Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Kurdistan-Hejmar (145)

Adar / 15 - 3 - 2019

www.pdk-s.com

Ev 9 sal in êş û azarên gelê Kurd û Sûriyê berdewam e Omeran Xelef

Şoreşa Sûriyê dikeve sala xwe ya nehan de, û hêj heta niha bi milyonan welatiyên Kurd û yên Sûriyê penaber in û di rewşeke xerab de

dijîn, herwiha bi sed hezaran xelk hatin kuştin û bi hezaran jî hêj girtî û windayî ne. Mihemed Omer wiha di vê derbarê de dibêje: Weke tê zanîn şoreşa

Sûriyê bi awayekî aştiyane destpêkir. Qêrînê gel bi daxweza demokratîk, aştiya civakî û guhertina rêjîmê dihatin hildan. Lê piştî ku pêvejoya

şoreşa li Sûriyê kete asteke çekdarî hino hino şoreş ji armanca xwe dûr dikeve, lê di dilê gelek ji welatiyên Sûriyê şoreş her şoreş tevî rewşa ku hate holê.

Cemîl ku xelkê bajarê Qamişlo ye jî wiha dibêje: Gelê Kurd li Sûriyê hêj êş û azaran ji destê rejîm û destikên wê dibîne, û ev yek jî qelenê ne

xweçemandina wî ye ji zordariyê, lê divê Sûriyeke nû were avakirina ku mafên mehû gelan têde parastî û êdî êş û azarên wan nemînin. www.pdk-s.com


2

Adar / 15 - 3 - 2019

Kurdistan-Hejmar (145)

www.pdk-s.com

Serhildana 12ê Adara sala 2004an dîwarê tirsê şikand

Serhildanê dengê Kurdan gihande tevahiya cîhanê

Arîn Mihemed-Hewlêr Her miletek di jiyana xebata xwe de di qunaxên cuda de û coercor deebas dibin , carna destkeftî bi dest dixin û carna qurbaniyên pir mezin didin , ji ber ku rûmeta kesayetî û ya tevayî Azadî ye û serxwebûn e , ji bo vê yekê miletên bin dest mîna gelê kurd , bi sedê raperîn û serhildan û şoreş kirin ji bo sitem û zilma tarî li ser xwe rake û berû ronahiya Azadiyê here , wiha gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê Serhildaneke mezin li seranserî Deverê Kurdî li Sûriya rûda , ku di 12 Adara sala 2004an ji Yarîgeha Bajarê Qamişlo dest pêkir , berî ku Tîma Cîhad ya Fotboolê ya Kurda bilîze bi Tîma mehvan ya Binavê Fitiwê ya ji bajêrê Dêra Zorê hatibû , ku hander û cemawerên wan xwe dabûn hev û silganên dijî kurda dirakirin ji bilî

hildana wêneya Serokê Iraqê yê berê Sedam Hisên , û di Yarîgeha Qamişlo de gotinên xirab li ser Serok û serkirdeyê kurdan gotin û dengê xwe bilind kirin , ji bilî ku cihê cemawerên kurda di Yarîgeha Qamişlo de birin û kivir û ber avêtên kurdan , ev yek di bin parastina hêzên Ewlehiyê yê rêjîma Sûriya , ji vir Serhildan dest pêkir , û nêzîkî 6 rojan berdewam berdewam kir , îro 15 Adarê ye ku ev 15 sal derbas dibib li ser Serhildana 12 Adarê ku tê naskirin bi Serhildana Qamişlo jî ji ber ji Qamişlo çirûska wê hate vêxistin , û li sernaserê Rojavayê Kurdistanê belav bû , lê rêjîma Sûriya bi destekî ji Hasin û agir ev şoreş vemirand , lê hîn çirûska wê di dilê wan xort û gêncê ku têde beşdar bûn hîn nehatiye vemirandin û ew dibû bingiha Şoreşa ku di buhara 2011an vêket . Ji em ronahiyekê li ser salvegera Serhildana 12 Adarê vêxin , me hejmarek kes ku têde beşdar bûn dît û hevdîtin

çêkir , Bavê Hozan ku anha li Ewropa dije , di sala 2004an li bajarê Şamê dima ji Rojnameya Kurdistan re axi�î û got :” ez li ser karê xwe bûn min tiştek nizanî , lê nûçe ji me re hat ku kurdê me li Qamişlo û Ereb û Rêjîma Sûriya ketin ber singa hev de , lê em li taxa Zorava bûn me nikarîbû tiştekî bikin , me ji nîşkê ve Hejmarek ji Hêzên Ewlehiyê dîtin ku malan pêşkînî dikirin , û xort û mêr digirtin , dibirin zindanê û êşkence dikirin “.

Ji rexê xwe ve “Ehmed oso” ku li Tirkiya dimêne ku ew bi xwe ji Gundê Qestela Çiyayê Kurda ye li berava Sûriyê li Parêzgeha Laziqiyê ku ew kurd e lê bi kurdî na axife , ji Rojnameya Kurdistan re Axi�î ser vê bûyerê :” ez 18 salî bû devera me jêre dibêjin Cebel El-ekrad em kurd in lê mixabin me ziman ji dest xistiye lê hin gotinên kurdî di nav axiftinê me de hene, dema nûçe giha me di 12 Adara 2004an ku kurd rabûne Serhildanê

, me xwe ne dît ku hêzên Ewlehiyê yê rêjîma Sûriya gundên me dorpêç kirin, û nasname pêşkinîn dikirin, û mezinê gundê me û muxtaran hatin xwestin ji rexê Dewleta Sûriyê û ji me re gotin hûn tevgerekê bikin emê we tomebar bikin û cezayê we wê weke xelkê Qamişlo be , di wê demê de hestê me pir mezin bû , me di wê demê de digot em kurd in “. Ji rexê xwe ve diya Yûsif ku Penaber e li Başûrê Kurdistanê bi malbata xwe re, ku ji Qamişlo ye û di Serhildana 12 Adarê Beşdar bû li Qamişlo , ji me re Axi�î di dilekî Şikesrî û got : “ cihê Mixabiniyê ye ku hîn me tola wan Pakrewanan ne hilda ye, em li cade û kolanê Qamişlo geriyan, me birîndar derman kir, me Alaya Kurdistanê hida û siloganê Azadiyê û bijî Kurdistan hilda jor, lê rêjîma Sûriya bi gulleyan bersiva me da û me hejmarek ji pakrewanan danî ji bo rêya Azadiyê û Rûmetê , me ev yek kir ji ber me qebûl ne kir di Yarîgeha

Qamişlo kesên qirêj gotinan li ser Serokên me bêjin, li mixabiniya mezin ku ta anha ji bo me kurda qedexe ye ku em serdana Goristana Pakrewanan bikin, û her layenekî kurdî her partiyek bi tena xwe Serhildanê bibîr tîne , tenê ev Mûma ku me vêxistiya vê Serhildanê têne bîra me “. Hêja ye were gotin ku di Serhildana 12 Adarê nêzîkî 33 Pakrewan bilind bûn û bi sedan birîndar bûn , û zêdey 3 hezar birin zindanê, lê Rêjîma Sûriya hate hejandin , û kurd ji bo neteweya xwe şiyar bûn, û serekê Rêjîma Sûriya “Beşar El-esed” ew yekem car bû anî ziman axi�î û got Kurd beşek Serekî ne ji Gelê Sûriya , ev yek yekemîn car bû , lê heta niha kurdan li çaernivîsa xwe digerin û li benda destkeftiyan piştî çaernivîsa Pirsa Sûriya ji rexê Welatên zilhêz, ku hêviya kurdan ew e ku bê par nemînin .

www.pdk-s.com


Adar / 15 - 3 - 2019

www.pdk-s.com

Kurdistan-Hejmar (145)

3

Waneya herî mezin ji rêkeftina 11 Adarê

Idrîs HisoGiwêlan Di 49 emîn salvegera rêkeftina 11 Adarê ku tê de gelê kurdistanê bi serokatiya nemir Barzanî mafê otonomî bidestxist û hikûmeta Iraqê wê demê dan bi mafê gelê kurd da ku

ew jî neteweya serke ye li gel ereban di Iraqê de û Iraq wek welat ji du neteweyan pêktê ligel dan bi mafê hemû netewe û pêkhateyên din. Girîngiya vê rêkeftinê di wê yekê de ye ku bi fermî dan bi mafê gelê kurd û hebûna wî wek netewe û cogra�î li ser xaka xwe da, dan bi hebûna kurdistanê da, ku bê îradeya kurdan û ji ber berjewendiyên zilhêzên cihanê wê demê bû beşek ji Iraqê. Xala nerênî di vê rêkeftinê de ew bû ku gelek deverên kurdistanî li xwe negirt

ji wan Kerkûk û Şingal û deverên wek Xaniqîn, ew deverên ku niha ji wan re tê gotin deverên ji Kurdistanê hatine dabirîn an jî deverên nakokî li ser. Lê amajeyek hebû ku divê li van deveran serjimarî were kirin û piştre biryar li ser wan deveran were dan, ka wê beşek bin ji kurdistanê –Herêma otonom- an na. Lê mixabin berî ku xalên rêkeftinê biserî bibin rêkeftin bi xwe hat rûxandin û hikûmeta Iraqê dest bi ferzkirina desthilata xwe li Kurdistanê kir.

Piştre û bi rêkeftina di navbera Iraq û Îran de di sala 1975an de dawî bi mafê otonomî ji bo kurdistanê hat û şoreşa kurdistanê careke din hat beravêtin û hikûmeta navendî careke din destê xwe bi temamî danî ser kurdistanê. Yek ji xalên ku nehişt ev rêkeftin ber bigre, kêşeya Kerkûkê bû ku rêjîma Iraqê û ji ber petrola li wê parêzgehê ne dixwest wê radestî kurdan bike û dan bi kurdistaniya wê bike, herwiha her yek ji Tirkiyê û Iraqê piştevaniya Turkimanan dikir jibo rê

li ber armancên rewa yên gelê kurdistanê di Kerkûkê de bigre. Piştî derbasbûna nêzîkî nîv çerxekî hîna jî heman kêşe li ser Kerkûk, Şingal, Celewla û Xaniqînê berdewam e û hikûmetên Iraqî berdewam dan bi kurdistaniya Kerkûkê nadin. Lê tiştekî din diyar e wek tîrêjên tavê ku vîna gelê Kurdistanê bi top û tangan naşikê, çinku kurd li ser doza xwe berdewam in û dê mafên xwe bidest bixin. Doza ku gelê wê li ser

rêbaza Baraznî yê nemir xebata xwe dike ji bo bidestxistina Azadiyê dê nemire û dê ber bigre û hikûmetên ku dixwestin vîna gelê kurd bişkînin û rewt û rebaza Barzanî di nav gel de tine bikin, bi êrîş, derbederkirin, talan kirin û dagîrkirin hemû çûn zibilxaneya dîrokê bi tenî Barzanî û Barzaniyet berdewam e, û serkeftin li pey serkeftinê tomar dike, dibe ku ev waneya herî mezine ku mirov sûdê jê werbgire di bîranîna rêkeftina 11 Adarê de.

Selahedînê Eyûbî û çarenivîsa Kurdan Raid Mihemed-Hewlêr Di 4ê vê Adarê de Bîranîna 826emîn sal ser koça dawî ya Sultanê Kurdî Elnasir Selah-elddîn El-eyûbî derbas bû, ku wî di dema xwe de dewletek mezin damezirandibû bi navê malbata xwe ya Eyûbiyan bû, ji ber di wê demê de navê dewlet û welatan bi navê malbatan dihatin naskirin, mîna Osmaniyan û Sefewiyan û Fatimiyan, di dema ku mirov di kûrayî bikeve nav Rûpelên dîrokê û navê serkirdeyan binere û li kar û Dîroka wan şirovebike, bê guman wê Selahelddîn El-eyûbî wê Serkirdeyê herî mezin be û yê herî li pêş be ji ber ku dijminê wî bixwe pesinê wî didan , ku ew karîbû navçiyên Corecor bike yek û dewleteke bihêz avabike, lê Piştî ku ev Sultanê Eyûbî di 4’ê adara 1193’an de li Şamê wefat kir, Împeratoriya Eyûbî, ya kurdan ku Selahedîn di sala 1175’an de damezrandibû, di navbera zarokên wî de parve bû û hêza xweya demê Selahedîn de winda kirin.

“Ûsiv” bû û gorî gotinan navê Selahedîn pê re ji hêla Nûredînê Zengî hatibû dane wî. Navê bavê wî Necmedîn Eyûbê kurê Şadiyê kurê Merwan bû. Malbata wî bi eslê xwe ji eşîreta Rewadî bû û Rewadî jî digihîjtine Hezbaniyan ku ew Hozeke mezin ji kurdan e, ji devera Diwînê ne ku dikeve Bakurê Kurdistanê di navbera Ermenistanê û Ezirbîcanê de, piştre malbata wî geran ji cihekî ûn cihekî dî , li bajarê Balibek li Libnanê Selahelddîn jiyana xwe ya xortanî û gêncatiya xwe derbas kir, Ji ber wiha di derbarê leşkeriyê de li cem apê

xwe Şêrgo mezin bû û hate perwerdekirin, dema ku di sala 1163’an Şêrko çû Misirê Selahelddîn jî bi wî re çû , û di 1’ê gulana 1164’an de Qahîreyê paytexta Fatimiyan dorpêç dikin, piştre dikeve nav destê wan de, pişter şam û Hicaz û Yemen jî dikeve destê Selahelddîn de, ku wî bixwe Alaya Misilmanan hilda û serkêşiya wan kir beramberî Selîbiyan yên ku dixwestin Rojhilata Navîn dagîr bikin, tê zanîn ku Alaya Selah-elddîn El-eyûbî Zer bû û Sibmola wî Balindeyê Helo bû yê kurd , ku welatên Rojhilata navîn ew xistin

simbola xwe jî mîna Mesir û Sûriya û Iraq jî, ji bilî ku Hoz û Eşîrên kurdî li gel Selah-elddîn bûn di wan şeran de û gelek navçe û dever û herêm Kurdan serpereştiyar bûn û Desthilat di destê kurda bû , ev yek tê gotin ji rexê gelek Rojhilatnas û Nivîskaran ji ber ku Dewleta Selah-elddîn El-eyûbî Dewleteke Kurdî bû Serkirde kurd bûn, heta niha hin dibêjin ku Dewleta Selah-elddîn El-eyûbî û ya zarokên wî hiştin Eşîre û Hozên kurdî li navçiyê Kurdî werin parestin , ku ne ji wan ba wê dijminên kurd ji deverê wan dûr bixin, li cihê mixabiniyê ye ku Dîroka

Selah-elddîn El-eyûbî bi destê kesên Şo�înî û kesên regezperest tê nivîsandin û belavkirin, bi taybetî di rêbazên Xwendinê de ku Selahelddîn El-eyûbî kirine Ereb û Leşkerê wî jî ku bihtir kurd bûn kirine Ereb, ji bilî Filim û Zincîr�ilmên ku li ser jiyana wî derketin , ku Dîrok sexte kirine û guhertine, û ev Qehremanê kurd yê mezin ji reseniya wî derdixin, lê vê dawiyê piştî ku hate belavkirin ku Selah-elddîn El-eyûbî kurd bû û Dewleta wî Kurdî bû , dengên corecor hatin serketin û dixwestin ji qedir û

qîmet û buhaya Selahelddîn daxînin , ew jî bi nêzîkbûna Ragihandina Dewleta Kurdî li Deverê û ku kurd li her çar parçeyan roj bi roj nêzîkî mafê xwe dibin , ji ber ku dijimin her tim dixwazin dîrokeke ne rast bidin xuyakirin û Roja rastiyê bi Tora derewê xwe veşêrin, lê ew pir zehmet e û dibe ku roja Azadiyê li ser gelê kurd were hilat û ew gelê Ku Selah-elddîn El-eyûbî anî kare gelek ji Selah-elddîn bîne û Kurdistanê rizgar bike, û dibe ku ew roj pir nêzîk bûya û Roja Azadiyê ji Başûrê Kurdistanê wa tê hilat .

Siltan Selahedîn, di sala 1138’an de çavê xwe di jiyanê de vekir Navê wî yê rast “Yûsiv” an www.pdk-s.com


Adar / 15 - 3 - 2019

Jin

Çand û Huner

Serokê min

www.pdk-s.com

4

Jîn û hem jiyan ez im Dunya û cîhan ez im Xweşî û bihişt ez im Vîna Kurdistan ez im Jiyan wêneya min e Cîhan hebûna min e Bihişt xwşiya min e Kurdistan dayika min e

Kemal Sîno

Jin im bi regez mê me Jiyan û cîhan mê ne Qad û bihşt jî mê ne Ta bi Kurdistan mê ye Jîn bê min ne dirêj e Gerdûn serxweş û gêj e Ku tu wek min nebêje Tu rastiyê nabêje

Ehmed Huseyn

Bazên te ne li ser çiya Ew neh torên xaka xwe ne Ew ne �irok û mûşek in Ser zemînê Pêşmerge ne Bawermendên doza xwe ne Sing çeper in dil ji hes in Dev ji dozê qet bernadin Ta rizgar kin Kurdistan Navê mezin Pêşmerge ye Berzaniyet rêbaza me ye

Mihemed Şêxo xwedan deng û şêweyekî bêhemba bû Kurdistan-Bidûvçûn Hunermendê Kurdê navdar Mihemed Şêxo di sala 1948’an de li başûrê rojavayê welêt, li gundê Gîrbanîna Qamişloyê tê dinê. Navê wî yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs e. Di zarokatiya wî de malbata wî koçber dibe û li gundê Xecokê bi cîh dibe. Li vir mirêbetiyê dike. Şêxo mezinê yanzdeh bira ye. Di sala 1959´an de dest bi xwendinê dike, lê sê sal şunda dest ji dibistanê ber dide. Di salên xwe yê dibistanê de Mihemed Şêxo gelek hunermendên Kurd nas dike. Ji bandora wan nêzîkî muzîkê dibe û di sala 1969’an de dest bi dengbêjîtiyê dike. Ew salên xwe yên di navbera 1969 û 1972’yan li Lubnanê ji bo xizmeta hunerê xerc dike û li Bêrûtê du sal dersên muzîkê distînê. Di sala 1972’an de bi hinek hevalên xwe re bi navê Koma Serkeftin komek mûzîkê saz dike. Mihemed Şêxo 1973’an de derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û li wir mîna hozan û şervanan kar dike, têkiliyê xwe bi hunermendê kurdên ên din re saz dike. Paşê diçe Şamê, li wir kaseta xwe ya bi navê Ay Gewrê derdixe. Lê li wir dewleta Sûriyê Mihemed Şêxo rihêt nehêlê û gelek caran

tê binçavkirin. Ser wê yekê carek din berê xwe da Îraqê û di nav refên pêşmergeyan de cîhê xwe digre. Bi têkçûna serhildana Başûr re ew derbasî Rojhilat dibe û li wir kasetekê tomar dike. Li Rojhilatê Kurdistanê ji bilî karê xweyê muzîkê çend sala mamostetiyê jî dike. Demek şunda rejîma Îran ê jî Şêxo wek dijberê rejimê dihesibîne û derheqê wî da biryara binçavkirinê digre. Ji ber wê yekê Mihemed Şêxo piştî 11 salan carek din berê xwe didê Sûriyê û li wir bi hezkirineke mezin tê pêşwazîkirin. Dewleta Sûriyê ji têkiliya Mihemed

Şêxo û gelê kurd aciz dibe û wî digrê, davêjê zindanê. Lê ev biryar jî dengê Şêxo nade birîn. Ew kilamên xwêyê herî baş li heps û zindanan de dibêje û di kilam û stranên xwe de derd û kulên gelê xwe û daxwaz û baweriyên wan bi hunermendîyek bilind tîne ziman. Di sala 1984an de li Efrînê bi Seydayê TÎRÊJ re tevlî pîrozkirina NEWROZê dibe. Hemû kamerayên ko dîmenên roja Newrozê pê hatine kişandin ji alîyê polêsan ve têne berhevkirin. Tenha yek xortek dikare tevî kameraya xwe bireve û xelas bibe. Paşî ew kaseta

newrozê di nav xelkê de belav bû. Di heman Newrozê de bi Seydayê Tîrêj re diçin Şamê. Li wir jî tevî şahîya Newrozê dibin. Hunermend di sala 1983’yan de vedigere Qamişloyê û heta sala 1988’an de gelek berheman dia�irîne. Mihemed Şêxo di 9’ê adara 1989’an de çû ser heqiya xwe. Li Qamişlokê ji aliyê 70.000 kesî bêr bi rêwîtiya xwe ya dawî hat rêkirin. Mihemed Sêxo bi stran, stîl û awazên xwe kartêkirineke mezin li muzîka kurdî kir û gelek stranên wî ji aliyê

gelek stranbêjên kurd hatin şîrovekirin û gotin. Bi deng û awazên xwe, kilam û stranên xwe jiyan û hunera gelê kurd dewlemend kir. Mihemed Şêxo bi giştî kasêt amade kirin û pêşkeşî gelê kurd kir. Berhemên wî li hemû parçeyên Kurdistanê hatin belavkirin. Mihemed Şêxo ku yek ji strana wî ya herî bi nav û deng Ay lê Gulê ye, gelek stranên din yên nas û hezkirî bi deng û awazê xwe xist guh û devê guhdaran. Piştî mirina hunermendê mezin, kasetên wî li gelek cihan ji nû ve hatin derxistin û bi vî awayî bêmiriniya wî

xwe nîşan da. Welatiyê bi navê Ekrem Ebdula li ser Mihemed Şêxo wiha dibêje:Mihemed Şêxo hunermendekî bêhemba bû, û pencemora xwe li muzîk û strana Kurdî zêde kir û heta niha ti kes wekî wî di abweriya min de nekiriye, û divê hunermendên me yên di dema niha de li ser şêwaz û rêbaza wî bimeşin da ku hunera Kurdî bipêş ve biçe. Divê rêbaz û muzîka Mihemed Şêxo neyê jibîr kirine û di paşerojê de di dibistanan de sitranên wî bibin wane û bêne pêşkêş kirin.

www.pdk-s.com

Profile for pdk-s

Rojnameya Kurdistan - 145 - Kurdish  

Rojnameya Kurdistan - 145 - Kurdish  

Profile for pdksp
Advertisement