Page 1

Rojnameyek ji aliyê ragihandina navendî ya PDK-Sê ve tê weşandin

Kurdistan-Hejmar (121)

Adar / 15 - 3 - 2018

www.pdk-s.com

Efrîn

ji kareseteke mirovî biparêzin Haşim Ebdulrehman

Piştî şerê Artêşa Tirkiyê artêşa azadya Sûriyê bo ser Efrînê bi hezaran welatî ji malên xwe derketin û berê xwe dane deverên ewle. Li gor dawî amarên Neteweyên Yekgirtî

heta niha 324 hezar zilam û jin û di nava wan de 126 hezar penaber koçber bûne û berê xwe dane cihê ewle mîna Heleb û hin deverên din.Li gor jêdera navborî ew xelk ber bi nava

wê deverê ve diçin û di rewşeke pirr xerab de dijîn û hejmareke mezin ji wan bi cih û warin û li kolanan jiyana xwe berdewam dikin û bi hewceyî alîkariya bilez in.Herwiha li hin

ciha Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê nahêle xelk ji deverên xwe derkevin û ber bi cihên ewle ve biçin. Mihemed Cemal wiha dibêje, egera rûdana kareseteke mirovî heye, û divê bi lez

alîkarî derbasî nava Efrînê bibin û xelk ji bo cihên ewle bêne veguhestin da ku rastî komkujiyan neyên. Îmad Mistefa wiha dibêje, divê Kurdên ji derveyî welat bilez xwepêşandanan

encam bidin û resmê Ocelan bilind nekin da ku hincet ji Tirkiyê re nemîne, divê �işar li welatên Ewropa bê kirin , lê bi awayekî şaristanî û dûrî tûndûtûjiyê. www.pdk-s.com


2

Adar / 15 - 3 - 2018

Kurdistan-Hejmar (121)

Serhildana 12ê Adarê

Kurdistan- Mihemed Osman-Qamişlo 14 sal bi serhildana Qamişlo re derbas dibe, 12 Adara sala 2004an gelê Kurd li seranserî Rojavayê Kurdistanê ji Qamişlo, Hesekê , Amûdê ta bi Kobanê, Efrîn, Heleb û heta Şamê li dijî rejîma Esed serî hildan, û êdî beramber zulm û zordariyê rawestiyan, û heya niha jî ev roj li cem Kurdên Rojavayê Kurdistanê wek rojeke dîrokî tê binav kirin, û Kurd vê rojê bi kilîta azadiyê didin nasîn. Di 12 Adara sala 2004an li yarîgeha Cîhad li bajarê Qamişlo, di dema lîstika fotbolê ya di navbera her du tîmên (Cîhad û Fitiwê) de , cemawerên tîma Dêrazorê sivkatî bi al û sembolên Kurdistanê û serok Barzanî li nava yarîgehê kirin, û bi dar û keviran ku berê ji vê bûyerê re hatibû plankirin êrîşî cemawerên tîma Qamişlo kirin. Hêzên ewlekariya rejîma Esed li şûna ku

navbênkariyê bike û bi fermana parêzgarê Hesekê yê wê demê Selîm Kebûl bi guleyan êrîşî cewamwerên Kurd kirin û di encam de hejmarek welatiyên bajêr şehîd kirin û hejmareke din jî birîndar bûn û cewmawerên tîma Dêrazorê jî bi hilîkopteran ji nava yarîgehê ji aliyê wan hêzan hatin derxistin. Xelkê Qamişlo bi coş û hêzeke bêhemba derketin kolanan û meş û nerazîbûn nîşandan, rêjîma Sûriyê careke din êrîşî xelkê kir û hejmareke din ya welatiyan şehîd bûn û rewşeke tirsê di nava bajar de belav bû. Meş û xwepêşandan li dijî rejîma Esed di wê demê de li Qamişlo ranewestiya û berê xwe da tevahiya bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê û bi durşmên bijî Kurdistan, şehîd namire hatin xemlandin. Di serhildana 12ê Adarê de zêdetirî 40 Kurdên Rojavayê Kurdistanê li çend bajarên cuda

cuda şehîd bûn, û bi sedan kes jî birîndar bûn. Herwiha hêzên rêjîma Sûriyê zêdetirî 3 hezar kes bi tometên cuda cuda zindanî kirin û hin ji wan bi salan di nava zindanan man, lê serhildan li wê salê ranewestiya û di sala 2011an de Kurdên wî berçeyê Kurdistanê tevlî ŞoreŞa Sûriyê bûn û careke din durişm û sembolên Partiya Beis anîne xwarê. Mihemed ku yek ji şahidên bûyerê ye wiha dibêje: Di wê demê de dem ne mina ya niha bû, û xelk ne bi rêxistin derketin , lewma ew serhildan berdewam nekir, divabû bêhtir kar li ser hatiba kirin û berdewam kiriba da ku bêhtir fşarê li ser rejîma Esed di wê demê de hatiba kirin û mafên gelê Kurd piştguh nekiriba, ya herî giring di vê demê de Kurd bi hemû hêzên xwe bibin xwedî yek helwest da ku bikaribin beramber gefên dagîrkeran rawestin. Serhildan wateya wê her dem azadî û serbestî ye, lê divê serhildan li

dijê her desthilatekê bê lidarxistin bo bidestxistina maf û azadiyan. Şîlan Omer hi rojnameya Kurdistan re wiha li ser vê mijarê axivî:Di wê demê ji hin aliyên di nava rejîmê de ji bûyerê re hatibû pilankirin, lê wan nizanîbû dê ev yek li wan vegere û bibe serhildan û tevahiya Rojavayê Kurdistanê li xwe bigre û heta bighê sere wan ew jî Şamê bû, lewma wan bi hemû hêza xwe ew serhildan vemirandin û nehiştin asta xwe ya ku wan dixwest derbas bike, tê bîra min ku wê demê wan dixwest xwe ji vê belayê rizgar bikin û Kurdan razî bikin û êdî xwepêşandanên xwe berdewam nekin, ji serhildana sala 2004an û heta niha Kurd gelekî hişyar bûn û êdî bêhtir berê xwe dane doza xwe û xwestekên mafên xwe yên rewa, lê dîsan ji aliyê rejîma Esed ve siyaset ji Kurdan re tê qedexekirin û heta sala 2011an û ji bo heyama salekê ji şoreşê Kurdan karî hinekî bi azadî kar bikin, lê piştî

radestkirina desthilata deverê ji bo Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê bi destekî ji hesin û bi zora çekê hişt ku partiyên tevgera Kurdî karî siyasî nekin û bi dare zor welatî birine leşkeriyê û maf û azadî li wê deverê nehişt û ev yek jî li dijî binemayên serhildanan e. Serhildana 12’ê Adarê di dilê me hemûyan de vîna berxwedan û tolhildanê bi cih kiriye. Em deyndarê hemû şehîdan ku bi canê xwe �idayê ronahiyê ku em pê riya xwe ronî bikin pêxistin. Îro em li ser riya wan ji bo avakirina sîtemeke demokratîk a azad bi beşdarbûna hemû beşên civakê têdikoşin. Ji roja ku rejîma Be'is bû desthilatdarê Sûriyê, mafên Kurdan hatin binpêkirin û dewletê zext û zordariyên giran li gelê kurd kir. Lewra antîpatiya Kurdan li dijî rejîmê ji demeke dirêj ve hebû û hê jî heye. Rejîma Sûriyê hebûna gelê kurd înkar dike û bi sedhezaran kurd tenê ji ber kurdbûna wan

www.pdk-s.com

- bê nasname hatin hîştin û ti mafê wan ê hemwelatiyê tine bû. Heta, kurdên ku xwediyê axa xwe bûn di resmiyetê de wek biyanî dihatin dîtin. Hebûna Kurdan bi tevî çand û zimanê wan him tine hat hesibandin, him jî hat qedexekirin. Rejîmê hewl da ku dawiyek li vê zext û zordariya xwe ya li dijî kurdan bîne û got wê mafê hemwelatiyê bide Kurdan, lê ji 150.000 sedî û pencî hezar kurdên biyanî tenê 6.000 şeş hezar bûn xwediyê hemwelatiyê, û yên din hê jî di bin zext û zordariya rejîmê de bûn. Û qedexeya li ser çand û zimanê kurdî hê jî berdewam dike. Di destpêka şoreşa Sûriyê de Kurd wek mînak di xwepêşandanan de pirr dihatin xuyakirin, û bi germî tevlî şoreşê bûn bi hêviya ku mafê wan tên rewa werin bidestxistin û êdî dûrî zulm û zordariya rejîma Esed dûr bikevin.

www.pdk-s.com


Adar / 15 - 3 - 2018

Kurdistan-Hejmar (121)

Barzaniyê nemir

www.pdk-s.com

3

ked û xebateke bêhemba

Emer IsmaîlNerwêc Ser�iraziyeke mezine ji mere ku îro em bi serbilindî radiwestin pêşberî bîreweriya 39 sal di ser barkirina girintirîn xebatkar û pêşewa di çerxê 20an de û mezintirîn şan û pêşeng di raperîn û şoreşên kurdî yên nûjen di tevaya gelê kurd ya kevin û nû de , ji ber ku ew bi xwe verêj û berhemê ezmûn û rêbazeke şorşgêr û kudperwer bû , tevlî xwedan kesatiyeke taybetmend û navnas di warê serdarî û serweriya leşkerî ji alîkî ve û ji aliyê dî ve rêzan û rêberek têgihiştî û çeleng bû di beryar û nerînên çarenûsî yên ku di delîv û rûdanên teng û zehmet de distandin , ew nerîn û bûyerên dîrokî yên ku îro em serê xwe pê bilind dikin û berhemê wê xebatê li ber çav dibînin , belê evê dibistana şoreşgêrî hişt ne tenê bandorê xwe di raperên û şoreşên berdewam û li pey hev di kurdistana Iraqê de bilîze , lê ew sînor derbaskir û pişdarî di şoreş û bûyerên di seranserî kurdistanê de , di vî warî de diyare daxwazî û pîrozbahî , ked û karê wî ji bo pêkanîna yekîtiyê di navbera herdû parçên parta demoqratî

kurdî li Sûriye di sala 1970 , lê dema mirov vegerê li ser pêvajoya wî ya serkeftî ku mîna destaneke lehingî navê xwe di singa dîrokê de tomarkir . Bê guman wê netenê mêranî û çelengiya 500 mirovî bidê diyarkirin , lê belê ew bi xwe mêrxasiya ewê çavkaniya zelal û resen , gurbûna hest û helawistên wî yên netewî û mirovatî û girêdan û evîna wî bi xaka welat û gelê kurd ve , û sergihayî û hûrnaziya wê rêbazê dide ron û eşkera kirin , ewê yekê hişt û piştî têkçûna komara Mehabadê di sala 1946an de dilsarî bêhêvîtî cihên xwe di dil û canê wê negirt û serkêşiya karwan û berevaniya wî ji êrîşên leşkerê ( Iran , Iraq û Tirkan bikin ) êrîşên wan di 9 cengan de şikandin , dawîyê gihandin ber ava çemê Arasê , di vê pêvajoya dîrokî de ya vekêşayî 650 k,m . di dema 52 rojan de hate birrîn , dema sîstema şahînî li Iraqê bi egera şoreşa 14 Temûzê di 1958 de hate şikandin û di şûn wê de sîstemeke komarî hate avakirin , ewê sîstema komarî programek ji bi çareserkiina gelek girêbend û pirsan pêşkês kir û yek ji wan bendên giring di wî programî de ku di destûra

sala 1958an de hate diyarkirin çareserkirina pirsa kurdî bû û hate danîn ku kurd û ereb di vî welatî de hevpişkin û mafê netewî yê gelê kurd wê werê parastin , di encama van nûbûn û guhertinan de Barzaniyê nemir vegera kurdistan Iraqê û dîsa kar û xebata xwe ya rêzanî û ramyarî berdewam kir . lê nerîn û karê wî di ber mafê gelê wî de bûn cihê diltemgî û nrazîbûna rijêmên deshilatdar û ew yeke bûne egerê destpêkirina şoreşa Ilûnê di sala 1961 an de , ku ew şoreş lêvegerandinek bû li ser wê siyaseta zordar û şo�înîtî ya ku dijî hêvî û omîdên gelê kurd û mafê wî yê rewa bû , û dadmend dihate çekirin û girêdan . Belê berevaniya gelê kurd ji erebkirin û wêrankirinê hate kirin , û nasnameya wî ya ntewî hate parastin û daxwaziya wî ji bo pêkanîna azadiyê û wekhevî di civaka Iraqê de hate bilid kirin û şoreş bû singerek û dîwarekî asê di singa zordaran de , û berevaniya gelê kurd kir û tevî pîlanê dijmina ron û eşkera kir û êrîşî wan herifandin , bêçar man û peyama 11 adarê morkir , ew rêkeftin bi xwe naskirinek fermî bû bi gelê kurd û her çawa bibê kevwarek cebû ku ew kevwar mafê rewayê

gelê kurd bû . , Barzaniyê nemir karî kêşa kurdî ji kinarê hundirî û herêmî yê teng û winda derxînê û bikê mezintirîn pirsa rewa û dadmend di rojhilata navîn de , tevî dek û dolaban ji alyê rijêmên dagirker ve ên li ser serê wî dihatin girêdan , û xe�k di bin lingê wî de dihatine çepandin , lê nikarîn wî ji riya wî ya rast derînin û berê wî ji êş û kulên gelê wî bizîvirînin , li ber ronî û rêdarî û şîretê Barzaniyê nemir û beşdarbûna wî di civînên serekî de , partî di sala 1946an de hate damezrandin , ji serwerî û serkêşiya partiyê re bi piraniya dengan hate helbijartin û ji her kesî re diyar bû taybetî û kesatiya Barzanî ku kesatiyeke bi nav û deng bû , pispor û zanayê dema xwe bû , dikarî nîr û rewşa serdemê nasbike û kar û barê miletê xwe hilgirê tevî hemû grêbendan , riya xebatê qelaşt , xwe berda xwîn û mal û dil û canê gelê xwe de , birîna miletê kurd naskir û kar û xebata xwe di nav milet de gurr kir , hemî dema daxwaziya mezin ew bû ku miletê wî hev bigrê û cudahiyê nexe nav rêzê xwe de , çimkî eger dubendiyek peyda bibê , wê neviyan û asteng peyda bibin wê bibin egera jihevbûna

rêzê şoreşê , ji vê yekê herdem daxwaz dikir ku xebatkar û şoreşgêr xwe dûr bikin ji ezezî û xweperistinê , ji ber ku ev rewşê astengiyê ne , û digot :Zerfê îro dixwazit ku em xwe dûr bikin ji enaniyet û xweperistiyê , em bikevin ser rêza ser�irazî û bexteweriya miletê xwe .Barzaniyê nemir pêmayekî sade û resena kurdî ye , kakil û navika dendika pîroze di malzaroka kurdîniyê de hatiye çandin , bi xwîn û xwihdana wê hatiye xwedîkirin , jêder bûy û zaye , ev tov li xaka welt belav bûye , di her gundekî , malekî , dil û canekî de şîn bûye û rehên xwe di kûriya xaka pîroz de berdaye , û tirh û şaxên xwe li ser vedaye. Barzanî ji kul û keserên gelê kurd derbû û jiyana xwe terxankir ji bo mafê vî gelê bêçar û bindest biparêze , azadiye , wekheviyê jêre pêk bîne , evî gemîvanê dilsoz û dilpak , gemiya hêviya bi serbilindî ber bi peravekî piştrast ve ajot . Bi rastî mirov çiqas bêjê , mirov nikarê ji bilî dilopekî ji vê derya kûr û bêbinî bidê dîtin û xuyakirin , 50 sal xebata berdewam û karê germ bê rawestan tu carî dilsarî ji hêvî û omîdên û ji têkoşînê dûr neket , û karwanê xebatê bi dilgermî ber bi

armancê ve dibir , ji ber vê yekê mirov dikarê bêjê : ev mirov dibistaneke sergihayî û pijayî di tevî waran de , çi warê netewî , çi leşkerî , çi dilsozî û mêranî û mêrxasiya şoreşgerî de , ya ku tu carî bi dudilê li kêşa kurdî nenihêriye û tu tişt di ser berjewendiya gelê kurd re negirtiye .Belê şoreşgêrekî navdar û qehreman karî bibê kelemek di devê riya dijmin û neyaran de û gelek rê li ser rijêmên Iraqê yên kevneperist girtin û bingihên wan yê zilm û zor hejandin û ji wan re diyar kir ku vîna miletê kurd tucar ji proje û kiryarên wan bilintirin û kûrtirin , û çetirîn û baştirîn bûyerên qurbanî û lehingî nîşan dan heya ku xwedayê dilovan di roja 1 avdarê sala 1979 an de rewanê wî bi bir , û ji vê cîhnê barkir piştî ku di şûn xwe de rêbazek bi xeml û rengîn avakir û hêla , bi vê çûê gelê kurd bavek hêja û pêşewayek xuya windakir , dawîyê em serê xwe di ber kar û xebat wî ya merd û domdar ditewînin û bîranîna wî wê di dilê mede bijî û emê karwanê xebatê li ser rêbaza wî bajon heya mafê gelê kurd werê çespandin û bicih înan . Silav li canê Mela Mustefa Barzanî yê nemir û hemî şehîdên Kurdistanê . www.pdk-s.com


Adar / 15 - 3 - 2018

Çand û Huner

www.pdk-s.com

4

Mihemed Şêxo dengê resen, dengê serhildan û xebatê Raid Mihemed –Hewlêr Hunermendê navdar û binav û bang Mihemed Şêxo di sala 1948’an de li Gundê Girbawî yê girêday bi Qamişloka Rojavayê kurdistanê hatiye jiyanê , . Navê wî yê rastî "Mihemed Salih Şêxmûs Ehmed" e . Di zarokatiya wî de malbata wî koçber dibin û li gundê Xecokê bi cî dibin . Li vir mirêbetiyê dike. Mihemed Şêxo mezinê yanzdeh bira bû , hîn di polê 3an de bû wî Qurana pîroz xwendibû , Di sala 1959´an de dest bi xwendinê dike, lê sê sal şûnda dest ji dibistanê ber didê. Di salên xwe yê dibistanê da Mihemed Şêxo gelek hunermendên kurd nas dike , bi taybetî dema ku çû bajarê Qamişlo di sala 1964an de Ji bandora wan nêzikî muzîkê dibe ji ber ku di ahingan de beşdar dibû li gel Hunermend Aram Dîgran û li alava Tembûrê dijenand , lê di sala 1966an de çavê wî êşiyan ji ber wan pir azar dît , û di sala1969’an de dest bi dengbêjîtiyê dike. Ew salên xwe yên di navbera 1969 û 1972’yan li Lubnanê li Bêrûtê

du sal waneyên mûzîkê distînê. Di sala 1972’an de bi hinek hevalan re Koma "Serkeftin" , li sala 1973’an de derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û li wir mîna Hozan û Pêşmerge kar dike, Paşê diçe Şamê, li wir kasêta xwe ya bi navê "Ay Gewrê" derdixe , Lê li wir dewleta Sûriyê ew xistin binçav kirinê de , ji ber vê yekê berê xwe dide Başûrê Kurdistanê û di nav refên pêşmergeyan de cih digre, lê bi têkçûna serhildanê sala1975an derbasî Rojhilat dibe û li wir kasêtekê tomar dike. Li vir ji bilî karê muzîkê çend sala mamosteyê dike . Lê ji aliyê rejîma Îran ê astengiyan dibîne , Ji ber wê yekê Mihemed Şêxo piştî 11 salan carek din berê xwe didê şamê û 7 rojan dibin çavdêriya rêjîmê dimîne û paşî tê Qamişlo û li wir bi hezkirineke mezin tê

pêşwazîkirin. Lê dîsa rastî eşkenceya rêjîmê dibe û wî dixin zindanê. Lê ew ji ya xwe da ne ket , di sala 1983’yan de vedigere Qamişloyê û heta sala 1988’an de gelek berheman dia�irîne. Mihemed Şêxo di 9'ê adara 1989'an de çû li ser dilovaniya xwedan . Li Qamişlokê ji aliyê 70.000 kesî hate pêşwazîkirin û li xaka goristana Hilêlîkê hate spartin . Lê cihê mixabniyê ye ku dema nexwş bû kêm kes pirsa wî dikir in lê dema koça dawî kir bi buhayê 400 hezar Leyreyan Gul danîn ser gora wî ji aliyê tevger û partiyên Siyasî , gelek stranên wî ji aliyê gelek stranbêjên kurd hatin şîrovekirin û gotin. Bi deng û awazên xwe, gotin û stranên xwe jiyan û hunera gelê kurd dewlemend kir û Kurdistanek di

hişê ciwanan de çand . Mihemed Şêxo bi giştî 14 kasêt amade kirin û pêşkeşî gelê kurd kir. Berhemên Mihemed Şêxo ku yek ji strana wî ya herî bi nav û deng "Ay lê Gulê ye" , gelek stranên din yên nas û hezkirî bi deng û awazê xwe xist guh û devê guhdaran. Piştî mirina hunermendê mezin, kasetên wî li gelek cihan ji nû ve hatin derxistin û bi vî awayî bêmiriniya wî xwe nîşan da.lê berî koça dawî bike bi mehekî ji hevalekî xwe re li gundê Mişêrfê got : ez hest dikim ev karê min mîna bablîsok û Leylan e . Lîsteya stranan ev in : Agirê derdê te îro- Askerî- Aso- Ax ger xweş e- Axina min ji dilAy lê Gulê- Azade şêrînBargiran - Bav û biraBaxçê gula-Baxtê reş-Bê xebat-Berdille min pirBilbilo-Bilinde bejn-Cana min-Cana şêrîn-Carek min go-Ciwana azadê-Ciwanê

ciwanê-Çava kilke-Çavêt xwe veke-Çi bikim bi can-Çipka xunave-Çûm nav baxe -Çuma keleDaye negri-De were-Deh u yek adar-Delala min -Denge vi dili-Derdan çi ez-Dergihe jin û heviDestar-Deste min bigreDi baxan dil-Di xewdeDi zindane-Dil kujitiye awre-Dildarim TemoDilo ez bimrim-Disa li min awir ki-Dunya bu buhar-Em hemi-EmanEman dilo-Eman emanEmê- Ere şoxa- Evin şahê Şame- EvindarekEy felek-Ey felek-2 -Eyd û erefat-Ez befrim-Ez bum ferar-Ez derbumEz dinalim-Ez ji bi cibim-Ez keçike kurd-Ez kevok im-Ez nexweşim xanim-Ez û HizirFeryad-Finciko-Gava ez mirim-Gewre-Gulizar -Hat peşmive bejnaHeps û zîndan-Her erom erom-Here şerinHestiremin di barın-Hey

dilo-Hinne-Ho daye daye-Ho yamanÎÎnte+ Îyonek(?)Îqbala belek-Ji min di çaf na revın- Ke dinya hejand-Keça gunde mê-Keçike simoqiKedera min-Kewe xorte sere çiyaKoçemê barkir-Kurd pir şerine-Kulungo- Le keça-Li kenare-Lib lib ley- Lo şivano (Beha)Lubnan- M. RoniMenal dilo menal- Meşi u meşi- Meyro- Min bihist- Min cane dît- Min carek dît li - Mixab bi nave jineNalînek tê - NarînNecat Kake- Neke girî - Nesrin- Nexweşim ez- Newroza me hatNofa- Pejna te nayê - Perit roje- Perwîn keça - PêşkevinPeymana min- Pire xem civîn- Pîroz li te bûkê -Qasimo -Rabe Gulistan- Rabe ji xewê - Rabe pismamRaqib - Rewşe civat - Rewşene Sabra bervî dili - Saz Se zeri - Sebrê - Serdana gundê �il e - Sînem - Sînem me - Sulav Şerin tu cinara-Şerine nû gihaye-Şermîna dil-Şev çû-Şeva tarîŞikriya-Şire şera tuyî-Şivanê pezŞukraye-Taril hekimTirsim wez bimrim-Ti ji min dûr ket-Tu wi bihişta rengîn-Tu wi kewistan-Ve yar kuje tirek-Vêtnam û kûbaWelat-Were kubar were-Were were canêWere were li nik.

Nexşeya çalakiyên Kurdan yên çandeyî Şîlan Doskî-Almanya Kurdistaniyên ko li derveyî Welat dijîn, di hêla Çalakiyên Çanda Kurdî de xwedan Nexşeyeke zengîn in. Kurd bi giştî di milmilaniya bi Miletên din re bi taybetî yên ji Dewletên dagîrkerên Kurdistanê, Kurd herdem dixwazin Ala Dewlemendiya

Çand û Kultûra Kurdî li ser Nexşeya Çalakiyan berz û bilind bikin.. Lê bimixabinî li derveyî Welatî Çalakî li ser Navê Kurdistanê kêm çêdibin, ji ber bi destê Partiyan dibin û ev Partî li gora Giwêla xwe Al û Siloganên Serok û Partiya xwe di ser yên Kurdewarî re digirin û wisa têne ancamdan. Kurdistaniyên me dikarin guherînê di cogra�iya Mejiyên xwe

de pêk bînin, eger em li Welêt nikarin Nexşeyên ko hatine danîn biguherin, lê li derveyî Welat em dikarin ewan Sînoran rakin. Piraniya Kurdan eger ne tev de be dibêjin (Kurdistan yek parçe ye) baş e ka di hêla hizra xwe de me ji evê yekê re kar kiriye? Ma ne hêj em ji hevûdu re dibêjin (Kurdê Îraqê, Sûriyê, Tirkiyê û Îranê)? Ma ne hêj em dibêjin:

Kurdên Rojava.. Rojhelat.. Bakur û Başûr.. Ji ber nebûna danûstandineka hizirî bi awayekî fermî di navbera Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, bindestiya Welatê me ko ta niha nikarîne Bingeheke Perwerdeyî Kurdistanî bête avakirin û ligor Zanista evê perwerdeyê zarok û ciwan bi armanc bên perwerde kirin.. Perwerdeya me hêj leng

e! Eger em dema niha nikarin bigehin evê amancê lê em dikarin ji malbata xwe ya piçûk dest pê bikin û li gor kanînên zarokên xwe derfetên pêşveçûnê di evê biwarê de bo wan amade bikin. Bo nimûne di lîstika Curebiçîn an Pazal de Mirov dikare rengan berhev bike wêneyên hevûdu tekûz dikin heta ko mirov ewê Nexşeyê bigehîne

resenî û ciwaniyeke mebestkirî û lîstikê bia�irandina nîgarekî bedew bidawî bike. Em Kurd jî her wisa ne bila her yek ji me Ol, Partî, Dever û Hoza xwe li mala xwe bihêle, lê bigehê bira an xuşka xwe ya/ê ko (ol, bawerî, hoz, û dever) Kurdistan be, ewê hingê em dê karibin ew nifşê Kurdistanî diramin amade bikin. www.pdk-s.com

121  
121  
Advertisement