Page 1

Demokrasî bo Îranê Hejmar:7

Otonomî bo Kurdistanê Cozerdana 1383’e Rojî

Maya 2004’e Zayînî

Rojnameyeke siyasî û çandî ye

Pêvajoya Reformxwaziyê 7 salan piştî Serok Komariya Mihemd Xatemî Pêvajoyek ku bi navê Reformxwazî di nava parek ji dezgehên deshilatdare Komara Îslamî da dest pêkir, li 2’ê Cozerdana sala 1376’e Rojî (1997) bi piştgîriya beşek xuya ji xelkê, Mihemd Xatemî wek ala hilgirê wê pêvajoyê lê ket. Bi hilbijartina Xatemî bo Serok Komariyê, parek ji xelkê Îranê û heta pişkek xuya ji welatan ev hêviye peyda kiribûn ku dê Komara Îslamî ji kiryar û riftarên nedurist û têkderaneye xwe dûr bikeve û bi misoger kirina guhertinên bingehîn, liv û riftarên zalimaneye xwe li gel xelkê kêm bike. Xatemî di posta Serok Komariyê de zor caran di axaftin û gotarên xwe de li ser pêşdeçûn û guhertinan tekez dikir, lê hemî carekê jî radigehand ku pêkhateya Meclîsa 5’em ku pitir ser bi baskê tundrê (pawanxwaz)an e, bi awayekê ye ku rêya pêk anîna guhertin û pêşde birina bernameyên Reformîstî berbest dike. Her wisan bû ku xelkê Îranê bo ji holê rakirina vê kospê li ser rêya Xatemî û baskê Reformxwez, bi beşdarî kirineke berfireh di hilbijartinên gera 6’an a Meclîsa Şêwra Îslamî de, gavek wiha hilgirtin ku piraniya Meclîsê bikeve destê nûnerên Reformxwez û serbixwe. Pêkhateya Meclîsa 6’an ev hêviye ku pêvajoya Reformxweziya nava hikûmetê bê asteng û berbend here pêş, zêdetir kir. Lê derbas bûna demê da xuya kirin ku serbarê nerazî bûna parek ji nûnerên Meclîsê, karê reform û pêk anîna guhertinên erênî bi qazanca xelkê û azadiyên wan pêşdeçûnek bi xwe ve nedît. Sedema vê yekê jî: Yek eva bû ku ne Xatemî û baskê Reformxweze nava deshilatê bawerî bi guhertinan hebûn ku xelkê çavnihêrî dikir û ne Xatemî û Reformxwez xwediyê şiyan û hêz û deshilateke wisan in ku bikarin çavnihêriyên xelkê bidest bînin yan jî guhertinên cihê bawera xwe bi encam bigehînin. Sedema dine vê pirsê, bûna deshilatê li destê kes, kom û girûpeke xasmanî û ne hilbijartiye nava deshilata rejîmê de bû ku rê bi çi guhertineke erênî nedaye û bi kiryar jî, Serok Komar û Meclîs bi tewawî bêdeshilat kiriye. Niha ku 7 sal ji 2’yê Cozerdana sala 1376’e Rojî (1997) derbas dibe, ne tenê xelkê Îranê, belku piraniya welatan û heta beşek ji Reformxwezan bi xwe jî li pêk hatina her cure guhertin û reformek erênî bêhêvî bûne û ev bêhêvî bûne jî di hilbijartina gera 7’an a Meclîsa Şêwra Îslamî de bi aşkera xwe derxist holê. Hebûna gumanê di parek ji xelkê Îranê de ku çend sal bû bi hêviya pêk anîna guhertin û reforman di Komara Îslamî a Îranê de bûn, niha xelk aniye ser vê bawerê ku reform û guhertinê rastîn bi qazancê xelkê û azadiyên wan tenê demekê misoger dibe ku xebata tev aliye xelkê Îranê dijberî rejîma Komara Îslamî bi encamek dilxwez gihîştibe û sîstemeke demokratîk bihê ser kar ku bawerî bi demokrasî, mafê mirovan û parastina mafê neteweyî ên gelên Îranê hebe. Eva di cihê xwe de yê xalek pozetîv be ji bo xebata azadîxwazane a xelkê welatê me û, ji bo ku hemû aliyek bê guman û dudilî tê de pişikdar bibin. Bê goman rêya serketin û bi hêvî gihîştinê jî her di nêrîn û ramanek wiha de misoger dibe.

Partiya Demokrata Kurdistana Îranê diweşîne

Rapora salaneya Wezareta Karê Derve ya Emerîka derheq rewşa mafê mirovan li Îranê Rewşa mafê mirovan di Îranê de ku berê jî nebaş bû, di salên 2003 û 2004’an de xirabtir bûye Wezareta Karê Derve ya Emerîka rapora salaneye xwe der barê aliyên cur bi cur ên mafên mirovan di cîhanê de weşand. Di vê raporê de parek bo Komara Îslamî a Îranê hatiye destnîşan kirin. Doma wê bo 7

Di teqînekê de li Bexdayê serokê vê mehê ye Civata Deshilata Demî li Îraqê bi 8 kesên din re hate kuştin

Di encama teqîna otombêleke bombebar kirî de li hember binkeya sereke ya hêzên

hevalbend li Bexdaya paytextê Îraqê, roja duşemî (17.05.2004)’an Ebdula Zehra Osman Mihemed naskirî bi Ezzidîn Selîm, serokê vê mehê ye Civata Deshilata Hukmî li Îraqê ku ji aliyê Emerîka ve hatiye damezrandin bi 8 kesên din re hate kuştin. Doma wê bo 8

Kesayetiyê navdare kurd û yadgarê Komara Kurdistanê wexera dawî kir Sibêdehiya roja înê 1’ê Cozerdana 1382 a Rojî (21.5.2004)’an, kesayetiyê nevdare kurd Seîdxanê Homayun kurê Ebdulrehmanê kurê Muînbegê Yekşewe û birazayê Elîbeg Fermandeyê hêza Bokanê li serdemê Komara Kurdistanê de, di temenê 81 saliyê de li bajarê Mihabadê wexera dawî yê kir.

Doma wê bo rûpelê 6

Rixne girtina Komara Demokrasî, biha KURDISTAN, siyasetên kor Îslamî ji stiratejiyên welêtên û piraktîka wê (Beşa 4.) 5 Kurdan 9 pêşverû 2

dasepandina Çar herêmên û pêşeroja demografîkên cuda

10


2

Agirî, hejmar 7, Maya 2004, Cozerdana 1383

Rixne girtina Komara Îslamî stiratejiyên welatên pêşverû

ji

Siware Kurdî @ Piştî serketina şoreşa pîroze gelên bêzare Îranê di sala 1357 (1979)’an de, girûpeke pawanxwaz, karîn vê şoreşê li gor berjewendiyên xwe û berevajî armancên esliye vê bibin û deshilata xwe bi ser gelên Îranê misoger bikin. Sir û çeweng mana xwe di vê de didîtin ku ala serbestiya neteweyên cîhanê bilind bikin û wisan bidin xuya kirin ku yasayên Komara Îslamî cîhan pesind in. Wan di axaftinên xwe de jî yasa û distûra bingehîne welatên din dibirne bin pirsyarê û stratejî û armancên xwe ku xwendineke taybet ji Îslamê bû - û navê Îslama Naba Mihemedî li ser danabûn – berdewam û bi awayên cur bi cur jiyana weke kite rêya bexteweraneye gelên cîhanê dudews dikirin. Merema me di vê gotarê de eva ye ku bi kurtî van çemk û baweriyên ku ji aliyê stiratejîstên Komara Îslamî tên belav kirin û naveroka distûrên bingehîn ên welatên Rojava pêre dibine bin pirsyarê, bixwînin, heta ku bo me rohn û eşkere bibe ku gelo eva Komara Îslamî ye ku dê stiratejiya cîhaniye wê here bin pirsyaran, yan stiratejiya welatên pêşketî?! - Yekem rixneya stiratejîstên Komara Îslamî ji welatên pêşverû eva bû ku çunku zaraveya Lîberal Demokrasî li gor azadiya mirov hatiye ava kirin û di nava vî çemkî de piştgirî ji Omanîsmê tê kirin, encama vê cure hizrînê dûrketin û ji holê ra kirina distûrên Xwedê û hinartiyên wî ye, her weha çunku eqliyeta mirovan jî qet nagihîje vê qasê ku bernameyeke baş bo jiyana û civakî û … ji xwe re diyarî bikin, metoda deshilatdariya rejîmên Ewropayî jî nikarin li ser bingeheke durist, ava bibûn. - Rixneya duyem ku – ji welatên Rojavayî digirtin û – berdewam dubare dikirin, eva bû ku awayê dengdanê li welatên pêşverû renge xweşik bihên xuya kirin, lê di kiryar de fend û fêleke zor tê de ye û ew kesên dibin nûnerê Parleman, hilbijartiyê rastîne gel nînin. Li gor baweriya van kesan, di Rojava de her kesek dirafek zêdetir bikar bîne, dikare bi hêsanî li ser kursiya Parlemanê rûnê.

- Rixneya sêhem ewa bû ku piraniya xelkê Ewropayê di dengdananê de pişikdariyê nakin. Ev beşdarî nekirine jî bi vê wateyêye ku gelên van welatane ji rayedarên xwe nerazî ne, gel bi vê beşdarî nekirinê NA bi terzê demokrasiya bi eşkereyî Rojava dibêjin û … Lêre de bi hewce dizanim kurte rawestiyanekê li ser ramana rixnegireya deshilatdarên Îranê bikim, ku çawa, awayê hizrîna wan li hember welatên Rojava li ser valahiyê ye û derbas bûna çax û dem, nerast bûna vê dîtinê bi başî selimandiye. Di destpêka sala 58 (1980)’an de girûpake pawanxwaz kite rêya ku li hember xelkê Îranê qut kiribûn, eva bû ku gelo hûn Komara Îslamî dipejirînin? Wate xelk neçar hatibû kirin ku di navbera metodên de, cur bi cure

Di nava yasaya bingehîne de navê şêwrekê rejîmê hatiye ku serve de mit û bêdeng e û tenê erkê zêrevanî kirin bi ser durist birêve çûna yasaya bingehîn a welat e, lê mîna morikê, ketiye canê Komarî bûna rejîmê@@ hikûmetan de li sedsala hemdem, tenê metoda nû avakirî ku "Axundan" bi baş dizanîn, bipejirînin. Di dawiyê de jî bi eşkere karîn bi cîhanê wisa bidin nîşan dan ku xelkê Îranê tenê Komara Îslamî dixwazin û bes. - Her ku Komara Îslamî weke sîstem, deshilata Îranê bidest girt, di nava mejiyê hizirvan û rewşenbîrên wî serdemî de ev pirse hate holê, ku birastî bi têkel bûna du peyvên Komar û Îslamî dibe çi metodek ji hikûmetê – bo van netewane ku bi sedan sal e bi giştî û nemaze pitir ji sedsalek e ku di pêxema wê de canê xwe gorî dikin – bihê ava kirin, ku şiyan û bexşîna jiyaneke bextewerane bo gelên Îranê hebe? Eşkere ye zarava Komar li mêj ve ye – ji aliyê Feylesofên Yûnanî ên çaxê berê û her wiha ji aliyê siyasetvanên wan çend sedeyên davî – pênase bo hatiye kirin û bi

SIYASÎ@@ @

awayeke piragmatîk jî bi pişkek ji welatên cîhanê dimeşin. Lê mîna peyva Îslam’ê li tenişta Komar’ê hilgirê manayek berfireh û kûr e. Bo mînak: Îslam weke yek ji olên naskiriye civaka mirovahiyê, çi metodeke deshilatdariyê bo xelkê, desteser kiriye? Gelo bo wan bûyerên ku di cîhanê de diqewimin, bernameyeke taybetî heye û rasterast di nava Qurana pîroz de hatiye bas kirin? An na, Quran bi awayeke giştî qala çawaniya meşandina kar û barên gel kiriye û raveyên din teslîmî pisporên ola pîroze Îslamê kiriye heta ku li gor demê ji bo kar û barên siyasî û …htd, rave hebin û gelaleya xasmanî bo dabirêjin? û …htd. Em agehdar in ku di Qurana pîoz de bi metodeke rasterast qala van riftarên siyasî nehatiye kirin ku niha di civaka mirovahiyê de diqewimin. Ku wisan bû rêya duyem dimîne, yanî ew metoda ku pispor û şehrezayên Ola Îslamê li gor serdem û bûyerên ramyarî şiroveya taybetî hebin û gelalê bo darêjin. Lêre de pirseke din derdikeve holê, ku dema ji aliyê çend şehrezayên ola Îslamê, dîtin û ramanên cuda hebin û her yek ji van şirovekerane li ser wê bawerê bin ku nêrîna wî durist e, li demeke wiha de xelk diviya raveya kîjanî – bo kar û barên siyasî – hilbijêrin? Her wiha çawa dikare piştgiriya raveyeke xasmanî bike? Heke hat û şaş bûna nêrîna ravekarekê bi kiryar hate selimandin, vî çaxî xelk diviya çawa bi ol re tev bigerin?!, ji vaneyeev pirse bo mejiyê mirovên îmandar bihê holê ku gelo dibe di pênasîna ol de şik û gumanê bikin? Metoda hikûmet kirina rayedarên niha ên welatên Ewropayê hin rêsayên yarî kirinê tê de hene ku ji ceribîn û ezmûnên hezar saliye jiyana civakiye mirov de bidest xistine, wan ev rêsayên ku bi kiryar jiyana civakiye mirovan vajî (aloz) kiriye, nas kirine û li metoda, hola siyasî bi dûrxistine, lewma karîne bigihîjne encamekê ku dibe bi eşkere bêjîn ku ji metodên berê baştir e û, kar û barên civaka wan baştir dimeşînin. Xuya ye ku ev metoda li ser bingeha Lîberal Demokrasiyê hatiye avakirin bi rêk û pêk niazanin û bawer in ku heke hat û rojekê seh bi vê çendê bikin ku her yek ji van rêsayane ku niha birêve diçin, di berjewendiya gel de ninin, dê guhertinan bi ser de bînin. Bi kiryar 25 sal ji temenê Komara Îslamî derbas bûye, rastiya Komara Îslamî- her wek me bas

@


SIYASÎ@ @ SIYASÎ@ Doma rûpelê 2:

@

Agirî, hejmar 7, Maya 2004, Cozerdana 1383

Rixne girtina Komara Îslamî ji stiratejiyên welatên pêşverû

kir- xwendineke xasmanî ji olê Îslamê heye, yanî Şîiya 12 Îmamî, ku di birgeh (made)a 12’an a yasaya bingehîne Îranê de bi eşkere anîne holê û nemaze ebdiyet jî jêre bexşîne, diyar e Îslam di nava civaka Misilmanan de bi awayên din jî hatiye xwendin merem şîret û rave kirin li ser ayetên Quranê ye - temenê Komara Îslamî ew rastiye jî ji bo xelkê da selmandin, ku ji Îslama Naba Mihemedî jî berdewam şax û tayên zor lêvedibin û her yek ji van şaxane nêrînên taybet derheq bi siyasetê re heye û dîtinên xwe weke emrê Xwedê bi gel didin nasandin. Nimûneya herî xuya di van salên dawiyê de hat dîtin, kesên weke "Montezirî" ku weke gelaledarêjê dezgeha "Wilayeta Feqîh" dihate nasîn, niha ji aliyê taxeke din, serberedayî hatiye nas kirin û wek îxanetkar bi dezgeha Wilayeta Feqîh dinasînin. Komara Îslamî ne tenê di heyamê deshilatdariya xwe de nekarî rast bûna stiratejiya xwe bo civaka mirovahiyê bide selmandin nemaze beşek ji teorîsyenên wê jî (Ebdulkerîm Siroş) pêre dijberiyê dikin û berevajî stiratejiya wan diaxivin. Dema ku qala Komar bûna sîstema Wilayeta Feqîh dihate holê. Pawanxazan bo durist nîşan dana stirartejiyên xwe kincên hikûmetên Modern li xwe kiribûn û peyva Komarê xemilandibûn, û berdewam digotin meşrûiyeta wan yasayên ku di welat de dimeşin, ji aliyê gel ve deng pêre tê dayîn. Ji bo baştir rohn bûna merema me, emê basa vê pişka rejîmê bikin ku ji aliyê xelkê ve rasterast deng bi wan re tê dayîn, - xuya û eşkere deshilatê bidest digirin: Meclîsa Xîbregan a Rehberî: Erkê sereke yê vê Meclîsê zêrevanî kirin bi ser kar û barên rêberên nîzamê ye, da ku bizanibin rêber bi başî wan erk û wezîfeyên xwe ku di destûra bingehîne welat de bo wî hatiye diyarî kirin, encam dide, her wiha di dema mirina rêber de, cihgir jêre diyarî dike. Serok Komar: Di yasaya dezgeha Wilayeta Feqîh de Serok Komar weke duhem kesatiyê rejîmê tê hesibandin û erkê birêvebirina "Qowe"(dezgah)a Mucriye (birêvebirinê) li stû daye. Meclîsa Şêwra Îslamî: Ev meclîse, distûr û yasayan didanê û

li gor hewcehiya gel yasayan didanê û her wiha dengê hitbarê dide wezîran û … htd. Şêwra Îslamî ya bajar û gundan: Ku piranî pêwendî bi baştir birêve çûna kar û barên herêmeke xasmanî ve heye û di asteke nizimtir de berpirsyariya gel diparêzin. Rûmetê vê beşê ji rejîmê ciwan e û wisa dide xuya kirin ku mirov dikare hitbarê pê bike, lê dema ku mêzeyî karnameya rejîmê û parek ji yasayên dine welat dikin, derdikeve ku ev rixne û henekên, ku Komara Îslamî ji hinek welatên dinê dike tevî roh û kulexê rejîmê têkel e û eve ew in ku di heyamê deshilatdariya xwe de, bi dehan car bi dengê gel lîstine. yasaya bingehîne Di nava rejîmê de navê şêwrekê hatiye ku serve de mit û bêdeng e û tenê erkê zêrevanî kirin bi ser durist birêve çûna yasaya bingehîn a welat e, lê mîna morikê, ketiye canê Komarî bûna rejîmê. Ew şêwra ku navê wê Şêwra Nîgehban (Nobedar) e roj bo rojê deshilata wê zêdetir bûye, hetanî cihekê ku dibe bêjîn Şêwra Nobedar kariye peyva Komar bûnê di destûra bingehîne rejîmê de bêmifah bike. Şêwra Nobedar ku niha şaxeyên xwe gihîjandiye tev welat û li her yek ji bajarên Îranê borûya nûneratiyê heye, 12 kes rêberî dikin, 6 kes ji endamên wê rasterast ji hêla serokê rejîmê ve tên diyarî kirin û dibe "Muctehid" bin, 6 kesên din jî ku dadmend in, ji aliyê serokê "Quwe"(dezgeha)ya "qezayiyê" (dadê) ve – ku ew jî rasterast ji hêla rêber ve hatiye diyarî kirin – navên wan dide Meclîsê da ku dengê hitbar (destnedan)ê pêre bidin, heke nûnerên Meclîsê deng bi wan nedan, hewce ye bo careke din serokê Dezgeha Dadê kesên din bi Meclîsê re bide nasandin, heke vê carê jî di Meclîsê de piraniya dengan nedin, çi din şêwrê bi nûneran re nakin û dadmend dikarin bibin endamê Şêwra Nobedar. Em di Meclîsa 6’an de şahidê vê rastiyê bûn! Yek ji erkên Şêwra Nobedar dana kêrhatî bûnê bo vê parê ji berpirsyarên deshilatê ye ku hewce ye rasterast xelk deng bide wan, wate xelkê welat bi sexîr (biçûk) dizanin û divê ew bo gel diyarî bikin ku di nava çi lîsteyekê de

3 nûnerên xwe hilbijêrin, bo mînak Meclîsa Xîbregana Rêberî ku me qala erkên wê kir, dibe Şêwra Nobedar kêrhatî bûna wan bipejirîne, Şêwra Nobedar ku rastewxwe endamê wê ji hêla Serok ve hatine hilbijartin. Êdî bi xwe şirove bikin ku Şêwra Nobedar çi kesanek pê başin ku bibin bi endamê Meclîsa Xîbregan, her weha ew kesên ku bûne endamê Meclîsê çi zat (moral)ek dê hebin ku bikarin lome û rixneyan ji Rêber bigirin? Yek ji erkên din yê Şêwra Nobedar pejirandina biryarên pesind kiriye Meclîsa Şêwra Îslamî ye, di gera 6’an a Meclîsa Şêwra Îslamî de girûpeke Reformxwaz karîn – li gor rewşeke taybet ku di welat de hatibû holê – li ser kursiya Meclîsê rûnin lê ji hêla Şêwra Nobedar ve bi kiryar zaf ji biryar û terhên pesindkirî ên Reformxwazan hatin weto kirin. Diyar e piraniya ev pare ji biryarên pejirandî hatin weto kirin ku daxwaza civatên xelkê Îranê bûn. Mîna ji holê rakirina gelaleya guhertina yasaya çapemeniyê bi hukmê hikûmetî û pênaseya sûç û tawana siaysî, serbest kirina setilaytê, guhertina yasaya birêve birina dengan û … htd. Baş e birastî rejîm ji xwe pirs nake ew gazinde û rixneya ku ji welatên pêşverû dike û berdewam digot Demokrasiya Rojava tenê li serve de ye û di naverokê de bawerî bi dengê xelkê çi ninin, eve ew ninin ku roj bo rojê kakil û naveroka valaye wan bo cîhaniyan eyantir dibe? Wilo xuya e ku di welatên pêşketî de rêxistin bikarin bi mifah wergirtin ji propagend û pere (dirav), parek ji dengên xwe pitir bikin, lê demekê ku deshilat bidest girtin vê hewlê didin ku bi her awayekê ku bihê kirin hitbara xelkê bo aliyê xwe zêdetir bikin, helwestên wan bi curekê ne, ku xelkê wan dixweazin, ew tişta ku di metoda Komaretiya rejîma dezgeha Welayeta Feqîh de, bi tewawî berevaj e. Her wek me bas kir deshilatdarên Îranê seba kêm bûna qasê dengê dengderên welatên pêşverû, rixne ji wan welatane digirt û digotin: Ew beşdarî nekirine bi xwe re hilgirê wê manayê e ku xelkê van welatane ji rayedaran nerazî ne, û NA bi metoda demokrasiya serveyiye Rojava dibêjin. Ji bo nerast bûna vê nêrînê emê tenê îşarê bi nimûneyekê bikin. Di hilbijartina davî ya Serok

@


4

SIYASÎ@@

Agirî, hejmar 7, Maya 2004, Cozerdana 1383

Doma rûpelên 2 û 3:

Rixne girtina Komara Îslamî ji stiratejiyên welatên pêşverû

Komariyê li welatê Firanse de ku di meha Aprîla 2002’an birêve çû, 16 berbijar beşdar bûn û di encamê de çi yek ji berendaman nekarîn piraniya dengan bidest bînin û dengdan bo gera duyê ve kêşiya, di gera yekem de 2 kes bi navên Jak Şîrak bi %19/9 û Lopên ji "Eniya Neteweyî" – ku nûneratiya nîjadperestên Firanse dikir %16/9’ê dengan yanî piranî bidesat anîbûn. Beşdarên vê gerê %71/6 van kesane bûn dikarîn ku di dengdanê de pişikdariyê bikin. Di vê bûyerê de nîjadperestan karîn heta nêzîk posta Serok Komariyê biçin, di demek wilo de gelên Ewropa bi giştî û nemaze xelkê Firanse seh bi tirsa bi ser kar hatina nîjadperestan dikir, Ewropiyan ji aliyekê û her wisan Partiyên siyasî ên Firanse daxwaz ji gel kirin ku di gera duyem de beşdariyeke çalakane di dengdanê de bikin heta ku carek din welatê Firanse bi hatine serkarê nîjadperestan bi pirsgirêkan re rû bi rû nebe, ewa ku bi kiryar jî qewimî serketina Şîrak bi %82/2 ji dengan bû. Di vê gerê de %79/7 a wî xelkî ku dikarîn di dengdanê de beşdar bibin, pişikdariyeke çalakane kirin, wate 32832295 ji 41194689 kesan. Pişkikdarî nekirina gelên welatên pêşverû nikare ewê bide nîşan dan ku ji metoda hikûmetdariya welatên xwe nerazî ne. Ji ber ku berevajî evê digehîne, tirs ji wan kesan ninin ku qirar e kar û barên welatê wan di pêşerojê de birêve bibin. Ew bûyera di welatê Îranê de berevaj e, demekê diçine ser sindoqan cehdê dikin ku bi metodeke aştîxwazane deshilatê ji destê Pawanxwazan de derxin {beşdarî kirin di hilbijartina Serok Komariyê di sala 1376 (1997)’an û her wiha şêwra Bajar û Gundan di sala 1377 (1998)’an û Meclîa Şêwra Îslamî di sala 1378 (1999)’an de} demekê jî ku pişikdariyê nakin ewê digehîne ku çi ronahiyekê di deshilata niha a welat de nabînin {hilbijartina Şêwra Bajar û Gundan di sala 1381(2002)’an û Meclîsa Şêwra Îslamî di 1382 (2003)’an de}. Bi vê rewşa ku niha bi ser welat de zal e û xelk bi başî agehdarê stiratijyên Komara Îslamî ne, vê carê rejîmê çi qiseyek bo gotinê heye!?

Nameya Komara Birîtaniya Korbîn

Balyozxaneya Îslamî li bo Cêrmî

Balyozxaneya Komara Îslamî a Îranê Bi navê Xwedê Cenabê Cêrmî Korbîn, cihgirê serokê mafê mirovan a Parlemanê! London, 29’ê March a 2004 Birêz Korbîn! Derheq wê nameya roja 11’ê September a 2003’an ku cenabê te derheq bi çarenivîsa 6 kes ji xebatkarên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê pirsyar kiribû, em te haydar dikin ku me ev pirse bi rayedarên pêwendîdare Îranê re anî ber bas û ev zanyariyên jêrîn hatine wergirtin: Li Octobera sala 1992’an, girûpeke terorîstî pêkhatî ji 7 kes ji endamên awarteya Demokrat a Partiya Kurdistana Îranê li rêya sînorên hevbeş yên Îraqê çûne devera bin deshilata Komara Îsalmî a Îranê. Navê ew 7 kesane pêkhatîne ji: Ednan Îsmaîlî, Muzefer Kazimî, Yûnis Mihemedpûr, Mihemed Ezîz Qadirî, Erşed Rezayî, Merûf Suhrabî û Daryûş Îslamdost. Piştî encamdana kiryareke terorîstî ku bû bi sedema kuştina Xulam Meazî ku keseke "baznişet" yê Sipaha Pasdaran a Şoreşê bû, navhatiyên han li çaxê vegeriyan bo binkeyên xwe li Başûrê Îraqê tevî hêzên Bizava Îslamî a Kurdistanê tûşî şer û pevçûnên çekdarî bûn. Di wî şer û pevçûnê de 6 kes ji wê

girûpê hatin kuştin û yek ji wan jî bi navê Daryûş Îslamdost, ji aliyê Bizava Îslamî hate destbiser kirin. Piştî dexalet (navincî)a Ebdulkerîm Celalî, yek ji rêveberên nihoye Partiya awarte ya navbirî û her weha dexaleta zêdetir ji Mihemd Mihemed Seîd ku yek ji pismam yan kurxaletên Daryûşî ye, aqibet navbirî di benda Bizava Îslamî de azad bû. Li gor agahiyan, Daryûş Îslamdost niha di welatê Swêdê de dijî û yek ji endamên çelenge PDK Îranê ye. Bi sipas û hurmetan ve Murteza Sermedî Sefîr Kebîr

Nameya deftera siyasî a PDK Îranê bo, "Paul Brêmer", berpirsê demî yê Îraqê Rêzdar axayê "Paul Brêmer", serokê deshilata demî a hevalbendan li Îraqê! Em we agehdar dikin ku di Octobera sala 1996’an de 7 xebatkarên PDK Îranê li nizîk bajarê Helebceya Kurdistana Îraqê ji aliyê çekdarên Bizava Îslamî a Îraqê ve hatin girtin û paşan tehwîlî Komara Îslamî a Îranê dan. Yek ji wan têkoşerane bi navê Daryûş Îslamdost piştî çend heyvan di dema betal kirina pêlaneke terorîstî a Komara Îslamî bi dijî Partiya Demokrat de karî xwe rizgar bike û niha jî wek penaber li welatê Swêdê dijî. Ew 6 xebatkarên din her wisan bê ser û şûn bûn. PDK Îranê ji rêya zaf kesyeatiyên navneteweyî ve cehda eşkere bûna qedera wan 6 têkoşerane da, hetanî di wan daviyane da Balyozê Komara Îslamî li Birîtaniya, di bersiva axayê Cîrmî Korbîn, cihgirê

serokê girûpa mafê mirovan di Parlemana Birîtaniya de, koncek ji çarenivîsa wan têkoşerane eşkere kir û ragehand ku ew 6 kese li nizîk bajarê Helebçê bi çekdarên Bizava Îslamî re tûşî şer bûne û hatine kuştin. Em daxwazê ji te yê birêz weke berpirsyarê îdareya demî a Îraqê dikin ku Bizava Îslamî bi merema rohn kirina rastiyên pêwendîdar bi vê kompiloya hevpişke Bizava Îslamî û Komara Îslamî a Îranê bêxne bin zext û givaşê. Bi taybet ku komara Îslamî a Îranê kuştina ev 6 xebatkarên partiya me êxistiye stûyê Bizava Îslamî. Rohn û eşkere bûna wan rastiyane, alîkariyê bi naskirina zêdetire terorîst û mirov firoşan diket. Tevî rêz û hurmeta taybetiye me

Deftera Siyasî a PDK Îranê 2004.04.24 e Zayînî

@


@

SIYASÎ@ SIYASÎ

Agirî, hejmar 7, Maya 2004, Cozerdana 1383

Demokrasî, biha û piraktîka wê Beşa 4

Kurmanc Hakkî kurmanc@dengekurd.com

Demokrasî bi wateya deshilata gel hat wate kirin. Mebest li deshilatê ewa ye ku karê kesekê bi awayeke hesab kirî (intentional) kar bikete ser jiyan û rewşa jiyan û ramana kesên din. Li demokrasiyê de hevwelatiyan rê hene ku di rêya beşdariya kolektîv an li rêya hilbijardina nûnerên xwe şêwaza dilxwaze deshilatê hilbijêrin. Biryarên ku ji aliyê deshilatdaran tê dan gelek caran dikaribe bibe sebeba kêfxweşiya kesên jêr deshilat. Vê demê mirov dikaribe bêje ew kese bextewer e ne beşdarê deshilatê ye. Di demokrasiya Atênê de hevwelatiyan di civînên gel de beşdarî li deshilatê dikirin. Di civînên gel de hevwelatiyan bi axiftin û dengên xwe kar dikirin ser ev biryarên ku di pêwendî di gel çarnivîsa wana dihat dan. Her wisa ewana rê hebûn pêşniyarên siyasî ji bo biryardanê bixene nav lîsteya basan. Ewan her wisa rêya wê hebû li rêya hilbijardina qureyî ji bo kar û berpirsayetiya siyasî bên hilbijartin. Li gor demokrasiya kilasîk em dikaribin bêjin ku gel netenê mafê biryardanê hebûn belkî ewana mafê xwe birêvebirinê jî hebûn. Li demokrasiyê de xudmuxtar bûna hevwelatiyan li beşdarî kirin li biryardanê giringtir tê berçav. Ji ber ku li xudmuxtariya hevwelatitiyê de ev mafe bi gel hatiye nas kirin ku beşdarê wan biryarane bin evên ku kar dikene ser çarenivîsa wana. Ji bilî wê yekê gel mafê wê heye ku bi xwe diyar bikin çiqas û li pêwendî li ser çi pirsgirêkan dixwazibin beşdariya rasterast bikin. Di rastî de ew dikaribin lîsteya pirsgirêkên siyasî bidin xuyanî kirin û cîhê xwe têde bidin diyarî kirin. Merceka bingehiye xudmuxtariya gel ewa ku bi gor hizr û ramanên hevwelatiyan bernameya yekgirtiye siyasî bê danîşan kirin. Li demokrasiya Atênê de gel di

rêya civîna xwe de beşdariya rasterast li biryardanê dikir. Ji bilî hinek rewşên taybetî ku hewce bi refrandomê heye di serdema me de demokrasî li rêya nûnerên gel tê cî be cî kirin. Di demokrasiya gel li rêya nûnerî de damezrandina pêwendiyan bi diyarî biryarderan beşdariya çarnivîsa xwe dike. Erê gelo mebest ji demokrasiya nûnerî çiye? Çawa hukmê gel tê de tê cî be cî kirin? Weke mînak, giring bingeha biryardanê li demokrasiya nûnerî Çawa di de hilbijartin e. hilbijartinan de hukmê gel tê cî be cî kirin? Em dikaribin bêjin ku li

Li demokrasiyê de hevwelatiyan rê hene ku di rêya beşdariya kolektîv an li rêya hilbijardina nûnerên xwe şêwaza dilxwaze deshilatê hilbijêrin@@ demokrasiya nûnerî de gel pêşwext (prospective) kar dikete ser piroseya biryardanê bi wê wateyê ku gel bi hilbijartina nûnerên dilxwaze xwe wekaleta biryardana xwe dide destê ev kesên ku bi xwe hilbijartiye. Ji vê jî giringtir beşdariya paşwexte (retrospective) gel li biryardanê ye, bi wê wateyê ku bi sazdana rêk û pêke hilbijardinan gel biryar dide ew kesên ku ji wana nerazîne nehên hilbijartin. Ewa dibe sebeba wê yekê ku nûnerên hilbijartiye xelkê ji bona dirêje dana karê xwe jî be wîstên gel berçav bigirin û guh bidene bîr û hizrên nav gel de. Biryara paşwexte gel di hilbijartinan de dibe sebebê wê yekê nûnerên hilbijartî li hemberî hevwelatiyan berpirsyar bin. Merca biryara paşwext ewa ku

5

biryarderên hatî hilbijartî bixwazibin carek din jî bên hilbijartin û dirêje bi karê xwe biden. Eger wilo nebe biryara paşwexte gel tu kardaneweyek nabît. Bûna hizb û saziyên siyasî wê rêyê bo gel xweş dike ku serbarî wê ku nûnerek nexwaze dirêjî bi karê xwe bide gel hukmê xwe yê paşwext bikar bîne. Di demokrasiya ser bingeha çalakiyên hizbî de biryara paşwext dikaribe hizban bihêz yan bêhêz bike û kar bikete ser şêwaza rêkxistinya hizban. Ji ber ku hizb (partî) di demokrasiyê de ji bo deshilatê rikeberiyê dikin. Di civakekê de ku tê de çendîn partî û saziyên siyasî çalakiyê dikin merc niye ku demokrasî tê de bê piraktîk kirin. Nimûneya wê yekê em dikaribin Komara Îslamiye Îranê nav bibin ku tê de serbarî bûna hejmarek zor saziyan lê demokrasî bi kêmtirîn şêwe nayê piraktîk kirin. Ji bo wê ku em bikaribin bêjin gel birastî beşdarî piroseya biryardanê dike, diviya mafê gel ji bo biryardana serbixwe bê nas kirin û mirov li biryardanê de xudmuxtar (autonom) bin. Ew jî bi wê wateyê tê ku gel serbixwe li xwedî deshilatan bikaribe bi awayek serbixwe dîtinên xwe yê siyasî bîne ser ziman. Otonomiya gel di biryardanê de û serbixweyiya hizra siyasî girêdayî bi hinek mercên bingehînin weke hêza lêkdanewa siyasiya gel, çawaniya berdest şêwaz û bûna zanyariyê, kereseyên pêwendî girtina gel û mafê wana ji bo xwenîşandan û xwe rêxistina siyasî. Li demokrasiyên yasayî (normatîv) biha, nirx û şêwazên cur bi cur hene. Ya ku ewana bi hev nêzîk dike bi fermî nasîna mafê wekheve beşdariya hevwelatiyan e di piroseya biryarên siyasî de an jî di hilbijartina biryarderên siyasî de. Her wek tê xuyanî kirin bi wî awayî demokrasî dikaribe bi awayên cur bi cur bê şirove kirin. Ew dîtinên ku dixwazin biryar bi gor wîsta gel bê dan bi wateya popolîst tên nas kirin. Di hejmara dahatî de em vê bidin xuyanî kirin ku çawa wîsta gel tê diyarî kirin? Di şûn da em vê ser mijara giriftên wîsta gel rabiwestin.

@


6

Agirî, hejmar 7, Maya 2004, Cozerdana 1383

37’mîn salvegera şehîd bûna Niho û hevalên wî Mihemed Resûl Hesenpûr Doma rûpelê 20 Şehîd Niho her di temenê ciwaniyê de seh bi belengazî û bêpariya gelê xwe kiriye û bi hinek ciwanên hevhizrên herêma xwe bi dijî derebegên Xwînmij ên deverê ku bo çewisandina xelkê gundan tevî Candarim û kopalbidestên rejîma Pehlewî hevgirtibûn, helwest girt û bi şandina nameyan bo derebegan û ew neçar dikirin ku dest ji vê şolê bikêşin, heta wisan lêhat ku Candarmên ewlekariya rejîmê bi vê yekê zanîn û şehîd Niho girtin û ji herêma xwe bo bajarê Yezdê li navenda Îranê dûr xistin û bo heyamê 3 salan şehîd Niho li dûr xistinê de bihorand û paşan ziviriye devera xwe û xebata xwe domand. Dema ku bo şehîd Niho ron dibe xebat bi dijî çewsîner û maf binpêkeran gereke ji rêya rêxistinî ve dest bi kar be û biçe refa Partiyekê ku di programên wê de daxwaz û xwestikên wî hatibin bas kirin. Lewma rêya xwe peyda dike û pêwendiya rêxistinî bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê re digire. Şehîd Niho wek sedan xortên şoreşvan ên Partiya Demokrat li sala 1338’e Rojî (1960) de, dikeve ber êrîşa Rêxistina Ewlekariya rejîma Pehlewî û rapêçî girtîgehê tê kirin û bo heyamê 3 salan di bendê de dimîne û piştre tê serbest kirin û dîsan dest ji xebatê hilnagire û paş midehekê diçe navenda partiyê li Kurdistana Îraqê û bi şehîdan pêwendiyê Silêman Moînî û Sidîq Encîrî re digire û di sala 1343e Rojî (1964) an di kongireya duye partiyê de weke endamê komîteya navîn tê hilbijartin û bo domandina karê rêxistinî dizivire Bakurê Kurdistana Îranê. Şehîd Niho ku mirovekî emegnas û netirs bû di nav zehmetkêş û welat parêzên herêma xwe de hitbar û

Şehîdê rêber Niho (Bapîr Şikak)

perestîjeke zaf hebû. Her lewma di bin bandora kar û xebata wî de hinde pê neçû gelek ji xortên Bakurê Kurdistana Îranê her ji Urmiyê heta Makoyê li devra dirûşmên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kom bûn û hatin rêxistin. Di roja 27.02.1345 (1966)’ê de, çaxekê ku şehîd Niho bi 4 Pêşmergeyên dinêye PDK Îranê li herêma Selmasê derdora gundê Sakanê mijûlî bêhnvedanê bûn, ji hêla komek kesên xwefiroş (Caş) û Candarman ve têne hisar dan. Ev xortên şoreşvan û bi emegên Partî û gelê xwe bi navên: 1.Riza kurê Paşa (mamê Niho), 2.Feyroz Paşayî (biraziyê wî), 3.Nacî Mukrî, kurê Lezgîn (xarziyê wî), 4.Mela Simayîlê Hefîd. Piştî şereke gernasane bi guleyên dijîgeliyan şehîd dibin. Niho ku cihê bêhnvedana wî qasekê ji hevalên wî dûrtir dibe bi bihîstina dengê teqê çeperê digire û şereke mêrxwasane tevî Candarm û caşan dike û çend kes ji wan dêxe ser erdê û paşan bi guleya xwefiroşekê tê şehîd kirin û bi wî awayî devera Bakurê Kurdistana Îranê bi xwîna 5 xortên şoreşvan û Pêşmergeyên mêrxas ên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sor dibe. Yad û bîranîna 37’mîn salvegera şehîd bûna şehîdan: Niho, Feyroz, Nacî, mela Simayîl û hemû şehîdên Partî û gel birêz û rêya wan her tim pir rêvîng be.

@

SIYASÎ

Doma rûpelê 20:

Kasayetiyê navdare kurd û yadgarê Komara Kurdistanê wexera dawî kir Seîdxan di sala 1302’e Rojî (1923) de li gundê "Yekşewe" di nava malbateke Kurdperwer de ji dayik bû. Di çaxê Komara Kurdistanê de pileya Efserê taybetî yê Pêşewa Qazî Mihemed Serok Komarê Kurdistanê hebû û di hemen demê de jî xwarzayê (kurê xûşka) Pêşewayê nemir bû. canemerg bûna Komara Piştî Kurdistanê, Seîdxan weke kesayetiyeke Kurdperwer û miroveke xwedî xasmaniyên bilind, jiyan didomand û bi sedema hitbar û nifûzeke zor ku di nava xelkê Mihabad û bajar û herêmên dine Kurdistanê de hebû, weke kesayetiyeke xweştivî û cihê rêz û hurmeta çîn û texên xelkê herêmê hatibû nas kirin. Seîdxan bi sedema wê xweşnavî bûn û hitbarê, çend caran berî Şoreşa Gelên Îranê weke serokê encumena bajarê Mihabadê hate hilbijartin û di wî karî de jêhatî û dilsoziya xwe da eyan kirin. Seîdxan piştî Komara Kurdistanê û li darvekirina Qazî Mihemed û çend kesên din ji malbata wî, her dem û di her rewşekê de bi rêbaza wan şehîdan û PDK Îranê re emegdar ma û weke nimûne kesayetiyê niştîmanî û Kurdperwer di nava civakê de serbilind xuya bû. Serbarê givaş û zora rejîmên dijî Kurd ên Paşayetî û Komara Îslamî, çi demekê ser bo wan neçemand û bo demeke kin jî ji rêbaza pîroze Pêşewa dûr neket. Meytê Seîdxan ji aliyê hezaran kes ji xelkê bajarê Mihabad û derdor û xelkê bajar û herêmên dine Kurdistanê bo êvirgeha yekcariye wî kesayetiyê navdar li "Xaneqaha Şêxê Burhan" hate birin û di nav xem û kovanên civata xelkê herêmê de teslîmî axa pîroze Kurdistanê hate kirin. Rê û resma behî û serexweşiya wî kesayetiyê navdare bajarê Mihabadê di Mizgefta Sor a wî bajarî bi awayeke bêmînak û berfireh hate lidarxistin, bi awayekê ku piraniya beşdarên wê rê û resmê çend demjimêran di keretê de çavnihêriya vê çendê dikirin ku ji ber zor bûna xulyaqetê bikarin bo beşdarî kirin di rê û resmê de biçin nava Mizgeftê û erk û wezîfeya xwe bi cih bînin. Bi boneya wexera dawî ya Seîdxanê Homayunî, kesayetiyê navdare kurd, bi navê tev xebatkarên PDK Îranê ve behî û serexweşiya xwe pêşkêşî xelkê Kurdistanê û bajarê Mihabadê bi giştî û malbata rêzdare wî û hemû dost û tanişan bi taybetî dikin û xwe di xem û kula koçbar bûna wî mirovê mezin û serbilind de bi hevpar û beşdar dizanîn. Riha wî şa û cihê wî bihişta berîn be

@

@


SIYASÎ SIYASÎ@ @ @

Agirî, hejmar 7, Maya 2004, Cozerdana 1383

Rapora salaneya Wezareta Karê Derve ya Emerîka derheq rewşa mafê mirovan li Îranê Amadekar: Dûzgulole Di rapora Wezareta Karê Derve ya Emerîka bo kongreya wî welatî derheq Îranê de hatiye: "Îdamên bê mehkeme, bê ser û şûn kirina xelkê, mifah wergirtin ji îşkence û kiryar û riftarên bê hurmetî kirinê û tund û tîjiya girûpên tundrê hêj di Îranê de didomin". Di rapora Wezareta Karê Derve de piştî îşare kirin bi kuştina wênegira Jin a Îranî ya akinciyê Kanadayê (Zehra Kazimî) ku li Îranê hatibû girtin û bi derb lêdanê jiyana xwe ji dest da, lêdan û girtina hezaran kes ji xwendekaran, qedexe kirina rojnameyan, pêşî girtin ji weşana rojnameyên Reformxwaz hatiye gotin ku dewlet niha jî siyasetên cudahî danan û naberemberiyê dijberî kêmaniyên olî û nîjadî weke Behayî û kêmaniyên olî mîna: Cihû, Mesîhî, Sunnî û Sofiyan didomîne û mafê kar kirin û azadiya ava kirina civat û saziyên sinfî û sendîkayên pêwendîdar bi wan asteng dike. Stratejiya DYA’yê der barê rewşa mafê mirovan li Îranê li ser

Rapora Wezareta Karê Derve rewşa mafê mirovan di Îranê de ku berê nebaş bû di salên 2003 û 2004’an de xirabtir nirxanid vê bingehê hatiye danîn ku Emerîka ji dost û hevalbendên xwe dixwaze ku di têkiliyên cur bi cure xwe bi Îranê re li gor baştir bûn û pêşketina rewşa mafê mirovan di Îranê de pêk bînin û ji liv û

7

xebatên bêrawestiyane gelên Îranê bo pêk anîn û misoger kirina azadî, demokrasî û zêde bûna pişikdarî di kar û barên siyasî de pêşgîrî hatiye kirin. her wiha di raporê de hatiye: "DYE’yê dijberî siyasetên dijîgelî ên Komara Îslamî a Îranê bo pejrandina biryaran di Rêxistina Neteweyên Yekbûyî de dê givaş û zextê bêxe ser vî welatî". Eva pênc salên berdewam e, ku Kalîn Pawil, Wezîrê Karê Derve yê Emerîka bi mifah werfirtin ji yasaya navneteweyî a azadiyên olî, Îranê weke “welatek ku cihê nigeranî û tirsa nemaze ye” dide nasandin. Serbarê vî halî jî Wezareta Karê Derve ya Emerîka dibêje ku piştî bûyera Erdhejê li bajarê Bemê, DYE’yê bo hêsan şandina alîkariyên mirovî, baykotên ku berê ji bo Îranê hatibûn pejrandin bo heyamê 6 mehan rawestand. Jêder: Malpera VOA News (Dengê Emerîka) Radyo Ferda (ya Farsî ziman)

Komara Îslamî bi saz kirina tabloya bibîranîna goriyên çekên kîmyayî, Elmaniyayê protesto dike Berezer

Bi pişikdariya nêzîk bi 500 kesan di roja înê 25’ê Banemerê (14.05.2004)’an de, li pêşiya balyozxana dewleta Elmaniyayê li şeqama Firdosî li Tehrana paytextê Îranê tabloyeke bibîranînê li dijî firotina çekên kîmyayî ji aliyê Elmanan ve bo Îraqê di dema şerê navbera Îraq û Îranê di salên 80’an de hate saz kirin. Ew tablo weke reaksiyoneke karbidestên rejîma Îslamî a Îranê li dijî tabloya bibîranînê hat, a ku di roja sêşemî 20.04.2004’an de li herêma Şalotinbêrga bajarê Berlîna Elmanyayê ji bo bîranîna şehîdên kurd ên PDK Îranê, Dr. Sadiq Şerefkendî Sekreterê Giştî yê PDK Îranê, Fetah Ebdulî, endamê Komîteya Navîn ya Partiyê û nûnerê partiyê li derveyî welat û Homayon Erdelan, nûnerê PDK Îranê li Elmaniyayê û Norî Dêhkurdî yek ji alîgirên Partiyê hate sazkirin. Armanca bingehîn ji saz kirina vê tabloyê çi bû? Berî ku tabloya bibîranîna

Tabloya bibîranîna goriyên çekên kîmyayî li hemberî Balyozxaneya Elmaniya li Tehranê@ şehîdên kurd û PDK Îranê (Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî) li hemberî Xwaringeha Mîkonos ya berê bihê saz kirin, rayedarên rejîmê gelek hewl û cehd kirin ku pêşiya saz kirina vê tabloyê were girtin. Heta şaredarê Tehranê Ehmedî Nijad, gefa vê hindê kir ku ew dê bo şermezar kirina dewleta

Elmaniya tabloya bibîranîna kuştiyên kîmyayî ên şerê Îran û Îraqê saz bikin. Her wek me dît Ehmedî Nijad, şaredarê Tehranê gefa xwe birêve bir. Armanca tabloya han weke reaksiyona şaredariya Tehranê li dijî tabloya bibîranîna şehîdên kurd yên Mîkonosê li Berlînê di sala 1992’an de tê hesibandin. Her çiqas ku Serokê Şêwra Bajarê Tehranê di rê û resma han de got ku saz kirina wê tabloyê çi pêwendiyek bi pirsên roj ên siyasî re nine, lê ev pirse derdikeve holê ku piştî 16 salan ku şer dawî hatiye, çima niha bo rêz girtin û bîr anîna goriyên Kîmyayiyê ew tabloye tê saz kirin?! Li ser wê tabloyê bi zimanê Farsî û Elmanî hatiye nivîsandin: "Gelê Îranê çi demekê navê Elmanyayê bi hegera firotin û hinartina teknolojiya çekên kîmyayî bi welatê Îraqê ji bîr nake".

@

@


8

SIYASÎ@@

Agirî, hejmar 7, Maya 2004, Cozerdana 1383

Di teqînekê de li Bexdayê serokê vê mehê yê Civata Deshilata Demî li Îraqê bi 8 kesên din re hate kuştin

Amadekar: Nîhad

Eva duhemîn serokê Civata Deshilata Îraqê ye ku tê kuştin. Birêveberê medenî li Îraqê "Paul Brêmer" ev kuştine bi kiryareke xirab û xesareteke mezin hesiband. Ji aliyê din Wezîrê Karê Derve yê Îraqê Hoşyar Zêbarî di vê derheqê de diyar kir ku kuştina Ezzidîn Selîm banndorê li pêvajoya siyasî ya Îraqê nake. Zêbarî da zanîn: “Ev kiryara terorîstî xaleke eslî îsbat dike û ew jî ev e ku dijminên Îraqê hêj di vî welatî de hene”. Tê gotin ku Ezzidîn Selîm serokê partiyeke siyasî a Îslamî li bajarê Besre ya Îraqê bû. Ew Erebeke Şîî û sernivîskarê çend rojname û kovarên Îraqê bûye.

Di halekê de ku karbidestên Emerîkî terora serokê Civata Deshilata Îraqê bi destê Ebumesed ELRezqawî (yek ji endamên girûpa terorîstî a Elqaîdê) dizanin, girûpek ku xwe bi Tevgera Berxwedaniya Ereban ya "Gurdana ELReşîd" dide nasandin berpirsyariya vê terorê girtiye stûyê xwe. Kofî Enan Sekreterê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî terora Ezzidîn Selîm bi tundî şermezar kir û di civîneke çapemeniyê de da xuya kirin û got: "Terora han bandorê li ser hewl û bizavên UN’ê bo avadan kirin û pêşde birina bernameyên wê rêxistinê li Îraqê nake, lê rewşa tenahiyê li Îraqê pir aloz û cihê tirsê ye.

Daxwazek ji Hikûmeta Herêm û hêzên Kurdistanî Piştî îtiraf kirina Balyozê Komara Îslamî li Londonê bi kuştina 6 xebatkarên Partiya Demokrat û dest hebûna girûpa Bizava Îslamî di vê pêwendiyê de, Deftera Siyasî a Partiyê di nameyeke taybetî de bo hikûmeta Herêma Kurdistanê, îdareyên Hewlêr û Silêmanî, YNK Îraqê û PDK Îraqê, Partiya Şiyoî a Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşane Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamî a Kurdistanê, daxwaz ji wan kir ku zext û givaşê bêxin ser vê girûpê, heta ku rastiyên pêwendîdar bi vê kompiloya hevbeş eşkere bike. Deqa vê nameyê ku bo van rêzdarane hatiye şandin bi vî awayî ye: Silavek germ Bi bîra ve tînin ku di Octobera sala 1996 a Zayînî de 7 xebatkarên PDK Îranê li nêzîk bajarê Helebçeya Kurdistana Îraqê ji aliyê

çekdarên Bizava Îslamî a Kurdistana Îraqê hatibûn destbiser kirin û bi Komara Îslamî a Îranê re hatine tehwîl dan, buhara sala 1997’ê yek ji wan kesên destbiserkirî bi navê Daryûş Îslamdost bi betal kirina Kompiloyeke Komara Îslamî bi dijî Partiya Demokrat, karî xwe rizgar bike û 6 xebatkarên din jî bê ser û şûn man. Di wê demê were ched û xebata PDK Îranê bo kifş û eşkere bûna çarenivîsa wan xebatkarane her berdewam bûye û di vê pêwendiyê de Sekreterê Giştiye Partiyê, daxwaz ji Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û sedan kesayetiyên navneteweyî kir, ku rejîma Komara Îslamî bixin bin zext û tevjimê bo wê çendê ku qedera wan 6 tekoşerane eşkere bike. Piştî wan cehd û xebatane, aqibet rejîma Komara Îslamî ji rêya Balyozê xwe li welatê Birîtaniyayê, di bersiva daxwaza birêz Cêrmî Korbîn, cihgirê serokê girûpa mafê mirovan li Parlemana Birîtaniyayê de, perde li ser kuncek ji vê

Ezzidîn Selîm @

Nêzîk bi mehek din ku qirar e deshilata birêvebirina dewletê bikeve destê Îraqiyan, şer û alozî li Îraqê bi xortî didomin. Nemazî Ecîl El-Yawer niha serokê Civata Deshilatê piştî kuştina Ezzidîn Selîm e. @ kompiloyê hilda û ragehand ku ew 6 kese piştî zivirîn bo binkeyên xwe tevî Bizava Îslamî a Kurdistana Îraqê tûşî şer bûne û her 6 kes hatine kuştin. Daxwaza me ji ve birêzan ev e ku Bizava Îslamî bêxin bin zext û givaşê, bo vê çendê ku rastiyên pêwendîdar bi vê kompiloya hevbeş eşkere bike û gunehbarên vê cinayetê bide destê edaletê. Her çiqas Bizava Îslamî hetanî niha jî haşa ji her cure desthebûna xwe di vê kompiloyê de kiriye, lê belê niha Komara Îslamî a Îranê ne tenê destbiser kirin û tehwîldana wan kesane, belku berpirsyariya kuştina wan 6 xebatkarane jî têxe stûyê Bizava Îslamî. Em hêvîdar in ku hûn di vê derheqê de gavên hewce bavêjin û alîkariyê bi eyan û eşkera bûna çarenivîsa vê kompiloyê bikin ku ji aliyê Bizava Îslamî a Kurdistana Îraqê ve hatiye encam dan. Bêşik eve xizmetek dibe bi tevgera Kurd û berhevdana ev kesên ku îxanet bi Kurd û xortên xebatkare vê neteweyê dikin. Tevî rêz û hurmetan Deftera Siyasî a PDK Îranê 24.04.2004

@


SIYASÎ SIYASÎ@ @@

9

Agirî, hejmar 7, Maya 2004, Cozerdana 1383

KURDISTAN, dasepandina siyasetên kor û pêşeroja Kurdan Nivîsîn bi Farsî: Bêkes "Ew beşa ku ji esla xwe cuda be seba serrastiya hebûnê esliyeta heman wê esla xwe heye". Piştî şerê Çaldiranê, Kurdistan û ji bo qazanc û civaka Kurd berjewendiyên kolonyalîstan li ser bingeha meremên ji pêşde darêtî li pêvajoya bi encam gihîştina armancên taybetî ên dujminan bi awayekî neaqilane hate parve kirin. Di vê navberê de ji bilî para parve bûyî çi yek ji dewlet û civatgehan hest bi nîgeraniyê nekirin û kesê nexwest ku pêşiya vê peymannameya biyom bigire. Osmaniyan ji baweriyên olî ên Kurdan mifah wergirtin û ew danîne çepera berevanî ji bihagiraniyên olî dijberî Sefewiyan. Ji aliyeke din ve Sefeweiyan jî girêdayî bûna Kurdan li warê tuxmî ve, vêc û mifah wergirtin û ew neçar kirin ku li hember gefên biyaniyan de helwestê bigirin. Bi vî awayî yekemîn parve bûna Kurdistanê ji bo qazancê dijminên herî mezin di çarçoveya birakujiyê de dest pê bû. Erê gelo bi vî halî jî hevalebendiya Kurdan bi çi heyrîmanê ku li navbera Kurdan de pêk hat (li radeya dewlet û împeratoran) qet nekarî Kurdan bi hevre bike dijmin, heta tevî parve bûnê jî her tim yekgirtî bûne. Dîroka Kurdistanê û aliyên serraste çanda neteweya Kurd vê rastiyê ji xelkê cîhanê re bi taybetî ji bo aliyê dagîrker eşkere dike, ku eva neteweyek e bi çand, ziman û girêdayiyên hevbeş ku her tim pêk anîna astengên erdingarî (coxrafiyayî) û yasayên dest û pêgir li hember daxwaz û hêviyên vê neteweyê de bûne guherînan. sedema ne êminî û Xwedîhêziya van xalên hevbeş li navbera Kurdên Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê ku parve bûyî li navbera welatên Tirkiyê, Îraq, Sûriye û Irene ne egera vê îdeaiyê ye. Serbarê îsbat kirina vê rastiyê, tevî bihorîna çendîn sedsalan bi ser parve bûna Kurdistanê û pêk anîna sînorên destçêkirî ji aliyê hêzên hakim bi ser Kurdistanê û pêşî girtin ji belav bûn û geşe kirina çanda vî neteweyî, hevbeşiyên salux (deb û resem) û bihagiraniyên civakî li radeya giştî de nîşana vê rastiyê ye ku Kurdistan welatê Kurdan e û daxwaza wê jiyana serbest û xebata dijberî çand û jiyanan dasepayî ye. Piştî parve bûna Împeratoriya Osmanî û parve bûna wê bi ser welatên Tirkiye, Sûriye, Îraq û … îxaneteke din li hember mafê mirovî û mafê civakî – Kurdistanê ji aliyê siyasiye kolonyalîstan ve bi neteweya Kurd hatiye kirin, û perwendeya reşe dijminan bo wan rengîn kir. Kurdistana parve bûyî dîsan hate parve kirin û her beşek ji axa wê kete ser axa welateke taze ava bûyî. Mafê neteweyeke çend

milyonî pişt guhê xwe ve avêtin. Erê gelo ev parve kirina bi çi meremekê bû? Herêma stiratejîk her bi wê radeya ku dikare hewceyiyan dabîn bike, dikare gefan li qazanc û berjewendiyan jî biket. Kurdistan tirmînala sê qareyên Asiya, Ewropa û Afrîqa yan jî bi gotineke din, pirebaska girêdana nav her sê qareyan, bû sedema evê ku nirxa bihagiraniya wê li gor vê girîngiyê bê nirxandin. Lewma Koloniyalîzm û hêzên wê demê têdîtineke nepenî di vê yasaya (parve kirina Împiratoriya Osmanî) de cî dan, ew jî eve bû ku li dema hewce de bi qazancê xwe mifahê jê wergirin, û di rastî de wek belgeya serkeftinê li ber dest da hebin, bo ewê ku 1- Deverê li warê êminahiyê ve li bin destêwerdana xwe de bihêlin û tê de rasterast cî bigirin. 2- Wek cihê ji bo qazanc û zêrevaniyê, berjewendiyên xwe zêrevaniyê têde bikin. 3Deshilatdarên bi ser Kurdistanê de neçar bikin ku bi wan re arîkariyê bikin. Dujminên Kurdistanê jî ji bilî qazanc û berjewendiyên maddî û pêşî girtin ji ava kirina hikûmeteke Kurdî armancên xwe ên taybetî dişopandin. ji axa Deshilatdarên her beşek Kurdistanê bi xwedî hêz kirina Kurdên dinê, bi merema îmtiyaz beşên werbigirtin ji aliyê hember û ji ber ku şoreşa Kurdan bi zerera wan e, bi hevkariya hevdu wan şoreşan berteng û tepeser bikin. Ew rastiya ku vê pirsê îsbat dike, xwendina bûyerên dîrokî li Kurdistanê de ye. Serhildanên Agirî bi rêberiya Jeneral Norî Paşa, serhildana Şêx Obeydulah û Agirî û … li Tirkiyê tevî Îranê. Hiloşîna Komara Kurdistanê li Mehabadê, li hember zêdeyiya (îmtiyaza) petrola Bakur ji aliyê Îranê berê, ve, bi Soviyetistana Peymannameya Elcezayirê û şoreşa Barzanî ku li hember îmtiyaz dan bi Îranê gihîşte encameke diyar, û hinek mînakên din …. Welatên Îran, Tirkiye û Sûriye tevî ewê ku dijberiyên faze siyasî bi hevre hebûn, lê her tim li ser pirsekê hevgirtî bûne, ew jî tepeseriya Kurda ye. Wan ew qazanc û berjewendiyên ku ji rêya diyarî kirina stiratejîyeke hevbeş dijberî armancên neteweya Kurd terxan û misoger dibe, danîne serweyî siyasetdarêjiya xwe. Erê gelo niha bi ava bûna Kurdistaneke Federal û ji nav çûna yek ji çeperwanan dijminatiya bi Kurdan re, û aloz bûna cihên dinê ên Kurdistanê (Rojhilat, Rojava) dijkiryara deshilatdar û hêzên cîhanî wê çawan be? Kurd tevî Daxwaza neteweya hebûna tev pirsgirêk û gêre û kêşeyên navxweyî û derveyî ji bo xelkê cîhanê rohn û eyan e. Kêfxweşiya xelkê beşên din ên Kurdistanê piştî îmze kirina yasaya birêvebirina demî di Îraqê de û

ava bûna Hikûmeta Federalî li Kurdistana Başûr de, hildana ala sê renge Kurdistanê li ser bilindiya Kurdistana Îranê û meydanên Kurdistana Sûriyê û Rojava, pîrozbahiya xelkê seba vê serkeftina mezin ku bi salan di pêxema gihîştina bi vê serkeftinê de can gorî kirine, evane hemû helwest û armancên wan didine xuya kirin. Eyan kirina kêfxweşiyê di van cihan de seba destve hatina mafê neteweyeke belengaz tevî agirê kujeke dagîrkeran berengar dibe ku doma hemen wê siyaseta kevn û qirêj û mehkûm bi şikesta rejîma pêşîn e, bi vê ferq û cudahiyê ku di rabihorî de ev siyaseta li ber çavê bîr û raya giştî nexuya bû, lê îro rojê bîr û raya giştî zor rohn û zelal vê siyaseta kevn û qirêj dibînin. Dijminên Kurd û Kurdistanê ketine hizra bibîranîna pêşiyên xwe û dixwazin hesta azadîxwaziya neteweyekê bitemirînin. Hevparsengiya siyasî a dagîrkeran nehevgirtî ye (têk çûye) û diyarî kiriyên (guzîneyên) pêk anîna hevteraziyên (muadileyên) siyasî ên wan ji nav çûne. Vê carê terh ji kîjan alî ve vê ser û ber be, û dê çawan rêve here? Vê carê çi terhek hene? Îran wê çi zêdeyiyekê bide Kurdan da ku wan dijberî qazanc û berjewendiyên Tirkiyê xwedî hêz bike û berde canê wan, yan jî Tirkiye û Sûriye çawan? Daxwaza niha a Kurdan tenê rizgar kirina Kurdistanê û ava kirina hikûmetekî xelkî di wan welatan de û gihîştin bi mafeke wek Kurdistana Îraqê ye, ku çi yek ji van welatene naxwaze vî mafî bide Kurdan. Tenê rê çare pêk anîna alozî û arîşe û girêpêçkan di Îraqê û bitaybetî li Kurdistana Îraqê de, tepeseriya Kurdan û berteng kirina bazneya zext û givaşê ye, û eva tenê zêdeyiya bi cî mayî bo dagîrkeran e. Niha Îraq 3 beş e, Kurd, Erebên Sunnî û Erebên Şîî. Diyar e ku di vê navberê de kê bi tenê ye. Heke çiqas (her çend) ku di dîroka Kurdistanê de çi şûnewarek ji piştgîriya hewce a saziyên cîhanî û hêzan ji mafê neteweya Kurd nayê xuya kirin, lê niha ku pêşeroja Îraqê bi hizr û ramana hêz û saziyên cîhanî, bi li berçav girtina mafê deshilatdariya îradeya neteweya Îraqê ava dibe, hewce ye ku ev hêz û saziyane bi jêvekolîna li ser rewşa Kurdistanê û li berçav girtina rabihoriya Kurd, qazanc û neteweya berjewendiyên neteweya Kurd li berçav bigire û li ser bingeha daxwaz û pêdiviyên neteweya Kurd gavan hilgirin û siyasetên cîranên vî welatê şerlêdayî ji bîr nekin, ji ber ku zilm bi dîroka mirovahiyê neyê kirin û mirov nehên xapandin. Şehab Xalidî ji Zimanê wergerandiye Kurmancî

Farsî

@


10

SIYASÎ@@

Agirî, hejmar 7, Maya 2004, Cozerdana 1383

Çar herêmên demografîkên cuda Mamend Roje Rojhilatê Kurdistanê ne weke Bakurê Kurdistanê ye, Bakur herêmekî pêkve, girover û pev girêdayî ye. Hemû dever û eyaletên cuda-cuda di navendekê de digehine hevdu. Ev navende jî Diyarbekir e. Diyarbekir ji aliyekê ve navenda Başûr – Rojavayê Tirkiyê ye (jî hêla dewletê ve) û bi fermî navenda herêmên Kurdistanê ye. Ji aliyê din jî Diyarbekir paytextê Bakurê Kurdistanê ye. Amed ji aliyekê ve Serhed û Erziromê bi xwe ve girê dide, ji aliyeke din Dersîm û Xarpêt û Siwas û Qoçgîrî dikşîne ser xwe û ji hêla din jî Meletye, Urfa, Mardîn û Botan – Hekarî jî digihîne xwe. Bi vî rengî tam rol û Fanksîona xweyî navendîtî heye. Di Başûrê Kurdistanê de jî, coxrafiya rolekî xweyî wisa heye. Hewlêr ji aliyê rejîma berê de navend û paytexta navçeya Otonom bû, ji hêla Kurdan ve jî paytexta Başûr e. Hewlêr, Behdîn – Soran, Germyan û Kerkûk di xwe de kom dike. Ango rola xwe navendîtiya siyasî – coxrafî heye. Niha ev yeka ji bo Rojhilatê Kurdistanê rast der naçe! Çima? Çunkî rewşa coxrafî – demografiya Rojhilatê Kurdistanê cuda ye. Çima? Çunkî Rojhilat herêmekî yekreng û yekdest nîne, belku çar herêm e û heta niha yek navendîtiya van herêmên ji hev cuda negehîne hevdu. Her çiqas ku Sine navenda Ostana Kurdistanê ye, lê belê heta niha jî ev navende herêmên Azerbaycan, Mokiryan, Kirmanşa û Îlam di xwe de kom nake. Ji boy vê yekê pirsgirêkekî me ya coxrafî – demografî heye û çareyek jêre pêwîst e. Ew car herêmên me bas kirin bi vî awayî ne: 1)Herêma Azaerbaycan Ev herêm bajarên Makû, Xoy, Selmas û Urmiye tê de ne. Urmiye navenda herêmê ye, û di warê siyasî – îdarî ve ew herêmane li xwe kom dike. Gelê me di vê herêmê de piranî Kurdê Sunnî ne û bi devoka Kurmanciya Bakurî dipeyvin. Têkiliya civakî – aborî – kulturiya girsên gel ji hêlekê bi Tirkên Azerî re heye, ji hêla din jî bi Kurdên wî millî sînor yanî Bakurê Kurdistanê re heye. Yekemîn tova tevgera neteweyî di

bin bandora Bakur de di vê herêmê de hate çandin û ji vê herêmê ber bi deverên din jî çû. Di warê neteweyî de gelê me li vê deverê zindî û hişiyar in û bi awayên çalak tevlî hemû bizavên têkoşînê bûne. 2) Herêma Mokiryan Ev herêm bajarên Şino, Nexede, Pîranşehir, Serdeşt, Mehabad û Bokan vedigire. Navenda vê herêmê Mehabad e û ev bajar navendanerîtiya nasyonalîzma Kurd e di Îranê de. Kurdên vê deverê Sunnî ne û bi devoka Kurmanciya Navîn diaxivin. Têkiliyên gel bi Turkên Azerî û bi Kurdên Başûrê Kurdistanê re heye. Çawa herêma Azerbaycan kopya Bakurê

Kurdistanê ye, ev herêm jî deq û doxir dişibe Başûrê Kurdistanê û bandor jê standiye û bandor kiriye ser. …? tova netewîtiyê li devera Urmiyê hate çandin, lê di devera Mokiryan de gihîşte semer û Komara Kurdistanê lê şîn bû. Deverekî herî çalak e û girantirîn barên pirsa neteweyî li ser milên xelkê vê herêmê deye. 3) Herêma Erdelan Ev herêm hemû navçe û bajarên Ostana Kurdistanê vedigire. Kurdên Sunnî ne û bi devoka Kurmanciya Navîn dipeyvin. Têkiliyên vê deverê bi Başûrê Kurdistanê re heye û ji aliyê din jî bi navenda Îranê yanî Tehran û Hemedanê re heye. Ev dever piştî şoreşa 1979’an di warê neteweyî de hişyar bû û tevlî tevgera azadîxweziya Kurdistanê bû. Niha jî yek ji giringtirîn navendên Rojhilatê Kurdistanê ye. Rejîmê jî giraniyek taybet daye

ser vê herêmê. 4) Herêma Kirmaşan Ev herêm Kurdên Şîyî ne û bi devoka Kurmanciya Başûrê ango Kelhurî dipeyvin. Di warê neteweyî de sist e û heta niha beşdarî tevgera neteweyî nebûye û gelek kêm e. sebeba vê yekê jî ev e ku ev dever têkiliyên xwe bi navend û meseba fermî re heye. Navenda vê herêmê Kirmaşan e. deverê 1, 2 û 3 di warê coxrafî û nifûs de zirav in û fere bûna xweyî stratejîk nînin, feretiya xweyî tenê Kirmaşan coxrafîk heye. Nifûsa Kurdan li vê derê kom bûye û aboriya me jî li vê derê ye. Ev dever çar Ostan digir e nava xwe, parek ji Hemedan, Kirmaşan, Îlam û Kurdistan. Kirmaşan pir e, heke were sax kirin, wê gavê tevgera Kurdî li herêmên pêncan yanî Luristan, Çarmehal û Bextiyarî û Kohkîlokiye û Boyer Ehmed jî zindî dibe. Çareseriya pirsa navendîtî bi Kirmaşanê ve girêdayî ye. Kirmaşan muzîka Kurdên Sunnî, Şîyî, Ehlî Heq û Behayî tê de ne. Her weha Kurdên Soranî, Kelhurî, Lek, Hewramî û Goranî û Lur jî tê de hene. Kirmaşan mezintirîn bajarê Kurdistanê ye û pîwîst e jî îro pêde em bêjin Kirmaşan Paytexta Kurdistanê ye.

Bernameyên Radyo Dengê Kurdistana Îranê li ser înternêtê guhdarî bikin: www.rdki.com Email:

rdk_iran@yahoo.com daneshjooyekurd@yahoo.com

@ Rojnameya Agirî li ser vê malpera înternêtî bixwînin: http://www.kurdistanmedia .com/kurmanci/kurmanci.ht @m

Fax:

0012703425105

Email: rojnama_agiri@yahoo.com agiri2003@hotmial.com

@


SIYASÎ SIYASÎ@ @ @

Agirî, hejmar 7, Maya 2004, Cozerdana 1383

Doma rûpelê 20

Daxuyanî Bizava Îslamî dibe serhatiya teslîm kirina 7 şoreşvanên demokrat bi rayedarên Îranê re eşkere bike

11

Ava kirina bajarê Bemê zor hêdî didome Amadekar: Bozê Sîna

Her weha em daxwaz ji rêxistin û navendên demokratîk û sivîle Başûrê Kurdistanê jî dikin ku piştgiriya vê daxwaza me bikin û wajoya xwe jî lê bidin. Em ji roja weşandina vê daxuyaniyê (22.04.2004), hetanî yek meha tewaw dê li benda hlewesta Bizava Îslamî bibin. Heke we tu helwestek ji xwe nîşan neda, zext û givaşa me dê zêdetir bibe. Em dest ji vê dozê bernadin hetanî ku rastiya ji bo xelkê Kurdistanê û cîhanê eşkere dikin. Em li benda bersiv û helwesta wan in. Navên navend û rêxistinan: 1. Navenda Helebçe li dijî Enfal û cînosayda Kurdî Holenda 2. Sindoqa zarokên şehîdên Kurdistana Başûr Holenda 3. Komeleya girtiyên siyasiye Kurd – Holneda 4. Melbenda Kultura Kurd li Denhax – Holenda 5. Komeleya Kurd li bajarê Filardîngin – Holenda 6. Federesyona Kurdan – Holenda 7. "Rahi Karger" şaxa Holendayê 8. Malpera Mehabad 9. Kovara Sipîtir 10. Sentera rewşenbîrî a pêşketinxwaze Kurdistanê Holenda 11. Dezgeha rojnamevan û hunermendên Utrêxt Holenda 12. Sentera kulturî a Newroz li Laydin – Holenda 13. Komeleya dostîtiya – Kurdî Holendî li denhax Holenda 14. Komeleya dostîtiya – Kurdî Holendî li Sîxdam Holenda 15. Komeleya Mafên mirova Kurdistanê – Holenda 16. Yaneya Kurdî li Holendê "Mîdya" – Holenda 17. Yaneya Kurdî li Amestirdamê "Mîdya" – Holenda 18. Yaneya Kurdî li Otrîxt "Mîdya" – Holenda 19. Yaneya Kurdî li Lîwardin "Mîdya" – Holenda 20. Yaneya Kurdî li Însxîde "Mîdya" – Holenda 21. Yaneya Kurdî li Dêlfit " Mîdya" – Holenda 22. Yaneya Kurdî li Roterdamê "Mîdya" – Holenda 23. Yaneya Kurdî li Xiringînê "Mîdya" – Holenda 24. Yaneya Kurdî li Hîngloyê "Mîdya" – Holenda 25. Civata Ciwanên "Mîdya" li Holenda 26. Civata Ciwanên "Mîdya" li Amestirdam – Holenda 27. Civata Ciwanên "Mîdya" li Dêfilt – Holenda 28. Civata Ciwanên "Mîdya" li Denhax – Holenda 29. Civata Ciwananên "Mîdya" li Roterdam – Holenda 30. Civata Jinên "Mîdya" li Holenda 31. Civata Jinên "Mîdya" li Amesterdam – Holenda 32. Civata Jinên "Mîdya" li Dêfilt – Holenda 33. Civata Jinên "Mîdya" li Înşxîdeya Holenda 34. Civata Jinên "Mîdya" li Roterdam – Holenda 35. Komeleya Xwendekarên Kurdistanê (Holenda) ***

– –

– – – –

Malên xerab bûyî li Bemê hêj nehatine kom kirin

Di halekê de ku soz û qewlên karnasên beşên cur bi cure dewleta Komara Îslamî a Îranê pêvajoya kar û bizava wan bo ji nû ve ava kirin û xizmetên cur bi cur bi xelkê bajarê Bemê, 5 meh piştî qewmîna bûyera erdhejê, baş û cihê hêviyê dinirxînin, lê encama dîtin û lêkolîna karnasên nedewletî ku bê çi cure alîkarî û piştgiriyeke dewletê û tenê bo pêşkêş kirina xizmetên mirovî û alîkarî kirin bi hevwelatiyên xwe çûne wî bajarî; rewş û kawdana xelkê Bemê xirab û nebaş dinirxînin. Di encama rûdana Erdheja 5 mehan berî niha li Bajarê Bemê ser bi Osatan Kermana Îranê nêzîk bi 40000 kes ji xelkê wî bajarî jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes birîndar û bêserperest bûn. Karnasên ne dewletî diyar dikin ku rayedarên dewletê 2 sal bo çê kirina ser li nûye bajarê Bemê diyarî kirine, lê ew bawer in ku bi vê rewşa ku niha li Bemê didome, pilana saz kirina nû ya bajêr 4 salan pitir demê dixwaze û xelk neçar in ku di kempan, ku ji wan re hatiye çê kirin bijîn. rewşa jiyana xelkê nava Kempan de gelek xirab û aloz e, saxlemiya wan li metirsiyê de ye, bê avî, giranî, nesaxiyên pîskolojîkî û … hawarê dikin.

Karnas dibêjin hêj axa mal û îdare û … ku kavil bûne, hêj nehatine hilgirtin û otombêlên axhilgirtinê li nava şeqamên Bemê bêkar sekinîne. Ew çende vê rastiyê digehîne ku ji kesên pispor û şehreza bi karê avadan kirinê mifah nehatiye wergirtin. Pirsgirêka nebûna kesên pispor û karzan, pêşde çûna pêvajoya kar û xebat bo proje û pilanên avadan kirinê paşde xistiye. Saziyên sivîl û xelkî û rêxistinên nedewletî pitir xizmeta hevwelatiyan li Bemê dikin. Li gor nûçeyan rewşa jiyana xelkê nava Kempan de gelek xirab û aloz e, saxlemiya wan li metirsiyê de ye, bê avî, giranî, nesaxiyên pîskolojîkî û … hawarê dikin. Rayedar û berpirsyar nahêlin nûçegihanên biyanî seredana Bemê bikin. Heta çend rojan berî niha nûçegihanek Emerîkî li Îranê seba dîtina bajarê Bemê hate der kirin. ***

@


12

Agirî, hejmar 7, Maya 2004, Cozerdana 1383

Li hemberî pêk anîna Kanûna Ronahî ya Kurdî li Zanîngeha Urmiyê, asteng derketin holê Li zanîngeha Urmiyê piştî 2 sal xebat û têkoşîna Xwendekaran û xir kirina 800 îmzeyan bo ava kirina Kanoneke Kurdî bo kar û tekoşîna ciwanên xwendekar di warên lidarxistina bone û rê û resmên Kurdî, şevbêrkên helbesdtan û …, îsal di meha çûyî de û piştî wan hemû pirsgirêk û arîşeyên ku bo xwendekaran çê kirin, ji ber ku dest ji ava kirina Kanonê bikşînin. Lê serbarê wan hemû kosp û astengane Kanona Kurdî ya bi navê Kanona Ronahî hate ava kirin. Lê beriya dest pê bûna karê Kanonê, di dema rê û resma vekirina Kanonê, "mucewiz" (hikmê kar kirina)a kanonê hate betal kirin! Serbarê pirsgirêkên zaf ku rayedar û berpirsyarên Zanîngehê bo Xwendekarên Kurd pêk anîbûn, bi vî halî jî xwendekarên Kurd ên zanîngeha Urmiyê cejna dest pê bûna karê Kanonê birêve birin. Her di wê rê û resmê de xwendekaran tomarnameyek bo Wezareta Ilom (Zanist)ê şandin ku tê de nerazî bûna xwe derheq vê kiryarê û dijberî kirin bi tev kar û çalakiyên çandî (ferhengî) hate xuya kirin.

Li Sine setilaytên mala tên kom kirin Piştî vê çendê ku nûçeya damezirandina Tv a PDK Îranê li Kurdistanê belav dibe, dezgeha Ewlekariya rejîmê biryarê dide ku bi her awayekê be, dibe ku setilayt werin kom kirin. Piştî wê biryarê hêzên rejîmê li bajarê Sine çalakiyên berfireh dest pê kirine, ew dikevin malan û setilaytên hevwelatiyan xir dikin û xwediyên setilaytan bi sûça mifah wergirtin ji setilaytê cezayê malî tên kirin.

Mamostayek niştîmanperwer bi dîtina ala Kurdistanê wefat dike Mamostayeke dilsoj û Kurdperwere bajarê Mihabadê bi navê Silêman Kerîmnejad, roja 17’ê Banemera 1382’e Rojî (06.05.2004), ku bo dîtina Kurdistana serbest gihîştibû sînorê

Hacî Omeran, çaxê gihîşûtina wî bo ser axa Kurdistana Îraqê û dîtina Alaya Kurdistanê, ji kêfxweşiyan ve dest bi giryanê dike û mixabin piştî çend deqeyan "Sekte" lê dide û jiyana xwe ji dest dide. Kekê Silêman her berî şoreşa gelên Îranê jî weke xortekî dilsoj û Kurdperwerke navdar di nava bajarê Mihabadê de hatibû naskirin, li serhildana serdemê şoreşê de tevî mamosta û xwendekarên hevhizre xwe li xwendingehên Mihabadê de rolek berbiçav hebû û piştî bi deshilat gihîştina rejîma Komara Îslamî a Îranê, bi guneh û tawana Kurdperwerî û endam bûn di PDK Îranê de hat girtin û bo girtîgehê hate şandin. Piştî azad bûnê, bo heyamê çend salan wane gotin jêre hate qedexe kirin, lê çi yek ji wan kospane nekarî bandora nerênî li ser bîr û bawera wî bike, heta di jiyê nêzîk bi 60 saliyê de û bi dîtina ax û xelkê rizgar bûye Kurd li Kurdistana Îraqê bi sedema "Sekt"ê canê xwe ji dest da. Kekê Silêman xwendina xwe heta "Dîplom"ê li Mihebadê kuta kir û paşan li bajarê Qumê li şaxa Hiqûqê de Lîsans wergirt û piştî vegeriyana xwe bo Mihabadê, bi karê dersgotin li xwendingehên Mihabadê re mijûl bû. Kekê Silêman ji bilî wê ku di çaxê deshilatdariya rejîma Paşayetiyê hertim weke çiqila çavê memûrên Sawakê di wî bajarî de bû, di serdemê deshilatdariya Komara Îslamî de jî bilî heps û bêpar kirin ji kar, hertim di bin zêrevanî û gefên Îtilaat (Êstixbarat)ê de bû. û niktebêjî li Qise xweşî taybetmendiyên vî mirovê dilsoj û niştîmanperwer bûn. Mirina Kekê Silêman bo hemû xelkê bajarê Mihabadê bi xasmanî karmend û Ferhengiyên wî bajarî û tev xizm û dost û hevalan bûyerek bijan û nexweş bû. Em weke Desteya nivîskarên agirî behî û serexweşiya xwe pêşkêşî hemû daxbarên mirina wî mamostayê dilsoj dikin û xwe di vê xem û kovanê de bi hevpare dizanin. Riha wî şad û cihê wî Biheşta berîn be

Dîsan cinayeta rejîmê û dirêjiya nerazî bûna xelkê li bajarê Kamyaranê Pêşnîvroya roja duşembiyê 28’ê Banemera 1383’e Rojî, rêgir û

NÛÇE@@

kirêgirtiyên rejîmê li bajarê Kamyaranê, rê ji çend kasibkarên wî bajarî girtin û azar û eziyeta wan kirin ku di encam de yek ji wan kesane bi navê Îqbal Rehmanî kurê Hebîbulah xelkê “Lon”ê hate kuştin û keseke din jî bi navê Burhan Kemangeriyan bi tundî hate birîndar kirin. Xelkê Kamyaranê bi bihîstina vê nûçeyê rijyane nav şeqaman û meşeke aram bo derkandina nerazî bûna xwe ji vê kiryara cinayetkarane a rejîmê lidarxistin. Lê hêzên rejîmê di seranserê bajêr de belav bûn û dest bi azar û eziyet kirina xelkê kirin. Rewş û kawdana bajarê Kamyaranê, hetanî niha jî her aloz e û hêzên leşkeriye rejîmê di cihên cur bi cure bajêr de cih girtine û dirêjî bi azar û eziyeta xelkê didin.

Xwekujiya ciwanek Kurd li serbazgeha "Kehrîz" a bajarê Urmiyê Çend rojan berî niha ciwanek 20 salî bi navê Emîn Tahirî kurê Sofî Selîm, xelkê gundê Rajana ser bi herêma Mirgwer a Urmiyê, ku di Padigana leşkeriye “Kehrîz” a bajarê Urmiyê de mijûlê xizmeta leşkerî (serbazî)yê bû, dest bi xwekuştinê kiriye. Emîn 2 guleyan li Ranê xwe dide. Mixabin bi sedema xwîn rijyana zor jiyana xwe ji dest dide. Li gor gotina “Pizişk Qanûni”ya Urmiyê bi hegera direng gehnadina wî ciwanê bi nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest dide. Li gorî nûçeyên nêzîke Emîn Tahirî, bi sedema nedana iznê seredana malbatê dest bi xwekuştinê kiriye.

Li vir nan bi nirxa can e! Roja yekşemî 16.05.2004’an kasibkarek bi navê Cevdet Babşêre, xelkê gundê Dêrge ser bi devera Selmasê dema ku bi otombêla xwe a barî ku barê vê perçe bû, ber bi bajarê Xoyê diçû, rastî hêzên ewlekariyên rejîmê hat û bi awayeke hovane hate kuştin. Meytê Cevdet Babşêrî ji aliyê civatên xelkê Selmas û herêmên derdor hate veşartin. Ev kirayra hovane a hêzên rejîmê bû sedema nerazî bûna xelkê vê deverê.

@

@


SIYASÎ CIVAK Û@ JÎN@@

13

Agirî, hejmar 7, Maya 2004, Cozerdana 1383

Ew "Nîlûfer"ên ku di nava qoviyê de pê digihîjin Selîm Zencîrî selim_rencberi@yahoo.com

bê guman ev guhartinane jî bi ji wateyekê derbazbûn kevneşopiyê ve bo modernîtê dizivirin, lê mixabin xasmaniyên bomiye welatê me weke yasa û deselat, çand, ol, orf,… wisan kiriye ku nirxa wan guhartinane girantir bibe. Yek ji wan nîşanane ku pir bi xof e û dibîte sedema teşeneya pirisgirêkên dinê jî û roj bo rojê xurtir dibe, hilatina keçan ji malê ye.

Keçên hilatî li malan, dibine nêçîra

bandên fisadê û kirîn û firotina mewadê û …

Piştî serkeftina şoreşa gelên Îranê û hiloşîna rejîma Paşatiyê, teze bi karbidestên rejîma deselat gihîştî bas ji afirandina civakeke nimûne dikirin û ew arîşe û nesaxiyên civakî bi berhem û diyariyên rejîma berê û Rojava ku dûr ji ol û meseb bûn, dihesibandin. Îdia dikirin ku ev rejîme bi xurt kirina çanda Îslamî û rêvebirina rê û cihên exlaqî yên jêhat digel şeri û ayînê de, dijberî û pêşgîrî ji çanda Rojava û bîhaniyan û kurt kirina destê zaliman û herwiha pûte dan bi gîr û girift û hewcehiyên hejaran, dê civakeke bê mînak biafirînin. Lêbelê berevajî wan dirûşm û sozan, eve zêdetir ji du dehsala ye li bin siya rejîma Komara Îslamî û vê yasa û siyaset û gelên metoda deshilatdariyê, Îranê ji rêya zext û zor û tepeseriyê, pûte nedan bi çareseriya pirisgirêk û hewcehiyên çandî, aborî, civakiye xelkê bûne goriyên fermî û rejîm bûye sebeb û çavkaniya zaf nesaxî û arîşe û qeyranên civakî yên cur bi cur, ku bi tundî gefê ji saxlemiya civakê dikin. Lewma di wan salên dawiyê de zor nîşane li çêbûna guhartinên bingehîn di tex û qatên civakiye jinan û ciwanan de xuya bûne û dibin, ku

Sedem û encama hilatinê: Bi giştî karnas sedemên bo sîstema hilatina keçan hikûmetî, destengiya madî û çandî, ferq û cudahî li navbera hizr û dîtinên nifşa nû û kevin di malbatê de, dijberiyên navbera bab û dayikan, telaq û ji hevbûna wan, hebûna zirbab û zirdayikan, muitad bûn, hêvî û xwastikên bêcî ji ciwanan, lêdan û ceza kirin, gazindeyên herdemî, neçar kirin bi zewacên "tehmîlî", pêşgîrî ji pêşkeftin û xwandinê, negihîştin bi serkeftinan, kêm bûna atîfe, ferq û cudahî, şik û guman, riftarên xirab, binçav kirina tund û zîndanî kirin,… dihesibînin. Hêjayî gotinê ye ku her sal 15 hetanî 20% bi hijmara hilatiyan zêdetir dibe û navinciya jiyê wan di navbera 9 hetanî 30 salan de ye. Her wiha tê zanîn ku piraniya herî zore wan keçane her di çend rojên yekem piştî hilatinê de mîna berxekê ku bikeve dava gurên birsî, dibine nêçîra bandên fisadê û kirîn û firotina mewadê û herwiha dikevine ber destdirêjiya (tecawîza) cinsî ku neçarin bo bidestve anîna bijîva jiyanê û peyda kirina cihwar û serpenaheke emn û aram her roj têkiliyên cinsî bi qasê yek hetanî 4 caran bidomînin û dest bi her karekî xirab wekî dizî û xwefirotin,… bidin û di vê qonaxê de ye ku bo derketin ji givaş û tevijmên ruhî û pîskolojîkî û kovanên mişextiyê (sergerdanî) û nebûna atîfê, penayê bo mewada malwêranker bibin.

Hiroîn û Tiryak zortirîn mifaha hilatiyan Dr. Mistefa Êqlîma dide zanîn ku li gor vekolînên li ser 300 keçên hilatî hatiye meşandin zaftir ji 30%’an "sabîqe"ya îtiyadê hene û zêdetir ji 50%’an Hiroyîn û Tiryakê bi kar tînin (24/5 Hiroîn û 29/5 Tiryak), 15% Heşîş û her wiha 31% jî cigarekêş in. Her wiha Dr. Ebas Goldûst jî dide zanîn ku her sal 10 milyard Dolar qazanc û mifah ji bazerganî û qaçaxa keçan û jinan digîje torên Mafiyayî, ku ew jî eyankerê vê rastiya tal e ku 1 milyon zarok di cîhanê de bûne goriyên vê bazerganiyê û her sal di cîhanê de 1 milyon zarok rûspî dibin û li gor rapora rêxistina saxlemiya cîhanê 105 milyon zarok bi wîrosa HIV (Aidz) re tûş bûne. Bi giştî mirov dikare bibêje ku mijara hilatinê, nesaxî yan "afet"eke civakî ye ku xurtkerê vê jî, zirûfa bihorîn ji îstibdad û kevneşopiyê ber bi demokrasî û modernîtê di civaka Îranê de ye. Çunku di civaka sunetiye Îranê de ne tenê bab û dayik belku sîstema xizmayetî di hîn kirin û çavedêrî li ser zarokan de zal e. Lewma tenê rêya derbas bûn ji wan giriftan, vekirina deriyan ji demokrasiyê û ava kirina civakek demokratîk û modern, kanalîze kirin û rû bi rû bûn bi metodekî sîstematîk û ava kirina navend û organên "ferhengsazî" û şêwirmendî ye. Lê mixabin rejîma Komara Îslamî bi kiryar û di piraktîk de daye selmandin ku ne tenê her nikare çareser û bi van terzane tevde biliv livie bike nemaze rê xweşkereke bo afirîn û xurt kirina wan arîşane. Lewma her hinde maye bibêjin ku mirov çi biçîne, dê wê jî bidirûtin. ***

@


14

Agirî, hejmar 7, Maya 2004, Cozerdana 1383

Pirsgirêkên cikavî di bin siya Komara Îslamî de xurttir dibin Çinûr Qadirî

Di salê de 9 ji sedêye xwendekarên Dibistana Navîn dest ji xwendinê ber didin

Lênêrînek bi ser 25 sal deshilatdariya biyom û reş a Sîstema Komara Îslamî a Îranê bo me dide eyanê ku qeder û çarenivîsa gelên hejar û çewisandiye Îranê li hemû warên cur bi cur ên jiyana (siyasî, aborî, civakî û …) bi metirsiyeke mezin re rû bi rû kiriye. Di destpêka bi ser kar hatinê de rayedarên rejîma Îslamî gelek soz û dirûşm bo ava kirina welat dane gelên Îranê. Lê hêj kêmasî û xirabkarî û … htd yên Paşeyetiyê nehatibûn rejîma çareser kirin, şerek nexwaziyarî bi rejîma Bees ya Îraqê re bi ser neteweyên Îranê dane sepandin. Şerek ku 8 salên tewaw Îran kavil û xirab kir û hêj bandora wêrankere wî şerî di civaka Îranê de ne xilas bûye û ne jî hatiye çareser kirin. Di wî şerê nehewce de bi sedan hezar kes ji xortên nûgihîştî ên Îranê di qadên vî şerî de jiyana xwe ji dest dan û hezaran kes jî seqt û kêmendam man, hezaran malbat û zarok bêmalxêmal û bêbab (bêxwedî) man, tev dahat û sermayeya esliye Îranê bo kirîna çekan û bikar birina wan hate mizext kirin, aboriya Îranê bi tewawî têkçû û …htd. Bi giştî em nikarin bingeha pirsgirêkên niha ên ku gelên Îranê pêre dinalînin ji bandora nerênî a şerê 5 salî bi Îraqê re bibînin, rol û bandorek

hindik jî nebûn! 16 sal e ku şer dawî hatiye, lê em şahidê vê çendê ne ku pirsgirêk di hemû warên jiyana gelên Îranê xurt û tundtir bûne û her ku diçe berfirehtir û kûrtir dibin! Pêşketin û serfiraziya her tak û sîstemekê di civak û welat de bi paqij bûn û saxlemiya civakê re girêdayî ye. Rayedar û berpirsyarên hikûmeta Îslamî ji ber ramanên paşverû û kevnar, kêmtir di hizra pêşde birin û baştir kirina

Tenê 15 ji sedêye wan ciwanan ku jiyê wan di navbera 18 heta 24 salan e, di zanîngeh û navendên perwerdeya bilind de cih girtine

rewşa jiyana gelên Îranê bûne. Lewma ji roja destpêka bi deshilat gihîştina wan heta niha tenê pirsgirêk û arîşe bo xelkê zêde kirine, nek hêvî, xwestik û pêşeroja geş a di hizr û xeyalan de, belku berevajî wan armancên ku gelên Îranê di şoreşa sala 1357 (1979)’an

CIVAK Û JÎN@@

de bo wan gorî û fida kiribûn, meşiyan. Nexweşiyên saxlemî ên cur bi cur, hejarî û destkurtiya tak û malbatan, hiloşîna malbatan, xwekuştin, dizî, fesad (gendelî) di warên cur bi cur, giranî, îtiyad bi mewadên bêhişker û … parek in ji wan pirsgirêkên gelên Îranê. Hin caran serhijmêriyên fermî – ku gelek jî rast ninin – ku xurtbûna pirsgirkan di Îranê de destnîşan dikin, pir balkêş in. Bo mînak: Salane 9 ji sedêye xwendekaran, dest ji xwendinê hil digirin! Di vê derheqê de rêveberê giştî yê Wezareta perwerde û hîn kirinê di got û bêjeke bi ÎRNA’yê re dibêje: "Di salê de 9 ji sedêye xwendekarên Dibistana Navîn dest ji xwendinê ber didin". (1) Menoçêhr Fezlîxanî dide zanîn ku pirsgirêkên xurt ên aboriye malbatên van kesane, sedema bingehîne vê pirsgirêkê ye. Wî her wiha da xuya kirin ku di salê de 5 ji sedêye xwendekarên dibistanan li Îranê ji ber pirsgirêkên perwerde, aboriya malbatan û … nikarin xwendinê bidomîn in. 15 ji sedêye ciwanên jêrî 24 salan xwendekarê zanîngehê ne! Dr. Husên Xaliqî, Cihgirê Perwerdeya Wezareta Zanist û Lêkolîn, di civîna cihgirên perwerdeya zanîngeh û saziyên xwendina bilinde welat de da zanîn ku: "Ji qasê yek milyon û 700 hezar xwendekarên welat, tenê 15 ji sedêye wan ciwanan ku jiyê wan di navbera 18 heta 24 salan e, di zanîngeh û navendên perwerdeya bilind de cih girtine". (2) Eva di halekê de ye ku ev qase li welatên cîhanê pitir ji %50 e. Lêkolîn û dahûrandin li ser pirsgirêkên civaka Îranê belku karek hêsan be, lê rêya çareser kirina pozetîv (erênî) û micite wan dibe zêdetir bihê berçav girtin. Pirsek ku ji bo rayedar û berpirsyarên Komara Îslamî tiştek biyanî ye! Belku pir caran wan ev pirsgirêk û arîşene anîbin ziman, lê bi rastî çi gavekê di hizra çareser kirina wan de nebûne û xemgêre nexwerine. Em dibînin rewş roj bo rojê şepirze û aloztir dibe û pirsgirêk xurttir dibin û bandora nerênî a wan bo çareseriyê li pêşerojê de dijwartir dibin. (1),Rojnameya Aftabdaily (2),Rojnameya Jamejamdaily

@

@


SIYASÎ@@ HUNER@

15

Agirî, hejmar 7, Maya 2004, Cozerdana 1383

Stran parek zindî ji dîrokê ye (Beşa 1)

Noredîn Sofîzade Her neteweyek pêka çand û dîroka xwe hin ji serhatî û rewişt û tîtalên bav di nav civaka xwe de pêka serdemê xwe di qalibê helbest, çîrok, çîvanok û stranan de dayîne guncandin û nifş bi nifş hatine veguhastin û weke mîratê bav û kalan hatine parastin. Gelek nivîs û berhemên helbestvan û xwedî hizrên me ên kilasîk bi hin sedeman mîna şer û alozî, nebûna emrazên çap û weşandinê û nexwende bûna xelkê li nav çûne, di vê navberê de tenê stran bûye ku kariye piraniya wan bûyer û serhatiyên gelê me bi awayek baş biparêze û bigehîne destê nifşa îro, sedema wê yekê jî hez kirina Kurdan e ji stranan û bi taybetî stranên folkulorî ku qala serhatî û rabihoriya Kurdan dike ku ew jî bi xwe di çend çiqan de dabeş dibe. Stiran çiye? Stran anku stirîn, wate kilama bi awaz e ku mirov bi bilind û nizm kirin û kurt û dirêj kirina dengê xwe vê awazê distire. Stiran bi giştî bi du terzan tê gotin: 1.Stran bi rîtm, 2.Stran bê rîtm Hemû neteweyên cîhanê starnên taybet bi xwe hene ku hemû tevî hev bi ferq in. Di vî warî de stirana Kurdî pir dewlemend e ku bandora xwe li ser neteweyên derdora xwe jî kiriye, gelek neteweyên cîran mîna Fars, Tirk û Ereban mifah ji awaz û ahengên Kurdî wergirtine û bi kilamên xwe ahengên Kurdî bi kar anîne. Strana Kurdî dîrokek dûr û dirêj heye û zaf stiranên folkulorî ji bab û kalên me ve dest bi dest gehiştine destê nifşa îro û niha jî bi awayek nû û zindî bi kar tên û her tim bandora xwe ya erênî hebûye. Bi Kurtî stirana folkulorî bûye parek ji mîrat û çanda Kurdî. Stirana Kurdî çar çiqên bingehîn hene: 1.Lavik, 2.Heyran, 3.Siyaçemane, 4.Miqam. Ji her yek ji wan çiqane çend çiqên din cuda dibin ku her yek ji wan çiqane taybet bi deverek û devokek ji zaravên Kurdî ne. Çiqa yekem wate lavik taybet e bi devera Rojhilatê Bakura Kurdistanê, ewa ku dibêjinê Serhed. Çiqa duyê wate Heyran taybet e bi pişka navîn û Başûrê

Rojavaya Kurdistanê ku navenda Kurdistana Rojhilat heta deşta Germiyanê ber dikeve. Çiqa sêyem wate Siyaçemane taybet e bi başûrê Rojhielata Kurdistanê ku deverên Hewramanê ber dikevin. Çiqa çarê wate Meqam taybete bi bakûrê Rojawaya Kurdistanê ku Cizîr û Şengar û bi taybet Kurdistana Rojava ber dikevin. Ji ber vê çendê ku qala stirana Kurdî basek dûr û dirêj hil digire û her yek ji wan çiqên serê çend çiqên din bi xwe digirin, emê di vê mijarê de tenê li ser lavikê ku taybet bi kirmanciya jorî û li deverên Serhedê tên stirîn, bas bikin.

Lavik: Lavik pêkhatiye ji kilamê cimaeta Kurdan, stiranên dîwanî, stiranên mêranî, stiranên bendî ên kur û keçan anku stiranên evînî. Stran di nav kurdan de xwedî remz e û ji bo xweşî û nexweşiyê wate şahî û şîniyê tê stirîn. Heger em bala xwe bikişin ser kakila stiranê dê bizanbin ku stiran di nav kurdan de wek nalîna dil hatiye stirîn, xem pê hatine rijandin, bêhna mirovan pê fireh bûye û kula dil bi çend kilamên bi awaz hatiye rijandin. Stiranên dîwanî Stiranên dîwanî ji bo xweşî hatine gotin li şahiyan de dema ku xelik li dura hev xir dibin ji aliyê dengbêj û hozanvanan ve kilamên

dîwanî tên gotin, ku ev jî pêk hatiye ji peyvên maqûl û giran, mîna wegêrana serhatekê an bi ziman anîna hin peyvên civan û dilkêşe kurdî ku bal xelkê rêz û hurmeta van tê girtin. Stiranên mêranî: Dîroka kurdan şahidê gelek şer û levdan û girtin û kuştin û bêbextiyan bûye, strana mêranî mehta mêran û egîdan dike ku an mêranî ji xwe dane kifşê an bi bêbextî hatine kuştin yan di rêya evîna xak û welat de hatine kuştin yan jî stranbêj kêşe û gêreya du eşîran bi kilam bas dike, bo mînak zaf dengbêjên welat weke Hacî Ebdulkerîm, Xusro, Zahiro û Şakiro ev cure kilamane gotine û bandora xwe hebûne. Di wî serdemî de ku jêderên nûçeyî kêm bûne û îmkanata hatin û çûnê mîna îro nebûye, dengbêjan bûyerên ku hay jê dibûn yan xwe şahidê vê bûn li ser kasêtên bi stran tomar dikirin û xelkê dûrdest bi vî terzî haydarê bûyerê dibûn. Mixabin wê yekê jî heya qasekê bandora xirab li ser xelkê hebû ku mîna tiştek ji bîr neçûyî di mejiyê xwedanên bûyerê de dima û dema ku guhdariya kilamê dikirin seha van dibizivî û hin caran diçûn bo tol istandinê. Kilamê cimaeta Kurdan Ev çiqe ji lavikê stiranên here kevnare bav û kalan di xwe de digire, mîna evîna bi sirûşt û serhatiyên evînî û efsaneyî weke Xec û Siybend, Mem û Zîn, Heso û Nazê, Dervêşê Evdî û … Htd. Stranbêjê mezine gelê Kurd Xirapetê Xaço para zafe stiranên vî kilamê cimaeta Kurdan in, ev dema kilama Hekîmû dibêje her niha jî taze ye.

Strana evînî

Çiqa çarê û axir çiqa stirana lavik, stirana evînî anku bendên kur û keçan e, ev bendane bi çend cure û awazan têne stirîn, awazên weku delolo delal, Têlê canê, Esmî xan, Zozanê Zozan û … ev bendane çar misreyî û mîna helbestê têne wehonandin û wezn û qafiyeyên mîna helbestê hene, dengbêj dikare wan bendan di çend awazan de bistire. Diyar e zaf bend folkulorî ne û ji berê de hatine gotin, lê belê çarçoveya vê girêdayî nine, hozanvan dikare her bi xwe pêka dîtina xwe bendan wehûne û bistire, ev bendane tenê bendên evînî nînin, belku zaf caran Jin li ser cenazeyên egîdên xwe jî bi wan awazan, bendan dibêjin û bi dengê xemgîn û melûl her bi wan

@


16

WÊJE

Agirî, hejmar 7, Maya 2004, Cozerdana 1383

Lorîna Dilvînê

Siyamend Terbî@

Dengê giriyana Dilvînê di gihîşte mala cîranê wan; lê wê carê giriya wê bi carên din re ferq hebû û, maşîn hêvir bûna wê tu nebû. Hinek caran diqîrand û hinek caran jî wek nexweşekê dinaland. Xaleta Xezal a cîranê van bi dengê lorandina Dilvînê gelek nerehet bû û gaziya Necîbeya dayîka Dilvînê kir: Başe sukorşikayî çima tu wê keçê nahebînî ew dilorîne? Necîbê got: Xalet tu bi xwe dizanî çaxekê Şemsedîn babê Dilvînê, rojekê li malê biçe der û nezivire, giriya wê keçê dest pê dike û, heta zivirîna babê wê rawestiyan çi nine! Ev keçe xirab hîn bûye û, wek berxa mêjak dibe ku her tim li ser çoka babê xwe rûnêt û li derdora wî be. Dilvîna çavşîn û pirçsîs û sipî ku weke bûke şûşan diçû û, zaf xweşik û weke mezinekê di axivî, car bo carê rewşa wê nebaştir dibû! Roj ava bû û Şemsedîn babê wê wê rojê jî nehate malê! Nêzîkî mexreb, Salihê mamê Dilvînê li ser şolê dizivirî malê, dît ku Necîbayê, Dilvîn li hembêz giretiye û çi rawestiyan û hêvir bûna wê nine. -Çiye? Çi hatiye serê Dilvînê û çima dilorîne? -Vilah ez nizanim bo çi dilorîne û nizanim çi ciheke wê diêşe? Salih bilez rabû û çû erebeyekê peyda bike. Dema xwarina şûvê jî bû. Dengê qure qura Beqan û sîre sîra Sîsirkan bi ser gund de zal bû. Di deriyê mala Elî da û silav kir. Piştî bi xêr hatin kirinê Salih gotê, Elî ez hatime heke ji tere zehmet nebe, keça şemsedîn gelek nesax e û bigehîne nexweşxanê! Elî got: Salih tu bi xwe dizanî şevane hat û çûn li Kurdistanê, nemaze li devera me de gelek nexweş û bitirs e û ez çi caran şevê li malê dernakevim. Çû mala Ehmed, lê wî jî got maşîna min xirab e. Bi her halê heyî gelek cihan çû. Aqibet Xwedê xêra Reşo mezin bike, wî lendevêra xwe hil kir û ketine rê. Çend gavekan li gund dûr neketibûn ku Pastaran berahiya maşînê girtin û dest bi pirsyar û lêgeriyana maşînê kirin. Hûn dê biçine kuderê? Şola we çiye? Salih got: Me nesax heye. Pastareke ridîn dirêj got: Ma hûn nizanin şevê "hjikûmet nîzamî" ye û çi kesê mafê hat û çûnê nine? Salih got: Em neçar in, ev zaroka nesax e! Pastar hate axaftinê: Gelek girîng nine heke heta sibêdê nemire çi jê nahê!!! Maşîn Kete rê û Salih bi wê gotinê zaf nerehet bû û got: Belê Xwedê mala Melayan wêran bike, Pastarên Şîraz û

Îsfehanê hatiye lêre zilm û zoriyê ji me dike û şevane nahêle em nexweşên xwe jî bibine nexweşxanê. Bedela vê ku bo me dermanxwene û nexweşxanan, xwendingehan di herêmê de ava bikin û bi xelkê ra bigihîjin, tenê Pastarên ridîn Nêrî bo me bi diyarî anîne ku xwîna me Kurdan bi xwe helal dizanin. Heta gehiştine nêzîk bajar, çend carên dinê ev yeke dudevs bû û Pastaran berahiya maşînê girtin. Lê bi her halekê gihîştine nexweşxaneyê û "wîzît" wergirtin û bilez çûne oda duktor û Dilvîn li ser texte dirêj kirin. Nojdar çaxekê çav ji rûmetê wê kir, ma! Pirsyar kir, matmayî nexweşiya wê çiye û çi ciheke wê diêşe? Salih got: Em bi xwe jî nizanin çi ciheke wê diêşe! Nojdar matmayî mabû ku çima tiştek weha mimkun e! Pirsyarên zaf anîne gorê. Aqibet nojdar got (kesek ku ew keçe mutade muxediratê mewadên bêhişker, dikişîne) e!!! Salih û Necîba bi bihîstina wî nûçeyî mat û mendehoş bûn. Çima dibe Dilvîn mutad be? Bêşik we jî pê xweş e bizanin serhatiya nexweşiya Dilvînê û pêwendiya di navebra wê û babê wê çi bûye? Şemsedînê babê Dilvînê hemû şevekê heta nîva şevê di malê de mijûlî "menqel"(*) û "hoq"ê (*) û kêşana tiryakê dibû. Dilvîna zarok jî li tenişta babê xwe dirûnişt û roj bo rojê ew tişte bo wê weke bernameyekê lê hatibû. Hetanî ku aqibet ev jî bê evê ku wê mewadê bikêşe, bê evê ku gunehek hebe mutad dibe. Her lewma heke rojekê babê wê di malê de neba, dest bi giriyanê dikir û leşê wê wek mutadekê ku çaxê kêşanê hatibe û dest nekeve azar û êşê dest pêdikir. Belê zêdebarê van hemû asteng û arîşe û pirsgirêkên civakî, siyasî, aborî û çandî ku di civaka me de hene, bedela wê ku di hizra pêşeroja Dilvîna xweşik de bibe û, perwerde bike û li hembêzê bihê girtin û dilovanî pê bihê kirin, sûç û guneha wê gula nû bişkivtî çi bû ku cîhana ronahî lê tarî be û biçirmise û bihê per-per kirin. (*).Du kerese ne ku bo kişandina mewadên bêhişker (Muxedirat)ê tê bi ka anîn.

Gotinên mezinan@@ Çiya çiyayan nakevin, lê çav çavan dikevin. Aqilê sivik barê giran e. Kê

hingivîn dixut, mêşhingivîn bi kê divedet.

Dujminê

dujminê

te,

dostê te ye.

Şûjinê çavê Xwe de nabîne, lê derziyê li çavê xelkê de dibîne. Ahên vî destî, namînin ji bo vî destî.

Riya dirêj ji gavên biçûk dest pê dike. Rovî bi xwe nediçû kunê, îna hejek bi dêla xwe ve girêda.

Ez mîr tu mîr, kê vê bibe wezîr.

Pirs bike ji kalê zemanan û ji xortê geriyayî. Kaniya ku avê jê wedixuy keviran nexêde.

Berxê nêr bo kêrê ye. Her tiştek bi xê, xê jî mezinde.

Hem nanê dêrê dixwo, hem nimêja mizgeftê dike.

Seyê har, temenê wî çil roj e.

Çi ewraziyek nabe.

nişîv

Jiyan darek e ku dibêjinê awat, ji berê wê kes naxot bê hewl û xebat. Evê duhînê gelek xê pê divêt.

Bûka ser hesp, kes nizane nisîbê kê ye.

Agir berbû mala direwînî kesê bawer nekir.

@


SIYASÎ@ HUNER

17

Agirî, hejmar 7, Maya 2004, Cozerdana 1383

Felsefeya Govendê Folkolora Kurdî de

di Dara Natiq

Bi dirêjahiya dîrokê ji aliyê dujminên gelê me ve cehda şuştin û ji holê rakirina nasnameya neteweya me bi hemû terzan hatiye dan. Netewa xebatgêr û xweragire Kurd jî bi hemû hêz û şiyana xwe ve bo parastina nasnameya xwe cehd û xebat kir ye, bi taybet di pêwendî tevî parastina kelepûr û fulkolura Kurdî da ku nasnameke neteweyî û pênaseya gelê me ye ji çi terze xwegorî kirinekê xemsarî nekirine û heta îro parastine. Govend ku yek ji tayên Folkolora kurdiye, wek yek ji hunerên herî kevin û geleriye gelê Kurd rol û bandorek mezin di parastina nasnamaya netewî de hebû ye. Govend hunera kilasîkî a kevin û fulkoluriye ku sembola cesûrî û jêhatî û zindî mana gelê Kurd e.

Govenda Milanê:{Perjîno pola, Şexsêne, Milanê, Sarê, Homidîl}.

Govenda Milanê

Şêxanî: {Ekmelî ya tund, Ekmelî a hêdî, Narê, Yarpêda, Kalemêr û Qenberyemanê}.

Govenda Qilîçkêya sade

Kurdan e ku kakila hemûyan ji herêmên @şaxawî û hunerperweriya Kurdan ve serhildaye. Di bingeh de piraniya terzên Govendê, li gor sirûşt û rewş@û @ kavdana Kurdan ve hatiye darêtin. Li vir de serbarê şanazî kirin bi karwanê dûr û dirêje fulkolura Kurdî, emê bala ve bi çawaniya vê fulkolurê di Bakurê Kurdistana Îranê de, bi taybet Li bajarên Urmiye, Selmas, Makû û Xoy û deverên derdora wan de

Heke em baş@bala xwe bidin ser hinek ji wan Govendane, kesên çopî kêş@bi @ terzekî hunerî têne pêş@û diçine paş@û @ dikine hewar, eve jî bi wateya moral (wire) dane bi civakê û kura Gonendê û @gazî @ kirina xelkê

pispor di vê derheqê de heye. Emê di vê mijarê de tenê basa hin taybetmendî ên vê hunera kilasîkî a Kurdî bi taybet di Bakurê Kurdistana Îranê de bikin. Govenda Kurdî dîrokekî rast û çavkaniyekî zelal û e@şkere@çinine,

şol û îzaya xelkê zehmetkê@şe

Govenda Qilîçkê: {Şenge, Celebe, Keleşo, Bawaso a (mêran), Bawaso a (jinan), Momir a (jinan), Momir a (mêran), Nêçîr û Ereban}. Qilîçkê ên ser bi Şêxanî: {Yarsenem, Toxlama, Turcînar, Gozelê, Lêdêvo}.

Felsefe û pênaseya Govenda Kurdî berfireh e û hewceyî bi berhevdanekî kûr û @karnasên

ev hunere her ji destpêka jiyana Kurdan ve serhildaye. Govenda Kurdan tenê bo şahiyê nine belku sembola tewahiya jiyan û ş@er@û@

taybet bi xwe hene û bi ser çar tayên bingehîn de têne pişik kirin û her yek ji wan tayane jî çend pişik û curên Govend û stiranên taybet lê cuda dibin ku di pişkek ji wan Govendane da jin û mêr bi hevre pişikdariyê dikin û pişka dinê jî bi hegera lez bûn û zor bûna hereketên "rezmî" tenê mêr têda pişikdariyê dikin ku emê bi kurtî îşarê pê bikin.

dinê, bo meydana Govendê.

Govenda Yarsenem

rabikêşin. Taybetmendî ên stiran û Govenda Kurdî wek pişkek ji fulkolura Kurdî serweyî wê çendê ku kariye gelê Kurd bi neteweyên derdora xwe wek: Azerî, Aşûrî, Ermenî û Turk bide nas kirin, dîmenên dilrifîne nîşanderê xwezaya Kurdistanê û çawaniya "hemase" û bûyer û terzên diyalog û hez kirina di navbera keç û kur û terzên jiyan û mişext bûna Kurdan û zilm û zordariya dujminan be û…, ku bi gotina stiran û awazan li ber dengê Dihol û Zirnayê birêve diçin. Di wan deverên navbirî de çend curên sereke ên Govend hene ku her yek ji wan hereketên

Yek ji Govendên dinê ku her dem ji aliyê xelkê wan deverane û zaf herêmên dine Kurdistanê ve zaf girîngî pê hatiye dan, Govenda"Ş@enge” bûye. Felsefa vê çopiyê jî bi kuş@tina mîrekî devera Gewerê bi navê "Şenge" ser hilda ye. Li ber hêdî bûn û li ser xwe bûna vê Govendê û seba hurmet danîn ji bo wî mîrî, xelkê vê deverê û zaf herîmên dine Kurdistanê bo û teslîm kirina miriyan bi axê ev Govende li dardixistin e. Stiranên şahî û govendan, siroştê Kurdistanê tîne pêş çavên mirov, ji herikîna rûbar û bayê dev geliyan, dengê kev û kevderiyan, ciwanî û rewşa dar û baran, ciwanî û delaliya keça Kurd, evîndariya bêrî û şivanan, xweşiya zozana û bilindahiya çiyayan, awazekê taybet daye bi muzîka miletê Kurd. Di

@


18

Doma rûpelê 15’ê:@@

Doma rûpelê 17:@@

parek Felsefeya Govendê di Stran Fulkolura Kurdî de zindî ji dîrokê @

Kurdistanê da tevî her cure şahî û Govendê de cure nezim û awaz û stiranek tê gotin, kesê stiranbêj di navrasta govendê de disekine û awaz û stiranên cur bi cur pêka rewş û hereketên vê Govendê disitire û tevî sazbenda her carê bo bizvandina seha dawetçiyan berê xwe didene aliyekî govendê, ku ev stiranane jî pêka felsefa vê govendê hatiye darêtin. Neteweya

WÊJE

Agirî, hejmar 7, Maya 2004, Cozerdana 1383

Kurd

di

folkolura

weznane bendan diavêjine kesên ji destçûyî yên xwe. Stranên evînî bi xwe du çiq hene ku bi tewawî ji hev cuda ne, ev jî ewaye ku bend hemû bersiv in û dibe bersiva kilama hember were dayîn, anku dibe bendekê kur bêje û benda bersivê jî keç. Bo mînak kur dibêje: Keçikê dînê çavên belek çavên te ne Birî bijank lev zêdene Tuyê ramûsanekê min re keremke Heft xunê min li ser mala babê te ne

Di hember de keç dibêje:

Govenda Qenberyemanê

xwe de zor dewlemand e, bi taybet di warê Govendê de ku yek ji hunerên herî kevin û resene folkolura Kurdî ye ku dibe bo parastina vê hunera zêrîn cehd û tekoşîneke zaf bihê kirin. Pîr û kalên me ev samana mezin ji çend hezar sal berî niha were bo me xudan kirine û nehêlane ku ji nav biçin, heke bê û em vê samana zêrîn li pişt guhê xwe bixin, dê li pêşerojeke nêzîk de ji nav biçin. Her çiqas heta niha jî pişkek zaf ji wan li tûrkê pîr û kalên gund û bajêran de mane û mifah ji wan nehatiye wergirtin. Lê hewceye ku Govend jî mîna pişkek girîng ji fulkolura Kurdî dibe wek pişkên din yên çanda Kurdî bihê parastin û bo her çiqas geşandin û girîngî dana vê cehd û xebitîn vere kirin, çunku fulkolur jî di cihê xwe de faktereke zor girînge bo man û hebûna her gel û neteweyekê û di rastî da pişkek ji nasnameya neteweyiya me ye. ***

Kuro delal xema neke bila rengê te zer nebe Bi xem û xeyal siwarê hespê sorboz nebe Min sond xwariye ezê çi mêran nakem Heta qisa te ya şîrîn nav de nebe

Li vir de bi ronî der dikeve ku benda kur tev ya keçê ferq û cudayî heye. Çand û toreya me Kurdan gelek dewlemend e, her yek ji hozanvanên gelê me ku di rêya xizmet bi çanda gelê xwe û seha welatparêziyê xizmetê dikin û distirin, dibe ku hindî ji destê wan tê hunera kurdî dewlemend bikin; ji ber ku niha zaftir derfet û îmkanat ber destê wan hene, li hember de jî dibe îza û zehmeta hozanvanên me ên nifşên bihorî bêne berçav girtin. Ev stranane bi taybet ên folkulorî her wisa nehatine gotin belku hemû bi îza û têfikrîna hozanvanan di rêya xizmet bi gel û çanda wan hatine gotin û bi nebûna îmkanatan jî dest bi dest û dev bi dev heta vira gehandine ku erkê me di hember wan de eve ye ku li wan xwedî derkevin û bi îmkanat û muzîka vî serdemê berhemên hozanvanên mezine nifşên derbasbûyî rabigirin û di rêya dewlemend kirina wan de bixebitin û teslîmî nifşa ciwan a li dûv xwe bikin.

GER HÛN BIXWAZIN Berken Bereh

Ger hûn bixwazin Binasin êş û jan û kovaniyê Şevek li welatê min bibin mêvan. Ger hûn bixwazin Binasin mirinê Li baskên qulincên binihêrin Bêhna şewatê tê ji wan

koçber

Ger hûn bixwazin Evînê binasin Taldeya rojhilata dilê xwe bipelînim Bê çawa diteyisin bi ken stêrk. Ger hûn bixwazin Welatê min binasin Vekin deriyê agfir û rojê Kevoka mirovheza heftreng Dê bifire ber bi we.

HETA MIN JI TE HEZ NEKIR Heta min ji te hez nekir Xortekî kerr Lal û Kor bûm. Heta min ji te hez nekir Tucar nediguherî demsal Daran xwe ne dixemiland Bi pelg û kulîlk Roj ne dibişirî û Germ nedikir Bajar, kolan û zevî Jiyan wiha têrtam û Ne xwedîwate bû. Niha har û dîn im Ji bo evîna te Ey welatê nav li min kirî Necar, hedad Hostayê min Ne tenê te Ji dar û beristan Mar û moristan Ji derd û belayên te ji Hez dikim. Ji malpera wergirtin.

Amûde

hatiye

@

@


SIYASÎ@ WÊJE

Agirî, hejmar 7, Maya 2004, Cozerdana 1383

19

Ehmedê Xanî Babê Kilasîka Kurdî@@ Amadekar:Emîr şoayîwend@@

"Ehmedê Xanî sertacê nivîskar û helbestvanên Kurdan e, wî berê gişkan ala serxwebûna Kurdan ala yekîtî û biratiya Eşîr û qebîlên Kurdan bilind kir". Elaedîn Secadî Ehmedê Xanî kurê Elyas û ji malbata Xaniyan e, li esla xwe de xelkê Cizîra Botan e lê ev li Beyezîdê hatiye dinê û li wê derê jî mezin bûye. Li ser sala ji dayîk bûna Xanî nêrîn û gotinên cudacuda hene, hin kes bawer in ku sala ji dayîk bûna Xanî ne eyen e, hin kes jî pêka lêkolîna xwe sala ji dayîk bûna Xanî diyar dikin. Lê Xanî di vê derheqê de bi eşkerayî dibêje: Lewra ku dema ji xeybê fek bû Tarîxa hezar û şest û yek bû Xanî xwendina xwe ya olî li xwendingeha Muradiye a Bayezîdê dest pê kir û paşan hînî xwendin û nivîsandina bi Kurdî bû û heta gihîşte cihekê ku bi xwe xwendingehek ava kir û li wê derê ji zarokên Kurdan re dersa Kurdî digot. Ehmedê Xanî rewşa bindestî û hejariya gelê Kurd baş dizanî û li Bayezîdê bi çavê xwe belengaziya Kurdan didît û bibû xemxurê kovan û xemên gelê xwe, wî di Mem û Zîna xwe de pirsa bindestiya Kurdan dubare kiriye û aniye ber çavan: Ger dê hebûya me îtîfaqek Wêk ra bikira me înqiyadek Rom û Ereb û Ecem temamî Hemîyan ji me ra dikir xulamî Tekmîl dikir me dîn û dewlet Tehsîl dikir me îlm û hîkmet Temîz dibûn ji hev meqalat Mumtaz dibûn xwedan kemalat Xanî nek her helbestvanekî mezin, belkû rêberekî dûrbîne hizra neteweyî bûye. Wî seh bi hebûna valahiyek mezin li toreya gelê xwe de kiriye, ew jî nebûna dastanek wisa bûye ku ji bo nasandina gelê Kurd pence ji penceya şakarên (hinirên) hozanî ên neteweyên cîran bide, wî xwestiye ku gelên dinê bizanin ku

Kurd jî dikarin bi zimanê xwe pirtûkan binivîsin û dikarin wêje û dîroka xwe bi Kurdî binivîsînin û bêxin ber çavê gelên cîhanê. Xanî di vê derheqê de dibêje: Da xelq nebêjin ku ekrad Bê merîfetin bê esl û bunyad Enwaê milel xwedan kitêbin Kurmanc tenê di bê hisêbin Her qas Mem û Zîna Xanî serhatiya efsaneyî a du evîndarên Kurd (Mem û Zîn) e, lê naveroka vê pirtûkê tişteke din e û ev zaftir qala derd û kulên Kurdan dike. Ehmedê Xanî her wek bi xwe dibêje Mem û Zîn ji xwe re kiriye hêcet û bi vê hêcetê kula dilê xwe bi der kiriye, derdê neteweya xwe yê kerr û lal bi ziman aniye û ewa xwandiye. Seyda di vê derheqê de dibêje: Sazê dilê kul bi zîr û bem bit Sazendeyê eşqê Zîn û Mem bit Şerha dilê kul bikim fesane Zînê û Memê bikim behane Nexmê we ji perdeyê derînim Zînê û Memê ji nû vejînim Derman bikim ez, ewan dewa kim Wan bê mededan ji nûve rakim Ev renge bikim ji nû serferaz da bêne temaşayê nezer baz Xema dilê Xanî tenê ev zilm û bêdadiye nebû ku ji gelê wî dihat kirin, belkî ev herdem ji bo rizgariya gelê xwe ji wê bindestiyê di hizra bêpariya Kurdan ji nebûna rêber û pêşengên zana her wisa nebûna yekîtiyek qahîm sewdaser û perîşan bû. Seyda Ehmedê Xanî hevdem tevî hêvî kirina vê çendê ku di nava Kurdan de rêber û pêşengên zana derkevin holê û ji gelê xwe xwedî derkevin, her wisa hewce dizane ku gişk Kurd ji bo rizgariya xwe ji destê neyaran yekdest û hevgirtî bin.

Xanî di vê derheqê de dibêje: Ger dê hebûya me serfirazek Sahîb keremek, suxen newazek Neqdê me dibû bi sike meskûk Nedima wihe bê rewa û

meşkûk Ger dê hebûya me Padîşahek Layiq bidiya Xwedê kolahek Teîn bibûya ji bo wî textek Zahîr vedibû, ji bo me bextek Seydayê mezin Ehmedê Xanî di Mem û Zîna xwe de neku bi tenê qehremanî, dostî, biratî û evîniya rasteqîne aniye ber çavan, wî wisa jî pirsa bindestî, belengazî û hêsîriya gelê xwe aniye ber çavan û rê û dirb nîşan kirine ku Kurd bi çi pergalekê dê bikaribin li wî halî derkevin û azad bibin. Her çiqas ew seydayê zana û tucar nemir îro li cem me nema ye û çûye ber dilovaniya Xwedê, lê wî hinirek wisa kiriye ku heta Kurdek li Kurdistanê bimîne,navê wî mîna pêxemberê toreya Kurdî û wek evîna ku di dilê Mem û Zînan de, dê di dilê Kurdan de her bimîne û pirtûka wî a pir bihagiran mîna remza serkevtina Kurdan dê di esmanê tore û rewşenbîriya Kurdî de her tim serkeş û dilxwaz be. Ez jî ji bo Xanî dibêjim: Sed desteyê gul bi sed rengan Bînim bi hizûrê şahê derdan Yek yek bireşînim ser mezarî Da qed nemîne li wir pejarî Bêjim ku tu seyda erxayîn be Farix ji xem û pejar û şîn be Ev derdê ku bûy bi wî birîndar manendê Mem, ku bi Zîn bibû giriftar …! Derman bûye ev bi îtîfaq û hemyar Kurd îro birane tev bi dostin û yar Çavkanî: 1.Tarîxa edebiyata Kurdî 2.Kovara KARWAN, hejmar 43

@


Weşana Partiya Demokrata Kurdistana Îranê, Hejmar 7, Cozerdana 1383

37’mîn salvegera şehîd bûna Niho û hevalên wî Rojnameyeke siyasî û çandiye, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê diweşîne Hejmara 7, May 2004 Navnîşan:

AFK B.P. 102- 75623 Paris CEDEX 13 –FRANCE

http://www.kurdistanmedia.com/ kurmanci/kurmanci.htm Email:

Rojnama_agiri@yahoo.com Agiri2003@hotmail.com Fax: 0012703425105 Bo Agirî binivîsînin Eger bo Agirî dinivîsin ji kerema xwe van xalên jêrîn berçav bigirin: * Çi nivîsek bê nav û nîşan nayê weşandin. Nivîskar dikare navê dilxwaz bo nivîsa xwe hilbijêr e, Digel navê dilxwaz ji kerema xwe navê xwe yê rastî bo rojnamê bişînin. * Eger nivîskar ji bo nivîsîn û berhev kirina mijara xwe ji çavkaniyan mifah wergirtibe, hewce ye îşare bi van jêderan biket. * Ev nivîsên ku li zimanên biyanî hatibin wergêrandin, hewce ye îşare pê bê kirin û nav û nîşana jêderê jî bihê dest nîşan kirin. * Hindî bikarin wêne, xerîte û belgenamên hewce tevî nivîsan bo me bişînin.

Desteka nivîskarên Rojnameya Agirî mafê vê çendê heye ku: Destêwerdana rênûsa nivîsan biket. Wan mijar û babetên ku naverokek lawaz hebin belav neket.

Dîroka pir ji şanazî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê pir e ji xebat û berxwedanî a xortên xebatkar û şoreşvanên gelê Kurd di Kurdistana Îranê de. Yek ji van xortên xebatkar û şoreşvane partiyê û gelê Kurd, şehîd Niho ye. Di pênasê de navê wî Mihemed kurê Ezîz û navê dayîka wî Susin hatiye nivîsandin. Şehîd Niho ji malbateke zehmetkêş û welatparêze gundê Howesn a bajarê Selmasê çavê xwe bi jiyanê re vekiriye û çaxekê temenê wî gihîştiye 6 salan, li gundê Gengeçîn û Howesnê heta pola şeşa destpêkî xwendin domandiye û paşan cem Melayeke herêma xwe bi navê Mela Obeyd Quran xitim kiriye. Doma wê bo 6

Daxuyanî Bizava Îslamî dibe serhatiya teslîm kirina 7 şoreşvanên demokrat bi rayedarên Îranê re eşkere bike Birêz Mamosta Elî Ebdulezîz, rêveberê Bizava Îslamî li Kurdistana Îraqê! Birêzan endamên Şêwra Navîn a Bizava Îslamî! Rewenda Kurd li derveyî welat, bi terzeke cihê hêbet û heyrîmanê ve, nûçeyê bidest dana 7 Pêşmergên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, ji hêla hizba we bi rayedar û berpirsyarên Komara Îsalmî a Îranê û piştre îdam kirina wan ji aliyê rejîma Îranê ve pê gihîşt. Li gor daxuyaniya ku PDK Îranê li 14’ê Aprila 2004’an de weşandiye, şeva 19-20.10.1996’an hizba we, berevajî hemû rê û cih û rewş û tîtaleke Îslamî, mirovî û civakî, 7 Pêşmergên wê Partiyê ku bo vehevyanê hatibûne bargeha we li nêzîk bajarê Helebçeya şehîd, çekdarên we li cihê pena dan û xizmet kirin û piştgirî kirinê, dest û çavên wan girê dane û teslîmî Komara Îslamî kirine. Heke we hetanî niha dest hebûn di bêser û şûn kirina wan Pêşmergane de ret kiribe, niho êdî nikarin ji vêne zêdetir weşêrin, çunku Balyozê Komara Îslamî a Îranê li Londonê, di nameya 29.03.2004’ê de bo birêz Cêrmî Korbîn, cihgirê serokê girûpa mafê mirovan li Parlemena Birîtaniya, Bizava Îslamî bi aliyê vê pirsê hesibandiye. Em dizanin piştî wê dîrokê Bizava Îslamî çend şaxe û tayên din jê cuda bûne, navên din ji xwe danîne û, renge wan dest di vî karî de hebe, lê ji ber wê ku hetanî niha bi tenê şaxe (bal)a we bi navê Bizava Îslamî li Kurdistana Îraqê, maye, ji rêya yasayî ve hûn berpirsyar in ji hemû mîratên wê hizbê. Niha me, ev rêxistinên Kurdî û ne Kurdî yên jêrîn îmza (wajo) kiriye û daxwazê ji we dikin ku: 1.Hemû serhatiya bidest dana ev 7 Pêşmergane (Erşed Rezayî, Mihemed Ezîz Qadirî, Yûnis Mihemedpûr, Daryûş Îslamdost, Ednan Îsmaîlî, Muzefer Kazimî û Merûf Suhrabî) ji bo raya giştî eşkere bikin. 2.Navên encamderên wê tawanê û berpirsê yekeme wê eşkere bikin. 3.Daxuyaniyekê biweşînin û têde vê tawanê şermezar û protesto bikin. 4.Xwîna wan şehîdan bi malbat û kes û karên wan re bidin. Doma wê bo 11

agiri_07