Page 1

“Hevalekî me ji “PDKÎ her tim aliyê Îtilaata Îranê çekdar bûye, ve hate girtin, û lê her tim çek di bin îşkencê de li ser milan canê xwe ji dest nebûye” da”. 3 8 Seyîd Elî Rehmanî: urd elê k l de g n ê ra y tewî tîk û fede e n n kra afê îna m ke demo n a e ne stv Bide oveya Îra ç r di ça

...«

AGirî

«...

Rehîm Mengorî:

Deqa nameya birêz Mistefa Hicrî bo Endamên Encûmena Parêzerên... Komara Îslamiya Îranê û leyîza bi karta tekfîriyan.... Pêngavek di pêxema yekgirtina neteweyên Îranê de

!

«... 5 «... 6 «... 2

Duheftînameyek Siayasî-Giştî Ye, PDK Îranê diweşîne www.kurdistanmedia.com/kurdî www.agirimedia.org Hejmar (225) 06-03.2014 Buha (150) Tûmen

Xelatên Amerîkayî bo dadwerên Almanî

D

ozgerê giştî, û dozgerê pêşîn yê Alman hatne xelatkirin.

Di rêûresmekê de ku ji aliyê Nawenda Dadwerên Amerîkayê, di Dadgeha Federal a bajarê Niyoyorkê de pêk hat, rêz ji du dozgerên payebilind ên dadgeha Mîkonosê hate girtin. Ew rêûresm bi hewl û tekoşîna Ro’ya Hekakiyan nivîskara pirtûka “Bikujên koşka Fîroze” û Xanima “Ciwana Sîbirt”, dadwera Dadgeha Federal ya Amerîka li beşa rojhilata bajarê Niyoyorkê de pêk hat.

Di vê rêûresmê de serbarê “C. D. Bîndîngil” balyozê berê yê Amerîkayê li welatên Alman, Utrîş û Siwîsê, çend kes ji dadwer û parêzerên endamê “Nawenda Parêzerên bajarê Niyoyorkê” jî beşdar bûn.

Herwisa rêzdar Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ jî, di vê derheqê de nameyek ji Endamên Encûmena Parêzerên Federal a Amrîkayê re şand, ku di beşek ji vê nameyê de hatibû: “Ez pîroz-

bahiyê ji we rêveberên rêûresma xelatkirina dadwerên cesûr yên dadgeha naskirî bi Mîkonosê dikim, bi hegera vê pêşdestiya hêja û nû ya ku we afirandî, û sipas û pêzanînên xwe pêşkeşî we dikim”.

Di dawiya vê rê û resmê de, “Rabirt Kohîn”, berpirsyarê Nawenda Parêzerên Dadgeha Federal, her du dozger bona wergirtina xelatên rêzgirtinê bang kirin, û ragehand

ku eva yekemîn car di dîrokê de ye ku xelatên bi vî awayî bi dadwerên ku xelkê Amerîkayî nebin, tê dayîn. Her du dozgerên giştî û dozgerê pêşîn yê Alman “Eleksander Fûn Şital, û Birno Yost” di nava çepikên beşdarên rêûresmê, û kêfxweşiya Kurdan de, xelatên xwe wergirtin. Hêjayî basê ye ku xwînerên hêja dikarin berfirehiya vê nûçeyê di rûpela çarê de bixwînin.


2

06-03.2014

Siyasî

Agirî

Sergotar Cinayet di zanîngehan de

Şehab Xalidî

D

i welatê me de, ne tenê berpirsyarên dewletî û dezgeha dadweriyê bo girtina tawanbaran çalak ninin, belkû ew di warê serkut û zulm û zordariyê û pêkanîna bûyerên bi şik û guman de gellek çalak in. Mînaka herî dawiyê di vê derheqê de, kuştina Şeyda Hatemî xwendekara Kurd, di zanîngeha Nazlûyê ya ser bi Urmiyê de ye. Bêguman bilez hilgirtina termê navbirî û bilez veguhastina termê wê bo nexweşxaneyê, û pêşgirî ji lêgerîna li cihê kuştina wê, şik û gumana vê yekê zêde dike ku destê berpirsayrên rejîmê di vê cinayetê de hebe. Bi taybet dema ku em dibînin ji bilî Şeydayê,keçeke Kurd ya xwendekar bi navê Seher Çoynî, xwendekarê bi navê Koroş Sofiye, û xelkê Sinê, bi awayekî cihê şik û gumanê canê xwe ji dest dan. Li gorî nasyariya ku me li ser deshilatdarên rejîma Îranê heye, dûr nine ku çavê wan ba negre ku bibînin keç û xortên Kurd weha rû li zanîngehan kirine, û deshilatdarên rejîmê vê yekê meztirîn metirsî bo ser deshilata xwe dizanin.

Lê niha erkên li ser milê keç û xortên Kurd ji her demekê girantir e. Ew dibe bi yekdengiya xwe û piştgiriya malbata Şeydayê di vê qonaxa hestiyar de, vê peyamê bidne rejîma Îranê ku hekî ew dadperwer in, bila heya eşkerekirina bikujan dest ji hewlên xwe hilnegrin. Herwisa vê peyamê bidin wan ku ew ne tenê dev ji xwendinê bernadin, belkû ewê xwendegehan jî bikne qada xebat û tekoşîna bo gihîştina bi mafên xwe yê mirovî. Em hêvîdar in ku gelê Kurd bi yekîtiya xwe destên li pişt vê cenayetê eşkere bikin, û riha Şeydaya canemerg û xwendekarên din ên Kurd, ku qedera wan jî wekî ya Şeydayê bûye, şa bikin.

Deqa Nameya birêz Mistefa Hicrî bo Endamên Encûmena Parêzerên Federal a Amrîka

K

urdistanmedia: Birêz Mistefa Hicrî, sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, derheq xelatkirina parêzerên Dadgeha Mîkonosê, ji aliyê Encûmena Parêzerên Federal a Amrîkayê ve, nameyek ji vê encûmenê re şand. Deqa nameya han bi vî awayî ye: Endamên Encûmena Parêzerên Federal a Amrîka!

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, heyamê 68 salan e ku ji bo gehîştin bi Îraneke demokratîk û dabînbûna mafên siyasî û neteweyî ên Kurd li Kurdistana Îranê xebatê dike, û di vê pêxemê de bi hezaran xebatkarên siyasî yên xwe di serdemê deshilatdariya rejîma Paşatî û rejîma Komara Îslamî de, kirine qurbanî.

Dr. Sadiq Şerefkendî, sekreterê giştî yê wê demê yê PDKÎ, û hevalên wî, di 17’ê Septembera sala 1992’an, di restûrana Mîkonos a li bajarê Berlîna paytexta Alman, bi destê terorîstên hinartî yên rejîma Taranê ve hatin terorkirin, ku ew jî çend kesek bûn ji wan hezaran kesên ku cane xwe gorî kirin.

Piştî xebat û tekoşîna bê rawestan a nizîk bi sê salan ya dadwerên Dadgeha Berlînê, rêveberên wê cenayetê di dadgehê de, derheq kiryarên cenayeta ku encam dabûn, hatin cezakirin, û ya ji hemiyê girîngtir eva bû ku ew dadwerên bivêr û cesûr bi tu awayekî li hemberî gef û daxwazên tu aliyekî, teslîm nebûn, û bi awayekî fermî û di biryar û hikmeke dîrokî de, rastiya han dan eşkerekirin ku ew teror ji aliyê kopka deshilata Komara Îslamî anku rêberê Rejîma Îranê, serkomar û serokê dezgeha zaniyarî ya rejîmê ve, pilana vê hatibû darêtin û biryara encamdana wê hatibû derkirin. Encama karê dadgehê û ragehandina vê encamê, harîkar bû ji wê yekê re ku Komara Îslamî dawiyê bi rêze terorên xwe li dijî azadîxwazên Îranê di welatên Rojava de bîne,û ew yek ji bo PDKÎ û gelê Kurd li Kurdistana Îranê, cihê keyfxwaşiyê bû. Bi taybetî bi hegera vê yekê ku sê sal berî terora Berlînê, Sekreterek din yê PDKÎ, Dr. Ebdulrehman Qasimlo, her ji aliyê wê hikûmetê ve, di 13.07.1989’an, û li ser maseya gotûbêjan, tevî nûner û şandiyên rejîma Tehranê, li Viyena paytextê dewleta

Nemsa hat terorkirin û mixabin “Dezgeha Dadê ya Nemsa”yê, ne tenê ew terorîstên ku ber destê wan bûn ceza nekirin, belkû bixwe ew bo Tehranê şandin, û li wir ji aliyê deshilatdarên Tehranê ve hatin xelatkirin. Niha ku bi biryareke bi cî ya we, dadwerên wê demê ên Dadgeha Berlînê, bi hegera bi cih gehandina erkê pirofîşnal yê xwe di karê dadweriyê de, têne xelatkirin, em pir keyfxweş in. Bi vê hincetê ji aliyê xwe û PDKÎ û dikarim bêjim ji aliyê neteweya Kurd li Kurdistana Îranê ve, pîrozbahiyê ji wan dadwerên rêzdar dikim bo wergirtina vê xelata ku hêjayî xelatdayînê ne. Herwisa pîrozbahiyê ji we rêveberên rêûresma xelatkirina dadwerên bivêr yê dadgeha naskirî bi Mîkonosê dikim bi hegera vê pêşdestiya hêja û nû ya ku we afirandî, û sipas û pêzanînên xwe pêşkeşî we dikim. Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Mistefa Hicrî 25.02.2014


06-03.2014

3

Siyasî

Agirî

Seyîd Elî Rehmanî:

“Bi raya min li mîtînga PDKÎ di bajarê Mehabadê de, 250 hezar kes beşdar bibûn”. PDKÎ berî wê serdemê wate ragehandina xebata eşkere ya PDKÎ çawa bû? Seyî Elî Rehmanî: Zêdetir ji çar mehan bû, ku hevalên PDKÎ, li derveyî Îranê, û dûr ji welat, jiyan kiribûn û jiyaneke bi êş û azar hebûn, bi awayekî veşartî di nava bajaran de girûpên biçûk ên du - sê kesî pêk anîbûn, û jêve bûn ku rewş her wekî caran e.

11’ê Reşemeya sala 1357’an (Adara sala 1979) a Rojî salvegera birêveçûna mîtînga Mehabadê û ragehandina xebata eşkere ya PDKÎ ye. Di vê roja dîrokî de, ku 19 rojan piştî serkevtina şoreşa gelên Îranê bû, Dr. Qasimlo sekreterê giştî yê PDKÎ peyamek pêşkêş kir. Di vê peyamê de navbirî piştgiriya PDKÎ ji şoreşa xelkê Kurdistanê û hemû gelên Îranê ragehand, û banga yekîtî û biratiyê di navbera neteweyên Îranê û hêzên nîştimanperwer de kir, û herwisa derheqê pîlanên dijminan bona binpêkirina mafê neteweya Kurd hişdarî da. Malpera Kurdistanmedia bona zêdetir agehdarbûna ji rewşa wê demê ya Kurdistan û Îranê, gotûbêjek di gel Seyîd Elî Rehmanî yek ji beşdarên mîtînga Mehabadê pêk anî, ku deqa gotûbêjî bi vî rengî ye: H: Kurdistanmedi Kurdistanmedia: Hûn wekî kesekî ku di mîtînga Mehabadê de, dema ku xebata eşkere ya PDKÎ hate ragehandin de, beşdar bûn, bi baweriya we çend kes beşdarî mîtîngê bibûn? Seyîd Elî Rehmanî: Belê ratst e, ez li salvegera eşkerebûna xebat PDKÎ, di 11’ê Reşemeya 1357’an de, (Adara sala 1979) ku bi awayê mîtîng ji aliyê Dr. Qasimlo ve birêve çû, min beşdarî kir. Diyar e ku min di rojnameyên wê serdemê de dî-

Yekem: Pêşewa Qazîmihemed û hevalên wî bûn ku piştî rûxana Komarê û piştî vegeşîna PDKÎ di sala 1327’an (1948) de, tenê yek kes jî ku di Komarê û avakirina PDKÎ de beşdarî kiribû, di vegeşîna PDKÎ di sala 1327 (1948) de, beşdarî nekirin. Wate ên ku di vejîna PDKÎ di sala 1327 (1948) de beşdarî kirin

Di wê serdemê de Dr. Qasimlo hizra eşkerebûna xebata PDKÎ anî ber bas, û li roja 11’ê Reşemeya 1357’an tiye ku bi çi şêweyekê bas jê kirine, (01.03.1979) di civînekê de ku pêştir diyare rojnameyan nivîsandibûn ku min bas kir, xebata eşkere ya PDKÎ pêşîn, niha nivşa sêyemîn û çaremîn 90 heya 100 hezar kesî têde beşdarî ragehand. di PDKÎ de, bi hevre xebatê dikin, û kirine, lê bi raya min 250 hezar kes ezmûnan nîşanî hevdu didin. Lê ez têde beşdar bibûn. Dikarim bêjim Kurdistanmedia: Bas ji rûdawên ne bawerim ku %2 ji nivşa duyemîn ew hinda ku xelkê hizbî, û dostên di nav mîtînga Mehabadê de, ji me ya PDKÎ, wate yên ku di salên 1327 partiya me hatibûn, du hember jî, re bike? (1948), 1332 (1953) , 1338 (1959), xelkê asayî hatibûn. 1342 (1963), 1346-1347 (1967-68) Seyîd Elî Rehmanî: Xelkekî zaf ê hiz- xebat kirine û heps dîtine, piştî sala Kurdistanmedia: Bo çi ew hemû bî û xeynî hizbî, di mîtîngê de beşdar 1357 (1979) beşdarî xebatê bibin. xelka di rêûresma eşkerebûna xe- bûn. Jin û mêr bi hevre beşdar bûn, û bat PDKÎ de beşdarî kirin? Hew- di bîra min de ye ku nêzîkî 150 jin û Kurdistanmedia: PDKÎ piştî ragecehiya ragehandina xebata eşkere mêr bi hevre û bi kincên curbicur, bi handina xebata xwe ya eşkere, ya PDKÎ çi bû? awayekî xwerist di nava meydanê de tevî wê ku hemû komîteyan li bi çeka Birnoyê rêjê diçûn. Ew civîn sertaserî bajarên Kurdistanê de Seyî Elî Rehmanî: Di vê serdemê de çar heya pênc demjimêran dom kir, divejîne, heya çend di meydana rewş ecêb û cihê heyrîmanê bû, kes- û Dr. Qasimlo bixwe ew rêve dibir. eşkere ya xebatê de beşdar bû? ên ku rewşa wê demê nedîtibûn, her çi di vê derheqê de bixwînin, her ne Diyar e ku di wê serdemê de kes- Seyîd Elî Rehmanî: Berî vê ku ez tewaw e, ji ber ku di dawiya salên ekî wekî Dr. Qasimlo mixabin me bersiva vê pirsyarê bidim we, ez deshilata pehlewî de, rewş bi awayekî tunebû, ku bikare wî karî bi başî bi dixwazim tiştekê bêjim. Dr. Qasimlo bû, ku her girûpek di eşkerekirina rêve bibe, eva jî sedema wê, vedi- emir dike: “Em herçend ku zêdetir helwestên xwe de serbest û azad gere ser vê ku PDKÎ heya niha çar bimînin, û neçar bi şerkirinê nebin, bû, yan aliyê kêm, eva encama rewşa nivş bi xwe ve dîtine. Yekem: Pêşewa bo me qazancek zêdetir heye”. Ji 11’ê şoreşgerî bû, bo mînak di wê ser- Qazîmihemed û hevalên wî bûn ku Reşemê ve ku rêkxistin û komîteyên dema dijwar de, Sîros Nehawendî ku piştî hiloşîna Komarê û piştî vegeşîna partiya me di bajaran de hatin avakiwezîrê derbarê bû, girûpeke gellek PDKÎ di sala 1327’an (1948) de, tenê rin, û bixwe hatûçûn û çalakî hebûn, gellek çep bi navê “Şefeqê Sorx” yek kes jî ku di Komarê û avakirina heya 28’ê Gelawêja sala 1358’an (Şefeqa Sor) ava dike, û bi hezaran PDKÎ de beşdarî kiribû, di vegeşîna (1979), ku Xomêynî biryara cîhadê li ciwanî bo aliyê xwe radikêşe, û karê PDKÎ di sala 1327 (1948) de, beşdarî dijî neteweya Kurd ragehand, xebata wî jî sertir ji komonîzmê dibe, û di nekirin. eşkere ya PDKÎ berdewam bû. dawiyê de bi qazanca împeryalîzmê bi dawî tê. Lê heke em li rewşa Kurd- Wate ên ku di vejîna PDKÎ di sala Kurdistanmedia: Gelo PDKÎ di wê istanê binêrin ku rewşa wir gellek di 1327 (1948) de beşdarî kirin, dibne serdemê de tenê xebata medenî cihê xwe de ye. nivşa duyemîn, ku ew jî Dr. Qasimlo dikir, yan çekdarî jî hebû. û hevalên wî ne. PDKÎ partiyeke nenaskirî nebû, jiber Seyîd Elî Rehmanî: PDKÎ her tim ku aliyê kêm dîroka Komara Kurdis- Niha nivşa sêyemîn di PDKÎ de deh- çekdar bûye, lê her tim çek li ser mitanê piştgirî lê dikir, û PDKÎ cîhan di- silatdar e. Bo mînak birêz Mistefa lan nebûye. Piştî eşkerebûna xebat nasî, û cîhanê jî ew nas dikir. Hewce Hicrî sala 1358’an bûye endamê PDKÎ, heya destpêka biraya cîhabû ku di rojeke diyarîkirî de wî karî PDKÎ. Wate navbirî ne serdema Ko- da Xomêynî, tu şer û pevçûnek rû bike û bêje ku em jî di qadê de ne. marê dîtiye û ne jî serdema vegeşîna nedaye, da ku partiya me çekê bi kar rêkxistinên PDKÎ piştî salên 1327 bîne, û komîteyên PDKÎ di cihê xwe Kurdistanmedia: Rewşa xebata (1948) dîtiye, lê berevajiyê qonaxên de, çalakiyên xwe dikirin.


06-03.2014 A: Rehîm Reşîdî

R

oja 25.02.2014’an di rêûresmekê de ku ji aliyê Nawenda Dadwerên Amerîkayê, di Dadgeha Federal a bajarê Niyoyorkê de pêk hat, rêz ji du dozgerên payebilind ên dadgeha Mîkonosê hate girtin.

4

Siyasî

Agirî

Di Amerîkayê de rêz ji dozgerên dadgeha Mîkonosê hate girtin

Ew rêûresm ji aliyê Ro’ya Hekakiyan nivîskara pirtûka “bikujên koşka Fîroze” û Xanima “Ciwana Sîbirt”, dadwera Dadgeha Federal ya Amerîka li beşa rojhilata bajarê Niyoyorkê hate pêkanîn . Di vê rêûresmê de serbarê “C. D. Bîndîngil” balyozê berê yê Amerîkayê li welatên Alman, Utrîş û Siwîsê, çend kes ji dadwer û parêzerên endamê “Nawenda Parêzerên bajarê Niyoyorkê” de beşdar bûn.

Di rêûresmê de “Waylî Stiklû” parêzerê dadgehê bixêrhatina mêhvanan li Alman de, baseke siyasî pêşkêş kir, û bas ji giringiya civînê kir. kir, û ragehand ku bi baweriya wan, bûyera Mîkonosê bi bandor û siyasî Piştre “Lorîta Tiska” dadwerê ser- bûye. eke yê başûra Niyoyorkê axivî, û derheqê rêûresmeke bi vî awayî de, Wî dosiyeyên Norinbêrg û terorên kêfxweşiya xwe eşkere kir, û di warê siyasî ên Rûsiyê di Alman de, wekî serxwebûna dadgehê, û karê yasayê dosiyeya Mîkonosê da zanîn. ji bo cihgirkirina dadperweriyê axavtinek pêşkêş kir, û rêz ji tekoşîna Wê di doma axavtinên xwe de, bas dadwerên Alman girt. ji axavtina Xamineyî ya wê demê, “Ciwana Sîbirt”, dadwera Dadgeha Federal a Amerîkayê li beşa Rojhilata bajarê Niyoyorkê di axavtinekê de armanc ji birêvebirina rêûresmeke bi vî awayî şirove kir, û yasaxwazî ji bo pêşkevtin û dadperweriyê giring da zanîn, û piştre xanima Ro’ya Hekakiyan, nivîskara pirtûka “bikujên koşka fîroze” axavtinek kir.

Wê got: “Piştî wê ku yek ji rizgarbûyiyên terora Mîkonosê ku mêhvanên wan bûye, û bîranînên xwe di derheqê vê bûyerê di gel wan bas kiriye, her ew yek bû sedem ku pirtûkekê li ser bûyera Mîkonosê binivîse, û di encam de, piştî bilavkirina vê pirtûkê, êdî pirtûkê navûdengeke cîhanî peyda kir. Xanima Hekakiyan di dawiya axavtina xwe de, bas ji çawaniya pirtûka xwe kir û li derbarê sîstema serbixwe ya dadgeha Alman axivî, û got ku dadgehê karî hemû astengên li ser rê bişkîne, û serbarê gefxwarinên Îranê û pêwendiya aboriya Alman û Îranê, hukmê xwe yê hêja der bike, û nekete jêr bandora berjewendiyên siyasî û aborî.

di Konseya Parastina Neteweyî ya Îranê de kir, ku wî dewleta Alman wekî dijmin bi nav kiribû, bi sedema wê ku nekarîbû Dadgeha Mîkonosê paş bixe. Wî got lewra Îranê biryar da ku hekî dadgeh karê xwe bidomîne, ewê hemû riyan li dijî Alman bi kar bînin.

Li gorî axavtinên wê, piştre eşkere bû ku 32 nawendên Îslamî li Alman, ku soz û qewlê alîkariyê dabûne Tehranê, ji aliyê polîsê Alman ve, ketin bin çavdêriyê. Herwisa Îranê bi dewleta Alman ragehand ku wê li her derê êrîşî ser berjewendiyên wan bikin. Herwis ew gefxwarin bûne sedema vê ku Alman gelelk kesan bixe bin çavdêriyê, herçend ku Îranê hemû hewla xwe bi kar anî ku pêvajoya dadgehê bide sekinandin, lê bi vî halî jî pêvajoya dosyeyê roj bi roj dom kir, û di sala 1997’an de, hukmê xwe yê dawiyê derkir.

Rêzdar “C. D. Bîndîngil” di dawiya axavtina xwe de, ragehand ku heke Komara Îslamiya Îranê dixwaze ku Di beşeke din ji rêûresmê de, “C. D. bi rojava re pêwendî hebe, hewce Bîndîngil” balyozê berê yê Amerîka ye ku ew welat di siyasetên xwe de

pêdeçûnê bike, da ku baweriya Rojavayiyan bi dest bîne, û herwisa hewce ye ku Tehran rêz ji yasa û konvansiyonên cîhanî bigre.

Wî herwisa got ku hukmê dadgeha Mîkonosê rejîma Komara Îslamiya Îranê neçar kir ku dest ji terora neyarên xwe li derveyî welat hilgire. Di dawiyê de, dozgerê giştî û dozgerê berê yê Alman “Eleksander Fon Şital” û “Birno Yost”, axavtin kirin. “Eleksander bas ji du dîtingehan ve bas ji pêvajoya dadgehê wekî pirseke siyasî û hiqûqî kir.

Wê got ku Alman û xelkê Alman gef li wan dixwarin ku ew dosya ne siyasî ye, û hewce ye ku ew pêvajo bê sekinandin, ji aliyekî din ve rayedarên Tehranê gef li hinek kesan dixwarin ku amade bibûn alîkariya dadgehê bikin. Piştî wê jî “Birno Yost” axavtinek kir, û di axvtina xwe de serbarê bakirina ji biyavên curbicur ên karê dadgehê, got ku wî wekî pirseke yasayî û mirovî çav lê kiriye, û herwisa got ku pêwendiya siyasî û aboriya Berlîn û Tehranê pêvajoya karê dadgehê xiste direngiyê.

Di dawiya vê rê û resmê de, “Rabirt Kohîn”, berpirsyarê Nawenda Parêzerên Dadgeha Federal, her du dozger bona wergirtina xelatên rêzgirtinê bang kirin, û ragehand ku eva yekemîn car di dîrokê de ye ku xelatên bi vî awayî bi dadwerên ku xelkê Amerîkayî nebin, tê dan. Her du dozgerên giştî û dozgerê

pêşîn yê Alman “ Eleksander Fûn Şital, û Birno Yost” di nava çepikên beşdarên rêûresmê, û kêfxweşiya Kurdan de, xelatên xwe wergirtin.

Hêjayî basê ye ku li roja 17’ê Septambera 1992’an, Dr. Sadiq Şerefkendî sekreterê giştî yê PDKÎ, “Fetah Ebdulî”, endamê Komîteya Nawendî û nûnerê PDKÎ li derveyî welat, Himayon Erdelan, nûnerê PDKÎ li Alaman, û Nûrî dêhkordî hevalê tevgera Kurdistanê li Birlînê, bûne armanca êrîşa terorîstî û hatin şehîdkirin, û pêvajoya lêkolîna vê terorê bi navê “Mîkonos” wate navê restorana ku teror têde hate encamdan, hate naskirin.

Dadgeha Mîkonosê li rojên 10’ê Avrîla 1997’an piştî lêkolîna hûr û tevalî ragehand ku deshilatdarên rejîma Îranê pîlana vê terorê darêtine ku Kazim Darabî, xelkê Îranê, û çar hemwelatiyên Lubnanî û endamê Hizbulalha Lubnanê ew teror encam dane. Dadgehê ew yek piştrast kir ku Xamineyî rêberê rejîma Komara Îslamî ya Îranê, û Refsencanî serkomarê wê demê, Elîekber Wilayetî wezîrê Karûbarê Derve, û Elî Felahiyan wezîrê Îtilaata Îranê, ji biryarderên vê kuştarê bûne, lewra hukmê wan yê girtinê yê navneteweyî hate derkirin. Encama vî hukmî bû sedema vê ku welatên endamê Yekîtiya Ewropa, heya şeş mehan, hemû balyozên xwe ji Tehranê vekişînin û bi vî awayî pêwendiya di navera Îran û Yekîtiya Ewropa de, bi kirîzeke kûr re berbirû bû.


5

06-03.2014

Agirî

Komara Îslamiya Îranê û leyîza bi karta tekfîriyan

Yowal Îştaynîtz:

“Herêma Kurdistanê dibe petrol xwe radestî Bexdayê bike”.

Nezmî Hizûrî

“Mehandina Oranyomê di Îranê de, dibe sedema handana welatên din jî”.

“Me şehîd hene ku xelkê Silêmanî, Şengal û Duhokê ne”. Îraqçî:

* konsolê Felestînê

“Em bi gotûbêjên di gel welatên 5+1, ne xweşbîn in”.

Rojman

Husên Şehristanî:

Nerîna Lîderan

Siyasî

B

ûyera Septambera 2001’an û êrîşa rêkxirawa cîhadî ya Elqaîdeyê bo ser binke û binyatên Amerîkayê di nav xaka wî welatî de, destpêka qonaxeke nû di hevkêşeyên navneteweyî, û heya guhertina gellek têgeh û mijaran bû.

Herçend ku lîstina bi karta îslama siyasî, û binajoxwaziya Îslamî, mijar û diyarokeke nû nine, û heta Komara Îslamî bixwe jî, yek ji encamên wê lîstikê ye, û di çarçoveya paradayma şerê sar û têza kembera kesk ya Rojava li dewra Yekîtiya Soviyeta pêşîn de, çê bû.

Di heyama aliyê kêm sê dehikên derbazbûyî de, gellek welat di asta cîhanî û herêma Rojhilata Navîn de, girûpên cîhadî û tekfîrî bo berjewendiyên xwe û guherînkariya di hevkêşeyan de bi kar anîn. Bo mînak Pakistan, Erebistan û ...hwd. Di vir de xala giring û cihê heyrîmanê beşdariya Îranê di vê lîstikê de ye. Piştî bûyera 11’ê Septamberê û hestkirina Komara Îslamiya Îranê bi guhertina hevkêşeyên herêmê, û encamên vê pirsê, pêwendiya Hikûmeta Îslamî ya Îranê û Elqaîdeyê, û tayên tekfîrî ên wê rêkxirawê, guhertin bi ser de tê, û di rastî de, ew du alî serbarê vê ku kêşeyên kûr ên îdeolojîkî (bîrdozî) di nava wan de hebûn, bi sedema hebûna metirsî û berjewendiya hevpar hevalbendiyan pêk tînin. Komara Îslamiya Îranê di hevalbendiyê de armancên curbicur dişopîne, û hewil dide ku pitansiyela cîhada tekfîrî ya Sunî ji faza metirsiyê ve bike derfet bo berjewendiyên deshilata xwe ya Şîe. Beşek ji wan armancan pêk hatibûn ji: -Bikaranîna Elqaîde û tayên wê, di şerê ne rasterast a leşkerî di gel

Rojava û pêkana berjewendiyên Rojava. -Nifûzkirina di nava qewareya rêkxistina wê tevgerê, û kontrol û xemilandina wan di çarçoveya pîlanên Komara Îslamî de.

-Guhertina zanyariyan di gel bereya dijî terorê û heta danûstandina di gel mohreyên Elqaîdeyê di demên hewce de, û beşdariya bi berçav û xapînok li şerê li dijî terorê de. -Bikaranîna karta zextê ya cîhadiyan bona wergirtina poanan ji Rojava li ser pirsa destpêregihîştina bi çeka navikî.

-Berbirûkirina projeya Rojhilata Mezin û bakûra Afrîqayê bi têkçûnê re, ku ji aliyê dewleta wê demê ya Amerîkayê ve wekî xerîteya guhertinan hatibû ragehandin. Lewra me dît ku piştî şerê Efxanistan û Îraqê eşkere bû ku Komara Îslamiya Îranê, çawan Elqaîde û hevalbendên xwe bo berjewendiyên xwe bi kar aniye. Fazeke nû ya vê lîstika Komara Îslamî bi karta girûpên terorîstî, piştî Buhara Erebî dest pê dike, û bi taybetî di şerê navxweyî yê Sûriyê de, û hewla xelkê wî welatî bo hiloşandina rejîma Beşar Esed, ku hewla rejîmê digihîje kopka xwe di vê fazê de. Hikûmeta Îslamiya Îranê vêca bi rasterêkirina pitansiyela girûpên cîhadî ên destçêkirî, û li jêr çavdêriya xwe de, bo nav şerê navxwe yê Sûriyê, parastina rejîma Beşar Esed û berjewendiyên xwe kire armanc. Di rastî de Komara Îslamiya Îranê karî ku carek din van girûpan, di çarçoveya komeke pîlanên xwe de bi kar bîne ku pêk hatibûn ji: -Guherîna rûşikê sekolar-

demokratîk ya xelk û opozisyona Sûriyê, bo rûçikek binajoxwaz a Îslamî û terorîstî, ku ew yek niha gefê li berjewendiya Rojava û welatên herêmê dixwe. -Pêkanîna şer di navbera wan girûpan û opozisyona rejîma Beşar Esed, û vekirina çendîn bereyên şer bi qazanca rejîma Sûriyê. - Xapandina bîrûraya giştî ya cîhanê ji guhertinan, û nîşandana vê ku bedîla rejîma Sûriyê, û her guhertineke din, binajoxwaziya Îslama Sunî ye, û vegeşîna hêzên terorîstî lê dikeve. Di vê derheqê de heta Komara Îslamiya Îranê di hewla vê yekê de bû ku Kurdan di Kurdistana Rojava de jî, bi şerekî bi vî awayî re berbirû bike, û bi darêtina sînaryoya komkujiyê, û livandina hesta giştî ya xelkê Kurdistanê bereyeke din ya şer bi qazanca rejîma Beşar Esed veke, û di vê navberê de jî derfeta neteweya Kurd, bo gihîştina bi mafên xwe ji dest derxîne. Lê bi xweşî ve bi hûrbînî û hestkirina bi berpirsatiya part û aliyên Kurdî di hemû parên Kurdistanê de, û pêkanîna lêjneya lêkolîna meydanî ya taybet ji aliyê Desteya Amadekar ya Kongireya Neteweyî ya Kurd, ew pîlan di gel têkçûnê berbirû bû. Niha Komara Îslamiya Îranê bi yarîkirina bi karta girûpa DAÎŞ û di navçeyên Sunîakincî ên Îraq û herêma Kurdistana Başûr bo alozkirina rewşê û girtina masiyan ji vê ava şêlû, di hewleke gellek micid de ye, û rasterast dezgehên ewlekariya rejîmê û bi taybetî hêza Quds ya Sipaha Pasdaran di vê derheqê de kar dike. Lê ew yarîkirina tenê bo derveyî Îranê nine, belkû Koamara Îslamî di hewla vê yekê de ye ku karta Elqaîdeyê û girûpên tekfîrî bo sinaryoya rejîmê di navxwe ya welat û bi taybetî di herêmên Belûçistan û Kurdistnê bi kar bîne.


06-03.2014

6

Siyasî

Agirî

Pêngavek di pêxema yekgirtina neteweyên Îranê de

B

Dara Natiq

i dirêjahiya dîroka xebat û tekoşîna PDKÎ, vê partiyê tevî hewildana bo rizgariya neteweya Kurd, li jêr zulm û zordariya hikûmeta nawendî, her tim berevanî ji mafê hemû neteweyên bindest ên Îranê kiriye, û daxwazkarê pêkanîna deshilateke demokratîk û gelî bûye, ku tewahiya pêkhateyên Îranê mafê wekhev di birêvebirina welat de hebin, û di vê pêxemê de jî, nirxeke zaf dane.

Her di vê derheqê de jî, PDKÎ di pêşdestî û pêngaveke dîrokî de, li 20.02.2005’an, bi komkirina nûnerên tewahiya neteweyên bindest ên Îranê li dewra program û pilatformeke hevpar, li ser bingeha xebat û hewildan bo pêkanîna sîstemeke demokratîk û feder- welat de, em bi hewce dizanin. al, bo pêşeroja Îranê, Kongireya Herwekî dizanin Îran welatekî Neteweyên Îrana Federal ava kir. çend netewe ye û ji şeş neteweyên Fars, Turkên Azerî, Kurd, Ereb, Her wekî ku di yekemîn daxuyaniya Belûç û Turkemen pêk hatiye, lê avakirina vê kongireyê de hatiye, her tim li ser bingeha neteweyeke û pêdagiriyê li ser vê eslê dike ku serdest birêve çûye, û neteweyên welatê Îranê milkê tewahiya xelkê, din zulmlêkirî bûne, û berdewam û neteweyên wî welatî ye. hatine serkutkirin, û sîstema siyasî di Îranê de, tu demekê nekariye Mafê ku bi dirêjahiya dîrokê ji bersiva rastîn ya jiyana neteweyên neteweyên wî welatî hatiye stan- Îranê bide, û daxwazkarî û xwestên din, û herwisa qala vê yek dike, ku rewa ên neteweyên bindest hertim em zulm û stema neteweyî û bê wekî metirsî bo ser yekparçeyiya edaletiyê, ku rejîm li hemberî wan xaka Îranê hatiye hesibandin, û bi neteweyan bi rêve dibe, hest pê vê hêcetê berdewam hatine serkutdikin, û xebat û tekoşîna azadîx- kirin, û mafên wan hatine binpêkiwazên welatê me, û qurbanîdan rin, û herçend Îran li gorî pêkhatdi pêxema bidestvehatina dadper- eya xwe, ji welatekî çend neteweyî werî û azadiyê di Îranê de bilind pêk hatiye, lê mixabin di yasaya dinirxînin. bingehîn ya Komara Îslamî de, tu demekê ew netewe nehatine qeHerwisa li ser vê baweriyê ne ku bûlkirin, û ezmûna derbazbûyî ya hiloşîna rejîma dîktator û dijî gelî rejîmê û hebûna destûreke pirr ji ya Îranê, û avakirina hikûmeteke netebahî, vê rastiyê eyan û eşkere federal li ser bingeha neteweyî- dikin ku neteweyên bindest berdecoxrafî wekî mîkanîzmeke siyasî bo wam di çarçoveya dewlet û yasayên pêşeroja Îranê dikare berdewamî û dijî gelî ên vê rejîmê de mafên hevgirtina hemû neteweyên Îranê wan hatiye binpêkirin, û li jêr cihli çarçoveya Îraneke demokratîk û girkirina kultura neteweya serdazad de biparêze, û lewra jî bi ber- est, wate yek netewe, yek ziman, çavgirtina vê hewcehiyê, hevgirtina yek meseb û yek ala, bi berdewamî di navbera tewahiya pêkhateyên hewla asîmîlkirin û jinavbirina nas-

nameya neteweyên bindest dane.

Lewra em dibînin ku bi berçavgirtina wav ferq û cudahiyan û bi fermî nenasîna wan neteweyan, di yasaya bingehîn ya Îranê de, û binpêkirina mafên wan, û nîşandana Îranê wekî yek netewe, ku neteweya Fars e, di yasaya wî welatî de, û diyarîkirina mesebekê wekî Şîeya dazdeh Îmam û ...hwd, weha kiriye ku neteweyên bindest vê sîstemê bi ya xwe nezanin, û bo rizgarbûna ji çewsandin, û zulm û zordariya rejîma dijî gelî ya Îranê, berdewam di qada xebat û tekoşînê de bin. Kongireya Neteweyên Îrana Federal di yekemîn ragehandina xwe de, qala vê rastiyê dike ku Komara Îslamiya Îranê hikûmeteke totalîtêr e, û dijî azadî û mafê xelkê Îranê ye, û hiloşîna vê deshilatê mercê yekemîn bo cihgirkirin hikûmeteke federal û demokratîk di Îranê de ye, herçend Kongireya Neteweyên Îrana Federal di destpkê de, bi beşdariya heft rêkxiraw û aliyên siyasî ên ser bi neteweyên zulmlêkirî hate avakirin, lê karî ku yekdengî û yekgirtina siyasî û rêkxistinî pêk bîne, û bibe hêvina hevgirtina neteweyên Îranê.

Vê kongireyê şiya ku bo yekem car di dîroka siyasî ya Îranê de, bi komkirina beşeke berçav ji rêkxiraw û hêz û aliyên siyasî û azadîxwaz li dewra pilatformeke hevpar deriyê hevgirtinê di navbera neteweyên zulmlêkirî de pêk bîne, û bi danîna projeyeke hevpar û lihevkirina li ser mîkanîzma siyasî ya pêşeroja Îranê, li dijî hikûmeta nawendî û hiloşîna vê rejîmê bername hebin û herwisa bi berfirehkirina bazineya xebat û tekoşîna xwe ya siyasî, hêz û rêkxirawên zêdetir li dewra xwe kom bike.

Lewra baştirkirin û bihêztir kirina Kongireya Neteweyên Îran Federal bi gotareke hevbeş ya siyasî li derheq sîstema pêşeroja Îranê, tevî vê ku dikare bandoreke baştir di kom û nawendên cîhanî de hebe, hevdem hevgirtina siyasî û rêkxistinî ya di navbera hêz û rêkxirawên Îranî de bihêztir dike, û îradeya hevgirtin û azadîxwaziyê di nav neteweyên Îranê de bihêztir dike û dibe garantiya sîstema pêşerojê ya welat li ser bingeha federalîcoxrafî, û bidestvehatina tewahiya mafên gelên Îranê.


7

06-03.2014

Rojev

ji dayîk nebûye. Renge diya sînemaya Kurdî pêgiran be, wate ew zarok ku sînemaya Kurdî ye ji dayîk bibe. Lê gelo ew zarok wê kêmendam be, ciwan dibe, jîr dibe, şêt dibe, kes vê yekê nizane. Ez hêvîdar im ku rojek ji rojan ji dayîk bibe. Hekî dewleta Kurdistan hate avakirin, wê demê sînemaya Kurdî tê avakirin.

Agirî kurd xwe ji destê dagîrkeran rizgar kir û serxwebûna xwe wergirt. Rûdaw: Çêkirina fîlmê ji cem te, tê çi wateyekê?

Manao Xelîl: Ez xevnên xwe tînme cî. Xevna min geleke azad e, û ez bi riya sînemayê vê xevnê bi cî tînim.

Rûdaw: Têkiliyeke wisa di Rûdaw: Wekî hunermendekî navbera derhîner û huner- Rojavayê Kurdistan, tu çawa li rewşa welat dinêrî? mendên Kurd de heye?

Mano Xelîl: Em bê hêvî ne, û dibînin ku Kurd yek nagrin, her malbatek çîrokekê dibêje û stranê distre. Gelê Kurd perçe perçe bûye. Hinek ji wan dibêjin ku me Kurdistan rizgar kiriye. Ji aliyekî din ve jî em dibînin ku 300 hezar Kurd reviyane û di kempan de jiyan dikin. Malbata min jî parve bûye, piraniya wan rû li welatên Ewropayî kirine. Birayê min di gel pênc zarokên xwe, reviyabûne kempa penaberan li Hewlêrê. Di hemen demê de hinek ji wan dibêjin ku me Kurdistan azad kiriye. Ka wan Kurdistan azad kiriye!? 20 sala ye ku li derveyî welat im, Rûdaw: Gelo koalîteya fîlman û çîroka gelê Kurd li Ewropa nîşan çawa ye? Rûdaw: Gelo tu dikarî herî Rodidim. Helbet bi alîkariya welatên javaya Kurdistanê û fîlman çê Mano Xelîl: Diyar e ku fîlmên curEwropayî, ne bi alîkariya Kurbikî? dan. Heya niha min tu alîkariyek bicur hene, heke sînemaya Kurdî ji hikûmeta Kurd, û televîzyonên pêk hat, wê demê koalîte jî diyar Mano Xelîl: Hekî azad bû, ezê herKurdî, peymangeha Kurdî, û parti- dibe. Min jêve ye ku niha tiştek bi im. Dîktatorê Sûriyê ku ciwanên navê koalîteyê tuneye. yên Kurd wernegirtiye. Kurd di girtîgehan de dikuje, hêla jî peykerê wî yê çar metrî, di Qamîşlo Rûdaw: Nêzî 20 sala ye ku ez li Rûdaw: Derhînerên Kurd ên de ye, gelo hekî heya niha peykerê Swîsê dijîm, dema ku hûn fîlmê Bakûra Kurdistanê, piraniya Sedam li Hewlêrê ba, me wê gotiba fîlmên xwe bi zimanê Turkî çê çê dikn, gelo hûn wekî Almanî dikin, gelo em dikarin bêjin eva ku Hewlêr azad e?! hizir dikin, yan wekî Kurd? sînemaya Kurdî ye? Rûdaw: Niha hûn fîlmeke nû çê Mano Xelîl: Sedî sed ez bi Kurdî dikin, gelo naweroka vê fîlmê li Mano Xelîl: Zimanê fîlmê ne giring difikirim. Ez Kurd im, ez zarok ser çi ye? nebûm, dema ku hatme Ewropayê. e, riha fîlmê giring e. Hekî çîroka Min yasa li zanîngeha Demişqê riha fîlmê bi Kurdî be, eva fîlm jî Mano Xelîl: Li ser îxanetê ye. Diyar xwend, û piştre çûme Çekislowa- Kurdî ye. Mijara fîlmê her çi be, eva e ku heya îro jî bi hezaran Kurd îxfîlma te bixwe, û ya welatê te ye. kiyê, ku wê demê temenê min 25 Hekî girêdayî rih û azadiya welat anetê bi gelê xwe dikin, ji dijminan sal bû. jî xiraptir. Mirov dema ku li dîroka be, eva Kurdî ye. Kurdistanê dinêre, dibîne ku hemû Rûdaw: Gelo bi raya we, em îro şoreşên Kurdistanê, bi sedema îxRûdaw: Kurd gellek kêm dixdikarin bêjin ku me Sînemaya wîne, û gellek kêm jî diçe sîne- anetê têk çûne. Hertim îxanetkar di Kurdî heye? mayê, eva heya çi qasî asteng e nav gelê Kurd de hebûye, bo mînak li Bakûra Kurdistanê bi hezaran Mano Xelîl: Heya îro rojê sînemaya li pêşberî vegeşîna rewşenbîrî û cerdevanên Kurd hene ku Kurdan sînemaya Kurdî? Kurdî tuneye, sînemaya Kurdî wê dikujin, di Başûra Kurdistanê de jî, demê çê dibe, ku Kurdistan azad be. 250 hezar caş (cerdevan) hebûn, Wê demê ku sînema bo nîşandana Mano Xelîl: Çima Kurd naçe sîneherwisa di Rojhilata Kurdistanê de fîlmên Kurdî bihê çê kirin, dema ku mayê, jiber ku kultura sînemayê jî, cerdevan hene, ku li dijî azadiya di Kurdistanê de tuneye, mêjiyê fîlmên min ne tenê li Miyonşin, BerKurd û Kurdistanê kar dikin. Diyar lîn, Nemsa, û Swîsê, belkû li sîne- sînemayî di Kurdistanê de tuneye, e ku di hemû cîhanê de kesên bi vî mayên Kurdistanê jî bihê ekranki- û rexne jî tuneye, jiber ku Kurd bi rengî hene. çavekî ne şîrîn li sînemayê dinêre. rin, wê demê em dikarin bêjin ku sînemaya Kurdî heye. Dema ku Em dixwazin ku bi vî awayî bi riya me fîlmek çê kir, û ew fîlm beşdarî Pêştir dema ku bas ji kesekî xirap keçekê ku li Kurdistanê li bavê xwe festîvala navdewletî bû, eva tê vê dikirin, digotin ew kes “Mehxwar, digere, vê rastiyê nîşan bidin. Qumarçî, Fîlm û Sînemaçî” ye. Helwateyê ku me sînemaya Kurdî heye. bet ev bîrkirin diguhere, hekî gelê Ez dibêjim ku sînemaya Kurdî hêla

Mano Xelîl: “Fîlma min ya din, li ser cerdevanan e”. H: Reşad Ozkan Fîlma “Hengevan” (Der Îmker) derhînerê Kurd Mano Xelîl ku ji aliyê Kompaniyaya “Braveheart internatinoal” ve hatiye berhemanîn, niha li ser şaşeya sînemayên Alman tê ekrankirin. Sala borî vê kompaniyayê, herwisa û “festîvala fîlmên dekomentarî ya miyonşin” ku salane di meha Gulanê de tê sazkirin, fîlma “Hengevan” wekî fîlma herî baş hilbijartin. Derhînerê Kurd Mano Xelîl salaa 1964’an li bajarê Qamişloyî ji dayîk bûye, û nêzî 20 sala ye ku li Swîsê dijî, û xwendina sînemayê li Çekislovakiyê bi dawî aniye. Nêzî 16 fîlman çêkiriye, û gellek xelatên navxweyî û navdewletî wergirtine. Mano Xelîl wekî bînerekî li sînemaya “Arri-Cinema” ya li bajarê Miyonşin li fîlma xwe dinêrî. Piştî bidawîhatina ekrana fîlmê, “Rûdaw”ê ew hevpeyvîn di gel wî pêk anî. Rûdaw: Hûn dixwazin ku bi filîma Hengevan çi peyamekê bidin bîneran? Mano Xelîl: Di rastî de karê min şandina peyaman nine, ez çîrokan vedigêrim. Di sala 1992’an de min filîmek çê kir, li ser pirsa Kurd li jêr destê rejîma Sûriyê de. Ez heyama

Mano Xelîl: Em hevdu nas dikin, heyamekê berî niha ez di festîvala sînemaya Duhokê de bûm, li wir, min gellek derhînerên Kurd dîtin. Hinek ji wan min taze nasîn. Diyar e ku bi sedema piştevanîkirina hikûmeta Herêma Kurdistan, ji sînemakarên hemû beşên Kurdistanê, êdî bi sedan fîlman hatine çê kirin. Derî vekirî ye, û her kes fîlmê çê dike. Tenê li ser malpera Wezareta Rewşenbîriya Kurdistanê, navê 640 derhînerên sînemayî ên Kurd heye.


8

06-03.2014 Rehîm Mengurî kurê Îsmayîl, sala 1963(1342)’an li Kone Lacanê hatiye dinê. Rehîm Mengurî dema temenê xwendina wî digîje, diçe xwendingehê, lê mixabin weke piraniya zarokên din ên Kurdistanê bi sedema destengî û hejariyê nikare dersa xwe bidomîne û tenê dikare 5 salên despêkî a xwendinê bi dawî bîne, û neçar dibe destan ji xwendinê bikêşe û li kêleka bavê xwe dest bavêje karê cotkariyê.

R

H:Rehîm Gergulî

min, hêzên Îtilaatê çekdarekî xwe bi navê Seyîd Rehman Tahirî kurê Seyîd Mihemed ku li ser îzna hizbê çeka dewletê hilgirtibû, şande pey min, da ku min destbiser bike, di dema revînê de navbirî gote min hekî tu tevlî partiyê nebî wê bêyî girtin, wî çaxî min biryara xwe da û tevî du hevalên xwe em hatin û li pişt gundê Gezgezk a Pîranan me Rehîm Mengurî herweha şêweya xwe radestî lika 31 a hêza Aware tevlîbûna xwe bi refên pêşmergên kir û bi fermî bûn pêşmergê PDKΔ. PDKÎ re, weha tîne ziman: “Sala 1983(1362)’an ji rêya hevalekî Rehîm Mengurî birîndarbûna xwe xwe bi navê Hesen Açek Kurê Mi- di dema şer de weha tîne ziman: hemed ve, ez bûme endamê PDKÎ, “Ez di heyamê pêşmergatiya xwe û piştre di sala 1984(1363)’an de, de sê caran hatime birîndarkirin, şaneya me ji aliyê Îtilaata Îranê ve cara yekemîn li gundê Mêşedê hat eşkerekirin, yek ji hevalên me ya Menguratiyê bi Qomparê habi navê Ebûbekir Azervîn ku ber- time birîndarkirin, cara duyemîn pirsyarê şaneyê bû ji aliyê hêzên li gundê Husênabad a ser bi baKomara Îslamî ve hat girtin, û mix- jerê Bokanê bi gulleya Kilaşînkofê abin piştî heftiyekê di bin îşkencê ez birîndar ketim, û herweha cara de canê xwe ji dest da, û şehîd ket. sêyemîn li zozanên Paneser û DûsEz reviyam û ber bi Bender Ebasê er bi Katyûşayê birîndar ketim”. ve çûm, piştî salekê wate di sala 1985(1364)’an de cardin vegeri- Rehîm Mengurî rojên herî xweş yam mala xwe, piştî vegeriyana ehîm Mengurî nasiyariya xwe tevî PDKÎ weha tîne ziman: “Bo yekemîn car piştî serkevtina şoreşa gelên Îranê, bi sedema vê ku xûşkeke Seyîd Resûl Babê Gewre li Kone Xanê dijiya, û herweha ji riya birazayekî navbirî ve, min PDKÎ nas kir”.

“Min g o peyam tê gelo ev Dr. Qas e rast e ku bûye? Wimlo şehîd rast e, î jî got belê gelo pi min jêre got ştî Dr. Qaimlo êdî em ç Navbir i bikin? siva m î jî di beri rêbaza n de got emê şehîd Q as lo bido mînin” im.

Stêrkên Hêviyê

û herweha herî nexweş ên jiyana pêşmergatiya xwe, weha ji xwînerên Agiriyê re tîne ziman: “Roja herî xweş a jiyana min ku tu caran ji bîra min naçe ev e ku, Seyîd Resûl Ehmedî naskirî bi Seyîd Resûl Çûke got ku tevî min were û emê herin bal Dr. Qasimlo, wî çaxî sikirtariyaya PDKÎ li Gewredêyê bû, em çûn û tevî Dr. Qasimlo rûniştin, û hinek bas û pirsyarên herêmê ji Seyîd Resûl pirsyar kirin, eva roja herî xweş a jiyana min bû, jiber ku yekemîn cara min bû ku ez bi dîtina rêberê xwe şa bibim.

Her weha roja herî nexweş a jiyana min ev e ku em çar pêşmerge li herêma Lacanê û li çiyayê Şaz û Qazê bûn, demjimêr 4’ê piştî nîvro Mihemed Reşe bi bêsîmê peyamek da, min peyam wergirt û cedwela xwe derxist, di peyamê de hatibû ku Dr. Qasimlo şehîd ketiye, min demûdest cardin bi bêsîmê peywendî bi Kak Mihemed ve girt û min nexwast ku ez basê şehîdketina Dr. Qasimlo bikim, lê min gotê ku peyama te çima weha hatiye? Ev peyame rast e? Wî jî got belê rast e, min jêre got gelo piştî Dr. Qaimlo êdî em çi bikin? Navbirî jî di bersiva min de got emê rêbaza şehîd Qasimlo bidomînin û li ser xebata xwe berdewam bin, eva jî roja herî nexweş a jiyana min e ku tu caran ji bîra min naçe”.

Rehîm Mengurî derheq jiyana xwe ya hevpar dibêje: “Di Buhara sala 1989(1368)’an de, min tevî pêşmergeyeke partiya xwe, bi navê Gewher Şêrxanî

Agirî

xelkê gundê Maswê ya ser bi bajarê Nexedê jiyana hevpar ava kir, me daweta xwe li Qendîlê û li gundê Lêwjê kir û berhema jiyana me jî 2 keç û 2 kur in”. Rehîm Mengurî rû li xelkê Kurdistanê dike û bi vê peyamê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tîne: “Bi sedema vê ku em niha jî di halê xebat û şoreşê de ne, min tu çavnihêriyek ji partiiya xwe nine, lê ez daxwazê ji xelkê Kurdistanê dikim ku herdem weke berê piştevanê PDKÎ bin, tevî hevdu baş bin, îxanetê bi netewa xwe nekin û bi neteweya xwe piştqahîm bin, hûn jî her Kurd in, hûn bo rejîmekê kar dikin ku bi dirêjahiya dîrokê her Kurdan tepeser dike, lewra d a x wa z ê ji we dikim ku vegerin ser rêya rast”.


9

06-03.2014

Civakî

Agirî

Keça xwendekar a Kurd di zanîngeha Urmiyê de hate kuştin

R

oja 1’ê Adarê (10.12.1392) termê bê can ê Şeyda Hatemî xelkê gundê “Nowi” a ser bi devera Mirgewer a Urmiyê, di xevgeha zanîngeha Endaziyariya Cotkariyê ya Nazlûyê de, hat dîtin. Polîsê taybet bi tawanan piştî lêkolînên xwe ragehand ku Şeyda Hatemî bi awayekî asayî canê xwe ji dest nedaye, belkî hatiye kuştin.

Eva di demekê de ye ku heya niha tu kes li ser kêysa kuştina şeyda Hatemî nehatiye desteserkirin, û herweha şêweya kuştina navbirî jî ne dîhar e.

Kongireya navnetewî ya Lawên Sosyalîst “IUSY” bi dawî hat

P

iştî çend rojan kar û gengeşeya mijarên peywendîdar bi lawan di seranserê cîhanê de, kongireya 30’mîn a Yekitîya Lawên Navnetewî ên Sosyal Demokrat dawî bi karê xwe anî. Di kongirê de hejmarek raporên curbicur derheq bi rewşa netewên cîhanê û yek ji wan netewa Kurd hatin pêşkêşkirin, û têde raporên aborî, pirsa hejarî, demokrasî û sêkolarîzim û rapora siyasî a taybet bi neteweyên curbicur ên cîhanê

N

piştî bas û gengeşê hatin pejirandin. Di vê kongireyê de li ser pêşniyara nûnerê Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistana Îran, di rapora taybet bi netewên cîhanê de, xalek li ser piştevanî ji mafên neteweya Kurd li her çar beşên Kurdistanê hate pejirandin û herweha di beşek din a karê kongirê de Evîn Incir weke sekretera giştî a IUSY û herweha Aştî Azerefşan nûnera Yekîtiya Lawên Demokrat a Kurdistana Îranê weke endama Desteya çavedêr a IUSY hatin hilbijartin.

Aştî Azerefşan

Di bereberê Newrozê de, gef li çalakên Kurd tê xwarin

ûçegehaniya “Kurdpa”yê ragehand ku çalakek ferhengî bi navê Seyvan Îbrahîmî xelkê Dizlî ya ser bi bajarê Seholawayê, ji aliyê Îtilaata Sipaha Pasdaran ve hatiye gazî kirin, û li dor birêvebirina rêûresma cejna Newrozê, gefa destbiserkirin û zewtkirina alavên hûnerî ên navbirî jî hatiye xwarin. Eva di demekê de ye ku Seyvan Îbrahîmî ragehandibû ku wê rêûresmekê bona cejna Newroza îsal li gundê xwe lidar bixe. Lê heya niha 2 caran ji aliyê hêzên Îtilaata Sipahê ve hatiye gazîkirin, û ketiye bin lêpirsîn û gefên curbicur de. Di heyama du salên derbazbûyî de, nawendên ewlekarî û îdareya “Emakên” a bajarên Kurdis-

tanê, dengbêj û girûpên curbicur ên hunerî haydar dikin ku hekî di rêûresm û boneyên taybet bi newrozê di gund û bajaran de, beşdariyê bikin, wê digel cezaya girtîgehê berbirû bin.


06-03.2014

10

Çand

Gotinên Navdaran

A: Firat Cewerî

Mamostayekê mûçeya xwe bo çêkirina xwendingehekê danî

Agirî

M

amostayeke kurd û xelkê bajarê Bokanê bi merema çêkirina xwendingehekê li gundê “Kûlawa”, mûçeya saleke xwe bo îdareya perwerde û hînkirina wê bajarê danî.

têkoşîneke xêrxwazî de, dest bi xêrxwaziyê bo çêkirina xwendkomkirina pere bo çêkirina xwend- ingehan, û herwisa alîkarîkirin bo ingeha gundê “kûlawa” kir. piroseya xwendina di gundan de vegerand. Mamostaya han di sala derbazbûyî Di vê derheqê de, berpirsê “Îdarde mûçeya seleke xwe bo zarokên eya Perwerde û Hînkirinê” ya babêserperest ên gundên derdora jarê Bokanê, tevî piştrastkirina Li gorî nûçegehaniyan, Jiyan Keh- Bokanê danî bû. hewla xêrxwaziyê, got ku hêvîdar rîzanî mamostaya xwendingeha im mînakên wekî mamosta Jiyanê gundê “Saroqamîş” ya Bokanê di Jiyan Kehrîzanî, sedemên hewlên zaf bin.

Nawendeke Wergêrandinê ya zimanê kurdî hate damezrandin

Em ji welatê xwe hez bikin, ew welatê bavê me ye jî Schiller

Li diranên hespa ku diyarî tête dayin nayê nihêrîn St.Jerome

Yê ku carekê derewan bike, dikare careke din jî bike Henry Fielding

Tu tişt mîna derewan mirovan biçûk nake Çexov

J

i bo xizmetkirina bi zimanê kurdî, yekemîn Nawenda Wergêrandinê ya taybet bi zimanê kurdî, “Xaneya Wergêrandina Hojîn” li bajarê Sineya Rojhilata Kurdistanê, hate avakirin.

Kemal Tahirnijad berpirsê “Xaneya Wergêrandina Hojîn” di gotinekê de ragehand, bi merema dewlemendkirina pirtûkxaneyên kurdî û herwisa pêkanîna nawendekê bo wan kesane ku heyama çend salan e di warê wergêrandinê de kar dikin, me “Xaneya Wergêrandina Li gorî nûçegehaniyan, “Xaneya Hojîn” ava kir. Wergêrandina Hojîn” li bajarê Sine, bi serperestiya Kemal Tahirnijad Di dirêjahiya gotinên xwe de navçalakvanê kurd yê çandî, ji aliyê birî got: “Heke em bûdceyê werbigîdareya tomarkirina belgeyên fer- rin, yan me piştevaniya malî hebe, mî û îdareya “ferheng û îrşad”ê ve em dikarin karên berbiçav, ne tenê derfeta fermî ya karkirinê pê hate li ser asta Îranê, belkî li ser asta dan. cîhanê jî, xizmetên girîng bo gel û

kitêbxaneyên kurdî bikin, û got ku mixabin zimanê kurdî heya niha jî nebûye zimanekî zanistî, û eva jî bi vê manayê nine ku zimanê kurdî şiyana vê yekê tuneye, lê heya niha kar bo nehatiye kirin, lewra hewla me eva ye ku em zêdetir karê zanistî bikin, û giringiyê bidne vî warî.

Kemal Tahirnijad berpirsê “Xaneya Wergêrandina Hojîn” û yek ji rêveberên “Encûmena Mewlewiyê kurd” li bajarê Sinê ya Rojhilata Kurdistanê, daxwazê ji hemû wergêr û edîbên kurd dike ku pêşniyar û alîkariya wan bikin.

Mirovên derewîn pir sondan dixwin Alfieri

Derewîn, rastiyê jî bibêje kes jê bawer nake. Cicero

Dîroka mirovatiyê, dîropka fikrê ye. H.G. Wells


19.02.2014

11

Zimanê Kurdî

Agirî

Tiştonek

A: Mahir Berwarî 1- Lawkê Deştanî, çû serê banî, qun tîjtir e ji didanî. - Lawk ê Elman a, digerit li ser bana, quntîjtire ji didan a. - Çeq e leq e/meqe, heçî yê destê xwe bidê ehmeq e. Dûpişk 2- Zil e wekî zîwan nexişandiye wek tîman, ne dîne û ne îman, yarê hemî rihan. - Tiştek heye tiştinok, li nav kevir e xiştinok, ne ber heye ne piştok. Mar 3- Apê sincik bazda quncik Helhelîko melmelîko, simbêl tîjo guh belîko. Mişk

4- Fatka melê, têtu ji kelê, rih pêvene, simbê belê. - Helhela simbêl bela, wê di- gerhit li ser lêvêt kutela. Pişîk- kitik

5- Tiştekê mino tiştanî, li ser textê sultanî, pêxémberî şûrê xwe di stû danî. - Di avê de pêlewan e, li be- jayiyê/dêmî bê can e. Masî

6- Himhime, darî bisime. Hindî min li bîr e, Mihemed axa wezîr e, li nav teyra, êkê bi şîr e. darkoke Têdîtin: Amadekar destkariya devoka metelokan nekiriye

Xwendevanên hêja! Hûn dikarin bersiva tiştonekan bi rêya E-maila Agiri2003@gmail.com ji me re bişînin.


AGIRÎ

Navnîş ana derveyî welat: AFKB.P. 102- 75623 ParisCEDEX 13 –FRANCE

E - Mail: Agiri2003@gmail.com

Tel: (+)9647503640792

Parlemênta Turkiyê pêşniyara daxistina xwendingehên ser bi Gulen pejirand

P

arlemênta Turkiyê gelaleya daxistina xwendingehên taybetî û bihêzkirnê (Xisûsî û Teqwiyetî” pejirand, ku piraniya wan li jêr çavdêriya Gulen de ne.

Mana li ser Mirîxê heram e

L

i gorî nûçeya “Xelîc Taym”ê, Komîteya Fiqhî ya birêvebirina karûbarên Îslamî ya dewleta Ebozebî, bi derkirina fetwayekê çûna bê veger a Misilmanan bo ser Mirîzê heram kiriye.

sepandin ku bo xwekujiyê berçav hatiye girtin.

Feqîhên Ebozebiyê di fetwaya xwe de ragehandin ku her kes, serbarê haydariya ji van metirsiyan here Mirîxê, û li wir can bide, roja qiyametê, dê ew cezaya bi ser de bihê

Li gorî rapora “Xelîc Taym”ê di nava bi hezaran kesên ku navnivîsî kirine, 500 hemwelatiyên Erebistanê yan hemwelatiyên welatên kendavê têne dîtin.

bûyiyeke 50 salî heye, ji wan polên xwendinê bi dest tê.

Gulen ku di Amerîkayê de jiyana xwe derbaz dike, di van mehên dawiyê de, navbera wî û serokwezîrê Turkiyê têk çûye. ErdoxBi milyonan dersxwan, bona ku xwe an wî bi darêtina pîlanan li dijî xwe ji bo îmtihanên çûna bo zanîngehê tomatbar dike. amade bikin, di wan xwendingehan de dersê dixwînin. Li gorî biryara parlementoya Turkiyê, di destpêka meha SeptamDahata sereke ya tevgera li jêr bera 2015’an de, ew xwendingeh rêberiya Gulen ya naskirî bi “Te- wê bêne daxistin. vgera Xizmetkariyê”, ku derbaz-

Hêjayî basê ye ku kompaniyayeke Holendî projeyeke bi navê “Mars One” daniye, ku li gorî wê, heya sala 2023’an ewê yekemîn girûLi gorî gotina wan “Dadgeha pa Torîstên Mirîxê bişînin Xwedayî” di Mirîxê de jî kar dike. wir.

Jina herî bi temen ya bûyera Holokastê koça dawiyê kir

A

lîs Hirts- Samir Piyanîst û paşmayiya Holokastê li temenê 110 saliyê, di Lendenê de koça dawiyê kir. Hefteyekê berî niha fîlma belgeyî ya jiyana wê, kete nava rikeberiyên Oskarê de.

Alîs Hirts ku li sala 1903’an, di Piragê de ji dayîk bibû, her di demên ciwaniya xwe de perwerdeya hînbûna Piyanoyê dît, û di temenê 16 saliyê de, bû endama herî ciwan ya Akadimiya mozîka Piragê. Navbirî di gel kurê xwe ji wan 20 hezar êxsîran bûn ku di dema gihîştina arteşa Şorewiya pêşîn bo kempa “Tirîsîn Iştat” zindî man. Lê mêrê wê, di kempa “Daxû’û” de, bi nexweşiya Tîfosê canê xwe ji dest da. Piştî bidawîhatina şerê duyemîn ê cîhanî Hirts- Samir çû Îsraîllê, û piştî 31 salan çû Lendenê. Jiyana navbirî bû bingeha çêkirina fîlma bi navê “The Lady in Number 6: Music Saved my Life” (jinek di hejmara şeş de, mozîkê jiyana min rizgar kir). Ew film piştre bû berbijar bo “baştirîn fîlmên kurt” di festival sînemayî ya Oskar de.

ajans-agiri-pdf