__MAIN_TEXT__

Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Kurdistan-Hejmar (151)

Hezîran / 15 - 6 - 2019

www.pdk-s.com

PDK-S ... 62 sal ji tekoşîn û xebata berdewam Cemşîd Ebdulkerîm

Komîta Navendî ya PDK-Sê bi boneya salvegera 62emîn a damezirandina wê partiyê peyamek belav kir û ragihand، “Di sala 1957an de Partiya Demokrata Kurdistana - Sûriya wek yekem partiya siyasî ya Kurdî ya camewerî di mercine siyasî yên navdewletî، herêmî û nevxweyî yên girîng de hat damezrandin. Bi damezrandinê wê re gelek proje û hevalbendiyên navdewletî wek (Xala Çarem، Projeya Eisenhower

û Hevpeymaniya Bexdayê) hatin meydanê. Herwiha �işarên siyasî jî li ser Sûriyê zêde bûn، bi taybet ji aliyê Tirkiyê ve û yekbûna Sûriye û Misrê di sala 1958an de.” Diyar kir jî، “Vê partiya nû، tevî lawaziya karînan û kêmbûna kadroyan، karî cemawerekî berfereh، rêxistinên ciwan û xwendekaran li dora xwe kom bike û gelek gav ber bi bicihkirina aramncên di gelek waran de wek، ziman، wêje، kultur û dozên ceogra�iya

Kurdistanê، dîroka şoreş û serhildanên Kurdistanê bavêje û cejna Newrozê ya netewî lidar bixe.” Komîta Navendî ya PDK-S dibêje، “Partiyê di siya siyasetên şovenizm û projeyên nijadperestiyê (Kembera Erebî، Serjimêryarî û siyasetên erebkirinê) ên hikmetên li dû hev ji serdema yekbûna Sûriye û Misrê û dabeşbûna wan، heta hikûmetên Partiya Beis û heta şoreşa Sûriyê di Adara 2011an de ranewestî û ji encama hilwestên

wêrek ên partiyê، serkirdatiya PDK-Sê di salên heftî yên sedsala bûrî de bi salên dirêj di zîndanan de ma.” Di beşeke din a peyamê de hat،“ Partiya me ma ji kaniya rêbaza Kurdatiyê rêbaza Barzanî vedixwe û wane û ibretê ji dibistana wê ya xebatê werdigire û dê li ser wê rêbazê bimîne، ta bibe beşek ji projeya netewî ya Kurdistanî ya ku Serokê xebatkar Mesûd Barzanî serperiştiya wê dike. Ev projeya netewî roj bi roj

destkeftan bidest dixe، ji bidestxistina daxuyaniya 11ê Adara 1970î ji rêjîma Iraqê ya rûxandî û heta Federalîzmê û ta gihîşt bi encamadana referandûma dîrokî di 25ê Îlona 2017an de، ku bingehên serxwebûna Kurdistanê danîn.” Salar Xelef ku endamekî PDK-Sê ye bi vê boneyê çend hêviyên wî hene û wiha dibêje: Em li ser rêbaza Barzaniyê nemir nayên xwarê، û divê partiya me li ser vê rêbazê bimîne، û bêhtir ciwanan bide

pêş daku xwîneke nû bikeve nava partiyê de، divê partiya me her ya serkêş li Kurdistana Sûriyê bimîne، ji ber ku hêviya milet tenê di vê partiyê de ye. Ji aliyê xwe ve، Hêvîn Seyid jî wiha dibêje: Divê rola jinê di nava partiya me de zêde bibe û piştevaniya wê bi cidî were kirin، PDK-Sê hilgirê ala netewî û doza gelê Kurd li Kuurdistana Sûriyê û divê li ser vê rêbaza xwe heta dawiyê bimîne û parastina kadir û slîgirên xwe bike. www.pdk-s.com


2

Hezîran / 15 - 6 - 2019

Kurdistan-Hejmar (151)

www.pdk-s.com

Bi şewata genim û cehê welatiyan karsateke mirovî li Kurdistana Sûriyê rû dide Kurdistan-Cîhan Mihemed Li çend deverên Rojavayê Kurdistanê rûberekî ber�ireh ji genim û cehê cotkarên Kurd şewitî. Li zeviyên Kurdistana Sûriyê ev çend carin agir bi dikeve. Li Cizîra Kurdistana Sûriyê rojane agir bi genim û cehê cotkaran dikeve û herî dawî agir li zeviyên sê gundên ser rêya Qamişlo û Hesekê û bajarokê Tirbesipiyê û Gundewarê Dêrikê ketiye، agir rûberekî ber�ireh daye ber xwe û nayê kontrolkirin. Cotyarek wiha ji Rojnameya Kurdistan re li ser vê karesatê dibêje: ew bê çare ye، nikare rê li ber gurbûna agir bigrin، lê bi dilekî şewat، behsa şewata genimê xwe dike û dibêje mala me xerab bû، û ti kes nîne bi hewara me ve were em daxwazê dikin ku em werne qerbokirin، û mandîbûna me bê sûd neçe، em bi rastî hejar û belengaz in û mal milkê me ev zevî ye heger ew jî nemîne dê çi bikin، bi hewara me ve werin ti kes xwe ji ber me nede alî. Xwediyê zeviyekî ku hatiye şewtandin wiha ji Rojnameya Kurdistan re dibêje، e hezar û 500 donimên min şewtî ne، û dema ku agir vê ket dûrî genimê min bû lê ji ber ku agir nehate kontrolkirin ew agir gihşte genimê min û ez jî zirarmend bûn، me çend caran daxwaza tîmên agir vemirandinê، lê mixabin ti kes bi hewara me ve nehat، û xelkê bi xêra xwe hewla kontrolkirina gir dikirin، ez piştrsat dikin ku destek li pişt vêketina van agiran e، û sed ji sedî pirsa nirxê genim û ceh girêdayî pirsa agir e، û destê hin kesên

nenas jî di nav de heye، ew di xwazin xelkê me dev ji mal milkên xwe berdin، û da ku bi berhemê zeviyê xwe şa nebin ku ev saleke li hêviya vî berhemî ne، jiblî vê yekê zeviyê xwe cot û semad gelek pere jî lê danîne، û ew nizanin ku dê çawa ewê werne qerebokirin. Niha destê her cotkarekî Cizîra Kurdistana Sûriyê li ser dilê wî ye، ev keda wî

ya salekê ye، pirsgirêka herî mezin jî، nebûna patozan e، patozên ku bidest kevin jî، bi nirxekî giran diçinin. Li herêma Cizîrê bêtirî 130 hezar hektar bi genim û ceh hatiye çandin، lê hejmara patozan nagihêje 600î ji ber wê yekê xwediyê patozan pêşbîn dikin ku werzê çinînê ji 2 mehan dirêjtir be، nemaze giyaya şîn di nav zeviyan de heye، û piraniya

patozan li gundên Reqa û Dêrê bi nirxekî bihatir diçinin. Wek tê zanîn agir li gundên Gundewarên Hesekê، Dêrik، Amûdê، Qamişlo mîna Til Erbîd، Xirbe Xezal û Çolê li ser rêya Qamişlo û Hesekê heta gundê Ebû Zeyid، Meşûq، Siwêdiyê û Sêgirka û Hesê Oso û bi hejmareke gundên din ketiye. Herwiha wî agir ziyaneke mezin li pey xwe hişt. Rêveberiya

Çandiniyê ya rejîma Esed li Hesekê ragihand، ku ji ber şewata genim û ceh، derdora 70 hezar donim li parêzgeha Hesekê zerer dîtine. Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê dibêje، destê çekdarên DAIŞê û hin aliyên din di bûyerên şewatê de hene. Lê welatiyên Kurdistana Sûriyê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD bi berpirs dizanin û dibêjin

divê sînorek ji vê karesetê re were danîn. Cuma Xidir wiha di vê derbarê de dibêje، agir ne ji ber xwe ve bi genim û cehê xelkê dikeve، û tekez destên mezin li pişt vî agirî hene، çima salên din ne bi vî awayî bû، div lêkolîn di vê derbarê de bê kirin ku heta niha ti kes nehatiye girtin، û ev yek jî cihê gumanê. Bi nerîna min pirsa daxistina nirxê ceh û genim girêdayî pirsa şewitandina genim û cehê xelkê ye، lewma ew naxwazin xelk bi dilrehetî bijîn û dixwazin ku ew di jêr zext û �işara abûrî de bijî. Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê ku wek desthilat xwe dide nasîn hemû berpirsyaretî di stûyê wê de ye، û nabe xwe ji vê berpirsyaretiyê bide aliyekî û divê van cotyaran qerbo bike yan jî çareseriyekê ji rewşa wan ya zehmet re bibîne ji ber ku bê pere mane û qûtê zarokê wan hate birîn û mandîbûna wan jî bê sûd çûye. Heger bîrên petrokê hatibana şewtandin wê hezar otomobîlên agirvemirandinê bi hewara wan bîran ve çûbana ji ber ku pere û dahatê wan û kesên ku ji bo wan kar dikin ji van bîrane، lê malê xelkê be ti xem nîne heger bisûte، ji ber ku ne mal û milkên wan ne û ne xema wane ku xelk çawa jiyana xwe derbas bikin û ya girimg ew e ku bêrîkên wan tijî pere bin.Heta niha min nedîtiye ku bîreke petrolê li Kurdistana Sûriyê hatiye şewtandin ji ber ku saman û dahatên wan ji parastina wan bîrane، û heger hate şewtandin dê di erkê xweparastina wan bîran de neserkeftî bin، û dê ji jêr destê wan werne kişandin.

www.pdk-s.com


Hezîran / 15 - 6 - 2019

www.pdk-s.com

Kurdistan-Hejmar (151)

3

Salek bi ser terorkirina kadrirê PDK-S Ehmed Mihemed Şêxo derbas dibe Kurdistan-Henan Mistefa Roja 7ê Hezîrana 2018an grûpa çekdar bi navê El-Emşat bi ser mala Cîgirê Serokê Encûmena Sivîl a Şiyê û Endamê Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye PDKS Ehmed Mihemed Şêxo de girt û ew revandin. Piştî 5 rojan ji lêdan û eşkenceyê ew berdan، lê ji ber birînên wî yên giran roja 12ê Hezîranê canê xwe jidest da. Ehmed Mihemed Şêxo 55 salî bû û bavê 3 zarokan bû û bi sedema ku wî hewl

dida rêgiriyê li riftar û binpêkirinên grûpên çekdar ên li navçeya Şiyê bigire، ji aliyê grûpa Emşat ve hat revandin û heta bi kuştinê hat eşkencedan. Ji dema kontrolkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de، ji bilî dizî، talan، destdanîna ser mal û milkên xelkê û bicihkirina plana guhartina demogra�iya Efrînê، bi hezaran welatiyên Kurd tên revandin û eşkencedan. Çalakvanê bi navê Ehmed Omer wiha di vê derbarê de dibêje: Helbet armanca grûpên çekdar ji encamdana van

tawanan ew e ku xelkê Efrînê neçar bibin dest ji xaka xwe berdin û koçber bibin. Li hember van tawanan jî welatên

cîhanê، rêxistinên yasayî û mirovî yên navdewletî bêdeng e، û ev bi xwe jî xaleke reş e di rûpelê mirovahiyê de، divê

Tirkiyê kiryarên van grûpan rawestîne û ew bi xwe serpereştiya karûbarê Efrînê bike، û bi ti awayî nehêle ew grûp kiryarên xwe li dijî xelkê sivîl yê Efrînê berdewam bikin، bi nerînamin Tirkiyê şaştiyeke mezin kir dema ku EFrîn da destê van grûpên çekdar ji ber ku li ber çavê cîhanê ew dever di jêr destê Tirkiyê de ye، û ew berpirsyaretiya wê hildigre، û divê bi erkêxwe yê mirovî rabe daku xelkê Efrînê vegerin ser mal û milkên xwe jiyana xwe ya asayî derbas bikin. Cemîl Xelîl jî wiha di vê derbarê de

dibêje: Xelkê Efrînê di serdema ku Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD li wir desthilat bû، xelkê me dihatin revandin û gelek kadroyên PDK-Sê jî hatin revandin، û heman van kiryaran jî ji aliyê wan dihate kirin، û ti kes nikarîbû dengê xwe bike û niha jî xelkê Efrînê rastî zulm û zordariya grûpên çekdar tên، em dikarin bibêjin ku Efrînî ji ber şirkê çûne ber mezrîbê، û wek ku em niha dibînin çawa xelkê me yên bê gunh têne revandin û eşkencedan.

Ji ber çi diramayke Kurdî nîne ...

Raid Mihemed -Hewlêr

Dirama corekeke pir giring e, ji Coreyên Hunerê, ku milet kiltûr û feleklor, û Dîrok, Civak, û Şarestaniya xwe dide xuyakirin, û fêr dibe, û ev cor ji hunerê pir kevin e, li Cîhanê de , ku dewletek weke Emerîka karîbû şikestinên xwe yên leşkerî di riya Dirama û Filmên Sînema qerebo bike, û Karîbû Qehremanên ji Ekteran saz bike mîna ""Van Dam , Rambo, "" û karîbo nerîna giştî ya miletê xwe bi ser xwe ve bîne, her wiha gelek miletên cîhanê Dirama kirine Çek ji bo xwe û Şerê dijminê xwe bi wê dikin, ta ku çêkirina Dirama bû Pêşesaziyeke pir buha ji Petrol û Zêr û Zevî

buhatire, di Rojhilata Navîn de , diyar e ku Dirama Mesrî û Tirkî û Îranî pir pêşketî bû , û di van 25 salên dawî Ya Sûrî jî pir pêş ket, lê ya Îraqî li paş mabû , û heger em bi kûrayî li vê pirsê binerin, bi me re tê xuyakirin ku Dirama ya Tirkî û Îranî û Sûrî û Îraqî ji Ekter û Hunermend û Mûzîkjen û karmendên Kurd sûd wergirtine, û Dibe ku Ekterên Serekî jî ji vê Dirameyê ku Zincîre�îlm in ku ji 30 Xeleka pêk tê û hin ji wan digihibe 100 û bihtir jî ku kurd bin çi li Sûriya û çi li Tirkiya û Îranê û Îraqê û ta Misrê jî , lê pirsa ku tê qadê xwe diyar dike ji ber çi rûkê Diramake Kurdî ne diyar e , û pir qels û lawaz e,

gelo sedem çi ye ...?? Heger ji ber ku naverok û Çîrok be , ev ne rast e ji ber ku Serpêhatiyên kurdî pir in dibe ku li ba kurdan ji van dewletên dora wan bihtirin, lê çima kurda berê xwe ne daye Kurte�îlm û Fîlmên Sînîma û bi taybet Dirama, nexasim ku Çîrok û dastan û Serpêhatiyên kurdî têne dizîtin, û hêz û wuzeya Ekterên kurd diçe ji bo van dewletên dagîrker, lê ji rexekî dî ve , li Başûrê Kursiatanê bi taybetî Beşê zirava Soranî wan gavên mezin avêtine di Dirama kurdî de , û Zincîre�ilmên wan ji sala 1968an ji dema Teleizyona Kerkûkê hene, û anha pir pêş ketine, wiha li Bakur jî ku Dewleta Tirkî Kenaleke

bi Zimanê Kurdî vekir ew jî bi navê TRT Kurdî ku têde Zincîre�ilmên Tirkî tên Doblackirin ji bo zimanê kurdî, û hin �ilmên kurdî yên Komîdî jî hatin lîstin û pêşkêşkirin, li li Rojhilata Kursiatanê ku bi Filmên Sînema navdarin, di warê Dirama kurdî pir qels in , û kêmayî heye, û li Rojavayê Kursiatanê rewş bi rengekî dî ye , ku berî 20 salan Zincîre�ilmên kurt derketin bi navê "Bavê Teyar " û dengvedaneke pir mezin kir li seranserê Kursiatanê û hin zincîre�ilmê dî derketin lê di warê teknîkî û Hunerî pir kêmayî hebû, dibe

ku Kompaniyên kurdî yên di vî warî de pir kêm bin û dewlemendên kurd berê xwe nadine Çêkirina Dirama, ji ber vê yekê Dirama kurdî bê nasname ye bi ser ku Dîroka kurdî û Dîroka Kurdistanê pir dewlemed e û têre û corecor e , pêwîste kurd bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê bi vî barî rabin û dest bi vî karî bikin , ji bo vê yekê û ji ber ku hêvî li ser Ciwan û gênca ye, li Kampên başûrê Kurdistanê û li Ewropa jî girûpên Ekteriyê çêbûn, û tevahiya wan di warê komîdî kurte �ilim çêdikin , ku kêfxweşiyê dixine dilê miletê xwe de, mîna koma BÊKES û Sozdar berazî û hevalê xwe û koma Dareşikranê û Nejdo û Miho..htd Dibe ku gava van cieanan bibe dest pêk ji bo çêkirina dirameke pirofeşînal û serkeftî û ku karibe Cemawerê kurd ji TV yên Erebî û Tirkî bikşîne û bîne li cem TV yên Kurdî ku Taybet bin ji bo Dirama , ji ber ku Şerê niha Şerê pênûs û Hunerê ye û pêwîste em jêre amade bin. www.pdk-s.com


Hezîran / 15 - 6 - 2019

Çand û Huner

www.pdk-s.com

4

Evîn û dûrahî û peyala qehwê

xemsarî û guh nede wî، wê zanibû tiştekê qewime !! Gava ku şev dawî bû، Di havîna sala 2015an ajokerê texiyê dereng hat، li wir can radiweste de di êvara helbestê de ligel wî civiya، û ji dûr ve lê temeşedike da dilê xwe hînik bike ew ne cara pêşî bû، xatun bêhna wê teng wê ew berê dîtibû، di heman demê de، dibû û li gel ajoker her gav Telefon dikir nizanî û di wê rojê de، dîsa bû ku ew deqe û ew dîrok li xwe dizîvire dereng bibe sedema û evîniyê dinvisîne bûyîna hezkirina nû، û li li rexê çepê yê singa wê. ser riya malê hizir kir û got ، "Erê، ez wî dinasim Dibe ku ew bi Nivîskar: Lara Eyûb Wergerandin ji Erebî: Mahir Hesen

Yara min Bavê Helebce Te ez kuştim evîna min, Bes rondikan bibarîne Dicle û ferat şermezar in Ma qey çavên te Janine Nazdariya li min neke Berê xwîna te şêrîn e Bi sed Incîl û Tewratê Bi Evesta bi Quran û yasînê Ji min bawerke gidînê Ji te pêve di dil de namîne Di cengê de Rustemê zalim Di Eşqa te de Cezîrî me Evîna me pir dijwar e Ne kêmî ya Mem û Zîn e

beriya vê yekê،gelo çima ewqas giringiyê didimê ? " Ma heta ber banga sibê û ji xwe dipirî wêneyê Can hê jî li ber çavên wê ye ..li ber neynikê rawesta û bi dilê xwe re axi�î : "dema min nîne ji bo çîrokên hezkirinê û ez namînim li benda tu kesî ji min re bêje ez bedew im ، neynika min tenê bese ، û lçavên xwe yên qehwerengî de wî dibîne " Ber bi karê xwe ve çû neweku her car ، vê carê li gel ajokerê texiyê pevneçû ، silav li karkerê ber deriyê kir ، Kompozîsyona her carê wê dest pêdikir / ez têr Xew nebûme / negot ، �incana qehwa sibhê wê bîr kir ku amade bike : "Ma ez ji wî hez dikim ?!"nameya can bi dengê feyrûz wê agadar dike I / beyanî baş ez dixwazim roja xwe li gel te dest pê bikim û te bixwazim li ser �incanek qehwa /Ew di qehwaxaneyeke biçûk ya ku xatun jê hez dike û nêzîkî cihê karê wê ye û li ber dengê awaza civiyan.. Can dudilî û nikara rastiyê jê re bêje ew jî naxwaza ku têkiliya hezkirina bike ، ew pir hestyar e ، û bi tenê tiştên cuda yên ew naxwaza ، ku rojek pê û can bibe sedema giriyê wê . Lê belê wextê ku evînê tê destûrê ji dila nakire ، û belkî Can hezkirina ku di xeyala xatun de ye her şev dema ew

çavên xwe digire li ser paligh û dibêje ew ne ji tu keçikek din re ye ..Ev pir Xatun bi wî ve girêda ، heta têkiliyan bi jiyanê ve nema dikarî bike ، ew hatiye a�irandin ji bo ku ew bijî !! Nîvêşevê Telefona wê bi navê can lêda ، ji wê pirsî bo hevdîtinê siba bi êvarê، û roja din xatun kirasê xwe yê sor li ber xwe kir ، û porê xwe berda li ser milên xwe û çû hevdîtina delal xwe ، li aliyê din ji bajêr can li benda wê ye lê îşev hezkirina xwe jê re derdixe ، û destên wê yên piçûk maç bike û dilê wê yê tişî zîz jê bixwaz e. Dema jê re got lê vegerand، got: "di navbera deqek û deqekê de ، di dilê min de hezar deqe di berjin !!" Ew bi serketin ji qehwaxanê derket û roj bi roj xatun jê hez dike zêdetir û zêdetir، heta ku ew li gel �incana xwe �incanek din jê amade dike ، ji bo parvekirina roja .. Piştî pênc mehan jê dûr dikeve nema guh dide xatun ، nema pêre dikene çaxê jê re digot ez ji te hez dikim ، belkî giha dawî ، dawiya her işqê . Xwestiviya can ، işqa can ya kevin lê divegere û dîse ji nû evîna xwe li dilê wî divejîne . Di rojekê de ، piştî hefteyekê ji dûrketina wa ، xatun di bin baranê li navenda bajêr de dimeşe

û dibêje : ka tu ji vê qerbalixê tev ، were û bi dilê min re dîlanê bigire din bin baranê de ، min û te ji baranê hez dikir ، va çavên min dibarin li ser te ، ji bo hezkirina te ، ji bo seata bîrkirinê ya bîr anînên te . Evîna can ya yekem dikarî bû ku bihele can xatun ji bîr bike û piştî demek kurt ji dûrketina xatun ، zewaca xwe ragihand . Xatun gelek ji can hez

dikir ، navê wî li ser dilê xwe durist kiribû an jî jiyan weku wêneyê can dihat xêzkirin . Xatun tenê ji qehwê hez dikir ji bû wî ، her sibih �incana wî jî amade dikir û digot : ez dev ji bîranîna can naberdim . Xatun di dilê can de jibîr kiriye ji demek dirêj ve ، û kursiyê wa li wê qehwaxanê vala ye .

Agir Kemal Sîno Vemirîne vemirîne vî agirî vemrîne Janê avête dilê min çarakê jêre bibîne Vî agirî şewitandî keda minî çend salan Bîranînên min tevde bûn ax û ox û nalîne Agir ne tenê malê min dibe û dişewtîne Ew êşê tîne bi xwe re birçîbûnê ew tîne Ne tenê mafê mirova dibe û dike arî Jiyana ajelan dibe sînorkî jêr datîne Nihokê min tarî dike jiyanê nexweş dike Paşerojê wenda dike dîrokê vedimrîne Vemirîne vemirîne vî agirî vemrîne Janê avête dilê min çarakê jêre bibîne

www.pdk-s.com

Profile for pdk-s

Rojnameya Kurdistan - 151 - Kurdi  

Rojnameya Kurdistan - 151 - Kurdi

Rojnameya Kurdistan - 151 - Kurdi  

Rojnameya Kurdistan - 151 - Kurdi

Profile for pdksp
Advertisement