bo-sayt-227

Page 11

05-04-2014

11

Zimanê Kurdî

Agirî

Tiştonek

A: Mahir Berwarî

Tîpên Nêzdeng

Ew hevalên ku bersiva rast ya metelokan dane: 1- kavûs Ezîzî ji Danmarkê

2- Zeynelabidîn ji bajarê Wanê 3- Evîn hêja ji Urmiyê

4- Dilovan Duhokî ji Duhkê

1 - Tiştek min heye ser mişar, nîkil mikar. - Şaşik li ser seraye, bang dide, lê ne melaye. - Sere mişaru, pê xeparu. Bersiv: Dîkil/Dîk 2 - Ji vêrê heta Mûsil hemî lawkên çav bi kil. - Ji vêrê heta Mûsil, hemî xatûnên çav bi kil. - Wit wit, şûnkê dûl qut. - Dengbêjekî dengzelal e, ji qewmê xwe re neyar e. - 10 mêr bi rengekî sitrana dibên bi dengekî. Bersiv: Kew 3- Bager dezî, li palê bezî. (* Ji kewa biçûktire) Bersiv: Sûsik 4- Li erdê weke gîsk e, li esman weke nîsk e. Bersiv: Eylo/Ilho 5. - Tişteke ji gezê biçûktire, ji bihostê mezintire, ji befrê sipîtire û ji qîrî reştire. - Reş e reş e mîna qîrr, spî ye spî ye mîna şîr, diçe diçe mîna mîr. Bersiv: Qişqil 6- Tiştekî tiştane, li ser kevra xiştane. Bersiv: Çûçik/çoleke 7 - Reş e wekî qetranî, sipî ye wekî kitanî, sûr e wekî mercanî, difirit diçite esmanî. Bersiv: Meqesok

Xwendevanên hêja!

Hûn dikarin bersiva tiştonekan bi rêya E-maila Agiri2003@gmail.com ji me re bişînin.


Issuu converts static files into: digital portfolios, online yearbooks, online catalogs, digital photo albums and more. Sign up and create your flipbook.