Issuu on Google+

urd elê k e g n î yê ral d netew tîk û fede n ê f ma kra anîna eke demo e v t s Bide eya Îran rçov di ça

AGirî

Netanyaho: Bi Îsraîlê nelîzin!

Binyamîn Netanyaho serokwezîrê Îsraîlê rû li Hesen Rûhan got: “Bi Îsraîlê nelîzin”. Wî ragehand ku programa mehandina Yoranyomê divêt bi tewahî bihê hilweşandin. Serokwezîrê Îsraîlê di hevpeyvîna bi BBC’ê re ragehand ku wî di gotara xwe ya di Civata Giştî ya NY de helwest li dijî xelkê Îranê û welatê Îranê negirtiye, belkû êrîşa devikî ya wî li dijî Komara Îslamiya Îranê û bi taybetî rêberê vê rejîmê bûye.

Duheftînameyek Siayasî-Giştî Ye, PDK Îranê diweşîne www.kurdistanmedia.com/kurdî www.agirimedia.org Hejmar (215) 07-10.2013 Buha (150) Tûmen Dara Natiq

Netanyaho:

Kuştara Mîkonosê di serdemê Rûhanî de bû

...« 5

Sûriye di navbera şerê navxweyî û Fatih Salihî

...« 5

...« 6

Hilbijartinên Herêma Kurdistanê W: Mo’tesem Nûranî

Peywendiya di navbera Îran û Amerîkayê

...« 7

jiyan û serpêhatiya pêşmergê kevnar ê PDKÎ, birêz Xale Hesen di R:8’ê de bixwînin.

...« 8

S

erokwezîrê Îsraîlê ragehand ku terora rêberên PDKÎ, yek ji wan teroran e ku Hesen Rûhanî nikare jê agehdar nebûbe. Li gorî nûçegehaniya D.W, Netnyaho tevî îşarekirina bi berpirsatiyên Hesen Rûhanî di Civata Bilind ya Ewlehiya Neteweyî ya Îranê de got: “Di serdemê serokatiya wî di vê civatê de, bûyerên wekî kuştara

neyaran li restorana Mîkonosê, û teqandina navenda Cihûyan li Bo’nis Ayrisê de rû dan, û mirov nikare bêje ku ew ji vê bûyerê bê xeber bûbe. Netanyaho serokwezîrê Îsraîlê ku roja 1’ê Çiriya Pêşîn dawî axavtinvanê 68’mîn civîna Civata Giştî ya NY bû, di axavtinên xwe de êrîşên herî tund kirne ser Rûhanî û rûyê wî yê bi berçav aştîxwazane di

pirsa navikî de, û cardin ew wek “Gur di kewlê pez”de binav kir, ku tu armancek ji bilî “Xapandina civaka cîhanî bi siyaseta keniyê” tuneye. Wî daxwaz kir ku hisarên li dijî Îranê berfirehtir bin, û gefxwarina êrîşa leşkerî jî li dijî Îranê berdewam be, ji ber ku tenê gefxwarin û hisarên aborî ne ku dikarin Îranê neçar bi paşvekêşanê bikin.


2

Sergotar

07.10.2013

Agirî

Siyasî

Astengiyên li ser rêya dîplomasiyê

H

Şehab Xalidî

ekî em bixwazin bas ji sedemên girtine pêş ya siyaseta nerm û bi berçav aştîxwazane ya Rûhanî bikin, em dikarin bêjin ku rejîma Komara Îslamiya Îranê hewcehî bi vê heye ku hisarên li ser wan bêne rakirin, û rewşa aboriya xwe baştir bike, û ji nerizayetiya xelkê li dijî xwe kêm bike, û dîsan bala Rojavayiyan bo aliyê xwe rakêşe û li ser pirsa navikî demê bi dest bixe, û bi xapandina Ewropayiyan armancên xwe ên di warê çêkirina bombeya navikî de bipêke. Lê di vê navberê de Amerîka jî ku dizane mifahwergirtina ji vebijêrkên din yên li ser maseyê, wek êrîşa bo ser binkeyên navikî xerc û nirxeke zêdetir dixwaze, lewra hewil dide ku li ser berjewendiyên hevpar li gel Îranê lihev bikin, û heya ku bikare ji dîplomasiyê mifahê wergire. Lê dîsan jî bê guman Îran dê her pêdagir be li ser vê ku pirsa “enirjiya navikî mafê wan e”, û wê destêwerdanê di nav karûbarên wlatên cîran de, ew jî ji riya hêza Quds ve, wê her bike, û pirsa binpêkirina mafê mirovan û pirsa neteweyî ya gelên Îranê jî di cihê xwe de. Ku weha bû rejîm bi bêy wan siyasetan nikare bijî.

Ji aliyek din ve hekî digel Îranê lihev bikin, têkçûna balansa hêzan di kendawê, û herweha nemana baweriya hevalbendên Amerîakyê wate welatên Erebî, Îsraîl û Turkiye bi Amerîkayê, dikare bi rehetî dijî vê lihevhatinê be, û bibe astengek micid li ser riya lihevhatinan. Lewra gihîştin bi lihevhatineke berdewam û dirêjheyam gellek zehmet e. Îran jî dizane ku hekî çeka navikî bi dest bixîne, wê demê hem xwe ji metersiya êrîşên îhtimalî ên Rojavayiyan rizgar dike, û hem jî dikare wê demê li hemberî dana kêmtirîn poanan, zêdetirîn poanan ji wan wergire.

Daxûyaniya Deftera Siyasî ya PDKÎ derheq hilbijartinên parlemênta Kurdistanê:

X

elkê Kurdistanê bi bîrûraya giştî a cîhanê ragehandin ku, hekî siya dîktatoran li ser wan nebe, Kurd hêjayî avakirin û birêvebirina deshilata demokratîk a xwe ne. Deftera Siyasî a PDKÎ bi munasibeta birêveçûna gera çaremîn a hilbijartinên parlemênta Herîma Kurdistanê daxuyaniyek da. Eva deqa daxuyaniyê ye:

Kom û komelên cîhanî! Xortên netewa Kurd! Roja Şemiyê 21’ê Îlona 2013’an (30’ê Xermanan a1392’an), li Herêma Kurdistanê hilbijartin bona diyarîkirina endamên parlemênta Kurdistanê, li jêr çavedêriya Komisyona Bilind a Hilbijartinan û bi sedan çavdêrên bîhanî û bi hezaran çavdêrên navxweyî û nawendên nûçegehanî ve birêve çû.

Di vê piroseya demokratîk de çend xalên girîng cihê hûrbîniyê ne: Yekemîn: Di heyamê piropagendeyên alî û qewareyên siyasî de, serbarê çend bûyerên biçûk û nexwastî, hemû aliyan bi azadî û di çarçoveya yasayê de, bê tu astengî û berbestekê û li gor programên xwe ên siyasî, li kolan û medyayên xwe de reklamên xwe xistin ber çavên dengder û raya giştî.

Dûhemîn: Di roja dengdanê de serbarê hebûna azadiyek tewaw bo her takekê bona beşdarîkirin di dengdan an dengnedanê de, li gorî rêjeya ku hatibû ragehandin, %73.9 ji wan kesan ku dikarîn dengê xwe bidin, di vê hilbijartinê de beşdarî kirin û karîn ku dengê xwe bidin nûnerên dilxwaz ên xwe, û di vê hilbijartinê de serbarê hebûna hindek sikalayan ku bona lêkolînan bo Komisyona Bilind a Hilbijartinan hatine şandin, piraniya nêzîk bi tewahiya çavdêran ji çawaniya birêveçûna hilbijartinan li gorî bername û peyrewên Komisyona Bilind a Hilbijartinan razî bûn û rezamendiya xwe nîşan dan û piroseya hilbijartinê weke serkevtineke kêm mînak dan nasandin. Bi vî awayî komelên xelkê Kurdistanê bi tewahiya pêkhate û ol û neteweyan ve, di vê qonaxa temrîn û ceribandina demokrasiyê de serkevtî derketin, eva jî di demekê de ye ku neyarên netewa Kurd ku çavê dîtina pêşkevtinên weha nebûne û nabin û, hewlên curbicur bona têkdan û sernekevtina piroseya hilbijartinê didan, lê bi sedema hişyarî û têgehiştina gelê Kurd negehiştin armancên xwe û tenê dorandiyên vê hilbijartinê bûn.

Serkevtina vê piroseya demokratîk ne tenê di Îraqê de, belkî di Rojhelata Navîn de jî, yek

ji mînakên herî kêm ên pêşveçûna demokrasî û bihevresazanê tê hesibandin.

PDKÎ bi boneya vê serkevtina mezin di Kurdistana Başûr de, dilxweşiya xwe nîşan dide û, pîrozbahiya xwe li tewahiya komelên xelkê Kurdistanê, weke serkevtiyê yekemîn di hilbijartinê de û herweha li qewareyên siyasî, serokê Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.

Em li ser vê baweriyê ne ku ev destê hevdu girtin û hevkariya ku civakên xelkê Kurdistanê bona serxistina piroseya hilbijartinê ji xwe nîşan dan, cardin bi xelk û bîrûraya giştî a cîhanê ragehandin ku, hekî siya dîktatoran li ser wan nebe, Kurd hêja û misteheqê avakirin û birêvebirina deshilata demokratîk a xwe ne. Bi vê nêrînê ku him civatên xelkê Kurdistanê û him jî tewahiya qewareyên siyasî xwe bi serkevtî bizanin, û neyar û dujminên gelê Kurd jî bi dorandî bizanin. Carek din em bi boneya vê serkevtinê pîrozbahiyê li tev aliyan dikin û hêviya me serkevtina pitir ya encamên vê hilbijartinê ye. PDKÎ Deftera Siyasî 31.06.1392 22.09.2013


3

07.10.2013

Sekretêrê Giştî yê PDKÎ nameyek ji Bankîmon û serokê çar welatên Amerîka, Almaniya, Firansa û Berîtanyayê re şand

E

va deqa namê ye: Rêzdar Bankîmon, Sekretêrê Giştî yê rêkxirawa NY! Rêzdar Barak Obama, serkomarê Amerîkayê! Rêzdar Angela Mêrkêl, serokdewleta Almaniyayê! Rêzdar Firanswa Oland, serkomarê Firansayê!

Rêzdar Deyvîd Kamêron, serokwezîrê Birîtaniyayê! Hesen Rûhanî Serkomarê taze hilbijartî yê Îranê, heyamek e ku mijûlî guherîna name û peyaman tevî kesayetî û rêberên welatên Rojavayî ye û, hewil dide ku xwe wek kesayetiyeke aşitîxwaz û alîgirê çareseriya pirsgirêkên siyasî, bitaybetî pirsa mehandina Oraniyomê ji rêya diyalog û gotûbêjan ve,bi cîhanê bide nasandin. Lê hevdem û dûr ji çavên bîrûraya giştî, binpêkirina mafê mirov û tepeserkirina azadîxwazan di seranserê Îranê, bitaybet di Kurdistanê de her berdewam e.

Di vê peywendiyê de bala we bo çend mînakan ji zulm û zordariyên derheq bi gelê Kurd radikêşim ku piştî hatine serkar a serkomarê nû di Îranê de hatine encam dan. Gelê Kurd ji tewahiya mafên xwe ên siyasî û çandî bêpar e.

Zarokên Kurdan ji mafên xwe ên herî destpêkî wate xwendina bi zimanê dayikî bêpar in û Rûhanî jî li ser wan ferq û cudahiyan bi eşkere pêdagir e. Darvekirina azadîxwazên Kurd bi hêcetên cûrbicûr berdewam e.

Her niha ku ez vê nameyê bo we dinivîsînim, pitir ji 20 kesî ji girtiyên siyasî ên Kurd di bin gefa darvekirinê de ne, rasitiyek ku rêkxirawa Lêborîna Navnetewî jî, di nameyekê de bo rêberê Komara Îslamî, nîgeraniya xwe nîşan

Siyasî

Agirî

Daxûyaniya Deftera Siyasî ya PDKÎ li ser teqîna li bajarê Hewlêrê

dan.

Tewahiya partî û rêkxirawên siyasî ên Kurd qedexe ne, û mafê çalakiyên siyasî ji wan hatiye sitandin.

Desteserkirin û cezadana serberdayî a lawên Kurd berdewam e. Dadgehîkirina çalakên Kurd ên di warên mafê mirov, çand û siyasetê de, dûr ji her îdalet û standardeke navnetewî berdewam e. Rûhanî di dirêjiya hewlên xwe bo kêmkirina hisarên aborî li ser Îranê de, qirar e ku di 67’mîn civîna NY de ku, li 24’ê Septemberê li Niyoyorkê birêve diçe beşdar be. Azadîxwazên Îranê, bitaybet gelê bindest ê Kurd, ji vê yekê nîgeran in ku pirsa demokrasî û mafê mirov di Îranê de bibe goriyê berjewendiyên siyasî û satûsewdayên nepenî, bitaybet pirsa navikî tevî rejîma dîktator a Komara Îslamî.Lewra em çavnihêrî dikin ku hûn rê nedin ezmûna han li ser hisaba gelên Îranê û bi bûhaya gorîkirina azadî û mafên mirov bi dawî bê. Îran wî çaxî dikare bibe endamek bi bandor û erênî di rêkxirawa NY de û civaka navnetewî wê baweriyê pê bike, û bi geşepêdana demokrasî û parastina mafê mirov di navxwe de, baweriya xelkê Îranê bi dest bixe.PDKÎ her tim daxwaza çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsa Kurd ji rêya gotûbêjan di Îranê de kiriye. Lê bi şahidiya dîrokê, Komara Îslamî bersîva helweste û siyasetên partiya me bi teror, tepeserkirin û ferq û cudahiyan daye. Em daxwazê dikin ku Rojava her cûre lihevhatinekê tevî rêberên Komara Îslamî girê bide bi bidawîanîna îşkenceya girtiyan, darvekirina çalakên siyasî, parastina mafên mirovan û dabînkirina mafên siyasî û çandî ên gelên Îranê di fezayek azad û demoratîk de. PDKÎ Sekreterê Giştî Mistefa Hicrî 22.09.2013 31.06.1392

Kurdistanmedia: PDKÎ seba bûyera teqînê li binkeya Asayişa bajarê Hewlêrê daxûyaniyek bilav kir. Deqa daxûyaniyê bi vî awayî ye: Hemwelatiyên rêzdar!

Civatên xelkê kurdistanê! Demjimêr 1:34 deqeyan û piştî nîveroya roja yekşemî 29.09.2013’an mixabin binkeya Asayişa Hewlêrê bû armanca kiryarên terorîstî û bernamedarêtî û di encamê de heya niha şeş kes ji pêrsonêlên Asayişê canê xwe gorî kirine, û 64 kes jî ji hêzên asayiş û xelkên medenî hatin birîndarkirin. Ev kiryara terorîstî di demekê de çêbû ku civatên xelkê kurdistanê çend roj bû ku di ceribandina hilbijartinek demokratîk de bo hilbijartina nûnerên parlemênta kurdistanê, serketî hatibûne derve û rojekê piştî eşkerekirina encama destpêkî ya wan hilbijartinan di nav şadî û kêfxweşiyê de bûn. Bê şik biryarder û rêveberên vê kiryara terorîstî ew in yên ku çavê dîtina pêşkevtin û serkevtinên Herêma kurdistanê nînin û dixwazin ev ewlehî û êminiya ku çend sal in per û baskên xwe bi ser Herêma kurdistanê de kişandiye, tevlîhev bikin û alozî û ne ewlehiyê çê bikin, herçend berxwedana netirsane ya hêzên Asayiş û Pêşmerge gellek zeq û berbiçav bû ku cihê sipas û pêzanînê ye, lê bi vî halî jî ev bûyera han bo tev aliyan dilêş û hejîner bû, diyare her weke dîrokê selimandiye, kiryarên terorîstî ên han nikarin rêya berev pêşveçûn û piroseya demokrasiyê li Herêma kurdistanê û gihîştina neteweya kurd bi mafên xwe ên rewa asteng bikin. PDKÎ tevî mehkûmkirina vê kiryara terorîstî, û bêzariya ji pîlangêrên neyarên kurd û Herêma kurdistanê, sersaxiyê li malbat û kes û karên şehîdên vê kiryarê dike, û di hemen demê de hêviya çêbûnê jî bo birîndaran dixwaze, û hevxemiya xwe tevî xelkê Herêma Kurdistan û hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, û bêzariya xwe ji terorîzm, terorperwer û terorîstan ducarî dike. PDKÎ Deftera Siyasî 28.06.1392 30.09.2013


07.10.2013

4

Siyasî

Agirî

Peyama rêzdar Mistefa Hicrî bi boneya hatina sala nû a xwendinê

B

irêz Mistefa Hicrî Sekreterê Giştî yê PDKÎ bi boneya hatina sala nû ya xwendinê 1392 – 1393, (2013 – 2014’an) peyamek da. Eva deqa peyamê ye:

Mamostayên xebatkar! Qutabî û xwendekarên birêz! Dayîk û bavên zehmetkêş! Eva salek din a xwendinê li temenê rejîma Komara Îslamî, rejîma kirîz afirîn û dijî azadiyê dest pêdike, bi vê sedemê qutabxane û zanistgeh û malbat dikevin nava herikînên taybet û bi milyonan qutabî û xwendekar rû li xwendingehan dikin, bi vê hêviyê ku pêşerojeke baştir bo xwe desteber bikin. Dayîk û bav jî ku piştevanê wefadar yê avakirina vê pêşerojê bo xortên xwe ne, bi tehemul û qebûlkirina zehmetî û karên berdewam, hewil didin ku xerca hewcehiyên ezîzên xwe dabîn bikin. Îsal jî di cihê xwendina bi zimanê dayîkî, xwendin û axivtina bi zimanê Farsî bi neçarî bi ser xweşteviyên wan de wê bê sepandin, zimanek ku jê bîhanî ne. Heta rejîm piştî derbazbûna bi deyan salî bi ser pejirandina madeya 15’mîn a yasaya bingehîn, ku tê de xwendin bi zimanê dayîkî bi mafek yasayî hatiye danîn, sala xwendinê ya 1392 – 1393’an jî her bi awayê berê wê bidome. Rê bidin min ku ji aliyê rêberiya partiya PDKÎ ve, bi vê munasibetê ve pîrozbahiya herî gerim pêşkêşî tewahiya qutabî û xwendekar, xebatkarên rêya zanistî û hînbûnê, mamostayên zehmetkêş û welatparêz û dayîk û bavan bikim. Em jî hêvî dikin ku zehmetiyên dayîk û bavan û mamostayên xe-

batkar ji aliyekê û, Ji aliyê din ve mandîbûna qutabî û xwendekaran, bibe sedema perwerdebûn û pêgehiştinek wiha ku, bikarin bê hebûna deshilata Komara Îslamî, pêşerojek pir ji serfirazî û bextewerî ava bikin. Rêzdarno! Herçend eva çend sal e ku we xwendin di bin siya rejîma Komara Îslamî de derbaz kiriye û bi tewahî ji siyasetên dijî zanist û perwerde û pêşkevtinê yên Komara Îslamî şareza ne, bi vî halî jî me bi hewce zanî ku weke mamostayeke berê ku şarezayê ders û xwendingehan e, basekê ji rewşa niha ya xwendinê di Îranê de bikim. Veşartî nine ku armanca Komara Îslamî ji qutabxane û zanistgehan, pêgehandin û perwerdekirina xortên welat bi hizr û bîra pêşkevtinxwaz û serdemiyane û pêşerojek geş nine, belkî merem ji tewahiya tekoşîna wê vedigere ser perwerdekirina texekê li ser

eqliyeta parvemayî, bona vê ku bikarin di pêşerojê de jî deshilata xwe bi ser xelkê de bidomînin, da ku nifşekê di civakê de perwerde bike ku di cihê fikirîn ji jiyanek azad, bibin pêç û mohreyek bona maşîna serkut û dîktatoriya vê rejîmê. Naveroka kitêban, çavedêriya hûr a reftarên qutabî, xwendekar û mamostayan di qutabxane û xwendingehan de û herweha neçarkirina wan bi bîrkirin û riftarên ku rejîm dixwaze, û derkirin û cezadan kesên ku gumana herî kêm li ser wan e, yan jî bêparkirina wan ji xwendinê, bi dehan sal e ku bi ser fezaya xwendinê de zal e. Rejîm bona birêvebirina wan siyasetên xwe ên dijî mirovî, ji hemû hêz û şiyanên xwe mifahê werdigire. Dabînkirina qelem û defterên ku diruşmên Komara Îslamî yan wêneyên binav şehîdan li ser e, bi belaş bi taybet di gundan de, bi navê alîkariyê (rêvîngên rêya ronahiyê) ku tê de zarokan bi neçarî dibin wan şergehên rejîmê ku têde hejmarek zaf ji xortên welat dane kuştinê, weke mînakek ji wan siyasetan e ku bi ser xortan de disepînin, bi vê hêviyê ku mêjiyê wan bê şuştin. Ji sala 1368’an(1989) heya sala 1390’an(2011), 100 kes ji wan qutabiyên “rêvîngên rêya ronahiyê” di bûyerên hatin û çûyînê de birîndar ketine û 71 kesan jî canê xwe ji dest dane, û tenê di sala xwendinê ya derbazbûyî de 26 kesan di wan seferan de canê xwe ji dest dane. Serbarê vê ku rejîm di vê ber-

nameya xwe de negehiştiye tu encamekê, belkû roj bi roj pitir dikeve ber kerb û kîna xortan, lê bi vî halî jî û bê liberçavgirtina xisarên canî, her dirêjiyê bi programên xwe dide. Îmkanat û hewcehiyên xwendingehan jî bi xwe tirajidiyayek e, cuda ji vê ku bi sedema kêmbûna avahiyên xwendinê, piraniya xwendingehan bi awayê 2 - 3 şîft birêve diçin, û şûnwareke nigetîv li ser xwendin û pêşkevtina xwendekaran daniye, şêwaza gerimkirina xwendingehan jî vedigere bo serdemên berê, eva jî dibe sedem ku di demsala Zivistanê de rojane nûçeya şevitîna xwendingeh û dersxwanan li her derekê bibîsin. Li sala 1376’an(1997) heya sala 1391’an(2012), li seranserê Îranê 72 dersxwan û mamosta bi sedema agirberbûna qutabxaneyan birîndar ketine û çar qutabiyan jî canê xwe ji dest daye. Dema bas ji wan bûyerên tal dikin, bûyera qutabxaneya “Şînawê” tê bîra mirov ku di Befranbara sala derbazbûyî de rû da, û 28 qutabiyên keç birîndar ketin û du qutabiyan jî canê xwe ji dest da. Bi vê bûyerê tewahiya Kurdistanê xembar bû. Lê serbarê tewahiya van kêmasiyan, ya herî nexweş rawşa xirab a jiyana mamostayan e, di welatekê de ku li gorî gotinên karbidestên rejîmê bi xwe, enfilansyona di Îranê de gehiştiye %39’î û qasa mûçeya mamostayan bi qasekê kêm e ku gellek cihan heta nikarin kirêya xaniyan jî bidin. Hiqûqê zêdekariyê di gel vê ku gellek kêm e, gellek caran heyamê 5 hey 6 heyvan nahê dayîn. Hindek alikariyên malî ên weke “Bîmeya Telayî”, “heqê akincîbûnê” û ...hwd bi awayekî taybet bo mamostayan hatiye berçavgirtin, lê yan nadinê û yan jî bi kêmasî û çend heyvan carekê didine wan. Eva rewşa wan mamostayan e ku bi awayekî fermî hatine damezrandin, lê ji wan xiraptir ew mamostayan e ku bi awayê “Hequl tedrîs”(Peymanî) bi mûçeyek gellek kêmtir û bê bîme û îmkanatên din kar dikin, û gellek caran jî bi hêcetên ecêb, wan ji serkar derdixin. Rewşa nebaş a jiyanê û dahata kêm û xerciyên giran ên jiyanê ku roj bi roj ber bi zêdebûnê ve diçe, bûye sedema vê ku mamoDom R.7


5

07.10.2013

Mesûd Barzanî:

Nerîna Lîderan

Sûriye di navbera şerê navxweyî û bê helwestiya civaka cîhanî

H

eyamê du sal û nîv e ku xelkê azadîxwaz û mafxwaz yê civaka Sûriyê li hemberî sîstema dîktator û dijî mirovî ya rejîma Beşar Esed de, dest bi şoreş û serhildaneke qehremanane kiriye û di vê pêxemê de nirx û cangorîtiyeke zaf dane, û ji tu cure berxwedanekê di pêxema gihîştina bi xwestekên xwe ên rewa û rizgarbûna ji destê zulm û zoriya rejîma Be’s xemsarî nekirine û heya niha jî xebat û tekoşîna wan bona gihîştin bi azadiyê berdewam e. Bi dirêjiya destpêkirina vê serhildanê heya niha zêdetir ji 200 hezar kes ji xelkê bê tawan yê vî welatî hatine kuştin û goriyên sereke ên vê cînayetê jî jin û zarokên bê guneh, ku bi awayê ne mirovî ji aliyê rejîma Esed û li jêr rênîşandana fermî ya hêzên leşkerî ên Îranê û girûpên teundrewên wek Hizbullah û Elqaîde û ên din, piştî azardana cînsî, leşên wan tê parçe parçekirin, û heta bazirganî bi endamên leşê wan tê kirin, û xelkê vî welatî tûşî komkujî û bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê rejîma Esed ve bûn û rojane bi dehan kesî dibne qurbaniyê vî şerê malwêranker.

Zîbo Elkeyn:

“Terorîst tu carî nikarin Kurdistanê bikne cihê çalakiyên xwe ên terorîstî”.

Hesen Qazîzade:

“Hekî dîplomasî têk biçe, emê bi tenê êrîşî ser Îranê bikin”.

Elî Esxer Fanî:

“15 hezar pizîşk bi sedema rewşa xirab ya jiyanê karekî cuda jî dikin”.

“Dersgotina bi zimanê qewmiyetan di bernameya karê min de ye”.

Agirî

Siyasî

Ji aliyekî din ve, awarebûna milyon kesî ji xelkê vî welatî ku niha serbarê panahdan û pêregihîştina bi wan ji aliyê welatên derdorê ve bi kêmtirîn hewcehiyan jiyanê diborînin. Piştgiriya me’newî û locîstîkiya Îran û Hizbullahê li pêxema parastina deshilata Esed de yek ji sedemên sereke ên domkêşana vî şerê malwêranker, û bi encam negihîştina şoreşa xelkê azadîxaz ê vî welatî bûye, û her eva jî bûye sedem ku rejîma Esed bi piştqahîmiya bi vê hêzê wek parêzerê berjewendiyên xwe di navxwe û derve de, hawara xwe bibe ber komkujî û bikaranîna çekên kîmyawî bi dijî hemwelatiyên xwe, û ji tu cure cînayet û kiryareke dijî mirovî xwe neparêze.

Piştî kuştina bi sedan kesî li roja 21.08.2013’an de, bi sedema bikaranîna çekên Kîmyawî ji aliyê

Dara Natiq

Esed ve, Amerîka di helwesteke tund de, gefa bikaranîna hêza leşkerî bi dijî binkeyên leşkerî ên vê rejîmê xwar, û daxwaza rûxandina rejîma Beşar Esed û çareseriya kirîza vî welatî kir. Lê Îran û Rûsiyayê dijkiryareke tund li hemberî vê helwesta Amerîkayê girtne pêş û bona parastina deshilata mirovkujane ya Esed, dest bi darêtina sînaryoyekê kirin ku di encam de bû sedema paşvekêşana dewleta Amerîkayê ji helwesta xwe û derkirina biryarnameyekê bi dengê giştî di Konseya Ewlekariya neteweyên Yekbûyî de, bona damalîna çekên kîmyayî li Sûriyê.

Biryarek ku bo yekemîn car piştî du sal û nîvan kirîza Sûriyê, ji aliyê Konseya Ewlekariya NY bi dijî Sûriyê hate derkirin û rejîma Beşar Esed pêşwazî ji vê biryarê kir û amadeyiya xwe bo alîkariya di pêxema cîbicîkirina vê biryarê de eşkere kir. Biryarek ku bû sedem ragirtina êrîşên derekî bi dijî vî welatî, û nerizayetiya opozisyona Azad ya Sûriyê ku dibêjin me ew hemû qurbanî û şoreşa tenê li pêxema damalîna çekên kîmyayî di Sûriyê de nekiriye. Bi giştî her wek Ban kî Mon ragehand ku civaka cîhanî heya niha nekariyer çareseriya kirîza Sûriyê bike, û di asta berpirsayetiya mirovî ya xwe de pêngavan hilgre.

Bêdengbûna civaka navneteweyî, bê helwestiya mezine hêzên cîhanê û bi taybetî NY, herweha piştevaniya Îran û Rûsiyê ji rejîma Beşar Esed û rikeberiyên derekî û navxweyî, kirîza Sûriyê aloztir kiriye, û bûye sedema rûdana wan hemû kuştar û malwêraniya di vî welatî de. Wate civaka Sûriyê qurbaniyê berjewendî û rikeberiya hêzên derekî û bêdengiya raya giştî li hember kuştara di Sûriyê de, û destêwerdana Îran û Hizbullahê û şerê navxweyî ye.

Ceribandina civînên pêştir bi taybetî cîbicînekirina biryarên konferansa aştiya Jinêvê ya Yekemîn li sala borî de ku biryar li ser guherîna deshilatê bi awayekî aştiyane û pêkanîna hikûmeteke azad û piloralîstî di Sûriyê de hatibû dayîn, vê rastiyê diselimîne ku ne biryara wan dawiyane ya Konseya Ewlekariyê û ne jî tu biryar û pesendkiriyeke din, nikare li çareserkirina kirîza Sûriyê de bi bandor be, û her weha rejîma Esed jî tu carî pabendê yasa û pesendkiriyên navneteweyî nebûye û nabe, tenê riya çareseriya vê kirîzê, yekdengiya civaka navneteweyî li derheq nehêlana rejîma Esed û piştevanîkirina ji tevgera azadîxwazane ya xelkê mafxwaz ê Sûriyê û avakirina sîstemeke azad û demokratîk û federal di vî welatî de ye.


Ç

07.10.2013

aremîn gera hilbijartinên parlemênta Herêma Kurdistanê, li 21’ê Septambera 2013’an bi beşdariya partî û aliyên siyasî û berbijarên serbixwe di rewşeke azad û demokratîk de birêve çû. Ya ku di vê hilbijartinê de zêdetir ji her tiştî giringiya xwe nîşan da, hilbijartineke li gorî yasa û rêsayên navneteweyî, û pêwerên hilbijartineke azad û demokratîk bû.

6

Agirî

Siyasî

Hilbijartinên Herêma Kurdistanê pêngaveke demokratîk Fatih Salihî

Di vê derheqê de em îşareyê bi çar pêwerên sereke ên hilbijartineke azad û demokratîk dikin, ku di bilavoka hilbijartineke azad û demokratîk, ya sala 1994’an, û di civîna 154’mîn ya Civata Yekîtiya di navbera Parlemanan de, ji aliyê nûnerên parlemêntên 112 welatan ve hate pesendkirin.

1-Hilbijartina azad û dadperwerane Mafê serwerî di her welatekî de tenê dikare çavkanîgirtî ji xwestek û daxwaziyên xelkê vî welatî be, ku di hilbijartina rastîn, azad û dadperwerane de – ku bi awayê dewreyî birêve diçe – û li ser bingeha mafê dengderan, wekhev û bi awayê nihênî tê eşkerekirin, bi vê pêkê hilbijartinên dewra çaremîn ya parlemênta Kurdistanê encama xwestek û daxwaziyên xelkê Kurdistan bû, û bi bê destêwerdana derekî û biyanî îşareyek bû bo pêkanîna derfetên wekhev, ku ji dadperweriya hilbijartinê çavkanî digre, û tewaya hêz û girûp û berbijarên serbixwe jî karîn ku wek yektir propagendayê bo boçûnên xwe bikin, û programên xwe bi bê tu sansorekê bêxne ber raya xelkê akinciyê herêma Kurdistanê. 2- Mafên hilbijartinê Li gorî bilavoka azad û demokratîk hemû hemwelatiyekê mafê vê yekê heye ku bi bê tu cure ferq û cudahiyekê bi awayê nihênî û veşartî dengê xwe bide, û piştre şopandina dengê xwe bike, û heta gazindeyan li vindabûna dengê xwe û rûdana saxtekariyan bike, û ji riya komîsyênên hilbijartinê ve nerazîbûna xwe eyan bike. Di hilbijatinê de me dît ku hevwelatiyên Kurd bi bê tu cure ferq û cudahiyekê bi rêjeyekî baş beşdar di hilbijartinan de kirin û heta di rewşeke demokratîk û bi ewlehî de, hinek ji partî û aliyên siyasî jî bi bê vê ku ji encama hilbijartinê bitirsin, gazinde û nerazîbûna xwe li ser encama hilbijartinê şandine komîsyona

hilbijartinê, û li gorî sikalayên xwe bersiva gazindeyên xwe wergirtin û tu kes û aliyekî siyasî ew maf nedaye xwe ku sikalayan biloke bike, û rêgir be di hemberî xwestek û îradeya xelkê de, û ev yek jî di naweroka xwe pêwereke gellekî demokratîk e bo pênaserkirina hilbijartineke azad û demokratîk.

3-Maf û berpirsatiya berbijariyê, çalakiyên hizbî û propagendeya bo hilbijartinê Di vê derheqê de her kesî mafê xwe berbijarkirinê heye, îca çi ji riya partiyan ve be, yan jî wek kesekî serbixwe û bê alî. Lewra dikare azadane dîtingehên xwe ên siyasî bîne ziman, zanyariyan wergire û zanyariyan bide, û di hemû herêman de bi awayekî azad propagendê bo xwe bike û bi awayekî azadane ji ragehandinan mifahê bistîne û hekî di cihekî de mafê wî hate xwarin, ew mafê wî bê cubrankirin. Lewra hilbijartinên gera çaremîn ya parlemênta Kurdistanê ew rastiya selimand ku neteweya

Kurd, ew şiyan heye ku li gorî tewaya pêweran hilbijartineke azad birêve bibe.

Jiber ku di hilbijartina vê dewreyê de, ji bilî partî û qewareyên siyasî, berbijarên serbixwe jî karîn ku di piroseyeke zemenî de, xwe berbijar bikin, û gellek azadane bîr û boçûnên xwe eşkere bikin, û ji tewaya alavên ragehandinê bo propgendeya hilbijartinê mifahê bistînin, û bi awayê hewce zanyariyan bidne xelkê û li ser proseya hilbijartinê jî zanyariyan wergirin. 4-Maf û berpirsatiya hikûmetan Di vê çarçoveyê de hikûmet divêt qonaxên yasadanînê û hewlên din ên hewce li gor proseya yasadanînên welat û pêbendbûna li hember yasayên navneteweyî birêve bibin, da ku maf û çarçove bona birêveçûna hilbijartineke derveyî, azad û dadperwerane bê garentîkirin. Lewra divêt hikûmet derfetên wekhev bidne tewaya partî û alî û kesayetiyên siyasî ku bi bê

ferq û cudahiya regezî û ayînî beşdarî hilbijartinan bin, û divêt hikûmet rewşê bo wan kesayetiyên siyasî û aliyên din pêk bîne, û ewlehiya wan garentî bike, û di vê pêxemê de jî em dibînin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li gor şiyanên xwe û îmkanatên xwe hemû hewlên xwe xiste kar, da ku rewşekê pêk bîne, ku li gorî tewaya pêwerên yasayî ku derfet û firsenda wekhev bo tewaya partî û qewareyên siyasî pêk bîne, û bi vexwendina çavdêrên bê alî, tendurustbûn û azadbûna hilbijartinê biselimîne, û bi pêbendbûna bi yasa û pirensîpên hilbijartineke azad û demokratîk, pêngaveke demokratîk ya din bo cihgirkirina aştî û demokrasiyê li herêma Rojhilata Navîn de hilgirt. Her çend kêmasiyeke ne ew qas berçav jî hatibe dîtin, lê bi berçavgirtina şert û mercên sereke ên hilbijartineke azad, ew ceribandina demokratîk ya herêma Kurdistanê jî hêjayî rêzgirtinê ye.


7

07.10.2013

Peywendiya di navbera Îran û Amerîkayê de

W: Mo’tesem Nûranî

D

i Rêkxirawa Neteweyên Yekbûyî de, roja 26’ê Septamberê, Can Kêrî Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê, û Mihemed Cewad Zerîf Wezîrê Karê Derve yê Îranê piştî 35 salî alozî û nakokiya di navbera her du welatan bi awayekî rasterast li hev civiyan. Hinek ji çavdêrên siyasî li ser vê baweriyê ne ku her çend ku ev hevdîtin bi armanca dîtina riyekê bo çareserkirina kêşeya programa navikî ya Îranê pêk hat, lê ew yek vekirina deriyekê dibe bo bidawîanîna kêşe û nakokiyan di navbera wan du welatan de. Can Kêrî û Zerîf di roja civîna Civata Giştî ya NY de, cara yekemîn nîv demjimêrî bi hevre rûniştin û piştî vê hevdîtina kurt digel wezîrên karûbarên derve yên Birîtanya, Feranse, Rûsiye, Çîn û Almanya li hev civiyan.

Hemû aliyekê encama civîna vê carê ya wezîrên derve yên welatên 5+1 bi Mihemed Cewad Zerîf re, derheq çareseriya kêşeya programa navikî ya Îranê baş nirxandin, û bi helwesta vê carê ya Îranê xweşbîn bûn. Heta roja piştre Hesen Rûhanî serkomarê Îranê û Barak Obama serkomarê Amerîkayê bi telefonê bi hevre axivîn. Rûhanî jêve ye ku divêt bilez kêşeya etomî ya Îranê bê çareserkirin û pêwendiya di navbera Îran û Amerîkayê bê asayîkirin, lê Hesen Rûhanî digel komek kêşeyên navxweyî û

Doma R.4 sta bona dabînkirina aliyê kêm a hewcehiyên jiyanê, di rojekê de 2 - 3 karan bikin, eva jî bûye sedem ku karê mamostatiyê weke karekî nesereke bê hesibandin û bandora nerênî bixe ser rêjeya fêrbûnê. Rêzdarno! Eva ku me bas jê kir, kurtiyek ji wan nehametî û kêmasiyan e ku qutabî û mamosta di welatê me de rojane tevî wê berbirû ne. Renge pirsyara despêkî di vir de eva be ku welatê Îranê serbarê dahata zaf a petrolê, çima dibe xelkê wê bi taybetî dersxwan û mamosta ku avakirina pêşeroja welat li ser milên wan e, di rewşek weha dijwar de jiyanê bikin?

derveyî berbirû ye.

Serkomarê Îranê li 68’mîn civîna salane ya Civata Giştî ya NY de, axivî û axavtina wî zêdetir wek gotardan û şîretkirinê bû.

Ew di cihê vê de ku riyekê bibîne bo nehêlana kêşeyan, lê gellek bi kurtî bas ji kêşeya Sûriyê û pirsa navikî û kêşeyên pêwendîdar bi Îranê kir. Axavtinên wî beşa herî zêde ducarîbûna axavtinên Ehmedînijad bûn, lê bi zimanekî nermtir, û zîrekanetir, ew jî bo razîkirina tundrewên navxwe ên rejîmê bûn. Di demekê de ku bang bo aştî, demokrasî, na tundûtîjî û bidawîanîna bi cudahîdanînan ji riya sindûqên dengdanê li cîhanê de kir, ku 35 sal e ew bixwe asteng in li ser riya aştiya cîhanî, û azadî û demokrasiyê, û mafê mirovan binpê dikin, û nedad-

Rojev

perwerî û ferq û cudahiya regezî, neteweyî, ayînî û ayînzayî, li yasaya bingehîn ya Îranê de cih girtiye.

Komara Îslamiya Îranê astengiyeke din ya navxweyî heye ku ew jî Sipaha Pasdaran ya Şoreşa Îslamî ye, ku piştî şerê Îran û Îraqê bûye hemû kare, û rojbiroj zêdetir hatiye nav cergeya deshilatê de, û fermandeyên sipahê destêwerdanê di nav karûbarên siyasî ên Îranê de dikin, û şademarê aboriya Îranê jî di estên wan de ye, û di hemû karên navxweyî û derveyî de destêwerdanê dikin, û heta gellek caran gefan dixwen. Xamineyî neçar bû ku di du hefteyên borî de daxwazê ji wan bike ku erkê Sipaha Pasdaran bergiriya neteweyî ye, ne destêwerdana di nav siyasetî de. Di vir de ew pirsyara tê holê ku gelo Îran amade ye ku dest ji programa navikî hilgire, ku bi milyardan dolarî jêre hatiye xerckirin, û wê amade be desta ji kêşeya Sûriyê hilgire û pişta re-

Agirî jîma Esed berde? Ew jî astengî ye li ser riya Rûhanî, ji ber ku Îran bi metersiyeke pirr mezin re berbirû ye, her eva ku Xamineyî navê wan gotûbêjan dadinê “lihevkirina cesûrane”, eva heman cama jehrê ya Xomeynî ye ku bo cara duyemîn bi neçarî Xamineyî divexot.

Ji aliyek din ve Obama jî bi gellek kêşeyan re berbirû ye, ji ber ku ew gemaroyên aborî ku bi ser Îranê de hatine sepandin, beşek ji wan Konseya Ewlekariyê danîne, û beşek ji wan jî YE danîne, beşek jî Kongireya Amerîkayê danîne, û beşek jî bi destûra Obama birêve çûne. Obama dikare tenê ew gemaroyên bixwe li dijî Îranê danîne, li ser Îranê rake. Her niha di nava Kongireya Amerîkayê de kêşe heye li ser rakirina gemaroyan. Her lihevhatinek digel Îranê bêy baldana bi encamên wê ji aliyê Komarîxwazan ve mehkûm e.

Marko Ribyota heya niha zêdetir ji 15 senator kom kirine, ku pêdagir in li ser vê ku heya wê demê ku Îran piraniya programên xwe yên navikî nerake, û ji wîlayeta feqîhî re nekne lîbral demokrasî, nabe gemaro li ser Îranê bêne rakirin. Barak Obama hekî bi girnijîna Hesen Rûhanî bê xapandin, û guh ji bo zimanê nerm û şîrîn yê wî ragire, û bihêle ku rejîma Îranê demê bi dest bîne û sozê bide ku çekên navikî çê neke, dest ji tewaya şerxwaziyên xwe bikêşe, bê guman ew şaş in, ji ber ku rejîma Îranê ne cihê baweriyê ye.

Bersiva vê pirsyarê bi xwe baskirineke zaf dixwaze, lê bi kurtî dibêjim ku serwet û dahata welat ku dibe bona avedankirin û dabînkirina derfetên kar û jiyana baş a serdemiyane bo tewahiya takên civakê bi taybetî perwerdê bê serfkirin, li şerê malwêranker a Sûriyê tê xerckirin, bona piştevanî ji Beşar Esedekî ku li gorî gotinên Civata Asayişê ya NY, heya niha pitir ji 100 hezar kes ji hemwelatiyên xwe heta bi çekên kîmyayî kuştine, û bi sedan hezar kes jî birîndar kirine, welat wêran kirine, û yek li ser sêya xelkê ji tirsa welat bi cih hêlane. Ew dahat bona pirçekkirin û bihêzkirina Hizbullaha Lubnanê tê

serifkirin û diçe kîseya taqimên terorîstî li herêm û cîhanê de.

Di navxwe ya Îranê de jî hemû haydar in ku çawa deshilatdaran dest avêtine talankirina sermaye û dahata welat ku di rastî de nanê xelkê ye. Belê rêzdarno! Niha tewahiya darayî û dahata zaf a Îranê, li kuştin û wêrankariyan li derveyî welat û, dizî û talana deshilatdaran li navxwe tê serifkirin. Lewra rizgarî ji vê rojreşiyê hewcehî bi hişyarî û yekgirtîbûnê ve heye, heya em bikarin ku vê sîstema deshilatdariyê di Îranê de nehêlin û hikûmetekê ava bikin ku

hikûmeta me be û di xizmet xelkê de be. Di vê derheqê de em hemû erkdar in, lê erkê mamostayan ji aliyekê û xwendekar û qutabiyan weke texa law a civakê girantir e, bila em hemû erkê xwe bi başî birêve bibin û li pêşerojeke geş û dûr ji zulm û zordariya Komara Îslamî binêrin, em jî dikarin bi vê pêşerojê bigîjin, her weke gelên din gihîştinê. Bi hêviya wan rojan Her serkevtî û ji belayên rejîmê dûr bin PDKÎ Sekreterê Giştî Mistefa Hicrî 31.06.1392


07.10.2013

8

Stêrkên Hêviyê

Agirî

Hevpeyvîn: Arif Vêlzî

H

esen Kanîsîranî naskirî bi Xale Hesen kurê Osman, sala 1346’an(1967) li gundê “Kanî Gurge” ya ser bi bajarê Bokanê hatiye dinê.

Hesen kanîsîranî despêka têkiliyên xwe bi siyaset û Kurdatiyê weha tîne ziman: “Şoreşa gelên Îranê serhilda û piropagendeyên partiyan dihatin kirin, di vê navberê de reklam û manorên PDKÎ û Komelê berçavtir bûn ji aliyên din, eva bûye sedem ku di despêkê de ez xwe weke alîgirê Komelê bibînim, lê piştî heyamekê min gellek kar û riftarên nebaş ên civakî û siyasî û olî ji Komelê û alîgirên wê dîtin ku bûne sedema guherîna nêrîna min, piştre ez bûm alîgirê PDK Îranê û min bidûreçûn bo pirogram, siyaset û çalakiyên vê partiyê dikirin”.

Xale Hesen tevlîbûna xwe bi Partiya Demokrat re weha bas dike: “Têgihîştina min li dor Kurd û partiyên Kurdî gehîşt astekê ku min biryar da tevlî PDKÎ bim. Roja 09.01.1365’an(1986), bi armanca pêşmergetiyê min dewsa pêşmergên Hêza Beyan li Turcanê peyda kir. Ez çûm bal berpirsyarên hêzê û min daxwaz kir ku weke pêşmerge bêm wergirtin. Daxwaza min qebûl kirin û ji wî çaxî pêve heya niha ez bi awayek berdewam di xizmeta PDKÎ de mijûlî xebat û berxwedanê me”.

Hesen Kanîsîranî roja herî xweş a jiyana xwe weha tîne ziman: “Heyamê 6 heyv bi ser temenê pêşmergatiya min re derbas bibû ku hêza Beyan biryara emelyatekê bona girtina paygaha “Bexlûcê” li derdora bajarê Bokanê da, eva yekem ezmûna beşdariya min di şer de bû, emelyat dest pêbû û piştî midehekê bidawî hat, heza pêşmerge dest bi ser paygahê de girt û çek û teqemeniyek zaf xist destê xwe û herweha derbek mezin ji hêzên Komara Îslamî ket, hêza pêşmerge heta yek birîndar jî neda, eva roja her xweş a jiyana min e, jiber ku yekem ceribandina min bû û em bi serkevtin têde derketin”. Di hember de Xale Hesen roja herî nexweş a jiyana xwe weha tîne ziman: “Sala 1368’an(1989) hêza Beyan liser çemê “Binawereşan” di navbera Mihabad û Banê de bû, du şev û roj bû ku hêzê tu tiştek

“D xe axw tan lkê azê K kim ê bi urd ji g i xw ku iştî smezin bû ku ji PDK nexwaribû, hêzê bona têrkirina e b xor diw Îranê ket”. hêza pêşmerge hindek Kawir ji ela i h tên yê es pezdarekî kirîn. Kawir hatibû t Xale Hesen derheq jiser jêkirin û dema xwarinê hatibik per parê ta yana xwe a hevpar weha bû. Hêzê bêsîma xwe hil nedabû in, we zidibêje: “Demsala Payîza p û me tu xeber ji Deftera Siyasî da rde ê ş p sala 1372’an(1993), dema nebû, ji nişkê ve RDKÎ di despêkê işt ero ku vegeriyan ji menteqê, tevî sê de nûçeya birîndarketin û piştre b ev jê di o pêşmergên din çûm gundê “Hea şahîd ketina Dr. Qasimlo belav PD ne de bekî” a ser bi Gewirkatiya Seqizê t kir. Hêzê zikên birçî û xwarin û ev K k b û, min “Gulale Şerîfî” ku heyamê ge Îra aş her tiştek jibîr kir û bûye şîn l i r sê salan bû me ji hevdu hez dikir, n K a û girî, heta pêşmergeyekê ê u K R ji xwe re anî. Piştî çend rojan li û hewla dawî anîn bi jiyana ojh rdis urd “Zewiye Sipiyê” û di rojekê de min xwe da lê em rêgir bûn ela tan î û Mecîd Xebat bi hevre dawetek ji xwekûjiya wî, eva roja t a b mezin kir. Berhema jiyana min jî herî nexweş a jiyana min e ku in” du keç û kurek in”. tu caran ji bîra min naçe, jiber . ku nemana Dr. Qasimlo derbek

Hesen Kanîsîranî ku nasnavê Xale Hesen ji aliyê Dr. Qasimlo ve pê hatiye bexşîn, rû li xelkê Kurdistanê dike û bi peyamekê dawiyê bi gotinên xwe tîne: “Daxwazê ji xelkê Kurdistanê bi giştî dikim ku xortên xwe bi hesta welatparêziyê perwerde bikin, da ku di pêşerojê de piştevanek baş bo PDK Îranê û tevgera Kurdî li Kurdistana Rojhelat bin”. Herweha daxwazê ji xelkê dikim ku êdî ji aliyê Komara Îslamî ve nehên xapandin û bona malê dinyayê pişt ji netewa xwe nekin, Komara Îslamî bikujê rêberên me ye û ne cihê baweriyê ye. Daxwazê ji wan kesan jî dikim ku ketine telika Komara Îslamî, bila dest ji xizmetkirina bi Komara îslamî berdin û cardin vegerin hembêza gelê xwe”.


9

07.10.2013

Civakî

Agirî

Gandî çeka tundûtîjiyê weke alava destê reşbînan dibîne Adil Moradî

B

i hênceta “Roja cîhanî ya xebat bi dijî tundûtîjiyê” Roja 2’ê Çiriya Pêşîn roja jidayîkbûna Gandî û herweha roja cîhanî ya xebat bi dijî tundûtîjiyê ye, rojek ku ji aliyê rêkxirawa NY ve, bo rêzgirtina ji Mahatma Gandî, afirînerê mêtoda “ xebat ji rêya xwe parastin ji bikaranîna tundûtîjiyê û rêberiya tevgera dijî tundûtîjiyê di sedsala derbazbûyî de, bi heq weke roja cîhanî a dijî tundûtîjiyê hate navdêr kirin.

Pêşniyara roja cîhanî ya xebat bi dijî tundûtîjiyê ji aliyê dewleta Hindê ve hat kirin û 192 welatên cîhanê ên endam di rêkxirawa NY, ev pêşniyar pejirandin. Civata Giştî a NY li sala 2007’an, di daxuyaniyekê de ragehand ku, NY daxwazê dike ku hemû netewe vê rojê bikin cejn.

Bona rêzgirtin ji çanda aştî, bihevre sazan û xwe parastin ji tundûtîjiyê li gorî biryarnameya NY ku di heman salê de hat pejirandin, vê rojê bikin derfetek bona belavkirina peyama xebata li dijî tundûtîjiyê ji rêya perwerde û jêhelbirina zaniyariyên giştî. Biryarnameya han pêdagiriyê li ser bingeha xweparastin ji tundûtîjiyê û hewildan bona garantiya çanda aştî û bi hevre jiyanê dike, û herweha navdêrkirina vê rojê dikare peyama xweparastin ji tundûtîjiyan ya Mahatma Gandî, zêdetir bigijîne derdora xwe, û netewe û dewletan bona gihîştina bi demekê ku, xweparastin ji tundûtîjiyê li her derekê hakim be, han bide. Mahatma Gandî rêberê berxwedana xelkê Hindê li dijî deshilat û îsti’mara Berîtaniyayê, pêşrewê mekteba siyasî û hizriya berxwedan li hemberî deshilat û dîktatoriyê û , mifahwergirtin ji hêza xelkî û bi tewahî retkirina tundûtîjî û şer di nîviya despêkî ya sedsala bîstem de bû. Mektebek ku ne tenê di welatê Hindê

Bi vî awayî rêya nehêlan û jinavbirina ferhenga berbilav a tundûtîjiyê, bingehînkirina çandekê ye li ser esasa rêzgirtina ji mafê mirov ku ji rêya perwerdeya berdewam a texên curbicur ên civakê ve ser digre.

de, belkî li seranserê cîhanê belav bû û rê xweşkerê gellek bizavên çandî, civakî û siyasî bona bidestveanîna mafê hemwelatîbûnê bû.

Bi hizra Gandî peywendiya felsefî ya di navbera “xwe parastin ji tundûtîjiyê” û “hêza rastîn”, peywendiyeke germ e û ji hev naveqetin. Bi vê wateyê ku xwe parastin ji tundûtîjiyê, rêyek bona gehîştin bi rastiyan e.

Eşkere ye ku di qonaxa piraktîk de bona rêgirî ji xwe parastin ji tundûtîjiyê di peywendiyên taybetî û civakî de, tenê bo gotin û gotarên rêberên karîzmatîk cîbicî nabe, belkî bi armanc gihîştina vê rêyê û bingehînkirina buhayên xwe parastin ji tundûtîjiyê, pêdivî bi berevpêşçûna edaleta civakî, zaniyariyên giştî û binyatnana demokrasî û nawendên demokratîk di civakê de ye.

Gandî li ser vê baweriyê bû ku bona jinavbirina xirabiyan nabe xwe bi çeka xirabî û reşbîniyê pirçek bikî, belkî bona teslîmkirina dêvên nehezî û xirabiyê di hember mirovan de, dibe mirov bi însaniyetê xwe teyar bike.

Berevajî vê yekê, serkevtin her çiqas mezin bin, xwedî girîngî nabin. Her bi vê sebebê ye ku Gandî çeka tundûtîjiyê wek alava destê xirab û reşbînan dibîne. Di serdema me de wateya şaristaniyetê, tenê pêdagirî li ser berevpêşçûna madî û teknolojî a civakê nine, belkî pîvanê sereke ya bi şaristaniyet bûna her civakekê, qasê nizimbûna tundûtîjiyên take kesî û giştî di nava civakê de ye. Herweha dibe li pênaseya nû

a medeniyet û şaristaniyetê de, pîvanên weke kêmbûna qasa hêza di navbera xelk û deshilatdaran, azadiya bîrûra derbirînê û peywendiyên demokratîk û wekhev di jiyana rojane a xelkê de û, herweha peywendiyên mirovî ên di navbera dayîk û bav û zarokan di malbatê de, cihê girîngiyê bin.

Digel berevpêşçûna perwerde, geşepêdana çanda mafê mirov û zêdebûna çalakiyên medyayên giştî, wateya xwe parastin ji tundûtîjiyê di jiyana me ya îro de berfirehtir bûye, û tewahiya aliyên jiyanê xistiye bin bandora xwe.

Niha em şahid in ku tevgerên biçûk û mezin di seranserê cîhanê de, bona berevanî ji mafên jinan û zarokan, berevanî ji mafên kêmaniyên netewî, olî ...hwd, li ser bingeha berberekanî tevî ferq û cudahî û her cure tundûtîjiyekê ketine rê.

Tevgerên han tundûtîjiyên fermî û berdewam pirotesto dikin, lewra dijî tewahiya wan peywendiyan derdikevin ku li ser bingeha tundûtîjiyên fîzîkî û derûnî bin. Lewra bikaranîna tundûtîjiyan weke rêçare di tewahiya aliyên jiyanê de, dibin cihê pirsyarê û, êdî kes nikare bêje ku mirov bona berdewambûna xwe, rewayiyê bide bikaranîna tundûtîjiyan.

Îro bîrewerî û têza Gandî, carek din bi tewhiya aliyên xwe ve, di bîr û hizra tewahiya neteweyên cîhanê bi taybet netewên bêbeş û zulmlêkirî de, hertim wê zindî dimîne, û çirayê rêya rêvîngên riya azadî û demokrasiyê ye.


07.10.2013

10

Agirî

Çand

Gotinên Pêşînan

N: Nasir Salihîesl

L

i sala 1996’an di ragehandinek hevbeş de “Fidrîko Mayor” sekretêrê giştî yê UNESCO û saziya cîhanî a mamostayan, roja 5’ê Oktobr wek roja cîhanî ya mamostayan diyarî kir. Piştî vê hilkevtê saziya cîhanî a UNESCO hewl daye ku roja 5’ê Oktobr bala civaka cîhanî ber bi aliyê girift û arîşeyên texa mamostayan bikişîne. Di dema diyarîkirina roja cîhanî a mamostayan, ji aliyê UNESCO ve, her çend wezîrê perwerde û fêrkirinê yê wê demê yê rejîma komara Îslamî di wê kombûnê de beşdar bû, lê rejîmê li sala 1385’an(2006) bi fermî ev roj pesend kir. Lê heya niha jî bi kiryar tu pêngaweke bi kiryar ji bo nasandin û pêkanîna rêûresm û rêzgirtin ji mamostayan di xwendingehan de hilnegirtiye, eva di demekê de ye ku her sal di tevahiya cîhanê de roja 5’ê Oktobrê wek roja mamostayan û rol û bandora texa mamosta û hewl û tekoşîna wan ji bo pêgihîştina dersxwanan tê pîrozkirin. Perwerde û hînkirin di nava her civakekê de wek beşeke herî despêkî û bingeheke ji bo pêşkevtin û pêşveçûn û derbazbûn ji paremayiyê tê hesibandin. Heke her netewe û civakek li pey pêşkevtinê bigere, pêdvî bi perwerde û hînkirinekê saxlem heye, heya ku hêzek mirov û jêhatî pêk bîne. Her ji ber vê yekê rola mamostayan di warê perwerde û hînkirinê de giringiyek taybet heye. Giringî û rola vê texê weha kiriye ku piraniya welatên pêşkevtî ên cîhanê avirek taybet bi jiyan û hewceyî ên mamostayan bidin û di hemû warekê de kêmasiyên wan bihên çareserkirin. Lê di Îranê de û di bin destê Komara Îslamî de, mamosta ne tenê ev jiyana ku hêjayê wî/ê ye jêre bi rewa nizanin, belkî ji jiyanek asayî û kêmtirîn hewceyiyan jî bêpar e. Di bin deshelata rejîma wîlay-

eta feqî de, mamosta tevî arîşeyên weha berbirû bûne ku mînakên wan di cîhanê de nine. Bo mînak, ji pirtûkên dersxwendinê re bigire heya hilbijartina mamostayan û rêveberên xwendingehan. Bi awayekî din mamosta tu cûre desthelat û rolek di pirtûkên dersxwendinê, kontorolkirina polan û hilbijartinên birêveberên xwendingehan de nine. Niha birêveberên xwendingehan bi awayekî bi kom “mocteme’ (yanî çend xwendingehan yek rêveber heye), birêve diçe. Evyek bûye sedem ku asta zanyarî û xwendewariya mamostayan û xwendekaran di warê çawaniyê de bê xwarê. Di rastî de di sîstemek bê bername û daxistî de wek Komara Îslamî, di warê perwerde û hînkirinê tenê bo mehtkirin û dirêjîdan bi desthelata xwe bûye û tu bername û rêyên baş û serdemiyane ji bo mamostayan û xwendekaran nebûye. Em dikarin bêjin têgeha perwerde û hînkirina rastîn bo jiyanê di sedsala bîst û yekan de, di çarçoveya rejîma komara Îslamî de manaya xwe ji dest daye û bernameyeke qahîm û dirêjhehyam bo perwerdê di Îranê de li gorê nine. Eva ku niha em dibînin tenê bernameyên kurtheyam û bê nirx in ku tenê ji desdana dem û sermayeya welat e ku encamek weha baş bo perwerde û hînkirinê nabe. Mamosta zaf baş vê naveroka bêbuha dibînin û hîs dikin. Mamostayên xwendingehan di parêzgehên kurdistana Îranê de, mafê vê nînin ku tu zanyarî li ser ziman û edebiyata kurdî bidin dersxwananan û heya niha çendîn ragehandin ji aliyê berpirsiyarên rejîmê ve hatine derkirin ku heke mamosta li ser polên dersên dersxwanan bi kurdî bipeyvin yan basa edebyata kurdî bikin, dê bikevin ber cezakirinê û dê jêpirsîn ji wan bihê kirin.

Herwusa ev mamostayên ku xwebexş mijûlî zindîragirtina ziman û edebiyata kurdiyê ne, her sal tevî arîşeyên derkirin, zindanî kirî û kar jê sitandiê ji aliyê Îdareya perwerde berbirû dibin. Ji aliyekî din ve niha jî mamosta di bin barê giranî û kêmiya heqdestê mehane de dinalînin û bo derbazkirina barê giranî û jiyanê neçar dibin rû li karek din bikin bo vê ku bikarbin kêmasiyên jiyana xwe pir bikin. Ji ber vê yekê mamosta goriyê herî despêkî yê aboriya tevlîheviya welat in. Li gor amara rejîmê heqdest û bijîva mehane ya her kesekê kêmtir ji yek milyon tûmenî di bin hêla hejariyê de ye. Eva bi manaya vê ye ku piraniya mamostayan di bin hêla hejariyê de jiyana xwe derbaz dikin. Mamosta ew demên ku dibe bo birine sera pileya zanistiya xwe terxan bikin, bi neçarî dema xwe bo peydakirina bijîva jiyana malbat û zarokên xwe danîne. Di encam de ev mijare bandor li ser hatine xwarê ya pileya fêrbûn û fêrkirinê daniye û dadinê ku bi zirara dersxwanan û civakê bûye. Eva ku îro di Wezareta Perwerdê de tê dîtin, rêveber û pisporên zanistî ketine vêde hatine awêtin qeraxekê û derfetek baş bi wan nahê dan, Piraniya Rêveberên xwendingeh û îdareyên perwerde û hînkirinê ji aliyê kesên neşareza, û guh li mist ve tên îdarekirin. Berpirsên rejîmê tu demekê nexwastin guh ji daxwazên rewa ên mamostayan bigrin û hewl bidin bîr û hizrên ev beşa xemxor bi dil walahî wergirin. Niha bizava mamostayan, pêşrewê bizavên civakê ye di asta Îranê de, û xebata rewa ya xwe bi awayekî nerazîbûn û girevê birêve dibin. Herçend bizava mamostayan komek destkevtên berbiçav û çendîn rêkarên baş bo çaksazî di warê perwerde û hînkirinê de bi dest anîne, lê ji ber ku desthilata rejîm li ser pawanxwaziyê hatiye danîn, rê nade tu çaksaziyan li warê perwerdê yan jî dengek cuda ji xwe. her ji ber vê yekê bizava mamostayan bo çaksazî û nûxwazî, her ji derveyî bazineya perwerdê de maye. Di dawiyê de em bi sedema 5’ê Oktobr pîrozbahiya xwe ji mamostayên Îranê û bi taybetî gişt mamostayên kurd dikin.

A: Çiya Mazî

“Mamosta” di sîstemeke bê bername û daxistî de “Bi boneya 5’ê Oktobrê roja cîhanî ya Mamosta”

Dem bi dor e geh li jêr e geh li jor e : Dem an çax ,ev çax jî ji tavê re hatiye gotin ku tim dihere lê belê geh li jêr geh li jor e. Ev tê wê wateyê ku tu tiştek li cihê xwe namîne. Mirov, xweza, dem her tim diguhere hertim herikbar in. Mirovên zordar rojekê dê bibin stûxwar, mirovên stûxwar dê rojekê bibin serbilind. Dema heywan bê xwê bimînin kevira dialêsin :

Xwediyê sewalan xwê li ser tahtan dikin û wan xwê didin. Sewal jî ji ber wê yekê hînî tahtan dibin, dema xwê tunebe tenê bi alastina tahtan xwe têr dike an xwe dixapîne. Mirovên hînî tiştekî dibin jî dema ew tişt tunebe, çi nêzî wî tiştî be xwe bi wî tiştî dixapîne an têr dike. Dema hingavtina kerê tê, nanê cotyarî dixwe:

Wekî dema tiştek xera bibe nîşanê wê xuya dibe. Mirov dizane ku wê qewimînek çê bibe an bi xwe xûya dike. Dengê defê ji dûr ve xweş e :

Wekî mirov ne di nav bûyeran de be, mirov bûyeran bi awayekî rastî nikare şîrove bike. Şîrove wê demê kêm dimîne. Her lêkolîn di cihê xwe de bê kirin nêzî rastiyê ne. Derbê hirça kevir e :

Hirç di wateya hovîtiyê tê bikaranîn. Li hember hovîtiyê zor divê. Dema mirov zorê bikar neyne hovîtî hê pir dibe. Lê ku mirov wekî ku ew ji zorê fêm dike, mirov jî zorê bike, hirç ne bi kevir be nare.


Agirî

Bajar

Şaristana Bedre

A: îdrîs Sitwet

11

07.10.2013

kûh bikin ku di dema zivistanê de heya dawiya demsala biharê bi befrê hatiye girtin ku dîmenek pir ciwan dide bajar.

Ş

aristana Bedre yek ji şaristanên parêzgeha Îlamê ye ku 625 km çargûşe ye. Ev şaristan xwediyê çiya û daristanên xwezayî û xweşik e, bi awayekê ku %80 ji deverên vê şaristanê bi dar û daristanan hatiye xemilandin û av û hewayekî wî pirr xweş heye.

Ev şaristane di sala 1392’an de (2013) bi awayek fermî bûye şaristan û ji du bexşan pêk tê,

bexşa Merkezî û bexşa Hindmînî. Li gor serhejimêriyê ku di sala 1385’an (2006) de hatiye kirin, şaristana Bedre xwediyê nifûseke 16517 kesî ye.

Semîre û berhemanîna elektirîk, petrol û gazê heye û axek baş jî bo karûbarê cotkariyê heye û piraniya akinciyên vê deverê mijûlî terşdarî (pezdarî)û cotkariyê ne.

Di vê şaristanê de çavkaniyên xwezayî ên avê zaf in û herweha bendav û wizegeha (Nîrogeh)

Em dikarin îşare bî Gundê Zîbakelem, Tengeya kevnare Lart, Tengeya Raziyane û Sûlên derbend û çiyayên balkêş ên Kebîr

Piraniya akinciyên vê şaristanê kurd in û bi zimanê kurdî û bi zaraveyê Lorî dipeyvin.

%14 ji zarokên bin

temenê 10 saliyê di Îranê de ji mafên xwendinê bêpar in Kurdistanmedia: Pitir ji %14 ji zarokên temen 6 heya 10 salî di Îranê de xwendin û nivîsandinê nizanin, û di refên nexwendewaran de cih digrin. Li gor weşandina amara Wezareta Perwerde û Hînkirinê ya rejîma Îranê, pitir ji 120 hezar zarokên temen 6 heya 10 salî di Îranê de ji mafên xwendinê bêpar in, û wekî nexwendewarên reha tên hesibandin.

Her di vê derheqê de, li gor amarên na fermî, sala derbazbûyî nêzîkî 4 milyon zarok ji mafên xwendinê bêpar bibûn û egera vê jî heye ku ji ber zêdebûna arîşeyên darayî û aborî ên xelkê Îranê hejmara vê zêde be.

Desthilgirtin ji xwendinê bi sedemên arîşeyên aborî û destengiya malbatan li ser rênekirina zarokan bo xwendin û dabînkirina kêmasiyên xwendinê di demekê de ye ku di madeya 30’î ya yasaya bingehîn a Îranê de hatiye ku rejîma Komara Îslamî ya Îranê erkdar e ku xizmetgozariya perwerde û hînkirina hevwelatiyan bike heya dawiya qonaxa paşnawendiyê.

Li gor encama serjimêriya sala 1390’î (2011) di Îranê de, 9 milyon û 719 hezar kes nexwendewar hene ku 3 milyon û 456 hezar kes temenê wan di navbera 10 heya 50 saliyê de ye.

Cihên geşt û guzariyê di vê şaristanê de pir xweş û balkêş in.

Şaristana Bedire şaristanek dîrokî û şûnwarên kev ên wî jî zaf in bi taybet devera Kevnare Lart di vê deverê de wa nîşan dide ku belkî Bedre her xwe dêr yan dîr yan jî beşek be ji Dêr yan Dîr, û çavkanî û vekolînên kevnar ên ziyaretgeha Dêr di parêzgeha Îlamê de tenê di şaristana Bedrê de heye ku di navbera zincîreçiyayên “Kebîr kûh” û “ Siyah kûh” û li bakûrê bajar hilketiye. Şûnwarên din ên vê şaristanê em dikarin amaje bi : Girê Bangence, kelha Şedad, kelha kurdan di bajarê dîrokî yê Lart de, Tebilxaneya Areş û Girê Erşet, Agirdana Kelem, Geliyê Kendole, Taqa Milegerdan, Qebirstana Bordbil, Kelha Elmas Girê lalar, Girê Fanpirû, Kelha û Geliyê Derbend, û... hwd bikin.


agirî

Navnîşana derveyî welat: AFKB.P. 102- 75623 ParisCEDEX 13 –FRANCE

E - Mail: Agiri2003@gmail.com

Tel: (+)9647503640792

Kurê Şêx Se’îdê Pîran daxwaza dîtina qebrê bavê xwe dike

T

enê kurê rêberê darvekirî yê şoreşa kurd li Turkiyê, daxwazê dike ku berî vê ku bimire, qebrê bavê xwe bibîne.

Şêx Ehmed Firat ku temenê wî 92 sal e û tenê kurê Şêx Se’îdê Pîran e ku di jiyanê de maye, dibêje: “Dixwazim berî mirina xwe, tenê bo cerekê jî be, qebrê bavê xwe bibînim û fatîheyekê li ser qebrê wî bixwînim, û piştre bila ji vê cîhanê koç bikim, û dawaza min ji hikûmetê eva ye ku di rewşeke weha de ku bas ji gotûbêjên aşitiyê tê kirin, sir û nihêniya cihê veşartina bavê min eşkere bikin”.

Şivan Perwer sitranê bo Kongireya Neteweyî ya Kurd dibêje

H

unerŞivan

Kongireya ya Kurd ye. Li gor haniPerwer heqê de hewlên partiyên ve hapêkanîgireya ya Kurd, pir baş bûn,

bihê

Jinek ku temenê wê 146 sal e, saxlemiya wê pirr baş e

mendê kurd Perwer sitranekê bo Neteweyî amade kirinûçegeyan, şivan di vê dergotiye: “ Ev ku ji aliyê kurdistanê tine dan bo na KonNeteweyî tiştekî û cihê dilxweşiyê min hêviyeke mezin heye ku rojekê ev kongire lidarx-

istin”. Di dirêjahiya gotinên xwe de zêde kir û got: “Bi hêviya vê ku Kongireya Neteweyî ya Kurd di pêşerojeke nêzîk de bihê lidarxistin, min sitran amade kiriye. Şivan Perwer bi sitirîna sitranan û sirûdên nîştimanî û şoreşgêrî hatiye naskirin û sitranek jî bo Kongireya Neteweyî ya Kurd amade kiriye û got: “Bi van zûkatiya ew sitran wê bê bilavkirin”.

L

i bajarê Bane ya kurdistana Îranê jineke temen 146 salî dijî, û niha jî di warê saxlemiyê de baş e.

Li gor nûçegehaniyan, jineke kurd bi navê “Şemse Emînî” li bajarê Bane ya kurdistana Îranê dijî, û di sala 1246’an (1867’an) de, ji dayîk bûye, û yek ji bi tementirîn jinên Îranê ye, û niha 5 pişt hene û di warê saxlemiyê de pir baş e, û heya bîr û hizra wê jî pir baş kar dike. Ev jina kurd û Baneyî sedemên saxlemiya xwe bo xwarinên xomalî û xwezayî vedigerîne.


agiri2155