Page 1

urd elê k l de g n ra yê tewî tîk û fede e n n okra mafê nîna eke dem a e v n st Bide oveya Îra ç r di ça

26 senatorên Amerîkayî daxwaza zêdetirkirina gemaroyan dikin

AGirî

Amadekarên vê gelaleyê pêk tên ji “Rabêrt Minindêz” serokê Komîteya têkiliyên Derve yê Senayê, û “Çak Şomêr” û “Mark Kîrk”. Senator “Minindêz” yek ji nûnerên bi bandor di kongireyê de ku bi tundî rexne ji lihevhatina li ser programa navikî ya Îranê girt. Ew li ser vê baweriyê ye ku programa navikî ya Îranê her di binî de, dibe bê rakirin.

Duheftînameyek Siayasî-Giştî Ye, PDK Îranê diweşîne www.kurdistanmedia.com/kurdî www.agirimedia.org Hejmar (220)22-12.2013 Buha (500) Tûmen

Birêz Rostem Cehangîrî:

Pêşmerge Sembola pîroz a gelê kurd e

R

êûresma 26’ê Sermawezê Sermawezê roja pêşmergê Kurddi binkeya Deftera Siyasî a istanê li bargeha Deftera Siyasî a PDKÎ de birêve çû PDKÎ li Koyê, bi beşdariya sekreterê giştî yê PDKÎ, birêve çû. Kurdistanmedia: Rû û resma 26’ê

...«

Daxuyaniya PDKÎ derheq koça dawiyê ya Nêlson 2 Mandêla

Mandela wê hertim di dilê azadîxwazan de bijî

...«

7

Li gor rapora peyamnêrê Kurd- pêşmergê Kurdistanê, birêve çû. istanmedia, roja Sêşemî 17’ê Çileya Pêşîn a 2013’ê, bi beşdariya Ew rê û resm di destpêkê de bi endamên rêberî, mêhvan, kadir û Dom R: 2 pêşmergên PDKÎ, rê û resma roja Jiyan û xebata pêşmergê kevnar ê PDk Îranê birêz Silêman Sabirî di vê hejmara Agirî de bixwînin

...«

8

Îşkence emrazeke ne rewa bo gihîştina bi armanceke ne rewa

...«

9


2

22.12.2013

Sergotar

Şehab Xalidî

Siyasî

Agirî

PDKÎ: Bi nemana Mandêla azadîxwazên cîhanê kesayetiyekî naskirî yê demokrasîxwaziyê ji dest dan.

Jiyana Dijwar Rojane em nûçeyên dilêş derheq rewşa Kurdên Kurdistana Îranê dibihîsin, ku bi bihîstina her nûçeyeke dilêş, tiliya tawanbariyê bo aliyê rejîma deshilatdar di Îranê de tê dirêjkirin.

Belê di demekê de ku karbidestên rejîma Îranê bi milyonan dolarî ji bo terorîstên li Lubnanê, û ji bo hevalbendên xwe di Sûriyê de dişînin, xelkê welatê me bixwe yan bi tometa karê qaçax li ser sînoran bi destê hêzên rejîmê têne kuştin, yan jî dikevne kuncên girtîgehan de, û piştre têne îdamkirin, yan jî li ser sînoran di dema kolberiyê de dikevne bin reniyê de, yan jî neçar dibin ku rû bikne Kurdistana Başûr, ku mixabin heya niha çendîn kedkaran bi sedema bûyerên kar, canê xwe ji dest dane.

Kurdistanmedia: Bi boneya koça dawiyê ya Nîlson Mandêla Deftera Siyasî ya PDKÎ ragehandinek bilav kir, ku deqa wê bi vî awayî ye: Mixabin Nîlson Mandêla têkoşerê siyasî û xebatkarê naskirî yê dijî apartaydê li Afrîqaya Başûr û rêberê Kongireya Neteweyî ya Afrîqayê, roja pêncşemiyê 14’ê Sermaweza 1392’an (05.12.2013) piştî heyamekê nexweşiyê di temenê 95 saliyê de koça dawiyê kir.

ma, ku piraniya salên girtîgehê jî di cîhanî çi di heyama jiyanê û çi jî bendên takekesî de bû. piştî koça dawiyê ya Nîlson Mandêla li hemberî jiyan, xebat, û serMandêla piştî derketina ji girtîge- pêhatiya navbirî ji xwe nîşan dan hê di sala 1990’î de, siyaseteke eşkere kir ku yên ji bo mirovahiyê aştîxwazane girte pêş, û bi têkoşîna dijîn û di pêxema bidestveanîna berdewam, rê ji bo gihîştina mafê mirovan de xebatê dikin, Afrîqaya Başûr bi demokrasiyê û çawan dibne ciyê rêz û hurmeta deshilatekê ku nûnerê hemû tex û mirovan, û hemû jî wan kesan bi yê qatên civakê be, xweş kir. xwe dizanin, û wekî rizgarîderekê Reftar û siyaset û helwesta Mandê- lê dinêrin. la di heyama çend dehikan de, çend xelatên aştiyê li pey xwe anîn, û PDKÎ tevî eşkerekirina nerehetiya navbirî kire kesayetiyekî cîhanî yê xwe seba jidestdana kesayetî û sîwusa, ku rêz û hurmet ji bo wî ne mayekî naskirî yê azadîxwaz wekî tenê li Afrîqaya Başûr belkû di se- Mandêla sersaxiyê dibêje tewaya raserê cîhanê de jêre desteber kir. azadîxwazên cîhanê bi giştî û xelkê Afrîqaya Başûr bi taybetî, û hêviMandêla ya ku ji xelkê Afrîqa- ya vê dixwaze ku mînakên wekî ya Başûr re dixwest, ji bo hemû Mandêla di qada siyasî û xebata neteweyên belengaz û jêrdest dix- rizgarîxwaziya cîhanê de zaf bin, û west, û di vê pêxemê de alîgiriya her zindî bimînin bîr û baweriyên wî ji mafê Felestîniyan û Kurdan Mandêla û hêviyên wî di seraserî rohn û eşkere bû. Me dît dema ku cîhanê de ser bigrin. hikûmeta Turkiyê xelata Ataturk da navbirî, wî ragehand ku di TurPDKÎ kiyê de mafê neteweyî yê Kurdan Deftera Siyasî tê binpêkirin, û lewra jî ew xelata 16.09.1392 wernegirt. 07.12.2013

Bi nemana Nîlson Mandêla azadîxwazên cîhanê û alîgirên wekheviEw hemû bûyerên dilêş yên ro- yê, semboleke xebat û tekoşînê jane di welatê me de, di demekê de û kesayetiyekî herî naskirî yê rû didin, ku berpirsyarên rejîma demokrasîxwaziyê ji dest da. Îranê, bas ji dadperweriyê û îslamiyetê dikin, û ew Rûhaniyê ku bi Mandêla piştî hilbijartineke girnijîn ve bas ji mafê xelkê û rêz- demokratîk a giştî li Afrîqaya bi girtina ji kerameta Îraniyan dikir, awayekî berçav serkevtin bi dest her piştî derbasbûna çend mehan xist, û bû yekemîn serkomarê bi ser deshilatdariya wî de, pêleke çermreş yê wî welatî. îdaman li ser xortên neteweyên Kurd û Belûç dest pê kir, ku van Mandêla bi sedema xebat ji bo rizîdaman selimand ku tu cudahiyek gariyê, û xebata li dijî apartaydê û di navbera wan deshilatdaran de beşdariya di xebata çekdarî de hate tuneye. girtin, û 27 salan di girtîgehê de Ew rêz û emegdariya ku civaka

Doma R: 1

Belê roj bi rojê cînayet û hovîtiyên wan deshilatdaran zêde dibin û hezretê Mêhdî jî ne dîhar e ku wê xwendina sirûda neteweyî ya»Ey kengê bi hawara vî xelkî hejar de Reqîb» û ragirtina deqeyekê bêt, da ku dadperweriyê li her derê bêdengî bona rêzgirtina ji riha pak bilav bike. ya şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê despêkir. Renge carê îzna Weliyê Feqîh li ser nebe, ji ber ku ew naxwaze ew qas Piştre birêz Rostem Cehangîrî enhêsan dawiyê bi zulm û zordariyê damê Deftera Siyasî û berpirsê bîne!. Lewra êdî eva xelkê welatê Komîsyona Siyasî - Nizamî ya PDKÎ me ne, ku dibe biryara xwe bidin bi vê bonê ve peyama xwe pêşkeş ku ji vê hindê zêdetir zulmê qekir. bûl nekin, çimku guneh û sûçê qebûlkirina zulmê, çend qat ji zulmPiştre sirûdek bi navê «Girtîgeh» ji kirinê jî zêdetir e. aliyê hunermend Lalo Rencder û bi

alîkariya korsa mûzîkê ya PDKÎ ve bibû, ji aliyê Fireydûn Ezîmî nûnerê hat pêşkeşkirin. Heyeta Rêveberê Merasiman ve hat xelatkirin. Herweha xelata rêzgirtinê, ji aliyê birêz Mistefa Hicrî sekreterê giştî Piştire çend sirûdên şoreşgerî û yê PDKÎ ve, bi wan pêşmergên ku neteweyî ji aliyê hunermend Lalo 20 sal e di nav refên PDKÎ de ne, Rencder û bi alîkariya korsa mûzîkê hate dan ya PDKÎ ve hatin pêşkeşkirin. Peyama Yekîtiyên Jinan, Xwendekaran û Ciwanên Dekomra ên Kurdistana Îranê ji aliyê Fûad Xakîbêyîgî ve hat xwendin.

Ew rê û resm bi coşek bê mînak a beşdaran û bi şahî û govenda bi xeml û rewş a Kurdî bidawî bû. hêjayî basê ye ku deqa axavtina rêzdar Rostem Cehangîrî di rûpela 3’ê Kurdistan Zendî kiçekî temen 5 de çap û bilav bûye. salî ku di roja 26’ê Sermawezê roja pêşmergê Kurdistanê de, ji dayîk


22.12.2013

3

Siyasî

Agirî

Deqa peyama rêzdar Rostem Cehangîrî bi boneya 26’ê Sermawezê roja pêşmergê Kurdistanê

Xelkê xebatkar ê Kurdistanê! Pêşmergeyên qehreman! Xûşk û birayên hêja! Mêhvanên Rêzdar!

26’ê Sermaweza hemû salekê bîrhînerê bi hezaran destanrêsî û qehremanetî û cangorîtiya pêşmergeyên Kurdistanê ye, lewra roja 26’ê Sermawezê roja rêzgirtina ji xortên çekdar ên Kurd e, ku ji bo yekemîn car bi destê xwedî şiyan yê wî mirovê can li ser dest, di roja 26’ê Sermaweza sala 1324’an (1945) de, êrîşî ser dawî şûnwarên serkutê yên hikûmeta şahenşah ya Pehlewî li bajarê Mehabadê kirin, û bi tewahî ji hêza serkutker paqij kirin, û rê ji bo avakirina dewleta Kurdî xweş kirin. Piştî vê bûyera dîrokî bû ku ew hêza çekdar bo yekemîn car navê pîroz ê “pêşmerge” li ser hate danîn, û ji sala 1363 (1984) ve ew roj ji aliyê PDKÎ ve wekî roja “pêşmerge” hate binavkirin. Ji wê serdemê ve heya niha jî ew navê pîroz remza serkevtin û cesûriya xortên neteweya Kurd e. Navê pêşmerge remz û hêmaya banga azadîxwazî û mana Kurd û nîştimana wê ye. Berxwedaniya pêşmerge ji aliyekê, û tekoşîna civatên xelkê Kurdistanê ji aliyekî din ve, di rastî de bûne sedema avabûna Komara Kurdistanê.

Pêşmerge di qonaxên cuda cuda ên xebata bi xwîn ya gelê Kurd de, li hemberî dagîrkerên Kurdistanê de hertim gurzeke hesinîn bûye, û herwisa moraleke bihêz daye xortên gelê Kurd. Xweragiriya vî mirovê cangorî, bûye sedema vê ku ew bibe kesayetiyekî/ê naskirî, û hezkirî bo gelê xwe, û ji aliyekî din ve jî bibe cihê hêviyê bo domandina xebata rewa ya gelê xwe. Di rastî de nav û roja pêşmerge taybet bi partî yan rêkxirawekê nine, belkû nav û roja hemû xebatkarekî rastîn yê gelê Kurd e, ku bo bidestveanîna mafên rewa û mêjîn, yên neteweya xwe û nîştimana xwe hewlê dide.

Di xebata bê rawestiyan û bi xwîn, ya neteweya me di sî salên derba-

zbûyî de, li dijî Komara Îslamiya Îranê, bi hezaran pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê canê xwe gorî kirine, ku ew yek dilsozî û cangorîtiya pêşmerge diselimîne.

Di hemen demê de, hûn dibe hişyarî pîlanên rejîmê bin, û ji pûçkirina wan pîlanan xafil nebin. Ji vê yekê jî giringtir dibe em qahîmkirin û parastina refên partiyê, bikne erkeke serekî, û ji bîra xwe nebin. Pêşmerge ew remz û sembola Ji aliyeke din ve pêşmergatî erkeke pîroz ya gelê Kurd e ku şoreşa mod- nîştîmanî û neteweyî ye. ern û azadîxwazane ya gelê Kurd bi pêngavên cesûrane û îradeya poHekî hişyariyeke tewaw ya layîn ya xwe ber bi pêşve biriye, û neteweyî, nîştimanî û dîsîplîneke lehengî û tekoşîna bê rawestiyan hişyarane nebe, hêza pêşmerge di pêxema man û hebûna gelê Kurd nikare bibe ew hêza ku neteweya de ji xwe nîşan daye. we, çi bo niha, û çi jî bo pêşeroja azadiya gel û welat, û ji bo parasBo hemû aliyekê eşkere bûye, ku tina deskevtên tevgerê, û avakirina pêşmerge di her çeper û her bi- hikûmeteke nîştimanî – neteweyî, yaveke bergiriyê de, ku alîkarê vê hewcehî pê heye, û dixwaze pişta xebta rewa be, xizmet kiriye, û ji xwe pê qahîm bike. bextkirina can û mal û tendirustî û jiyana xweş, û ji tu cure fîdakari- Îro aso û elenda Kurdan rohn e, yekê xemsarî nekiriye. pêvajoya tevgera Kurd ji her demekê zêdetir ketiye nava liv û tevgerê, Hûn jî ey pêşmergeyên PDKÎ, hûn û di pêşerojê de çavnihêriya ber bi pêşmergeyên partiyekê ne ku pêşveçûneke zêdetir jê tê kirin. nêzîk bi 70 salî ye ku di pêxema armancên neteweyeke belengaz de Kurd li Başûr xebatê dikin. Gelê Kurd li başûr gellek ji mafên Ew partiya hem armancên wê gir- xwe bi dest xistiye, û mijûl e ku bibe ing û pîroz in, û hem jî birrîna rê û hêzeke herêmî, ku di hevkêşeyên qonaxên xebata wê gellek dijwar herêmî de, hisab li ser bihê kirin. bûn. Hem jî bo berdewambûn û kar dike bona vê ku hebûna xwe gihîştina bi armancên neteweyî, di- wekî neteweyekî cuda ji neteweyên vêt hûn bi pêwendiyeke qahîm, û bi din ên Îraqê bi çand û koltora tayriheke pirr ji tebahî û yekdilî û ras- bet bi xwe nîşanî dost û neyarên tbêjî, ku ji taybetmendiyên partiya xwe bide. we ne, wekî pirensîpeke hişyarane, partiya xwe biparêzin. Serdana serokê Herêma Kurdistanê bo bakûrê Kurdistanê, wekî

bûyerekî dîrokî di herêmê de tê hesibandin, ji ber ku yekemîn car e ku di pêwendiyên Kurdan bi cîranên xwe re, wekî hêzeke herêmî hisab li ser tê kirin, û bandora xwe li ser guherînkariyên navxweyî ên Tirkiyê jî dadinê, û pêşniyarên wê jî berçav têne girtin. Ew yek bi raya me bûyereke dîrokî û deskevteke neteweyî ye. Kurd nabe vê yekê kêm bibîne, lê carê xebateke zêde dixwaze bo gihîştina bi tewahiya armancan. Lewra yekrêzî û tebahiya di navmala Kurd de, hewcehiyeke ji bîr nekirî ye. Başûr hewce ye ku parên din ên Kurdistanê jî berçav bigre û piştevaniya siyasî û me’newî jî ji wan bike. Kurd li Bakûr

Guherînkariyên navxweyî di Tirkiyê de wisa diçne pêş, ku hekî tu bûyereke cîhanî û herêmî li pêşiya Kurdan nebe asteng, wisa xuya dike ku Kurd ji riya geşekirina demokrasî, û yasa û parlemanê ve bigîje beşek ji mafên xwe.

Herçend renge ji vê riyê ve nekare bigihîje hemû mafên xwe, lê Kurd dibe gellek hişyarane mifahê jê wergire, çimku tê çavrêkirin ku di Tirkiyê de guherînkariyeke berfirehtir çê bibe. Hêzên demokrasîxwaz roj bi roj


22.12.2013

4

Siyasî

Agirî

ber bi pêşve diçin, û mihafizekar (bingehxwaz) û bi taybetî hêzên şovenî paşekêşê dikin, ew pêvajoya ku tê pêş, bi qazanca tevgera Kurd di vê para Kurdistanê de ye. Lê mixabin di vê beşê de Kurdan ew yekgirtina ku hewce ye hebin, nînin, û ew yek jî bo tevgera rewa ya Kurd bi mifah nabe, û neyarên wê dikarin qazancê lê wergirin. Kurd li Rojava

Di vê para nîştimana me de, derfeteke zêrîn bo Kurdan hatiye pêş, û dewleta nawendî jî lawaz bûye. Kurd dikarin roleke gellek berçav di doza xwe ya rewa de bibînin.

Dijmin bi şerekî navxweyî re berbirû bûye. Pêşeroja welat li gorî gotina çavdêrên siyasî ber bi guherînkariyeke kûr ve diçe, her guherînek bête pêş, Kurd dikare mifahê jê wegire, lê Kurdan di wir de jî hewcehî bi yekdengî û yekrêziya navmala xwe heye. Mixabin Kurdên Kurdistana Rojava di netebahiyên navxweyî de, bi ser du eniyên dijî hevdu de, hatine parvekirin.

Em wekî PDKÎ ji vê yekê nîgeran in. Her du eniyên Kurd di vê rewşa dîrokî de, hekî nekarin berpirsayetiya xwe bi cih bînin, û navmala Kurd bikne yek, ew derfeta ji dest Kurdan de derdikeve, hekî ew derfeta ji dest çû, Kurd di vê parê de her hemû jî, wê zirarê bibînin, û bandorê li ser parên din jî dike. Em daxwazkar in ku Kurd di vê rewşa hestiyar de, roleke pozetîv bibînin, û nebne karta di destên neyarên xwe de, û bi yekdengiya xwe dawiyê bi dilekutêya Kurdan li her çar aliyên Kurdistanê bînin, û hêviyên neyarên Kurdan pûç û bê bandor bikin.

Îran û Kurd li Rojhilata Kurdistan Piştî 35 salan hêşta jî per û baskên reş ên dîktatoriyê bi ser welat de dike sîber.

Girtin û îdam û bê serûşûnkirin bûye para gelên Îranê, bi tayebtî gelê Kurd ê mafxwarî. Hilbijartina serkomarê nû di sala 1392’an (2013) de, ji hinek kes û aliyan re bibû cihê hêviyê, ku jêve bûn guherîneke micid di Îranê de rû dide, û toyê gumanê di nava xelkê de bilav dikirin, lê PDKÎ her di destpêkê de jêve bû ku di çarçoveya vê nîzamê de, çi guherînek rû nade, û

hekî kesanek di nav vê rejîmê de hebin ku bawerî bi guherînê hebin jî, nikarin tu pêngavekê hilgirin.

Jiber ku di welatê belalêdayî yê me de, kesek rêberiyê dike ku li serweyî hemû yasayekê ye, û tenê xwe li hemberî Xwedê de berpirsyar dizane. Hêza serkutkar di destên wê de ye, û dahata welat qorix kiriye, û çi rêzekê ji azadî û mafên mirovan nagre, lewra me dît ku hilbijartin birêve çû, û çi mo’cizeyek di vî welatî de rû neda.

Tenê karek ku hate kirin, eva bû ku piştî çemiyana pişta wê li jêr gemaroyên aborî de, û tirs û wehşet ji nemana rejîmê, dest bi axavtinan û xweşkirina rewşê bo teslîmbûnê, di hemberî îradeya civaka cîhanî de kirin, û serê xwe bo lihevhatina Jinêvê tewandin. Eva duyemîn car e ku di hemberî zextên navneteweyî de teslîm dibin.

Piştî vê hemû gefxwarin û hawarkirina çendîn sale, ku têde deshilatdarên rejîmê pirsa pirojeya etomî ji xwe re wekî hêla sor dihesibandin, û radigehandin ku bi tu awayî paşve venagerin, niha hemû hêlên sor ji nav çûn, û rejîm bi tewahî teslîmî îradeya navneteweyî bûye. Herçend gellek caran bo bidestxistina demê, gellek leyîz kirine, gellek qewl dane, lê bi cî neanîne, vê carê jî ne diyar e ku bo şeş mehên din wê çi bike, lê tê pêşbînîkirin ku Îran bi tewahî hemû şert û mercên aliyên 5+1 qebûl bike. Ya ku ji bo me û azadîxwazên Îranê giring e, pirsa azadî, mafên neteweyî ên gelên Îranê, mafên mirov, azadiya tewa-

ya girtiyên siyasî û rê xweşkirin bo xelkê Îranê, bo bidestvegirtina îradeya xwe, û bidestveanîna mafên wan e.

Cîhana pêşkevtî û hêzên biryar bi dest ên cîhanî dibe vê yekê berçav bigrin ku di wan gotûbêjên xwe yên digel deshilatdarên Îranê de, pirsa mafên mirovan bêxne ber bas, û dewleta Îranê bêxne jêr zextên navneteweyî, bona vê ku teslîmî îradeya xelkê be. Herwekî me got ceribandinan nîşan daye ku zextên navneteweyî bo welatên dîktator bandora xwe heye, ew guherînên herêmî vê rastiyê diselimînin. Di Îranê de jî me dît, ku bo çendemîn car ew li jêr zextên navneteweyî de paşekêşê dikin. Cîhana derve nabe mafên gelên Îranê bike goriyê sat û sewdayên xwe, û belkû dibe givaşan li ser Komara Îslamiya Îranê zêde bike.

Bona vê ku xelkê Îranê jî ku hêjayî jiyaneke serdemiyane ye bigîje

hêviyên xwe yên mêjîn, ku azadî û dadperweriya civakî ye.

Di roja 26’ê Sermawezê de em silavan dişînin bo canê pak ê şehîdên nû ên gelê Kurd, û hemû gelên Îranê, ku îsal di nava reşçalên Komara sêdarê ya Îranê de, hatine îdamkirin. Bo careke din bi navê PDKÎ em sersaxiyê dibêjne malbatên wan û neteweya Kurd û gelên Îranê bi giştî. Em hêvîdar in ku gelên Îranê bi yekgirtina xwe bikarin belaya vê rejîma biyom, ji xwe dûr bixin û hêviyên xortên xwe bidest bînin, û bo xebateke bi vî awayî PDKÎ piştevan û sitargeha xwe bizanin. Silav li 26’ê Sermawezê û hêza pêşmergê Kurdistanê Silav li girtiyên siyasî û mlbatên wan Silav li malbatên rêzdar ên şehîdên Kurdistanê Silav li civatên xebatkar ên xelkê Kurdistanê, alahilgirên azadî û mafên neteweyî Her şad bin 26.09.1392 17.12.2013


5

22.12.2013

Nerîna Lîderan

Siyasî

Agirî

Can Kêrî:

Jidayîkbûna Rojê

Qazîzadêyê Haşimî:

“ Renge em bi Eniya Îslamî ya Sûriyê re rûnên”.

Elî Cenetî:

“Wezareta ku berpirsyarê silametiya xelkê ye, bixwe gellekî nesax e”.

“Niha %71 ji xelkê Îranê setelayt hene, û di pêşerojeke nêzîk de, 2 hezar kanalên esmanî wê bikevne ser mabaylan, geloma parazîtxistina li ser setelaytan rê çare ye”.

aliyê xwe rakêşaye, û li gorî derencamên van guherînkariyan, şiyaye ku pênaseya koltorî wergire.

Rikeberiya dirêjtirîn şeva salê digel rojê, û bezandina şevê di vê rikeberiyê de destpêka rojeke nû û demsaleke nû ye, ku têde êdî roj dirêjtir dibin, wate serkevtina rojê bi ser tarîtiyê de bi wateya jidayîbûna rojê hatiye pênasekirin, û ew pênase jî di nav piraniya netewe û Rojhelatiyan de, wekî hev e. Di Îrana kevn de bi roja jidayîkbûna Mêhr - Mîtra hatiye pênasekirin, û li cem Romiyam jî bi “Natals Anaylitos” hatiye binavkirin.

Nahîd Husêynî

Rûbirûbûna du têgehên baş û nebaş, pakî û napakî, û dêw û firişte, û şev û roj, û...hwd, her ji kevn ve heya niha di koltor û hizra piraniya neteweyan de hebûye, û heya niha jî her maye. Tarîtî hertim nûnerê ehrîmen, dêw, napakî û herwisa ronahî jî sembola firişte, Xwedayên baş û pakiyê bûye. Dîroka serhildana van bîrokeyan gellek kevn û nadiyar e, dirêj û kurtbûna rojan ku encama guherîna demsalan e, bandora xwe li ser berhemên çandiniyê hebûye, lewra bala mirovên çaxên kevn bo

Berî çar hezar salî Mîsriyan cejna jidayîkbûna rojê hebûne, di Yûnana kevn de jî yekemîn roja Zivistanê roja rêzgirtina ji Xwedayê rojê bûye. Rê û resmên bi vî rengî li başûra Rûsiyê jî birêve diçin. Cihû di vê şevê de cejna “Darê” birêve dibin, û Mezdekiyan jî navê “Xoremê Rûz” (Roja Xweş) li ser vê şevê danîne ...hwd.

Bi giştî hemû pênase îşareyê bi xaleke hevbeş dikin ku ew jî jidayîkbûna rojê û bezandina şevê ye. Şeva Yelda ku peyveke Siryanî ye, bi wateya jidayîkbûnê ye û Ebûrêhanê Bîronî Yelda wek şeva jidayîkbûna rojê binav kiriye.

Diyare birêveçûna vê boneyê wekî piraniya boneyên welatên Rojhelatî deb û resmên taybet bi xwe hene. Bo neteweya Kurd jî şeva Yelda bîrhînerê civîna hemû endamên malbatê û raxistina sivika şevzistanê, û xwendina helbestan, û gotina pêkenokan, û gotinên pêşînan ji aliyê pîr û kalên malbatê ve ye, lê ya ku bo me Kurdan û bi taybetî malbata mezin ya Demokrat giring e, û cihê giringîpêdanê ye, hevdembûna vê boneyê digel roja jidayîkbûna rêberê mezin ê gelê me Dr. Qasimlo ye. Salvegera jidayîkbûna pêxemberê aştiyê û şeva Yelda ji we pîroz be.


22.12.2013

6

Siyasî

Agirî

Bûyerên xweş û nexweş ên serdemê pêşmergatiyê û hêviyên di dilê çend pêşmergên kevnar ên PDKÎ de Hemexan Musa’dî: “Dema ku min nûçeya şehîdkirina Dr. Qasimlo bihîst, min got Kurdistan, pêşmerge û azadî, hemû bê wate man, û hizba min û welatê min bê xwedî man”.

Mêhdî Tewrîwerî: “Tenê min hêviyek heye, ew jî ev ku PDKÎ weke salên 1988 –1989 bihêz be û cardin em vegerin nava xelkê xwe de”. Hemîd Elîzade: “Li vê dinê tenê hêviyeke Ebdulla Bêhrozî: “Bona min heye, ew jî ev e rêzgirtin ji Dr. Qasimlo ku Kurdistan ji destê dawet hate berdan, lê Dr. Qasimlo got ku emê hemû dagîrkeran rizgar be bi hevre îro dawetê bikin, û PDKÎ jî serkeve”. û bi xwe çû û serçopiya Mehmûd Nûrî: govendê girt”. “Hêviya min ev e ku Sofî Mehmûd: “Min Çêlek bi PDK Îranê tevî wan sê Tûmenî firot û çeka Sêtîr hevalên ku ji partiyê veqetiyane, cardin bi 15 Qiranî kirî, û bona hevdu bigirin, û ez pêşmergatiyê çûme bajarê hêvîdarim ku rejîm Mihabadê”. biherife û cardin em vegerin kurdistanê”.

Necmedîn Salimî: “Daxwazê ji xelkê dikim ku weke xelkê xweragir yê Sûriyê rabin, û pêşmerge û PDK Îranê li pêşta we ye. Jiber ku Komara Îslamî nikare hemû xelkê Kurdistanê bikuje”.

Rizgar Namdarî: “Ez ji pêşmergatiyê mandî nînim, û pir dilxweş im ku hêj di nav PDKÎ de xebatê dikim”.


7

22.12.2013

Rojev

Agirî

Mandela wê hertim di dilê azadîxwazan de bijî

Ebdulla Hicab

Ez heya niha bi wê riya dûr û dirêj ya azadiyê re çûme. Min her tim hewl da ku ez di wê riyê de dudil nebim û ya ku ji destê min tê, kêmasiyê nekim; carna min şaşitî jî kirin, lê ya ez gehîştimê ew e ku min ew nepenî eşkere kir dema mirov ji çiyayekî bi ser dikeve, temaşe dike, ku hê çiyayên din jî li ser rê ne, û pêwîst e mirov ji wan çiyayan jî bi ser bikeve.

Niha ji bo demek kin ez bêhna xwe vedidim, heya bi bêhneke fireh û bi hêzek hê xurttir temaşeyî wê dîmena bedeve li derdora xwe bikim, û awirekê paş ve bidme wê riya ku heya niha ez hatime. Lê ez tenê dikarim ji bo demek kin bêhna xwe vedim, ji ber ku bi azadiyê re gelek erk dikevin ser milê mirov. Ez qet nikarim li wir bisekinim, ji ber ku meşa min ya ber bi azadiyê ve hê bi dawî nehatiye» (Nelson Mandela; Meşa ber bi azadiyê ve, weşan; 1994). Rêvîngê riya dûr û dirêje azadiyê Nelson Rolihlahla Mandela (1918-2013) heya dema dawî ji wê soza ku dabû venegeriya, û bi armanca xwe ya azadîxweziyê ve girêdayî ma. Bi wê berdewamiya li ser têkoşînê re, ya ku hê zêdetir hêz dida Mandela û bi wî re jî girêdayî hêz dida civak û hezkiriyên wî, nêrîn û sekna wî ya mirovhez ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî û civakî bû.

Mandela, di gel ku di malbateke eşîrî de ji dayîk bibû, û zarokatiya xwe di koçka mîritiya eşîra xwe, eşîra “Thembu” ya ser bi êla “Xhosa” li Rojhilata “Cape” derbas kiribû, û sîstema ku babê wî Mîritiya wê dikir, ji aliyê Birîtaniya ve hatibû hilweşandin, lê di dîroka têkoşîna xwe ya siyasî de nekete ser şopa vejiyandina eşîretê, an deshelata malbata xwe.

Berevajî, wî sînorê malbat, eşîr, êl û herêmê derbas kir û bû sembola têkoşîna azadiyê ji bo hemû pêkhate û gelên Afrîqaya

Başûr. Mandela xwendina xwe jî kire qurbana doza xwe ya mafxweziyê û 13 sal pê çûn heya karî mafê hindê bistîne ku weke parêzer bixebite. Lê wî xwendina xwe ya mafnasiyê kire bingeh ji bo mafxweziya xwe. Lewma her çi qas ku 50 sal jî pê çû heya bikare xwendina xwe ya zankoyê biqedîne û bawernameya mafnasiyê di asta “bachelor” (bekalaryos) de li sala 1989 bi dest bixe, lê her tim weke parêzvanê azadiyê kar kir. Di jiyana malbatî de jî Mandela ne ew kes bû ku rê bide malbat biryarê li ser qedera wî bide. Piştî ku babê wî ji deshelatê hate avêtin, û sala 1928’ê çû ser

hemberî apartaydê . Lê Mandela girtîgeha Bi baweriya Mandela, têkoşîna girava Robin (Robin sivîl ya ku gencê sedsala bîstan Island) kire qada nû ya Mahatma Gandî birêve dibir rêbaza herî baş bû, lê bandora wê têkoşîna xwe ya ji bo li ser sîstema apartaydê tunebû. azadiyê û dema piştî 27 Lewma wî ji şevitandina belge û nasnameyên salan, bi serbilindî ji deshelatdarên girtîgehê derket, êdî bûbû Afrîqaya Başûr sembola azadiya gelên re bigre heya piştgirîkirin ji Afrîqaya Başûr karê sabote, an ji karxistina sembola azadiya gelên Afrîqaya demûdezgehên Başûr.

deshelatdariyê, hemû rêbaz di têkoşîna xwe de ceribandin. Sala 1961’an bû serokê şaxê çekdar yê ANC, û kete nava hewldanek xurt ji b o

Ji bo Mandela deshelatdariya herî mezin heza di nava dilê xelkê de bû, lewma tenê di salên navbera 1994-1999’an de serkomarî kir, û piştre deshelat radestî berendamên piştî xwe kir.

Wî di dema jiyana xwe da bi dehan xelat û nîşan wergirtin û tenê ji nîşanekê re got “NA”; ew jî nîşana Mistefa Kemal Ataturk bû ku dewleta Turkiyê dixwest bide wî, û Mandela yê mezin ew nîşan ji xwe re weke şerm dizanî. Wî di dema ku ew nîşan ret kirî de got; “Ji bo min xelatê mezin wê azadiya gelê Kurd be”. Mandela ji ber têkoşîna wî ya bi rûmet ji bo bidawîanîna sîstema duçavkiya civakî (apartheid) li Afrîqaya Başûr, û sekna wî ya siyasî ya piştî serkevtinê ji bo hemû azadîxwazên cîhanê bû çavkaniya hêz û hêviyê.

heqiya xwe, û mamê wî “Mîr Dahlindyebo” bû sergêrê malbatê, dema apê Mîr xwest wî ne ji dil bizewicîne, Nelsonê genc ji malbatê reviya û çû “Johannesburg”ê.

Li wir jiyana Nelson bi yekcarî hate guhertin. Di sala 1942’an de bû endamê Kongireya Neteweyî ya Afrîqaya Başûr (KNC). Sala 1943’an bi hevbîr û hevalên xwe; “Walter Sisulu” û “Oliver Tambo” re Yekîtiya Lawên KNC damezirand, û kete ser riya dijware têkoşînek bê hempa li

bi rêkxistinkirina têkoşîna çekdarî. Yek sal piştre eşkere bû, û hate girtin û 5 salan kete girtîgehê. Lê di dema ku ew hatibû girtin de, pilana têkoşîna çekdariya ANC eşkere bû û piraniya serok û serkirdeyên rêkxistinê hatin girtin. Nelson Mandela dubare hate darizandin û wê carê cezaya girtîmayîna heya dawiya jiyanê bi ser de hate sepandin. Lê Mandela girtîgeha girava Robin (Robin Island) kire qada nû ya têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê û dema piştî 27 salan, bi serbilindî ji girtîgehê derket, êdî bûbû

Lê Mandela ne tenê ji bo îradeya xwe ya bi hêz di têkoşîna li dijî apartaydê de, lê piranî ji bo dîtina wekhevîxwazî, xwedûrgirtin ji tolhildanê, jêxweşbûn an efûkirinê, û piştgiriya bi têkoşîna li dijî newekheviyê re navûdengê cîhanî peyda kir. Bi wê pêgeha xwe ya civakî û siyasî re, Nelson Mandela yek ji wan kesayetiyên siyasî ye ku wê şopa wî li ser têkoşîna mafxwaziya gelan heya dawiyê bimîne. Kesayetiya wî ya qenc, nêzîkbûna wî ya mirovhez, îradeya wî ya bê şikan û dostayetiya wî ya bi bindesatn re, wê di dilê azadîxwazan de her tim bijî.


22.12.2013

8

Stêrkên Hêviyê

Agirî

H: Rehîm Gergulî Silêman Sabîrî naskirî bi Silêman Kize, kurê Xidir sala 1348’an (1969) li gundê Nerzîwe ya ser bi bajarê Şinoyê hatiye dinê. Silêman weke hemû zarokên din ên Kurdistanê bi hêvî û eşq ve diçe xwendingehê û dest diavêje xwendinê, lê her di despêkê de bi sedema destengî û hejariyê nikare dirêjiyê bi xwendinê bide û tenê salekê dixwîne, lê di dema pêşmergatiyê û di nava refên PDK Îranê de kariye ku 4 salên din li qonaxa despêkî a xwendinê derbas bike. Sileman Sabîrî derheq nasyariya xwe û PDK Îranê weha dibêje: “Temenê min 17 salî bû û ez mijûlî karê şivantiyê bûm û bo cara yekemîn ji rêya Radyo Dengê Kurdistana Îranê ve û bi xasmanî bi dengê Ehmed Şêrbegî min PDK Îranê nas kir, û hesta min a netewî hate bizavtin. Lê birayekî min jî bi navê Kerîm endamê nepenî yê PDK Îranê di hindurê Kurdistanê de bû ku mixabin di dema birêvebirina me’mûriyeta hizbî de hate girtin û piştî sê salan di 22.05.1392 (1983)’an di girtîgeha Urmiyê de hate bidarvekirin”.

jiyana xwe weha tîne ziman : ”Roja şehîdketina herdu rêberên partiyê wate Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî rojên herî nexweş ên jiyana min in, jiber ku ez pir nerihet bûm ev du serkirdeyên mezin ji Kurdan hatine sitandin. Herweha rojên ku heval yan jî hevçeperên me ku heyamên dûr û dirêj ên pêşmergatiyê me Silêman Sabîrî herweha tevlîbû- bi hev re derbas kiribûn, dihatne na xwe bi refên Pêşmergên PDK şehîdkirin pir newxeş bûn û nahên Îranê re weha tîne ziman: “Sala jibîrkirin”. 1365’an(1986) bona pêşmergatiyê ez du caran çûme nava hêza Kêleşîn Silêman Sabîrî derheq jiyana xwe de, ku wî çaxî Omer Hamidî ber- ya hevpar dibêje : “Sala 1384’an pirsê komîteya şaristanê bû, lê bi (2005) min û Amîne Rehman a sedema vê ku min nexweşiya Di- xelkê Diyana hevdu nas kir û piştî yabêtê hebû û pir lewaz bûm, gotin ku Silêman nesax e û wê bimire, lewra ez nehatim wergirtin, lê cara seyemîn çûm û min xwe bi hêza Qendîl nasand û ji aliyê fermandê hêzê Seyîd Resûl naskirin bi Seyîd Resûl Çûke ve hatme wergirtin û piştî du heyvan bo Fêrgeya Siyasî - Nizamî hatme şandin û di dewreya 30 de min perwerdeya siyasî û leşkirî dît”. Silêma roja herî xweş a jiyana xwe weha tîne ziman: “Her rojekê ku pêşmergan emeliyat dikirin û şehîd nedidan roja xweş a jiyana min bû, lê roja her xweş ew bû ku em li baregehên partiyê li Mame Xetîb bûn ku Dr. Qasimlo hat û civînek bo pêşmergan pêk anî, di civînê de got ku ezê herm derveyî welat û bi hêviya xwedê vê carê ezê bi destek pir ve vegerim, lê mixabin çû û tu car venegeriya”. Di hember de roja herî nexweş a

Silêman Sabirî

“Rojên ku heval yan jî hevçeperên me ku heyamên dûr û dirêj ên pêşmergatiyê me bi hev re derbas kiribû, dihatne şehîdkirin pir newxeş bûn, û nahêne jibîrkirin”.

heyamekê û di heman salî de li Nawenda Sê ya Kurdistanê (Cêjnîkan) me jiyana hevpar pêk anî”. Silêman rû li xelkê Kurdistanê dike û dibêje: “Komara Îslamî bi eşkere li Kurdistanê madeyên hişber belav dike, lewra daxwazê ji xelkê Kurdistanê bi taybetî dayîk û baban dikim ku nehên xapandin û haydarî zarok û malbatên xwe bin da ku nekevin telika madeyên hişber (ê’tiyadê) de”. Silêman Sabîrî dibêje: “Hêviya min tenê serkevtina partiya min PDK Îranê ye, jiber ku encama serkevtina wê, rizgariya gelê Kurd di Kurdistana Rojhelat de ye”.

Silêman Sabirî û hevjîna wî


9

22.12.2013

Civakî

Agirî

Îşkence emrazeke ne rewa bo gihîştina bi armanceke ne rewa

Çeko Ehmedî Kerameta mirov, hesta derûn û eqlê mirov xwazyarê rewşeke hêjayî mirov e, da ku bibe xwediyê kesayetiyeke serbixwe û pozetîv. Bona hebûna serbixweyiya kesayetiyê, û birêvebirina erk li hemberî civaka mirovî û xwezayê de, rewşa azad û asûdeyiya derûn, û hest bi tenahîkirinê wekî çend xalên sereke têne hesibandin.

Bona desteberkirina van xalan divêt welat ji aliyê kesên wisa ve birêve biçe, ku xwe wekî dilsoz û berpirsyar li hemberî civakê de bizanin û hemû hewlên xwe di pêxema xizmetkirina bi civakê de bi kar bînin. Bona vê meremê di destpêkê de hewce ye ku di yekemîn qonaxên jiyanê de bingeha perwerde û hînkirina takên mirov dest pê bike.

Di welatên pêşkevtî û pîşesazî de bi tewahî ew hewcehiya hest pê hatiye kirin, û perwerde û hînkirin her di dema sawayiya takên civakê de dest pê dike, û em jî encama wê Çi di Îrana li jêr deshilata paşayetî bi awayekî zelal dibînin. û çi jî di Îrana li jêr deshilata Komara Îslamiya Îranê de, yek ji wan Roja cîhaniya xebata li dijî îşkenceyê emrazên ku bo parastina deshilatê yek ji wan rojan e ku bo nehêlana bi kar tîne, bikaranîna îşkenceyê bi îşkenceyê henike astengî danîne, hemû şêweyan e. Çi di nava xwendlê mixabin gellek bi kêmî bo bi ingehan, û çi jî di nava civakê de, û kiryar nehêlana îşkenceyê hewil li serveyî hemiyan, di nava girtîgehatiye dan, û zêdetir biryarên ku han de, îşkence bûye diyarokeke bo nehêlana îşkenceyê hatine dan, geşekirî ya bê sînor, û van îşkence tenê di çarçoveya diruşman û li ser û azaran, ne tenê nekariye ku rûpelan bi cih maye. Baskirina li ser asta tawanan kêm bike, belkû di vê pirsa hestiyar gellek dixwaze, lê geşekirina derdedil (oqde) ya hekî em tenê bas ji Îran û Kurdis- tundûtîj de, roleke yekcar zaf lîstitana Îranê bikin bo me eşkere dibe ye û dilîze. ku mixabin bi dirêjahiya çend dehikan wê îşkence, û êş û azarê, pêsîra Îşkencekirinê dîrokeke dûr û dirêj vî welatî girtiye. heye, û tenê armanc û encama îşkenceyê têkdana kesayetiya Cihê heyrîmanê di wir de ye ku takên mirov e, da ku êdî şiyana îşkence û tundûtîjiya li ser mirov bi berbirûbûna digel civakê û tevawayekî her ji demên zarokatiyê ve lîbûna bi civakê re tunebe, di pidest pê dike, û ew yek dibe derdedi- raniya ayîn û ayînzayên welatên li lek (oqdeyek), ku di hindurê zaro- jêr deshilata dîktatoran de, îşkence kan de tê bi bingehîkirin, û bi vî di nava manîfîstan de hatiye bicihawayî pêşeroja civakê, pêşerojeke kirin, û bi awayekî yasayî û fermî tundûtîj dibe, û ew pêvajo heya di yasaya dadweriyê de îşare pê herifîna yekcarî ya kesayetiya wan hatiye kirin. Yasayên dadweriyê ên her dom dike, û eşkere ye ku jiyana Îranê ji wan yasayan e ku rê ji bo di nava civakeke wisa de bi hemû îşkencekirina takên civakê (bendastengiyan re berbirû ye. kiriyan) xweş dike, û ew yek jî bi

tenê di nava sînorên welatên Îslamî de namîne û biker û birêveberên îşkenceyê sînorên hemû pêwerên mirovî dibezînin û hinek caran asta wan îşkencekirina ew qas bilind dibe ku kesên li jê îşkenceyê de canê xwe ji dest didin, û tu nawendeke lêkolînê jî tuneye ku bi hûrî lêkolînê ji bûyerên bi vî awayî bike. Mixabin gellek kesan di Îranê de, li jêr îşkenceya karbidestên Komara Îslamiya Îranê de canê xwe ji dest dane, ku gellek ji wan kesan ew bûn yên ku di hewla rizgariya neteweyan û desteberkirina azadî û demokrasiyê de bûn.

xwe ji bo bexteweriya mirovan bi karî tînin.

Lê rejîma zal bi ser Îranê de hemû teknolojiya pêşkevtî ya serdem bi kar tîne bona vê ku baştir bikare bandora neyînî li ser derûna mirovan dabinê, da ku bi vî awayî kesên azadîxwaz û rewşenbîr ji armancên wan dûr bixîne, û ber bi aliyekê ve bibe ku metersî bo ser deshilata wan ya dîktator nemîne. Di dawiyê de hewce ye ku em bi bîr bînin ku her demekê takek di warê hizrî de ber bi armanceke pîroz pêngavek hilgirtiye, eva heya dawiya jiyana xwe di hemberî îşkenceyê de berxDema ku bas ji îşkence û azarê tê wedaniyê dike, û ji armancên xwe kirin, yekemîn wêneya ku dikeve paşve venagere. nava mêjiyê mirovan de, zext û lêdana fîzîkî ye. Lê di rastî de ew Niha jî rêjeyeke yekcar zêde ji enbandora neyînî ku îşkenceya ruhî û damên PDKÎ û takên civaka Kurdderûnî li ser mirovan dadinê, gellek istanê serbilindane di hemberî domdirêjtir ji îşkenceya leşî ye, û îşkenceyên Komara Îslamiya Îranê dibe sedema bi yekcarî jinavçûna de berxwedaniyê dikin û dîrokeke takê îşkencekirî. zêrîn bo netewe, PDKÎ û xwe dinivîsin, û diselimînin ku ermrazeke Welatên pêşkevtî û demokrat bona ne rewa wekî îşkenceyê nikare asasûdeyiya takên civaka xwe, ji tewa- teng be li pêşberî gihîştina bi arya emraz û teknolojiyên pêşkevtî manceke rewa wekî azadî û bidestmifahê werdigrin û tewaya hêza veanîna mafên neteweyî.


22.12.2013

10

Çand

Agirî

Gotinên Pêşînan

M

Hindustaniyekî 82 milyon dolar bo şahiya keça xwe xerc kir

ilyardêrekî Hindustanî 82 milyon dolar bo daweta pêkvejiyana keça xwe ya 26 salî xerc kir, û bi vî karî berberekanî tevî birayê xwe kir ku kesê dewlemend yê Birîtaniyayê ye.

hev sê rojan dom kir, û 82 milyon û 500 hezar dolar bo dawetê xerc kir. Di vê dawetê de bi balafirê wêneyên mêhvanan digirtin, ku hejmara wan 500 kes dibû, û zêdetir ji 200 kesî xizmetkar û aşpêj xizmeta mêhvanan dikirin, ku li Li gorî nûçegehaniyan, li welatê Îspanya û Hindûstan û Tayîlendê Îspaniya li bajarê Barsiloniya, hatibûne gazîkirin. milyardêrekî ku bi regez Hindustanî ye, bi navê “Bramod Mîtal” Bi sedema dirêjîkêşana dawetê bo şahiyeke mezin bo keça xwe ya mideha sê rojan, hindek astengî bi navê “Şirstî” pêk anî, ku li ser bo hatin û çûna bo vê herêmê pêk

hatibû.

Bi xerckirina zêde ya dirav, babê keça Hindustanî, berberekaniya birayê xwe “Lakşimî Mîtal” kir, ku bi Împiratorê pîşesaziya Asin û dewlemendê dewlemendên Birîtaniya tê naskirin. Di sala 2004’an de Lakşimî Mîtal dewlemendê Birîtaniya 55 milyon û 500 hezar dolar bo daweta keça xwe Fanîşya xerc kiribû.

“Hollywood” dê bi Dîlanê şad bibe!

Dijminê te gêrik be jî, hesabê wî bike: Dijmin dijmin e. Çi biçûk çi mezin. Heke mirov hesabê dijminê biçûk neke û di serî de ji holê raneke, an çareseriyekê jê re nebîne, her ku biçe wê mezin bibe û gelek dijminê din jî biçûk derkevin holê. Dil bide ser dila, gul bide ser simbêla:

Dil bi dil re divê. Dil çi dixwaze wî bidê wekî gulê ser simbêlan. Her tişt bi yê wekî xwe re, xweş û dilxweş e. Dil miqabilî dil e:

Dilê yekî hemberî mirov ji mirov re bixwaze, yê mirov jî ji wî re dixwaze. Her tişt li hember yê xwe dinere dema sûde hebe, an başî hebe, jê re ew jî başiyê ji wî re dixwaze. Dil şûşe ye, ku bişkê cebar nabe:

Rûdaw - “Dîlan Gwyin” Kurdeka Swêdê li ser rêya “Hollywood”ê ye. Dayîka wê ji Bêdlîsa Kurdistana Bakûr û bavê wê jî ji Enqerê ye. Ew bixwe li paytexta Swêdê “Stockholm”ê ji dayîk bûye. “Dîlan Gwyin” bi rûyê xwe yê xweşik, dişibe lîstîkvana Amerîkî “Claire Forlan”. Digel temenê xwe yê ciwan, wê heta niha di nava derdora 30 fîlmên metrajdirêj, metrajkurt û bernameyên cuda de cih girtiye. Dîlan wê di demeke kurt de, di fîlma Hollywood ya bi navê “Dracula Year Zero” de jî cih bigire. Ji bilî vê fîlmê, ewê di rêzefîlma BBC ya bi navê “Da Vinci`s Demons 2” de hunera xwe pêşkêşî temaşevanan bike. Dîlan ji zarokatiya xwe ve ji fîlman hez dike. Ew gellek ji fîlmên action hez dike. Wê di temenê biçûk de dest bi leyistoka şanoyê kiriye, û piştre jî diçe çend dibistanên fîlm û şanogeriyê jî. Aktora ciwan di fîlma swêdî ya derhênerê kurd “Djengo Esmer” ya bi navê ”Shoo Bre” de jî cih girtibû.

Dil wekî tê gotin narîn e nazik e. Ku mirov dil bişikîne, bi hêsanî mirov nikare bicebirîne. Mirov neheqiyê li yekî bike an dilê wî bihêle, dibe ku tu car ew kes nikaribe bi mirov re têkiliyê deyne. Dilê bêkesan li ser hemû kesî dişewite:

Kesê bê kes dilşewat e. Dilê wî li ser herkesî dişewite, lewre ew pir di astengîyan re derbas dibe, herwha xwe tenê dihesibîne û dibêje qey herkes wekî min e. Ji ber tenêtî kişandiye jî mirovên bêkes naxwaze kesekî din jî wekî wî bêkes bimîne.


22.12.2013

11

Bajar

Agirî

Şaristana Melekşahî A: Îdrîs Sitwet

Şaristana Melekşahî yek ji şaristanên parêzgeha Îlamê ye û nawenda vê şaristanê jî bajarê Erkwaz e, û di sala 1385’an (2006) de, ji şaristana Mêhran cuda bû, û bûye şaristan, û rûberê vê şaristanê nêzîk bi 1608 kîlometra çargûşe ye ku dike %8 a rûberê parêzgeha Îlamê, û ji du bexşan bi navên bexşa Gêçî û bexşa “Merkezî” (nawendî) pêk tê, û ji aliyê bakûr tevî şaristana Îlamê, û ji aliyê başûr û rojava tevî şaristana Mêhran, ji rojhelat tevî şaristanên Dêhloran û Abdanan zaf şûnwarên kevin hene ku em dikarin îşare bi kelha Coq bikin ku hin kes li ser vê baweriyê ne ku kelha han hevsînor e. di rastî de navê wê, kelha selcoq bûye ku di serdemê selcoqiyan de cihê ragirtina zindaniyan bûye, û ketîbeya Li gor serjimêriya sala 1385’an Golgol Melikşahî ku kevnaretiya wê vedigere bo 3000 sal berî niha, û Agirdana Çartaqî ku vedigere bo ser(2006), akinciyên vê şaristanê demê Sasaniyan, û Ziyaretgeha seyid Mihemed Abid ku vedigere bo serdemê Sefewiyan, Şikewta Tayege, û 32759 kes bûye û Akinciyên vê de- Sûlava Ema. verê kurd in, û bi kurdî dipeyvin û piraniya xelkê vê deverê bi cotkarî û terşdariyê (heywandarî) mijûl in, û di vê deverê de bi piranî dexl (genm), ceh û nok diçînin. Şaristana Melekşahî ji ber hebûna rûbar û çiyayan av û hewayekî xweş û hênik heye, û piraniya çiyayên vê deverê darûbar in, û xelkê vê deverê weke deverên din ên kurdistanê çand û hunera xwe parastine.

Şaristana Melikşahî di şerê navbera Îran û Îraqê de bû goriyê siyasetên her du welatan, û ji aliyê dewleta Îraqê ve hat dagîrkirin, lê carek din bo ser xaka Îranê hate vegerandin, û di wî şerî de xincî malwêraniyê tu tişteke din bo xelkê vê deverê bi dû re tunebû . Di vê şaristanê de pir cihên xweş bo geriyanê hene ku em dikarin îşare bi hin ji wan bikin wek: Rûbarê Seyid Mihemed, şikevta Tayege, Talab Siyab Derwîş, Bendawa Çemgerdelan, Goristana Kangonbed, Ketîbeya Golgol, Agirdana koşka Qînber û ...hwd.

Şaristana Melekşahî, şaristanek kevnar e û di berê de cihê şaristaniyeta mirovahiyê bûye, û

şikevta Tayge


AGIRî

Navnîş ana derveyî welat: AFKB.P. 102- 75623 ParisCEDEX 13 –FRANCE

E - Mail: Agiri2003@gmail.com

Tel: (+)9647503640792

Çend dîmenên Rêûresma 26’ê Sermawezê, Koye - Kurdistana Başûr

bo-sayt-agiri-220  
Read more
Read more
Similar to
Popular now
Just for you