Page 1

Biryarnameya Parlemênta Ewropa, pêşwazî û nîgeranî

urd elê k l de g n î yê dera netew ratîk û fe n ê f ok ma nîna eke dem a e v t n s Bide oveya Îra rç a di ç

AGirî

Mîkonos ronahîkerê Rojnameya Kurdistan Avriyek ji rewşa zarokan

...« 2 ...« 3 ...« 5 ...« 9

Duheftînameyek Siayasî-Giştî Ye, PDK Îranê diweşîne www.kurdistanmedia.com/kurdî www.agirimedia.org Hejmar (228) 20-04-2014 Buha (150) Tûmen

Ceza bo “Nawenda Elewî”

D

adgeheke Amerîkayê biryara destbiserdegirtina dahat, û firotina kelûpelên “Nawenda Elewî”, pejirand.

Li gorî biryara dadgehê, dahata ku ji encama destbiserdegirtin û firotina kelûpelên “Nawenda Elewî” û kompaniyên “Asa”yê tê bidestxistin, wê bi ser wan kes û malbatan de bê parvekirin, ku kes û karên xwe di encama êrîşên terorîstî yên ku ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatine piştevanîkirin, ji dest dane, û piştre doz (sikala) li dijî dewleta Îranê vekirine.

Nûçegehaniya Roytêrzê ekşere kir ku roja 17’ê Nîsan (28.01.1393)’an, dewleta Amerîka û kes û karên goriyên êrîşên terorîstî, wate ew êrîşên ku ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatine piştevanîkirin, li ser hev 19 sikala li ser rejîma Îranê tomar kirine, û li ser destbiserdegirtin û firotina kelûpelên Nawenda Elewî li hev kirine.

Keysa destbiserdegirtin û firotina kelûpelên Nawenda Elewî, sala 2009’an piştî vê yekê kete ber bas, ku dewleta Amerîkayê sikalaya li ser dewleta Komara îslamî pêşkêşî dadgehê kir. Parek ji wan sikalayan ji aliyê malbatên wan kesan ve bûye, ku di encama bombekirina binkeya Hêza Deryayî ya Artêşa Amerîkayê di sala 1983’an de, li Beyrûtê canê xwe ji dest dane. Di encama wê teqînê de 241 kesan canê xwe ji dest dabû. Nawenda Elewî avahiyek 36 qatî ye, ku di bajarê Niyoyorkê de ye, û buhayê wê 500 milyon dolar hatiye nirxandin, û %40 ji vê bûhayê di destê kompaniyên “Asa” ya ser bi banka Neteweyî (Milî) ya Îranê ye, û %60 jî di destê Nawenda Elewî de ye.

Hewceyî basê ye ku kesûkarên goriyên êrîşên 11’ê Îlonê ên bo ser avahiyên cemik ên “Nawenda Bazirganî ya Cîhanî” jî, di rêza wan kesan de ne, ku li ser rejîma Komara Îslamî ya Îranê sikala tomar kirine.

“Roja Şehîdkirina Hemze Bêhnam roja min ya nexweş bû jiber ku ...”. Bêhrûz Xelîlî

...«8

Rûsiye û şerê sar ê nû

...« 7

Aynûr Doxan:

“Di hemû albûmên xwe de koka xwe diyar dikim”.

...« 10


2

20-04-2014

Sergotar Sûriye, Komarek din ya Îslamî!

Siyasî

Agirî

Biryarnameya Parlemênta Ewropa, pêşwazî û nîgeranî

Şehab Xalidî

F

ermandeyekî Sipaha Pasdaran bi navê Emîr Elî Hacîzade ragehandiye ku Beşar Esed lewra şikest nexwar, jiber ku eva xwast û hezkirina Îranê bû, ku ew bimîne.

Wî herwisa ragehand ku 86 welatên cîhanê gotin bila Esed nemîne, lê tenê Îranê got nabe Beşar here, lewra ew ma. Herwisa Mêhdî Ta’ib berpirsyarê Konseya Nawendiya binkeya “Emar”, ragehandiye ku Sûriye îro bûye Komareke din ya Îslamî, û 70 hezar besîcî amade ne ku êrîşî ser îsraîlê bikin. Wî herwisa ragehand ku Sûriye bo me, ji parêzgeha Xûzistanê jî giringtir e. Bê guman gellek belge hene ku rejîma Îranê piştevaniya madî, me’newî, û leşkerî ji Sûriyê dike, û di vê yekê de tu şik û gumanek nine, lê bi eşkereyî baskirina berpirsyarên rejîmê ji piştevaniya xwe ji rejîma Beşar Esed, nîşan dide ku nemana Beşar Esed, tê wateya nemana wan. Lewra jî ew der bo wan ji Xûzistanê jî giringtir e.

Ku wisa bû tu guman têde nine ku rejîma Îranê bona mana xwe, wê amade be tewahiya hêza xwe ya madî û leşkerî bi kar bîne, û Beşar Esed biparêze.

Herwisa herêmê ne êmin bike, û berdewam be li ser destêwerdanên xwe di nava karûbarên welatên herêmê de. Lê dîroka deshilatdariya dîktatoran weha dibêje me ku ew çiqas bihêz bin, û çiqas komkujiyan pêk bînin jî, lê nikarin bo demeke dirêj li ser deshilatê bimînin, ji ber ku ew deshilat dimîne ku deshilateke xelkî ye, û hêza xwe ji xelkê xwe werdigre, ne ji çek û teqemeniyan.

Beşar Esed her çiqas bi xwînrêjiyê bo heyamekê li ser kar bimîne jî, lê ne ji Sedam, û ne jî ji Hîtlêr û ...hwd bihêztir nine, ku heta heta li ser deshilatê bimîne. Lewra piştevanên Beşar Esed jî, piştî Beşar rojekê wê bikevin ber kerb û kîna xelkê welat û wê dawiyê bi text û bextê sitemkaran bînin.

H

eyeteke Meclisa Rejîma Îranê di van rojan de li gorî bernameyeke di pêş de darêtî, biryar bû ku serdana welatên Ewropayî bikin, û di gel heyetên parlemanî yên wan welatan civîn hebin. Lê ew serdan hate hilweşandin û û piştî ducarîkirina daxwaziyan bo vê serdanê, birêveberên Meclisa Rejîma Îranê ragehandin ku ji bo nerizayetî eşkerekirina li hemberî biryarnameya nû ya parlemênta Ewropayê, vê serdanê encam nadin. Pêştir jî berpirsyar û berdevkên curbicur ên rejîmê, ji berdevkê fermî ê Wezareta Derve bigre heya digihîje pêşnimêjên bajaran ku nûnerê weliyê feqîh in, li dijî vê biryarnameya parlemênta Ewropa axivîbûn, û heya bi axavtinên sivik û dûr ji exlaq û edeba siyasî, li dijî Ewropayiyan û parlemênta Ewropa axivîbûn. Roja 3’ê Nîsana 2014’an, Komîteya pêwendiyên Derekî ya Parlemêta Ewropa pêşnûsa biryarnameyekê pejirand ku piştî pejirandina wê li parlemênta Ewropa, ew yek dibe stratejiya Ewropayî derheq Îranê. Ew pêşnûs ji aliyê Komîteya Pêwendiyê Derve ya Parlemênta Ewropa hate pesendkirin, û heya wê demê ku bibe biryara dawiyê, û bibe bi biryara Ewropayê, dem dixwaze, û ew kiryar û reftarên rejîma Tehranê jî bona zextxistin li ser wan bi şêweyên curbicur, bo pesendnekirin û aliyê kêm, kêmreng û lawazkirina vê biryarnameyê ye. Ya ku berpirsyarên rejîma Tehranê nîgeran kiriye, û weha bi şêweyên sivik û dûr ji exlaq û prensîpên dîplomatîk li ser Ewropa û parlemênta Ewropayê diaxivin, çend aliyên cewherî û bingehîn ên vê biryarnameyê ne. Nawerok û deqa vê biryarnameyê ku ji bo rejîma Tehranê cihê nîgeraniyê ne, ew in: Xala yekemîn ew e ku di vê heyamê de, rejîm û berpirsyarên rejîmê û heya rêberê rejîmê jî hewil dane ku di nava raya giştî ya neteweyên

Îranê de, vê yekê cihgir bikin ku kêşeya sereke ya welatên Rojavayî di gel rejîma Tehranê, bi lihevkirina li ser pirsa navikî bi dawî tê, û rejîm bi çend poanên aborî, û bi zext û gefxwarinên terorîstî û têkdanê di herêmê de, dixwaze ku welatên rojavayî bi vê yekê razî bike ku li ser dosiyeya navikî li hev bikin, û bas ji kêşeyên din nehêne kirin, bonavê ku bo heta heta bikare bi bê tu nîgeraniyeke derekî, di navxwe de, serkut û tundûtîjiyê bidomîne, û neteweyên Îranê û xelkê azadîxwaz ê Îranê, bê hêvî bin ji vê yekê ku dengê wan bigihîje tu cihekê û bo hertim teslîmî dîktatoriyê bin. Ew biryarname, vê pîlan û propagendeya rejîmê betal dike, û nîşan dide, ku kêşeyek din heye, û bi taybetî li ser mafên neteweyan û mafên medenî û siyasî, û mafên mirov, rejîma wilayeta feqîh hêşta li jêr zextê de dibe, û xelkê azadîxaz li Îranê bê pişt û pena nabin. Xala duyemîn: Baskirina ji pirsa mafên mirovan û mafên zulmlêkiriyan bixwe li Îranê, cihê nîgeraniya rejîmê ye, û rejîma deshilatdar ya Îranê renge li jêr zexta aborî û bo parastina rejîma xwe, amad be ku poanan bide derve, û heya bo heyameke demkî jî be, dest ji bilindfirîna li derheq programa navkî hilgire, lê xelkê wekî meztirîn dijminê xwe dizane, û nîgeranî û tirsa rastîn, ji azadiya xelkê, û hişyarbûn û serhildana neteweyên Îranê ye, lewra amade nabe, ku tu maf û azadiyekê bide xelkê welat, û naxwaze rewşeke demokratîk û vekirî biafirîne.

Xala sêyemîn: Rejîma wilayeta feqîh li destêwerdan û piştevaniya ji terorîzmê di herêmê de, wekî karta zextê bona man û sepandina hejmoniya xwe mifahê werdigre, û di rastî de, destêwerdan nekirina di nava karûbarên welatên derdorê, wekî destpêka bidawîhatina xwe dizane, û çêkirina kirîzan û aloziyan di herêmê de, bona piştguhxistina dosiye û kêşeyên xwe bi kar tîne.

Xalên baskirî, xalên bingehîn ên nîgeranî û tirsa rejîma Îranê, ji vê biryarnameyê, û sedema sereke ya van hemû helwestên berfireh ên berpirsyarên rejîma Îranê derheq vê mijarê ne. Nawerok, xal û bendên vê biryarnameyê di çend warî de, bona jêhûrbûn û baldanê dibin. Di vê biryarnameyê de, ku di pêş de, îşare bi biryarname û pesendkiriyên pêştir ên parleman û berpirsayrên Ewropayî, û herwisa neteweyên yekgirtî û îşare bi biryar û carnameyên cîhanê li derheq azadî û mafên mirovan hatiye kirin, li ser bingeha van xalên baskirî, û herwisa li gorî bas û diyalogên li ser dosiyeya navikî ya Îranê, stratejî û şêwaza reftara Ewropayê, di gel rejîma Îranê, bo pêşerojê destnîşan kiriye. Stratejiya Ewropayê di vê biryarnameyê de, bi ser çar tewerean de hatiye parvekirin, û di 23 xalan de hatiye bicihkirin, ku bi vî awayî ye: 1- Dosiyeya navikî ya Îran, di sê xalan de 2-Pêşeroja pêwendiyên Ewropa di gel Îranê di heft xalan de 3-Pirsên herêmî, di sê xalan de 4-Pirsa mafê mirovan di neh xalan de Ya ku cihê baldanê û lêkdaneweya zêdetir e, tewera sêyemîn û çaremîn e, ku bas li ser pirsên herêmî û pirsa mafên mirovan di Îranê de dike. Di beşa pirsên herêmî de, bas ji alozî û kêşeyan di Sûriyê û welatên Kendaw, û herwisa pirsa Efxanistanê dike. Di vê başê de çend tişt cihê baldanê ne:

-Di hemû xalan de bas ji vê dikin ku bi diyalog û civînan, rola Îranê di cihgirkirna aştiyê di herêmê de hebe. Lê eva digel kiryarên rejîmê yek nagre, û renge di diyalog û civînên fermî û dîplomatîk de, xwe wekî alîgirê aştiyê nîşan bide, lê di qada kiryarê de mana xwe, di berdewamiya aloziya di herêm û welatên derdorê de dibîne. -Di pirsa Sûriyê de herçend ku Dom R : 3


3

20-04-2014

Siyasî

Mîkonos ronahîkerê tarîxaneya dêwezmê bû Çeko Ehmedî

Agirî di navbera Îran û Alman ketne metersiyê de, û dewleta Alman zirara aborî lê ket, û serbarê zexta li ser dadweran, û li ser dageha Mîkonosê, vê dezgehê serbixweyiya dadweriya xwe parast û biryareke cesûrane da, û piştre eşkere bû ku ew biryarên giring û serbixwe, ne tenê li qazanca siyasî ya Alman de bû, belkû di gellek warên din de, bi qazanca welatên mezin û biçûk ên rojava tewaw bû, û rêya bezandina hêla sor ya serweriya van welatan ji aliyê Îranê ve, hate astengkirin, û rejîmê ji vê zêdetir nekarî wekî berê dirêjiyê bide bi terora kesayetiyên siyasî yên dijberê xwe. Ew serbixweyî û cesûriya dadgeha Mîkonosê, di astekê de bû ku rêkxirawa parêzerên Amerîkayê, piştî 22 salan rêz ji dadwerên vê dosiyeyê bigrin.

T

eror, terorîzm, û terorîzma dewletî ew destewaje ne, ku bingeha pêvajoya bi encamgihîştin û zelalbûna cînayeta restorana Mîkonosê, di dadgehekê de, ku her bi vê navê jî hate naskirin, dadirêje. Teror bi tirsandin, û kuştina mirovan, bi bê berçavgirtina yasayên dadwerî û bi bê pêkanîna dadgehan, û pêvajoya dadweriyê, û encamên wê, tê gotin. Biker û birêveberê kiryareke bi vî rengî, wek terorîst tê nasîn.

Terorîzma dewletî demekê wate heye ku dewletek bi armanca herifandin yan derbelêdana welatekî din, rasterast li kiryara terorîstî ya vî welatî de dest hebe, û terorê birêve bibe.

Piştî bidawîhatina şerê di navbera Îran û Îraqê de, para herî zaf ji opozisyona Îranê, tûşî alozî û bêhêvîtiyeke metirsîdar bûn. Lê Xebat û tekoşîn li Kurdistana Îranê berdewam, û hêza domandina xebatê bo azadî û rizgariyê bi gorrtir bû. Rastbîniya PDKÎ û rêberiya vê

Dadgeha Mîkonosê ku li 10’ê Avrîla 1997’an de, biryara xwe ya dawiyê derkir, û li 9’ê Desambera 1998’an de, bi awayekî yekcarî ew biryar piştrast kir, û ew piştrastkirina biryarê, lewra giring tê hesibadin, jiber ku di serdema serkomariya Xatemî û bi nav reformxwazên hikûmetî de bû, û ew bîrokeyên bi firt û fêl ên Xatemî jî nekarîn li ser biryara yekalîker ya dadgehê bi bandor bin. hizbê û hest bi berpirsayetîkirina li hemberî pêşeroja welat, bû sedema vê ku bi armanca yekxistina hêzên demokrat û pêşkevtinxwaz ên opozisyonê pêngava yekemîn bê hilgirtin, ku destpêka vê pêşdestiyê, komkirina hinek ji çalakên siyasî yên Îranî ji aliyê Dr. Şerefkendî, li restorana Mîkonosê de bû, ku mixabin bû armanca kiryareke terorîstî û terorîzma dewletî, û di vê cînayetê de, çar azadîxwazên rastîn, û li serveyî hemiyan sekreterê giştî yê PDKÎ wate Dr. Şerefkendî hate şehîdkirin.

dijberan û cudabîran ji aliyê rejîma Îranê ve bû, ku bona gihîştina bi armancên xwe, nawendek bi navê Komîteya Taybet pêk anîbûn, ku li serveyî yasayên fermî û dewletî, û parlemêntê biryar dida, û yekalîkerê hemû pirsên siyasî-emniyetî bû. Ew komîteya ji rêberê rejîmê, serkomar, wezîrê derve, û wezîrê Îtilaatê pêk dihat û biryara dawiyê ji aliyê rêber ve dihate dan.

Giringiya vê komîteyê di vir de bû ku hemû dezgehên emniyetî ên rojava ji wan re eşkere bû ku di gel sîstemeke bihêz ya dewletî berbirû Li Alman dadgehekê ku piştre wekî ne, û dibe li demên borî zêdetir dadgeha mîkonosê navê xwe derx- hişyar bin. ist, bi armanca ronîkirina aliyên curbicur ên vê cînayetê, pêk hat, Heya di pêvajoya dadgehê de, û li 28’ê Octobera 1993’an de, bi gellek kes û gellek kiryarên navxawayekî fermî dest bi karên xwe weyî ên rejîmê, û bandên cînaykir. etkar ên rejîmê, di navxwe de, hatin eşkerekirin, û cîhana azad ji Di pêvajoya karê dadgehê de, çawaniya pêkhateya vê rejîmê agegellek aliyên vê cînayetê, û heya hdar kirin. cînayetên din ên bikerê vê terora Mîkonosê eşkere bûn. Yek ji van Serbixwebûna vê dadgehê, wek aliyên gellek giring ku di pêvajoya yek ji giringtirîn pirensîpên vê karê dagehê de hate ronkirin, sîsti- dadagehê tê hesibandin. Serbarê matîkbûna terorê û ji holê rakirina vê ku berjewendî û pêwendiyên

Di dawî biryara dadgehê de, rejîma Îranê û karbidestên pile yek ên vî welatî, wekî rêkxer û biryarderê serekî yên vê cînayetê hatin naskirin, û ew kiryara rejîmê wekî “Terorîzma Navdewletî” hate binavkirin.

Di dawiyê de hewce ye ku em pirseke gellek giringtir bînin ber bas. Civîna bi opozisyonê re ku PDKÎ û rêberatiya wê û li serveyî hemiyan şehîdê nemir Dr. Şerefkendî hewla pêkanîna van dida, nîşaneya bîrtîjî û pêşerojbînî û niyazpakî û hestkirina bi berpirsayetiyê bû, û hevçax jî encama vê dadgehê, nîşaneya rewabûna xebata PDKÎ û neteweya Kurd, û opozisyona pêşkevtinxwaz û demokrat a Îranê bo herifandina rejîmekê bû, ku di destpêka bi deshilatgihîştina wê heya niha, teror û jinavbirina cudahizran, pênaseya herî serekî ya wan bûye. Bi kurtî cînayeta Mîkonosê û biryara dawiyê ya dadgeha Mîkonosê ronahîkerê tarîxaneya dêwan (dêwezmeyan), ya rejîma terorîstperwer ya Îranê bû.


4

20-04-2014

Di hilbijartinên Turkiyê de çi aliyek serket Şehab Xalidî

E

w hilbijartina 30’ê Adarê ya şaredariyan li Turkiyê, hem bo Kurdan û hem jî bo AKP’ê bona nirxandina giraniya xwe di Turkiyê de, bi taybetî piştî bûyera Parka Gezî, û herwisa bûyera eşkerekirina gendeliya hinek ji karbidestên ser bi AKP’ê û kûrtirbûna kêşe û nakokiyên di navbera AKP û cemaeta Gulen, û bilavkirina kasetên vîdeoyî çi li ser wezîrên AKP’e, û li ser Ocelan giringiya xwe hebû, û her yek ji wan partiyan dixwestin ku pêgeha xwe destnîşan bikin. Lewra hem AKP, û hem jî BDP wekî partiyeke Kurdistanî gellek kar ji bo bidestxistina şaredariyan kirin, û di encamê de AKP zêdetirîn deng li ser asta Turkiyê û BDP Doma R : 2 hatiye gotin ku rejîma Îranê rol di aştiyê de hebe, û di bidawîanîna xwînrêjiyê de rola xwe hebe, lê eva hatiye jibîrkirin ku palpiştê sereke yê Beşar Esed bo serkut û tawan û kuştarê, rejîma Tehranê ye, û bi taybetî pirsa beşdariya hêzên Sipaha Quds di serkuta xelkê Sûriyê de hatiye piştguhxistin. -Di pirsa Efxanistan û madên sirker de, ew yek hatiye jibîrkirin ku Komara Îslamiya Îranê bi nihênî alîkariya hêzên nêzîkî Talibanê dike, da ku ewlehî di Efxanistanê de nehê cihgirkirin û di bingeh de rejîma Tehranê destê wê di tranzîta madên sirker ber bi Ewropa û bilavkirina wê di nava xelkê Îranê û welatên derdorê de heye, û di vî warî de, Spaha Pasdaran rola sereke dilîze. Ji hemiyan giringtir bo neteweyên belengaz û xwazyarên azadiyê li Îranê, ku di tewera çaremîn ya stratejiya Ewropayê di vê biryarnameyê de hatiye, di neh

Siyasî

BDP di sala 2009’an de ji sedî 5-6 dengan, bi dest xistibû, lê vê carê zêdetir ji sedî 6 deng bi dest xistin. Herwisa BDP karî şaredariya Mêrdîn û Bitlîsê jî bi dest bîne, û li bajarekî wekî Rihayê de her çend ku nekarî ser bikeve, lê li çav hilbijartinên pêşîn ku %10 ji dengan bi dest xistibûn, vê carê %25 ji dengan bi dest anî. Renge sedema zêdetirkirina dengên BDP li gorî sala 2009’an ew be ku BDP kesayetiyekî bihêz wekî Osman Baydemir bo Rihayê berbijar kiribû. Bi awayekî giştî AKP’ê 49, CHP’ê 13, BDP’ê 11, û MHP’ê 8 şaredarî bi dest xistin. Xaleke balkêş ew e ku bi sedema vê ku civaka Kurdî civakeke mesebî ye, vê carê partiyên Îslamî ên wekî Huda-Par (%2.5), û SP (Partiya Seadet) jî karîne hinek dengan bi dest bînin.

şaredariyên zêdetir li çav hilbijartina sala 2009’an bi dest xist. lê gellek ji şirovekarên siyasî li ser vê bawerê ne ku dengên bidestxistî ji aliyê AKP û BDP ve, li çav vê hemû propagendeya ku dikirin, kêm bû. Lê şaredariyan herî giring ya Amedê bû, ku herçend BDP karî Lê AKP ku di sala 2009’an de %38 vê şaredariyê bi dest bixe, lê ji ber ji dengan bi dest xistibû, vê carê ku ew der ji aliyê Kurdan ve wekî zêdetir ji %45 ji dengan bi dest paytext, yan sembola kurdatiyê tê xist, û eşkere bû ku piştî van hemû hesibandin, hewce bû dengê zêkirîzan jî, her partiya yekemîn e, û detir bi dest anîban. Herçend AKP hêla partiyên din nikarin bi rehetî, xwedî deshilat e, û îmkanatên zêvê partiyê bi sînaryoyên curbicur li detir di ber dest de hebûn, lê dîsan erdê bidin. jî bajarekî wekî Amedê diviya BDP têde dengên gellek ji vê qasê zêdeLê derheq BDP’ê, me dît ku vê tir anîban, lê mixabin dengên wan partiyê li çav hilbijartinên pêşîn gellek kêm kir, û hewce ye ku ji serkevtineke baş di Kurdistanê de niha şûnde partiyên Kurdan zêdebi dest xist. tir ji berê kar bo bihêzkirina pêgeha xwe li ser bingeha xizmetkirina hebûna neteweyên stemlêkirî di xalan de hatiye darêtin, û bi awayekî Îranê de hatiba kirin, û piştevanî ji hûrtir diçe ser basên mafên miroxwestek û daxwazkariyên siyasî û van û mafên siyasî û medenî ên xemirovî ên wan li gorî lihevkirinên lkê li Îranê û dibêje, ku di pêwendicîhanî bihatina kirin. Ya duyemîn yên pêşerojê yên xwe di gel Îranê, ew e ku di van xalan de îşareyek divêt ew xal berçav bêne girtin, û bi derbazbûyiya binpêkirina mamijarên mafê mirovan û azaiyên fên xelkê ji aliyê rejîma Tehranê xelkê, û lihevkirn û girêbestên di ve nehate kirin, û bi taybetî bas ji vê derheqê de, bikne beşek ji diyamehkûmbûna di asta cîhanê de nelog û gotûbêj di gel hikûmeta Tehhate kirin, û bona vê ku di strateranê. Eva ku di vî warî de, û di vê jiya pêşerojê de jî bê berçav girtin, biryarnameyê de hatiye, hem xalên hewce bû ku îşare bi girêdayînebûlawaz têde hene, û hem jî xalên cihê na Komara Îslamiya Îranê bi hemû pêşwazî û piştevanîkirinê. Heke di qewl û sozên wajokirî bihatiba pêş de qala xalên lawaz bihê kirin, kirin. Sêyemîn xala lawaz ew e ku ew xal weha ne: Yekemîn ew e ku ezmûna derbazbûyî nîşan daye tenê di beşa pêşekî û dîtingehê de, ku Komara Îslamiya Îranê tenê li bas ji kêmaniyên neteweyî, û îşare jêr zexta nemana xwe de, serî di bi îdamkirin û serkuta çalakên hemberî civaka cîhanî de ditewîne. mafê kêmaniyan hatiye kirin. Eva di Di vê stratejiya Ewropayî de, alademekê de ye, ku di başa çaremîn vên zextxistina li ser rejîma Îranê, ku bi hûrî bas ji hemû aliyên mafê bona parastina mafên xelkê berçav mirov û hewcehiyên wê hatiye kinehatiye girtin, û ew yek nîgeranirin, hewce bû ku bi eşkereyî bas ji yeke wisa pêk tîne ku di pêvajoya mafên belengazan û pêdagirî li ser

Agirî zêdetir bi vî bajarî bikin.

Jiber ku ew serkevtina herçend ku cihê kêfxweşiyê ye, û her Kurdekî azadîxwaz û welatperwer bi vê serkevtinê hest bi kêfxweşiyê dike, lê dîsan jî Kurd li gorî vê heşîmeta xwe ya zaf, û li gorî giraniya pirsekê bi navê pirsa Kurd di Turkiyê de, ku dixwaze mafê xwe yê neteweyî bi dest bixe, dibe gellek ji vê yekê zêdetir dengan bi dest bîne. Lewra BDP wekî partiyeke Kurdî, ku xwe bi nûnerê rastîn ê xelkê Kurdistanê dizane, û xwediyê dengên zêdetir e li ser asta Kurdistana bakûr, dibe hewil bide ku bi hemû partiyên Kurd re bikevin nava diyalogê, û pêkve bi dûr ji berjewendiyên hizbî, kar ji bo berjewendiya giştî û neteweyî bikin. (AKP bi sedema vê ku ji BDP zêdetir nûnerên Kurd di parlemêntê de hene, xwe wekî nûnerê rastîn ê Kurdan dihesibîne).

Em hêvîdar in ku serokbajarên Kurd di bakûra Kurdistanê de, cuda ji xizmetkirina bi bajarê xwe, di warê avedanî û çêkirina rê û avahiyan de, serbarê hebûna astengên yasayî, her kar bo pêşvebirina kultur û ziman jî bikin, û bikarin bi wan xizmetên xwe ku hêjayî xelkê Kurdistanê ye, pêgeha xwe bihêz û bihêztir bikin û bi danîna keviran li ser xîmê dîwarê demokrasiya di Kurdistan û Turkiyê de, pêngav bi pêngav bi avakirina deshilateke Kurdî ku di berjewendiya hemû pêkhateyên di Turkiyê de ye, nêzîk û nêzîktir bibin. diyalog û civîna li derheq pirsa navikî û piştre jî geşekirina bazerganî û pêwendiya aborî de, pirsa mafên xelkê bi tewahî bêne jibîrkirin.

Lê ya ku di vê biryarnameyê de cihê piştevanî û pêşwazîkirinê ye, ew e ku serbarê propagendeyên rejîma Îranê, pirsa mafên mirovan û bas ji sitemkariya di Îranê de, di biryarnameya stratejiya Ewropayî de nehatiye jibîrkirin, û di çendîn xalan de bas ji vê dike ku kîjan biyavên mafên siyasî û medenî ên xelkê hatine binpêkirin, û berpirs û heyetên Ewropayî li civînên xwe ên bi berpirsyarên rejîma Îranê re, dibe pêdagirî li ser wan mijaran bikin. PDKÎ Komîsyona Ragehandin 27.01.1393 16.04.2014


5

20-04-2014

Erdogan:

“Bo serxwebûna Herêma Kurdistanê emê referandomê bikin”.

Qereyilan:

“Pêvajoya aştiyê dê bidome”.

Si’ud Mela:

“Modela xwebirêvebiriya Kurdên Sûriyê bo Kurdistana Turkiyê jî dibe”.

“Armanca me azadiya Sûriyê û yekîtiya di navbera Kurdan de ye”.

Agirî

Rojnameya Kurdistan weke yekemîn rojnameya kurdî

Barzanî:

Nerîna Lîderan

Siyasî

P

Îdrîs Sitwet

iştî Şoreşa Firansê li sala 1789’an ku di welatên Ewropayî de serî hildabû, û sînorên împeratoriya Osmanî jî derbas kir, di wê demê de yek ji rewşenbîrên pêşeng ên Kurd, bi navê Mîqdad Mîdhed Bedirxan yek ji deshilatdartirîn mîrên Kurdan bû.

Babê Mîdhed dijberî Dewleta Osmanî şer dikir, lê dewleta Osmanî şoreşa Bedirxan di sala 1847’an de ji nav dibe, û di encamê de Mîqdad bo Qahîre paytextê Mîsrê dûr dikin.

Lê malbata Bedirxaniyan malbatek xebatkar û rewşenbîr bûn û malbata Mîqdad Mîdhed Bedirxan dest ji kar û xebatên netewayetî bernedan û bi awayekî din dirêjî bi xebatên xwe yên neteweyî û rewşenbîrî didin, û li wir di serdemeke pir aloz de Mîqdad Mîdhed Bedirxan rojnameyekê bi zimanê kurdî bi navê rojnameya kurdistan dûr ji axa Kurtdistanê bilav dike. Kurdistan yekem Rojnameya Kurdî di 22’ê Avrêla sala 1898’an de, ji aliyê Mîqdad Mîdhed Bedirxan ve li Qahîreyê, li paytexta Mîsirê dest bi weşana xwe kir û ronahiya xwe daye ser rûpelên çanda neteweya Kurd, û ev rojnameya yekem e di dîroka Kurdistanê de.

Destpêka weşandina Rojnameya Kurdistanê, mîna xebateke neteweyî û rewşenbîrî tê nirxandin. Roja destpêka derxistina rojnameya Kurdistan hersal ji aliyê gelê kurd û dezgehên ragehandinên kurdî ve, weke destpêka rojnamegeriya kurdî hatiye binavkirin, û tê pîrozkirin.

Di wê serdemê de rojnameya kurdistan girîngiyeke mezin hebû, û di demeke wiha de jî hate weşandin ku gelê kurd pêdiviyek zaf bi ragihandinekê hebû ku bi gehandina zanyarî û bûyerên navçeyî û cîhanî û kurd û kurdistanê, çand û hunera xwe û bi zimanê xwe bê weşandin,

lewra rewşenbîrê mezin ê gelê kurd Mîqdad Mîdhad Bedirxan ev valahî dît û bi kareke bêhempa ev valahî bi weşandina rojnameya Kurdistanê tijî kir û bû destpêkek bo rojnamegeriya kurdî, û niha jî bûye dîrokeke giranbiha di rojnamegeriya kurdî de. Mîqdad Mîdhed Bedirxan, bi xwe sedema weşandina rojnameyê wiha tîne zimên: «Li dinyayê çiqas Misilman hene di gund û bajarên hemiyan de dibistan û rojname hene. Bûyerên li dinyayê diqewimin di van rojnameyan de tên nivîsîn.

Lê mixabin Kurd ji rojnameyekê bê par in û nizanin di dinyayê de çi diqewime, cîranê wan Mosqof çawa ye, dê çi bike.

Lewra di riya Xwedê de, min ev rojnama han nivîsî. Bi îzna Xwedê Teala ji niha pê ve di her panzdeh rojan de, ezê rojnameyekê binivîsim. Min navê wê kiriye “Kurdistan”.

Di vê rojnameyê de ezê qala qenciya zanyariyê û têgihîştinê bikim; li kuderê mirov fêr dibe, li kuderê xwendingeh û dibistanên qenc hene, ezê nîşanî kurdan bidim; li kuderê çi şer dibe, dewletên mezin

çi dikin, çawa şer dikin, tîcaretê çawa dikin; ezê qala hemûyan bikim.» Lê mixabin Piştî zexta Osmaniyan li ser Misirê, rojnameya Kurdistan bi neçarî gellek cih guherandin û li welatê Misrê derketin çûn bo Ewropa, li hin welat û deverên Ewrûpayê jî rojname diweşandin.

Hejmarên 1’ê heta 5’an li Qahîreyê, hejmara 6’an heta 9’an li Jinivê li Swîsê, hejmara 20’an heta 23’an dîsan jî li Qahîreyê, hejmara 24’an li Londonê, hejmara 25’an heta 29’an li Folkistona Başûrê Îngilîstanê û hejmara 30’î heta 31’ê careke din li Jinevê hate weşandin.

Di heyama 47 meh û 22 rojan de, di rewşeke dijwar de 31 hejmar hatine weşandin. Di 13’ê Avrêla 1909’an rojnameya «Kurdistan» ji aliyê Osmaniyan ve hate girtin. Em bi hinceta 116 saliya rojnameya kurdî pîrozbahiyê pêşkeşî gelê kurd û hemû rojnamevan û nivîskarên gelê kurd dikin, û em hêvî dikin ku zehmet û tekoşîna malbata Bedirxaniyan bibe çiraya riya tekoşîna rojnamevanên Kurd li her ciheke vê cîhanê. Riha Miqdad Bedirxan şad û riya wî berdewam be.


6

20-04-2014

Siyasî

Vegeriyan bo aliyê Tehranê Selam Îsmaîlpûr

G

uherînkariyên vê dawiyê li Rojhilata Navîn, rasterêya helwêsta aliyên ser bi îslama siyasî carek din guherî, û weha xûya dike, ku beşeke berçav ji van aliyan ku pêştir pêwendiyeke nêzîk bi hêzên herêmî ên rikeberê Îranê re hebûn, binkeyên xwe bipêçin û herne aliyê Îranê. Guherînkariyên Buhara Erebî bi taybetî li Mîsrê, bû sedema vê ku Îxwan-Elmuslimîn bigihîje deshilatê, û ew yek bi dilê rejîma Îranê bû. Lê dema ku Îxwan-Elmuslimîn gihîşte kopka deshilatê, bi kiryar rêberiya eniya îslama siyasî, ji destê Îranê derxist. Îranê wisa nîşan dida, ku şoreşên Buhara Erebî bi taybetî piştî serkevtina partiya Nehze li Tunisê, û Îxwan-Elmuslimîn li Mîsrê, doma pêvajoyekê ne ku piştî serkevtina şoreşa sala 1979’an, û avakirina pergala wilayeta feqîh li Îranê dest pê kiribû.

ser avê.

sekolar li Tunis, serkevtina sekolaran li Lîbî û Yemen, û giringtir ji hemiyan, avabûna bilez ya stêrka deshilata Îxwan-Elmuslimîn li Mîsrê, ji wan guherînkariyan bûn ku pêkhatina bilûka nû ya îslama siyasî bi astengan re berbirû kir, û saziyên wekî Hemas ji gihîştina bi çavkaniyên nû ên pere û locistîkê, û piştevaniya siyasî û leşkerî bê hêvî kir.

Axavtina çavnihêrnerkirî ya Xalid Meşel serokê Deftera Siyasî ya Hemasê li Tehranê, li dijî dîtingehên Xamineyî, û piştre jî veguhastina binkeyên xwe ber bi Sûriye, Lubnan, Turkiye û Qeterê, û herwisa zivirîna rûyê vê rêkxirawê û piraniya rêkxirawên ser bi îslama siyasî ji Tehranê ber bi aliyê deshilata Îxwan li Mîsir, Turkiye, Qeter û Erebistanê, gellek zû nîşan da ku rewş li Rewşa nebaş ya Îxwan-Elmuslimîn gorî hezkirina Îranê naçe pêş. li Mîsrê, û destbiserkirina rêber û endamên wê, û nasîna wan ji alQebûlkirina vê rastiyê ji deshilat- iyê hikûmeta nû ya Mîsrê ve wekî darên Îranê re dijwar bû, ku piştî girûpeke terorîstî, û pêrewkirina çendîn sal çavnihêrîkirinê bo bici- siyasetek wisa jî, ji aliyê Erebistan, hanîna xewna Rojhilata Navîn ya Îmaratên yekgirtî ên Erebî, saziyên Îslamî, îslama siyasî li qorixa tenê wekî Îxwan-Elmuslimîn û tayên wê pêgeha siyasî ya bihêz a xwe li Teh- di herêmê de, bi kêşeyan re berbirû ranê derkeve, û heta li Rojhilata kir. Navîn ya Îslamî de jî, rikeberiyên nû çê bibin, û vê carê îslama siyasî Di wan dawiyane de hejmarek ji valatiyê bixe nava hevpeymanên welatên Erebî bi pêşengiya Ereîdeolojîk ên Komara Îslamî. bistanê, bi zext û givaşxistina li ser Qeterê, daxwaz lê kirin ku dawiyê Di vir de bû ku deshilatdarên Teh- bi piştevaniya ji saziyên wekî Îxranê têgihîştin ku “Rabûna Îslamî” wan-Elmuslimîn, û Îslamxwazên ne tenê cîhana îslamî nake peyrewê tundajo li Sûriyê bîne, ku helbet wan, belkû dikare bibe “Rikeberi- van zext û givaşan heya qasekê yek li dijî şêweya îdeolojîk a dilx- bandora xwe li ser siyaseta dewlwaz a vê rejîmê”. eta Qeterê daniye.

Propagendeyên di medyayan de, û birêvebirina simînar û konferansên berdewam li jêr navê “Rabûna Îslamî”, bi xerc û têçûyeke zaf ji aliyê rejîma Îranê ve, hemû nîşaneya hewlên wan bo sepandina hejmoniya xwe, û gotara xwe ya siyasî, Lewra hawar û qêrînên wan ên di guherînkariyên herêmê de bû. derheqê “Rabûna Îslamî” hêdî-hêdî vemirîn. Lê ew yek jî dawiya kar Lê ew pîlanên rejîmê, her piştî ax- nebû, û têkşikanên berdewam ên avtinên rêberên Îslamxwazên Mîsr Îslamxwazan, rast di wan welatan û Tunisê, ku ragehandin ew xwe de bû, ku şoreşên Buhara Erebî tê ji rêbaza Xomênî dûr radigrin, û de serkevtinbi dest xistibûn. hewlê didin ku şêweyeke nû ji îslama siyasî cihgir bikin, bûne bilqa Pejirandina yasaya bingehîn ya

Danîna rêkxirawên wekî Hizbullaha Lubnanê, Daîş û eniya ElNusre li Sûriyê, li rîzbenda girûpên terorîstî ji aliyê Erebistanê ve, nîşaneya bertengbûna bazineya zext û givaşên hêzên Erebî yên herêmê, li ser Îslamxwazên Şîe û Sunî ye. Heya di Turkiyê de jî partiya AKP ya Îslamxwaz, eva heyamek

Agirî e ku hewlên xwe bona binbirkirina girûpên siyasî û olî ên wekî cemaeta Gulen dest pê kiriye. Hemû ew zext û givaş, û bê hêvitiya pêvajoya Îslama Sunne li herêmên Suniyan de, dikare bo carek din rûyê wan vegerîne aliyê Tehranê.

Nîşaneyên van guhertinan, em dikarin di warê bilavbûna nûçeya baştirbûna pêwendiyên Îran û Hemasê piştî derbazbûna qonaxek ji kirîzan di têkiliyên wan de bibînin. Qonaxek ku rejîma Tehranê hêz û şiyana bandordanîna li ser guhertinên Felestîn û kertê Xezê bi radeyeke berçav ji dest dabû. Her ew kêmbûna bandordanîna Îranê li ser rexê Xeze, bibû sedema qonaxek ji aramiyan li pêwendiyên Hemas û Îsraîlê de bû, ku nîşaneya bandorhebûna siyaseta Mîsr û Turkiye û Qeterê li ser reftara siyasî ya vê saziyê bû.

Heyamekê berî niha, dema ku dest bi ser gemiyeke hilgirê mûşekên Îran û Sûriyê de hate girtin ku ber bi rexê Xezê ve diçûn, bêdengî û aramî nema, û niha jî hevdem di gel bilavbûna nûçeya serdana bihê ya Meşel bo Tehranê, vê rêkxirawê dest bi ceribandina mûşekekê kiriye ku dikare herêmên herî dûr ên Îsraîlê bipêke. Bi baldana bi van raporan tê çavnihêrîkirin bi van zûkatiya rejîma Îranê di pirsa Felestînê de çalak be, û aloziyên di navbera aliyên Felestînî û kêşeyên wan digel Îsraîlê zêdetir bin.

Tewahiya wan pirsan dikarin encama siyaseta herêmî ya Îranê û siyaseta wan li hemberî rojavayiyan li derheq pirsên wekî Sûriyê û dosyiyeya navikî bin. Pêvajoyên îslama siyasî serbarê hinek hevşêweyî û hevarmancbûnê, her tim di navxwe de, rewşê bo serhildana netebahiyan xweş dikin. Gelo dezgeha terorê ya Îranê dikare vê kobenda ne wekhev, û ne teba, û xwediyê armancên dijhev, li pêxema pêşvebirina armancên xwe de, teyar bike?

Gelo bê hêvîtiya ji hêzên Sunî ên îslama siyasî li herêmê, ber bi yekgirtina di gel rikeberê mêjîn ê xwe, wate îslama siyasî ya Şîe ve dibe? Berisva van pirsan, dikare şêweyek ji dostatî û hevalbendî û dijminatiya nû ya hêz û aliyên siyasî, û beşek ji guhertinên herêma pirr kêşe ya Rojhilata Navîn diyarî bike.


7

20-04-2014

Rojev

Rûsiye û şerê sar ê nû

C

an Mîrşaymer li ser vê baweriyê ye: “Bidawîhatina şerê sar dibe sedema vegeriyana bo siyaseta sunneta hevsengiya hêzên çend alî, ku di serdemên berê de, bibû sedema serhildana nasyonalîzmê û rikeberiyên navneteweyî, û ne ewlehî û rikeberiyên berdewam. Navbirî şerê sar wekî serdema aştî û ewlehiyê dizane, ku bi sedema zalbûna pêkhateya du cemseriyê çê bibû, bi baweriya Mîrşaymer bi hilweşiyana vê pergalê, bi awayekî rikeberiya mezinhêzan ku têkiliyên sedsala hevdeyan xemilandibû, geş dibe”.

Rîzbendên nû di sîstema navneteweyî de, piştî şerê cîhanê yê duyemîn form girt. Yekîtiya Soviyet bi baldana bi berbirûbûna rasterast û lêdana derbên bi bandor, li hêzên Alman û herwisa nêzîkatiya bi sînorên Alman, ji riya destpêregihîştina bi rojhilat û nawenda Ewropa, bû sedma vê ku ew yek ji serkevtiyên piştî şer be. Di dawiyê de, piştî şerê cîhanî yê duyemîn, ew welat wekî mezinhêzekê li rex Amerîkayê cih girt. Bi vî awayî formgirtina sîstema du cemserî, destpêka şêweyeke nû ji netebaiyê di pergala navneteweyî de afirand, ku Amerîka û Soviyetê rêberatiya wê pêk dianîn.

Amerîka bi mifahwergirtina ji bingehên lîberalî, û ji riya pêkanîna rêkxirawên navneteweyî, û tekuziya aborî, karî ku sîstema sermayedariyê di praniya welatên cîhanê de, yasayî bike, û bi paşekêşekirina bi Soviyetê, di warên curbicur de, û bi lêdana derbên giran ên aborî, li dehka dawiya rikeberiyan bi serokatiya Rêgan, Soviyetê perçe bike, û ew yek bû xala dawiyê ya çend dehikan şerê sar, û bû sedema vê ku Amerîka wek take mezinhêz di qadê de bimîne. Lê siyasetên navxweyî û derekî ên Amerîkayê û rikeberiyên navxweyî di navbera wan de, û cudahiya boçûnên wan li hemberî pirsên siyasî û coxrafiyayî û olî ên herêmên curbicur, û astengên li hemberî sîstema sermayedariyê, û kêşeyên

Fatih Salihî

çavkanîgirtî ji çendîn şerên paş bidawîhatina şerê sar, û serhildana eniya terorîzma dewletî û firqeyî, û bi taybetî hatine ser kar a obama, -ku li ser vê bawerê ye ku nabe Amerîka bi tenê kêşe û astengên cîhanî bixe ser milê xwe, û nabe wekî tenê mezinhêza cîhana îro di hizra çareseriya kêşe û astengên li pêşberî sîstema navneteweyî bebûne sedem ku Amerîka nekare bi başî ji vê derfeta ku piştî herifîna Soviyetê bi dest anîbû mifahê wergire, û bi pêş girtina hinek siyasetên şaş li hemberî welatên wekî Îran û Koreya Bakûr û Kûba, Vênzoêla û heta Rûsiye û Çînê, û ji aliyekî din ve kalbûna baweriya hevalbendên ji mêjîn ên wê, wekî welatên Ewropayî bi sedema sîxoriya dezgehên Îstixbaratî ên Amerîkayê li ser karbidestên payebilind ên Ewropayî, û destêwerdana rasterast û ne rasterast di nava karûbarên hinek ji van welatan, û herwisa xwendina şaş li hemberî radîkalîzma Îslamî û siyasta yek ban û du hewa, ew derfet ji Rûsiyê re pêk anî, ku van lawazî û şaşiyn bi qazanca xwe bi kar bîne. Lewra potîn û hevkarên wî, bi mifahwergirtina ji vê derfetê, doktorînên nû ên xwe bona vejiyandina rola cemserbûna Rûsiyê li deheqê hevkêşeyên siyasî ên cîhanê û siyaseta derekî ya xwe bi kar anîn.

Ew guherînkariyên nerênî û nîşaneyên sistî û lawaziya Amerîka li biyavê siyaseta derekî di deh salên borî de, di pêvajoya danûstandinên dosiyeya navikî ya Îranê, paşvekêşana hêzên xwe ên leşkerî ji Îraqê, û ne rohnbûna pêşeroja mana hêzên wê li Efxanistanê, û herwisa di sê salên borî de, bi herifîna hinek ji dost û hevalbendên wê,

li Rojhilata Navîn û çiqa Afrîqayê û ji hemiyê giringtir li encama şerê Sûriyê û xemsariya li hemberî dîktatorekî wek Beşar Esed de, û di çend mehên borî de, li kirîza Okraynê û li meha pêşîn de, li proseya cudabûna herêma otonom ya Kerîme û di wan rojên dawiyê de, bi destpêkirina proseya cudabûn û daxwaziya referandomê bona ragehandina serbixweyiya li rojhilata Okraynê, û herêmên Dontêsk, Lohansk, Xarkof, û Îslaviyansk bi başî xwe derdixe. Lê Rûsiye berevajiyê Amerîkayê, bi baştirkirina siyaseta derekî ya xwe, û vejiyandina jêrxana aborî û pîşeyî ya welat, û bilindbûna dahata paqij û napaqij ya neteweyî, û jêhelbirina dahata takekesî ya akinciyên welatê xwe, li encama bilindbûna nirxa neft û gazê, di bazarên cîhanî de, û bi bikaranîna mafê xwe yê vetoyê di NY de, ew jî li gorî berjewendiyên xwe, bi taybetî li herêma Rojhilata Navîn, û piştevaniya ji rejîmên serberedayî ên wekî Îran û Sûriyê, û piştevaniya ji Kureya Bakûr, û rejîmên dîktator ên wekî Vênzoêla û Kûba, bi awayekî fermî diselimîne ku cîhana yek cemserî bi rêberatiya Amerîka ber bi dawiya xwe ve diçe, û serdemeke nû ji cîhana du cemserî mijûl e ku dest pê dike. Cîhaneke du cemserî ku bi xwe re, qonaxeke nû ji şerê sar berhem tîne. Şereke sar ku li pêvajoya piştevaniya Rûsiyê ji Sûriyê û bikaranîna mafê vetoyê û sekinîna li hemberî Amerîkayê de, û herwisa destêwerdana leşkerî li herêma otonom ya Kerîme, û bi fermî nasîna referandoma vê nîve giravê, û zeliqandina xaka Kerîme bi welatê

Agirî xwe ve, li her qonaxeke din zêdetir mijûl e xwe eşkere dike, û weha xûya dike ku di pêşerojê de, û li gorî vê du cemseriya ku mijûle carek din pêk tê, mînakên wekî nîve girava Kerîme ku dikare belgeyeke baş be bo wan neteweyên ku dixwazin mafê çarenûsa xwe diyarî bikin, rû li zêdebûnê bike.

Bi her awayî be, bûyerên wan dawiyane ên nîve girava Kerîme, û herwisa kirîza Okrayn û rojhilata vî welatî, û pevçûna hêzên dijî şoreşa Okraynê digel cudahîxwazên wan herêman û dijkiryara Amerîka û Ewropa dikare xala guhertinekê be li biyavê hevkêşeyên siyasî di cîhanê de, û serhildana pirsa nasyonalîzmê û daxwaziya mafê qederê, bi taybetî bo van neteweyên ku bi sala ye ji bo bidestxistina vî mafî tekoşînê dikin. Bi vê ferq û cudahiyê ku berevajiya boçûna Can Mîrşaymer di vê gera nû ya şerê sar, bidawîhatina şerê sar nabe sedema vejiyandina hesta nasyonalîzmê. Belkû bi van nîşanên ku di kevne cemseran û rîzbenda welatên cîhanê, û hêzên herêmî de diyar dibe, dûr ji çavnihêriyê nine ku ew rikeberiya Rûsiye û Amerîka û hevalbendên wê qonaxeke nû be bona rîzbendiya welatên cîhanê û hinek bi geşbînî ve bo bidestxistina mafê serwerî û xwebirêvebirî û heta serbixweyî bo gelên mafxwarî û herêmên biçûk ku bo xwe nîwe welatek in, û ji aliyekî din ve jî, weha xûya nake, ku ew gera şerê sar, ku renge wekî şerê sar ê nû navê xwe derbixe, demek be bo aştî û seqamgîrî, belkû renge bibe xalîşînka agireke bi gorr, ku dîwarên bilind ên dîktatoriyê biherifîne, û berjewendiyeke nû biafirîne, bo lênihêrîna li pêşerojeke geştir, bi siyaseteke coxrafiyayî û coxrafiyayeke siyasî ya nûtir. Lê ew pirsa ku di vir de giring e, û cihê lê fikirînê ye, reftara Amerîka û hevalbendên wê li Ewropa û herwisa dijkiryara Rûsiyê û hevalbendên wê li Asiya de, li hemberî bûyerên li rojhilata Okraynê û Rojhilata Navîn de ne. Jiber ku siyaset û stratejiyên Rûsiye û Amerîka û heta Ewropa û hinek welatên Asyayî ên wekî Çîn -li asteke nizimtir de li çav Amerîka û Rûsiyê- dikare rasterast û ne rasterast li ser hevkêşe û hevpêwendiyên neteweyên bindest ên cîhanê, û Rojhilata Navîn û bi taybetî neteweya Kurd bandora xwe danê, ku bi şêweyek ji şêweyan mijûl e bi ser van du bereyan de parve dibe.


20-04-2014

S

efer Xelîlî naskirî bi Bêhrûz kurê Esker, sala 1971(1350)’an li gundê Kozereşê, ser bi bajarê Selmasê hatiye dinê. Bêhrûz weke piraniya zarokên Kurdistanê di temenê 7 saliyê de diçe xwendingehê, lê bi sedema hejarî û destengiyê û herweha bi sedema hebûna sîstima Fê’odaliyê (Erbab û Re’yetî) malbata wî ji aliyê axayê Kozereşê ve ji gund tê derxistin, û rû li gundê Baxişkendê dikin ku tewahiya akinciyên wê Şî’e meseb bûne, herçiqas babê wî hewil da, lê bi sedema vê ku mesebê malbata Bêhrûz Sunnî dibe, navê Bêhrûz di xwendingeha gund de nanivîsin û rê nahê dayîn ku Bêhrûz xwendina xwe bidomîne. Lewra destan ji xwendinê dikişîne û dest davêje karê cotkarî û şivantiyê. Lê hezkirina Bêhrûz ji xwendinê wusa bihêz bû ku Bûhrûz karî di “Xwendingeha Şoreşê” de kilasa 5 a despêkî bi dawî bine. Bêhrûz Xelîlî nasiyariya xwe tevî PDKÎ weha tîne ziman: “Di rastî de gellek sedem çê bûn heya ku min PDKÎ bi başî nas kir, yek ji wan sedeman ew bû ku kurmamê min bi navê Ebdulrehman Xelîlî pêşmergê PDKÎ bû û her di vê rêyê de jî canê xwe gorî armancên PDKÎ kir, herweha min bi xwe di hun-

8

Stêrkên Hêviyê

Agirî

dirê xwe de hîsa Kurdatî û şoreşvaniyê hebû û stranên hunermend Şivan Perwer jî bandora xwe li ser min hebûn, sedema din bandora Senar Mamedî û malbata navbirî bû ku pêtir ez tevî PDKÎ nasyar kirim”.

Bêhrûz herweha tevlîbûna xwe bi refên pêşmergên PDKÎ re weha tîne ziman: “Sala 1985(1364)’an ez gavanê mala xwe bûm, min çêlek bi cih hêlan û ez hatim pêşmergatiyê, lê bi sedema vê ku temenê min kêm bû ez nehatim wergirtin û cardin vegeriyam mala xwe. Lê sala 1988(1367)’an cardin min biryar da ku ez bibim

H: Rehîm Gergulî

Bêhrûz Xelîlî “Roja

herî nexweş a jiyan min roja şehîdketina kekê Hemze Bêhnam bû, ji ber ku min pir jê hez dikir, û mixabin gellek bi necamêrî hate şehîdkirin”. masê hatin. Ez pir keyfxweş bûm, lê gotin hêj temenê te kêm e, ez pir pêşmerge. giriyam û min pêdagirî kir ku bêm Gellek di herêmê de wergirtin. li pêşmergan geriyam, lê min nedî- Di encam de ez hatim wergirtin tin, piştre ez ber bi û wê salê em di menteqê de man, Bakûrê Kurdistanê û di çend şer û pevçûnan de jî ve çûm û piştî vê ku beşdar bûm. Demsala Zivistana çend rojan di gun- heman salê, tîm vegeriya û ez dekê de mam, tîmek şandim Fêrgeya Siyasî- Nizamî û ji pêşmergên Hêza di devreya 47 de beşdar bûm. Bi vî Agirî û Komî- awayî ez bi fermî bûm pêşmergê teya Sel- PDKΔ. Bêhrûz Xelîlî roja herî xweş a jiyana pêşmergatiya xwe weha tîne ziman: “Sala 1994(1373)’an em weke tîm çûne devera Şipîranê û tevî pêşwaziya gerim a xelkê deverê berbirû bûn, ez pir heyirîm ji vê pêşwaziya xelkê ji pêşmergên PDKÎ. Wî çaxî min hîs bi meznahiya pêşmerge û PDKÎ kir, ew çend roj, rojên herî xweş ên jiyana min bûn”. Herweha Bêhrûz roja herî nexweş a jiyana xwe weha tîne ziman: “Roja herî nexweş a jiyan min roja şehîdketina kekê Hemze Bêhnam bû, jiber min pir jê hez dikir, û mixabin gellek bi necamêrî hate şehîdkirin”. Bêhrûz derheq jiyana xwe ya hevpar dibêje: “Sala 2002(1381)’an min li nawenda sê ya Kurdistanê (Cêjnekanê) jiyana hevpar tevî Hacer Qdirî pêk anî, û berhema jiyana me jî, du kur in.

Hacer Qdirî keça birêz Qadir Qadirî, xelkê bajarokê Sengeser a Başûrê Kurdistanê bû ku li Nawenda sê de aşpêj bû, û malbatek pir nîştimanperwer û hizibdost bûn. Herweha du xalên Hacerê bi navên Îbrahîm û Qadir Ferhanî di nava refên pêşmergên PDKÎ canê xwe fîda kirine û şehîd ketine”.

Bêhrûz xelîlî daxwazê ji xelkê Kurdistanê dike û dibêje: “Niha rewşa dinyayê hatiye guhertin, piraniya netewên cîhanê bi mafên xwe ên netewî şa bûne, lewra hewce ye ku em jî weke netewa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hişyar bin, û nekevne pey siyasetên Komara Îslamî, heya ku bikarîn ji destê vê rejîma dirrînde rizgar bin”. Bêhrûz rû li wan kesan dike ku ji aliyê Komara Îslamî ve hatine xapandin û dibêje: “Gerek ew kesên ku ji aliyê Komara Îslamî ve hatine xapandin û îxanet bi gel û nîştimana xwe kirine, cardin pêdeçûnê bi ser kar û kiryarên xwe de bikin da ku rûreşê gel û nîştimana xwe nebin”. Bêhrûz Xelîlî bi vê hêviyê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tîne: “Hêviya min ev e ku ez Kurdistana Rojhilat bi rizgarî bibînim û cardin vegerim ew gundê ku li wir hatîme dinê”.


9

20-04-2014

Civakî

Agirî

Avriyek ji rewşa zarokan di Îranê de Arif Vêlzî

L

îstokên devrana zarokatiyê, sedema herî sereke ya perwerdeya hizrî û derûniya her zarokekê ye, ku ji aliyekî ve dibe sedema ektîvbûna hîsên pozitîv ên derûnî û mirovî ên zarokan û, ji aliyekî din ve dibe sedema kêmrengbûna cewherî a hîsên nigatîv weke tûreyî, kerb, dilkituk, tirs û gellek nesaxiyên din.

Her di vê pêxemê de, di piroseya birêveberiya welatên pêşkevtî de, ev têgeh ji aliyê deshilatê ve dibe pirojeyek û bi hemû hêz û şiyanan ve, hewil jêre tên dayîn ku rewş û bestênek baş û guncaw û serdemiyane bona perwerdekirina zaro- çavên xelkê qedexe nasandiye, kan ku weke garantiya pêşeroja pejirandiye û vajû kiriye. welat tên hesibandin, pêk bînin. Lê em dibînin ku ev diyardeya Lê di Îrana bin deshilata melayan hovane roj bi roj bona hindek arde, her di despêka hatine serkar a mancên diyarîkirî ên rejîmê, ber Xomeynî û darûdestên wî de, bi- bi zêdebûnê ve diçe. darvekirin û kuştin di cihên giştî û li ber çavên xelkê, bi merema Her encama vê siyaseta sedsalên tirsandina xelkê nerazî, û têkdana navîn ên deshilatdarên Komara rewşa derûniya civakê, siyasetek Îslamî ye ku, em rojane li sebûye ku heya niha jî çi bi awayê ranserê Îranê û di medya û torên resterast û çi jî di ragehandinên civakî de, nûçeyên nexweş ên xwe giştî de tê pêrevkirin, û bandorek xendiqandina zarokan dibihîsin, pir nerênî xistiye ser civaka Îranê. ku bi sedema dîtina dîmenên biEva di demekê de ye ku Îranê pey- darvekirina mirovan di cihên giştî mannameya medenî û siyasî ku û, ducarî kirina vê karê qirêj weke têde bidarvekirina mirovan li ber lîstokên zarokan, canê xwe ji dest

Şarezayên warê derûnî û civakî li ser vê baweriyê ne ku, dîtina dîmenên bidarvekirina mirovan di cihên giştî de, bandorên pir zirarbar dixe ser takên civakê û, heya bandora zirarên han li ser zarokan çend qat zêdetir e.

didin û cardin ruh û derûna civakê van di cihên giştî de, dikare bibe perîşan û birîndar dikin. zengeke xeterê bo tak takê we ku, dûr nine her wext û demekê Şarezayên warê derûnî û civakî zarokê we bixwe jî bibe nêçîr û li ser vê baweriyê ne ku, dîtina bikeve telika siyasetên deshilatdîmenên bidarvekirina mirovan di darên Komara sêdare ya Îslamiya cihên giştî de, bandorên pir zirar- Îranê de, lewra bona rêgirtin ji bar dixe ser takên civakê û, bigre bûyerên weha dilêş û wîjdanhejîn, bandora zirarên han liser zarokan ji çûyîn û bi taybet birina zarokan çend qat zêdetir e. bona dîtina bidarvekirina însanan di cihên giştî de, xwe biparêzin Di dawiyê de tenê vê yekê dikarim û nebin sedem û hander bona bêjim ku dayîk û babno! pêşveçûna herî zêdetir a siyaseta qirêj û li gorî sedsala navîn a KoDîtin û bihîstina xwe xendiqandi- mara Îslamî. na zarokan bi sedema ducarîkirina dîmenên bidarvekirina miro-


Hewlêr(Rûdaw) - Albûma nû ya Aynûr Dogan di Kanûna par de bi navê “Hevra” ji aliyê Sony Music Classical ve hat derxistin û belav kirin. Prodoktorê albûmê mûzîsyenê spanî yê bi navûdeng Javier Limon e. Albûm wê di meha Adarê de li seranserê dinyayê ji aliyê Sony ve werê belav kirin.

10 Aynûr Doxan: Di hemû albûmên xwe de koka xwe diyar dikim

piştî konsertê ji bo me hatin, diyar Ji serê salê û vir ve Aynûr Dogan ji dikin ku beşdar ji salona konsertê bo danasîna albûma “Hevra” kon- bi kêfxweşî derketine. Ew jî zêdetir sertan dide . hêz û cesaretê dide me.

Wê hefteya borî li Stembole di sa- Wisa xuya dike ku albûma “Hevra” lona navdar “Jolly Joker” de kon- dengvedanekî baş daye. sertek da. Em li ser albûma “!Hevra” bi Aynûr Dogan re axivîn. Belê rast e, eleqeyeke gellekî mezin heye, ew stran ji aliyê guhdaran ve hatin ecibandin û hezkirin. Me ji Rûdaw: Konserta we ya li “Jolly Jok- bo danasîna albûma “Hevra” gellek er” li Stembolê çawa derbas bû? konsert û civînên destnîşankirinê pêkanîn. Aynûr Dogan: Ji bo me girîng e ku Hemû çalakiyên me serkeftî ne, guhdar ji konsertan bi kêfxweşî eleqeyeke mezin tê nîşandan. Xebiçin malên xwe. Me- bata vê albûmê hem xebateke sajên ku germ û ji dil û can bû, hem jî ji ber bikaranîna gîtarê bala gellek aliyan kişand. Me di vê albûmê de bi prodoktorekî re kar kir ku ew li hemû dinyayê tê naskirin. Ji ber wê jî albûma “ Hevra” pirr zû ewqas eleqeyeke mezin dît.

Çand

berê di projeya Javier Limon ya bi navê “Mujeres de Aqua – Jinên Behra Sipî” de hevkarî kir. Em herdu ji aliyê qalîteya muzîkê ve ji wê hevxebatê pirr kêfxweş bûn. Li ser wê me biryar da ku emê bi hevre albûmekê çêkin. Helbet gellek bandora Limon ji bo vê xebatê çêbû, lewra ew li hemû dinyayê tê naskirin, pêwendiyên wî yên bi dinyaya mûzîkê re baş in, ew di karê xwe yê mûzîkî de pispor e. Wî Ji bo hemû xebata albûmê, rê nîşanî min da, şêwirmendî kir. Me ji şîrêtên wî pirr mifah wergirt. Di vê albûmê de çend stranên we jî hene. Hûn bi xwe Dêrsimî ne, çima we ji bo Diyarbakirê stran nivîsiye.

Hema hema di her albûma min de stranên ku min nivîsîne hene, lê di vê albûmê de pirrtir in. Di hemû besteyên min de nasnameya min ya Dersimî xûya dibe. Lewra ez çanda xwe, têgihiştina xwe, ezmûna xwe ya mûzîkê ji kokên xwe werdigirim.

Ez di her albûmeke xwe de klameke zazakî distirêm, da ku nasnameya xwe ya Dersimî bînim bîra guhdaran. Gava şandeyeke alîgirên Tu dikarî derheqê PKKê ji deriyê Xabûrê hatin Bakurê pêşamadekariyên albûma Kurdistanê, hêviya aştiyê ya li ser “Hevra“ de hinek agahdariyan rûyê dayikan pirr bandora xwe li ser min hişt. bidî? Em berê bi hûnermendên wek Mujeres De Aquas , Buika, Yasmin Levi, Mariza, Eleftheria Arvanitaki re ji bo projeyekê hatin ba hev. Piştî vê projeyê me xwest flamenko û melodiyên kurdî bînin ba hev. Beriya 2 salan me biryar da ku em bi hev re albûmeke wisa amade bikin. Piştî hilbijartina stranan, xebata albûmê salekê ajot.

Min ew stran ji bo jinûve geşbûna hêviya aştiyê çêkir. Navê Diyarbekirê ji bo hêviya aştiyê ya gelê kurd xwedî semboleke girîng e. Ji ber wê min navê stranê danî “Diyarbekir”.

Agirî

Gotinên Navdaran

A: Firat Cewerî

20-04-2014

Evîn,segan jî direyine. John Fletcher

bi

kafiye

Helbest şeraba şeytêne. St.Augustine Helbest karên nû,pir avê tevlî hubura xwe dikin. Balzac Ferqa helbestê ji ya dûznivîsê eve; bi hindik gotin,Gotina pirtiştan e. Voltaire

Helbestkarê ez herî pirr jê Ji bo pêşerojê çi planên we hez dikim,yê ku bixwe jî dizane ku helbestnivîsandin jê hene? nayê,lê dîsanjî dinivîsîne. Emê destpêkê ji bo danasîna al- Baraccio

bûma “Hevra” di meha Adarê de konsertan li Stembol, Îzmîr, Enqere, Bûrsa û Antalyayê pêkbînin. Tu çawa bi Herwisa emê di meha Nîsanê de kesekî weke li seranserê Ewropayê konsertan Javier Limon pêkbînin. yê Spanî gihiştî hev? Dîsa emê tervî Hawniyaz Quartet, Çi bandora ku ji Morgenland Chamber OrchesLimon ji bo tra û Kayhan Kalhor, Salman Gama l b û m a barov û Cemîl Qocgirî pêk tê, kon“Hevra” û sertan bidin. bi taybetî li ser te Spas dikim ji bo vê sohbetê? çêbû? Ez spas dikim û di karê we de M i n serkeftinê daxwaz dikim, rêz û silavên xwe ji bo xwendevanên “Rûdawê” pêşkeş dikim.

Helbest,hevalê tenêtiyê ye. Cervantes

Pirskirin,li mirovên bi aqil nayê. SamuelJohnson Pirsa ku yên bi qail nikarin di heft salan de bibersivînin,gêjik di rojekê de dipirsin. Gotineke Ingilîzan Ji min pirsan nepirse,da ez jî derewan nekim. Balzac


20-04-2014

11

Zimanê Kurdî

Agirî

Tiştonek

A: Mahir Berwarî 1. Xoşka mina xoristan, çil dergoş di destan, ne ber heye ne bistan.

2. Ne li Ademiye, ne li Cinniye, qasidê beyna xelkiye. 3. Hespê sorê nav çav belek. - Hirda wê da di sima gê da, heft mal Ecemek tê da.

4. Teyrek hat, tutkek pat, ne fitre, ne zekat. - Bizna kal e, li ser mal e, ne didoşin, ne difiroşin. - Sed mêr hatin bi rengekî, sitran gotin bi dengekî. - Mirîşka min çû kepire, zîrça xwe bû şekire. 5. Ga dakir, dûv jêkir.

6. Reşe wekî qîrr, sipî ye wekî şîr, tîje wekî tîr.

7. Ser tenten e, bin tenten e, çar çeng û fîl û fert`en e. - Çûme êş, ecêbek hate pêş, bi çar lingan bû ji xeynî yê pêş. (* dibe şeş rastir be!!) - Ser deqnenûs, bin deqnenûs, çar çeng û fîl û fengenûs.

Xwendevanên hêja! Hûn dikarin bersiva tiştonekan bi rêya E-maila Agiri2003@gmail.com ji me re bişînin.


AGIRÎ

Navnîş ana derveyî welat: AFKB.P. 102- 75623 ParisCEDEX 13 –FRANCE

E - Mail: Agiri2003@gmail.com

Parkek bi navê Ehmed Kaya hate vekirin

Tel: (+)9647503640792

Ş

aredariya bajarê Silêmaniyê bona rêzgirtina ji hunermendê koçkirî yê kurd Ehmed Kaya, navê wî li ser parkekê danîn ku taze ava kirine. Keça Ehmed Kaya Melîs, û hevjîna wî Gultan Kaya beşdarî rêûresma vekirina Parka Ehmed Kaya bûn. Ehmed Kaya, di 28’ê Cotmeha 1957’an li bajarê Meletiye li Bakûrê Kurdistanê ji dayîk bûye, û di heyama jiyana xwe ya hunerî de, 19 albom derxistine, û nêzîkî 200 stran gotine. Kaya beriya koça dawiyê bike, çend kilîb û stranên kurdî jî gotibûn. Kaya roja 16’ê Mijdara 2000’an li Parîsê jiyana xwe ji dest da. Çavkanî: Rudaw

Çend rastiyên cihê heyrîmanê 1911 salan pare mane

Di welatê Koreya Bakûr, niha sala 2014 nine, belkû sala 103’ê ye! Ji ber vê ku yekem sala rojhejmêra wî welatî di dema jidayîkbûna Kîm Nîl Song bapîrê Kîm Cong Ûn, serokê niha ve dest pê dike!

Di vî warî de pir pirsiyar hatine kirin

Gustîla pêkvejiyanê çima dikine vê tiliyê de?

Pir kes hene ku nizanin zerafe çawan dirazê, û di dama razanê de stûyê xwe çi lê dike, wêne bersiva pirsa me dide.

Ev tiliya destê çepê ku gustîlê dikinê, di nava tiliyan de tenê ev tilî ye ku xwînberek têde ye ku bi dilê mirov ve hatiye girêdan! Ji ber vê yekê gustîla pêkvejiyanê dikine vê tiliyê de!

Tenê Şajin dikare

Tenê kesek ku dikare di cîhanê de, bê paseport geryanê bike, Şajina Birîtaniyayê ye! Eva jî ji ber vê yekê ye ku hemû pasportên Birîtaniyayê bi fermana wê hatine dayîn!

bo-sayt  
Read more
Read more
Similar to
Popular now
Just for you