Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Kurdistan-Hejmar (123)

Nîsan / 15 - 4 - 2018

www.pdk-s.com

Divê bi her awayî Efrîn di destê xelkê wê de be Omran Ehmed-Stenbol

Piştî ku bajarê Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û hêzên ser bi wê ve hate kontrolkirin, Encêmeneke sivîl li wî bajarî hate avakirin ku 11 endam jê Kurd in, herwiha serokê wê

jî Kurd e. Herwiha li bajarokên din yên ser bi Efrînê ve jî Encûmên sivîl hatine avakirin û ku endamên wê dibêjin di demeke nêzîk de dê çekdarên artêşa azad ji navabajaran derkevin. Derbarê vê

mijarê de welatiyekî bajarê Efrînê ji rojnameya Kurdistan re got: "Divê bi her awayekî be Efrîn ji destê neyaran derkeve û xelkê Efrînê zû vegerin malên xwe da ku şûna wan vala nemîne û

ti kes vê yekê istixlal neke û nekeve şûna wan de, avakirina vê encûmenê tiştekî ne xerab e ji ber ku heta radeyekê Efrînê rizgar dike, û divê Kurdên di nava vê encûmenê de baş kar bikin da ku rewşê

vegerînin mîna berê". i aliyê xwe Ehmed Seed got: Ew kesê ku encûmenê bi xiyanetê binav dike, bila çareseriyekê ji vê pirsê re deyne, gelo pirs ew e Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD çi anî serê me,ku

heta niha hejmarek ji welatiyên Efrînê li cem wan girtî ne, jibilî komkujiyan, avakirina encûmenê gaveke baş e û divê bi cidî kar li ser bê kirin da ku bikaribin xelkê vegerînin ser mal û milkên wan. www.pdk-s.com


2

Nîsan / 15 - 4 - 2018

Kurdistan-Hejmar (123)

www.pdk-s.com

Rewşa Efrînê xerab e û bi Erebkirin destpê kiriye

Şoreşvan BetalAlmanya

Piştî ku artêşa Tirkiyê û Artêşa Azad ya Sûriyê destê xwe danî ser bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, roj bi roj rewșa herêma Çiyayê Kurmênc berev têkçûnê ve diçe, û xelkê wê herêmê rojin dijwar û giran derbas dikin. Li gor şopandina me ji rewșê re ji nêz ve tê diyar kirin, ku ta niha rewşa ewlehiyê başbûnek bi xwe ve nedîtiye, û tevahiya Çiyayê Kurmênc di

rewşeke awarte û leşkerî de dijî. Lewra ta niha hejmareke kêm ji xelkê vegeriyane herêmê, û hesankarî bi şêweyekî mebstdar bo vegera xelkê nayê kirin. ev yek jî bala mirov dikşîne ser mijara guhertina demogra�î bi tayabetî ku ev çend roj in rêbendên derbasbûna xelkê bo Efrînê hatine girtin, û xelkê li çiya û çolan di demên dijwar de dijîn. Tevî ku ev e nêzîkî mehekê ye Efrîn bi tavahî hatiye kontrolkirin, lê hîn jî pêdiviyên rojane nayên dabînkirin, û talan kirina mal û samanên xelkê berdewan e. Li ser rewșa girtina welatiyan û destdirêjî li ser wan, me ji nêz ve şopand û belgeh kir, tê diyar kirin ku hejmareke mezin ji xelkê bi bahaneyên cure bi cur tên girtin, û me karî ta niha nêzîkî 250 navî tomar bikin. Tevî ku hejmar rast gelek bêhtir e, lê ji ber zehmetiya hêlên peywendiyan û qedexe

kirina hatûçûnê di navbera navçayan de, me nikarî bi bașî hemûyan dokomênt bikin, herwiha rewşenbîrên Efrînê jî ji girtinê bê par nemane wek Dr, Ebdulmecîd Şêxo û Wênegira keç Dilşan Qere Çol.. Htd. Derbarê guhertina demogra�î jî hejmareke mezin ji malên xelkê hatine destserkirin, me di vî warî de karî ta niha bêhtirî 550 malî tomar bikin, û piraniya wan jî li navçaya Cindirêsê, û navenda Efrînê, û gundên wek Qermîtliq, Moseka,

Îska, Etmana û Qitmê.. Htd. Herwisa hejmarek gund hene wek Berava, Tilifê, Zêtûnekê, kanî gewrikê, Naza û Tirmîşa.. Htd rê ji bo şêniyen wan gundan nehatiyê dayîn da ku vegerin malên xwe, ev yek jî li ba me bûye cihê metirsî û pirsê !? Ji aliyê siyasî ve jî, çend encûmen hatine pêkanîn, lê ta vê kêlîkê ya girîng ew e, ku derbarê Efrînê asoyên nêrînên dewleta Turk ne zelal in, herwiha civaka navdewletî jî bê deng bûn li ser çawaniya rêvebirina Efrînê hilbijartiye, ev yek

jî gelek pirs û gumanan tîne holê !?. Tevî ku pir têbînî û rexneyên me li ser şêwazên pêkanîn û destnîșankirina rêjeyên pêkhatan di nav wan encûmanan de heye, lê ger derfet bo wan were dayîn da ku bi şeweyekî demkî bikaribin xizmet û alîkariya xelkê bikin, bi taybetî vegerindina xelkê û rawestandina guhertina demogra�î, wê demê dê cihê razemendî û pesendkirinê be. Di baweriya me de eger Çiyayê Kurmênc bi yek carî radsestî xelkê

wê bibe, û xelkê wê karûbarên xwe bi rêve bibin, tenê wê demê berjewendiyên hevsî û cîranên me wê werin parastin, û ger hin kes li Tirkiyê hene hizir dikin tenê encûmenekê an tîmekî li ser xelkê Efrînê bi sepînin ji bo rewetiya hebûn xwe, dê berhavêtî derkevê, çimkî xelkê me wê liber xwe bide û neçar bibe hin çareseriyên din bibîne ku têde jiyan wan û herêm aram be.

Komkujî derheqê gelê Sûriyê berdewam in Kurdistan- Besam Cuma-Stenbol Rejîma Esed û hevalbendên wê mîna Rûsya, Îran û hin welatên din berdewam in di pêkanîna komkujiyan derheqê welatiyên sivîl û herî dawî jî bikaranîna gazên kîmyawî li bajarê Dûma li Gundewarê Şamê ku di encam de bi dehan welatiyên sivîl bûne qurbanî. Tora Sûriyê ya Mafên Mirovan di raporteke xwe de ku doh derketibû rûdana hejmareke komkujî belgeh kiribûn ku li ser destê hin aliyan pêk hatibûn û di destpêka wan de rejîma Beşar Esed, ku herî kêm di meha derbasbûyî de 54 komkujî li Sûriyê rû dane. Toreyê di raporta xwe de eşkere kir ku ji wan 54 komkujiyên ku rû dan

dimeha derbasbûyî de 39 komkujî ji aliyê hêzên rejîmê û hevalbenda xwe Rûsiya li Xûta Rojhilat li Gundewarê Şamê pêk hatibûn. Tora Sûrî di raporta xwe de lêzêde kir ku milîsên Yekîneyên Parastina Gel YPGê du komkujî pêk anîn, herwiha raportê 8 komkujiyên din belgeh kir bêyî ku amajeyê bi navê wan aliyan û cihê komkujiyan bike. Rêxistina navborî got ku di encama wan komkujiyan de 783 kes di nava wan de 198 zarok, 138 jin hatin kuştin, û destnîşan kir ku serê sedî 45 jin û zarok bûn, û dazanîn ku ev rêje gelekî bilind e û nîşana wê yekê ye ku armanca wan kumkujiyan tenê welatiyên sivîl bûn. Li gor raportê rêjeya komkujiyan di meha Adarê de zêde bûn, û tekez kir ku 40 komkujî ji wan li ser destê hêzên rejîmê pêk hatibûn,

herwiha li gor heman raporê çar komkujî ji aliyê Rûsiya ve li parêzgeha Idlibê pêk hatibûn. Raportê amaje bi wê yekê kir ku meha Sibata derbasbûyî 69 komkujî li Sûriyê pêk hatine, 46 li Xûta Rojhilat, ew jî piştî operasyona serbazî ya ku rejîma Esed û Rûsiya li dijî Xûta di 19 heman mehê de destpêkiribû. Berya niha jî Tora Sûriyê ya Mafên Mirovan herî kêm151 komkujî li ser destê gelek aliyandi vê salê de belgeh kiribû ku rejîma Esed di pileya yekê de bû,û piştre jî bala�irên Rûsiya. Ji aliyê xwe ve, Neteweyên Yekbûyî êrîşên asîmanî yên hêzên Esed û bala�irên Rûsiya şermezar kir, ku di encama wan êrîşan de hejmarek ji nexweşxane û xalên tenduristî li deverên ji derveyî îdareya rejîmê û bi taybet li Xûta Rojhilat

wêran bûn. Raporê daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî û Encûmena Ewlekariyê kir ku doza Sûriyê ji bo dadgeha tawankariya navdewletî bişîne, û nehêle ku biryarên navdewletî bêne rawestandin, ku pêwîste Encûmen li dijî rejîma Esed der bike. Toreyê di dawiya raporta xwe de daxwaza sepandina sizayên bilez kir li ser

tevahiya aliyên ku destê wan di binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyê heye, herwiha bang li Rûsiya kir ku aliyekî gerantore ji "deverên kêmkirina şer" li Sûriyê, di riwê rejîma Esed raweste da ku wê agirbestê li wan deveran binpê neke. Mihemed Sabûnçî wiha derbarê vê mijarê de got: Heta niha ti welatekî bi cidî

gef li rejîma Beşar Esed nexwariye û di nava wan de Emerîka, heger Emerîka rast dibêje bila li bala�irên serbazî yên vala nexe û bi cidî li nava Şamê bixe da ku Esed dev ji kiryarên xwe berde, yên dibine qurbanî tenê welatiyên sivîl in ku bi milyonan bûne qurbaniyê rêkeftinan.

www.pdk-s.com


Nîsan / 15 - 4 - 2018

www.pdk-s.com

Kurdistan-Hejmar (123)

3

Peymana Cezayir

Mehmûd Oso

Ev bûyera ku sala 1975an de hate encamdan, roja 6ê Avdarê li komara Cezayirê hat sazkirin di navbera dewleta Îran û Îraqê de bi cî hat û hedu dewletan li ser îmzekirin .Tabî Ev peyman hat bi alîkarî û di bin sîbera Amerîka û Tirkiyeyê hate encamdan tevî dewleta lê civata peymanê bû ew jî Cezayir e .Di n averoka wê de wiha hatibû nivîsandin û diyarkirin. 1- Divê Îran destê xwe ji piştgiriya şoreşa Kurdên Başûr bi serokatiya Mele Mustefa Barzanî berde ê dî nema alîkariyê bike da ku li dijî rejîma Îraqê Kurd nema şer bikin. 2Îraq jî dev ji piştgiriya Kurdên Rojhilatê Kurdistanê berde. 3Herwiha Îraqê dest ji herêma Şet El- Ereb

berde, û ew herêm bibe herêmeke Îranî. Wek tê zanîn jî Îran bi çekan û dirav pişta şoreşa Kurdan dikir, helbet di bin çavnerîna Amerîka de ev yek pêk dihat. Ew peymana dinavbera herdu welatên Îran û Îraqê de pêk hat, yekeser Îran çek û alîkarî li ser şoreşa Kurdan qut kir,lê pirs ev e çima ev peyman hate sazkirin, û li ser hesaba kê bû. Gelo pirs ew e jî çima pirsa Kurd her û her tê �irotin. Hinkî emê vegerin demên berê hema bi çend salan, di roja 11ê Avdarê 1970ê de soz û peymanek hat kirin di navbera Mele Mustefa Barzanî û serokomarê Îraqê yê wê demê Ehmed Hesen El-Bekir, ew jî li ser dana mafê Kurdan bû

li wî perçeyê Kurdistanê, naveroka peymanê hat îmezekirin ji bo mafê otonomî ya Kurdistanê û şer û ceng raweste, êdî bese ji kuştin û rijandina xwîna Kurdan û vekirina rûpelekî nû, lê hema 4 sal hat borîn aktîva peymanê hat rawestandin û hilweşandin di bin lîstik û hunera berjewandiyên Emerîka û bi têkiliya Tirkiyê da ku Kurd bimînin alava peynanê û negihên Kurdistana Tirkiyê û li wê deverê jî daxwaza mafê xwe yê rewa nekin, tevî Emerîka piştgiriya Şahê Îranê dikir û sûd ji petrola herdu dewletan qezenc dikir, û ew peyman hat kirin di sala 1975an de tenê ji bo şikandina

Qamişlo

Ehmed Ebdo

Bêje min pencera zînê Gelo evna kevrê meme Rûnim ser kevrê evînê Bihunim derdan û xeme Va Qamişloka evînê Buye cihê tol û kînê Lê nemaye xweşiya jînê Têde nabê reqs û sema Vala buya ji hogira Kesek jî nizanê çima Girftarim ji teqîna Komêt bûme ji birîna

îradeya gelê Kurd. Û li aliyê Kurdan, siyaset û tektîka Kurdan di nava du dewletên hov neçû serî û rastî zilm û zordariyeke mezin hatin. Ji wa keft lefê bûyeran yên bi serê Kurda de hat, rewşek ne baş li serê me de hat hamû Kurd neçar bûn û zordarî ji aliyê artêşa Îraqêya xwînmij bi ser serê Kurdan hat, û şoreşa Kurdan rastî şikestinê hat û hinkî bi şûnve vegeriya, tevî zirarik mezin dîtin û tevgera Kurdî dibin navê PDK perçe bû ji ber dijmin di wê warî te dixebitî û dest bi gavên nû li dijî tevgerê kir. Bila her Kurdek zanibe di dîrokê de pir nirxê mezin dida bo doza Kurdan bilind bibe, lê tim û tim emê bêjin rî dibe bost, lê dijmin

nabe dost. Ev Emerîka û berî wê Feransa û Birîtaniya tu caran nebûn dostên Kurdan, lê ji xwe re dikirin bend ji bo berjewendiyên xwe yên taybet. Hêzên Iraqê bêtir zor da ser Kurdan ji ber hêza xwe vegeran wek berê û êrîşeke mezin bire ser Kurdan ji kuştin û îşkence û talankirin û şewitandina gund û bajaran, û Erebkirina gund û bajaran destpê kir, û di serî de dest bi Kerkûkê kir ya ku Barzaniyê nemir herdem li ser wê digot Kerkûk dilê Kurdisranê ye, lê vê rewş gelekî berdewam nekir ji ber Kurd dîsa vegeryan û hêzên xwe dane ser hev û xwe xurt kirin

û careke din dest bi şoreşeke nû kirin. Di sala 1979an Mele Mustefa Barzan koça dawî kir, û di heman salê de şoreşa Îranê Şahê wî welatî şikand û hate ser desthilatê. Sedam Hisein ew jî dîsa ji Îraniyan xwwst ku peymana navberê Îraqê û Îranê Şet El Ereb nema û dest bi şer kirin ku şerê wan heştsalan berdewam kir, bila her kes bizanibe heger doza Kurd neyê çareserkirin dê rojhilata navîn di nava agir de be û aramî nayê peydakirin. Dem û dewran her digere; jîna Kurdan jî berdewam e, lê zanibin ey Kurdê qehreman, rawistandin ne karê we ye, yan mirin û yan Kurdistan, ji pê ve mixabin sûdê ji kar û xebata xwe bibînin, pişta xwe nedin dijminê har û yê we xistiye bin destan, hemû dunya û dewlet li berjiwendiyên xwe digere, tu jî yek car bike ji bo zarokên Kurda, pişta xwe bidin hev ey Kurdên paqij xwedî namûs û rûmet, armanca xwe pêk bînin, û niha çirûsk vêketiye tev bihevre bikin ronahî li çar peeçeyên Kurdistanê.

Leşkerê Qehreman Rojek jî bi kuştin nîne Ne encam û ne berheme Dimeyzînim li buharê Diweşin pelê min ji darê Ne gihame singa yarê Di xemgînyê ez û xwema Ez di bêjim ev eveste Qolinca daykê siste Geşbînê bixe helbesta Barzanî serokê deme

Fêsel Ismaîl

Ez leşkerê roj im, ez hîm û polat im Li hemberî dijmin ez keleh û qelat im Xwedî hêz û efser im bi mafê xwe bawar im Ez şerkerê tîror im ez mêr û mêrxas im Di qada şeran de ez ser bilind û şad im Nêçîrvanê dijmin im ez şahîn û baz im Li Xazir û Zummar Şingal û Bendav im Av nîşana min e ez pê ser feraz im Parêzvanê senger im di sînorê welat im Xwedî rêk û rêbaz im Kurdistanê dixwazim Ji bin kêla şehîd dan va ez derketim hatim ez hatim.

www.pdk-s.com


Nîsan / 15 - 4 - 2018

Çand û Huner

www.pdk-s.com

4

Hunermend Ganî Rûzgar Şawata neviyê Sînemkar Yelmaz Gunê ye

Filmê "Riya Şengal û Kobanê" nêzîk wê derkeve Kurdistan- Raid Mihemed- Hewlêr Hunera Heftan çekê herî bi hêz e di vê demê de, çi ya ku li ser sînema tê pêşkêşkirin çi li ser Tv yê, lê ser asta Kurdistanê pir kêmayî hene di vî warî de, lê her demek kesê pispor û ji sînemayê hez dikin têne qadê û berhemên hêja û astekî baş de dilîzin , yek ji wan " Ganî Rûzgar Şawata " ye ku tê naskirin di nav tevgera sînemekarên Kurd bi neviyê Yelmaz Gunê, ji ber vê yekê û ji bo em wî bêhtir nas bikin , Rojnameya Kurdistan ev hevpeyvîn ligel wî pêk anî. *Ganî tu bi xêr hatî Başûrê Kurdistanê, tu dikarî xwe ji xwendevanê me re bide naskirin? Ez spasiya we dikim, navê min Ganî Rûzgar Şawata ye, ji Dirêjanê me li Bakurê Kurdistan ,

dema hûn �ilmekî dirust dikin? Tişta herî nexweş û dilê mirov dugvêşe ku Filmê me kurdî ne û çîroka wê kurdî ye û pare yê kurda ye û ekter û lîstikvan jî kurd in , lê muhra dewletên dagîrker lê dikeve, lê min �ilmek ser serbazê DEktator Sedam çêkir û muhra Kurdistanê lê xist û min diyarî Başûrê Kurdistanê kir .

Bapîrê min serokê Eşîra Dirêjanê bû, li Melatiyê û Sîwas û Orfa Ruha û Mereş û li Adîyemanê heya Qoniya jî hene. * Te çi bawername bi dest xistiye û kengî dest bi hunera xwe kiriye? Min li Zanko 2 bawername bidest xistine, ez mamoste me û sînema jî min xwendiye û xilas kiriye. Di sala 1978an min dest bi şano kir, û sala 1992an dest bi sînemayê jî kiriye.

* Berhemên te çi ne, û çi projeyê te hene? Niha li vê demê min �ilmê Diyarbekir xilas kiriye, her wiha 26 �ilim min çêkirine, û gelek zincîre �ilim hene, û �ilmê li ser riya Kobanî û Şengalê çê dikim, �ilmê min pir in, lê ji ber ku ez Kurd im Kurdistanî me, hikûmeta Tirkiyê rê nadine min, ji ber vê yekê gelek rûniştinê min yê Dadgehê hene, lê ez xwe radestî astengiyan nakim û hêzê ji Kurdistanê werdigrim. * Kurdên Rojavayê Kurdistanê te di sala 2003an û 2004an te nas kirin ku zincîre�ilmên te dihatin pêşkêşkirin bi teybetî kesayetiya "Azad" ya ku te lîst, ser vê yekê çi dibêjî? Belê ew hebû, û �ilmê sînor hebû , ew sînorê navbera welatên ku me dagîr kirine, navê min di wî �ilmî de Barzan bû, ku kiltûra Kurdî me têde dida diyarîkirin ji ber wiha xelkê ji me hez kirin. * Ser rewşa Kurdistanê bi tevayî çi dibêje

, ku em parçe parçe ne û welatê me serbixwe ne bûye? Dibêjin em Kurd 4 parçe ne, lê em 40 parçe ne , her yek serîkî dikşîne, dema em Kurd yek bûn ev welatê dewrûber nebûn, hemî qebîle û êl û hoz bûn, Efsana Kawayê Hesinkar heye ya Newrozê , û di vê demê de neyekbûna me ji me Kurda y , em mîna Kewê ne dijminê serê hev in. * Ji ber çi Kurdên Bakur mafê xwe ne standine bi taybetî hejmara wan pir mezin e? Tirkiyê welatekî bihêz e 81 Milyon kes in, ji wan 35 Milyon Kurd in, nîvê leşkerê wê ji Kurda ye, mîna bajarekî weke Istenbolê 6 Milyon Kurd têde hene, lê zilm û sîtema ku hate ser Kurdan pir mezin bû, ez ji ber ku ez Kurd im û xwîna min resen e ez �ilmê xwe bi reng û giyaneke Kurdî çêdikim. * Me berî demekê gelek hunermend yên Kurd û Tirk bi Erdoxan re dîtin çûn Hetayê ji bo dijî Efrînê, nerîna te ser wan çi ye? Ew kûçikê pera ne, ew nêzîkî 200 stranbêj bûn û ji Erdoxan re digotin şer bike, ez zanim nameya hunerê ya aştî ye, ne ji bo şer e, ew hunermendê ku destê Erdoxan girtin û dijî xelkê Efrînê û sivîlan in, ew mişkin heger gemî noq bibe wê hemî birevin , ew

in yên ku berî niha dijî Ehmed Kaya derketin û hin ji wan poşman bûn . * Zincîre�ilmên Tirkî yên ku belav dibin li ser Telvizyonên Kurdî û Kurd temaşe dikin tu çawa dibînî? Asta wan pir xirab e, sirinc û Exlaqê xelkê xira dikin, ew ne kiltûra me didin xuyakirin, ew dûrî çanda me ye, ji ber vê yekê banga min ji berpirsên Herêma Kurdistanê ku rê nedin van zincîre�ilmên xirab ku gênc û ciwanên me diguherin û civaka me ya Kurdî xirab dike, ji ber ku ew dijminê me ne, xirabiyê ji me re tînin. *Tu niha li Başûrê Kurdistanê ye, te çi kiriye di warê hunerî? Min Festîvala Hewlêr ya sînema vekir ligel parêzgarê Hewlêr Birêz Newzad Hadî û ligel birêz Sêrwan Barzanî, paşî min sînema li Mêga Mol vekir . *Hêvî û armanca te çi ye di vê dema were? Dixwazim ku Sînemeya Kurdistanê pêş bikeve, ne weke sînemeke bazirganî be, ku li cîhanê belav bibe, anha gelek sînemekar li pey pera digerin, lê ez bi xwe beran xerç dikim ji bo sînema Kurdî . *Astengiyê we çi ne

* Anha tu çi dike û nameya te çi ye di jiyanê de? Di vê demê de min �ilmê "Aş" xilas kiriye , di 2 mehên din de wê were pêşkêşkirin di sînemayê de, û �ilmê riya Şengal û Kobanê çêdikim têde çîroka her 150 Pêşmergeyên qehreman yên ku sînorê 3 parçeyê Kurdistanê derbas kirin, lê li Tirkiyê derfet ji min re tên girtin û ji şagirtên min re divebin ji ber ku ez Kurd im , mîna Serdar Akar , ji min hate xwestin ku ez di TRTKurdî kar bikin gor rengê wan, lê nin qebûl ne kir . Nameya min di jiyanê de ez berdewam im ser vê rêbazê û heya ez sax bim ezê �ilmê Kurdî çêkim , karê min Kurd û Kurdistan e û sînema Yelmaz Gunê ye , ji ber ez ji malbateke Kurdperwer im , Bapîrê min hevalê Mela Mistefa Barzanî bû û jê re alîkarî dişyandin di dema Şoreşê de di salên 60î de , û Apê min Muhsin Şawata jî ji ber kar û xebata Kurdayetî biryar li ser derket ku were bidarvekirin, lê lêborîn Efo jê re derket di dema Ismet Înono de , û ji ber ez Misilman im ez pir ji Êzîdiyan hez dikim û min �ilim ser wan çêkirine û hêvîdar im ku Kurd li her deverê nêzîkî hev bibin . www.pdk-s.com

123ك  
123ك  
Advertisement