Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Kurdistan-Hejmar (125)

Gulan / 15 - 5 - 2018

www.pdk-s.com

Kar ji bo vegera xelkê Efrînê tê kirin Cano Cindirêsê

Encûmenên Efrînê ligel Walî û Qayimeqamê Hatayê civiyan, û biryar hate dan komîteyek ji tevahiya encûmenan were pêk anîn, da ku kar bikin ji bo vegera xelkê Efrînê yên

ku li devera Şehba dimînin, helbet ewên ku destê wan di nava YPGê de nebûye. Welatiyekî Efrînê wiha derbarê vê mijarê de dibêje: Ev gav gaveke baş e, û divê bihêz ev kar were kirin da ku xelk

vegerin malên xwe, ji ber ku erd û zeviyên wan bi hewceyî guhdana berdewam in. Divê encûmen jî agahdar bin di mijara girêdana wan malbatan bi PKKê û PYDê re, ji ber ku gelek malbat ji tirsa

û ji bo nanê zarokên xwe ketibûn nava wan de. welatiyekî din wiha dibêje: Pêngava vegerandina xelkê Efrînê pêngaveke durust û baş e, û divê her aliyek piştevaniya wê bike, da ku xelekê

Ereb nekevin nava deverên Kurdan. Piştî ku hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wî welatî di 18ê Adarê de navenda bajarê Efrînê kontrol kirin, xelkê Efrînê ku ji ber êrişên Tirkiyê aware bibûn, ji

tirsa guhertina demogra�iya deverê, hewl didin ku vegerin ser cih û warên xwe. Zêdetirî 200 hezar kes ji Efrînê koçber bûne.

www.pdk-s.com


2

Gulan / 15 - 5 - 2018

Kurdistan-Hejmar (125)

www.pdk-s.com

PDK-S striyeke di çavê dijminan de Kurdistan- Can EhmedHewlêr Ev demeke hejmarek rojnamevanên di nava kenaleke Kurdistanî ya navdar de, û hin kenal û malperên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê ve, gotina PDK-S ku kurteya navê Partiya Demokrata KurdistanSûriya ye belav dikin li ser esasê ku ev kurte ya çend partiyên ku di jêr ferman û sîwana Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê de kar dikin, helbet ev partî jî ev in: Partiya Demokrata Kurdî Sûrî(Cemal Şêx Baqî), Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê ElPartî(Nesredîn Ibrahîm), Partî Demokratî Kurdistanî li Sûriya (Ebdulkerîm Siko). Ku partiyên navborî di rêya xwe re hin lêdwan û daxuyaniyan didin ku ew daxuyanî ne yên PDK-Sê ne, û li dijî siyaset û rêbaza Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya ne, û ew rojnamevan dixwazin wan lêdwanan bi rêyên

cuda cuda bixne stûyê PDK-Sê. Helbet armanc ji vê helmeta qirêj ew e, xerakirina wêneyê pak yê Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya di rêya çend rojnamvanên ku Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê wan han dide van karan bikin, ew jî di rêya bicihkirina çend rojnamevanên xwe di nava çend kenaleke Kurdistanî de da ku bikaribin destkariyê di siyaseta kenal û bultenên wê de bi kêfa xwe û li gor berjewendiyên xwe îdare

bike. Derbarê vê mijarê de Rojnameya Kurdistan nerîna çend welatiyan wergirt. Mihemed Hesen wiha derbarê vê mijarê de got: “Di vê dema hestiyar ya ku gelê Sûriyê bi giştî û gelê Kurd bi taybet têde derbas dibe, divê rewanê biratî û dostaniyê di rêya ragehandina Kurdî de were belav kirin, û êdî kîn û zikreşî neyê belavkirin, lê ya niha em dibînin berûvajî vê yekê ye, mijara bikaranîna navê PDK-S ji aliyê hin

aliyan ve li ser esasê ku ev Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya ye, ev yek dûrî exlaqê ragehandinê ye, û divê kesê medyakar bi pîşeyî karê xwe pêk bîne, û dûrî derw û sivkatiyê bikeve, û hewil bide balansê di navbera aliyan de rabigre da ku rêjeya bîner yan xwînerên wê dezgehê zêde bibin”. Sêrwan Cuma jî li ser vê mijarê wiha got: “Divê kesê rojnamevan xwedan berpirsyaretî be, û bi berpirsyarane danûstandinê ligel bûyerê bike, û hewil bide xwe bê

alî bike, û ti carî nekeve jêr bandora her tiştekî. Di dema dawî de çend malperên bi ser Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê ve dixwestin navê Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya bi rêyên cuda cuda xera bikin, lê li gor min her kes vê partiya Kurdistanî û rêbaza wê nas dike, û ti bandor jî lê nayê kirin. Malperên nêzîkî PYDê yan PKKê ti gazin ji wan nabe ji ber ku siyaseta wan dijî her partiyeke Kurdî Kurdistanî ye û

suriştî ye vî karê qirêj bikin ji ber ku destikên diminên gelê Kurd in, lê ya nexweş ew e ku çawa partiyeke mîna PYDê dikare destê xwe dirêjî nava kenaleke Kurdistanî navdar bike, û hin ji karmendên wê bi guhertin bide, û bi şert û mercên xwe karmendên xwe bixe nava vê kenalê de, da ku siyaseta xwe di rêya wan re bide meşandin, ku ev yek cihê mixabiniyê ye”.

Xelkê Efrînê di nava du agiran de ne Mehmûd Cemal- Entab Bi berdewamiya nehiştina hêzên Tirkiyê û hêzên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê ve ji vegera xelkê Efrînê bo ser mal û milkên xwe, herwiha hêzên Tirkiyê prosêsa bicihkirina malbatên Ereb yên gundewarê Şamê berdewam e, û heta niha zêdetirî 500 mal li devera Efrînê bicih kirine ku 2500 malbat li navenda bajarê Efrînê û gundên derdora wê ne, û li gor hin jêderan heta niha zêdetirî 40 ji sedî ji tevahiya wan malbatên ku li Efrînê bicih bûne malbatên çekdarên Feyleq El-Rehman û Ceyş El-Islam in, lê hejmara malbatên çekdarên Ehrar ElŞam kêmî 50 malbatî ye. Rewangeha Sûriyê

ya mafên mirovan ev yek jî eşkere kir ku 3500 malbatên çekdarên ku ji gundewarê Humsê derketine li devera Cindirêsa Efrînê bicih bûne. Derbarê vê mijarê de Mihemed Ehemd wiha derbarê vê mijarê de got: Di destpêkê de berya ku em Tirkiyê tawanbar

bikin di bicihkirina Erebên gundewarê Şam û Humsê divê em bizanin kê hişt ev xelk ji deverên xwe derkevin û mal û milkên xwe bi cih bihêlin, her kes dizane Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê hişt ku xelk ji malên xwe derkevin û nehiştin vegerin jî, û ev yek bi

xwe tawaneke û derfet da Tirkiyê û opozêsyona Sûriyê ku demogra�iya deverê cîbicî bikin, û Erban li şûna Kurdan bi cih bikin herwiha mal û milkên Kurdan bidizin. Lê divê Tirkiyê ji ber ku dewlet e milîsên ser bi wê ve dûr bixe û ew bi xwe serperiştiya pirosêsa

ewlekarî li bajarê Efrînê bike, da ku bikaribe baweriyê bi xelkê deverê bîne heta ku vegerin ser mal û milkên xwe”. Piştî ku hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wî welatî di 18ê Adarê de navenda bajarê Efrînê kontrol kirin, xelkê Efrînê ku ji ber êrişên Tirkiyê aware bibûn, ji tirsa guhertina demogra�iya deverê, hewl didin ku vegerin ser cih û warên xwe. Zêdetirî 200 hezar kes ji Efrînê koçber bûne. Herwiha rewşa koçberên Efrînê jî wek rewşa xelkê nav bajêr xirab e. Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Henan Kamîran wiha derbarê vê mijarê got: Pirsgirêka bajarê Efrînê gelekê mezin e, û bi rêkeftina sê dewletên zulhêz mîna Tirkiyê û Rûsiya û Îranê hate dagîrkirin, lê ya giring ew e ku xelkê Efrînê tevî zehmetiyên ku li pêşya wan

derdikevin vegerin ser malên xwe û malên xwe ji Ereb û xelkê biyanî re nehêlin. Hlebet pîlaneke mezin li dijî xelkê efrînê hebû, lê divê xelkê wê serderiyê ligel rewşa niha de bikin û li gor rewşa heyî tevbigerin û hewil bidin tişya mayî jidest nedin, da ku di pêşerojê de xwedan deng û hêz bin, lewma divê Partiya yekîtiya Demokratîk bi berpirsyarane li vê meseleyê temaşe bike û êdî rê bide xelkê Efrînê vegerin ser malên xwe da ku ti hincet nemîne û xelkên biyan û Ereb li şûna Kurdan neyên bicihkirin. Efrîn û xelkê wê bûne qurbaniya rêkeftinan, herwiha eqleyeta Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê. www.pdk-s.com


Gulan / 15 - 5 - 2018

www.pdk-s.com

Kurdistan-Hejmar (125)

Astana hevsengiya li ser erda Sûriyê guhert Mihemed EbdulaStenbol Rûberê xaka ku di destê rejîma Esed e zêde bûye û ji 19 ji sedî bûye 60% ji tevahiya xaka Sûriyê ku dighê 185 hezar km çargoşe, ew jî piştî salekê ji destpêkirina her yek ji Rûsiya û Îran û Tirkiyê ji cîbcîkirina rêkeftinên deverên kêmkirina şer li Sûriyê di çarçoveya kongreyê Astana de. Rewangeha Sûriyê ya mafên mirovan di raportekê de ragehand ku salek derbas dibe li ser guhertina li Sûriyê li ser asta desthilat û hêzên li ser erdê, ku zirarmendê mezin bû serkeftiyê herî bihêz, herwiha ew aliyên ku bihêz bûn niha tenê çend kîlometir di destê wan maye û ew xak jî heryek li cihekî ye, Astana 4 guleya kuştinê bera wan aliyan da, û bi vê yekê guhertin di desthilataaliyan de çê bû, ew jî di rêya rêkeftina û operasyonên serbazî ku qurbaniyên herî mezin di wan rêkeftin û opreasyonan de zarok û jin û bi tevahî xelkê sivîl bûn. Hêzên rejîma Esed berya Astana 4 tenê ji xaka Sûriyê derdora 36 hezar km çargşe di destê wan de ew jî bi qasî 19.3 ji tevahiyaxaka Sûriyê û ew hêza sêyemîn bû piştî rêxistina DAIŞê ku wê demê derdora 72300 km çargoşe di destê wê de anku bi qasî 39.1 û Hêzên SûriyaDemokrat di pileya dûyemîn de bû li ser asta belavbûna hêzan, ku derdora 22,1 ji xaka Sûriyê di destê wê de bû ew jî bi qasî 41 hezar km çargoşe. Herwiha xaka ku di jêr destê fesîleyên islamî de bû gelekî kêm bû ku xaka didestê wan de bû bi qasî 35500 hezar km çargoşe, 19,2% bû ji tevahiya xaka Sûriyê. Herwiha grûpên ser bi Mertala Feratê ve ku Tirkiyê piştevaniya wan dikeli gundewarê Helebê yê bakurê rojhilat derdora 2250 km çargoşe bi rêjeya .2 ji xaka Sûriyê didestê wan de bû, û hêzên ku Emerîka piştevaniya

wan dike li biyabana Sûriyêdi navbera Tenef û Xirbet El- Şehmî ku hejmarek serbazgeh liwê deverê hene, derdora 3540km çargoşe bi rêjeya 1.2 ji xaka Sûriyê di destê wan de ye,lê piştî ku DAIŞê xakeke mezin jidest da ew fesşle bûne hêza sêyemîn kuxak di destê wê de ye piştî rejîma Esed û Hêzên Sûriya Demokrat. Herwiha artêşa Xalid ku beşeke ji rêxistina DAIŞê ye derdora 250 km çargoşe bi rêjeya 0.1 di destê wê de ye ew jî li devera Yermûk li gundewarê rojavayê Derayê nêzîkî Colanê.

Herwiha Rewangeha Sûriyê tevahiya wan operasyonên serbazî û rêkeftinên koçkirinê şopand yên ku li biyabana Humsê, û Dêrazorê û gundewarê Reqa û gundewarê Heleb û gundewarê Şamê û Xûta Rojhilat û Çiyayê Qelemon û gundewarê Idlibê yê başûr û rojhilat û gundewarê Hema û Humsê ku li tevahiya wan operasyonên leşkerî rû dan. Rewangeha Sûriyê ya mafên mirovn got ku ev operasonên leşekerî yên hêzên rejîma Esed û hevlabendên wê mîna Rûsiya û Îran û Hizbulah hişt ku serkeftinên

mezin bidest bixe û xake zêde xiste bin destê xwe de ji tevahiya xaka Sûriyê ûbi vê yekê bi sedan bajar û bajarok û gund ji destê rêxistina DAIŞê û desteya Tehrîr El- Şam û fesîleyênopozîsyonê standin û rêjeya bidesxistina xakê di navarejîma Esed û rêxistina DAIŞê û fesîleyên din hate guhertin. Rejîma Esed hêza herî bihêze ku xak vegerandiye derdora 75438 km çargoşeye ji destpêka Gulana sala 2017an ve, ji destpêka Astana û rejîma Esed niha 111440 km çargoşe bi rêjeya 60.2 ji sedî ji

xaka Sûriyê di destê wê de ye, herwiha Hêzên Sûriya Demokrat HSDê di pileya duyemîn de tê, tevî Efrîn jidest da ku devereke steratejîk bûdi destê wê de û niha 49400km çargoşe di destê wê de ye ew jî bi rêjeya 26.7 ji sedî ji tevahiya xaka Sûriyê. Li aliyekî din rêjeya fesîleyên opozîsyonê lipaş ket û derdora nîvê xaka ku di jêr destê wan de bû jidestdan, û rêjeya ku di jêr destê wan de bû nêzîkî 10.1 ji sedî bû, ew jîbi qasî 18703 km çargoşe bû.Ku rêjeya giştî ya fesîleyan tevî hêzên

3

Islamî û Desteya Tehrîr El-Şam di dema niha de dighê 11465 bi rêjeya 6.2 ji sedî, herwiha fesîleyên Mertala Feratê ku Tirkiyê piştvaniya wan dike û piştî ku Efrînê kontrolkirin gihişte 3695km çargoşe bi rêjeya 2 ji sedî, herwiha ew fesîleyên ku Emerîka li biyabana Sûriyê piştevaniya wan dike gihişte 3540km çargoşe bi rêjeya 1.9 ji sedîji xaka Sûriyê, lê rêxistina DAIŞê xakeke zêde jidestda ku niha tenê derdora 250km çargoşe di jêr destê wêdeye li gundewarê Dêrazorêku rêjeya wê jî 0.13 ye ji tevahiyaxaka Sûriyê ku hin ji wan li gundewarê Dera hene. Derabarê vê mijarê de şirovekarekî siyasî ji rojnameya Kurdistan re dazanîn ku rejîma Sûriyê û Rûsiya serkeftinên mezin di nava Sûriyê de bidest xistin ku erdeke zêde ji xaka Sûriyê vegerandin jêr kontrola xwe de, herwiha Astana hişt ku Îran jî rêyekê di navbera Tehran Beyrût de veke di rêya kontrolkirina aliyê rojavayê çemê Feratê,lê heta çi redeye dê Israîl jê re vê yekê bihêle ew jî ne mumkine, ali aliyekî din jî Tirkiyê pişka xwe ji rêkeftina Astanayê wergirt, dema ku tevahiya bajarê Efrînê xiste jêr kontrola xwe de ku sînorê ku kontrolkiriye ji qiraxa çemê Feratê destpê dike heta sînorê di navbera Heleb û Idlibê de, û Hêzên Sûriya Demokrat Efrînê jidestdan û beramber de jî Reqa ji destê DAIŞê derxistin, û fesîleyên opozîsyona Sûriyê kareseteke mezin li deverê wan rû da û xelkê wan deveran hemû ji deverên xwe hatn derxistin. Bê guman ev rêkeftina Astanayê hevsengiya li ser erdê guhert û hêzeke mezin da rejîma Esed û bi vê yekêtê xuyakirin ku dê Sûriyê de bê perçekirin û her dewleteke zulhêz tê pişka xwe jê bibe, û bi vê yekê yên zirarmend Kurd in ji berku devereke Kurdistanî mîna Efrînê jidestdan. www.pdk-s.com


Gulan / 15 - 5 - 2018

Çand û Huner

www.pdk-s.com

4

Xebatên zimanî di navbera zaravan de

Hisên MihemedFinlenda Van çend dehsalên dawiyê xebatên li ser lehceyên cuda yên zimanê kurdî zêde û ber�ireh bûne. Hin ji wan lêkolînan bi kurdî û hinek jî bi zimanên din in. Lêkolînên zimanî yên bi kurdî adeten li ser wê lehceyê ne ku kitêb bi xwe jî pê hatiye nivîsîn. Bo nimûne, kitêbên zimanî/rêzimanî yên bi kurmancî bi piranî behsa taybetmendiyên kurmancî, yên bi soranî qala taybetmendiyên soranî û yên bi zazakî jî aqlebe behsa xusûsiyetên zazakî dikin.Lê herwiha bi taybetî vê dawiyê hin berhem bi lehceyeke kurdî li ser lehceyeke din jî ya kurdî hatine pêşkêşkirin. Hinek ji van berheman hewl didin qisekerên lehceyekê hînî lehceya din bikin lê hinek jî tê dikoşin wekhevî û cudahiyên du yan zêdetir lehceyên kurdî bi xwandevanên xwe binasînin. Hinek ji berheman kitêb an nivîsarên li ser rêzimanê ne. Hinekên din jî ferhengên dulehceyî yan pirlehceyî ne.Di vê nivîsara xwe de em ê van xebatên bi lehceyeke kurdî li ser lehceyeke din ya kurdî binasînin. Herwiha wek diyariyeke bo sala nû ya 2018 em ê piraniya van berhemên hêja di malpera Zimannas de bixin ber destê xwandevanên kurdî. Xebatên zimanî yên pûtedana bi lehceyên din jî. Li gel ku hinek lehceparêzên bêhnteng di nav ferhengsaz û rêzimannivîsên kurd de he(bû)ne jî, lê piraniya zimannas û rêzimannivîsên kurd hemû lehceyên kurdî wek zengînî û dewlemendiya zimanê kurdî pejirandine û li gor şiyan û taqeta xwe pûte bi wan jî kiriye anku giringî û bayex daye wan jî. Piraniya rêzimannivîsên kurdî

(hem rêzimannivîsên kurd û hem jî yên biyanî) di berhemên xwe de cih daye tenê lehceyeke kurdî (kurmancî, soranî, zazakî) û bi temamî yan jî bi piranî lehceyên din piştguh kirine. Mirov dikare bi hêsanî vê yekê fehm bike ji ber ku cudahiyên navbera lehceyên serekî yên kurdî (bo nimûne kurmancî, soranî û zazakî) de gelek mezin in. Bi taybetî bo kesên ku dixwazin hînî kurdî bibin, dê barekî gelek giran û herwiha sergêjker be eger mirov di heman demê de hewl bide rêzimana kurmancî, soranî, zazakî, hewramî û hwd. pêşkêş bike. Lê bi merema hînbûna lehceyekê bo zanayên lehceyeke din yan jî bi mebesta berhevdanên zimannasî, hejmareke berheman hatine nivîsîn ku balê dikişînin ser lehceyên din jî yên kurdî. BERHEMÊN RÊZIMANÎ YÊN LEHCEYÊN DIN Mirov dikare behskirina rêzimana lehceyên din bi çend awayên jêrîn parve bike:behskirina du yan zêdetir lehceyên kurdî di heman berhemê de di berhemên bi zimanên biyanî debehskirina rêzimana du yan zêdetir . lehceyên kurdî di heman kitêba bi kurdî de. şirovekirina rêzimana lehceyeke kurdî bi lehceyeke din ya kurdî. Li gor ku haya me jê heye, yekem car ku di heman berhemê de behsa du kurmancî lehceyên kurdî (kurmancî û soranî) hatiye kirin, kitêba efserê inglîz E. B. Soane ya bi navê Grammar of the Kurmanji or Kurdish Language (Rêzimana zimanê kurmancî anku kurdî) ye ku sala 1913 hatiye weşandin. Soane gelek ji nimûneyên xwe pêşî bi kurmancî û paşî jî bi soranî dide. Lê mixabin kitêb ji sîstematîkiya zimannasî dûr e û di nimûneyan de jî gelek xeletî hene. Yekem hewldana cidî ya berhevdana du lehceyên kurdî kitêba Sadiq Behaedîn AmêdîRêzimana Kurdî: Kurmanciya jorî û jêrî ya Berhevkirî ye ku sala 1987 hatiye weşandin.

Kitêb bi kurmancî û bi alfabeya kurdî-erebî ye lê herwiha bi ber�irehî cih dide soranî jî. Vê dawiyê kitêb bi alfabeya kurdîlatînî jî hatiye belavkirin. Sala 1996 kitêbeke din ya berhevdana rêzimana lehceyên kurdî bi navê Kurdîzan – rûberîna zaravên kurdî derket ku ji aliyê Fêrgîn Melik Aykoç ve bi kurmancî hatiye nivîsîn. Kitêb 300 rûpelî ye û hewl dide hemû lehceyên kurdî bi cudahî û wekheviyên wan ve bide nasîn. Nivîskarê kitêbê bi taybetî şarezayî lehceyên kurmancî û zazakî ye. Em tevahiya vê kitêbê li vê derê dixin xizmeta xwandevanên kurdî. Sala 2012 kurterêzimaneke soranî bi kurmancî ji aliyê Husein Muhammed ve li ser internetê hat weşandin. Nivîskar cudahî û wekheviyên dengnasî, peyvnasî û teşenasî yên kurmancî û soranî dide nasîn. Paşî heman xebat ji aliyê Hasan Aslan ve ji kurmancî li zazakî hat wergerandin û bû yekem berhema li ser rêzimana lehceyeke din ya kurdî bi şirovekirina zazakî. Sala 2013 kitêba Gramera Kirdkî (Zazakî) ya Roşan Lezgîn bi şirovekirinên bi kurmancî derket. Di vê kitêba sîstematîk de beş bi beş rêzimana zazakî bi kurmancî tê şirovekirin, nimûne tên pêşkêşkirin û herwiha tekstên edebî yên bi orijînala xwe ya zazakî li gel wergerên xwe yên kurmancî tê de cih digirin. Kitêb hem bi kêrî hînbûna zazakî tê û hem jî bo berhevdana cudahî û wekheviyên kurmancî û zazakî hêja ye. Tenê salekê dûv re anku sala 2014 jî kitêba Hevberkirina rêzimana zazakî û kurmancî ya Seîd Veroj derket. Kitêb beş bi beş kurmancî û zazakî dide ber hev. Hem nimûne û hem jî şirove bi herdu lehceyên zazakî û kurmancî hatine nivîsînSalek piştî wê anku 2015 vê carê jî yekem rêzimana kurmancî bi soranî derket. Kitêba Rêzimanî kurdî – kirmancî serû ya Nerîman Xoşnaw rêzimana kurdî – bi taybetî devoka behdînî –

bi alfabeya kurdî-erebî bi xwandevanên soranîxwîn dide nasîn. Em li vê derê tevahiya kitêbê belav dikin:Piraniya ferhengên kurdî li ser bingehê lehceyekê hatine danîn. Ew bi awayekî sîstematîkî peyvên lehceyekê, maneyên wan peyvan bi lehceya bijartî û awayên bikaranîna peyvan li gor wê lehceyê pêşkêş dikin. Eger hevok û nimûneyên bikaranîna peyvan di ferhengê de hebin, hingê jî ew hevok adeten tenê bi lehceyekê ne. Herwiha gava ku ferheng bi zimanekî biyanî û kurdî be, dîsa teqrîben her ferheng peyvên biyanî tenê li lehceyekê werdigerîne.Lê dîsa jî piraniya ferhengvanên kurdî cih didin hinek peyvên ji lehceyên din jî. Bo nimûne, di ferhenga Henbaneborîne ya Hejar yan ferhenga Kurdistan ya Gîw Mukriyanî de ji bilî peyvên soranî (ku lehceya serekî ya van herdu ferhengan e), dîsa gelek peyvên kurmancî û hinek peyvên hewramî jî hene. Yan di ferhenga kurdî-tirkî ya D. Îzolî de ji bilî peyvên kurmancî (ku lehceya serekî ya vê ferhengê ye), dîsa hinek peyvên soranî û zazakî jî cih digirin. Hinek ferhengên kurdî ti agahiyên li ser lehceya �ilan peyvê diyar nakin: Bo nimûne, Hejar di ferhenga xwe de nabêje ka kîjan peyv ji kîjan lehceyê wergirtiye. Hinek ferheng diyar dikin eger �ilan peyv ne bi lehceya serekî be: Bo nimûne, D. Îzolî li ber peyvên soranî S û li ber yên zazakî jî Z datîne. Hinek ferheng jî hewl didin lehceya/lehceyên her peyvê diyar bikin: Bo nimûne, Gîw Mukriyanî di ferhenga xwe de hewl dide li pey her peyvê lehceyên ku ew peyv tê de tê bikaranîn pêşkêş bike.Lê cihdana peyvên lehceyên din di ferhengên kurdî de kêm-zêde tiştekî tesedi�î ye. Hinek peyvên lehceyên din jî cih digirin lê piraniya peyvên lehceyên din cih nagirin.Bo nimûne, D. Îzolî di ferhenga xwe de cih dide peyva zazakî ”pî” (bab, bav) lê cih nade

lêkera giring ”kerdene” (kirin). Yan Şe�îq Qezaz di ferhenga xwe ya Şarezor ya soranî-inglîzî de cih dide peyva kurmancî ”vir” (vê derê) lê cih nade lêkera gelek giring ya kurmancî ”kirin”. Vê dawiyê çend ferhengên kurdî belav bûne ku peyvên lehceyeke kurdî bi lehceyeke din ya kurdî şirove dikin.Yekem ferhenga peyvên lehceyeke kurdî bi şiroveyên lehceyeke din ferhenga soranî-kurmancîya Husein Muhammed e. Ferheng yekem car wek ferhengokekê beş bi beş di destpêka salên 2000 de li gel kovara Mehname li ser Internetê dihate belavkirin. Lê piştî herfên A – Ç, danerê ferhengê hest bi pêwîstiya hebûna ferhengeke ber�ireh ya soranî-kurmancî kir ku bikare di wergerandinê de alîkarî wergêrên kurd be. Ji herfa D pê ve ferheng hatiye ber�irehkirin. Ew heta niha bi beşên A – Ç kurt û ji herfa D heta herfa R jî bi ber�irehî li ser internetê di malpera Wîkîferhengê de hatiye belavkirin. Nivîskar niha jî li ser beşa S dixebite û armanc ew e ku heta sala 2020 beşên S – Z biqedîne û beşên A – Ç jî ber�ireh bike.Ferheng pêşî tenê bi alfabeya latînî bû anku peyvên soranî jî bi latînî hatine nivîsîn û li gor rêzbendiya alfabeya kurdî hatine rêzkirin lê paşî danerê ferhengê awayê nivîsîna serpeyvan bi alfabeya kurdî-erebî jî diyar kiriye. Wek kitêb heta niha sê ferhengên mezin yên peyvên lehceyeke kurdî bi şiroveyên lehceyeke din hatine weşandin.Sala 2009 Ferhenga Kanî ya Mihemed Salih Pêndroyî derketiye ku peyvên kurmancî bi soranî rave dike. Ferheng bi alfabeya kurdî-erebî ye anku hem peyvên kurmancî û hem jî yên soranî bi alfabeya kurdî-erebî hatine nivîsîn. Di ferhengê de texmînen 12 000 peyv hene. Ferheng dikare li vê derê bê dîtin û bikaranîn:Tenê salekê piştî Ferhenga Kanî ya kurmancî-soranî, anku sala 2010 ferhengeke mezin ya hewramî-

soranî jî hat weşandin. Ferhengî Wişename horamî – kurdîy nawendî ya Cemal Hebîbullah nêzîkî 40 000 peyvên hewramî bi soranî şirove dike. Ferheng bi alfabeya kurdî-erebî hatiye nivîsîn lê çend herfên din jî li gor pêwîstiyên dengnasiya hewramî li alfabeya kurdî-erebî hatine zêdekirin. Ferheng dikare li vê derê bê dîtin û bikaranîn. Em wek malpera Zimannas tevahiya vê ferhengê li vê derê belav dikin: Di heman salê de anku 2010 herwiha ferhengeke mezin ya zazakî-kurmancî û kurmancî-zazakî jî belav bûye. Ferheng Kirmanckî (Zazakî) – Kurmancî / Kurmancî – Kirmanckî (Zazakî) ya Çeko Kocadag ji zêdeyî 1000 rûpelan pêk tê û tê de 40 000 peyvên zazakî û kurmancî li hev hatine wergerandin. Ev tek ferhenga dulehceyî ya kurdî ye ku di heman demê de duberî ye jî anku ne tenê peyvên lehceyekê bi lehceya din şirove dike lê ji du beşan pêk tê ku di beşa yekem de peyvên zazakî û şiroveyên wan yên kurmancî û di beşa duyem de jî peyvên kurmancî li gel şiroveyên wan yên bi zazakî hatine rêzkirin. Armanca vê nivîsarê ew bûye ku xebatên (rê)ziman(nas)î di navbera lehceyên kurdî de bi kurtî bi xwandevanan binasîne. Me hewl daye ku di vê mijarê de amaje bi berhemên giring bikin lê guman jê nîne ku ne tenê ev berhem di vî warî de cih digirin. Mimkin e ku yek an çend xebatên din jî yên giring hebin ku me ji bîr kiribin an jî me hay jê nîne. Bi şanazî mirov dibîne ku êdî hêdî-hêdî qisekerên lehceyên cuda ne tenê bi rêya medyayê lê ji aliyê zimannas, rêzimannivîs û ferhengvanan ve jî bi hev tên nasandin û lehceyên wan êdî aşnayî hev dibin. Berhemên heta niha destpêkek û bingehekî baş e ku xebatên siberojê li ser bên danîn û xezîneyeke berhemên ziman(nas)î û rêzimanî bi vekolînên kûrtir û têrkertir bikeve ber destê me. www.pdk-s.com

125  
125  
Advertisement