîsên ku sûd ji wan hatine wergirtin, divê wek çavkanî teqez bên nîflandin. 9. Di nivîsên berhevkariyê de divê teqez nav, paflnav, temen, perwerdehî, zayenda wî/ê kesî; dîroka berhevkariyê û ciyê ku ew kes lê dijî bên nivîsîn. 10. Divê nivîs ji 15 rûpelan dirêjtir nebin. 11. Biryara weflandina nivîsan, desteya weflanê dide. 12. Nivîsên ku ji bo kovarê hatine flandin, li xwedîyan nayên vegerandin.

 Desteya Weflanê

6


Folklor; bi gelemperî tifltê ku dikevin nav zar û zimanan û kevneflopiyan bi alîkariya bêjeyan; ji nifflekê digihîje niffleke din û di navbera van nifflan de pirên pêwendiyê ava dike. Dibe ku ev tiflt bi zar û ziman ve têkildar bin û dibe ku afirîneyên maddî yên bi sed hezar salan bin.

Jêhat ROJHILAT

7


f

olklor ev zanist e ku çanda maddî û manewî ya gelêrî, li gor rêbazên xwe yên taybet lê dikole, berhev dike û disenifîne tehlîl dike û dinirxîne. (1) Folklor ji du bêjeyên Îngilîzî pêk tê: “folk”gel û “lore”zanîn, bi vî awayî folkor tê wateya zanîna gel ango gelnasiyê. Pênaseyên folklorê pirranî bi hêla folklorê ya zanînê (lore) mijul bûne, hinek ji wan jî li ser gel (folk) sekinîne. Yên ku li ser zanînê sekinîne, li ser mirovên ku keresteyên folklorê afirandine, nesekinîne; ji wê zêdetir bala xwe dane ser keresteyên folklorê. (2) Em ê di vê gotarê de hewl bidin hinek li ser pênase û naveroka folklorê hinek jî li ser dîroka belavbûn û gefledanên wê rawestin. Folklor; bi gelemperî tifltê ku dikevin nav zar û zimanan û kevneflopiyan bi alîkariya bêjeyan; ji nifflekê digihîje niffleke din û di navbera van nifflan de pirên pêwendiyê ava dike. Dibe ku ev tiflt bi zar û ziman ve têkildar bin û dibe ku afirîneyên maddî yên bi sed hezar salan bin. Li ser pênase û xwezaya folklorê di “Standard Dictionary of Folklore,Mythology and Legend” cîlda yekem de, bîst û yek cure pênaseyên ji hev cuda hene. Di van pênaseyan de tifltê hevpar ê ku derdikeve pêfl ev e: Folklor kevneflopiya gel ya devkî ye; an jî di kevneflopiya gel ya devkî de ye. (3) Ev jî destnîflan dike ku li ser pênase û naverokan lihevkirineke bi gifltî tune ye. Di vî warî de, heta di nav folklornasên welatekî de jî lihevkirinek û yekdengiyek tune ye. Bi Kurdî bêjeya folklorê tê wateya “zanista gelêrî, zanîna gelî” Di zaravayên Kurdî de ji bo zanista folklorê, bi Kurmancî peyva “zargotin”ê bi soranî “xelknasî” û bi Kirmanckî “zanistiya flarî” tê gotin. Zargotin jî peyveke hevdudanî ye. Ji peyva zar (ziman) û gotinê pêk hatiye. fiîn, flahî, kêfxweflî û xemgîniyên ku hatine jiyîn û qewimîne hemû bi zar (ziman) bûne. (1) Arnold Van Gennep, Le Folklore: Croyances et coutumes populaires françaises, parîs, we_enxaneya librairie, Stock, 1924, rpl. 6. (2) Alan Dundes,Folklor Nedir? Folklor Çi ye), Milli folklor Dergisi, Hejmar 65( Wergera Tirkî, Gülay Aydın, 2005. (3) Alan Dundes,Folklor Nedir? Folklor Çi ye), Milli folklor Dergisi, Hejmar 65( Wergera Tirkî, Gülay Aydın, 2005.

8


Di demên ku di wateya îroyîn de zanistî pêfl neketibû, ango zanyariyên pozîtîf derneketibûn; mirovên pêflîn raman û baweriyên xwe, tesewirên xwe yên derbarê pêfleroj û pafleroja cîhanê de, li dûv flertên çandî-bawerî yên wê demê bi rêya hin formên vegotinê bi lêv dikirin. Em îro ji wan formên vegotinê re, ku di encama afirîneriya hevpar a civakê de derketine holê; mîtos, efsane, destan, çîrok, çîrokên gelêrî, pêkenok, tifltanok, stran, gotinên pêfliyan, mersiye, lorîn û hwd. dibêjin. Folklor jî, ew zanyarî ye ku; hemû cureyên zargotinê li gor prensîbên zanyariyê tesnîf dike û li ser wan tehlîlan dike. (4) Folklornas Erman Artun, ji bo zanista folklorê wiha dibêje: “Folklor; ji zayinê heya mirinê, hemû hêmanên çanda maddî-manewî yên di jiyana mirovan de, bi rengekî zanistî berhev dike, li ser wan lêkolînan dike, wan dinirxîne û bi rengekî sîstematîk flîrove dike, bi vî rengî serencama pêflketina çanda gel nîflan dide û di navbera çandên din de cudahî û hevbefliyan dibîne.” (5) Lêkolîner Do¤an Kaya, ji bo folklorê, pênaseyeke kurt û di heman demê de dorfireh kiriye: “Folklor: Zanista ku, çanda gel berhev dike, lê dikole û digihîne sentezekê ye.” Naveroka folklorê jî li gor nêrîn û feraseta folklornasan diguhere. Hinek ji wan hemû berhemên çanda gelêrî dixin naveroka folklorê. Li gor Celadet Bedîrxan: Folklor, tevayiya edet, çîrok û stranên milletekî ye. (6) Li gor Villademîr Propp jî: Herçî çalakiyên afirînêrî yên gelan bin, hemû folklor in. (7) Lê belê hin zanyar jî bêtir li ser berhemên wêjeya gelêrî disekinin. Alan Dundesê ku di vî warî de gellek xebatên hêja kirine, mijarên folklorê wisa diyar dike: mît, efsane, destan, çîrok, gotinên pêfliyan, mamik, çîvanok, stran, sehr, dia, nifir, dijûn, heqaret, silav, henek,

sond, xatirxwestin, hunerên gelêrî, cil û berg, xwarin û vexwarin, lîstik, flano û muzîka gelêrî, bijîflkiya gelêrî, leqeb, nivîsên mezelan, bîr û bawerî û hwd.

DÎROKA BELAVBÛNA FOLKLORÊ Herçend li Almanyayê di wateya “zanista gelêrî” de peyva “volkskunde”yê ji aliyê Friedrick Ekkard ku gerînendeyê weflana kovara Der Reisende bû, di sala 1812’an de di nivîseke vê kovarê de hatibe bikaranîn jî, bêjeya “folklor”ê cara ewil ji aliyê arkeologê îngilîzî William John Thomas ve di sala 1846’an a kovara “Atheneium” de di nivîsekê de hatiye bikaranîn. Dûre di sala 1891’ê de di Kongreya Folklorê ya Navneteweyî de ev peyv bi awayekî navneteweyî hat pejirandin. (8) Niha ev bêje hem wek navê vê zanistê; hem jî di flûna naveroka hemû keresteyên gelnasiyê de jî tê bikaranîn. Dîroka berhevkirina keresteyên folklorê gellekî kevn e, em dikarin vê dîrokê bigihînin Yewnana Antîk. Paûsanîs B.M di sedsala 2. de di berhema xwe ya bi navê “fiayesa Yewnanîstanê” de qala jiyan û baweriyên welatê xwe kiriye. Li gor agahiyên heyî mirov dikare bibêje ku, ev pirtûk di warê lêkolîna folklorê de berhema ewil e. Herwiha di xebatên kesên wek Heredot(B.M 425 û Strabon de jî (B. Z 1.) agahiyên derheqê gelên din de hene. Di sedsala 10’an de gerzanên Ereb Îbnî Fazlan û ebû Dûlef; di sedsala 12’an de Marco Polo, di sedsala 14’an de Îbnî Batûta di seya-

(4) Izeddîn Mistefa Resûl, Lêkolînewey Edebî Folklorî Kurdî, Weflanxaneya Aras, ç.3., Hewlêr, 2010, r. 11 (ji xebata Hîkmet Bedran) (5) Erman Artun, Türk Halkbilimi, Weflanên Kitabevî, Çap. 6, Istanbul, 2010, r. 16 (6) Celadet Bedirxan, Hawar, 1932. (7) Vîllademîr Propp,Teorî ve Tarih, Weflanên Avesta, Stenbol,2001, r.11 (8) H.b.r.65

9


hatnameyên xwe de, derbarê welatê ku lê geriyane de, gellek agahiyên folklorê dane. (9) Li gor tespîtên G.Cocchiara di dîroka hizir ya Ewropayê de cîgirtina gel, çanda gel, bawerî û toreyên gel; pifltî kifflkirina Amerîkayê rastî eleqeyeke mezin tê. (10) Li Ewropayê di bingeha vê eleqeyê de; ku bi sedemên curbecur çûyîna Amerîkayê yên kesên wek oldar, gerzan, hunermend, maceraperest heye. Van kesan tifltên ku di vê “cîhana nuh” de dîtin, nivîsandin û arflîveke dewlemend li pey xwe hîfltin. (11) Nivîskar û lêkolînerên rojhilatî bi sedemên curbicur eleqe nîflanî vê “cîhana nûh”a bigotina Ewrûpayiyan “mirovên hov û xwedî kok” jê re tê gotin dane. Hinek ji wan; zarokatiya flaristaniya Ewrûpayê, hinek ji wan jî paqijî û reseniya serdema yekem ya Xiristiyaniyê tê de didîtin. Hinek jî di wê baweriyê de bûn ku dê bi lêkolîna van çandan, bêtir Yewnana klasîk û Romayê fêm bikin û tê bigihîjin. Em ê li vir di flûna têgeha “mirovên hov û xwedî kok” de “mirovên xwezayî an mirovên jiyana xwezayî” pêflniyaz bikin. Ji ber ku herçiqas hinek Ewrûpayî wek Montaigne li hember van nêrînan derketibin jî; bi gifltî nêrîn û nirxandineke li gor feraseta jiyana xwe ye û lêkirina vî navî jî, vî tifltî destnîflan dike. Hemû danûstendinên van mirovan, her tim bi xwezayê re ne û ev mirov di nava jiyaneke xwezayî de ne. Mirov dikare bibêje ku beriya ku Ewropayî eleqe nîflanî çanda xwe bidin ewilî bi van berheman li ser

çanda nifltecihên Amerîkî hûr bûn. Gellek rewflenbîrên Ewropayî yên wek Montaigne, J.J.Rousseu wê demê pesnê van nifltecîhan ango “mirovên hov û xwedî kok” dane. Ronakbîrên wek Voltaire, (1694-1788) Montesquieu (1689-1755) herçend wek Montaigne, J.J.,Rousseu nehizirin jî; çanda nifltecihên Amerîkî, Asyayî û gelê xwe rûberî hev kirine û bi vî awayî civaka xwe rexne kirine û pesnê wan çandan dane. Di demeke pirr zû de, di nava rewflenbîrên Ewropayî de ew eleqeya li hember “mirovên hov û xwedî kok” yê cîhana nû, îcar berê xwe dide cîhana kevn; ango rojhilat. Gerzan, zanyar, nivîskar û kesên oldar îcar rojhilata bi “sêhr û mîstîk” meraq dikin û berê xwe didin wir. Di sala 1650’yî de Pirtûka Pîetro Della Valle ya bi navê “Vîaggî di Pîetro Delle Valle il Plegrîno” li ser tore û baweriyên gelên Asyayî û Mezopotamyayê lêkolînê dike û agahiyên berfireh dide. Jean Babtîste Tavernîer (1605-1689) jî wek Pîetro heman rê diflopîne, li ser heman mijaran pirtûkekê diweflîne. Antonîe Galland (1649-1715) bi navê Les Mîlles Et Une Nuits “Çîrokên Hezar û fievekê” werdigerîne Fransizî û pirtûk rastî eleqeyeke mezin tê. La Fontain(1601-1695) dema ku çîrokên lawiran dinivîse bi awayekî eflkere dibêje ku: Min ev çîrok ji pirtûka Bîdpaî( Beydaba) ya bi navê “Kelîle û Dîmne” (9) Ramazan Pertev , Kadrî Yildirim Mustafa Aslan Ji Destpêkê Heta Niha Folklora Kurdî,weflanên Artûklû,r.16 (10) G.Cocchîara,1980 rpl 14 (11) Ji bo agahiyên berfirehtir bnr: Gîllmor 1993(Prf. Dr. Ozkul Çobano¤lu Halk Bilimi Kuramları ve Arafltırma Yöntemleri tarihine Girifl rpl 94)

10


yê wergirtine. Gellek zanyarên wek Marc Lescarbot (1580-1630,Dîroka Fransaya nû), Lafîtau (16811746,Toreyên Hovên Amerîqî) J.J.,Rousseu, Voltaire, (1694-1788) Montesquieu (1689-1755) berê xwe dane bawerî û toreyên gel û li ser wan lêkolînên giranbuha kirine. Xebatên li ser folklorê, herçend ne sîstematîk bin jî bi giranî di sedsala XVII. de li Ewropayê dest pê dikin. Xebatên bi vî rengî, bi pirranî di bin bandora hiflmendiya netewebûnê û naskirina çandên cuda de derketine û gefl bûne. Li vir Vîlademîr Propp pifltgiriyê dide vê nêrînê û wiha dibêje: Folklor, dîsîplîneke îdeolojîk e. (12) Eleqeya li hember folklorê û hiflyarbûna neteweyî bi gelemperî di nava hevdu de bûye û gellek caran hevdu temam kirine. Xebatên ku di sedsala 19. de hatine kirin jî vê hizrê destnîflan dikin. Wekî mînak Anne Marie Thiesse dibêje ku: Folklornasên Bûlxarî yên salên 1860’î di heman demê de flervanên azadiya Bûlxarîstanê bûn. (13) Welatên biçûk yên wekî Îrlanda û Fînlandiya jî serxwebûna xwe ya çandî bi zindîbûna zimanê xwe ve; bênavber berhevkirina efsane, destan û çîrokên kevn bi dest xistine. Li ser van bingehan em dikarin bibêjin ku folkor; di sedsala 19. û 20. de bi awayekî, bi flert û mercên gelemperî yên civakî yên Ewrûpayê ve girêdayî ye. Gefledan û pêflketinên di zanista gelnasiyê de, cardin guherîn û rûdanên sereke yên civakê ne.

Em vî tifltî di kar û xebatên li ser zargotina Kurdî de jî dibînin, gellek kes hene ku berhevkariya keresteyên çanda Kurdî ji xwe re dikin derd û xem, li ser hûr dibin. Di sala 1919’an de di “Belavoka Komeleya Kurd ji bo Zanînê” ya di kovara Jînê de hatiye weflandin, di niffla Hawar, Rewflenê û heta roja me ku sazî, dezgeh û her wiha di flaxsiyetên ku li ser zargotinê bi hewldanên xwe yên kesane xebitîne de jî dibînin. Herçend ku derketin û belavbûna hiflmendiya netewebûnê bi florefla Fransayê ya sala 1789’an ve têkildar e jî, bêguman bingeha vê ramanê digihîje tevgera humanîzmê ku di sedsalên XII-XIII. de li Italyayê bi Dante Aligheri, Francesco Petrarca û Giovanni Boccacio re dest pê dike. (14) Di bingeha tevger an jî ramana humanîzmê de, xwedîderketina li çand û zimanê xwe û redkirina otorîteya klîseyê û serdestiya zimanê latînî hebû. Vê ramanê di heman demê de rê li reform û ronesansa Ewropayê jî vekir. Di dawiya sedsala XVIII. de zanyarê Almanî Johan Gottfried von Herder (1803) bi awayekî bîrewer li ser folklorê xebitî. Wî, wek efsane, stranên gelêrî li ser qadên din ên folklorê jî lêkolîn kirin. Herder’î, stranên gelêrî berhev kirin û ev xebat bi navê Antolojiya Stranên Gel ên Alman hat weflandin. Di sala 1778’an de xebata wî ya navdar a bi navê Stimmen des Völker im Leidern (Dengên di Stranên Gelî de) çap bû. Vê pirtûkê, hem bandoreke mezin li ser Romantîkan kir, hem jî bi muqayesekirina berhemên gelên din re asoyeke nû vekir. (15)

(12) Vîlademîr Propp, Teorî ve Tarîh, Weflanên Awesta, Stenbol, 2001,r. 9,10. (13) Anne Marie Thiesse, La Creatin des Identites Nationales: 18-20. Siecle ,Weflanxana Seuil, Paris, 1999,r. 101. (14) Edward Said, Hümanizm ve Demokratik Elefltiri, Kîtabxaneya Agora, Çapa I., Istnabul, 2005. (15) Anne Merie Thîesse, La Creation Des Îdentites Nationales Europa 18.e 20. Eme Siecle, Weflanxana Seuil, Parîs,1999, r. 101.

11


Li gor Herder’î, wêjeyeke resen ya ku, ji bin bandora wêjeya biyanî derketiye; ruhê civakê yê herî bafl, paqij û hevpar, yê ku xirab nebûye di “wêjeya gelêrî” de ye. Bîreweriya Herder bandoreke mezin li ser Birayên Grîmm jî kiriye. (16) Di sala 1818’an de du bira, Wilhelm (1859) û Jacob Ludwig Karl Grimm (1863) ku bi navê Birayên Grimm bi navûdeng in û wek îlhama ekola romantîzma Almanî jî tên qebûlkirin, li ser folkora Almanî û Ewropayê xebatên gellek giranbuha kirin. Xeberoflk, efsane û menqibeyên Almanî berhev kirin û bi navê Kinder und Hausmarchen (Çîrokên ji bo Zarok û Maliyan) weflandin. Birayên Grîmm bi awayekî zanistî li ser devok û awayên wan jî rawestiyan. Kesên ku yekem car li ser xeberoflkan lêkolîn kirin ew in. Herweha wan pêflengiya Teoriyên Zimanên Hînd-Ewropî jî kirin û ji bo xebatên li ser folklorê termînolojiyeke taybet, rêbazeke lêkolîn û analîzê jî ava kirin. (17) Zanyarê Fînî, Dr. Ellias Lönnrot (1884), di navbera salên 1835-1849’an de destana Fîniyan a bi navê Kalavela berhev kir û wefland. Pifltî ku folklor wek zanisteke serbixwe tê qebûlkirin, li her welatî, bi taybetî di nava milletên ku di nava pêflketinê de ne, xebatên li ser çanda gel, bawerî û adetên gel û her cure hêmanên manewî ku, bi jiyana civakî re rasterast têkildar in, bi lez tên kirin. Di cîhana rojhilat de jî xebatên bi vî rengî, di destpêkê de, bi pirranî ji aliyê mîsyonerên Rojavayî û Rûsî ve hatine kirin. Herwiha xebatên li ser folklor an jî çand û zimanê civaka Kurd jî, bi vî rengî dest pê kirine. Divê em vê rastiyê destnîflan bikin ku, ev xebatên mîsyoner û lêgeran ku di çarçoveya Rojhilatnasiyê de tên nirxandin, xebatên gellek hêja ne û herweha dokumentên pirr hêja gihandine serdema me. (18) Ev hemû pêflketin û xebatên ku me li jor qala wan kir, di cîhanê de bûne pêflketinên ewil ku, bi zanistî li ser folklorê hatine kirin. Bi xebatên ku dûre hatine kirin re, derbarê berhevkarî û prensîbên berhevkariyê de, derbarê tesnîf, lêgerîn, rêbaz, nezeriye û termînolojiyê de gellek pêflketin çêbûne û ev hemû têgeh bi wateyên hevpar rûnifltine. Bi vî rengî folklor wek zanisteke serbixwe, li seranserê cîhanê hatiye qebûlkirin.

(16) Prf. Ozkul Çobano¤lu,Halk Bilimi Kuramları ve Arafltırma Yöntemleri Tarihine Girifl,r.102S (17) H. b.r.65-66 (18) Ramazan Pertev , Kadrî Yildirim Mustafa Aslan Ji Destpêkê Heta Niha Folklora Kurdî, weflanên Artûklû,r.16

12


Mem MUKRIYANÎ

“Navlêk'' yek ji mijarên girîng ya gelnasiyê(folklor) ye. Li nava gel ''Leqab'' jî tê gotin .Her çend hin navlêk di flêwe yan jî tefleyeke wisa de ne ku mirovan rencîde bikin, kêm û piçûk dibînin, heta carinan bi mebesta heqaretê tên bikaranîn jî, rastiyek heye ku di nava kurdan de, li welatê Kurdistanê kevneflopiyek, ango adetek belavbûyî ye, çi bi çêyî çi jî bi xirabî, lê li ber destê me di derbarê van adet, zargotin û folklora kurdan de tu berhem hene gelo? Yan jî yên heyî bes in an na?

rekî/ê bibîne û li ber çongên dayik, bav û bapîrên xwe rûnê û derbarê gelnasiyê de çi ji devê wan derket binivîse û tomar bike.

Wekî tê zanîn, ji ber sedemên heyî, berbiçav û diyar hew heta niha di derheqê zargotina kurdan de xebatên taybet, takekesî û zolik zolikî hatine kirin. Ev xebatên ku hatine kirin, berhemên ku hatine çapkirin li ber dilê me gellek giranbuha û hêja ne. Ji bo domandina xebat û lêkolînên li ser Zargotin-Gelnasiyê, ji bo nifflên nû û lêkolînerên niha bingeheke pir qewîn e, lê bes ew têrî nakin. Xebateke kûr, berfireh, bi rêbazên zanistî ku hatibe xemilandin û pergalîzekirî nehatiye kirin. Di vê babetê de mirov dibîne û dixwaze bibêje ku xebateke derengmayî ye. Banga me ew e ku tavil herkes ji hinda xwe ve, dest bi berhevkariya zargotinê bike. Her kurdekî têgihifltî xwe weke peywirda-

Ev peyva ku di nava gel de weke ''leqab'' û di ferhengan de jî (Navlêk -Bernavk- Navûnûçik) hatiye nivîsîn çi ye?

A rast mijara me ne peyva “zargotinê” ye. Zargotin xelekek pirr berfireh e. Erê, mijara me bi gifltî û bi çarçoveya xwe ya berfireh zargotin e. Lê bi taybetî armanca mijûlbûna me ya li ser vê nivîsê û naveroka vê nemaze ''Navlêk'' in. Bêtir ez dixwazim derbarê navlêkan de çarçoveyekê xêz bikim û hin dahûrînan bikim.

Heke em pênaseya navlêkê bikin, em dikarin wiha bibêjin: Di pey navê kesan yên resen li wan hatiye kirin û pê ve di sînor û tixûbê çanda wan de, li gor hin taybetiyên kesan, navê ku taliyê li wan hatiye kirin an jî li ser navê wan hatiye zêdekirin dibe navlêka wan. Dîroka kevneflopiya ''navlêkan'' ji navên serwer, serdar û serkêflên flaristaniyên ku berî niha bi hezaran sal serdestbûne jî diyar e, ku pir kevn e. Li gor agahiyên hin 'alim û zanayên ku nivîsîne ev mijar di-

13


gihîje heya mirovê ewil, bavê me Adem. Ku li gor hin çavkaniyan Xwedêgiravî navlêka Hz. Adem jî “Safiyullah” bûye. Ango “ ji nava aferîdeyan hatiye derxistin, pak- paqij”. Xuya ye ku ev edeta berê hebû, îro heye û bê gûman dê di dahatûyê de jî bidome. Çanda navlêkirinê her çiqas li erdnigariya Kurdistanê heye û belavbûyî ye jî him li nava gelên rojhilatî him jî li nava gelên rojavayî jî bi hemû hêz û zindewariya xwe ve dijî. Her çiqas em qal û behsa çanda navlêkirinê bikin û mijareke xweser be jî, tu bikî nekî em nikarin ji têgeha zargotinê û her wiha ji têgeha gelnasiyê veqetînin. Madem befleke ji beflên zargotinê ye, hewce ye ku em li dîrok, lêkolîn û vekolînên rabirdûya gelnasî -zargotinê jî binihêrin. Destpêka gelnasiya ku em qal dikin sedsala 19emîn e. -Wek tê zanîn, xebatên her du birayên Alman ên bi navên Jacob Grimm (1785-1863) û Wilhelm Grimm (1786-1859) wek destpêka gelnasiyê tên pejirandin. Berhema wan a pêflîn di sala 1812'an de hatiye weflandin. Pifltî her du birayên Alman dest bi xebatê kirine, hin welatên mêtînger ên wek; Îngilîstan, Amerîka ,Rûsya , Japonya ,Fransa , Spanya û gellek welatên din jî bi awayekî zanistî û bipergalî dest bi berhevkariya zargotinê kirine. Li zanîngehan befla gelnasî û zargotinê vekirine. Li gellek zanîngehên welatên rojhilat û rojava ji aliyê pisporên gelnasiyê ve lêkolîn hatine kirin. Ji aliyê xwendekarên zanîngehan ve jî tezên doktorayê hatine nivîsîn. Min jî vê dawiyê di çarçoveya xebatên gelnasiyê de li ser monografiya gundekî Mêrdînê serê xwe êfland û hinekî li ser xebitîm. Haydariyên ku min bi dest xistin û berhevkariya ku min li ser navlêkan kir, tabloyeke gellekî seyr derxist holê. Ev daneyên ku min bi dest xistin, min ew yek bi yek rave kirin, dahûrand û senifandin. Biqasî ku ez li ser hûr bûm û pifltî nirxandina van daneyên li ber destên xwe, encama ku min jê derxist ez ê li jêr jî nîflan bidim ku çavkaniya Navlêkan bi taybetiyên cûrbicûr yên kesan ve girêdayî ye. Di mijara Navlêkan de, avzêma navlêkirina kes an jî kesan bêgûman xala destpêkê yek jê, tevger û taybetiyên bedena mirovan e. Ji van tevger û taybetiyên mirovan yên ku zêde berbiçav in, heke em bixwazin ji serî de rêz bikin ev in: Keçelî, korbûnî, kulekî-qopî, dirêjiya çiqan, qerî-qemerî , çavmezinî, guhmezinî, qelewî, dirêjî, kinî-qiçikî, pozdirêjî, hûrmezinî, cudarengî, lalî, devaravî -devgirêzî, quretî, serhiflkî, hwd. Bes ev çend sedemên navlêkan ku me li jor dan, bêtir li gor rewfl û dirûvên kesan ên fîzyolojîk bû, lê gelo avzêma navlêkan bi van çend tifltan ve bi sînor e? Bêgûman ne tenê bi van çend heban ve sînorkirî ye. Li gor bi dehan dirûv û tefleyên kesî/an, ev navlêk li kesan tên kirin û belavkirin. Em dikarin bibêjin ku; Li gor: Pîfle, rewfla fîzîkî, jêhatî-zîrekî, teralî, sinc-exlaq- xûy, axaftin, zarxweflî, vegotin, îlmdarî û zanebûn, malbat, êl-ezbet, flerûdî, tirsonekî, wêrekî, mêrxasî, erdnigarî, defltî, çiyayî, welat, bajarî, gundîtî, fenekî-fêlbazî, pêwendiyên civakî, têkiliyên zayendî, lebatên bedenê, xweflik û nexweflikî, tirrekî, çikûsî, co-

14


merdî , dînîtî, oldarî, dewlemendî, xizanî hwd. Em dikarin hîn jî lê zêde bikin û pê de herin, lê ji bo bi berketin û têgihifltina navlekirin û navlêkan, ez bawer dikim van çend sedemên ku me li jor dane dê besî me bibin. De îcar ka em bala xwe bidinê, bê kesên ku navlêk li kesî/an kirine û flahidên wan gotine çi? Bi dil û can guhdarî bikin. Navlêk, sedema lêkirina navlêkan û wateya wan binihêrin. Bê di nava civakê de mirov gava navlêkan li kesî/an dikin pîvana wan çi ye, çi li ber çavan digirin dema ku navlêkan li navê wan zêde dikin. Di vê derbarê de li ser daxwaza axêveran em navê kesî/an yê resen û yên ku ji bo me çavkanî ne ango; yên vegotinê jî nadin. Ev tevger yek ji rêzikên berhevkariya folklorê ye.

Pozterikê: Ji jinekê re hatiye gotin. Sedema navlêkirina vê navlêkê ewe ku: pozê wê pir dirêj û zirav bûye. Haro: Ji mêrekî ku pir no û bitir bûye hatiye gotin. Tebatî lê tune bûye. Sercîlyo: Ji mêrekî re ji ber ku porê wî pir himbiz û xelek xelekî bûye hatiye gotin. Kudik: Ji ber ku qut û qalind bûye ji kesekî re hatiye gotin. Loto: Ji kesekî ku textikên wî ne temam, kêmbawer, weke hefltîrê (dewe) ku lota wî hatî, hêç dibû re hatiye gotin. Devflekal: Ji bo her du zayendan jî hatiye bikaranîn. Ji kesên dev mezin û ji aliyê din ve jî ku gotin tê de nasekine re hatiye gotin.

Dahûrînên li ser Navlêkên gundekî Mêrdînê. Min pirsî, flêniyên gund jî bersivandin. Gava mirov bi gifltî bala xwe dide çerçoveya Navlêkan bi piranî tefleyeke biçûkxistinî û qerf û qeflmerî di bingeha wan de heye.

Kîbê: Rewflek seyr e. Ev navlêk li mêrekî kirine. Dibêjin; Ji ber ku çavên wî nepixandî û flibiyane kîbikan jê re hatiye gotin.

 Em ê berê li hin Navlêkên ku bêtir ji peyvekê pêk hatine binihêrin.

Çerpik: Ji kesekî ku teflkên(deling) wî li hev diketin û peflkên herî û çiravê ji ber lingên wî dipekiyan re hatiye gotin.

Kerro/ê: Ev navlêk, ji kesê ku guhên wan nabihîze re hatiye gotin. Kûpê Araqê: Ev navlêk, ji kesên ku mahde û mirûzê wan tirfl e re hatiye gotin. fiûnkê Cilan: Ev navlêk ji kesekî ku qelafetê wî gir, serê wî li gor gewdeyê wî mezintir û pehn in re hatiye gotin. Hiflkê: Ev navlêk, ji jineke ku rebenê bes ji çerm û hestiyan ve maye, ango; ji keseke pir lawaz û dest û tilî hiflk re hatiye gotin. Miflkik: Ev navlêk, ji kesekî pirr kin, hûrik û jîr re hatiye gotin. Çarqozî: Ji ber tefleya serê wî ev navlêk li kesekî hatiye kirin. Reflîle: Ji ber ku bi rengê xwe refl bûye, ji jinekê re hatiye gotin. Herwiha flibandine çûkê reflîle yê ku bêtir xwe li ser darên spîndaran û deverine avî datînin. Koro/ê: Ji bo her du zayendan(jin-mêr) yên kesên kor re hatiye gotin. Çerxçî: Ji kesekî mêr, ji bo ku pir ji xwe û porê xwe hez kiriye, ji ber flehkirina por jê re hatiye gotin. Gava porê xwe fleh dikir mîna ku çêlek zimanê xwe pê xistibe, flahîk dikir. Lewma jê re wisa digotin.

Mîho: ji mêrekî re hatiye gotin. Mêrik tahda wî li kesî nedihat feqîr û bêxisar bûye. Ji ber vê rewflê ev navlêk lê kirine. Qahpo: Dibêjin; xwediyê vê navlêkê mêrekî wisa bûye ku çavên wî li namûsa xelkê bûne û li dora jinan geriyaye. Benîflto/ê: Ji her du zayendan re jî hatiye gotin ev navlêk. Ji kesên ku pir benîflt dicûn re hatiye gotin. Îsotê: Ji jineke ku pir zimandirêjî dikir re hatiye gotin. Afl û berbajar diaxivî. Kulpifl : Li gorî gotinê; Xwedêgiravî ku bi flikl û tefleya xwe flibiyaye sewala kulbefl. Hinek jî dibêjin ji ber ku diflibiya kundirê mîranî wiha dagirtî û di xwe de bûye, lewma jê re kulpifl hatiye gotin. Gebolebo: Li gor ku me ji flêniyên gund bihîst; ji ber flêl û halê wî yê ji hevketî ev navlêka lê hatiye kirin. Qewlik: Ji be ku mirovekî nepixandî bûye ew flibandine qewlikê pereyan. Tingir: Mirovekî hingî flidandî mîna têla tembûrê bûye, jê re gotine tingir. Kulîko: Li gor gotinê di rabûn û rûnifltina xwe de ji niflka ve, mîna kuliyan dipekiya.

15


 Çend Navlêkên ku li malbatan hatine kirin Mala Keviran: Gava wan û hinekan fler dikir ji bilî keviran tu amûreke din bi kar nedianîn. Ji ber wê sedemê Navlêka wê malbatê kirine Mala Keviran. Mala Avsîrko: Berê gotine: Çavê tunebûyinê kor be. Vê malbata bi Navlêka Mala Avsîrko jî ji ber xizanî û feqîrîya dinyaya gewrik, ji xwe re gellek caran li ser hev xwarina ku ji nan (ê hiflk) av, xwê û pîvazê tê çêkirinê, amade kirine û xwarine, lewma ji wê malbatê re gotine Mala Avsîrko. Mala Mehîro: Malbateke xwedî pez û mêflin bûye. Qatixê wan zêde bûye. Mirov kengî biçûya mala wan mehîr lê peyda dibû.

Eyflo Korê: Jina bi navlêka Eyflo Korê jî ji ber ku ji çavekî xwe noqsan bûye ew navlêk lê hatiye kirin. Navlêkên ku me mînak dan bi piranî li ser mînakên xirab û nexwefl û kêmdîtî û piçûkxistî ne. Bêgûman navlêk hemû ne bi vê flêweyê ne, an jî ne ew in ku em bêjin tenê bi qerf û tînazî ne. Navlêkên pesindayîn û pêlewanî û xweflbêjiyê jî hene, lê dîsa jî pir kêm in. Hinek jê jî bi lêzedekirina rengdêran derdikevin holê. Mînak : fiêrê zozanan, Biflarê pêlewan, Beranê kozê, Mêrxasê ezbetê, Fêrisê mêran, Jina mêranî, Gula gund û hwd…. Gellek navlêkên ku li kesan hatine kirin, bi awayekî veflartî û bilez belav bûne. Wisa cihê xwe di nava civakê de zexm girtine ku ew jî hêjayî baldariyê ne.

 Niha jî çend Navlêkên ku ji du peyvan pêk hatine û li kesan hatiye kirin em rave bikin. Mêrê Kerê: Xwedêgiravî dibêjin ku; du kes dema ku çûne êfl nihêrtine ku qerafl li dawiya êfl, di tarîtiyê de kifliyaye ser kerê wan kesên ku hatine êfl. Ew her du kes jî lê rast hatine. Taliyê jî ev navlêka lê maye. Notirvanê Jinan: Li mêrekî hatiye kirin. Ji ber ku mirovekî fial genî bûye. Li deverine xewle çavdêriya jinan kiriye. Xalê Pereflût: Ji ber virr û derewên ku kirine, ev navlêka lê hatiye kirin. Dibêjin gava ku diaxivî ji wî re sînorê derewan tune bûye. Ji ber wê jî jê re gotine; “ma lawo tu xwe ji esmanê heftan diavêjî.”  Di dorê de navlêkên ku li navê kesan yê resen ango yê eslî hatiye zêdekirin hene, kanî em çend heban ji wan jî rave bikin û ji hev veçirînin. Hemê fiûro: Navê wî yê resen Miheme bûye. Wekî tê zanîn ji kesên ku navê wan Miheme be “hemo, hemê, mihê, miho, hemik” jî tê gotin. Hemê fiûro jî di kiflandina kêr, xencer û flûr de pirr serkeftî bûye. Fata Kûrî: Jineke gellekî jêhatî ye. Di warê cebirandin û dermankirina hestiyên flikandî, derizî û jicîhderketî, herwiha nexwefliya fitiqa pifltê de pirr serkeftî ye. Gellekî bi nav û deng e. Ji ber ku ji gundê Kûrê yê Merdînê ye, gelê herêmê jê re gotiye Fata Kûrî û Navlêka wê wisa maye. Etoyê Nahtorî: Ji ber pîfleyê wî ev navlêka lê bûye. Nahtorî ji kesên ku li ber bîstan û rezan notirvanî/nobedariyê dikin re dibêjin. Pîfleyê wî li navê wî hatiye zêdekirin û bûye navlêk. Hemoyê Necar: ji ber ku karê necariyê kiriye dîsa pîfleyê wî li navê wî hatiye zêdekirin û navlêk derketiye holê.

16

 Hin Navlêkên din yên ku me ji qada folklorê berhev kirine, me ev jî li jêr bêflîrove rêz kirin. Maro Bizina Ziyanok Çîp Qeysik Gayê Xemo Çipçeqelê Balûte Çavlixwe Çilpizkê Dara Tenûrê Qoto (kin) Bitir (har) Serqijak Poznikul Hurim(nemêr) Serkewd Qundembor Werdekê Qurmo Cindo Rûtê Qero/ê Hemanê Heppo/ê Kîrpotik Çûkê Vinik Parîko Çavbirçî Çavpeqle Çavpahn Guhmiç Trafoyê Ceryanê Qurûflko

Qelepûs Serflimamok Serker Serkevir Serhiflk Korfam Qûnwelçek Kewdo Zikberofl Zikmezin Zikfeliflî fiala Kayê Pîspîsko Wîzwîzko Çîqo Eyflreflê Qijê Soriko Façizkê Hemdîka Refl Hirçê Qijnikê Hûto Kûtiko Çîp Qeysik fiêxê Moraqê Xîçir Tabûto Rewqelê/o Serteflî Serjinik Bertîlo


Mehmet GÜLTEK‹N


Wek hemû herêmên Kurdistanê li Serhedê jî hemû beflên folklora Kurdî belavbûyî nin û ew ji kûraniya dîrokê heta roja îroyîn bi zargotinî gihîfltine nifflên nû û hatine parastin. Wek eyan e, befleke sereke ya folklora herêmê, hunera dengbêjiyê ye û ji ber ku hemû beflên folklora herêmê di nivîsekê da nikarin bên lêkolîn, em ê li vir li ser herêma Serhedê, dîroka Kurdên wê û hunera dengbêjên wê rawestin û hin encamên lêkolînên xwe û ramanên xwe bînin zimên. Herêma Serhedê a ku pareke mezin ji bakurê jorîn a Kurdistanê pêk tîne di nava gel da wek warê li dor sînoran, çiyan, berf û zozanan û dengbêjan tê hesibandin. Goreyî niflteciyên herêmê cîwarên wek Erzurum, Qers, Agirî, Îdir, Mufl, Wan, Bidlîs, rojhilatê Bingolê, bakurê rojavayê bajarê Xoyê tevî Makoyê li aliyê Îranê û deflta Aranê ya li bakur û rojhilatê çiyayên Araratê bi tevayî herêma Serhedê pêk tînin. Ev coxrafiya dibe beramberî erdê dewleta Ûrartûyan, bakurê rojhilatê Medan û para bakur a welatê Kardûkan ku Ksenefon di pirtûka xwe ya bi navê “Vegera Dehhezaran” da qala wê dike. Jixwe gellek avasaziyên kevnare û navê eflîr û gundên wek Kurdikî û Kurdeka li Serheda îroyîn hîn jî flopên wan flaristaniyan diyar dikin. Gellek çavkanî û nîflane diyar dikin ku dîroka Kurdan bi taybetî jî ya Kurdên Serhedê û koka kevneflopiya dengbêjiyê dijihîje heyamên kevnar a dema Medan. Dîrokzanê heyama kevnare Strabon, di nivîsên xwe da

18

destnîflan dike ku nifltecîhên li bakur ên ku li derdorên çiyayên Araratê dijîn Kardu nin. Strabon salix dide ku wî piraniya agahiyên derbarê Medan da ji kilam û destanên epîk ên dengbêjên wê demê wergirtiye. Strabon û dîrokzanên mayîn diyar dikin ku di welatê Medan da kevneflopiya dengbêjiyê gellek belavbûyî bû. Di dema Împaratoriya Medan da ji qesran heta gund û eflîrên koçer hozanên gellek bi navûdeng û xwedî repertûarên berfireh hebûn ku wan bûyerên dîrokî û evînî bi awayê destanên epîk distiran. Ji van hozanan ra rojavayî Barde dibêjin ku Kurd jî wan wek Dengbêj bi nav dikin. Yek ji çavkaniyên herî kevn di derheqê Kurdên Serhedê da kitêba dîrokzanê Ermenî ye ê ku di sedsala 5'an a pifltî zayînê da jiyaye û berhema xwe nivîsiye. Dema Moses von Khoren salixê qiralê dawîn ê Medan Astyages dide, ku ew wî wek Ajdehak bi nav dike, dibêje ku Kyrosê Faris û Dîkranê Ermenî pifltgirî dabûn hev ji bo hilweflandina dewleta Medan. Moses von Khoren bi agahiyên derbarê vê mijarê da ên ku ew ji dîrokzanên beriya xwe radigihîne, kîjan wek destanên epîk jî dihatin stran, weha tîne zimên: “Dîrokzan dibêje ku di wan rojan da ji berhevkariya Kyros û Dîkran li dijî wî, tirs ketibû dilê Ajdahak û xewa wî direviya. Ajdehak di nîvê flevekê da kabûsekê dibîne, ji xew vediciniqe û bangî hemû flêwirmendên xwe dike. Dema flêwirmend ji wî pirs dikin, ka sedema vê banga di nîvê flevê çi ye, Ajdehak ji ber tirs û


xofa xewna xwe hinekî radiweste û pifltra weha salixê xewna xwe dide: 'Ax hevalno, di xewnê da ez li ber çiyakî bûm ku min ew herêm berê qet nedîtibû. Ev çiyayê [Ararat] biberf û cemed gellekî bilind bû. Hat gotin ku ew der cîhekî nêzikî welatê Haikan[Ermenî] ye. Dema min serê xwe bilind kir û li wî çiyayê bilind nihêrî, min li ser serê çiyê jinikeka bi kincê rengê mor dît ku pêfltemala wê jî gellek dirêj bû. Jinik gellekî delal bû; Çavên wê bedew, bejnbilind, dêmên wê sor bûn û hema di wê demê da êfla zarokanînê pê ketibû. Dema min çavên xwe girt û vekir, min bi metelmayî dît ku jinikê bi carekê da sê mêrxasên xurt anî dinê. Yek ji wan li ser piflta flêrekî siwar û ber bi rojava ajot, ê duyemîn ku li ser panterekî bû ber bi bakur bi rê ket, ê sêyemîn jî li ser piflta ejderhayekî ku gellek ecêb bû û nedihat zeftkirin siwar bû û êrifl bir ser dewleta min. Dema min bi ecêbmayî çavên xwe girt û vekir, min dît ku ez niha li ser berbanka qesra xwe me ya ku bi konên delal û hewzên ku tê da av dipekiya, xemilandî bû. Me bi tevayî di wê demê da qurban û diyarî pêflkêflî wan Yezdanan dikir ên ku bi tac ez wek qiral tayin kiribûm. Gava min serê xwe bilind kir û li jor nihêrî, min dît ku ew siwarê wê ejderhaya ku min qala wê kir, bi teyrebaskên xwe va firiya, êrifl anî ser me û xwest Yezdanan bikuje. Lê belê, ez Ajdehak, min banzda meydanê û li dijî wî mêrxasê ecêb fler kir. Me bi tevayî zikê ejderha û yê wî mêrxasî bi riman qelaflt, wisa ku ew berbanka paqij û ronî bû wek gola xwînê. Pifltra me bi çekên xwe yên din jî demek dirêj fler mefland. Lê ez çi dirêj bikim, dawiya wê bû hilweflîn. Dema ez bi tirs û xofa vê talûkê hiflyar bûm, ez têgihîfltim ku ez ê di paflerojê da êdî ne di vê jiyanê bim. Lewra êrifla vî mehlûqî nîflana êrifla Dikranê Haikan e ku ê bi ser me da bê. (1)" Pifltra serokerkanê artêfla Med, Kyrosê Faris bi bahaneya erkekê berê xwe dide herêma Farisistana Împaratoriyê. Hema di wan rojan da di flênahiyeke di qesra Astyages (Ajdehak) da dengbêjê herî navdar ê welatê Medan, Angares jî befldar dibe. Angares kilaman distirê û di dawiya kilamekê da bi van gotinan hiflyariyê dide Astyages: “Ew heywanê hov ku ber bi lîtavê hat fliyandin, ew heywanê ku ji berazên daristanê jî hovtir e, ew ê bingehên xwe ava bike û bi wî awayî li dijî herkesî serî hilde.” Li ser van gotinan Astyages ji dengbêjê xwe Angares pirs dike: “Mebesta te bi wî heywanî kî ye? Ew jî dibêje: “Kyrosê Faris.”

Li ser vê yekê tirs û xof dikeve dilê Astyages, ew emir dide ku Kyros paflda bê anîn. Lê belê êdî her tiflt dereng ketiye.. (2) Moses von Khoren di pirtûka xwe da bi berdewamî radigihîne, wekî pifltî hilweflandina dewleta Medan û kufltina Astyages jina wî Anuîfl û bêtirî 10 hezar xizmên wî anîne li derdorên Araratê di cîwarên wek Dambat, Nexçiwan û aliyê Bazîdê da bi cîh kirine. (3) Dema Kurdologê navdar Minorski van bûyeran flirove dike, eflkere dike zanîn ku ev bûyer rastiyên dîrokî nin û çiqas dereng Kurd ji wê wextê û pê va heta niha bênavber binecihên herêma Araratê nin. (4) Ew çiyayê ku Moses von Khoren li jor qala wê dike çiyayê Araratê ye û ew dibêje ku ev çiya nêzikî welatê Ermeniyan e. Jixwe Khoren cîwarê welatê Ermeniyan li derdorê çemê Kûr destnîflan dike. Di sedsala 4'an a beriya zayinê li bakurê rojhilat ê erda berê ya Medan da gelê Karduk cîwar bû. Derbarê wan da Ksenefon di pirtûka xwe da gellek agahiyan neqil dike. Leflgerên Grêkî, ku Ksenefon bi xwe jî wek serbazekî di nav wan da bû, pifltî flerekî li dijî Farisan ji bona ku dîsa vegerin welatê xwe ji nav welatê Kardukan ra, ji Bidlîs, Mûfl û çiyayê Kosedaxê ra derbasbûne ku xwe bigihînin Behra Refl. Di dema vê vegerê da di navbera wan û Kardukan da gellek caran fler derketiye û danûstandin çêbûne. Ksenefon dibêje ku Karduk ne girêdayî dewleta Farisan bûn û qiralê Farisan carekê xwestiye welatê wan dagir bike lê serfiraz nebûye û li hember wan têk çûye. Ev rewfla demografîk di heyama Îmratoriyên Roma û Persan da jî bi vî awayî berdewan kiriye. Pifltî heyamên Ûrartû, Med û Kardukan herêma Serhedê di dema dewleta Roma-Bîzansî û Sasaniyên Îranî da pir caran di navbera wan da dibû qada flerên wan, carinan diket bin hukmê yekê ji wan û carinan jî mîrektiyên herêmê serbixwe bûn. Wek ji lêkolîna Max Büdinger a di derbarê dîroka Împaratoriya Romayê da tê neqilkirin, di sedsala 1'ê P.Z. da jî herêma bi piranî Serhedê cîwarê Kurdan bû. Dema ew qala serbazê Romayê yê bi navê Corbulo dike, dibêje ku ew bi artêflekê va bi rê ketiye ku li dijî mîrê Ermeniyan ê bi navê Tiridates li Îranê fler bike, gihîfltiye nêzikî Elaflgirê lê belê wî riya xwe guherandiye û bi ser Milazgirê ra çûye aliyê Îranê, ji ber ku wî nexwastiye li ser riya rasterast, rastî Kurdên herêma Bazîdê bê. Dema artêflên Îslamê yên ereb di sedsala 7'an ha-

(1) Moses von Choren: Geschichte Gross-Armeniens, Regensburg 1869, r. 45 (2) August Wilhelm Ambros: Geschichte der Musik, Breslan 1862, r. 183 (3) Moses von Choren: Age. , r. 50 (4) Yê neqildike: ‹. fierif Vanlı: Kurdistan und die Kurden, Göttingen 1988, r. 38

19


tibûn Serhedê, ew jî li wir û li Kafkasyaya baflûr rastî 'Kurud(Aqrad)' an hatine. Her wiha gellek çavkanî radigihînin ku Kurd di dema serdema navîn da jî bi nifûseke berfireh li Serhedê diman. Wek tê zanîn, fieddadiyên ku bav û kalên Eyûbiyan bûn di sedsalên 11 û 12'an da desthilatdariya Aran û Serhedê dikirin. Hunera dengbêjiyê yek ji bingehên herî xurt û belavbûyî ya folklora Serhedê ye. Koka qalibê hunera dengbêjiya Serhadê digihîje heyamên kevnare. Mijarên wek bûyerên dîrokî û evînî ku di kilam û destanên epîk da cîh digirin, herçiqas ew pifltî wextan hatibin guhertin û yên nû ketibin dewsa wan jî, lê belê qalibê kilaman mayînde bûye û mijarên nû di wî qalibê qedîm û belavbûyî da hatine bi cîh kirin û stran. Di dema guhdarkirina kilam û destanên epîk ên dengbêjan da rîtmeka taybet di bingeha wan da diyar dibe; ew kilamên xwe bi rîtmeka melodîk distirên, kîjan geflbûna wê hunerê destnîflan dike. Wek em ê li jêr jî bibînin, gerokên rojavayî jî yên ku di sedsala 19'an da hatibûn herêma Serhedê di hunera dengbêjiyê da bingeheke hunerî ya qedîm tespît kirine. Ev diyarde bi tevayî destnîflan dikin ku kok û bingeha vê hunerê digihîje kûraniya dîrokê. Jixwe tê zanîn ku koka destanên Kurdî yên wek Newroz, Mem û Zîn û Rostemê Zal ji heyamên kevnare tên. Di flaxeke destana Mem û Zîn a ku li herêma Elaflgirê hatiye berhevkirin û di sala 1904'an da li Tiflîsê hatiye weflandin; dengbêj, nesla Mîr Zeydînê Botan ê kurê Mîr fiemdin digihîne qiralên Medan û wî wisa dinasîne. (5) Bêguman li vir xala balkêfl ne ew e ku, gelo bi rastî jî nesla wan digihêje hevdu, lê ya girîng ew e ku dengbêj û civaka wî a Kurd koka dîroka xwe ya kulturî bi flaristaniyeke kevnare, ango bi Medan va girê didin. Lewra em di zargotina Serhedê da gellek elementên kulturî yên ji koka hevbefl a Med û Îranê tên wek bawerî, fîgûrên mîstîk, sembolên qencî û xirabiyê û adetên mayîn dibînin. Mijara kilam û destanên epîk bi piranî li ser du beflan par ve dibin; a evînî û ya dîrokî. Ji wan gellek berhem henin ku cîh û warê wan rasterast herêma Serhedê ye, lê belê gellek kilam û destan jî henin ku cîhê bûyerên wan herçiqas herêmên cuda bin jî, ji aliyê dengbêjên Serhedê da tên stran û gellek belavbûyî nin. Wek mînak destanên folklorîk wek Mem û Zînê, Mîr Mihemedê Botî û Musoyê Mele ku warê bûyerên wan Cizîra Botan e û ya Hamê Mûsê jî li Meletiyê ye. Ji aliyê din gellek destanên epîk ên dengbêjan henin ku cîwarê bûyerên wan herêma Serhedê nin lê li herêmên din navdar in wek, Siyabend û Xecê, Mengene, Metran Îsa, Hesenîk û Asê.. Gellek destanên epîk jî li Serhedê henin ku ew li herêmên mayîn ên Kurdistanê belav nebûne, wek mînak; Xelîl Bego, Memê

(5) Ethnographische Übersicht 11, 197-240, Tiflis 1904

20


û Eyflê, Heso û Nazê. Her wisa destanên epîk wek Filîtê Quto jî henin ku cîwarê destpêka bûyerên wan li Serhedê(Geliyê Bidlîsê warê eflîra Etmanekan e) ye, lê qewimadinên wan li herêmeke din (Biflêrî-Xerzan) berdewam dikin û diqedin. Dengbêjan bûyerên civakî bi baldarî diflopandin, wan ne tenê pesnê tevgerên mîr û hakiman didan, her wisa wek mînaka Ajdehak û Aranges bi riya hunera xwe li wan rexne jî digirtin û aqilmendiya wan û civakê dikirin. Em vê helwesta dengbêjan di gellek kilam û destanan da dibînin. Wek mînak; ji ber ku Mîr Mihemedê Botî yê ku heta sala 1740'an jiyaye, dixwaze mêrxasê bi navê Musoyê Melle bide kufltin, dengbêj di seranserê destanê da bêadilî û bêbextiya mîr flermezar dike. Dîsa di gellek kilaman da em rastî van hiflyardeyên dengbêjan li hember mîr û rêberên Kurdan tên ên ku qîma xwe bi Romê û Osmaniyan anîne: “Mîro, te xebera min nekir, min go, meçe Rom xayîn eRoma virek e, flaltek e, te dixapîne” Dewletên Roma û Bîzansê li herêma Serhedê jî bêtirî bi hezar salî fermanrewatî kirine û li hember Kurdan pir caran fler meflandine. Wek di kilam, destan û çîrokên kevn ên Kurdî da, bi taybetî jî yên di derbarê Îskender da jî diyar dibe, Kurdan desthilatiya Roma û Bîzansê wek Rom bi nav kirine. Pifltî ku Osmaniyan dewsa Bîzansê girtin, ji wê û pê va Kurdan ev nav ji bo wan bikaranîn. Dema Surmeli Mehmed Paflayê Elaflgirî di sala 1865'an da bi daxwaza Osmaniyan ji Serhedê gellek flerkar berhev kirine û çûye aliyê Adanayê bona flikandina serhildana Xozandaxê, dengbêjê wî Evdalê Zeynikê weha gazin li wî kiriye: “Hezar mêrî nebe li Xozandaxê winda nekePerdê bûka li dar ve neke Me li welatê Serhedê rûrefl neke” Li gor agahiyên di fierefnameyê, yên di helbestên Ehmedê Xanî û çavkaniyên Osmanî da di sedsalên 16 û 17'an da herêma Serhedê bi piranî di bin serwêriya mîrên Bidlîsê û Bazîdê da bû. Pifltra devera Mûflê jî bûye mîrektiyek xweser ê Kurdên Serhedê. Di fierefnameyê da agahdariyên berfireh di derbarê Kurdên Serhedê, eflîr û mîrektiyên wan cîh girtine. Her wisa nivîskarê wê fierefxan Bidlîsî di gellek beflan da zehf pesnê dengbêj, sazbend û “meqam û dengên Kurda” yên vê herêmê dide. Her çiqas dengbêj xwedî hafizayeke bihêz bûn jî, ji ber ku ev kapasîte jî heta derecekê ye û stran tenê bi

zargotinî digihîfltin nifflên nû, gellek kilam û destan winda dibûn û yên nû dewsa wan digirtin. Wek mînak, fierefxan Bidlîsî û Evliya Çelebî qala gellek bûyerên mîrên Kurdan dikin ku ew wê demê ji aliyê dengbêjan ve wek destan hatine sêwirandin. Lê belê em dibînin ku piraniya wan kilam û destanan negihîfltine dema me. Her wisa gellek ji wan kilamên ku nivîskar û lêkolînerên rojavayî wek Thêrêse Albertine L. Robinson (1840), Moritz Wagner (1844) û Bodenstedt (1844) di sedsala 19 an da li Serhedê berhev kirine û wergerandine ser zimanên Ewrûpî jî negihîfltine dengbêjên nifflên dema me. Hunera dengbêjên Serhedê bala gellek nivîskar û lêkolînerên rojavayî jî ên ku di heyamên berê da hatibûn vê herêmê kiflandiye. Qasidê Napolyon ê bi navê Amadee Jaubert ku di sala 1805'an da bi demeke dirêj di zindana Bazîdê da mabû, di bîranînên xwe da dinivîse ku Kurd kilaman pir dihebînin û dengê hozanên wan gellek xurt in. Jaubert bi berdewamî radigihîne ku dengbêjan li ser bûyerên wek zindankirina wî û mirina mîrê herêmê Mehmûd Pafla ji webayê destanek çêkiribûn. (6) Zanyarê namdar Mela Mahmûdê Bazîdî jî bi mebesta heman heyamê qala bûyereke din dike. Di dema flerê Osmanî û Îranê yê salên 1822-24'an da fiahê Îranî bang li serokê eflîra Sîpkan Silêman Axa û yê Zîlan Huseyin Begê dike ku di vî flerî da alîkarên wî bibin. Dema ew ligel fiah qise dikin Zeman Xanê ji Rewanê li Silêman Axê heqaret dike. Li ser vê yekê Silêman Axê ji Îranê koç dike û tev 800 malbatên Sîpkan tê li herêma Wanê cîwar dibe. Silêman Axa herdem li benda derfetekê maye ku tola xwe ji Zeman Xan derîne. Pifltî ku di vî flerî da Îran bi ser dikeve li herêma Qûlpê jî baregehekê avadike û Zeman Xan jî dike serwêrê wê. Dema Silêman Axa vê yekê seh dike, ew tev 800 flervanên Sîpkan bi ser Zeman Xan da digire û bi flûrê destê xwe serê wî jê dike. Mela Mehmûd neqil dike ku dengbêjan gellek kilam li ser vê bûyerê afirandine û di nav Kurdan da belavbûyî nin. (7) Ev destan û stranên ku Jaubert û Mela Mehmûd salixê wan didin negihîfltine dengbêjên sedsala 20an û winda bûne. Di dema berhevkirina nimûnên zargotinê da min pir caran agahiyên giranbuha ji Dengbêj Kerem girt. Bi goreyî gotina Kerem piraniya dengbêjên navdar ên herêma Bazîdê di dawiya sedsala 18'an û nîvê yekemîn a sedsala 19'an da ji malbata Çingo derketine. Di dema Îshaq Pafla û kurê wî Mahmud Pafla da dengbêjê qesra Bazîdê Çingo bûye. Kurê wî fierifê Çingo jî di nîvê pêflin ê sedsala 19'an da dengbêjê Behlûl Pa-

(6) Amadee Jaubert: Reise durch Armenien und Persien in den Jahren 1805 und 1806, 1822, r. 74-75 (7) Mela Mehmûdê Bazîdî: Cami'eya Risaleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî, Amadekar: Ziya Avci, Weflanên LIS 2010, s. 127-129

21


fla bûye. Hîn jî li herêmê serpêhatiyên fierifê Çingo tên vegotin. Goreyî van agahiyan destana herî navdar a li herêmê bi navê Xelîl Bego berhema wî ye. Kerem di axaftina xwe ya li ser dengbêjên berê û yên ji malbata Çingo weha got: “Mîran, hakiman berê dengbêj xweyî dikirin, teyrê ser destan. Li dîwana her mîrekî Kurd da dengbêj hebûn. Dengbêjan qewimandinên berê, her tifltê eflîran dizanîbûn, lewma jî ew flêwirmend bûn.” Di heyamên berê da li rex navê mîrê herêmekê navê dengbêjê wî yê serdest jî dihat bibîranîn. Bi goreyi agahiyên derbarê dengbêj fierîfê Çingo, ew di nîvê pêflîn ê sedsala 19an da dengbêjê Behlûl Paflayê neviyê Îshaq Pafla û xwedî dengekî gellek xurt bûye, ew herdem tev Behlûl Pafla befldarî rêwîtiyên wî bûye. Serhatiyeke derbarê fierîfê Çingo ya herî belavbûyî weha ye: Rojekê dema fierîf tev Behlûl Pafla ji nêçîrê vedigere, ew ber bi êvarê digihîjin gundê Zengezor a ku biqasî 4-5 km. ji qesrê dûr e. Hema di vê quntarê da Pafla ji wî ra dibêje:“fierîf hela kilamekê bistirê, em binihêrin cika dengê te digihêje kelê”. fierif dest bi kilamê dike û her diçe dengê xwe zêdetir bilind dike. Pifltî demeke kurt ji pencera qesra pafla roniya fenereke ku diheje diyar dibe. Pafla bi metelmayî û kêfxweflî dibêje: “Xanima min dengê te bihîst”. Pifltra jî ji fierîf ra dibêje: “Dilê te çi ji vê dinyayê dixwaze bibêje!” Ji ber ku serê êvarê hewa hinekî sar bûye, fierîf li kurkê pafla mêze dike û dibêje: “Ez kurkekî dixwazim”. Behlûl Pafla jî ji wî ra kurkekî pir giranbuha dide çêkirinê. Dengbêj Kerem her wiha eflkere kir ku birayekî fierifê Çingo jî wê demê dengbêj bûye. Her wiha nifltecihekî vê herêmê jî ev agahiyên jêrîn derheqê dengbêjên ji malbata Çingo yên pifltî fierîf eflkere kir: “Dengbêj Îhsanê Beflîrê Çingo hebûye. Du kurên wî hebûne, yek Mahmud, ê din jî Memed ê bi navlêka Devo. Herduyan jî li Bazîdê dengbêjî dikirin. Pifltra zarokên wan koç kirin çûn aliyê rojavayê.” Dr. Oskar Blau di xebata xwe ya di sala 1858'an de bi sernavê “Eflîrên li Bakurê Kurdistanê” nivîsiye ku, Kurd xwediyê kevneflopiyeke dewlemend a kilam û destanên bi mijarên fler, evînî û yên mayîn in. Ew li herêma Bazîdê guhdariya du dengbêjên bi navên Çetoyê Heyderî û Emer Axayê Hesen ji Diyadînê dike û kilameke wan bi wergera almanî jî diweflîne. (8) Hin di salên 1830'an da F. Dubois De Montpereux

ê ku ji bo lêkolînan diçe Kafkasya baflûr, berhevdaneke mûzîk û kilamên gelên wê herêmê dike. Pifltî ku ew li Qulpê guhdariya kilamên Kurdî jî dike, van tespîtên xwe ên jêrîn dinivîse: “Ya rast di muzîkên faris, Tirk û Gurciyan da ahenga hewcedar tune ye. Stranbêj ji niflkê va ji qewarekê(pîv) bazdide yekê din, ji ber vê û ji ber naxmeyên binalîn dengê tabiî bêrîtim dibe, lê kilameke farisî ya bi melodiyeke giran û ciddî ku bi awazeke bengî hat pêflkêflkirin, zêdetir bi me xwefl hat. Ji aliyê qarakterê xwe da ferqa kilamên Tirkî jî ji yên Farisan nîn e. Yê Gurciyan jî wisa ye, jixwe wek diyar e, ew jî bi piranî teqlîtê cîranên xwe dikin, lê belê dema ku kilamên Kurdî û yên kafkasî hatin stran, me xwe di asteke din da hîs kir. Ez ê wê bandora ku kilamên Kurdî di dilê min da peyda kirin heta dawiya emrê xwe tu car ji bîr nekim. Di kilamên Kurdî da serdestiya rîtim û ahengê hebû, pê ra jî awazê wan hinek ciddî û bi bengî bû. Ya rast min qet bawer nekiribû ku ji dilê Kurdekî ev tonên(deng) wiha derkevin. Melodiyên kafkasî, bi piranî jî yên Lezgiyan jî ji aliyê sadebûn û ahengên xwe da diflibînin ên Kurdî. “ (9) Dema Moritz Wagner ê alman di sala 1844'an da demekê li derdorên Araratê lêkolîn dikir, wî bi alîkariya serokê dibistana herêmî ya Rewanê Xacatur Abowian û rahîbê Ermenî Gaspar Ter-Gewandjan hin kilamên Kurdî berhev kiriye, hinek ji wan wergerandine Almanî û di pirtûka xwe ya bi sernavê “Rêwîtiya min a li Îran û welatê Kurdan” da weflandiye. Wagner tespîtên xwe yên di vê derbarê da jî bi kurtasî weha tîne zimên: “Kevneflopiya dengbêjiyê di welatên flerqê da tenê li bal vî gelê ku li fiengal, çiyayên Kardukan û li Kafkasyayê di destan da çek û sîleh azadiya xwe diparêzin da hîn heye. Kevneflopiya destanên epîk li cem civatên wek Tirk, Ermenî, Gurcî û ên din ji zû da ye ku di avzêma rewfla wan a siyasî da winda bûye. Li bal gelên kazak û Ûkraynayê yên ku hatin bindestkirin jî tu eserek ji qabiliyeta wan a afirandina destanan nemaye. Di wergerên destanên epîk ên Kurdên Êzidî da wek a li ser serkestina Êzdiyan bi rêberiya Keflîfl Polo li Radowanê û ya li ser serfiraziya Suleyman Axa di tekoflîna li dijî Celaliyan li Araratê, hestên rehmdarî, hesret, xemgînî û flayîflkiflandinê bi hev ra tên zimên.” (10) Rêwî û nivîskarên rojavayî W.F.A. Zimmermann, August Haxthausen, F. Martin Bodenstedt, C.W. Wut-

(8) Zeitschrift der deutschen morgenländischen Gesellschaft, Bd. 12, 1858, r. 598 (9) August Haxthausen: Transkaukasia: Andeutungen über das Familien- und Gemeindeleben, 1856 r. 316-31 (10) Moritz Wagner: Reise nach Persien und dem Lande der Kurden, Laipzig 1852, r. 255-257

22


zer û çendên din jî di sedsala 19 an da di derbarê dengbêj û kilamên Kurdî da ramanên gellek nêzikî ên Montpereux û Wagner nivîsandine. Ew destnîflan dikin ku dengên hunermendên Kurd perwerdekirî nin, dengên tîk û xurt zêdetir tên hezkirin û dengbêj kilam û destanên epîk ên dîrokî, mêrxasî û evînî distirên ku bingeha wan a muzîkal û rîtmîk bi merivan xwefl hatiye. Di salên 1840an de li bajarê Romayê li Îtalya her sal Festîvala Zimanan dihat sazkirin. Di van festîvalan da ji alîkî konferansên li ser zimanên cuda dihatin lidarxistin û ji aliyê din da jî hunermendên ku ji gellek welatan hatibûn dawetkirin bi zimanên xwe muzîk û kilam pêflkêfl dikirin. Di festîvala sala 1849an da ji Serhedê ji bajarê Mûflê jî dengbêjek wek temsîlkarê zimên û muzîka Kurdî befldar bûye. Prof. Dr. Adolf Hilfereich ê ku bernameya vî dengbêjî guhdarî kiriye di pirtûka xwe ya bi sernavê “Nameyên ji Îtalyayê” da intibayên xwe yên wê demê weha radigihîne: “... Min çepikên xwe yên herî xurt ji bo dengbêjê Kurd ê ji Mûflê, Battista Zakkariyan lêxist: Dema wî dest bi strana xwe kir, te digot sêhrbazekî ez ji nav wê civata giregiran a di salona ronak da bi carekê hildam û birim kolaneka bêdeng ê gundekî welatê min Schwab û li wir ciwanên ku deng û kilamên wan di leflgergehan da xerabnebûyî stranên ji berhevoka 'Knaben Wunderhorn' bi awakî paqij disêwirandin. Ev kilama Kurdî ya tekûz jî weke yên wan sade û gellek bitesîr bû. Girêdana di dawiya her bendî da jî cuda bû: La la la, lê lê lê, lo lo lo.De bila niha yek dîsa rabe û bi min ra nîqafl bike, ka gelo Kurdî Îndogermanî ye an ji koma zimanên Samî ye! Ez gotinan fahm nekim jî eflkere dibe ku ew zimanekî Îndogermanî ye.” (11)

Wek em dibînin navê vî dengbêjî bi Ermenîkî ye. Lê eflkere ye gellek stranbêjên ku bi Kurdî distirên ên navdar wek Karapêtê Xaço, Dawidê Xelo û Aram Tîgran henin ku ew bi eslê xwe Ermenî nin. Jixwe Kurdolog û mîsyonerê Fransiz Thomas Bois ê ji gulana 1900an û pê va biqasî 20 salan di nav Kurd û Xrîstiyanên li Sûriyê da mabû, dibêje ku Xrîstiyanên li Kurdistanê stranên xwe yên olî bi zimanên xwe, lê yên evînî û dilînî jî bi Kurdî distrên. Vê dîtinê, nivîskarê Ermenî Arsen Yarman jî di pirtûka xwe ya bi navê PaluHarup da pifltrast dike. (12) Her wisa divê bê gotin ku Ermeniyan ji berê da kilamên Kurdî berhev kirine û gellek ji wan jî bi zimanê xwe strane. Di nîvê pêflîn ê sedsala 19an da Xaçatur Abowian û yê duyem da jî Komitas ê ku wek bavê muzîka klasîk a Ermenî tê hesibandin kilamên Kurdî berhev kirine. Di destpêka sedsala 20 an da Sarkuni Haykuni ji Ermeniyên derdora Gola Wanê, yên ku bi Kurdî kilam digotin, 28 destanên Kurdî berhev kiriye û ew wek pirtûk li Moskowayê weflandiye. Notayên 13 destanên di vê pirtûke da jî ji aliyê Komitas hatine amadekirin.(13) Komitas li Almanyayê li ser muzîka Kurdî xebata xwe ya doktorayê amade kiriye, wî jî wek Abowian Kurdî bafl dizanîbû û li bal hin Kurdan kilamên Kurdî jî straye. Dema rêwitiyekê da Komitas li herêma Araratê rastî dengbêjekî Kurd ê kal tê. Dengbêj berê xwe daye çiyakî û distirê. “Kalê distira, newal û çiya jî pê ra distiran”. Komitas li wir disekine û heta kilama dengbêj diqede, guhdariya wî dike û pifltra silav dide dengbêj û pirsan li wî dike. Dengbêjê kal ji Komitas ra dibêje: “Erê, lawikê min, ez Kurd im û bi Kurdî distirêm. Dema Kurdek tenê li hember çiyakî disekine, ew bi hevdu ra bi Kurdî diaxifin û distirên.” (14)

(11) Adolf Hilfereich: Briefe aus Italien, Leipzig 1850, r. 265-266 (12) Arsen Yarman: Palu-Harput, Cilt II, r. 71, _stanbul 2010 (13) Nûra Cewarî: Pêwendîyên kurda û ermenîya yên sazbendîyê; ez ji birêz Têmûrê Xelîl ra ê ku ev nivîs wergenrand û ji min ra _and spas dikim. (14) Die Literaturen der Völker Kaukasiens. Band 5, Wiesbaden 2003, r. 90.

23


Dema dengbêj pê dihese ku Komitas jî bi Kurdî distirê, wî bi xwe ra dibe gundê xwe. Di rêwitiya xwe ya ber bi gund da herdu jî kilamên Kurdî distirên. Li gund hemû nifltecih berhev dibin û Komitas heta êvarê ji wan ra bi Kurdî û Ermenî kilaman distirê.Ev baldariya Ermeniyan bo kilam û meqamên Kurdî pifltra jî berdewan kiriye. Di sedsala 20an da jî gellek lêkolerên Ermenî kilam û awazên Kurdî berhev kirine. Dengbêjên navdar ên Serhedê ji nîvê duyem a sedsala 19an, yên ku hin berhemên wan gihifltine dema me, ev in: Evdalê Zeynikê, Gula Watê, fiêx Silê, Pero, Hecî Temo û Mihemedê Miradê Canî. Dema Evdalê Zeynikê di dîwaneke dengbêjan da bi dengê xwe ji yên din serkeftîtir dibe, mîrê herêma Elaflgirê Surmelî Memed Pafla wî dike dengbêjê qesra xwe. Ev pafla kurê Behlûl Paflayê mîrê sancaqa Bazîdê ye, ku ew jî neviyê Îshaq Pafla ye, kîjanê seraya Bazîdê dabû avakirin. Ne rast e ku wek hin caran tê gotin û nivîsandin, wekî Evdal flevekê xewnek dîtiye û bi carekê da bûye dengbêj. Ev bawerî tenê wek qedirgirtina hunera wî ya ji aliyê civatê da dikare bê hesibandin. Lê Evdal jî wek dengbêjên mayîn ji ekola vê hunerê tê, di dibistana dengbêjiyê da perwerde bûye û ji hostadên xwe bi sedan kilam û destanan hîn bûye. Pifltra di pêvajoya sal û zemanan da kilamên ku wî çêkirine ên ku gihîfltine dema me repertuara wî dewlemendtir kirine. Wek mînak, wî bi Dengbêj Gula Watê ra li Xamûrê û bi fiêx Silê ra jî li Qeleniya Îranê tev straye. Li ser berevaniya Evdal û fiêx Silê di qesra Taharxan da Kerem weha dibêje: “... Diwanê da gellek stra, jê ra gotin: 'Evdal tu xwefl distirêyî, xazila tu rojekê rastî fiêx Silê bihatayî, cika tu zor î ya fiêx Silê.' 'Ê -got- ew li ‹ranê, ez li Romê, destê me nagihêje hev'. Wan jî xulamek danîn li bal Evdal, ew ji Elaflgirê bi rê ket hatin ji vê Bazîda me ra derbas bûn, ji mala Eyîp Axa, ya Evdal Begê Xelikî ra derbas bûn, êvarekê çûn bûn mêvanê Taharxan li Qeleniyê. Qelenî çi ye? Nehiya wî ye. Navê zozana wî çi ye? Elegan e, ciyê ku lê datîne, arkoza wî Qiral e. Taharxan li diwana xwe bûye, êvarê cimaet top dibin, dengbêjên wan jî pir in. Dîwana Taharxan e, heyfltê kulavên Xuristanî radixistin, hepsa wî jî di bin da bû. Xwarin hat, piflt ra sinî kifliyan. 'Kuro -got[Taharxan]- ewî paflxanê bidin wî mêrikî û ewî hafiz, bila ew bixwin'. Nizane Evdal e. De Evdal jî dengbêjê Surmelî Memed Pafla bû, ne yê paflxana ye heyran!. Wexta ku dane pêfliyê, got, ez naxwim. 'Kuro -got- ew hevalê te çima naxwe?' 'Ê -go- walle, hêca me li gundê hanê nan xwariye, madê wî naçe'. Evdal kor e, lê zane, paflxanê didinê. Sinî kifliyan, cimaetê destên xwe flûfltin, Taharxan got: 'Kuro, gazî fiêx Silê bikin,

24

bila warê gula me veke'. fiandine pey fiêx Silê hat. De dengbêjên berê li ser piyan distran, rûnedinifltin, na. Yê wî axayî piflta xwe dida wî dîwarî, yê vî dida vî dîwarî. Wexta ku efendim hinekî fiêx Silê stra, Evdal jî diricife mîna fliva li nav avê, flair e, afliq e. Taharxan got: 'Rêwiyê min, kurkê mêvanê delal, ew hafiz çima wisa dike?' Got: 'Walle Xan, tu îzin bidî, bila ewinga jî kilamekê bêje'. 'Kurê min -got- dengbêj ba dengbêjê min nastirên, devê bavê ti dengbêjan neketiye li cem fiêx Silê bistirên'. 'Ê -got- axa, xan, ez xulamê te me, em devdelçî nînin, nakevine qoflê, dilê wî dixwaze, bila ew jî yekê bibêje'. Wexta ku wisa got, Evdal rabû ser xwe, ê jê ra yekî bibêje, cika çi dibêje: “De lo yeman, lo yeman, lo yeman Evdal dibê fiêx Silê, Dîdem e xwefl dîdem e Dîdema flewitî wê li ber çem e Îro hatime Qeleniyê, li welatê Ecem e Serê xwe bilind ke, teyrê ecelê li ser serê te me.” fiêx Silê got: 'Taharxan beg, eva kî ye?” Got: 'Welle nizanim, haf›zek e hatiye vira, hêçika nan danê, nan jî nexwar'. Xulam dibêje ku ew Evdalê Zeynikê ye. Taharxan dibêje: 'Peyîî, ew dengbêjê Surmelî Memed Pafla ye, hatiye dîtina min. Zû kin jê ra pezekî ser jê kin!' Evdal dibêje: 'Xan, heta ez û dengbêjê te têr nevêjin berhev ez tifltekî naxwim.' Wisa dest pê kirine kilam avêtine ser hev...” Taybetiya ku Evdal ji dengbêjên mayîn cudatir dike, jiyana wî a balkêfl e ku ji du merhalan pêk tê. Evdal ji salên 1850'an heta 1865'an dengbêjê serayê ye. Ew heta vê demê berhemên ku ji selefên wî gihîfltibûn wî û awazên ku wî li ser evînî, fler û bûyerên cuda yên mîrê xwe sêwirandi bû distra. Pifltra di sala 1865an da li ser daxwaza Osmaniyan, Surmelî Mehmed Pafla flerkarên Serhedê berhev dike û diçe aliyê Adanayê bona flikandina serhildana Xozandaxê. Evdal jî tev wî diçe. Him di vî flerî da û him jî ji ber ku di dema vergera wan da bayê samê li wan radibe, ji koma Memed Pafla gellek kes dimirin. Dema ku ew li ser riya xwe li cihekî qonax datînin, Mehmed Pafla bi xwe jî di encama êrifla ziyakî da tê kufltin. Di pirtûkên bi navê Tarih-i Cevdet û Sicil-i Osmani da jî qala van bûyeran tê kirin. Ji ber bayê samê çavên Evdal kor dibin. Di kilama Xozandaxê da ku hemû dengbêjên Serhedê wê distrên, ev bûyerên trajîk tên zimên. Pifltî ku ew vedigerin Elaflgirê bûyereke din a girîng diqewime. Osmaniyan ji bona flikandina bandora malbata Surmelî Memed Pafla li herêma Elaflgirê qaymeqamek bi navê Çerkez Omer bi cih kiribûn. Pifltî mirina Memed Pafla, Çerkez Omer tev merivên xwe êrifl dibin ser kurên Paflê û gellekî ziyan didin wê malbatê.


Jixwe di wê heyamê da Osmaniyan ji zû da dest bi hilweflandina mîrektiyên Kurdan kiribûn. Wek Evdal gellek dengbêjên mayîn ên li Serhedê êdî alîkarên hunera xwe winda kiribûn. Bi vî awayî dema serdestiya hunera dengbêjiyê jî diqede, dengbêjên wek Evdal êdî bêxwedan dimînin, ango kesên xwedîderfet ên ku ew diparastin nemabûn. Evdal ku ji herdu çavan jî kor û êdî kal bûbû, bi mijûlbûna bi qulingekî baskflikestî ku zarokan ew li bestê dîtibûn xwe tesellî dikir. Wî di kilamên xwe yên nû da ji kurê xwe Temo daxwaz dikir ku ew ji bo qenckirina çavên wî û cebirandina baskên quling wan bibe li ser hekîman bigerîne: “Îro kalbûnê li me kar kir Xortaniyê mala xwe ji cem me bar kir Temo lawo felekê li bavê te çima ha kir Qîza berê xwe gihurî, bûka dilê xwe li min sar kir Jinebiya tinazê xwe li min dar kir Weyla wayê, weyla wayê Felek xayîn e, bi Evdalê Zeynikê ra nayê Temo lawo quling tênê gelo diqîrîne Li deyflt û zozanan tev danîne Qulingek ji refê xwe maye baskê wî flikestîne Çavê bavê te kor in rê nabîne Ji qêrîna vî qûlingî bi flev û rojê aqil serê min namîne Me bigerîne li ser loqman û hekîman Bila çavê bavê te veke, baskê quling bicebrîne. Temo lawo, ev feqîrî çi çek e Xwedê milê merivê camêr tê ra neke Wey koriyê, wey koriyê Mirin çêtir e ji feqîriyê..”

Gula Watê jî di dema Evdal da dengbêja Mîrê Xamûrê bûye û pifltî demekê bi Evdal ra zewiciye. Kilamên ku Evdal û Gulê bi hev ra û li ser hevdu gotine hê jî ji aliyê dengbêjan da tên stran. fiêx Silê ku ew jî dengbêjekî navdar ê wê demê di dîwana Taharxan da dengbêjê sereke bû. Taharxan ji torina Heyderan bû li aliyê Îranê li Qeleniyê dima. fiêx Silê bi Evdalê Zeynîkê ra jî straye û bi gotina gellek dengbêjan ew ki-

lamên eyan li ser herdu flerên Taharxan jî berhemên fiêx Silê nin. Dengbêjekî din jî Pero bû ku di derbarê wê da di çavkaniyan da kêm agahî heye. Pero jî di nîvê duyem ê sedsala 19an da jiyaye û dengbêja dîwana Evla Begê bû. Pero ji ber ku ji herdu çavan kor bû destmal dida ber rûyê xwe û tê gotin ku ew yekê bejnbilind û gellekî bedew bûye. Goreyî salixdayîna Dengbêj Kerem, Evla Begê jê ra gotiye 'kîjan dengbêj ji te serkeftîtir be ez ê te bidime wî'. Wisa jî bûye. Li nêzikî Bergirî (Ercîfl) qesrek hebûye, li wir Pero tev dengbêjekî Kurd ê ku bi eslê xwe qereçî bûye, kilaman distrê. Ji bona ku wê xwestiye bi wî ra bizewice xwe di stranan da sist girtiye ku zilam bi ser bikeve. Min ji dengbêjan hin kilamên Pero berhev kirin. Her wiha di xebata Prof. Ordixanê Celil û Prof. Celîlê Celil a bi navê “Zargotina Kurda” da hin agahiyên di derheqê jiyana Pero û kilamên wê ji zarê dengbêj Sargîs Bozoyan wergirtî henin. (15) Bagrat Chalatianz di sala 1905 an da 15 destanên epîk ên Kurdî bi wergera wan a almanî çap kiriye û tê da navê sê dengbêjên wê heyamê jî destnîflan dike. Chalatianz diyar dike ku wî destana Siyabend û Xecê di sala 1899an da ji zarê Keleflê Evdal li gundê Kerwansarayê yê girêdayî Rewanê, ji dengbêj Mihoyê Êzdî Mem û Zîn û ji dengbêjê bi navê Sadiq jî destana Leyl û Mecnûn wergirtiye. Lê mixabin ew li ser van hersê dengbêjan zêdetir agahiyan nade. (16) Di heyamên berê da dibistanên dengbêjiyê hebûn ku ciwanên dengxwefl diçûn li cem dengbêjên binavûdeng û ji wan hunera dengbêjiyê hîn dibûn. Ew ciwanên ku li cem wan dengbêjan flagirtî dikirin û têdigihîfltin, keda hostadên xwe tu car ji bîr ve nedikirin, pir caran qala serhatî û qedirbilindiya wan dikirin. Pifltî ku xweseriya mîrektiyên Kurdan têk çû, ew dibistanên dengbêjiyê jî piçûktir û kêmtir bûn. Di sedsala 20an da êdî dengbêjan dikarîbûn tenê hindik flagirtan perwerde bikin. Dengbêjên ji destpêka salên pifltî 1900an wek Mistefa Xelo Heyran, Mistefayê Çarek, Hecî Sîno, Taha, Feqiyê Qizqapanê, Evdilkerîmê Kufltiya, Ecemê Kinin, Siloyê Gulê li Serhedê gellek navdar bûn û li bal wan jî flagirtan dengên xwe didan perwerde kirin. Yek ji dengbêjên herî navdar ê wê heyamê Kawîs Axa bû. Kawîs Axa berê li Serhedê li aliyê Îranê dima, ew di sala 1828an da diçe Bexdayê di para Kurdî ya radyoyê da dengê xwe dide qeydkirin. Dengê Kawîs

(15) Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl: Zargotina Kurda II, 1978, r. 485-497 (16) Zeitschrift des Vereins für Volkskunde, Berlin 1905-1906

25


Axa li guhdarên Radyoya Bexdayê gellek xwefl hatiye. Dema serhildana fiêx Mahmud Berzencî da Kawîs Axa jî diçe befldarî serhildanê dibe û bi hunera xwe alîkariya serhildanê dike. Ew kilamekê jî di vê derbarê da çêdike ku ev kilama wî li cem Kurdan gellek bi nav û deng e. Ew kilamên ku Kawîs Axa distra, bi piranî li Serhedê belavbûyî bûn. Kawîs Axayê ku di sala 1936an da bi temeneke ciwan wefat kir, bi nîflana 'Bilbilê Kurdistanê” navdar e û di sala 1999an li fieqlewayê peykerê wî hat çikandin. Di salên 1920-30 an da dengbêjên navdar ên Erivan-Aranê ku piraniya bi eslê xwe ji herêma Serhedê bûn ev bûn: Edo Gevorgjan, Hesoyê Mamo, Tono Catojan, Fetî Hesen, Xemêya fiemo û Xidoyê Qaso. Dengbêj Mistefa Xelo Heyran ku ji Parsînê bû, li cem Evdalê Zeynikê perwerde bûbû. Parsîn wê demê navê wê herêmê bû ya ku di rojhilatê Erzurumê da ji derdorên Qereyazî û Hesenqelê pêk dihat. Ji ber ku Mistefa li ser serhildanên salên 1925-1931'an gellek kilam çêkiribûn û distra, wê wextê dewletê ew jî sirgûn kiribû. Ji vê serpêhatiya wî flagirtê wî Dengbêj Kerem weha salix dide: "... Pifltî çend salan li sirgûniyê êdî bêhna Mistefa teng bûye. Her roj diçe ber seraya Walî bi dengê qulingî kilaman dibêje, ew berdidinê, Mistefa dîsa diçe dibêje. Rojekê Walî ji merivekî xwe ra dibêje: 'Halê vî zilamî yê çawa be?' Ew jî diçe Mistefa ra xeber dide, paflê tê ji Walî ra dibêje: 'Ezbenî, mêrik kilamên Kurdî stiraye, loma ew ji Qereyaziyê sirgûnî vira kirine. Niha jî tehmil nake, dixwaze biçe welatê xwe'. Pifltî wextekê Walî diflîne pey Mistafa tîne cem xwe, dibêje: 'Tu careke din kurmancî kilaman nebêjî ez ê te biflînim welatê te'. Mistafa jî qebûl dike û tê Parsînê. Ez jî wê wextê li Bazîdê teze dengbêj bûm, her kesî ji dengê min hez dikir, lê min zêde kilam nizanîbûn. Min bihîst Mistefa dîsa dersa dengbêjiyê dide, hinekê mîna min çûne cem jê hîn bin. Min jî ce-genim, rûn, penêr, kincên xwe seva 6 mehan li hespekî bar kir çûm Parsînê mala Mistefa...” Dengbêj Kerem dibêje ku wê demê dengbêjek din ê bi navê Mistefayê Çarek jî hebû ku ew jî gellekî navdar bû û tenê wî curet dikir derkeve pêfl hostadê wî Mistefa Xelo. Rojekê herdu dengbêjan gellek rojan pey hev bi hevdu ra strane, roja sêyemîn Mistefayê Çarek kilameke ku wî roja pêflîn jî stra bû dubare dike hostadê Kerem jî pê dihese û wisa bi ser dikeve. Hin lêkolînerên wek Oskar Mann û Basil Nikitin jî qala hebûna dibistanên dengbêjan ên berê dikin. Mistafa Xelo Heyran jî bi wan zanyariyên ku wî ji Evdal wergirtibûn flagirtên xwe yên wek Kerem û Mihe-

26

medê Canflah perwerde kiribû. Dengbêj Kerem ji hin demên ku wî li Parsînê ji Mistefa Xelo Heyran ders digirt weha salix dide: “... Em giflk heyflt flagirt bûn. Em carina rojê seetekdidu di flixulê mala wî da dixebitîn, carinan ê cînarê wî da jî. Mistefa pifltra em li dora xwe dicivand, pêfliyê behsa qewmandinên dewra berê, yê fler û evînî yan jî yê dengbêjên berê dikir. Carna jî salixê kilamekê dida ku ew çawa û li ser kîjan bûyerê çêbûye û pêra gotinên kilamê ji me ra digot. Paflê em yeke yek radibûn, me piflta xwe dispart dîwarê odê, wisa ku navbera piflta me û dîwar da hinek vala dima. Mistefa bendeka kilamekê distra, flagirtê ser piyan jî bi eynî dengî ew dubare dikir. Wexta te nikarîbû dubare bikira, yan jî deng diket, Mistefa digot: 'Lawo, lawo, te lewitand!' Merivekî bafl û flîrîn bû, zêde li me hêrs nedibû, lê carinan gilî-gazinên wî li me giran dihatin. Wî em hîn dikir ku em çawa destê xwe bidin ser guhê xwe û dengê xwe guhdarî bikin. Gellek caran gazî Mistefa dikirin, em jî pêra diçûn, wexta wî di nav cimaetê da kilam digot, me jî him bafl guhdarî dikir, him jî ji wî ra flerbet çêdikir didayê. Me flerbeta wî ji ava hinekî germ û bi flekirekî çêdikir. Pir ji Mistefa hez dikirin, dîwana began da kilam digot, her kes dihat guhdariya wî. Gellek pere jî, diyarî jî didanê, tifltên mîna goreyên rîs, destmal didane me jî... Dema flagirtekî wî serfiraz derdiket, Mistefa ji îskana flerbeta xwe gulmek dixwar, ê din jî dida wî digot: 'De here, Xwedê oxira te bir xêr bike'...” Dengbêj piraniya kilam û destan û tev flêweya salixdayîna muzîkal ji hostadên xwe bi zargotinî hîn dibûn û ew huner berdewam dikirin. Deng û flêwazên piraniya dengbêjan diflibînin ên hostadên wan. Dema meriv guhdariya fiakiro dike Reso tê bîra merivan, di ya Ehmedê Zeynel da Dengbêj Kerem û di dengê Kazo ê Wanî da jî Heci Evdilkerîmê Xawesê tê bîra merivan. Bi rastî jî ew di ciwaniya xwe da flagirtên wan bûn. Di pêvajoya salên ji 1940î heta 1980yî hinek ji dengbêjên navdar ên li Serhedê li aliyê Tirkiyê ev bûn: Ferzê, Huseynoyê Sasûna, Hecî Qûlî, Miradoyê Wanî, Zibêtê Emo, Resoyê Gopala, Sêvdînê Hamê Remedana, Sebriyê Milazgirê, Dengbêj Keremê Bazîdî, Xanê ji Sirbihanê, Hecî Evdilkerimê Xawesê, Tahiro, Mihemedê Canflah, Filitê Axtepê. Mehmed Salihê Beynatî, fiakiro, Husêyinê Mûflî, Kazoyê Garisya, Keremê Oqçiya, Celalê Babiya, Ahmedê Zeynel, Esker Demirbafl, Evdilrehmenê Patnosî, Mecîdê Xanaleflkê, Evdilbariyê Patnosî, Waysî, Nureddinê Mûflê, Bekirê Îdirê, Kazoyê Wanî, Sidîqê Dudeng, Zahiro, Ebdurrehîmê Mûflî, Nûroyê Mete, Cahîd. Di heman demê dali


aliyê Rewan-Aranê jî ev dengbêj û stranbêj gellekî navdar bûn, yên ku kilamên dengbêjan distran ku dengê çendîn ji wan pifltî damezrandina radyoya Rewanê para Kurdî tê da hatin belavkirin: Basoyê Memê, Mizeferê Memê, Neçoyê Cemalê Babasî, Îdatê Ecem, Koteyê Heko, Memoyê Pîr, Mizaferê Heso, Yenokê File, Reflîdê Beyo. Efoyê Esed, fieroyê Biro, Reside Baso, Dawidê Xilo, Karapêtê Xaço, Orhanyan Îsrahêl, Egitê Têcir, Memoyê Silo, Silêmanê Mecîd, Sibilê Cacan, Hesenê Gogo, Seyadê fiame, Mecîdê Silêman, fiebabê Egîd, Mehmedê Mûsa,Ahmedê Mirazî, Sûsika Simo, Zadîna fiekir, Xana Zezê, Tukasa Xemo, Aslîka Qadir, Belga Qado, Gulîzera Etar, Kubara Xudo. Carinan jî em dibînin ku hunermendiya dengbêjiyê di heman malbatê da derbasî nifflên nû dibe. Wek mînaka malbata Çingo ji herêma Bazîdê ku me li jor qala wê kir, ku ev kevneflopî di nav wê malbatê da dora 150 salan dom kiriye. Ev yek di rewfla malbata Dilovan li herêma Rewanê da jî wisa bûye. Ji salên 1920î û pê va Basoyê Memê, Mizeferê Memê, Reflîdê BasoesoHeso) û roja îroyîn jî Dilovan û zarokên wî Nûrê û Reflo Dilovan ku di zanîngehên muzîkê da perwerde bûne, hunera dengbêjî û sazbendiyê didomînin. Di kilam û destanên epîk ên da gellek bûyerên ji dîroka Kurdan, serhatiyên mêrxasên gel, hêviyên civakê, taybetiyên qerektera netewî û nirxên Kurdan bi zarê helbestî diyar dibin. Di berhemên zargotina herêmê da qedîmiya zargotina Kurdî û têkiliya wê ya xurt bi dîroka Kurdî va bafl diyar dibin. Hin kilam û destanên epîk yên dengbêjên herêmê di destê me da henin ku mijara wan qewimadinên dîrokî yên beriya gellek sedsalan in. Ji sedsala 19 û nîvê yekem an 20î jixwe bi sedan kilam henin ku bûyerên wan deman neqil û flîrove dikin ku em di dîroka nivîskî da jî dikarin rastiya wan biflopînin.

Yek ji taybetiyên sereke yê kilam û destanên epîk ên dengbêjan ew e ku, ew hemû li ser kafiyeya bi navê Qafiyeya xurt(zengîn) hatine avakirin. Di kilamên dengbêjan da wek di stran û qesîdeyên hin gelên ciranên Kurdan da pîvana heceyan nîn e. Ev yek bi piranî di kilam û beytên dewrêflên Kurd da diyar in. Binyada awayê kilamên dengbêjan diflibînin ê saziya helbestên nûjen, ji ber ku awayên wan bi piranî di bandora naverokê da pêk tên, goreyî pêvajoya bûyerên tê da, di navbera rêzan da ahengek peyda dibe û ji ber ku ew ne girêdayî pîvana heceyan in, rêzên kilamê wek çemekê dikiflin ê cihê ava wê carinan teng û carinan jî fireh dibe. Her destanek pir caran li ser tenê kafiyekê dimefle, lê di kilaman da ev yek cuda ye. Piraniya kilaman ku ew ji 3 heta 6 bendan pêk tên, her bendeke wan li ser kafiyeyeke cuda ava dibe. Di kilamê da dengbêj rasterast dikeve nav bûyera ku mijara wê ye, wisa ku guhdar xwe di nav pêvajoya wê da dibînin. Guhdarên kilaman an ji bûyera tê da agahdar in an jî divê ew bi pirsiyaran xwe agahdar bikin, ji ber ku di kilamê da tenê beflek kurt a jiyana qehremanên wê diyar dibe. Lê çarçova destanên epîk firehtir e, tê da jiyana kesan an bi tevahî an jî qet nebe demeke dirêj a jiyana wan tê salixdayîn. Wek em di destanên mîna Mem û Zîn a zargotinî da jî dibînin, di destpêkê da cîwarê bûyeran wek bajarê Mixrîb/Muxurzemînê tê flîrovekirin, pifltra qesr û dem-dezgehên qehremanan û paflê jî ew bixwe. Dengbêj di destanên epîk da pir caran guhdaran ji cihên wan radike, wan datîne ser baskên periyên wek Tavbano, Hîvbano, Stêrbano û wisa wan difirîne dinyake xeyalî, pifltra jî wan gav bi gav peya dike ser cîwarê reel ê qewimandinên destanê. Di destana epîk Hamê Mûsê da em dibînin ku destpêka wê diflibîne ya romaneke klasîk. Perspektîfa dengbêj wek zûma kamerayekê ji nêrîneke berfireh gav bi gav, lê bi bêhnekê xwe digihîne deqa herî piçûk; dinya rengîn, Beriya jêrîn, li Beriyê komek konên vegirtî, konek ji konan, tê da kulaveke raxistî, li ser da Hamê, di rex da birayê wî Gelhê runifltî, di guhan da guharê zêrîn, di desta da gopalê zîvîn, û fikrên ku serê wî pê mijule e..: “De lo-lo, Anê rebenê, sibe ye, dilê min î ji dilanî dîn e Siba me sibeke rengîn e Minê xwe berdabû xîmê binê beriya di jêrîn e Min dî bire konê vegirtî ne Konekî ji kona tek e, sê semane binî ne Yeke sor e, yeke hêflîn e Yeke xalis kulav dîn e

27


Li ser da rûnifltiye Hemê lawikê temûl û zêrîn e

Navkê wana tajîkî nin

Di bin da rûnifltiye vê sibengê

Singê wan defê dewrêflî nin

Gelhê kela deyfltê bi gofltî ne

Çevê wana sefî nin

Di guha da guharê zêrîn e

Pozê wana merî nin

Di desta da gopalê zîvîn e

Guhê wana kevçîkî nin

Îro ji êvar da runifltîye,

Merîya li hevt newala digerînin.”

dolavî mala Berêz pê digerîne Wêl-wêl.” Ji ber ku çarçoveya kilaman ji ya destanan tengtir e, di wan da agahî û fliroveyên derbarê cih û cîwaran, ê flexs û bûyeran jî kêmtir in. Lê di destanan da fliroveya van xalan bi berfirehî cîh digirin. Wek mînak, di kilama Kawis Axa bi navê “De Xalo” da tenê navê 2 cîwaran derbas dibin, lê di flaxa heman kilamê a wek destana epîk bi navê “Elî Xarziya” da li ser riya siwaran ji Makoyê heta Parsînê navê 102 cîwaran derbas dibin. Di kilaman da em pir caran rastî hunera flibandinê û biwêjan tên. Di destanên epîk da jî ev huner tê bikaranîn, lê di wan da bi piranî fliroveyên kûr û dirêj bala merivan dikiflînin. Wek mînak, hunera flerkariya siwaran pir caran bi riya fliroveyên hespên wan tên ziman: “Sorê çev hêflîn in Li rasta da lê dixin, berjêr da diweflînin Li hevraz da dimeflînin Dêlê hespê wan qamçî nin Nelê wana zêrîn in Mixê wana zîvîn in Çîpê wana qulingî nin Simê wana kodî nin Hêtê hespa sepetî nin

Di kilam û destanên epîk da dema egîdên destanê tên flirovekirin ev yek pir caran bi zimanekî gellek bilind ê edebî pêk tê. Dema destgirtiya Derwêflê Evdî, yê ku beriya nêzikî 220 salan egîdekî gel bû, ya bi navê Edûlê salixê Derwêfl dide, rewfla wî ya civakî û aborî, hesibandina wî a ji aliyê gel tev hestên xwe yên bievînî, hisret û dilkovanî jî bi hev ra bi hindik peyvên harmonîk tîne zimên: “Delalo deliko, peyawo siviko Destteniko, malhindiko Xwedanê rima bi donzde moviko Serê rimê bi fliriko Binê rimê bi gupiko Wexta çevê min rebenê pê dikeve hinarê Bêlecûkê bêdendiko.” Egîdê destanê Derwêfl Kurdekî ji ola Êzdiyatiyê ye, wî tev birayê xwe Sadûn ji bo civaka xwe li dijî êrîflkarên Ereb fler kiriye. Ger ew di fler da nehata kufltin, ew ê bi dergistiya xwe ya misilman ra bi dawet û flênahiyeke binavûdeng bizewiciya. Dengbêj dikeve kûraniya hunera xwe û bi nirxên gerdûnî wek flêwandina yekruhî û hestên evîniyê tabûyên olî hildiweflîne û Derwêfl dike egîdekî ecibandî yê civaka Kurdî ya ku ji gellek baweriyên cuda pêk tê. Ew evîna wan di kûraniya dilê hemû guhdaran da bi cîh dike. Dengbêj, bona bi destxistina evîna Edûlê, riya evîna welêt bo Derwêfl destnîflan dike. Ew minetdariya civatê ya bo Derwêfl jî di evîna Edûlê da zexm dike. Ev evîn digihêje kûraniyeke wisa ku, ger Derwêfl bi sax û serfirazî vegeriya û çavên Edûlê bi çavên wî biketana, ew amade bû ku bêflik donzdeh birayên xwe jî bona wî bikira qurban: “Heyran, bila biflewite deflta Silîvan li besta Xazila Dewrêfl bihata li ber konê bavê min rawesta Bila peya biya ji hespê bi qesta Ji min ra bigota, “Keçê!”, min bigota, “Lebê!” Tasek ava sar ji min bixwasta Min ê anaxtar li derê sandoqê xista Zêrekî serê xwe jê derxista Bida destê hemalekî, ji kaniya donzde

28


flirîtê av derxista Ji boy Xwedê be, min ê tasa avê bida desta Xwedê mirazê me herda biqedanda Bila stûna konê bavê min ser donzde birayê min da biflkesta.” Heman flîrove carinan di kilamên dewrêflan da jî diyar dibin, ev yek jî eflkere dike ku ew di vî warî da gellek di bin bandora kilam û destanên dengbêjan da mane û di navbera herdu beflan da têkiliyeke xurt hebûye. Helbet hewce ye ku di paflerojê da li ser vê mijarê gellek xebatên berfireh bên amadekirin ku nirxên edebî yên kevneflopiya berhemên dengbêjan bên ronahîkirin. (17) Dema ku ji ber tengahiya çarçova kilaman flîrove kurt in, lê di metnê da îdîom û metafer pir tên bikaranîn. Ev yek jî dewlemediya zarê Kurdî di warê stranan da û cîhê payebilind ê helbestên gelêrî destnîflan dikin, kîjan ji kûraniya dîrokê pê va di nav civaka Kurdî da cîhekî sereke digirin. Di gellek kilamên egîdî da mijarên wek fler û evînî bi hev ra tên zimên, dema mijarek tê flirovekirin ê din jî tê da hogiriya wê dike. Kilamên mêrxasiyê pir caran li ser stranên flînê ava dibin ên ku afirenêrên wan jin in, ew di kilaman da wek dilketî, destgirtî, dê an jî xwîflka mêrxas diyar dibin, ango ji zarê wan tê stran. Kilamên wek Kela Bazîdê, Osman Nûrî Pafla û Girtiyê Kela Rewanê yên ku ji sedsala 19an hatine û ew rewfla Kurdan û yê herêma Serhedê di dema flerên Rusya, Osmanî û Îranê yên ku hema di seranserê wê sedsalê da diqewimîn diyar dikin. Artêflên van dewletên ku bona flerê hevdu bikin dihatin Serhedê gellek zirar didan jiyana aborî, civakî, desthilatî û çandî ya herêmê. Ew têkilî kar û barên desthilatiyên xweser dibûn û ji bona debara artêflên xwe dest didan ser zexîrên gel ên ji rêncberiyê, çandinî û bostanvaniyê. Wan her wisa cîwarên coxrafîk ên bingeha jiyana eflîrên koçer jî li wan teng dikir. Ji ber vê rewfla nû komên ji xelkê herêmê û eflîran jî cedandine ku mal û hebûnên wan dewletan li Serhadê talan bikin. Ji ber vê yekê di sedsala 19an da gellek kilam ji aliyê dengbêjan da derbarê fler û talanan hatine sêwirandin. Di kilam û destanên epîk ên Serhedê da bi piranî awazên wek Beyat, Dîwan, Huseynî, Hîcaz, Hicazê Diyarbekirê, Saba, Reha Kurd û yên mayîn ku di Rojhilatê Navîn da navdar in hatine bikaranîn. Her çiqas hin çavkanî destnîflan dikin, wekî di heyamên berê da gellek meqamên cuda jî hatine bikaranîn, lê belê ji

ber tunebûna saziyên ku bikarîbûna wan berhev bikin ew windabûne û negihîfltine nifflên nû. Ev rewfl di derbarê aletên muzîkê yên ku berê dihatin bikaranîn da jî wisa ye. Kurdên Sovyeta berê hewl dan ku aletên Kurdî yên ji sedsalên çûyî bi berdewamî biparêzin, lê belê ew jî di van salên dawîn da ji ber bêxwedîtiyê ber bi windabûnê diçin. Wek me li jor jî destnîflan kir, heta salên 1930î berhemên dengbêjên Serhedê tenê ji aliyê Ermenî û Rojavayiyan hatine berhev kirin. Pifltî vê demê êdî akademîsyenên Kurd jî dest bi xebatên berhevkirina zargotina Kurdî kirine. Xebata berhevkirina nimûneyên zargotinê di nav Kurdên Sovyetê da bi Eminê Evdal û Heciyê Cindî dest pê kiriye û bi yên Ordixanê Celîl, Celîlê Celîl, Nûra Cewerî û Cemîla Celîl va bi berfirehî pêfl va çûye. Karekî gellekî hêja jî yê serokê radyoya Rewanê para Kurdî Xelîlê Çaçan Muradov e ku wî 1800 kilam û melodiyên Kurdî ji bo radyoyê qeyd kirine. Dema meriv difikire ku van akademîsyenan di nav Kurdên Ermenistanê da ku nifusa wan tenê dora 40-50 hezarî bû nimûneyên kilamên dengbêjan bi qasî 10 hezar rûpelan berhev kirine, dikare fahm bike ku, ka hejmara kilamên Kurdên Serhedê li Tirkiyê ku nifûsa wan ji milyonan bêtir e dikarîbû bigihêje kîjan merhelê, lê belê ji ber rastiya qedexebûna hemû nirxên Kurdî li Tirkiyê derfeta berhevkirina kilamên dengbêjan ên li Serhedê bi awakî akademîk tune bû. Pifltî 1980î da, bi piranî jî qedexe û bindestkirina sîstematîk a çanda Kurdî ji aliyê desthilatdariya artêfla Tirkiyê bûn asteng li pêfliya fahmkirin û hînbûna dengbêjiyê û berdewankrina wê bi derfetên hemdemîn ji aliyê nifflên nû. Ligel vê asîmîlasyon û qutbûnê dîsa jî hin xebatên berhevkirin, nivîsandina kilam û muzîka Kurdên Serhedê ji aliyê lêkolînerên û hunermendên ku bi eslê xwe ji vê herêmê ne tên meflandin. Muzîkzan û hozan Nîzamettîn Arîç ku di muzîka wî da tesîra dengbêjiyê jî diyar e, hin nimûneyên modernîzekirina kilamên dengbêjan amade kir. Her wisa xebatên muzikzanên wek Hakan Akay û Nurê Dilovan, dengbêj û hozanên wek Bekîrê Xidirî, Kazo, Zahiro, Dilovan, Ganî Nar, Maruf, Ezîzê Gerdenzerî, Hozan Ayd›n, Fatê, Delil Dilanar, ‹brahim Rojhilat, Serhad Çarnewa, Derwêfl Serhedî, Hemê Hecî, Canê, fiahê Bedo, fierif U¤ur, Hüseyin Zeren, Yunus Agirî û yên mayîn ji vê herêmê ku her yek wê bi awayê xwe dimeflîne, gellek girîng in ji bo ku muzîk û kilamên ji kevneflopiya dengbêjiyê winda nebin.

(17) Xebateke balkêfl a li ser naverok û estetîka folklora kurdî ji aliyê Rohat Alakom da bi kurdî hatiye amade kirin: Di Folklora Kurdî de Serdestiyek Jinan, Weflanên Nûdem, 1994.

29


MANÎ rito. Min serê banî to. To binê banî ri kito. fli Min to rê çim ito. To xo min ra lim î, (Dewa Pasor Kû ra Aynur)

z o. Serê çiya bi to z o. Binê çiya bi to boz o. Hespê lawikî çi soz o. Teres rind o bi (Dewa Pasorî, esima) Kû ra Xatîya N

no Hêgo pîl o awya aw dano de Joy ko miyan an o Babê hîrê keyn Eyflokê çire çire nêdano Keyna qiç min re çi rê çi ê im Xan ano ‹flellay kêd bim xaflîngî ya Mirçikê miyanê no Çirê min nêda warisî ya a Meyrem) Fincanê destê ) asorî, Kû ra Pir m P re a ey ew M (D a ir P Kû ra (Dewa Pasorî,

Herêm: Dewa Kû-Pasor Arêkerdox: Leyla GULTEKÎN 30


bikeve! 15-Aflîta Xwedê li mala te 16-Adana we biqele! were! 17-Ava refl bi çavên te de hato! 18-Ava refl di çavên te de 19-Ava sar bi çokan keto! 20-Ava zer! xwarê! 21-Ava zer ji canê te bê 22-Ava zer di lêfl keto! te! 23-Ava refl bikeve çavên ên te! 24-Ava refl bikeve bin çav kor bixwe! 25-Axûya (Jehra) marê ne! 26-Ayikê min ji te re nemî 27-Av negihîje ser te! 28-Agir bikeve mala te! eve! 29-Agir bi kezeba te bik 30-Afetek bi te de hatî! ! 31-Agir bi derê te bikeve

în UYANIK Amadekar: Asm

bê! 1-Afatek refl bi serê te de 2-Agir bi malê ketiyo! 3-Agir bi te bikeve! tî ji asîmanan re derkeve! 4-Agir li malê bikeve pê 5-Agir li te bibare! eve! 6-Agir bi mala bavê te bik ! 7-Agir bi mala te bikeve 8-Agir pêketiyo!

serê te de bibare! 9-Agirê dara berûyê bi ser keto! 10-Agirê kulê bi mala te li te bikeve! 11-Agirê sor û semawatê

32-Agir bikeve mala te! 33-Aflît ser te de hato! ! 34-Agir bi ser de bibare ! 35-Agir bi dilê te bikeve were! 36-Ava refl di çavê te de mîne! 37-Agir di tifika te de ne are! 38-Agir bi ser we de bib 39-Ava çavên te birije. 40-Ava zer li te bizê! 41-Agir bi rih ketî! te bikeve! 42-Agir bi can û cesedê te bikeve! 43-Agir bi can û bedena ! 44-Agir bi rûvê te bikeve eve! 45-Ava zer bi devê te bik 46-Agir bikeve qûna te! 47-Agir dakeve qûna te!

bê xwarê! 12-Aha min di devê te de nin! 13-Ahên min ji te re nemî

eve! 48-Agir bi zimanê te bik te de bibare! 49-Agirê cehnimê bi ser

14-Argona te vemire!

re! 50-Ava refl ji çavên te we

31


XERAWREfiK Özlem EK‹NBAfi - Arkeolog

Xwepêflxistina însanê nêçîrvan-avahîsaz, li gor encama xebatên kolanan, avayiyên ku nîvçapa wan nêzî 30 metreyê ne û xelekî ne, li gor pergaliya, bîrkariya û fizîka avahiyan diyar dibe. Ev avayiyên ku nêzî 20 heb in, li gor rêbazên jeomanyetîk û georador hatine zexmkirin û ji van 8 heb bi kolanên ku heya îro hatine meflandin derketine holê.

32

Xerawreflk, ji bo cîhanê, ji bo Anatolyayê û ji bo dîroka Kurdistanê ciyekî pirr girîng e. Derheqê dîroka mirovahiyê, çaxa kevnare (antîk) û modern jî tê de, heke mirov binirxîne, mirov dikare bi rehetî bibêje ku; tefleya jiyana mirovan, li ser tefleya debara wan e. Bi çaxan wisa domiyaye. (Wêne 1) Lê belê Xerawreflkê ev nêrîn û kronolojiya Neolîtîk flikandiye. Xerawreflkiyan debara xwe bi nêçîrvanî û civyariyê dikir, lê çima weke cîwarên li derdorê nebûne û perestgehên dewasa çêkirine, çandeke pêfldetir ava kirine? Bersiva vê pirsê hîn nehatiye dayîn. Kîjan hêz dikare, di koçertiyê de, perestgeheke wiha pergalî bide çêkirin. Û kîjan hêz û fikir li ser vê perestgehê bixur dida çêkirin ku ev perestgeh gihîflt dema me? Armanca min ne ev e ku bi vê pirsê bala we bikiflînim. Dixwazim kitekitên vê perestgehê bidim fahmkirin. Xemgîniyeke Bastannasiyê (arkeolojî) û Xerawreflkê Eger em behsa Xerawreflkê bikin, gerek em behsa profesorê hêja Klaus Schmîdt'î jî bikin ku wî di van rojan de jiyana xwe ji dest da. Wî kolanên Xerawreflkê ji 1995'an û vir ve bi rê ve dibir û bi salan rêbertiya van kolanan kir. Ez pirr bisiûd im ku ji 2012'an û vir ve pê re xebitîme. Xwedî rûmeteke bêhempa û dilekî mezin bû, mirina wî ji bo arkeolojiyê xemgîniyek bû. Xerawreflk, jiyana wî bû, mirina wî ji bo

Foto¤raf: 25.media.tumblr.com

Wêne 1


hevsera wî ya hêja Çi¤dem Köksal SCHM‹DT'ê û ji bo me kesereke mezin e, rêya wî ronî be. Derawaya Xerawreflk'ê Xerawreflk, weke derawa, 18 km dûrî Rihayê li bakurê rojhilatê cih digire. Ji daraxa deryayê 800 metre bilind e û li bakurê deflta Harranê ye. Li bakurê rojhilata Xerawreflkê, Qerejdax heye ku li vir jî cara yekem çandiniya genimî hatiye kirin. Dîroka Xerawreflkê, kêm zêde digihêje 12.000 sal beriya îroyê. Riweknasiyên (1) ku dîroka radyokarbonên wan hatiye çêkirin vê hejmarê diyar dikin. Kevintirîn Kevirtrafl û Avahîsazên Mezopotamyayê Xwepêflxistina însanê nêçîrvan-avahîsaz, li gor encama xebatên kolanan, avayiyên ku nîvçapa wan nêzî 30 metreyê ne û xelekî ne, li gor pergaliya, bîrkariya û fizîka avahiyan diyar dibe. Ev avayiyên ku nêzî 20 heb in, li gor rêbazên jeomanyetîk û georador hatine zexmkirin û ji van 8 heb bi kolanên ku heya îro hatine meflandin derketine holê. Avayiyên ku heya îro derketine holê, nîflan dane ku; di Xerawreflk'ê de jiyana rojane nebihuriye (ji ber ku hîn cihên wisa derneketine holê), weke qada perestgehê hatiye bikaranîn û li gor dema xwe ciyekî pîroz bûye. Em tenê qala ciyê perestgeheke an jî avahîsaziyeke tekûz nakin, bi awayekî rêkûpêk kevirên di tefleyê “T”yê de bilindiya wan heta 6 metreyan di navendê de du kevirên çikandî û li derdora wan kevirên çikandî di navbera wan de dîwarên ku hatine lêkirin di tefleyê xelekî an jî çemberî de ne. Kevirên çikandî yên ku di tefleyê “T”yê de ne, ji kêlekên wan ên dirêj dest pê dike heta kêlekên ku teng dibin didome. Ji destên binîgar ku bi milan ve ne, diyar dibe ku ev avayî, mirovan sembolîze dike. Tifltekî balkêfl ê din jî kevirên çikandî yên ku di tefleyê “T”yê de cur bi cur bi motîfên ajalan hatine neqflkirin û carinan di kevirekî de em 51 heb teswîrên tev de dikarin bibînin. Bêguman di derheqê vê mijarê de fikrên curbicur hene. Dixwazim hin fikrên ji wan nêrînan bi we re parve bikim. Serokê erdkolê birêz Schmidt dibêje ku; divê mirov ji flîroveyên nepenî dûr bikeve, lewre pêfliyên me yên 10.000 sal B.Z jiyane, em fikr û ramanên xwe li gor jiyana wan a yekgirtî û derheqê jiyan û giyanê wan ên wê demê de jêmayên ku di erdkolan de tên dîtin ji bo ku em bikarin pêflve bibin pêdiviya me zêdetir bi alav , amûr, çavdêrî û bi flîroveyan he ye.

Serokê Têkoflîna Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, di paraznameya xwe ya 5. de ya ku pêflkêflî Dadgeha Mirovahiyê ya Ewrûpa'yê kiriye, behsa Xerawreflkê dike. “Çaxa neolîtîk, çaxa biheybet a babikê (kabîle) ye. Her babikek, bi totemekê tê nasandin. Totem, nasnameya babikê ye. Dema ku em dibêjin totem nasnameya babikê ye, em tefleyên hiflê babikê jî nas dikin. Çawa ku îro, nijad-dewlet xwe bi alayên xwe didin nimandin, yekîneyên babikê jî xwe bi toteman didin nasandin. Hejmarên alayên di Neteweyên Yekbûyî de çawa ku nijad-dewletan temsîl dikin, di navendên perestgehên olî de jî toteman, babikên binavûdeng û bihêz temsîl dikirin. Cudahiya wan, ne di naverokê de ye, lê belê di qebareyê de ye. Em dizanin ku totem, tabûyek e, tefleyeke perestinê ye. Bi baweriya totemî, babik (kabîle) xwe pîrozwer dike, bilind dike û bi vî awayî babik digihêje jiyaneke emirdirêj. Baweriya jiyana pifltî mirinê, girêdayiya babikê ya bi pêfliyên xwe re ye. Rêzdariyên wan, girêdayiyên wan, wan digihîne baweriya jiyana pifltî mirinê ya bêdawî. Olên yekxwedayî, ev baweriya babikê, tefleya gihafltî ya têgihîna Xwedê û olê ye.” dibêje û didomîne; “li Xerawreflkê li ser kêlan em rastî tîpên ewilîn û minakên nivîsên berîya hiyeroglîfê tên. 12.000 sal berê, trafltina van keviran û mîna hiyerolîfê, dagerandina zimanê daweriyê (nîflaniyê) li zimanê nivîsê, asteke dîrokî ye û pirr hêja ye.” (2)

(2) Ocalan A. 2010 Manîfestoya fioreflê ya Kurdistanê

33


Helbet, flîrove pirr in ji wan nîgarên li ser kêlan re, ew nîgar, dibe ku dawerên (nîflanên) babikên bihêz bibin, dibe ku rîtuelên nêçîrvaniyê ên olî jî bibin. Ancax bi xêra bi jêmayên arkeolojîk, flîroveyên nû bên kirin an jî flîroveyên berê bên xurtkirin.

pêfliyên me yên 12.000 berê yên li Xerawreflkê. Hest û ramanên babikan, eger bingeha xwe ji olan bigirin, deh hezar sal derbas bibin jî, tefleya debara wan, tefleya jiyana wan biguhere jî, flikandina vê bandorê pirr dijwar e.

Arkeo-faûna, Arkeo-botanîk Minakên arkeo-faûna û arkeo-botanîk ku li Xerawreflkê hatine dîtin, bi tenê celebên kovî ne û nehatine çandin. Lêkolînên ku heya îro pêk hatine, bi pirranî 'xezala sitûnepixandî' û 22 celeb guhanî nîflan dane. Koma hestiyên çivîkan jî cûr bi cûr in. Bi qasî 38 celeban hene. Jina Li Xerawreflkê

Wêne 3

Li Xerawreflkê 8 kêlên ku derketine holê hene. Nîgarên ajalên li ser van kêlan, hemû nêr in. Eger em li gor angaflta Birêz Ocalan'î nirxandinekê bikin; em dikarin bibêjin, ev nîgar nasnameya babikê be, xuya ye ku totemên babikên li derdorê, nasnameya babikên li derdorê nêr in. Helbet peykerê ku hatiye dîtin, vê nêrînê xurt dike. ji ber ku endamê laflî yê zayendiyê bi awayekî repbûyî hatiye çêkirin. (Wêne 2)

Wêne 2

Digel vê, li ser dîwarê rojhilata kêla fiêrî, bi lewheyên mezin ên kevirîn hin avayî hatine çêkirin û ji van yek jî nîgara jinî ye. (Wêne 3) Ji xeynî vê, em rastî nîgara jinî nehatine. Em vê nîgarê jî bi zayînê ve girê didin. Li nêzî Xerawreflkê, li derdora Gundê Kantarayê ku girêdayî Hîlwanê ye bi dîroka xwe ya B.Z. 8000 salan Newala Çorî cih digire lê li wê derê jî nasnameya nêrî xurt e û nîgarên jinî di jêmayên biçûk de heps bûye. Li Xerawreflkê tifltên ku ez heyirandim; pirraniya jêmayên dawerên nêrî bûn. Lê, li gor debara Neolîtîk, li gor jêmayên biçûk, ku hejmara van zêde ye, em dikarin bibêjin jin di nav jiyanê de çalak e. Ev jêmayên biçûk; hewanên ji bazaltê, mîrkutk, kevirê hêrandinê, flûjinên ji hestî ne. Lê çima jin, weke mêran ne xuya ye. Li gor min ev pirs pirr girîng e. Bi min, nêrîtî û kevneperestiya civaka me ya Rihayî, girêdayiyê

34

Wergêr: Ronya BEWRAN


Rojêk yew fliwane est bîyo. No fliwane her tim terfl û dewarê xo beno koyan seba çerenayîfl. Her roj bizê ey dewarî ra aqitîyenê û vindî benê tikê wext vêreno rayne yenî fliwaneyî ver. fiiwane nê gureyî ra çîyêk fem nêkeno. Rojêk bizî rayne vîndî benî û yenî fliwaneyî het, fliwane ewnîyeno ke erdifla kelinceyê ey hî bîya. Edî fliwane fem keno ke bizê ey her tim flonê caye de aw flimenê nê semedi ra vîndî benî. Roja bîn de fliwane kelinceyî flopneno ke bivîno bizî flonê kam cayî de awe flimenî. fiiwane ewnîyeno ke kelinceyê ey yew tirkê kerra yo xorin ra fli war. fiiwane zî xo kelinceyî dima veredano acêr. O ewra de awe vîneno. fiiwane xo derêneno awe ser, keno ke awe biflimo la a hinge de zela ey ( lulîya ey) kewena mîyanê awe û awe reyde herikîyena flona. Edî nêeflkeno ke zela xo bitepîflo, zela ey awe de pede flona.

rî tepa agêrenî xo danî rayîrê Hênîyî ser, Sîneyê Mehmed Hemreyî de ewnenî ke da-des hebî eskerî pa sereskerî ra ha înan pawenê. Nê eskerî senî benî nizdî no ray seresker emr dano vano panê înan zî bikiflê. Wurdi eskerî zî yenê kîfltîfl. Seba ke kes nêzanibo awa enqebîrî kam cayî ra yena hîrê tenî amayê kîfltifl. A roje ra na het edî çîyêko gonî nêzano awa enqebîrî kam cayî ra yena. Herêm: fiarçeyê Hêni Çime: Hecî Mehmud Arêkerdox: Koberz Z‹NAR

Na zele awe reyde herikîyena flona flarçeyê Hêni de çimeyê awa ênqebîrî ra teber vecîyena. A hinge de çend kesî enqebîr ser est ê. Çew (kes) nêzano na zele yê kamî ya. Zele genî serê çimeyê enqebîrî de aleqnenî ke wayîrê zele ke ame wa bizanîbî ke na zele yê kamî ya. fiiwane zi rojêk yeno ênîyê enqebîrî ser awe biflimo. fiimitiflê awe ra pey sereyê xo berz keno, ewnîyeno ke zela ey ha çimeyî ser aleqnayaya. Edî heme çî keweno hêflê ey. Caye ke bizê ey flonê awe flimenî, ênîyê enqebîrî zî ewra ra yeno Hênî. fiiwane vengî reyde vano “ Na zele yê min a. Ez zana awa enqebîrî kam cayî ra yena Hêni.” Na xaber hênî mîyan de vengan dano, herkes nê gureyî qalî keno xebera her kesî bena û xebera hukmatî zî bena. Hukmat fliwaneyî tepiflneno. Humat fliwane û pa di eskeran erflaweno ke na çimeyê awe bivînê. Ê Pîya flonê koyan ser awe het, cayê awe resenê. Eskerî vanî “ ganî tî serê na awe padê ke kes nêzano awa ênqebîrî kam cayî ra yena.” fiiwane vatiflê înan areno ca, pê text û kerreyan serê awe padeno edî teber ra çîyê gonî nêeflkeno biflêro awe ser. fiiwanê edî gureyê xo qedîneno yeno eskera het. fiiwane senî ewnîyeno eskeran ra ke luliya tifingî ha çareyê ey de ya. Oxme ke eskerî ey xapînayo, ca dayo padayîfl û nika ey kiflenî. Eskerî pa nenî fliwaneyî kiflenî û yew cayê durî de yew tirb kenenî ey dekenî tirb mîyan û agêrenî hêni. Eske-

35


S. Resûl CELALÎ

Her wekî ku tê zanîn, di çanda Kurdî de cihê stranan gelekî mezin e. Ji dîlanan bigire heta flahiyan, heta civatan, gundî û bajariyên Kurd bi stranan kêfxwefl bûne, xemgîn bûne û tifltê ku di dilê wan de hebûye anîne zimên. Stranên Kurdî, ne dirêj in. Lewma gelek caran em bes wan dibêjin û derbas dibin. Lê her stranek bi çîroka xwe heye. Her stranek li ser qewimînekê, li ser bûyerekê hatiye gotin. Ji ber vê yekê jî, eger mirov çîroka strana nizanibe, stran bixwe jî nîvco dimînin; tehmsarkî dibin. Lewma me hewl da ku em bi dû çîrokên stranên gelerî bikevin. Li gundên Batmanê, em gund bi gund geriyan û me guh da gundiyan da ku em çîrokên stranan hîn bibin. Li jêr, ji van stranan û çîrokan dudu hene. Me ev stran û çîrok ji devê Meta Nezehet û Xaltiya Xurbetê girtine û me qet ji gotinên wan kêm û zêde nekiriye. Wan bi çi awayî anîbe zimên me jî bi wî awayî ew qeyd kirine. Helbet ev stran li herêmên din jî tên zanîn û dibe ku li wan deran hinek varyantên van çîrokan yên cuda hebin. Lewma mirov nikare bibêje ev varyant an jî yekê din çêtir e. Bes tifltê ku em dikarin bibêjin ev e: ev her du stran û çîrokên wan li der û dora Batmanê, li gundan bi vî awayî têne zanîn û têne gotin.

36


Stran û Çîrokên Wan

1. Strana Gulê Welato (Ev stran û çîrok ji devê Meta Nezehetê ku ji gundê Xendûka Ber Avê ye hatiye girtin) Gulê Welato Gulê mehrûmê çiya bilind e lê lê Gulê heyranê çiya bilind e lê lê Ay ez te nabînim. Gula min welato welato fiewitiyo gundo bi flewato Xurumiyo gundo bi xebato Ay gula min welato welato. Erê bûye ferman Uris hato Ay bi ser ruhê min û gula min da Uris hato Gula min welato welato fiewitiyo gundo bi flewato. Erê Gulê min got ez ne ji vî welatî me Ne ji wî welatî me Ez ji welatê Serhedê, ji welatê jorî me Ez ne jî vî welatî me ne ji wî welatî me Ez ji welatê Serhedê, ji welatê jorî me.

Çîroka Vê Stranê: Ên ku ji Ercîflê baz dane muhacirên Uris in. Wexta ku Uris hatiye Kevirê Qul, dibêje, du heb ji wan ên muhacir dil ketine hev, û li ser welatê xwe avêtine ser xwe. Avêtine ser welatê xwe yê ku jê reviyane, -a wulo te dît ez bi xemgînî dibêjim- wan jî bi xemgînî gotiye. Avêtine ser xwe, gotine em ji welatê xwe koç bûne û em li vî welatî jî, îcarê em dixwazin yanî em bi hev û din jî bikin. Wulo jî avêtine ser xwe û gotine “em muhacir in welato welato, ne li cihê xwe ne û muhacirên Uris in”. Wexta ku Uris hatiye Kevirê Qul, ev gotiye. Muhacirên Uris … Ew gurekî spî hebû, di wî zemanê muhaciran de, keçikek bir û xwar. Serê wê û keziyên wê li ber avê ma û kalikê wê jî got, neçîrvanino, herin li devê rêyan xefikan vedin, li pêfliya wî gurî, wî gurî bikujin. Wî însan xwarine, bikujin. Îcarê dibêji berê du însanan xwariye, ev ya sisiyan e. Got, gur kufltin. Xefikan vedan û gur kufltin. Yên ku gur kufltin jî muhacirên Uris bûn. Ev strana “Gulê Mehrûmê” jî, li ser wan muhacirên Uris hatiye gotin. Hingê wê çaxê, wî zemanî, dibêje ji ber Uris revîne û hatine Kevirê Qul belav bûne. Her kes, heta melayê me jî mihacir e.

37


Stran û Çîrokên Wan 2. STRANA XERÎBÊ (Ev stran û çîrok ji devê Xaltiya Xurbetê ku ji gundê fiikeftayê ye hatiye girtin)

Hoy Hoy Xerîbê Xerîb xerîbiyê Çola Biflêriyê Delîl halê wê zeriyê, Hoy hoy li min xerîbê Li te hevalê, li min zeriyê. Xerîba Xwedêyo Dara li devê rêyo Bi hesreta dayik û bavêyo, Hoy hoy li min xerîbê Li te hevalê, li min zeriyê. Xweziya ez xerîb nebûma Dara li devê rê bûyama Li cih û meskenê bavê xwe bûma, Hoy hoy li min xerîbê Te hevalê, li min zeriyê. Xerîba di gund da Hespê poz di bin da ye Te xwediyê terka min da Hoy hoy li min xerîbê Li te hevalê, li min zeriyê. Xerîb nanê pahtî ye Tefltê de hilatî Xerîba min çû ji vî welatî, Hoy hoy li min xerîbê Li te hevalê, li min zeriyê. Xerîbê çû avê Qeytan kete navê Li xwe heram kir nanê bavê, Hoy hoy li min xerîbê Li te hevalê, li min zeriyê.

38

Çîroka Vê Stranê: Xerîb, yano çilo xerîb yano ewk bûye, bê dilê wê ew dane, yanê çûye cihekî xerîb zewiciye. Weka ne di cihê xwe de, ne di mekanê xwe de, ne di gundê xwe de zewiciye. Vê carê avêtiye ser xwe. Avêtiye ser xwe û gotiye va halo li min hatiye. Vê carê gava ku çûye zeyî, çûye mala bavê xwe, îcarê çûye ser bîrê ku avê dagire. Diçe ser avê ku avê dagire û kemera wê ya zêrîn ji piflta wê dikeve nava avê. Dikeve nava avê, vê carê dibêje “xerîbê çû avê, qeytan kete navê/ li xwe heram kir nanê bavê”. Kemara wê dikeve avê û mala bavê terk dike. Dibêje, dê vê carê mala xezûrê min bibêjin tu çûyî mala bavê xwe û ev zêr herhal wan birine, halo kirine… Ji bo ku flitexalî nekevê, vê carê mala bavê xwe terk dike. Vê carê dibêje “xweziya ez xerîb nebûma, dara li devê rê bûma, li cih û meskenê bavê xwe bûma”. Ango xwezî ez xerîb nebûma, min mêr nekira û ev xisûmet nehata serê min û min dê û bavê xwe terk neda. A mesela wê jî ev e.


DI “WENDABÛN”A fiAHINÊ BEKIRÊ SOREKLÎ DE HÊMANÊN FOLKLORÊ

Eflref KEYDANÎ

Di vê gotarê de, dê hêmanên folklora Kurdan ên ku di romana “Wendabûn”a fiahînê Bekirê Soreklî de derketine pêfl bên veçirrandin. Bi kurtasî Têkiliya folklor û jiyanê diflibe têkiliya flev û rojê; heke yek tune be, ya din nikare hebe. Her mirovek di her kêlîka jiyana xwe de -flîn, dawet, xwarin, xew, xewn, mirin, welidîn, axivîn, rabûn û rûnifltin- çi bi zanayî çi bi nezanî hêmanên folklorê bi kar tîne. Çikû folklorê xwe bera hemû flanên jiyanê daye. Gelî -ne netewe- jî di wan flanan de dest bi afirîneriyê kiriye û ew hê jî diafirîne û belav dike.Tifltên ku hatine afirandin dijîn û dê bijîn jî. Dibe ku ev tifltên afirandî di zimanê devkî de bin, dibe ku li ser tifltên heyî-alav û amraz- bin, dibe ku di berhemên nivîskî de bin. Ji ber vê yekê jî divê biqasî tifltên dîtir, em berê xwe bidin berhemên nivîskî jî. fiahinê Bekirê Soreklî jî xewn, xeyal, raman û serpêhatiyên xwe bi awayekî nivîskî danîne ber me. Wî bi vê xebata xwe ya nivîskî-Wendabûn-hê-manên folklorê ji qadekê derbasî qadeke din kirine û wî bi vî awayî ew tiflt nemir kirine. Di vê gotarê de, dê hêmanên folklora Kurdan ên ku di romana “Wendabûn”a fiahînê Bekirê Soreklî de derketine pêfl bên veçirrandin. I. DESTPÊK Neteweya Kurd jî wek hemû neteweyên cîhanê, xwedî feraseteke jiyanê ya taybet e. Ev feraseta taybet ya jiyanê carinan wek tavê xuyaye, carinan jî wek hîva bin ewran e. Çi xuya be, çi jî nixamtî be, lazim e em xwedî li wê ferasetê derkevin. Ev xwedîlêderketin nayê wateya qebûlkirina her hêmaneke ferasetê. Li gor pîvanên gerdûnî û mirovî lazim e mirov yên bafl biparêze û yên nebafl jî ber bi bafliyê ve biguherîne. Ji bo parastina tifltên bafl û guherîna tifltên nebafl jî pêdivî bi famkirin û naskirina ferasetê he ye. Feraseta jiyana neteweyekî yan jî ya mirovekî xwe

di jiyanê de dide der. Jiyan xwedî bergeheke fireh e. Ji ber ku bergeh hinde berfireh e, di nav xwe de jî dibe befl befl û her beflek jî her ku ber bi jêr dadikeveji pirrbûnê ber bi hindikbûnê- hin beflên din diwelidîne. Lê ne mimkun e ku kesek an jî xebatek bikaribe her tifltî di her beflê de diyar bike. Tenê dê bikaribe hin tifltan berbiçav bike. Her ku ev kes û xebat zêde bibin dê hingê wêneyê mezin xuya bibe. Û ew wêneyê mezin, wê feraseta jiyanê ya taybet nîflan dide. Xebata li ber destê me, romana fiahinê Bekirê Soreklî ye. Wî bi vê xebata han, hem hin taybetiyên civak û neteweya me û hem jî hin taybetiyên civak û neteweyên din diyar kirine. Di romanê de ciyê bûyeran, geh Kurdistan e, geh welatê ber behre-ku vebêjer li wir koçber e- geh Hindistan e, geh jî daristan an jî gundekî Afrîkayê ye. Ji ber ku ciyê bûyeran cuda ye, lehengên romanê û bûyerên ku qewimîne jî cur bi cur in. Herwiha ji ber van curbicuriyan hêmanên folklorê jî cur bi cur in. Lê me di vê gotarê xwe de tenê hêmanên folklora Kurdan dan ber xwe û em li ser wan xebitîn. Herwekî ku tê zanîn bergeha folklorê pirr fireh e, ne mimkun e ku mirov di gotarekê de bikaribe hemû tifltan raxe ber çavan. Lê em vê jî dizanin ku di her xebatê de mînakên hin tifltan pirr in ên hinekan jî kêm in. Li gor cîgirtina di romanê de ew hatin senifandin û xal bi xal hatin rêzkirin. Di senifandinê de sêzdeh befl derketin holê û di her beflekê de, hin mînak he ne. Ji bo sûd ji vê xebatê bê girtin, pêdivî pê he ye ku derheqê xebatê de hin agahî bên dayîn. 1. Carinan mînakek li du an jî sê beflan hatiye nivîsîn. Ev ne çewtiyek e, ji ber ku di wê hevokê de hin tifltên cuda hene ku dikevin du an jî sê beflan. 2. Peyv û komepeyvên ku têkildarî wê befle, ji bo balkiflandinê hatine reflkirin. 3. Di mînakên ku ji pirtûkê hatine girtin de, awayê nivîsa nivîskarî esas hatine girtin.

39


4. Xala “i” yê ya befla “Wêjeya Devkî” bi taybetî hatiye bicîkirin. Armanc ew e ku bi vê diyarkirinê peyvên di herêman de mane belav bibin û ev yek ji pêflveçûna zimanê me re bibin bingeh. II. HÊMANÊN FOLKLORÊ A) BEfiÊN XANÎ Û AVAHIYAN 1. ...hespên wan di axurên me de ceh û kaya lawirên me dixwarin. (rp 26) 2. fikeftên welatê min, ça’l, kadîn, bendek û tûrikên wî .... (rp 35) 3. ...li odeyên gundan bûm... ...xort û peya li hespan siwar dibûn ... (rp 72) B) AMÛR Û AMRAZÊN MALÊ 1. ...ava misîn ya ku zivistanê germ û havînê sar bû li destên wan dikir û destmal ji ser milên xwe dikiflandin... (rp 26) 2. Cendirme li ser doflegên me rûdinifltin, me balgîh û yastiqên xwe di bin piyên wan de û li pafl pifltên wan bi cîh dikirin. (rp 26) 3. ...stûyên wan didan ber kêrê... (rp 26) 4. Siniya tiji gêrmî... (rp 26) 5. ...misîn, sabûn, legan û destmal dîsa dihatin ber lingên wan... (rp 26) 6. ...dihatin girtin û bi encamê kulav û nivînên xwe difirotin... (rp 27)

40

7. Mû dihûnandin, tevn radixistin, teflî dirêstin... (rp 28) 8. Ewên ku misas, bêr, tevflo, flûjin, xencer, flûr, rim û tîrkevanên xwe rakirin û li hember hev bûn boke û xwînrêj. (rp 34) 9. ...xwe kir palasa bin lingên wan. (rp 34) 10. Li dû mirina mirovî av dikeve sîtila refl û tê de germ dibe. (rp 41) C) AMÛR Û AMRAZÊN COTKAR‹YÊ 1. Yekem car bû ku traktorek hatibû gundê me (rp15) 2. ...li dû wan hatin patos û kamiyon (rp 15) 3. Ger dabançe, xençer, misas, milêv, bêr û ço li holê nebûna... (rp 27) 4. ...wisa jî kêzik û jûjî û flêxik û ma’r di bin zincîr û sêl û gîsinên traktorê de ... (rp 87) Ç) H‹LBERÎN 1. Li vegerê rêxa ji bo çêkirina tepikan kom dikirin. ( rp 28) 2. Mû dihûnandin, tevn radixistin, teflî dirêstin... (rp 28) D) XUREKÊN JI AJALAN TÊN BIDESTXISTIN 1. “Guneh e lawê min; hinek çortan bidê û berde... (rp 21)


2. Dayên me mirîflk xwedî dikirin, qelew dikirin, lê pirraniya hêkên mirîflkan û gofltê fêrîg û dîkên me... (rp 26) 3. ...carine dipirsî ka dixwazim ji bo tafltê qeymêx yan rûnê niviflk bixwim. (rp 46) 4. ...min bêriya dew û mastê welêt kir... (rp 49) 5. Bêyî guman ramanên di serê min dewek penêrê di qetremîzekî de ji wî ve diyar in. (rp 84) E) NAVÊ REHEKAN 1. ... kepir ji çandina zebefl û kelekan re didan telbîzkirin. (rp 14) 2. ....berfê ken dixistin ser lêvên cotkaran, rez bi xêr û bêr dikirin, hebikên darên zeytûnan mezin dikirin, fistiq û hêjîr û muflmufl mezin û flêrîn dikirin ... (rp 14) 3. ...ger payîz bûya tirî... (rp 26) 4. Li flûna bizin lê biçêrin darên henarê dirêj nabin! (rp 36) 5. ...li flûna kulîlkekê bi dehan kulîlkên din ê serên xwe ber bi jor hildin. (rp 42) 6. ...yan gulekê têxî destên min... (rp 89) Ê) NAVÊ AJALAN 1. ...çivîk û kevok û baflîqên çola me biheyibîne. (rp 15) 2. ...xort û peya li hespan siwar dibûn... (rp 15) 3. ...rojekê çar cîhanperwerên me, li dû firotina hirî û mirîflkên malbatê û xiflrên dayan û xwiflkan xwe gîhandin... ( rp 23) 4. Dayên me mirîflk xwedî dikirin, qelew dikirin, lê pirraniya hêkên mirîflkan û gofltê fêrîg û dîkên me... ( rp 26) 5. ...lê li ber du cendirmeyan dibûn pisîk. (rp 27) 6. Mêflên welatê me çavtirsonek in... (rp 30) 7. Teyrên me di xewnên xwe de jî ji me bizdoyî dibin. (rp 31) 8. ....gotinên li ser piling û hirç û xezal û gur û gakûviyan hene. (rp 31) 9. Dizanim kurm ketibûn giyanê hezretî Eyûbê hêja... (rp 32) 10. Li flûna bizin lê biçêrin darên henarê dirêj nabin! (rp 36) 11. ...bi wî awayî rê li ber baranê, her wiha li ber kêzik û miflk û dûpiflkan dihat birrîn... (rp 37) 12. Xweziya em li hesp, ker, çêlek, bizin, mirîflk û pifltên hev siwar bû bûna. (rp 39) 13. ...û di nav lingên bizin û miyan de hîske-hîska zarokan... (rp 40) 14. Yekcaran jî qijnax diketin segên me yên

ronedî... . (rp 43) 15. ...ji bo xatirê me mirinê didin pêfl çavan, hêrîflê guran, xîjî ma’ran dikin... . (rp 44) 16. ...bigihîne heval û dostan, jûjî û kêzik û dûpiflk û ma’rên welatê min. (rp 49) 17. ...wisa jî kêzik û jûjî û flêxik û ma’r di bin zincîr û sêl û gîsinên traktorê de ... (rp 87) 18. Ez ne flêr im, ne jî piling im... (rp 93) 19. Li dû ku egîdên me du berxên belek, du kewên gozel û hin armûxanên din bi navê eflîrê pêflkeflê welî kirin û li dû ku welî li halê serok û rîhsipiyên eflîrê pirsî... (rp 98) F) ERF Û KEVNEfiOPÎ 1. ...ava misîn ya ku zivistanê germ û havînê sar bû li destên wan dikir û destmal ji ser milên xwe dikiflandin... (rp 26) 2. Di heman demê de xwîflkên me çardeh salî dihatin firotin û hîn bi xwe zarok bûn dibûn dayikên zarokan. (rp 28) 3. Alîkirina bêhêzan bo gelê min erfeke neteweyî ye... (rp 66) 4. Li dû ku egîdên me du berxên belek, du kewên gozel û hin armûxanên din bi navê eflîrê pêflkeflê welî kirin û li dû ku welî li halê serok û rîhsipiyên eflîrê pirsî... (rp 98) G) RÊÛRESMA MIRINÊ 1. Li dû mirina mirovî av dikeve sîtila refl û tê de germ dibe. Bedena yê mirî diflon, da ku pak di kefenê xwe yê spî de bibe guhdarê sûreta Yasîn. Qîrîn û orîniya jinan, fiflke-fiflka peyan, û di nav lingên bizin û

41


2. ...xwediya kûpê kesk carine pîreke ca’zî bû. Zarokek direvand, dixist nav kûpê xwe û berê wî/wê dida asîmên. Her ku kûp bo jor ve diçû Kûpkeskê ji zarokî/ê dipirs, “dunyabi te va çito dixewine?” Pîrê kûpê xwe yê kesk ranediwestand ta ku zarok digot, “Dunyabi min va wek qulika derziyê xuya dike.” (rp 16) b) Çîrokên Gelêrî

miyan de hîske-hîska zarokan, û deng hemî xwe li derve dikin yek û meqemakî xemberiyê û dilflewatê avis li holê bi rê dixin. Gund di nav dûyê germkirina avê de û gundî di nav mijê sama mirinê de dihên veflartin. Miriyê me li cem me pirr dirêj nake; ne ew dixwaze, ne jî em. Cenazeyê wî hildidin ser milan û berî didin mêrzel. Termê wî dixin gorê û berî wê dîsa bi xweliyê tiji bikin melle miriyê me bi “zimanê pêxemberî” agahdar dike ku du melek ê ji wî bipirsin ka ew kî ye...Gor tiji ax dibe, heval û xwedî pifltên xwe didin goristanê û li gund vedigerin (rp 41-42) H) LÎSTIKÊN ZAROKAN 1. ...zarokan diflînin lîstika flûllikê... (rp 13) 2. ...keç û jin ûpîr derdiketin flûna bêderan û befldarî lîztina hîvlotikê dibûn. (rp 15) 3. Me êvarine lîstika gurkî-baskîn, yan çavqurçonekê dilîst. (rp 15)

I) WERZÎfiA GELÎ 1. Di rojine zivistanê de xortên gundê me dibûn du beflan û bi holî dilîstin. (rp 15) 2. Di bihar û payîzên rojên zarokiya min de carine peya li hespan siwar dibûn bi hev re diketin qerezan, diçûn ber lingê gir, berên hespan didan gund, li xar dikirin û ji hev re diçûn. (rp 16)

Î) WÊJEYA DEVKÎ a) Xeberoflk 1. ...dapîran çîrokên* pêrî û neysizî û dêw û Kûpkeskan ji neviyên xwe re digotin. (rp 16)

1. ...di fleveke wan salên bi jan û pêrîflaniyê dagirtî de ciwanek ji beflekî kon bang bavê xwe dike û dibêje, “Bavo, min dizek girt.” Bav lê vedigerîne, “Guneh e lawê min; hinek çortan bidê û berde, bila di riya xwe de here.” Lê lawik car din bang bavê xwe dike, yê ku hêrs dibe û dibêje kurê xwe, “Kuro, ne min got berde, bila here!” Kurê wî lê vedigerîne û dibêje, “Bavo, min berdaye, ew min bernade!” (rp 21) 2. Na, na, ez ne Eyûb im! Dizanim kurm ketibûn giyanê hezretî Eyûbê hêja û dibêjine dema kurmi-kek diket , wî radikir û dîsa li ser bedena xwe bi cîh dikir, digotê, “Bixwe rizqê xwe.” (rp 31-32) 3. Dibêjin, melleyekî ji gundiyan re gotibûye, “Riya qiyametê nêzîk e. Wexta hat, mirî dê ji tirban rabin û kesên zindî dê mal û mulkê xwe di flûnê de bihêlin, li hesp û kerên xwe siwar bin û berên xwe bidin erdê muqeddes. Ger hesp û kerên we tunebin, ew ê li çêlekan siwar bin. Ger çêlekên hinekan tunebin, ew ê li bizinên xwe siwar bin, ger bizin tunebin li mirîflkan, mirîflkên ku dê bi xwestin û fermana Rebbê a’lemê mezin bibin...” Gundiyan pesna Xwedê dabûn, hinekan eflheda xwe hilanîbûn û hinan jî pife her du aliyên xwe kiribûn, “da ku fieytan ji wan dûr keve.” Ji niflkan ve ciwanekî ji mellê pirsîbû, “Lê kesê ku mirîflk jî nebe wê çi bike, apê Melle?” Va pirsa ku kesek ne li bendê bûye ji gavanê gund yê ciwan hatibûye der û her kes titiz kiribûye, lê ji hemiyan re bêtir pirsiyar li keyfa Mêlle nehatibûye. Bêyî ku li rûye gavên binihêre bi hêrs gotibûye, “Ger mirîflkên hinekan tunebin, ew ê bi dorê li pifltên hev siwar bin, ey ehmaq!” (rp 39) c) Gotinên Pêfliyan 1. Li flûna bizin lê biçêrin darên henarê dirêj nabin! (rp 36) 2. Ruh flîrîn e. (rp 38) 3. Ne li nav merzelan razê, ne jî xewnên bi sam bibîne. (rp 40) 4. Hinek dikin hinek dixwin. (rp 66)

* Peyva “çîrok”ê hem di nav gelî de hem jî di termînolojiya kurdî de termeke pirrwate ye û herkes li gor zanîna xwe bi kar diîne. Ev peyv carinan ji dêvla kurteçîrokê, carinan ji dêvla hikeyat û serpêhatiyê, carinan ji dêvla xeberoflkê tê bikaranîn. Li vir wateya wê xeberoflk e.

42


5. Yê birçî dikare kêvir bihêre.(rp 69) 6. Dû, bêyî agir dernakeve! (rp 75)

33. Gunehê min li stuyê te... (rp 90) 34. ...destên xwe ji wan flufltine. (rp 93)

ç) Biwêj 1. Min çi xêr ji vê cîhanê nedît... (rp 18) 2. ...divabû Rajî sozê xwe bi cîh bihaniya. (rp 9) 3. ...tirsê têxe dilên wan. (rp 12) 4. Min ji çavên xwe bawer nekir... (rp 13) 5. ...em li hev flafl kirin. (rp 15) 6. Em ji kenan lal dibûn... (rp 15) 7. Di bihar û payîzên rojên zarokiya min de carine peya li hespan siwar dibûn bi hev re diketin qerezan... (rp 16) 8. ...bi wan qerf û henekên xwe dikirin. (rp 22) 9. ...serok Pol Pot xwîna gelê xwe vedixwar... (rp 22) 10. ...ku teoriyên siyasî û rastiya rewflê dikarin wek erd û asîmên ji hev dûr bûn. (rp 23) 11. ...mirina tahl xwe dabû ber dêrî, çi çare êdî nemabûn. (rp 23) 12. Agir ket kezeba Gîvarayê mezin... (rp 24) 13. Av bi devê min ketiye... (rp 25) 14. ...dîsa dihatin ber lingên wan.. (rp 26) 15. ...hev û din rezîl û riswa kiribûn. (rp 26) 16. ...li erdê refl diman...(rp 27) 17. ...çavên me bû bûn tas...(rp 27) 18. ...û dema fersend dikeve destê me em wan hildiqetînin. (rp 31) 19. ...da ku bikaribe gelê xwe ji bin lepên înglîzan derîne. (rp 33) 20. ...tew tefliya wan jî xist destê xwe.. (rp 33) 21. ...xwe kir palasa bin lingên wan. (rp 34) 22. ...bi wî awayî rê li ber baranê, her wiha li ber kêzik û miflk û dûpiflkan dihat birrîn... (rp 37) 23. ...bi vexwarina avê li ser hev mame. (rp 43) 24. ...ji bo xatirê me mirinê didin pêfl çavan, hêrîflê guran, xîjî ma’ran dikin... (rp 44) 25. Stuyê xwe xwar dike Xwedê (rp 48) 26. ...wî û meriyan û hevalan nan û xwê li hev helal kirin... (rp 54) 27. ...naxwazin nav û dengê gundiyekî wan derkeve. (rp 56) 28. ...li cîhanê konên xwe bi destên xwe hildiweflînin. (rp 63) 29. Ew ê çavên xwe yên birçî berde namûsa min... (rp 70) 30. ...gellek caran li ber Xwedê geriyabûm... (rp 71) 31. Çavên wê li rê qetiya bûn... (rp 72) 32. ...nanê min êdî li wî welatî nemaye. (rp 79)

d) Zûgotinok 1. Çi hebû, çi tunebû, rojekê çar cîhanperwerên me... ( rp 23) 2. Çi hebû, çi tunebû, rojekê ji rojan... (rp 44) 3. Çîroka min çû li qatê, rehme li dê û bavê cim’atê (rp 46) e) Lihevanînok 1. Yeklo diklo dimbazê, fleflê quto reppazê, kêçê mêçê arexçîn, qere qotik fis birçîn. (rp 46-47) ê) Nifir 1. Çavên me birijin... (rp 19) 2. Xwedê te di erdê refl ke ziko! (rp 20) 3. Wey lawiro tu xêrê ji zar-zêçên xwe nebînî! (rp 25) 4. Xwedê mala wan biflewitîne! (rp 36) 5. ...wey hezar nalet li te yara min (rp 49) 6. Agir bi mala tirsê keve... (rp 64) f) Sond 1. Ez bi flîrê diya xwe, bi hebûna milletê xwe û bi cîhana ez kirim yek ji danifltvanên xwe sond dixwim...(rp 105) g) Dua 1. Wey hezar rehmet li dê û bavê te be Herr Klûg (rp 37) 2. fiukir ji te re Xwedêyo... (rp 55) 3. Xwedê kesekî nexe bin destên yên birçî. (rp 69) 4. Bila Rebbê Alemê birçiyan li ser kesekî neke axa! (rp 69) 5. De riya te vekirî be. (rp 85) h) Dijûn 1. Ez ê di jin û maka te n.. (rp 27) i) Peyvên herêmî û hin peyvên nû 1. ...termê diya xwe li ser wan ramedîne û êgir berde wan. (rp 9) 2. Tîmsah û qazê çavên xwe di hev de qîq kirine... (rp 10) 3. ...li dij hev boke bûn. (rp 11) 4. ...bi xêzeranê xwe yê dirêj diket nav bokeyên hemî eflîran... (rp 11) 5. Te digot qey roja li asîmên tenê va flûna ji xwe re kiribû amanc û hillika germahiya

43


flewitandina gazên xwe lê nêflan kiribû. (rp 11) 6. ...zarokan diflînin flûllikê, êldefiyên sofî û flêxên terrîqetan germ dikin... (rp 13) 7. ... kepir ji çandina zebefl û kelekan re didan telbîzkirin. (rp 14) 8. Ewrên wê salê ne miqris bûn... (rp 14) 9. Dema bihar dihat jin diketin todan... (rp 15) 10. Ew ji tirsanhindik mabû bizdoyî bibûya. (rp 17) 11. ...çimkî bizava bafltirkirina bedmirovan kiribûn... (rp 17) 12. ...dil hebû bibûma endamê neteweyeke siûdrefl û malbateke gundî? (rp 17) 13. ...dawiyê nade wan bêtarên ku sal li dû salê bi sedhezaran mirovên belengaz dadiqultînin. (rp 18) 14. Ez yek ji wan çardehan bûm û ji çakbextiyê law bûm. (rp 29) 15. ... divêt car din di siya darekê de vêsî bikim...(rp 30) 16. Wa ye ez di toto re derketime û hûn hêvî dikine min wisa bi hêsanî bikin rizqê xwe! (rp 31) 17. ...ne wek hin ronediyên ku dema welatên xwe li flûn xwe dihêlin êdî Xwedê bi xwe jî nikare wan l êvegerîne. (rp 33) 18. Heye ku pilêrek bi min dade... (rp 40) 19. Heke hebûna me dê derheqê sendîgehên wan de tifltek bihîstibûya. (rp 41) 20. ...ku belkî laflê min jî rojekê ji wan re bibe xirêf û pergende. (rp 42) 21. ...baraneke deraqil bariya... (rp 44) 22. Va bûn nêzîkî sed salan ku patekût, teperep, ufekuf û teqereqa me ye. (rp 47) 23. Dema ew ji Hecê vegeriyabûn xwediyên wan bi dahol û zurne û zilxit û alahê çûbûn pêrgîna wan... (rp 55) 24. Pirr ciwanmêr û mêvanhej in... (rp 56) 25. Rûyê mêrik wek xeflûlê zer bû bû... (rp 65) 26. Melle dîsa xwe ber bi pêfl livand, bêdengî bi çend peyvên Quranê flikand û dîsa terepafl çû. (rp 65) 27. ...pê re xwîn bellemîz dike. (rp 66) 28. ... û hîn îroj jî hinên dereweîn, xasûk, fen-û-fûtzan, yan har, li ser pifltên bextereflan, nezanan, aqilsivikan û bêxwediyan dijîn. (rp 67) 29. Çi kevir xuya nakin, lê wa ye çemelekî mezin di bin dara han de li ser erdê ye. (rp 67) 30. Axayê bi hêz ê min ji neheqiyên arode û axmezûtan jî biparêze. (rp 70)

44

31. ...lê derek ji bo penahiyê tune ku xwe tê de ji baranê biparêzim. (rp 74) 32. Weqa rengên çeleng û flêwecihê min di jiyana xwe debi hev re nedîtine. (rp 75) 33. Xweristê ewqas xweflik xwe xemilandiye. (rp 75) 34. ...çimkî cîhana îroyîn xwe li ser stûnên ezotiyê xwe bi cîh kiriye. (rp 75) 35. Bêyî guman ramanên di serê min dewek penêrê di qetremîzekî de ji wî ve diyar in. (rp 84) 36. ...di destên te de mekutekî hesinî yê mezin... (rp 88) J) NAV, PAfiNAV Û NAVÊN LÊKIRÎ a) Navên Mirovan 1. ... Remo, bavê çar xortan, bi destên xwediyên jinebiyekê hatibû kujtin... (rp 11) 2. ...birçîbûna îroj çîrokeke Apê Zirrikî dihîne bîra min. (rp 21) 3. Sîmo, Sîmo, Sîmoya Xaço, ma ev tu yî? (rp 89) b) Paflnavên Mirovan 1. Sîmo, Sîmo, Sîmoya Xaço, ma ev tu yî? (rp 89) c) Navên Lêkirî 1. ...ji mudîran mudîrê Kumsorik (rp 91) III. ENCAM Çi roman, çi kurteçîrok çi jî cureyekî din ê wejeya nivîskî be; di hemû berhemên nivîskî de mirov teqez hin hêmanên folklorê dibîne. Ev ji bo wêjeya Kurdî jî wisa ji bo ya Ereb û Swêd û Çînîyan jî. Lê taybetiyek he ye ku Gelê Kurd û Wêjeya Kurdî ji gel û wêjeya wan cuda dike. Ev taybetî dewlemendbûna folklora Kurdan e, ku mirov li her cihî rastî wê tê. fiahinê Bekirê Soreklî herçiqas koçberê welat, gel û axa xwe be jî, ew ne dûr e ji ruhê gelê xwe. Çikû ruhê welat, gel û axê folklor e. Û wî jî bi di vê berhema xwe de, hêmanên folklora Kurdî bi awayekî hostane bi cî kirine. Bi saya wî û yên wekî wî, folklora vî gelî dê pêmayên xwe yên kevnare biparêze û roj bi roj bergeha xwe ya fireh, firehtir bike.

ÇAVKANÎ SOREKLÎ, fiahînê Bekirê, Wendabûn, Weflanên Na, Îzmîr, 2014


Padiflah siltan mirad o Sefer kerd, flîyo Bexdado Cêrî ameyo sukê ewrado Bivîno kefe suke ca de yo Siltan suke de vinderto Seyîd Haflim nêameyo heto Pafla hers bîyo ferman veto Valî û hukmat ardî xeto Valî ra vato emre min o Esker kaflkê çilsituno

Demo ke kela dapîra min amey ronîfltinî nê qesîdeyan pê vengî ma rê vatinî. Ez nika flima rê tikê derheqdê Seyîd Haflîmî qisey bikera. Seyîd Haflîm qalikê bawkalanê fiêx Seidî yo. Serranê 1638’i de padîflahê Osmanîyan Mirado çarin sefer keno Bexdadî ser ro. Wexto ke agêra, o yeno dewa çilsitunî. ( Çilsitun girêdayeya flarçeya Amedî Bismîlî ya. Na dewe mîyan de yew medrese beno. No medrese mîyan de çewres hebî estuneyî est ê, medrese zî dewe zî nameye xo nê çewres estunan ra gênê. Eslê keyê flêx seidî vatiflanê pilanê ma gore çilsitun o.) Siltan Mirad bi xo padîflah o, wazeno ke herkes ey rê bîat bikero, xo vera ey de biderêno. Labelê seyîd Haflîm nê gureyî qebil nêkeno. O vano ke “ ez homayê xo yê pîlî ra teber kesî ver de nêyena çokan ser” Padîflah nê qalan eflnaweno. Padîflah zaf hers beno û ferman veceno seyîd Haflîmî ser ro. Eskerê Romî dewa cilsitunî û mêrdimê Seyîd Haflîmî kiflenê û veflnenê. Edî dew nêmanena. Ferman ra dima çend kesî keyê Seyîd Haflîmî ra xelisîyayê. Ê zî koç kenê, flonê Pali, edî ewra de civîyayê. No rihê serehewanayîflî nêqedîya. fiêx seid zî rayîrê bawkalanê xo vera nêda. 1638’i de diflmen Mirado çarin bi, vera ey de Seyîd haflîm vecîya, 1925’î de diflmen Misto kor bi vera ey de fiêx Seîd vejîya. Ê tim vera serdestan pay ra bî binde xo nêda çokan ser ro.

Seyid Haflim û hemînano Ser û bin bikê dewa înano Badê valî emir dano Esker keno gêno flono Seyîd Haflîm pa dewijano Pêro pîya kîfltî va ferman o Adir êflto dew veflnayo Seyîdî, flêxî qedînayo

Herêm: Dewa Ekrag-Pîran Çime: Gulîya Evdalî Arêkerdox: fiêrko PÎRAN

45


Çavkanî: Mehmet ASLAN Temen: 70 Herêm: Herêma Kercosê Dîrok: 2014 Berhevkar: Nasirê TORÎ

Hebû tune bû. Rojeke ji rojan li welatekî dîkek û axayekî zalim û xwînmij hebûn. Bavê dîk gazî kurê xwe kir û got: - Lawo! Ez dikim bimrim çend wasiyetên min ji te re hene. Di rêya qencî û bafliyê de here û mafê belengaz û bindestan biparêze. Lawo! Ez êdî ji vê dinyaya xerab diçim, sê kurufl û nîvê me li mala axê bûn. Tu deynê kesî jî li me nîn e. Dîk got ku: - Bila be bavo

Rovî got: - Dîko! Ma ez ji bi te re werim? Dîk got: - Were, Rovî got: - Lê dîko! Min bi te re bibînin wê kûçikên mala axê êrîflî min bikin û divê ez xuya nekim. Dîk got:

Û bavê dîkê me wefat kir. Dem di ser mirina bavê dîk re derbas bû. Rojekê dîkê me got ku:

- Bila be

- Ez ê biçim sê kurifl û nîvê xwe ji mala axê bistînim.

Roviyo roviyo bikeviyê!

Gundiyan ji dîk re got ku: - Dîko wê axa te bikuje. Dîkê me guh neda gotinên gundiyan û ber bi qesra axê ve bi rê ve ket. Dîk çû û çû di rê de leqayî (rastî) rovî hat. Rovî ji dîk re got: - Dîk dîko sor û spîko, derpê li kabokan (çokan) tu bi ku ve diçî? Dîk got : - Sê kurifl û nîvê min li mala axê ye, ez ê herim ji axê bistînim.

Û pifltre got: - Qûnê qûnê ji hev vebe. Rovî kete qûna dîk û bi rêya xwe ve mefliyan di rê de rastî gur hatin. Gur got: - dîk dîko, Sor û spîko, Derpê li kabokan Tu bi ku ve diçî? Dîk got ku: - Sê kurifl û nîve min li mala axê ye ez ê biçim ji axê bistînim. Gur got : - Dîko! Ez jî bi te re werim? Dîk got:

46


- Bila be, Dîsa got: - Qûnê qûnê jî hev vebe. Guro guro bikeviyê! Gur kete qûna dîk û bi rêya xwe ve çûn û çûn rastî çemekî hatin çêm got:

- Ka herin wî dîkî bigirin û bavêjin kosikê nav dîkên flervan,bila nikilan(nuqutan) li çavên wî bixin û wî bikujin. Dîk girtin û avêtine kosikê. Dîk got: - Qûnê qûnê ji hev vebe.

- Dîk dîko,

Roviyo roviyo derkeve!

Sor û spîko,

Rovî derket û ewqas dîkên flervan xeniqandin.

Derpê li kabokan,

Axê ji xulaman re got :

Tu bi ku ve diçî? Dîk got: - Çemo! Sê kurifl û nîvê mîn li mala axê ye, ez ê biçim ji axê bistînim. Çêm got: - Dîko! Ez ji bi te re werim? Dîk got ku: - Were, lê ji bo ku tu kes te nebîne tu yê bikevî qûna min. Çêm got: - Bila be. Dîk dîsa got: - Qûnê qûnê! ji hev vebe. Çemo çemo bikeviyê! Çem ketiye û bi rêya xwe ve mefliyan û hatin devê deriyê qesra axê. Dîk bangî axê kir û got: - Ûr ûrû ûrûûûû…! Sê kuruifl û nîvê bavê min li mala axê ye û ez hatime ji we bistînim. Axê got:

- Herin laflê wî dîkî ji kosikê bavêjin. Xulaman meyizandin ku hemû dîkên flervan di kosikê de bûne lafl û mirine. Dîk girtin û anîn cem axê, vê carê axê got ku: - Wî bavêjin koxa mehînan bila pê lê bikin û wî bikujin. Dîk avetine koxê nav mehînan vê carê gur derket û tev kufltin. Axê ji xulamên xwe re got: - Ka herin laflê wi dîkî ji koxê bavêjin. Xulaman çûn, meyizandin ku mehîn di koxê de bûne lafl, xulamên axê tirsiyan lê dîsa dîk zemt kirin. Vê carê axê got: - Em ê wî biflewitînin. Êzingan û pûfl bînin li hewfla qesra me dîk biflewitînin.” Xulaman êzing û pûfl anîn dîk avêtine ser û agir dadan. Dîk got: - Qûnê qûnê! Ji hev vebe, çemo çemo derkeve! Çem derket û agir vemirand û qesra axê li ber xwe bir. Axayê zilimkar û xulemên axê li ber pêlên çêm çûn. Zarokino! Bizanibin ku ahê vî destî ji wî destî re namîne. Çîroka me li diyaran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran ji xeynî zalim û xwînxwaran.

47


DI ZARGOTINA KURDÎ DE

DEMSALA ZIVISTANÊ

Miradê KARKER

Wêne: Adem SÖNMEZ

Her netewe, ol, kom an jî qewm li gor hewcedariya xwe û bi pêwendiya xwe ya bi xwezayê re ji xwe re salnameyin afirandine. Misirî li gor zêdebûn û kêmbûna ava çemê Nîlê, Aborjîniyên Avustralyayê ajotina zeviyan, li Gîneya Nû, Gelê Kîwî xuricandina stêrkan, Gelê Melanezî jî mezinbûn û biçûkbûna hîvê salnamayên xwe çêkirine. Gelan navên mehan li gor taybetiya erdnigarî û xwezayê bi nav kirine. Gelê Bakurê Sibiryayê meha ku erd qefla digire û ji ber wê kes nikare li hespê siwar bibe jê re gotine “Meha Rêwî”. Hin netewe jî li gor nêçira ajalan an jî li gor taybetiya wan, meh bi nav kirine. “Meha Xezalê” “Meha Bîzonê” di Kurdî de jî ji bo dema çêreya kewan “Kewçer” hatiye gotin. Di nav gelê Malagasî de navê mehan wiha bûye: “Meha Kulîlka Kundirê Avî”, “Meha Gayê Siya Dara Sakoayê Digere”, “Meha Baranên Werîs Dirizîne” fiêniyên Lakotayê jî li gor gefledana xwezayê nav li mehan kirine wek “Meha Giha fiîn Dibin”, “Meha Stewîna Dirîreflkan(nava meha Tebaxê)” Meha Weflîna Pelan a Ji Darê( Serê Meha Çirriya Pêflîn)”, “Meha Berfê(Meha Kanûna Paflîn)”. Kurd jî ji bo dema kulîlkan “Gulan” heyama mij zêde bûye jê re gotine “Mijdar”. Navê meh û demsalan beriya ku modernîteya kapîtalîst li ser gelan standartbûnê ferz bike xwedî giyanekî bû, lê mixabin pifltî paradîgmaya kapîtalîst a pozîtîvîzmê wext hat perçekirin û standartkirin, têkiliya salnameyan bi xwezayê re hat qutkirin ango bê giyan hat hifltin. Mirov bi serbilindî dikare bibêje ku Kurdên bakurê Kurdistanê beriya avakirina Komara Tirkiyeyê jî û niha jî salnameya li ser wan hatiye ferzkirin nepejirandiye û hîn jî salnameya bav û kalikên xwe bi kar tînin.

48


Demsala zivistanê ji çar beflan pêk tê. Kanûnkiz , Çile, Kanûnkifl û Sibat. Kurd bi roj meh û demsalan re têkildar gellek mesele çîrok, çîvanok, gotinên pêfliyan û biwêj afirandine. Pêfliyên me ji bo demsala zivistanê wiha gotiye;

“Yazdeh roj kanûnkiz

Çile Çile pifltî Kanûnkizê dest pê dike. Li gor salnemaya Mîladî ji 25’ê Kanûna Pêflîn heta 2’yê Sibatê û salnameya Kurdî jî ji 12’ê Kanûna Pêflîn heta 20’ê Kanûna Paflîn diajo.Wek ji navê wê jî tê fahmkirin çile çil roj e. Dema herî sar a zivistanê ye. Di demên berê

Çil roj çile

qurmên herî mezin ji bo wan rojan dihatin hilanîn.

Yazdeh roj kanûnkifl

Sermaya dijwar a çileyê tirs û xofek mezin dixist dilê

Bîst û heflt roj sibat”

mirovan.

Beflên Zivistanê

Kanûnkifl

Kanûnkiz

Pifltî çileyê dest pê dike. Li gor salnemeya Mîladî ji

Destpêka zivistanê ye. Salnameya me Kurdan li gor salnameya Mîladî 13 rojan li pafl e. Ango 14’ê meha Kanûna Pêflîn(Berfanbar) li bal Kurdan 1’ê Kanûna Peflîn(Berfenbar) e. Bi 1’ê Kanûna Peflîn re Kanûnkiz dest pê dike û 11 rojan diajo. Li gor hin herêman jî ev serdem 10 roj e. Gelo wateya kanûnê çi ye? Ji bo çi ji vê serdemê re Kanûnkiz hatiye gotin? Di demên berê li malên mirovan tifik hebûne. Li biniya wê koncalek çêdikirin û dema agir dibû pizot, wan pizot dikiflandin wê koncala ku navê wê kanûn bû. Bi sarbûna hewayê re mirov dicemidîn û dema xwe nêzî kanûnê dikirin ji tîna êgir dikizirîn. Hin herêm jî dibêjin wê çaxê sermayeke dijwar çêdibû û mirov ji ber sermayê dikizirîn. Ji ber wê ji vê heyama zivistanê re Kanûnkiz hatiye gotin.

3’yê Sibatê heta 13’ê Sibatê û salnameya Kurdî jî ji 21’ê Kanûna Pêflîn heta 31’ê Kanûna Pêflîn diajo. Kanûnkifl yazdeh roj in. Êdî dinya hinek germ dibe û ber bi xwefliyê ve diçe. Mirov xwe wek berê nadin ber êgir û xwe jê vedikiflînin. Ji ber vê sedemê ji vê heyamê re Kanûnkifl hatiye gotin. Sibat Dawiya zivistanê ye. Li gor salnameya mîladî ji 14’ê Sibatê heta 13’ê Adarê û salnameya Kurdî jî ji 1’ê Sibatê heta 28’ê Sibatê diajo. Sibat bîst û heflt roj in. Mirov nikare baweriya xwe bi hewaya meha Sibatê bîne. Geh roj e, geh baran e, geh berf e. Ji ber vêya gel ji Sibatê re gotiye “Sibatoka Dînik”

Çîrokên bi Demsala Zivistanê re Têkildar Eynter Kesê Çavkanî: Evdilqadirê Tarînî Temen: 83, Herêm: fiemrex/MÊRDÎN Agahî: Wî jî ev çîrok ji mêzinên xwe bihîstine. Eynter bazirgan û xwediyê karwanekî mezin bûye. Wexta çilê li mala xwe dima û çil heb mewîj datanî cihekî. Her flev mewîjek dixwar û radiket. Dibêjin du mewîj pev zeliqiye, xwariye û pê nehesiyaye. Mewîja dawîn jî nîvroj dixwe û derdikeve rê. Ew dibêje êvarê qey ew ê çile biqede lê hê roj û nîvek heye. Eviya dihere di rê de dibe ewr dibe pûk dibe bager. Karwan gifl diqelihe. Eynter yekî pir baqil bûye. Deveyekî ser jê dike û hundirê wî vala dike. Xwe dixe hundir û eyar li xwe tîne hevdu. Dema din-

49


ya dibe sayî eyar lê tê hevdu, dema dinya dibe ewr eyar xwe ji hev berdide, sist dibe. Wê flevê heya sibê heft caran dibe sayî heft caran dibe ewr. Wexta bûye sibe, xelas bûye û hatiye malê. Du pîrekên wî hebûne. Yek dotmama wî bûye ya din jî xerîb bûye. Kêfa wî ji ya xerîb re dihat û ji dotmama xwe hez nedikir. Wexta tê pîreka xerîb pir kêf dike diçe pêfliyê. Dotmama wî tifltekî nabêje û di cihê xwe de dimîne. Bangî herdu pîrekên xwe dike. Madem hûn ji min hez dikin ka bibêjin çend caran bû ewr çend caran bû sayî. Pîreka(jin) xerîb dibêje pir caran bû sayî pir caran bû ewr ma ez ê ji ku zanibim? Ji dotmama xwe dipirse. Dibêje bi min heft caran bû sayî heft caran bû ewr. Wê çaxê Eynter fahm dike ku kî bi dilekî pak jê hez dike. Ya xerîb diqewirîne û bi dotmama xwe re jiyana xwe dibihurîne.

Gîsko Pîrek hebû gîsk xwedî dikirin. Roj û danekî sibatê mabû. Giha flîn bûbû û dinya xwefl bûbû. Pîrê qûna xwe da gihayê û got;

“Sibat hat û sibitî Gîta Hechecik û Leglegê Di 7’ê Sibatê de hechecik tê welêt. Hinek dimîne û cardin vedigere cihê xwe. Legleg tê li bal hechecikê. Ji Hechecikê dipirse: -Ka tu çûyî welêt çi hebû çi tune bû? -Xweha Leglegê welat pir xwefl bû, gul û giha li çongê bû Legleg piçekî kawik bûye. Dixe serê xwe û ji hechecikê re tifltekî nabêje. fieva 14’ê Sibatê berê xwe dide welêt. Di rê de lê dibe pûk, baran, bager. Ew ku namire û xwe digihîne welêt. Dinêre erdekî hiflk û ziwa, tifltek lê tune ye û zivistan e. Diçe li bal hechecikê dibêje; -Ma çi qereza te bi min hebû te ez xapandim, te ez xistim vî halî Hechecik dibêje: -Xweha Leglegê min ji çîpên te re negotiye, min ji yên xwe re gotiye. Mêze bike giha dide çongên min.

50

Gîskên Pîrê filitî” Sibatê vêya dît û çû li cem Adarê û got;

“Xweha min î Adarê Bide min ro û danekî xedarê Da ez gîskên Pîrê Ji ser latê bînim xwarê” Roj û danekî Sibatê maye û roj û danekî jî ji Adarê digire. Sê rojan ser hev pûk, baran û berf çêdibe. Gîskên Pîrê gifl ji birçînan dimirin. Biwêj û Gotînên Pêfliyan bi Demsala Zivistanê re Têkildar  Bîst û yekê Kanûnan, roj berê xwe dide gul û beybûnan, bîst û yekê Hezîranê, roj berê xwe dide berf û baranê.  “Kanûn e ew kanûn e. Berf tê ji ezman e. Qira ebed û însan e.”  Meha Sibatê; geh baran e, Geh tav e, geh jî ba tê.  Serê kanûnan, selata xiyaran.  Sibat, gur hat.  Sibat e, berf dibe qula te.  Sibat disibsibîne, Adar diqesibîne, Nîsan dibêje tu qemçikê bi destê min gîne.  Sibat jina bî ye, sibê dikene êvarê digrî.  Sibatoka dînik e, ge digrî ge dikene.  Sibatê, berf û ba tê.  Sibatê kûçik xwe davêjin siya latê.  Sibat e, malxoyê malê ne kar e ne xebat e, kevanî di nav malê de maye mat e.  Sibat tiro viro, adar ma bîst û du roj.  Xewnê Kanûnan tirr û fisên meymûnan.


GANÎ MA ÊZÎDÎYÎ RÊ WAYÎR B‹VECÎYÊ Verê coy dewêka Mardînî de axayêko zalim bibiyo. Nameyê ey Reflo biyo. Dewa Refloyî de hirê ciwanî bîbîyî. Nê ciwanan ra Carcûro êzîdî, Gebro suryanî û Hesso zi misilman biyo. Rocêk nê ciwanî verê çemî di qal kenê. Semedê german ra zereyê înan flîya beflîla û zebeflan. fiiyê kewtê baxçeyê Reflo Axayî. Reflo Axa nê ciwanan zereyê baxçeyî de vîneno û zereyê xo de vano: “Ez o jo bi jo biflkiyî bi nê ciwanan, la belê her hîrê piya bê ê go min ro dê.” Verê coy feteliyo Carcûroyî ro vato: “Bê dîn û bê îman, nê heni binê serê to ra vecyayê, anû niya? Hesso biroyê min o misilman o. Malê ma, giyanê ma, dînê ma, pirtûkê ma, gunî ma jo yê. Gebro û ummetê ‹sayî ra yo. Nê ciwanan rê çend hebî beflîla û zebefl nê, wa baxçê min qurban bo. Badê nê vatiflan ra Hesso û Gebro vanê: “Axa ma

ra çîkêk nê vano. Carcûrayi ra vano çi wa vaco.” Gano ke axayî do Carcûrayî ro vengê xo nêkerdo. Dime ra Axa verê xo fetelno Gebroyî û vato:”Ez nika zi vano Hesso birayê min o. Guni ma, giyanê ma jo wo.Ti kam î? Dinê to din niyo. Ti vanê Îsa lacê Homayî yo. Ti vanî hîrê hebi Homayî est ê.” Axa û Gebro danê pêro û Axa dano Gebroyî ro. Hesso tena maneno. Axa badê coy verê xo fetelno Hessoyî û vato:” Ti vanî ez misilman a, helal û heramî ez zana û to Suryanîyêk û Ezîdîyêk ardê û flima kewtê hêgayê min û zebaflanê min diznenê. Nika ez to geber nêkerî, kamî geber bikerî.” Axa dano Hessoyî ro zî. Dewicî yenê halê nê ciwanan vînenê û vanê:” fiima fenê pilinganê, flima çîrê nê halî de yê?” Joyî verpers nêdo. Badê coy Hessi vato:” Ganî ma êzîdîyî rê wayîr bivecîyê, ganî ma ro ezîdîyî wayir bivecîyê. Ganî ...

Herêm: Pasor Arêkerdox: Deylem ZANA

51


Herêm: Serhed Bajar: Wan Navçe: Mehmûdî (Seray) Gund: Êngiz (Êngiza Millan) Êl: Millan Çavkanî: Bedîl DÎZMAN Temen: 56 Agahî: 28 sal in koçber bûye û çûye Konyayê. Niha li wir dijî. 5 zarokên wê û 11 nebiyên wê hene. Xwendin û nivîsîna wê tune ye. Li mala xwe bi kurdî diaxive. Berhevkar û Dema Berhevkariyê: Ridwan DÎZMAN, 2014

Destpêk

Kulîlka Ûzelîkê

Bûk di dawiya havînê û destpêka payîzê de li ser bênderê tê çêkirin. Çêkirina vê xemlê bi xwezayê re girêdayî ye. Xemla “Bûk”ê ji gihayê ûzelîkê çêdibe. Ev giha di vê herêmê de di dawiya havînê de kulîlkên xwe dibiflkivîne û di destpêka payîzê de hebên ûzelikê dide. Berhevkirina Gihayê Ûzelikê Niflteciyên herêmê dema diçin ser bênderê, qîzên xama û bûk diçin gihayên ûzelikê berhev dikin. Qîz û bûk dema berhev dikin, hebên ûzelikê ji gihayê xwe naqetînin. Ew, giha bi koka xwe ve radikin û dibin malê. Ji pincara vî gihayî re kullefl tê gotin.

Heba Ûzelîkê

Ev ûzelik çawa tê rakirin wisa ter ter xemla “Bûk”ê jê tê çêkirin. Heke hebên ûzelikê zêde bisekinin ziwa û jev belav dibin.

Çêkirina Xemla “Bûk”ê Textê Bûk’ê

Kullefl

52

Li gor Bûka ku em dixwazin çê bikin, em textê bûkê (textê bûkê:binêre li wêneyê 1) jî ewqas dirêj çêdikin. Stûrbûna vê jî bi qasî pênc santîmîtro dibe. Paflê kiras li textê bûkê tê kiflandin. Kirasên bûkê ji potik û cawên birqok tên hilbijartin.


Tora Bûk’ê Pifltî ristina rîsê, rîs tê sênexkirin û bendê ku bûk jê tê çêkirin, amade dibe. Hebên ûzelikê bi van bendan ve tê kirin û bi hevalandina rîflan tor (tor: binêre li wêneyê 1) tê çêkirin. Ji bo bûkekê du heb tor tên çêkirin. Ev tor bi textê bûkê ve tê dirûn. Torek tê aliyê jêr, torek jî tê aliyê jor. Pifltî girêdana toran, qeytan (qeytan: binêre li wêneyê 1) li dora toran tê gerandin. Qeytan duta çêdibe û ji caweke ku biqasî santîmîtroyekî stûr tê çêkirin. Riflî û Pirtikên Bûk’ê Pifltî qeytangerandinê, rifliyên bûkê tên çêkirin. Li cîhê ku riflî bi qeytana li dora tora jêr ve tê girêdan pirtik (pirtik: binêre li wêneyê 1) tên. Ev pirtik tên dawiya rifliyan jî. Heman pirtik dikevin navbera ûzelikên rifliyan jî. Dirêjbûn û sitûrbûna van pirtikan santîmîtroyek e û ev pirtik duta ne. Qûrdêle Qûrdêle (qûrdêle: binêre li wêneyê 1.) jî dîsa ji caw û potikên birqok tê çêkirin û bi textê bûkê ve tên dirûn. Hejmara van qûrdêleyan li gor xwesteka kesên çêker diguhere lê piranî sê heb in. Pifltî qurdêleyan bi rifliyeke du car ji textê bûkê dirêjtir, bi herdu aliyên textê bûkê ve tê dirûn. Ji vê rifliyê re dibêjin gerdana bûkê (gerdena bûkê: binêre li wêneyê 1). Li gor derfet û xwesteka kesên çêker xemlên din jî tên zêdekirin. Bûk di odeyan de tên daliqandin. Li gor baweriya herêmê ev xeml ji bo çavan (nezer) bafl e. Bûk; mal, xanî û endamên malbatê ji çavan û xirabiyan diparêze.

Wêne 1

53


DELALÊ ERXENÎ Lo lo delal Erxeniya xopan biflewite Bin re deflt e, ser re Miqam e, Meyramane ye. Soz û qirarê, qîz û bûkê vî zemanî Mîna Aflê Sarî flefl meha heye, fiefl meha tune ye. Delal heyran Vê sibê bîna bê tê, Dengê zeriya li quntara çiyê tê Dengê delalê min Li Aflê Spî ser dowê tê Delal êvar e, mixurbe ye, Mala we li pêfl mala me ye, Bi flikandina çavan, Weflandina destan Xêr tune ye. (Herêma Erxenî ) Berhevkar: fiêxmûs ASLAN

54


Wêne: Mehmet GÖK

Baweriyên Batil  Gûzika refl di mala kê da be milaket (milyaket, melek) nayên wê derê. (Amed)  Gava diya meriv nên lê bixe, meriv di nava diya xu(xwe) û sêlê re derbas bibe, tê gotin bêyomiyek wê were serê meriv. (Çinar/Amed)  Dibêjin destê rast bixure pere tê, destê çep bixure pere diçe. (Amed)  Meriv di xewa xu da di ava zelal da masiyan bibîne qismetê meriv wê vebe. (Amed)

Berhevkar: Mustafa GAZÎ

 Divê meriv cilên xu yên flevê (tifltên wek pîjeme û hwd.) vajî li xu neke û pê ranekeve. Dibêjin berî ku miriyan kefen bikin kefenê wan vajî didirûn. lewma jî meriv gava radikeve divê cilên xu yên flevê vajî li xu neke. Na heger meriv vajî li xu bike aqûbeta miriyan wê bi serê meriv de bê. (Amed)  Dibêjin heger meriv pê li hewrikê nên bike çavên meriv wê kor bibin. (Amed)  Dibêjin kesên ku çavên wan zer bin nezerok (ça-

 Jina ku zarok tîne dinê divê heta çil rojan qet dernekeve derve. Tifltekî wek fîlket bi cilê dayîk û zaroka/ê wê ve dikin an tifltekî wek meqesê yan kêrê dixin bin balîfa wan da ku cin bi wan negirin. Dibêjin cin ji hesin ditirsin. (Silîva/Amed)

vînokî) in. Wexta kesên çavzer bibêje “ev tiflt çi xweflik

 Tê bawerkirin ku "roj" lawik e, "hîv" jî qîzik e. Tê gotin, ji ber ku qîzikê (hîv) bi xebera diya xu nekiriye, diya qîzikê hevîr avêtiye ser çavên wê û loma jî dibêjin hîv wisa belek e. (Amed)

pereyên hûr dikin û didin destê bûkê. Bûk wî kûzî li

 Gava zarok xewneke xirab bibîne, diya wî serê sibê nên diavêje ber kûçikan. Dibêjin ew tesediq e, tesediq dikeve ber qeza û belayê. (Hezro/Amed)

zarokên te çêbibin û li ber te bibin.” (Mêrdîn)

e”, divê meriv ji wan re bibêje “çavê te kor be!” Heger meriv wiha bibêje nezera wî/wê wê betal bibe. (Mêrdîn)  Gava bûkê tînin mala zavê, kûzekî tije flekir û erdê dixe diflkîne, flekir û pereyên di nav de belav dibe, sebî êrîfl dikin û wan flekir û pereyan ji xu re berhev dikin û dibin. Maneya flikandina kûz ev e; “ewqas  Berê zarokekî kurîn didan destê bûkê, ji bo ku ew jî bibe xwediya zarokekî kurîn. (Amed)

55


 Dema du kesan nîflanî dikin, qordele bi gustilên keçik û lawik ve girê didin, paflê bi meqesê qordeleyê jê dikin, qordeleya ku hatiye jêkirin perçe dikin û li keç û xortên azeb belav dikin da ku aqûbet li serê wan bibe. (Mêrdîn)  Gava sivnik li dest an piyê meriv bikeve divê meriv tûyî sivnikê bike. Heger meriv wusa neke buxtan wê bi ser merivî de bên. (Amed)  Tê gotin heger gimgimok diranê meriv bijmêre, meriv wê bimire. (Amed)

 Ji bo ku cin xu negihînin wan, tifltên wek hesin, kêr dixin bin balgiyên zarokên nû hatine dinê. (Têrikan/Amed)  Tê gotin, ûzelik li mala kê hebe, li mala kê bi dardakirî be, nisûbetî lê nakeve, ew mal ji nezerê tê hemetkirin. (Qerejdax/Siwêrek)

 Heger meriv flîva li ber xu neqedîne rizqê meriv wê were girtin. (Amed)

 Gava nezer an nisûbetî li yekî bikeve tînin gulle li ser serê wî/wê dihelînin. Bi vî awayî tê bawerkirin ku nezer an nisûbetî ji ser wî/wê diçe. (Amed)

 Meriv gava pisîkeke refl bibîne divê meriv pereyekî hûr bavêje li bal wê. Heger meriv wusa neke nisûbetî, xirabî û bêyomî wê bi serê meriv de bê. Tê bawerkirin ku pisîka refl elameta xirabî û bêyomiyê ye. (Amed)

 Eger meriv neynûkên xu bibirre û bavêje erdê û kesek pê li wan bike, tê bawerkirin ku dijmintiyek wê di nava merivan de pêk bê. Loma jî dibêjin gere meriv neynûkên xu yên jêkirî li ciyên wek qulikên dîwaran, bin erdê û hwd. veflêre. (Amed)

 Heger meriv nezerî bibe (bi nezerê bikeve), biçe di ser aveke heram re sê caran xu hol bike, nezer wê pûç bibe. (Amed)

 Tê gotin eger zarok neynûkên xu bibirin û bavêjin nav êgir, gava mezin bibin wê destlerzok bibin, destê wan wê tim biheze, biricife. (Amed)

 Tê gotin flemûk (eflîk, bin derî) cihê cinan e. Heger meriv li flemûkê rûnê cin wê bi meriv bigirin, meriv wê bi cinan bikeve. (Qerejdax/Siwêrek)

 Heger yekî av bi ser tifikê (argûn) de birijanda dihat gotin ku “ocaxa wî kesî wê vemire.” Lê heger wî kesî bi ser tifikê de bimîsta dihat gotin miheqeq xirabiyeke mezin wê were serê wî kesî. Tê gotin, divê agir bixu vemire yan divê meriv xweliya wî bi ser da wergerîne. (Amed)

 Dibêjin flirt (melkêz, meknez,gêzî) xirab e. Tê gotin mirov bi flirtê li zarokan bixe ne bafl e, nisûbetiyek wê bi serê wan da were. (Qerejdax/Siwêrek)

56

 Meriv gava ava germ birijîne erdê gerek bêje bismîla, heger wiha nebêje cin wê bi meriv bigrin. (Têrikan/Amed)


Amadekar: Bahoz BARAN

Keroflk û Tajî Tajîkî berda ser piflta keroflkekê. Ha li vir ha li wir, ha ev kêfl ha ew kêfl. Tajî kir û nekir nekarî keroflk bigirta. Tajîya reben mecbûr ma deng li keroflkê kir û got: “Heval keroflk, heval keroflk!” Keroflk ji vê yekê aciz bû û got: “Hevala çi halê çi, te daye ser piflta min tu min bigirî tu yê îmana min derxî, tu hîn dibêjî heval keroflk!” Derdê tajî tifltekî din bû, wî gotina xwe domand: “Heyran bisekine, bi soz ez te nagirim, tifltekî bi te nakim, ez ê ji te tifltekî bipirsim.” Keroflkê mêze kir ku tajî ji dil e û dê tifltekî bipirse. Keroflkê ji tajî hinekî dûr sekinî û got: “De kerem bike pirsa xwe bike.” Tajîyê bêhnlêçikîyayî pirr kêfxwefl bû û bi meraq pirsî: “Yaw ez ji te bezatir û xurttir im, çîpên min jî ji te dirêjtir in, gava min ji te mezintir e, ji sibê da ez li dû te me, ez çima nikarim te bigirim? Ev ji min ra bû meraq.” Pifltî vê gotinê keroflkê berê gotinê da tajî û got: “Tu ji xelkê ra diflixulî, ez ji xwe ra diflixulim, tu heta sibê jî bazdî nikarî min bigirî?”

(Ji herêma Licê)

57


Zilhefat

Li gundekî Qoserê Xwedê kurekî dide yekî gundî, mêrik fla dibe û roja din diçe ber derîyê Seydayekî û jê daxwaz dike ku navekî li kurê wî dayîne. Seyda çend navên Kurdî dibêje lê mêrik qaneh nabe û dibêje: “Seyda em misilman in, gerek navên zarokên min bi Erebî bin.” Seyda xwe hinekî aciz dike û lê vedigerîne dibêje: “Ew berê bû, êdî em navên Kurdî li zarokên xwe dikin.” Seyda dike nake mêrik qebûl nake û ji seyda ra dibêje: “Seyda de navekî Erebî li kurê min bike ez ji xwe ra herim mala xwe.” Seyda mêze dike ku mêrik ji ya xwe danakeve dibêje: “Bila navekî çawa be?” Mêrik dibêje: “Seyda bila Erebî bibe çi dibe bila bibe.” Pifltî vê gotinê Seyda pirr aciz dibe û ji mêrik ra dibêje: “Min navê kurê te Zilhefat danî, de vegere here mala xwe.” Mêrik bi kêfxweflî vedigere malê û bi wî navî bang li kurê xwe dike. “Zilhefatê min were, Zilhefatê min ez bi qurban, Zilhefatê min rakeve….” Salek du sal derbas dibin melayek li mala wî mêrikî dibe mêvan, mela dinêre ku vîya navê kurê xwe kirîye Zilhefat û serê gavê dibêje, “Zilhefat û Zilhefat.” Mela flafl dimîne û berê xwe dide mêrik û dibêje: “Qey navê kurê te Zilhefat e?” Mêrik dibêje: “Xulamê te be, belê navê wî Zilhefat e, Seydayekî me danîbû.” Mela dibêje: “Tu dîn î çi yî, meriv navê kurê xwe Zilhefat datîne?” Mêrik dipirse dibêje: “Ma çi pê hatîye, navekî Erebî ye.” Mela hêrs dibe û dibêje: “Law hema Erebî be çi ye? Tu dizanî di wî zimanî da Zilhefat çi ye?” Mêrik dibêje: “Mela devê xwe bi xêrê veke, Welleh ez nizanim çi ye?” Mela dibêje: “Gû ye gû!” Mêrik pifltî vê yekê flaflomaflo dibe û hema radibe ji hêrsan berê xwe dide mala Seyda. Dihere ber mala seyda li derî dixe dike qîrreqîrr û dibêje: “Seyda hela tu ji min ra derkeve derva!” Pifltî xirrecirrekê mêrik dibêje: “Tu henekên xwe bi min dikî, ev çi nav e te li kurê min kirîye?” Seyda berê xwe dide mêrik û dibêje: “Bavê mino! Ma te got, bila Erebî be çi dibe bila bibe?” Mêrik bi hêrs lê vedigerîne û dibêje: “Min got bila bi Erebî min negot bila gû be!” (Ji herêma Qoserê) 58


Tirralên li Bin Darên Xurman Dibêjin wextê berê li Bexdayê darên xurmeyan ên mezin he bûne. Di bin wan daran da jî tirral he bûne, ev tirral cangiran bûne, digot xurme ji jor da bihata biketa ber wan, destê xwe dirêj nedikirin û ew nedixwarin. Digotin, “Ho ho! Hîn em ê destê xwe dirêjê xurmeyan bikin bînin ber devê xwe, paflê bicûn. Na bavo na, ne lazim e.” Devê wan vekirî bû û gerek xurme bihata biketa nava devê wan. Ji ber tirralîyê gofltê pîs jî bi têra xwe li ser wan he bû. Rojek ji rojan qralê Bexdayê ji halê wan aciz dibe û dibêje, “Xêra vana ji tu kesî ra tune ye, heta êvarê rûnifltî ne û dixwin, ez ferman didim, giflan bibin biavêjin golekê û em ji wan xelas bibin.” Pifltî fermanê, eskerên qral radibin hema kom bi kom wan li firxûnan dikin û dibin û diavêjin golekê. Wisa dikin ku pirr hindik tirral dimînin li bin darên xurman. Sefera dawî ye, bîst tirral mane, wan jî li firxûnekê dikin û berê wan didin golê. Di rê da mêrikê ku firxûn diajo berê xwe dide tirralan û gunehê wî bi wan tê. Mêrik wextê ku dibîne bi tenê bîst tirral mane û dê koka wan biqele hema deng li wan dike û dibêje,

“Welleh ez naxwazim we biavêjim golê. Ez ê we bibim vî gundê li kêlekê bi cî bikim, hûn çi dibêjin?” Tirral deng ji xwe nayînin, paflê mezinê wan bi zorê diaxive û dibêje, “Ê tu me bibî wê derê, xwarina me çi ye? De ka ji gundîyan bipirse dê çi xwarinê bidin me, tu dizanî em nikarin xwarin marinê çê bikin.” Mêrik ji ber ku bi halê tirralan dizane diçe ji gundîyan ra hal û meselê dibêje, gundî lê vedigerînin û dibêjin, “Welleh xwarina ku em bidin wan hew nan û dew e. Ji xeynî vêya em nikarin tifltekî din bidin wan.” Mêrik vedigere û tê ji wan ra dibêje, “Gundîyan got em hew dikarin nan û dew bidin wan, hûn çi dibêjin?” Ê te dî tirral in û ji canê xwe bêzar in, mezinê tirralan qîma xwe bi vê gotinê nayîne û dibêje, “Welleh pismam divê tu dîsa herî ji wan bipirsî bê ka, gelo em nên hûr dikin nava dew an ew?” Mêrikê me diçe ji gundîyan dipirse û dibêje, “Ew nanê nava dew, hûn ê hûr bikin an ew ê hûr bikin?” Gundî bersiva mêrik didin û dibêjin, “Na bavo! Çima em ê hûr dikin, ew ê hûr bikin.” Mêrik dema ku tê ji tirralan ra gotina gundîyan vediguhêzîne, hema di carekê da mehdê wan tirfl dibe, mezinê wan ji mêrikê me ra dibêje, “Dev jê berde pismam, em nikarin nên hûr bikin nava dew, tu rabe me biavêje golê em ji hevdu xelas bibin.”

(Ji herêma Qoserê)

59


Kenan COLEMÊRGÎ

Kovandaro wê li min hatî pîrepayîz e

çûn û ketine benda mal û mêran

Payîzeke wextê ga û gêran e

Hey jaro ezo min nebine di nav

Way bendewaro dilo me nekir

mexbera miriyano

kar û barên evê zivistanê

Min bibine di nav zozanêt serhada jorî

Serikê serhedên jorî girtin mijo

Di nav keriyên flivan û beriyano

Li jêrî dibarin refleflikên evê baranê

Da subeyan bête guhê min dengê lawkeberiyano

Yar kijê zalime zalim babê

Hey jaro ezo da bête guhê min

te bo çi li zozanên jorî negote mino

denge terz û terezbabên flivanano

Payîze, mehelê flivan û beriyan e

Hey jaro w'ezê pîr bûme dilkê jar pîr nabît

Wê dikin kare dest ji berdanê Keçikê dibêje kuriko hey mala babê te xirabo Hindî dane barê bît te'l min dey (deng) nekir Payîzê ketî mehele, malano barkirinê Tu nika baxika sosin û beybûna ji min dixwazî. Hay herê gelavêja malxirab tu subeyan qûntara çiyayan derdikevî Xeberekê bide stêran Sala par vî çaxî sînga flengedosta min Evdala xwedê pawanê min bû Sala ev sal e ji destên min

60

Bi hezaran sal in Kurd bi van gotinan ve li çiya, zom û zozanên Kurdistanê flînê digirin li ber payîzê, bi hizaran sal in Kurd digel çiya û zozanên xwe diqîrin bo hatine zivistanê. fiêweyekî fiîn girtinê ye payîzok û li cem Kurdan wekî her tifltî flîn girtin jî bi hev re ye ji ber hindê payîzok bi devê dengbêjan ve li dîwanan tê gotin, dengbêj, demên payîzan pifltî derketina stêra gelawêjê heta ba û bageran di dîwanan de qîr dikin bo hatina payîzê. Demên payîzê li çiyayên Kurdistanê senfoniyeke xwezayî pêk tê, evîndar ji vegerînên cihê evînîtiya xwe re qîr dikin, flivan û bêrî dev ji kar berdidin û didin gotinan, çiya, deflt û zozan xwe tevî vê


senfoniyê dikin. Dema mirov guhdariya bendên payîzokan dike ji bilî zanyariya dengbêjan ya li ser xwezayê mirov hay ji zanyariya dengbêjan ya li ser esmanan jî tê, kesên hay jê tê ku Kurdên herêmê( Behdînan, Botan) li gor livlivînên esmanî karên xwe yên salane verastkirî ne û pêk anîne. “Hay herê gelavêja malxirab tu subeyan quntara çiyayan derdikevî, xeberekê bide stêran” dizanin ku derketina stêran gelawêjê xilasbûna havînê ye û êdî hêdî hêdî refleflîkên baranê pifltre tabyeyên berfê dê xwe berdine li ser erdnîgariya Kurdistanê û kebaniyên malan êdî dê ji zozanan vegerin, dê koçê bikin bo gundan, nêzî heflt mehan dê bimînin di binê berfê de, ji bo gelên herêmê heçko mirinek e ev mehên payîzê. Dengbêj wiha dibêjin: Pîrepayîzok demên bêderan wekî seliqeyên pîroz dihatin gotin. Dengbêjê/a ku dengê wê/wî herî xwefl dihat pîrepoyizok digot û dema gundiyan bêder hildiavêtin dengbêj destpê dikir pîrepayîzok qêr dikir ber bi xwezayê ve û pê re ba dihat û gundiyan dexlê xwe dane ber bayî''Di Di muzîka Kurdî de payîzok bi newayên xwe ve cihekî cuda digire ji ber ku hemû rewflên jiyana rojane di nava xwe de dihewîne, êflek pirr giran heye lê digel êflê evînîtî bi gotinan ve tê xurtkirin û bi newayên xwe ve, hem di newayên Kurdî de hem jî di nava newayên dinyayê de xwe digihîne asteke dîtir. Di muzîka dinyayê de demek heye jê re dibêjin ''serdema romantîk'' û L.V. Beethoven li ser dinyayê romantîka ewilî tê hesibandin, hem awazsazek romantîk hem jî awazsazek klasik e, û digel L.V. Beethoven, Ludwig Spohr, Carl Maria Von Weber û Franz Schubert jî romantîkên din in. Awazsazên Kurdan nîn bûn lê bi sedan dengbêjên Kurdan hebûn, bi selîqe, awaz û newayên xwe ve ev tefle veguhastin nifflên dîtir. Muzîk di jiyana Kurdan de cihekî pîroz zeft kiriye. Di baweriyên Kurdan yên resen Yarsanî û Êzidîtiyê de bêmuzîk ibadetên tên kirin bi pirranî kêm in. Di nava pirtûka Yarsaniyê ya pîroz “Perdîve dînî” de dibêje ku : “Dema ku Xwedê xwest ruhekî bide mirovahiyê, ruh xwe di bedena mirovî de nedigirt, Xwedê peywir da Binyamên, Binyamên heta ku ruh xwe di bedana mirovî de bigire icrayê muzîkê kir”. Wekî din yê tê zanîn, heft miqamên êzidiyan yên olî hene ji van re dibêjin “sema'' û miqamên Yarsanan Hore, More û Siyaçeman ev miqam miqamên Kurdan yên herî kevnare ne, digel vî, miqamên dinyayê yên herî kevnare ne jî. Di demên flahsemanitiyên Sumer, Akad, Ûr, Babîl û Asûran de civakên bi muzîkê re mijûl dibin pêk hatine, di serdema Babîliyan de bi bihurîna demsalan ve bi tefleyên newayan yên cuda cuda pevgirêdanek di navbera payîz û zivistanê de, di navbera bihar û havînê de wekî Kurdan (*) pêk anîne û Kurd hê jî vê çan-

da xwe ya muzîkê vediguhezînin. Ev deng, dengên erdnîgariya Kurdistanê ne, çend flahsemanitî hatin vî welatî xilas bûn, çend gel di vî welatî re derbas bûn, hemûyan jî stranên van çiyayan gotin lê tev bûne spartegirên dengan, bûn spartegirên dengên gelên Kurdistanê yên qedîm. Tonalîteya muzîkê li gor erdnîgarî û rêwifltên xwe yên cihî xwe digihîne û mezin dibe. Ji ber vê ye ku gelekî (xelkekî) ji bo her liveke xwe newayek, miqamek, selîqeyek danandiye û ji ber vê ye ku bi tenê tefleyekî ve yan jî bi tenê selîqeyekê ve çi tifltê hatibe serî vedibêje ; wekî evînîtî, qehramanî, fler, êfl û xweflî hwd. Heke em rojekê hay ji dengên çiyayan, deflt û zozanan hatin em ê wê çaxê bizanibin ku ka çima dengên gelên derdora Behrarefl, dengên dom an jî qereçên Balkanan yan jî dengên nifltecihên Amerîkayî diflibe dengên gelên Kurdistanî. Gelekî(xelkekî) bifikirin bi her halê xwe ve, bi her tifltê xwe ve tenê û tenê muzîk e û gelekî bifikirin tenê û tenê bi goyendeyên xwe ve dîrok, çand û kelepora xwe veguhest nifflên dûv xwe, gelekî(xelkekî) bifikirin ku ev e hezar sal in flîrîkatî û dengbêjiya wan çiyayan dike. Heta ku gêlawêj agahiyekê bigihînine stêran hûn bifikirin, wekî her stran û kilamekê divê nivîs jî heta cihekî bin, lê divê nivîsên li ser payîzokan jî wekî payîzokan biqedin “hey lo bendewaro dilo w'ezo, ez pîr bûm bo çi ev dilê malxirab pîr nabît…” *(heyranok; Ji bo biharê tê gotin û mijar û tefle ji payîzokan cudatir in)

61


Ambûrî (pêdivî) Pênc kevirên girover. Lîstina Pêncokê Bi çend lîstikvanan tê lîstin: ji yek kesî bêtir bi çend lîstikvanan tê lîstin. Ji xeynî hilbijartina lîstikvanê/î û puangirtina dawiyê pênc qonaxên lîstikê hene. Vegotina lîstikê li gor du lîstikvanan hatiye kirin. Hilbijartina Lîstikvanê/î Beriya lîstikê lîstikvana/ê pêflî tê diyarkirin. Ji bo hilbijartina lîstikvana/ê pêflî, herdu lîstikvan jî keviran dixin nav kefa (kulm) destê xwe û diavêjin hewayê wê gavê destê xwe jî diqelibînin û dikin ku zêdetir keviran bi vî awayî bigirin. Kîjan lîstikvan zêdetir keviran li ser destê xwe bigire lîstikvana/ê pêflî ew e. Qonaxên Lîstikê 1) Kevirên yek û yek: lîstikvan keviran diavêje erdê û kevirekî ji erdê hildide. Kevirê ji erdê hildaye diavêje hewayê û kevirekî ji yên li erdê hildide û kevirê avêtiye hewayê jî digire. Heta kevirên li erdê xilas bibin wisa dewam dike. Eger kevirê avetiye hewayê bi kevirê li erdê negire ew heqê xwe winda dike û dor tê lîstikvana/ê din. 2) Kevirên didu didu: lîstikvan dîsa kevirên xwe diavêje erdê û kevirek jî di destê lîstikvanê/î de dimîne. Kevirê di destê xwe de diavêje hewayê heman demê de jî kevirên din jî didu didu ji erdê hildide. 3) Kevirên sisê û yek: Lîstikvan dîsa kevirên xwe diavêje erdê û kevirek jî di destê lîstikvanê/î de dimîne. Kevirê di destê xwe de diavêje hewayê di heman

demê de kevirên li erdê jî vê carê pêflî yekî paflê jî her sê keviran bi carekê de ji erdê hildide. 4) Kevirên çaran: Lîstikvan dîsa kevirên xwe diavêje erdê û kevirek jî di destê lîstikvanê/î de dimîne. Kevirê di destê xwe de diavêje hewayê di heman demê de kevirên li erdê jî her çar keviran bi carekê de ji erdê hildide. 5) Pifltî kevirên çaran: lîstikvan her pênc keviran jî diavêje erdê û bi du tiliyên destê xwe deriyekî çêdike. Kevirekî jî ji erdê hildide û bi destê xwe yê din digire. Lîstikvana/ê din jî kevirekî nîflan dide. Lîstikvana/ê din kevirekî rewfla wî herî zehmet nîflanî lîstivanê/î dide. Divê lîstikvan wî kevirî pifltî kevirên din di deriyî re derbas bike. Lîstikvan kevirê di destê xwe de diavêje hewayê û bi heman destî kevirekî ji erdê di deriyî re derbas dike û dixe malê. Lîstikvan dikare du caran destê xwe bi kevirekî bide. Heke di cara diduyan de kevir di deriyî re derbas nebe dor digihîje lîstikvana/ê din. Dema keviran di deriyî re derbas dike divê kevir bi kevirên din nekeve. Dawiya Lîstikê Di dawiya lîstikê de eger lîstikvan tu xeletiyekê neke ango keviran bikare di deriyî re derbas bike, diçe pênc keviran dixe nav kefa destê xwe û diavêje hewayê wê gavê destê xwe diqelibîne û dike keviran bi wî awayî bigire. Çend keviran bigire ewqas puan distîne û dîsa ew dest bi lîstikê dike. Heger pêfliya lîstikê biryara levneketinê hatibe dayîn divê di kevir rakirin û hilanînê de tu car kevir bi hev û din nekevin.

(Ji Herêma Dihêya Sêrtê), Amadekar: Zozan GEZER

62


ÇÎROKÊN BIWÊJAN

Amadekar: Mustafa BORAK Rojekê pafla û wezîrê xwe tedbîlî-qiyafet dibin û dikevin nava gel û digerin bê ka rewfl çi ye û çi nîn e. Dema ku li kuçe û kolanan digerin rastî pirûdekî tên. Rewfla pirûd gellekî bala pafla û wezîrê wî dikiflîne. Pafla û wezîr demeke dirêj disekinin û bi hewaskarî li pirûd temafle dikin. Pafla û wezîr ji temafleya pirûd têr nabin. Lewra pirûd hem kilaman dibêje, hem jî kûpan çêdike. Yanê pirûd bi eflq û evîn û ji kezebê karê xwe pêk tîne. Destavêtina herriya sor, flikil û flemaldayîna wê herriyê, hem xweflik û hem jî di demeke zû de çêkirina wan kûpan ji hêla kesekî din ve, ne mimkûn bûye ku wisa zû û wisa xweflik û delal pêk bê. Ne tenê xweflik çêdike, di heman demê de jî destavêtina herriyê û qedandina kûp demeke dirêj nakiflîne, zû bi zû kûpan çêdike û li bal hev rêz dike. Pafla di dilê xwe de dibêje, “Heke di dinyayê de pêflbaziyeke çêkirina kûpan bê lidarxistin, herhal ev mirov dê zora giflan bibe.” Pafla ji wezîrê xwe re dibêje: “Ev çi ecêba refl û giran e, wezîr? Ev mirov çiqas jêhatî ye! Ev çi mirovek e ku wilo bi eflq û evîneke ewqas bilind dixebite? Tu nabînî kilaman jî çawa ji dil dibêje û kûpan jî bi dil û can çêdike. Ne bi tenê bi dil û can çêdike, mêrik di heman demê de jî pirr zû û

xweflik jî çêdike. Bawer dikim ku kes nikare wek vî hostayî karê xwe ewqas bi cofl, bi eflq û bi lezgînî çêbike. Wezîr dibêje: “Paflayî xwefl be, hûn rast dibêjin. Ez jî hejmekarê vî hostayî bûm.” Pafla vê carê ji wezîrê xwe dipirse: “Bafl e, wezîr ez ê ji te pirsekê bikim.” “Kerem bike paflayî xwefl be.” “Gelo sedema vê cofl û serfiraziya vî mêrikî çi ye?” Wezîr xêlekê wisa disekine û demekê difikire. Dûre jî bi awayekî bixwebawer pafla dibersivîne û dibêje: “Paflayî xwefl be, bi dîtina min sedema cofl û gefl û serfiraziya vî mirovî ji ber jina wî ye. Bawer dikim ku jina wî jineke pirr bafl e, bi evîn û girêdan û zanebûna xwe ve hêz û qewetê dide wî, ji ber wê ye ku ev mirov wisa serfiraz û serkeftî ye.” Pafla dibêje: “Ez bawer nakim ku jinek ewqas hêz û qewetê bide mêrekî. Lê ez ê çend rojan destûrê bidim te ku tu vê gotin û ramana xwe ji min re îspat bikî.” Çawa ku tên qesrê, sibetirê wezîr bi boneya fermana pafla radibe bang dike jineke ku pirr fêlbaz, za-

63


na, pîrebok û cezû. Jinika cezû tê hizûra wezîr. Wezîr ji jinikê dixwaze ku navbera wî hosteyî û jina wî xera bike. Jinik di demeke kin de xwe digihîne jina pirûd û pifltî hinek germahî û galgal jinika fêlbaz û fesad ji jina pirûd re dibêje: “Welleh jinika xweflik, lawê pafla tu ji dûr ve dîtiyî û afliqê te bûye. Ji bo te çi hewce be, dê bi dil û can pêk bîne. Wellehî keçika min, heke tifltekî wisa pêk bê, jiyana te dê ji serî heta binî bê guherandin. Tu çi bixwazî, yeka te nabe didu.” Bi vî awayî jinika dekbaz dikeve rex jina pirûd û hêdî hêdî dilê wê dizivirîne. Xem û xeyalên jina pirûd tên guherandin. Fikra bûyîna bûka pafla û îmkan û derfetên qesir û qonaxan serê wê gêj dikin. Pifltî ku jinik ji jinika fêlbaz bawer dike ku bi rastî jî kurê pafla wê dixwaze, niyeta xwe xera dike. Ji ber wê boneyê jî li hember mêrê xwe, hal û ewhalê wê tê guherandin. Êdî zêde guh nade mêrê xwe, wek berê xizmeta wî nake, rûyê xwe lê tirfl dike û herwekî din. Di wê navberê de wextê ku mêrik tê malê û dixwaze ji bo nimêjê destmêj bigire, ji jina xwe re dibêje: “Jinik, ca ji min re wî kûpê min ê destmêjê bîne, ez ê destmêj bigirim.” Jinik bi pitepit û bi zirtezirt diçe ku kûpê destmêjê bîne, lê ji aliyekî ve jî ji mêrik re bi dengekî nizm gotinên nebafl dike. Dema ku kûp tîne bal mêrik, bi awayekî ku bivirvirînê kûp ber bi mêrik de diavêje. Mêrik nikare xwe bigihîne kûp. Kûp dikeve erdê û parçe parçe dibe. Mêrik hema wer dimîne li flipê. Dûre jî hêsir ji çavên wî tên û ji bo kûpê xwe yê destmêjê rûdine û digirî. Jinik guh nade giriyê mêrik jî, hema gerdena xwe badike û diçe der. Lê mêrik êdî bafl dizane ku jina wî hatiye guherandin û rewfl xetere ye. Tê digihîje ku niyeta jina wî jî ne bafl e. Sibetirê mêrik dîsa sibê zû diçe dikana xwe ya kûpan vedike û dest bi çêkirina kûpan dike. Lê vê carê serê wî gellek tevlihev e, di mêjiyê wî de hezar xem û keder li hev siwar dibin. Destên wî di nav herriya kûpan de lê mêjiyê wî li ciyên din digere. Wezîr tim li pey pirûd e. Wê rojê û çend rojên din pirûd diflopîne. Dibîne ku her roja pirûd ji rojeke din xerabtir dibe. Pifltî ku rewfla wî ya xerab û xeter dibîne û bawer dike ku ew rewfl jî girêdayê tevgera jina wî ye, bang dike pafla ku biçin careke din dîsa li rewfla pirûd binêrin ka çawa ye. Pifltî nîvro pafla û wezîrê xwe dîsa bi tedbîlî-qiyafet di ber dikana wî re derbas

64

dibin, bê ka rewfla wî çiqas hatiye guherandin. Dema ku pafla çav li pirûd dikeve, mat û metel dimîne. Lewra vê carê tifltekî balkêfltir û berevajiyê berê dibîne. Pafla dinêre ku vê carê jî mêrik dîsa kûpan çêdike, lê vê carê ne kilaman dibêje, ne jî kûpan zû û xweflik çêdike. Tam berevajiyê wê kûpên ku vê carê çêdike, zêdetirên wan xera dibin û tên flikandin. Jixwe rûyê mêrik jî sîran difirofle. Moralê wî xerab e û rengizê wî tevlihev û tirfl e. Dema ku pafla dibîne ew mirovê bi eflq û kêf bi stran û kilaman dixebitî ketiye wê rewfla xerab ku gunehê gawiran pê tê. Dizivire ser wezîrê xwe û jê re dibêje: “Wezîr bi rastî jî te ew xist vî halê xerab?” Wezîr dibêje: “Paflayî xwefl be, ne min, a rast jina wî ew xist vî halê xerab. Ma min berê ji we re negot, a ku vê hêzê, vê coflê dide vî hosteyî mutleqe jinek e? Weku hûn jî dibînin, ya ku îro ev mêrik weha kiriye vê rewfla xerab jî dîsa eynî ew jin e. Min ji we re negot, ew hêz û qeweta xwe, cofl û eflqa xwe ji jina xwe digire? Mêze bikin, min navbera wan da xerakirin, te dît mêrik ket rewfleke çawa?” Gunehê pafla gellekî bi hoste tê. Hinekî bi hêrs ji wezîr re dibêje: “Wezîr te çi aniye serê vî rebenê belengaz? Ji te tika dikim çawa dikî bike, here têkiliya wî û jina wî ji nû ve wek berê xwefl bike. Ez dixwazim ev mirova dîsa wek berê bi eflq û bi cofl bixebite.” Wezîr diçe dîsa wê jinika dekbaz û cezû diflîne bal jina pirûd, vê carê jî jinik rewflê berevajî dike. Jinika dekbaz ji jina pirûd re dibêje, “Keçika min li min bibore, ew jinika ku lawê pafla afliqê wê bûye ne tu bûyî, keçeke din bûye. Li qisûra min menêre. Min flafl fam kiriye.” Jina pirûd weku aqilê wê ji nû ve bê serî. Weku perda li ber çavên wê rabe, der û dora xwe ji nû ve dibîne. Weku ji xewneke giran fliyar bibe, hêdî hêdî bi ser xwe de tê. Dizivire ser xwe û rastiya xwe dibîne. Cara yekem difikire û têdigihîje ku tifltekî wisa ne mimkun e. Hêdî hêdî fam dike ku têkiliya jineke wek wê, ango jina bi mêr û dayika zarokan û kurê pafla ne mimkun e. Li serê wê dikeve ku ew û kurê pafla nikarin bên bal hev. Pirr poflman dibe. Dema ku mêrê wê tê malê, hew dizane jina wî dîsa wek berê guh nade wî, diçe odeya xwe û derî bi


ser xwe de digire. Jinik jî hinek bi flûnde derî vedike û diçe bal mêrê xwe. Dema ku deriyê odeya mêrê xwe vedike, lê dinêre ku mêrê wê dîsa li ser parçeyên wî kûpê xwe yê destmêjê ku jinikê çend roj berê flikandibû sekiniye û bi ser kûpê flikestî de digirî. Jinik pirr ecêb û matmayî dimîne. Xwe bi xwe difikire û dibêje, “Xêr e gelo? Ev mêrê min ê ku rojê bi sedan kûpan çêdike, çima wisa bi ser vî kûpê flikestî de digirî?” Bi rastî tifltekî ji vê rewflê fam nake. Jinik xwe diavêje dest û piyên mêrê xwe, lêborîna xwe jê dixwaze. Poflmaniya xwe û neheqiya xwe tîne zimên. Gellekî li ber dilê wî dide. Bi saetan li ber digere û di dawiyê de mêrik qaneh dike ku hema demeke kurt serê wê tevlihev bûye, û bêhemdî xwe ketiye nav çewtiyekê, lê niha aqilê wê hatiye serî û bi ser xwe de hatiye. Di dawiyê de ew û mêrik li hev tên, navbera wan hêdî hêdî bafl dibe. Demek flûnde jinik wê meraqa xwe ya giriyê mêrik ê li ser kûpê flikandî jê dipirse: “Mêrik, ez tifltekî zehf meraq dikim. Loma jî dixwazim ji te bipirsim. Ez dizanim ku tu zor hoste yî, pirûdekî pirr pêkhatî yî, li vî welatî kesek di ser te re tune ye. Lê ji bo wî kûpê te yê destmêjê, tu gellekî li ber xwe ketî, gellekî xemgîn bûyî, giriyayî. Tu dikarî rojê sed kûpên wilo çêbikî, lê hema te bi tenê bi wî kûpî girtiye, sedema wê çi ye?

û xeysetê wê bibûma, bi baflî û nebafliyên wê beled bûbûma, dê gellek dem biboriya û dawiya wê jî dê çawa bûya ne kiffl bû. Heta em hînê hevdu bibûna, belkî dê dawiya emrê me jî bihata. Ez ji ber wê xemgîn bûm. Werhasilî kelam loma jî min ji xwe re got: “Ez careke din nikarim kûpekî wisa çêbikim.” GOT, “APO, fiORBA WE PIRR XWEfi E,” GOT, “LAWO ROJEKÊ LI MALA ME, ROJEKÊ LI MALA WE” Xortek bi sedemekê li mala cîranekî xwe yê navsere rojekê florbê vedixwe. fiorbe pirr li xort xwefl tê. Ji ber wê hawê hema du roj sê rojan carekê ji xwe re hincetekê li hev tîne û tam di dema xwarinê de diçe mala cîranê xwe û florbê vedixwe. Pifltî ku zikê xwe bi florbê têr dike her carê jî ji cîranê xwe re dibêje: “Apo, florba we pirr xwefl e.” Carek, du car, sê car wisa berdewam dike. Xort tim tê mala wî bi florba xwefl zikê xwe têr dike û dîsa wer dibêje û diçe. Rojekê dîsa xort florbê vedixwe û dîsa dibêje: “Apo florba we pirr xwefl e.” Lê êdî mêrik hêrs dibe, xwe nagire û dibêje: “Lawo erê florbe pirr xwefl e, lê rojekê li mala me, rojekê li mala we.”

Mêrik êrzingek kûr radikiflîne, bi dengekî nizm û bi timtêleke zana jina xwe weha dibersivîne: “Jinik ew kûpê min ê taybet bû. Ez hînê wî bûbûm. Min eyarê ava wî, rewfla destiyê wî û her tifltên wî dizanî. Heke min kûpekî din çêbikira jî wek wî kûpê ku bi salan e ez hînê her tifltê wê bûbûm nedibû. Eynî wek te. Heke min jineke din bianiya, heta ez hînê xûy

65


XÊR JI XÊRXWAZAN RE, fiER JI fiERXWAZAN RE Li bajarekî yekî feqîr, belengaz û saf hebû. Ev zilama li taxeke derê bajêr li cihkî hinekî xalî di xaniyekî xerabe de dima. Sibe diçû li nav bajêr digeriya. Der û cîranan, esnafan ji ber ku dizanîbûn ew mirovekî dilsaf û belengaz e, jê re alîkarî dikirin û nan û av didanê. Lê taybetmendiyeke wî mêrikê feqîr hebû, wî dua û niyaz na, lê tenê digot: “Xêr ji xêrxazan re, fler ji flerxwazan re…” Lê ji wî bajarî cihê ku ew zilam zêdetir lê disekinî, jinikeke pîrebokî ku mala wê jî li wir bû, gelekî ji wî zilamî aciz dibû. Acizbûna wê jinikê hate wê merheleyê ku rojekê rabû çend totikên nên çêkir û jehr xiste hundirên wan û bir çû da wî zilamê feqîr ku bixwe û bimire. Ji ber ku du kurê wê jî li leflkeriyê bûn û hindik mabû ku teskereya xwe bistîn›n û bên, wexta ku jinikê ew totik dane zilam jê re wiha got: “Min ev totik ji bo te çêkirin, bila bibe tesediqa herdu lawê min yên li leflkeriyê.” Û ew totik dan mêrik. Zilamê feqîr jî dixwaze wan totikan bibe malê û dema ku birçî bû bixwe. Demekê flûnde mêrik totikên xwe jî hildide û ber bi mala xwe ve diçe. Li qiraxa bajêr rastî du ciwanan tê ku herdu jî ji birçînan nikarin bi rê ve herin. Herdu xort dema mêrikê feqîr dibînin, bi lavayî jê re dibêjin: “Apo, me teskereya xwe stendiye û em ji leflkeriyê tên, lê demeke dirêj e ku me pariyek nan nexwariye. Ji birçînan êdî em nikarin lingên xwe bavêjin,

66

gelo qet tifltekî xwarinê li bal te tune ne ku ji kerema xwe tu bidî me?” Gunehê mêrikê feqîr zef li wan tê. Hema derdixe wan totikên ku jinikê dabûnê dide wan. Herdu ciwan bi lez wan totikan dixwin, minetdariya xwe ji mêrik re dikin û li riya xwe berdewam dikin. Herdu ciwan pifltî ku totikan dixwin, hêdî hêdî rewfla wan xera dibe. Xwe zor digihînin mala xwe. Çawa ku diya wan wî halê wan dibîne, digirî û rûyê xwe vedirû û ji lawikên xwe re dibêje: “Lawên min ev çi halê we ye, kê hûn xistine vî halî? Ma pifltî salan min ê hûn di vî halî de bidîtana? Delalên min çi bi we hatiye wisa?” Kurên wê dibêjin: “Dayê em zef birçî bûn, êdî em nikarîbûn bimefliyan, me nikarîbû xwe bigîhanda malê jî. Li qiraxa bajêr me ji kalekî feqîr xwarin xwest, wî jî çend heb totik li balê bûn ew dane me. Pifltî ku me ew xwarin, rewfla me xera bû û em wiha bûn.” Diya wan dike qêrîn û zarîn û bi tepan dide serê xwe û bi dilekî flewat dibêje: “Mêrikê feqîr rast gotibû, xêr ji xêrxwazan re, fler ji flerxwazan re…


EVA HÎN NÎVDEREWA MIN E Dewra berê mirovek diçe sûka koleyan ku koleyê xwe bifirofle. Koleyê ku xwediyê wî derxistiye ji bo firotinê, mirovek bi dest û pê û bi zexm e. Bi her awayî koleyekî pirr bafl tê xuyan. Mirovekî xurt, tekûz û delal tê xuyan. Çavên her kesî li wî koleyî ne, lê ya ecêb ew e ku xwediyê kole, wî koleyê ku pirr bi quwet û pêkhatî tê xuyan, bi buhayekî gellek erzan difirofle. Ên ku dixwazin kole bikirrin, bi awayekî matmayî ji xwediyê kole dipirsin: “Ev wek koleyekî zexm û bafl tê xuyan, lê tu gellekî erzan difiroflî, gelo sedema vê çi ye?” Xwediyê kole dibêje: “Belê, zexm e, lê virrker e. Loma erzan difiroflim.”

“Xwezî ez bimirima, xwezî ez bimirima! Axayê min, li ber siya dîwêr rûnifltibû, ji niflkê ve dîwar bi ser de hate xwarê. Di bin keviran de axayê min perçiqî. Wisa bû ku mêjiyê wî di guhên wî re derket!” Bi gotina kole re jinik jî bi tepan li serê xwe dixe, porrê xwe vedirû û dike flîn û girî. Pifltî demek flûnde jî destê zarokên xwe digire û dike ku here wî ciyê ku mêrê wê miriye. Di vê navberê de kole jî berî xatûna xwe direve û diçe xwe digihîne axayê xwe û vê carê jî eynî weku ji xatûna xwe re kiribû bi flîn û girî dike axîn û fîxan. Axa bi tirs û tatêl jê dipirse: “Kuro te xêr e? Xwedê xêr bike çi bûye tu wisa dikî?”

Ji yên kiryar yekî gote kole: “Kuro, tu çendî virrker î?” Kole got: “Ez salê virr û nîvekê dikim.” Ê kiryar xwe bi xwe fikirî û got, “Ne xem e, di salekê de virr û nîvekê na bila du virr û nîvekê bike, ne tifltek e, ji ber ku ewqas erzan e ez ê vî bikirrim. Ez ê gellek karan bi wî bidim kirin û bawer dikim ku ez ê kêreke mezin jî jê bibînim. A bafl ew e ku ez vê firsendê ji dest xwe nerevînîm.” Bi vî awayî difikire. Pereyên xwediyê kole didê û ji kole re jî dibêje: “Ez, te bi tevî virr û nîva te dikirrim.” Bi vî awayî xwediyê nû, kole hildide dibe mala xwe. Kole dest bi kar dike, lê guhên xwedî li ser kole ye ku ka wê kîngê virr û nîva xwe bike. Demeke dirêj derbas dibe, lê kole hem bafl dixebite û hem jî tu virr û derewan nake. Pifltî demeke dirêj giregirên wê hêlê dibin mêvanê xwediyê kole. Xwediyê malê mêvanên xwe di bin baxekî de diezimîne. Ji bo xwarinê kole diflîne malê û jê re dibêje: “Here malê ji me re xwarinê bîne.” Kole dema ku diçe malê, li ber derî ji niflkê ve dike qîrrîn û hewar, digirî û bi tepan bi serê xwe dikeve. Xatûna malê hewar û gaziya kole dibihîze bi kelecan û tatêl derdikeve der û ji kole dipirse:

Kole dîsa bi tepan dide serê xwe û dibêje: “Axayê min, xêr ji xêran derbas bûye. Xaniyê te di ser jina te û zarokên te de tep bûye û hemî mane di bin de.” Axa û mezinên li bal wî tevde bi flîn û girî radibin bi lez ber bi mala axê ve dimeflin.” Di nîvê rê de axa û jin û zarokên xwe rastî hev tên. Her kes matmayî û bi dilfladî li hev dibane. Di vê navberê de ji giregirên mêvan yek ji ber vê dîmenê dibêje: “Elhemdûlîllah ji Xwedê re wa ye hûn sax û silamet in, bila mala min hilwefle, di gora mal û milkan de.” Jinik û mêrê wê jî ji hevdu re dibêjin: “Hezar carî flikur ji Xwedê re ku tifltek bi te nehatiye, çi dibe bila bibe, êdî ne xem e.” Di wê navberê de her kes dengê kenekî dibihîze. Dema ku li aliyê deng dizivirin, dibînin ku tîrqetîrqa kole ye dikene. Wê demê her kes fam dike ku ewqas lîstik, ewqas derew bi tenê ji bin serê wî koleyî derketiye. Xwediyê kole bi hêrseke mezin ji kole dipirse: “Kuro bênamûs ev çi lîstik e te anî serên me?”

“Ev çi halê te ye, Xwedê xêr bike çi bû?”

Kole bi awayekî aram û nerm dibêje:

Kole bi kelogirî dibêje:

“Ezbenî eva hîn nîvderewa min e.”

67


EZ JÎ JI BER HÎLE Û FENÊN TE KETIME GOVENDÊ Mirovekî feqîr ji ber ku erd û zeviyên wî tune ne, diçe xurbetiyê ku bixebite û debara zarokên xwe peyda bike. Pifltî demeke dirêj karê wî ber bi bafliyê ve diçe û ji ber wê jî hinek pereyên wî dikevin ser hevdu. Êdî newêre pereyên xwe bi xwe re bigerîne. Bi flev jî bi roj jî parastina wan pereyan ji bo wî dibe meseleyeke pirr mezin. Di dawiyê de mêrik biryar dide ku heta biçe mala xwe, yanê heta ku here gundê xwe pereyan dayîne bal mela. Lewra ji bo wî mela mirovê herî bibawer bû û tu tifltek bi pereyên wî nedibû. Li ser vê biryarê mêrik diçe pereyên xwe dide ba mela û vedigere ser kar û barê xwe. Dem derbas dibe, rojekê mêrik biryar dide ku here welatê xwe. Ji ber wê jî diçe bal mela û pereyên xwe jê dixwaze, lê mela pereyên wî înkar dike û nadê. Mêrik dike nake nikare bi ser mela bixe û pereyên xwe jê bistîne. Mêrik bê çare ji mala mela diçe. Dikeve kolan û kuçeyan wek peza gêj digirî, dilorîne û kuçe kuçe digere. Lewra pereyên ked û zehmeta çend salan hemî çûye û tifltek di dêst de nemaye ku bibe mala xwe. Dema ku mêrik li serê kuçeyekê rûdine û dilorîne, rewfla wî zehf bala xatûneke qesra li jor dikiflîne. Dilê xatûnê pirr pê diflewite, bang dike mêrik û derdê wî dipirse. Mêrik rewfla xwe ji xatûnê re tîne zimên. Jinik demekê difikire û dûre ji mêrik re dibêje: “Birako mêze bike, tu ciyê mela ji dûr ve nîflanê min bide, ez ê herim cem mela, pifltî ku ez çûm, hinekî flûnde li dû min tu jî were bikeve hundir û li bal min bisekine û weku qet tifltek nebûye û berê mela qet înkar nekiriye pereyên xwe jê bixwaze. Jinik dûre bang dike xizmetkarên xwe û ji wê re jî dibêje: “Tu jî me biflopîne pifltî ku ev zilama ket hundirê mala mela, hinekî flûnde tu jî bikeve hundir û bibêje “Xanima min, axayê min vegeriya malê, karê wî pêk nehatiye niha naçe seferê, sefera wan taloq bûye.” Jinik kar û rista mêrik û xizmetkarê çend caran dide dubarekirin. Dûre jinik derdikeve qonaxa xwe, kîsê xwe yê zêrran hildide dadikeve jêr, dide pêfliyê û ber bi mala mela ve dimefle. Li pêfliyê xanim, li dû wê mêrik, li dû mêrik jî xizmetkara xanimê dimeflin. Jinik dikeve mala mela, li mal rûdine û ji mela re dibêje: “Melayê delal, mêrê min diçe welatekî dûr, hinek zêrr û zebarên min hene, ji bo ku tifltek pê neyê ez

68

dixwazim bidim bal te heta ku mêrê min hat.” Mela pirr kêfxwefl dibe. Ji ber ku fam dike zêrr û zebarên jinikê zehf in, çavên wî zoq dibin. Jinik kîsê zêrran dide ber mela ku mela bijmêre. Mela hê dest neavêtiye kîsê zêrran, tam di wê navberê de mêrikê ku mela pereyên wî înkar kiribûn dikeve hundir û bi awayekî aram û nerm ji mela pereyên xwe dixwaze. Dema ku mêrik careke din, lê bê flerr pereyên xwe dixwaze, ji bo ku jinik rewfla wî ango sextekariya wî nehise, mela bi rûyekî flirîn û bi lez û bez ji bin maseyekê pereyên mêrik derdixe û didê. Pifltî ku mêrik pereyên xwe dijmêre û dike bêrîka xwe, hema di wê navberê de jî xizmetkara xatûnê dikeve hundir û ji xanima xwe re dibêje: “Xanima min, axayê min vegeriya malê. Niha naçe seferê. Karê wî pêk nehatiye, sefera wan taloq bûye.” Jinik hema bi lez radihije zêrrên xwe ji ber mela hildide, dike tûrê xwe. Mêrik, jinik û xizmetkar ji flabûn û eflqan dikevin destên hev û di nava mala mela de govendê digerînin. Mela li rewfla wan dinêre û fam dike ku ketiye nav çi planê. Mela jî di dawiyê de destê wan digire û dikeve nava govendê. Jinik ji mela re dibêje: “Mela, mêrê min naçe ez direqisim, mêrikê han pereyên xwe ji te stendiye direqise, xizmetkara min ji ber ku axayê wê hatiye, ketiye govendê, lê çi bi te hatiye ku tu jî ketî govendê?” Mela bi dilekî kul dibêje: “Ez jî ji ber hîle û fenên te ketime govendê.”

GOfiTÊ CIWANAN DIXWÎ TU DIZANÎ, GOfiTÊ PÎRAN DIXWÎ TU DIZANÎ, NA DILÊ TE DIfiEWITE, TIRfiIKÊ JÎ DIXWÎ TU DIZANÎ (Guhertoya Yekem) Di nav daristanê de gurekî pirr pîr di binê zinarekî de veketiye. Gurê pîr û bê hêz wisa birçî, perîflan û pejmûrde bûye ku êdî nekariye ji xwe re tifltekî peyda bike û zikê xwe têr bike. Ji ber birçîbûn û bêtaqetiyê nikare bilebite. Zêde dem derbas nabe gurekî ciwan rastî wî tê û jê dipirse: “Tu çi dikî apo? Ev çi halê te ye?” Gurê pîr dibêje: “Lawo Welleh ez êdî pîr bûme. Halê min ê ku li pey kerî û suriyan bigerim û tifltekî bigirim û bixwim


nîn e. Zehf birçî me, ev çend roj in ku min tifltek nexwariye, loma jî nikarim ji dewsa xwe rabim.” Dilê gurê ciwan gellekî bi wî diflewite, gunehê wî lê tê, jê re dibêje: “Apo hela tu hebekî sebir bike, ez ê ji te re tifltekî bikim.” Ciyê ku lê ne di bintarê de rê derbas dibe. Gurê ciwan lê mêze dike ku wa ye mirovek di rê de diçe. Li pêfliya wî kereke barkirî, li pey wî jî cehfla kerê ji xwe re hêdî hêdî dimeflin. Bala xwe didê ku cehflika kerê gellekî di par re maye. Gurê ciwan di dilê xwe de dibêje, “Hema firsend ev firsend e.” Li gor rewfla nêçîra xwe plan û pêflnuma xwe di serê xwe de çêdike û dest bi karê xwe dike. Wek plana xwe berê rikêf dike cehfla kerê, wê diavêje erdê û zikê wê didirrîne. Xwediyê cehfla kerê dihêle, ber bi dehflê direve, lê gur vê carê jî xwe digîhîne kerê zikê kerê jî diqelêflîne. Bi ketina kerê re barê wê yê ku bi tirflikê dagirtiye hudufle erdê.” Xwediyê kerê perîflan dibe. Dike hewar û gazin, lê li serê wî çiyayî kesek tune ku dengê wî bibihîze. Demeke dirêj digirî û dide xeberan, lê di dawiyê de têrra xwe ya ku tirflik jê hurfliyaye tam vala dike, dadiflîne, dûre jî diavêje ser milê xwe, cendekê kerê û dehflê li wir dihêle û pol poflman berê xwe dide mala xwe û diçe. Gurê ciwan vê carê vedigere tê cem gurê pîr û jê re dibêje: “Apo de tu were binêre biraziyê te çi lê kiriye!” Dest diavêjê, alîkarî dike û gurê pîr tîne bal cendekê kerê, cehflê û tirflika li erdê rijiyayî û bi serbilindî

xwe kufleve dike, dinepixîne û ji gurê pîr re dibêje: “Gofltê pîran dixwî tu dizanî, gofltê ciwanan dixwî tu dizanî, na dilê te diflewite tirflikê jî dixwî tu dizanî!”

APO, TE DIVÊ GOfiTÊ PÎRAN BIXWE, TE DIVÊ YÊ CIWANAN Û TE DIVÊ LIB Û LIB SÊVAN BI SER DE BIXWE (Guhertoya Duyem) Di welatên guran de gurekî pirr jêhatî, serwext û zana, zexm û hêzdar, sivik û beza hebû. Diket pêfliya gurên ciwan ew hînê nêçîrê dikirin, di tengasiyan de tim alîkariya guran dikir. Tim alîkariya yên nexwefl, birçî, xizan, belengaz û bêkesan dikir. Rêçnas û rêber bû, di nav guran de xwedî qedr û rûmet bû. fiivan û seg û gellek kes ji wî ditirsiyan. Nav û dengê wî gellekî belav bûbû. Ji ber ku dema gur diketin nava keriyên pez heke keys û firsenda wan hebûya ji bilî pezekê gellek pez dikufltin an jî birîndar dikirin, gurê me yê ku jê re digotin gurgernas li hember guran derdiket û ji wan re digot: “Ji we tika dikim, hûn zor dikarin pezekî bixwin, hûn çima ewqas pezî telef dikin, gune ye. Ji yekê pê ve keriyê pez neherrimînin. Lê gellek caran bi wan nedikarî. Pifltî ku nav û dengê gurgernas zehf belav bû, navê wî danîn Mamê Gur Heso. Mamê Gur Heso dîsa tim flîret li malbata guran dikir û wek mezinekî birûmet dijiya. Lê roj û meh sal û demsal derbas dibûn. Di dawiya dawî Mamê Gur Heso jî pîr bû. Ji hêz ket û zerengiya wî qels bû. Jiyana wî roj bi roj dijwartir dibû. Lê ji ber ku gurekî dirust û zana bû, tim ji hawirdorê gurên nav û dengê wî bihîstibûn dihatin hal û ewhalê wî dipirsîn, ew ziyaret dikirin û rûmeteke mezin didanê. Lê pifltî salan Mamê Gur Heso çiqas pîr bû, ewqas ziyaretên ku zêde bûn jî kêm dibûn. Gur Heso jî gellek caran nedikarî here nêçîrê û debara xwe ya rojane jî bike.

69


Ji rojan rojekê gurekî ciwan ê ji mala pifltbelekan tê ziyareta Mamê Gur Heso. Ji ber ku pirr kal bûbû, Mamê Gur Heso gellek caran nedikarî ji malê jî derkeve. Gurê ku hatibû ziyareta Mamê Gur Heso hal û ewhalê wî pirsî û got: “Mamê Gur Heso, hal û kêfa te çawa ye?” Mamê Gur Heso: “Halê min jî bafl e, kêf jî.” “Xwarin û vexwarina te ji ku tê û kî ji te re tîne?” Mamê Gur Heso: “Biraziyê min, tu dizanî ku ez kal bûme û nikarim tu nêçîrê bikim. Ji ber wê jî rewfl ne bafl e.” Gurê pifltbelek dixwaze alîkariyê ji Mamê Gur Heso re bike, lê ew napejirîne. Gurê pifltbelek gellekî israr dike. Ew jî dipejirîne lê ji gurê ciwan dipirse: “Birazî, tu jî kîjan malbatê yî, divê ku ez malbata te nas bikim.” Gurê ji malbata pifltbelekan dibêje: “Apo ji me re Mala Pifltbelekan dibêjin.” Mamê Gur Heso: “Birazî malbata we bafl dinasim. Leheng û gernas di malbata we de kêm rabûne. Ji malbata we re digotin, “Malbata Tivingavêjên xweveflar.” Li gel van gotinan jî gurê pifltbelek gellek israr dike, Mamê Gur Heso jî qebûl dike û dide pey gurê pifltbelek ku herin û gurê pifltbelek jê re nêçîrê bike û zikê wî têr bike. Pifltî rêwitiyeke dûr rastî keriyek pez tên, Mamê Gur Heso jî pirr westiyaye. Gurê pifltbelek dibêje: “Apo tu niha li biraziyê xwe binêre nêçîreke çawa bike û zikê te çawa têr bike.” Mamê Gur Heso dibêje: “Lawê min ev flivan û seyên wan pirr xurt tên xuyan. Tu têkildarî wan nebe, li ciyekî din nesîbê xwe bigere.” Gurê pifltbelek li wî guhdarî nake wek suleleya xwe pesnê xwe dide û erîflê keriyê pez dike. Lê flivan û seyên xwe wî perîflan dikin. Hê tifltek nekirî, ji destê wan direve. Lê dema ku direve, ber bi ciyê Mamê Gur Heso ve direve. Mamê Gur Heso dinêre ku flivan û se ber bi wî ve tên û tu rêyek tune ku xwe xelas bike, xwe li erdê dirêj dike, weku mirî be bê tevger disekine. fiivan çend daran lê dixin û se bi diranên xwe wî birîndar dikin , lê ew xwe nalebitîne, loma jî wî berdidin û bi pey gurê din dikevin. Lê di vê navberê de gurê din jî ji ber wê firsendê xwe xelas dike. Mamê Gur Heso bi vî awayî xwe zor digihîne mala

70

xwe. Çend roj flûnde ancax birînên wî pak dibin. Demeke dirêj di ser wê bûyerê re derbas dibe. Vê carê jî gurekî din ê ciwan tê ziyareta Mamê Gur Heso. Eynî nasandina berê ya gurê pifltbelek di navbera wan re dîsa derbas dibe. Ev gur jî dixwaze alîkariya Mamê Gur Heso bike lê wî ew daxwaza wî ya alîkariyê napejirîne, lê dîsa jî ji gurê ciwan dipirse: “Birazî tu ji kîjan malbatê yî?” “Ji me re Mala Çavzeran dibêjin. Apo bawer dikim ku tu jî dizanî, malbata me pirr leheng û gernas e.” Mamê Gur Heso dibêje: “Birazî bibore lê ji malbata we re digotin, “Mala Virrekan” lê ez çi bibêjim, dibêjin, “Ji dê û bavan, hezar tûle dikevin.” “Bav ji hespên çê re tune.” “Mêrê çê, bavê xwe nas nake.” ji ber wê ez naxwazim te jî pîs bikim. Pifltî israra gurê ji mala çavzeran, Mamê Gur Heso dîsa dide pey gurê ciwan û diçe. Nêçîra vî gurî jî eynî wek ya gurê pifltbelek dibe. Dîsa Mamê Gur Heso xwe li mirinê datîne, lê vê carê zêdetir birîndar dibe û dihincire. Dîsa xwe zor digihîne ciyê xwe û zêdetir birçî dimîne. Vê carê dîsa demeke dirêj derbas dibe. Birînên wî pak dibin, lê zêdetir birçî dibe. Dîsa gurekî ciwan tê ziyareta wî û dîsa heman tiflt di navbera wan re derbas dibe. Dîsa Mamê Gur Heso ji vî gurî jî dipirse: “Birazî tu ji kîjan malbatê yî?” Gurê ciwan û çalak dibêje: “Apo, ji me re dibêjin, “Mala Piflthêflînan” li gor ku diya min digot, malbata me, malmezinên guran bûye.” Mamê Gur Heso: “Belê, biraziyê min, diya te rast gotiye. Ji malbata we gurên sist, tirral, flerletan qet derneketine.” Vê carê dîsa heman daxwaza gurê ji Mala Piflthêflînan dibe. Mamê Gur Heso bi bawerî dide pey wî û diçe. Di rê de rastî du kerî pez tên, lê gurê piflthêflîn têkildarî wan nabe. Dûre di rê de dibînin gundiyekî barek li kerê xwe kiriye cehflika kerê jî daye pey û di rê de diçe. Gurê ji malbata piflthêflînan berê, xwe diavêje cehflikê, gundî tê bal cehflikê, vê carê jî xwe diavêje kerê û zikê wê jî diqeliflîne. Xwediyê kerê qasek ji kerê û cehflê re xem kir. Dûre barê sêvan ê kerê hurfland erdê, çewal û kurtan hildan û çû. Gurê piflthêflîn gazî Mamê Gur Heso kir û bi serbilindî jê re got: “Apo, te divê gofltê pîran bixwe, te divê yê ciwanan û te divê lib û lib sêvan jî bi ser de bixwe.”


Foto¤raf: Adem SÖNMEZ

Herêm: Serhed Bajar: Wan Navçe: Mehmûdî (Seray) Gund:Setmas Êl: Hertûflî Çavkanî: Bedîl DÎZMAN Temen:56 Agahî: 28 sal in koçber bûye û çûye Konyayê. Niha li wir dijî. 5 zarokên wê û 11 nebiyên wê hene. Xwendin û nivîsîna wê tune ye. Li mala xwe bi kurdî diaxive. Berhevkar û Dema Berhevkariyê: Ridwan DÎZMAN, 2014

Destpêk Rîs; çêkirina xalîçeyan, goreyan, lepikan û ji bo çêkirina gellek tifltên din tê bikaranîn dema ev tiflt tên çêkirin bi rengan neqfl û xeml li nav van tifltan cihê xwe digire, lê gelo ev reng berê çawa dihat bidestxistin. Em di vê nivîsa xwe de bi saya Çavkaniya me (Bedîl DÎZMAN) bersiva vê pirsê bidin. Di destpêka havînê de pez tên birînê, ji wê meha pêflîn re dibêjin “meha pezbirê”. Hiriyên rîsan ji birîna pezan tê bidestxistin. Pifltî birîna pezan, hirî tê flûfltin û tê flehkirin (fleh :binêre li wêneyê 1). Pifltî flehkirinê hirî bi tefliyan tê ristin. Hirî bi awayekî dunex(duta) tê badan. Pifltî rîsê me çêdibe dema rengandinê tê. Wêne 1

71


Rengên rîsan di vê herêmê de cur bi cur tên çêkirin. Li jêr çêkirina rengan me rave kir. Çêkirina Rengan Zer: Rengê zer bi kelandina koka gihayê “zerdeço”yê (koka zerdeçoyê: binêre li wêneyê 2.) çêdibe. Koka zerdeçoyê li çolê tê berhevkirin. Pifltî berhevkirinê heke wê gavê hewce nebe tê hiflkkirin û veflartin, heke hewce be tê flûfltin û kelandin û bi vî awayî rengê zer jê tê çêkirin. Pifltî flûfltinê bi kêran yan Wêne 2 jî bi destan tê jêkirin û rîçal rîçal(pirtî pirtî, tiflî tiflî) dikin. Di nav qûflxaneyê de, bi avê re dikelînin. Du rojan û her roj 3-4 caran û her carê jî biqasî 2-3 saetan dikelînin. Pifltî reng tîr dibe ango çêdibe kokên zerdeçoyê ji qûflxaneyê derdixin. Telaflê rîs (telaflê rîs: binêre li wêneyê 3.) dixin di nav qûflxaneya rengê zer û 2-3 saWêne 3 etên din jî dîsa dikelînin. Wextê wisa dikele bi bewflê yan jî bi darekî tev didin da ku bila reng bigihîje her derê. Pifltî telaflê rîs li ser êgir biqasî 2-3 saetan keliya, ji ser êgir hildidin û dadinin cihekî din, cilekî diavêjin ser qûflxaneyê biqasî 2-3 saetan wisa disekine û sar dibe. Bi vî awayî telaflê rîs rengê xwe hildide. Dema telaflê rîs rengê xwe mêt ji qûflxaneyê derdixin, yan li ser bendekî radixin yan jî li ser bizmaran dadiliqînin bi vî awayî hem rengê rîsan qewî dibe û jê naçe hem jî rîs aloz nabin. Bi vî halî biqasî 2-3 rojan dimîne û ziwa dibe, rîsên me bi vî halî ji bo bikaranînê amade ne. Refl: Rengê refl bi tevdana herîreflka meyandî û ava gihayê gewzelê ya kelandî çêdibe. Pêflî herîreflkê dimeyînin. Herîreflk li kêleka çiravan di encama genîbûna ax û avê de çêdibe. Havînan diçin li ber van çiravan û bi satilan herîreflkê tînin. Vê herîreflkê dixin nav deboyê (tenekeyê) û biqasî kulmek perçeyên hesîn yên kevn (bizmar, devê gîsin hwd.) li ser êgir disincirînin û dixin vê deboyê. Dewê qusiyayî yê ji flîrê çêlekan çêdibe parzin dikin û flûjiya (ava dêw) vê jî tevî deboya herîreflkê dikin. Van tifltan tev didin û bi saya cilekî yan texteyekî ser deboyê digirin. Ev herîreflk perçeyên

72

hesin û flûjiya dêw di vê deboyê de biqasî mehek û nîv dimeye. Paflê herîreflk amade dibe. Gewzel gihayek e ku ev giha li çolê flîn dibe. Bi dasê yan jî bi destan diçînin. Pêflî gihayê gewzelê ji sibê heta êvarê di nav qûflxaneyê de dikelînin û pel û qalikên gihayê ji qûflxaneyê derdixin. Bi vî awayî ava gewzelê amade dibe. Ava gewzelê û herîreflka meyandî dixin nav qûflxaneyekê û hinek jî av lê zêde dikin paflê biqasî 2-3 saetan dîsa dikelînin. Pifltî kelandinê, telaflê rîs ji qûflxaneyê derdixin û dixin zembîlekê û cilekê li ser radixin. Bi vî halî jî biqasî 7-8 saetan disekine, paflê ava sar û zelal li Wêne 4 telaflê rîs wer didin da ku bila herîreflk, rîsî rizî neke. Paflê telaflê rîs yan li ser bendekî radixin yan jî li ser bizmaran dadiliqînin. Bi vî halî biqasî 2-3 rojan dimîne û ziwa dibe. Ji xeynî çêkirina rengê refl ya bi vî awayî ji pezên qer jî rîsê refl çêdibe lê dîsa jî vî rîsî jî dixin nav herîreflkê. (miyên qer: binêre li wêneyê 4.). Sor: Di vê herêmê de çend cure rengên sor hene lê piraniya van rengan qeyweyî ne, di vê herêmê de ji van rengan re dibêjin sor ji ber vê me çend rengên wisa di nav qeyweyî de rave kir. Tenê sorê çûr me li vir rave kir. Ji vî rengî re dibêjin sorê çûr ji ber ku rengê vî hinek vekirî ye, ev reng ji qalikên (qaflil) pîvazê derdikeve. Dema sorê çûr çêdikin av û qalikên pîvazan dixin nav qûflxaneyê û dikelînin. Du rojan û her roj 3-4 caran û her carê jî biqasî 2-3 saetan dikelînin. Pifltî kelandina rengî diqede reng û qalikên pîvazan jev parzin dikin. Heke reng neyê parzinkirin dê qalikên pîvazan bi rîsî ve bizeliqe û rengê rîs derodero (cuda cuda) dibe. Paflê telaflê rîs dixin nav qûflxaneyê û biqasî 2-3 saetan dikelînin. Dîsa wextê dikele bi bewflê yan jî bi darekî tev didin. Pifltî telaflê rîs li ser êgir biqasî 2-3 saetan keliya, ji ser êgir hildidin û dadinin cihekî din. Cilekî diavêjin ser qûflxaneyê biqasî 2-3 saetan wisa disekine û sar dibe. Bi vî awayî telaflê rîs rengê xwe hildide. Paflê telaflê rîs ji qûflxaneyê derdixin, radixin û ziwa dikin. Rengê sor bi hinneyê jî çêdikin. Ji vî sorî re sorê hinneyî dibêjin. Di destpêkê de hinneyê dixin nav qûflxaneyê yan jî nav satilê û ava germ lê zêde dikin û tev


didin. Dema ron dibe telaflê rîs dixin nav vê û tev didin û biqasî 2-3 saetan telaflê rîs tê de dihêlin. Pifltî 2-3 saetan telaflê rîs jê derdixin û av lê wer didin da ku hinne pê ve nezeliqe û hiflk nebe. Pifltî avlêwerdanê telaflê rîs yan li ser bendekî radixin yan jî li ser bizamaran dadiliqînin. Çavkaniya me ji devê mezinan bihîstiye ku rengê sor bi flîlanê jî çêdibe lê bixwe çêkirina wê neditiye û çênekiriye. Qehweyî : Cureyên rengê qehweyî bi çend awayan çêdibin. Yek ji van rengê qehweyî ji hiriyên pezên Wêne 5 sor (miya sor: binêre li wêneyê 5.) çêdibe. Jixwe hiriyê pezê sor qehweyî ye lewma dema ev hirî dibe rîs, rengê vî jî qehweyî dibe. Cureyeke rengê qehweyî jî ji hinneyê çêdibe. Ev reng jî wekî sorê hinneyî çêdibe lê dema em ava germ dixin, di flûna ava germ de ava çaya çêkirî dixin nav rengî û bi vî awayî cureyeke rengê qehweyî çêdibe. Cureyeke rengê qehweyî jî bi keWêne 6 landina koka gihayê tirfloyê (tirflo: binêre li wêneyê 6.) çêdibe. Ji bona çêkirina vî rengî tenê koka tirfloyê mîna koka zerdeçoyê dikelînin û çêdikin di encamê de cureyeke rengê qehweyî derdikeve. Carinan jî bi vî rengî û hinne tevîhev dikin û cureyeke din jî ji rengê qehweyî derdixin. Rengê qehweyî yê herî tarî bi vî awayî çêdibe. Gewr (kew): Rengê gewr bi du awayan çêdibe. Awayê yekem dema hirî tê flehkirinê hiriya spî û hiriya refl(qer) tevîhev dikin û bi vî awayî fleh dikin, dema rîs çêdibe rengê rîs jî gewr dibe.

Wêne 7

Awayê duyem jî ji hiriyên pezê kew (miya kew :binêre li wêneyê 7.) çêdibe. Jixwe rengê hiriya kew(gewr) e ji ber vê rengê rîs jî gewr dibe.

Rengên din jî biqasî tê bîra Çavkaniya me bi rengên hazir çêdibin. Ew rengên hazir jî ji aliyê bazirgan û çerçiyan ve hatine gundê wan.

73


Çîrokbêj: Hecî Cebraîlê Gûzereflî Berhevkar: Omer DILSOZ Herêm: Culemêrg Sal: 2002

Xwedê hez ke, ez ê niha bo civatê çîroka Bilbilê Hizar Awaz bibêjim. Dibêjin li cihekî padîflahek hebû, wî du jin hebûn. fiefl eyal (zarok) hebûn. Sê kur sê kiç(keç)… Jina biçûk du zarok hebûn, kurek û kiçek; ya dî jî çar… Rojeke ji nav rojan padîflah li gel zarokên xwe rûnifltiye, nêrayê(lê nihêrt) sê zilam hatin, gotin, “Selamûeleykum” “Elekûmeselam” gotin û rûnifltin, “Hûn çi kes in?” Wan got, “Em derwêfl in.” “Xêr bîtin hewe?” padîflahî gotê, wan gotê, “Ser hezkirina Xwedê em bo xwe hatine kiçên te.” Hema we!(wisa)… Padîflahî gote zarokên xwe, ka em çi bikin, em xwiflkên we bidine vana yan na? Hemûyan got, “Em nadinê”, lê belê kurê biçûk Mîrza Mihemed got, “babo, em bidinê.” Birayên mezin gotin, “Em bi xeberî Mîrza Mihemed nakin, em xwiflkên xwe nadine van kesan.” Lê bavê wan got, ez ê bi xebera kurê xwe yê biçûk Mîrza Mihemed bikim û kiçên xwe bidime van xwazgîniyan. Rabû her sê kiçên xwe dane wan derwêflan; ew jî bira bûn. Kiça biçûk da

74


birayê biçûk, ya navê da birayê navê û ya mezin jî da birayê mezin. Wan kiç bo xwe birin û çûn. Vêca qesa me hate ser padîflahî: Rojeke ji nav rojan nîvro ye, dinya hetav e, padîflah ji eyalên xwe xerîb e, çûye ser banê qesra xwe. Nêrayê eve gerasîskek bay hat perek di nav de, wî perî difirînite ser banî. Perî hildigirît; perekî gelek law e. Nizanît çi per e. Mezinên cihên xwe yên bajarî hemû civandin, gotê, “Eve çi per e? Ez nizanim ka perê kîjan teyr û balindeyî ye?” Yekê ji wan got, “Eve perê Bilbilê Hizar Awaz e.” Padîflahî gotê, “Min divêt demildest bo min xwedanê vî perî bînin heke na ez ê bimirim.” Hemûyan gotê, “Bila zavayên te bo te bînin ewên te kiç danê.” Rabû berê xwe da kurên xwe, wan jî gotê, “Bila kurê te yê biçûk Mîrza Mihemed bînit heke xwiflkên me nedabana derwêflan da niha zavayên me gel me bên em da biçin bo te li teyrî bigerin.” Heta sibê mane wê derê. Li ser vê kurên me hema ji kerba rabûn, xwe avêtin ser hespên xwe û berê xwe dane oxirê û piflta xwe dane felekê. Lê belê heçî Mîrza Mihemed bû, bi tedarik rabû çû barê xwe hilgirt, xurcikên hespê xwe tijî dexl û dan, ar û rûn kirin. Kurê cîranê xwe Ehmed jî da gel xwe, gotê her roja wî ez ê zêrekê zer bidimê. Bila ew di vê wexerê(sefer,rêwîtî) de li gel min bît.

Mîrza Mihemed û Ehmed wê flevê gihîfltin qonaxê. Go, “Dê Ehmed rabe bo me flîvekê çêke, hespên me bitewlîne.” Roja pafltir ji wê qonaxê rabûn, heyamekê çûn nêran ku li lêva warekî du hesp… Mîrza Mihemed gote Ehmed, “Evên henê birayên min in, ji birsa(birçîna) ketine, rabe zû leqek nanî bigihînê heta ez têm.” Mîrza Mihemed çû nik, gotê, “Bira ma hûn bo çi bê nan hatin, we çima hin kire lez û bez. Rabin da em bi hev re biçin.” Her çar rabûn û bi rê ketin, heke dûr heke nêzik, gihîfltin serê sêriyanekê. Ewê sêryanê qesrek wê lê, (lê heye) ew qesr jî wê li ber wê sêriyanê ye; Çi rêwingên diçin, yên neflareza da nîflan bide ku eve riya nehatneveyê ye, eve ya hatûbatê ye û eve ya hatneveyê ye. Qesrek bo xwe ava kiriye, pîremêrek lê ye. Rabûn çûne nik pîremêrî, gotê, “Mamo dê me bihewînî,” gote wan, “Ma jixwe ez ji ber mêvanan li vê derê me. Min ji ber hindê ev qesr ava kiriye, mêvan mêvanên Xwedê ne, bi ser serê min û çavên min hatine.”

Paflê pîremêrî rê nîflanî wan dan; gote wan, yek riya nehatneveyê ye, yek a hatûbatê ye û ya dî jî ya hatneveyê ye. Mîrza Mihemed gote birayên xwe, ka werin hingustîlkên xwe derxin, pêk ve çûne serê sêriyanê deynan bin berekî, gote wan, “Heçî hateve(vegeriya) da binêre ka kî ji wan vegeriyaye. Îflareta me ev hingustîlk in.” Mîrza Mihemed berê xwe da riya nehatneveyê; Her du kekên xwe jî bi rê kirin bo her du riyên dîtir. Mîrza Mihemed her du birayên xwe bi rê kirin, paflê vegeriya ser Ehmedî û gotê, “Hilo da biçin.” Qederekê çûn, gurek hat rast ket. Nêrayê gur kete dû pê hespên wan; Gur hêdî hêdî dihejît diloqiçîtin(flewflbûn,gêjbûn). Mîrza Mihemed gote Ehmed, “Ehmed ev gur birsî ye hinek nanî bavêje ber.” Ehmed jî hinek nan avête ber gurî. Heyameke dî jî çûn, bi nîvrokî ve carek dî hinek nan da gurî. Êvarî qesrek dît ji dûr ve, çûn nêzikî qesrê bûn gurî xwe vegirt. Ewan pariyek dî yê nanî avête ber gurî û çûne wê qesrê, nêran kiçek wê li wê derê… Gotine wê, “Tu çi kesî, çi dikî li vê derê?” Got, “Ez jî evda Xwedê me.” Wê gotê, “Tu kî yî, çi kesî, ji kî(ku) ve dê bi kî ve biçî?” Go, “Ez Mîrza Mihemed im. Dê biçime Bilbilê Hizar Awaz…”

75


“Gotê, “Hema neçe, wê di destê dêwî de. Tu neflêy(nekarî) hema min bo xwe bibe û vegere erdê tu jê hatî.” Mîrza Mihemed gotê, “Ez nehatime bo te, li bajarê me jî gelek kiç hebûn. Ez hatime Bilbilê Hizar Awaz bo bavê xwe. Heke tu welê yî, gava vegerê ez ê te bi xwe re bibim.” Mîrza Mihemed gote kiçkê, “Tu çi gur î, duhî li dû me ketî?” Kiçê gotê, “Ew bavê min e. Em sê xwiflk in. Îflev hûn mêvanê xwiflka min a navê ne, sibehî ya mezin. Lew navê vê derê danîne rê nehatneveyê heçî kesê dihat diket ber xezeba bavê min. Me hersê xwiflkan jî –em her sê jî Perrî- me sêhr lê kir û ew kire gur da rêwing bikaribin di vê derê re bên û biçin.

Roja pafltir sibê xatirê xwe ji kiçê xwest û çûn. Êvarî bûne mêvanên xwiflka navê, wê flevê mane wê derê. Wê jî gote wan, ew bavê me ye û serhatiya xwe bo got. fieva pafltir çûn bûne mêvanên xwiflka mezin. Wê jî heman serhatî û sohbet li gel wan kir û ew tembî kirin ku neçine Bilbilê Hizar Awaz, ew di destê dêwî de ye û dêw dê wan bikuje. Xwiflka mezin gote wan, madem hûn dê her biçin vê ez rê bo we bêjim; Gava hûn ji vê derê qederekê bi dûr ketin, hûn ê bikevine nav defltekê, paflê ji dûr ve dê çiyayek bête ber sînga hewe. Li pala wî çiyayî flikeftek dê berçav bibe. Hespê xwe li binê palî bihêle, dêw di flikeftê de ye û Bilbilê Hizar Awaz jî di revezkê(qefesek) de li ber serê wî ye. Heke dêw di xew de bît tu û axbela(siûd, bext) xwe! Belê heke hiflyar bit, wele ya te çû! Mîrza Mihemed li binê çiyayî hespê xwe teslîmî Ehmed kir û xwe da binê hevrazî(berjor). fiûrê wî wê li gel… Xwe da binê hevrazî, hêdî hêdî ser ket, heyamek kêfla hevrazî… Gihîflt derê flikeftê nêra ku dêw dike pixpix bi xew e. Rahiflte bilbilî hingê dît ku eve baskeke dirêj jî li wê derê. Xasma kiça gurî gotibûyê, ji bilî bilbilî nebî rahêjî çu(tu) tifltî, lê Mîrza Mihemed timahiya xwe bire wî baskî û ew jî hilgirt. Wexta dest avêtî baskî dêw qirp hiflyar bû û milê wî girt, “Tu çi kesî?” Navê te çi ye û tu bi çi mexsed hatî?” Gotê, “Navê min Mîrza Mihemed e, ez bo bavê xwe hatime, bavê min nesax e wê li ber mirinê… Xema wî, xeyala wî Bilbilê Hizar Awaz e.” Dêwî gotê, “Bila ez ê bidime te, belê divêt tu bo min tifltekî bikî… Li filan çiyayî dêwekî kor heye, wî bavê min kufltiye û flûrê wî biriye, tu yê biçî bo min wî flûrî bînî da ku ez pê tola xwe bihilînim.” Mîrza Mihemed hate nik Ehmed, hemû metele(mesele, serpêhatî) bo got û gotê, “binasên(bela, pox) min bû, min timahiya xwe bire baskî… Vêca divê niha ez biçim filan çiyayî bo dêwî flûrê dêwê kor bînim.” Nîvro ye, ew radibin li wê derê pêkve nanekî dixwin û paflê Mîrza Mihemed xwe dide çiyayî û diçe wê derê. Dêw li wê derê ye, kor e wî nabîne. Nêrayê, flûr di ber banê flikeftê re ye, bilind e, nagihîtê. Hindî xwe dihilavêje(hildavêje) na-

76


gihêjê. Paflî devê flûrê xwe gihande qebza flûrî ew ji kavlanî kifland û kir çip û li nava flikeftê ket. Deng jê hat. Hingê dêwê kor pê hesiya ku kesek hatiye wir. Wî jî rabû sêhre kir û deriyê flikeftê bi yekcarî dada. Dêw gotê, “Tu çi kes î?” Gotê, “Ez Mîrza Mihemed im. Kurê filane padîflahê me.” “Tu bo çi hatî?” “Ez bo vê yekê hatime ku Bilbilê Hizar Awaz bo bavê xwe bibim. Filan dêwî gotiye min, ‘heta tu flûrê dêwê kor neynî ez nadim te’, ez jî hatime flûrê te!” Got, “Bafl e ez ê bidime te, lê ez ê tifltekî ji te bixwazim. Heta tu Gulindana kiça Pepûyê Freng bo min neynî ez nadim te!” Ew jî dîsa bi xwarê dikeve. Diçe nik Ehmed, dibêje, “Rabe em biçin. Serhatiyê bo dibêje.” Li hespên xwe siwar dibin, heke kûr çûn heke nêzik çûn gihîfltine bajarê Pepûyê Freng. Bajarê Pepûyê Freng avek di nîvekê re diçîte xwarê, qayik û kelek li ser dikiflin. Dêwê kor gotibûyê, “Eve di flikefta min de her celeb aman û firaqên zêrîn hene, rabe têra xwe hilde, bi xwe re bibe, xwe wek bazirgan bide nasîn da ku kiça Pepûyê Freng bête qayikê nik te û tu jî biflêy dest bihilînî.” Ew çûn, barên xwe vekirin, zêrên xwe danîn ser dezgehê xwe û birin nav qayikê. Hemû kes hatinê, tifltên kesnedîtî gel wan bûn. Milet wekî teyrên li kelaxan kom dibin, wisa li ser dezgehê wan kirine qelebalix. Kiça Pepûyê Freng jî hat, gava Mîrza Mihemed dît kêfa wê çûyê. Gotê, “Navê te çi ye?” “Mîrza Mihemed” “Tu bo çi hatî?” “Ez hatime te!” û serhatiya kit kit bo vegot. Gulindanê gotê, “Were em planekê bigerînin.” Rabû Mîrza Mihemed bire nik merengozî, heykelek dar pê da çêkirin. Destek cilên xwe kirine ber û Gulindan jî li hespê xwe siwar bû, kete gel Mîrza Mihemed û gotê, “Yelleh em biçin!” Gihîfltin binê çiyê, Gulindan û Ehmed li wê derê man, heykel da Mîrza Mihemed û gotê, “Gava nêzî dêwî bûyî bêjê bila flûrê xwe deyne ber flikeftê, ew ê ji bêhna cilên min ji te bawer bike. Tu jî heykelî pal de ber devê flikeftê paflê gazî dêwî bike.”

Mîrza Mihemed çû heykel danî devê flikeftê, flûrê dêwî hilgirt. Dêw wisa xwe di heykelî wer kir ew qurmiçand. Paflê pê hesiya ku ew hatiye lêbandin(xapandin), ji qehra di cih de mir. Mîrza Mihemed flûr da dêwê xwedanê Bilbilê Hizar Awaz, wî jî bask û bilbil danê, wan jî ew hilgirtin û hatin; her sê keçên gurî jî bi xwe re anîn, wan jî sêhra li ser bavê xwe betal kir û hemû bi hev re gihîfltin qesra serê sêriyanê. Hatine wir nik pîremêrî. Mîrza Mihemed her çar jinan li nik pîremêrî dihêle û bo dîtina birayên xwe dikeve rê. Pîremêr dibêjê, “Mîrza, ji jinan re bêje bila xweliya xwe nerêjin nav wê coxîna(cîhê bênderê) mezin a dora qesrê, ew cihê kêfa dêwê firinde ye. Heçî xweliya xwe birêjê dê bikeve ber bayê xezeba dêwî…”

Berê diçe dû birayê xwe yê mezin; Riya hatûbatê(çûnhat)… Gava diçe wê derê pîrejinek tête berahiyê, dibêjitê, “Wêê kurê min tu ser çavan hatî. Ez jî bo xwe li mêvanan digerim. Min jî mirovekî weke te divêt da pêlavên min deyne ber destê min. Ez dayka te, tu kurê min.” Mîrza Mihemed çi diçîte dibînit eve birayê wî li wê derê, bo xwe dibêje, “Himm wele vê wê birayê min telaftî(telefbûyî)!” belê ma çi bike, çi tiflt ji destî nayê. Nêrayê eve pîrê bo nivîn înan, cih bo deynane menzelekê. Bêhna ma, flevê çû nav cihê xwe de, nêraye eve kiçeke çarde panzde salî rûs(rût) flibî(wekî) tiblê(tilî) çûn bin cihên Mîrza Mihemed ve… Mîrza Mihemed gotê, “Eve çi ye?” Gotê, “Tu dê vê flolê(flixulî) li gel min bikî.” Mîrza Mihemed xwe dizivirîne ser pifltê, wî dizivirîne, xwe qel dide ser tenifltê, ew wî dizivirîne, ser teniflta dî ew dîsa wî dizivirîne, axir heta sibê Mîrza Mihemed xwe bi destî ve berneda. Wextê heta sibê xwe bi destê pîrê ve berneda, ew ji qehra sikitî(geber bû) û mir. Çû nêrayê, birayê wî seviyek wê li nav milan ve, heta êvarî bo xelkî zibilî dikêflit. Pîrê sêhr lê kiribû. Ewî jî morek li nav eniya birayê xwe da û bire hemamê, sabûn bo hilgirt û gotê, dê xwe biflo. Pifltî ku Mîrza Mihemed birayê xwe mezin flûflt û veflûflt, pak û paqij kir, destek cilan lê kir û da gel xwe, pêkve vegerîn bo qonaxa xwe serê Sêriyanê. Gava gihîfltine vê derê, berê xwe dayê ku her sê kiçên gurî xuya wê derê re belê Gulindan xuya nakit,

77


“Xwiflkê mêrê te kî ye?” Gotê, “Mêrê min dêw e; dêwê refl.” Gotê, “Hey ne!” Wê gotê, “Belê wele mêrên me hersêyan dêw in. Erê bira eve te xêr e, tu bi çi mexsed û mirazî hatî?” “Desgira min Gulindana kiça Pepûyê Freng dêwê firinde biriye, ez ê bi dû wê biçim.” “Mêrê min serokê çend flêrên dinyayê ye. Niha çûye nêçîrê bila bêt ez ê jê bipirsim ew belkî tifltekî jê bizanibe ka matenê(welat, cîh) dêwên firinde kî derê ye.” Bû êvar, dêwê refl ji nêçîrê vegeriya. Jina wî gotê, mêvanê me heye; wî gotê, “Heke Mîrza Mihemed nebît kî bîtin ez ê bi neynûkên xwe jêk bidirînim.” flûnebaka(flop) wê jî li wê derê nayête çav. Ew pirsa wan ji pîremêrî dike, pîremêr dibêje, “Hindê min gotê guhê xwe neda min rabû xwelî rû kire coxînê, Dêwê Firinde jî hat û ew bi xwe re bir.” Mîrza Mihemed gote, ez ê berê biçim birayê xwe yê navê jî bînim, ku ew çûbû bo riya hatneveyê, paflê jî ez ê di hewara jinan ve biçim. Mîrza Mihemed gava gihîflte qonaxê dît ku pîrejinekê eynî pêflwazî lê kir, wî xwe bi destan ve berneda, ew jî ji qehran mir. Paflê Mîrza Mihemed çû nêrayê birayê wî gavan e, cilên wî bêserober in, hilhilî ne, pêlavên wî wê diriyayî, heta êvarî wê li dûv çavirê(dewar) ve, hêve dibezît wêve dibezît… Mîrza Mihemed birayê xwe yê navê ji ber çavirê îna, bire hemamê, ew jî flûflt û veflûflt, paflî rabû morek li nav çavên wî jî da û ew gel xwe îna bo serê Sêryanê. Civata xwe gerand û got, “Pîremêr, tu flahid be; Ez eve dirabî biçime dû Gulindanê, dinya ye te dît ez nehatim, heke hato ez di qewlê çend rojan de nehatim, tu kiça mezin bide birayê min ê mezin, a navê bide yê navê û ya biçûk jî bide Ehmedê xulam… Ez eve diçime hewara Gulindanê!” Mîrza Mihemed çû çû çû gelek rê û dirb li bin simê hespê xwe kevnemijê êxistin û gelek çiya û gelî li pafl xwe hêlan. Gihîflte nehalekê(newal) qesrek ber ve xuya bû. Ewî textena qesrê kir(xwest biçe qesrê), gava nêzî bû, nêrayê eve xwiflka wî ya biçûk –ya bi dayik û bavî- hate berahiyê(pêflî). “Mîrza Mihemed, her serê xwiflka xwe hatî! Eve tu ji kî derê tê. Ez gelek wê ji te xerîb bûyîm…” çû serûstûyan… Hal û wextê hev pirsîn, Mîrza Mihemed gotê,

78

Gotê, “Mîrza Mihemed e.” “Mîrza Mihemed, ser serê min û bavê min hatiye.” Wê flevê Mîrza Mihemed mane wê derê, dêwî pirsa welatê Dêwên Firinde ji hemû flêran kir, wan got, em nizanin. Roja pafltir nanek bo deyna û ew bi rê kir. Çû çû gihîflte qesrekê, vê carê jî xwiflka wî ya navê hate berahiyê. Hal û hewalên xwe bo wê gotin, wê jî gotê, mêrê min Dêwê Spî serokê hemû pilingên dinyayê ye. Wê flevê ma wê derê bi mêvanî… Dêwî pirsa welatê dêwên firinde ji hemû pilingan kir, wan jî got, em nizanin û Mîrza Mihemed dîsa bi rê û rêbaran ket. Vê carê qonaxa wî qesra dêwê sor e. Xwiflka wî ya mezin hate berahiyê, hal û serhatiya xwe hemû bo got, wê gotê, “Mêrê min serokê sîmirxan(sîmurg) e. Ew niha dizanin ka welatê dêwên firinde kî derê ye.” Roja pafltir dêwê sor hemû sîmirx cemandin, wan jî em nizanin, yekê ji nav wan got, “Metek min wê hey, heftê hezar salî ye, heke ew bizanit. Pîr e û li ber palekê bi tenê serê xwe ye.” Li ser vê gotinê, rabû du simirx çûn, ew sîmirxa pîr deynan ser perên xwe û înane wê derê. Sîmirxa pîr perên wê weriyabûn, nedifliya xwe li piyan bigire. Rabû gote wan, “Min bikin nav gûfankekê(sergoyek) re, dûngekê(dûvê mihê) danê sibê bo tafltê, yekê nîvro bo navrojê, yekê êvarî bo flîvê bidine min. Heftêyekê wisa bikin, heke dûmahîkê hewe dît sîxên min di gûfankî ra avêtin, hingê ez ê bikarim biçim nexwe wekî dî bêhêvî bin.” Hefteyekê sîmirx hêla wê derê û bi dûngî xwedan kirin. Paflî nêrayê ku sîxên sîmirxê weke heliza di befirê re têne derê wisa di gûfankî re avêtine derê. Sî-


mirx hate derê, gotê, “Herin heft pezan ser jê bikin, heft dûngan bo min bînin hilo em biçin. Mîrza Mihemed kerem ke li piflta min, li ser bask û perên min cihê xwe çêke!” Mîrza Mihemed lê siwar bû, sîmirxê gotê, “Ka dûngekê bide!” dayê, sîmirx rast bilind bû, bi ser ewran ket, gotê, “Mîrza Mihemed tu çi dibînî?” gotê, “Ez çi tifltî nabînim.” Dûngek dî jê xwest. Heta nîvro ber jor hilkifliya, gotê, “Mîrza Mihemed tu çi dibînî?” gotê, “Ez bajarekî dibînim.” Go, “Ez bajarekî dibînim” Gotê, “Timam, ew der welatê dêwên firinde ye.” Rast çûn çûn li lêva çemekî dada. Sîmirxê dûngek ji Mîrza Mihemed xwest, go, ev flîva min e. Em ê îflev li vê derê bêhna xwe vedin. Sibê dade çemî û here. Bû sibe. Mîrza Mihemed çû xwe gihande devê qesrê, nêrayê di nav baxçeyê wê de Gulindana kiça Pepûyê Freng stûxwar û perîflan e, rondikên wê hema bêje wê giyayî flîn dikin hindî hin têne xwarê. Gava çavên Gulindanê pê ketin, gotê, “Da biçin, hewar min xilas ke!” Mîrza Mihemed xwe enirand û got, heta ez dêwê firinde nekujim ez nazivirim.

hêviya Mîrza Mihemed. Navberekê Mîrza Mihemed jî lezand, karwan vehêla da ku bigihîje birayên xwe, gava gihîfltê wan rabû gotê, “Were bira em gelek ji te xerîb in, tu were nîveka me her duyan li ser berikê rûne da ku em piçek keserên xwe pêkve birevînin.” Çawa Mîrza Mihemed li ser berikê rûniflt, wan xwe sist kir û wî kir gurm û di binê bîrê wer bû. Bîskeke dî karwan jî hat, gava Gulindanê pirsa Mîrza Mihemed ji birayan kir, wan gotê, “Qet û qet haya me pê nîn e. Weke bayekî hat û ji me perrî û çû. We reng e wî em hemû li vê derê, di rê de hîfltin.” Berî wan xebera hatina wan gihîflte bajêr. Hazirî hatin kirin, xeber geriya ku kurên padîflahî çûne Bilbilê Hizar Awaz înaye û ligel birrek jin û xatûnan û eve ha ha ye gihîfltine bajarî. Gava gihîfltin nik bavî, wî pirsa Mîrza Mihemed ji wan kir. Kurê mezin axivî, “Wele te kur hene! Ma heke Mîrza Mihemed camêr bûya ma dê xwiflkên xwe dabana dêwan. Her sê zavayên te dêw in.” “Çawa dane dêwan?” “Belê wele her sê dane dêwan.” Gulindan bi vê planê hesiya, xwe avête odeya dayika Mîrza Mihemed, flûrê xwe kêfla, dergeh asê kir û

Gotê, “Tu neflê bikujî” Gulindanê weha gotê, wî go, “Belê ez dê bikujim.” Mîrza Mihemed xwe gihand dêwî, flûrê xwe daweflandê, gotê, “Wey ez xweflîcan im, tu yî yê Gulindana min direvinî, ca dest bihelîne!” Mîrza Mihemed çawa flûrê xwe daweflandê nêrayê tifltek wekî bîlyayê hema hatê. Hema digihîflte kî dera Mîrza Mihemed kulek lê vedikir, Mîrza Mihemed gelekî tengav bû. Kêm mabû ku bikeve, nefliya çi bizavê ji xwe çêke, fleq li cihê xwe sekinî, flûrê xwe rast girt, dêwê weke babelîskê dizîkzikî li devê flûrî aliqî û di nîvekê re bû du ker. Dêw li wê derê mir. Her du hatin nîk sîmirxê, li piflta wê siwar bûn û serniflîvî xwarê bûn. Gihîfltin nik dêwê sor, wî her yekê hespek dayê lê siwar bûn û hatine qonaxa xwe ya serê Sêriyanê nik birayên xwe. fievekê li wê derê man. Roja pafltir bo bajarê xwe ketin rê. Heçî Mîrza Mihemed bû ewî hinekî xwe vegirt, xwe vehêla, ew ma gel jinan û her du birayên wî berî wî gihîfltin qonaxekê. Qesrek li wê derê bû û ber derê wê bîrek hebû. Van her du birayan înan berikek deynan ser devê bîrê, her yekî xwe da rexekê û mane

79


got, “Bila çi kes bi ser min ve neyê. We Mîrza Mihemed telaftiye.” Heke rojek çû, heke hefteyek, heke mehek, rojekê karwanek hat deyna ser wê bîrê. Avê bo xwe hildikêflin; bo xwe, bo dewarên xwe… Wextê satil berdane xwarê Mîrza Mihemed destê xwe danê, ser ket. Hema ruh tê mabû. Gote serokê bazirganan, “Ez ê gel te bim, dewarên te av bidim, bar bikim, tu min bigire gel xwe!” “Hay hay” gotê Serokê bazirganan û hatin gihîfltin devê bajarê bavê wî. Bazirganan Mîrza Mihemed li wê derê hêla ber dewaran û ew bo bazirganiyê çûne nav bajêr bûne mêvanê padîflahî. Bazirgan koda wî didinê, padîflah jî gelek qedrê xwe digire. Vêca Mîrza Mihemed rabû çi kir; dewar hemû berdane nav genimî. Xwedanên genimî hatin, bû qîryana wan. Serokê bazirganan gote Mîrza Mihemed, “Eve çi ye, te dewar berdane nav zeviyan, genim hemû çêrandine?” Mîrza Mihemed gote wan, “Min berdane nav, heywana birsî ne, hûn çûne mala padîflah we têr xwar, ma ew ê birsî bimînin.” Xwedanên zeviyê çi kir nekir nefliyan çu rayê bidinê, gotin, a qenc ew e ku biçine nik padîflahî bila ew mesela me ji hev safî ke. Serokê bazirganan, Mîrza Mihemed û xwedanên zeviyê çûne dîwana padîflahî. Padîflahî gotê navê te çi ye, wî bo xwe navek derêxist; An Elî, an Husên…

“Te bo çi genim çêrandin” padîflahî gotê. “Padîflahî xwefl bîtin!” gotê Mîrza Mihemed, “Xwedê ava bike, mala te avedan e, bi adan e, têr û tijî ye, çi tifltê Xwedê dayî wê hey, ew jî heywanên reben birsî ne. Bi ser bextê min in, vêca ez çawa wan birsî bihêlim. Ji ber hindê jî min ew berdane nav genimî.” Birayê wî yê mezin lê xurî, “Kuro tu çi di ber bavo diaxivî teres! Kê axaftin daye te tu hin diaxivî bila xwedanê dewaran biaxivît…” Gote birayê xwe yê mezin, “Teresê ser teresan jî tu yî; Tu çi diaxivî ez digel bavê te wê diaxivim, ma digel te!...” Dey dey bû axiftina wan, dûmahîka dûmahî gotê, “Tu çi kes î? Navê te çi ye?” Hingê Mîrza Mihemed ji dergevanî xwest ku kilîta derî bidine wî, wî jî rûpêfla ber rûyê xwe vekir û xwe aflkera kir ku ew Mîrza Mihemedê birayê wan ê biçûk e. Ji dîwana padîflahî xwest li morên nav serê birayên wî yê mezin û navê binêrin û tiflta înaye serê wî, bo wan her tiflt vegot. Bavê wan jî kete navberê, nexwest zarokên wî jêk dilmayî bibin, ji ber wê sulha wan kir, ew pêk înan… Îna daweta Mîrza Mihemed û Gulindanê kir, ew gihîfltin miraza xwe, heft flev û heft rojan dawet û flahî gerandin, em ji wirê hatin me leqek pîvazê jî gez nekir.

Çîroka me li diyaran, rehme li dayik û bavê guhdaran…

80


Tifltanok

? ?

Bi flev bela ye bi roj kela ye gelo ew çi ye? (nivîn)

?

feran e, Tifltekî min heye zerîzer e zeh nizane, nivîs li ser e bê Quran e, yê ku aqilê wan aqilê keran e. (pereyê zêrîn)

naflikê, Tifltek heye ji ser xênî dikeve kê. dikeve navbera du zinaran difl Ew çi ye? (dendik)

? ?

Ser text bin text, di ortê de pîreke bêbext ew çi ye? (kûsî)

? ?

Tifltek heye serî xwar e binî dar e? (gopal)

?

Tifltek heye zîngezîng e ne zinar e, çil qul û çil hezar e? (bêjing)

Bi qasî pisîkekê ye dikare patozekê rake gelo ew çi ye? (kirîko)

Baskên xwe hene, ne çivîk e, qiloçên xwe hene, ne beran e, lê gelo ew çi ye? (pinpinîk)

Herêma Kobanê Berhevkar: Nesrîn KENAN 81


VATEYÊ VERÊNAN 1- Nezanî rehetiyê canî ya. 2- Dûr o bi nûr o. 3- Xorê çin yo, flari rê bê mal o. 4- Bi tir û fisan tenûr nêbena germin. 5- Xorê kor o, flari rê doxtor o. 6- To di ez a, to nêdî dizd a. 7- Belgîre fliya, kewto ro hevsarî dima. 8- Êno esil, nêbeno mesil. 9- Vatiflê verînan nexflê siyan. 10- Ardiflê keynê babiyan zor o, weykerdiflê cay rehet o.

Herêm: Pasor Arêkerdox: Leyla GULTEKÎN

82


Halet: Alavê pê cot dibe. Destik: Ciyê cotkar pê digire. Xop: Hêmana halet ku ji destikê heta gîsin. Malgîsin: Darê ku gîsin lêdikeve. Gîsin: Hesinê sertûj ku erdê xet dike. Navpir: Darê di navbêna xop û tîrê de. Maç: Darê di navbêna malgîsin û tîrê de. Tîr: Darê ji birkê heta sermûsleyê. Sermûsle: Darê bi ser tîrê ve ye. Qetiwe(qetab): Gava sermûsle di xelekê re derbas dibe; qetab li pafl xelekê dikeve qula sermûsleyê. Darokê sermûsle bi xeleka nîr ve dike. Toq: Xeleka hesin ku tîr û sermûsleyê bi hev ve girê dide. Qul: Di sermûsleyê de ye. Ciyê qetiwe dikeviyê. Sê qul di sermûsleyê de hene. Qula pêflî halet siwe dike. Qula dawîn halet serî(dîke) dike. Siwe: Halet siwe bê girêdanê gîsin rû re dere. Ga naêflin. Serî(dîke): Halet siwe bê girêdanê gîsin kûr re dere. Ga diêflin. Birk: Qula di xop de ku tîr tê re derbas dibe. Çivî: Darê piçûk ê li birk dikeve ku pê tîr biflidê. Çivî li jor birkê keve tîr serî dibe. Çivî li jêr birkê keve tîr sewe dibe. Nîr: Alavê dikeve stûyê her du gayan. Qulnîr: Qulên di nîr de, kilewe tê re derbas dibin. Çar qul di nîr de hene. Kilawe: Darziravên di qulnîr re derbas dibin û li bin stûyê gê tên girêden. Benkilawe: Benê kulaveyan bi hev ve girê didin. Guhnîr: Du çimên di navêne nîr de ku nahêlin qayifl vir de wê de here. Qayifl: Lastika xelekê bi navêna nîr ve girê dide.

83


Xelek: Darê gilover ê sermûsle tê re derbas dibe. Xelek, ji darê mazî çêdibe. Darê ter dikin êr germ dibe ditewînin, serê wan dide ser hev û mix dikin. Carife: Zoxê çêrm wek xelekê dihat hûnandin. Pêwira qayiflê û xelekê didî. Misas: Darê dirêj û ziravê cotkaran pê cot dikir. Lawût: Hesinê pahn ê li qûna misasê dikeve ku pê çamûra gîsin pak dibe. Zixt: Bizmarê bi serê misasê ve. Bona ga zû herin cotkaran di qûna wan re dikir. Tirpan: Alavê çinînê. Pê ce, genim, nîsk, giya hwd. tên çinîn. Destî: Boça li kêkimtiyê dikeve. Di tirpanê de hêmana darîn a pêgirtinê ye. Destiyek: Qasî qevdekê Pifltî: Barê qasî meriv kare li piflta xwe bike. Kêlimtî: Di tirpanê de hêmana hesin, hêmana tûj dibe û dibire. Devê tirpanê. Destik: Di destî de ciyê pêgirtinê. Toq: Xeleka kêlimtiyê û destî bi hev ve girê dide. Loqme: Darê di toqê de li per destî dikeve him wan bi hev ve diflidîne, him jî kêlimtiyê siwe û serî dike. Ors: Hesinê kêlimtî li ser tê kutanê. Çakût: Hesinê serê boçê de, bi kutanê kêlimtiyê tûj dike. Masat: Babetek kevir, alavê tûjkirinê. Hêge: Hesinê kertkirî, alava tûjkirinê Das: Alava darbirînê. Qakûç: Alava paliyê. Milêw: Alava holê, pê dor tê avêtin. Bêder li ba dibe. Yawe: Milêwa hesinî, pê çarç tê avêtin. Bêra darîn: Pê tene li ba dibe, dibe fliv. fiiv: Xeta teneyê li ba bûye Qelm (moflin): Alava pûfl hûrkirinê.

84


Dîz: Komsiya ji gurzan û xoriman. Dirmix: Alava pûfl berhevkirinê. Ji hemêza flûnde pûflê mayî bi dirmixê berev dibe. fielag: Barê pûfl. fiimêl: Hemêzek pûflê ce, genim, nîsk,… Gidîfl: Koma gilover ya pûfl daye ser hev. Rewaqe: Gidîfla dirêj Çarç: Pûflê bo bêderê tê raskirin. Çarç avêtin. Bêder: Pûflê bo tene û ka jê derkeve, tê holkirin. Gamedîn: Darê navêna moflinê û nîr de Hol: Kutana bêderê bi ga. Qelibandin: Serûbinkirina bêderê, bêder gava serê wê hûr dibe, tê qelibandin ku pûflê binî derkeve ser. Milaxme: Bêdera hûrkirî ya ka û tene tevîhev. Ka: Pûflê hûbûyî ku tene jê hatî girtin. Kês: Kaya gir. Berba: Kaya pir hûr bûye. Ji ber bê çûye. Gurz: Hemêzek sapa girêdayî Xorim: Hemêzek giyayê tevkirî Rêsî: Hemêzek giyayê badayî Tix: Komsiya kayê. Ufare: Binê bêderê, milaxmeya ax di nav de. Serkom: Koma teneyê seradkirî Cot: Erd ajotin. Kiraw: Cotê payizê, gir tê ajotin. Bizar: Cotê toxim, hûr tê ajotin. Qeydem: Li gor dirêjiya erd, 50-60 gav ferehî Evleg: ji çaran yekê qeydemê Kat: Teneyê wefliyayî, payizê flinhatî Tahwîr: Cotê nav zeviya, gir tê ajotin. Tahwîra gêris û rez û bîstanan tê kirin. Cotê çelle: Kirawa zivistanê. fiûv: Erdê ajotî lê toxim neavêtî, salekê ajotî bimîne dibe eflkhiflûv

85


Pirêze: Tene û ce çinîn flûnde flûna wê ya mayî. Çilpoz: Tovê zîl daye rûyê erdê girtî. Telbîz: Nekmeya erdê. Telbîzketin: Qandî bihustekê av bi erdê de çûyin fiinglêxistin: Zila flax daye. Qît: Navêna du movikên sapê Sap: Bejna tayê gêris. Zîl: Toximê hiflin bûye. Simil: Serê ce û gênim. Rîçik: Têlên zirav ên bi kokê ve. Bijî: Têlên zirav ên bi simil ve. Firîg: Tene an fêkîyên negihayî Ber: Li gor toxim zêdebûna tov. Bir: Li gor toxim hatina ber. Tar: Çembera darîn Bêjing: Tara binê wê bi duhêla çêkirî. Bêjinga hûr, bêjinga gir Serad: Bêjinga gir, qul fereh. Serada gênim, serada cê, serada nokan. Qinat: Alavê pîvanê Elb: Satila darîn Çewal: Torbeyê rîsîn bo tene û arvan Xirar: Çewalê mezin ê mûyin. Tevir Alavê kolanê Kulbe: Tevirê yekdev Bêr: Alava kup ê ax tê avêtinê Mer: Bêra devtûj, alava kolanê Xilç: Çoyê serê pahn, bo kereng derxistinê

(Herêma Erxenî ) Amadekar: fiêxmûs ASLAN

86


Amadekar: Ronya BEWRAN


88


Folklora Kurdan Dergisi 1.Sayı  

Kürt Edebiyatı ve Kürt Tarihine Ait Aylık Kültürel Dergi Folkora Kurdan

Folklora Kurdan Dergisi 1.Sayı  

Kürt Edebiyatı ve Kürt Tarihine Ait Aylık Kültürel Dergi Folkora Kurdan

Advertisement