Issuu on Google+

“Ew zarok aware “Pêkanîna Kondibin ku li guhertinên gireya Neteweyî herêmê û li şeran de hêviya ji mêjve û li aştiyan de tu ya xortên netewbandora wan nîne, eya Kurd e, û lê qurbaniyê zulm divêt em giring û zoriya şerxwazên « « ... ... bizanin”. herêmê dibin”. 4 5 urd elê k al de g n î yê der etew atîk û fe n n afê okr na m ke dem î n a ane stve Bide oveya Îr rç di ça

Sûriyê rîzbenda çekên kîmyayî ên xwe amade dike

AGirî

Sûriye razî bûye bi vê yekê ku heya dawiya 21’ê Îlonê rêzbendeke tewaw ji çekên kimyayî ên xwe bide. Şika vê yekê heye ku vî welatî li ser hev nêzîkî yek ton madeyên jehrî di qalibê çekên kimyayî de hebin. Li gor vê rêkeftina ku di navbera Rûsiye û Amerîkayê de li ser rewşa Sûriyê pêk hatiye, Dîmeşq dibe heya nîva sala dahatî ya Zayînî tevahiya çekên kimyayî ku gaza Arsinal e ji nav bibe.

Duheftînameyek Siayasî-Giştî Ye, PDK Îranê diweşîne www.kurdistanmedia.com/kurdî www.agirimedia.org Hejmar (214) 22-09.2013 Buha (150) Tûmen

Sûriye ji çiraya kesk heya hêla sor

...« 7

Rêûresma 26’ê Xermananê li binkeya Deftera Siyasî a PDKÎ birêve çû Rêûresma 21’mîn salvegera terora sekreterê giştî yê PDKÎ Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî, bi beşdariya endamên rêberî, kadr û pêşmerge û malbatên partiyê, li baregea PDKÎ li Koyê birêve çû. Piştî birgeya despêkî a rêûresmê, peyama Deftera Siyasî a PDKÎ ji aliyê birêz Mîro Elyar Endamê Deftera Siyasî ve hat pêşkêşkirin, navbirî di peyamê de tekez li ser kesatiya D. Sadiq û herweha armanca Komara Îslamî ji terora wî kir. Birêz Elyar ragehand ku terora Şerefkendî û hevalên wî, bûye despêka qonaxek nû ji xebata rizgarîxwazane a gelê Kurd û herweha destê maşîna terora Komara Îslamî li cîhanê kurt kir û bi hukmê dadgeha Mîkonosê jî terorîstbûna rejîma Komara Îslamî bo cîhanê hate selimandin. Di beşên din ên rêûresmê de, piştî sirûda “Şepola Şîn”, helbestek bi navê “Şebengêk le tirîfe zêwînekanî befir” ji aliyê birêz Nahîd Husênî ve hat pêşkêşkirin. Piştî pêşkêşkirina peyama Lawan û Xwndekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê ji aliyê Serbest Urmiye ve, rêûresm bi Miqamek kurdî û parçe helbesta Simko Bêkes ve bi dawî ha.

Îdama bi kom ya girtiyên siyasî

...« 6

jiyana şervanê qehreman ê Kurd, Mêhdî Şêyxî di Agrî de bixwînin.

...« 8

Dadgeha Mîkonosê zalbûna dadperwerî, heqîqet û hêviyê


2

Sergotar

22.09.2013

Dîsan gotûbêj! Şehab Xalidî

K

oşka Sipî ragehnadiye ku Barak Obama serkomarê Amerîkayê di nameyekê de bo Hesen Rûhanî ragehandiye ku hekî Tehran nîşan bide ku li pey bidestveanîna çekên navikî de nine, Amerîka amade ye ku kêşeya xwe ya navikî di gel Îranê çareser bike.

Hesen Rûhanî jî ragehandiye ku Îran tu carî çekên navikî çê nake. Ji aliyek din ve Xamineyî jî ragehand ku em pêşwaziyê ji hereketên rast ên dîplomatîk dikin û me bawerî bi nermrewiya qehremanane! heye, û em tu carî li pey bidestveanîna çekên navikî de nebûne. Xamineyî rêberê rejîma Komara Îslamiya Îranê pêştir jî ragehandibû ku li Îslamê de çêkirina çekên navikî heram e, û gellek berpirsyarên din jî bi awayek eşkere ragehandin ku me tu carî hewil bo çêkirina çekên navik nedaye. Di rastî de li heyamê van çend salên ku gotûbêj di navbera welatên 5+1 de hebûye heya niha jî, çi pêşkevtinek di gotûbêjan de bi dest nehatiye, û tenê bo rejîma Îranê kuştina demê, siyaseta domandina gotûbêjan bûye, û her di vê rastayê de şik û gumana vê hindê heye ku ew li binkeyên xwe yên navikî de mijûlî çêkirina çekên navikî bin. Lewra gellek asayî ye ku Xamineyî û Rûhanî bona derketina ji vê kirîza aborî û siyasî pirsa çênekirina çekên navikî û amadeyiya bo gotûbêjan bi Amerîkayê re bînne rojevê, da ku rûyeke nermrewane û aştîxwazane ji deshilata xwe nîşan bidin, lewra tê çavnihêrîkirin ku dîsan wek serdemê Xatemî hinek diruşmên nerm û xelkxapîn bidin da ku bikarin bala bîrûraya giştî bo aliyê xwe rakêşin, û dîsan hewlê bo mana zêdetir li ser deshilatê bidin. Lewra xelkê Îranê daxwazkarê zexta zêdetir li ser rejîma Îranê û lawazkirina vê rejîmê ne, û gumana wan di vê de nine ku tenê riya rizgariya wan ji destê zordariyê, tenê rûxandina vê rejîma dijî gelî ye, û gotûbêj wek carên pêşîn wê bê encam bimînin.

Siyasî

Agirî

Deqa gotara Rêzdar Mîro Elyar endamê Deftera Siyasî a PDKÎ di rêûresma 26’ê Xermananê de Dr. Sadiq Şerefkendî naskirî bi Dr. Seîd ew serkirdeyê xwedî vêc û serkevtî bû, ku piştî terorkirina Dr. Qasimlo rêbertiya PDKÎ girte destê xwedîşiyan ê xwe û nehêla ku alaya xebata rizgarîxwaziya PDKÎ bikeve ser erdê, û nehêla ku pîlana dijî gelî ya rejîma Îranê ser bikeve û dijmin bi PDKÎ dilxweş be.

cesûrane de, û bi gellek belgeyên haşahilnegir ve pîlanên terorîstî ên rejîma Komara Îsîamiya Îranê eşkere kirin û wek rejîmeke terorîstî bi bîrûraya giştî a cîhanê da nasandin.

Di dîroka xebata rizgarîxwaziya neteweya me de pirr caran diyarokek tal pirr encam ducarî bûne. Her dema ku dijmin êrîşî ser rêberê tevgerê kiirbe û kuştibe, li hember de ew tevger jî bi têkçnê re berbirû bûye.

Em dibînin ku heta derçûna biryara dadgeha Mîkonosê aliyê weha hebû ku bi awayekê şik û guman li terorîstbûna rejîma Îranê de hebûn, piştî biryarê êdî ew şik û guman neman û ji hemûp aliyuekê re eşkere bû ku terorîzma dewletî bûye beşeke bingehîn ji siyaseta fermî ya Komara Îslamî. Bila ez qala vê çendê bikim ku biryara dadgeha Mîkonosê biryara dadgeheke asayî ya çend hefteyan û dadgehek fermayişî wek dadgehên ranê nebû, belkû biryara dadgeha Mîkonosê navê biryara dîrokê li ser hat danîn.

Her ew jêhatîbûnj û xweragiriya Dr. Şerefkendî bû çiqlê çavê dijminan, lewra biryar dan ku navbirî ji nav bibin.

Mêhvanên birêz! Hevalên xebatkar! Silav û ew dema we baş! Roaja 26’ê Xermanan 1371 (17’ê Septambera 1992) hevalên me Dr. Sadiq Şerefkendî sekreterê giştî ê PDKÎ, Kak fetah ebdulî nûnerê PDKÎ li der derveyî welat, Humayon Erdelan nûnerê PDKÎ li derveyî welat û herqweha Nûrî Dêhkordî çalakê siyasî û dostê PDKÎ li restorana Mîkonosê li Birlînê ji aliyê tîmeke mirovkuj a Komara Îslamiya Îranê ve hatin terorkirin. Îro em li vir li hevciviyane da ku bi hevre carek din bîreweriya wî rêberê jêhatî û hevalên wî bilind ragirin û rêz ji xebata û fîdakariya wan bigrin. Em hatine ku wê cînayeta bi sam ya dijî neteweya Kurd û PDKÎ şermezar bikin, û vêzariya xwe ji terorîzmê eşkere bikin û rê nedin ku ew tawana û xedra giran ya rejîma Îranê li dijî neteweya Kurd ji bîr here.

Jialiyê Deftera Siyasî a PDKÎ bixêrhatina mêhvanên rêzdar dikim ku hatine vir û sipas bo we hemû rêzdaran ku di vê rêûresmê de beşdarî kiriye.

Komara Îslamiya Îranê jî rast bi vê meremê ve Dr. Qasimlo teror kir. Lê kak Seîdê nemir nehêla ku ezmûna tal ya “şehîdkiirna rêber û bidawîhatina şoreşê” ducarî bibe û ew şanazî bi navê xwe nivîsand û rûpeleke nû ji xebat û ,berxwedanê hilda.

Bi terorkirina Dr. Sadiq Şerefkendî dijmin valahiyek bi jan xiste nav PDKÎ, û derbeke giran li tevgera azadîxwaziya Kurdistana Îranê xist, lê armanca sereke ya rejîmê ji terorê ku serîtevandina bi PDKÎ û serîtevandina bi PDKÎ û tevgerê bû, ser negirt û qet jî ser nagre, berevajî vê terorê xelkê Kurdistanê û bi taybetî ciwanên Kurd hişyartir kir û hesta neteweyî û bîra rizgarîxwaziyê di wan de bihêztir kir û baweriya Kurd bi Komara Îslamiya Îranê ji nav bir. Ji aliyek din ve hukmê dadgeha Birlînê ku bi Dadgeha Mîkonosê navê xwe derxist li 10’ê Avrîla 1997’an (21.01.1376) hate ragehandin, bi wateya tewaw ya peyvê bû karesat ji Komara Îslamiya Îranê re. Dadgeha Mîkonosê li biryareke

Di biryara Dadgeha Mîkonosê de hatiye ku: “ Di demaa lêkolînan de derket ku deshiltdarên Îranê ne tenê her kiryarên terorîstî pesend dikin û bi awayek bawerpênekir bikujan xelat dikin, belkû bixwe pîlana wan şêwe teroran bi dijî wan mirovan dadirêjin ku tenê bi sedema bîrûbaweriya xwe ya siyasî ketine ber kerb û kînê. Wan neyarên xwe tenê bo parastina dehilatê bi kar dibin”.

Dadgeha Mîkonosê li welatê hiqûqî yê Alman wate yek ji welatên here demokratîk û modern ê cîhanê de pêk hat,dadgeha serbixwe û xweî hitbar.

Yek ji dadgehên herî pirrxerc ên dîroka Alman ku sê sal û nîvî dom kir, û di vî heyamî de 170 kes wek şahid hatin gazîkirin bo dadgehê û pirs li wan hatin kirin.

ew şahid bi tenê di nav opozisyonê de nehatibûn gilbijêrkirin, belkû hejmarek berçav ji wan alîgirê rejîmê yan bê alî bûn, û hejmarek jî pispor û şarezayê warên siyasî û terorîzmê bûn. Ji bo bikujan çend kes ji parêzerên herî giran ên Alman jêre girtibûn. Ew hinda ku min zanyarî hebin heyas wê demê eva bo yeke-

Dom R: 3


22.09.2013

3

Siyasî

Doma R: 2

Eva resaleta me endam û alîgir û xemxorê tevgerê ye ku bi hewl û tekoşîna berdewam a xwe kar bo vê bikin ku PDKÎ her bi vî awayî hêjayî çavnihêrî û baweriya xelkê bimîne û her bi vî awayî bibe kelha qahîm ya Kurdayetî, û di asta navneteweyî de hisab jêre bê kirin. PDKÎ divêt heya gihîştina bi hêviyên bilind ên neteweyî rola xwe ya dîrokî bilîze û bi alîkarî û hevdengiya hêzên siyasî ên din, tevgera rizgarîxwaziya Kurdistana Îranê nêzîkî armancê bike. Elinda xebata azadixwaziya Kurdan rohn e, û bi parastina yekrêziyê û tekoşîna bê rawestan em dikarin serkevtinê bi dest bixin.

mîn car bû ku dadgeha welatekî rêberên welatek din ku di halê deshilatdariyê de ne, wek rêkxer û birêveberê cînayetekê tawanbar bike. Dadgehê bi awayek zelal berpirsatiya pîlandarêştin û terorkirina rêberên PDKÎ dixestûyê “Komîteya tayet bi emelioyatên derveyî sînor”. Herweha bi awayek eşkere dibêje ku endamên vê komîteyê biryara kuştin û jinavbirina rêber û çalakên opozisyonê dane.

Elî Xamineyê rêberê wê demê û niha ê rejîma Îranê, Ekber Haşimiyê Refsencanî serkomarê wê demê û serokê niha yê Konseya Diyarîkirina Bejewendiyên Nizamê, Elî Ekber Wilayetî wezîrê Karûbarên Derve ê wê demê û şêvirmendê Xamineyî li karûbarê derve de, Elî Felahiyan wezîrê Îtilaata wê demê û endamê niha ê mecilsa Xibrigan, Muhsin Rizayî fermandê wê demê ê Sipaha Pasdaran, wate rêberên rejîmê li asta herî bilind ya deshilatê de. Biryara Dadgeha Mîkonosê ne tenê her pêwendiya di navbera Îran û Alman, belkû pêwendiya di navbera Îran û Yekîtiya Ewropayê de tûşî kirîzeke kûr ya dîplomasî kir ku niha jî şûnwarên wê her meye.

Di 17’ê Avrîla 1997’an hefteyekê piştî derketina hukmê dadgehê parlemana Alman civînek hebû, ku wê rojê nûnerên tewaya firaksiyonan derheq biryara dadgeha Mîkonosê axivtin kirin û bi hevre terorîzma Komara Îslamiya Îranê şermezar kirin û piştevaniya xwe ji serxwebûna biryara dadgeha Mîkonosê eşkere kirin. Di perotokola civîna wê rojê ya parlementoya Alman de hatiye ku “ Tewaya beşdarên civînê bo biryara cesûrane ya dadgeha çepik lêdan”.

Di Alman de 14 dîplomatên Îranî hatin derkirin, ji wan Husên Mûsewiyan balyozê Îranê û Emanî Ferhanî serkonsolê rejîma Îranê li Birlînê. Li 29’ê Avrîla 1997’an li Lokzamborgê civîna Civata Wezîrên welatên YE’ê, bi hevre ew tawana rejîma Îranê şermezar kirin, balyozên xwe ji Îranê vexwendin û pêwendiyên dîplomatîk ên xwe bi Îranê re bo heyamekê ragirtin.

Agirî

YE piştî vê ku tewaya mercên xwe bi ser Îranê de sepandin, êdî piştre balyozên xwe şandin Tehranê.

Bi gotina “Hans Yoaxim Êrîg” parêzerê malbatên goriyan, heta pêkhatina dadgeha Mîkonos Ewropa bibû cihê bê yasa û bê lêpirsîn bo terorîstên Îranî bi pasporta dîplomatîk ve. Lê biryara dadgeha Mîkonosê ew erd li jêr piyên terorîstan kire polên agir û cihên pirr tehlûke.

Ewropa bi hebûna gellek belgeyên cihê baweriyê, serî bi Komara Îslamî da tevandin û ew neçar kirin ku soz bide ku êdî dest bo kiryarên terorîstî li nav xaka Ewropayê de nebe. Rohnkirina terora Viyenê Herçend ji rojên destpêkê ve bo me xelkek zêde guman di vê de nebûn ku Dr. Qasimlo û hevalên wî bi destê terorîstên Komara Îslamiya Îranê hatine şehîd kirin, lê dewleta wê demê ya Otrîşê rê neda ku dadgehek bona lêkolîna ji vê cînayetê pêk bê û tawana Komara Îslamiya Îranê ji aliyê dadgehê ve bihê eşkere kirin, lê biryara dadgeha Birlînê ew xedir cobran kir û tawana terora Viyenê jî bi destê Komara Îslamiya Îranê rohn kir. Di biryara dadgeha Mîkonosê de piştî vê ku bi hûr qala bandora yekalîker ya PDKÎ di tevgera Kurdistana Îranê de tê kirin, dibêje: “Bona havîşkirina wê dengê, wate PDKÎ, rêberiya siyasî Îranê biryar da ku rêberiya PDKÎ ne tenê di warê siyasî de serkût

bike, belkû jinav jî bibe.

Kuştina Dr. Qasimlo serokê wê demê yê PDKÎ li 13.07.1989 li Viyenê û ew terora ku li vir hatiye şermezarkirin (terorkirina Dr. Seîd), encamên vê biryarê ne. Ew hêla sor (bi xwîn) ku dibê em bêjin, biryara dadgehê ji vê jî eşkeretir e ku guman hêlabe.

Zalbûna edalet, heqîqet û hêviyê bi ser dîktatoriyê de Bi dirêjahiya dîrokê dîktator û zilhêzan hewil dane ku dadperweriyê bixendiqînin û rastiyan ji holê rakin û hêviya bi pêşerojê di dilê azadixwazan de vemirînin, lê serneketin û sernakevin, zordar dikarin ku mirovan bikujin, lê li hemberî dadperwerî, rastî û hêviyê de aciz û perîşan in û rojekên digîjin cezayê xwe. Hêvî hertim xwe bi ser cefa û cehlê de diselimînin. Hevalên Rêzdar!

Di axtina xwe de min qala boçûnên dadgeha Mîkonosê derheq rol û bandora PDKÎ li tevgera Rojihalta Kurdıstanê de kir.

Eva ku xelk weha li ser PDKÎ difikirin ku çavnihêriyek taybet lê hene, em pê serbilind in, lê ew yek karê me sanahî nake, berevajî erk û berpirsatiyek girantir jî dixe ser milên me.

Bi taybetî ku îro rojê guhertin gellek bilez pêk tên û li tev parçeyên Kurdistanê de xebat bbi awayên curbicur di holê de ye, hêzên siyasî ên Kurd ketine ber ceribandineke giring ya dîrokê.

Em nabe rê bidin ku bê hêvîtî wek dijminê mezin ê azadiyê erkên me ji bîra me bibe.

PDKÎ gellek caran bi lawazî û evraz û nişîvan re berbirû bûye, lê hemû carê xwedîezmûntir kirîz derbaz kirine û piştî hemû tengaviyan de serê xwe yê bilind rakiriye û dilê dijminên Kurd xistiye lerzê.

Remza xweragirî û geşekirina PDKÎ li vir de ye ku PDKÎ partiyeke zindî û demokrat e, û şiyana xwe rêkxistina di gel dem û rewşa siyasî ya nû û kirîz û berbirûbûnên nû heye. Lewra PDKÎ şiya ye ku wek kelha berxwedan û berengarbûnê di lemberî zulm û zordariyê de her bi vî awayî rast bisekine û qet bejna wê ne tewiyaye.

Li 21’mîn salvegra karesata Mîkonosê de careke din em emegdariya xwe bi rê û şopa demokrat nû dikin, em pêdagir in heya ku mafên mirovî û siyasî û neteweyî ên xwe bi dest bixin, û emê heya wê demê dirêjîderê riya rêberên xwe ên nemir bin. Jiyan û xebata Qazî, Qasimlo û Şerefkendî çiraya riya xebat û tekoşîna me ye Her bilind û pîroz be yad û bîranîna rêberê me ê jêhatî Dr. Şerefkendî! Silav li riha pak ya hevalan kak Fetah Ebdulî, kak Homayon Erdelan û Kak Nûrî Dêhkordî Bijî azdî, berdewam be xebat bo azadiyê, sipas bo guhragirtina we


22.09.2013

4

Siyasî

Deqa axavtina rêzdar Mistefa Hicrî di festîvala zarokan de

Zarokên xweştivî ! Hevalên birêz!

Berpirsyarên beşa perwerdeya zarokan gellek bi xêr bên bo vê festîvalê. Ez jî xwe gellekî bextewer dizanim ku beşdarî vê festîvalê me, ku çaremîn festîvala nawenda Nêrgiz e ku ji bo zarokan pêk tîne. Festîvalek ku bi Festîvalek bi diruşma: “Em hemû zarokên yek nîştîmanî ne”. Diyar e ku bi nawerok jî ew yek cîbicî bûye. Zarokên her çar beşên Kurdistanê di vê festîvalê de kom bûne, bê guman yek ji êş û azaran ku civaka me li hemû beşan de dibînin, li ser zarokên me ne.

Ew zarok aware dibin ku li guhertinên herêmê û li şeran de û li aştiyan de tu bandora wan nîne, lê qurbaniyê zulm û zoriya şerxwazên herêmê dibin ku her carê û li beşeke Kurdistana parvekirî de bi awayekê li jêr siya dîktatoriyê de neçar dibin ku welatê xwe, warê xwe bi cih bihêlin û aware bin. Renge taybetmendiyek edin ya festîvala çaremîn ya zarokan ew be ku hejmareke zaf ya zarokên Kurdistanê, li jêr bandora şerekî de ku hikumeta Be’s ya Sûriyê dijî tewaya xelkê Sûriyê pêk aniye û bi taybetî dijî xelkl Kurd, aware bûne û li wargehê xwe û ji hezkiriyên xwe dûr ketine. Dîktator hemû, û di tev qonaxan de her yek ji wan bi awayekê

xwestine ku bo serkût û kavilkirina Kurdistanê û derbider kirina xelkê vê nîştimanê xelkê Kurd ji daxwazên xwe, ku daxwazên sereke ên jiyana îro ya cîhana pêşkevtî ne, bêdeng bikin.

Zarok kuştine, jin û mêr enfal kirine, welatê wan hatiye kavilkirin, eva çarenûsek e ku dehan sal e, mezin û biçûk, bi taybet zarokên Kurd diceribînin.her ev nawenda Nêrgiz ku ev festîval pêk aniye, bixwe nawendeke zarokên aware ên Rojhilatê ye.

Li Başûr de jî bi dehan salan xelkê vê para Kurdistanê bi zarokên xwe re awareyî welatên cînar, bi taybetî Îranê bûn û bi dehan salan li vî welatî de man û li awareyiyê de bûn, lê niha bi xweşî ve vegeriyane himbêza nîştiman û wargehê xwe, û li himbêza malbatên xwe de tên perwerdekirin. Ew berberekaniya ku di tev beşên Kurdistanê de heye, nîşan dide ku pîlanên dijminan bo awarekirina Kurd û zarokên wan nekarîne wan bigehîne armancên wan, belkû ew êş û azar her çend ku bihêztir û tundtir be, hesta welatperwerî û xebat bo berberekaniyê, bo bidestveanîna mafên neteweya Kurd û herifandina hikûmetên dîktator ên deshilatdar bi ser parên Kurdistanê de bihêztir bike. Lewra her ew nivşa ku niha di tev

beşên Kurdistanê de xebatê dike bo mafê neteweyî, dixwaze êdî gelê Kurd, û zarokên Kurd aware û derbider nebin û li welatê xwe de bikarin jiyaneke bextewerane hebin, wek tewaya gelên bextewer ên îro rojê.

Ew alaya xebatê di destê wan de ye, û bîstekê jî alaya xebatê ji destê wan neketiye. Bi taybetî di vî serdemî de, em dibînin ku tevî vê ku êş û azara neteweya me û zarokên me her berdewam be, û li tev parên Kurdistanê de, bi cih hêlana mal û jiyan hatiye serê me hemiyan. Lê bi xweşî ve em dibînin ku dijminên gelê me, ên ku xwestine neteweya Kurd çavtirsandî bikin, zarokên wan bikujin, mezinên wan bixînin nav girtîgehan, her ew in ku ber bi nemanê ve diçin. Em xatircem in ji vê ku gelê Kurd bi vê hişyariya ku bi dets xistiye, û bi xebata ku didomîne, serî natwîne, û zarokên wan li jêr tundûtîjiyê de perwerde dibin, agahiya wan ya siyasî bilindtir dibe, baştir li xebatê de beşdar dibin, û bo vê ku mafên wan binpê kirine, bi dest bînin û hûn zarokên hezkirî ku li çaremîn festîvala nawenda Nêrgiz de beşdar in, mînakek zindî ne bo vê îdiaya me. Dijminên me renge li hizra vê de bin ku zarokên me hertim seba vê jiyana dijwar ku hene li jêr tepeseriya rejîmê de nekarin serî

Agirî hildin, lê ew têkoşîn û çalakiya ku di tev beşên Kurdistanê de heye, bi taybetî bo zarokan, nîşan dide ku serbarê vê hemû tepeseriyê, pêşkevtin û gihîştina bi armancan her berdewam e.

Em xatircem in ku hûn zarokên niha dema ku mezin dibin bi kêmanî kin, parek zêde ji vê zulm û zoriya ku li ser we hebûye, û xatir cem in ku hûn xortên hêja û zarokên çavgeş herwa alahilgirê vê xebatê dibin ku dê û bavê we û nivşên pêşîn di detsê wan de bûye, û heya niha anîne, û hûnê bigehînin armancê û dijmin bê hêvî dibe.

Hêviya min ew e ku zraokên her çar beşên Kurdistanê bi têkelawî û nîşandana behre û şiyanên xwe li bernameyên curbicur ên vê festîvalê de baştir ji kultur û zimanê yektir agehdar dibin, ji êş û azarên yektir baştir agehdar bin û pêkve bizanin ku çar perçeyên Kurdistanê her wek li duruşma wan zarkên hezkirî de hebûye, hekî dijminên me sînor ji wan re danîbe û ew parve kiribin, ew sînor û parvekirin berevajiyê xwestek û daxwaziyên me Kurdan bûye, lerwa em li dirêjahiya sedan salên borî de, û li pêşerojê de jî heya dema ku em hemû digîjine mafên xwe, ji xebat û têkoşînê nasekinin û serî bo biryarên dîktatoran natewînin ku dijminê gelê Kurd û tewaya azadîxwaêz herêmê ne.

Ez hêvî dikim ku ew festîval serkevtî be, û tewaya bernameyên xwe ku rêk xistine, bi serkevtin ve bidawî bîne, û zarokên me li heyamê vê festîvalê de demeke xweş derbas bikin, û bi hewce dizanim sipasiya Nawenda Nêrgiz û hemû wan hezkiriyan û wan berpirsyarên zarokan ku li Kurdistanê de beşdarî li vê festîvalê de kirine, yan li vir nînin lê li amadekirina vê festîvalê de rolê wan hebûye, sipasiya wan bikim. Ez hêvîdarim ku festîvalên weha bi taybetî bernameyên wê, li xizmeta zarokan de be, û pitir wan têkelî hevdu bike, da ku baştir hevdu nas bikin, baştir geşe bikin û berhem û jêhatîbûna xwe baştir nîşan bidin, pitir pêşbaziya pozetîv di nav hemû zarokan de serî hilde, û zarokên me ji van îmaknatên kêm ku hene bikarin mifahê wergirin, û şiyana xwe nîşan bidin. Carek din bixêrhatina we dikim bi taybetî ew zarokên hezkirî ku agehdar im ji riyên dûr ve hatine, bi hêviya vê ku mifaha baş ji vê festîvalê wergirin, her serkevtî bin.


5

22.09.2013

Nerîna Lîderan

Agirî

Siyasî

: “Pêkanîna Kongireya Neteweyî hêviya ji mêjve ya xortên neteweya Kurd e, û divêt em giring bizanin”.

Birêz Hesen Şerefî

Hevpeyvîn: Hîwa Mîrzayî

Arînç:

1. Giringiya lidarxistina Kongireya Neteweyî li serdemê niha de çi ye?

Altan tan:

“Ma Kurd dikarin Fîzya û Kîmya û Bîrkariyê bi Kurdî bixwînin, kesê bixwaze Kurdî bixwîne, bila here bakûra Îraqê”.

Bersiv: giringioya lihevnêzîk bûn û hevsozî û piştevanîkiirna Kurdên her perçeyeke Kurdistanê ji xebat û mafên neteweyî ên Kurd, li parçên din ên Kurdistanê û herweha yekgirtin û alîkariya hêzên siyasî ên Kurd li her pereçeke Kurdistanê her ji mêjve hewcehiyeka xebata azadîxwazane û neteweyî ya Kurd bûye ku mixabin kêmtir ser giritiye, û li gor xebata giştî ya Kurd girngiyeke weha pê nehatiye dan, eva jî di demekê de ye ku hikumetên zal bi ser her yek ji perçeyên Kurdistanê de, serbarê tewaya nakokiyên xwe li pêwendî li gel pirsa Kurd li herêmê de hevgirtî bûne, û pîlnên hevpar dijî Kurd darêtine û li serkûta Kurdan de hevkariya yektir kirine.

Rûhanî:

“Kes nabe sînorên axavtinên xwe bibezîne, vir ne mulkê bavê tu kesî ye”.

“Sipaha Pasdaran bila ji siyasetê fêm bike, lê xwe tevlî siyasetê neke”.

Hekî hewcehiya hevgirtin û hevsoziya Kurd li her perçeyekê bo perçeyên din li holê de bûye, kêm û zêde renge li hinek qonaxên zemanî de xwe nîşan dabe, lê qet bi qasî hewce û bi awayekî bi bandor li holê de nebûye, lê niha bi berçavgirtina zeqbûna doza Kurdan li hemû parên Kurdistanê de, ew şert û merc û guhertinên ku rû dane, yan rû didin, vê dixwazin ku Kurd bi awayê hewce avrûyê bide vê pirsa giring, û vê pirsê bi mercê serkevtina Kurd û geşekirina xebata Kurd li her çar parên Kurdistanê de bizane. Berî anîne berbasa Kongireya Neteweyî ya Kurd bi awayek micid û bo yekem car ku di vê rastayê de em pêngavan hilgirin karekî bi vêc, û di rastî de hêviya ji mêjve ya xortên neteweya Kurd e, û divêt em giring bizanin. 2. gelo hûn dikarin ji me re bas ji komîte û komîsyonên lêjneya amadekar bikî, û bi baweriya wedeskevtên wan komîte û komîsyonan heya niha çi ne?

Bersiv: Piştî civîna berfireh ya 31’ê Pûşper ku bi destpêşxeriya serokê Herêma Kurdistanê hate encamdan, di vê civînê de pêşniyara pêkanîna Komîteya Amadekar ya Kongireya Netewî pêkhatî ji 21 kesan hate kirin.

ew komîte dest bi kar bû û heya niha heşt komîsyon bo pirsên pêwendîdar bi civaka kurdewarî û xebata Kurd pêk anî, ku ew komîsyon ji bilî vê ku yek ya çend endamên komîteya amadekar têde beşdar bûn, li komek şareza û pisporên her yek ji pirs û mijarên her komîsyonekê mifah hatiye wergirtin û di her komîsyonekê de çend rapor hatin amade kirin ku piştî bas û gengeşeya li ser her gelaleyekê bo her komîsyonekê gelaleyeke bi tanê, û raporeke cihê pesenda endamên komîsyonan lê ket, ku rapor dane komîteya amadekar ya Kongireya Neteweyî û piştî behs û nirxandina her komîsyonekê bi hinek têbîniyan û destkariyan ve hate pesendkirin. Diyar e ku karê du komîsyonan maye ku li heyameke din ew jî wê herin rîza raporên pesendkirî.

Ji bilî karê komîsyonan, komîteya amadekar ya Kongireya Neteweyî a Kurd, diruşmên kongirê û hejmara mêhvanên derekî ku 300 kes dibin, herweha hejmara beşdarên Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê ku 600 kes dibin, diyarî kiriye. Lê di vê derheqê de, niha jî rêjeya her perçeyeke Kurdistanê nehatiye diyarîkirin.

Bi baweriya min wek yek ji endamên 21 kesî ên komîteya amadekar ku li heyamê 45 rojên borî de ji nêzîk ve agehdarê karê komîsyonan û heta endamên komîsyonên siyasî û dîplomasî bûm, min dît ku endamên komîsyonan çiqas zehmetiyan dikişînin, û encama kar û zehmetên wan ez baş dinirxînim û raporên amadekirî bi karê serkevtiyane ya endamên komîsyonan dizanim, bi taybetî ku bi encam gihîştina karê

komîsyonan û heta komîteya amadekar ya kongireyê, bê arîşe nebûye, ku eva jî asayî ye, jiber ku lênihêrîna partî û aliyên siyasî li her çar beşên Kurdistanê û rewşa xebata wan li her perçeyekê bi tawahî wek yek nîne, ku eva jî yekem car e nûnerên Kurd li her çar beşên Kurdistanê bi armanca pêkanîna kongireyeke Kurd ku peyameke hevpar hebe, û hemû aliyên xebata her çar perçeyan li ber çav bihê girtin dikare, vê asayî bûnê re pasawê bîne. 3. Gelo sedemên paşxistina Kongireya Neteweyî çi ne?

Bersiv: Parehêlana lidarxistina kongirê vedigere bo ser du sedemên sereke: Ya yekem eva ye ku komîteya amadekar ya kongirê li 45 rojan de herçend ku beşeke giring ya karên xwe bo amadekiirna karê kongirê danî, lê beşek giring û pirr bas û pirr bîrûboçûn mabûn, ku ew jî li heyamê 10 heya 12 rojan de ku bo roja kongirê mabû, bi kiryar îmkana vê tunebû.

Cuda ji vê yekê jî, dem jî di cihê xwe de nebû jiber ku pêkanîna kongirê hewcehî bi rewşeke salim ya pêwendiya di navbera partî û aliyên siyasî û aliyê asayî heye, ku rast di vê demê de, dema propagendeya hilbijartinên parlementoya Herêma Kurdistanê hebû, ku pêşbaziya li navbera aliyên siyasî ên başûr li pey xwe anî, ew rewş hekî bo rewşa hilbijartinê asayî ye, bo lidarxistina kongirê asayî nine. Lewra hem bo baştir û serûber tewawkirina karên komîteya amadekar ya kongirê û hem jî bona desteberbûna rewşa hewce bo lidarxistina kongirê, komîteya amadekar ya Kongireya Neteweyî ya Kurd dema lidarxistina kongireyê paşve xist


6

22.09.2013

Siyasî

de, şikesta xwe ya li hemberî Îraqê de qebûl kir û ji aliyek din ve, ji tirsê serhildana xelkê Îranê, ên nerazî , û bi hukmê Xomênî, bi hezaran girtiyên siyasî li bê dadgehên rejîmê de bi diyarîkirina lêjneyekê ji aliyê Xomênî ve, pêkhat ji: Axûnd Neyirî dadwerê dadgehê, Mistefa Pûrmihemdî nûnerê Wezareta Îtilaatê û wezîrê niha yê dozgeriyê, axûnd Îşraqî dozger, û Îbrahîm Reîsî cihgirê dozger, bi ragirtina hevdîtinên li gel girtiyên siyasî li raserî Îranê de, bi kom îdam kirin.

Nasir Salihî esil

a y m î o s k a i y i s ab n m Îda girtiyê

25 sal bi ser karesta bi kom ya girtiyên siyasî li girtîgehên rejîma Îranê de li havîna sala 1988’an de, ku heyva Xermananê kopka vê bûyer û karesatê bû, derbsa bû. Her li vê salê û li heyamê çend mehan de bi hezaran girtiyên siyasî û şoreşger ku tawana wan

tenê tekoşîna li pêxema azadî û demokrasî û mafên neteweyî de bû, li bêdadgehên rejîma Komara Îslamî de bi kom hatin îdamkirin.

Rejîma Komara Îslamiya Îranê piştî qebûlkirina biryarnameya 598’ê ya Konseya Ewlekariya NY li 26’ê Pûşpera 1367’an (1988)

Rêûresma 26’ê Xermananê li Nawenda 3’ê ya Kuristanê birêve çû

Rêûresma 26’ê Xermananê, 21’mîn salvegera terora Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî, bi beşdariya hejmarek ji kadr û pêşmerge û endamên partiyê, li Nawenda 3 a Kurdistanê birêve çû. Di rêûresmê de piştî pêşkêşkirina sirûda netewî ya “Ey reqîb” û rzêgirtin ji canê pak ê şehîdan, peyama Nawenda 3 a Kurdistan bi munasibeta terora Mîkonosê, ji aliyê birêz “Qasim Keleşî”

Endamê Nawenda 3 a Kurdistanê ve hat pêkêşkirin. Di beşa din a rêûresmê de pexşanek ji aliyê “Xalid Pariya” û herweha peyama sê rêkxirawên Lawan, Jinan û Xwendekaran ji aliyê “Sinûr Heyranî” ve hat pêşkêşkirin. Sirûda “Cemal Îsma’îlî” û girûpa lawan a Nawenda 3, û herweha pexşana “Ta bo Kurdistan Çaveriwanî” ku ji aliyê “Zehra Ezîzî” ve hatin pêkêşkirin, bêşa din a rêûresmî pêk anîn. Piştre rêûresmê bi sirûda “Ey hevalî têkoşer” û “Helbesta Yadigar”, dawî bi karê xwe anî.

kuştara bi kom ya girtiyên siyasî bi hukmê rasterast ê Xomênî destpêka êrîşkirina rejîmê bo pêşîgirtin ji nerizayetiyên xelkê ji siyasetên rejîmê, piştî heşt sal şer û kavilkirina Îran bû. Bi vî awayî li demsala havîna 1367 (1988) rejîmê bi kuştara bi kom ya girtiyên siyasî bi xeyala xwe xwest ku partî û rêkxirawên siyasî û xelkê bêzarbûyî, û nerazî ên Îranê çavtirsandî bike, da ku rejîma Komara Îslamî her wa dirêjiyê bide deshilata xwe. Piştî kuştara cergbir ya bi kom ya girtiyên saiyasî di havîna sala 1988’an de niha jî girtin şopandin û îşkence û îdama xebatkarên azadîxwaz ên gelên Îranê, çi di nav girtîgehan de û çi jî bi awayê teror li navxwe û li derveyî welat dom heye. Jiber ku

Agirî rejîma Îranê li ser vê baweriyê ye ku tenê bi serkût û zulm û zoriyê dikare dirêjiyê bide temenê pirr ji şerm ê xwe.

Ji aliyekî din ve niha jî girtîgehên rejîma Komara Îslamiya Îranê ji xwendekaran, rojnamenûsan, nîştimanperweran, ciwan û jinên qada xebata bo azadî û demokrasiyê, rêvîngên riya xebata mafê neteweyî pirr e. Her niha jî bê dadgehên rejîmê li jora dadgehên daxistî de dirêjiyê didine tundtirîn cezayan bi taybetî cezayê hukmê îdamê li dijî şoreşgerên neteweyên Îranê. Her niha zêdetir ji 80 kesî ji xortên xebatkar ên neweyên Îranê bi mirinê re berbirû ne. Bona rizgarbûna ji vê rewşê rêçareya gelên Îranê rûxandina rejîma Îranê û damezrandina sîstemeke federal û demokratîk e, da ku li pêşerojê de gelên Îranê, şahidê ducarîbûna sîstemeke ne demokratîk nebin. Di vê boneyê de em silavan ji riha pak ya şehîdên riya azadiyê bi giştî û qurbaniyên kuştina bi kom ya girtiyên siyasî ên sala 1367 (1988) re dişînin û em peymanê nû dikin ku heya bidestveanîna hêviyên wan dest ji xebata dijî Komara Îslamiya Îranê hilnegrin.

Rêûresma 26’ê Xermananê li Nawenda 1’ê ya Kurdistanê birûve çû

Endamê Komîteya Nawendî ve hat pêşkêşkirin. Di beşa din a rêûresmê de payama hevpar a sê rêkxirawên Lawan, Jinan û Xwendekaran ji aliyê “Awiyer Şêxî” û pexşanek ji aliyê “Nasih Xakî” ve hatin pêşkêşkirin.

Rêûresma 26’ê Xermananê 21’mîn salvegera terora Dr. Sadiq Şerefkendî Sekreterê Giştî ê PDKÎ û hevalên wî, bi beşdariya hejmarek ji kard û pêşmerge û komîteyên partiyê, li Nawenda 1 a Kurdistanê birêve çû. Piştî sirûda netewî ya “Ey reqîb” û rêzgirtin ji canê pak ê şehîdan, peyama Nawenda 1 a Kurdistanê bi munasibeta terora Mîkonosê, ji aliyê rêzdar “Tahir Kesîlî”

Paşan peyama Kempa Kawe a PDKÎ û pexşanek din ji aliyê “Çinar Behramî” ve hat pêşkêşkirin. Helbesta birêz “Osman Keremî” û çand sirûdên kora muzîk a PDKÎ, birgeya dawî a rêûremê bûn.


7

Selam Îsmaîlpûr

22.09.2013

D

etstêwerdana kavilkarane ya Îranê li nav karûbarên Sûriyê de ber bi zêdebûnê ve diçe. Di vê navberê de axavtinên berdewam ên berpirsyarên leşkerî û siyasî ên rejîmê, derheq rol û pêgeha rejîma Sûriyê û rejîma Be’s ya wî welatî li sitratejiya ewlehiya Komara Îslamiya Îranê de, vê yekê îsbat dike ku şerê Sûriyê girêdaneke tewaw bi Komara Îslamiya Îranê ve heye, wate şerê Sûriyê bo Komara Îslamiya Îranê şerê man û nemana wê bixwe ye, lewra desthilgirtina Komara Îslamiya Îranê ji piştevanîkirina Beşar Esed tenê vê demê dikare îmkan hebe ku garantiyeke tewaw ji Amerîka û Rojava werbigre bo parastina xwe li hemberî her êrîşeke navxweyî û derveyî, ku ew yek jî li rewşa îro ya siyasî ya herêm û cîhanê di gel eqil û lojîka siyasî li netebahiyê de ye. Ew giringiya Sûriyê bo Komara Îslamiya Îranê demekê dest pêkir ku Komara Îslamiya Îranê her ji destpêka ku hate ser kar, wek hêzeke dijî Îsraîlî û piştevanê Felestiniyan hemû bingehên îdeolojîk ên xwe bi dijberîkirina Îs-

raîlê re girêda.

Herweha gefxwarinên li dijî Îsraîlê hertim wek şemşîra Dêmoklês lê hatiye, ku li hemberî gefên Rojava li dijî Îranê bikar hatiye.

Bo vê meremê jî wan ji Sûriyê wek şarêya veguhastina alîkariyên locêstîkî û çek û teqemeniyan bo Hizbullaha Lubnan û girûpên cîhadî ên Felestînê mifah sitandine. Sûriye di şerê Îran û Îraqê de, tenê welatê Erebî bû ku piştevaniya Îranê dikir, ku sedema wê jî vedigere bo tirsa Hafiz Esed û Partiya Be’s ya Sûriyê ji Partiya Be’s ya Îraqê. Şerê Îran û Îraqê dibû sedema vê ku partiya Be’s ya Îraqê nekare ku zextê bixe ser rikeberê xwe wate Sûriyê û di rastî de bala zêdetir bo aliyê Îranê rabikêşe.

Ew hevkêşe bi awayekî xwezayî pêwendiyeke sitratejîk di navbera Îran û Sûriyê de pêk anî û Îran li çavê deshilatdarên Sûriyê de kire hevalbend û piştevanê heta ser.

Herweha Îran û Sûriyê li Lubnan û Felestîn û sînorên Îsraîlê de jî komek armanc û berjewendiyên hevpar hebûn ku pêwendiya di navbera wan de qahîmtir kir.

Niha Komara Îslamî serbarê hewlên xwe bona mayîna Beşar Esed bi her nirxekê gihaye vê armancê ku zû yan direng deshilata wê bidawî tê û divêt di bîr û hizra alternatîvekê bona parastina berjewendiyên xwe di herêmê de

Ehmed Cenetî: Keçên xwedîhicab

dema ku diçin bo zankoyê xirab dibin

E

hmed Cenetî, Îmam cûm’ê demî yê Tehranê û berpirsê Şêvra Nobedar a Yasaya Bingehîn a Îranê di gotinên xwe de di nimêja Înê de gotiye ku keçên zankoyî ku dixwazin dersê bixwînin, piştî çûna wan bo zankoyê çadirê radikin û xirab dibin. Berpirsê Şêvra Nobedar yê Yasaya Bingehîn tevî rexnegirtin ji vê rewşê gotiye: “Zanko dibe nawenda zanist û cihek êmin be, xwendekar nomrê dixwaze û ji bo nomrê her karekî dê bike, heke Hicaba kesekê baş nebe, rê nedinê .

Wî karmendên wezaretxaneya Komara Îslamî jî bi “cîrexor û mûçexor” nav bir û rûyê gotinên xwe li Rûhanî kir û got: “Ez dibêjim birayê rêzdar! tu ji kîderê dixwazî dest pê bikî? Li cîrexor û mûçexoran ve dest pê bike. Kesek ku mûçe ji te werdigire, di îdareyan de neçar bike ku hurmeta Hicaba Îslamî ragirin û bibin Îslamî”. Cenetî herwusa got: “Li rex behrê dijware, lê nemumkin nine, lê di zanko û îdareyan hêsan e”.

Agirî

Rojev

e y i r Sû

a y a r i ji ç

kesk heya hêla sor

be, lewra ji aliyekê ve bi pêkanîna girûpa çekdar ya taybet bi Elewiyan dixwaze ku di pêşeroja Sûriyê de beşek ji hevkêşeyê be û ji aliyek din ve bi hilkirina çiraya kesk bo Rojava, bi taybetî piştî hatine ser kar a Rûhanî, dixwaze ku vê mesajê bide wan ku li egera gerentîkirina berjewendiyên wê li pêşeroja Sûriyê de, bo sat û danûsitandinan li ser qedera Beşar Esed jî amade dibe. Gotinên wan dawiyane ên Refsencanî li derbarê daneberheva Beşar Esed û Sedam Husên û kîmyabarankirina “Xûte” di gel “Helebçe”yê mînakek ji wan çi-

rayên kesk in ku dixwaze bêje Rojava ku li navxwe a rejîma Îranê de hevhizriyeke tewaw li ser piştevaniya heta ser ji rejîma Sûriyê tuneye.

Ehmed Wehîdî û Qasim Silêmanî du fermanderên pêşîn û niha ên rêkxirawa terorîstî ya Sipaha Quds hişdarî dane Rûhanî ku helwestên dewleta 11’emîn nabe cuda ji helwestên wan ên pêşîn di Sûriyê de bin. Ew gefxwarin eşkere dike ku alîgirên piştevaniya bi bê qise ya rejîma Îranê ji Beşar Esed dixwazin çirayên kesk, hêlên wan ên sor derbaz neke.


22.09.2013

8

Stêrkên Hêviyê “Dema pêşmerge di nava bajarê Sinê de bûn, min rojên herî xweş ên jiyana xwe derbaz kirin, jiber ku xelkê Sinê gellek hurmet ji pêşmergan digirtin, bo mînak dema em diçûn rêstûran an kafeyekê, 15 kesan bi hevre xwarina me hisab dikirin”.

Mêhdî Şêyxî

Hevpeyvîn: Arif velzî

M

êhdî Şêyxî naskirî bi Mêhdî Tewrîwerî, kurê Hemexan sala 1338’an (1959)li gundê Tewrîwer a ser bi bajarê Sinê di malbatek cotkar de tê dinê.

Mêhdî di temenê 5 saliyê de dibe ku nesaxiya Sorikê dikeve nava gundê Tewrîwerê de û qirana zarokan tîne, mixabin mala Mêhdî jî ji nesaxiya Sorkê bêpar nabe û di encam de sê xûşk û sê birayên xwe ji dest dide û tenê Mêhdî û xûşkek xwe sax dimînin. Sala paştir dema Mêhdî dibe 6 salî, bi sedema nesaxiyê bavê xwe jî ji dest dide. Hejarî û destengî dibe sebeb ku dayîka Mêhdî nekarî zarokên xwe bişîne xwendingehê, lewma Mêhdî û xûşka xwe ji xwendinê bêpar dibin.

Mêhdî Tewrîwerî nasyariya xwe tevî siyaset û PDK Îranê weha tîne ziman: “Dema şoreşa gelên Îranê dest pêkir, min pir ji Xomeynî û Ehmed Moftîzade hez dikir, piştî heyamekê Ehmed Moftîzade Padigana bajarê Sinê ku di destê xelkê de bû, radestî hêzên Xomeynî kir û bi vî awayî hêzên ser bi hikûmetê dest avêtin kuştina xelkê sivîl û di encam de nêzîk bi heyvekê bi hizaran kes ji xelkê bajarê Sinê hatin kuştin.

Piştî vê bûyerê min zanî ku Xomeynî dujminê gelê Kurd e û min biryar da ku li dijî wan xebatê bikim, eva bû ku di 15’ê Cozerdana 1358’an (1979) de, min tevî çend endamên PDKÎ têkilî çêkir û piştî 5 rojan ez çûm û min weke daxwazkarê endametiyê li kolana Fereh a bajarê Sinê xwe bi komîteya PDK Îranê nasand û bi awayek fermî bûm endamê PDK Îranê”.

Mêhdî rojên herî xweş ên jiyana pêşmergatiyê weha tîne ziman: “Di zivistana sala 1358’an(1980) de dema pêşmerge di nava bajarê Sinê de bûn, min rojên herî xweş ên jiyana xwe derbaz kirin, jiber ku xelkê Sinê gellek hurmet ji pêşmergan digirtin, bo mînak dema em diçûn rêstûran an kafeyekê, 15 kesan bi hevre xwarina me hisab dikirin. Herweha rojekê ez weke pêşmergê PDK Îranê nobedarê bankê li bajarê Sinê bûm da ku di dema seredana xelkê de, qerebalixî çê nebe, heya dema nobedariya min bi dawî hat, xelkê bi qasek kincên gerim, şal û saqe ji min re anîn ku min nekarî bi dest wan hemû kincan ber bi baregehên partiyê ve bibim, lewma ez neçar mam ku tirumbêlekê jê re bigirim”. Di hember de jî rojên herî nexweş ên jiyana xwe weha tîne

ziman: “Heyva duyemîn a demsala Buhara sala 1359’an(1980) bû ku şerê Sinê dest pêkir, wî çaxî Komele û Çirîk û piraniya aliyên siyasî, PDKÎ weke sazişkar nav dibirin, lê paşan derket ku ne wusa ye, jiber ku tenê PDK Îranê bû ku di wî şerî de ber xwe da û 27 rojan li hember hêzên êrîşkar ên Komara Îslamî sekinîn û 26 şehîd dan, wî çaxî derket ku PDK Îranê şoreşvan e, ne sazişkar,

Agirî

jiber ku tewahiya hêz û aliyên din bi hevre 26 şehîd di wî şerî de nedan. Mixabin di wî şerî de êriş hat ser likek ji pêşmergên partiyê û tewahiya pêşmergên likê hatin şehîdkirin, bona alîkariyê lika din ku em bûn, em çûn, lê me nekarî ku wan rizgar bikin û ez jî birîndar ketim, eva roja herî nexweş a jiyana min e”. Mêhdî derheq jiyana xwe a hevpar dibje: “Sala 1371’an(1992) li Qislanê min tevî Bihar Rostemî ku wî çaxî bona pêşmergatiyê hatibû nava refên pêşmergan, jiyana hevpar pêk anî û berhema jiyana me jî du kur û keçek e”.

Mêhdî Tewrîwerî dibêje: “Tenê min hêviyek heye, ew jî ev e ku PDK Îranê hewil bide ji vê jiyana kempnişîniyê xwe derbaz bike û weke salê 67 – 68’an (1988 –1989) bihêz be û cardin vegere nava xelkê xwe de”. Mêhdî rû li xelkê Kurdistanê dike û bi vê gotinê hevpeyvîna xwe bi dawî tîne: “Xelkno! heya kengî hûn wê bi diruşmên direvîn ên Komara Îslamî a Îranê bên xapandin, û herin ser sindûqên dengdanê? Bes e êdî qebûl nekin û dest avêjin şoreşek seranserî, da ku bi alîkariya tev aliyan, em ji vê rewşê derbaz bin û dawî bi deshilata melayan bêt”.

Mihemed Şêyxî û hevjîna wî


22.09.2013 N: Hesen Salihzade

P

erwerde di her civakekê de weke beşa sereke û bingehîn bona pêşkevtin û derbazbûn ji paşvemanê tê hesibandin. Her jiber vê yekê ye ku bûye cihê hûrbînî û çavedêriya taybet a berpirsyarên her deshilatekê.

Lewra her welatek hekî bona pêşkevtinê xebatê bike, gerek di despêkê de û berî her karekê, hêza amade û jêhatî a mirovî berhev bike. Lê di sîstema deshilatdariya Komara Îslamî a Îranê de, piştî ku meclisa Şêvira Îslamî deng bi wezîrê pêşniyarkirî a dewleta yazdemîn neda, Wezareta Perwerde û Hînkirinê weke yek ji wezaretên herî girîng û berfireh di Îranê de, bê berpirsyar ma û heya pêşerojek nediyar jî çarenûsa wê bi qeza û qederê hat sipartin. Meclisa Şêvira Îslamî di Îranê de tu caran nekariye ku nûneratiya xelkê bike û baweriya xelkê bidest bîne, jiber ku şiyana biryardana xweser nine û weke berê her di xizmeta berjewendiyên taqima deshilatdar di welat de maye. Di çend salên derbazbûyî de wezîrê Parwerde û Hînkirinê bilez û bi awayek ne şareza, pirojeya çend guherînkariyên weke bêhnvedana Pêncşemiyê û guhertina sîstema polan(kilasên dersê) derxist holê, yan jî di bûyera tal û bijan a gundê Şînawê û çend bûyerên din ên weha de, ku têde berpirsyarên payebilind ên hikûmetê bi awayek bêhurmetiyane bersiva civakê dan û xwe di bûyeran de berpirsyar nedizanîn, meclisa Şêvra Îslamî jî di vê pêxemê de nekarî ku tu zext û gîvaşekê bixe ser aliyên peywendîdar. Civaka me gellek caran di encama xemsariya berpirsyarên binyatên perwerdeyî de, tûşî bûyerên karesatbar bûye, lê binav nûnerên xelkê dengê xwe xistine kêleka dengê berpirsyarên deshilatê û tu dijkiryarek taybet ji xwe nîşan nedane ku wezîrê Perwerdê û karbidestên wê beşê, pêdeçûnê bi ser kiryarên xwe ên şaş de bikin.

Piraniya bûyer û karesatên xwendingehên Îranê bi sedema bê îmkanatî û nedana bûdceya taybet û hewce bo dezgeha parwerdehiyê diqewimin. Herweha bêparbûna bi hezaran zarokên temen 6 - 15 salî ên malbatên kêmdahat û hejar dûrî xwendinê ketine û eva jî bûye sedem ku hejmara xwendekarên

9

Civakî

Girîngînedana Komara Îslamî bi geşekirina perwerdehiyê di Îranê de

Agirî ye. Bo vê meremê jî weke erkek mirovî bodceya taybet jêre tê berçav girtin û bi kiryar hewla nehêştina nexwendewariyê didin bê vê ku reklamê jêre bikin û kesatiya zarokan bişikênin.

Di welatên weha de sindûqa bîmeya malbatan, weke piştevanê serek a malbatê, her di despêka jidaykbûna zarokan de heya ku temenê wan digîje 18 saliyê, bi awayek çalak mijûlî xizmetkariyê ye. Cuda ji vê ku heyvane alîkariya diravî bo her zarokekê diçe ser hisêba serperestên wê/wî, û berî destpêkirina xwendinê jî tewahiya hewcehiyên xwendina her zarokekê li stûyê sindûqa navbirî ye.

xwedî behre di Îranê de roj bi roj ber bi zêdebûnê ve here. Eva di demekê de ye ku welatê Îranê welatek dewlemende bi çavkaniyên bingehî ên weke petrolê, eva jî bûye sedem ku piraniya nawend û binyatên berjewendîxwaz ên deshilatê û heta beşek berçav ji aliyên binajoxwaz û terorîstî dii cîhanê de jî, bi dahata vê xizîneyê(patreol) vehesiyên. Li gorî gotinên karbidestên payebilind ên wezareta Perwerde û Fêrkariyê di kabîneyên berê de, dema dabeşkirina bûdceya welat, wezareta Perwerde û Fêrkarî dikeve qonaxên herî dawiyê û tu hewlek li hember pirsa fêrkariyê nahê dan û nêrînek zanistî bo pêşeroja welat nahê berçavgirtin. Di xwendingehên Îranê de salane bi awayek berdewam em şahidê bûyerên dilêş in ku hokarên wê ji aliyekê vedigere bo xirabiya avahî û pêdawîstiyên xwendinê û ji aliyê din bo dabînnekirina mafên xwendekaran û girîngînedan bi guherîna jiyana mamostayan. Karbidestên parwerdehiyê tu girîngiyekê nadin rewşa xirab a jiyana mamosta û xwendekaran di Îranê de. Eşkerekirina rastiyan vê yekê nîşan dide ku perwerde di Îranê de, bûye goriyê taqimek berpirsyarên kevneparêz û bi tenê di hizra baştirkirina pêgeha xwe de ne. Ev girûpa han bi vê nêrînê ku binyad û dezgehên

perwerdehiyê tu dahatek aborî bi dû xwe re naînin, hertim bona vê kar kirine ku pirsa perwerdkirinê roj bi roj îzoletir bikin û ji rêya rast derbixin. Di encama hewl û tekoşîna berpirsyarên rejîmê li dor berdewamiya siyaseta ferq û cudahîdanan di wezareta Perwerde û Fêrkariyê de, çend diyardeyên nerênî(nigetiv) derketine holê ku weke tehlûke li ser pêşeroja fêrkariyê tên hesibandin. Eva ku îro di rewşa ewlehî ya dezgeha parwerdehiyê de tê xûyakirin, bêparkirina xwendekarên netewên Îranê ye ji xwendina bi zimanê dayikî. Rêveber û şarezayên zanistî xistine perawêzê û derfet ji wan re nahê dan. Rêveberiyên bilind di piraniya organ û xwendingehan de di destê kesên ne şareza de ye. Rejîma Komara Îslamî di cihê vê de ku behreya baş ji dahatên xwezayî ên welat wergire û di bin siya wê mîkanîzmê de derfeta kar û asayişê bo xelkê xwe pêk bîne, bona pirojeyên formalîte, çek û teqemenî, xercên zaf di warê îdolojiya leşkirî siyasî û berjewendiyên takekesî ên karbidestên hikûmetî de, tên bikaraanîn û di encam de, kirîzên civakî derdikevin holê ku kêmrengkirina wan kirîzan jî pir zehmet dibe. Îro rojê bi dîtingeha piraniya welatên cîhanê, mijara pêşeroja zarokan weke mijara herî sereke di pirograma karê dewletê de

Dewlet jî li kêleka xizmetgûzariyên xwe ên berfireh, bi belaş zarokan dişîne ber xwendinê û karkirin ji wan re qedexe kiriye û xwendin heya temenê 16 saliyê jî weke îcbar hatiye ragehandin. Li hember de, bi avrûdan ji sîstema deshilatdariya Komara Îslamî û şêwaza reftarkirin li hember mijara mafê zarokan, derdikeve ku berpirsyarên me ne tenê hewla dabînkirina asayiş û pêşeroja zarokan nadin, belkî bi ewlehîkirina nêrîn û hizrên wan, rastiyan vedişêre. Berpirsyarên perwerdehiyê bi hêceta alîkariyên madî, hindek kiryarên nezok û ne zanistî û ne serdemiyane encam didin ku tenê şikandina keramet û kesatiya xwendekarên hejar û malbatên wan bi dû xwe re tîne. Gelaleyên weke “Cejna atifeyan, sindûqa asayişa qutabiyan, alîkariya qutabiyên bê beza’et û .... hwd”.

Herçend sebaret bi siyaseta ferq û cudahîdanan û bihêzkirina nawendên sîxurî, terh û gelaleyên mezin di berdest de ne, lê di vir de merem ji anîna van çend mînakên biçûk tenê jiber vê yekê ye ku di çardîwara xwendingehan de bimîne.

Herweha armanc baskirin ji siyasetên riyakarane ên karbidestên rejîmê ye ku bi dirûşmên bi berçav ên weke “Edlî Elî û Îslama nab a Mihemmedî”, bi destek vekirî serwet û samana gelên Îranê didin taqimek girêdeyî bi xwe û li hember de xwedî heq ên vî welatî ku heman zarokên feqîr û hejar in, ji her cure alîkariyekê bêpar dikin.


10

Çand

Agirî

Helbestên bergirî û şoreşgêrî her tim bingeha destpêkî ya nivîsandinên min bûne, lewra bê nîştiman û helbest ez natewaweke natewaw im

Gotinên Pêşînan

22.09.2013

bidestveanîna armancên pîroz ên xwe dijîm.

Hevpeyvîn: Îdrîs Sitwet Golbax Behramî kê ye? Ez Golbax Behramî her ji vê demê pê ve ku min xwe nas kiriye, ez endamê PDKÎ me. Ez di sala 1982’an de li bajarê Dîwanderê ya ser bi parêzgeha Sinê li Kurdistana Rojhilat ji dayîk bûme. Min xwendina xwe li bajarê Dîwanderê temam kir û min her li wêî bajarî ji rêya Encûmena Edebî a bajarê xwe ve, dirêjî bi hewlên xwe dan û çalakiyên hunerî ên xwe dest pê kirin. Min her ji sala 2000’ê pêve bo zeqkirina zimanê Kurdî û nivîsandina helbestan hewil dan, ku mixabin li jêr siya desthelat û yasayek hakim de pişt guh ve hatiye avêtin. Her ji vê demê pêve heya niha berdewam im li nivîsandinê, û heya qasekê jî min kariye sitayl û dengeke helbestan ya cuda bim, û sitayla taybetî ya xwe di rêya helbestan de bibînim, û herwusa bi hîskirina bi berpirsayetîkirinê li hember xebata rewa ya gelê me, û ev zulm û neheqiya ku li hember neteweya kurd tê kirin, min hewil da, ku bibme beşek ji xebata pîroz û rewa, û ji rêya helbestên nîştimanî, ji axê ve bo axê û ji nîştimanê ve bo pêşmerge binivîsînim, weke endamek PDKÎ mezintirîn şanaziya min eva ye ku bo deqeyek jî bibe, ji rêza çeperên kurdayetiyê, helbestvana gelê xwe bim û di vê derheqê de her tim pêşmergane binivîsim û bijîm, û herwusa di ragehanên PDKÎ de bikaribim beşek biçûk bim li karên pîroz ên pêşmergayetiyê, û endameke nevest a PDKÎ bim, û berdewam dibim heya xebat berdewam be. Niha jî li herêma Kurdistanê û li bajarê Hewlêrê bi hêvîya azadî û

Min ji sala 2008’an pêre piraniya gotar û helbestên xwe li govar û rojnameyan de bilav kirine, û yekem pirtûk jî li sala 2012’an de bi navnîşana “Nîwey pirî min, niwey betalî awêne” bilav kir, ku ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurd taya Kerkûkê ve hatiye çap û bilavkirin, ku ji 150 rûpelî pêk hatiye û bi tîraja 500 daneyî hatiye çapkirin.

Berhemên din ên niha ku amadeyî çapkirinê ne, pêk tên ji: Pirtûkek ku wergêrana komelek gotarên felsefî ji fîlesofên cîhanî û herwusa xwendinek nû bo dîroka Fîmînîzmê ye ku ji Farsî ve hatine wergêrandin û pirtûkek jî ku ji komek helbestên bilav nekirî pêk hatiye, amadeyê çapê ne. Gelo tu di destpêkê de dikarî bo me hinek basa jiyana Edebî ya xwe bikî?

Ez di sala 1995’an de ku bûme endamê Encûmena Edebî ya bajarê Dîwanderê min bi awayek micit çalakiyên edebî ên xwe dest pêkirin, û berdewam bûm, û wek endamê Encûmena Edebî - çandî a bajarê Dîwanderê min dirêjî bi çalakiyên xwe dan, û ez li piraniya Fistîval û çalakiyên edebî û çandî ên bajarên kurdistana rojhelat de beşdar bûm, dawîn çalakiyên min li kurdistana Rojhilat eva bû ku li Reşemeya sala 2009’an de min beşdarî li fistîvala helbestên hevçerx ên Kurdî li bajarê Pîranşar de kir. Tê gotin edebiyata jinane û edebiyata mêrane! Gelo tu heya çi qasekê tevî polênbendîkirina edebiyatê li ser bingeha regez de yî?

Ez tevî polênbendîkirina edebiyatê de nînim, û tevî vê da nînim ku edebiyat bi giştî û bixasmanî helbest bêt parvekirin û mohra regezî pêve bizelqînin, lê ez li ser vê baweriyê me ku dengê helbestan û darêtina hest û çawaniya

têfikrîn û dîtingehan e ku dikare deqeke helbestên mêran ji helbestên jinan, ji hev cuda bike.

Bi giştî ez dikarim bêjim ku di her civakekê de ku hewldan ji bo hemberî mêran û jinan û têkoşan bo bidestveanîna mef hebe, ku ji dîtingeha takên vê civakê ve, ew mafe tuneye, û yan jî hatiye zewitkirin û sînordar e, û yan jî heye û hêj pê negihiştiye, li wir edebiyat jî bi arasteya vê rastiyê de diçe ku beşek e ji rastiya kêşe û kirîz û newekheviyên vê civakê. “Helbestên jinan” dibêjine helbestekê ku taybetmendiyên cîhana jinane bi bîr û hizr û dîtingehên jinane derdixe rojevê. Ez li ser vê baweriyê me ku “helbestên jinane” destewajeyek giştgîr û çend biyavî ye ku tevî “helbestên jinan” cuda ye, lê di encam de digihîjne hevdu.

Lewra ev bi hevdu gihîştine darêtiyê forma edebiyatekê ye ku jinbûna helbestvan ji çawaniya derbirîn û bikaranîna peyvan û nexşandina ev wêne û helbestan zeq û berçav dike, ku deranîn û derbirê cîhanek jinane ye, di helbestê de. Hewce ye ku vê jî ji bîr nekin ku hemû helbestvanên jin helbestên jinane nabêjin.

Eva jî pêka hilkevt û hizr û herwusa rewşeke rastîn û ne rastî ye, ku helbestvan bo hizir kirinên xwe di cîhana xwe de bikar tîne. Gelo tu hez ji helbestên siyasî (Helbestên şoreşgêrî) dikî, yan helbestên evîndariyê?

Helbest peyameke helbestvanê ye, ku tevlî hunera afirandinê dibe û dibe dengek hevpar bo azirandina ev hîsa hevpar, ku beşek ji me hemiyan e. Her tim nîştiman beşek bûye ji panahiya cîhana min û helbestê, ku her tim min li vir de kariye

Dom: R 11’ê

A: Çiya Mazî

Gulbax Behramî:

Bila bîr be, bila kûr be: Tiştê ku mirov dixwaze bila ew be bila hinekî cûda be. Heke mirov tiştekî bixwaze û bi tûmî tune be qet ne xweş e,lê hinek hebe an bi kêmanî hebe ji tunebûnê çêtir e. Bila buhur be, bila kûr be:

Buhur cihê ku mirov tê re derbas dibe. Dibêjin bila cihê mirov tê re derbas be hebe bila kûr an teng be.Karekî ku mirov bike lê rê ya çêkirina wî karî hinekî bi daf ê astengî be lê wekî din çare tunebe û divê mîsoger ew kar jî bi cîh bê,wê demê mirov dibêje, de bila karê me here serî ev astengî ne pir muhim e. Bila ciwangê rokê bim ne çêleka sed rojî bim:

Ciwange nîşanê mêraniyê ye,çêlek nîşanê bikaranînê ye.Heke hinek ji mirov re bibêje tê bi çêlekî bimîne ez dê te sed rojî xwedî bikim,lê tu bibêje ez dê li ser xîreta xwe bimînim wê demê tenê em dê nanê rojekê bidine te. Bila girtiyê hepsa be bila ne miriyê gora be:

Vegera mirinê tuneye lê hêvîya vegera hevsê(girtîgeh) heye. Dema mirov ji her duyan yekî bipejirînê mirovê bibêje, girtîgeh. Wekî dibêje “divê mirov xwe ji mirinê û tiştên metirsiya mirinê tê de hebe biparêze.” Bila keç be bila pîr be:

Ev gotin him li ser zewacê him li ser tiştekî kirînê hatiye gotin. Dema zewacê kî dibe bila bibe li jinek bî nagere, pêşî li qîzekê digere.Tiştekî ku mirov bikire jî mirov dibêje bila nuh be an nehatibe bikaranîn.


aristana Abdanan yek ji şaristanên parêzgeha Îlamê ye û li sala 1374’ a Rojî (1995)li şaristana Derêşehr cuda bû û bû şaristanek serbixwe ku li başûrê Îlamê û di navbera du çiyayên “Kebîr kûh” û “Dînar Kûh” hilketiye û ji ber ku ev şaristane di navbera wan çiyayan de hilkketiye rêyên çîrançep û pir ji tirs û tehlûke hene ku ji dilê çiyayê Kebîr kûh re derbaz dibe û ji ber ava zaf li vê deverê, derdora vî şaristanî bi piranî darûbar e û av û hewayek hênik û xweş û dilrevîn heye û gişt demsalên wê di xwezayê de tên xûyakirin û ji ber çavkaniyên ava zaf û axek baş xelkê wê deverê bi piranî mijûlî cotkariyê û terşdarî (pezdarî) yê ne. Panahiya vê şaristanê 2385 hezar kîlometra çargûşe ye ku dike % 11,94 ji panahiya parêzgeha Îlamê.

Li gor serjimêriya sala 1385 a Rojî (2006) şaristana Abdanan 47,370 hezar kes e. Navê Abdanan li zafbûna ava vê deverê hatiye û hebûna zêde çavkaniyên avê wek kanî û rûbarên mîna Dûyrc û Siyah gaw şahidê vê rastiyê ne. xelkê wê deverê kurd in û bi kurdî û bi devoka Lorî û Lekî dipeyvin.

Ev şaristane bi sedema pêkhatiDoma: R10’ê

bibim pêşmerge û dayk û xak û evîndar.

Helbestên bergirî û şoreşgêrane her tim bingeha destpêkî ya nivîsandinên min bûne, lewra bê nîştiman û helbest ez natewaweke natewaw im, û herwusa di demekê de ku helbestvan pesna ciwanî û evîndarî û jiyan û ...hewd dike, û di jan û xemên hevpar de tevlî riha helbest û peyv û cîhana derdorê dibe, tê vê wateyê ku hurmeta nirxên hundirîn ên xwe û xwendevan digire. Gelo tu zaftir hez ji kîjan helbestan dikî, helbestên kilasîk yan ên nû?

Qonaxa helbestên kilasîk bingeha têfikrîn û berevpêşçûna edebiyata kurdî bû ku helbestvanên vê qonaxê pir bi şarezayî karîn ezmûnek dewlemend di vê

11

Agirî

Bajar

a n n a a t n s a i r d a b Ş A

yên çiyayan û kevnaretiyê, cihên geryan û Torîstiyên cûrbicûr hene wek: Girê “Poş Qelê” (pişt kelhê)ku kevnaretiya wê vedigere bo serdemê Sasaniyan, kelha Hizaranî, şikefta Mijare, Seraba Abdanan, dîmenên ciwan ên çiyayên “Kebîr kûh” û “Dînar kûh” û, Seraba Textan, çiyayên Enaran û kasêmest, ziyaretgeha Selahedîn Mihemed, gola cemik ya Siyah gaw, tengeya Xirûsî û avbere, rûbarên Mûclsûn û Xirîne, bendava Çişmkebûd, dolpehnê û...hwd. şaristana Abdanan ji aliyê başûrê

qonaxê de raxînin berçavan, ku heya niha jî dom heye, ez pir hez ji helbestên kilasîk ên kurdî dikim û bitaybet Mamosta Hêmin û Mehwî û Nalî, ku di demên zû de hatine û her bêhna tazebûnê hilgirtine û niha jî her nû ne, û têne xwendin, lê weke nivîsandin, bi piranî helbestên azad dinivîsînim û heya niha min helbestên kilasîk li ser şêwaza kêş û serwa ne nivîsandine, û ez tenê xwendevaneke baş ya wan im. Gelo tu helbesta kurdî di çi astekê de dibînî?

Helbesta niha ya kurdî pir cudatir in ji qonaxên berî xwe kariye bibe ezmûnek diyar û li ser destê helbestvanên nûxwaz û nûtirxwaz jî, karwana helbestên kurdî berev pêşve bibe, her çi qas hindik jihevbilavî pêve diyare, lê bi giştî di pêşveçûn û serkevtinê de ye.

rojava tevî Dêhloran, ji bakûrê rojhelat tevî Derê şar û ji başûrê rojhelat tevî şaristana Endîmêşk hevsînor e.

Ev şaristane ji 3 bexşan pêk tê, wek: Bexşa Merkezî, Serabbax û Mûrmûrî.

A: îdrîs Sitwet

Ş

22.09.2013

Şaristana Abdanan, Şaristanek kevne û şûnwarên kevn jî hene û em dikarin îşare bi kopika kevnar ya Hizarderî ku bi kopika Sîs binavûdenge û vedigere bo serdemê Sasaniyan û mixabin ji ber xemsariya berpirsên pêwendîdar zêde xira bûye, û kopk Tepe,

bajarê dîrokî yê Cûlyan û kopika Hizaranî bikin.

Dîvîd Kûhen cîgirê Wezîrê xizîneya Amerîka di warê terorîzmê de dibêje ku tehrîmên aborî ku bi ser Îranê de hatine sepandin, şiyanên malî ên komara Îslamî bo piştgirî ji Hizbullaha Lubnanê kêm kiriye.

giringî heye ku niha alîkariyên malî ên vê girûpê ji aliyê Îranê ve bi dest tên, lê Îran ketiye bin zextê û piştgiriya Îranê bo alîkariyên malî bi Hizbullahê kêm bûye.

Ev şaristane giranbihayek baş di warê çavkaniyên Petrol û Gûgird û kaniyên ava germ jî hene û di warê torîsmê de giringiya xwe heye.

Tehrîman şiyanên malî ên Îranê kêm kirine

Li gor nûçegehaniyan, kûhen gotiye, Hizbullaha ketiye hizra alîgirên din ên malî, û rojavayê Afirîqa jî di vî warî de bo Hizbulla

Cîgirê Wezîrê Darayî yê Amerîka serast kir ku Hizbullaha Lubnanê tenê bo alîkariyên malî rû ji rojavayê Afirîqa nake û ew dixwaze di vê deverê de jî çalakî hebin.


agirî

Navnîşana derveyî welat: AFKB.P. 102- 75623 ParisCEDEX 13 –FRANCE

E - Mail: Agiri2003@gmail.com

Tel: (+)9647503640792

Çend dîmenên rêûresma 26’ê Xermanan - Koye


agiri214