Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Kurdistan-Hejmar (137)

Çirya Paşîn / 15 - 11 - 2018

Yekrêziya Kurdî tenê di tengaviyê de tê bîra PYDê

www.pdk-s.com

Mehmûd Elî-Qamişlo

Di vê dema dawî de Artêşa Tirkiyê çend êrîş birin ser baregehên çekdarên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê li çend bajarên Kurdistana Sûriyê, û ev yek jî tirs li cem

xelkê deverê durst kir, herwiha PYDê wek her tim di rêya çend partiyên alîgirên xwe re daxwaza yekrêziyê di nava raya giştî de belav kir, da ku xwe ji vê tengeaviyê rizgar

bike. Cuma Xelef li ser vê mijarê wiha ji Rojnameya Kurdistan re got: Partiya Yekîtiya Demokratîk ku bi PYDê tê naskirin, ti carî di berjewendiya Kurdan de kar nake û

tenê xizmeta welatên dagîrkerên Kurdistanê dike, lewma di dema ku lê teng tê yekser xwe davêje pirsa yekrêziya navamala Kurdî li Kurdistana Sûriyê, helbet di riya

partiyên din re dixwaze vê nameyê bighîne, û Encûmena Niştîmaniya Kurdî bi xwe re bike şirîkê şikestina xwe. Şahîn Omer jî wiha dibêje: Divê tevgera Kurdî xwe bike yek

lê bi mercê ku PYDê zindaniyên Kurd yên bê sunc girtî ne berde, û mijara leşkeriya neçar û vekirina o�îsan çareser bike da ku seqayekî guncaw were peydakirin. www.pdk-s.com


2

Çirya Paşîn / 15 - 11 - 2018

Kurdistan-Hejmar (137)

Abûriya xelkê Efrînê gelekî xerab e

www.pdk-s.com

Kurdistan- Jîn Kemal Di vê dema dawî de xelkên Efrînê rastî gelek astengiyan tên û rewşa wan ya abûrî jî gelekî xerab bûye di dem aku berya niha xelkê Efrînê bi karûbarên zaytûnan abûriyeke baş bidestxistin. Bê ew jî piştî çekdarên ser bi Tirkiyê ve derbasî nava wî bajarî bûn û dest bi talana samanên bajêr û xelkê wêkirin. Wek her sal li Efrînê werzê çinîna zeytûna ji nîvê meha Cotmeha bûrî ve dest pê kiriye, lê îsal ji ber rewşa dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, welatiyên Efrînê gelek zehmetî û astengiyan di çinîn, guvaştina zeytûnan û �irotana zeytê de dibînin. Herêma Çiyayê Kurmênc herêma herî navdar e bi darên zeytûnan û zêdetir ji 15 milyon darên zeytûnan lê hene, piraniya welatiyan Efrînê jî debera jiyana xwe bi kar û berhemên wê daran dikin, ligel hin coreyên din yên daran mîna dara Henara. Mihemed Emîn li ser çinîn, guvaştin û �irotana zetûn û zeytê ji Rojnameya Kurdistan re got: ji berî destpêkirina werzê çinîn û berhevkirina zeytûnan, grûpên çekdar gelek zehmetiyan ji welatiyên Efrînê re çê dikin û wan rastî astengiyan dikin, ji bilî mijara diziya zeytûnan, çekdaran li ser her dareke zeytûnê baca 2 hezar Lîreyên Sûrî sepandine, ta xwediyên daran bikarin biçe nava zeviyên xwe û darên xwe biçinin. Herwiha ta her welatiyek bikare biçe nava zeviyê xwe jî, divê rêdanê ji encûmenên xwecihî yê Efrînê û navçeyên wê ve werbigire, û evyek jî bi xwe binpêkirineke mezin e derheqê xelkê bajarê Efrînê, ji ber ku ew xelk ji dar û zeviyên

xwe tê bêpar kirin. Ew welatiyê bajarê Efrînê wiha axaftina xwe berdewam dike, tevî ku Hikûmeta Demkî ya opozîsyona Sûriyê û encûmenên xwecihî hin rênima ji bo çinîna zeytûnan li welatiyan belav kirin û şêwazê çinîn, berhevkirin û guvaştinê diyar kirine, û kiriyên karekeran, veguhastin, guvaştin û tenekeyên vala diyar kirine, lê li ser erdê ew yek bi rêk û pêk nabe, ji ber ku grûpên çekdar pabendî wan rênimayan nabin û her grûpek li gor dilê xwe bacekê li welatiyan disepîne, û evyek jî dibe bargiraniyeke zêdetir li ser mile xelkê hejmar. Li ser kirîn û �irotana zeytê, Comerd Omer wiha ji Rojnameya Kurdistan

re got, di salên bûrî de buhaya her teneke zeyt nêzîkî 50 Dolarî bû, lê îsal ku rê nayê dayîn zeyta Efrînê ji Efrînê derkeve bazara Sûrî, hin bazirganên ji Idlibê bi riya serkirdeyên grûpên çekdar tên zeyta Efrînê bi nirxeke gelekî erzan digihe 25 Dolaran dikirin. Herwiha hin bazirganên Tirkiyê serdana çend meseran kirine û nirxê 37 Dolar ji bo her teneke zeytê destnîşan kirine. Lê bi divê ew bazirganên Tirk zeytê bibin û biçin li Tirkiyê taqî bikin û di piştre nirxê zeytê birê bikin, ew jî piştî ku bihaya teneka vala ku 800 Lîreya Sûrî ye jê bibire, û bi vê yekê cotyarê Efrînî dê zirareke gelekî mezin bibîne. Berya çend rojan Endamê Birêvebir

ê Desteya Neteweyî ya Zeytûn û Zeytê ya Tirkiye Murat Narin diyarkir ku, tê gotin 50 hezar ton zeyta qaçax ji Suriyê mebesta wî ji Efrînê ketiye Tirkiye û vê yekê bazara zeytê li Tirkiye têk da ye. Narin gotibû ku: Zeyt ji Efrînê bi qaçaxî tê bazara Tirkiyê. Kîlo ya zeyta nezelalkirî niha bi 8 Lireyan 1.46 dolar ya zelalkirî bi 14 Lireyan e 2.56 dolar. Ev bihayek gelek erzan e, wekî ya berî 3 salan e. Bazirgan zeytê nakirin, kargehên zeytê karên wan têk çû ye. Tê zanîn ji encama êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, zêdetir ji 200 hezar welatiyên Efrînê bi neçarî koçber û derbider bûne. Li gor zanyariyan, grûpên çekdar dest danîne ser piraniya darên zeytûnê

yên wan koçberan û rê nadin zeytûnên wan daran ji aliyê meriv û malbatên wan ve bêne berhevkirin û heger rê jî dan jî, baceke mezin ku hin caran digihe ji sedî 50 ji berhema zeytûnan ji xwe re dibin. Mihemd Henan jî wiha dibêje: Xelkê Efrînê ev dema heft salan e rastî gelek zehmetiyan tên,di dema ku Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê desthilatdariya wê deverê dikir jî bac ji xelkê distand û darên glek welatiyan jî ji bo û çekdarên xwere dibir,niha jî bi heman şêweyî grûpên çekdar yên ser bi Tirkiyê ve heman karî dikin, û binpêkirinan derheqê xelkê Efrînê de pêk tînin, ku destê xwe datînin ser mal

û milk û samanên wan. Heta radeyeke baş encûmenên sivîl alîkariyê bi xelkê re dikin, û hewil didin ku tevahiya samên xelkê ku ne li ser zeviyên xwe ne biçe ji wan çekdaran re, ev gaveke baş e,lê divê ji aliyê wan ve berdewam bike, û nehêlin ku grûpên çekdar zeytênên xelkê desteser bike, û vê yekê bighîne desthilatdarên Tirkiyê li Efrînê. Xelkê Efrînê baceke mezin ya nezaniya PYDê û çekdarên wê didin,û dikarin bibêjin ku bûne qurbaniyê rêkeftinên wê partiyê yên nehênî ligel welatên dagîrkerên Kurdistanê.

www.pdk-s.com


Çirya Paşîn / 15 - 11 - 2018

www.pdk-s.com

Kurdistan-Hejmar (137)

3

Kemal Derwîş û Şêxmûs Yûsif li kampa Kewirgoskê hatin bibîranîn Raid Mihemed –Hewlêr Di roja 3ê vê mehê Salvegera koça dawî bû ya herdû Siyasetmedarê kurd bû ku di 3 Mijdara 2018an sala 1996an di Rûdaneke Tira�îkê de li ser riya Qamişlo û Hisiça jiyana xwe ji dest dan, ji ber vê yekê û ji bo karê wan newe jibîrkirin di 3ê vê mehê û li ser banga Pdk-s Rêxistina Kampa Kewirgosk ê, herdû Xebatkar hatin bi Bîranîn, li Navenda D.Nûr-Elddîn Zaza ya Çandinî Û Civakî, bi Amadebûna hejmarek mezin ji xelkê kampa Kewirgosk ê û Endamê Pdk-s û Birûsk Şêxmûs kurê Pakrewan Şêxmûs Yûsif, di destpêkê de xulekek hate Rawestandin ser giyanê Pakrewanan, paşî “Mihemed Elî” Bavê Nado Endamê pîlotbîroya Pdk-d ku berpirsê Rêxistina Kampa Kewirgoskê ye, gotinek pêşkêşkir bi navê Pdk-s li ser xebata herdû Qehremanan û qenciyê wan û rola mezin di tevgera kurdî bi taybetî di wan rojê Zehmet, pişter Axi�î li ser rewşa Siyasî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriya û bi taybetî komîtên ku tên çêkirin ji bo Danîna Destûreke nû û rola me kurda têde , ji ber ku rewşa me ya kurda pir Hestiyare , ji ber vê yekê birêz “Bavê Nado” ji Rojnameya Kurdistan re Axi�î û got :” îro 22 sal derbas dibin ser koça dawî ya herdû Qehermanan Kemal Derwîş Bavê Xalid û Şêxmûs Yûsif Bavê Serdar , ku di karekî fermî de bûn û toşî rûdawekê bûn, dixwestin nameya Tevgera Kurdî bighînin Berpirsê Hikûmeta Sûriya li Hisiça ji bo êşa gelê kurd sivik bikin û ji bo ew karvedanê xirab yê Zinara Erebî, û Îro em di Pdk-s em wan bibîrtînin , û em sozê didon ku li ser riya wan berdewam bimînin

ji bo mafê Gelê xwe yê rewa bistînin” . Ji alîkî dî ve , derbarê tevlîheviya ku çêbûye li ser torên Civakî ser vê Bîranînê ku Yek ji wan tê bibavkirin û yê dî tê xemsariyê, Bavê Nado got : “ em di Tevgera Siyasî ya Kurdî de û di Pdk-sê de jî û di hemî Name û Daxuyaniyê me tu Cudahî navbera wan nakin, herdî pkrewanê Milet û Tevgera xwe ne û ew kesê vê yekê nabîne yan nerîneke dî heye ev ya wî ye û li ser me ne Mehsûbe “. Piştre kurê Pakewan Şêxmûs Yûsif , Mamoste Birûsk Şêxmûs ku li kampa Kewirgosk ê dimîne , gotinek pêşkêşkir bi navê malbata xwe û têde Spasiya Pdk-sê kir ji ber Pakrewan û Xebatkara jibîr nakin, û axi�î ser rewşa metirsî ser devera me ya kurdî, û banga yekrêziya Tevgera Kurdî û aliyên cuda kir ku yek nerîn û gotin û Ti�ing bin ji bo parastina Destkeftiyê miletê me, û ji Rojnameya me re Axi�î û got derbarê vê rojê :” ez binavê Malbata xwe spasiya her kesek ku li vir hazir bû bi taybetî Pdk-s ji ber ku pakrewanên

xwe bi bîrtînin û ew cihê rêzgirtinê ne “. Û di rerbarê rewşa nûke û karê Rêxistinî di vê demê de gorî dema herdû Xebatkaran , Birûsk Şêxmûs got :” derbarê vê yekê cudahî pir mezin e, ji ber ku berî niha metirsî hebû û zehmetî hebûn heya ku tê bîra min dema ez biçûk bûm gelek roj derbas dibûn û min bavê xwe ne didîn û malbata me gelek rojan di tirsê de bû, lê anha rewş pir xweş bûye gorî berî niha “. Ji rexê xwe ve birêz “ Xalid Derwîş” ku nexuriyê Pakrewan Kemal Derwîş e , ji Rojnameya Kurdistan re Axi�î ser vê rojê û got :” îro 22 sal derbas dibin ser koça herdû Xebatkara Kemal Derwîş û Şêxmûs Yûsif û hîn Bîra me ser wê roja xemgîn û ew rojên li dûv wê de ji ber ku salên zehmet hatin bi ser me

de em wek malbat bi taybetî û Partî jî û piştî derbasbûna van salan em nikarin vê zehmetiyê jibîr bikin û koça Bavê xwe jibîr bikin ku ji nîşkê ve bû, û ew wê bi giyan û canê xwe yê pak nav mede bimîne û her di wijdan û bîra gel û hevalê xwe de bimîne, Pakrewan Kemal Derwîş mirovekî rast bû di danûstandinê xwe de û armanca wî ya serekî xizmetkariya doza gelê kurd bû , bihin fereh bû û aqilmend bû ev yek jî ji serwerê mezin wergirtibû , ji Barzaniyê Nemir, em vê rojê bi bîrtînin em bi serbilindahî tînin ji ber ku Yek partî bi navê Pdk-s herdû hevalê pakrewanan Kemal û Şêxmûs dide hev, ku ev partî li deverên core cor ev pone bi bîr anîn , li welêt û dervî welêt, ku ev belge ye ji wefadariya vî gelî ji Xebatkarê xwe , em weke malbata pakrewan

Kemal Derwîş sozê didin ku em wefadar bimînin ji xwîna pakrewanan û weke malbat û partî li ser vê riyê bimînin li ser Rêbaza pîroz , silav ji giyanê Kemal Derwîş û Şêxmûs Yûsif û hemî Pakrewanên kurd û Kurdistanê “. Ji rexê xwe ve , birêz Comerd Hesen endamê komîta herêmî ya Rêxistina kampa Kewirgoskê ya Pdk-s ku bi vê bîranînê rabûn û ji Rojnameya Kurdistan re ragihand derbarê vê boneyê de :” îro bi êş û xemgînî em vê rojê bi bîr tînin , ji ber ku rola herdû Xebatkaran pir mezin bû di tevgera kurdî de heya roja koça wan, ku hatibû xwestin ji wan û bûbûn nûnerê gelê kurd, emê bimînin wefadar ji ean re û wan bibîr tînin, û spasiya gelê xwe dikim ser vê Amadebûna bi coş di vê rojê de “. Ji aliyê xwe ve Siyasetmedar û Sekretêrê Partiya Azadî berî niha birêz “ Xêr-elddîn Murda” ku hevalê Şêxmûs Yûsif bû di kar û xebatê de li ser vê rojê axi�î bi xemgînî got :” min

Pakrewan Şêxmûs Yûsif di salên Şêstî di sedsaliya bûrî nas kir , û hevaltiya me mezin bû , li ser bingeheke rêzgirtinê û rastiyê û bi hêztir bû di xebatê de di nav rêza serkerdayetiya partiya çep ya kurdî , û hevaltiya me berdewam kir heya roja koça dawî , ew roleke mezin lîst, û beşdar bû di gelek gavên yekîtbûniyê de û bi taybetî “ Hevpeymanî ya Demokratî ya kurd “ di dest pêka salên 90î de, û wefadar bû ji pirinsîpên xwe re, û birastî ew xwedan sirinc bû singa wî fereh bû, kesekî Aram bû û rast bû di têkiliyê xwe de çi yê civakî yan Siyasî de , û xwedan nerîn bû welatparêz bû kurdperwer bû , dîdara min ya dawî pêre li ser goristana gundê Şewitî bû di wê demê de ji min re got ser biryara komîta dûvçûnê ya Hevpeymana kurdî, ku bi şev biryar dan ku şandek here Hisiça ji bo ser rewşa kurdê bê nasname û êş û derdê miletê kurd, ji berpirsê Hikûmeta Sûriya li Hisiça bêjin û çareser bikin, û min jêre da xuyakirin ku ez ser im derbarê vê çûnê ji ber ku rêjîma Ba’is bê ol e û sûd nîne bi danûstandinê pêre , lê min rêz girt ji daxwaza wî re, û em bi koça wî û hevalê wî yê xebatê Kemal Derwîş pir xemgînin û min bira û hevalê kar ji dest bir, û dema min termê wan dît di Mizgefta Qasimo de ji min re û ji hevalê wan pir êş bû, sersaxiyê ji malbat û hevalê wan re û ji gelê me re , û serbilindayî û nemirî û Buhişta rengîn ji wan re “. Hêjaye were gotin ku Herdû Xebatkar û pakrewan “ Şêxmûs Yûsif û Kemal Derwîş “ di Rûdaneke Tira�îkê di 3ê Mijdara 1996an jiyana xwe ji dest dan, û li goristasna Pakrewanan li Taxa Qedûrbek li axê hatin spartin , û her sal di vê rojê de tên bi bîranîn . www.pdk-s.com


Çirya Paşîn / 15 - 11 - 2018

Çand û Huner

www.pdk-s.com

4

Yûsif Berazî (Bêbuhar) jînenîgariyek kurt, xebatek mêrxasî û dirêj Idrîs Hiso-Hewlêr Bê buhar tu îro ne bê buharî, gulên newroz û nîsanan te ji nûve pişkivîn, rehet binive wê doza te bimîne zindî, doza te temenê terxanî wê kiribû û gula tu eşqî wê bibû îro bi serbestî bilind û berze, çavên te bila ronîbin em dê rêka te bernedin û buhar dê ji warê te qutnebe. Yûsifê Berazî angu wek wî nav li xwe kiribû Bêbuhar, dibêje ku wî bi kurtî jîna xwe nivîsiye, lê ez ji bo wî dibêjim, tîpên pênûsa te zêrin, ez dê wan bi sînga xwe vekim, heger te bi kurtî jîna xwe gotiye û te ewqasî bi ronî û eşkereyî ji me re qonaxekî girîng ji xebata gelê me daye diyarkirin, te rewşa civata me ya li paşketî

û dijminahiya ji çarhawîrdor daye xuyakirin bi rengekî ku mirov bixwaze rewşa civata kurdî û xebata salên şêstî û heftêyî têbighê divê ew jînenîgariya ku tu li ser wê dibêje “Bi kurtî” bixwîne da ku bi dirêjeyî û �irehî ji derd, hêvî û armancên têkoşerên kurd mina te têbighê. Bila xwêner bibhîze û binere bê dema mirov ji rûbarê rêbaza pîroz vedixwe çendî bi hêz û wize dibe, mirov dibe qehreman ji koledaran natirse, ji darikên çixatan û dîwarên zindanan dîwanên helbest û goraniyan dia�irînin û awazên Hebs û zindan kûr û tarî xewa min nayê ji nav dîwarên zindanê û ji tariya hucreya bi tenê ji bo cîhanê vedughêze. Tevahî berhemên Bêbuhar ji aliyê mamoste Besam Mustefa hatine

amadekirin û serastkirin û di vê salê de 2018 an de, ji aliyê tora medyayî ya Rûdawê ve hatiye çapkirin bi çepek hunerî û ciwan hatiye belavkirin, û li sêzdemîn Pêşengeha Navdewletaî ya

ji bo mafê gelê xwe yê blindest kiribû. Wî ji milekî xebata siyasî dikir û ji mile din jî berdewam helbest bi zimanê dayikê dinvisand, wî dabû ser riya mamosteyê xwe Cegerxwîn wek ew di jînenîgariya xwe de behsdike. Malbata Yûsif Berazî Hewlêrê bo Pirtûkan bi xwe ji Kobanî ye, lê hatibû nimayişkirin, ew di dawiya dewleta min ji wire w pirtûk Osmaniyan de û ji bidestxist. ber sere wan li dijî Yûsif Berazî (Bêbuhar) Osmaniyan koçberî Di sala 1931 ê de Heleb û Hemayê bûne, hatiye dine, û di roja Yûsif li gundê Til circê 15.01.2009 an de koça ku dikeve bakurê dawîkir, jiyana xwe bajarê Helebê ji dayik terxanî xebat û têkoşîna bûye, piştrejî li Minbicê

Şîna Çivîkên Amûdê Babîsokê Amûdê Feleka setemkar çerx guherand Bi ser û çen rîsa xwînrij gerand Dergehê mirinê ji nûv vekir Kelaşê şewitî wê çirvirand Qoqil û beden ji hev cuda kir Dest û ling nema ji hev xuya kir Çiqas jê xwar çav û dev man birçî Peyalên xwînê bi ser xwe dakir Temenê bi çûk dara wan birrî Şûn û dever kir hewar û girî Çivîk kirin sirûda mirinê Sojiyan , peritîn bask û perî Zik û pişt qelaşt çerm ji ser anî Ji laşê sê sed kesên ciwanî Kalix û termik bûn ar û xwelî Hêstirên xwînê bûn çem û kanî Xiniz bûn li wan pencer û zemîn Qaşo dost bûn li wan kişand kîn Koncalek kûr kirin dava nêçîrê Nêçîrvanokin bişkînin tîn Rêç teng kir girêdan û kelemçe Bobelata mezin xuşka Helbçe Şermola hembêz vekir bi şînî Wan xiste sîngê hestiyên perçe Siba bi tîrêj şevreşî hilat Hêja û ezîz li goran bûn civet Bi yek rêz ketin xewa oxirê Asîmanê dû ewrek mexel hat

Ji nûve vedeng , qêrîn û nalîn Fîxan û gazî , nalnal û kalîn Hinarokên rû çeryan bi nenû Dayik û xuşk reş girêdan talîn Zilindar û terş , hem şor û şêrîn Bi hev re bûn yek çêjik guherîn Hêlîna derdan jîn xerab male Xem û kulên nû di dil a�irîn Ta kengî komkujî û mergesat ? Koçberî û lêdan tim kêferat

bi cîh û war dibe û di salên pêncî de ew bi temamî li Serê Kaniyê bi cîh û war dibin, heta ku koça dawî dike. Mirov bi xwendina jînenîgariya wî dikare hurgiliyên, him jiyana wî him hurgiliyên rewşa civakê nasbike. Berhemên Bêbuhar ji 10 dîwanên helbestan pêk tên ew jî bi van navanin (Zindan 1988, Bang 1996, Raperîn 2002, Serxwebûn 2006, Pêşketin 2007, Serketin 2018, Azadî, Aramî, Helbestên Şîretan1. Helbestên Şîretan2.) Bi xwendina jînenîgariya Bêbuhar, mirov jîna mêrxasekî dixwîne ku jiyana xwe terxankiribû ji bo buhar ti carî bê gul û beybûn nemîne. Û mirov di welatê xwe de azad û serbest bijî.

Sînema Amûdê Tevdîra dijmin tim li me pêk tê Bigrin nîşanê Sînema Şewat Derfet hatiye ber nede kurdo Wanê neyar li ser te ne mirdo Rûm , Ecem û Ereb li te yekin Hêdî dijîtî bes dev jê berdo Dilovanî li Muhemed Axa Li wan Nemirên ketin bi axa Babîsok hindik ji mafê wan got Fatîhe tê xwestin ji me saxa

Ejder Îso Pakerwanê sînemê Xûnce dane her demê Sala heza nût şêstî .Di wê roja yek şemê Gunehê wan çi bû Vekirin deryê xemê Kalaş ne dan mirinê

.Ji wê kîna dem demê Erê jaro hejaro Li xwe heybe vê demê Çaxa bela bera her .Em nivşin li vê demê Potê we hatî danîn Li wê qada sînemê Her sal têne bîranîn Vekirin der yê xemê

www.pdk-s.com

Profile for pdk-s

k137  

k137  

Profile for pdksp
Advertisement