Page 1

DENGê KURD 26-Rêbendan -2713 k

DENGê KURD -hijmar (26)

15-2-2014 z

www. Pdksp.com

Kantonên (pyd)ê di navbera xweseriyê û xwelîseriyê de Guftûgo Guftûgo bilindtirîn û şayistetirîn ast û pileye di têkelî û şengist û peywestên mirovayetiyê de,çinkû danûstan rêçareya herî baş û çak û nermenîşke bo çareserkirina pirisgirêk û kêşedozan di navbera alîgirin nakok de. -guftûgo li kongir û korbendan raxistina berr û mafûrê nakokiyan e, da ko dijber û nahez û neyar dikaribin li gel hev û têkra û vêkra çareseriyan bibînin ji ewan pirisgirêk û kêşedozan re. Guftûgo ango rêxweşkirina rêçareyên çareseriyan û dabînkirina pêwîstiyên lihevkirinê û çespandina aştiyê.

Dengê kurd

2

Ciniv2 di guftûgoyan de niqrîskan vedide

Cinêv2 hêvî Û mafkêşan li Rastên e 3

HAMID BEDIRXAN Û XWE NASÎN

4

pêncşema zimanê kurdî


2

26-Rêbendan -2713 k

15-2-2014 z

Ciniv2 di guftûgoyan de niqrîskan vedide

DENGê KURD -hijmar (26)

www. Pdksp.com

Kantonên (pyd)ê di navbera xweseriyê û xwelîseriyê de

Şêrwan Wardozî Laleş Waşokanî

Kongireyê cinêv2 destpêkir bi ser periştiya netewyên hevgirtî li montro li siwêsrayê di navbera herdû şandan de rijêm û dijberî,herdû gotarên sengîn hatin xwendin ji bal nûnerên herdû alîgiran ve,wa diyar bû ko naveroka herduwan dijberû nakok bûn, ji ber ko her alîgirek dixwaze alîgirê din tometbar bike û wî bixîne û têxîne rikoya tawan û kujkariyê, dêmekî peyv û gotin û mînak û destnîşanên ewan bi serê hevde neçûn. -şanda rijêmê hatibû kongireyê bi kesayetiyên ko hemû pêkhatên sûryayê nûner dikin, wa diyar bû ko mebesta wî ji wê nexşesaziyê û mafûra fuseyfisayî re ko ji cîhana siyasî re bi de xuyanê ko rijêmekî welatparêz û fire nerîn û dîmuqrate, lê hemû cîhana siyasî û civakî xweş dinase ko rîjêma Esed rijêma terqendeya leşkeriye û rijêmeke avabûye liser ladana siyasî û binbirkirina ramanî û şêwandina dijberî da ko rijêmek giştxwazî û tirisbazî bi çespîne û bi sepîne liser devera rojhilata navîn û bi rastî di vî warî de gelekî bi serket û gelek serkeftin bidest ve anîn. -li ser seko û mêza guftûgoyan herdû şand ketin cirîda tomet û tevrakirina sedem û egerên berpabûna şerû pevçûnan û têkdana rewşa civakî û abûrî lisûryayê û wisa danûstan ketin warê bi navkirina bûyer û qewmanan çi erênî û çi nerênî, çi li astê xwepêşandanan û çi li astê şêwandina barûdoxê aştîxwaziya xwestek û armancên cemawerî, û nexasma di destpêka şoreşê de. -kongirê cinêv2 berdewam bû bêhtirî hefteyekê bê ku herdû şand li hevdû rûnên bi şêweyekî asayî û seqayekî tenahîgêr lê wisa ew guftûgoyanan bi rêveçûn di rêka navbênkar (Exzer ibrahîmî)nûnerê netewên hevgirtî,ew kesayetiya ko destkariyeke wînî balkêş heye di derbarê xircir û miştûmirên navnetewî de li her deverên lêqewmiyayî li cîhana pirisgirêk û kêşedozên sitratîcî. Nûnerayetiya Kêeşdoza kurdî ya ko hatibû sazkirin ji sê kesayetiyên rêxistinî, hewil û koşiş vedan ko kêşedoza kurdî pêşan bikin di evî korbendê navnetewî de cara yekemîn di dîroka hevçerix de, lê derfet ne bû ko ew danûstanan bikin bi şanda rijêmê re ji bilî demjimêra dawî ji bal mamoste (îbrahîm biro) ve dema ko nerîn û daxwaziya kurdî bellû û aşkere kir û got, ême em xwedî nerînek cuda ne ji nerîna giştî ve ya dijberiya sûryayê.evê axaftinê çend layinger tore û bêzarkirin ji ber ko şovîniya Erebî hîna û hîna mukum û serdeste di hinav û naxêd gelek kesayetiyên dijberiyê de,û hîna û hîna sûravk zikreşiyê vedimije.

Rojavayê kurdistanê perçeyekî resen e ji cugrafya kurdistanê ji çemê diclayê dest pêdike ta ser deryaya sipî, û ji serdemê rêkeftina (saykis-bîko) de ew parçe bûye, kolîtgehek ji dewleta sûryayê re, wekû pişk û beşekî dagîrkirî û talankirî ji wê dewletê re. -gelek piroje û nexşesaziyên eribandinê di rojavayê kurdistanê de hatin şopandin û bi cihanîn, û gelek şêwandin û rûpiçirandin

û hevrikiya wan ji tevgera rizgarîxwaz re, rijêm haybû li wê tevger û livlivîna metirisîdar, û wisa makîna pîlangêriyê geriya û navendên ewlekariya rijêmê dest nîşankirin bi berû (pyd)ê ve, û wis ew laşê ku bi berû mirariyê ve diçû hat saxkirin da ko bibe darûdestê rijêmê liser rojavayê kurdistanê û wisa roj bi roj karmendî û rêncberatiya xwe bi cih anî, dema ko desthilat wergirt ji dest rijêmê û bû heyte û cilwazê

ser binaxê dabeşkirina rojavayê kurdistanê li ser sê kantonan (cezîrê-kûbanê-Efrînê) -ragihandina her sê kantonên(pyd)ê li rojavayê kurdistanê bi palpiştiya rijêma sûryayê ango çespandina sê armancên serekî. 1-yekem:têkbirina yekîtiya cugrafyaya rojavayê kurdistanê. 2-duwem:çespandina kemînîkirina neteweya kurd li ser cugrafya rojava.

tê de bû lê gelê kurd di berxwede da û destdananî û li ser xwe dabeşkirin û perçebûn ne pijirand û wisa tevgera rizgarîxwaza siyasî jî hewl û koşiş û xebat û têkoşînên xwe berdewamkirin ta ko ruxsarê kurdayetiyê serdest be li cugrafya û hawîr û derdora kurdî li gel dîrokû keleporû nerîtên kurdewarî de. Paşî berpabûna şoreşa sûryayê û destpêkirina livlivîna şoreşgêrî di kolana kurdî de û sazbûna hevrêziya xort û gencên kurd

ewlekariya rijêmê bo qedexekirina livlivîna şoreşgêrî li bajar û bajarokên kurdî çi bi lêdan û çi bi destgîrî û çi bi kuştin û vekuştin wek û hersê kujtarên ku rûdan li Efrîn û kûbanê û amûdê ,û wisa roj bi roj (pyd)ê û damûdezgehên xwe bûn serdar û xoserên destberdayî li rojavayê kurdistanê û liser evê bingeh û şêwazê hate padaştkirin bi damezrandina rêveberiya demikîya neteweya dîmuqrat û wisa nexşesazî jê re hat pêşkêş kirin li

3-têkbirina maf û mafkêşanên kurd û neteweya kurd û li dûmahîkê nemana kêşedoza kurd û rewayetiya tevgera rizgarîxwaza kurd û têkdana kar û xebat û têkoşîna şêst salî û nexasma ji serdemê damezrandina partî ji sala(1957)an de û wisa bi evê pîlangêrîyê (pyd) ê nexşesaziya (baas) û navendên ewlekariyê û rehendên navherêmî bi ciht îne çi bi xwaze yan çi ne xwaze.


26-Rêbendan -2713 k

15-2-2014 z

DENGê KURD -hijmar (26)

www. Pdksp.com

HAMID BEDIRXAN Û XWE NASÎN (beşê diwem)

Erê poşmaniya mamoste // Hamid // di payîza jiyana wî de hat , lê tevî wê em dikarin bêjin ku ew poşmanî qenciyeke hêja û ezmûneke wêrek bû , xwezî mamotayê me yê bi nav û deng û mezin helbestvan û romanvan // Selîm Berekat // û yên wek wî tev berî bigihin payîza temenê xwe li xwe vegerin û riya ku helbestvan // Hamid Bedirxan // nasiye , ew jî binasin û bi zimanê xwe yê zikmakî binivîsînin . Mixabin hinek ji me kurdan ne tenê naxwazin bi lêvên geş xwe binasin ,lêbelê, naxwazin bi lêvên miçiqî jî xwe binasin û ew kes vê yeka han bê şerm nîşan didin gava dibêjin :/ xwendina me bi zimanên dine , zimanê kurdî teng û jare têra hest û ramanên me nake , nivîsandin bi çi zimanî be ne girînge , ya pêwist ewe ku em bîr û bawerî û ramanên xwe belav bikin , divê em şarewer bin ./ Gelo ma ew nizanin ku xwendina // Resol Hemzetof // jî ya dibistanî bi zimanê // Rosî // bû,lê tevî wê , wî bi zimanê xwe yê netewî , bi zimanê // Afarî // yê ku ne bêtirî sêsed hezar kes pê dipeyivî , berhemên xwe nivîsandin û bi wan

Rûxweşê Zîvar xelata //Lênên // stand. Gelo ma zimanê afarî ji zimanê kurdî firehtire û ew kesên me, ji //Resol Hemzetof// şarewertirin ?!.. Vêca tevî ku ne raste em bêjin zimanê kurdî teng û xizane , lê eger ew kes li gor bîr û baweriya xwe ya çewt wisa dibînin ,gelo ma ew dewlemendkirina zimanê kurdî ji kê re dihêlin ? An ew xwe kurd nabînin ? Ji wê pêve kê gotiye ku raman û hest û ziman ji hev cudane û di hev kar nakin . Vaye Dr. //Kamîran Bedirxan // pêwendiyên di navbera wan de zelal dike dema dibêje: //Herwekî nase , fikr û his di dora zmanî de digehînin hev,û her zman fikr û hisên xwe û awayê gotina xwe bi xwe re hildigire û ew pê re dguhêzin , û pey zimanê xwe dikevin . Bi vî awayî digel zmanî , fikr û hisên biyaniyan jî tên dikevin nav me , di dil û hişê me de cih digirin , rû û gonê me ên manewî diguhêrînin , diheşifînin .// Herwisa jî vaye // Huseyn Mirowê// rola torevanên ereb yên ku di bin destên /Osmaniyan / de bi zimanê erebî nivîsandine giranbiha dinirxîne

gava dibêje : // Torevan û helbestvanên ereb , yên ku di wê koça tarî de jiyane , ji bo parastina jîna zimanê erebî , weko ziman û tore û rewşenbîrî , bi roleke mezin rabûn . // Pişt re jî ew teqez dike , ku wê xiniziyeke mezin ba ji hêla wan torevanan de dermafê civaka erebî û zanîna cîhanê , heke wan torevanan di vî warî de kêmasî kiribana . Gelo çima tiştê ku di çavên // Huseyn Mirowê// û hemî zanayên cîhanê de xiniziye , ew tişt di çavên hin kesên me de

şaristaniye?...ma ev ne malkambaxiye ?!... Lê ya malkambaxtir , ewe ku hinek ji wan kesên xwe bi zimanên xelkê pozbilind dibînin , ew xwe gelparêz jî dinasînin , ew ji bîr dikin ku apê me // Osman Sebrî // ji wan re jî dibêje : // Kesê bi zimanê xwe re ne bendewar be nikare bêje ez gelparêzim , ji ber ku ziman di warên hişyarî , serxwebûn û pêş

ve çûna gelan de hîmê xurttir û bingehîne .// Ji ber wê em ne şaşin ger em bêjin ku bikaranîna zimanê netewî û parastina wî , ji miletên blindest re nîşana heyînê ye, û bingeha pêşeroja wan ya civakî , çandî û siyasî ye jî , bi kurtî , çeka wan ya bêtir kartêker û bi bandore li hember dagirkerên wan . Ji ber wê berî bêtirî şêst salî mîr //Celadet Bedirxan //gotiye : //Miletên blindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan , bi qeweta du çekan diparêzin . Ol yek , zman dudo . Lê heke ola miletê serdest û blindest yek bibe , hingî çek yek bi tenê ye û bend tenê zmane . // Belê , zimanê me ne tenê stûnê heyîn û xweseriya me ye , lêbelê , ew riya yekîtiya me ye jî ,lewra divê em bê dudilî gavên xwe hêdî hêdî ber bi yekîtiya zimanê xwe bavêjin , çimkî ew gav yekîtiya gelê me di her warekî din de jî nêzîk û hêsan dike . Vaye mîr //Celadet Bedirxan// wê rastiyê jî bo me sayî dike gava dibêje : // yekbûna kurdan jî bi yekîtiya zmanê kurdî çêdibe , yekîtiya zmanî jî

bi yekîtiya herfan dest pê dike.// Ji ber wê em dikarin bêjin ku zimanê me xwîna giyanê me û hêvanê kurdîtiya me ye, û her û her ji me tevan tête xwestin ku em rehên kurdîtiya xwe av bidin û dengên xwe digel yê apê xwe yê nemir //Osman Sebrî // bilind hildin û bêjin : // Îro ya ku me ji windabûnê bifilitîne , hînbûna xwendin û nivîsandinê bi zarê xwe yê şêrîn û delale .// Belê , ji me tête xwestin ku riya rewşenbîrên me yên giranbiha //Osman Sebrî // , // Celadet û Kamîran Bedirxan // û gelekên din di bihara jîna xwe de nasîne û dane naskirin , ya ku helbestvanê me yê hêja // Hamid Bedirxan// di payîza temenê xwe de lêhay bûye , riya serbilindiyê , em jî wê riyê baş binasin û bernedin , da ku careke din em bi riya biratiya sexte di bin çi navî de be neyên xapandin û winda nebin . Hewlêr 17/1/2014 *helbestvanekî kurd ji herêma //Efînê// , gundê //Şiyê // ye , ji çend salan de rihmetî bûye .

3


4

26-Rêbendan -2713 k

15-2-2014 z

DENGê KURD -hijmar (26)

www. Pdksp.com

pêncşŞema zimanê kurdî SîpanXelîl ev roj ji berya demekê ve girûpek ji çalakvan,xwendevan û rewşenbîrên kurd vê rojê li ser Fêsbûkê bikartînin û tenê bi zimanê kurdî dixwînin û dinivîsînin û hev agahdar dikin ku hemû nivîsînên xwe û postên xwe li ser Fêsbûkê bi zimanê kurdî belav bikin .Li ser fêsbûkê gelek post û nivîs bi zimanên biyanî dihatin nivîsandin û ev yek bû cihê metirsiyekê li bal wan rewşenbîran û ji bo vê yekê roja pêncşemê li ser Fêsbûkê kirin roja zimanê kurdî û mebest ewe ku kurd karibin Fêsbûka xwe bi zimanê kurdî bi xemilînin.

Axa û Pîrefok(kurteçîrok) Hozan Ehmed Dêrşewî Di sirûştiya welatê kurd de gundên herî xweş ew in yên ku nêzîk gir û çiyayan û têr zevî , çem û kanî , lê di heman demê de metirsî jî peyda dibû ku giyanewerên tirisdar mîna hirç , gur , keftar..., û her wiha çîrokên efsanî li ser cihnên xaneşînî yan kesên nediyar. Yek ji wan efsaneyên ku di mêjiyê gelan de hebû çîrokên li ser pîrefokan dihatin gotin. Li derdora gundekî

girêdayî bi Cizîra Botan ve ku li mila çiyayekî bû , gelek caran hin kes winda dibûn û piraniya wan zarok bûn , û yê ku ew direvandin goştê wan dixwarin, û gundiyan çare nedidîtin. Rojekê Axayê gund û derdorê li gel xêzana xwe û hin siwaran di nêv sirûşta çiyayî de digeriyan ji nişkîve Pîrefokekê dest avêşt zaroka Axayî û revand . Axa jî ji tu tişan neditirsiya û li benda rojeke wiha bû ku nas

Derbarî penda :Şam Dûre lê MişŞar ne Dûre Letif Suleyman

bike kî zarokan direvîne. Axa gote siwaran tukes li şûna min neyê , û bi lez li pey Pîrefokê ket ta gehişt şikefta wê , û di wê tarî û reşiya ku di şikeftê de jî,Axa derbasbû û bevçûneke dijwar bi Pîrefokê re çêkir lê zarok di nêv lep û diranên wê de hat mirin û Axayî şerê xwe berdewam kir ta ku ew Pîrefok sekinand û dîl kir û bi serkeftin ew bi xwe re anî gund. gund û bajaran bi lehengiya Axayî bihistin . dîla

wî jî çend rojan ma girêdayî û milet ma li benda dadgeh û biryara Axayî gelô wê bi çi awayî wê bikuje. Lê biryara Axayî derkek û ne li gor nerînên tukesî bûn .biryar da ku wê rêkûpêk bike û wê ji hovatiya wê derîne û bibe hevjîna wî. Axa biryara xwe bir dawî û li paş demekî bû jina wî ku çavên mêr û jinan diman matmayî li ser bejin ,bal û xweşikbûna bîrefokê jina

Tê gotin Rehmetî Hemê Ezê li Gundê Kêşika Aliyan li Civatê got bi Serê we van Zilaman min li Şame Heft Mişar kirin Gavek ... Jêre gotin Maleva Emê li vir Heft Mişaran hijmêrin û Dîse Bêxe Gavek eger Tu rastî : Şam Dûre lê Mişar ne Dûre Lê Birastî di Siyasta Kurdî de Jê Mestir û Girantir Tên Gotin û Kesek derbarî wan Pendande ne di Bêjê û ne di Hûnê

26_  

http://pdksp.org/

Read more
Read more
Similar to
Popular now
Just for you