Page 1

DENGê KURD 12newroz -2714 k

DENGê KURD -hijmar (29)

1-4-2014 z

3

Berpirisyarî -Pirs û lêpirsîn û berpirsyarî nav û nîşanin ji gelek babet û mijar û kêşedozan re ne, her pît û peyvek û zaravsaziyek wata û rehendên xwe hene, çi di warê civakî de û çi di warê siyasî de. -Pirs di civakê de alavê têkelî û peywendiyan e, û tevrakirina hest û wîstên xweşbextiyê ye, çinkû lêpirsîn jê der dibe, û alîkarî û pêvrabûn li ser durust dibe. -Lê di warê siyasî de berpirisyarî dibe pile û astê herî bilind di pirsê de, çinkû parastin û berjewendiyên millet û netewê tê de cihê xwe digrin. -Li evan rojên dawî de pirs û lêpirsîn û berpirisyarî hemû hatin pêşêlkirin û binpêkirin li kantona çirto û virto.

D e n gê

k u rd

www. Pdksp.com

CîHADXWAZêN

HELEBCEYî LI SûRYAYê BERATE NE

2

Ey gelên Rojhilata Navîn yên dagîrkirî

Eve rastiya dagîrkarê Turkên Îslamî!

3

Ziman wek parek ji nasnameyê


2

12 newroz -2714 k

1-4-2014 z

DENGê KURD -hijmar (29)

www. Pdksp.com

Ey gelên Rojhilata Navîn yên dagîrkirî! Eve rastiya dagîrkarê Turkên Îslamî! Nivîskar: ZARA Zagros wergêr: Keko Îskenderonî

Beşê yakem

B

erî çend sedsalekê rûdawên seyir di nav mala mezin ya rojhilata navîn de çêbûne, ji wan; hatina miletekî koçer paşkeftî dagîrkar ji Asiya Navîn û dagîrkirina welatên me bi zorê şûr û fêlbaziyan, herweha xwe sepandina wek serdest bi ser mala me ya mezin de, û bi navê Xweda û Îslametiyê nêzîkî 5 sedsala xwîn, kultor û samanên me kontirolkirin, ka ev dagîrkara nûhatî kîye? Nevîyên Gura Sor: (Qizil Qurt) Despêka serîhildana Toraniyan li deşt û biyabanên Asiya Navîn di navberî Mangoliya ta deriya Qazwîn(Mare Caspium), hozên toranî li wan deran dijîn, li ser çêrê û avê berdewam nakokî di navbera van Hozan de hebûn, berhemên wan talan kirin û çêrandin bû, welatê wan jî -wek nîvçe kendava Erebîdibistana derçûna talankar û xwînawiya ye, herweha li hemû deverên şaristanî li derdora wan têkdan belav kirin. Li gor baweriya toraniyan dapîra wan ya mezin Gura Sore (Qizil Qurt) ji ber vê jî gur û rengê sor bûye sembola wan ya serekî (rengê ala Tyurkiye temaşa bikin) kultora xwînawî yê di hizrên toranî de ku efsaneya (Gura Dapîr) berhemhanî, tund û tîjiya toranî bandoreka kûr di bîreweriya gelên rojavayê Asiya de hêşt, ji ber vê jî peyva (Qizil Qurt) ji bo zirta û gefan ve bi kar tê, ew bi xwe ji bo wan kesên xirap bi kar tê û wateya wê jî ewe ku kesek hevrûşî belaya talankarên Toranî bibe. Guz yan ji (Oguz) şaxekî mezin ji Toraniyane û Turk jî ser bi wanin hevdem cîranên Ariyên Rojhilat bûn wek (Efgan, Kurd, Buloş û Faris), û dixwastin rojavayê Asiya dagîr bikin, ji ber ku navenda şaristanî û samana ye, lê Arî berdewam rûbirûyê wan dibûn, di vê barê de şerên tund di navbera herdû aliyan de rûdane, di pertûka Avesta ya pîroz de û di dastana Şahname

ya Farisî de gelek belge li ser wê hene, pêxemberê Mîdiyan Zardeşt jî rûbirûyê wan bûye, di dawiyê de di dora salê 583 B.Z. li bajêrê Balx Zardeşt û heştê ji hevalên wî di perestgehekê Zardeştî de di hêrişekê de hatin kuştin. Berî Îslaman Mîdiyan (Mîd, Axmîn, Aşxan û Sasaniyan) Rojavayê Asiya ji hêrişên Toraniyan diparastin, lê piştî ku Ereban dewleta Sasanî ji navbirin di wê demê de dawîtirîn kela Ariyan şikestiya. Berî serdema Ebasiyan hiç hebûnek ji Turkan re li rojavayê Asiya tunebû, di serdema Mamon xelîfeya Ebasî de ew ji bazarên koleyan hatin kirîn û di sopayê ebasî de hatin bi cih kirin, di sedsala 10 Z. de Turkên Oguzî peyda bûn û bi hestên xwe yên talankirinê berve deskeftên Îslama yên dagîrkirinê ve nêzîk bûn, lewre jî bûne Îslamên Sunî û siwarî şepola cîhadê bûn û wek mamostayên xwe yên Ereb ala Xwedê Mezine (Allahu Akbar) bilind kirin bo dagîrkirina xelkê û welatan. Di sedsala 11 Z. de piştî Oguziyan, Selcoqî peydabûn ewan dizanî ku şer û tundî bi helgirtina şûr bes nîne da ku tu bibe xwedanê pirojeyeka dagîrkarî, lê pêdviye tu kontirola Vatîkana Ereban jî bike (Koşka Xîlafetê), çûnkî şure tanalkirinê pêdvî bi mora xwedawendî ya pîroz heye, ew mor jî di wê demê de di destê xelîfeta Erebî ya Sunî li Bexdadê bû, her ewan rewatiya şerên pîroz pêşkêş bi xelkê dikirin, bi mercê ku paşkoyê wan be herweha baca pêwîst bide. Di wê demê de hevpeymanek siyasî di navbera xelîfa Qayêm Bîamrî Allah (Serkirdê dagîrkariya Erebî) û sultanê Selcoqî Tuxrul Beg (Serkirdê dagîrkariya Turkî) çêbû, ev hevpeymana jî bihêztir bû piştî pêwendiyên jin birinê di navbera herdû malbatên Haşimî û Selcoqî de, pişt re Tuxrol Beg kilîtên şerên pîroz ji berpirsê Vatîkana Erebê Îslamî

stand, piştî wê Selcoqiya Kurdistan, Îraq, Asiya biçûk û Sûriya dagîr kirin. Dûv re di sedsala 13 Z. şaxa Maxolî bi serkirdayetiya Cengîzxan û neviyê wî Holako peyda bûn, û xiraptirîn karîset bi gelê Asiya rojava nîşandan, ji dizî, talan, şewitandin û kuştin. Ew yekemîn kes bûn ku piştî talankirina bajêran ji seriyê kuştiyan girên bilind çêkirin. Ji hoz bo Emperatoriyetê: Di despêka sedsala 15 Z. Osmanî peyda bûn, ewan jî keftine pêşiya mamostayên xwe yên Ereb di talan û dagîrkariyê de, wan despêkê de di sala 1453 Z. Konstantînopolîs paytexta Bîzantîna dagîr kirin û navê wê kirin Îslambol wate Tijî Musliman yan (Bajêrê Muslimanan), herweha Tamazga (Welatê Amazîgan) dagîrkirin, dagîrkariya wan gehîşte dilê Ewropa û bûne hêzeka mezina cîhanî. Di wê demê de deselatdarî tenê di destê Ereba de bû, ji ber wê jî Turkan xwestin ev çeka cadû ya dagîrkariyê ji destê wan derbêxin, di vê derbarê de şêxên mezheba Henefî li gor pêwîst pêlanên şer’î û fetew çêkirin, di sala 1517 a Z. de di dema ku sultan Selîmê yekê welatê Misir dagîr kiriye, xelîfeya Ebbasî ya dawî di gel xwe bire Konstantînopolîs û ew naçar kir ku dev ji textê xelafetê

berde, pişt re herdû deselatên Olî û Dunyayî bi hev re girtine destê xwe, di wê demê de Turk bûne serdestên Rojhilata Navîn, ku berî wan Ereban bo neh sedsalan ev deselat bi dest girtibûn. Turk jî wek Ereban xwedanê kultureka şaristanî nîne, ew dagîrkarên hovane yên paşkeftî ne, wan hemû gelên deverê di warê netewî, ol û mezhebî ve serkut kirin, samanên wan dizîn û zana yên wan bo berjewendiyê xwe bi karhanîn, herweha li herêmên rojhilata Ewropa li cihê bacê zarokên kur û keç ji xwedanên wan distandin û ew li ser perwerdeya Îslamî tîmar dikirin û kur fêrî hunerê şer dikirin û tevlî supaya Enkîşarî dikrin bo dagîr kirina gelan û keçik jî di koşkên xwe de dikirin xizmetkar û di gel wan dizewicîn bo pakirina ber û nevîyên xwe yên ku bi kêmbûna xweşikiyê û ciwaniyê tên nas kirin û herweha bi kurtiya bejnê tên naskirin. Deselata navendî li ba Turkan pîroze ta wê radeyê ku hejmarek ji Sultanên wan di dema ku dighîştin bo ser texta seltenetê raste rast fermana kuştina hemû birayên xwe didan heta zarokên di zikî dayîka de dikuştin da ku çi hevrik bo wî çênebin, di vê bare de di di

salên (1451 – 1481 Z.) di serdema sultan Mihemedê Duyê AlFateh yasayek bi navê (Qanûn name Al Osman) ev yasaye rê dide Sultanê nû ku birayên xwe bikuje ku têde hatiye: “Her yek ji kurên min yê ku deselat dikeve destê wî pêdviye hemû birayên xwe bikuje, eve li gor sîstema cîhanî ye, û hemû zana rê didin vê yekê”. Heger dagîrkarek baweriya wî ya siyasî bi vê şêweyê be, gelo helwêsta wî ji gelên bindest re wê çi be? Ji Kurdan bipirsin ka dagîrkarê Turk bi wan çikiriye? Wan dewleta û mîrnîşînên Kurdan hilweşandin, samanên Kurdistanê talankirin, hêzên şer yên Kurda di cengên xwe de bi kar hanîn, bi hovane ji şoreşgerên Kurd tolvedan, ji korahiya derya Wanê bipirsin ku Kurd bi zinaran ve dihatin girêdan û dihavêtin nav gola avê, ji şkeftên çiyayê Dêrsimê bipirsin ku Kurd têde hatine şewitandin, ji sêdaran bipirsin ku rêberên Kurdan wek Şêx Seîd û Seyid Riza hatin sêdaredan, bi sedan ji gundên Kurdan bipirsin yên Turkan şewitandine, li encamên jî bi hezaran ji Kurdan berê xwe dane deştên Anedolê yên gerim, herweha bi bi hezaran bi rê de mirin û yên din jî şerpeze bûn.


12 newroz -2714 k

1-4-2014 z

DENGê KURD -hijmar (29)

www. Pdksp.com

CîHADXWAZêN HELEBCEYî LI SûRYAYê BERATE NE Dengê Kurd:

S

ebaret bi kuştina 2 gêncên din ên Kurd li Sûriyê, birêvebirê ragihandina wezareta Ewqafê û karûbarê olî li Hikûmeta herêma Kurdistanê Mêrwan Neqşbendî ji PUKmedia`yê re ragihand ku raste di destpêka vê heftiyê de 2 gêncên din ên Herêma kurdistanê li sûriyê hatine kuştin ku xelkê Helebçeyê ne û li gor amarên fermî heya niha 30 gênc windane. Neqşbendî da zanîn ku piraniya ew gêncên ku li sûriyê hatine kuştinê di nava bereya Nusre de bûne û temenê wan di navbera 16 ta 25 salî de bûne. Her weha li gor amarên ne fermî jî heya niha nêzîkî 200 gêncên kurd li Sûriyê ne. Merîwan Neqşbendî got: li gor zanyariyên ku di destê me de ne hindek ji wan pişîman bûne û dixwazin vegerin lê tirsa wan ji tevdîrên ewlekarî yên dazgehên ewlekariyê yên herêma Kurdistanê hene li ber-

amberî wane. birêvebirê ragihandina wezareta Ewqafê û karûbarê olî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê got. Bi dîtina min niha dema wê hatiye ku hikûmeta herêma Kurdistanê

lêborînekê yan rênemayekî bigre ber xwe daku gêncên Herêmê bi rihetî vegerin çûnkî piraniyan wan gihêştina wê baweriyê ku tişta li sûriyê dibe ne cîhade û ne jî şerê kurde jib o wê jî

baştire vegerin Kurdistanê û tevlî jiyana asayî bibin, eger nav li wê kiribin cîhad jî, weku wezareta Ewqafê bi dîtina me ne şerkirin li ser axa kurdistanê û ne jî li nava grûpên din ên çekdar de cîhad nîne. Li barê lêborîna gişt bi wan gêncan jî Neqşbendî got: Kêşe tenê bi şêwazên ewlekarî nayên çareser kirin pêwîste em di ware fikrî de kar bikin , lê belê renge dazgehên emnî metirsiya wan hebe ku meseleya lêborîna giştî tirsekî din li dûv xwe bîne eger ew lêborînê derbixin û ew gêncên ku vedigerin hindek niyaz pak nebin û li Kurdistanê karên têkderane encam bidin, bi rastî eve jî metirsiye. Heya niha jî aliyên ewlekarî ew pişniyara min bo derkirina lêborîna giştî bersiv nedane lê niha gelek gênc pişîman bûne û dixwazin vegerin.

Ziman wek parek ji nasnameyê Jan Dost

D

i jiyana milletan de, ziman roleke girîng di avakirina bîrmendî û hişê netewî de dilîze. Pêşiyên me jî ev qayde nas dikirin, herçendî ku têgihiştina wan ne mîna ya me be jî, lê wan dikarîbûn pirsgirêka ku neteweya kurd di bin barê wê de ye nas bikin, bi teşxîseke dirust nêzîk bibin û heta çareyê jî bibêjin. Melayê Cizîrî mesele; wî doz li xwendevanên kurd, li feqî û melayan dikir ku helbestên wî bixwînin û dev ji Şîrazê yan jî ji Hafizê Şîrazî û helbestên wî berdin. Li ba Ehmedê Xanî (1651-1706) êdî teoriya kurdayetiyê (dewlet= nasname+netewe+ziman) kemilîbû û gihiştibû asteke bilind. Xanî bingeha ekola kurday-

etiyê danî û sînorên wê ekolê çi di helbestên xwe de be, çi jî di Mem û Zînê de resim kirin. Wî dixwest beriya her tiştî ziman rizgar bibe, ji ber ku eger ziman rizgar nebe, xak jî nikare rizgar bibe. Rizgarkirina ziman, yanî ya hişmendiyê ye. Tu bibêjî ez Kurd im, ev gellekî cuda ye ji gotina bi tirkî “ben Kürdüm“. Yan bi erebî: ena kurdî. Yan bi farisî: men kurdem. Axaftina bi kurdî bi rengekî otomatîk te pê dihesîne ku tu endamekî vî milletî yî, axaftin yan jî ziman girêdana kulturî ya takekesekî bi komê re ye. Ji dengê afrîdeyekî mirov nas dike ku ew ji kîjan grûpa afrîdeyan e, çûk çîveçîvê dikin, mêş dikin vingînî, seg direyin, hesp dikin hîrehîr. Mirov jî diaxivin. Li vir ez dixwazim bibêjim ku ev hewldanên avakirina bingeheke neteweyî ji bo milletê kurd, tekane (îndîvîdûel) bûn. Desthilata kurdî bi pirranî dûrî wan projeyan bû, mînakin biçûk hene ku mîrên Kurdan nêzîkî sînorên wêje, dîrok û projeyên kulturî dibûn (Şerefxanê Bedlîsî / 1543-1503). Mela Mehmûdê Bayezîdî (1797-1867) û Aleksander Jabayê qonsûlê

Rûsyayê li Erzerûmê projeyek lidarxistin, ku berhema wê ji bo Kurdan bi kêmanî çend kitêbên hêja bûn derbarê civaknasî, ziman, ferheng û folklora kurdî de. Di wê demê de Bedirxan paşa jî hebû, Nûrullah begê hakimê Hekariyê jî hebû û hwd. lê wan mîrên Kurdan nikaribû Mela Mehmûd û projeya wî bigirin ba xwe û guh lê bikin. Nikaribûn têbigihijin ku kurdîkirina çand û civakê ne tenê bi şerê li himber dewleta Bab-i Alî ye. Bi gulleya tifingekê serbazek dihate kuştin, lê bi dilopeke hibra pênûsa şairekî, peyveke kurdî zindî dibû. Loma jî Ji bo milletê kurd, hê jî ziman eniya herî germ e di şerê xweîsbatkirinê de, di şerê bicihkirina stûnên neteweyê de, di hewldana sazkirina nasnameyê de. Divabû Kurd ji zû de di vî şerî de bi ser ketibana, yan jî ew mesele li pey xwe hiştibana û qonaxên zimanê standard yan zimanê neteweyî (national language) û yek alfabe li pey xwe hiştibana û derbasî qonaxên din bibana. Divabû niha berhema ku li Sinê yan Mehabadê çap dibe, li Kobaniyê, li Amedê û Duhokê jî bihata xwendin û famkirina, di eynî demê de berhema ku li Amedê yan li Stembolê tê çapkirin li Silêmaniyê, Hewlêrê û Mehabadê bihata xwendin û famkirin.Nasnameya milletekî zimanê wî ye, ziman beşekî girîng e ji desthilatdariyê. Loma jî, mîna gaveke stratejîk, divê kampanyayên herî mezin ji bo parastin.

3


4

12 newroz -2714 k

1-4-2014 z

DENGê KURD -hijmar (29)

www. Pdksp.com

ş

Bi darvekirina pêş ewa Qazî Mihemed Dengê Kurd: Qazî Mihemed di 1ê gulana sala 1900an de li bajarê Mehabad ê Rojhilatê Kurdistanê jidayîkbûye. Qazî Mihemed di 30ê adara 1947an de li meydana Çarçira ji aliyê rijêma wê demê ya Îranê ve hat bidarvekirin. Pêşewa Qazî Mihemed di heman demê de dadwer, serokê Partiya Komeleyê,damezirênerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û serokê Komara Kurd-

istanê bû. Di 22 ê kanûna paşîn a 1946an de Qazî Mihemed li meydana Çarçira Komara Kurdistan li Mehabadê ragihand. Di kanûna pêşîn a 1946an de piştî têkçûna Komarê, di 30ê adara 1947an de Qazî Mihemed û wezîrê parastinê yê Komarê Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî li meydana Çarçira ya Mehabadê hatin bidarvekirin.

pêşewa Qazî Mihemed

Zindan û Mezlûm û xewnên Azadiyê Abbas-Abbas

Mezlûm

Heftiya min bi Mezlûm re qediya û hîn jî ez dihnê xwe pê didim, ku xew bi çavên wî neketiye!…Sedema vê nexew kirinê jî, di baweriya min de, ne ji eşkenca ku dijmin lê kiriye!…..Erê, Mezlûm digot,

ku laşê wî tengijiye û ji lêdanê ditarê . Lê wilo jî, ez di wê baweriyê de me, ku nexew kirina wî ji sedemek dî ye!…. Mezlûm hertim rûniştî ye û bibanî ve li qoziya aliyê rojhilat temaşe dikê, pêre jî di lerizê û xuih didê!….Dibêje, ku dengekî wek niq niqa nikilê çûkekî dikê!….. Bi rastî, ez tu dengî nakim!….Ji lewre , min ji xwe re got, ku ji êşa laşê xwe şaş bû ye!…. Ji vê jî, di şeva borî de, min serê wî bi benekî jidan û laşê wî cihên nebirîndar firkand, lê wilo ku tiliyên min dinav bolen sînga wî de winda dibûn,agir bi dilê min diket, bi arandina dilê xwe re, min serê wî dikir ber sînga xwe, û bi dirûma xwe û ya wî de ponijîm û min ji xwe re got: -Hey Xweda, hewqas mirov dikarê li berxwebidê!…. Miroveke ku gewdê wî ji her tiştî hatiye wervandin!….Bi tenê viyan!….Serê xwe ji sînga min dûr xist û car dî got, ku dengê niq niqê dikê û car dî serê xwe ji êşa ku lê giran dibû, dinav mistên xwe de jidand!….. Bi vê şevê re, em derbas dibin şeva şeşan, ku Mezlûm di vî halî de ye!….Loma jî min hewl da xwe, ku hinekî ez vê êşa serê

wî sivik bikim, loma ez bi dengekî bilind axifîm, û ez ketim nav serpêhatiyên giran de, naxasim yên ku li kurdistanê derbas bibûn!… Min çîroka hin agîd û mêrxasên şoreşvan anîn ser ziman, dawî jî dîroka Kawa yê Hesinkar!…. Mezlûm, bi kenekî sivik re, ez dam seknandin û berê xwe car dî da qoziya deng!….. Car dî roj li me hilat, hîn jî Mezlûm di wê rûniştina xwe de ye, kabokên xwe bi her dû çengan dane hev û serê wî ber bi jor de, li qoziya deng çavnêhêre!….. Nîvrokî pêhnekê çavên min ji Mezlûm dûr ketin, lê ku bû him hima wî û lerizî û pêre xuihda, ez car dî pêve mam mijûl û şiyar!…. Bêhnekê û kenê wî yên sivik, li ser lêvan diyar bû, pêre jî hin bi hin rûwê wî geş vebû!….Lê hîn jî li qoziya deng temaşedikir!…. Jikel destê xwe danî ser milê min û tiliya destê dî bi qoziyê ve kir, hingî jî wek takî zirav, ronahî derbas bû oda reştarî û hin bi hin tîrêja rojê bi ferehbûna qulê re geş dibû!….Aniha ez jî dengê niq niqa nikilê çûkekî dikim!…..

rovî û torîk Tenazî torîk xwest derkeve nêçîrê, di gera xwede pêrgî rovî hat, jê pirsî: ha rovî tu jî wek min

li nêcîrekê digere, rovî lê vegerand: na ez bûme axayê vî gundî. torîk gotiyê: tu ax-

ayî çima tu naçê gundê xwe, rovî gotê: na ez newêrim kûcik li gund hene.

Bi rabûna Mezlûm re, beytikî ew qûl berem vekir, li peyê jî tîrêja rojê geş da zindanê!…. Mezlûm berê xwe da min û bi dilşadî got: -Tu di zanê, ku Yezdan ev cihân bi şeş rojan damezranidin!….Di pênc rojan de, tevahiya cihanê û di roja şeşan de jî Kurdistan û bihara wê!…. Piştî ku bêhna xwe çend carekî kûr kişand, car dî got: -Bêhna nefel û îndekoyê hat pozê min, hilma wê xweşe!…. Em di adarê de ne!…. Pêre Mezlûm her dû çengên xwe çend carekî dan weşandin, dawî jî mista xwe da ber guhê xwe û bi dengekî tengezar, ku ji laşekî wêrivî dihat, qîrkir Bêrîvanê!….. Hîn her dû hevokên pêşî ji sitranê ne qediya bûn, heya zimênî ji zindanên dî hat û dengê berxwdanê bi hilma bihar û Bêrîvanê re gur bû . Mezlûm bû çirîsk ronî û li ber çavên min bibanê ket!…. Ezmanê li ser gundê Nisran, jî, jikel ez ji xewa xwe hilçeniyam !gundê ku bi destê dijminên hov di wê mehê de hatibû talankirin, bo ronahî!….. Hingî bû Azadî.

29_  
Read more
Read more
Similar to
Popular now
Just for you